Thursday, January 22, 2009

Bo te ji welatek dûr dinivîsim

bijartin û wergerandin: Husein Muhammed


Bo te ji welatek dûr dinivîsim

- Gulbijêrek helbestên wergerandî -


Guillaume Apollinaire – Hans Arp – Bertolt Brecht – Camî – Gaius Valerius Catullus – Paul Celan – Robert Desnos – Gunnar Ekelöِf – Margiad Evans – Umer el-Ferîd – Hugo von Hofmannsthal – Jaan Kaplinski – Géza Képes – Valery Larbaud – Federico García Lorca – Andrew Marwell – Pablo Neruda – Octavio Paz – Arthur Rimbaud – Muriel Rukeyser – Paulos Silentarios – Dylan Thomas – Georg Trakl – Giuseppi Ungaretti – William Butler Yeats











Daxwazê dehfdayî

Pablo Neruda (1904 – 1973)

Daxwazê dehfdayî êvaran torra xeman diavêjim
okyanosa çavên te.

Ji nav bilindtirîn agir serê xwe radike bêkesiya te ya dişewite,
mîna yên keştiya wan noqîbûyî destên xwe dihejîne.

Îşaretên lezgîniyê yên sor dişînim bo çavên te yên gêjelok
yên dibiriqin mîna derya li dor fenerê.

Tenê tarîtiyê vedişêrî, delala min ya dûr,
ji awirên te carinan qeraxên erjengiyê dixwiyin.

Daxwazê dehfdayî êvaran torra xeman diavêjim
okyanosa pêldar ya çavên te.

Firrindeyên şevîn dinikilînin stêrên pêşîn
yên diçirisin mîna canê min dema ji te hez dikim.

Şev çargaviyê dike bi mehîna xwe ya sîtavkî
û diçîne serikên simbilên şîn li şovan.


Li kujiyê yekem dizivirrî rastê

Robert Desnos (1900 – 1945)

Li kujiyê yekem dizivirrî rastê
Bi kolana beravê ve dimeşî
Li pirê derbas dibî
Deriyê xanî diqutî

Roj dibiriqe
Çem diherrike
Cerrikê pelargonî di pencereyê de vediheje
Li berava din tirimpêlek dibore

Dizivirrî li dîmenek şeng binerî
Pê nahesî ku derî li pey te vebûye
Kabanî li derazînkê ye
Xanî tijî tarî ye

Lê li sifreyê teyisînek diyar e
Tava rojê ji fêkî û şûşeyekê
Ji sênîkekê û raxistekekê diteyise
Û tu li wir li derazînkê radiwestî, li aliyê din
Dinya tijî yên wek te
Li aliyê din tenêtiya te ya hemû dinyayê
Dihurmîne


Keştiya mestbûyî

Arthur Rimbaud (1854 - 1891)

Dema hêdîka bi Herrikên bêxem re dimeşîm, pê hesîm
ku êdî kêşvanan serkêşiya min nedikir: çermsoran
bi qîjînî ew kiribûn hedefên xwe,
bi darên gelerengî ve girê dabûn.

Keştîvan qet ne xema min bûn, xema min,
barkêşa dexlê flaman, çîtê îngilîzan. Dema
bi carekê dawî li kêşvanan û wan mijûliyan hat,
Herrikan hêla xwe berbidim çi dera dilê min dixwest.

Zivistana borî min xwe hînik kir li ber pêlên dijwar
yên rabûn û daketina avê, bêhesttir ji mejiyên berşîran!
Qet negihane şehyanên ji wan serkeftîtir
ta Nîvgiravistanên ji bejayê veqetiyayî jî.

Bahozan pîroz dikirin her şiyarbûna min ya deryayî.
Ji derqefankan siviktir min sema kir deh şevan
di ser pêlan re yên tên gotin hêskên herherî ne,
û min bêriya fekirina balnekêş ya ewrengiyan nekir!

Şirîntir ji goştê sêva ji zarokan ve tirş
qurmê min yê şeşdarî ava kesk mêt xwe
û şûşt verişîn û lekeyên şîn yên meyê
û virr avêt paşok bi aliyekî, lenger bi yek dî ve.

Ji hingê ve min xwe veşûştiye di Helbesta Deryayê de
ya tê de stêr dişilin, ya şîrê rêya kadizan jê diçipe,
û ya şîniya kesk dadibil'îne; ya carinan dikeviyê
xayinek dilpak yê di ramanên xwe de xeniqî;

ya tê de kûriyên şînbûyî, gêjî û rîtmên hêdî
tavilê rengîn dibin li ber birqokên zêrîn yên rojê
dema lekeyên xwîna tal ya evînê dest bi meyînê dikin,
ji alkolê tûjtir, ji van helbestan bêkinartir!

Ez dinasim ewrên birûskan şeqkirî, peykelên babelîskan,
pêlên li hev didin, herrikên deryayê; ez dinasim êvarê û
Spêdeya firrok mîna refa hacîreşkan; û carinan
min ew dîtine yên mirovan bawer kiriye dîtine!

Min dît ka çawan roja erjengiyên efsûnî herrimandî ava bû
û ronahî da bi dirêjiya tîrojên cemidî yên şîn û sor ve;
li dûr dicolîn pêlên bi xîçikî dilerizîn
ta mîna pêşkêşkerên şanoyên serdemên kevnare!

Ez xeyal dikim şevek kesk û berfên wê yên korbûyî,
xeyal dikim maçekê ya li ber çavên deryayê hêdîka radibe,
û dewrek berê nedîtî ya gezo û kîtreyan
û haybûna stranane ya fosfor ji şînî û zeriyê!

Bi mehan ez mîna garrana harbûyî
bi pêlên mezin re revîm berev zinarên di avê de;
min nedizanî ku Meryem dê bi piyên geş
bidin ser û bigirin derûlêvên intok yên Okyanûsan.

Ez didehimîm, bizanin, Floridayên nayên bawerkirin
yên tê de dibiriqin tevlihev gul û çavên pilingên
ji çermê mirovan! Keskûalayên li jêr asoyê
keriyên gewr digirin, şidandî goya hefsar bin!

Min dîtin avzêlên bilqok yên neditemirîn, xefikên
tê de tevaya Leviathan dê di nav rûlan de şil bibe!
Min dît av dadirijin bêbiniyan li nav tenahiya avê
û dûrahî min dîtin bi gurmînî dadiqulipin kendan!

Qeşageh, hetavên zîvîn, pêlokên morîkî, esmanên
rejîkî! Çûnên kabûsane berev tengavên têrherrî
yên lê marên kirmokan xwarî hêdîka
li gel hilfûrîna bêna reş aşt dibin ji darên çemiyayî!

Dilê min dixwest doradên pêlên şîn, wan masiyên zêrîn,
masiyên stranbêj, nîşanî zarokan bidim.
- Ez, ya bêxwedî, vekişandim xewê serikên kefok yên gulan
û bayên nayên baskirin carinan ez diçengandim.

Carinan, dema navik û navçeyan ez ji birsan
şehîd dikirim, kinkinên deryayê bi nermî dihejandim,
û devên zer yên gulên xwe yên xumamiyê deryayê hildidan
berev, û ez dimam li wir wek jin li ser çokên xwe...

Ez hema giravek bûm, li ser rexên min dihejîn
gen û gazinên firrindeyên çavspî yên pitpitker.
Û wa diseyirîm ta bi alavên min yên nazik re
yên xeniqî li ser pişta xwe di xew diçûn! ...

Lê ez, keştiya di bin pirçên kendavan ve mayî,
ya bahozê veweşandiye esmanek bêfirrinde,
ya kelexê wê yê ji avê mestbûyî dê barkên Hansayan
ranekiriba, û ne jî keştiyên zirîpoşî -

azad, fistewî, bihêz mijên binefşî
min kun kiriye esmanê sor mîna dîwar
yê dibe lezet bû helbestvanên baş:
lîkenên rojê û gilîzê şîn yê hewayan;

ez darê dîn, bi saya hespên deryayî yên reş,
ya parasû hînik kirin û şilqand karebaya heyvokan
dema tîrmehê bi derbeyên mîrkutî dest bi şkandina
berçêlkên gurrbûyî yên esmanên şînî deryayî kir,

ya recifîm dema bi dehan qûnaxan dûr hesîm
bi telewiya Behemotan û nalîna hejariyên hêdî -
ez, gerroka herherî ya şîniya neleqok,
ez bêriya Ewropayê, pertalên wê, dikim!

Min dîtine stêristan! û girav, yên
esmanên wan yên harker vekirî ne bo rêvingan:
- ma di van şevên bêbin de dinivî û xwe vedişêrî,
milyona firrindeyên zêrîn, ey hêza dijbendiyê!

Lê, bi rastî, ez zêde girîme! Spêde disojînin.
Hemû tavheyv zal in, roj hemû tal in:
evîna bextreş ez sermest kirime, werimandime.
Ax xwezî bipirtikiya makedar! Ax daketa deryayê!

Ger bêriya avek Ewropayê bikim, lîçikek reş û sar e
ya li ber xumamiya bêndar zarokek
ji bêsebriya xwe wê têk vedide û tê dihilîne
keştîkek wek pelatînkan li gulanê nazik.

Ey hilfûrîn, ji westanên we xwe vedişom,
nikarim hevrikiyê bikim li gel pembûkêşan,
ne êdî biseyirim bi serbilindiya alayan, perçeman,
ne jî biçim ser rêyan ber awirên xofdar yên keştiyên daşkestî.









Xort bûm bêxem

Dylan Thomas (1914 – 1953)

Û dema xort bûm bêxem li bin çeqên sêvan,
li ber xaniyê dicolî bextiyar bûm wek giya kesk bû,
stêrîn bû li raserî çalê şev,
demê dihêla biqîrrim,
wek zêrr hilkevim geşiya çavên xwe,
û bi erebaneyan şahane bûm ez mîrê bajarê sêvan
û carekê şeng bû dema min pel û dar dawerandin
nav herrikên ronahiya bi hezaran kerbên
fêkiyên daketî, li gel dexl.

Û kesk bûm dema bêxem bûm li nêzî çeperên çeleng,
li meydana bermala bextxweş distrîm mala min bûn welat,
tenê carekê li ber tava ciwan
demê rê da yariyan bikim,
zêr bûm di nav bereketên wê dayî de
û zêrrê kesk bûm ez nêçîrvan ez şivan, golikan
bersiva zirneya min dida, bi zelalî bi xwînsarî gur li serê giran dizûrîn
û roja pîroz hêdîka
dijenandin kevirên herrikên pîrozwer.

Dem hemû rojê diherrikî, şeng bû, zevî hindî
xaniyan bilind, dengê zirneyên dûkêlî, lîstik û yarî, hewa
şirîn mîna avê,
agirê kesk wek giya.
Û şevan, tenê stêr serbanê min
dema siwar dibûm xewê, kundan bêdeng xanî bi xwe re dipirrpirrand,
hertim min dibîst şevrêsk - pîroz li dorberî govan -
difirrîn bi gidîşan re û hesp
diçirisîn tarîtiyê.

Û şiyar dibûm li dema xaniyê xunavî mîna gerrokek spî
vedigerrî dîkek li ser milî, û dibiriqî her tişt, tam roja
bû gilover roj,
esman berhev bû dîsan,
delîva Adem bû û ya zeriyê.
Diviyabû wa be madem tenê ronahî peyda bûbû
ji babelîska pêşîn û siwarên efsûnkirî
ji gova dişihî ya kesk derdiketin
meydanên pesnan.

Di nav tezerwanan û guran de fêris li nêzî xaniyê bikêf
li bin ewrên nipînû bextiyar bûm wek dil bêwestan e,
her û her roj vedijiya,
rêçikên mestane bezîm,
hêviyên min li nav giyayê bilind dilezîn,
di karûbarên şînî esmanî de ne xem bû ku dem di dewra xwe
ya awazdar de rê dide wa kêm stranên wa yên spêdeyan
ji berî zarokên keskî zêrrîn
didin pey wê derdikevin,

rojên spiyî berxane ne xem bû ku demê destê siya min digirt û
hefsarê min dikêşa jorve berev serdavan nav vizîna hacîreşkan,
li hindavê heyva her hiltê,
ku dema siwar dibûm xewê
min dê bibîsta dilezîne meydanên bilind pê re
ku dê veceniqim xanî wenda, zarok bêwelat.
Wey ez xort bûm bêxem di nav bereketên demê de, kesk
girtiyê demê, dê miribam
tevî ku zeftkirî distrîm wek deryayê.














Ji xwekujînameyê

Gunnar Ekelöِf (1907 - 1968)

Li ciyê xwe be. Hew gotinên req. Êdî gelek ji min
nemaye
Bo min negirî. Êdî ti agir nînin bên temirandin
Li min nenere. Ez li ber hilweşînê me, aniha dibe
biruxim
Naxwazim bibînî dema ez biruxim
Ez êdî bi xwe nahesim, nizanim ka çend giran im
Binpiyên min ji min diçin, ez vedihejim. Hêza vekêşana
erd û esmanan hev pûç dikin vê kêlîkê
Li dor xwe dinerim: ewê han ez im yan ewê han?
Bo min negirî, êdî ti agir nînin bên temirandin
Ez xwe dubare dikim, ev ya hêdîka dinivîsim
hemû ye ya min heyî
Ma dê çi bikarim li vê hemûyê? Nê ez tenê kevirek im
yê kesekî virr-avêtî, pirtikek darî me yê kesekî qetkirî
Vê nakim sûcê xwe. Yan sûc ne yê kesî ye yan
yê min e û ne yê kesî ye
Vê hêdîka û bi sexbêrî dinivîsim: ev e hemû
ya min heyî û jê baştir nabe
Lê ez dê çi lê bikim, ji te hez dikim
Tu yî leylana min ya spehî
Ew dem li bîra min e ya tu leylana min
ya spehî bûyî
Tu spehî yî
Min diviya li gel te bifirrim wek difirrin,
belê, wek difirrin dûr
Lê nesax bûn em herdu û nêz dawî dê li vê bêt
Pa çi pere dike ev hemû?
Ji te hez dikim, nêz ez dê biruxim
Ma dikarim ti lê bikim? Ez dibim nediyar
Ez destê xwe li te dihejînim, ji bilî destî ti nabînî
Derî vedibe, derengî şevê ye
Ronahî ditemire, min daye her tiştê min hebû
Min ti ji xwe re nehêla pê bijîm lew her
nediyar dibim
Lê ez dê bimirim
Dimîne: derî. Ma ez dê çi dî bikim ji bilî derbikevim
ji odeyek ez bi xwe
Ez namirim, tenê wenda dibim
Belkî, wenda didim bêhedaniyê, ez dê dîsan
şiyar bibim misogeriyê û nemisogeriyê
hingê ez dê vebigerim li te bigerim.








Bo te ji welatek dûr dinivîsim

Gunnar Ekelِöf

Ez bo te ji welatek dûr dinivîsim
Wî reng nîne
Wî ne wêne hene bide te
ne ramanek bide te biramî
Ew welatek dûr e
Çawan dikarî bigihiyê?
Tenê eger bidî pey wî
lê ne bi ramanan û ne jî bi xeyalan
û bêwec e lasa bikî,
texlîdkirin kêr nayê:
Ger bi rastî bidî pey
ya ji te bi xwe re rastî ye
dê bigihî wir
Li pey xwe bihêlî yek ji xwe li pey yek dî
qûnaxek li dû qûnaxekê
Li pey xwe bihêlî yek ji xwe li pey yek dî
dê bigihî wir.

Ew welatek dûr e
Nêzîkî li wir peyda nabe
Ger bigihî wir
dê tam welatek dûr bibînî
welatek ku dûr e
Ti tiştek dî li wir nîne
lew her tişt yek dî ye
Giya li wir dûr e
û çêlên li çerîngehê dûr in
xanî û gov dûr in,
kotan dûr in, ta bîrê qederek e
Her tişt dûr e - hindî hev dûr in
ax û av, erd û esman
tu û ya jê hez dikî
Belê wa ye, ew tam wa ye
Ew welatek e yê ku welatek e
yê ku welatek dûr e yê ku welatek e
yê ku welatek dûr e.














Çima distrî, teyrikê min, madem wa sar e hê?

Gunnar Ekelِöf

Çima distrî, teyrikê min, madem wa sar e hê?
Ma gezoyê daran ta nik te hildikeve jor, gula awazan li ser çeqê bilind?
Hemû valahî li dor min bi nearamiyê tijî dibe. Li dûr e,
li derî asoya bînahiya te ye rojavabûna nesax, duhiya
hilmgirtî îro ye û kêlîka borî niha ye û hemû ya heyî ev e li vir e:
Mal di bêmaliyê de, berpirsiyarî di bêberpirsiyarê de! Teyrikê koçer!
Di te de rojên min yên borî dijîn, di te dijîn hemû ew
yên di ser deryayan re revîn û şewitîn rojê, di te de
ew ya rê û rêvingî, ya mirovan û heyberan,
û ew ya jiyanê li hev tîne. Bêdengî jî rêyek e
dem ew bi xwe çûnek e mîna vê êvarê
Çûna di hêlînê de ye, di navoka hêkê de, bi me re diwelide
Lew ji min re distrî, teyriko, lew sarmaya hov hînik dixwiye.
Bang, gazî, ax birsa dişkê tenê
dema nikilê xwe diavêjî pêşûyek ne-ti
ya her kêlîkê pelate dibe hewayê vala.

Wergerandin: Husein Muhammed, gilavêj 2003

Ger gul kulîlkan bidin di dilê te de

Camî

Ger gul kulîlkan bidin di dilê te de,
tu bi xwe jî dê bibî gul.
Ger bilbil di dilê te de bistrin,
tu bi xwe jî bilbil î.

Ger Yezdan li ser textê dilê te be,
tu jî dê mîna Wî lê bê.
Niha tu tenê piçkokek î
lê dê carekê bibî hemû.












Du mirov dikoşin ji hev re bipeyivin

Muriel Rukeyser (1913 - 1980)

Ji min re bipeyive. Destê min bigire. Niha tu çi yî?
Ez dê hemûyê ji te re bibêjim. Tiyê venaşêrim.
Dema ez sêsalî bûm, zarokek biçûk çîrokek li ser kîroşkekê xwend
ya ku mir, di çirokê de, û min xwe xwişand bin kursîkê:
kîroşk rengpembeyî bû: rojbûna min bû, findê
bi dijwarî tila min sot û ez dihatim neçarkirin kêfxweş bim.

: Ax, fehma bibe min binase. Ez ne bextiyar im.
Vekirî dipeyivim:
Aniha ez diramim li baberikên spî hemberî esman
wek hemberî muzîkê,
wek zirneyên bi kêfxweşî lê didin, firrindeyên hejok,
û zendek li dorberî min.
Yek hebû min jê hez dikir, yek bû dixwest bi seyirînê bijî.

Ji min re bipeyive. Destê min bigire. Niha tu çi yî?
Dema ez nehsalî bûm, bi çirrîkî hestiyar bûm,
rijok bûm; û meta min ya bîjinmayî Chopin dijenî,
min serê xwe pal dida darek birrî ya boyaxkirî, û digirîm.
Niha ez dixwazim nêzî te bim. Dixwazim
deqeyên rojên xwe yek bi yek bi rojên te ve girê bidim.

Ez ne bextiyar im. Ez vekirî dipeyivim.
Min hez kiriye ji lampeyan li kuncikên êvaran, ji helbestên rehet.
Di jiyana min de tirs hebûye. Carinan dipûnijim
çi trajedî bû jiyana wî, bi rastî.

: Destê min bigire. Dilê min bigire lepê xwe.
Niha tu çi yî?
Dema ez çardesalî bûm, min xewnên xwekujiyê didîtin,
li avabûna rojê bilind li ber pencereyê radiwestîm,
hêvî berev mirinê:
ger ronahiyê ewr û meydan nehelandiban da bibin bedewî,
ger ronahiyê ew roj veneguhartiba, min dê xwe biavêta.
: Ez bextreş im. Ez bêkes im. Ji min re bipeyive.

Ez vekirî dipeyivim. Wa diyar e ku ti car
ji min hez nedikir:
hez dikir ji beravên sîs, lêvên kefok
li ser pişta pêlên biçûk, ji dewra qaqlîbazan hez dikir:
bi devek kenok digot: ez ji te hez dikim.
Fehma bibe min binase.

: Niha tu çi yî? Ger me bikariya dest bida hev,
ger van tekatiyên ji hev qut xwe bigihanda hev
û biqilifîna hev mîna parçebaziya çînî... duhî
ez di nav geremolekê de bûm, kolan miştî mirov,
yekî peyvek jî negot û spêde dibiriqî.
Her kes bêdeng bû, dimeşî... destê min bigire.
Ji min re bipeyive.








Yê li pey wijdana xwe biçe

el-Ferîd

Ger tenê hiş stêra rênîşander be,
kes nikare bijî.
Yê li pey wijdana xwe biçe,
wenda nabe dema li Yezdan bigere.
















Daristan

Margiad Evans (1909 - 1958)

Li vê jiyanê, ya tê de kes ne xwe bi xwe ye,
min xwe dît li nav daristanek mezin dimeşî. Sî bû hemû.
Û kûr meşîm:
nediçirisîn stranên firrindeyan, gavek tenê jî
bi rehetî bi dehola daristanê nediket.
Ne ronahiyê tîkên pelên daran şeq dikirin
û ne jî rûyê esmanan, yê çeqan pê velîstî,
ji jor ve li min dinerî.
Û kûr meşîm
bêyî bibişirim, bêyî bitirsim. Û kûr meşîm.
Ruha di min de yan giyanê dîtin rehên bêdeng
hind kûr di bin daran ve hindî çeq li bilind.
Û kûr meşîm
û strîm li nav daristanê ya berev du aliyan ve kûr bû:
berev diyariyê û berev nediyariyê, û bextxweş bûm
wek yek jî mirovê mirovane ne bextxweş be
di bêdengiyê de, li ber siyê û bi tenê.
Mîna dilê yekî mirî bûm
yê di gorrê de distre, yê bo herherî hatiye gorrkirin.
Û kûr meşîm li nav daristanê dema tavilê
min dît mirovek, kevirek, û kûriya wî ditacand
hingivmêjkên sîs yên mişe; û çavên wî kevir bûn,
bêyî biqeliqin. Rawestîm çiku ev dirûvê dilşadiya min e:
kevirek pîroz û bêna spî
yên di min de bûne yek; nediyar, ta çavên neniximandî
fedikirin rondikan, û rondik vedirijîn ser rû
û diteyisîn mîna têlên çengê...
Û hewayek berê yê sosret li nêzî min hildifûrî.
Û kûr girîm û nestrîm, wa bi dengbilindî pelên daran distrîn.
Û kûr girîm. Hê jî herdem digirîm.


















Dema heyv hiltê

Federico García Lorca (1898 – 1936)

Dema heyv hiltê, vedimire
dengê zengilên dêrê.
Rêyên şêlî
xwiya dibin şevê.

Dema heyv hiltê, bejayî dinixime
bin pêlên deryayê,
û dil wek giravan
di bêtixûbiyê de ye.

Li bin heyva çardeyî kes
pirteqalê naxwe.
Divê fêkiyek
qeşayî û kesk bixwî.

Dema heyv hiltê, rûyê wê
di şevê de sedanbare dibe,
û hûrdeyê zîvîn
di berîkê de dikinkine.





Xwe digihîne hêlînên vala ba

Hans Arp (1887 – 1966)

Xwe digihîne hêlînên vala ba,
digihe rûpoşên hişk.
Li xumamiyê distre dengek mirovan
reng,
pesnestran,
marên çîrrokan.
Diheje, diheje
virve - wirve
navberî ronahiyê, tarîtiyê.












Êvarê dilê min

Georg Trakl (1887 – 1914)

Êvarê qîjîna balçermikan tê bîstin,
li mêrgan hesp dibezin
dixişxişe darkevotek sor.
Yê gerrvan li rex rê bi ser meyxaneyekê hildibe.
Xweş in gûz û meya nû,
xweş e xwe hilavêjî nav daristana tarî dibe.
Dijenin nav çeqgelên reş zengilên jandar,
li rû xunav dimîne.













Pa tu dilê min

Guillaume Apollinaire (1880 – 1918)

Pa tu, dilê min, çima bênavbirr lê didî

Wek venêrek xemgîn
ez çavdêriya şevê û mirinê dikim.
















Sêyîn li ser nemanê

Hugo von Hofmannsthal (1874 – 1929)

I

Ez hê jî li gepên xwe hest bi henaseya wan dikim:
çawan dibe ku ev rojên berî kêlîkekê
êdî nemabin, bo herherî nemabin, bi hêwirî çûbin?

Ev metelokek e ku kes tê dernaxe
û qewî zalimî ye bêt gilîkirin:
ku hemû dibore û di ber re dibore

û ku ezatiya min bi xwe bêyî tiştek wê asteng bike
raguheziye min ji zarokek biçûk yê ku
ji min re seyrî lal û xerîb e wek seyekî.

Û hê jî: ku sed sal berê jî ez bûm
û ku bavkalên min di cilên mirinê de
ûcaxa min in wek pirça min.


II

Kêlîk! dema em fedikin şîniya
vebûyî ya deryayê û em mirinê fam dikin
bi sivikî, bi şehyanî, bêyî kabûs,

mîna keçikên biçûk, pirr zerik,
çavgir, û her sar,
dema ew êvarekê bêdeng li pêş xwe dinerin

haydar ji hindê ku jiyan hêdîka di endamên leşê wan
yên xewto diherrike daran, giya,
û bişkurrek sist dinexşe

mîna ewliyayekî yê xwîna xwe dike gorî


III

Em ji heman tevnê ne ya xewn jê
û xewn çavên xwe vedikin tam
mîna zarokên biçûk li bin dargilyazan

dema ji çilûyê wan heyva çardeyî diçe
bi zerikî zêrrî di şeva mezin re dibore.
... Wek din xewnên me hilnakevin hewa,

ew hene û dijîn wek zarrokekî yê dikene,
mezin dema radibin û ava dibin
wek heyva çardeyî ya gupikên daran pê hesiyayî.

Nava me vekirî ye da ew raçînin,
mîna destên ruhên di odeyekê ve qerrasekirî
ew hene û bêwestan di me de dijîn.

Û sê eynî yek in: mirov, diyare, xewn.






















Girava Innisfree

W.B. Yeats (1865 – 1939)

Niha ez ê rabim, dixwazim biçim Innisfree
û ji axê û çeqan xanîkekî çêkim
selemêşkan bo hingmêşan danim û nokan biçînim,
bi tenê guhdariya hingmêşên xwe bikim.

Li wir dikarim tena û hêmin bim çiku tenahî
ji çarçevên spêdeyê diçipe cihê sîrrsîrrok disîrrin.
Li wir nîvşev biriqîn, spêde binefş,
û êvar şeprepa çengan e.

Niha ez ê rabim, dixwazim biçim çiku bi şevan, bi rojan
avên deryaçeyê hêdîka li kevirên beravê didin.
Ez li ser rêya ajotinê rawestayî, li ser piyaderêyê
di dilê xwe de wê dibîzim.









Trên

Valery Larbaud (1881 – 1957)

Bide min xilingîna xwe ya mestker û leza xwe ya nerm,
xwişîna xwe ya şevîn ya di Ewropaya ronkirî re dimeşe,
ey trêna şeng, û bide wê muzîka diltengker
ya di bersifkên te yên pîstzêrrîn ve dihurme
dema li pişt qerraseyên zîvîn yên giran yên deriyên maliştî
milyoner dinivin.

Bi nehwirîn li korîdorên te dilezînim,
meşa te ber bi Viyana û Budapeştê,

dengê xwe dikim nav koroya sedhezaran dengên te,
ey çengetrênê!
Yekem car pê hesîm, çend xweş e bijîm
di vagonên Trêna Lezgîn ya Bakur de, li navber
Wirballen û Pihlakovayê.
Em di nav mêrgan re dilezîn, li cihê li bin
komên darên gir yên dişibîn giran
pîstê mihan yê pîs û xav li şivanan bûn...
(Saet heştî spêdeyek payizê, û stranbêjek bedew,
ya çavbinefşî, li pişt dîwarê min distrî.)

Ey pencereyên mezin, yên tê re min dîtiye li paş dimînin Sîberya û çiyayên Samnium,
Kastîlyaya bêqulî rût û deryaya Marmara li ber baranê!
Bidin min, ey Trêna Lezgîn ya Rojhilat û Raya Başûrê Brennerê,
bidin min xilingîna xwe ya xuloleyî xerîb
û çîzînên xwe yên çivîkane;
bidin min henaseya sivik û livên narîn yên lokomotîvên bilind û hilû,
yên lokomotîvên trêna lezgîn
yên bêzehmet çar vagonên tîpzêrrîn dikêşin
tenêtiya çiyayên Sirbistanê
û paşî di Bulgaristanê re ya ku tijî sorgul e...

Ax, bikevin nav helbestên min, deng û liv, û bibêjin
ka çi ye jiyana min ya nayê şirovekirin, jiyana zarokekî
yê naxwaze ti bizane
lê tenê her û her tiştên nediyar xeyal bike.











Agir

Géza Képes (1909 – 1989)

Saetê xwe li çarê da,
roj êdî li ber avabûnê bû:
ji pencereyan gurmijek sorî sifrî vedijenî.
Dixwiya lezûbeza herî zêde
veçopiriye:
westayî tramê xwe radiçûrrand,
û otobusê xwe radixwişand pêşve
bi sisto-mistoyî û hejhejokî
mîna gamêşokên avî.
(Dengê wan nedihat
ferqkirin.) Mirovan xwe radikişand
wek mêrîkên hêdîmeş.
Keştiyên sor, xalxalokên hûrik,
dikoşîn jêlilî çemê Tuna.
Ji nişkê rojê tava xwe derda
û agirek bêtixûb li erdê hilkir,
çirûsk jê vejenîn ber esmanan.
Û tavilê hinda bûn ji ber çavan mirov
û dinya, tişt, herrik, dar -
û ez bûm kor, kerr,
min tenê ew dîtin, tenê çirûsk.
Agir - bo kê? Nexu ez dizanim!
Yên bêguneh divê her ezyetan bikişînin
ji ber gunehên erjeng yên serdemê.

Dem lal e

Giuseppi Ungaretti

Dem lal e di nav rûlên naqeliqin re...
Ji belemgehkê dûr belemek bi serê xwe digerrî...
belemvan betilî, naşî... Esman
bûne kendên dûdar...

Bo yên xwe bi rihên bîranînan ve girtî
ketin belkî felat bû...

Wî nedizanî
ku eynî şaşî ne dinya û dil,
ku di efsûneya pêlên xwe de
her dengek dinyawî dê daşkê.










Bo bîranîna Marie A

Bertolt Brecht (1898 – 1956)

Li meha rezberê li sahiyek zelal
bi bêdengî li bin darhilûyekê
min zeft kir hemêza xwe dilbera xwe ya şermîn
û li lêvên xwe min hest bi devek nazik kir.
Û li raserî me, li zelaliya esman
dimeşî ewrek yê min dûr-dirêj da pey.
Ew spî bû û qewî bilind bû
û verevî dema min lê nerî.

Ji hingê niha çendî çend meh
hêdîka veguhezîne paşerojê.
Belkî darhilû hatine birrîn û dibe bipirsî:
pa halê evîna te çi ye?
Û wa dibersivînim: ew êdî ne li bîra min e
lê dizanim merema te çi ye.
Ger rû ji bîra min çûbe,
pirrtir tê bîra min, maç tên bîra min.

Û min dê maç jî ji bîr kiriban
ger li esman ewr neba.
Lê ew tê bîra min, bi herherî dê li bîra min be
yê wa sîs-spî wa bilind.
Dibe hê jî bipişkivin darhilû;
jin belkî dayika heft zarokan be.
Tenê ewr bi tenê kêlîkekê pişkivî,
dema min lê nerî, min dît vedireve.






















Li berava Bretagne

Paul Celan (1920 – 1970)

Hatiye hemûya me dît
da xatirê bixwaze ji min û te:
deryaya bo me şev diavêtin beravê,
xîzê digel me di nav wan re difirrî,
û li jor sor mîna jengê gezikistana
li nav wê dinya li me diqewimî.



















Jaan Kaplinski

Ez dê bêm pêş te ve otobûsa nehê
agirê cigareyê
kirmikek li nav tarîtiyê bi rêyek hêdî ve dixwişe
sîrrsîrrokek bi tenê dibirre
li ber dîwar hevrikiya mirinê dike
kewçêr
mazûyên bêçare li ber pêngavan dimerriçin.
















Evîndar

Octavio Paz (1914 – 1998)

Li nav giya
keçik û kurrik
pirteqalan dixwin maçokan vediguhêzin
vediguhêzin kefa xwe mîna pêlan.

Li beravê
keçik û kurrik
lîmonan dixwin maçokan vediguhêzin
vediguhêzin parçokên xwe wek ewran.

Li nav herriyê
keçik û kurrik
ti nabêjin ranamûsin
bêdengiyê vediguhêzin bêdengiyê.









Bo evîndarek şermîn

Andrew Marwell (1621 – 1678)

Ger me têr heba dem û derfet,
dê ne tawan ba, jinê, ev şermî.
Em ê rûniştina derekê da bipûnijin ka
bo em kîjan rêyê bibijêrin û ka em çawan biborînin
roja dirêj ya evîna xwe. Li berava Gangesê Hindistanê
te dê yaqût bidîtan, min dê li hindav rabûna ava
Humber gazin bikiran. Min dê ji te hez bikira
deh salan, ta tofana avê,
û ta hemû cihû bihatan ser rêya rast
dîsan jî te dê bigota nabe ger dilê te nexwesta.
Evîna min ya siriştî dê geş bûba
ji împaratoriyan mezintir û pirr hêdîtir.
Bila sed sal gorî pesndana çavên te ban, du sedan
min dê herdu memikên te biperestan:
sî hezar bo hemû yên din.
Bi kêmanî serdemek bo her endamek leşê te,
û ji wan ya dawîn dê dilê te nîşan bida.
Jinê, tu hejî hemû vê şerefê yî;
tenê wa ji bilind ji te hez dikim.

Lê ji paş dibîzim herdem erebaneyên bibask
yên demê dilezînin nik, û va li pêşiya me ne
xîzistanên bêtixûb yên herheriyê.
Bêkêr e êdî ji wir li bedewiya te bêt gerrîn,
û di gorra te ya mermerî de jî venajene
vedengê strana min: gorî kirman dibe ew
keçaniya te pirr parastî û dibe ax
ew namûsa bûye kevnjen;
û dibe xwelî gurriya goştê min.
Gorr ciyek delal yê takekesî ye lê
ne haydar im jê ku kes li wir kesî hemêz dike.

Lew niha, ku hê li leşê te
ciwanî mîna xunava spêdeyan e û tê de
çirûskan dijenîne agirê canê te yê coş,
were em herdu bilîzin hê ku em dikarin;
û mîna çivîkên evîndar, yên bûne nêçîra qertalan,
baştir e em aniha dem û derfetên xwe bixericînin,
bêyî em xwe biavêjin bendewariyê.
Were em hemû hêza xwe û hemû şirîniya xwe
têk bialînin da bibe gogek mezin:
û were em bi hemû kêfa xwe bi carekê
deriyên asinî yên jiyanê bipelixînin.
Wiha, madem em nizanin roja xwe
rawestînin, em dikarin wê bidin çerxandin.








Were em bijîn

Gaius Valerius Catullus (84 – 54 bz)

Were em bijîn, Lesbia,
ji hev hez bikin,
çi dibêjin bila bibêjin, mêrên enirrî,
jinên zimandirêj!
Roj ava dibe,
û dîsan radibe:
roja me ya kurt dema carekê ava bibe,
em ê binivin
êdî ranebin.
Bide min 1000 maçan,
paşî 100an,
paşî dîsan 1000an,
paşî dîsan 100an
paşî dîsan 1000an,
paşî 100an.
Û paşî,
ku ew bûn gelek gelek hezar,
em ê wan şaş bikin
daku êdî kes nejimêre
û êdî çavên xirab
dê nikarin ziyanê bigihînin me
madem kes nizane ka çend in.



Du helbest

Paulos Silentarios

Bêkêr e ti kes bitirse
ji tîrên evînê êdî:
Erosê telew meya xwe vala kir min
Bêkêr e ti kes bitirse
ji çengên wî êdî
bi stemkarî wî da ser sînga min
û li ser e û nafirre
perrên baskên xwe hemû werandine

* * *

Ji xwe bike cilan, cana min,
bila em rûs bin
ciyê ti nake
di navbera me
etekê te jî
mîna keleha Semîras e!
Ji xwe bike
bila sîng bigihe sîngê
lêv bigihin lêvan
paşî
bêdeng
tehemila
gazinên evînê min nîne

Helbestên vê berhevokê 7-8/2003 hatine wergerandin.

P E X Ş A N N A M E (6)

Çirok, Kurteçîrok, Novel

P E X Ş A N N A M E

B e ş a Ş e ş e m


Ji 35 hejmarên
Mehnameyê
1 000 rûpel
Pexşana Kurdî




















EZ

Sedat YURTDAŞ: syurtdas@yahoo.com

“Keserên bênav
Hezkirinên bêkes
Û evînên bê berdêl
Li ser milên min bûn...”


Hûn hatin ee!..
Hûn...
Hûn ne bixêr hatin û ne jî ser ser û ser çavên min re hatin. We ne gav bi gav pêl li ser rû û çavên min kir û we ne jî, pî bi pî pêl rohniya min kir û hûn hatin!..
Hûn nehatina çêtir bû...
We rehetiya xwe xira nekira jî dibû. Hûn li mala xwe, di nava odeyên xwe de, li ser balgiyên xwe rûniştana, vezeliyana, we bêqisawet xwe dirêj bikira, geh bixwara geh vexwara; an guhdarî an jî temaşe bikira...
Lê hûn hatin. Bizanibin ku bi hatina we re ne rû û dilê min geş bû û ne jî devê min beş bû. Tu perr û bask jî bi min ve nehatin.
Na!.. Ezê ji we re tu car nebêjim ku cehenema hatina we jî kiriye! Hema hûn xwe bi xwe ji xwe re; bêvexwendin hatin.
Hatinek bi xezeb; xezebeke eşkera û giran.
Ez ji dil bawer dikim ku erdê sar ê zivistanê jî, ji jana we qîjiyaye!..
Lê heye ku hatina we ji hêlekê ve baş jî bûbe. Bi tenê ji hêlekê ve...
Ji ber ku bes hûn dikarin min ji vî qulikê malkambax derxin derve. Berdin nav însanan; nav cîhana rastîn. Qulika ku eve hûn jî dibînin, min gav bi gav difetisîne; min welqe-welqe ji mirovahiyê dûr dixe; heş û aqilê min ê ku heye jî, ji min digire. Qulika ku mejî li min cilq dike. Bi tenê hûn dikarin min ji vê derê bifilitînin.
Hûn; dê û bavên derewîn. Hûn; kesên sal mezin. Hûn; kesên aqilmend û xwedêgiravî bijarte, rêber...
Rêberên pirr-zan; rêberên nezan!.. Rêberên bi rê; rêberên bê rê!.. Rêberên kûr, rêberên kor; korên ku bi gavekê şûndetir jî nikarin bibînin!
Hûn ku îro raste rast bûne xwediyê her livîna min. Hûn ku bûne xwediyê serwextî, destnîşan û hemû biryarên min.
Ha ho, ha ho!..
Ezê serê xwe li dîwara xim!
Ezê sînga xwe biqelêşim.
Ezê cilên xwe wesle-wesle bikim!
Ezê raste rast bi çolan kevim!..
Har bibim û bi canê xwe kevim. Lê heye ku bi canê we jî kevim.
Ku êdî ne bi tenê biryar, hemû pêngavên min, hemû kesayetiya min, hemû livîna min ketiye bin bandora we. Bandora we ya bê wijdan; zulimkar; neheq...
Hela lê binêrin!.. Tev ji rûyê we ye. Ez yekî gihîştî, bi salên xwe ve xama; xwenda, li gor hemû pîvanan zana bim, lê êdî ez nikaribim ku bê destûra we bêhna xwe bigirim an berdim. Bê destûra we ez nikaribim derkevim; herim, rabim, rûnim; emrê xwe yê bêkêr temam bikim. Canê xwe yê ku bûye bar; ji laşê xwe rizgar bikim. An ji van deran herim, serê xwe bigrim û ji binî ve biçim!..
Nizanim...
Bawer bikin ku ez qet nizanim, ka hûn ji min çi dixwazin?
Min çi kirîye bi we?
Çi xisara min gihaye we?
Tehda min li we çi ye?
Çi wext?
Li kêrê?
Bi çi awayî?
Min ji we kî êşandiye?
Çavê we li çiye?
Di niyeta we de çi heye?
Hûn çima min fahm nakin?
Ezê hîn çendik û çend caran ji we re bibêjim ku tu tiştekî min tuneye? Ez başim. Heşê min li serê min e. Evana destên min in; evana jî tilîkên min: Du dest û deh tilî. Belê, gava ez qise dikim, -qiseyên ku li gorî we vala ne!- destên xwe li ba dikim. Lê ev xûyekî min e. Hûn jî dizanin ku di dinê de herkes li gorî wî xûyekî wî heye. Hinek çavên xwe dişkînin... Hinek lingên xwe dilivînin, hinek jî tizbiyan dikişînin an lêvên xwe dialêsin. Xûyê min jî, ez dema diaxifim destê xwe li ba dikim.
Heye ku hinek sedemên din ên destlibakirinê jî hebin. Lê ev beriya her tiştî zimanê laşê min e.
Ma zimanê laşê we tune ye?
Gelo ma laşên we bê ziman in?
Bawer bikin ku zimanê laşên dara, zimanê laşên mara, zimanê teyr û tilûra jî heye.
Ma hûn jî gava xeber didin serê xwe li ba nakin!
Çavên xwe yên beloq zîl nakin!
Rûpoşan, -rûpoşên ku bi kenên bêxwê hatine hûnandin- qat bi qat bi ser rûyên xwe de nakêşin?
Zimanê xwe yê mîna dûpişkan bi gotinên şîrîn naxemilînin.
Dema rûyê we dikene, hundirê we ji xirabiyê û ji nifiran nayê xwar?
Ma ez nizanim ku hûn çi kesên hostayê veşartina mebest û ramanên xwe yên hundirîn in!
Wergê, bere-bere dev ji destên min û libakirina destên min berdin! Êdî hûnê careke din çavên xwe yên nixêl nekutin destên min?
Eşkera ye ku cihekî we pê naêşe.
Ma wê derzî di laşê we de biçin?
Tiliya min nakeve rohnîya we û we kor û ema nake.
We nake ber desta; nake parsekên nava mala.
Ez ji pahra we naxwim!
Ez ji emrê we najîm.
Emr, eve emrê min e.
Qismet jî, ji kîsê Xwedê!
Beleheq û belesebeb hûn çima ji min nagerin?
Dev ji min bernadin?
Ji stûkura min nakevin?
Hûn her yek bûne loqek û di stûyê min ve aliqîne. Ez nikarim we bikşînim. Ez nikarim we bi xwe re kaş bikim; hilgirim, daynîm. Êdî tu qewet di min de nemaye. Tevlî xwînê qewet jî ji min çû. Xwîna ku hûn jî mîna gelek kesan ji canê min û ji pêçekê vir de ye ku mîna kêzikên xwînmij, bêeman dimijin.
Lê êdî qediya. Ji binî ve qediya. Bêdengiya min, aramiya min, bêhelwestiya min, masûmiyeta min. Na, na! Bi rastî jî kertiya min a eşkera qediya.
Belê belê, gelekî zehmet bû. Lê dîsa jî bi saya serê we, bi saya gotin û helwesta we, we tev bi hev re; bi hevkariyeke tund we dawî lê anî. Êdî ezê li hember we bi rawestineke dîyar nîşan bidim.
Bi şiklekî vebizav. Bi şiklekî vekiri û zelal...
Ezê êdî tu tiştekî neavêjim hundirê xwe, avêtina min a hundir jî kuta bû. Dizanim, ez dereng fêr bûm. Lê ez baş têgihîştime ku avêtina min a hundir kêmanî, nexweşî, jarî û qelsî bû. Sedemê her cureyên derdan. Sedemê tirsê. Sedemê windakirin; sedemê windabûyinê.
Gotina min ev e, ku min perda rûyê xwe yê fediyok bi carekê de çirrand. Ji bo min “şerm” êdî peyvek gelekî kevnare ye û li dûr, li paş ma. Wek gotinên goyendeyan, ne di cihê zirav de lê dixwaze bila di cihê stûr de jî biqete, ew bi kêfa xwe ye. Tiştên xerabûyî heya ku ji binî ve hilneweşin, çênabin.
Mîna hûr û pizûrên li ber lingên min; mîna hûrên telefona desta ya şikestî, ya perçe-perçe bûyî.
Pirsên di awirên we de ne, bi awakî eşkera dixwînim. Belê, min xwe bi xwe; ji kerba xwe, ji qehra xwe, ji hêrsa xwe, ji êşa dilê xwe, ji ber halê xwe; lê ji ber neheqiya we, telefona xwe ya desta hilda, bilind kir û heya ku Xwedê qewet dabû min, min ew li bin guhê erdê xist. Teqîniyek wisa bi ser ket ku dengê wî di korîdoran de olan da. Ji dengê wî gelek kes veciniqîn.
Welê bi çavên tijî pirs li min nenêrin. Bû sê felq. Her felqeq bi alîkî ve çû. Lê dîsa jî dilê min pê rehet nebû. Min carek din dest avêtê û ji felqan dudo jê hûr nebûn, lê ewê sisêyan cîtî-cîtî bû. Ku êdî tu car wê bi hev ve nezeliqe.
Min xwest telefon bimre. Min xwest êdî tu kesek nikarîbe li min bigere; çi gava dilê wan bixwaze bila êdî negihîjin min. Min xwest ku êdî dengê tu kesî nebihîzim. Min telefon bi zanebûn kuşt!..
Dûrî min herin! A berê çû. Bila di heşê we re jî derbas nebe! Êdî ev rûyê min ji bo şîrmaqên we ne rawestîya ye. Êdî nahêlim ku tilîka we bi min bibe. Erd û ezman di ser we de tînim hev! Heya niha we çi kir û çiqas li min xist, ew ji we re ma. Ew kara we ye. Lê tev li ser hev, êdî bi şûnde ma.
Belê, gelek salin, demeke dirêjê ku ez nediwêriyam ku ya dile xwe eşkera bikim. Lê êdî qet nagirîm... Axînan jî nakşînim. Bi tenê lêvên xwe bi hev ve didirûm, birûyên xwe bi hev ve dizeliqînim û çavên xwe jî raste rast dikutim nav çavên ewê/a li hember xwe. Heye ku pêşte gav neavêjim, lê bi şûnde jî qet û qet naçim. Mîna singekî kutayî di cihê xwe de disekinim. Na!.. Xwe venaşêrim. Xwe nadizim û xwe naxapînim. Baş dizanim terbiye û edeb ne serîtewandin e. Mêrxasî ne secdebûn e. Ger bikevim, bimrim jî wê teriya min bilind be!
Min bibexşînin ku ez êdî ne bi dizî an di qulikên nepen de, li her derê, li ba herkesî û bi ya dilê xwe cixare dikêşim, gotinên eşkere rêz dikim. Ramanên xwe bi dengê bilind belav dikim. şîroveyên xwe gotin bi gotin kat dikim.
Minâ pismamê xwe yê çûyî; yê winda...
Ew pismamê min ê ku çavên xwe ji tu tiştî û ji tu evdî nedikuta û neditirsiya. Xwezî bi dilê wî. Ew ji bo min mînakek bû. Rêberek. Di jîyana xwe de, min gelekê caran ew aniye bîra xwe. Min gelekê caran ji xwe pirsî:
“Gelo aniha ew bûya, wî dê çi bikira?”
“Wî dê çi bigota?”
“Wê çawa biliviya?”
Lê pirsa min a îroyîn; “Gelo aniha ew li kêrê ye?”
“Di vê gavê de çi dike?”
“Birçî ye an têr?”
“Pê sar e an germ?”
“Payîn e an raketî?”
“Westiyayî an li ser xwe ye?”
Zimanê min nagere ku bibêjim, lê ji ber ku ev bûn şeş sal, min tu xeberek jê negirtiye: “Sax an nesax?”
Du sê roj berê bû. Ez çûbûm goristanê. Goristana Gundê Nû. Çûm ser gora Kalo, Pîrê; ku min jî jê re digot Dayê. Apê Melle û Ewasê Hesin. Ewasê ku bi derbên xayînan hat kuştin. Ewasê ku bi destên xweneşûştiyên birrîyan hat kuştin...
Çavên min tijî bûn. Na, ji Xwedê ve jî eyan e, ne ji bo miriyên malbatê û ne jî ji bo şehîdan. Çavên min bi dara tuyê; wê dara ku pismamê min Aydin li ser gora Ewês, du sê roj beriya çûyîna xwe, bi destê xwe erd kola û şitila wê tê de danî... Û dora wê bi axê tije kir, dewisand û av dayê... Ew dara ku niha bi hemdê xwe gir bûye.
Hêviya min ew e, ku wê rojêk bê, ezê careke din li ber wê dara tuyê bi pismamê xwe re ji rojên buhurî, ji rojên zaroktiyê, ji rojên çiya û çolan bi saetan biaxifim.
Hema mirin heye bila wê gavê be... Xîlaf qet tê tune ye ku min bi qasî erd û ezman bêriya wî kirîiye. Kî çi dizane, heye ku ew îlacê dînîtiya min bi xwe be...
De rabin; rabin û herin. Yek li eniya we, bîst û pênc li pahniya we. Min bi tenê, bi ya dilê min re, bi evîna min re; bi evîndara min re bihêlin. Evîndara min a ku başebaş haya wê ji min nîn e. Evîndara mina ku gelekê caran di rengê rojê de, di rengê heyvê de û car caran jî mîna bûka mirinê xwe şanî min dide. Heye ku rojekê ez wê bûkê neşkînim û bidim pey banga wê, pey vexwendina wê...
28 Adar 2002



















Helelûya!

Sedat YURTDAŞ

Ne hêsan bû. Lê tu çareyek min jî nema bû. Kî di şûna min de bûya, wî yê jî eynî tişt bikiraya. Ya min ê kumê bêxîretîyê; kumê bêolîyê, kumê bênamûsîyê bidaya serê xwe û di cihê rihet de, bele heq û bele sebep, di vî emrê xwe de bûbûma minafiqek, muşrikek, kafirek û li qûn runiştama, yan jî divê min biryarek bida!
Ma çima çi bûbû ku min ê di vê dawîya emrê xwe de cilla xwe bi destê xwe li cahnimê raxistaya! Ez bêgav mabûm. Na! Tu rê nemabû. Ne mimkûn bû ku welê jî bimeşîya.
Min pirr jê re got. Ne carek ne dudo ne sisê, ne deh û ne jî sed...
Ma min bi tenê...
Dêya wî, xwişk û birayên wî, xwezûr û xwesî, ap û amoj, xal û xaloj; pismam û dotmam, heval, hogir, nas, nenas û xerîwên heftê bavî...
Hima herkesî di taxa xwe re jê re got. Lê wî fillehî tu li gotina kesekî nenihêrî û qisên tu kesekî nekir serê xwe. Ya xwe, bi biryarî domand.
Lê ez fêhm nakim ku ev lawuk çawa welê herrimî. Wa bû mişk û ket nava parîyê me!..
Zanîna ku ez dizanim, dêya wî ya feqîra belengaz di halê xwe de, bi nimêj bi avdaz, bi dia bi tizbî û bi rocî... Xwedê gunehê wê neke hustîyê min, Welleh, ne ku ew pîreka mine ez loma dibêjim, lê wê cuhanikê di jîyana xwe de tu xiltî nekirîye. Ew bixwe ne li vira ye, lê Xwedayê wê di ser me re ye. Zarokên dina çiqas ji pişta minin, ew kafir jî ewqas ji pişta mine. Lê wî şîr heramî çima wanî kir, ez qet pê dernaxim.
Min çi guneh kiribû ku Xwedê ev bela derxist pêşîya min. Min bi kê, çi xerabîyek nedîtî kir ku heyfa wî ji min tê sitandin. De ka ez nizanim ku ez rêya xwe ya xwarbûyî çawa rast bikim. De were were!..
Qey tiştê ku mirov bi carekê jê bitirse; xwe jê biparêze ew tişt di dawîya dawîde diqewûme; tê serê mirov?
Ez heft heşt salî bûm. Mala me hîn li gund bû. Diçûm ber kar û berxan. Lê car caran jî bavên min ez dişandim ber destê xoceyê gund û wî jî elifbê dida ber me. Xwedê rehma xwe lê bike. Piştî heft-heşt salan şunda çu ser dilovanîya xwe. Wî wê çaxê, di nava derseke de, nizanim mijar çi bû, lê hima bi carekê de got;
“Her gîya li ser rêçika xwe şîn tê”.
Hûn dizanin, mirov ji hinek tiştan bawer nake! Ez bim ez ê jî, jê têkevim şikê. Lê bi wê paqijîya zaroktîya xwe, bi wî dilê xwe yê saf, min ji wê gotinê çiqas hez kir. Hew bê bes! Bi wê gotina goyendayan dilê min çawa fireh bû ku min ew gotin çendik û caran di hundurê xwe de dubare kir. Mîna diayekê, mîna werdekê, mîna hêvîyekê. Bi wê gotinê re xweşbînîyek aşkere li nava heşe min, di nava dilê min de belav bû. Pê ewle bûm. Min jê hêz wergirt. Bi xweşbînîyekê mişt tije dibûm.
Lê bextewarîya mina bi vê gotinê pirr zêde neajot. Bi çend roj şunde, xoceyê min û te, dîsa di nava dersekê de, hima ji nedîda, îcomê got;
“Ji pelîya welî û ji welîya jî pelî dikeve!”.
Xwedê heq û şahide, bi bibihîstina vê gotinê re ez veciniqîm. Wa eynî ji cîhê xwe holî ser xwe bûm. La ilahe illellah!.. Ya Rebbî ev çi bû? Tu were ji xwe re li vî şuxûlî binêre. Ez sar bûm, bi hemdê xwe ve sekinîm. Ev gotin çiqas bi min nexweş hat. Dilê min çawa li hev ket. Ewlebûna min çawa hejîya! Reşbînîyêk çawa li ser heşê min belav bû. Rengê min guherî!
Min di hundurê xwe de, bêyî ku êdî li Xoce xwe guhdarîbikim, herdu gotin dane ber hev. Dor bi dor dubare kirin. Tereddut tune bû, ku ger gotina yekemîn rast biba yê duwemîn nerast bû; ger yê duwemîn rast biba yê yekemîn...
“Xwezîka ev gotin nehatibaya gotin.”
Lê hatibû gotin!.
“Xwezîka min nebihîstaya!”
Lê min bihîstibû!
Hêna jî dibêjim, xweska wê rojê lingên min di nîvê xwe de qît bûbûya û bişikîya û ez neçûbûyama dersê û min ew gotin nebihîstaya.
Hêna wê gavê, bi sehkirina gotina dudoyan re xofek nehênî kete nava dilê min. Min ji wê rojê û vir ve her çi çax li kêrê ji wan gotina yek bihîst, ku yê din jî dianî bêrîya min, bû gurpe gurpa dilê min û tama devê min aşkere tahl bû.
De ka ez ji ber çi wê gavê welê difikirîyam û ez hêna jî welê difikirim, nizanim. Lê di quncikekê fetlokên mejî yê min de tirsa roja ewulî, îro jî zindî ye. Mîna ku min dizanî bû wê rojeke ew gotin derkeve ser rêya min û bibe enînivîsa min a reş.
Vêga jî diramim ku, heyf mixabin herdu gotin jî ji hevdu rasttirin! Li gorî min, weka ku ez li ser rêça bavê xwe yê mumîn şîn bêm û mîna ku lawê min ê rezîl jî weka “pelî”yekî ji min bikeve. Ji ber vê yeke min biryara xwe da!..
Ez çi bikim?
Ez du cara li ser hev çûme mala Xwedê. Min ew erdên pîroz tewaf kirine. Bawer bikin ku dimin de tu xerabî û tu hestên neçê nemane. Ez herdu caran jî, heft carên xwe li dora Mekkeya munevver doş bûme. Min wecê xwe li Hacer-ûl Eswet daye. Min li ser Arafê quçên nîyetê ava kirîye. Min ne bi tenê gunehên xwe, min hêsir li ser wan erdan barandine. Min şeytan ricimandîye. Min şaşik daye serê xwe. Waye li serê min. Min rêhê xwe ku êdî tevda sipîye, dirêj kirîye; ez bûme sofîyek, mûmînek, mûrîdek xêrxwazek, hecîyek bi rêk û pêk. Waxtek nimêjê, rojek rocîyê bi serê min e. Ev bi salana ku ez ne çûme qahweyekê, destê min bi kaxizan nebûye. Min tu li tiştekî heram nenihêrîye, dilê min nebijîyaye yeka nemheram. Bi serê min û bi serê zarîyên min, min tu xirabî bi kesekî nekirîye. Lê mixabin min nedikarîbû ku lawê min ê ku ji canê min, ji xwîna min, ji pişta min e, li ber çavên min rasta rast bibe gawûrek, bibe doqoyek û ji der dorê xwe re, ji dînê Mihemed re bibe dijminek!
Xwedayo tu çêbikî!..
***
Jibo min jî ne hêsan bû. Lê tu kesek nizane ku ez ketim tengasîyek çawa nexweş; giran, reş. Hîn jî, ku dema tê bêrîya min, canê min bêtarîf pê diêşê. Çavên min reş ve diçin! Ji xwe hêrs dibim. Ji mirovahîya xwe, ji kesayetîya xwe durdikevim.
Lê ez çi bikim?
Mîna ku her cara ku dêya min ji Xwedê Teala nîyaz dike, bila bela wî, ji ber lingên wî rabe!
De hûn nizanin! Ma ka wî zalimî tu rû û rûmet bimere hişt! Ka em weka berê dikarin derkevin nava milletê, di civatan de rabin-runin, xweş-bêş bikin, bikenin!
Na!.. Welleh na!.. Bîlleh na!..
Wî em tev bi hevra kirin pêkenînên xelkê. Em ji qîmetta xistin, serê me xiste ber me. Em rûswa kirin. Lewra di dawîya dawîyê de, min jî guh da gotinên rusipîyan; biryara malbatê, biryara bavê xwe; yanê, guh da emrê dînê me yê pîroz!..
Ez jî dizanim, ew birayê minê mezin û nixûrîyê dê û bavê me ye. Di navîna me de bi tenê du sal heye û em bihevre mezin bûne. Me di eynî hevşoyî de kirasên li ser xwe çirrandine. Çûne ber golikan. Di eynî sêrgoyî de bi kapan listîye. Havîna di taldeyen de zivistana jî di eynî berberojkan de, bi hekan, bi gogê bi dakan lîstîye. Li ser erdan birrê; li neval û gelîya seyd kirîye.
Kes wî bi qasî min nasnake. Em bi ruhê hevdu dizanin. Dizanim ku ew kesekî dil pak, dil tenik lê pirr û pirr jî jar e. Zatî ji ber vê yekê her carê xwe dide rexekî, xwe nezî hineka dike û bi wan re dilive. Lewra kalê me yê rehmetî carekî jê re gotibû “Singê nava kayê!”
Di serê ewûlî de, hîn mala me nûh hatibû bajêr, çû nik welatparêzan. Şev û roj bi wan re rabû runişt, girt û da. Çavên wî bêyî wana kesek nedidît. Ji bo wî, mîna ku dinya qul be û ew bi tenê tê re hatibin. Êdî welê bûbû ku hinek şevan nedihat malê. Lê dema kû êrîşê bê ser û ber destpêkirin. Ne got rojnamevan, ne got nivîskar, ne got belavkêr, ne got naşî-yextîyar, xwe hêdî hêdî bi şunda kişand. Li gorî xwe hinek sedem jî dît û li pêy hev rêz kir.
“Ma ka mîna wan dibe? Em çiqas xîret bikin, bişuxûlin, çavê xwe jî derxin, ji bûyêrekê herîn yekî din, li pêy nuçeyekê herin nuçeyekî din û ji westa zimanê me jî derkeve derve, jî tîna dev û lêvê me jî zuha bibe, ji birçîna zikê me bike qure qur jî, li gorî wan bi kêrî tiştekê nayê. Herkes encax bi mirinê re tê te teqdîrkirin! Ez êdî naherim!”
Got û neçû. Çend caran hatên pêy wî, li mal û li derve gelek caran bi hevdure axifîn lê careki din neçû cem wan.
Zatî hima hima di wan deman de bû, rîkoyên xweneşûştî hêdî hêdî derdiketin holê. Berê di çalakîyên darebe girtinan de, darabeyên xwe negirtin. Dûra, him dikanên xwe vekirî hiştin û him jî hinek kasetên olî yê cîhadê dane ser teyîbên xwe û bi dengê bilind lêdan. Demekê şunda jî dest bi erîşên ser welatparêzan kirin. Di destpêkê de, bi tenê bi kêr û satoran erîş dibirin ser wan. Lê çend meh şunda êdî mêrkujên wan, “tetikçî”yên wan derketin holê. Êdî welê bû bû ku roja ku li bajarekî an li navçeyêkê bûyêrek neqewûmîya tûne bû. Roj bê kuştin, bê mirin, bê lihevxistin nedibûhurîn. Hinek rojan heye ku deh kes li erdê dixistin. Êdî wer bûbû ku kes ne diçû ser meyîtê kesekî. Term carina bi saetan li erde, li cîhê erîşê diman. Hinek cinaze bi tenê bi tevlî bûna kesên malbatê re binerd dibûn. Civat mîna ku bi saxî ketibe gorê. Kesî nediwêrî bû ku li kesîkî din bipirse. Serlêdana sersaxîyê jî ji holê rabû bû bû.
Kekê min û te eynî di wan dema de zewûcî û mala xwe bir nik mala xwezuranên xwe. Demekê bê jin û mala xwe guhê xwe neda tu tiştekî. Hima bibêjin, em tev ji bîra kirin. Lê li wêrêjî, ji ber ku berê di rojnameyan welatparêzan de xebitîbû tahm tê nedanê. Li dorê çûn û hatin. Tirs lê firandin. Gef lê xwarin. Heya ku haya me jê çêbû êdî rasta rast ketibû navnîşên wan êmirinê. Li ser vê yekê ez û pismamekî xwe çendekê çûn hinda wî, lê me mêzekir ku rewş gelek xirabe. Me ew jin û lawê wî yê pêçekê, tevlî mala wî girt û ji wêrê anî bajarê ku em lêne. Me nêzî mala xwe jê re xanîyek kirê kir û ew bi cîh kir.
Di wê navberê de, me dît ku kekê min ê hêca, limêja xwe ya ku bi salan dev jê berdabû bi carekî din dest pê kiriyê. Li ser vê rewşa xwe jî, carekî din bû berdilkê bavê min.
Bi vî halî çend salên malkambax dane pêy hev. Gelek law û keçên bav û dêyan di çol û çîyan, deşt û zozan, gelî û şikeftan da; hatine kuştin, mirin, birîndar bûn û hatine girtin. Hinekan li ber xwe dan, lê hinekan jî bi xwe de berda; lixwe mûkurîn. Ji wana hinekan tew qîma xwe bi mukûrînan jî neanîn û bûne qesasên hevalên xwe, piştgirîyên xwe, nas û malbatên xwe.
Di wan dema de li seranserê welêt, şop li nava hev ketin û tevlîhevîyen nedîtî çêbûn. Birayê min delal jî mêzekir ku rewş xetere û nameşê, jin zarok û mala xwe girt û berê xwe da bajarê sereke yê welatê deryayê.
Li du barkirina wî re bi qasî sal û nîvekê me hev û du nedît. Hew, car caran me bi telefonê halê hev dipirsî, ji hev û du haydar dibûn. Lewra gava me di derheqê wî de hinek tiştin tore bihîstin, du salê wî li qedandinê bû. Dîsa jî me berê di ser guhên xwe re avêt.
Ma eceb bû ku birayê me yê bi limêj û bi avdaz dest ji dînê Mihemed berbidaya?
Me bi, kurûpistan bawer nekir. Lê herçî ku diçû xeberdan zêde dibûn. Me mêzekir ku na, nabê. Carekî din ez û pismamê xwe, me da rê û em çûne cem wî. Li dora wî çûn û hatin, me jê pirsî û nerî ku erê... Me baş fêhm kir ku tiştê ku di derheqê wî de dihatin gotin tev rastbûn.
Em şaş û fahş man! Me ne dizanî bû ku em çi bikin. Me belkî bi dehan cara bi malbata xwe, xasimo bi bavê min re axifîn. Di vê navberê de bi qasî bîst rojkî derbas bû. Me û wî her rojên Xwedê da ber hev. Lê wî zalimê zalim ji a xwe nehat xwar. Me çer kir, çilo kir nehat rê. Di dawîya dawîyê de bi biryara malbatê, me ew tevli zarîyên wî û mala wî avêt ser kamyonekê û me ew carekî din bi şunda, ber bi bajarê xwe ve anî.
Lê wî yeka xwe nikir dudo. A li ser van bûyêran, malbatê jî ji bo cezadayîna wî biryar girt. Û peywira bi cîh anîna jî dane min.
Bavê min ê sofî, ku bi destê xwe, bi çavên xwe yê hêsir tije demança çardexur da min weha got:
“Nebî nebî tu berîya derb berdanê ji bîra bikî, ku sê caran wî vexwînî ser Dînê Mihemed! Sellî Ela Seyyîdîna Mihemmed.”
***
Weyla!..
Bext û text tûneye!
Bi tenê ez û Xwedayê jorin dizanin ku min çi kişand û ez çi dikişînîm!
Her çiqas ku birayê min, gotina kalê me yê rehmetî, “Singê nava kayê!” bi bîr tîne û min pê diwesfîne jî, ji heman kesî bêhtir birayê min dizane ku ew gotin bi tenê carekê hatîye gotin û ne raste. Ji vira û heta mala Xwedê ew gotin bi min ve naşibe. Ew jî baş dizane ku ez singê nava zinara me. Lê mixabin ez gerrokekî aramîyê, gerrokêkî dilpakîyê me... Min daye pêy bêdengîyê, zelalîyê, safîyê. Min daye pêy ronkayîya dil; min daye pêy xewnên zaroktîya xwe û di wê şopê de, hêdî hêdî dimeşim. Lewra ez îro di pêy gelek geremolan, şîpan, bahozan re haş bûme; şa bûme; bextîyar û bi xweşbînî me.
Bila dev ji min berdin. Ez ji wan tiştekî naxwazim. Ne çê, ne jî neçê! Bila, min tun-ne; bila min mirî, bila min nebûyî hesab bikin. Lê na!.. Sed car bi navê Xwedê bi navê Xwedê na!.
A ku wan anîye serê min, dijmin nayînin serê dijminan. De ka ez hima çend tiştan bibêjim ku hûn jî, guhdarî û bawer bikin.
Dema malbatê ez û xanima min û herdu zarokên me, mîna hêsîran, ji bajarê deryayê bi zora gurmist û çoyan anîtin vî bajarî, dinya li serê min tarî bû. Wan bi çavên serê xwe jî dîtin ku, li wêrê, karekî min, qezenca min, heval û hogirên min, olbendên min bê kêmanî hebûn. Tu tahdeyeke min digihîşt wan. Nan û ava min ji wan nedihat xwestin. Çê xirab, min ji xwe re rêyek dabû ber xwe û ez tê de diçûm. Ku hîn jî, di ber dilê min de, ji her tiştî bêhtir, ev rêya mina ku, min ji dil pê bawer kirîye, dizelike. Lê malbatê, lê bira û pismamê min, heya ku qewet di wande hebû pihîna xwe lê xistin, jîyana min û yê jin û zarokên min tev bihevre tiro-viro kirin û dev jê berdan!
Lê ji ber vê yekê jî, min serê xwe li ber bêbawarîyê netewand.
Belê. Malbatê bi darê zorê ez ji bajarê deryayê bi kamyonekê anîtim şunda, bi tevlî gelek guftûgohan re li serhev civîyan. Dadek bi dilê xwe, lê dadek derewîn avakirin. Ez bi bertawanî girtim hemberê xwe û ez darazandim. Tev bûbûn savcî, tev bûbûn hakim tev bûbûn kesên zana, nûner, ehlî zanînê!
Hukim hukimê wan, lê hustî hustîyê min bû.
Tew li min guhdarî jî nedikirin. Gotinên min mîna jahrîyê tesîr dikir li ser wan. Ne dixwestin ez devê xwe vekim, bibihîzin. Hebûya tunebûya ya wan rast yê min xwar bû. Ya wan birra, yê min bi virra bû. Ya wan ji dil yê min bi dekan bû. Ne ji tirsa lê ji ber neheqîyê, a wa di her çavikên çermên min re xwîdanê dilop bi dilop xwe dida der. Ji çenga min, ji nava sînga min, ji bin çengên min û ji nava qolincên min mîna avzêman xwîdan diherikî.
Wê rojê, geh bi bergeran geh bi tirs firrandinan geh bi gotinê xweşik û nermik geh bi tazîrên bişid, geh bi bûrandin, bi qîrandin û bi xirecir ez mîna sêwîyekî, mîna hêsîrekî mîna kesekî berdaliqandinê ez ji mala dadgehî hatime avêtin. Destê min û jin û zarokên min ji hev du kirin. Ez li bajarê xwe, li taxa xwe, li cîrantîya bavê xwe bûme rêwîyekî hustîxwar. Bûme penaberekî rasteqîn.
Bi qasî çend hefteyan ez mîna kesekî bêkes bê zar û zêç, bi tena serê xwe ji qullika mala xwe derketim çûm dikana xwe û ji wêrê jî bi şunda vegerîyam. Lê malbata min a adaletperwer nihêrt ku ez dîsa jî xema naxwim, rabûn, herdu zarîyên min, ku ji wana yê duyemîn hîn şîrmije, bi şunde anîn avêtin ser min û çûn.
Raziqê rizkan Xweda ye! Kes ji pahra kesî naxwe! Min dîsa li ber xwe da. Lê wan qima xwe bi vîya jî neanî. Dawîya dawîyê rojekê ez pê hesîyam ku, malbata min, bê min dadeke din ava kirîye û di tunebûna min de ez carekî din darazandime. Dadgehê vê carê birayara kuştina min daye û peyvir jî bîye pahra birayê min ê piçuk ê leheng(!) ku ji min re dibê Singê nava kayê!..
Xwedêyo tu mezinî. Kesek ji te mezintir tuneye. Tu dibînî, tu dikanî. Ê çêke jî tunî û ê xirake jî... Te çi nivisandîye ew ê bi cih bê. Tu kes bila nebêje, ez ê çêkim, ez ê bikim, ez ê... nizanim çi...
Erê erê!.. Xwedê heye xem tuneye!..
Min biryara kuştina xwe bihîst şunda jî, qet tiştek nekir. Min bi tenê xwe parast Rebbê Xweyê dilovan û Mesîhê wî. Ez mîna her gav çûme karê xwe û hatim. Li malê bi herdu zarokên xwe re waxta xwe bûhurand û îbadetê xwe re xerikîm.
Rojekê ya kar rawestandinê bû. Bêyî ku hay û baya min ji felekê hebe. Ez ji bo îbadetê xwe yê hefteyî hêdî hêdî ber bi dêra xwe ve meşîyam. Di nava kuçên tengê fetloke re diçûm. Di qorzîyekî kuçê da pênc şeş polêsên sivîl hatin pêşîya min û ez sekinandim. Heya ku wan got, “Navnasa xwe derxe, mezekin!” Heya ku min got, “Çî ye, ma çi bûye?” li pêy min şîrqînîyek hat.
Min û polêsan tev bi hevra li wê hêlê mêzekir. Dîtina ku me dît. Ji yekî reşotankî dirêj demançeyek reş mîna mara ketibû erdê û wî xortî bi qasî sanîyeyekê li pişt xwe li alî me nihêrî û xirp û bazda. Qorzîyek lixwe bada û wenda bû.
Çend polêsan bi lez û bez dane pêy wî xortî, dudo jî li nik min man. Lêpirsîna xwe domandin.
Min xortê li pêy xwe, xortê bi demançe, xortê reşotankî, xortê reng mar, xwedî peyvir, qasidê birayê xwe, singê zexm naskiribû. Lê min tu tiştek ji polêsan re negot. Min ew jî mîna yê dina hewaleyî Rebbê Xwe yê dilovan kir.
Polêsa dema ez sax kirim, ji ser min îlahîyê ku min ji bo cemata dêrê nivîsandibû derketin. Nivîsên li ser rupelên sipî, bi zimanê Kurdî bûn. Ji ber vê yekê, bi heyecanekî ez di desta girtim û birim qereqolê.
Dura baştêgihîştim ku ez wê rojê bi xêra polêsan ji mirinê filitîme. Ji mirina destê bira! Jimirina biryara malbatê. Ji mirina biryara bavê min ê ku du caran ser hev çûye hec tewaf kirîye! Bavê min ê dê Fille.
Belê. Wan negot lê ez ê bibêjim. Pîra min fille bû. Ji fillên ku, di dema serê sedsala bîstan de ji serê şûr filitîbû, ji wan bû. Ji alî kalê min ê rehmetî ve lê bi xêra xweşikbûna xwe hatibû xelaskirin..
Na. Bila tu kes nebêje ku min ola xwe ji bo nan û navê dinyê guhertîye. Raste kesên welê hene. Lê mixabin ew him gelek kêmin û him jî di gelek waxtên kurtta dev ji bêşdarîya cimata me berdidin.
Min bawer kirîye. Ez di nava dilê xwe, di nava mêjîyê xwe de hîs dikim. Mîna gelek kesên din. Kesên dikandar, kesên xwenda, kesên welatparêz, kesen aşîtîxwaz... Bi tenê min pirr û pirr bêrîya hevala xwe, helalîya xwe, xanima xwe ya rû heyv kirîye.
Yan na, bawer bikin ku di nava lêvê min de, weka ku min bi zimanê xwe yê zikmakî nivisandîye:
“Canê min pesnên te dide
Dilê min ji te ra zikir dike
Tu yî evîna canê min
Rebbê Îsa tu Xweda
Halelûya
Halelûya ji mezinayiya te ra.
...”
05 Tebax 2002












Nerîmankê!

Sedat YURTDAŞ

Li ser girtin û darizandina wan re sal û nîvek derbas bûbû. Li pey gelek danişînên dûdirêj êdî hatibûn ser ya dawîn. Parêzgeran parastinên xwe yên gotinkî û niviskî dabûn mehkemê. Dema biryarê bû. Di usila dadê de gotina dawî ya tawanbaran bû. Ji bo wîya jî serok-dadgeh heqê gotinê dabû wan. Bersuc pênc kes bûn. Her pênc jî li hember miqamê dadgeran li ser sendelîyeke textîn î dirêj bi tirs, bi kelecan û bi bêçaretîyeke giran rûniştî bûn. Li herdu alîyan û li paş wan leşkerên pik î bi çek hebûn. Lê dîsa jî wan bêyî tawanbarê ku li alîyê çepê rûniştî, car caran stûyên xwe yên ku bi hêvîyên nîvmirî dirêjî jor kiribûn, di nava leşkeran re dizivirandin ser temaşevanên dadê; bi çavên revoke û bi bişirînên xem-tije li wan dinihêrîn. Salona dadê bi temaşevanan tije bû. Kom û kulfetên tawanbaran bêyî zarokan tev di salonê de bûn. Tirs û kelecanên wan ji ya tawananbaran jî zêdetir bû. Xofa dilê wan, ceza girtina lêzimên wan bû. Çavên geleka bi hêsir, devên wan ziwa bûbû. Xwezî di qirrika wan re nediçû xwar. Gurpe-gurpa dilê wan bû. Lepek mabûn.
Ewilî tawanbarê serê çepê, tawanbarê ku di danişînan de serê xwe ji ber xwe ranedikir û li dora xwe nedinihêrî, rabû pîya. Emrê wî ne zêde bû. Lê di nava du salên dawîn de keti bû. Çavên wî yên bi tirs vekişiyabûn kortê û porê wî yê nîvqir lê gijgijî bû. Serê gavê bi zimanê xwe, lêvên xwe yên ziwa şil dikir. Ji bo sextîya dengê xwe çend cara li pey hev kuxîya. Bi dilêrî xwe da hev û di bin çavan re li alîyê xwe î rastê, li hevalên xwe mêze kir. Li lingên wan, li dest û li çokên wan; li reşên wan mêzekir. Lê dema çavên wî hatin texma çava, çavên xwe revand. Wekî her car dixwest ku bila wê gavê erd biqelişe û ew jî teketayê. Ji ber ku mîna navê xwe baş dizanîbû ku sedemê vî sucê giran; girtin, binçavkirin, hepiskirin û heye ku sedemê mahkûmîya giran jî ew bi xwe bû. Cihê bîlaheq û bîlasebeb, ji bo kêfa dilê xwe, di cihê rehet de berîya berê bûbû qesasê jin, zarûzêçên xwe û dû re jî bûbû qesasê hevalên xwe û malîyên wan. Hemû perîşan kiribûn. Ji ber vê yekê jî bi zor deng jê derdiket. Stûyê xwe xwar kir û bi dengekî kelogirî di salona bêdeng de ji hakiman re got:
"Ez bêguneh im! Berata xwe dixwazim!"
Serok-dadgeh, ji bo nivîsindina nivîsyar gotinên wî dubare kir û bi şunde; serê xwe yê bi por-hirî, hêdî hêdî hejand. Berçavka xwe bervejêr kir, di ser re çavê xwe kutan çavên Telo, û bi qerf domand:
"Kuro Telo, hele ka tu wî kilama ku, te avêtîye ser xwe û hevalên xwe ji me re bibêje!.. Jixwe çi bûye, êdî bûye!.."
Bi gotinên serokdadgeh re pirqînî bi tawanbaran ket; dû re bi parêzgeran û di dawîyê de jî bi temaşevanan. Wî jî di ber xwe de hûrik hûrik dest bi ken kir. Dizanîbû ku ew tişt rast e. Ji ber serhevdeyên, hevalên xwe çûbû qawîşeke din û li wir, di nav meha pêşîyê de li ser kirinên xwe û hevalên xwe kilamekê lihev anîbû. Car caran ku kela wî radibû, wê demê destê xwe diavêt kerrika guhê xwe û digot:
"De heylo, de heyloo...
Telo û çar hevalên xwe yên dil pola
Xwe girêdan bi demançe û bi keleş û bi bomba
Derketin kuça, daketin qada; xwe berdan ser rîyên reşa
De heylo, de heyloo...
Sekinandin otobozek rêwîyan, heya dev tije
Berik ajotin luleyên çeka, gotin nelivin ev şêlandineke;
Me jî zêde nexerikînin, da ku em werin insafê dest nedin cana

De heylo, de heyloo..."
Bi wî awayî Telo, kilam lê dirêj û lê xweş dikir. Yanê wî him bi kêfa çîkê xwe nikarî bû, him jî bi zimanê xwe yê bêyom! Kirinên xwe û yên hevalên xwe bi destê xwe dengana kiribû. Dimukirî. Di roja dawîn de hate fahmkirin ku ew mukirîn ji hepsê gihîştibû guhên dozger û dadgêran jî.
***
Bi rastî Telo, mirovekî çîyayî; dirêj, zirav û çeleng bû. Heta bi van salên dawîyê jî qerewêlîya serokê şaredarê bajarê Petrolê dikir. Rabûn û rûniştina wî, lixwekirin û xeberdana wî têkûz bû. Wê demê gelek kesî ji bo ku xwe bigihînin serokê şaredarîyê, jê kar bigrin an karekî pê bidine çêkirin, bi navê dîyarîyan gelek bertîl û dirav (pere) didanê. Ji ber wê yekê jî, yekî ku baş pê nizanîbûya, wê bigota qey ev Telo bi rastî jî dewlemendekî çak e.
Telo, her sal bi dehan car bi serokê xwe re diçû Enqerê. Carînan di dest de; bi qedandina karê serok re vedigerîyan, lê car caran jî mecbûr diman ku bi rojan li wir bimînin. Di wan demên ku wisa dirêj diman de, ji ber ku li Enqerê pir zêde pewîstî bi qerewêlîya wî nedibû û serokê wî jî jixwe dixwest ku ew jî bi serê xwe bimîne; azad bibe, lewma wî jî li serbajar bi kêfa dilê xwe wext diborand. Pirranî diçû qehwexanên nas û dostan; koçberên welêt; koçberên ku li taxên derveyî navenda bajêr belav bûbûn. Koçberên ku li pey xwe ciwanên girtî û mirî, goristanên bav û kalan, xanîyên hilweşîyayî û gundên kavil, kûçikên bê xwedî û tirsa mirinê hîştibûn. Bi hevdu re sohbetên germ dikirin. Ji rojên kevn, ji pevajoya nû, ji hêvî, ji bêhêvîtîyê; ji bextreşî û ji belengazîyê... Û wekî wext borandina gelek kesên welêt, bi wan re hima her cûreyên kaxeza; hokey, dame, tewle... dilîst. Lê belê Telo gava firsendek biqefalta bi tena serê xwe diçû meyxaneyekê an jî bareke navdar ên Enqerê de rûdinişt. Ji heyama meyxanan û baran; ji muzîkê, ji vexwarina alkolê; nexasim ji eraqê pirr hez dikir. Her wiha ev tiştana ne bi tenê kêfxweşî û azadî bûn. Ji bo wî, ev yek di heman demê de jibîrkirina kuştinên qasid-nedîyar, ku bajar seranser helak kiribû, ji sermilavêtina berpirsîyarîya welêt, ji derd û kulan filitandin, bextîyarî û revek bû.
Revek..! Feqîro, hîn di çardeh salîya xwe de bi biryara bav û apan bi ew dotmama xwe ya ku çar sal jê mezintir bû re hatibû ser-guh kirin. Hîn beriya xortanîya xwe zilamtî li ser millê xwe dîbû. Dîsa jî, di çend salên pêşî de ne xirab bû. Lê, li pey salên hingûvîn, hembêza ku tê de sibeh dikir êdî sitarî nedidayê. Nêzîkahiya wî ji mecbûrîyet û ji berketina jinikê dihat. Yan na, jê direvîya. Û di ser de jî bi herikîna salan re zarokan mîna cewrê kuçikan dor li wan digirt. Ne yek û ne dudu û ne jî sisê... Heta ku bûn şeş; çar kur û du keç. Ku êdî yekcar jê çû; sar bû. Her zarokek ji emrê jinikê, ji canê jinikê, ya herî xerab jî ji şêrînahîya jinikê dibir. Pêsîr û zik, hêt û tilor lê mezin bûn. Bû mîna kewarekê. Kewareke qirase. Goştê laşê wê xwe berda jêr. Di çavê Telo de yekcar reş bû. Ji wê demê û bi şûn de Telo êdî çavliderek bû. Ji ber vê yekê rêwîtîyên wî yên Enqerê ji Telo re mîna xelatên zêrîn dihatin. Jixwe, li gor dilê Telo wî xelata xwe ya herî mezin; xelata jîyana xwe di şeveke ji şevên mêvandarîya li Enqerê wergirt. Şeva ku Nerîmankê, şeva ku Porzerka xwe naskir. Wê şevê girt.
Rastiya wê, ne Telo, lê Nerîmankê bi xwe, xwe pê dabû nasîn. Wê bi xwe ew dî bû, ecibandibû û pêwendî jî wê bi xwe bi wî re danîbû.
Lê belê Telo, li ser wê pêwendîya ewilî re, heta jîyana xwe ji dest ber nede, heta di laşê wî de can hebe, heta nefesa xwe bigre û bide wê ti carî wê şeva zivistana Enqerê; ya bi berf û bahoz, sar û seqem qet ji bîr neke!
Wê şevê, heta gihîştibû ber deriyê barê eynî ji sermana qefilî bû. Bi vekirina derî re, bêhna alkolê, hilboqîya germa hundir û muzîkê bi hev û dû re, ku bi dawetkarîyeke nerm û germ xwe li ser, rû û çavên wî xistibû; pêşwazî kiribû.
Bi vê pêşwazîya germ Telo kete hundir. Paltoyê xwe î maqûlan ji xwe kir, danî ser dezgeyê barê û dû re qasê kêlîyekê çavên xwe li barê gerand. Bar zêde ne qelebalix bû. Şênîyên barê kêm bûn. Gelekên maseyan vala bûn. Telo, ji maseyên vala, maseyekê dûrî sahnê neqand. Çû li wê derê rûnişt û bi destan îşaret li garson kir. Li sahnê gîtarjenekî ji keçikeke stranbêj re newayeke xemgîn, ku Telo gelek jê hez dikir, lê dida. Dengê keçikê jî mîna dengê gîtarê û nola sewtê wê melodîyê wisa xemgîn bû.
Garsonekî ciwan hat nik Telo. Bi destên hînbûyî serwîsa maseya wî rast kir. Dû re, bi awayekî giramgir stûyê xwe xwarî ber devê wî kir. Daxwazên wî nivîsand û dîsa bi giramgirîya hînbûyî bi şûn xwe ve vegerîya û ji masê bidûr ket. Bidûrketina garson re Telo, ji bo ku cih li xwe xweş bike, sandalîya bin xwe hebekî ber bi maseyê ve kişand, bi herdu alîyan ve xwe rast kir û bi hêsanî palda. Ji berîka çakêtê xwe pakêteke cixara Malrboro û çaqmaqeke zîvînî derxist. Cixareyekê ji nava paketê wergirt, kir nav lêvên xwe û wisa ji xwe razî ar pêxist. Ji cixarê du hilmên kûr kişand. Dûyê wê hêdî hêdî berda. Pê re jî paket û çaqmaq danî ser masê. Xwelîdanka li ser navenda rûberê masê kişand ber xwe û cixara xwe ya vêketî danî ser.
Tam di vê gavê de, hima bi carekî de jinikek derket rastê û li hember Telo; hate û li nik masê ziq sekinî. Telo tew tênegîhişt ku jinik ji kîjan alî ve hat. Lê jinik li hember wî, li pîya sekinî bû. Yeka qam kin, di rengê çîvikekê de û zipî-zer bû. Porekî dirêj î kurîşkî lê bû. Hingîya porê wê pir bû, rûyê wê bi başebaş nedihat dîtin. Ewqas ji nedîtî ve hatibû ku ji Telo re bêyî temaşe kirina wê wekî din ti karê kirinê nemabû. Wî jî bi dilpekîn, bi kêf û bi şaşîtî dest bi temaşekirina jinikê kir.
Jinikê carek dudu serê xwe bi şûn de avêt. Lê belê ji ber ku porê wê hîn di ser û çavê wê de ma, vê carê bi herdu destên xwe yên piçûk û bi wan tilîkên xwe yên neynuk-sor ên dirêj, gijika xwe ber bi jor ve û bi herdu alîyên serê xwe ve bir. Vê carê rû yê wê, ew gwîna wê ya spî bi tevayî derket rastê. Enîya wê ya pak, vekirî; çavên wê yên bi mane, şîn; hinarokên wê yên bi xemze, tije; lêvên wê yên bi goşt, sor; devê wê î piçûk, devilken bû. Rû pitikek bû.
Bi hatina jinikê re, bêhna parfûmeke giran, di firnikên Telore xwe gihand mêjî yê wî. Parfûm ewqas giran û şehwetengîz bû ku mêjîyê Telo sermest kir. Bi bêhnê re, êdî bê hemdê xwe wisa mat ma. Devê wî ji hev çû. Çav lê bûn beloq. Ziman di dev de bû nola gilok û xitimî. Xwêsiya wî êdî nediçû xwar. Nedizanîbû ku çi bêje an jî çi bike! Wer bê gotin û bê bizav, di cîhê xwe de sekinî. Bû nola kevir; kevirê reş!
Jinik, ji ev bergeha li hember xwe gelekî xweşhal bû. Bi awirêke welê zanebûn mêze dikir, mîna ku ji her tiştî haydar be; jixweber têgihîştî be. Çend hilmên din jî bi kêfxweşî nihêrî û dû re destên xwe danîn ser masê û bi ber bi Telo ve xwar bû. Dema xwar bû, porê wê î kurişkî yê zer xwe gîhand ser masê. Li masê belav bû; herikî. Ji devê wê î piçûk dengekî nerm, melodîk û peyv hebo hebo li pey hev rêz bûn.
"Êvar baş! Navê min Nerîman. Dibe ku tu min nas nekî... Lê belê, ev çend care ez te li hinek cîyan dibînim. Dikarim bêjim ez te ji dûr ve dinasim. "
Telo di hundirê xwe de navê jinikê dubare kir; "Nerîman!.. Nerîmankê!.."
Ji ber ku bi her gotineke jinikê re şaşîtî lê zêde dibû; di hundirê xwe de got; "Ya Rebbiyo!.. Ev çî ye? Ev kî ye? Çi lêvin xweş!.. Çi rûyekî xweşik!.. Çi zimanekî şêrîn! Çi dengekî dilovan!.. Zerîyeke ezmanî; Porzereke Xwedayî!.."
Jinikê gotinên xwe domand; "Ger destûra te hebe, dixwazim li maseya te rûnim." Di pey hevoka dawîn re pişta xwe rast kir. Destên xwe bi herdu alîyan de vekir û lê zêde kir; "Dixwazim te ji nez ve binasim."
"Wey Xwedayoo!..."
Şaşbûyîna Telo her ku diçû zêdetir û kûrtir dibû. Kûrahîyeke tarî. Kurahîyeke bê binî. Bê deng û bi xof...
Deng jê dernediket. Wekî ku tirsiya be. Ji tesîra jinikê û ji ne amedetîya dîmenê eynî bûbû ker; kerekî çar ling! Ne hûm, ne gûm!..
Jinik jî baş têgîhişt ku wê deng bi Telo nekeve lewma jî pewîstîya pirsekê dî; "Te go çi?"
Telo nikarîbû, ji jinikê re ti peyvekî bike. Di hundirê xwe de ji xwe re digot, "Lêê, lêê!.. ma ka ziman digere! Te hiş û aqil girt û pergal li min belav kir!.. Tu lê mêze!.. Ger heya niha min te nedîbe û te jî ez dîme û vaye tu hatî nik min; wergê ez kor im. Ez ji herdu rohnîyan mahrûm im. Çavên min rijiyane û ketine ber min!... Ez bûme, korê koran!.."
Bi rastî jî Telo î ku di hundirê xwe de ziman dirêjî dikir, nikarîbû yek gotinek jî bi lêv bike. Ne dibû! Deng jê dernediket. Nedikarîbû xwe bide hev. Hişê wî nedihat serî. Ziman di dev de nedigerîya. Baş yeqînîya xwe pê anî ku ew ê nikaribe ti gotinekî jî bike. Hîn wê çaxê, hebikî hişê wî hate serî. Destê xwe avêt sendelîya xwe, bi paş ve kişand. Rabû pîya. Bi ser û destê xwe sendelîya li hember xwe bi şanî jinikê da, ku rûne. Xelet nêye fahm kirin. Ku jinik jê netirse. Nereve. Neçe.
Li ser dawetîya bêdeng jinik berê kenîya. Kêlîyekê sekinî. Bi şêrînayî nêrîna ser Telo domand. Dû re sendelîya li ber xwe bi paş ve kişand û li ser rûnişt. Cih li xwe xweş kir. Tevlî bişirandinê herdu enîşkên xwe danî ser masê. Tilîyên xwe derbasî hev û dû kir. Çenga xwe danî ser. Bi gwîna xwe ya spî, bi çavên xwe yên şîn û bi xwîn û germahîyeke boş temaşeya xwe ya li ser Telo domand.
Ba û bahoza hundirê Telo ji ya şeva Enqerê gurtir bû. Nedikarîbû xwe zeft bike. Dinya li dorê diçû û dihat. Di wê gavê de qet nedizanîbû ku li kê derê ye. Li dora wî kî hene? Çi hene? Bi tenê dizanîbû ku li hember wî dîlberek, rindikek, porzerek, zerîyek; Nerîmankê heye! Bê deng; di hundirê xwe de ji xwe re got; "Wey tu ser serê min û çavê min re hatîyî!.. Wey te gav bi gav pêl rohnîya min kirîye û tu hatîyî!.." Çavên Telo wilo diçirusîn ku eynî mîna wan gotina ne di hundirê xwe de, bi dengêkî berz ji jinikê re kat bike. Bi qîre! Çavên jinikê yên şîn jî pê re diçirusîn.
Bi hatin û kuxîna garson re Telo hebikî hay ji xwe bû. Li dora xwe nihêrî. Bar hat birê, serma ya derve, hilboqîya hundir, mase, cixare, xwestekên wî yên li ser sîniyê û Porzerk!.. Garson nola berê bi sivikayî xwestekên wî li ser masê, li ber wî danîn. Carekî din bi giramgirî, bi bîranîna jinikê re, ji Telo xwestekên wê jî pirsî. Telo, porzerkê bi şanî wî da û gotê; "Ka tu ji xanimê bipirse. Ew çi dixwaze?" Gor Telo, Xanim di dev de bûbû hezar xanim! Lê garson bê xultexultê, ti tiştekî ji devê Telo nebihîst. Dengê mirovan jê derneketibû. Telo fedî kir. Zûzûka çend cara li pey hev kuxîya. Qirrika xwe paqij kir, çavên xwe li pey hev kutan, qeweta xwe da hev û gotinên xwe bi dengekî nîvfetisî dubare kir. Vê carê hatibû fahm kirin. Ji ber ku garson bi giramgirî vegerîyabû ser jinikê û xwestekên wê jê pirsî bû. Porzerkê jî, ji garson re xwestekên xwe yên gelek kurt got û garson bê hewcedarîya nivisandinê ji nik wan bi dûr ket.
Porzerk; Nerîmankê, yeka xwenda bû. Di dema xortanîya xwe de hêza guhertina dinê bi xwe re didî. Çavên xwe ji mirinê nedikuta. Ji bê tirsî û ji hevalhezîya xwe şevekê di binçavan de jî mabû. Dema tevlihevîyan bû. Ji ber vê yekê ji her tevlihevîyekê dersek digirt. Tiştên nû fêr dibû. Ramanên wê jî li gor fêrbûyîna diguhert. Li du gelek ketin û rabûnan yeqînîya xwe anî ku tiştên bingehîn naguherin; yên ku diguherin hêzên kesê bê aso û gotinên vala ne.
Di dawîyê de yeqînîya xwe pê anî ku guhertina ku ew hevî û daxwaz dike, wê encax di navîna sedsalan de pêk were. Li ser vê bawerîya şikestî dev ji guhertinên dûr û dirêj û yê bê kêr berda. Dev ji perwerdehîyê jî berda. Bi carekê de aciz bû. Êdî ne dixwest ti tiştekî zêde jî bizanibe. Bîne ziman, bîne bîra xwe; li ser hûr bibe. Di bin van ramanan de gelek tiştên ku di salan de hîn bûbû, bi hêrs ji nava rûpelên mêjîyê xwe avêt. Mêjîye xwe vala kir. Paqij kir. Ew êdî bi heyînên rojane di firrîya, mêjîyê xwe bi heyînên rojane tije di kir. Êdî li gor wê, jîyan ne layîqê ser êşandinê, ne layîqê êş kişandinê bû. Ger çi hebû di tiştên û heyînên rojane de hebû. Êdî dilê xwe î rojane li ser her tiştî digirt. Li gor wê, ti bîr û bawerî, ti rêzek û qaîde, tu armanc û hedef ji dilxweşîya gavê, ew gava ku tê de dijî, ji wê parîya wextê wêdetir û pîroztir nîn bû. Yê pîroz; kenê devê wê, ruja lêvên wê, ojeya neynûkên wê, kefa serşoka wê, bêhnên wê, rêveçûna wê bû. Ne sedsal û hezar salên bihurî, ne pêşeroja nizanim wekî çi, ne xeyalên hozan û wênesazan, ne pîlan û gotinên sîyasetmadaran jî êdî ew eleqe nedikir. Hebûya tunebûya, ew gava ku ew bi xwe tê de dijîya, cihê ku lê nefes digirt, cihê ku bêhna xwe dida û digirt, cihe ku lê şad dibû; ew der bû. Ew gav! Hestên wê çi çax bi çi awayî û li kêrê rê nîşanê wê bida, ew bi wî alî de diçû. Ew tişt dikir.
Jixwe ew gava ku Nerîmankê xwe bi Telo da naskirin, wê gavê, bi tenê hefsarê hespê xwestekên xwe berdabû û dabû dû. Ji ber xwesteka dilê xwe li maseya Telo bû. Tu hesabên wê yên doh û sibê tune bûn. Ji ber wê yekê jî him bi coşa dilê xwe diaxifî û him jî bi sî û du diranên xwe dikenîya.
Ji bo Telo eşkere bû ku şeva sar germ dibû. Tenêtî, bi cotî dixemilî. Di vê gavê de mîna ku haya gîtarjen û keçika stranbêj jî ji wan hebe; kilama xwe ya xemgînî bi carekê de wergerandin kilameke rengîn, kilamake dilan; sewtekî dîlanê. Bar bi awayekî nû, bi dengê gîtarê û bi dengê keçika stranbêj tije dibû. Bi qasekî şûn de li maseya Telo, bû çingînîya pîyalan; "Noş!..", "Noş!... Noş!.."
Di destê Telo de eraqa spî ya mîna dew, di destê Nerîmankê de şeraba sor a mîna xwîn-şerbetê vala û tije dibû. Herduyan jî vexwarinên pîyalan bi kêf û bi eşq bi ser dilên xwe de ber didan. Dûyê cixaran li ser wan dibû mîna ewran û bihurîna şevê re bêyî hay û baya wan belav dibû.
Gotinên Telo kêm, lê yên Nerîmankê zêde bûn. Nerîmankê, hima li ser her mijarê diaxifî. Ji gûlîyekê derbasê ya din dibû. Bê sekin bû. Ne dihişt ku yê li hember wê bi gavekê jî acizîya bike. Bi rastî wê dixwest ku dilê xwe yê bi coş veke; arê dilê xwe sar bike. Lê, yê li hember nedixwest ku ti gotinekê jî zêde bibêje. Ji xwe ne ewle bû. Feqîro ditirsîya. Ji bo gotineke xelet ji devê wî dernekeve bi dehan cara dipîva û hîna bi lêv dikir. Ji ber ku nedixwest xelata şevê, xelata salan, xelata jîyana wî ya bihûrî û pahra ku mayî -bi qasî ku hestên wî salix dida- xelata enînivîsa wî; wekî kevokeke bîyanî ji destên wî bifirre û di nav ewran de winda bibe. Ji ber vê yekê, nola guhdarekî pir baş, bê deng dima. Di hundirê xwe de ji xwe re digot; "Wê ti kes û tu tiştek nikaribe Nerîmankê; kevoka zer, kevoka çavşîn a li hember min bifirrîne!"
Lê dîsa jî bela ku Nerîmankê car caran jê dipirsî, ji axaftinê re mecbûr dima. Jê re, navê xwe got; bajarê xwe, karê xwe, diliga xwe got. Lê belê, ji bilî nav û bajarê xwe wekî din ti tiştekî rast negot. Hima her tiştên ku wî gotibû, tev virr bûn. Virrên bê binî. Ne cotyarek, ne dewlemendek, ne jî ezebekî berzewac bû. Ne gundên wî, ne cotyarên wî û ne jî makîne û erebeyên wî hebûn... Nerîmankê jî ne saxikekê bû, lê çemberên ku di tîre de derbas bûbû, hewceyê şopajotina gotinên wî nedikir. Ne li pey rast û derewên wî bû. Di wê gavê de; di gava xwe ya zêrîn de û ji halê xwe memnûn bû. Rastên Telo jî rast, derewên wî jî rast dipejirand.
Şev, di nava galegalên rast û derewan da, mîna rêwîtîyeke xweş xeyalî, bihurî. Mîna çemekî bi coş herikî. Mîna bayekî sivik, alasî. Mîna baranekî havînî barîya. Mîna stêrkeke bi şewq xurucî. Mîna keskesoreke heftreng; zûzûka bi dawî hat... Herdu dema ji barê derketin êdî ji bilî wan kesek di hundir de nemabû. Li derve sermayeke har hebû. Berf sekinî bû. Lê belê, him berfê bi qasî çend tilîyan erd girtibû, him jî bi vizzênîya bayê kur sermayê yekcar lê zêde dikir. Bayê kur eynî mîna cilêtê li rûyê mirovan dida. Bi wî awayî hişê wan hebikî hate serê wan. Lê hingîya vexwaribûn lewma jî ti tiştekî nikaribû hişê wan bi tevayî bianîya serê wan.
Herdu jî bi qasî demekê bêdeng, li hinda hev bi şewişîn meşîyan. Ji bo ku mîna hinek kesên din neşemitin û nekevin erdê, xwe birîndar nekin, bi balkêşî dimeşîyan. Lê bele, cergî ku ji barê derketibûn hima kî pêrgî wan bihata, an jî ew ji dûr ve bidîtana, bi meraq li wan dinihêrtin û dikenîyan. Wan bi xwe jî fahm kir ku qamên wan ew dikirin cotekî seyr. Ew qas seyr bûn, ku Nerîmankê bi tevlî pêlavên xwe yên bi qapok-bilind bi zorê digîhişte ber sînga Telo. Telo, hima hima duqatê wê dihat. Û porê Nerîmankê li ber bê mîna alekê li ba dibû. Demekê di kolanan de bêarmanc meşîyan. Li berevajîya bihurîna şevê bêdeng dimeşîyan. Derketin ser bulvara mezin. Li ser bulvarê ji ba û bahoza berfê nikarîbûn, ber xwe bibînin. Nerîmankê vegarîya ser Telo û bi dengekî bilind jê re got; "Çi hewayeke saar!.."
"Erê welleh!.." gote Telo. Dû re, mîna ku xwe ji wê gavê re amede kiribe. Vegerîya ser Nerîmankê û di bêhnekê de domand; "Ger te sar e, ez dikarim paltoyê xwe bidime te?" Û destên xwe avêt bişkojên paltoyê xwe da ku ji xwe bike, lê Nerîmankê nehişt. Bi herdu destên wî girt. Destên wan cara yekembû ku hev û dû didît. Telo, destên ku di ber ên wî de mîna yê zarokan piçûk diman, bêyî îrada xwe guvaşt. Herdu dest kir nava destên xwe û guvaşt... Dixwest ku germahîya wê şevê bi tevayî bide destên wê. Ger Telo fedî nekiriba wê gavê wî ê herdu destên wê yên hebikî qerisî bigirta û ne yek û ne dudu û ne jî deh... Wî ê maç bikira, maç bikira... Wî ê di ser û çavê xwe de bida... Wî ê têxista paxila xwe. Wî ê bi seramonîyêke xwedayî û bê sînor, herdu dest bi dorê hez bikira... Heye ku gez bikira.... Bi gezên piçûk î bê êş... Bi gezên henekî... Ji ber ku ew dest ji êvara xwedê de li ber çavên wî bilind dibûn, dadiketin, difirrîn, li hev radipêçîyan, dirêj dibûn, kin dibûn, gazî dikirinê; destên ku, di dirêjahîya şevê de li ber wî reqsa nemayê kiribûn... Ew destana, niha di nava destên wî yên mezin de bi can û bi rih dilivîyan. Dilpekînên Telo, di wê sermayê de bû xwêdan û di canê wî de der bû. Bû mîna arekî no û li laşê Telo rapêçîya. Ji hukmên destên piçûk Telo dilerizî. Kizzînî ji hundirê wî dihat. Destên nermik û xweşik, Telo dax kirin; birîn kirin. Jinikê; "Na!.. Ne pewîste tu paltoyê xwe derxî. Bi tenê min gote, sar e!..." Telo bi israr "Welleh ez bê henek dibêjim!" gotê.
"Erê!.. Ma qay ez nizanim tu ji dil dibêjî? Lê belê, ne pêwîst e. Bi tenê bihêle ez xwe hebikî bi nêzikî te bikim..." Û destê Telo yê rastê girt, di pey pişta xwe de, di nava porê xwe re danî ser newqa xwe ya rastê; Telo carekî din di hundirê xwe de har dibû. "Xwedayoo!..."
Herduyan jî serma ji bîr kirin. Germê, ji hundir de ew bi tevayî zeft kir. Karibûn heya sibehê li ser bulvar û kolanan bigerîyana. Karibûn bi pîya biçûna bajarekî din. Karibûn wî bajarî seranser gav bikirana. Êdî herduyan jî dizanibûn ku şeva mayî ji kîsê wana dihere. Qîmeta şevan; şevên tarî, şevên sar, şevên bi tenê, şevên har û bêdeng herduyan jî başdizanîbû. Mîna her car disa jinikê bi devilkenî got; "Ka tu işev bi cihekê de neçe. Bibe mêvanê min!"
Telo, carekî din şaş bû. Mat bû. Ji guhên xwe bawer nekir. Mêjî yekcar lê cilq bû. Çavên wî velîstin! Demekê nefesa wî neçû û ne jî hat. Bi tenê, bi dengekî nivmirî zûzûka gote; "Erê!.." Di hundirê xwe de dubare kir. "Hezar car erêêê!.." Li ser "erê" ya Telo, Benda texsîyeke zer sekinîn.
Di vê navberê de, di nava kulîyên berfê de şewka şîn ya texsîyek polêsan xwîya bû. Texsî ji jorda bi lez bervê wan hat. Telo bêyî îrade xwe, bi kelecan û bi tevlê Nerîmankê xwe bi hêz paşve kişand. Dikir ku birevîya. Nerîmankê vegerîya ser. Dî ku çav lê bûne mîna tas û bi tirs dilerize. "Çi bû Telo?" li dora xwe mêzekir şunda; "Tiştek tuneye. Çer bû bite?"
Telo sar bû sekinî. Zatî texsîya polêsa jî, di ber wan re derbas dibû. Telo, bi wecekî fedîkar;
"Min bibexşîne. Di heyamake welê de hevalê min li ba min hate kuştin. Laşê wî di hemêza min de ma."
Nerîmanka ku tirsa mirinê di wecê Telo de zindî dî, bê deng ma.
Kasekê şunda bi devilkenî ji Telo re got; "Tu ji xwedê xwe bawer bikî, ezê îşev her tiştên xerab ji heşê te paqij bikim; biqewurinim!" got û texsîyeke zer sekinand. Herdu bi lefandin li dawîyê rûniştin.
Berbang nêzîk bû. Lê berbang berbanga wan bû.
***
Heta serokê Telo li ser kar ma, him qerewêlîya wî ajot him jî çûyîn û hatina wî ya Enqerê. Dema ku serokê wî di hilbijartinê de şaredarîya bajar ji dest da, êdî çûyîn û hatina wî jî, diravên ku her meh zêde zêde digihîşt destê wî jî kêm bû. Dû re, dû re çûyîna wî ya Enqerê jî ji binî ve hate birrîn. Telo êdî wextê xwe bi tevayî li bajarê xwe dibihurand. Bi tenê car caran bi telefonê halê Nerîmankê dipirsî, pê ra diaxifî. Ji bo neçûyîna xwe jî, digot, "Ji ber ku ev çend sal in min kar û xebata xwe îhmal kir, hinek tengasîyên min çûbûn. Pêwîste ku ez wana rast bikim. Ez heya ku kêmanîyên xwe rast nekim, min sond xwarîye ez bi wê hêlê de nayêm!.."
Bi wî awayî salek bihurî. Sibehekê, telefona mala wî lêda. Qedrê xwedê di wê gavê de Telo bi tenê di odeya telefonê de bû. Bihîstok rakir, da ber guhê xwe û got: "Fermo!.." Li pey kêlîyek bêdengîyê re dengê jinikekê gote: "Merheba. Ez im!.."
Bi bihîstina deng re Telo veciniqî. Tu şika wî tune bû ku, deng dengê Nerîmankê bû. Bawer nekir. Lê Nerîmankê carekî din gote; "Ez im! Te ez nas nekirim?" Telo, bêyî îrada xwe li dora xwe nihêrî. Serê xwe çend cara li ser hev hejand û şûn de dest bi axaftinê kir. "Belê!.. Belê!.. Ma min çawa tu nas nekirî! Lê ev numreya malê ye!.."
"Erê... Min bibexşîne! Ez dizanim. Lê ez mecbûr mam. Telefona din, ya hevalê te bersîv nedida. Ez ji sibeha xwedê de lê digerim."
"Çima çi bû, tu li min wer digerî?"
"Netirse!.. Tiştek nebûye! Bi tenê, min bêrîya te kiriye. Min xwest ku ez te bibînim û min lêxist û ez hatim..."
Telo bi dengekî şaş¸"Tu hatî?.."
"Belê. Ez hatim."
"Hatî kêrê?"
"Hatim Bajarê te; Bajarê mirinê!.."
"Tu... Tu niha... Li bajêrî!.."
"Belê. Welleh li bajêr im!.."
Feqîro carekî din li hember Nerîmankê nedizanîbû ku çi bike an çi bibêje. Bi bêçaretî li bihîstokê nihêrt. Serê xwe bê hevîtî bi herdu alîyan ve li ba kir.
Deng bi Nerîmankê ket; "Eee!.. Te go çi?"
"Ma ez bêjim çi?!.. Hima tu bi xêr hatîyî!.." Û di hundirê xwe de got: "Xirbek tijî cin bû, cineke belek jî xwe avêt nav wan!.. De herre!.."
"Ji xwedê re şikir!.. Hele te ev hevok got."
Telo, heta ku jê dihat, zor dida hişê xwe ku ji hatina wê re rêyeke maqûl bibîne. Lê ti şîroveyekê jî ew tatmîn bikiraba, xuya nedibû. Hîn wê gavê hate bîra wî û pirsî; "Êê.. Tu niha li kuyî?"
Ji ber bêdengîya Telo, dengê Nerîmankê jî hebikî sar bûbû. "Ez li otêla mezin im...Ma tu çima ewqas şaş bûyî?" Û lê zêde kir, "Qey min ji te re nedigot, 'Ezê rojekê bême nik te!’ Va, ez hatim!.."
"Belê welleh, te digot. Lê min... Neyse!.. Tu carekî din bi xêr û xweşî hatî! Ka tu li wir bimîne, ez heta gavekê têm."
Telo bihîstoka deste xwe, bi ramaneke kûr danî cih. Di wê gavê de ji xwêdana enîya wî dilopek bi ser telefonê de ket. Hîn nû li xwe hay bû, ku enîya wî, stûyê wî, pişta wî, bin çengên wî, nav şeqên wî tev di xwêdanê de maye. Dest avêt stûkura îşligê xwe, bişkojeke din vekir. Bê armanc li dora xwe nihêrî. Cixareyekê ji berîka çakêtê xwe derxist. Ar pê xist û li ser hev çend hilmên kûr kişand. Bi wechekî zer û westîyayî ji oda telefonê derket. Kete eywana navîna odeyan û derîyê derve. Ji hilco sakoyê xwe girt, li xwe kir û lingên xwe li pêlavên xwe xist, kirin pîyên xwe. Di wê gavê de jina wî ya bextreş ji derve kete hundir. Bi ketina hundir re, bi wechekî ecêbmayî li rûyê Telo î zipîzer mêze kir. Bi devilkenî jê pirsî; "Ero ma bi te çi bûye?" Telo bi xeyd tazîr da jina xwe. "Qe!.. Qet tiştek jî nebûye." Li ser xeyda Telo, jinikê tavilê dengê xwe birrî û gotin guhert. "Mal avayo, ma te digot ku ez îro ji mal dernakevim, ez loma ji te dipirsim!.."
Telo, di dêleva bersîvê de ters ters li jinikê nihêrt, derî vekir û ji mal derket. Jinika belengaz bi hestên xwe î jinitîyê fahm kir ku dîsa meseleyeke jinan e. Baş dizanîbû ku encax jinek dikare mêrê wê di navîna çend deqîqeyan de ewqas bi guherîne. Lê mixabin ji mêj ve bi kişandina derd û kulên Telo razî bûbû. Êdî nediwêrî bû ku jê tiştekî jî bipirse. "Ka Teloyê salên ewilî?" Ku xwe li ber dikir erd. Lê wê jî dizanîbû ku ne Telo, sebebê wê bav û apê wê yê mehrûm bûn. Herduya bi destên xwe emrê wê kurifandibûn. Berê dan gedekî hîn mêrantî nizanîbû. Hin wextê wî î lîstika bi zarokan re bû. Ku jinikê bi berger, bi dilovanî û bi sebir ew hînê her tiştî kir. Qîzîtîya xwe, xortanîya xwe, beden û rihê xwe bê kêmanî dayê. Lê dema gihîşt û bi her tiştî fahm kir şûn de hêdî hêdî guherî. Berê ji qîje-wîja zarokan aciz bû. Dû re bi bedena jinikê. Hele berîka wî piçekê pere dî û bi şûn de bi ser hev jê çû. Lê dîsa jî jinik, ji Telo bêhtir li bav û apê xwe diqehirîya; nifirên herî giran ji wan re dikir. "Wey hûn di gora xwe de rûnin û bizûrin! Arê cehnimê jî we neşewitîne!.."
Rondikên çavê wê tije bûn. Çer kir nikarîbû pêşî li hêsran bigire. Hûsir bi çavan ketin. Di demên girî de wê jî nedizanîbû çi dibêje an çi dike. Carna ji xwe ditirsîya. Ji qesta canê xwe ditirsîya. Jixwe, ger ji xwedayê xwe û ji axreta xwe netirsîyana, heta niha ji mêj ve, ya xwe avêtibû bîrekê û xwe fetisandibû, yan jî bendik derbasî qirrika xwe kiribû û xwe daliqandi bû.
Qîrîya: "Wey Xwedayooo!. Tu gavkê berê vî canê min ji min bigirî û min ji vî ezaba qebrê, ezaba saxî xelas bikî!.. Yan jî tu belakê welê bidî wî bila paş û pêşê xwe nas neke!.."
Xema Telo û nifira bû.
Telo dema gîhişt otelê, resepsîyonêr bi kurtî bixêrhatin dayê û dû re jî bi destê xwe ber ve pêlikê kir û gotê; "Hevala te li lobîya jor e."
Telo şeqên xwe ji hev kir û gavên xwe î dirêj fireh fireh avêt û di bêhnekê de xwe gîhand lobîyê. Jinik bi tenê rûniştî bû. Wekî her waxt bi coş xwuya dikir. Lê bi balkêş bû jî. Telo di nava cilên kevn, pêlavên bê boyax û bi moralêke nexweş de dît. Wê çaxê rastîya ku bi salan jê hatibû veşartin û wê jî lênekolabû, bi tevayî fahm kir. Baş têgihîşt, ku Telo ne xwedî gund û cotyaran, ne xwedîyê zevî û gundan û ne jî yê tirombêlan e. Mîna pêxwasên Amedê wî jî rastîyên xwe di nava cilên xwe de veşartibû. Lê dîsa jî ti tiştek ji Telo re negot. Eşkere bû ku bêçaretîyeke malkambax li ser Telo veniştî bû. Ew bi tevayî rapêça bû, ku nedihişt xwe bilivîne. Lê jinikê di desta biryar da ku wê di wî warî de ti tiştekî jê nepirse û ti tiştekî jî pê nede hîskirin. Hewl da xwe ku çi gotin û pirsên di serê wê de çêbûn bi tevayî dan alîyekî û tune kirin. Xwest ku bi tenê hezkirin, bîrkirin, eşq, şehwet û nêzîkayî di mêjîyê wê de bimîne. Bi vê biryarê re rabû pîya. Ber ve Telo çû û herduyan li çavên hev mêze kirin. Bi kelecan destên hev girtin. Kelîyekê bi keser û bi aramî, bê deng li hev sekinîn. Çavên xwe kutan rohnîyên hev. Hinarokên wan sor, bijangên wan pilpilîn. Hevdu hemêz kirin. Hîs kirin, lerizîn. Hestên hev qebûl kirin. Rojên berê, yên ku bi keyf û eşq di ber çavên wan re dibûhûrîn.
Li pey xêrhatin û hevpirsînê li nik hev rûniştin. Nerîmankê, bi çavên xwe yên şîn î şeytanî, bi lêvên xwe yên sorê î dawetkar, bi xizmên xwe yên tije bi bişirîn, bi zimanê laşê xwe î harker, xwe ber ve Telo kir. Xwest ku bila Telo careka din zanîbe ku ew bi tenê ji bo kêfa dilê xwe û ji bo can û rihê wî û xwe hatîye nik wî. Lê Telo tu bersîveke erênî nedayê. Hişê wî belawela bûbû. Bê bersîv sekinî. Nerîmankê ji çavên xwe bawer nedikir. Lê dîsa jî, destên xwe li dora stûyê wî gerand. Lê lefîya. Rûyê wî, simbêla wî, çenga wî, lêvên wî maçî kir. Dema dengên pîya bihîstin hevdu berdan, bi qasî bihustekê ji hev dûr ketin.
Jinik him li bi ber xwe û him jî li ber Telo ket. Di hundirê xwe de ji xwe re got; "Xwezî ez nehatibama! Xwezî min Telo di vî halî de nedîtiba!.. Xwezîka..."
Bêdengî bi hatina garson re xira bû. Herduyan jî çay xwestin û garson bi şûn de çû. Li ser çûyîna garson re Nerîmankê vê carê raste rast bala xwe da ser Telo. Çavên wî yên belengaz, tijîpirs û arvemirî. Rûyê wî lawaz. Porê wî yê ku di salekê de ji tayên spî berve qirbûnê diçû. Dît ku, Teloyê berê çûye, Teloyekî din hatîye şûnê...
Serê Telo jî tevlihev bû. Li alîyekî jina wî ya diya şeş zarokan, li alîyekî Nerîmanka mêvandara wî ya derveyî bajarê mirinê, dosta wî ya şevên dirêj û li alîyên din feqîrîya ku bi pêsîra wî ve zeliqîye... Lê dîsa jî ezimandina jinikê li ser xwe mîna deynekî ferz didît.
Wexta ku dest bi vexwarina çayê kirin, Telo dest bi qisa kir. Bi dengekî yekaheng; "Nerîmankê. Delala min. Rêya ku tu jê hatî, tu bi ser serê min û çavê min re hatî. Bi hatina te ez pirr kêfxweş bûm. Lê belê, pêwîste ku ez gaveke din rabim. Meseleyeke min î piçûk heye. Ezê di navîna çend saetan de hel bikim û werim." Nerîmankê fahm kir ev gotinên rabûnê nin, ên xatirxwestinê nin. Kenîya; "Ma nebû ev meselên te çareser bibin, biqedin!.."
Telo jî kenîya; "Bawer ke, wê pirr kin biajo."
"Bêjim çi! Min digot, heye ku ezê li nik te hefteyekê, deh rojan, an ku tu bixwazî hîn zêdetir bimînim û emê heyfa sala bihûrî bi hev re ji felekê bigrin. Ka!... De tu dizanî!.."
Telo, stûyê xwe xwar kir. Çi bike. Mêvana wê ya delal, di rojeke gelek teng de hatibû. Di dema borî de ji ehmeqîya wî û ji rûyê feleka firqûz welê bûbû, ku ne di paş û ne jî di ber wî de tiştek nema. Lê wê gavê her bi çi awayî biba jî, pêwîst bû ku hinek pere peyda bike. Pirr jî ne. Hima karîba Porzerka xwe ji bo hefteyekê bikira mêvan, ev jê re bes bû.
Di nava wan şaîşan de çaya Telo mîna ku di paş qirrika wî re here. Çayên xwe vexwarin, şûn de Nerîmankê derxist oda wê. Ketin odê. Herdu bêdeng, lê bi hev re li ser nîvînan rûniştin. Nerîmankê destê wî yê çepê girt nava destê xwe û maç kir. Herduyan jî axînên kûr kişandin. Li rû û çavê hev mêze kirin. Lê Telo pirr mitrî bû. Ji ber ku cergî hatibû hinda jinikê cara yekem bû ku bêhna parfûma wê ya ku di şeva ewilî de ew semest kiri bû, digirt.
Bi bêhna parfûmê re Telo serê xwe danî ser sînga Nerîmankê. Kêlîyekê welê sekinî. Dû re serê xwe rakir û rûyê wê maç kir. Çavên wê. Hinarokên wê. Telo êdî hew bixwe dikarî bû. Devê xwe danî ser devê wê. Dirêj dirêj maç kir. Çenga wê maç kir. Qirrika wê. Jixwe, Nerîmakê ji bo ku ji ser xwe ve here, dabû rê û hatibû.
Tilîyên wan li bişkojên hev gerîyan. Bi lez hev û du tazî dikirin. Bê nefes man. Êdî her tişt li paş mabû. Herdu di navenda dinyayê de bûn û dinya li dora wan û hew ji bo wan digerîya.
Lê Telo ne mîna hercar, dirêj dirêj li nik wê ma û bi hev re bi henek û xeberdanan lîstin. Xwe zûzûka serpiştê avêt ser nivîna. Çavên xwe kuta banê odê û kelîyekê welê sekinî. Belangazo, di heşê wî de heqê razanê, heqê xwarin û vexwarinê û bêperetîya wî derbas dibû. Ne dikarîbû êdî cixareyeke kêfê jî pê bixe. Şûştin jî nehat bîra wî. Rabû ser xwe. Ji qaryolê peya bû. Cilen xwe bi lez lixwe kirin. Pêlavên xwe kirin pê û vegerîya ser jinikê. Destê xwe bi herdu alîyên serê wê ve di nav porên wê re derbas kir û ramûsaneke dirêj ji dev û lêvên wê girt. Li çavên Nerîmankê mêze kir û gotê; "Bi xatirê te!.." Porzerk, bi wî halê xwe î şilf tazî ji ser text peya bû. Ber ve Telo çû. Ew hemêz kir. Çend cara li ser hev, ew ramûsa û derîyê odê jê re vekir. Xwe da pişt derî û li rohnîyên çavê Telo mêzekir û got; " Dinya derewîn dirustên wekî li ser ru yê xwe nehiştin. Oxir be Telo! "
Telo bi oxira Nerîmankê, bi oxira gotinên ramankûr ji odê û ji otêlê derket. Berê xwe da postexanê. Li hevalên xwe yên nêz, hevalên ku bi salan û bi her awayî piştgirîya wan kiribû, hevalên ku di rojên teng de, di rojên bêperetî yên wan de li wan xwedî derketibû. Mîna birakî wanê mezin, destkeftîyên xwe bi wan re parve kiribû. Lê tewş bû. Telo û hevalên xwe ne dikarîbûn mazûvanîya Nerîmankê bikin. Di bin şertê bê imkanetîyê de bi pêşnîyarîya Remoyê Kerr, Telo keleşa xwe, yê dina çekên xwe yên kotik girtin û bi siwarbûyîna texsîya Silo re derketin nêçîrê. Neçîra pera!
Nerîmankê jî bi kelecaneke sivik di odeya ku can lê nerm bûbû, li benda Telo sekinî. Serê xwe şûşt. Wext bû nîvro. Deng ji Telo nehat. Çend cixare û vexwarinên dolaba odeya xwe vexwar, deng ji Telo nehat. Bû êvar ji odeya xwe derket li aşxeneya otêlê bi xwarinîyên gelek sivik û bêdil xwe tije kir, lê dîsa Telo nehat. Şev daket, nîvî bû dîsa nehat. Li pêy xeweke bê xwê, şev dagerîya sibê, Telo nehat. Demekê şunda, bi lez ser û çavê xwe şuşt û ji odê derket. Telo ji xebatkarên otêlê pirsî. Tu xeberek jê tune bû. Demekê şunda cardin pirsî. Nebû, nebû resepsîyonêr bi maneyeke din telefonê mala wî kirin, lê tu haya malîyên wî jîji Telo tunebû. Heta danê nîvro û esir kî tu xeber jê hilneanîn.
Bi vî awayî sî û şeş saetên Telo tije bû. Ne dengek, ne ji xeberek jê hebû. Mîna ku erd bi qelişe û ew jî tê de winda bibe. Jinikê li xwe, li hatina xwe û bi naskirina Telo lanet dibarand. "Ewqas jî rezîlî nabe!.."
Jinikê cixare li ser cixarê dikişand. Çavê xwe ji xebatkarên otelê û ji derî nediqetand. Gohên wê wer li dengê teleofonê bû. Lê wê rojê tev bê hevî, tev bê deng bûn. Ji ber vê yekê feqîrê bê armanc li televîzyonê temaşe dikir.
Dema nuçeyan dest pê kir, eciz bû. Ruyê xwe vegerand alîyekî din. Ne dixwest bêyî hizirîna Telo tiştekî din bala wê bikşîne. Li hîn di destpêka nûçeyên da, bi carekî de navê Telo derbas bû. Kesên li salonê bûn hemuya çavên xwe kutan televîzyonê. Di dîmenê da Telo û çar kesên din dihatin nîşan dan. Li ber wan maseyek bi çek û berika xemilandî û li pişt wan alayek daliqandî hatibû raxistin. Spîkerê behsa şêlandina otobozekê dikir. Nerîmankê xwe hew girt. Di cih de xewûrî û kete erdê. Dirêj bû. Kef û kufik bidev ket.
Xebatkarên otêlê bi tevlî kolanî û avê bezîyan hinda wê. Av û kolanî li rûyê wê xistin. Lê dema ew ji erdê radikirin, di nava xwe de diaxifîn;
"Ma ne heyfa Telo bû, ji bona vî jinika potik, poz kufte û lêv zopik mala xwe şewitand!.."
02 09 2001























QERO

Sedat Yurtdaş: syurtdas@yahoo.com

"Emê hîn zêdetir zarokan bînin!" digot jinikê. Mîna ku li ser navê hemû jinê Kurdan xeberde; bi dengekî bilind, bi devilkenî; "Ne pirrbûyîna nifûsa dinê û ne jî sehkirina zedebûnê me eleqe dike. Ew nikarin me bi destê me bidin zuwa kirin. Caarê, em vî tiştî nakin! Ma qey em nizanin, ew dixwazin zarokên Kurdan hindik bin, hejmara wan kêm be, eslê xwe zû winda bikin; xwe zû ji bîr ve bikin! Teww..! Ma em ker in?" Jinik, him diaxifî û him jî li yên dora xwe dinihêrî. Gava diaxifî, yan dikeniya, di nav diranên wê î spî yên mîna mircanan rêz bûyî de diranekî zêr jî dibiriqî. "Naa.. Welleh! Em vê yekê nakin!"
Jinik di nava hewşeke ku dîwarê dora wê bi pirîketan lêkirî û binê wê jî beton kirî de, li ser pelaseke raxistî, li ser mînderê rûniştî bû û pişta xwe jî dabû balîfeke mezin a nexş kirî. Di hewşê de, bêyî keçeke cil-bajarî, ku mamostetî dikir, ên din tev wekî jinikê li erdê; li ser pelasê, hinek jî li ser mînderan rûniştî bûn. Keçika mamoste bi tenê, ji bo ku etek lê bû, li ser kursiyeke plastîkî ku mînder avêtibûn ser, rûniştî bû.
çavên hemûyan li ser jinikê bûn. Bi heyranî lê guhdarî dikirin. Lê yê ku herî zêde bi heyranî lê guhdarî dikir û çavên wî li ser jinikê mat mabûn, mêrê jinikê bû. Hinekî dûr, li hember jinikê li ser mîndereke rengorengî, bi eskerkî rûniştî bû. Lingê xwe yê rastê dabû bin xwe û sînga xwe jî ji aliyê rastê ve spartibû ser çoka xwe. Stûyê xwe jî bi ser de xwar kiribû. Wer ji dil li jina xwe mêze dikir ku çavên wî pê re diçirusîn. Li gorî mêrik sedemên wî yên girîng hebûn. Berî her tiştî, tevlî jinikê xwedîyê heşt zarokan bû. Ger du zarok jî ji ber jinikê neçûbûna û keçikek jî di sê mehiya xwe de nemira, wê bûbûna xwediyê yanzdeh zarokan. Ji ber vê yekê, mêrik bi xêra jinikê xwe gelekî dewlemend dihesiband. Ji bo berdewamkirina navê xwe, ji bo xwe qebûl kirina bi der dora xwe re, ji bo xebat û karê xwe û ji tevan jî zêdetir, ji bo pêşeroja welatê xwe; tevlî jinikê xwe karekî pir baş kirî qebûl dikir. Bextiyar û şad bû. Li ber dilê wî û jina wî, wan ji bo welatê xwe tiştên herî herî baş kiribûn. Wan ji bo welatê xwe keç, kur, fedaî, leşker, mîlîtan, peşmerge û gerîla gihandibûn; digihandin. Di ramana xwe da, qet şik û şibhe nedidîtin.
Lê keçika mamoste mîna wan nedifikirî. Ew jî di maleke pirr-zarok de mezin bûbû. Xwişk û birayên wê jî pirr bûn. Wê jî mîna wan, mîna zarokên wan, gelekî zehmetî kişandibû û dikişand. Tunebûn, birçîbûn, bêçaretî û belengazî dîtibû; didît. Lê belê, her bi çi awayî be jî, di dawiya dawiyê de dibistaneke bilind qedandibû. ê dî bi kar û bi şixul bû. Ji alî din ve jî gelekî xwenda bû. Di dema xwendinê de şansê wê carekê xweş li hev hatibû û çûbû derveyî welêt jî. Gelek bajarên Ewrupî dîtibû. şaristaniya mezin naskiribû. Ji ber vê yekê jî di bin tesîra wan de mabû. Bi wê dîtinê, gelek caran welatê xwe û welatê biyaniyan dida ber hev. Her çendî ji bo hinek tiştên Rojavayiyan îtirazên wê, rexneyên wê hebûn jî û di hinek warên mirovatiyê de şertên kesên mirovên li welêt çêtir xwiya dibû jî, lê hema di her warî de pêşveçûna biyaniyan di ber welêt de bê guftugo bû. Bes, ne bi tenê welatên biyaniyan, dewleta ku tê de dijiya û hemwelatiya wê bû, lê ew jî di gelek herêmên xwe de pêşdeçûyî bû. Bi avakirin, bi rê, bi îmkanên kar, bi çand, bi muzîk, sînema, tenduristî, perwerdehî û bi gelek cureyên sporê de pêşketî bû. Dewlemend bû. Ji ber vê yekê jî, di mijara zarokan de ew wek yên li hewşê nedifikirî. Digot; "Zarok bi serê xwe ne dewlemendî ye! Yek, belkî herî zêde dudu baş in. Lê belê... Zarno, li qisûra min nenêrin!..” çavên xwe li ser zarokan digerand. "Yê zêdetir zahmet in, derd in, bela ne!... Bûyîna wan, mezinkirina wan, xwedîkirina wan, gihandina wan, tev meseleyên gelekî mezin in. Mirov nikare ji binî derkeve. Wekî din, heqê meriv tuneye ku meriv bibêje, wa ye hatine dinê û êdî bes e. Wê Xwedê li wan mêzeke, rizqê wan bide, wê mezin bibin! Na, weleh Xwedê bê sebep nade! Divê îro ne bi tenê bav, dê û bav bi hev re bixebitin. Kar û şixulên wan hebe. Pere qezenc bikin. Karîbin zarokan têr bikin. Karîbin cilan li wan bikin. Wan bişînin dibistanan, wan bibin gerran, bibin tatîlan..." Gava qala tatîlê bû, yên li hewşê tev bi hev re dest bi kenînê kirin. Lê belê, keçikê domand. "Bawer bikin, mesele ne bi tenê ser hebûn û pera ye. Her çiqas pere tunebe jî, yan jî tuneye, lê disa jî mesele ne tenê pere ye. Ji bo ku jiyan bixwe gelek zor e. Zarok bêhtir zor dikin. Giran dikin, bi zehmet dikin; wextê mirov digirin. Zarok wextê dê û bavan, xwişk û biran didizin!.. Zarok bobelat in!"
Yên li hewşê bîq bîq dikeniyan. Keçik dema diaxifî, rû û rûçikê wê tarî dibû. Mîna ku di bin barekî giran de be. Li dû gotinên keçika cil-bajarî, îcar mêrê jinikê destpê kir. "Qîza meta min, ma tu dînî, çi yî? Zarok tunebin ka çi? Hema li dora xwe mêzeke.. Ev, ew, ewê din, yê din û yê din tunebin, ka çi?" Yên li hewşê tev de yan bi gotin an ji bi hejandina serê xwe re heq dane bavê xwe. Diya zarokan jî; "Wîîî!.. Zarok şênayî ne, zarok gulên malê ne, zarok bêhnfirehî ne; zarok jiyan in. Weleh min yek an jî du zarok bianiya niha ezê jê bê kesîtî eynî bimrama!.. Ma zarok tune bin, ka çi?" Keçika bajarî, serê xwe bi bêhêvîtî hejand û; "Ee... Xwedê we teva ji hev re bihêle! Ma ez bêjim çi dayika min? Erê weleh dilê min ji bo te dişewite, lê ka hela bibêje tu nemiriyî, çi bi te ve maye!..” Li ser vê gotine, yên li hewşê hemûyan dengê xwe birrîn.
* * *
Keçika mamoste ne neheq bû. Jina kurxalê wê, jina xwediyê heşt zarokan, hîn ev dikir serê çar rojan ku ji nexweşxanê derketbû. Heft şev di nexweşxanê de razabû. çil û heşt saet jî di serwîsa nexweşên xedar de mabû. Ji qelbê xwe sekte xwaribû. Ne carekê tenê. Du car li pey hev qelbê wê hatibû dereca seknê. Cara pêşî tew wê jî di xwe de dernexistibû ku ew nexweşa qelb e. Tew neçûbû nexweşxaneyê jî. Bi tenê sê roj xwe li mal dirêj kiribû. Lê, dema ku heft roj di pey ew qrîza yekemîn re, gava qrîza duduyan hatibûyê, hîn wê çaxê ew biribûn nexweşxaneyê. Bi tehlîlên bijîjkan re hatibû fahmkirin ku jinik qriza duwemîn, hîn wê gavê derbas dike. Jixwe, li ser vê yekê wan ew sewqê nexweşxaneyeke hîn pêşdetir, ya Fakulteyê kiribûn. Di nexweşxana Fakulteyê de heta tahlîlên wê hatibûn kirin, li ser sedyeyekê dirêjkirî mabû. Tahlîla xwîna wê û grafika qelbê wê, rastiyeke bêşik derxistibûn holê. Dîsa wê demê hatibû fahmkirin ku ne tenê nexweşa qelb e. Di heman demê de nexweşiya şekir ji lê heye. Him jî, nexweşî gelekî pêş de çûye. şekirê wê derketîye ser şeş sedî. Li ser dereca şekir bijîjk şaş mabûn. Geh li kaxizên wê û geh li wê mêze kirine û gotine; ”Saxbûna te bi tenê şanseke pirr mezin e! Te him du car qrîz derbas kiriye û him jî şekirê te di dereca mirinê de ye. Ger tu ewqas xwedî şanseke baş nebûya, ev ciwaniya te jî nikarîbû te xilas bikira.”
Jinika belengaz digot: "Ez çûbûm bazarê. Minê ji malê re çend kilo firingî û hinek jî îsot bikirriya. Belkî zebeşekî piçûk jî li ber... Di nav sûka bazarê de hîn min ji xwe re wer li tiştan û li buhayê wana dinihêrî û min bala xwe didayê, lê a di wê demê de nizanim çawa bû ku êdî min xwe nedî. Diyîna ku min dî, sînga min hat hev, nefesa min çikîya, hişê min çû, çaven min tarî bûn, laşê min giran bû; mîna ku canê min hêdî hêdî xwe berde jêr û ji bin lingên min ve derkeve. Eynî ez pûç bûm, sar bûm. Tam di wê navberê de dengê mêwefiroşekî ket guhên min ku digot: 'Xaltîkê, ma çibû bi te? çima çavên te wisa xewirîn? çavên te dilîzin; zîl bûne?' Ji bilî van gotina êdî min tu tiştekî nebihîst. Ez mîna laşekî dikevim erdê. Hinek hatine ser min, av û kolanya bi ser û çavên min de werkirine. Min hejandine. şîlmaqên sivik li ruyê min xistine. Di wê navberê de çend pîrekên cîranê me min dîtine û ew jî hatine ser min. Min kişandine aliyekî. Bi qasî deh panzdeh deqîqeyan bi min de ketine. Ji wiya şûn ve jî hişê min piçekî hat serê min. Qederekê bi wan re li wê derê rûniştim. Dû re, du keçikên cîranê me ketin bin milê min û em bi hevdû re hatin malê. Min ji xwe re digot ku eynî ez êvarê dereng razame, serê sibehê jî zû ji xewê rabûme û bê xwirînî çûme bazarê, lewma jî, ev wisa hat serê min. Min tew bîra xwe û qelbê xwe û sekteya wê û nexweşîna şekir û halê mirinê qet nedibir. Gava bijîjkan gotin “Ger îro te neanibana nexweşxaneyê, xilasbûna te nemimkun bû.”Wê demê min fahmkir, ku haho!.. Halê min, rast halê mirinê ye. Xetere! çûme mirinê û vegeriyame. Ji ber vê yekê jî bijîjkan bi xeyd digot: “Ma hûn dîn in, çi nin?! çawa mirov carekî kontrolekê hêsan nake! Li xwîna xwe nade mêzekirin?”Wer dihat fahmkirin ku tunebûnî, nezanî û heta bêxwarinî, bêlixwekirinî û ji sadirbûna van kêmasiyan jinik gelek bi cankuçikî jiyaye. û herdu nexweşî jî bi hevdû re li canê wê xwe dane der.
Bi rasti jî jinik bêhed cankûçik bû. Ewqas cankûçik bû ku keça xwe ya piçûk; bê nexweşxane, bê pîrekan, bê cîranan, bi tik û tenê anîbû dinê. Xwe ji hev xelas kiribû. Kê dibihîst şaş dima. Di welidandinê de jinik ne girîya bû, ne qîriya bû û ne jî - Haho haho!...” kiribû. Hew êşa xwe di xwe de girtibû û naliya bû. Kûr kûr naliya bû. Jinikê;
- çar Sal berê, payîz bû. Zarok tev çûbûn ser pembû. Ji xwe re dixebitîn. Bê du zarokên piçûk kesekî li mal nemabû. Ez jî di haziriya wan de bûm. Min digot, gava ji çolê wegerin mal, qet nebe bila bê şîva germ nemînin. Dişixulin, diwestin, eynî ji kastîn de diketin. Bi van fikara çûm quncikeke hewşê. çend qirşûqal min dan ser hev. Di kuçikê de ar dada. û qûşxana me ya mezin anî û da ser kuçikê. Quşxane tijî av kir. Bi hêviya kelandina avê sekinîm da ku şorbeyekê bikelînim. Li ber agir rûniştim. Car bi car jî min qirşik diavêt bine qûşxanê, yan jî qirşên ku dipekiyan derve min dîsa diavêtin nava agirê binê qûşxaneyê. çend caran jî pifî agir kir. ê şê eynî di demeke wisa de bi min girt. Nefesa min çikiya. Hişê min çû. çavên min tarî bûn. Lê qet min xwe winda nekir. Wê çaxê min gelekî dixwest ku yek li cem min hebûya. Lê belê, tu kes tunebû. "Xwezî min Zelalê îro neşandiba ser pembû!”
Keça wê ya mezin Zelalê jî tunebûye li cem.
Jinikê bêhêvî li dora xwe nihêrî. Bê sebr û deyaxê tu karê kirinê tunebû. Hêz da xwe. Bi êşek giran rabû ser piya. Hêdî hêdî ji hewşê xwe kişand nav odeya ku serê wê maxkirî ye. çû hundir. Bi xwêdan, bi nalîn, bi zor mitêlekê ji cihê lihefa avête erdê. Bi ling û destên xwe mitêl rast kir. Rûpiştekê naylonî yê zarokan li ser raxist. Meqesek kevn û hinek jî paçên paqij da ber balgiyê, xwe li ser dirêj kir. Dilê wê bi wê şewitî. Bi çavên vala li maxên binê banê odeyê mêze kir. Her çendî wexta hatina zarokan pirr nemabe jî, lê êş li benda kesî nedisekinî. Her diçû êş lê giran, lê zêde dibû. Xwe sparte xwe. Xwe sparte Xwedayê xwe. Gazî Xwedê kir. Gazî Pêxemberan kir. Gazî şêx û mişayîxan kir. Ji hemûyan sebr û deyax xwest. Neynûkên xwe derbasî mitêlê kir. ê dî êş bi tîrên bê hempa dihatin. Li ser hev dihatin. Bê navber dihatin. Ne qîriya û ne jî giriya. Bi tenê nalîn; kûr kûr dinaliya... Dizanîbû ku gilî û gazin bi kêrî tu tiştekî nakin. Dev li lêvên xwe kir. Destê xwe kir nav gijika xwe. Porê xwe anî xwar. Her carê nava destên wê ji porê wê î reş mîna tenî tije dibû. Lê belê, dîsa jî havar û gazî nekir. Di nav vê êşa bê hempa de, carînan wer bi xwînsarî li xwe û li dora xwe mêze dikir. Mîna ku yeka din li benda zarok be. Yeka din di nav êşa zarok anînê de be. û ew jî li benda pîriktiya wê be!
- Êş li aliyekê bisekine, ez ji têhnan şewitîm. Hesreta qultekê av mam!.. Dawiya dawiyê keçika mina belqiti hate dinê. Bi hatinê re dest bi girî kir. Qasî destekî bû. Di nav xwinê de digevizî. De yala, de yala!.. Min xwe rast kir. Min ew ji nav xwînê derxist. Danî ser paçekê. Navika wê bi meqesê jêkir û girê da. Min ew di nava paçikan de pêça. Bi paçekê din laşê wê û ser çavê wê paqij kir. Demekê û bi şûn de hebekî bêhna min hate ber min. Wê çaxê min pêsîra xwe avêt devê wê. Devê xwe lewitand. Zuka dest bi mijînê kir. Lê belê, êdi taqet di min de nemabû. çavên min tarî bûn. Dema ku êdî ezê ji xwe ve biçûma, min dengê derî bihîst. Min fahm kir ku yên têne, ew ên me ne.”
Her kê dibihîst ku min bi xwe ji xwe re pîriktiya xwe kiriye, dev li tiliyên xwe dikirin. şaş diman. Hinekan jî qet jê bawer nedikir. Ku hîn jî bawer nakin...
"Ma tiştekî wisa qet dibe?!"
* * *
Jixwe, ji ber vê yekê bû ku ew salên di temena wê ya bihurî de canê wê, pêşeroja wê û teduristiya wê jî girt û bi xwe re birin. Keçika cil-bajarî gava li jinikê mêze dikir, xweşikîya wê ya bûkaniyê dihat bîra wê; "çi jineke xweşik bû. Sor û kur bû. Bi ken, bi eşq bû. Bi gotin bi qise bû; - Lê belê, kur-xalê min î mehrûm, yê stû şikîyayî, di dirêjahiya salan de, di temenê bihevrebûnê de çarşeveke reş lê pêça! Pûşiyeke reş î tarî bi ser çavê wê de dakir. Nehişt ku feqîrê dinê bi çavên xwe yên rût î tazî bibîne."
Bîranînên keçikê tev rast bûn. Jinik, di çardeh saliya xwe de zewicîbû. Mêrê wê bi xwe şert û mercên dinê neanîbin cih jî, xwezûr û xwesû, tî û jintiyên wê tev bi destmêj û nimêj, bi rojî û bi şeşekan, bi pişt perde û bi bin pûşî bûn.
Ji ber vê yekê mêrê wê î xwedênenas ji deh salan zêdetir nehişt ku jinik bêyî ku ji pişt perdeya tarî, bi çavên azad dinyayê bibîne. Ji jinikê re bi çavên bê perdekirî lê mêze kirina dinyayê ji binî ve qedexe bû. Gava derketana derve, mecbûr bû ku pûşiyeke reş bi ser çavên xwe dabike. Xwuyakirina dest û lingên wê jî qedexe bû. Lazim bû ku ji ser guzika wê re canê wê tu car nehatiba xwuya kirin. Roj an jî şev, perdeya pencereyên wê gere her tim girtî bûna. Dîtina wê, jibilî bav û birayên wê ji her mirovî re qedexe bû. Gava yek bihata mala wê ew mecbûr bû ku têketa pişt perdê, an jî pişta xwe pêde bikira. Heqê wê tunebû ku tiyên xwe jî bê perde bibîne û bi wan re bê perde gotinekê bike. Salan, di wan şertên zilm û zorê de dan pey hev. Ciwaniya wê çû. Hêdî hêdî xweşikî jî ji dest çû. Dawiya dawî tenduristiya wê jî ji nava destên wê şemitî û çû. Gava mêrê wê î zalim; delalîkê aniha çarşef, pûşî û rûniştina li pişt perde rakir, êdî gelek tişt di dîrokê de cihên xwe girtibû. Keçika bajarvanî, di dilê xwe de digot; "Herhal mêrê wê î zalim, ku îro bi heyranî lê mêze dike, guh didiyê, deynê xwe î salan, deynê xwe î dema çûyî didiyê." Mêrik, di wan salan de hezkirina xwe jî diyarî wê nedikir. Her tim bi xeyd bû. Bi gora zanebûna wî, dîtina wî, ger jinikê baş fehm bikra ku jê hezdike, tê hezkirin, wê ji mêrik re bibûya kêmasiyeke mezin. Wî, hezkirina bi zareke eşkera, xelet didît. Ji ber vê yekê, hew gava bi xwe bixwesta biken û bikêf dibû. Demên din bi mirûz, bi qehr, bi xof xwuya dikir. çi wext dilê wî bixwesta dikarîbû jê hêrs jî bibe û lêde jî. Li gor dîtina wî lêxistin jixwe ji bihuştê derketibû. Jin bi tenê dikarîbû bi lêdanê bihata terbiye kirin!.. Hevalên wî wek wî nedifikirin jî, lê wî ji bav û birayên xwe, ji ap û pismamên xwe wisa dîtibû. Wî, her gav mîna yekî ku her dem hay ji xwe heye, xwe qebûl dikir! Bi vî awayî wê qet nebûya "Serjinik!" Ew bi devê jinê re nedikeniya. Ku aniha wisa dilê wê xweş nekira, tucar jî nikarîbû xofa xwe ji nava dilê wê derbixistana!..
Wê çaxê, dem dema camêr bû. Di xortanîya xwe de bû. Dixebitî. Xweş pere qezenc dikir. Hevalên wî li dora wî bûn. Bi hev re dixwar û vedixwarin. Bi kaxizan û hin caran jî bi qumarê dilistîn. Hinekê şevan bi hevalên xwe re dima, ne diçû mal. Carînan jî diçû cihên kêfê. Jinikeke dosta wî jî hebû. Bi wê re dima. şevên ku li cem dosta xwe bimana, miheqeq wê jê re diyariyekê jî dikirrî. Aqilê wî li hewa bû. Digot, awa hatiye û wê her awa jî here. Heta ku, xwê û sabûna malê, nanê zarokan jê hate xwestin. Hejmara zarokan zêde bû û roj bi roj dor lê girtin, ew çax hişê wî hêdî hêdî hate serî. û bi guhertina civatê re xwe zêdetir naskir. şexsiyeta xwe, netewa xwe, armanca netewbûna xwe. Bi guhdarî kirin, bi guftugo û bi xwendinê, piçekî be jî, pêş de çû. Di hin waran de li xwe mikûrî. Xeletiyên xwe dîtin. Di hinek cûreyan de kêmasiyên xwe rast kirin. Mîna gelek kesan girtin û îskenceyê hîn zêdetir hişê wî anî serî. Dû re bû mahkûm û fîrar. Wî jî mîna jinikê zilm û zor dî. Mecbûr ma, derket çolan, xwe li sînoran xist. Terkî-weten bû. Bi salan li derve ma. Birçî, tazî ma. Ji jina xwe, ji zarokên xwe, ji meriv û derdorên xwe dûr ma... Ku ev, bi serê xwe mijara çirokeke din e.
Di wê navê de gelekê salan bihurîn. Dan pey hev û çûn. Dema vegeriya welatê xwe, êdî li bajarê wî civak gelekî guherîbû. Ji alî fikir û ramanê ve hinekî dewlemendî pêkhatîbe jî, lê ji alî malê dinê ve gelekî neçar ketibû. Heval û hogirên wî yên berê jî êdî jê dûr ketibûn. Ji bo wî, mîna ku her tişt li bin guhê hev bikeve. Jiyan, armanc, hevaltî, têkilî, dostanî, xeberdan, xwestin, xwendin, rabûn û rûniştin, şev û roj, mal, kuçe, bajar û gund, deşt û çiya... Ji ber vê yekê nîşandana rêzdariya ji jina xwe re, nîşandana evîndariya wê, li ser milên wî mîna deynekî ku ne nivîsîn bû. Mîna efûkirineke giran î nepen bû!..
* * *
Herduyan jî baş dizanîbûn ku zêdebûna hejmara zarokan, zêdebûna xizaniya wan bû. Lê, çi heye ku herduyan jî qet ev tişt nedianîn zimên. Her cara ku mijar vedibû, wan jî mîna her carê fikrê xwe î "dewlemendiyê" diparastin. Bi rasti jî, ger hemû zarokên wan jî wisa di xwuyê kurê wan î herî mezin de bûna, wê fikrê wan jî, bêşik rast derketibûya. Lê belê, mîna ku pêşiyan jî gotiye: "Pênc tilî nabin yek” û dîsa gotine: - Her darekê hezar şax dide!"
Lawikê mezin, hostayekî bi dilê mirov bû. Biaqil, karker, hunermend û gelekî jî bi xîret bû. Qet tiralî, zexelî, westandin; sekin nizanîbû. Bes, jê re kar bihata gotin. Wî çawa bikira, di ser re biçûya, di ber re bihata, têketa binî, têketa nav, belav bikira û berhev bikira dîsa jî wê çê bikira; çareser bikira. Tiştek ji destên wî nedifilitî. Hema her kar ji destên wî dihat. Ji ber vê yekê jî ne tenê kesên malê, cîranan, kesen nêzik û dûr ger carekê ew nas bikira êdî wê gelekî jê hez bikira. Herkesî qîmet û rûmet didayê. Bi rasti jî mîna ar bû. Xwe bi mirov dida hezkirin; qebûlkirin. Lê belê, şertên feqîro qet ne di cih de bûn. Ji bêr vê yekê jî mecbûr mabû ku, dev ji xwendina xwe berde. çend sal berê bû. Di pêşîya wî de rêyekê mabû. Bêgav mabû ji bo xwarin û vexwarina dê û bavê xwe, xwişk û birayên xwe, ji bo debara malbata xwe dest bi xebatê bike. Ji ber vê yekê, wî di sala dawiya dibistana navîn de dev ji xwendina xwe berda. Birayên wî yên din ne gelekî be jî, lê ew jî dixebitîn û zêde ne xirab bûn. Baş bûn, ew jî li gorî xwe dirust bûn. Bi der dora xwe re, bi heval û hogirên xwe re dihatin xwarin. Lê yê sisiya û yê çara ne mîna wana bûn. Yê çaran dîsa dîsa jî pê dihat xwarin. Lê yê sisiya, hema mirov bejê ku ji dinyayê der bû. Navê wî Qero bû.
Qero, tofanekî, belayekî, zebaniyekî û felaketekî bû. Mina arê cehinemê bû. Kesî nikarîbû gotinekê bikira serî. Qet tirs, çav kutan, şûn de kişandin pê re tunebû. Hîn ji piçûktiya xwe û bi vir de, bi vî hawî bû. Jixwe, ji ber vê mizûriya xwe di dibistanê de bi tenê pola yekem xwendibû û hew. Malbata wî, sê caran qeyda wî nuh kiribun jî, lê belê Qero dîsa jî nexwendibû. Bila xwendin li dera hanê bisekine, nikarîbûn ku wî bişînin dibistanê. Kurik, ji bo ku wî neşînin dibistanê, ji bo ku dev jê berdin, hîn di hefteya pêşî ya dibistanê de pênûs û defterên xwe, qelemteraş û jêbira xwe li zarokên din belav dikir. çentê xwe diavêt alîkî û dana êvarê dest û piyê xwe li ba dikir û dihat malê. Malbat tev pê re ketibûn belayê. Ji destê wî ketibûn emanê. Dawiya dawî teseliya wan jê ket û êdi dev jê berdan. Nivîsandin û xwendinê ji xwe re dû re hîn bû. Ji ber vê yekê, tu kesî ji Qero tiştekî nedipa. Digotin ku hema bila bi efenditî, bi mirovahî li mala xwe be, bila deng û belayên xelkê ji rûyê wî neyêne me, ev bes e... Lê belê, qet rehet nedisekinî. Roja ku dengê wî û yekî derneketa hema bibêjin qet tune bû. Hema yekî jê re bigota "şşiiişşş" êdî bes bû. "Te çima go 'şişşş'?" "Tu kî yî ulan? Tu min nas nakî? Tu nizanî ez kî me?" digot û hicum dikirê. Ger yê li hemberî wî piçûk an ji mezin, vekirî vekirî ji ber wî danexwara wî ne digot ev rû ye, ne digot ev sing e, ne digot ev pişt e, lê dixistê. Bi dest, bi gurmist, bi çov, bi kesek, bi kevir. Hema wê gavê çi bi dest biketa, wî yê pê lê xista. Serê gelek kesan şikand. Ger yeko-yek bûna, jixwe hemsalên wî qet pê nikarî bûn. ê n jê mezintir jî, pirrê kesan xwe jê dûr didan. Ji ber vê yekê herkes jê eciz bû. Kesekî ku jê razî be, tune bû. Herkes jê dûr diçû. Lewma jî zafê caran bi tena serê xwe dima. Vê tenêtiyê jî ew yekser hov dikir. Lewma jî, hîn di zaroktiya xwe de hînê kêşana qotikên cixaran bûbû. Elimî kêrê; elimî satorê. Gava fahmkir ku kêr an ji cilêt li zendên xwe yan jî li singê xwe xistin di wî raconî de mîna nîşana mêraniyê tê dîtin, lewma wî jî, eynî tişt bi sedan car kir. Herdu zend û singa wî tev ji şuna cilêt û kêran bûbû wek şuva cot; xet bi xet. Bi rastî nebûbû pêşmerge yan jî gerîla; êdi bûbû cilêtçî, sût, tolaz; bûbû pêxwasekî, bûbû qirixekî Amedî.
* * *
Keçika mamoste, gava li yên li hewşê mêze dikir, bi hezaran fikir û raman di nava mejiyê wê de li hev siwar dibûn. Lê mixabin çareserî nedidît. Di dilê xwe de digot: - Ezê biçim. Ev jiyana ku vana, der û dorên vana, der û dorên min, nas û cîran; ev bajar, ev welat tê de ye gelo ma ne heqê mirova ye. Ev ne jiyan e. Ev teqlîda jiyanê ye; lê belê, hezar car mixabin jiyan bixwe ev e; teqlid bi xwe jiyan e. Bes, ev bê edaletî, bê dadî di dema ku heta çav dibînin û mejî dipejirîne nayê rast kirin. Lê belê roj, meh, sal, deh sal, li pey hev emir dibore, mirov tê hêrandin. Mirov mîna zinarekî, mîna çiyayekî be jî, dîsa wê mirov bihele; hûr bibe, bişkê, birize, li hev keve, belawela û winda bibe... Wê her tişt bibe bar; barekî giran barekî ku mirovan li ber xwe dide çokdan!..”
Gava keçika mamoste ji ber ramanên xwe axîneke kûr kişand, diya heşt zarokan jî jê re got: - Lê lê!.. çi bûye bi te? Tu li ku derê yî? çavên te çima piçûk bûne? Kur bûne? Tarî bûne!...” Keçik li xwe varqilî û fedî kir. Hinarokên wê sor bûbûn. Hedîka bişirî û eteka xwe civand ser hev. Lê belê, nikarîbû fikir û ramanên xwe bi wan re parve bike. Mîna ku sûcekî kiribe, wisa bêdeng di cihê xwe de ma. Careka din bişirî. Axirê eynî di wê navê de zarokê malê yê sêyemin; yanê cilêtçiyê me; Qero kete hundir. Bi xêra wî keçik ji dayina bersivê filitî.
Navê Qero yê rastîn Hesen bû. Lê belê, tu kesî bi wî navî ew nas nedikir. Teva jê re digotin Qero. Bi ketina wî ya hewşê re hemû kesan berê xwe bi alî wî de kirin û li wî mêze kirin. Gotina ewilî ji devê bavê lawik derket; - Wey tu bi xêr hatî mêrxas!” Bavê pê henekê xwe dikir. Lê lawik qet li ser nesekinî û mîna gedekî şermok î devliken ber bi ser pelasa raxistî ve çû. Cihen ku du keçika ji bona wî vala kirin, li şûna ji wana yekî; li kêleka diya xwe rûnişt. Bi rûniştina wî re keçika mamoste jê re got: - Tu bi xêr hatî. çawayî, başî?”
Qero, ji ber ku ji keçika mamoste zêde hez nedikir, wa di devê xwe de bê dil bersiv da: - Ez baş im. Bila tu sax bî.” Got û dengê xwe birrî. Ne tiştekî pirsî û ne jî got. Lê belê, keçikê dixwest hebekî wî bi qehirîne.- Hele rehme Qero. Ez bi tişteki hesîyame. Tu yê wan zendên xwe vekî û bi şanî min bidî.” Qero ji tiştên wisa pirr dibehicî. Sedemê behicandina wî jî bipirranî bal kişandina li ser xwe bû. - De here lêê! Ji xwe re karekî din bibîne.”
Bavê lawik kete nav gotinê; - Qîza meta min, weleh min jî hîn nediye!” Dû re bi ken got: - Kurê min, ka hela zendên xwe hilke, bavê xwe neşkîne. Hadê beranê min!”
Diya wî jî lê zêde kir: - Zendên xwe veke kurê min, ma çi dibe? Tu ji kê fedî dikî?” Dû re - Ma hûn wer mêze dikin, weleh lawê min ji giştika mêrtir e!” got û Qero pesinand. Qero jî wê çaxê xwest ku qîza meta wî bibîne û bila ew jî mîna xwişkên wî hebekî din jê bitirse. Ji ber vê yekê demekî bi şûn de zendên xwe vekirin.
Keçika mamoste mat mabû. Her zendekî lawik belkî bi sedan cihî de bi kêr û cilêtan hatibû jêkirin. şûna birînan kin, dirêj, xwar, kûr di ber hev de, di ser hev de xwiya dikir. Ji bilî ew birîna ku di zendê wî yê çepê de bû, yên din tev birînên kevin bûn. Di zendê wî yê çepê de birîneke teze, dirêj, kûr, bi xwîn û bi kerme hebû. Xwiyakirina wî dilê mirov diqeliband. Dirêjahîya wê bi qasî bihustekî rehet hebû. Keçika mamoste jî, bavê Qero jî di cihê xwe de şaş man. çavên bavê wî beloq man û bi hêrs got: - Lawo bênamus! Ev çî ye?” Lawik qet dengê xwe nekir. - Belkî Xwedê aqil û fêhm bide te û hişê te were serê te law! Ya na, tewş e! Xwedê bela te daye!” Bavê lêwik wê hîn jî dirêj bikira, lê belê, di wê navê de diya Qero bi dizîka çav ji mêrê xwe re şikand û bav jî pê re sekini; hersa xwe di xwe de girt.
Keçika mamoste çawa ku şaşmayî lê mêze dikir, xwişk û birayên wî jî ewqas bi kêf lê mêze dikirin. Ji ber ku li wê derdorê, birîn mîna nîşana mêranîyê dihate dîtin.
Demekê û bi şûn de keçikê got; - Kê wisa zendê te birîn kiriye, Qero?.” Dû re jî bi ew halê şaşbûyî - Te bi xwe wisa nekiriye, ne wer!?” û li benda bersivdayina Qero sekinî. Qero, mîna kesên ku gihîştibe armanca xwe, di şûna bersivê de bişirî. Ji ber wî re diya lawik kete nav gotinê; - Erê weleh, birîn wî bi xwe li xwe çêkiriye.” Dû re lê zêde kir: - Ma hela jê bipirse, ka ji çi sedemî çê kiriye?”
Keçikê hin jî şaşmayina xwe ji ser xwe neavetibû. Mîna ku ji xwe re biaxife; - Lawo ma tu di kîjan çaxê de dijî heww?!... Dinya di kîjan dewrê de ye?... Tu di kijan dewrê de yî..” Bi ser diya lawik de zivirî û got: - Hema va ye, min pirsî. De ka hela bibêj, çima?”
Diya wî: - Welleh vê carê baş dizanim ku ev ne sucê Qero bû. Qero mecbûr ma ku kêrê li zendê xwe xist.”
Keçik yekcar şaş bû: - Ma mirov çawa kêrê bi mecbûrî li zendê xwe dixe, gidî?!”
- Ka hela guh bide. çendekî berê... Tu jî pê hesiyayî. Dema polêsan Qero girtin da... Birin qereqolê û du şeva tê de ma. Polêsan têr lêxistin û hîn ew berdan. A wê çaxê, ew û çend hevalên xwe êvarkî, rojliava li ber mezelan ji xwe re bi hev re dilîzin.”
- ...
- De ka em dikarin çi bikin? Her yek kêrek û satorek, tew carnînan jî şûr di ber wan de ye. Vana kêrên xwe ji ber xwe derdixin û diavêjin laşê darê.”
- Erê ez pê hesiyam. Bi xeleti li çîpa yekî ketibû.” gote keçika mamoste.
- Eynî ew mesele ye. Qero kêrê diavêje darê. Kêr ji darê dipeke û diçe li çîpa hevalekî wî dikeve. Lawikê te birîn dibe. Wisa xwîn ji birîna wî diherike. Qero jî hema wî hildide û dibe mala bavê wî. Qaşo hevalên hev in; hevalên hev ên gelekî baş in. Erê?.. Qero dibêje, “Qezayekê çêbû, qewimî... Min jî va ye, ew girt û anî.”Bavê lawik û birayê lawik diqehirin, lê dîsa jî tiştekî nabêjin. Lawik digrin dibin nexweşxanê. Doxtor desta derzîyan lêdixin, birîna wî pansuman dikin û wî di nexweşxanê de radizînin. Lawik wê çaxê sê-çar rojan li nexweşxanê ma. Jixwe, Qero jî ew şev bû ku birin qereqolê. Serê te neêşînim... çendekî bi şûn de lawik baş bû. Dîsa bi hevaltî dihatin cem hev. Bi hevûdin re dilîstin. Lê belê, hinek zarokên fesad wî lawikî pîj dikin. Dibêjin, ji Qero re bibêj bila Diyarbekir terk bike. Ger wî gote na, tu jî heyfa xwe jê hilde. Madem wî tu birindar kiriyî, bila ev tişt jê re nemîne. Ew lawik jî qey bi ya wan dike û di bin tesîra wan gotinan de dimîne!..”
Qeroyê ku heta wê gavê bêdeng mabû; - çima zarok e! Bi qasî kerekî ye! çawa fêhm nake!” got.
Diya wî vegeriya ser lawê xwe, bi heneka şîlmaqek lêxist û; - Hela tu bisekine. Mîna ku tiştekî pirr baş kiriye. Kerê heram!” got û dû re dîsa da dû gotinên xwe.
- Lawik êdî bûbû bela; bû qîra reş! Min bi xwe sê car pê re qise kir. “Min gotê, bavê min tu çi dixwazî? Hûn hevalê hev in. We ji xwe re bi hev henek kiriye. Bi xeletî kêra wî hatiye li çîpa te ketiye.”Hîn wê çaxê digot, “Ez rastiya wê bibêjim?”Min gotê, ka bibêj. Got:”Qero bi heneka, ne bi rastî kêr li çaqa min xist, lê belê, ji bo ku mesele mezin nebe min ji kesî re negot. Hela tu li van heraman mêze dikî!.. “Ger bav û birayên min pê zanîbûna ewê mesele pirr giran bibûya.”Yaa!... çi serê te biêşînim. Qero çawa jî dike tewş e. Dawiya dawî, dev ji terk kirina Diyarbekir, terk kirina Baxlera, terk kirina gund berdide. Lê, vê carê lawik dibêje, gere tu di ber mala me re derbas nebî! Qero jî dibêje “Min qebûl e, êdi derbas nabim. Erê... A wer sekinî. Lê belê, du roj berê dîsa bela xwe di Qero de dide. Dibêje “Were paş gund. Yan tuyê di diya minî, yan jî ezê di dîya tenim!.. Qero jî mêze dike na, rê tune. Hema qameya xwe digire û dihere. Ez heta pê hesiyam, heta çûm gihîştim wan, Qero kêr li zenda xwe xistibû jî. Yanê çi bûbû, bûbû êdî.”
Mamosteya feqîr ji xwe re wisa bêdeng, lê belê, gelek jî bi fikaran guhdarî dikir.
- Ma wer lê mêze nekin ha!.. Weleh Qero baş e! Ma kî di şûna wî de bûya, ka hela wê çi bikira! Wî jî dikir, dikir ne ku nedikir, lê belê, ji ber ku soz dabû bavê xwe, lewma jî êdî zêde dengê xwe nekir. Soz dabû ku êdî wê dengê kesî neyne bavê xwe. Neyne me. “Di gund de, di mahlê de herkes me bi awayekî din dizane. Bi tiştên mîna kêr û sator û lihevxistin û bi tiştên nebaş bila navê me dernekeve! Erê... Qero çi jî dike, lê ew lawik dibêje “Ez qebûl nakim, ya ezê li te xim, yan jî di nava herkesî de tuyê li ber min bigeri, tuyê xwe bavê lingên min, ezê jî wê çaxê te efû bikim!”Qero jî dibêje, “Madam ku wisa ye!...”û qameya xwe ji ber xwe dikşîne û dide destê lawik û dibêje “Ha ji te re kêr! Bigire, tu jî li çîpa min bixe! Hadê! ê de hadê!”Ma hûn nizanin hevalên Qero çiqas ji Qero ditirsin! Qey, gava ez gihîştimê, lawik ji tirsan mîna hêlekanê dilerizî. Qero carekî, duduya, sisêya, çaran... kêrê dide destê lawik û çîpa xwe dide ber. Qero mêze dike na, nabe! Hema zenda xwe ya çepê vedike û qameyê tê de diçikîne û dû re ber bi jêr ve dikişîne. û xwîn hema jê diavêje der. Mîna ku xortim biqete! Xwîn dipijiqe rûyê herduya jî. Gava gihîştim ber wan, jixwe xwîna lawik kişiyabû; zer bûbû. Zipî ziwa û bêdeng di cihê xwe de mat mabû. Dengê Qero kete guhên min: “Ulan tu mêrî? Dolê kerê bê boç! A ezê kêrê li çîpa xwe jî xim!”Kêrê bilind kir ku li çîpa xwe ya rastê xe, lê lawik hişk bi destê wî girt. û li ber digeriya; jê re lava dikir: “Kekê Qero, ez bi kurbana te, tu kêrê li xwe nexî. ê min temam! Bavo bi soz, bi sozê mêrê berê êdî tu kes nikare min bixapîne. ê min û te qediya, êdî em destbirakên hev in. Rîca dikim!”ê ê.. Ev Qero ye, carekê hêrsê pê girtiye, ma disekine! Dibêje “Na law! ê dî bes e ji derdê te. Îro ya ezê xwe bidim ber kêran, yan jî ezê te bidim ber kêran û bikim serad, te bikujim!”û di wê demê de min xwe avêt ser wan. Min ew ji hev kirin...”
- Qero derba devê kêrê xwariye. Birîn bûye. Xwîn ji Qero çûye. Lê belê, mîna ku lawik kêr xwaribe û xwîn jê çûbe, wisa bûbû ku mîna rih tê de nema be...”
Keçika mamoste ji ber van tiştên ku jê re hatin gotin, eynî gêj bûbû. Ger mimkun bûya ewê di wê gavê de ji wî bajarî, ji wî welatî derkata û hey biçûya. Rabû pîya, bi dengekî nizm got: - Bi xatirê we!” Bi rabûna mamoste re tev bi hev re dest bi kenînê kirin.
Di ser vê ditîne re mehekê derbas bûbû, an nebûbû, lê diya Qero, ew diya heşt zarokan, dayîka belengaz dîsa nexweş ket. Vê carê zû rakirin nexweşxanê. Lê belê, êdî taqeta wê, ji xwe berhev kirina wê re nemimkun bû. Canê wê î lawaz î westandiyê salan, êdî îlac jî qebûl nedikir. Mîna ku êdî aciz bûbe. Mîna ku êdî bixwaze ji canê xwe bifilite! ê dî dixwest ku gavekî pêş de emanetê xwe teslîm bike. Bimre!
* * *
Sedemê mirina wê, di rapora toxtoran de mîna ku ji ber zora şekir û sekinandina qelbê hate diyar kirin. Bi mirina wê re, li dû wê zarok sêwî, mal bê navmalî û kevanî, bê dayik; bav bê heval, bê jin ma. Ji bo wan her tişt ji binî ve tevlihev bû. Hertişt hilweşiya.
Keçika mamoste him hêstirên xwe paqij dikir û him jî ji xwe re, di ber xwe de digot: - Oxira te ya xêrê be jinxal, oxir be! Tu nizanî te çi dewlemendiyeke mezin û hêja li dû xwe hişt!..”
Endamên malbatê gelekî zêde di bin tesîra mirina wê de man. Zarok, bê hed û hesab li ber diketin. Lê belê, halê Qero cûda bû. Di hundirê xwe de xwe tawanbar dikir. Ji xwe diqehirî. - Tev ji rûyê min bû ku diya min mir.”digot.
Xwe efû nedikir. Gava bi tenê dima ji xwe re kûr kûr digirîya. Dilê xwe bi xwe dişewitand. Di van demên bêkesî, sêwîtî, bêçaretiyê de hînî kişandina Thynerê, hînî kişandinê Ballyiyê û hebên serxoşiyê bûbû. Zêde wext di navê de neçû bû, ku êdî Qero bûbû - Thynercî'yekî, - Ballycî'yekî navdar.
Îro roj êdî qet riya xwe bi alî mala xwe de naxîne. Bi çend hevalên xwe re di xaniyekî terk kirî de dimîne. Gava ku dilê wî ji bo diya wî zêde biêşê, naçe cem hevalên xwe jî. Dihere ser mezelê diya xwe. Xwe li ber axa mezel dirêj dike. Diponije, guhdarî dike. Xwe bi xwe re diaxife. Heta ku li wir bi xew ve diçe. Ne li baranê, ne berfê, ne jî li sar û seqemê guhdarî dike. Weke ku can pê re tunebe. Ji serê hefteyekê, deh rojan miheqeq şevekê dihere ser mezelê diya xwe û li wir radikeve. Ji xwe re ev yek êdî kiriye mîna kar; kiriye edet.
- Car bi car dema ez çavên xwe vedikim ku diya min va ye li ber serê min rûniştiye û lihêfê diavêje ser min. Hûn bawer nakin? Ew diranê wê î zêrîn jî her dibiriqê!..”
Lawik, di van dîtinên xwe de qet nakeve nava şikê. A xirabtir ev e, ew leşkerên ku di ber diwarên balafirgehê de nobetê digrin, êdî ew jî dizanin ku xortekî ji çend rojan carekê tê dikeve nav mezelan û li ser mezelê diya xwe radikeve. Carînan jî tên û bi namlûya Gûan wî ji xewa wî şîyar dikin:
- Kalk ulan! Ne yatiyorsun burada?!” (Rabe ser xe law! Tu çi li vir radikevî?!)
Ên ku Qero nas dikin û malbata wî ditirsin ku wê rojekê eskerekî derbekê berdiyê û wî bikuje. Qero jî wisa di rîya avê de; bele sebeb here.









Rengê Dewrê

Sedat Yurtdaş: syurtdas@yahoo.com

"Her çerxekî dengek heye
Her wextekî rengek heye
Her şoxekî şengek heye
Babet dikêşî babetê"
Feqiyê Teyran*

Çavên wan bêyî pera tu tiştekî nedidît. Ji bo wan her kes û her tişt pere bû. Qîmeta herî mezin, paya herî bilind; bawerî, raman, dîn û îman tev pere bû. Hevaltî, biratî, nasîtî, dostîtî, lawîtî, bavîtî, kalîtî, pîrîtî tev pere bû. Ji bo wan xwendin û zanîn, rast û çep, rûniştin û rabûn, çûyin û mayin; piçûk û mezin, reş û spî, derve û hundir, jêr û jor, teng û fireh, rast û xwar, sar û germ, ko û tûj, girtî û vekirî, veşartî û eşkere, sal û meh, şev û roj, roj û dan, dan û gav; kin û dirêj, nizm û bilind, çav û dest, dev û lêv, mejî û dil, serî û pê, zik û hûr, hûr û pizûr tev pere bû...
"Perre perre!.."
Hema her tiştên kesayetiyê, her tiştên mirovatiyê, her tiştên civatî û heta her tiştên xwezayê jî, ji bo wan pere bû. Dar û ber, çiya û zozan, deşt û gelî, gol û çem, risim û nexşe, pênus û defter, enstruman û muzîk, kovar û pirtûk, rojname û xeber, radyo û televîzyon, çîrok û roman, helbest û kilam, destan û kitêbên miqedes... Bejin û bal, êş û ta, nexweşî û tenduristî tev pere bû. Pere; di damaran de xwîn, di poz de bêhn, di çav de rohnî bû! Pere di dil de hezkirin; pere evîn bû! Pere şeq, navşeq, berzik; pere cenîn, pere dergûş bû! Pere livîn, pere baran, pere serbilindî, serfirazî, dilşadî; pere jiyan, pere sedemê jiyanê bi xwe bû. Pere ji bo wan bê şik, Xwedê bû! Ji ber vê yekê ew ji peran re secde dibûn. Diayên wan, kitêbên wan, qîbleya wan, şehadeta wan li ser peran bû. Wan xwe ne li mizgeft û dêrê, ne li Încîl û Quranê, ne li Mûsa û Îsa, ne li Dawid û Mihemed, ne li Marx û Lenîn, ne li Stalin û Mao, ne prensîp û qanûn, ne jî li kok û pêşîyên xwe digirtin. Wan bi tik û tenê xwe li pera digirt. Ew keşîşên, seydayên, mîlîtanên, sêrbazên, şervanên pera bûn. Wan di ber pera de çok dida, dest vedigirt, dil vedikir; xwe safî, xwe paqij dikir.
Mîna mezintirîn gunehkarên ku ji bo gunehên xwe daweşînin, wan jî wisa bi sebr û sema, bi nalîn û axîn pere(stî) dikir. Li ser peran hêstir dibarandin; hêstirên xwînî... Ne bi deqîqeyan, ne bi saetan, ne bi danan; carna bi rojan xwe ji cih tev nedidan, çavên xwe nedikutan, weke bê nefes bimînin, li peran mêze dikirin. Bi peran re dibûn yek. Bi xwe dibûn pere. Pere dibûn ew... Pere li kê derê diqediya, wan li kê derê destpê dikir diyar nedibû. Di nav mijekî de derbasî hev dibûn. Mîna cixareya bi esrar, mîna araqa fetisî, mîna şeraba ku ji sedê salan mabe û ji kûzan bi serê xwe dakin... Mîna ku bi ber şîpa lehiyeke dijwar kevin, weke ku di çirr-avan de biherikin, weke ku di deryayan de pêl bidin, weke ku ji dinyayê der bûbin, weke ku xwe berdin navenda dinê, weke ku di nav stêrkan de bifirrin. Ji mûyên seran heta neynûkên lingên wan tev bi hesret, bi qîrîn, bi gazî, bi kêf û bi eşq li peran dinihêrîn û dinaliyan. Dinaliyan û diheliyan û dukel dibûn, ber bi ezmanan ve bilind dibûn; dibûn ewr; bi ewran re belav dibûn; dibariyan... Pê winda; xeybane dibûn. Pere ne bi tenê di payebûniya wan de, di hiş û aqilê wan de bû. Pere, ew di xewnan de jî zeft dikir. Xewnên bê pere wan nedidît. Ji bo wan pere xewn, xewn jî pere bû. Lê mixabin rastî... Pere ne di genên wan, ne jî di xulkbûyîna wan de hebû. Pirrê wana gelek bi derengî pere naskiribûn. Dê û bavê wan, kal û pirên wan, rêçik û silsila wan li ser balgiyên peran, an jî li ser embarên zêran rûnenişti bûn. Ji ber vê yekê jî ev xûy ji pişta bavê wan derbasê hêka diyên wan, ji wir jî derbasî wan kesan nebûbû.
Lê belê dem bi dem, gav bi gav, hêdî hêdî peran li rih û canê wan hukim kir û serkeftina xwe bi deng, bi qîrîn eşkere kir. Wan kesan mîna gelek kesên din bi feqirî, bi belangazî, di nav tunebûniyê de mezin bûbûn. Zikekî têr, yek biçî sal borandibûn. Demekî durist bûn, camêrd bûn û car caran jî dest-bela bûn. Lê, her ku wext derbas bû, her kî pere qezenc kirin, hin zêdetir, hîn zêdetirîn dane dû pera; bê hed xwestin. Rojekê hat ku mîna me li jor tesfîr kir şaneyên mejiyê wan, diranên wan, tiliyên wan ziravên wan bûn pere...
Gelo ev kes kî ne? Ji wan kesan hinek dikandar in di dikanên xwe de; dermanfiroş in di dermanxaneyên xwe de; karbidest in di kargehên xwe de; mamoste ne di dersxaneyên xwe de; abûkat in, muhasib in, mihendis in di biroyên xwe de; hinek jê mele ne di mizgeftên xwe de, şêx in di hucrên xwe de, axa ne di odeyên eşîra xwe de, sîyasetmedar in di kursiyên qadên xwe de, bijîjk in di miayenexaneyên xwe de... Ew kes nas û dostên xwe, meriv, malbat, endam, deng, birîndar, rêwî, nexweş, tawanbar, mirîd, mişterî, miwekîl, fîrar, kuxik, kal, pîr, jin û zarokên xwe tev bi peretî dibînin... Bi peretî dipîvin herkesî û her tiştê ku li rûyê dinê ye... Kesê ku bi peretî qîmetê lê bar nekin, qîmetê nadinê. Qîmetê nadin zanîna wî/ê, tecriba wî/ê, dûrbîniya wî/ê, fikir û ramanên wî/ê. Jê dûr dikevin, ji bo ku dûr bixînin jê direvin, ji bo ku birevînin jê ditirsin, ji bo ku bitirsînin...
Qisa pirr, qisa hindik: Hêvi dikim ku ev dewr ne giran sivik, ne zor hêsan, ne dûr nêzik bi dawî be. Her kesek û her gotinek bi mana, bi girani û bi serê xwe bête nasîn. Bête pêjirandin. Bête şixulandin...
06 Sibat 2001
_________________
* Ji berhema "Şêx Sen'an" çarîna 280yan.













Termên Bêxwedî

Sedat YURTDAŞ

Çar hevalên xort bûn. Naşî û di despêka jiyaneke bihêvî de. Malên wan nêzî hev û taxa wan yek bû. Mîna her car, di pey şîvê re, lê vê carê bi cilên xwe yên nuh li qahwexanê civîyan. Li dora maseyekê, li ser kursîyên piçûk î lastikîn rûniştin. Di pey vexarina çayên kaçax ên ewilî re, di nava dûyê cixaran û di bin qîre-qîra leyîstikvanan de çend dest kaxez leyîstin. Lê ne mîna her şev heşê wan li ser kaxez û leyîstikê bû. Jê sar bûn. Ne dikarîbûn lê sor bibin. Kela dilê wan wisa rabû bû, ku di çavên wan re pêl dida. Ji ber vê yekê, hîn danê nîvro qewlê xwe kiribûn yek ku wê îşev tev bi hev re biçûna mala Şindoyê Nemêr; Şindoyê Qîzlawqîz!
Zû rabûn. Li rabûnê, ji bo ku hewcedarîya peran wê îşev ji her wextê zêdetir bûya, heqê çayan li deftera deynan dane nivsandin û bi bişirîn ji qahwexanê derketin.
Berîya ku herin Mala Şindo, berê xwe dan hemameke kevnare, dîrokî yê bajarê qedîm. Hemam jî mîna dilê wan germ bû; dikeliya. Tevlî pêşmalên dor-tilorên xwe, li ser kevirê navendê seranser dirêj bûn. Di navîna çend welqeyan de canê wan germ bû û xwêdanê hêdî hêdî xwe di çermên wan de da der. Bi qasekî şûn de zîpik zîpikî bû. Vê carê, xwe dor bi dor dane ber lîfê tellaq û qilêrên canên xwe î mîna şehira dane derxistin. Di ber eynikên bi mij de, rihên xwe bi kilam û bi helhelan kur kirin. Ji kurna ava sargerm bi tasan li ser laşê xwe de kirin. Xwe pak û temîz şûştin û bi dorê, mîna balcanên sor, xawlîyên kevn î hêwî lixwe lefandin û derketin salona lixwekirinê. Heta ku ji germahîya hundirê hemamê filitîn, di hinkayîya salonê de bi kelecanek eşkere rûniştin. Dû re dest bi lixwekirina cilan û şehkirina porên xwe î xelekîn kirin; tuske tuskey bûn. Di derketinê de, ji parfuma hemamê li rû, stû û sîngên xwe reşandin. Dû re bi awayekî jixwe pirr-bawer; berê xwe dan Mala Şindo.
Şindo î nemêr! Feqîro an feqîrê, bê şik, bi xeletî hatibû afirandin; Ne tam mêr û ne jî tam jin bû. Heta xortanîya xwe, sîfet û dirûvê wî mêr, lê rihê wî pîrek bû. Lewma jî, demeke dirêj di erê-nayê de ma. Ka ewê li kîjan alî ve bisekinîya? Li alîyê xwe î jor an jêr?! Wê di kîjan hembêzê de sibeh bikira? Nedizanî bû. Lê wexta ku bû xama û bi şûn de biryara xwe bi hêsanî da; ku tu xêra zêdeyîyê wî yê pûç tune; “Hima heya dikare bila li wêrê li ba bibe!” got û, li ser rastîya xwe hêz da girkirina; mezinkirina pêsîrên xwe yê sitewr î guzokî.
Bi mezin kirina pêsîran re, karê xwe jî mezin kir. Di nava çend salan de bû xwedî mal; bû xwedî sermîyan, xwedî pere û zilam..! Êdî li derdora xwe bûbû kesek bijarte. Bi tenê dema kêfa wê bixwesta dişuxulî. Ne serhevdeyên malîyên wê (êdî emê bibêjin WÊ!) lê mabû û ne jî pêkenîyên cîranan.
Ewên ku Şindo nasdikirin qenc dizanîbûn ku di xizmeta mala wê de ti qisûr nîn e. Li mala wê, li cem wê, “tune” tune ye! Keç, jin, travestî an pirr û pirr pêwîst be, bakîreyên dest pê nebûyî...
Wê şevê, mêvantîya û mêrantîya wan bi ya dilê wan derbas bû. Heta derengîya şevê li mala wê man. Şevbêrka xwe bi kêfa dilê xwe kirin. Ji ber vê yekê, dema li derketinê Şindo ji wan, ji bo zikê xwe, ji bo sorkirinê, “mirîşk” xwest. Wan jî qet yeka wê nekirin dudu û gotin, “Ser seran, ser çavan!”
Lê ne perê mirîşkan, perê yek nukilekê mirîşkê jî bi wan re nema bû. Ketibûn halekî nexweş. Her çaran li çavên hev niherîn. Ji çaran, ê dirêj î bozik, ji bo ku xwe û hevalê xwe ji tengasîya ku ketinê xelas bike, vegerîya ser Şindo û bi fedî jê pirsî; “Ma em di dileva mirîşkan de kewan bînin, nabe?”
Ev pêşnîyarîya ha giştîk bi hevre ji tengasîyekê xelaskirin. Wechên hevalên wî geş bûn.
Şindo jî biaqil e. Di dest de fahm kir ku tev zilût bûne. Kenîya. Bi zimanekî pahn û bi nîvqerf lê kir; “Dibe canim! Çawa dixwazin bila wekî we be. Kew ha!.. Hirrr... Hirrr... Hirrr... Kew ha!..” got û derîyê derve li pey wan girt.
***
Li derve mijekî stûr û sermayekî tuj li ser bajêr veniştibû. Bayêkî sar, ê beriya berfê, hêdî hêdî dileqîya û poz û guhên mirovan dişewitand; penc dikir. Lê ne xema wan bû. Hîn nuh ji hembêzên germ, ên mîna havîna berriyeke derketibûn û wan bedenan, heta moxê hestîyên wan germ kiribû. Devê wan î bi cixare digihîşt guhên wan.
Kuçeyên teng ên fetlok, xirûxalî bûn. Bêyî du xortên serxweş û birrek kuçikên bêxwedî pêrgî tu kesekî nehatin. Lampê malan ên vêketî jî gelekî kêm mabûn. Mij û bêdengîya kuçan xofeke nepen di nava zikê xwe de dihemiland. Êdî, ne bajar bajarê berê bû û ne jî kuçe kuçêyên berê. Ew dema ku sal donzdeh meh, heta ku stêrka sibehê xatir dixwest jî hemû kuçe bi dengê zar û zêçan, bi dengê mêr û jinan tije dibû, ji zû ve li paş mabû. Li cihê şênahîyên kuçan, kemîn û mirina bêbext ji xwe re peyase dikir. Ji ber vê yekê, xelk bi pirranî, bi daketina tarîyê re vedikişîya malên xwe û pirr ne pêwîst bûya, bi şev qet ji mal dernediketin. Bajarê jînê, nuha carekî din çarşeva mirinê li xwe rapêçabû.
Ji çar hevalan dudo yê wan gedê bajêr, yên din gundî bûn. Zatî yên bajarî reberîya cihên wekî malan Şindo dikirin. Herdu yên din hîn nuh bi tevlî wechên xwe yê şermokî fêrî hinek tiştan di bûn; didan pêy wan.
Dudo yên ku li bajêr mezin bûbûn, bi tenê çend salan çubûn dibistana yekemîn û dura dev jê berdabûn. Di pêy re jî hima çi kar bûbû ya dest diavêtinê û bi vê rê diketin arîkarîya debara malbata xwe. Havîna bi pirranî fêkî û sebze yên ku li ber devê çem û li Hewsel’e digihîye; mîna marol, xitî, petêx û zebeş difirotin; zivistanê jî an “datlî” û simît difirotin an jî pêlav boyax dikirin nanê xwe ji kevir derdixistin. Pirr bê pere bimana jî, bi destên xwe yê sivik û bi tilîkên xwe yê zirav li dora gundî yên feqîrên mast an kereng firoşên deştê û Qerejdaxê digerîyan. Dersa xwe ji bavên xwe girtibûn. Bavê wan hîn di piçuktîya wan de ji wan re goti bûn; “Dizî yê jî hîn bibin lê mekin; heye ku rojekê ji we re lazim bibe.”
Herdu yên din heta bi çend sal berê li gundên xwe dijîyan. Halê wan zêde ne baş bûya jî, debara wan dibû. Xanîyên wan, bi qasî ku têra wan bike erd, baxçe, rez û pezên wan hebûn. Bi cotyarî û bi xwedîkirina ajalan debara xwe dikirin. Xwe dîtibûn nedîtibûn di wan şert û mercan de; di warê bav û kalan de bûn. Dinya wan; bi mal û malbat, bi gund û derdor û bi asoyê navçeya wan tixubkirî bû. Ji wan heta kesek neçûya leşkerîyê, başebaş bajarekî jî nedidît. Bi sedê sala û bi vir de di wî rengî de jîya bûn. Lê zêde gilî û gazincên wan jî tune bû. Parîyek nanê bê minnet, tasek dewê cemidî û ezmanên wan î bi stêrka mişt tije berdêla her tiştî bû. Belê, feqîr bûn, lê feqîrîyeke bi rûmet.
Rojekê hinek xort peyda bûn li hawirdor. Tev bi şal û şapik, bi çek û rext, bi bombe û bi dûrbîn bûn. Li quntarên çîyan, newal, gelî û di şikeftan de diman. Carînan ji bo nan û pêxwarînê, lê bi pirranî jî ji bo xeberdan û guftugoyê dihatin nav gundan. Gelekên wan mêr, lê di nav wan de hinek jî jin hebûn. Tev kesên xwenda û zana bûn. Li bajarên mezin di nava şaristanîyên mezin de jîyayî bûn. Dema dipeyivîn mirov dixwest ku ti karî neke û hima welê li wan guhdarî bike. Tiştên gelek cûda digotin; ew tiştên ku gundîyan pê nizanîbûn.
Ap, xal, pismam, dotmam, xwişk, bira ji nava xwe û naskirîyên xwe helandibûn. Piçûk û mezin teva ji hev re digotin, “Heval!” Heval û heval...
Û di nava hevokên wan ên xweş-rêzkirî de netew, welat, azadî, rizgarî, enî, partî, şer, yekbûn, serxwebûn û berxwedan diherîkî... Ev peyv hemû jî ji bo gundîyan peyvên nû; nipînû bûn. Mîna her tiştên nû, bala gundîyan jî pirr dikişand. Xortan jî bi hinceta hînkirina wateya van peyvan, pirsgirêka ku ew derxistibûn çol û çîyan; bawerîya dilê xwe, yek bi yek ji wan re kat dikirin. Dixwestin ku her yek sedemê têkoşîna wan î çekdarîyê fahm bike û bi vî awayî jî wan bikine hezkirîyên xwe, bikine alîgirê xwe, bikinê rêhevalê xwe...
Lê li du peydabûyîna xortan re pirr neçû, îcar esker jî daketin gundan. Mal bi mal, qulik bi qulik tev sax kirin; çarmedor sax kirin; li wan gerîyan. Lê nihêrîn ku ji xelkê re, ji ba gundîyan bîyan dimînin, ji hinekê wan re bi vekirina devê kîsikan; ji hinekê wan re jî darê zorê, ji her gundî çend kes dane dora xwe, dane pêş xwe û nola derkevin nêçîra pezkovîyan, dane pey wan, bi şev û rojan şopandin.
Êdî pevçûn û kuştin, girtin û rev, iskence û zîndan bûbû ji bûyêrên rojane yên ji rêzê. Çendik û çend pevçûn, çendik û çend kuştin di çendîn cihan de çêbûn, ti kes nizane û belkî wê heta bi heta jî neyê zanîn! Gelo ma dar û ber, best û gelî, deşt û zozan, derbend û çiyayên asê wê ji bo şahidiya xwîna ku herikî nava rehên wana, wê bêne ziman, wê karibin bi tevayî eşkere bikin? Tu kes nizane ku çendik û çend mezelên bi dizî hatine kolan û termên çend keç û xortên bedew termên bê xwedî tê de hatine veşartin.
Heta ku rojekê, leşkerên bê serî û bê binî çîya û gelî, zozan û deşt seranser zeftkirin û bi qîrîn gotin; “Gundîno!.. Derhal ji van deveran herin! Ji xwe re canê xwe xelas bikin!..” Û dest bi şewat û hilweşandin û wêrankirina warê hezar salan kirin. Di demeke kurt da, bi hezaran gund û rûniştgeh vala bûn; kavil bûn û gundî daketin ser rîyan. Riyên nenas. Riyên bêhêvîyê. Riyên nezanînê. Riyên bê xwedîtîyê û...
Ji çaran dudoyên wan ji tofenake welê tevlî malbatên xwe ji gund veqetîyabûn û berê xwe dabûn kuçe û qulikên bajêr. Her çiqas bajar, bajarê wan bixwe be jî, ew bîyanîyên jîyana bajêr bûn. Bajar tu carê bi dilê wan ve nedizeliqî. Ji ber vê yekê jî gelek tiştî di çavên wan de, di dilê wan de, di mêjîyê wan û di rihê wan de kêm dima. Kêm dima, lewra her dîkek li ser sergoyê xwe xweştrîn bang dide...
Dîsa jî di şertên rojane de kesekî nedikarîbû li siya wan mêze bikira. Tev mîna singekî konên reş î koçeran zexm bûn. Ji ber viya jî, ne xalîbûyîna kuçan û ne jî bêdengîya bajêr ji xwe re dikirin pirsgirêk. Mezintirîn xwestika wan çûyîna mala Şindo bû. Şindoyê ku heta wê saetê ya dilê wan bê kêmanî bi cih anîbû. Demekê di kuçan de, her yek bi bîranên bêhneka berê rehet rehet meşîyan. Lê her diçû him sermayê li canê wan kar dikir û him jî ew tirsa nepen, xwe li wan hêdî hêdî eşkere dikir.
Di serê kuçeyeke kor; kuçeyeke reş-tarî de sekinîn. Cixareyên ku êdî di destê wan de bûbûn qotik, jê hilmên dawîn kişandin, avêtin erdê û bi pozên pêlavên xwe eciqandin. Li dora xwe nihêrîn. Li kuçeyê nihêrîn. Fermuarê qocikên xwe kişandin. Li dengê nexuyayî yê hawirdora xwe guhdarî kirin û bi semt ketin nava kuçeyê. Dema di ber hewşekê bi pirîket re derbas dibûn, Bozo, ji hevalên xwe re bi dengekî nizm got, “Em ê di vê hewşê re derkevin ser xanî. Lê mala bi kew ne ev e.” Û meşîyan. Dema ji ber du malên din re jî derbas bûn û bi şûn de li ber derîyê hewşeke din, a bi caxên hesinî rapêçayî, sekinîn. Dîwarê hewşê, mîna dîwarê xênî, bi qasî keleheke bilind î mehkem û bi kevirê reş î bazaltîn lêkirî bû. Bilindahîya wê kevnemalê bi serê xwe cûreyeke tirsê, sawake seyr li dora xwe belav dikir.
Çar hevalan serê xwe nêzî hev kirin. Bozo, “Hima bila Nezo bi min re were bes e. Qama wî dirêj e, wê hêsantir be” got û destê xwe li ser milê Nezo peland. Ji herduyên din re jî; “Hûn li vir bisekinin. Gava me kew girtin û bi şûn de jixwe, em ê di derîyê hewşê re derkevin der” got û ber bi hewşa dîwarê pirîkêtîn ve meşîya. Nezo jî da dû.
Di nava çend sanîyan de Bozo û Nezo gihan ber diwarê hewşê û di bêhnekê de hilkişîyan ser dîwêr û xwe çen kirin alî hundir. Pirr neçû herdu heval bi hev re li ser sinokên xanîyê kewan xuya bûn. Ji jor de li hevalên xwe mêze kirin û destê xwe hebekê ber bi jor rakirin û bi şûn de, êdî ji ber çavan winda bûn. Bi windabûyîna wan re, berfê jî gote, “Aa ji te re!...” û berfa spî, mîna ku bixwaze kefeneke nedirûtî rapêçe ser bajarê nava reşîyê; bi kulîyên mezin xwe bera jêr di da!
***
Li pey Bozo û Silo, herduyên yên din jî, li kuçeyê, li ber derîyê hewşê li benda anîna kewan, ew kewên ku wê bûbûna xwarina Şindoyê xwedîyê kewên hembêz-spî, sekinîn. Ji wana yê qelew ji berîka qocixê xwe pakêta cixarê derxist, yek ji nav wergirt û yek jî dirêjî hevalê xwe kir. Dû re pakêt bi şûn de kir berîka qocixê xwe. Her yekî ji berîkên xwe hesteyên naylonî yên erzan derxistin, ar bi cixareyên xwe xistin û dest bi kişandinê kirin. Hilma ku ji devên wan bi tevî dûyê cixareyê derdiket di nav kulîyên berfê de mîna nîşana sirrekî belav dibû.
Her ku zeman bi dizî diherikî û diçû pê re berfê jî û sermayê jî lê zêde dikir. Ji ber ku berf, ne berfa her dem bû. Berfeke seyr, berfeke tore, berfeke bêyom dibarîya. Mîna xwelîyê, mîna tozê; hûrik hûrik di rengê arvan de, bi bayekî sar, bi bahoz, bi tevlihevîyek nedîtî dihat xwarê. Herduyê ber derîyê hewşê him ji berfê û him jî ji xewê nedikarîbûn ku çavên xwe bi xweşikî vekin. Westa mala Şindo û sermaya tund û ew heyama buhurî ya şevê xeweke welê şîrîn, welê kwîr bi bawîşkan û bi giranbûna qapaxên çavên wan re, xwe li wan dida der.
Serê gavê li saetên xwe dinihêrîn Lêbelê wext jî asê bûbû û nedibuhurî. Wext sekinîbû, guhên xwe bel kiribûn û dabû ser bêdengîya bajar. Wext, wekî ku bi bêdengîya kolanan re ketibe qerezê. Ewên me cixareyên xwe nîvi kirin nekirin, ji herduyan yê qelew, ji bo ku xewa xwe û ya hevalê xwe birevîne, pirsî; “Kuro Cimo, ma deng ji vana derneket lawo. Li kû derê man ev heww!”
Cimo bi dengekî nizm, lê bi hêrs; “Ma ez çi zanim Nezo!. Ez çi zanim bavê min! Me jî da dû qûna Bozo û em di vê sermaya hanê de hatin vira! Ma çi qewumî bû? Hima bila Şindo jî îşev tu zuqûmek nexwara, qey wê qîyamet ranebûya!” got û hilmeke kwîr ji cixara xwe kişand. Dû re jî bi bawîşkekê re devê xwe heta ku karibû ji hev kir.
Eynî di wê gavê de, bêdengîya şevê bi teqînekê re xira bû. Bêdengî dirrîya. Bêdengî qul bû; şikîya. Tikûtenê teqînek hat... Teqînî, teqîna demançeyekê bû. Teqîneke kurt, teqîneke tije, têr û bê gujjîn, bê xuşşîn... Mîna ku bêrik xwe li cihekî bide; nîşana xwe bibîne; welê toq...
Herdu hevalên ber derîyê hewşê bi mitûmayî li çavên hev mêzekirin. Sar bûn. Şaş bûn û tirsê mîna koremarekê fişşînî ji xwe deranî û li nava wan kon veda. Bêyî hemdê xwe, li hewşê guhdarî kirin. Ji bo dengekî din bigrin, guhên xwe heta ku dikarîbûn bel kirin. Ji herduyan yê gundî Cimo bi dengê demança û ji teqîna bêrîkan baş fahm dikir. Bi dengekî nizm, ji Nezo re got; “Berik vala neçû!”
Bîbikên çavên wan mezin bûn. Miçiqîn. Devê wan ziwa bû. Tuka wan nediçû xwar. Ricifeke eşkere kete canên wan. Çavên wan reş ve çûn. Di heşên wan re dîmenên gelekî xeter derbas bûn. Qet nedizanîbûn ku bê ka wê çi bikin.
Nezo: “Ev çi deng bû law Cimo?!”
Cimo, bi wechekî matmayî û bi dengekî nîvfetisî; “Ma ez çi zanim heyra! Xwedê bike hima bila tiştekî bi wan nehatibe!”
Demeke din jî welê bê deng û bê bizav li derdora xwe guhdarî kirin. Lê ne dengê teqînê dûbare bû û ne jî dengekî din hate bihîstin. Ne “Hawar!..”ek, ne “Ha ho!..”yek, ne qîrînek, ne terpe-repek û ne jî kurt-pistek hate bihîstin. Ne lampeyek vêket, ne derîyek vebû û ne jî perdeyek hate kişandin. Mîna ku teqînî ji bin ve derew be! Mîna ku deng ji xwe re ji ber xwe ve dabûne çêkirin. Derew! Çûyîna mala Şindo derew. Berf derew. Kew derew û ew teqîna kurt û dagirtî jî derew...
Kelîyekî din jî welê mitumayî di cihê xwe de sekinîn. Lê na. Wana deng bi guhên serê xwe bihîstibûn û deng jî ji hundirê hewşê hatibû. Hêdî hêdî li dora xwe, li kuçeyê, li ew mija stûr ya mîna perdê, li dîwarê hewşê, li pencerê û li sinokên xênî bi baldarî nihêrîn. Lê hertişt di nava bêdengîya xwe ya kwîr de digevizî.
Ne berfa bêyom, ne sermaya tuj, ne mija stûr û ne jî kevirên bazaltî yên diwêr û xanî tiştekî bi “erênî” nîşan didan.
Destê xwe dirêjî doqika derî kirin. Bi çend cara hêdî hêdî lêxistin. Lê ti bersîv negirtin. Hingê doqik bi hêztir lêxistin. Lê bêyî dengê lihevketina hesin ti bersîv û ti nîşana zindîtîyê tune bû. Ji ber bêbersivî û nedîyarîyê tirsê her diçû herdu heval di nav hembêza xwe ya xeternak de heşk zeft dikir. Defên sîngên wan bilind dibû û dadiket. Dilerizîn. Qîrçe-qîrça diranên wan bû. Ji hêlekê ve jî li ser tetikê bûn. Xefa xwe ji hundir dikirin. Ji hundirê hewşê û ji hundirê xanî. Xanîyê kewan.
Anuha nedibû ku hinekan ji nişka ve, bi çelegiyeke şevane derî vekirana û ew bikişandana nava hewşê? Yan jî di derî re an jî di pencerê ra rastrast bêrik bi ser wan de bireşandana; ew li wê derê bideriwandana!..
Di bin bandora tirsê de herduyan bi hev re bi dengên duneçel destpê kirin; “Bozo!.. Silo!...” deng li hevalên xwe kirin.
“Bozoo!.. Siloo!..” Lê dengê wan î bê hêvî jî di bin berfa bêyom de û di nava ew mija stûr de difetisî. Berfê û mijê dest dabûn hev û dengê wan dadiqurtand. Heşê wan yekcar belawela bû. Êdî bi tenê tirsê di nava dilê wan de hukum diajot. Hestên wan tev ketibûn bin bandora tirsê. Tirsê di dest de li nav heşe wan ji bo xwe cihekî qewîn çêkir û bû hizirînek û ramaneke nuh û cudatir. Dageriya rengekî din.
Cimo, mîna ku hîn nuh ji xew şîyar bibe, dest bi gotinê kir; “Kuro Nezo, ma cergî ku em hatine, ji hewşê te qet qeb-qeba kewan, an jî pirre-pira baskên kevokekê jî bihîst?” Ji bo ku tesîra pirsa xwe li ser hevale xwe bibîne bêhneke din jî sekinî û domand. “Ka em li vir çi dikin? Heye ku ew me bixapînin, ji xwe re herin mala xwe! Ev jî ne ji henekek henekên Bozo be?”
Nezo, wateya şîroveyê û pirsê fahm kir. Lê ji hêla din jî dengê demançê bi guhên serê bihîstibûn. Wî jî pirr dixwest ku ji ber mala bi kew, ji ber mala bi xof, ji ber mala bi sirr gavek beriya gavekê bi dûr keve. Lê hevalên wan ên winda hebûn. Bêhnekê hizirî û hîn bersîv da, “De ka em li wê hewşa din mêzekin hîna em herin malên wan sax bikin”
“Dibe.”
“Ê de hadê!..”
Tu xew mew li ser rû û çavên wan nema bû. Welê bi gavên fereh û çak çûn ber hewşa dîwarê pirîkêtîn. Ew bi xwe jî di wê sivikîya xwe de şaş man.
Dîwar ji bo hevalên wanê din nizm bûya jî, ji bo wan bilind dihat. Encax bi alîkarîya Cimo bû ku Nezo bejna xwe ya kin bilind kir û serê xwe hêdî hêdî gihand serê dîwar. Ji ser dîwêr re çavên xwe kutan nava hewşê. Hewş, gelekî fereh bû. Çavên xwe zûzûka lê gerand. Çawa li nêzîkê quncikê jor, li cihê bê berf, li reşahîya çend kesên bi demançe hay bû, bi carekê de serê xwe danî û xwe bera jêr da. Ji ber ku pişta wan reşahîyan li Nezo bû, wan wî nedîtibûn. Ev jî siûdek bû ji bo Nezo û Cimo.
Hate jêr. Çavên xwe yên zîl kutan nava çavên Cimo. Tilîya xwe ya nîşanê ya destê rastê bi ser lêvên xwe ve bir û bi destê xwe î çepê jî bi maneya çûyînê de li ba kir. Bi lez û bêdeng mîna lawirekî di kuçê re şemitî. Û Cimo jî mîna ku siya wî be, wisa li dû.
Cimo çawa kuçeya kor lixwe ba neda, bêyî ku tiştekî ji hevalê xwe re bibêje dest bi revê kir. Di heşê Cimo de dîmenên roja merasîma termê Wedat, di ê Nezo da roja valakirina gund. Mîna tajîyekî direvîya. Hevalê wî jî heya ku xwedê taqet dabûyê, li dû wî. Lingno qurbano!..
Welê xwuya bû ku mêranîyê rev digot. Çiqas bi dûr diketin, kew, hewş, xanî, heval û teqîn ewqas li paş dima. Heta ku bêhna Cimo çikîya nesekinîn, revîyan. Dema Cimo sekinî çend cara li pey hev kuxîya û kêlîyekê bêhna xwe girt û da. Paşê bi helke-helk destpê kir; “Kuro Silho, li hundurê hewşê sê-çar kesên bi demançeyên rût û bi keleş hebûn. Ger wan em bidîtana, welleh em niha bûbûn term û em li wê kuçeyê di ber hev re dirêj bûbûn!..”
Nezo, di hundirê xwe de ji xwe re; “Xwedê neke law!..” û dû re lê vegerand, “Law tu wer dibêjî, lê wan tiştekî bi serê hevalên me de anîbin?!..”
Herdu jî bêdeng man.
***
Ne Bozo û ne jî Silo vegerîyabûn mala xwe. Li gor malîyên wan, herdu jî carinan dereng diman, lê ne wisa di şevên welê bi berf û boran de; di serma û seqemeke wisa de! Tev ketin nav miraqan. Nezo û Cimo li hev nihêrîn. Ne xwestin di gava yekemîn de gotina rast ji wan re bibêjin. Di dêleva viya de;
“Qet metirsin. Em dizanin ew li kû ne. Em ê niha herin û heta nîv saeteke din wan bigrin û werin!” gotin û dane rê, çûn.
Demekê li kolanan doş bûn û li ser mijarê axifîn. Lê tu çareserîyek, tu rêyek nedîtin. Dîyîna çareserîyê li hêlekî bisekine, êdî qet nediwerîbûn ku bi nêzîkê wê kolana kor, ew kolana xanîyê bi kew de herin. Ji alîyên din saeta ku li ber hewşê qet nedibuhurî, di wê gavê de mîna avê diherikî û wext ji kîsên wan; ji kîsên hevalên wan diçû. Nebû. Ji bêçaretîyê û ji barê berpirsîyarîya hevalên xwe careke din berê xwe dan mala.
Hingê serpêhatîya wê şevê ji serî heta binî û bê kêmanî, gav bi gav, gotin bi gotin ji tevan re kat kirin. Lê ji her serîyekî dengek derdiket. Hinekan digot, “Em bixwe, bi jin û zilaman ve biavêjin ser mala bi kew!” Hineka digot “Em herin qereqolê û gilî bikin, bila ew biavêjin ser malê.” Hinekan digot, “Herdu xortên kaw, xwe ji qastîka veşartine..” Û dawiya gotinan nedihat... Lê di wê navberê de ji devê zarokekî hevokek, gotineke cuda derket;
“Ma hûn pê nizanin? Ew mala, mala fedayîyên olî ye!..” Çawa ev hevok hate bihîstin, zirav li gişa qetîya. Tevan dizanîbûn, ku girtin û hepiskirin, kuştin û veşartin di bawerîya vê komikê, de mîna emelê bi xêr, nola peywireke pîroz, nola wezîfeyeke pîroz bû.
Êdî giş têgihîştin ku wext ne wexta seknê û ne jî wexta gilîya polêsan bû. Jixwe ger ev agahdarî rast bûya, ku rast bû jî, êdî gilîyê jî wê bi kêrî tiştekî nekira.
Dev ji qirecirên vala berdan û şeş kesên çekdar û bi tevî herdu hevalan berê xwe dan kolana mala bi kew. Kolana kor; bêyom; bi tirs. Hemû bi hev re û di riya Bozo û Silo re ketin hundirê hewşê. Di hewşê de şopa pêlavên çend kesan dixuya, ku vê yekê jî ew dîtina dîmenê ku Cimo di ser dîwar re dîtibû û ji wan re qal kiribû dipeyitand.
Derketin ser xanîyan û ji ser xanîyê bi kew jî bi pêlekek kevirîn daketin nava hewşê. Tevlî wan demançeyên rût ên di dest xwe de çavên xwe li hewşê gerandin. Tu tiştekî balkêş nedixuya. Di hewşê de derîyê malekê û di quncikekê de jî pîna kewan hebû. Berê pîn sax kirin. Lê pîn vikîvala bû. Ne kewek û ne jî rîçek tê de tune bû. Dû re, bi wan demançeyên ku bêrîk di dev de û amadekirî hêdîka derîyê malê, ku li ber derî bi qasî palasekê cih erd şil bûbû, sekinîn û ji nişka ve derî tahn dan.
Derî ne kilîtkirî bû. Bi hêsanî vebû. Tevlî Nezo û Cimo şeş kes bi baldarî ketin hundir. Lampe vêxistin. Lê ti tiştekî ku bala mirov bikişîne tune bû. Li odeyan belav bûn. Yek bi yek tevdan. Rastî ti kesekî nehatin. Lê eşkere bû ku xwedîyên malê hima bi gavekî berê ji mal çûbûn. Hîn çaya wan a germ di nav pîyaleyên wan ên nîvtije de, li ser tepsîyekê di metbexê de li ser maseyekê bû. Ji bo wî qor bi qor hundirê malê û hewş seranser tevdan. Buhust bi buhust sax kirin. Ne pişt dolab û perdan ne bin nivîn û xalîçeyên hilawestî û yên raxistî ne jî hundirê dolaban hîştin. Mal serobinî hev kirin. Ne kesekî dîtin û ne jî ti tişteki veşartî. Bi tenê li ser maseyê û di dolabên pirtûkan de him bi elfabeya Latînî û him jî bi elfabeya Erebî gelek pirtûkên tenik û stûr ên olî hebûn. Lê ji Bozo û Silo tu şopekê jî tune bû.
Di dawîyê de biryar dan, ku êdî tu xêra tevdana malê tune. Lewma jî bêçaretîyê berê xwe dan qereqolê. Kesên ku demançê wan bê wesîqe bûn, wan ên xwe şandin mal û bi yên din re çûne gilîyê. Qereqolê, li pey gelek pirs û pirsiyaran bi şûn de gilîyê wan qebûl kir û bi hev re hatin mala bê kew; mala bi pîn. Mala bi sirr...
Polêsan jî, her derê malê gav bi gav tevdan, lê tu havilek bi dest nexistin. Ne şopek, ne nîşanek hebû. Mîna ku erd qelişîbe û ew jî tê de çûbin. Heş û aqilan nedigirt. Çawa dibû, du peyayê mest û mezin bi carekê de winda dibûn! Bûbûn qultek av û hatibûn vexwarin?
***
Nêzî berbangê berfa tore sekinî û mija stûr jî hêdî hêdî vekişiya. Gava ku roj mîna gulleyekê ji ar dest bi hilatinê kir û ji heyama şevê tu şop bi şûn de nema, wê demê bi hilatina rojê re bajar bi tîrêjên biriqandî seranser tijî bû û her ku diçû, germahîyê jî xwe hêdî hêdî da nîşan, pê re pê re qirçênî bi ser deriyan jî ket û li kuçeyên labîrentîyên bajarê bazaltî rêçên cûr bi cûr ên pêlavan li ser berfa êvarê neqişîn. Her çiqas bayê kur tesîra germê kêm bikira jî, lê gav bi gav germahîyê zora sermê dibir; pişt lê sist dikir.
Demekê bi şûn de ji bilî wan cihên nepen, ku rojê xwe nedidayê, lê wekî din berfê bi xuşşîneke delal î dilovan dest bi helandinê kir. Jê hinek dibû av û di nava kolanan de ber bi hembêza çemê qedîm diherikî, yan jî xwe di qelîştokan re berra nava xizna erdê dida. Hinek jî bi dûkelekî xemgîn û di rengê mijê de tevlî hewayê dibû. Ber bi ezmanan ve hildikişiya. Lê ne ronahîya delal a rojê û ne jî germa berberojkan Bozo û Silo bi şûn de dianî.
Ji ber vê yekê, ji sibehê de, li pey xwirînîyê re heta derengîya şevê, lêzimên Bozo û Nezo bi çavdêrîyeke keserkur li dora mala bê kew nobetê gerandin. Çûn û hatin. Lê tu kesek ne ji derve hat malê û ne jî ji mal derket derve. Mîna ku maleke welê li wê derê qet tune be. Mal bixwe winda be. Tu danîşana zindîtîyê xuya nedikir. Nobedarên bibal dikarîbûn ku li ser her tiştên xwe yên herî pîroz sond bixwarana, ku tu kesek li vê malê tune ye.
Lê rastî ne welê bû. Rastî, ji wan dîmenên ku me ji nîvê şevê û bi vir de wekî dîmenên rojane; mîna dîmenên xwezayî me bi hev re dişopand, gelekî jê cudatir bû!
Hîn di serê ewil de, cergî ku Bozo û Silo ji ser xênî di pelikê re daketin hewşê û bûne mêvanên bêwext ên xeternak û bi vir ve her tiştê ku li kuçê, li ser xanî û di hewşê de diqewumî, li ber çavên wan bû. Bi qasî ku berf û mijê destûr dida, tevayî dîmenan bê kêmanî û bê qisûr ji alî xwedî-fetwayan ve hatibû dîtin; hatibû şopandin.
Dema Bozo û Silo daketin hewşê li mal çar kes hebûn. Sisê ji wan endamên lijna bajêr û ji wana yek jî berpirsîyarê bajêr bû. Çavkaniya fetwayên bajêr, fetwayên heremê! Di derheqê rewşa rojên dawîn de guftugo dikirin. Halê wan nexweş bû. Hîn çendekê berê li ew bajarê qedîm î ku li ser pira rojhilat û rojava de ye, Serokê rêxistinê, bi tevlî ku gelek pirsnîşanan li pey xwe bihêle, di bin şahidîya dehan kamerayan de, di weşanên zindî de hatibû kuştin. Laşê wî li ber sedan bêrikan bûbû mîna serradê. Lê du alîgirên wî yên ku ew jî wekî wî di şer de bûn, bêyî ku pozên wan jî xwînî bibe, bi saxî hatibûn girtin. Ji ber vê yekê jî di serê her kesî de bi dehan pirsnîşan peyda bûbûn. Nakokîyên ku heta wê rojê nehatibûn rojevê, bi zêdebûnek mezin derdiketin holê.
Ma çawa dibû ku wisa bi carekê de mîna bi destê xwe bi cih kiribin û danîbin, avêtibûn ser malê û dor li malê girtibûn? Ma çi bûbû ku ewqas bêrikên ku hatibûn teqandin û reşandin ji alîgirên wî yên şervan derbas dibûn û bi tenê rastî canê wî dihatin? Gelo rastîya pevçûnê çilo bû? Wê çi bûbûya? Wê rêxistinê çi bikira? Kîyê bûbûya rêvebir?
Pêwîst bû ku gelek pirs bihatana bersivandin û gelek pirsgirêk jî bihatana çareserkirin. Li civînê dawîyê nîqaşan nedihat û axaftinan sor bûbû. Lê di wê gavê de du kesên bîyanî ketibûn hundirê hewşê...
Jixwe, bêsiûdîya Bozo û Silo jî, di hatina wan ya bê vexwendin de bû. Û dema ku ji nêz de mêzekirin ku Silo hevalên wan î berê ye, yekcar gumanan xwe li mejî û hestên civîndaran qeliband; Silo, bi qasî şeş mehan di gelek mizgeftan de, di cemaetên wan de cih girti bû. Lêbelê, sê meh berê ji ber ku peywira çalakîyekî piçûk, sator-lêdanek dabûnê û ew jî ji wan revîyabû û têkilîyên xwe ji wan birrî bû. Ji bo wî jî hatina Nezo, mîna teslîmbûyîneke îlahî dîtin. Pê gelek kêfxweş bûn. Wî bi lingê xwe dabû pey enînivîsa xwe ya kambax!
Herdu heval mîna kesên sîxûr hatibûn pêjirandin; li gor wan tu maneyeke din tunebû. Qet nediket serê wan û qebûl nedikirin ku hinek rabin werin mala wan û bixwazin ji wir; ji ew mala kambax û bêxwedî mayî li dû qûna kew û kevokan bikevin û ji Şindoyê Nemêr re kewan bidizin! Ma qet tiştekî welê dibû?
Bi rastî jî berê di hewşê de gelek kew hebûn. Lê nihêrin ku kew bala derdorê pirr dikişîne ser malê û zarokên firqûz ên taxê bela xwe ji ber wan kew û kevokan ji wê malê nakin, lewma ew jî rabûn û hemûyê kew û kevokan bi carekî de serjêkirin û pijandin, xwarin. Ji deng û eleqeyên derdorê jî filitîbûn. Lêbelê, çi heyf û xebînet bû ku haya Bozo yê rêber hîn jê nîn bû ku qira kewan hatiye û mal bûye mala bêkew!
Kesên li malê piştî pirsên ewil re fahm kirin ku du hevalên wan hîn li derve li benda wan in. Lêpirsîna pêşîn zêde dirêj nekirin. Dû re, bi lez û bez herdu heval di nava xwe de daxistin stargehê. Stargeha taybet. Ew stargeha ku ji bo bicihanîna biryarên fetwayan amade bûbû. Dest, ling û çavên wan girê dan; usûl ev bû. Xebata li tarîtiyê vê yekê diviyabû. Li ser nalînên Bozo yên ji kezebê û ji berger û pile-pila Silo devê herduyan jî bi flasteran girtin. Êdî dengên wan ji binî ve hatibû birrîn. Herdu jî di halê xwe î mîna ezaba dojehê de digevizîyan. Lêbelê qet jî di xema yên din de nebûn. Tev kesên hînbûyî bûn; ehlê karê xwe û wisa jî mahîr. Dîsa jî ji bo tedbîrê hevalekî xwe li mal, li nik girtîyan hîştin û ewên din tevlî çekên xwe di ser xanî re ji mal derketin.
Di pey derketina wan û bi vir de, hevalên wan î ku bi girtîyan re mabû, di stargehê de, di hundirê çavîyek wekî odeyeke nîv-raxistî de, ji ekrana telewîzyonekê dîmenên derve bi tevayî temaşe dikir. Dîmen, ji ser xanî bi du kamerayên ku bi antêna telewîzyonê ve hatibûn girêdan û pê re jî diçerixîn, bi kabloyan xwe digihand jêr; xwe digihand stargeha nepen.
Stargeh du-çavî bû. Di çavîyekê de, xortê endamê lijna bajêr û aligirê berpirsîyarên lêpirsînê, ku xwedîyê peywira emelîyatan bû; bi zimanekî ku em têbigihên, celladek bixwe bû, lê dima. Di çavîya din de jî, kesên ku di derheqê wan de fetwa darizandinê hatibû dayîn; girtî, tawanbar, qurban lê diman. Lê ew, ne bi tenê di saxîya xwe de, dema lêpirsîn di bin kişandina kamerayan de bi dawî bûbûya û biryara di derheqê wan de, dîyet an serbest-berdan nebûya, mayîna wan a li wir vê carê bi mirîtî didomîya; êdî dibûn mêvanên heta bi hetayê!..
***
Her çiqas cihê wî qewîn bûbûya jî, lê dîsa ew xortê nobedar, cergî ku hevalên wî ew li nik Bozo û Silo hîştibûn li ser tetikê bû. Jixwe tetika demançê, tetika taqarofê jî wî bixwe kişandibû. Bi kişandina tetikê re bêrik li nava newqa Bozo ya rastê ketibû. Bi hukmê bêrikê re Bozo li ber derîyê malê li erdê dirêj bûbû. Xwîn, mîna avê jê çûbû. Ji bo wî jî, di pey daxistina wan î stargehê re, ber derî hati bû şûştin; ew şilahîya bi qasî palasekê cih jî wê demê şahidiya vê yekê kiribû, lê kê wê tê derxista?
Xortê stargehê di kozika xwe de, hatin û çûyîna lêziman û ya polêsan tev di cihê xwe î dîzî de temaşe kiribû. Dema ku mal dihate saxkirin, ji dengên lingan jî jixwe tev dihate fahm kirin.
Her çiqas cihê endamê lijnê di stargehê de tekûz bûya jî, heta ku lêzimên girtîyan li dora malê bûna, nerihetîya wî jî didomîya. Encax ji nîvê şevê û bi şûn de, bi çûyîn û vekişîna lêziman re dilê wî jî kete cih û xwe li ser diwançeyê dirêj kir û kete xewê.
Xortê stargehê, qasidê bê hest, kurikê reşotankî jî gundî bû. Him jî gundîyekî xwenda. Dibistana sereta li gundê xwe, ya navîn û lîse jî li navçeya xwe biribû serî. Heta ku li gund dijîya ew jî mîna hemû zarokan, di nav celb û coqê de, xwas û tazî bû. Li ber berx û bizinan, di nav pez û dewaran de, li ser erd û di paleyîyan de xwêdan dabû. Lewre, heta ku bi rêxistina olî re tekilîyên wî çê nebûbûn, kesekî bê deng, ji xwe ne-ewle, girtîyê hundirê xwe; belengazek bû. Bi nimêj, bi destmêj, bi Quran û bi Yasîn bû. Di meha Remezanê de rojîya xwe qet bernedida. Bi ti kesan re pirsgirêkên wî tune bûn û qet jî çê nedibûn. Pirsgirêka wî hebûya jî pir pir wê xwe bi xwe re bûya. Ji feqîrîya xwe, ji belengazîya xwe, ji enî-nivîsa xwe.
Lê wexta ku têkilîyên wî bi rêxistinê re destpê kirin û bi serokê xwe re bîat kir û bi şûn de êdî roj ji rojê guherî. Tenêtîya wî qedîya, bêdengîya wî xira bû û her ku diçû ji xwe zêdetir ewle dibû. Bû xwedî cemaet, bû xwedî heval û hogir; dengê wî yê ku nediçû kesî, lê bilind bû. Bû xwedî birrebirr. Nêrîn û rêveçûna wî guherî.
Di wê navberê de di gelek mizgeft û medresan de li waizan guhdarî kir. Bi taybetî hate perwerdekirin. Ji alîyê din jî, di bin navê berhevkirina zekatê de, wekî hinek hevalên xwe yên din, berîka wî jî bi pere tijî bû. Êdî di ser xwe re peya nas nedikir û çavê xwe ji tu kesî û ji tiştekî jî nedikuta. Mirin li ba wî hîç bû. Hîç! Her çi peywir bidana wî, bê tirs, bê tewatî, bi curetekî xenî bi cih dianî. Bawerîyek wî yê gelekî mezin li ser rêvebirê û rayedarên wî re çê bûbû. Ew jî bi wan ve bi can û dil hate girêdan. Bû mîna fedayîyekî, mîna murîdekî qewî. Karibû li pey wan biçûya mirinê. Ji ber vê yekê jî, li dû lîseyê him dev ji perwerdeyîyê berda û him jî êdî venegerîya gund. Jixwe êdî xebata wî, nav û dengê wî jî li her derî dihate bihîstin. Hingê, lewma jî navçe hîcret divêt. Jixwe, li ser vê yekê, wî ji navçeyê şandin bajêr; lewre êdî karê navçeyan bi qîma wî nedikir.
Li bajêr, tevlî sê kesên din wî beşdarî dersên taybetî; dersên çek û bombeyên curbecur kirin. Di warê lêpirsînê de kirin pispor. Pêşîya wî êdî bi tevayî lê vebûbû. Bê şik bûbû milîtanekî bi dilê rêvebirên xwe. Lewma jî ew tiştên ku di mala bê kew, di mala mirîyan de dikir, ne ji bo tatmînkirina hestên xwe yên sadîstî bû. Wî, ji bo pêşeroja bawerîya xwe, ji bo dawî lê anîna kufrê, ji bo amade bûyîna cîhada mezin, ji bo bi cih anîna fetwayên alimên xwe; ji bo ola axir û ewelê; ezel û ebedê peywirên xwe bê kêmanî, bê qisûr bi cih dianî. Wî, bi armanca mezintirîn îbadetê peywirên xwe bi cih dianîn.
Di bin sîwana van bawerîyan de gelek kesên ku di bin navê welatparêzî, an di bin navê demokrasî an jî azadîxwazîyê de di nav tevgeran de bûn, bûn mebesta armanca wan î pêşîn. Bijîjk, mamoste, xwendevan, dikandar, gundî... Wî jî mîna gelek hevalên xwe yên bi bawerî gelek kes di kuçe û kolanan de, li derên xewle geh bi derba satoran, geh bi takarofan li erdê dirêj kirin. Wezîfeya Ezraîl ji dest stendin!
Wî, xwe ji mucahîdên cîhadê yên nêzî serekan dihesiband. Sedemê raman, dîtin û xebata wî ya ji dil jî ew bû. Wî serê kahnîyê, serokên xwe jî li gorî dilê xwe dizanîbû. Lê dema hate girtin û kete zindanê û bi şûn de êdî dosyaya darizandinê hate ber wî û rûpel bi rûpel xwend, di dilê wî de gelek tişt derizî; qetîya. Got:
“Heywax ku heywah!..”
***
Bozo û Silo carekî din rûyê erdê nedîtin. Jîyana wan a mayî di çavîya ew stargeha ku ji bilî wan neh kuştîyên din jî tê de bûn, hima di nav kilsê de û di nava xwelîyê de radizan! Êdî ne şev û ne roj, ne dem û ne jî saet fahm kirin. Bi tenê nalîyan, girîyan, ber gerîyan û ji bo filitandinê dia kirin. Lê nebû. Yanzdeh rojên wan tijî bûn û bi şûn de, mîna kuştîyên din jîyana xwe ji dest dan. Lê gava ku jîyana xwe ji dest didan, herdu jî mîna ku ne li wir bin, rûyên wan geş, di ber lêvên wan de xetek ken dixuya. Ji ber ku herdu jî êdî yekcar gêj bûbûn. Bûbûn dînik, bûbûn saxik, bûbûn kesên sax-mirî. Ji ber vê yekê mîna ku hîn li mala Şindo bin, keçên Şindo yên zerik, esmer û xweşik li dora wan bin û bireqisin. Bi tenê gava ku keçikan xwe avêt ser wan û destên xwe li dora stûyên wan lefandin, wê demê hebekî bêhna wan çikîya.
Ewqas!...
***
Roja yazdehê bi dehan polêsên bi cilên sivîl û fermî bi tevlî kesekî rû û guhê wî veşartî, bi tevlî bêr û biviran dor li mala kewan; li mala mirîyan girtin. Bi qasî sê saetan li malê xebitîn. Berê gelek pirtûkên bi alfabeya Erebî dane ser hev, dû re yanzdeh termên ku bi benê xenzîran hatibûn xeniqandin, li nik hev dirêj kirin. Çapemenîyê, bi tenê ji bo cihên kolandî û nîşandana stargehê bikêşin vehewandin hundir.
Îdîanameya dozê pirr zû qedîya. Di demeke kurt de, bi sedan rûpel hate nivisîn. Tawan, tawanbar, kuştî, birîndar û delîlên dosyayê tê de cih girtin.
Êdî pirr hindik, kêm zêde, çê xerab pirrên kuştî û qasidan hatibûn bi nav kirin. Di beşa mirîyan de dora sed û şêst nav hebûn. Di beşa birîndar û mexdûran de jî nêzî wê hejmarê. Tev kesên bi dê û bav, bi xwişk û bira, bi pismam û dotmam, bi ap û xal, bi amojin û xalojin, bi heval û rêheval; bi dost û yar...
Lê mixabin roja darazandinê, bêyî çapemenîyê tu kesekî, ji miraqan be jî, doz neşopand.
Heye ku rojekê sedema wan termên bêxwedî bête eşkere kirin...
02. 12. 2001












Tu

Sedat Yurtdaş

Axxx tu...
Tu... De ka nizanim ku ez çi bibêjim; çawa bibêjim, çiqas bibêjim?.. Kîjanan; ji kê derê dest pêbikim; li kê derê biqedînim?
Hez dikî bila gotin ji ser zimanê min qet kêm nebin; her û her biterişin. Hez dikî ezê gotinên xwe yê hemû civîyayi, zikê xwe biqelişêm li ber te birijînim û hêdî hêdî li ba bikim. Bila gotin bi tevlî hewayê bibin, bila bidin pêy hev rêz bibin; bilind bibin; bibin helbestek bêserî; çîrokek bêdawî; bi bay ê brûskê û li her derê belav bibin. Li ser gul û kulilkan li ser pelên daran daynin. Bila bi derzîyên mozan, bi perrên pilpilîngan, bila bi nukulên teyr û tilûran; li deşt û zozanan, çîya û gelîyan, gund û bajaran belav bibin!..
Lê hevîya min ew e ku îşev, di vê şeva buharê, di vê şeva bi hîva çardehî, di vê şeva bi sitêrk, di vê şeva kin de; wê xizna gotinên zimanê min ji herikandina yê hundurê dilê min re têr bike! Ez dê îşev bikaribim keserên dilê xwe, hevîyên xwe yên şikestî, evîna xwe ya mirad-qurufî; geh bi lîlandinan, geh bi lorandinan, geh bi axînên ji nava kezebê; mîna mircan û morîyên rengo rengo, yek bi yek li pêy hev rêz bikim?
Ne dahatûya xwe, lê pêşeroja xwe ya nîv tarî; him ji te re, lê him jî ev cara yekemîne ku; eşkere û bêsînor ji xwe re jî kat bikim.
Tu!..
Dostê min ê canfeda... şitla dilê min; dara asoyê min, germahîya ruhê min. Dixwazî fermo rûne. Dixwazî di vê mezelê sargermî de here û were. Dixwazî di cihê xwe de zîq bisekine. Lê ji bo îlacê, ji bo teberikê jî yek qissekê neke; ne bipirse û ne jî bersîv bide.
Hew bi wan çavên xwe yê lîlikbiken, hêvîbar, renghungivîn li min binêre û guhên xwe yê ku dengên bêdengîyê, dengên windayî jî dibihîzin vekirî bihêle.
Ku ez bikaribim îşev; bi tenê îşev, ne sibehê, ne şevek dî, ne jî carekî din; xwe bighînim kurahîya dilê te. Xwe bigihînim fetlokên mejîyê te. Hestên xwe yê dîn û azad bighînim hestên te yên hewreşimî û heye ku, ez xwe bigihînim çermê canê te yê qemerî!..
Axxx...
Mîna duhî... Mîna îroyîn...
Na na welleh mîna vê gavê, mîna ku ez anuha têde bijîm, tê bîramin.
şevek zivistanê reş-tarî. Sar, mîna cemedê û bi mijek stûr bû. Em demekê bêdeng li nik hev meşîyan. Xalî bû. Dema me xwe gîhand peravê, em bi qasekî li ser banqekî runiştin. Bêyî me herduya kesek li derdor tunebû. Deryaya ku her car bi pêlên xwe bi çilqînîyen xwe û bi coşa xwe ya bêdawî, bi aram hedî hedî em dîn û har dikirin, wê şevê xwe bi bêhevîtî li keraxê rêya meşê, li dîwarê pêlşikestinê dixist. Em nêzî hev nebûn. Li cem hev, lê ji hev gelek dur... Me bi destên hev negirt û tilîyên xwe dihevre derbas nekirin. Me germahîya xwe, hezkirina xwe, hezkirina xwe, evîna xwe şanî hev neda. Me hev û du nelefand. Her cara ku lêvên me yê ku bi gezkirinên serxweş jê xwîn dadiqutîyan me nezîhev nekirin.
Tew min bi xweşikî li te jî nedinihêrî...
Ez pirr qahirî bûm. Min fahm nedikir. Heşê min nedigirt. Mêjî yê min qebûl nedikir. Ka çi bûbû? Sebep çi bû? Te çi dixwast? Çavên te li çi bûn? Te yê çi hilweşanda? Te yê çi ava bikira?
Ev bajarê ku li gorî min serbajarên hemû dinê yê, ew zanîngeha ku tu tê de perwerde dibûyî, kû di nava yê weka xwe de sereke ye, jîyana te ya ku herçî peş de diçû hîn xweştir û geştir dibû; te rasta rast bi şun xwe de dihişt, te dev ji her tiştî berdida û tu diçûyî. Ber bi nezanînekê, ber bi tarîyekê, ber bi belayekê ve; pêlekê, şepekê, şîpekê, mirinekî, wendabûyûnekê...
Ma rewa bû? Ma heq bû? Ma bê te kesekî din tune bû? Ma bi tenê tu bi berpirsîyar bûyî?
Min xwe dixwar. Hundurê min dişewitî. Ar û pilotî bi dilê min ketibû. Ez gêj dibûm. Min tehemul nedikir. Taqeta min ne dima. Li gorî min di cihê rihet da û hima bi carekî de te biryarek welê giran, welê bêeman, welê bêdawî dabû û te dikir ku mîna mija wê şevê di pêy çend gavan re ji ber çavê min wenda bibî.
Lê min dixwest tu neçî. Min dixwest tu li ba min, li bajarê sereke perwerdahiya xwe bidomînî. Herçendî ez bi qasî te ne dilgirtîyî bûma jî, yan bi zimanekî din; ya rastî, her çýqas min evîna xwe wekî te eşkere nekiraba jî, şev û roj tu ji bîra min qet nediçûyî. Min gotinên te, min risteyên te, min ramanên te yek bi yek dibîr dianîn. Dubare dikirin. Geh pê diramîyam geh pê dibişirîm û geh pê dikenîyam. Hevîya min çê dibû; mezin dibû. Bêhn li min fireh dibû. Di wan dema de hebûna te mîna bayekî germ canê min radipêça. Hinarokên min sor dibûn. Qenatên bivîla min bilid dibûn û dadiketin. Canê min germ dibû; çavên min biken, destê min bi xwêdan... Kelecanek, ricifîyek, giruzîyek li canê min xwe dida der. Hêdî hêdî dilerizim. Min ne dixwest ew hestên minê ku roj bi roj dûkel dibûn difûrîyan; sar bibin; bi cemidin û ez carekî din ji xwe, ji jîyanê xwe û ji pêşeroja xwe dur bikevim.
Min dixwest ku ez te ji biryara te vegerînim. Ez nîşanê te bidim ku mayîna te ji çûyîna te qenctire. Nehêlîm tu herî. Yê çûyî çikiribûn ku te yê çibikira?.. Heye ku çûyîn hêsan lê hatin çetin bû. Nehatin dixwîya. Ji ber vê yekê min vexwendina te ne pêjirand; di dest de li te vegerand. Te jî baş dizanî bû ku ew der ne seyrangeh bû.
Min da ber hev, min da ser hev û min xwest ez bi helwesta herî tund li hember te bisekinim. Ji ber vê yekê min gustîra ku me çendekê berê kiribû tilîyên hev; nîşana dergîstîyê min ji tilîya xwe derxist û bêyî ku tiştekî bibêjim bi êşekî bêtarîf dirêjî te kir.
Dizanim te bawer nekir. Tu şaş bûyî. Çav li te bûn mîna tas. Heye ku dû re hêsir jî pêketibin. Tu jî bûyî weka min. Heş li te belav bû. Bêhn li te miçiqî. Di wê gavê da te bi nerînek welê dijwar li min mêze kir, ku min hew dikir ku ez bi şunda gav biavêjim. Lê dawî, lê encam nedîyar bû.
Min ya xwe kiribû.
Gelo te yê çi bikira? Lewra ku te qet ne dixwest em ji bo şevekê jî bixeyd ji hevûdin biqetin. Hêvîya min ew bû ku, te yê destê xwe yê her dem germ dirêjî destê minê qefilî bikira û te yê biryara xwe biguherta û tu nê neçûyayî...
Lingên min diçûn, lê gurp-gurpa dilê min ez li benda destê te, li benda dengê te, li benda banga te bûm.
Bi tenê te yê bigota;
“Meçe!...”
Lê deng bi te neket. Te ne bi peyv û ne jî bi livîn ez nesekinandim Ez ji ber erebeyan li keraxê rê, kelîyekê sekinim. Hîna jî hevî ya min a xurt hebû. Ji ber wê hêvîyê, di wê navberê de ez carek din li paş xwe vegerîyam û min li te nihêrî. Tu ne li wir, tu di cîhaneke din de bûyî. Jixwe te jî ne dixwest tu barekî, derdekî, miraqeqî li paş xwe bihêlî. Te gustîla destê xwe jî derxist û tu rabûyî pîya.
Dîtina ku min dît, te destê xwe yê rastê bilind kir û herdu gustîl heta ku qewet di pîyê te da hebû te virrî nava deryayê kir. Herdu gustîl demeke kin li hewayê firrîyan û ketin nava pêlên deryayê. Bûne malê avê; malê deryayê, malê masîyan, heye ku yê masîvanan...
Di wê gavê de tiştek ji nava dilê min qetiya; hûr û hewelî bû. Na na, ez ji te neşkiyam, lê tiştek şikîyabû û min nedizanîbû bê ka ew çi bû. Dû re, gelek waxt şûn de, min fahm kir ku, hezkirina min a jîyanê, tovên min ê hevîyê şikîyabûn.
Hîn jî hevîyekîminê piçûçik mabû. Min digot tu yê nehêlî ez bimeşim, herim; derbasî alîyê din bibim. Tûnê xatirê min bigirî. Her çiqas te gustîr avêtibe jî, hêrsa te êdî daniştîbû. Tu yê haş bûbûya.
Lê tu ne bi alîyê min de, bi alîyê din ve ber bi deryayê ve çûyî. Wê gavê cunnî limin şikiyan. Çav li min tarî bûn. Ez hew mabûm ku biketama. Heya gihîştim hêla dinê rê, min bi zorê gav avêtin. Ez li wî alîyê rê jî hebikî sekinim û min carekî din li te mêze kir, lê tu di pêy çend gavan re di nava mijê de tevlî reşê xwe wenda bûyî. Tu xûricî...
Min tu hew dît.
Êdî tu ji bo min bûbûyî xeyalek, bûbûyî xewnek, bûbûyî bîranînek, serpêhatiyek; derewek.
Ji wê şeva bêxêr û bi şun de min jî êdî qet li paş xwe mêze nekir. Min baş dizanîbû ku her tişt qedîya. Her tişt bi şunde ma. Min başdizanîbû ku ezê êdî tu car nikaribim bi sî û du diranên xwe bikenim. Ji helwesta xwe ewle bibim. Ji ber vê yekê di emrê xwe de cara yekemîn bû ku ez wê çaxê girîyam. Girîyek bê fedî. Girîyek eşkere; bi îske-îsk... Lê ji wê şevê şun de ez êdî qet û qet negirîyam. Cara ewil û cara dawî...
Tu hevalê min; kurikê kelbeng, dilgirtî, saxik, evîndar, bende, bibawer, bîrdoz çûbûyî. Ne silavek ne agahdarîyek û ne jî nûçeyek. Mîna ku tu tew nehatibî vî bajarî, me hevûdu nasnekiribe. Mîna ku em runeniştibin û ranebûbin.
Misoger haya hevalên te yên mal û dibistanê ji te hebû. Lê di pêy te re min jî serhev dev ji perwerdehîyê berda. Min nikarîbû ez biçûyama dibistanê. Dibistana bê te! Lingên min ez nedibirim. Çavên min bar nedibûn. Her ku min cotek didît, ku di serê gavê de li cotekî rast dihatim, min serî hildida. Ya ku te anîbû serê min nehati bû serê tu kesî. Ez serobin bûbûm; paşpêşkî bûbûm. Ez dîn; ez terkîsela bûbûm. Bûbûm keseke melanqolîk. Keseka ne aîdê vê dinê.
Pirr neçû. Him ez li nav bajarekî heftê û du millet da dijîyam... Min ji xwe re, çend hevalên weka xwe, serserî, tolaz, sût peyda kirin û di quncikên qahweyan, di bin duyê cixaran û bi sohbetên yekrengên rojane de li kû êvar li wir war, roja xwe şeva xwe derbas dikir; sibeh dikir.
Dû re dû re, bi xêra zanîna min a bi zimanê bîyanî min dest bi karê wergerê kir. Dema min kar dikir qezenca min ne xirab bû. Lê min zêde xwe nedidayê. Hew ji bo debara xwe ya pêdivî. Lê birîna dilê min cebar nedibû. Eşek zirav, eşek kûr tevlî xwînê di nava damarên min da her û her diherikî. Ez bê armanc bûbûm; bê hedef; bê heyecan. Jîyana min bûbû bê wate; bêxwê; bê ekl.
Ji ber vê yekê ez ne bi tenê ji pêvendîyen evînî, ez ji hemû cureyên hevaltîyê ra dilsar bûbûm. Min tevlî her heyînên xwe, xwe berdabû nava pêlên jîyana tevlihev, bêmerhamet. Pêlan ez biavitima kîjan hêlê ez jî bi wir ve diçûm. Min qet hewl nedida ku tu tiştekî jî biguherînim; an baştir an xirabtir bikim. Min xwe wekî temaşevanê jîyana xwe bi xwe didît. Ez ne kesayetîyek vê dinê bûm; ez bi tenê sîyek bûm, an şewlek melûl...
Min ne diafirand, ne dişopand û ne jî lê digerîyam. Dema pêrgî tiştekî an kesekî bihatama hîn wê çaxê haya min jê çêdibû. Lê dema jê derbas bûbûma ew tişt ew kes ji bo min dimir. Min li şun xwe de tu tiştek nedihişt.
Ji dil bawer dikim ku jîyana te ji binî ve ber-eksê min bû. Te di her gava jîyanê da serê xwe diêşand û tu geh di ber re diçûyî geh jî di ser re... Bawer dikim ku her te çi kir, te çi gavek avêt, te her çi pêwendîyek danî, te şiklek dayê. Te rengek; te bêhnek dayê.
Hêvî dikim ku bi hatina te, bi dîtina te, bi hebûna te re, ezê bême ser xwe û ez carekî din bibim kesaka weka berê. Ezê wê çaxê jîyana te ya durî, roj bi roj, saet bi saet bi te bidime gotin. Li te guhdarî bikim. Ka te çi kir? Çi havil pêxist? Çi qorî kir? Û tu çima vegerîyayî? Sedemê te çi nin?
Herçendî heya nuha ji jîyana yên wekî te, ji tekoşîn, ji berxwedana yê wekî te, bi sedan, bi hezaran nûçe, çîrok, dîmen û serpêhatî xwendibim, temaşe an guhdarî kirîbim jî ezê bi guhên serê xwe te guhdarî bikim.
Lê vê gavê, vê gava ku di nezera min de gaveke zîvîn, gavake zêrîn, gavake berdelê heyînên enê giranbûha... Êdî naxwazim bi gotinên xwe yê tewşo mewşo vê gavê pûç bikim; bikujim. Zatî waye şevê jî nîvê xwe şikand...
Dostê minê qedîm... Tu dizanî ji wê şevê û virve me çardeh salê gilover lipêy xwe hiştîye. Emrek...
Te di wê deme dirêj de, li wan çol û çîya. hestên dilê xwe çawa hefsar kir, an nekir nizanim û anuha napirsim jî...
Lê yên min... Xîlaf tuneye, ku min qutîya dilê xwe ji tu kesekî re venekirîye û kakilê dilê xwe heya vê şevê nîşanê tu evdekî nedaya. Min xwe di bin sedan kilîtan da veşart; min xwe dîzî; min xwe bi saxî bin-ax kir.
Lê laşê min ê bê rih, dunyayî, heye ku car caran şerm nekiribe û nedabe pêy min.
Tu bi qîma xwe yî...
Lê aniha hemû kilîtên mejî, dil û hestên min vebûne û qutîya kakilê dilê min jî helîyaye.
Were min ji xwe re ji ser qerezê dinya malkambax, ji ser qerezên salên buhurî, ji ser qerezên dema me yê mirî re mîna diyariyekê; xelatekê qebûl bike.
Cûda, bêpirs, bêhesab, bêsînor; dereng mayî...
02 05 2002