Thursday, January 22, 2009

32 stran

Strana Kurmancî


Berhevkar: Cankurd












Di vir de van stran û dûrik hene:

Axao, Axao..!
Azê
Baranê!
Bavê Fexro
Bazo !
Bedirxan
Bêmalê
Bêrîvanê
Bistkî Wer
Cana min
Canê
Cano
Casimo
Çaçano
Çeko bilindo
Çeqilmast
Dankutan
Dawidê Dêwid
De bese
Delal
Delal
Delalê çiyayê Mazî
Delal ê Qerej Daxê
Delal Ha wer delal
Derdo
Derwêşê Evdî
Diyarê Bilind
Dilo
Dîlber
Dînê
Dûrik
Dûrik






Axao!..Axao!...

Axao!... Axao!...
Biçûko, xeşîmo, nûgihao!
Rêsê mehkûma û çetao!
Eşîra giran jê bi şûn da mao!
Kaniya Hewrizê bişewite, ji kula dilê min re, wa bi dar û dirî..
Mi dî Şemsê bi sê denga dikir gazî,
Ban (bang) dikir Qenco !, birao !...
Firqe qomandarê dewletê li wî gawirê şefqe kirî,
Mi dî Qenco bi sê denga kire gazî,
Ban dikir Şemsê porkurê, nemayê!,
Rab’ berê xwe bidê Mêrdînê xopan,
Cem mala Şêx Tahir, Şêx Ensarîye, here gilî,
Tu ê bibêjî Şêx Tahir, kuştin Eliyê Ehmed,
Beranê poşek, gamîşê tirka, beranê soring kirî,
Ez ne ketime ber heyra malê dinyayê,
Ez neketime ber heyra kuştina mêra,
Keyfa min tê li wê heyfê,
Çawan çira mala bavê min, ji êvara Xwedê de vedimirî...
Axao!.. axao!...
Biçûko! Nûgihao!
Kevirê şîfê dêrê Ermeliyao...!

qqqqqqqqqq


















Azê!

Aze yî, tu aze yî,
Weleh, bileh tu Aze yî,
Kûçik tu pir fitne yî,
Fitneyê gundê me yî,

Aze tu bavê Madiyê.
Te rahişt tûrê parseyê,
T’daket binya xetêyê,
T’sed olçek micbî kirin,
T’destê xwexist çalêyê,
T’berê xwe da Nisêbînê,
Başçawîşê Stelîlê,
B’çavê serê xwe dibînê,
Destê Azê b’kelemça dixînê,
Berî didin Mêrdînê.

Nûrê radibe dilerzînê,
Hebana derewa bi xwe re hiltînê,
L’Midyatê direşînê.

Aze çû bû Diyarbekir,
Serbarê Azê şekir,
Beqala l’hev zêde kir.

Qesra Azê du kulek,
Jê firya bûn du ordek,
Tu l’ riha Azê binêr,
Wek teriya kuç’kê belek.

Qesra Azê du qozî,
Jê fir’ya bûn du horî,
Tu l’xweha Azê binêr,
Weke gîska hat ber nêrî.

qqqqqqqqqq



















Baranê!

Baran barî bi nîmeta,
Rûkê erdê kir xeta,
Ramîsanê keçika li mala bavê adeta,
Li mala mêrik qehbeta..
Were lê lê Baranê!
Baran barî bi zenbîla,
Rûkê erdê kir bîra,
Ramîsanê keçika xweş in l’malê d’wezîra,
Hawar lê lê baranê!!..
Ka sozê bin eywanê,
Ka xwediya kesrewanê,
Reşiyê şarê berdanê,
Hawar lê lê baranê...

qqqqqqqqqq





Bavê Fexro

Bavê Fexro mi stra bû, te ji mi re tew kir,
Gundî û maliya bi mi û te bû, te derew kir..
Way li minê, way li minê..
Gidî delal.. Bavê Fexro !...
Ji Farqînê heta Hadiya çiyayê Mezin,
Bala xwe da banê çiya Dêra Mezin
Bala xwe da hûrdeviya, ji xwe re binêre li konreşa keriyê miha..
Îro sê ro, Bavê Fexro nexweşe li nav ciya..
Way li minê, way li minê..
Gidî delal, Bavê Fexro,
Ezê bi çepilê Fexro bigirim, birevînim,
Bavêm Kerengo, gundê Êzdiya,

Kê go bîra Kerengo genî bûye ji kuliya,
Çavê min, Bavê Fexro, kul bûbû ji toza dû keriya..
Way li minê, way li minê, gidî delal, Bavê Fexro!...
Wextê ez pîr bûm,
Wextê ez pir ezîz bûm,
Wextê ez bi dergistî bûm, ez meqbûl bûm,
Wextê ez ketim bin darê kopekê mêrê xerab, ez kal û pîr bûm..
Way li minê, way li minê, gidî delal, Bavê Fexro..!
Ev buhar e, xweş buhar e, Bavê Fexro,
Li Gencê siwar nebe, dîn û har e,
Mi dî hatî cewaba nexêrê, go Mihemmedê Fexro
Bi sê gullayên tematîkê birîndar e..
Way li minê, way li minê, gidî delal, Bavê Fexro..!
Ji Helebê wê de Şam e,
Şal û şapikê Bavê Fexro bi şalqitmîrê ne timam e,
Gidî delal, gidî delal ..
Way li minê, Bavê Fexro..!
Ji Farqînê heta miqabilê mala me, tevde distira,
Mi ji te re go xwîşkê, te go bira..!
Gidî delal, gidî delal,
Way li minê, way li minê, Bavê Fexro..!
Ezê herim wê Amûdê, wê çarçiyê,
Mi dî xortik çû wê serayê, wê belediyê,
Mi li eslê vî xortî pirsî, go Mihemmedê Fexro, şêrê çiyê..
Way li minê, way li minê, gidî delal, Bavê Fexro..!
Ez hiliyam tu bihilî...

qqqqqqqqqq




Bazo !

Bazo!, bazo!

Li me hatî danê êvara,
Sihê diyara xwe berda kokê zinara,
Xwezî hakîmkî a’dil, di welatê me rabûna,
Bila çeplê jina qenc bigirta,
Bila berda ji kotî pîsa, ji mirdala,
Bila bida çeleng siwara, stranvana..
Bazo !, bazê mino!
Ruhnîka herdu çavê mino!
Ji war ocaxê mala bavê mino!
Bazê xelkê te bejin ziravo, ji terha benkê..

qqqqqqqqqq

Bedirxan

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!
Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!

Milê Xanê, xweş Mile Xanê!
Bejna Bedirxan beg zirave mîna bîna zila, bîna rêhanê,
Şemo yê Dêrşewî kire gazî:
Osman paşa kûçik bab,
Destê babê Têlî, mîrê Botan, şêrê Kurda,
Bi te nayête girêdanê..
De lo lo.. Lo lo...
Li me tê dengê topan û cebexan,
û li me tê heyfa bo mixabina dilê me dimîne,
kûçikê koşterê Romiya,

ketne şarê Cizîra Botan,
Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê axan û eşîretê..

Lê lê Meyro!
Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!
Milê Xanê bilinde le ( li ) dewrê rêyo,
Osman paşa yawork kişande qoça Mîsile,
Ez dikim û nakim qewata min naşêyo,
Bila qewateke giran hîja ji mira bêyo,
Topê mezin bila ji mi ra bêy,
Hesenê Hewîrî, Tahîrê Meymo, Samiyê Lotî,
Şemoyê Dêrşewî,
Kopikê îro serê heft sala li çiyayê Ewreqê bîne asêyo..

De lo..lo..lo..lo..!
Li me tê dengê topan û cibexan û li pey me tê,
heyfa bo mixabina dilê me dimînê,
Kûçikê koşterê Romiya, bi ser welatê şarî Cizîra Botan da,
Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê sanceqa eşîretê..

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro! Lê lê Meyro!..
Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!

Milê Xanê daketim wa Bilayloka,
Osman paşa yawork kişand qoça Mîsila,
De bila bît ji me ra topê tembiçîka,
Hesenê Hewîrî, Tahîrê Meymo, Samiyê Lotî,
Sê roja şer dikin li geliyê Ewreqê wekî keyfê zava û bûka,

De lo..lo..lo..lo..Lo...!
Li me tê dengê topan û cibexan û li pey me tê,

Heyfe bo mixabina dilê me dimînê,
Kûçikê koşterê Romiya,
Ketne şarê Cizîra Botan,
Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê mîran û eşîretê..

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro! Lê lê Meyro!
Lê lê Meyro! Lê lê Meyro!

Milê Xanê, xweş Mile Xanê!
Bedirxan beg dike gazî..
Hesenê Hewîrî, Tahîrê Meymo, Samiyê Lotî,
Şemoyê Dêrşewî kire gazî:
Mîro! Emê çawa şerî nakeyn be eşq û dila?!
Evro şer bi me herçar xweş mêra,
Mîna keyfa zavyan û xemla bûka,
Mîro! Ma te nezanî li me hate kuştin Tahîrê biçûka?

De lo lo! ..lo lo!
Li me tê dengê topan û cibexan û li pey me tê,
Heyfa bo mixabina dilê me dimînê,
Kûçikê koşterê Romiya,
Ketne şarê Cizîra Botan..
Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê Sanceqa eşîretê..

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro! Lê lê Meyro!..
Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!

Milê Xanê, xweş Mile Xanê!
Mîr Bediraxn bi sê denga kire gazî,
Hesenê Hewîrî, Tahîrê Meymo, Samiyê Lotî,
Şemoyê Dêrşewî.

Osman paşa sekinî li Cizîra Botan,
Bi rojê eskerê xwe kom dike,
Bi şevê berê lê dikete ser rêza gunda,
Ev şev min divê bavêne ser ordiyê vî kûçik babî,
bibirrin serê topcî û qumandara..

De lo lo! Lo lo! Lo lo..!
Li me tê dengê topan û cibexan û li pey me tê,
Heyfe bo mixabina dilê me dimînê,
Kûçkê koşterê Romiya, ketne şarê Cizîra Botan..
Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê sanceqa eşîretê..

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro! Lê lê Meyro!..
Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!

Milê Xanê xweş Mile Xanê!
Mîr Bedirxan bi sê denga kire gazî,
Hesenê Hewîrî, Tahîrê Meymo, samiyê Lotî,
Şemoyê Dêrşewî.

Osman paşa sekinî li Cizîra Botan,
Bi rojê eskerê xwe kom dike,
Bi şevê berê lê dikete ser rêza gunda,
Ev şev min divê bavême ser ordiyê,
Vî kûçik babî, bibirrim serê topcî û qumandara..

De lo lo! Lo lo! Lo lo..!
Li me tê dengê topan û cibexan û li pey me tê,
Heyfe bo mixabin dilê me dimînê,
Kûçkê koşterê Romiya,
ketne şarê Cizîra Botan..

Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê sanceqa eşîretê..

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro! Lê lê Meyro!..
Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!

Milê Xanê xweş Mile Xanê!
Mîr Bediraxn bi sê denga kire gazî,
Hesenê Hewîrî, Tahîrê Meymo, Samiyê Lotî,
Şemoyê dêrşewî.

Osman paşa sekinî li Cizîra Botan,
Bi rojê eskerê xwe kom dike,
Bi şevê berê lê dikete ser rêza gunda,
Ev şev min divê bavême ser ordiyê vî kûçik babî,
bibirrim serê topçî û qumandara..

De lo lo! Lo lo! Lo lo..!
Li me tê dengê topan û cibexan û li pey me tê,
Heyfe bo mixabina dilê me dimînê,
Kûçikê koşterê Romiya, ketne şarê Cizîra Botan..
Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê sanceqa eşîretê..

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro! Lê lê Meyro!..
Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!

Milê Xanê xweş Mile Xanê !
Bi va Bidara û Bilalîka,
Herine şarê Cizîra Botan, xweş tê dengê zavayan û bûka..

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!
Zeyneb xatûn kire gazî li Mûsil û Bexdayê,

Topa radikêşîne Tapan paşa,
Topê Kelê Reş ji me ra îna,
Osman paşa koma bendê te dane gazekê, wan pîra û biçûka..

De lo lo! Lo lo! Lo lo..!
Li me tê dengê topan û cibexan û li pey me tê,
Heyfe bo mixabin dilê me dimînê,
Kûçkê koşterê Romiya, ketne şarê Cizîra Botan..
Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê sanceqa eşîretê..


Lê lê Meyro! Lê lê Meyro! Lê lê Meyro!..
Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!

Milê Xanê, xweş Mile Xanê!
Mîr Bedirxan çû seyrana serê,
Meyt kêşane mîna kayê li coxîna,
Leşê esker û top û cibexane mane li çolîna,
Bang kir siwara şerî betal ken (biken) hing razîne?

Şemoyê Dêrşewî kir gazî:
Meyro dane ba Dêrgula rengîn ciyê meye,
destê me bê ser lê we nabe..

De lo lo! Lo lo! Lo lo..!
Li me tê dengê topan û cibexan û li pey me tê,
Heyfe bo mixabin dilê me dimînê,
Kûçkê koşterê Romiya, ketne şarê Cizîra Botan..
Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê sanceqa eşîretê..

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro! Lê lê Meyro!..

Lê lê Meyro! Lê lê Meyro..!

Milê Xanê, xweş mile Xanê!
Zeyneb xatûn pêş eskerê Osman paşa ve çû,
Celemê hespê Osman paşa girt û berneda,
Osman paşa ketne tora te û babê te,
Destê babê Têlî beg heta bajêrî Diyarbekrê, li kelepçe mede..
De lo lo!..Lo lo! Lo lo...!
Li me tê dengê topan û cibexan û li pey me tê,
Heyfe bo mixabin dilê me dimînê,
Kûçikê koşterê Romiya ketne şarê Cizîra Botan..
Heylo babo! Li min xirap dikin ciyê sanceqa eşîretê..

qqqqqqqqqq





















Bêmalê ! (*)

Bêmalê me te dî li hay Wanê (1),
Pişta xwe da erdewanê (2),
Ramîsana te bûn (3) parîk şekir, ketine (4) ber vê (5) zumanê,
Rebenê! soz û qirar temam bûne,
Gul û beybûna bi hev ra bûne,
Heşiya qazê li bejna zirav bela bûne,
Rebenê kerasê sipî li xwe meke, sare, çile li te sare,
Bi te ra soze, yek qirare,
Xeynî bejna zirav ji xwe ra nagirim dost û yare,
Gava tu bi xortê gundî biştexilê li min zulme, li te qare (6),
Kina min a li nav kina,
Bejn (7) avî rihan e, av li bin e,
Emê herin welatê xerîbiyê,
Ji Xwedê û pê ve kesik (8) nuzane em ku ne..
Ez çûm welatê xerîbiyê, mi ji bîr meke,
Mi bike sêvê (9) Xelatî, a dî di berîka xwe ke,

Gava bêm bîrê, sêv biderêxe, a li ber bêvla xwe ke,
Suwar (10) dibû li ciwaniyê (11),
Berê xwe da welatê xerîbiyê,
Xemê min ne tişteke, qese tembariyê,
Kirasê sohr (12) li xwe meke, li te nayê,
Kanî soz û qirar, te bi mi ra (13) dayê,
Tu pey soza (14) xwe nayê,
Li xatirê te sê sal (15) ketim belayê,
Gava te nebînim sebra mi nayê,
Li kullekê meke tarî,
Dev li kanê gul dibarî,
Were cem min, destê xwe deynim li ser sîngê bi h’elal malî,
Mi te dî bû li ser dêkê,
Delalê min hat, li te e’bakê (16) wê ban dikê,
Xwedê muradê me herdu (17) tevda bikê,
Minê (18) dî bû ser dirûnê,
Hesso hesiya, vê ra dikê (19) pevçûnê,
Bejna min (20) gula nû xemilî,
Ser min û delalê min (21) çûne gilî,
Gava te nebînim agir (22) ser dilê min (23) şuxulî,
Çi subeye (24)? subake sarî,
Li kullakê meke tarî,
Destê xwe di destê mi ke,
Emê hevdu birevînin pisarê (25) vî buharî,
Ezê bimirim (26), tu sebebî,
Tirbê min (27) li mala bavê te bî,
Gava tu biborê, lingê xwe li tirbê mi xe,
Bê set (sed) reh’met li te bî,
Çiyayê bilind bê ba nabê,
Newalê kûr jê av xalî (28) nabê,
Qîzê vê heyamê ji heft (29) sala

û pêve li mala bavê xwe bê dost û yar nabê..
------------------------------------------
(*) Socin û Prym St.Petersbourg 1890,

Têbîniyên, ku li binê text (têkst) hatine nivîsandinê:
(1) dî bû li lay Wanê. (2) wêrdewanê. (3) bûne. (4) ketne. (5) vî. (6) qehre.
(7) a te. (8) kes. (9) sêva. (10) helqê delal suwar. (11) ceniyê (12) sohra.
(13) mir. (14) soz û qirara. (15) sê sala. (16) malê me, li te ébayê.
(17) bê malê. (18) min. (19) serê subê Heso dayê şer. (20) mi.
(21) delalê malê. (22) agirê. (23) mi. (24) subake. (25) bi serê.
(26) bimirime. (27) mi. (28) bê av. (29) heft.

qqqqqqqqqq















Bêrîvanê !



Bêrîvanê, bêriyê di gundê me çil û çar û çarde ne;
Li mehalê jêrî sê qipla (qible) ne,
Qipla birekî, hemî keçin malbatîne, bê lome ne,
Û qipla navê, bûkê di salê ne, û di bêgazinda ne,
Û qipla dumahîkê hemî keçê di desbijarî, di nav min û te..
Bêrîvanê, spêde ye, xweş tê dengê mihêkar tê,
Heko tu Bêrîvanê min nas nekî,
Wê li nav çil û çardeh bêriye şala li serê sor û zer tê..
Bêrîvanê, pezê mala babê Bêrîvanê pezê sipî ye,
Şivana dê bêjite:
“Bêriya, were, dê bihnekî bikin yariyan û laqerdiyê”.
Eger ez biçim mal, bab û birakê di min bêjin: “Eve çî ye? “..
Bêje:”Lepkê di parzonê min qetiya bû, û e’yar sîrka min reştiye..”
Bêrîvanê, barekî titinê hatiye gundê me, titinê zer e,
Xelk û a’lem kirrîn bi rûnî mehan,
Ez dê bo lawikê xwe kirrim bi dirav û zêrê zer e
Û heko lawikê min qaîl nebit,

Ez dê cotê zermemka danîm li ser e..

qqqqqqqqqq
































Bistkî Wer

Bistkî wer mala me ye,
Tişkî bibe ma’ne ye, ( hîccet )
Singê mi j' te re bexçe ye,
Gul û rîhan têde ye..

Meskenê min û te ye,
Hey lê gidyê nazliyê çelebiyê,
Xulama deqe li eniyê,
Wer em herin kaniyê..

Gundî, malya çi j' me ye,
Diyarbekir bi derge ye, ( dergeh )
Nisêbînê bi qişle ye,
Girherînê bexçe ye..

Mêrdînê di ser re ye,
Cihê min û te ye,
Hreview û hogira çi j' me ye,
Îşev şeva berfê ye,
Ciya ye, li hewşê ye, (ciya dîne li hewşê ye ?!)
Destê xwe, b’ destê mi de,
Wer em herin çolê ye..

Îşev şeva baranê,
Ciya dîne li heywanê, (eywanê )

Destê xwe b’ destê mi de,
Emê biçin newalê..

qqqqqqqqqq





















Cana min!



Rêka Midyatê qaşe, cana min!,
Derpiyê Helîm qimaşe, cana min,
Ereq vexwar serxwşe, cana min,
Dikim herim Helebê, cana min,
Qeysa bejna xwe bigre, cana min,
Te d’ bînim de (te) nabînim, cana min,
Te d’ gerdenê wertînim, Ezîza min,
Xelk evdala malê dinê, cana min,
Ez aşiqê çavê şîn im, Ezîza min,
Dikim herim Mêrdînê, cana min,
Qeysa lingê xwe bigre, cana min!,
Ji te r’ bînim potînê, cana min!,
Xelk evdala malê dinê, Ezîza min!,
Ez aşiqê çavê şîn im, cana min!,

qqqqqqqqqq








Canê!


Keçka Mîrê Swêrekê,
Kumber ketê kêlekê,
Tu b’ qedrê rebê xwe kê,

Bişkoşkê êlek vekê,
Devê min d’ memkê xwe kê.

Can hey can,
Keçka Mîrê Mûsilê,
Kumber ketî ser dilê,
Çavreşî me şenbilê,
Can hey can,
Can hey can...

Kirasê te mebrûm e,
Hûr û kûrik didrûme,
Heçî yarek wan tune,
J’her du dinya mehrûm e.
Can hey can..

Kirasê te meles in,
M’ da ber derz û meqes in,
Heçî yarek wan tune,
J’her du dinya bê mal e.
qqqqqqqqqq
































Cano


Wele (1) Cano (2), wele Cano !,
Konê me reşin e´rebîne,
Keçkê gundê (3) me spehîne,
Xortê gundê me begîne,

Minê e´cêbek dî bû;
qîz û xorta bi ramîsana ji hev razîne.
Wele Cano, wele Cano !,
Çav (4) reşê çavê xwe kil dikêwo,
Xizêmeka zêrînî (5) di poza (6) wêwo,
Par vî çaxî el (ez li) mala bavê te Dêwid bû (7),
Te yariya (8) xwe dibilave xelkêwo,
Wele Cano, wele Cano !,
Mala (9) me bar kirin danîn li zozana,
Çavreşa bisk bi têl (10) ji me xwîyane,
Qîzê mîrê Reşkûta nû gihane..
Wele Cano, wele Cano !,
Beqçakê bavê Bendê wa bi tirî (12),
E’sker gerane li ber buhorî,
Bavê Bendê barê xwe da seferê (13) vî gawirî.
Wele Cano, wele cano !,
Sê (14) lawê Yûsîf paşa li vê derê (15) buhorin,
Barê xwe dan şehrê vî gawirî (16),
Sê xatûn çavbelek manane markirî (17).
Wele Cano, wele Cano !,
Mûşa şewitî bi tutûne,
Şerwalê (18) hersê kurê (19) Yûsif begê kalebdûne, (20)
Ser seferê vî gawirî diçûne..
Wele Cano, wele Cano, Mûşa şewitî bi kaniye,
Di ber re hat e´sker ê romiye,
Hersê lawê Yosif paşa ser şehr ê gawir çûne.
Wele Cano, wele Cano, îro sê ro me karik nekir,
Minê dûvê hespê boz bi xene kir,
Yûsif paşa qebûl nekir.
Wele Cano, wele Cano, li min û li vê yekê,

Kerîm paşa serkê (21) ordiyê,
Hersê lawê Yûsif paşa,
Ber bajara Qersê (22) bi kotakê,
Le me geriye dewra felakê (23),
Wele Cano, wele Cano !,
Mûşa şewitî va biraza,
Kerîm paşa serkê vê ordiyê (24) ji xwe teraza,
Hersê lawê Yûsif paşa, bir (25) bajara Qersê,
li dilê Yûsif paşa bû miraza..

Wele Cano, wele Cano !,
Me xelkê delal dî bû (26) li ber derî,
Bi awirê çava li me dinêrî,
Hersê law ê Yûsif paşa,
Hatin ji Qersê (27) h’emlê (28) va (29) guharî.
Wele Cano, wele Cano !,
Qersa şewitî li ber kaşe,
Xeftanê hersê lawê Yûsif paşa qumaşe,
Kaxezik ji Qersê ji me ra hat,
Go hersê lawê Yosif paşa,
Yek bû Yûzbaşa, yek jê dibû (30) dalûbaşa, êdî dibû bîmbaşa.

Têbîniyên, ku li bin ê text (têkst) hatine nivîsandinê:

(1) walla (2) ce’no (3) gundiyê me (4) çe’hv (5) zêrînî (6) Tipiq
(7) Dawid (8) yariyê (9) malî (10) bi têla (11) arê bi wedêno
(12) ji bekçaka nûtir çaxçûrê (13) sînorê (14) hersê (15) li vir
(16) gewrin (17) kirî, kirin (18) Şervala (19) lawê (20) kilab
(21) serîkê (22) kişandî (23) ekê (24) pêvexistine (25) kerna
(26) pêvexistine (27) bajara Qars (28) hemala (29) Van
(30) bû (31) û yeg bû.

qqqqqqqqqq












Casimo (1)

Berhevkirin: Socin û Prym

Hevaylo, hevaylo, hevaylo !,
Casimo lawo tayê bi tenê,
Hesîn (2) dibû li dor kehniyê, li ber badanê,
Kul bikeve mala Xoce Tomas (3) û Hesen begê (4),
Cohtê (5) xençera (6) xistin ber xetê gerdenê.
Hevyalo, hevaylo, hevaylo,

Casimo lawê pîrê !,
Bi ro here meclîsê,
Bi şev ji xwe ra dayîne ray (7) û tegbîrê,
Heyfê me tê bû ser Casimo, go kuştin,
Jê xalî dibû meclîsê Zaxoyê, meclîsê (8) Cizîrê,
Hevaylo, hevaylo, hevaylo !,
Casimo lawo qesrê Casimê me (9) piçûk e,
Stûna navê li bin da (10) balalûke,
Heyfê me tê bû ser Casimo (11) ku kuştin, me qîzik jêre anî,
nehîştin, ku (12) bibin zava û bûk e.
Hevaylo, hevaylo, hevaylo !,
Casimo lawo, qesrê Casimê me mezin e,
Stûna navê li bin da hesin e (13),
Kula Helebê (14) bikeve mala Xoce Tomas,
û Hesen begê (15),

Derkê (16) kuştinê lêxistin Casimo,
minê qîzik jêra anî,
nehêtin (17) bibin mêr û jin e.
Hevaylo, hevaylo, hevaylo !,
Çûme Cezîrê neqaba va begvîna,
Gundî ûa’lem gote rabe cilê Casimê bihîne (18),
Paşak qewî stêre, cil bavêje li ber (19) pevlî xwîn e,
Efendiyê Diyarbekrê û qaziyê Mêrdînê,
rişwet û bertîl dixun a’lemîn e ,
Gotin yadê di şûlê hikumatê hate (20) kuştin, zerar nîn e,
Hevaylo, hevaylo, hevaylo !,
Casimo lawo !, ro hilat E’lkura navê,
Bûkê rabû cilê Casim da ber tavê,
Heyfê me naye ser te, heyfê me tê li bûkê wê vegere mala bavê.
Ha lawo, ha lawo, ha lawo !,
Zavayê sê mehawo,
Li dîwanê hukmatê newêrim bêjim birawo !...

Têbînî:
(1) Casimo (2) şîn (3) Tomas Serrafê Mûsilê (4) Begê şêxa (5) Cohtê
(6) Carê (7) Sêr (8) Mej (9) Casimê me delalê, Casimê delal
(10)anî nehiştin ji hev ra (11) Bin dasina (12)arê derbê (13) Wanî Nehiştin
(14) Kuleke reş e li ser rûyê mirovan çêdibe û şûna wî her dimîne.
(15) Thomas: serrafê mûsilê. (16) Derbkê. (17) nehêştin. (18) Bîne.
(19) Cilê casimî li ber bavêje (20) Go dayîkê (21) Hat.

qqqqqqqqqq




















Çaçano!


Ax û yeman Çaçanê!
Sorgulê belibanî,
Çavşînî Çavşeytanî,
Destê xwe b’ destê mi ko,
Heyde ko em herine govendê,
L’wê d’ emê bêne dîlanê,
Tu bi serê ciwanî bigirî,
Emê l’ dev xin gem û lîwanê.

Ax û yaman Çeçiko,
Ava gerê hêniko,
Devê xwe di memkê mi ko,
Weke ava şerbik e,
Xwedê mirada bike.

Ax û yeman Çeçiko,
Ava gerê hêniko,
Devê di memkê mi ko,
Weke ava şerbik e,
Xwedê mirada bike,
Li nav tirikê roniko.

Ax û yeman Çeçenê,
Çeçan mi dî bû li gasînê,
Av dikîşandê b’ misînê,
Ezê Çeço birevînim,
Xwe ba’vên Bekrî axa,
Li wê xopana Rêsînê.

Ax û yeman Çeçanê,

Çavşînê, çavşeytanê,
Mi Çaçan dî bû l’ ser bîrê,
Av dikişandê bi zencîrê,
Ezê Çeço birevînim,
Xwe bavêjin Cezîrê.

Kirasê Çeço meles e,
Mi da bû ber meqes e,
Heçî dosta wî tune,
Keçik lawê teres e.

Kirasê Çeço mebrûm e,
hûrik, hûrik didrûme,
Heçî dosta wî tune,
Ji her du dinya mehrûm e.

qqqqqqqqqq








Çeko bilindo!



Çeko bilindo heramo!, ser çil û çar çiya ketim,
Bilind firîm û nizim ketim,
Bo dêm axî sorgulî, dîn bûm, har bûm, sewdaser bûm,
û bi çola Xwedê ketim.
Çeko bilindo heramo!, çûme çemê Zîzaniyê;
belê hatime mergê Zîzaniyê,
Qeda û sê sed bela bikevit li xêzaniyê,
Sala vê salê lawikê min,
kete e’skerê Silêmaniyê.

Çeko bilindo heramo!, çiya bê dar nabit,
gelî di kûrin bê av nabit,
Qewlê di eskeriyê dûr û dirêj in, çu cara xelas nabit,

Kî dîtiye li dorya heft zemana,
keç li mala babê xwe,
piştî heft sala,
li mala babê xwe bê yar nabit.

Çeko bilindo heramo!, rê li ber e,
Kuriko dîno!, tu kew gêrfanî, kew li ser e,
Xwezî ezê teyrekî bama ji vanî teyrê di sêfer e,
Dormandorê Silêmaniyê gerî bama hercar ger e,
Xwezî min zanî baya ji lawikê minê xêre yan şer e.

qqqqqqqqq





























Çeqilmast

(I)
Kerîm lawo çeqilmast,
Me pez kirî bi heneka,
Em bûn koçerê bi rast.

Kerîm lawo çeqilmast,
Me pez kirî bi heneka,
Em bûn koçerê bi rast.

Mi keyand û min meyand,
Min kir nekir nebû mast,
Min rabû kir çeqilmast.

Kerîm bavê Sultanê,
Te kom vegirtin l’ talanê,
Neqla mastê kûçiko,
Giha serê meydanê...

Wan beqalê bajarya,

Qantir ajotin xanê,
Bar avêtin dikanê,
Mast kiribûn tepsika,
Avêtin vê qapanê.

Kerîm lawo çeqilmast,
Pisîkê mexmer alasat,
Me pez kirî bi heneka,
Em bûn koçerê bi rast.

Sê bizinên kûçik hene,
Xelkê kehrê (ke’rê) xwe dan kir,
Û xelkê pezê xwe êm kir,
Ew zelamê çû çi kir,
Eba mezin li xwe kir,
D’ser bizna re sekinî,
Stoyê xwe j’ebê zeyde kir.

Binya mala me b’kevir,
Xelkê karê (ke’rê) xwe dan kir,
Xelkê pezê xwe êm kir,
Sê karê teres hebûn,
J’her siyan yek nas nekir.

J’ qapaniya dinyayê,
Çû eba mezin l’xwe kir,
Sê bihûst û çar tiliya,
Stoy’ xwe j’ebê dirêj kir.

Hat cihaba (cewaba) nexêrê,
Gura bizn’a beşik kuşt,

Biz’na gerdik brîndar,
Bez’na belik va li mal.

Hat cewaba nexêrê,
Eliyê Remo Edla bir,
Hengî teres bihecî,
Go zîk û da xencerê,
Bi êgir ket û bela kir,
Go: Em b’dest lepkî bi wan nikanin,
Hêvî Xwedê û Şêxê Gir.

Dor tixwîbê (tixûbê) bi xişxişk,
T’li Fatima çîm guhişk,
Ew dimeşe weke mişk,
Meşa wê, meşa dûpişk,
Zarowa bi ser de....fişkefişk.

Go: Bi Xwedê em naxwin nanê hişk,
J’dewsa nan û pîvazê,
Em bixwin qaymaq û nivîşk.

Edla û Remî bûne cot,
Herdu çûn Dêra Zorê,
Edla xwe nivîsî rehbik (rahib),
Remo xwe nivîsî pirot,
Go: Hesebkî me mast nefrot.

(II)
Me pez kirî-j’ Qelendera,
Hey kûçik lawê qeşmera,
L’ser sînca Remo binêr,

L’elbika û l’ mexmera.

Remo cîranê Receb,
Gerya bû l’ Şam û l’ Heleb,
Peyda kir sê biznê celeb,
Kumê xwe kiribû merkeb,
Ji bo xatirê pisîka,
Go: nexwin mastê wek kezeb,
Derpiyê j’na xwe qetand,
Kir parzûna şîr û rûn.

Gû bi riha xwe kir,
Çeqilmastê geniyê,
Xist elbika dariyê,
Avêt Midyata rengiyê,
Weqî daye bi çerxiyê,
Kirî cawê riziyê,
Li bejna xwe kiriyê..

Kerîm lawo çeqilmast,
Hat cewaba nexeyrê,
Biz’na reşik va li mal,
Eva qirik gura xwar,
Eva beşik brîndar.

Edla, Remo bûne cot,
Çûn dêra Zehferanê,
Edlê xwe n’vîsî rehbik,
Remo xwe nivîst pirot,
Hesêb me rûn nefirot.


Hingî Kerîm beicî,
Go: Zîko da xencerê,
L’tirafê xist û bela kir,
Her piçikê, b’ derkê dibir,
Hawara me ma Şêxê Kur (Gir).

Xelkê bizinên me bir,
Kerîm lawo çeqilmast,
Te konê çarde stûnî,
Te l’ erdê xist û guhast,
Tu bû koçerê bi rast,
Te serê til’ya xwe nalast.

Kerîm lawo çeqilmast,
Tu ger’ya l’ Şam û Heleb,
Te anî sê bizin celeb,
Yeke kwîr (kûr) û yek seqet.

Kerîm lawê qeşmera,
Pez kirîj’ Qelendera,
Kerîm lawo çeqilmast,
Pisîkê mexmer alast,
Me pez kirî bi heneka,
Em bûn koçerê bi rast.

qqqqqqqqqq






Dankutan



Hey yal-la, ya-la,
Yek wê hayê, li nav rezayê,
Kil û mirêk li ser çogayê,

Biskê sor berdayê,
Çavê reşin kil didayê,
kil û mirêk l’ser qabayê (kabayê).
Ez diçûmê, ew reviyayê,
Ez gihamê, mirêk bi carî li erdê dayê.
Cara çara li sundayê û li mandelayê,
Û min nedîyê û min ne bînayê,
Ha û e’lmê min negihayê.
Ev hêlînê qaz û beta,
Hêlîn çê kir çol û weta û li ser h’aleta,
Vê payîzê xew xweş bûye,
Li paşila van hurmeta,
Ev hêlînê van tîtiya,
Hêlîn çê kir çol û çiya û li ser deviya.
Gelî xorta vê payîzê, berê sibê,
Xew xweş bûye li paşilê van esmera, van zeriya.
Lê, lê Eyşê, Eyşa Xanê,
T’ bilxur bînê ji hebanê,
Kevçiya bîne j’ kevçîdanê,
Tu rûn lêke ji xîzanê.
Heçî xortên dankutanê,
Bila bixwin, nûşêcanê.
Li pîreka û l’jinebiya û li di hinbera,
Bi quzulkurt û zexferanê,
Çi werîsê girê girê,
Mi avêtê qulpa pirê,
Ez xulama qantircîkê dû qantirê.
Siwarê kerê li ser bênderê,
Çav li derê, wek ê şerê.
Ehmed Kurd e, çi qaf gird e,
Mala Ehmed perê gund e,

Jinka Ehmed çiqas rind e.
Ziqaqa reza bi kelbeş e,
Ji îro pê ve gelî xorta,
Çilovaniya, êzingvaniya weşê weş e.
Civana min û xelka delal tata reş e.
Way ohyayê, çi dilxweş e,
Hêy yal-lah lêxin şer e,
Tu ne lal, tu ne k’ehr,
Li ber mîkutê xwe binêr e.
Çi ewrî di ser me re,
Sozê mi bi qerara te re,
Lê keçikê çardesalî, hewşa bavê xwe dimalî,
Keçik çûye mal ma xalî.
Ez çûm Kercewzê, sê kanî ne,
Yeke tehl e, yeke şor e û yek şîrîn e.
Xwezî bi dilê wî lawikî,
Navê dosta wî Emînê,
Nav şêrînê, xelkê tehl e û bi min şîrîn e.

qqqqqqqqqq



























Dawidê Dêwid




Lê lê, lê wayê...!
Zerîfa Şêxo ban kir:

Zerîfa Şêx Xelef,

Bira Xwedê dîne,
Mala Xwedê dayê, Hemê Şero malik ne ava be..
Çira di gaziya Dawidê Dêwid bavê E’rebê nayê..
Xwedê dîne mala E’skerê Emîr Xazî,
Firqak e’skerê Husêniya girtine ser mizgeftê,
welatê Şingalê girtine..
Ziyareta Şêx Ebûl Qasim,
Bi kêra dîn û diyanetê mala me nayê.

Zerîfa Şêxo ban kir:

Zerîfa Şêx Xelef bibêje,
Xwedê dayê H’emê Şero,
Te malik ne ava biya,
çira te li me wakir?
Te pertava dilê dostê me şikand
û dijmin li me şa kir.
Xwedê dîne mala e’skerê Emîr Xazî,
firqak e’skerê Husêniya
girtine ser mizgevtê welatê şingalê,
Ziyareta Şêx Ebûl-Qasim,
li ber şêxkan û pîra şima kir.
Zerîfa Şêxo bankir:

Zerîfa Şêx Xelef,
bira roja me hilnehata,
ji hêla Mûsilê, ji wa geliya,
bira şewqa xwe neda Şingala şewitî,
li giran û hûrkaniya...
Xwedê dîne mala e’skerê Emîr Xazî,
firqak e’skerê Husêniya,

rakirine fermana Dawidê Dêwid,
bavê E’rebê, mezinê E`zîdiya,
mekan li me herimî, cî li me qediya..

Zerîfa Şêxo bankir:

Zerîfa Şêx Xelef bibêje:
Xwedê dayê H’emê Şero malik ne ava biya,
tu li ku ma bû, hetanî vî qasî.
Xwedê dîne, mala zabitan û qumandara,
firqak e’skerê hukûmetê,
girtine ser Dawidê Dêwid,
Kuştine Dawidê Îso,
xerab kirine bext û wijdanê Emîr Xazî.

Zerîfa Şêxo bankir:
Zerîfa Şêx Xelef guliyê min û te kêm be,
bejna Dawidê Dêwid zirav e,
gula sibatê, bira şîn ne hata,
li Şingala şewitî, li ber tae’tê.

Xwedê dîne, mala zabitan û qumandara,
firqak e’skerê Husêniya xistine,
li Dawidê Dêwid xerab kirine,
bext û wijdanê Hikûmetê.

qqqqqqqqqq






De bese




Ebdilhadî Mihemed



Xerabo !, de bes e,
Malik şewitiyo bes e,
Malik li mîratê (jêma) geriyayo,
Te ez kuştim, te ez helandim, bes e.
Erê digo Xerabo, bejna min zirav e,
Nava min qendîl e,
Nala (wekî, nola) minarekê, li ser rûka gayê..
Erê digo Xerabo, de bes e,
Malik li mîratê geriyayo, bes e..
Erê Xerabo, tu bûyî teniyê
Serê Kirmanca tu bûyî e’rdê
Cehîlo, tu bûyî zacê Bexdayê,
û qîra Mûsilê..
Tu bûyî şekirê Şamê
Li ser dev û lêvên min heyliyayo...
Ezê te bişûm bi heft qilibên sabûna Reqê,
Ji rûyê min, sêwî (nola) sêlekî, qet pak nabe.
Digo: Xerabo, te ne ez kuştim
Te ne ez revandim,
Te ez birim mala xala,
Te ez ne h’emandim,
Te ez birim mala apa,
Te ez qewirandim,
Go: te ez birim qoça Diyarbekra şewitîş
Te ez birim xanê Hesen Paşa..
Nala têla tenbûrê,
Mîna tasa fexfûrê,
Li ber axaler û beglera,
te ez şikandim,
Te ez birim ba serbizêra (serbizêra),

te ez birim ba Ebû I’yona,
te ez h’elandim..
Te ez birim Hirrêna (Heran) şewitî,
Li ser Bîr Şerqê, Li nav lemên şimamika, ez veşartim...
Gidî Xerabo, mi dê li wê meh’elê bankir tirî
li wê meh’elê bang kir tirî,
Mi dawa xwe tije kirî ji genimê ceza kirî,
Mi go: ezê ji delalê xwe re bidim bi tirî..
Çaxa xwediyê tirî, çav li qam û bejna min kirî,
Tereso ji qam derketî bû, dilê wî xewirî
Avê heft çeman ji devê wî teresî herikî, bihûrî...

qqqqqqqqqq







Delal



Delalo, Delalo, Delal !...
De rabe, e’mrê dilê min bi kulî,
Sebrê dilê min bê te nayê, delalo!
Delalî, delalî, delal...
Yarê delal! suwarêd me suwar bûne,
Berê xwe dane rakê (1) rojhilatê..
Pêşiya suwara danî bû girekê li sirta de..
Xwezî ji xêr û miradê Xwedê re,
Ezê bibûma baqekî gulan û rêhana,
Ketibama destê lawikê xwe de..
Da bi rojê sê cara keftibama xala,
bihna qeftê di simbêlê reş de..
Delal! destê min berde..
Kolanê di gundê me teng û tarî ne,

Xelkê di vî zemanî Şeytan û awên (2) in.
Bi hinceta sêl û agirî dê ên (bên),
ser h’alê di min û te de..
Delalê! delal!..
De rabe, e’mrê dilê min bi kulî,
Sebrê dilê min bê te naye, delalo!..

Delalyê malê di xewa şêrîn de ezê dil nadim,
Delalyê malê ji xewa şêrîn rakim.
Ezê herim sûka Diyarbekra (3) şewitî,
E’bayekî sor î Besrawî ji kenarî delalî malê bikirrim,
li mila kim.
Delal!...
De rabe, e’mrê dilê min bi kulî.
Sebrê dilê min bê te nayê, delalo!...
Delal !...
Herçî cuhabekî (bersiveke) yê xêrê,
Jin enarî delalî malê ji min bît.
Ezê bidimê zêr û zîvê û malê dinê.
Heger pê qaîl nabit,
Sed û bîst aşê di mala babê min hene,
Ezê bidimê ciwanika li ber mehînê,
Delalo! delalo! delal!...
De rabe, e’mrê dilê min bi kulî.
Sebrê dilê min bê te nayê, delalo!...

(1) Rak: berî, îttîcah.
(2) Awan, Awên: xayîn û xedirkar, mîna Beko yê Ewan.
(3) Diyarbekir navekî e’rebî bo derdor a Amedê û gund ên wê bû,
ew nav ji aliyê Ereban ve hatibû lêkirin.
Pişt re Amed bûye Diyarbekir.

qqqqqqqqqq



Delal



Delal !...
E’mrê min borî û terka min dana,
Jinikê di gundê me, di hîlebaz in, henekar in,
û hemî roj ser canê min û te diborin.

Kurik dibêjit:
Erê, keçikê, dînê, tora dibin tora;
Ezê hingê terk a te dan im heta mirêt (mirî yêd) me,
serê xwe rakin şax î gihora,

Heylo! delal!
Kuriko dîno, her wa ye, û her wa nîne,
Dayka xwe bikuje, qetil nîne,
ev canê ji cana, xwe re birevîne..

Heylo! delal!

Kurik dibêjit:
Erê keçikê dînê, ez dayka xwe nakujim,
û xwe qatîl nakim.
Tu bibî gulekî Mih’emmedî, te bihn nakim,
Tu bibî hûrîya bihuştê, te mehir nakim.

Heylo! delal!..

Cana te li ser vî canî,
û bejna te stûr e,
Min wê înayî hembera vî danî,

memkê te dirêj in, ne qola ne..
Min wê înayî Reşgûnê, di h’erama vî baranî,
Nizanim bihna wan xweştir e,
yan bihna kevna vî kurtanî..

Heylo! delal!..

Tu kurtikî, û bilind nabî,
û tu stûrî, û zirav nabî,
û tu reşî, û sipî nabî..
Ez kurtik im, û bilind nabim,
ez stûr im, û zirav nabim,
şaniya lawikê çepel nabim..

Were, were, were, şînî,
Qapî (derî) bişkê, were çînî,
sing û memik ji qabil te ne,
şeqlê (xitim) mîrî tu ne şkênî..

Rêka gelî, rêka me ye,
tirî ya Zaxo balate ye,
Qewlê min û lawikê delal,
ev heyve li ser me ye..

Were, were, were zî (zû) ye,
cotê zermemka da bû lawikê delal û na razî ye,
çavê lawikê delal ji bin ve, li şûla dî ye..

qqqqqqqqqq





















Delalê çiyayê Mazî (*)





Keçkê gundê me hemû kerasî bela kin,
Ezê hemûwa komkim ti xanîka mala bavê xwe kim,
Derî bigrim, kullak û şibaka al’ va (a li va) vekim,
Yeg (1) didu ji xwe ra bineqînim, ê dîtir li hogir û hevala
beher vekim (2)
Dirêjê bejna te zirave, weke minara Mêrdînê (3),
Memkê (4) te mînara sêvê, (5) dexlê gurîne,
Çavê te reşî belek,
mînara (mînana) şimamokê (6) gerxarîne,
Sînga te mînara (mînana) penîrê koçera,
merhof (merov) bêxê, Feremezîne (7)
ji canê xwe re bikşîne.
Şeva bimîn (8) şeva,
li ber derîka mala bavê min,
dibore bazirgan û qantir û deve,
Bibe sêvek xelatî di paşilê min bikeve,
Ezê paşilka xwe pi ser (9) te da bidim hev e,
Heke gundî, malî, gotin ev çiye ?
ezê bêjim derdê mehbûbatê ev e.
Şeva reşa tarî, net (ne di) ferîke, ne dibarî,
Ber derîkê mala bavê min bihort,
me dest davêt memkê çardehsalî,
nikarê xwe bidê vî yalî û vî yalî.

Ser xanîkê mala bavê min meyzeke,
heke kesik (10) tu nîne, vi ra derî veke,
Sêng (11) û berê min (12) bi mufta ke,
Sênga min ber qebalê canê xwe ke,
Lo lo delal ! ber derîkê (13) mala bavê min zivirî,
Dîhnê xwe da qîzê gundî mînana ordeka ji golê (14)

serê subê firî,
Destê xwe bêxe sêng û berê min,
mînana cuwanîka (15) li tewlê tîmarkirî...

(*) Binêr Prym û Socin.

Têbînî:
(1) yek (2) parvekim (3) Mardîn (4) Memka (5) Sêva (6) Şim (7) farê (8) bi mi
(9) Bi ser (10) kes (11) Sîng (12) Evdalê Xwedê (13) derîka (14) Golê (bê ji)
(15) Mehîna ciwan.

qqqqqqqqqq























Delalê Qerej Daxê (1)



Ebdilhadî Mihemed

Were delal berriya Mila berryake dûz e,
Pozê Kêl û Mamdellê bi ser da mêl û xûz e,
Sala çûnî vî çaxa,
ramîsanê bejna zirav,
li cem min mift û belaş bûn,
sala îsal ji bextê mi ra,
bûye zêt ê Alîdûz e,
Were delal, dilê mi kelekelî...
Birek karê xezala,
hilkişiyane pozê cûrê (jorê) Ebo Şexatê xopan,
pozê Tugêl hilkişiyane fêzan û mexela.

Ez li bejna xelkê delal dinêrim,
nava şên yê me şewitî,
nala (nola) meşa qitikê,

fesala Xezalê, kêsima kewa gozel e.
Were delal,
mi li diyara li diyarê qolî babê,
Vêsê li odeka bavê Meysê,
tê dengê pêxasa,
welînê lawê bava,
qîrîna goştê kebabê.
Ez terka bejna zirav,
xelkê têlî nakim,
hetanî xwê (xoyê) şîn ne be,
qantir nezê,
gawur najo ser Islamê.
Were delal,
ez bi pozê Mamdella şewitî ketim,
berfê lê kir.
Were delal,
mi dî Xezal meşiya,
karê li pê,
çîxir (çixir) çêkir.
Wexta lawkê mi çû welatê xerîb û xurbetê,
Ez nizanim, te di pê xwe ra,
tem ya mi, kara xezala li kê kir.
Were delal,
mala delalê dilê mi,
dike bar ke,
Mi go: gundîno! malîno! rihsipîno!
ji bo Xwedê be, destê mi bi hreview ke,
sûnda qesem li bedena mi be.

Hûn destê mi nekin hreview,
ezê xwe, li şûna warê delalê dilê xwe,

di axa sar kim.
Were delal,
mi li diyara li diyarê Axwêranê,
mi dî berfê da bû ser baranê,
mi ji Wêranşara şewitî hetanî mîrata Til Goranê.

Xwedêwo! tu mirazê hreview û kardaşa gîşan bike,
bira bibe miradê min û xelkê delal,
her çar rokê remezanê.
Were delal,
were delal bira xwezî tim û tim, havîn ba,
bira ciyê min û bejna zirav Qerej Daxa şewitî,
Mêrgemîra jorîn ba,
Bira ciyê raxa me erd ba,
ser axa me e’baka delêl, şalîn ba,
bira pirêzkê berfê,
zîpikê bihata bi du weqiya.

Were delal, mi li diyara,
li diyarê Tewrêzê,
pezê bavê Nezîr,
li textê Mamdelê ketiye şîs û rêzê,
ez terka xelkê delal nakim,
hetanî Islam najo ser Parêzê.

Were delal, bi Qerej Dax a şewitî ketim,
lawika bi hereme,
Mi ji Mêrgemîra şewitî hetanî bi kura E’ceme,
Ez ne xweşim, lawika tu were ser me.

Were delal, kaniya gundê me bi nît e,

şarûr û bilbila tê da wîtewît e.
Sala çûnî vî çaxa,
ramîsanê bejna zirav,
li cem mi belaş bû,
sala îsal ji bextê min û te ra,
bi bişkok û bi kilît e.
Were delal, ez çûm Diyarbekra xopan,
orte bi gol e,
durrbedenê, hatim Qerejdaxa şewitî,
Textê Mamdellê, temam cîw û meqamê min te ne.
Tu were destê xwe di nabêna destê mi ke,
emê hevdu birevînin,
xwe berdin welatê xerîb û xurbetê,
dawiya me Xazî E’ntebe,
pêşiya me Germiyan û Edene.

-----------------------------------------------
(1) Binêr: Roja Nû (1943-1946) Beyrût- Lubnan.

qqqqqqqqqq











Ha wer delal


Ha wer delal,
Kela min bi kela,
Mi dabû germa havînê,
Mi dî bû sê cotê çiyayê Şingalê,
û çongê xwe dabûn mexela,
Bavê min kale û diya min pîre,
Delalkê malê,
Şekirê nava destmalê,

Di ser vê qubalê,
Mewijê Hebabê û bestîqê Çermikê,
Hejîrê çiyayê Şingalê,
Êmişê dora Keşmilê, xopana Qibalê,
Gewrê tirsim bimirim tu sebebî,
Tirba min bikolê, li hewşa mala bavê te bî,
Bigire destik avê li qebra mi xe,
Bêjê sed car rehmet li gora dê û bavê te bî..
Destmal sorî, pêşmal şînî,
Daw bi gulî,
Hey lê wayê!..
Ez bi tenê îşev mêvanê te me,
Ez xilxala lingê te me,
û heyrana bejna te me,
Mêrê te, çûbû eskeriyê,
Wez wekîlê mala te me..

qqqqqqqqqq



























Derdo



Derdo, derdo...!
Mi dî stêra sibehê li me zer da, mi dî li me şîn kir,
Gihayê çolê, nebatê hemû e’rda.
Mi dî şevê çûyî bavê min sêwlekê,
Di bazara min û te xeber da..
Derdo, derdo...!
Ev sibe ye, ez qîmi nakim,
Begê zirav ji xewa şêrîn rakim,
Ezê misîn hilînim, avê li desta kim,
Ezê bi guhê lihêfê bigirim,

Bi ser mîrê zirav dakim,
Du qam ferza nimêja sibehê li begê min çûne,
Ezê rabim ji dêl mîrê xwe ve bi qeza kim.
Derdo, derdo...!
Derdo h’eyran, mi dî li me derketî stêra zer e,
Mi dî pêwir û mêzînê li ezmanê hefta xudan ber e,
Kuro! mij’ te re nego,
zimanê te qelem e, singa min defter e,
Serê sibehê, mînakî melayê diwanzde a’lim,
tu dixwînî li ezber e.
Sing û berê min yetama Xwedê,
mînayî payetextê mîrê Kurdistanê,
salê diwanzde meh,
Şer û qewxeyê diwanzde dewletên ejnebî li ser e.

qqqqqqqqq





















Derwêşê Evdî (*)



“Dengbêj Ehmed Zenel li Kurdistana Turkiyê, bajarê Wanê, nehya Çaldîranê, qeza Muradiyê, xelkê gundê Girê Sora, rûniştiyê gundê Sawox Soyê.
-Kovara Sirwe, hejmar 35 -

Ay lê yar dê..
Wey.. Lê yar dê..
Dilêm li yane, lo lo dilêm li yan e..
Sed car dilêm li yan e..
Serê dilê mi bi kul û derd û bi kovan e,
Gidî binê dilê mi bi dûman e,
Bi salixê salixdara dibên Seîd û Telhan du biran e,

Seîd birê mezine, birê biçûk jî Telhan e,
Birano! Du fîdanin rebbê mutee’la yê bi xwe dizan e,
Zeman zemanê bê bavan e,
Heyam heyamê bed eslan e,
Dibê geleka pîlanê hindakirina herdu zilama,
ji xwe ra qirar dane,
Seîd digo Telhano bira ! Welatê hanê welatê nan-erzan e,
Rabe emê biken tedarekê kerwan e,
Emê berê xwe biden hîmê binê berriyê,
çend sala herne kerwan e,
Xwedê heyanî belayetê rêç dike ji devê musilmana,
yaxa me xilas dibe ji pîsan e..
Dayê..hay....
Hey yar dê dilê mi li yan e,
sed car dilê mi li yan e..
Serê dilê mi bi kul e,
Binê dilê mi bi kul e,
Binê dilê mi bi dûman e..
Seîd û Telhan herduya ji hev ra qirar dane,
Herdu bira berê xwe dane hîmê binê berriyê,
xwe ra çûne bi kewran e,
Heft roja hajotin bi rê da ne,
Law rêka dûr û deraz e,
Ne bi gotin û xeberdanê cemae’tê di giran e,
Roj kete roja di heştan e,
Dîna xwe didanê rastekî rast usan e,
Yeqîn dikim xîz li çokê hespan e,
Jê ra dibên hîmê binê berriyê, ciyê hût û lehengan e,
Mêrkê camêr nebîne derdê bê derman e,
Li hîmê binê berriyê her kesek nasekine li ber alavê mêran e,
Hertim û cara li wê mihîtê ret nabin dengê riman e,

Her kesek îro nahejîne qedrê riman e,
Herdu bira didanê êlekê giran daniye,
li serê rast û di bestan e, xeyo! (bira!)..
Hey lê yar dê.. wey lo .. lo.. wa...
Dilê mi li yan e, sed car dilê mi li yan e,
Serê dilê mi bi kul e,
Binê dilê mi bi dûman e..
Ew herdu zilam meşiyane nava êla giran e,
Dîna xwe danê konekî li ser bîst û çar ustûnan e,
Heft perde li kon da girêdan e,
Kula Xwedê bi kon bikeve, mala bavê xweyê konê di giran e,
Ez we ra yeko yeko bidim salixê perdê di konan e,
Birano! Perda yekê cihê rûniştina mêran û hût û lehengan e,
Perda duyê cihê rûniştina xanima û cankan e,
Perda sêyê cihê kebanî û serkarê di malan e,
Perda pêncê cihê tevinkira, dikin neqş û nimoşan e,
Perda şeşê hoza miyan e,
Perda heftê koza berxa,
Li pişt perdê da cihê tewla mee’negiyan e,
Dîna xwe didimê qîz û bûkê Kîkan û Milan,
rûniştine li bin perê konan e,
Zendê bi helî morî hildane,
Gidî çawa rûdinin du kevrê loqloq û antîqe, pêda bi dar dane,
Ne havetê eletirîk û şemdan û çiran e,
Qîz û bûkê Mila tim û tim û caran,
li ber dikin şe’r û nemoşan e,
Bidim salixê konê di giran e..

Wêl wêl wêl....
Ay lê yar dê..wî...
Lo lo lo dilê mi li yane,

Xeyo! Serê dilê mi bi kul e,
Binê dilê mi bi dûman e..
Wa zilama dîna xwe didane rûniştina cemae’ta di mêran e,
Dîna xwe didane dar cixarê destê wan, sê bohst û sê tiliyan e,
Wa zilama îro cixara avêtine ser kokê qelûnan e,
Dû ji devê hev direvînin, mala we şewitîyo!,
Nola boriyê di soban e,
Dîna xwe didinê kulkê serê wan sê bohst û sê hoqan e,
Pêçê serê wan hemû reşiyê şee’rê Diyarbekir,
jor da ber eniya da berdane,
Li milê wan dinêrin e’bayê Hezoyî sê bohst û sê ritlan e,
Li nigê wan dinêrin reşkin, mala we şewitîyo!,
Temam rûniştine bi hev ra ketine dişmîşê di giran e,
Kulka xwe dane orta îmanê bir û bijangan e,
Seîd digo: Telhano bira!
Eve heşt roje em ketine serê rê û dirban e,
Me kiriye bîra xamê di mangan e,
Hey mala te şewitîyo!
Ji birçîya qidomê me çûye herê taqetê me neman e,
Li nigê me nagire rikêbê zengiyan e,
Destê me nagire desgiriyê mee’negiyan e,
Malşewitîyo! Em birçî, yamane serê rê û dirban e,
Bajo derê konê hane,
Em bixun qote nan e,
Li memleketê me bûye axir dewran e,
Yeqîn dikim niha çor û çocixê me birçiya,
xwe dane ber dîwaran e,
Wêl, wêl...Ay lê yar dê....
Xeyo! Dilê mi li yan e,
Sed car dilê mi li yan e,
Serê dilê mi kul e,

Binê dilê mi bi dûman e...

Herdu bira hajotin derê konê di giran e,
Dîna xwe didanê,
Kişyaye pêşiya wan sêsed mêrê xweyî kulk û e’ban e,
Van qilçikê e’rebî li ser enîşka da vedane,
Jor da meşiyane li ser siniyan e,
Dixun birincê Qere Çamê dûvê helkan e,
Milê wan zilama heta enîşkê di duhn û rûn da man e,
Qet kesekî negot ew herdu zilamê hanê, ser piştê hespa man e,
Lawo! Derbas bin ji boyî Xwedê bixun qotek nan e,
Seîd çav kire Telhan e,
Go: Eva kona konê namdaran e,
Bajo em derbas bin serê konan e,
Lawo! Nadine me qotek nan e?!
Ew zilamê hanê xweyî kulk û şee’r û e’ban e,
Me ji xwe ra nagrin seysê hespa, na welleh ji êlê ra golikwan e,
Lawo! Bajo em herin serê konan e,
Em xerîbin nadine me qotek nan e,

Wêl, wêl, wêl...
Ay lê yar dê...
Lo lo lo...dilê mi li yan e,
Sed car dilê mi li yan e,
Serê dilê mi kul e,
Gidî binê dilê mi bi mij û dûman e..
Gava ku van zilama hev ra xeberdan e,
Vegerandin serê hespan, medee’nê mee’negiyan e,
Derbas bûn serê konan e,
Menzîlekê ajotin, menzîlekê di giran e,
Dîna xwe didanê îro konekî tek vegirtiye dorê konan e,

Konê vî zilamî li ser heft stûnan e,
Belê perdê kon rîşiyêd hevirmoşin, peng bi peng bi hev da ne,
Kalekê nûranî rûyê wî sipî ye li ser çokan e,
Diran di dêv da nemane,
Hey lawo! îro şaşkekî li sêriye,
tizbiyekî sed û yek lib di dêst da ne,
Li ser postekî nimêjê rûniştiye,
ji xwe ra dikşîne selewat û wirdan e,
Seîd digot: Telhano bira! Bajo derê konê hane,
Ewa konê hanê yeqîn dikim tertîla wî bisulman e,
Wa herdu zilama ho kirin deve û mîratê qantiran e,
Ajotin derê konê di giran e,
Ew kalê nûranî ji ber wan rabû ser piyan e,
Gidî girtiye serê hespan e,
Çehv kire nav malê weqa we çiyan e,
Go lo lawo! bigre bi serê hespan e,
Cil û ciholê ser piştê heywanan jê biken, bavêne perê konan e,
Hevsarê serê heywana bişiqitînin, bavêjin hêsiyê konan e,
Wa heywanan berde serê rast û bestan e,
Hema zivirî li nav kon da, belê doşekeke qoştokê avête erdê,
Belgiyê bi sê legan li ber pişta wan e,
Ew kalê nûranî sekiniye li pêşbera kon,
li pêşiya zilama dike hurmeta giran e,
Seîd ban kirê, go: Apo ! rûyê te sipî ye li ser çokan e,
Paşê te derbas bûye tu li ser piya sekinî, dikî xizmeta giran e,
Erê dibê ji me ra ne başe, ne şerefa mêran e,
Lawo! îşê we tune bi xeberê hane,
Hûn xerîbin, ne ji van deran e,
Hurmeta mêvan tim û tim û caran ji bona Xudan e..
Ay lê yar dê...
Wêl, wêl, wêl....

Lo, lo, lo...dilê mi li yan e,
Serê dilê mi kule, binê dilê mi bi dûman e,
Seîd pirsî, go: Apo! êlekê daniye li serê rast û bestan e,
Konekê giran li ser tacê konan e,
Heyanî pênc hezar mal di bin kona da ne,
Rîşiyê kona peng bi peng bi hev da ne,
Gelo! Ew kona konê kê ye û êla çi kesan e?
Go: Lawo! ew êla ku tu dibêjî, êla axayê mîrê Milan e,
Go: Apo! li êla wî da qerebalixek hebû,
ew çi qerebalixeka di giran e,
Go: Lawo! Ma tu nizanî? Ew kona konê mîrê Milan e,
Sêsed mêr têda rûniştine li hundirê konan e,
Her yekê reîsê êlekê li kon da rûniştine, ji hev ra bi xeberdan e,
Belê go:
Lawo! ji mîrê Mila ra hatiye kaxeza gawirê Çîl Osman e,
Go: Apo! Sebebê wê çî ye û çiman e?
Go: Tê da nivîsiye; yê bide min hozê miya, kozê berxan e,
Yê bide mi da barê zêra, qenterê devan e,
Yê bide mi da xerac, xeml û rewşa konê erebî,
cehniya meî’na leylan e,
Yan jî yê sorguliyê E’dola qîza xwe ra bigre,
ji me ra têxe kebaniya mala giran e,
Ê go: Apo! Sebebê wê çiye û çiman e?
Go: Gawire..jê ra dike xeberdanê di giran e,
Ê go: Apo! Lê tu kî yî?
Navê te çiye û te çima hatek daniye? û tu naçî nava wan e?
Ay lê yar dê...
Wêl, wêl, wêl....
Lo, lo, lo...dilê mi li yan e,
Serê dilê mi kule, binê dilê mi bi dûman e,
Lawo! U’mrê mi derbas bûye, hatiye nod û nehane,

Tu bala xwe bidê diran di devê mi da nemane,
Rûyê mi sipî ye, li ser çokan e,
Lawo! Çokî mi ne yê doşekan e,
Tilî pêçkê mi ne yê birincê Qere Çamê, dûvê helkan e,
Lêvê mi ne lêvê qehwan e,
Navê mi Şêx E’vdî ye, ez bavê Derwêşim
Belê e’mrê mi derbas bûye ji nod û nehan e,
Seîd jê pirsî, go: Apo! Tu dibêjî ez Şêx E’vdî me,
Bavê Derwêşim, lê Derwêş kuye û Kê derê dane?
Mi nav û dengê Derwêş bihîstiye li welatê şerqê,
Li nava hevdê di tevnane, li cemae’tê di giran e,
Axa û beg li wir da li hev dicivin, dikin neqlê û xeberdan e,
Dikin behsa herba Derwêşê E’vdî, herba di giran e,
Îca (îcar) niha Derwêş kanê? Li kê derê dane,
Ay lê yar dê...

Wêl, wêl, wêl....
Lo, lo, lo...dilê mi li yan e,
Serê dilê mi kule, binê dilê mi bi dûman e,
Lawo! E’detê mala me ye, gava bikevin xewa di giran e,
Heft roja ranabin li xewa di giran e,
Îro belê çare Derwêş raza ye, hê sê roj wexta rabûna wî jî mane,
Lawo! Em jî qehrîne, naçine nava êla wan e,
Lê belê ez ji we ra bikem salixan e,
Îsal heft sale, dilê Derwêş li E’dola qîza mîrê Mila dane,
Ez diçime xazginiyê E’dolê,
ji me ra dibêjin eslê te Êzdî ye, pîrê te Şeytan e,
Îro ketiye roja kewkebê sibê, nerîniyê lawê di bavan e,
Ku ro tê dengê kose û Misriyan e,
Lê belê ewî jî giregire, top kiriye nava konê xwe dane,
Dibê: Hatiye ji me ra nama Çîl Osman e,

Lawo! Ewî jî îskana şertan û şortan daniye ser zerfan e,
zerfe li ser telban e,
Telbe li nava cemae’ta mêran e,
Kî yê ku here bîne cewaba eskerê Çîl Osman e,
Ezê bi sorguliyê E’dolê bigrim,
Jê ra bikeme kebaniya mala di giran e,
Lawo! Îro heft roje, birincê Qere Çamê,
dûvê helkan dide wan, xweyê kulk û e’ban e,
Kes newêre destê xwe bavêje îskana şertan û şortan e,
Îca (îcar) li pêşiya xwe bi darekê cixara hildan e,
Çokekê li pêşiya xwe erd vedane,
Em jî xeyidîne, naçine nava wan e,
Rûyê wî jî nagire bişîne pêyê Derwêş dane,
Lawo! Ewa cemae’ta wî îro heft roje, li kon da hev civiyan e,

Wêl...ay lê yar dê...
Wêl, wêl, wêl....
Lo, lo, lo...dilê mi li yan e,
Serê dilê mi kule, Xeyo! binê dilê mi bi dûman e,
Gotin di devê Şêx Evdî da bû,
Goo: Apo ! Xazlî min bidîta qed û qametê Derwêş,
ku çawa salix dane, gelo! veryan wisan e,
Şêx Evdî rabû lingê xwe lêda, li serê papoşan e,
Çû derê çadora Derwêş yê jê ra bêje du bendan e,
Ciga gotinê Şêx Evdî ji ewlad raçan e:

Wêl, wêl, wêl...
Digotî de lo lo...wayê..
Hoy...wî......
Der rabe hûto ! rabe.. Lehengo! rabe..

Soteniyo ! de rabe.. Poşmano! de rabe..
Pênc perano! de rabe..
Derwêşo! Lawo! rabe ji xewa di giran e,
Du zilam hatine mala me mêvan e,
Xerîbin ne ji êlê ne, ne ji e’mrê ne,
Çol û best dane pêşiya xwe dane,
Yê herin hîmê binê berriyê kerwan e,
Salixê te jê ra dane,
Lawo! de rabe devê me da nemane dirane,
Ne wextê min wî lagirdî û henekan e,
Îca rabe ji herdu mêvana ra bike laqirdiyan e,
Bila li memleketê me nekin tu xem û xiyalan e,
Ay de yar dê, rebenê! dilê mi li yan e..
Mi dîna xwe didayê Derwêşê Evdî, radibû ji xewa di giran e,
Xulama girtine qulpê misîn û leganan e,
Pêşgîrî li ser milê wane, li ber Derwêş sekinîne,
Derwêş avê davêje nava birû û bijangan e,
Şêx Evdî hatiye li kêleka herdu zilama rûniştiye,
Ji wan dike laqirdiyan e,
Ay de yar dê, rebenê! Dilê mi li yane, Dilê mi li yan e..
Mi dîna xwe didayê Derwêşê Şêx Evdî,
Siyarî Hedman, kilê çehvê qîzan û bûkan,
xwe berda bû perê konan e,
Sê cara tewafa destê bavê xwe kiriye,
Li pêşdera kon herdu destê xwe kemer best girêdaye,
sekiniye ser piyan e,
Wêl, wêl, wêl....
Ay de yar, dê, rebenê! Dilê mi li yan e..
Şêx Evdî zivirî li ser milê xwe nihêrî li mêwanan e,
Digo:Lawo! Mêwan! Ev herdu zilaman e,
Rûne kêleka wan e,

Ji wan ra bike hurmeta di giran e,

Wêl, wêl, wêl...
De yar dê, dilê mi li yan e..
Seîd û Telhan herduya dîna xwe dane,
Qed û qamet û bejn û balê Derwêş dane,
Texmîn dikir teşbîh nebe, bejna wî wekî minareyê camiyan e,
Çokê wî wekî çokê neran e,
Bînanî nerê, ku têkeve pêşiya heft qenter devê di kerwan e,
Nehtika wî sê bihost û çar tiliyan e,
Ez dîna xwe didemê orta herdu birû û bijangan e,
Du moyê Ezraîl dor va pêşxweyan e,

Dayê wêl wêl...
Ax de dibê çawa salixan e,
Seîd bi Telhan va dîna xwe didanê wisan e,
Haza ku mêrkê bi sed mêran e,
Gava ku bikeve şerê hîmê binê berriyê leheng û hûtan e,
Bi qebzê rima rabigre rikêf ke (bike) nava mêran e,
Minê dîn û bala xwe didayê, îro çu bibe nirniya lawê bavan e,
Kula Xwedê bi kul be, bikevê mala xweyê Hedman e,
Gava bikeve şerî pelewan û hûtan e,
Devê xwe davêje qaltaxê zînê hespê dijmina,
dikişîne ser xweyê xudan e,
Lo, lo, lo....
Belê para dide ber refsan û çiftan e,
Îca pêra dide ber lekman û gezan e,
Mîratê Hedman nehlê wî zîvin, bizmarê zêr lê dane,
Bi rojê kewkewê giran, berniyê lawê bava ra,
Bi dengê gozel û Misriya ra, tim û cara li serê meydanê,
Mecalê nade dijminan e,

Lo, lo, lo.... Macalê nade dijminan e...
Lo, lo, lo.... Hey lê yar dê ! rebenê! Dilê mi li yan e..
Gotin di devê wan zilaman e,
Dîna xwe didanê siyarekî tek derketî li perê konan e,
Rimeke Nezarî li dêst dane,
Heft salixê rimê heye, ez ji we ra bidem salixê rima hane,
ka çawan e..
Yel lale, yek dûre, yek qumrûte, yek zumrût e,
Di ortê da yaqûta teyrê di Nu’man e,
Serê mîrata rimê li hewane, sade ji jehriya mee’ran e..
Wisane bînanî gewrekî asin lawo!
Beraş bi mûkî pêda bi dardan e..
Belê medhanî yek li bindan e,
Ew hespane wek hespê welatê Serhedê notla bergîrê hane,
Bi linga têne firotan e,
Her lingekî heywanî tê bi çil kîse zêrê di giran e,
Lo, lo, lo.....
Ay yar dê !, dilê mi li yan e,
Evî zilamî ajote derê konê Evdî dane,
Şêx Evdî û Derwêş rabûne ser pêyan e,
Bi serê Medhaniyê ragirtin,
Derbas kirin pişt çît û ser doşeka hane,
Wexta ku ew zilama rûnişt li ser doşekan e,
Go: Lawo! Eva jî navê Cee’ferê Gêsan e,
Kurê xûşka min e, riya heft qonaxa ji me wê da ne,
Gava bikeve şerî leheng û hûtan e,
Ancax Derwêş digere serê hespan e,
Ew dujmina radikeve laqirdiyan e,

Wêl, wêl, wêl, yar dê !....
Dilê mi li yane, lo, lo, lo....

Wextê ku Şêx Evdî salixê Cee’ferê Gêsan,
bi herdu zilama ra dane,
Dîna xwe didanê E’rebekî têye ji wê dane,
Lêva E’reb yek li erd e, yek li asîman e,
Nûra Reh’man tune li rûyan e,
Namekî li berîka wî dane,
Selam dabû her çaran e,
Şêx Evdî go: Ereb! Kerem ke ! Derbas be jora hane..
Ereb li qarşî Şêx Evdî rûniştiye li ser çokan e,
Destê xwe avêtî namê,
daniye ser çoka Şêx Evdî, bavê Derwêş dane,
Wexta name derxistiye dîna xwe daye zerf û kaxezan e,
Seîd go: Apo! Ewa çi nameye? ji me ra bêje, ka çawan e?
Go: Lawo! Eva heye E’rebê maliyê mîrê Milan e
Erê, ji me ra hatiye nama hane,
Dibêje îro heft roje mi berev kiriye giregire,
Xweyî kulk û e’ba, her reîsekî di êlê dane,
Didime wan birincê Qere Çamê, dûvê helikan e,
Milê wan heta enîşkê di dûn û rûn da mane,
Mi îskana şertan û şortan daniye ser zerfan e,
Zerf li ser telbane, talbe li nav cemae’ta di mêran e,
Belê îro çawa heft roje kes newêre destê xwe bavêje
îskana şert û şortan e,
Qe îman û namûs ji me ra nemane,
Belê îro ji me ra hatiye nama Çîl Osman e,
Tê da nivîsiye yan bide min hozê miya, kozê di berxan e,
barê zêra, qenterê devan e,
Rewşa konê erebî, cehniya mîna leylan e,
Yan jî yê sorguliyê Edolê ra bigre,
ji mi ra bike kebaniya mala di giran e,
Ax de lawo! Namûsa mêrkê busilman ne bi peran e,

Dibê û cam îskan daniye ser zerfan e,
Sefer ! Here bîne ji mi ra cihaba (cewaba) eskerê Çîl Osman e,
Kê here bîne cewaba eskerê Çîl Osman e?,
Erê bi gotina Xwedê bi hedîsa pêximber,
Edolê jê ra bikem kebaniya mala di giran e,
Lê kesek avrê “awrê” xwe nade îskana şertan û şortan e,
Ewa nema hanê haniye ji mi ra ne..
Dibê bila kerem bike were cemae’ta di mêran e,
Lê mi beriya nihe ji we ra got; em jî qehrîne,
naçine cemae’ta wan e,
Mi wextekî dee’wa Edolê dikir ji Derwêş ra ne,
Ji mi ra digot qîmeta te çiye, ez eşîrim,
eslê te Êzdiye, pîrê te Şeytan e..
Ay lo berxê ! Dilê mi li yan e,
Sed car dilê mi li yan e..
Şêx evdî digot: Lawo! Hûn demekî rûnin,
Ez gavekî herim derê konê mîrê Milan e,
Çi kanê çi deme, çi dewrane?
Çi qerebalixe, şêvra (şêwra) di giran e,
Lehzekî mêze bikem bejn û balê xwe danê kulk û e’ban e,
Îcar Şêx Evdî nigê xwe lêdane serê mee’san e,
Çû derê konê axayê mîrê di Milan e,
Dîna xwe dayê xweyî kulk û e’ba rûniştine,
Pêda pêda belê kulkê xwe kutane,
Orta îmanê birî û bijangan e..
Her yekî şevqelûnê wan di desta da bi du mêtran e,
Rebena îcar tirsa va ketne dişmîşê di giran e,
Naxun îskana şertan û şortane,
Yeqîn dikim îro her yekê çokekê pêşiya xwe erd vedane,

Xeyo ! Dilê mi li yan e,

Wêl, wêl, wêl...
Îcar Şêx Evdî selamekî dabû xweyî kulk û e’bane,
Axayî mîrê Mila digo Şêx Evdî: Derbas be jora hane,
Şêx Evdî digo: Lawo! Serê te mezin e,
Bînanî serê balaxê gamêşane,
Te hindik gede û gode, golkê li ber çêleka,
Îro heft roje, top kiriye nava cemae’ta giran e,
Lawo! Tu didî wan birincê Qere Çamê, dûvê helkan e,
Te taqet nekir, tu çopek nan bidî wa zilaman e,
Ji boy Xwedê ! rêwîne li serê rêyane,
Îca xweyê kulk û e’ba di don û rûn da mane,
Lawo! Tu dibêjî mi derbas be jora hane,
Ne qûna min ya doşekan e,
Ne tilî pêçekê mi yê birincê Qere Çamê, dûvê helkan e,
Ne lêvê mi lêvê qehwan e..
Go: ez hatime, ka gotina te çiye û dee’weta te çirane,
Go: Çima tu nizanî îro çend roje,
ji mi ra hatiye nama Çîl Osman e,
Belê go: Axayê min! Çendî yaşê mi derbas bûye,
lê guhê min li guhdariyan e,
Axa go: Lawo! Namûs ne ji te ra ne,
Te golikê ber çêleka top kiriye, konê xwe dane,
Heft roje tu jê radikî xizmeta giran e,
Sibê bila bikeve kewkewê şingîniyê,
Zengiyê mîratê methaniyane (pesindar),
Bibe nirrîna mêran e,
Bibe gojînê qurz û kemendan e,
Bibe teqînê rim û Misriyan e,
Ewê serê xwe ber deriya derxin, wekî golikê li ber çêlekan e,
kesek ji te ra nake yardima namûsa di giran e,
Şêx Evdî serê xwe bilind kir,

Go: Qaweçiyo! Serê mi dêşe, dilê mi dila , dilkî dîne,
Serê dilê mi bi kule, keser û bi birîne,
Îskana qawa (qehwa) şert û şorta,
cemae’ta sêsed mêrî tu birjîne,
Ji apê xwe ra qaweyek teze bikelîne,
Li pêşiya xweyê kulk û e’ba bigerîne,
Bila dilê kesekî ji min nemîne,
Hemîn yaşê mi derbas bûye,
Wextê min û şer û dee’wê giran nîne,
Lawo! û îca tu ber bi apê xwe jê re bîne, tu çi ka çi dewran e,
Bila kulk û e’ba û şee’r û şiyê vana, li bestê bê xweyî bimîne,
Ay lê yar dê !, Dilê mi li yan e,
Lo, lo, lo, dilê mi li yan e
Sed car dilê mi bi kul û derd û tev kovan e,
Binê dilê mi bi dûman e..
Wextê qaweçî îskana şertan û şortan digerîne,
Xweyê kulk û e’ba serê xwe birne binê apinciyan e,
Lawo! Ketne dişmîşê di giran e,
Sira hate ser Şêx Evdî dane,
Şêx Evdî destê xwe avête îskana şertan û şortan e,
Ser xwe da qulband; bû şîrqîna cemae’ta xweyê kulk û e’ba,
hemî pê keniyane,
Go: Emrê wî nod û nehane, diran di dêv da nemane,
qûna wî naçe ser ciyan e..
Bi laf û lofayê here bîne cihaba eskerê Çîl Osman e,
Temam pêda bi Şêx Evdî keniyane,
Şêx Evdî zivirî, berê xwe da mala xwe dane,
Temam ji Derwêş ra salix dane..

Dilê mi li yan e,
Sed car dilê mi li yan e,

Lo, lo.....
Çar siwara ajotin derê konê mîrê di Milan e,
Xweyê kulk û e’ba hemiya ustiyê xwe xar kirine,
Çehvê wan mane li hewan e,
Destê wan nagire îskanê qehwan e..
Rebbî ! Derwêşê Evdî sekiniye pêşdera kon dane,
Doşeka wî li milê mîrê Mila dane,
Dakeve binya solan e,
Cehferê Gîsan, Seîd û Telhan rabûn ser doşekan e,
Bi xwe sekinî li qarşê her sê bira li ser çokan e,

Hey de yar dê!..
Derwêşê Evdî gote xweyê kulk û e’bane,
E’mrê bavê min nod û nehane,
Diran di devê bavê mi da nemane,
Bû şîrqîniya we, hûn bi bavê mi keniyane,
Lawo! Îskana şertan û şortan,
Eva heft roje li ber we ye,
We notla (nola) gulka ustiyê xwe xar kiriye ber dîwaran e,
Îro roja mêrane..

Wêl, wêl, wêl...
Hey yar dê, rebenê !
Gulê tu bi kul bî, bikevî mala bavê Edolê,
Bi sêsed û şêst û şeş terza xwe xelandiye (xemlandiye),
Zulf berdaye nava gerdenê di biryane,
Bejna vê delalê usane notla taka rihan e,
Ber devê Erezbelê, şivka gezoyê hindavan e,
Sûretê wî horî, melekê bînanî (mînanî) sêvê Xelatê,
ji xwe ra teze xal dane,
Li gerdenê binêre notla gerdena qulingê payîzê,

Bike zarîn li nava çîmen û çapira li perê zeviyan e,
Dilê wî îsal heft sal e li Derwêş dane,
Di bin bijang û mûjingê çehva ra avirê di Derwêş dane,
Derwêş birîndare, firarekî bîst û çar sala bikeve li firariyê,
Gulkê bi nuqte bavêje dil û hindavan e,
Usa vira di Derwêş belê notla oçaxiyê,
Tîr û kevanê tîrekî bavêje serê kezebê,
Serê kezebê wî kul kiriye, pîlê wî va pişkok dane,
Yar dê ! Dilê mi li yan e...
Derwêş hindav dara bû ser piyan e,
Rakiriye singê ber hêsiya konan e,
Ketiye nava xweyê kulk û e’bane,
Kulk ketine nav dest û piyane,
E’bayê Hezoyî li erdê lezyane,
Şevqelûnê wan agir va wergeriyane,
Darkê cixara li nav dest û piya da bûne şeş pitiyane,
Min bala xwe didayê heta sêsed mêrî,
xwe avêtin pişt cil û cihazê di devane..
Ay lê yar, dê !...
Cehferê Gîsan, Seîd û Telhan û Derwêş,
hatine derê konê Şêx Evdî dane,
Derwêş digo: Bavo! Ji me ra bike karî hespan e,
Me serê xwe daniye oxra di girane,
Şêx Evdî çû pêşiyê, go: Derwêşo !
Lawo! Navê hespê te Hedman e, yê mi Etman e,
Lawo! Îsall heft sale hundir da tav nedîne ji dewrane,
Ji hişkiyê da xarina wan e,
Minê nee’lê wan zîv û bizmarê wan zêr lêdan e,
Serbaz û nemehîn li serê meydanê bikevne şerê lehengan,
Xwe bavêne ser dizgînê dijminan e..
Wêl.... dilê mi li yan e,

Sed car dilê mii li yan e,
Şêx Evdî digo: Derwêşo ! Lawo !
Li hespê mi siyar be, belkî li roja tengavî,
tu dikevî şerê kewkewê sipî,
Şerê kose û Misriyan e,
Dengê nirrînê lawê bava, lawo !
Tu bê xayî namînî li nava dijminan e,
Derwêş digot: Şêx Evdî aqil çûye, sewdal serê te nemaye,
Ez hespê çê siwar bim, yê kotî bime van birayê hane,
Xwedê şuxla mi nayîne li serê rê û dirban e,
Eger ecelê mi hatibe li ser pişta mîratê Hedman e,
Tu hespê xwe bide Seîd,
da Gulîşeyn, dayîka herdu hespa bide Telhan e,
Ezê jî siyar bim Hedmanî binê beriyê xwe dane oxrê,
Pişta xwe dane feleka xayîn û derewîn ji kesî ra nemane,


Dilê mi li yan e...
Serê dilê mi kule, bi kovan e,
Binê dilê mi mij e, bi dûman e,
Edola qîza Zor Temer paşayê Milî bihîstiye;
Derwêşê here ser Çîl Osman e,
Revê qîz û bûka ser xwe dane,
Şita begê daye bejn û bala xwe morî û înciyan e,
Lawo! Av li gerdenê xweya dike, mêjo li tiliyan e,
Xwe berda bû serê riya, ku Derwêşê here ser Çîl Osman e,
Îca wî çaxî yê Edolê be ezmanê şirîn,
bi qed û qametê giran yê bendekî Derwêş ra
bêje kanê bendê wê çawane..?
( mixabin ! Ev stran neçûye serî...)

qqqqqqqqqq




































Diyarê Bilind




Sirta diyarê bilind bê ba nabe, newalê di kûr bê av na be.
Keçikê bi kezî, di vê çax û heyamana me de,
Ji heft salan û pê ve, li mala bavê xwe, bê dostik û bê yar nabe.
Çaxa pehir (pêr) vê çaxê, ez li mala bavê xwe de qîz bûm..
Salan û vê salê, darê dergûşê, li serê min bû, e`mel û kar bû.
Qirika te dirêje, qirika qaz û betê,
Wey li te arê Xwedê di mala bavê ketê, te sê biskê xwe ê şê,
te berda bûn.
Wek carên ji carê berê, li gora adetê,
Xwezil ji xeyra Xwedê re, minê devê xwe tê xista,
gaza gerdenê, bozxana qirikê
Heya ro li min û te bihata qubletê..!
Mi dî çavê te reş in, ji çavê maran tu yê sê biskên xwe ên şê
berda bûn, nala topek şerîtê, devê xirara.
Awirê vê sibayê ez dikutam, ez dih’elandim.
Mîna yê topekê ji topên Diyarbekir,
Tu hevale bikî, ser derê dijminan.
Xwedê hebîne tu ramûsankê bide min,
Ji xan û manê gerdenê, ji boxaza qirikê.
Ne wela.. ji bin ya cotê guhara,
Te taqê sipî, taqê li hewa,
Te memik kirin nala (nola) hêkê kewa,
Te xortên xelkê h’elandin, bi wan rasta, bi wan derewa...
Heçî navbeyna herdu dilên şêrîn, ji hevdu sar kir,
Bila kula Şam û Helebê li mala bavê xwe yê kar kir,
Xwedê bike mezinê wana bimirin,
Biçûkên wan nikaribin miriya barkin,
Tişkê wan li darê del û dinya yê nemîne,

Werîs tune be, posta xwe li nav çavê tajî bişidîne,
Ew tajî wana li dora fitlekê bajêr, çiv bi çiv wana bigerîne,
Bi dû tajiyê xwe de, bi hewar kin, bê hey malxerabo,
veger mal!...

qqqqqqqqqq





























Dilo!




Lo dilo! Hey lo dilo!
Xelkê me çû bûn çilo,
Dinya hemî zewicî,
Ez û gewrê man wilo.

Sîng û berê te gewr in,
Mîna dimis û firo,
Li ser destê xwe kiro,
Mîrê Bota re biro.

Lo dilo! Hey lo dilo!
Agir ket sênca reza,
Keti bû bexçê gula,
Ezê bi çeplê te bigrim,
Bavêjim taxa fila.

qqqqqqqqqq

Dîlber

Şêxê Ebdilqadir


Lê dîlberê, bejna te zirave, taka vê Farûqê,

Lê Xwedê dizane şîn bûye li zozanê jorî, li mêrga Devzerûgê,
Heger sed û sî sal ji e’mrê mi here,
Taliyê ezê serê xwe deynim ser oxir û felekê,
te keçikê, te nezanê..
Wî bêmal, wî gundo, fesado li min..
Lê dîlberê ! bejna te zirave, taka vê çekemê,
Lê Xwedê zane şîn bûye li zozanê jorî, li mêrga Şamê,
Heger sed û sî sal ji e’mrê mi here,
Taliyê ezê serê xwe deynim ser oxir û felekê,
te nezanê, te e’cemê, ta zarokê..
Wî bêmal, wî gundo, fesado li min..
Keçikê digotî: gundîno! Malîno!
Nem (ne min) go çi ecêba hatî ser ecêbê,
Lê Xwedê zane, de lê, dilê mi keçikê,
Wele nizam, ne ji maliya, ne ji gundiya dil giran bû,
Berê xwe da welatê xerîbiyê..
Hunglîska destê mi çûye cêbê,
Gundîno, malîno !
Ezê di bextê we de, ma hûnê bi dû delalê dilê mi kevin,
Vegerînin?
Bela (bila) bê malê, ezê ramîsanekê bidimê,
bi maliya çetine, li gundiya tim ecêbe..
Wî bêmal, wî gundo, fesado li min..
Lê dîlberê ! Ne mi gotê mere di her derîkê mere,
Wa bi gêro, î bi qundir re lê digêro,
Cotê memikê mi keçikê mîna du kewê gozel,
Bi sariya sibehê re li paşilka mi keçikê dikin şêreşêro,

Wê gavê t’ê (tu yê) bê mala bavê mi keçikê,
Xwezîka mi wê gavê, kalê bavê mi kor ba,
pîra dêka mi kehr û gêj ba..
Wî bêmal, wî gundo, fesado li min..
Destmala destê min qelemçî,
Tî bidim destê te mêrî, te egîtî,
Heger Xwedê nekir miradê min û te bi qîzanî,
Bela (bila) bikeve bi şûn da,
piştî çar sala bimîne li ser darê di jinbîtî,
Wî bêmal, wî gundo, fesado li min!..

qqqqqqqqqq








Dînê



Ax lê Dînê û ax lê Dînê!,
Tirsa min j’ hebsa Merdînê,
Tu kevoka xebxebşînê,
Tu mêkewa l’ ser hêlînê.

Lo lawiko derewîno!,
Ne m’dxwazî, ne m’drewîno,
B’ avirê çava m’dxapîno,
B’ derdê dila m’dhelîno.

Çûm ziyareta Qulêbînê,
Memik hatin firotinê,
Xelkê tê da malê dinê,
M’ tê da ketka havînê,
Her çar mihê ber dotinê,

Her çar kejkê xwey hiştinê.

Rengesmerê gulbarînî,
B’ xelkê tehl î, b’ min şêrîn î,
Tu beybûna Nisêbînê,
Tu mêkewa l’ ser hêlînê.

Heke tu memikfiroş î,

Bi Quranê z’mişterî me,
Bi Quranê l’ ser mirî me.

qqqqqqqqqq




























Dûrik




Kaniya Hêlê li mêrgê ye,
ez xulam sê biskê şê ye,
Berda li alîkî bê ye,
T’ez kuştim, t’ez helandim,
T’ez kirim duhnê çirê ye.

Bejin şiva dehlê ye,
Rûsor ji pelê gulê ye,
Şê bisk ji têlê perdê ye,
Her lê lê, her lê lê.

Sing û berê te gewr in,
Wek berfa li zozana,
Wek penêrê Qerece Daxê,

Serê memka hildayê,
Wek sêvê Meletyê yê,
Pirtiqalê Şamê yê.

Serê çelê zivistanê,
Destê van teresê beqala,
Davêjin ber terezînê yê,
Her lê lê, her lê lê.

Kaniya Hêlê li Merzeqa,
W’ez xulam enî bi deqa,
Ezê gewrê birevînim,
Emê xwe bavên her sê sinceqa,
Her lê lê, her lê lê...

qqqqqqqqqq

























Dûrik







De lê, de lê, de lê,
Mi dî bû li serê latê,
Esker çû taqîbatê,
Tu l’ser çavê mi’r hatê,
Ezê b’ çepilê te bigirim,
Xwe havêm qeza Qirqatê.

De bimeş gewra’m bimeş,
Ez xulamê çavê belekreş,
Wan birhûyê te yên bi neqş,
Roja ko mêrê te bimire,
Serê min û te l’dinyê bimînin xweş.
Go: Îşev şeva sisiya ye,
Û dawetek digeriyaye,
Dilê mi ket diduyaye,
Ezê gewrê birevînim,
Ma xwe ne dinya bi derge ye.

Îşev êvara înê,
Melê dixwîne Yasînê,
Memik sêvê Mêrdînê,
Xwezla mi b’dilê wî xortî,
Ko cotê memka bibînê.

Îşev êvara Sebtê,
Memik sêvê Mehsertê,
De bimeş, gewra m’ bimeş,
Xulamê çavê belekreş,
Roja mêrê te bimirê,
Serê min û te l’ dinyê bimîne xweş.

qqqqqqqqqq

No comments:

Post a Comment