Thursday, January 22, 2009

P E X Ş A N N A M E (4)

Berhevkirin: Husein Muhammed

Çîrok, Kurteçîrok, Novel

P E X Ş A N N A M E

B e ş a Ç a r e m


Ji 35 hejmarên
Mehnameyê
1 000 rûpel
Pexşana Kurdî


















Dîrok çû serdana dîrokê

Mem Mîrxan: mmirxan@nefel.nu

Amed germ e wekî têkoşîna xwe. Mirov bi hêsanî dikare li her derê leylanê bibîne. Bi gotineke din, hêk li ser serê mirov dikele. şewateke xwezayî her der daye ber pêlên agirîn, kolan bi kolan, kuçe bi kuçe dişewitîne. Heval Elî Riza (Serokê Komeleya Koçerên Dudêran), Heval Yuksel (Serokê Kooperatîfa Baran) û nûçegihanê Emekçiler Hevalê Ferman dibêjin emê herin Heskîfê û emê dengbêj Salihê Qubînî jî bi xwe re bibin. Ger tu jî dixwazî fermo. Ma ev jî gotin e. Ez ji duh ve amade me.
Em bi rê dikevin, hêdî hêdî ber bi Bismilê ve dikin, stranan dibêjin 'Darbesta Wedat Aydin ...." silavên germ didin Kurdheciyê û Wedat Aydin. Bi qewlê hevalan emê li HADEP'a Batmanê hev bibînin û wisa jî derket. "Xwedê lê anî" civîna HADEP'ê ya giştî li cihekî din hebû û partî bi me û xalê Salih ma. Belê Salihê Qubînî; mirovekî ser serqot, her du diranên wî yên pêşî zêrîn in wekî dengê wî. Telefona xwe ya destan wekî xençerê di ber xwe re kiriye, pantoreki reşotankî li xwe kiriye. Rûnerm û dilgerm... Destê xwe bi hostayî da ber guhên xwe û dest bi kilaman kir: 'Felekê te çima li me wa kir..'
Belê wî stran gotin, me jî xwêdan da, ew qîriya em giriyan. Bajar bi bajar, zozan bi zozan, qonax bi qonax, kozik bi kozik em li Kurdistanê gerandin. Dema digot 'Geliyê Bilîsê gelîkî kûr e' min bê hemdî xwe li nik hevalên şehîd ku hîn cendekê wan di bin tinga Bilîsê de ye, dît. Ez xwarî ser wan bûm û min bi strana 'Baranê bibar bibar' rûjikê wan paqij kir. Û 'Mîrê min Mîrê min...'
Çawa giregirên hikûmatê û leşkerên romî yên qeşmer ji daleqandina xweşmêrê kurdan re li çepikan dixin û her wisa çawa dilê kurdan ên ku bi şêx Seidê Kal û çil û neh hevalên wî re didaliqe û diperite, em ji kilama wî Xalê Salih hîn dibin. Li gorî biryara Xalê Salih û hevalê Ferman emê berê xwe bidin Heskîfê.
Heskîf Bajarê Evîndaran, Dayika Dîrokê...
Çawa ku Heskîf warekî dîrokî ye, her wisa dengbêj jî dîrokî ne. Bi gotineke din, yek bi devkî ya din bi hebûna xwe ya mayînde, me ji xetereyê, ji pişaftina ziman û ji windabûnê diparêze. Lê Xwedêyo! Ev çi ye? Dîrok çûye serdana dîrokê. Em wêneyan li ser wêneyan dikişînin. Ber êvarê ye, roj di kezeba aso de wekî goga zêrîn dixuye. Rengê Heskîfê, rengê xwezayê û rengê diranê xalo wekî hev dibin. Di şikeftekê de wekî ku serhedî dibêjin 'em xwe egle' dikin (disekinin).
Ew, dîsa destê xwe yê dengbêjiya dibe ber guhê xwe û dest bi kilaman dike: 'Dinyayê wey dinyayê...' Bi carekê hemî bilbil û şalûl xwe di zinarên; Heskîfê de davêjin xwarê û dibêjin êdî "nan ji me re nema"
Hevalê Elî dipirse:
Dengbêjî çi ye? Tu dikarî ji me re hinekî şîrove bikî?
'Ser seran!' dibêje Xalê Salih:
"Ez ji dengbêjiyê re dibêjim dilbêjî û derdbêjî. Hûnê bibêjin çima? Lewre dilbêjî ew e ku evîndariyeke agirîn e, ketiye dilê Mem û Zînê, Siyabend û Xecê, her wisa Edûlê û Derwêşê Evdî. Derdbêjî jî; çawa pergala box û beranê diya di nav destê felekê de belav bûne, çawa çavên reş û belek di nava axa sar de mane û çawa bûkên delal bi destên henekirî di nava xêliyê de mane, yanî ev lorikên dayikan in, em bi lêv dikin.
"Em niha li Heskîfê kilaman dibêjin"
Xalê Salih gelek tiştên din jî dibêje. Sîke sara çiyayî û dîrokî her derê radipêçe. Xalê Salih berdewam dike:
"Wê rojê Gulê (Gulistan Perwer) wiha wiha got. Hozan şemdîn dibêje ez ji vê kilama te re dihelim û Mehmûd Baksî dibêje tu dermanê birînên min î..." Xuya ye xebera wî ji der dorên hozan û rewşenbîran jî heye. Tam kewna wê ye (dem ev dem e), em ji Apê Baksî re li têlê dixin.
Ha qurban! Dibêje.
"Apo niha em bi destbirakê te, Salihê Qubînî re li Heskîfê kilaman dibêjin." Ji kezebê axîneke kûr dikişîne: 'Xweziya....dibêje' û didomîne: "Kuro hûn çima nabêjin dîrok ketiye hembêza dîrokê?" Belê dîrok di hembêza dîrokê de ye. Ji sibê de Salihê Qubînî kilamê li ser kilamê, stranê li ser stranê dibêje çawa ku negotibe, tew 'bin guhê wî xwî nade". Dibêje: 'hîn nû ez lê sor bûme!' Wekî dilê me yê agirpêketî. Bi rastî jî aniha dilê me ji pizota êgir bêtir dişewite. Ji lingan hetanî tayê ser serî, şanek bi şanek em dişewitin.
Xalê Salih dîlberan dide reqisîn, keçikên lihevhatî diçin ser avê laqirdiyan dikin. Zerî esmerek bi serê çiçikên xwe dilîze. Na, na erê tu tişt nikare me ji vê xewna şêrîn hişyar bike û vî agirê hezar salî vemirîne û tu hûtek nikare vê evîna ber bi welat daqurtîne.
Wekî ku Şivan Perwer dibêje "Li gel Apê min" tam heşt saet me li gel apê xwe derbas kirin. Li gel wî dengbêjê hêja, me giyana xwe şûşt. Niha xwîna me bêtir bi hesreta welatekî azad dagirtiye. Em wekî nû ji dayika xwe bibin.
Rojbaş! Dinyaya derewîn
Rojbaş! Jiyana bextewar
Rojbaş! Welato.











ELÎ LI VIR E LÊ MIHÊ NE LI VIR E, NE LI WIR E

Mem Mîrxan: mmirxan@hotmail.com

Piştî nîvro tavê xwe bi ser girê Keloşkê re hêdî hêdî berdida. Siya dara giwîcê ji dûr ve weke dîmenê atoma hîroşîmayê dixuya.
Li hêla din dema sî dadiket ser zinarên Qula şevreşkan, Hecî Bekteş an Girîş digot “esr e.” Girîş bi xwe wekî demjimêr bû . Tê gotin carekê ew û cend camêran li Zimêg li bin dara hirmiyê rûniştî bûne, mela azana esrê bang daye. Lê Girîş gotiye hîn bi qasî siya mirovekî ji esrê re maye. Bîstekê şûnde mela di hoperloyê de ji gundiyan lêborîna xwe xwestiye. Her wiha nîvro siya gopalê wî, taştê nûtikê Kevirê Bel diyar dikir.
Roj çû ava. Bû êvar. Li dora bênderê bû xirecira emele û yên bi devşûgî hatine alîkariya Mehmebelo. Di nava şinge şinga milêbên hesin û yabeyan de li dora bênderê civiyan. Dest bi halanan kirin. Halan li ser halanê didan. Haydê kurê Fatê ez te bibînim, Hûtê Patozê…
Piştî amadekariya milêb, qalûç, bêjing û xaşan, patozvan li ber navê Mehmebelo Saet:20:30 nivisand û patoz li kar xist.
Ji ber ku patozvan Qayîşa patozê sist girê dabû serî gavê patozê qayîş diavêt. Mehmebelo xwe da ber devê patozê. Jina wî ya sêyemîn Narê ya gêjik jî bi emeleyan re genim diavêt ber. Têvfiq dema milêb di genim de diniçikand bi qasî du piştiyan genim bi ser ve dikir.
Piştî seatekê ba rabû. Ka û kapola bênderê bi ser paleyan de pûzikand û kuxte kuxt bi wan xist.
Mehmebelo dit ku tew mistek ka jî li erdê namîne, herdû destên xwe berjor vegirtin gazî kir:
-Xwedêyo! Tu çi ji me dixwazî? Ma te hemî qeda û belayê xwe ji bo me hilanîne.
Jina wî ya yekem piştî axînek kûr gote:
-Bayo Elî li vir, bayo Elî li vir!*.
Yekî din got:Gelo ma Xwedê hiş ji me standiye, çima em motorê nasekinînin.
Motor sekinandin. Paleyên betilî hinekan bi wekî bizina bi solên xwe li ser axê cih ji xwe re çêkirin. Hinekan jî xwe avêtin ser pûşê gênim û bi xev ve çûn.
Nîvê şevê bû, çend reşayiyan xwe ji ber Kevirê Hefşo de berdan xwarê. Çiqas hatin mezin bûn , mezin bûn, bûn însan .
Fermandar jî dema dest bi axaftinê kir wiha got:
-Xwişkino!, birano!, dayikno!, bavno!
Wekî ku hûn jî dizanin ev herketa hanê hereketeke mirovahiyê ye. Berê mafê gelê Kurdê perçiqandî, her wiha di şexsê gelê Kurd de mafê tevayê gelê bindest diparêze û ji bo wê têdikoşe. Bi kurtî em dikarin bêjin hêzeke welatparêz, hîzbeke insani ye.
Li ser vê axavtinê yên ku ji gemara kayê serê xwe nedixurandin jî, serê xwe xurandin. Hinekan jî tevizînok kişandin, yên hinekan jî bihustekê devê wan ji hev çûn û bavîşk anîn û gotin:
-Tu rast dibêjî, wekî gotina te ye . Paşîv anîn bi hev re xwarin. Donê tirşika, balîcanê reş ji ber ku hişk bûbû bi simbêlê wan ve dizeliqî. Ji savarêjî behna kizûriyê* dihat. Mehmebelo ji nişka ve hêrs bû û got:
Ma qizên keran tu dibejî qey hûn tat* bûne. Sê jinên wek hêstiran agir danadin li ser sergînan çêdikin. De were nemire, neteqe.
………………
Yekî qamkinik, simbêlqirboz* û zendê destê wî biqasî hêtê Mehmebelo weke ku erd nehewîne xwe çivçivand û dest bi axavtinê kir:
-Xalo! An jî ez bêjim heval!
Şerme ku hûn ji bo mistek savara kuzûrî ji dayikên me re çêran dikin. Lê bi rastî em tenê ji xwe re xurt in. Ma nayê bîra dema hun li ber dibistana gund civandin û karê nemayê anîbûn serê we. Te çima destê xwe li sînga xwe nexist û derneketî pêş. Bi xwedê di vê demê de bi qasî serê derziyê ji tu nikarî eyarê xwe derkevî. Li dayika Nûrê ya bêzar û ziman Xwedê neyîne serê kevir û daran di destê te de maye. Xizanê te çi xwariye û çi nexwariye…
Paleyekî din:
-Tu xweş dibêjî lê balafirê me tunene balafirên me. Na! got .Yê ku dipeyivî.
-Pirsgirêk ne balafir e. Berî balafirê me dive dil, dilekî pola. Dema dil hebe û ku te ew bi evina welat hevîr kir, ew çax ne tanq ne top bi te havilekê nake. Aha ji te re Wîetnam, Filîstîn nezîktir şemrex, Nisêbîn Licê ta bigihê Dîgorê.
Sohbet bidawî bû. Her kes çû ser karê xwe. Heyv ber bi rojhilata navîn ve derkete geşt û seyranê. Lêyl û Mecnûn derketin û disa çavên xwe li evîndaran kirpandin. Stêrkek beramberî Riya Kadiza xwericî. Dayika Mihê kelogirî bû.
-Gelo disa çira mala kê temirî. Felekê disa kî xistin nava lepên xwe. Hey feleka bêbext.
Aso ji çiyayê Elajê ve sor bû. Roj weke gogek zêrîn derkete holê. Te di got ez rahêjimê û di tûrê xwe kim. Tîrêjên rojê berê li Zimagê Dîko, pişt re li Berojê Kole xist. Pêy de pey de her der rapêça.
Tav bilind bû li kevirê bel xist. şivanan pez anîn dana. Marîna berx û miyan û qîrîna berîvan, berxan û şivanan weke senfoniyeke tev li hev bû. Dengê wan li Çiyayê Hefşo olan dida.
Pişt re ba rabû. Bû bahoz, fisildûman, brûsk , bablîsok, tofan ….
Elî li vir Elî li vir.
Lê Mihê êdî ne li vir ne li wir bû. ___________________________
* Eli li vir Elî li vir: Dema ku bahoz bibûna gundi ba Hz .Elî dikin.
* Tat bûn: Weke ku destê yekî tu tiştekî pênegir e.
* Kizûrî: şavata Binê xwarinê.
* Simbêlqirboz: Sibêlboq






















EZMANÊ XWEDÊ WEKE TEVNÊ YE

Mem Mîrxan: mirxan@mirxan.8m.com

I
Di bin vî ezmanê xaxûte de em çawa disitirin? Ev ezmanê ku tu tayekî jê bikişînî wê weke tevnê verise. Li bin vî ezmanî em çawa dijîn ? Emê çawa bijîn. Teqîn e, qîrîn e, hewar e. Ev sewt û deng ji ku tên çima di nav dilê min re derbas dibin. Ev qirqişûn çima gişk li kezaba min dikevin? Ma ez palas im ku ev mirov pêle min dikin. An ez tûrê xweyê* me ku hundirê min tije berikên çekên hov dikin? Dengên halanan mirovan û dengê dilê minê kirkişî* tevlî hev dibin. Mirov gazî hev dikin, diqîrin , sozên serkevtinê didin hev. Rext û pûsadên xwe girê didin û berê xwe didin oxira felekê. Tarî ye, çav çavan nabîne. Tari gav bi gav weke konekî reş her derê radipêçe. Tarî ye , taristan e. Yek dibêje:
Heval rawestin ezê Stêrka Aştiyê nîşanî we bidim. Binêrin bi hemî xemla xwe dibiriqe. Herkes dibêje hila hila, Stêrka aştiyê îcar ji ku derket. Me Leyl û mecnûn, Stêrka Şivana û Zuleyha dizanibû lê ev Stêrk.... Ev stêrk : Zîlan e. Roja ku xwe feda kir. Ji bo we egîdiya wê Xwedayê Aştiyê ew hilda ba xwe. Li hêla din birek mirovên din. Bexçeyê striyan ava dikin. Striyên reş, striyên sor, stiriyên zer, striyên gawirîn. Haya kesî ji vê çerx û felekê tuneye. Ez zû zûka direvim ; Hevalno! Baxçeyên striyan li hemberî we ava kirine.
Dibêjin "Emê roviyên wan li van striyan bipiçikînin û hestiyên wan bavêjin ber kûçikan. Emê Welat Rojê bikin Diristan*Ne Stêrk Xwedayê Aştiyê jî nikare wan ji destê me xilaske." Yek dibêje :"Heval kes nikare li bin Stêrka aştiyê şer bike bila dile te qewîn be." Ez dibêjim na qurban na ev şerxwaz bi Xwedayê we jî bawer nakin. Ew dibêjin: “Bijî Ehrîman. Her bijî Ehrîman! Bijî şer." Serê xwe bilind dikim. Li li ezmîn dinêrim.Ezman bi hemî xemla xwe diçûrise, stêrk lihevsiwardibin.Tevayî rengên dinê dixweyin. Lê ev çi ye? Keskesor jê derxistine. Haho dibêjim, Haho ku haho! Mal miratno! Haya we jê heye ku rengê aştiyê jî, ji Ezman maliştine. Keçikek çarde panzde salî: qutifîyo! dibêje jixwe hemî têkoşîna me ji bo wan rengan e. Ku ew reng li cihê xwe bûna çi karê me hebû li van çol û çolistanan.Tu jî divê bizanibî em ê weke rengê vê şûtika min hemî dinê, heta bigihê Xwedê bi keske sorê birengînin. Ez tê nagihîjim “ Hûn fêm nakin . Striyên reş dibêjim. Diristan dibêjim, striyên reş li pêşiya we ne." Yekî din dibêje: “Yan tu serhişkî yan tu jî şerxwaz î. Ma tu nizanî hemî şehîdên me parêzvanê aştiyê ne. Em ê tevî Mem û Zîn ê dawetekê li dar xin û em ê Zîlanê li bozê revan siwar kin. Zîlan ê bi bûkaniya xwe serkêşiya dilanê bike . Serhad ê stranan bêje û em ê jî lê vegerînin. Wê çaxê tu yê jî bibînî ku di nav rengê dinê de rengê me jî heyê. Wê çaxê ku baran bibare wê bibe baranaşti, berf bibare wê bibe berfaşti. Zarok wê gogaştiyan bavêjin ji hev de. Wê Keçên çavbelek aştimêran çêkin di şûna berfemêran de. Hemî lawir, mişk û mar, dar û ber, cin û perî wê di aştiyê de bijîn. Gotinên wî weke bergerina Musaya Tûr î Sina ji min re tê. Lê dilê min qewin nabe. Disa bala xwe didim Stêrka Aştiyê. Stêrk veke pira malabadê dixwiye. Li her du hêlên wê zokek* komên qîre hene.Mirovên ku ala aştiyê di destan de ye li ser pirê asê bûne. Gwînê çem sor e. Xwedêyo dibêjim sibhan ji te re ev çi reng û nexşên te ne.
........
II
Takek dezi ji weke te ji devê delingê pîra Fatê kaş kiribe.Hêmî*, sisito pisto ji ezman daketiye. Destê xwe galêdikim* pê digirim û kaş dikim. Berê çend xiç, xilik têne xwarê pişt re wekî ku tu devê kana heriyê vekî herî tê xwarê. Ez direvim, direvim. Hew dibînim ku ez li di kolanê Amedê me.Ew kolanên ku cotek ga di ber hev re derbas nabin. Kevir, ax, yek yek jî şûşeyên araqê, pizan, erê bi Xwedê pizanê keçikên virnî* tên xwarê. Zarokên pêxwas li ser Sergo hestiyên genî berhev dikin daku êvarê ava goştên genî bi nanê genî bixwin . Ez direvim.... Hebên ne avisbûnê, Viskî dilop dilop tê xwarê. Her der di toz û mûranê de maye. Ez direvim...beraz bi xwe tên xwarê, pîzayê ku li nanê tenûrê siwar bûne. Dû perpêsîrên ku her yekî wan Zebeşkî Amedî dikevinê li ber min dikevin. Haho dibêjim hahooooo....
Dema ez çavên xwe vedikim Hemî şêniyên bajêr ber bi Deriyê Çiyê ve direvin. Dengê qîje wîjê, dengê hela hela,tê “Bijî rengê me. Bijî dengê me!..."
Ez jî berê xwe didim Derê Çiye. Li ber cihê ku Şêx Seid daleqandine disekinim. Diqîrim: Ho mirovîno! li min guhdarî bikin. Ez kurmê şer im. Ê ku ezman verisandiye ez im. Birevin !Kevir dibarin, birevin....kum ê Yahuda dibarin....
Û gel weke leşkerê cinan yê ku li pişt sêla nan a diya min, li hev dipiçikin. Li roavayê dilê min de êdî Roj derketiye. Roj di dilê minde dil di qefesê de girtiye.Şênîyên bajêr ber bi rojê destê xwe bilind dikin. Roj wan ber bi xwe ve kaş dike. Dibe erşî ala . Her yekek li peykekê siwar dibin. Dinê bi keskesorê dineqişînin. Werin stêrkan. werin Stêrkan . Ê ku ezman verisandiye ez im. Kurmê şer jî ez im .Werin stêrkan ......werin ez keskesor im...
- Kirkişî: Ekşîmeden dolayý kabarmak
- Hêmî: Çok eskimiş,kopmak veya yýrtýlmak üzere olan
- Diristan: hem ji şîlanê re tê gotin. Hem jî ji cihê ku her der strînin re tê gotin.
- Galkirin: Yukarý doðru zorla yetişilebilen bir şey için atýlmak
- Tûrê xweyê: tuz torbasý
- Zokek: bir çift
- Virnî:zamanýndan önce doðan
- Ew kolanên ku cotek ga di ber hev re derbas nabin:çok dar


Hey çavê min ê kortaxî

Mem Mirxan: mmirxan@hotmail.com

Hey çavê min ê kortaxî(yê ku ronahiya xwe winda kirî, hevsarê rondikê xwe îro berdin. î ro ne roja fediyê ye. Bila biherike berbe hêrsa dilê min ê hezar salî, bila biherike nava awaza min a têr hewar. Berde....Kes nikare li ber mirinê bisekine , ma mirin çiye? Ho hestê min ê mirî ? Hestê minê bi salane ken ji bîr kirî , hestê min ê weke hundirê rojinê reş bûyî. Ev jiyane gelo? ma ez dijîm?
Mirin zêrê zer e.
Berpirsyarê vê jiyana min a tore:Hemî cendekê min tu yî, min rojek nedit di saya we de. Ez ji were nahêlin ev ya .Ezê we bidarizînim.
Bêjim:Rabe ser xwe! Dest û mil ê min; hunê ku ne ji diziyê re, ne ji mêraniyêre, ne ji ...hun bûn . İro roja darizandina weye. Ez ê we movik bi movik bi darizînim. Bêçiyên lingan ! gerçî we ji wek min roj nedit. Ka bêjin hun bê hejimartin û sol çirandinê ji çire bûn. Juniyên min ê ku hun nişana berxwedanêbûn: Dema ku ta bi we ve kirin û kostekas we qetandin û hun bûn mizgîna kêfxwqeşiyê , çima hun nebûn qurbana dahniyên ku diya min belav dikirin, hun bi qurbana mevijan bin jî. Wek dara kurm lê keti bê lebat û bê tebat çi bi we hatiye?, ev çi hale .
Zikê min ê wek teşkura(zikê fireh) rêxê te hertişt dihêra. Tevî hêviya min. Lê te çima piçek nezaniya min ji nehêra.Wek girara qereçiyan jî bibûya minê debar dikir. Wek faqilê nokan jî. Te bi hêrandina ez qurban, te bihêranda.
Kezeba min, te karê xwe baş pêk anî. Lewre wek kezeba kerê tu bi her ker û kûçikî şevitîyî. A niha weke duxana sergina dûxan ji te dere.De bi şewite, "tevi biro" te bişewite.
Dilê min ê wek pelê cixara Bilîsê tenik, wek bilbilê baxê gula te xwe ji ser vî şaxî xwe diavêt ser şaxekî din. Ji ser vê delalê xwe davêt ser delalek din. Di şevên tari de te ji tirsê re rêberî dikir, çi bû bite?.Te wiqas xof û wiqas sav ji ku anî.Malmirato ma te nedigot "tirs mêrga roviye"
Devê min ê maçikî ka ji min re bê je te ji çeqe çeqa pênci salî binê re çi ma li bêy te.Te çi fêm kir?
Mêjiyê min ê genî ku berê wek daira nifusê bûyî. Te jiyan jî jîber kiribû. Ka çibû ? navê te jî nayê bîra te.Tu di bêj î navê min yan "Yasîn e yan Qul Misîne" .Kanê armancên tayê mezin? Kanê daxwazên te yê ku "çavê xwe te ne dikirpand û diçûyî mirinê?.
Ezê we "çil dizî" tewî havkarên we bidarizînim.Lê tiştekî ku hun biparêzin gelo ma? Ezê we bavêjim nevalekê, bikim para mişk û maran. Bila qijikê welat li ser we rondin bibarînin û lorikan bêjin bi dengê xwe yên davidî.
" Lorî, lorî ez gorî"




























DI DÎWANXANEYA NEFELÊ DE CHAT

Mem Mîrxan: mmirxan@hotmail.com

Belê Arif Zêrevan tora xwe avêtiye li benda masiyekîye..
Navê "ez " li xwe kiriye.
Rengîn jî M.Mirxan e
Çing!
Rengîn has joing.....(Rengin dixwaze bipeyive)
Ez : wey tu bi xêr hatî Rengîn te reng û deng da chatê.
Rengîn: xêrandar bî, ji xwe Nefel rengin hatiye çêkirin.
Çing !
Xalê Heso has joing.
Ez : tu bixêr hatî X.Heso.
Rengin : Şevbaş xalo.
Ez : tu niha li ku rûdinî Rengîn ?
Rengîn : Li ser kursiyê
X heso:ha.. ha.. ha...
Ez : tu gelek henekçi yî. Min got tu li kuyî ?
Rengîn :li odê
X.heso : wey xwedê te bihêle Rengîn te gelek kêfa me hanî
Rengîn :spas.
Çing!
Q.B.B.: has joing
Ez : Tu bi xêr hatî Q.B.B. Ev çi nave te li xwe kiriye?
Q.B.B :Navê te jî tenê cînavek kurdî ye wek mêrê min ê yeke mîn.
Ez :Rengîn tu çi karî dikî?
Rengîn :Ez nivîskarim di çapa xwe de.
Ez : îcar sohbet ê hîn xweştir be.
Q.B.B :Ez jî froşkar im.
Ez : Tu çi difiroşî?
Q.B.B :Xwe
Rengin:Ev jinik ji ku derket.
Q.B.B :ji zikê diya xwe. Ma hûn ji derek din derketin gelo.
X.heso :Ger hûn bixwazin ezê ji we re kilamekê bêjim? .
Rengîn: Tu li benda çiyî xalê dengxweş kerem ke bêje.
X.Heso: Başe. Ezê bi diyarê çiyayê sipanê ketim yeman minê dibû xezalek daketibû ser avêêê.
QBB :Ew Xezal ez im.
.......Lê şev tarî bû min xezala xwe winda kiiiiir.
Q.B.B :Min jî mêrê xwe winda kir.
Ez: La hewl û bela.Tu çima guhdarî nakî
Q.B.B :Çima hûn kul û derdê min der dikin?.
Xalê heso berdewam dike. Xezala min lê wayê çavreşa min lê wayê .
Ez :Rengîn tu ji kêrê yî ?
Rengin:Ez ji Erxeniyê me. Hembajariyê Hesenê Metê.
Q.B.B :Ê min kurê meta min tune, cara pêşîn ez bi şivanê gund re li ba ketim.Yekî weke hirç bû. Piçekî jî kêm aqil.
Ez :Ev qbb çi dibêjê..tobe tobe.
Rengin :Dev ji wê jinikê berde Ez navê te yî rast çi ye?
Q.B.B :Li min binê re rengo mengo. Tu mêrî heta niha dev ji min bernedaye. Tim min dev ji van berda.
Ez :De qevet be. Rengin navê min Arif e avakarê vê malperê.
Rengin:Başe ser çavan. Min navê te di çend belavokên mixalif (bi wan ên pisîkek van jî tuneye) de dîtin. Xwiyaye tu siyasetmedar î jî.
Ez :Na lo... Ma mirov bi du-sê îmzeyan dibe sîyasetmedar.
QBB :Ji xêra xwe re imzayekê nikarî bavêjî ser zikê min Ez. Navê te jî mîna te ye.
Ez :Zikê çî?
QBB : Çima Serdar ORTAÇ di navika keçikekê de Zeytûn nedixwarin.
Ez :Xweliya min li serê te û Serdar ORTAÇ be. Qijika Binê Beriyê.
Çing!
Roşan has joing
Rengin:Wey tu ser çavan re hatî Roşan. Gelo tu Roşan Lezgin î
Roşan :Rengiiiiiiiiiiiin
Roşan has left(çû an qetiya)
Ez :Rengin tu Roşan nas dikî, di nivisandina yên wî de mirov tê derdixe lê disa jî tu kerem ke...
Rengîn: Lê çava.Ev jî nivîskareki Kurd ê hêjaye. Hem bi kurmancî hem bi zazakî hem jî bi farisî dizane û dinivisîne jî û li Amed ê dijî. Lê tu zanî çima hema çû?
Ez:Na
Rengin:Ev bûn du meh ez ji Amedê qetiyam (çîroka çima ez qetiyam gelek dirêj e.Ezê wê jî di sohbetek din de ji te re bêjim)Em werin ser mijarê: Li Amedê deqekê ceyran tê du deqajî diçe. Devlet dibêje ji ber qaçaxan e.
Ez :Kuro li Amedê dewlet bixwe qaçax e. Ma ew kirinên salên dawiyê di kijan dewleta rasteqîn û demokrat de hene.
Rengîn:Seet be ji te re. Lê çirokên ceryana qaçax jî roj bi roj zêde dibin .Wê rojê yekî bi sîh cuzê qur?anê sond dixwar û digot: Ji bo ku mala wî zivistanê germ be têlê ceryanê yên germ kirinê di hundirê hemî tuxlayan re biriye. Ku bêhemdî tu pişta xwe bidî dîwêr wê bişewite.
Rengin :Xalo jî çû...Lê mihvanên te gelek in
Q.B.B :Ê min jî rojê sê çar mîvanên min tên.
Ez :Rast e yek Masiyê Palamût yek jî Gûbek derket.
Q.B.B :Gûbek diya we ye mêrê bêdesthilatdarî...
Ez :Rengîn hindik beşdarvan niv saetekê disekinin lê tiştekî nanivîsînin. Hinek jî tu nikarî devê wan bigirî. Ez dibêjim fedî dikin.
Rengîn:Te got fedî, meseleyeke hat bîra min :Sala par li Erxeniyê Qûpaya goga lingan ya Qaymeqam çêbûye. Tîmê Qûça Kera(navê gund ê rastî ye) û Taxa Qaqoya dilîze. Qeleçiyekî Quça Kera heye jê re dibêjin Şûmayer Miho, kijan gog di ber re diçe gol dibe. Qaptan Remo hêrs dibe dibê je kuro tu Şumayer î, Gûmayer î, li gund tîm ji ber te çûn amanê. Ev çi gol xwarin e. Şûmayer Mihoyê feqîr rastiyê dibêje: "Qaptan EZ FEDÎ DIKIM LI HEMBER WIQAS MIROVÎ BILÎZIM."
Ez :Gelekî xweş bû.
Q.B.B:Wele ez ji tiştekî fedî nakim. Ji xwe ez fedî bikim nikarim vî karî bikim.
Ez :Te got ez hem welatiyê Hesenê Metê me te romana wî ya " Labîrenta Cinan" xwendiye?
Rengin:Belê gelek xweşa min çû. Di cihekî de dibêje " Malek li serê gund e. Li gor gundî dibêjin keça wan li pê dimîze." Ez ziko piştoyî bûm. Dema behsa cinan dike jî bi rastî jî mirov di nava cinan de digere. Jina min dema guhdarî kir ji tirsa heta sibê raneza.
QBB :Wê keçikê ji min zêdetir kiriye.
Ez :Hindik nivîskar hene dibêjin romana kurdî min ava kiriye. Tu ji wê re dibêjî çi?
Rengîn: Ezê du tiştan bêjim .Yek:Hesenê Metê di çiroka xwe ya Epilog de wiha dibêje: "Dema niviskarek dibêje edebiyat wek nokê ye ku te av da wê geş be. Hesen an jî Darînê daryo dibêje qurban nok nayê avdan .Bêje kundir, isot an balîcan. Erê ew niviskar ê ku noka av dide bi xwe ye. A duduyan bi kurtî pêşiyê me gotine " Dive mirov gû bixwe ne ji serê xwe zêdetir"
Ez :Rengîn şabaş ji te re. Ezê pirsekê ji Q.B.B. Bikim. Xatûn wateya q.b.b. çi ye û vê kurdiya xweş tu ji ku hîn bûyî?
Q.B.B :Di te de hat ezê bêjim Q:B:B :Qehpika Ber Bedenê. Kurdiya xwe jî, ji mişteriyê xwe.
Q.B.B: has left
Rengîn: De were vê kêrê ji vê hezaz ê(batex ,av zêm) derbas ke.
Ez :qbb xwe rehet kir û çû .Dereng bû ezê jî biçim Şev baş Rengîn Rengîn : ŞEVBAŞ Kurdistan li ku derê tê jiyandin û tête jiyandin.





Hevpeyivîn bi Elo re

Husein Muhammed: mehname@yahoo.com

Xwendevanên hêja û yên mêşa û yên mejîka!
Em dizanin ku hûn ne mîna me ne û bîna we jî gelekî teng e loma em ji we hêvî dikin ku ji bo navê Xwedê û hemû çarsed hezar peyamberan û nebiyê axir û yê ummetê ku hûn serê xwe û me nexin belayê û...
vê hevpeyivînê qet nexwînin!

Hûn dizanin ku kesên pêwîstî bi mirov heyî çi qas tê dikoşin ku xwe li ber mirov şîrîn bikin! Wê rojê, berî nîv salê telefona min zingî... Min jî bi dengê xwe yê xetimî û xinzirî, enirî û neşîrîn bersiva bi "e...llooo, ellooo" da lê dema ku min bihîst ku dîsan Elî di telefonê de ye, bû qutîna dilê min ê recifok, sincirîna mejiyê min ê bihêrs û fitîna qûna min a kuşle - biborin ez gelekî zimanreş im lê ma çi derewan ji we re bikim. Belê ew Elî bû lê hûn ti caran li ber guhê wî nebêjin "Elî" çimkî Xwedê ew wek "Elo" daye û ji roja dinyadîtinê ta ku ew biçe gorra tijî mişk û mar û ji wir jî bi hevrêyên xwe yên şêx ên Xwedê xezeb lê barandî bigihe bineciya xwe, ew ê wek "Elo" bimîne û serê wî dê di nav belayan de be û min jî bi xwe re bikişîne nav wê xezeba Xwedê li Şeytan barandî û berevajî...
Xwendevana/ê hewhêja! Ez dîsan jî gelekî ditirsim ku tu ewqas mejîhişk î ku te bi gotina min nekiribe û te ev nivîsa nivîskarek şêt û peledîn ta vir jî xwendibe lê ez bi navê Çarsimbegê Pîroz dikim ku ev rê ya çûn û nehatinê ye û eger te ev hevpeyivîn xwend, êdî ne ez û ne jî dermanê keça Çarsimbeg bide te, dê birînên te nekewîne û tu me bikişînî Dadgeha Bilind a Mafên Mirov a Ewropayê jî, em ê qurûşek neyî ji ber vê ziyangihandinê nedin te û bi rê ve jî em ê wê rastiya tal jî bînin rûyê te ku Mistoyê Kemo li Samsunê dêlika diya xwe, ya ku piştî welidandina kurê xwe ew jî dişibî wî ango bûbû meymûn, jî nekuşt û Newrozê jî ne ji vê bûyerê dest pê kir. Herwiha tu mîna me neke û bi dinyayê nekeve û derbider nebe çimkî ez pêşbînî dikim ku dê li welatê Richardê Dilrovî ji te re zelal bibe ku Seleheddîn ne ji wan kesan bû ku zarok li cem me jê re dibêjin: "Ereb ereb deqdeqî, gunên bavê we teqî!"
Va ye heval - bibore dijal - tişta pêwîst ez hêdî hêdî ji te re dibêjim; ma çi qas Şeytan ketiye herdu guhên te û ew mismidandine ku tu hawara min nabihîzî, ma bi rastî Xwedê tu ew qas famkor û neguhdar kiriyî ku tu fam nakî ku ji te re dibêjim êdî hew van gotinên min bixwîne! Ma tu ji min re nabêjî ka ji roja fêrbûna xwendinê ta îro te çi qas pirtûk bi hesûdî û çavbirçî daqûrandine û dabilandine, dilê te pê êşiye, zikê te pê werimiye û serê te pê tevgiziye û wan tu mîna masiyan xistiyî torrê û bi şokê tu ji aliyê wan de hatiyî xertifandin! Te çi wec û sûd ji vê xwendinê dît, çend rûpelên pirtûkên te bûn baloleyên nan, çend "o" bûn libên zeytûnan, va ye Kurdistan vê havînê hişk û ziwa ma lê ma qet niqteyek ji ser "i"yên te ket û bû dilopek avê, ma zeviyek bê hat avdan, ma devek ziwa yan lêvek peqî û şeqî ew çipa avê mijand? "Î"yên te yên ew qas hatî li ser nîqaşkirin, ma yek jî ji wan li vê zivistana berfîn, nixte û têrbaran bû banek an jî ta sivandeyek avrêj li ser xaniyê te daku hema şevekê bagurdaniyê li ser banê xanî nekî û têrxew bibî û hema rojekê bi tenê jî zarokên te bikarin pişta xwe bidin dîwarê neritibî ango ziwa û av pê de nehatî!
Ango hevrê - yanî dijrê (Bibore ku ez hertim gotinan berevajî dikim lê tu dibînî ku şeva vê şevê min sînorê peyv û zimanan derbas kiriye û ji cîhana awezmendan, aqilmendan dûr ketime loma ez îro çi bibêjim li min negire û neke tawana min û nexe stuyê min çimkî bi dûpişta Çêleka Belek a tewizî û lewitî û - ku ji te tiştekî veneşêrim - bi-xwe-ve-rîtî dikim ku sibê nîv aqilê îro jî li cem min peyda nabe - jixwe min got ku ev rêya çûn û nehatinê ye.) Tu vebigere, em bi navê yê Qûnneşûştî sond dixwin ku Bor û Beraq û hemû celeb siwariyên din ji te re amade ne ku te ji vî agirê vê Dojeya neafirandî lê herhebûyî û dê-hebe-yî xelas bikin...
- Belê Eliyê jêhatî, bibore, min dixwest bibêjim Eloyê goc. Me hemû xwendevan, nijdevan û piştdîwarî ji xwe revandin (jixwe min dizanî ku ew gelekî bêkulek û bizdok in) loma em dikarin dilê xwe ji gotin û daxwazên genîbûyî vala bikin çimkî ne kes ticaran van gotinên me dibîne û ne jî bêguman dixwîne.
-Kuro Huso, ma tu çi qas bêhiş û kevnaqil î! Ma tu nizanî ku bê vê pêşgotina te ya serêşîn jî kesekî dê ev hevpeyivînê nexwenda... Em nikarin bala kesekî bikişînin, em ne kurên kesên navdar in û me bavên partî-martî jî danemezirandin... bibore ez her bêjeya damezirandin dixebitînin lê wer dixwiye ku hûn bi kurdiya nûjen niha jê re "qurmîş kirin" dibêjin... Na, Huso, bavkalên min û te tenê kezwan- û mazîçin bûn loma em ê bala kesekî nekişînin...
-Elî-xwelî, tu mereq neke, bi navê Wî kim ê ku para Wî di afirandina min û te de tine ku eger em nikarin bala wan bikişînin jî, bîna fisteyî ya kilmûşê bi poza te de hatî wan ber bi xwe de dikişîne. Loma ez ji dil spasiya te dikim çimkî tu kesek hunermend î û ev huner tenê bi we hunermend û ronakbîran - ango ev belengazên tarîtiyê jî nabînin - re heye... Lê em bên ser pirsên me ji hevpeyivînê re amade nekirî: ...
-Bibore, bibore...
-Ê, tu dixwazî ez kû de derbas bibim...
-Na, min xwest bibêjim, li min negire...
-Ma niha çi ber bi te de tê ku wê li te negirim...
-Kuro, ma tu çima ew qas çirrîk î û qet naxwazî gotina mirov fam bikî lê her car peyva mirov bi awayek din dihejînî û wateyên nû didiyê!...
-Elo-çavbelo, birûşkefto, lêvdozero, min tenê dixwest bipirsim ka tu niha çend salî yî lê te ev qas dirêj kir...
-De îcar were û ji qehiran nemire: kuro min bi xwe dixwest hê ji berî pirsê bersiv didim ku bi serê te kim...
-Bi serê min neke, bi serê xwe bi xwe bike...
-Sermezino, zimandirêjo, de bila ne bi serê te be, bila bi serê min be... ne ez û ne jî Qantira Avis dizane ka ez kengî hatime dinyayê yan çend salî me lê eger tu bixwazî bizanî ka ez ê kengî ji vir bifinim û li vir nemînim, ez dikarim ji te re bibêjim...
-Na Elo, nebêje ka kengî tu dê bimirî çimkî kul û xemên me bi xwe kêm bûne û em hêvî dikin ku cenabê te - bibore cenazê te - kul û kederên me hê ji berê jî kêmtir neke... Lê ji me re hinekî basa zarokiya xwe bike. Gelo tu hingê mîna niha bûyî yan jî şûm bûyî?
-Te çi ye, ma tu îro nizanî mejiyê xwe bixebitînî! Ez ne mîna niha bûm yan şûm bûm lê mîna niha şûm bûm. Ji bilî şûmiyê jî, neqet, gilav, netebitî, venehewayî, necis, ... tu hê zêdetir jî bêjeyan dixwazî?
-Na na, niha bes e, hin gotinan ji bo dirêjiya vê hemû hevpeyivînê, ya ku kes dê nexwîne, bihêle... Lê min dixwest ji te tiştekî bipirsim. Te got ku tu şûm bûyî. Ez bi xwe jî wisan bûm lê di rastiyê de min nediwêrî kesekî. Min hertim du kes berdidan hev û xwe ji pevçûna wan vedikişand an jî dûr dixist. Carinan hin kesan dixwest bi min re şer bikin. Ez jî qaşo mêrek jixwerazî bûm loma ti caran min ser li ber wan neditewand lê min nediwêrî û ne jî dikarî li wan bixim. Min ji wan re digot: "Tu li vir bisekine, ez ê biçim ji xwe re darek lêdanê bînim û bên bi te re şer bikim. Lê ku ez hatim, tu jî tenê bi dest û pêhnan nebe. Eger alavek pêlêdanê bi te re nebe, guneyê min pirr bi te tê loma ji xwe re tiştekî amade bike yan na, fermana telifandin û qelandina mala bavê te ye..." Lê dema ez ew qas ji dijminê xwe dûr diketim ku wî dê êdî nikariya min re bigire û li min bixe, min têr dijûn, xeber û her celeb gotinên pîs ji malbata wî re digotin, xwe hildipîvand dê û xwişkên wî û "tifff" baz dida û diketim quncikek malê û bi hefteyan dernediketim ta ku dijminê min hemû bûyer ji bîr dikir...
-Kuro, xwezî ez jî mîna te bûma. Mêraniya min mal li min mîrat û kamax dikir. Li hemû taxa me kesekî bi min û birayê min nedikarî. Me qosk û berdeqanî çêdikirin û li esmanê me ne balinde û ne jî balafir ji darbeyên wan xelas dibûn. Pirraniya taxa me dewlemend bûn û em hejar bûn, xaniyên wan hemû bi pencereyên şûşeyî bûn lê naylon jî bi pencereyên kolikê me ve tine bû. Me bi qosk û berdeqaniyan rojane du-sê pencere dişkandin lê em ew qas di karê xwe yê pîroz de zîrek û çeleng bûbûn ku me bi asanî xwe nedida destê xwediyên xaniyan û pirrî caran qet kesekî nedizanî ka kê ew pencere şkandine, ji xwe kesekî - me bi xwe jî - nedizanî ka çima me ew dişkandin... Lê rojekê bûyerek têrbela hat serê me ku bawer dikim eger ne ez û birayê xwe yê bîje û weledzina bûna, kesek din dê jê xelas nebûya. Em bi kurê fermandarê bajarok re dilîstin û wî jî henekên xwe bi me kirin û got: "Çima ev bîna wiha pîs ji we tê!" Camêr rojê deh caran xwe bi misk û emberê xwe dişûşt lê me bi xwe av jî tine bû ku spêdeyan lepekê biavêjin rûyê xwe û serçavên xwe pê bişon. Me hişt ku ew çend rojan her me biqehirîne ta ku me rojekê ew bir hindava sergûfkê û gûxaneya taxa me û ew virand nav gû û di nav de hişt... Ez nizanim ka ew çawa ji nav derket lê piştî du-sê saetan bi ser mala me de hatibû girtin. Lê em jî ne qepûşkaqil in loma ez û birayê xwe du rojan neçûn malê. Me hin zarok bi zorê ji xwe re dişandin xwarinê û carinan jî eger me tiştek xwarinê di destê zarokekî de bidîta, me jê distend û dixwar... Lê jiyan wiha jî zêde demek dirêj nedomî. Spêdeyekê em bi dizîkî vegerîn malê û, bê ku bavê me bi me bihese, em filitîn dibistanê...
-Ma hûn neditirsîn ku ji dibistanê kesekî dê peyam bigihanda malbata kurikê reben?
-Ma tu çi qas bêsebir û qûnxwêkirî yî! De bihêle ku ez hemû çîrokê ji te re bibêjim... Kurik jî bi me re li heman waneyê bû. Piştî xelasbûna waneya yekem, ew bezî ku bigihe malê û ji malbata xwe re bibêje daku ew bên û cezayê me bidin me. Lê em li deriyê bexçeyê dibistanê gihanê û birayê min kêrek ji berîka xwe deranî û destê xwe avêt qirika wî û got: "Tu ji kesekî re tiştekî bibêjî, ez ê te bi vê kêrê vebiçirînim!" Kurik zer û spîçolkî bû û bi serhejokî got: "Bi... bi... bila, e... e.. ez na-nabêjim kesî..." Ew roj yek û ev roj du, kurik zarok bû û mezin bû lê êdî newêrî devê xwe li ber me vebike û zimanê xwe bigerîne...
-Ê we pirr baş kir lê hûn çawa vegerîn malê? Ma bavê te û diya te jî ew dorlêgirtina mala we ji bîr kiribû?
-Tu bihêle, ez ji birayê xwe re bibêjim... Herçi bavê min bû, ew mejîreş û bêhiş bû û tiştek pêwîst li bîrê nedima lê tiştên wiha qet ji bîra wî nediçûn. Êvarê min û birayê xwe hê zû xwe ji qesta xist nav nivînan û me qaşo xwe xewand daku bavê me tiştekî bi me neke. Lê bîskekê ez pê hesîm ku kesekî di guhê min re girtibû û qajewaja min bû. Bavê min ez û birayê min di govê ve, di nav çêl û gayan de, bi werîs bi stûnekê ve girê dan û derket. Nizanim ka ji bîr kir an jî wê bîskê Şeytan ew qas dilovanî xist dilî ku fanosa vêxistî di govê ve hişt. Hawar Xwedê, ez ti caran bi qasî hingê netirsîm: heyama telewiya gayan bû û ew herdu ga pev diçûn û bêguman bû ku yekî ji herduyan jî qet nedixwest ku em dest biavêjin xanimên wan. Loma ew carinan li dor me jî dizivirîn û em gelekî ditirsîn ku eger niha na aniha ew dê herdu bi hev re me biqoçînin û bi wê stûnê ve bimerçiqînin û xwîna me gorî jîrî û awezmendiya bavê me bikin! Eger wê bîskê min nikarîbû destê xwe bigihînim berîka birayê xwe û kêrê jê derbînim û me bi hev re ew werîs zû nepiçanda, em ê niha nemana û belkî ev cîhan jî bê mana me bi xwe şa bûbûya!!!
-Çîroka te bi min balkêş e - jixwe ji bilî min ne kes vê dibihîze û ne jî dê bixwîne - loma bidomîne.
-Belê heyran, meha remezanê ber bi dawiyê de diçû - jixwe bavê min jî hez dikir ew bi dawî bê çimkî di rastiyê de ti caran nivêj nedikirin lê meha remezanê ji şermên gundiyan de xwe birojî dida diyarkirin. Belê, dawiya remezanê bû û çend roj ji bo cejnê mabûn. Bi rastî, bavê min nedixwest tiştan bikire û bide mêvanan daku ew pê bikerifin û bizeqinin lê ji ber bend û zincîrên adet û kevneşopiyên civakî ew jî bêçare dima û hin tişt dikirin lê sedemên kirîna tiştan ji civakê zêdetir diya min bû, wê zext li bavê min dikir... Belê, me newêrî spêdeyê biçin bi dêbavên xwe re rûbinin ser taştê û xwarina xwe bixwin loma me xwe xîfand ber herzêl û stêrrk û ciyên din û me şîrînî, gûz, fisteq û hwd. din têr xwarin, berîkên xwe jê tijî kirin... Roja cejnê tiştan têra mêvanan nekirin loma xwezî te hingê rûyê bavê min û kîna di bin wî rûyî ve bidîta!..
-Elo... Elo... Elo, ez dixwazim tiştekî ji malbata te fêr bibim: Te got ku diya te zext li bavê te dikir. Dema me zêde kurt e - ji xwe tu dizanî ku her kovar, rojname û weşanxaneya mirov jê re nivîsekê bişînin, dibêje: "Em we pîroz dikin. Hûn xebatên gelekî hêja dikin lê mixabin divê em bi xemgînî rabigihînin ku em nikarin vê berhema ew qas dirêj biweşînin." Zeqnebût ji vê rewşê re; eger mirov kurttir binivîse, ew ê bibêjin: "Lawo, te ti tiştek di nivîsa xwe de negotiye; ma em ê wê ji bo çi biweşînin!?"... Lê ji xwe kes dê vê neweşîne û em ê nehêlin jî ku kesek biweşîne û belav bike loma ji min re basa pêwendiyên navbera dêbavên xwe de bike.
-A me, bavê min pirsgirêkên xwe yên taybet hebûn. Ew bi civatan re radibû û rûdinişt lê di rastiyê e ew hertim xeyidî, hêrsbûyî û esebî bû. Bi rastî, ta niha jî hê nizanim ka çima. Lê wî hemû qehrên xwe li me dişkandin. Di civaka me de pirraniya "mêran" ji bo "verevandina qehrên xwe" li jinên xwe dixin. Bavê min jî dixwest wisan bike lê nediwêrî... Dayika min û meta min "pevguher" bûn ango meta min jî bi xalê min re zewicîbû. - Ji xwe tu jî dizanî ku ew şêweyê zewicînê hê jî li Kurdistanê didome. - Eger xalê min bizaniya ku bavê min li xwişka wî xistiye, wî jî dê li meta min bixista. Eger lê nexista, her kesî dê bigota ku ew bi jina xwe newêre, ew "serjinik" e û "jina jina xwe ye" û nizam çi quzilqurt... Berevajî meta min a şermîn û reben, diya min dê zû basa pevçûnên xwe û bavê min ji malbata xwe re bikira. Herwiha diya min ew qas dengbilind û xeberreş bû ku eger wê bixwesta yan jî tenê bi kesekî re bi nîqaş biçûya, wê dikarî di demek kurt de hemû tax li xwe bicivanda... Min bi xwe bi çavên serê xwe nedîtiye lê hin kes dibêjin ku ew carinan bi şûnikan diket dû bavê min jî lê ya rast ew e ku derqûn û kemaxên min hê jî ji ber şûnikên wê diêşin...
-Te berî kêlîkekê got ku te û birayê xwe we hevkariyek baş li dij zarokên din dikir lê pêwendiyên we herdu birayan bi hev re çawa bûn? We li hev dixist?
-Eger ez bi kurtî bibêjim, em ew qas şûm bûn ku bi rojê me bi hev re li zarokên taxê dixist û em êvarê dihatin malê û em bira li hember bira têk diçûn. Ma tu û birayên xwe jî ne wiha bûn?
-Min sê birayên ji xwe mezintir û yek jî ji xwe biçûktir hene. Her yekî ji me dixwest bi yê(n) ji xwe mezintir re be lê bi ti awayî nedipejirand ku yê(n) biçûktir pê re be/bin! Lê min du kurmamên bi jiyê xwe hebûn. Mîna îro tê bîra min ku em ti caran her sê bi hev re nedibûn heval. Hertim du ji me hevgir bûn û yê sêyem bi tenê dihişt û pê re nedipeyivîn. Ev hevgiriya me ya duqolî carinan ta hefteyekê didomî lê carinan di heman rojê de em du-sê caran ji hev dixeyidîn û bi hev re nedipeyivîn lê piştî bîskekê dîsan bi hev re dibûn heval. Bûyerên hevaltiyê yên wê demê zû-zû ji bîra min neçûne lê ez çi qas difikirim jî, qet nayê bîra min ku em ew her sê pismam carekê tenê jî di heman demê de her sê bi hev re heval bin... Ji ber sedema şer û pevçûnên zarokan carinan malbat û carinan jî binemal û ta eşîr jî pev diçûn û encama van pevçûnan paştir dibû sedema jihevkuştina gelek mêran jî. Lê di rastiyê de, zarokan pirr zû li hev dikirin û nakokiyên xwe ji bîr dikirin... Erê Elo, te gelek bela anîne serê xelkê lê bela bi serê te bi xwe jî hatine. Lê xerabîkariya herî zêde tu li ber ketiyî çi ye?
-Bapîrê min pirr pîr bûbû û çav jî nemabûn, kor bûbû. Her roj diya min ez an birayê min dikir şivanê wî. Min qet ji wê yekê hez nedikir. Rojekê hemû zarok bi kêfa dilê xwe dilîstin lê ez zêrevanê bapîrê xwe bûm. Ji kerban, min jî mîst ser kevirekî û bapîrê xwe li ser rûniştand. Dema min ew vegerand malê, diya min pirsî ka çima şelwalê wî şil e. Min jî bi qirnij û ehmeqî got: "Şîva xwe kiriye bin xwe!" Ez dû re gelekî di ber vê gotinên xwe de ketim çimkî bapîrê min ne mîna dêbavên min stemkar bû. Lê ez jî qet ji wê yekê hez nakim ku dêbav dibêjin: "Ji ber ku me tu aniyî dinyayê û tu mezin kirî, divê tu hertim guhdar û xizmetkarê me bî!" - Ji xwe eger biryar di destên min de bûya, min ê nehiştibûya ku kesek min bîne dinyayê û li vir mezin bike...
Belê, wê şevê me suhbet û devjenkiyek dirêj bi hunermendê zimandirêj, lêvşotirk, lewçe, didanketî û bêpidû Elo re kir. Me herduyan bi wê suhbetê dilê xwe ji gotinên gemar pak kir û yek ji me li ser sercila Qantira Avis û yek jî di bin kurtanê Mehîna Stewr ve ket xewek giran. Xwedê şahid û govan e ku kesî li vê cîhana derewîn nedixwest ku em spêdeyê sirpîsax şiyar bibin.































Reva ji stêng û zirkêtkan

Husein Muhammed: mehname@yahoo.com

Min hê ji mêj de dûrbîna xwe avêtibû û pêlavên min ên şekal ji piyên min bûbûn lê ez her dibezîm û direvîm. Her dibezîm û direvîm lê min qet li pey xwe nedinerî. Tenê vizîna stêng û zirkêtkan delîla wê yekê bû ku min xwe ji destê wan xelas nekiriye û azadiya min hê li dûr e...
Ez her dibezim, bi besta kevirên spî ve hildikevim, di nav tiraşan re tê dikoşim ku meşa xwe bidomînim û di heman demê de piyê min ê rastê dikeve ser hêkên di hêlîna sûskê de. Ev bi roj û mehan e ku ez li hêlînên kew û sûskan digerim lê niha çend libên hêkan di bin piyên min ve dizirviçin. Lê niha hêk-mêk nikarin min rabiwestînin; niha artêşa mêşên arayî êrîş aniye ser min û tenê rev di destên min de heye, rev lê belkî ne jêxelasbûn!
Hawirdor li vir pirr guherbar e. Carinan piyên min bi keviran dikevin û lê dihilingivin. Dem tine ye ku zêde lê bifikirim lê ez pê dihesim ku xwînek germ ji du-sê tiliyên min tê lê ev tiliyên din jî selixîne. Min çend caran destên xwe dane ber xwe û bi ser wan de ketime loma niha janek giran jê difire lê ez newêrim li wan jî binerim. Lê baş dizanim ku enîşka destê rastê şkestiye loma nikarim li gor dilê xwe wî destî bilivînim. Lê me got ku hawirdor guherbar bû. Reva min ne tenê li nav bestan an tiraşan ne. Carinan tozek deştek bêav û li ber rojê qelî û gurmijek sehrayan xwe di serçavên min werdike, carinan li çemek boş û bihêz herikbar derbas dibim. Carinan jî bi qasî çend saniyeyan di herrî yan jî avzêlekê re asê dibim û qet bawer nakim ku jê sereder bibim lê di heman demê de bazdana min li çiyayek hişk û rût didome yan jî ez di axek ziwa û tozîn de ta gewriyê dadikevim jêr erdê...
Dîsan li ser tat û latan direvim. Lingên min qerimîne, gep û alekên min ji ber pêvedana mêşên arayî perçivîne, çavên min ji tirsan sor bûne, lêvên min ji tînan ziwa bûne û şeqîne... lê mêşên malwêran û belakir dev ji min bernadin! Rêyek li ber min nemaye, ez êdî naxwazim û nikarim birevim jî lê reva min ne di destên min de ye, ez êdî bêser tev digerim... Lê di heman demê de hawirdor ji min re nas e û pirr ditirsim ku li ser lêva zinarek qinc û rizdeyî me lê pêhesîn û tirsa min êdî dereng e: ez ji zinar dikevim lê bi rê ve ez dibînim ku Gerrika Mamlo, gerrikek kûr a avê li gundê zaroktiya min, li binê rizdeyê ye û ez dikevimê.
Ez noqî bin ava kûr û hênik dibim û li vê kel û gurmija havînê kêlîkekê di bin ve dimînim. Dû re herdu destên xwe li kevirekî li ber lêva gerrikê dişidînim ji bo ku pê ve ji gerrika biçûk lê kûr derbikevim... Lê di heman demê de ji xewê vediceniqim û pê dihesim ku min bi tundî bi herdu destan balguhê xwe givaştiye.
Xwe bi vî alî û wî alî de diqelizînim û dizanim ku ez di nav nivînên ji serî ta binî şipîşil de me. Hê li ser wê baweriyê me ku min xwe aniha di Gerrika Mamlo de noqandiye lê paşî bîn dikim binkefşê xwe û bawer dikim ku dibe hemû ev reva min rast be lê avjenîna di gerrikê de na!





























CM

Husein Muhammed: mehname@yahoo.com

Ev çend meh in ku xerabbûn û dawîlêhatina dinyayê ketiye mejiyê min...
***
Wê rojê, li wan peravan. li wê qeraxa xîzîn û wê avjenîgehê, ya ku her rojên wiha germ û tavî yên havînên kel ji girseyên mirovan mişt û tijî dibû, niha ji bilî me herduyan virtîvala bû.
Ew çend car bûn min dixwest biçim bestenîfiroşgeha nêzîk û ji me herduyan re besteniyan bikirim lê her car Leylayê xwe di ber wî karî re dikir. Wê ez bi tenê dihiştim, dibezî dikanê, bestenî di bîskekê de dianîn û her car ji berê dilxweştir û rûkentir dixwiya. Digot: "Ax, tu dibînî ku çiqas xweş e ku li vir mîna rojên din qerebalix tine ye..."
Lê ez li dinyayek din bûm. Bi rastî, min dixwest ku ew di rêwîtiya xwe ya bestenîkirînê de demek hê dirêjtir bimaya daku min bikariya baş biponijim û hemû teoriyên girêdayî dawiya dinyayê bînim bîra xwe, wan tevlihev bikin û tiştek bêguman rast jê derbixînim. Lê - mixabin an ne mixabin - ew her car zû vedigerî û bi peyvên xwe yên bitam û diltepîn hemû ponijên min li ber min wenda dikirin.
Lê cara dawîn min êdî xwe hew girt. Min dizanî ku ne ez û ne jî Leyla ewqas bestenîxwer in lê diviyabû wê di rêya xwe ya ber bi bestenîfiroşgehê de yan jî li wir bi xwe tiştek sosret an, qet nebe, balkêş didît, dibihîst an jî dikir loma niha - berevajî rojên din - bestenîxwarin li ber wê bûbû lezet...
Çavên wê ketibûn xewek sivik. Nizanim ka baş nivistibû yan na lê min ew di cî de hiş. MIn nerî ku di cizdana min de pereyên hûrde jî tine bûn loma min cewdikê wê hinekî vekoland û, bi qasî ku ji du besteniyan re pêwîst bû, min pere jê derxistin...
***
-Leyla hevala te ye? bestenîforşê kincreş pirsî.
-Erê lê ji bo çi?
-Xwedê bike ku tu ne mîna wê şêt û dîn, bêaqil û neguhdar bî!
-Te çi ye! Tu çima ewqas zimandirêj î!? Ma kê bi te çi kiriye!?
-Ma hûn nabînin ku vê roja ewqas hewaciwan kes li vir tine ye? Ma hûn naramin ka çima? Îro dinya dê xerab bibe. Kes ê ji me nemîne. Lê xerabûn dê ji deryayê dest pê bike. Li wî cî, yê ku yekem car tovê jiyanê çêbû, dê li wir tovê mirina yekcarî jî çêbibe. Yan ez ji birayê xwe re rastiyê bibêjim: ew niha çêbûye jî. Mîna ku min got: kes ê ji me nikare bifilite lê, bi qasî ku ji we tê, li dûrî deryayê bimînin, belkî hûn ê bikarin çend saetan an jî rojekê du rojan zêdetir bijîn. Hevala te ji min bawer nake lê tu hewl bide rastiyê bixe mejiyê wê.
Ji destpêkê, dema ku dawîlêhatina dinyayê ketibû mejiyê min ta vê bîska bi bestenîfiroş re, ez piştrast bûm ku pêşbîniya min bêguman rast bû. Lê niha min herdu besteniyên xwe jê girtin û tenê ev gotinên han gotin: -Xwezî ne ew lê ez û tu dîn bin.
***
Ez ji firoşgehê derketim lê hê ku min deh pêngav neavêtibûn, çavên min bi Leylayê ketin. Lê êdî ew ne bi aramî di xewê de bû: ji her çar aliyan bi hunerên xweparêziyê yên çînî û japonî dihatin Leylayê: karate, judo, aîkîdo... lê wan xwe ji Leylayê nedibarastin lê êrîşî wê dikirin lê ji ber ku êrîşker zêdetir dibûn û ji bilî hunerên rojhilatî, wan ên rojavayî jî bi kar dianîn, min êdî navên wan huneran êdî meraq nedikir. Bêguman ez pirr ditirsîm û eger hûn bixwazin bizanin ka ez çend ditirsîm, va ye ji we re bersiv: min te tenê şelê xwe şil lê herwiha tijî mîz kir, dibe ku ji aliyê piştê de hinekî zer jî bûbû lê baş nayê bîra min loma ez naxwazim ji we re derewan bikim û rûyê we ji rastiyê bigirim. Min dizanî ku hay û agaha êrşkerên stemkar ji min hebû, wan ez dîtibûm û xelasbûna min ji ber wan tine bû. Di wê bîskê de ez bi temamî bêhêvî bûm lê - çawan dibû bila bibûya - diviyabû ez jî beşdarî cenga giran û mala wêran bibûma. Min kîn û nefreta xwe li hev civand û ber bi wan de çûm: çi tiwan û şiyanek di lingên min ên xwar û destên bêhÊz de hebû, min bi kar anî û çi stûratî û mêraniyek di dengê min ê ketî de jî hebû, ez pê li wan bêbavan qîrîm... Û encam qerfok lê sosret bû: yek ji şervanan jî newêrî li meydanê bimîne...
Ez bezîm ser kelaxê Leylayê û wê ji min re got:
-Kuro, te çi ye! Ma te ticaran mêş û pêşû nedîtine! Dixwiye ku ez pirr xwînşîrîn im loma ev mêş li dor min digerin... an jî li pey şîrîniya besteniyê ne.
Lê dema ku wê derpîkurtê min ê şil û bîno dît, got: -Min sed caran ji te re got ku tu meçe besteniyan. Min dizanî ku tu ê ji gotinên wî segbavê bestenîfiroş bawer bikî. Madem ew dizane dinya dê aniha xerab bibe û bi serê me de were xwar, çima ew qeftên pereyan bi bestenîfirotinê kom dike û radiheşîne berîkên xwe! Ma dê bi xwe re bibe gorê!? Jixwe eger dinya xerab bû, kesek ê tine be ji wî bêbavî re gorekê jî bi wan pereyan bikole... Lê ax ku tu jî ji hertiştî bawer dikî!
***
Û ez di keştiyê de bûm. Keştî li ber pêlên bilind diseyirî. Û aliyek keştiyê bexçe bû, bexçeyek tijî darên bişkivî û gulên kulîlkdayî. Aliyê din ê keştiyê golek, deryaçeyek reş e tarî bû. Herdera keştiyê bi lampeyên neon ên spî û bi şikilê tîpên CM hatibû xemilandin. Yekem raman, a ku ket meijyê min ew bû ku CM City Market ango Firoşgeha Bajar be lê tiştek wisan li vê dojehê çi dikir!
Û agahdar bûm ku bê daxwaz û heza xwe bi hêzek nebîn ber bi aliyê deryaçeya keştiyê de dihatim defandin. Dema ku min seqbêrtir li wê golê nerî, ew qet ne reş lê zelal û heta ronîdar jî bû. Ji ser zinara min lê dinerî, min sihirand ku şeş keçan destên xwe li min dihejandin û wan bedenhoriyên çîptazî daxwaz dikirin ku biçim cem wan û hewl didan xwwe bigihînin min. Lê her carê sê mêrikên bejnmeymûn, têrmû û û qûnpûrt ji deryayê - deryaçe fireh û kûr bûbû û bûbû derya - derdiketin û êrîşî min dikirin. Û hemû hêza pêwîst di destên min de hebû. Ji bo ku min ew wehşî û barbar bi hunerên şaristanî yên xweparêziyê yek bi yek li erdê bixistana, ne tiştek dijwar bû. Min her carê ew divirandin cihek cuda lê her carê ew bi hev re ji heman ciyê deryayê derdiketin û bi ji bo êrîşanîna ser min bi heman zinar ve hildiketin.
Carekê min jidil jî xwest wan bikujim lê êdî dereng bû, hingê êdî zinar ji ber ava bi piyên wan ve hatî şil û hilû bûbû. Piştî ku li pozpanekî ji wan hilingivîm, ez herwiha hilisîm jî û ji ser zinarê berz û bilind ketim. Di rêya xwe ya ber bi jêr de min yekem car zanî ka wateya CMê çi bû: li ser zinarê hestîn bi tîpên goştîn "Cîhana Miriyan" hatibû kolandin...




















Hin notên nenivîsîhiştî yên êvarek tîrmehê

Husein Muhammed: mehname@yahoo.com

Pêşgotin

Xwîn çikî, ximav ziwa bû. Notên jêrîn nenivîsî man.

1.
Rojek rawestî, rojek ewrgir.
Pêlek sivik, hema nebînbar, keştîkek berdayî hildigire, keştîkek bi dîtina çavan bêreng. Keştîk bi ronahiya hêzek ji mêj de temirî tê dîtin, bi hêzek mîna stêrên vemirî lê yên hê jî biriqok.

2.
Min xwe avêtiye dara deryayê rûtkirî daku silavên avê jê werbigirim, gazinên tijîaxîn ên bahozê jê bibihîzim.
Hemû xet û xîçên lal ên zinaran dixwînim, wan dikim wêneyên peyvbêj, zimanên têgihbar.

3.
Nalivim.

4.
Germiya ewran di bin xwe ve kurkkirî, gurmija xîz û zinar ji ber dikuxin, bala min, marê xewxwaz, xwexişokê ji deryayê têrbûyî dikişîne ser kevirekî, dixe xewê.

5.
Bîskekê, kêlîkekê, bi dizîkî, bi tenê bim. Ji vê dukesiyê birevim. Divê li ber avê bimînim. Bila dem biherike, daku her tişt bimeşe.

6.
Xwe digihînim serê bend û deziyên ramanan. Virde-wirde pevgirêdanekê dikim. Mîna awazekê - yan jî aşopek rêwenda - xwe diqelizînim, dixwişînim.

Paşgotin

Kû de wenda bûyî, çemê reş, yê ku te bi xişewişa herika xwe ya şermîn ez têr dikirim? Ma nayê bîra te ku min xwe li hindavî te tewandiye?
Ma ronahî bû,
ronahî bû ku
çembera me vekir
û em ji hev veqetandin?
Ma ji ronahiyê,
ji ronahiyê bû
ku tu tirsiyayî,
çemê
xemên
dilê
min?
























CIN

HUSEIN MUHAMMED

Bo Ferhad û Nizar

Ez çi derbareyî cinan dizanim, hemû min ji Şêrzad, kurxaletê xwe bihîstiye. Ew zanyariyên ku ew sebaretî wan ji min re dixwiyîne ne gelek in. Herwiha ew ji min re diyar nake jî ka wî ev zanyarî ji kû, kengî û çawan bi dest xistine. Belkî pirtûkek hebe û wî jî ew tişt jê xwendibin.
Pêşî Şêrzad ez sondandim ku ji tukesekî re nebêjim, nemaze ji dayika xwe yan jî ji ya wî re. Derengtir wî ez bawerandim ku dikarim ji herkesî/ê re bibêjim an jî negotî bihêlim ji ber ku dîsan jî tukesekî/ê dê ji min bawer nekira. Lê ma qey ez dîn û ehmeq im ku van tiştine wiha ji xelkê re bidim xwiyandin!?
Şêrzad gelek êvaran behsa cinan dike. Ew kurxaletê min e û van rojan hatine û li me bûme mêvan. Ez û Şêrzad di heman odeyê de radizin. Nivînên me wisan hatine bicîkirin ku serê heryekî ji me digihin ber piyên yê din, piyên min ber bi pişta odeyê û yên wî jî ber bi deriyê odeyê de diçin. Şêrzad xwe pal dide û destên xwe datîne ber patika xwe. Tevî ku lampe temirandî be jî, heke ez hinekî serê xwe bilind bikim, ez rûyê wî dibînim.
Dema ku malî dikevin xewa giran, Şêrzadê me dest bi qalkirina cinan dike. Ez ewqas nêzîk im ku pistîna wî jî dibihîzim. Ew dipeyive, gotinên xwe dubare dike, ji min re delîl dide ku gotinên wî rast in. Ew heman îddiyan dike, û ez jî heman pirsan.
-Cin li gerdûnê dijîn, Şêrzad dibêje.
-Gerdûn li kû ye? dipirsim.
-Ma tu çima ewqas mejîreş î!?, Şêrzad diqehire. -Ew li herderê ye. Bi rastî ew jî her dinya û cîhan e lê ez ji bo te dibêjim gerdûn daku tu tê bigihî ku ew ne heman cîhan, a ku mirov pirranî caran jê dipeyivin, e. Em afirandiyên sêdîmenî ne loma em tenê li beşek bêpîv piçûk a gerdûnê de dijîn. Yan jî belkî rasttir be em bibêjin ku heke em bi cinan re li heman cihan bijîn jî, haya me tenê ji kêm hestan heye. Divê tu fam bikî ku tevî pêşketîbûna me jî afirandiyên ji me bêpayan pêşketîtir jî hene. Hin ji wan jiyanek pêncdîmenî dijîn, hinek xwediyên heft dîmensiyonan in, hinekan belkî ji bîstan jî pêtir hebin. Her gerdûnek, heta gerdûna wan afirandiyên dudîmenî jî...
-Ma yên wisan jî hene? axivîna radiwestînim. -Ma afirandiyên wisan, ên ku tenê di jiyanek yekdîmenî de dijîn, jî heye.
-... bi serê xwe bêkêmasî û perfekt e, gotinên min nikarîn wî bidin rawestandin. -Ji wan afirandiyan re dixwiye ku tiştek ji wan kêm nîn e. Lê heke afirandî di cîhanek kêmdîmenî de bijî, haya wî/wê ji pirrdîmenîtiyê tune ye.
-Lê tu dizanî, dibêjim, -û ez jî dizanim.
-Lê ez tenê dizanim ku ew hene, Şêrzad dîsan, carek din jî, ji min re şîrove dike. -Ez jî nizanim ka ew çawan in. Ez nikarim bizanim.
-Ew yek xemgînî ye.
-Pêwîst nîn e tu bi wî çavî lê binerî, Şêrzad hayê jê dide min. -Em cinan nabînin lê ew me dibînin. Çawan ku tu dikarî bi asanî şekerokekê ji zarokek piçûk bistînî, wisan ew jî dikarin, çi bixwazin, ji me bistînin: pênûsekê, tirimpêla mirov an jî xaniyê mala mirov tê ve - û dîsan jî ji mirov re dixwiye ku ew filan tişt bê sedem wenda bû, heta wisan jî ku şopek li pey xwe nehişt.
-Na, dibêjim ji ber ku nikarim ji gotinên wî bawer bikim. -Ma kê li ser rûyê dinyayê dîtiye ku carekê tiştek wisan qewimiye?
-Tu nizanî! ji rûyê Şêrzad dixwiye ku ew galteyan bi nezanîbûn û bêagahiya min a bûyerên ji cîhanê dike. -Lê kesên lêqewimî guman nakin ku cinan ew yek aniyee serê wan. Cin dikarin bikevin hundurê me. Ew dikarin dil, mêlak û rîviyên me derbixînin.
-Baş nayê bîra min ka mêlakê çi kar di bedena mirov de heye.
-Li vir ew yek ne girîng e, Şêrzad dibêje. -Ew dikarin dil ji mirov derbixînin bê ku tu selix jî li laşê mirov xwiya bibin.
-Ev derew e, dibêjim. -Qet nebe, min bi xwe ta niha nebihîstiye ku wan dilê tukesekî deranîbe.
-Behsa hertiştî di kovar û rojnameyan de nayê kirin, Şêrzad dengê xwe ditûjîne. -Nojdaran erkê negotîhiştinê heye... Cin dikarin destê mirov ê rastê bikin ê çepê û, bêguman, berevajî jî. Girêyên herî asê û şidandî jî, yên ku em çêdikin, di destên wan de bi kurtebîskekê vedibin. Ew dikarin me bi xwe re bibin, pirraniya wan kesên di rojnameyan de wek wendabûyî diyarkirî jî bi destên cinan ji vir hatine revandin.
-Ew çima wisan dikin? dipirsim.
-Ew jî karê xwe bi me dikin, Şêrzad dibêje. -Lê çi kar in... heke ew ji me re hewl bidin qal bikin jî, em ê nikaribin fam bikin. Lê çawan ku em ji mûriyan jîrtir in û naxwazin serê xwe bi wan ve biêşînin û jê re behsa kar û xebata xwe bikin, wisan cin jî ji me zanatir in û serê xwe bi me ve naêşînin.
-Ez bawer nakim ku heke ez wan bibînim jî, jê hez bikim.
-Niha pirs ne ji wê yekê ye, Şêrzad bêsebirane dibêje. -Ew xwediyên hin hestan, ên ku me tucaran navên wan jî nebihîstine jî, ne. Loma zanîna me li ber a wan mîna libek qûm li xîzistanekê ye.
-Hestên çawan in? dipirsim.
-Wey Xwedêyo! Şêrzad diqehire. -Ma tu kerr î! Ma min niha ji te re negot ku mirov nikare di wan bigihe!? Îcar çawan ez ê bikarim ji te re qala wan bikim!? Jixwe ta niha em hê jî fam nakin ka em bi xwe çawan dibînin an jî dibihîzin, bê ku em zêdetir di mijarê de kûr biçin. Ew ewqas ji me pêtir dizanin ku em nikarin tiştekî ji wan bipirsin. Jixwe ew tişt, ê ku em nikaribin bizanin, em nizanin!
-Ma te tucaran cin dîtine? ez dixwazim bizanim. Min gelek caran heman tişt pirsiye. Dîsan hinek heyecanê ez girtime. Ez ditirsim bibihîzim ku wî bi xwe cin dîtine. Lê îcar jî Şêrzad min bê bersiv dihêle. Bi wî wisan e ku qet pirsa min nebihîstiye jî. Lê ew dixwaze ku ez bêdengiya wî wek bersiva erênî bihesibînim û bipejirînim. Ez bi bêpêjiniya wî razî me, jixwe ne li benda tiştek din bûm. Lê heke min ew pirs nekiribûya, dê ji Şêrzad re jî nexweş bûya.
-Ew tiştê ji me re kar ji wan re lîstik e, ew dibêje.
-Ma ew dikarin bilîzin jî?
-Çima na!?, Şêrzad, hema bêje, galteyan bi min dike. Destên wî hê jî li pişt patika wî ne û li lampeya kuçeyê, ya ku di ber perdeyê re disihire, dinere. Ez dizanim ka ew ê aniha çi bibêje.
-Ew tiştên ji me re ne mumkun jî ji wan re ji tiştên sade jî sadetir in. Tiştê ji me re sihirbazî ji wan re rojane ye. Tiştê ji me re superxwezayî ji wan re xwezayî ye.
-Ez dixwazim carekê yekî ji wan bibînim, di heman bîskê de dibêjim lê bêguman ji gotina xwe ne piştrast im, lerizek, recifek bi ser laşê min de diherike.
-Heke ew pêrgî te bên jî, tu ê wan nebînî. Di çavên cinan de em lawaz in. Guneha wan bi me tê ji ber ku em ewqas xwediyên kêm tiştan in: kêm dîmensiyon û kêm hest, kêm têgihîn û kêm zanîn.
Ez dîsan di ber me mirovên reben de dikevim: -Ne tiştek baş e ku ew ewqas ji me dizanin û em tiştekî jî ji wan nizanin... Lê dîsan jî ez nikarim bawer bikim ku ew hertiştî ji me dizanin. Ew ê bi xwe ne mirov be, nikare jiyana mirov fam bike.
-Berevajî: jixwe em jî pêtir ji masiyan dizanin ku masî bi xwe ji xwe.
-Lê dîsan jî tişta herî girîng em ji masiyan nizanin ango em nizanin ka jîna wek masî çawan e. Û dûrî aqil e ku guneha wan bi mirov bê, ez dientim. -Ew jî nizanin ka mirov çiqas tiştan dizanin!
-Erê, tu wisan texmîn dikî. Lê em hê jîndarên sade û pêşneketî ne.
-Em roj bi roj pêş dikevin û fêrî tiştên nû dibin.
-Lê dîsan jî kesek ji me dê tucaran fêrî dîmensiyonên nû nebe, heke di wan de newelidîbe. Mirov çi be, ew e. Ew wek mirov ji dayik bûye û dê wisan bimîne jî. Cin ji dûr li me dinerin, û em nizanin ka ew kengî li me dinerin û kengî jî na... Tevî ku carna ew hesek xerîb dixin dilê mirov jî.
-Ma tu jî nizanî ka ew kengî li mirov dinerin?
-Belê, ez dizanim. Ez bi nerîna wan dihesim. Lê ax, aniha ew ê dîsan biçin û me ji bîr bikin.
Şêrzad bêpêjin dibe, bêtevger paldayî ye, û cin ji bîra me diçin.



Ey Bela!

Husein Muhammed

Bela, ez bifirim asmanan, tu bi min re yî. Ji pişt her tiraşê, bi çavek bel yek neqandî tevgerên min temaşe dikî. Herdem pêngava te ji berî ya min avêtî ye û li her quncikê astengên te, mîna leşkerên Roma Reş, li benda min in, bê ku ji kend û kospên te bipeyivim. Li her kolanê gerdena te ya tal û li ser wê jî dev û lixavên te dilê min radikin, ez hildiavêjim. Ji nav her ebayî bîna te - em jê xwe dispêrin Xwedê - êrîşê tîne ser min.
Bela, ax ev şehmezarî, ax ev rûreşî dema ku tu berî her rûdanekê ji berî qewimîna wê di nav ewrên xwe yên tikîtarî de vedişêrî. Xwezî min bizaniya ka tu çima çirayên asmanan ditemirînî, dikevî nav xwîna min, bi goşt re peymanan îmze dikî, dilreşiyê dixî nav min û min di avzêlê de dinoqînî.
Bela, bi laneta xwe xezebê li min dibarînî û ez nikarim rabibim, ji nav axê rizgar bibim ji ber ku te çiya jî bi ser min de herifandine. Di şikilê ximavmasî de mezin dibî, min digirî, dişewînî, zendên min dişidînî, li gerdena min dializî, min difetisînî.

***
Lê ji bilî vê yekê jî, bela, bi nihînî jî min dihelînî. Tu carna mîna xeyalan ji min re wehî dibî ji bo ku bi te nehesim, kengî hatî, çima vegerî yan qet tu heyî... Carna bi kirasê prensesê, carna şaşika, cemedaniya mele, carna jî bi zirxê şowalyeyan, du caran di heman şikilî de venagerî. Ey dijmina jiyanê, tu hunerzan û xwedîlîstik û bêguman koma derewan. Jehra te min dikenîne û te dikenîne, te dihêle û min diçewisîne.
Tu bi şevê tê cem min lê ranazî, bi min re nanivî. Tu şiyar dimînî, xwe bi min wek zêrevanê min, parêzvanê min didî nasandin lê di rastiyê de tu nanê min, mastê min jî bi jara xwe diherimînî. Bi bişirek nejidil dixwazî hevaltiya xwe ji min re rabigihînî, kîna xwe li min vebişêrî lê kurmekî dixî guldanka min, sonda min heram dikî, xencera nefretê di çavên evîndara min re diçikilînî, bişira wê ya mayî jî ji meyqedehê firr dikî.
Û kurmik gula evînê dixwe, evîn dirize, ax ev mêrkujiya te, bi nînokên tûj xapandin dilê min diçirrîne. Ax, ji derdan girantirîn keder, ma evîndarî di asta herî bilind de jî jixwe bû, bêsûd, tenê şewatek bêpayan a ku di rûyê wê re bawer bi abadîniyê tê kirin? Ma ev hemû tenê perdeyek bû ji bo wê daxwaza tucaran-bicînehatî? Ma ev şewata dilê min tenê agirê volkanekî bû?...

***
Kirinên te, belayê, kes pê nizane. Ey neyara bêwest a jiyanê, êrîşên te ne tenê yên raste-rast û berçav in. Niyetek xwe ya xêrê ji min re didî xwiyandin, xwe li ber wê vedişêrî, ez ber bi wê de diçim, dikevim astenga te bicîkirî. Ez bi niyetek paqij, bi daxwazek jidil dest bi kar dikim lê tu tiştan nîv-veşartî, ji ber çavên min radikî, berê min didî ciyek din. Bê agaha min destên xwe yên gemar-genî dixî nav karê min, zêr bi bêr diguherînî. Encam: virtîvala, xikîxalî!
Ax navenda kul û derdan, birîna bêderman, ez ê çi bikim: bi xebata xwe tu mirovî nikariye te bişkîne, bidestxistina yeketiya dil û xeyalan hêviyek kêm-çirûsk e, belkî xeyalek berevajî, karîkaturek nexîçandî. Mirovek ê ji abadîniyê re çi bike? Tenê toz, xwelî, serê şkestî, rondikên hişkbûyî.

***
Di çavên jiyanê de tu erjengî yî, şikilê te yê bêtişe, belayê, xwezaya ciwan, hêviya geş diherimîne.






Tu Ciwan, Tu Şîrîn î, Canê


HUSEIN MUHAMMED

Ewqas ciwan di kincên reş de, ciwan di roniya heyvê de, li ber tava rojê jî, ez difikirim. Ewqas nêzîk bû, yekemîn car ewqas nêzîk, û min tenê destê xwe hinekî bihejanda, min ê bikariya destê xwe bigihînimê. Ez bêdeng im, di valatî û bêdengiyê de, di navenda bêsînortiyê de. Peyv û bêjeyên min di di gerdûna bêsinor de li min wenda bûne. Bêjeyên ên din dorlêgirtinê li min dikin, ber bi dîwar û maseyan, ên ku bi dûxana cigareyan stêr li ser hatine neqişandin, de diçin.
Li peyivîna yên din guhdarî dikim. Gurmînek kûr ji dûr têguhên min. Ew li nêzîkî min rûniştiye lê çawan be jî, nikarim xwe bigihînimê. Ew jî wek min gurmîn û hurmînê dibihîze, ew jî di fikirên xwe de ye û li stêrkên xweliyê dinere. Zimanên me em xapandine, herwiha jîrtiya me jî, em lal in, bêje û peyvên me bê daxwaza me di gewriyên me de dimînin.
Ma ez ê bikarim ji ciwana nenas re çi bibêjim? Çavên wê bi her bêjeya min a xweş, her henek û pêkenokê gewriya min dixetimîne. Ne dikarim wan peyvan bi şerabê dabûrim û ne jî bi verişînê derbixînim. Li hevalên xwe yên zimanxweş guhdarî dikim, li xire-xira kûpan, li çiqe-çiqa glasan, û ew valatiya di navbera min û wê de dadigirin. Ev cî ne ji yên din romantîktir e: qehwe, bîre, dûkêlê cigareyan, lê ev yekem cî ye ku ew li kêleka min rûniştiye, ewqas nêzîk û ewqas dûr. Nizanim ka ew jî wek min li van stêran dinere û bi heman navan dinavîne yan na. Milê wê pir nêzîkî yê min e, şûşe di destan de, dest jî nêzîkî yên min.
Hevalên min zimanxweş in, min got. Keçik ji yek ji wan re dikene. Ez jî dixwazim jê re bikenim lê taqeta min nemaye. Eger hinek mabe jî, niha bi xeyalên min ên li ber qeraxên deryayê re mijûl e:
Deryayek sor, balkêş, zelal û şêlî ketiye xeyalên min. Bişir û girnij ji ser rûyê min wenda nebûne û nerîna min jî ji keçikê venebûye. Di demekê de ew raste-rast li rûyê min dinere lê bişir li kûr e, xwe ji bo dema rast veşartiye, mîna ku zarokên şermîn li benda çûna mêvanan dimînin. Di heman demê de rûyê min ji min re xerîb e, nizanim ka êdî dibişirim an na.
Niha em li ber deryayê ne, ber û kevir di bin pî û lingên me de, ber û kevir ên ku deryayê hosteyane hilû kirine. Ev xuşîn nas e, ev demek dirêj e ku vê heman xuşîna avê di guhên xwe de dihesînim. Em li qeraxê ne lê herhal keçik li tenişta min rûniştiye, li ber singê wê qedeha nîvtijî, li vî cî yê ku em bi dehan, belkî bi sedan caran lê rûniştine lê ne ewqas nêzîkî hev. Belkî jî ne li ber heman maseyê û ne di heman demê de.
Bişirek bilez û nerînek raste-rast li çavên wê ye. Di heman demê de ez piştrast im ku keçik dizane ka gotinên kîjan stranê dikarin min bidin bişirandin. Destên min êdî nalerizin, recifê xwe gihandiye ciyek gelek kûrtir daku destê peyv û bêjeyan negihiyê, wek hesek xerîb di xewnê de, ya ku di heman demê de hem tijî bextiyarî û hem jî ji tirsê dagirtî ye.
Niha keçik li min ziviriye û, bê ku hewl bide yan jî bixwaze li min vebişêre, li rûyê min dinere, paşî çavên xwe li singê min, gedena min û devê min digerîne û piştre dîsan çavên min dixe bin kontrolê. Ew hemû êvar, ên ku min tenê bi xemên wê keçikê re derbas kiribûn, mîna tunelên dirêj di mejiyê min de ne, deryaya şîn, qeraxa xîzî, bêhejmar ber û kevirên deryayê hilûkirî, û dixwiya ku qeraxa bihewa, ya ku ez dinsaim, ê ji wê re jî nenas nemaya.
Dema ku keçik dide xwe, radibe û ber bi derî de diçe, bîskekê destê xwe datîne ser milê min. Hingê ew bi suprîzî tê bîra min, ew beşa kurt ji wê helbesta kevn a li giravekî, li ber xuşîna ava bahozê rakirî, nivîsandî hat bîra min: Tu ciwan, tu şîrîn î, canê.

pûşper 1997





























LI ŞAHIYEKÊ ÎŞQILÎN


HUSEIN MUHAMMED

Dem: zivistanek berfîn.
Demjimêr: ji pênca êvarê hinekî derbas bûye.
Roj: yek ji wan şemiyên ez li nav malê bi keslanî û tembelî bigerim, ji TVyê kanalan biguhêzim û bernameyekê jî baş temaşe nekim - mala Xwedê ava be, îro nediçim fêrgeh û ne jî kargeh.
Lê bila ev şemî ne mîna yên din be. Berî niha bi du rojan ji min re dawetnameyek hatiye: "Êvarek şahiyê ya kurdî ji aliyê komîteya kurdên bajar de dê bê amadekirin..."
Ez jî bi kesên herî pêşîn re li ciyê em vexwendî me. Hêdî hêdî demjimêra min nîşan dide ku saet ji şeşan jî derbas bûye lê hê ji nû mêvan, her çend kes bi demekê li pey ên din dadikevin hundur... Bê dirêjandin: cejna ji bo demjimêr 17 plankirî dorên 18:30 bi bixêrhatinekê dest pê dike. Camêrê peyivkar çend rûpel nivîsîne û mebesta wî xwendina wan e. Lê qîjîn û çîpîna zarokan, sohbeta fatê û eyşêyên dayikên wan ("De ka tu bi Xwedê kî, te çima ev kiras û fîstanên ewqas bêtişe li xwe kirine!?" "De ka binere, ew a han a lûlaqrût û teşikxwar, haşa qûn û ***ê xwe nîşan vê xelk û alemê dide!"...) û kuxîn û kixîna bavên zarokan û burnût û tûtina dapîr û bapîran piştî destpêka peyivînê jî qet kêm nebûye. Belkî berevajî. Camêr du peyvan dixwîne, çaran nabihîze, heş di gewriya wî re dixetimin... Wî baş zanî ka çawan hilket ser dikê lê, heram be, nizanî çawan jê hat xwar!
Yekî din ji zarokên 12-salî kêmtir re pêşbaziiya "zanînê" amade kiribû. Yek ji pirsên wî ev bû: "Kurd li çend welatan dijîn?" Bersivên rengareng hatin dan. Dawiya dawîn wisan diyar bû ku pirser bi xwe jî bersiva rast nedizanî. Min hew tehemul kir, rabûm ser xwe û min jê re got: "Ez herî kêm du caran bi qasî temenê bersivdaran im lê ez nizanim ka li cîhanê çend welat hene. Heke tu bizanî, kerem bike, ji min re bibêje. Piştre ez ê jî bibêjim ka kurd li çend welatan hene ji ber ku ta niha min navê welatekî, yê ku kurd lê tune bin, nebihîstiye."
Dîsan mala Xwedê hezar caran ava, em ji vê qonaxê jî derbas bûn a din: stran û govend... Dixwiye ku camêrekî hemû jiyana xwe gorî berhevkirina stranên Nasir Rezazî kiribû. Û hê jî kambaxtir: wî dixwest ku vê êvarê serê me jî bike qurbanê wan stranan!
Belê, govendê dest pê kir. Deh deqe,... bîst... û sî... saetek... du yên din... û sê jî û "govenda me" germ e... Heman pî rabike, heman ê din dabine erdê, yan eger hûn rastiyê ji min bixwazin: bi piyê çepê em erdê diqutin.
Di navberekê re camêrek li govendê destê min digire. Xwedê bihêle, temendirêj bike, bi qasî dirêjiya xwe pan e jî. Dixwiye demek dirêj li govendê temaşe kiriye û tê de yê herî govendnezan Hisoyê reben dîtiye loma hatiye destê min digire. Madem min jê baştir nedizanî, ma min ê çawan ew lome bikira!? Ew du saet bûn ez bi mecbûrkirina hevalan îşqilîbûm (bi yek pî bezîbûm) an jî belkî bi çargavî gerîbûm çunke bibîranîna tiştek wisan niha ne ji lêqewimîtiyên herî girîng e. Lê mêrikê govendî tiliya min a qeleqîçkê jî gorî xwe kir!
Li malê peyama dawîn gihîşt min: goreya min jî diriyabû lê ew ne problemek mezin bû ji ber ku qirêjiyê cihê wê baş dagirtibû. Du hefteyan ji hingê şûnde gotina pêşîn a li ser zimanê min "ax piyê mino!" bû.
























EVÎNNAMEYEK GAZINOKÎ

Merdan Newayî: mnewayi@malper.net

Ma ez û tu em ên nameyan bûn malmîratê, te lêda û tu çuyî. Qey hewce ye ez bêjim min çi qas bêriya te kiriye. Tu zanî ez dilzîz im, dilkeçik im bey te semax nakim. Were! Tu çima nayî!
Roja çavên min bi wan çavên te ketin; berî evina te li min biselide tirsa wendakirina te niqutîbû dilê min. Ez li xwe datînim, dibêjim were! Tu bidî xatirê wê kêliya li bin dara tuwê tu werî.
Awirên te yên mêrêşevê nîvê naverojê xewnên kabûsî bi min didin dîtin, bi awaza dilek nûevîndar diqêrim, dibêjim were, çima tu nayî! Ez ketime tor û bextê te bêbextê tu werî!
Hişmendiya min ji gumanan şolî, hişzelêlkê tu li ku yî? Vê carê tu bikevî destên min, ezê li qeraxên çavên te weke qefokek qefilî biqefim û bi sulava stêrkan re xwe bi nava dev û lêvan ve berdim, heta tozek rihê min hebe nayêm der...
Te zanibûya ku hestên ji ber xelaya evîna te filitîne çi qas bêriya dembihurkek bi te re kirine, te nanayî ne dikir, tu yê li bayê bezê bihatayî.
Tê bîra te wê şeva şermokî ya li pişt malan, gava me bedenên xwe yên terhokî weke lavlavkê li hev pêçabûn, min xatir ji te dixwest, ha wê şevê ku min zanibûya helbest biristan, minê helbesteke weha dest pê dike ji te re bihona.<< Tavehîvê daye rukê yarê / yar digirî...>> lê konê min bişewite, heft qerwaş dilê min biguvêşin du ristik helbest jê danaweribin.
Ez gundî me bajariyê, ku tu bêyî, ji bona te aş kim; ezê qevdek karikên pirpizêkan têxim ber biska te û ezê qorek govîjên zer ên zêrîn bi gerdena te ya gewherî ve vekim. Û ezê çi qas sîwanokên di biwana ber gundê me de hene ji ruyê te yê dîtinhezar re bikim çeper, da ku ji çavên nebar biparêzim. Û ezê ji pîvok û pîzpîzankê ji te re tacan çêkim... Ez nizanim êdî çi bikim. Ka tu bêje canecuwanikê! Kû ez dilê xwe jî li doran dilê te bigerînim dîsa dilê min rihet nabe. Ezê janejiyana xwe ji şoxejiyana te re bi qurban kim...
Tu nayî ne! Nexwe bihêle ez bêm. Min ji te şevekê divê. Hew şevekê; şeva 13’ê meha mijdarê. Sal ne xem e. Dilê te ye, kîjan sal dibe bila bibe. Divê ez bêm. Berî stêrka min bixurice lazime ez bêm. Ferz e ez bêm. Tu bêjî nebêjî ezê bêm! Piştî çavên te yên dildarkuj ketin xewê. Bajêr konê reş girêda. Lorîk bûn moriyên xewê û bûn guharên guhên zarokan, ezê bêm.
Ku hatim; berî te şiyarkim ezê porê te bi tariya şevê bişom û çi qas sitêrkên li ezmana hene ezê hebo hebo bi tayên porê te yê zilûmatî ve vekim. Û wekî sofîyekî xurifî yan sergerdeyekî bizdonek an jî tîremarekî şilhavêtî ezê têkevim cem te. Wê gavê ez zanim tê bi xwe bihisî. Ezê di guhê te de tiştekî bêjim te bigirînim, dure ezê tiştekî din bêjim, te bikenînim.Îcar were diyarî wê dîmenê, way li minê! Peranên awirên min nema xwe digrin; dê bi bijangên hadudeyî bikevin ber berê hinarikên ruyê te yê newirî, qevt bi qevt, melû bi melû, diraxe bi diraxe dê hêstiran jê biçinin da ku li malsexla sruştê tov bikim bo mirovahî bi şefta evîndariyê bikeve, kêşwer giş rengbiharî bên...
Piştî wî te divê berî berbanga sibê ku me mara Mezopotamya û Anatoliya li hev kir li ser dewşeka Xwedê û Pêxember, emê bibin xuşk û birayên hev û emê bibin lehengên çirokeka mîtolojîk. Te navê jî tu zanî.
Dîsa dilê te ye!




















NAMEYEK BASKOKIRî JI ROJÊ RE

Merdan NEWAYÎ: mnewayi@malper.net

“Ez sond dixwim bi rojê û bi tîrêjên wê. Û gava li pey rojê derdikeve bi hîvê.Û bi wê roya gava bi rojê rohnî dibe.Û bi wê şeva gava rojê dorpêç dike.”
(Quran;Şems:1,2, 3,4.)
“Û Xwedê got; bila rohnî çêbe, rohnahî afirî/ Û Xwedê dît ku rohnahî baş e, Xwedê rohnahiyê ji tarîtiyê veqetand/ Û Xwedê ji rohnahiyê re got naveroj, ji tarîtiye re jî got şev.”
( Tewrat / Tekwîn – Bab: 1,2,3,4,5 )
“ Ji bo ku em bikaribin ber bi xerê ve gav bavêjin, roja jî bilindahiya davêje dê were serdana me”
( Încil / Luka 2 : 79 )
Beyanî baş! Ezbenî ji kerema xwe perdeya şibaka alî rojhilatê veke, bila qasidên dilsoziyê; tîrêjên rojê piştiyên nameyên min ên baskokkirî bînin bal te.
Tu çawa yî ?
Çend roj berê min ji xewnên xwe yên serjêkirî, nîgaşên xwe yên ta girtî, biranînên xwe yên nîvkuştî; bi sebir, semax û hedanên ji bawerîketî; li ser destmaleke bi hêsirên jana hezkirina te hatibu şuştin; çend hevokên tam stran; bi riya xalxalokeke di rilkêba dile xwe yê belengaz de kedi kiribû, ji te re şand, gîşte destê te?
Ezizê min, sebra te tê? Dema behna te teng bû, ruyê zarokên Apocî bine ber çavên xwe, daveta guran bîne bîra xwe; gava ji hêlekê ve baran dibare ji hêla din ve taverohnahi ye. Dilopên barana beharê çawa dizîzikin, dormedoreke pak î paqij î dev û rû şuştî, wexma axê, cil û kirasên bêrîvanan ên şîl û pil, bêhna gil û giya, dengê suruştê...
Gelo te çend qaqlibaz kedi kirine, çend Conathan bi firê xistine? Di şevbihêrkên şevên tarî de; suruşt bi guvveguva dengê bayê, bi rîtma pêlên zeryayê û bi dengê teyr û tilûran senfoniyên di tama “ hay lo lo, lo delal ” û “derwêşê evdî ” de ji te re li dar dixin? Ne pêwist e tu bêjî, ji xwe ez zanim. Ez zanim ku li ber wan sînfoniyan serperî semah û govendê digrin. Piştî tu dikevî xewa şêrîn çikas ajalên zeryayî hene ji bo maçêkirina destên te yên dilovan, ruyê te yê beşerxweş bi stêrkên ezmanan re dikevin pêşbeziyê jî !
Hêviya min, bira êşa te zêdetir kiriye !
Dema tu têyî bîra min; Gurzên pirsên tîremarî, bi birsên xencerî li nav mêjiyê min gilç tên. Hêviyên bi hesreta te avis di asoyê hiçmendiya min de govenda mirinê digrin. Tirsa dilê min dý be seyekî gurxenêq, bawerîyên min hebo hebo dixeniqîne. Erd û ezman dibin du ferên destara nû neqarkirî hissên min dihêrin. Hestên min ber davêjin, ji kerban sexelên xwe dixwin. Ditirsim, ziravê wêrekiya min diqete, Sulava pirsan di dilê min de gerineka gumanan digerîne. Sewsî dibim. Dibêjim gelo?! Dîsa dibêjim gelo,cardin dibêjim gelo,gelo,gelo,gelo?!.
Ji min bihata minê ji te re çi birê bikira tu zanî: Di serî de terhek dara mazî. Cotek kevokên sipî. Hespekî kumêt î kapreş. Karxezalek kovî. Xencerek destî û kalan zîv. Çiqulek dara kinêrê. Sewilek ava kaniya Girdeşên. Destek şal û şapik. Goreyeke rîs a sê nix. Gopalek ji dara benavê. Bazbendek. Qevdek nêrgiz, baqek şuşan, tayek rihan, bermilek beybûn, gurzek qurnefîl, pelek berfa serê çiyayê Mereto, kulmek ax ji qebra Bermal û teyrekî baz.
Diya min jî mir.Hema bêje ji wê roja reş a ku bextreşan çavên te bi wê berenîka reş girêdabûn ve serê xwe ji erdê ranekir.Ji bo selametiya te di rêya Xwedê de 5 roj rojî kiribû gazî,2 roj jê ma di situwê wê de.Xwedê ji te razî tu wê helal bikî!
Ez nizanim bêjim em çewa nin! Ji sedan yekî me nikare “ bi kurdî xwe îfade êtmîş” bike. Em û kurdî qet ne bi ser hev ve ne. Kurdî û kurdewarî weke Cemsara Başûr ji me dûr û li me sar tê. Tu dibêy qey kurdî bavê me kuştiye. Nexasim ên bi serê te sond dixwin ;yek serê wan jê ke ji xeynî gotina “filankes heval” ( ji dêvla hevalê/a filankes ) û “ hevalan silav dikim ” ( ji dêvla silava li hevalan dikim ) gotineke bi kurdî ji devê wan dernakeve. Ez çi ji efendimê xwe biveşêrim; bi tirkî axifîn bûye pêlpêloka lutkeya cah û meqaman.Ku ne ji tirkî be – meazellah ( ! ) – dê kî bizanibe ku ew camêr/cuwanik hew çend “ yetkîn ” û “ etkîn ” nin. Hette guftûgo û nîqaşên di derbarê kurdî re jî bi tirkî dikin. Îcar tu were diyarî saziyan, nebêje sazî,- Xwedê tu dûr bigrî – aşên pişavtinê ne. Pergala perwerdehiya KT’ ê li ber wan heft bar nizanin çi belav kiriye. Xwezî ne bi wî/ê kesî/ê ku li wan deran bi kurdî biştexile, muameleya seyê şil pê re tê kirin.Rêvebir tirkiyeke welê dileqêfin – xwezî tirkî bûwa jî – tiştên ku divê bi muwekî bînin zimên bi heft werîsan naqedînin... Ez gorî çi serê te bêşînim, sazî ji sifenksan nayên der ! Malbatên kurdan hê xana xerabe ne. Welhasil li Bakûr – hinek reaksiyonên vê dawiyê ên di derbarê perwerdehiya zimanê zikmakî de ne tê de – ji alî kurdî ve serê te xweş !
Hete nameyeke din...!
BATMAN




















EVÎNA MIN


Zekî Özmen

Can, min li xwe nêrî û min tu dîtî. Min di xwe re tu didîtî, lê tu ne li ba min bûyî. Tu çiqasî nêzîkî min bûyî, tu hewqasî jî ji min dûrbûyî.
Ez di destpêkê de li dora xwe li te geriyam, lê Xwedê te bide. Tenê hêviya min ew bû ku tu ji dûriyê dûr bibe û ji nêzîkayiyê nêzîktirê min bibe. Ji te dûriyê ez kiribûm mehkûmê tenhayiya bê derdor. Min di nava vê tenhayiyê de dostek peyda kir. Em ne tenê dostên hevdû bûn, ez herweha bûbûm dîlê wê jî. Ew qet ji min hêrs nediket. Wê qet çavên xwe ji min re nedigirtin. Wê herdem bi hêvî û bi aram ez himêzî xwe dikirim. Min bi wê himêzkirinê hêz distand. Belkî tu jî wî dostî ji dûr ve nas dike. Lê ger tu rojekê bibî dîlê tenhatiyê, tu jî li bêrgê wî werê. Belê Can, dostê min ew ezmanê bêstûn ê ku karîbû hemû raman û xemgîniya min himêz bike û di nava firehbûna xwe de biveşêrê bû.
Min car caran bi sebir û bi aram carnan jî bêsebir û bêaram rêwîtiya xwe a ji bo dîtina te didomand. Ez li çolên bi herî li te digeriyam, car caran dişemitîm, lê qet pişt piştkî nediketim. Ez li çolên qijilî li te digeriyam, car caran dihiltepilîm lê qet li erdê nediketim. Şemitandin û hiltepilînê hêvîyên min kêm dikirin, lê nikarîbûn min bêhêvî bihêlin.
Min hebû tenê yek armanc. Ew armanc, armanca mayin û nemanê bû. Heya piçek mayin hebû min niyet nebû bêrgî nemanê ve herim. Ez gelek caran ji mayinê nêzîktirê nemanê dibûm, lê min û ezmên dest bi dest xwe dîse nêzîkî mayinê dikir. Ma ez di rêwîtiya xwe de li bêrgî çi hatim û li bêrgî çi nehatim?
Ez di rêwîtiya xwe de li bêrgî neynikan hatim, neynikên ku mirov xwe tê de didît ka mirov çend rûwe. Ez li bêrgî gelek gulên wek te dihatim, lê bihevrebûna wan gulan hemûyan jî di dilê min de ciyê te nedigirtin. Ne cî girtin, ji ber keserek tenê jî be , wan nikarîbûn nefesek kur ji min bidin derxistin.
Min di şûn xwe de li rêya ku min qet kirî dinêrî, lê min hevqasî mizqalekê jî poşmantî nedidît. Bi qet kirina hewqas rêyê min ji bo gihiştina armanca xwe hêz distand.
Evînê ez ber bi armancêve dikşandim, armancê ez ber bi evînêve dikşandim. Tîrêjên rojê ez teşvîkî meşandina rê dikirim.
Bêhna gulan ez gazî dîtina te dikirim. Ez û av bi hev re li te digeriyan. Av li gelek gerînekan xerk dibû, lê ez qet xerk nebûm. Min û bêhêvîtiyê şerê hevdûn dikir. Gelek caran bêhêvîtiyê ez li erdê didam, lê qet nekarî pişta min bigihênê erdê. Bi şopandina şopa lingên te, ez nêzîkî te dibûm. Ji ber ku min nizanîbû ez nêzîkî te dibim, hêvî dişkestin, lê înat a dîtina te qet kêm nedibû.
Min gelek bêhnên nexweş di rêya xwe de bêhn kirin. Min gelek dîmenên nexweş di rêya xwede dîtin. Lê ji ber ku gihiştina dîmen û bêhnên xweş armanca min bû, ez qet nedirawestiyam. Ez bi şev û rojan, bi meh û salan, bêrawestan û bêxew li te gerîyam. Min di rêde pirç weşand, pirç spî kir û min rî berda. Di demên bêhêvîtîyê de min di cîyê hêstiran de xwîn barand. Li hemberî hemî kiryaran, min li şûn xwe temaşe nekir û negot xwezî min hevqas bedel nedaba.
Dema ez bêrgî te hatim ey evîna min, wek zarokek nû Xwedê dayî, jiyan vegeriya dîse li ser min. Dîmen û bêhnên xweştirîn bi kenek şêrîn re xwe li dora min kirin gilok û xwe bi min ve zeliqandin. Can, te ez dîse bi jiyanê dame nasandin û jîyan bi min....




















Hêviya Xweziyan?


Zekî Özmen

Em bi xeyalên mezin hatin û me xwest wê Hec a xeyalî tûwaf bikin. Kî ji me jî bi minasebeta Dojehek a kêm agirtir qista wir kir. Piştî gihiştinê netîca herdû armancan jî bû yek. Jiyan bû hêvî û hêvî bû rojekê ji berya rojekê veger. Hêviyan destpêkirin ku xwe di nava axîn û kederande bigevêzin.
Û em bi xweziyan xwe dispêrin hesret û hêviyê. Agirek di dilê me deye. Agirekê bêhempa. Baran dibere, lehî û şape dirabin, lê ji ber demeka tenê jî be nikarin agirê di dilê me de bitemirînin. Em gelekî, lê gelekî bêriya te dikin. Ma tu dizane ku havînê xatirê xwe ji me xwestiye û biharê ji ber careke tenê be jî silavek li me nevedaye. Ger te zanîbaye ku gul li vir zafin lê qet bêhn ji wan nayê, wê gulên te ji niha bêhtir qedrê te bigirtibane, yanî wan wê qedrê xak a pîroz bizanibiye. Em , xwezî û hêvî bûne destûbirayên hevdûn. Bi diyariya destûbiratiyêre serî diêşe, çav diêşe û kêm taqet dimîne.
Hemû der dumane , dumaneke reş. Dinava vê dûmana reş de mirov çareseriya bêhnferehbûnê ji ber demeke kûrt jî be di kûrbûna di nav ramanên Ehmed Arif de dibîne. Mirov li vira ji hesreta dibe şagirtê Ehmed Arif. Belê, gelek caran hê me ew nasnekirî em dibin şagirtên wî. Ma ne bi şagirtbûna wî be emê çawe karibin hesreta di dilê xwede bavêjin ji derve, emê çawe karibin hêviyan ji bo meşandina jiyanê bidin xwe û emê çawe karibin dîmenên ku mirovan teşvîkî xatir xwestina ji jiyanê ji pêşya çavan hilînin. Em çiqasî ji te dûr, em hewqasî jî ji te nêzîkin. Belê, eve çîroka kurte jiyana me .
Li vira, ji te dûr em bi Kemana Dilşad Seîd carcaran sermest dibin û dinava derya ramana xweziyan de digerin. Em carnan bi kemana wî di şînê de ne û carnan jî qet naxawazim sergovendiyê biberdin.
Em li bin siya birca Eyfelê dirûnin. Cîhan li wê temaşe dike û ew li cîhanê. Bêhna me dernakeve, ji ber ku ti watê nadê me ji xeyna bîranînên kur û dirêj pêve. Xelk tên wêneyên wê digirin,tên wêneyên sembola şaristanî û azadiyê digirin, lê wêneyên Birca Belek tên ber çavên me. Em dinava wan wêneyên ku dihêlin xeyal di nav hesreta me de bijîn, dîroka kalikan, dîroka Azîzan xitim û carî dikin. Berxwedana Kela Dimdimê bi hêstirên xerîbiyê li pêşberî me xwe nûvejen dike.
Ger me li vî warî haho haho a Şivan Perwer jî nebihîstibane, ma me yê serê xwe li kîjan hêtan bixistibane. Xwe xapandin jî be em bi wê feryadê bajar bi bajar digerin. Em bi wan awazan rastiya feleka xwe dinasin û diderxin holê gelo me çiqasî alîkarî ji feleka xwere kiriye.
Ma ku me dengê Xelîl Xemgîn ê ku kul û kederan ji nava mirovan weke nojdarê diderxê ji derve guhdar nekiriba, kîjan penceşêrê wê em dîl negirtibane. Em bi wî dengê kûr, gazind û armancên rûmetên xwe dibihîzin. Em dengê dayikên ku hêstiran di nava hêstirande li pişta mijank ê xwe diveşêrin guhdar dikin. Bi wê feryadê em bûyerên ku li ser singa te diqewimin karin hest bikin.
Belê, waha derbas dibe temenê me.Li ser vê xak a ji xwere, herkes ji xwere dijî. Mirov ji tenhatiyê tenhatirin û em ên ku mêvanên me em ji malên me qewitandî bêvexwendname bûne mêvanên tenhan.....

























SIBIH HÊ ZÛ BÛ


Zekî Özmen

Belê, sibih hê zû bû û hê piraniya mirovan bêdeng di nava livênên xwede bûn. Ew demeke kin bû ku ez şîyar bûyî û ji xwere difikirîm gelo min çima îşev xewn qet nedîtibûn. Ji nişkave rojnameya îro hate bîra min. Ez di cêhde bezîm xwarê, min rojname kirî û min xwast li sernivîsa rojnamê binêrim. Lê rojnama îro bê sernivîsbû.
Piştre bala min kişand ku rojnama îro bê wêne jî hatîye weşandin. Pêşiya ku ez naveroka rojnamê bixwînim, min xwast bersivan ji pirsên di serê min de derbas dibin yên mîna ? ji ber çi ? çima ? ? bibînim. Di nava avjêniya wan pirsan de di serê min de derbas bû ku ez dikarim wan bersivan tenê di rojnameya xwede bibînim.
Naveroka rojnamê şûna ku bersiv bidane min, wê ji min re pirsên nû diafirandin. Yanî min digot qey rojnama îro bûme ez û ez jî bû rojnama îro. Ez tê nedigihiştim gelo çima ez ji ber van pirs û bersivan ketime rewşeke weha tûnd de.
Lê tişta min dizanî tenê pirtûk kêm wêne û kêm sernivîsin. Min vêce xwast bersivê ji pirsa gelo ma min ji şûna rojnamê pirtûk kiriye re de bibînim. Çawebe em di demeke hemdem de dijîn. Yanî em di demeka ku pirtûk jî karin di metraja rojnaman de werin weşandin de dijîn. Lê belê ev rewş zêde cûda bû ji ber ku, di watedarîya ferhengêde rojnamebûna pirtûkan nedihat dîtin. Ez ne di rewşeke ku rojnamê bi tama pirtûkê bixwînim de bûm. Çawe be tama xwendina rojnamê û pirtûkê ji hev cûda ne.
Di dawîyêde min biryara xwe da, bi bêsebrî min rojnameke dî li jêr kirî û ez bezîm jor. Min rojnama nû vekir nevekir, xwezî min ev jî nekirîba di nava serê min re derbas bû. Ji ber ku şûna vê rojnamê jî nûçe ji min re weşandiba, wê jî pirsên nû ji min re diafirandin. Lê teybetmendîka vê rojnamê hebû ku hemû tiştê vê rojnamê dijberê rojnama ku min pêşiyê kirîbû. Di rojnama min nû kirî de ji sernivîsên mezin û wêneyan pêve tiştekê dî peyda ne dibû. Lê vê rojnamê sernivîseke balkêş weşandibû: ? Êdî av ne bêrengin?. Piştre min çavên xwe li wêneyan gerandin. Li derna de babet û nîyetên ku hê nehatî çêkirin, bi karîkatoran hatibûn çêkirin. Di karîkatorande xîzikên li dijî xwezabûna xwezayê hatibûn çêkirin. Yanî rengê ava li ser nexşa dinyayê şûna ku şîn birisimandane, sor hatibû risimandin. Vê carê renga kesk a di wateya daristan û şînahîyêde ne hatibû bi karanîn. Şûna keskê reş hatibû bi karanîn.
Min hêdîka destpêkir ku rûpelên rojnamê deynim ser hev. Zewqa min a xwendinê piştî wa dîtinan revîya bû. Min bi hezaran fantazî xwendibûn, lê qet nayê bîra min ku ez li bêrgî fantazîyên welê hatibûm.
Min piştî wê bi tirs dest avête rojnama ku min di destpêkê de kirî. Min xwast bi balkêşî rojnamê bixwînim. Di her xwendina hevokan de min baştir fêm dikir gelo çima ev rojnama bê sernivîs û bê wêne hatîye weşandin.
Belê, ji ber ku qala mêjûweke welê dihate kirin, ku sernivîs li hemberî wê mêjûwê bê wate diman... Behsa cîhaneke welê bedew dihate kirin ku di wêneyande bedewîyek e welê nedihate dîtin...





























Hemama nûjen

M. Reşîd: mrechid@epost.de

Em du hevalên hev bûn û li bajarekî di avakirina xaniyan de dixebitîn. Roja berî dawiya hefteyê me biryara xwe girtibû, ku em bi hev re biçin hemama bajêr. Lê ji ber ku em gelekî westiyabûn, me got, pêşî em pariyek-dido nan bixwin, hinekê hilkevin û emê li ser danê êvarê biçin hemamê. Ez hatim mal, min xwarina xwe xwar û hema ez li ser rewalê hilketim. Mirovê westiyayî zû dikeve xew; ez çawa hilketim, ez wisa jî di xew ve çûm. Dibêjin, ku xew dijminê meriyan e; min çiqas xew kir, ez nema dizanim. Bi carekê min bihîst deriyê malê tê kutan û hevalê min dibêje: De zû be, zû be, em herin hemamê. Bêyî ku ew bikeve hundir, min rahişte kincên xwe, sabûn, kîsik û destmala hemamê, min ew xistin tûrekî û ez derketim. Dinya êdî tarî bû, hevalê min şalek dabû serê xwe û tûrê wî jî bi pî ve bû. Em epê meşiyan û êdî ji bajêr biderketin. Min rabû ji hevalê xwe re got: Lawo, em bi kû de diçin?! Ma hemam li kû ye?. Wî got, min hemameke pir nûjen, baş û paqij naskiriye, emê biçinê. Em ji bajêr baş bi dûr ketin, di rêyeke zirav re çûn û paşê bi çend pêlekanan daketin jêr. Deriyê hemamê wek deriyê şikeftan di zinarê de hatibû qewartin. Gava em ketin hundir, min dît bi rastî jî warekî gelek hêja ye. Di nîvê holê de curnekî mezin hebû, xulxula avê jê dihat û li kenaran wek sewkiyan ji mêvanan re çêkiribûn, ku ew li wir cil û kincên xwe ji xwe bişelînin. Li ser sewkiyekê, li cihekî vala, me cilên xwe ji xwe êxistin, me çarşef li xwe pêça, kîsik û sabûn xiste destê xwe û em derbasî hundirê hemamê, cihê germ bûn. Tiştê min dît, bi rastî jî yekane bû. Li wir holeke hên mestir hebû. Di nîveka wê de hevzoyê avê û li kenaran odeyên biçûk avakirî bûn. Min berê hemamên bajaran gelek dîtibûn, lê yeke wek vê, ku hevzoyê avjeniyê têde hebe, min hên nedîtibû. Pêşî me di odeyekê de ava germ li xwe kir, me ew toz û qilêra kar ji ser xwe danî û me xwe avêt nava hevzo. Min hinekê avjenî kir û çend caran bi dirêjahiya hevzo çûm û hatim. Min ji xwe re digot, kiraya ketina vê hemamê çiqas dibe bila bibe, bi rastî gelek hêja ye.
Tenê tiştekî bala min dikişand û bihna min teng dikir. Ez bi kê re diaxivîm wî bersiva min bi kurdî dida, lê belê her yek ji wan bi yên din re bi tirkî diaxivî. Hevalê min jî wisa li min dikir. Min çi jêre bigota, wî bersiva min bi kurdî dida, lê belê bi yên din hemiyan re bi tirkî diaxivî.
Piştî ku ez ji ketina nav avê têr bûm, ez li ser keviya hevzo rûniştim, lingên xwe bi avê de berdan û min ji xwe re li çelqandina avê temaşe kir. Ji milê min î rastê de kesekî xwe avête nava avê. Gava seriyê wî kete bin avê û hên ling li bala bûn, ez gelek mat mam. Min tiştekî gelek balkêş û bi fêş dît. Belê laşê wî mîna laşê mirovan, lê lingên wî mîna lingên golikan bûn. Min li yekî dî di nava avê de temaşe kir, min dît, ku ew jî mîna wî ye. Min hinekê serê xwe rakir û li ewên ku di dora hevzo re diçin û tên nihêrî, min dît, ew jî wek wan in. Careke din min li lingên xwe temaşe kir û dît, ku tenê lingên min mîna lingên mirovan in. Bêyî ku ez tiştekî bêjim, min bi dizî çavên xwe gerandin û ez li hevalê xwe geriyam. Gava min ew bi cih kir, min dît, lingên wî jî mîna yên wan in. Min di dilê xwe de got, hey hawar! Ez bi kû ketime?!. Hema ez rabûm çûm ba hevalê xwe û min jêre got, ku serê min hinekê diêşe û ezê kêliyekê biçim cihê hênik. Bi lez min rahişte tûrik û sabûna xwe û ez hatim aliyê pêş. Bi dizîka min li xizmetkarên hemamê temaşe kir û dît, ku lingên wan jî wisa ne. Êdî ti guman li ba min nema bû, ku ez ji refê xwe qetiyame. Zûka min kincên xwe li xwe kirin, pereyên xwe dan, di derî re derketim û di pêlekanan re hilkişîm jor. Min got, hema lingino bi qurban û min bi lez da rê. Di nîvê rê de mirovek rastî min hat, ew ji min pirsî û got: Camêro! min bihîstiye, ku bi vî alî de hemameke pir baş heye, tu dizanî kîjan rê diçe wir?. Min got: Lawo! Aman bi dûr keve, kesên ku di wê hemamê de ne, lingên wan hemiyan mîna lingên golikan in. Min dît camêro lingekî xwe ji kewşa xwe derxist, ew bilind kir û got: Mîna vî lingê min!. Ez çi bibînim, min dît, ku lingê wî jî mîna lingê golikan e. Min bi dest û lepan rê şanî wî da û ez nizanim çawa min xwe gihande mal. Gava ez ketim hundir, min derî baş kîp kir, zû xwe avêt ser rewalê û bihneke kûr kişand. Piştî kêliyeke kurt, min dît hevalê min î kar derî kuta û got: De rabe em biçin hemamê. Bêyî ku ez derî vekim, min lêborîn jê xwest û got, hevalê hêja! Bi rastî ez gelek westiyame û îşev nema dikarim biçim ti hemaman. Ji wê rojê de kîjan hevalê min, gava bi min re bi kurdî diaxive û bi yên din bi tirkî, ez yekser li lingên wî temaşe dikim.
































LI KIVAVXANÊ


TOSINÊ REŞÎD

Hesen şûşê sêyemîn anî. Kivavê ber êdî sar bibûn. Wî bi şeravê re hinek arûyê şor, yan jî penêrê şor dixwer. Lê cigare kêm ne dikirin, yek ji ya din vêdixist.
Wê rojê bazareke baş hatibû ser. Qesabekî nas bû mişterîyê pezê wî, hema erdekî sê hezar jimartin, danê û danzdeh hogiçên wî anîbûn bazarê, gişk kirîn.
Ro hê bejnekê jî bilind ne bibû. Hesen hizirî hê roj pêşîyêye, baş dibe here serîkî bide Sivikê kurê xwe. Û niha bav û kur li kivavxana perê bajêr rûniştî bûn.
- Kuro, bixwe, lê min ev gişk seva kî hildane?- Hesen hêdîka diniçande tenişta kur.
- Na, bavo, min têr xwar, êdî nikarim. Ne axir min taştê xwaribû.- Sivik ji sivrê vekişîya bû.
- Kuro, têr xwarina mêra kîjane, a, kasekê ser xwedake madê te wê vebe, - û kasa ber kurê xwe dagirt.
- Bade danegre, ez şeravê venaxum,- Sivik hinekî bînteng dibe.
- A, qey tu jî mîna van bajarîya hînî araqê bûyî, erê. De usane bêje, bira ji te re araqê bînin.
- Na, ne araq, ne jî şerav, tiştekî jî venaxum, ez vexwarinê hiz nakim.
- Wê yekê tu badh dikî, venexwe. Kesî ji vexwarinê xêr ne dîtîye.- Hinekî rawestîya, parî nan bi pirtî penêr ve kire devê xwe.- A, Sefoyê gundîyê me. Îcar çito xort bû. Vira, bajêr zewicî. Hê ji şaya wan sê meh derbas ne bibûn, jinê ji bira, pismama qetand, anî bajêr. Di wê bazara han de barkêşî dikir. Hinek pere ketine dêst. Îcar dihate şayê gund, gistîlka zêre panzdeh giramî di tilîyê de, papaxê qewacix li sêrî, makîntoj lê. Te tenê bidîta sedmanat çawan ji berîya xwe derdixistin, çawan şabaş didan. Sefo êdî bibû Seferî, fêza sivrê rûdinişt.
Paşê mala xwe xirav kir, dest vexwarinê kir. De vê sibê min di bazarê de dît, êdî dişewişî. Min silav dayê, qet silava min jî venegirt.
Lê, lawo, carna pere jî merîya xirab dikin.- Disan rawestîya û kur nihêrî.- Lê tu kasekê vexwe, seva madê te vebe, bi kasekê tişt nabe.
- Na, de, pirsa kasekê, duda nîne, ez qet devê xwe jî nadimê. Paşê jî derenge, em êdî rabin, yeke me êdî nanê xwe xwarîye.- Sivik texmîn kir, wekî kêfa bavê êdî xweş dibe.
- Çira, kuro? Lê ezê vê xwarinê, vê şeravê ji kî re bihêlim? Eva keda mine helale.- Hesen destê xwe sîngê xwe xist.- Tu min nolî hineka dizîye. Min pê xwîdana enîya xwe gişk qazanc kirîye. Şikir ji Xwedê, hin pezê min heye, hin rezê min heye. Te tirê hêsaye. Na. Mal hene sê, çar mêr tê de hene, lê dîsan jî pê re nagihînin. Lê bavê te hin wê pêra digihîne, hin jî wê. Hesen kasa ber xwe dîsan tijî şerav kir.
- Eva jî xweşiya te, bira çavê xêrnexwaza jî derê. Te bavê xwe rûspî kir. Geleka dixwest zarê wan bikevine înstîtûtê, lê kurê Hesenê Keleş ketê. Bê pol, bê pere. Hela serbara ser de di derheqa Sivikê Hesen de rojnamê jî nivîsî.
Cigarek ji pakêtê derxist, vêxist, çend qulap lê xistin.
- Lê tu hela ha ji tivdîra bavê xwe tuneyî. Bavê te mêre, mêr,- û destê xwe masê xist. Şûshê şeravê welgerîya. Sivik ancax pêre gîhand bigire, wekî ser bavê de nerije.
Çavên Hesen şêlû bibûn.
- Tişt nabe, kurê min, ezê niha şûşekî dinê bînim.- Hesen hinekî peşmorde bû.
- Bavo, hinekî hêdî, şerme, xelq me dinhêre.
- Çawan, tu êdî ji zimanê me jî şerm dikî. Divê tu ji heval û hogirên xwe vedişêrî, tu ji kîjan miletîyî?
- Vira pirsa milet û ziman nîne, hevalê min gishk jî zanin, wekî ez kurd im û ez bi wê yekê serbilind im. Lê dor-berê me tijî merî ne, vira kes bilind xeber nade, şerm e.
- Kuro, çî min xelqê ketîye, kî dewîdarê kêfa min e, ez çawan dixwezim, usan jî xeber didim. Dibe ez xatrê yekî ketime. Rast e, axpêr? (axpêr bi zimanê ermenî ye, yanê bira)-Vegerîya ser xortên ser sivra rex wan rûniştî.
- Raste, apo, raste, bijî azayî!- Ji wan xorta yekî bersiv da û gişk kenîyan. Gotinê xort û kenê wan ne bi dilê Sivik bûn, lê wî texmîn kir, wekî xort bi dilê pak got û serê xwe kire ber xwe.
- Îcar gerek tu min hînkî, ez kî derê çawan xeberdim, erê? Tu kurê diya xweyî, kurê dê. Tu min neçûyî, tu wî Sêrojê xalê xwe çûyî. Wê salê carekê lingê xwe paşîya xwe xe, here derê Ûrisêtê, şeş, hevt meha bimîne. Te hew nihêrî payîza dereng, sê, çar hezar hiladan, hat. De ew jî ancax têra wî dike, heta biharê dîsan here. Jina wîye reben nebûya, zarê wî wê dero-dero bibûna. Lê bavê te sal danzdeh meh nav neferê xwe de ne, mala ber mêvana, têr, tijî. A, perê hogiçên îro weke qazanca Sêrojê xalê te, ya salekêye.- Paşê destê pere ji berîya xwe derxist û sed manatek dirêjî kur kir.- Han, hilde, bira di berîya kurê Hesen de timê pere hebin. Ji xwe re tev hevala xerc bike.
- Perê min hene, heta ez bême mal wê têra min bikin.- Sivik pere hilnedan.
- Na, bira dîsan bal te hebin. Ji xwe re pê komê çêke, bi kurê ji malê baş re xerc ke, yên usa, wekî sibê bavê wî kêrî te bê, birê wî kêrî te bê. Hemîn ewên îro bavên wan di cîyê baş de ne, ew jî wê sibê di cîyê baş de bin. A, yên usan ji xwe re bike pişt. Seva mervên usan çiqwas pere dixwezî bavê te wê bide.
Sivik xwest ber gotina bavê de bê, tiştekî bêje, lê bavê êdî guh ne didayê.
- Tivdîra bavê te zêdeye. A, havînê silametî tuyê înstîtûtê temamkî, lê min niha da êdî tivdîr kirîye te çawan bi cîh bikim. Ê, te tirê bavê te nexwendîye, êdî tiştekî nizane, tiştek destê wî nayê. Raste ez nexwendîme, lê min bi malê dinê ji xwe re dost çêkirine, kom çêkirîye. A, wê rojê min seva sala teze pezek bire mala serekê nehîyê. Merivekî zêre, hê seva tu tiştî ji min re negotîye na. Sala par emirkinê birê te pez berdabû nav zevîya. Bi gilîkî min gerek pênc hezar cirm bida. Lê bavê te hezarek kire berîya wî û pirs hate dadan. Ay, dost usan dibin. Vê carê jî min mîke gotina te bir. Lê ew camêr nikare post ke, nikare ji hev derxe. Bavê te serjê kir, post kir, ji hev derxist, danî wêderê. Min hela nav dil jî hûr kirin. Mêrik rastî jî maqûleke. Bi destê xwe ji min re konîyak vekir, kasek dagirt û bi min re vexwar. Ew ne perîkî biçûke, ha, çil gund û bajarek gishk destê wî dinhêrin. Min ji jinikê re got, wekî kurê min îsal înstîtûtê temam dike, gerek seva kar alî bikin. Jineke gelekî bashe. Timê navê diya te bîr dike, wê tirê Seyran navê mêraye. Ezê va yekê gulanê jî pezekê bivim û vê carê ji serekê nehîyê bi xwe re bêjim. Nehîke hizêmet di dest wî de ne, cîkirina merivekî ji bo wî çîye.
Sivik êdî tap nekir:
- Bavo pêşê min mamostatîye û înstîtût bi xwe kivş dike kî li ku kar bike, ew cefê te badeye.
- Çi? Dersdarî? Çawan, min ewqas talî, tengî dîtîye, wekî niha jî mehê sed manatî bistînî. Hela ser de jî herî ber derê xelkê, bêjî zarê xwe bişînne dibistanê. Kuro, çira bavê te mirîye, tu bibî dersdar. Îcar çi, wekî pêşê te dersdarîye. Çira pêşê kurê Kelo ne dersdarî bû, wekî niha dîrêktorê dikanêye, ?Volga-24?, ya rengê reş ber dêrîye, çira pêşê kurê Esoyê me ne înjînêre, wekî niha serokê kolxozêye, gundek ji wî re kar dike. Karê te pê tune, tu dîplomê bistîne, îcar hingê xelkê hunerê bavê te bibîne. Bavê teyê te bike cîkî usan, wekî pere ser te de bibarin, bibarin. De bira hingê rojê sed carî bêne ber derê bavê te, lava bikin.
Sivik xwest bêje, wekî pêshê dersdarîyê wî bi xwe bijartîye, ew dersdarîyê hiz dike, lê niha êdî her tişt bê fêde bû. Hesen êdî ji şeravê û tivdîra xwe serxweş guh ne dida tu tiştî.
- Kurê min gerek bibe mîlîse. Hezarî bixwezin, ezê hezarî bidim, pênc hezara bixwezin, ezê pênc hezaran bidim. Lê kurê min gerek bibe mîlîse. Îcar çiqwasî ez çûme ber derê xelkê, çiqas min lava kirîye, bira sed carî ewqasî bêne ber derê min lava bikin.
Dengê Hesen lap bilind bibû. Sivik êdî dengê bavê ne dibihîst. Tenê didît çawan bav hey destê xwe masê dixe, hey sheravê ser xwe de dike, hey destê xwe sîngê xwe dixe. Kela wî rabû. Wî texmîn kir, wekî niha yan wê bike qarîn, yan jî mîna zara wê bibe kûre-kûra wî. Lema ancax ji bavê re got, wekî wê niha vegere û derkete derva. Hinekî ji derî dûr ket, xwe sparte dareke ji çavan dûr, bi herdu destan çavên xwe girtin û azayî da hêstira.
- Lawo, nikarî vexwî, venexwe.- Jineke pîr got û serê xwe hejand.- Lê di dema me de tiştên wa dibûn.
(Ermenistan: 22.06. 83)

































DILOPA DI DIL DE DIKELÎ

Cîhan Roj: peldac@ixir.com

Polîsê trafîqê bû. Ji hêlek ve kincên fermî ji xwe dikir ji alî din ve jî bi pesin û lavatî ji jina xwe daxwaz dikir:
--Neviyê xalê bavê min e. Ez bi heyran tu xizmetek baş nîşan bidî. Tu bi adetên me dizanî;ku du rojan tu baş bî heta hetayê wê li gund pesnê te bête dayîn.
Jina wî bi pifîn gazin ji wî dikir:
--Ev pîşeyê te jî li serê me bûye bela; riya du rojan ji me dûr in ji bo ehlîyetê heya vir tên!
Êvarî piştî xwarinê ew û mêvanê xwe di ava sohbetên bîranînên gund de diherikîn. Wek jinek ji tengiyê filitî be rabû serpiyan û bi coş: "De rabe em pêhînan bilîzin!Bi bîra te jî tê ne me zivistanan li ser berfê çawa dileyîst ne. "got û lingê rastê li hewa hejand. Mêvan ji hurmeta piçûktayîyê û ji fediya jina wî rane bû. Pêhînek li erdê li mêvan da!Remzî bi metelmayî, "Bise, binihêre ez bi pihînek te li erdê dixim". got û rabû ser piyan. Ew wek zarokek qil dibû. Bi pihîna Remzî re li erdê diiirêj bû û dilopa li ser bêvil paqij kir. Ev gotin weke bersiv şand nav nêrînên jina xwe ên ecêbmayî:
--Bila însan li welatê xwe kûçik be lê li welatê xelkê ne paşa be.... Eh, dunya bixwe serê xwe...






























ŞEVEKE BÊSÛD


Şahînê Bekirê Soreklî

Nîvê şevê nêzik dibû. Reben dest pê kiribû doraliyên xwe bide hev, fîncan û xwelîdankan ji odeya daniştin û razanê bibe mitbaxê. Xaniyê wî yek ji 12 apartmanên vê bînayeta nêzike navenda bajêr bû. Heye ku baştir be mirov bi navê apartmanik behsa cîhê wî bike çimkî yekî biçûk bû, tê de tenê odeyeke ji bo daniştin û razanê, nîvmitbaxek û serşokeke bi dûş hebûn. Da bêhna dûyê cigareyan ji hundir derîne, wî deriyê balkonê jî piçekî vekir. Her çiqas ew îşev bi dîtina sê hevalên xwe dilşad bûbû jî hesteke xemgîniyê xwe di dilê wî de bi cîh kiribû. Heger kesekî di cîh de ji wî pirs kiribûya ka sedema dilxembûna wî çi bû, Reben dê nikaribûya bersîveke rêk û pêk bida. Bi kurtî, ramanên di serê wî de di wê bîstê de tevlihev bûbûn, tiştine di ew sê-çar saetên borîn de hatinî gotin hişên wî mijûl kiribûn. Ji ber ku ew Kurd bû, bêguman e ku mijûlbûna hişên wî û nebexteweriya wî ya wê kurtekatê egera xwe rewşa Kurdan bû, Kurdên li welêt û yên li bajarê ew lê. Bêyî ku karê xwe bi seri bike ew çû balkonê û cigareyek vêxist. Ba li derve sar bû û mij xwe girtibû ser bajêr. Ji ser taxê tenê dengê otomobîlên her bîstekê carê derbas dibûnî dihat.
Di vê sheva destpêka biharê de Reben hewl da wek ronakbîrekî Ewropaya Navend bi şêweyeke felsefî li xuristê binihêre, heta di hişên xwe de tevdêra lihevhanîna yekemrêzên helbestekê jî kir, helbesteke li ser dîmena li pêş çavên wî: Kilîseya bi lampayên taybetî hatî rohnkirin, otomobîlên çiravêketî yên li ser taxa şil diçûnî-dihatinî û mirovên destvala ji nêçirvaniya keçan, seri di ber de, ber bi malên xwe diçûnî, lê rêz nedihatin ser hev, hişên wî nedikaribûn hemî tişt û kesên di dîmenê de bigihînin hev. Ew li hundir vegeriya, deftereke ji kaxezên spî ji ser refekî rakir, çû li paş maseyê danişt û dest bi nivîsandinê kir. Wî bi xwe jî nedizanibû ew ê çi berhemê biafirîne lê xewa wî nedihat û dilê wî nivîsandin dixwazt. Nivîsara wî wisa dest pê kir:
"Mêvan 1: Gelê kurd ji bo serxwebûnê hîn ne amade ye. Di nav Kurdan de kesên ronakbîr, bi taybetî ronakbîrên siyasî û pêzanên rasteqîne hindik in. Kesê ronakbîr pêwîst e bi şêweyeke objektîv bikaribe li ser civata xwe, gelê xwe, rêxistinên siyasî û tevdêrên rêk û pêk binivîsîne. Di rewşa Kurdan ya îroj de va yeka hema-hema nayêt dîtin. Li milê din, endamên neteweya Kurd hîn hev û din çê-çê nedinasin, nikarin ji hev û din baş fêhm bikin û partiyên wan nikaribûne xwe û daxwazên xwe bikin yek. Hindek ji me bi raman û fikra xwe hîn di sedsala nozdehemîn de ne. Hinên din bi siyaset û baweriyên xwe hîn di nîvê sedsala bîstemîn de ne. Çendekên din di warê zanistî û siyasetê de pêş ve çûne lê kesek li wan xwedî dernakeve,...
Mêvan 2: Tu pirr şaş î. Li Kurdistanê gel seri hildaye. Ordiyên dijmin li ber têkoşeran di tirs û xofê de ne. Serxwebûn nêzik bûye lê haya te ji gelê te tune. Heger hebûya te tiştên wisa nedigotin. Îroj li welêt bi hezaran mirov derdikevine meşane, bêyî tirs azadî û serxwebûnê dixwazine,...
Mêvan 3: Bi durişman Kurdistan rizgar nabe. Kurdistan bêyî piştgiriya welatine cîhanê nikare rizgar bibe. Heger tew rizgar bibe jî nikare bidomîne. Ka, li cîhanê di rewşa îroj de çend welat hene ku amade ne pişt Kurdistaneke serbixwe bigirin?! Welatek di rewsha cîhanê ya îroj de nikare bi serê xwe bijî. Ha binihêr çi bi Albanyaya Hoce hat,...
Mêvan 1: Divêt em nifşên nû fêr siyaseteke kurdewariye li gor dem û dewranê bikin. Bila bi zimanê xwe bifikirin, bi zimanê xwe bixwînin, bi zimanê xwe binivîsînin û bila fêr bibin ji hevûdin fêhm bikin, bila niştimanperweriya wan di ulbikekê de hêvan bigire da ku di pêşerojê de bikaribin bi hev re û li gel hev eynî daxwazên neteweyî bikin,...
Mêvan 2: Nifşê îroj ji bo serxwebûnê amade ye lê yên wek te ji têkoşînê direvin û li rewşa gelê xwe xwedî dernakevin,...
Mazûvan: Hûn ê çayê, qehwê, lê bîrê vexwin? Mazûvan: Hûn ê çayê, qehweyê, lê bîrayê vexwin?"
Bi nivîsandina ev rêza dawîn re Reben bi şêweyeke titizîn, wek kesekî pirr xeyidî be, pelika kaxezê ji xûşkên wê çirrand, çirrçirrîn kir, rabû ser xwe, çû mitabaxê û beşên kaxiza hatî kujtin avêtin nav satila gemarê. Peyvên li ser kaxezê ketin nav pelikên çayê, qalikên pîvazê û rojnamene bi tirkî.
))))))))))))))))
Li mitbaxê wî bêhemdê xwe av berda misîn û xwazt çayêke nû çêbike lê ber ku misîn bide ser êgir bi gavên beza vegeriya ser maseya xwe û dîsan dest bi nivîsandinê kir:
"Di salona ku tê de şeveke Kurdan cîh digirtî de dora sed zaro, pirraniya wan sêmehîn ta dehsalîn, li gel mezinan beşdare ahengê bûbûn. Mêvanekî rêxistina ku şev amade kiribû axiftina xwe li paş mîkrefonê pêshkêş dikir. Ji ber ku mêvên nuha êdî baş dizanibû ku Kurd çepikan ji wan kesan re lêdixin, yên dibêjin, "rizgarbûna Kurdistanê nêzik e," wî di axiftina xwe de sê-çar caran gotinên bi vê xwebêjê hanîn ser zimên. Wî herweha hêvî dikir ku belkî li dû bihîstina van gotinan yên di salonê de piçekî guh bidin axiftina wî, lê îcar bi ya wî nebû. Tevî ku çend Kurdan jê re li çepikan xistin jî, pirraniya yên di salonê de haya wan ji xwebêjên peyvên mêvên nebû. Ji aliyekî ve, wan bi zimanê mêvanî baş nedizanibûn. Ji aliyekî din ve, her yekî ji wan hewl dida ku dengê xwe ji yê mêvanê li paş mîkrefonê û kesên li doraliyên xwe bilindtir bike da ku dengê xwe bigihîne yê / yên li gel wî daniştî / daniştinî. Li beshên salonê yên cuda zarokan didan şopa hev,...
Li dû ku mêvên axiftina xwe ya bi zimanê ji bo Kurdan biyanî kuta kir wî sê caran li ser hev got, bi kurdî got: 'Bijî Kûrdîstan. Bijî Kûrdîstan. Bijî Kûrdîstan.' Nuha ku beşdaran dizanibûn axiftina wî bi seri bûye, û li dû ku wan 'bijî Kûrdîstan' sê caran li ser hev bihîstin, hemiyan bi heyecan ji mêvên re dan çepikan. Heta zaro jî dora nîv deqeyekê ji leyiztin û reva xwe eware bûn û li çepikan xistin.
Li dû mêvên dengbêjek tev orkêstirayeke ji çar kesan derket ser sekuyê. Îcar berpirsiyarê teknîkê karê xwe baş bi rê ve biribû. Tenê dora bîst deqeyan ji bo bicîhkirina mîkrefonan û eyarkirina tenbûran pêwîst bû. Li dû van bîst deqeyên tiji qirecir salon bi meqamê mûzîkeke germ û dengê dengbêj yê xweş avis bû lê zarokan dest ji rev û leyiztina xwe bernedan. Jin û peyayên dengê axiftina xwe li dû destpêkirina dengbêjî piçekî nizimtir kiribûn dirêj nekir wan jî car din şora xwe domandin û îcar bizav kirin ku dengên xwe, ne tenê ji yê dengbêj, lê herweha ji yên aletên mûzîkê jî bilindtir bikin. Dema dor hat strana duyemîn dora nîvê kesên beşdar, te digot qey berê li gel hev gihîshtibûn vê biryarê, ji şûnên xwe rabûn û berên xwe dan avrêjê. Li dû vegera ji avrêjê, li shûna ku li sendeliyên xwe vegerin, wan li paş salonê û li herdu aliyên wê zo bi zo dest pê kirin analîza siyaseta kurdî bikin, yan di derbarê kes û komine de bi xirabî biaxifin. Yên li aletên mûzîkê dixistinî serên xwe ber bi jêr daxistibûn da ku tiştên li pêş çavên wan cîh digirtinî nebînin, lê bêhna dengbêj weqa teng bûbû ku wî stirana xwe ya duyemîn di nîvî de qurçifand, şûna xwe xweş kir, mîkrefon ber bi devê xwe kişand û dest bi stiraneke neteweyî û şoreşgêrî kir. Tevî ku gotinên destpêkê li ser kujtinê, rijandina xwînê û wêrankirina welêt bûn jî mûzîka stranê ya girtina govendê bû. Ji nişkan ve bi dehan kes ji cîhên xwe bi rê ketin û bi lez xwe gîhandin pêşiya salonê. Govend şên bû û beşdaran salon ji bin ve hejandin, helbete bi lingên xwe. Baş diyar bû ku dengbêj negihîştibû armanca xwe çimkî li şûna ku beşdar bi encama xwebêjên peyvên di stiranê de dilxemgîn bibin û aramî bête holê, meqamê mûzîkê yê geş ew serxweş kiribûn. Bi ken û dilşadî ew di govenda ku nuha bûbû yeke sêrêz de dihejiyan û dizivirîn. Dengbêj dil kir biqîre û bibêje ku va strana wî ji bo guhlêdanê bû, ne dîlanê, lê ji dest nehat. Dû re, ji ber ku zarokan kaxezên xwaztina stranan yek li dû ya din didan dengbêj, wî rêzên stranê li hev xistin. Bi encama vê yekê wî çavên xwe qurç kirin bi hêviya ku rêzên wenda wîne bîra xwe. Dema wî çavên xwe vekirin wî mîkrefona xwe li ber devê xwe nedît. Zarokeke şeş-heft salîn li paş mîkrefona wî nîvşermok stirana wî digot. Dengbêj keniya, dû re giriya, rabû ser xwe û tenbûra xwe du caran li erdê xist, şikand û ji ser sehneyê wenda bû."
Li dû nivîsandina hevoka dawîn pênûsa di dest Reben de nema xwazt bilive. Nexwazt bilive ji ber ku mêjiyê nivîskêr nema dixwazt vê nivîsarê bidomîne. Reben nivîsara xwe li ser maseyê hîşt, çû avrêjê, bi niyeta ku li dû rijandina avekê biçe razê. Li vegerê wî bêhemdê xwe xîje defterê kir, pelên bi nivîs jê çirrandin û di destekî xwe de guvaştin ser hev. Nivîsara wî ber ku ronahiya rojê bibîne bi destê wî bi xwe hat kujtin. Dema wî çira vemirand û xwe li ser textê xwe ramedand hêstirine germ ji çavên wî ber bi jêr rijiyan. Li gel wê jî ew di kûraniya dilê xwe de razî bû ku wî bi xwe nivîsara xwe kujt, li şûna ku hindekên din cezayê mirinê bidin wê. Ber di xew keve wî di dilê xwe de hêvî kir ku şevên wisa bêsûd di jiyana wî de ne gellek bin.



“BAWERMEND” Û “HINDIYÊN SOR”

Şahînê Bekirê Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Roja li pêş imtîhaneke min hebû. Min pirtûk dixwend, lê tiştekî ji xwebêja peyvên wê di mêjiyê min de cîh nedigirt. Çavên min ji xwendinê westiyabûn û bûyera vê êvarê hişên min bi tevahî di xwe de mijûl kiribûn:
Li dû yasiyan ji nişkan ve dengên hin peyan û qîreqîra jinan ketin guhên min û pê re min xwe ji şeltê çekir, pantilonê xwe kişand xwe û ber bi deriyê hewşê reviyam. Diya min li paş dêrî di qelşa navbera her du beşên wî re li derve dinihêrî. Dû re min dît ku bavê min û cîranekî me, ew jî li pêş dêrî rawestiyane. Ji hewşa li hember ya me du polîsên bi kincên medenî, cîranê me Hemê di navbera wan de, derketin û berên xwe dan otomobîla li pêş dêrî, di kîjanê de du polîsên din cixareyên xwe dikişandin. Dema cîp bi rê ket dengê giriyê jina Hemê û keça wan Fatmyê aşkere digihîşt guhan. Bêyî hemdê xwe ez ber bi deriyê hewşa wan çûm, lê bavê min xwe ji paş ve gîhand min û ez girtim.
“Peyayê malê ne Ii mal e,” got bavê min, “bila diya te here serîkî li wan xe.” Bavo li min û Fatmeyê ketibû gumanan û ta ji dest dihat ez ji malbata Hemê dûr dihîştim. Carekê ji min re gotibû: “Qîza Hemê ne layîqe te ye; bavê wê serseriyek e. Li xwendina xwe miqayit be û tevdêr-mevdêrên vala di serê xwe da çêmeke.” Bavo nedizanibû ku dilên me herduyan ji rojên çelrojkiya me de ketibûn hev. Di wan rojan de diyên me em di qundaxan de li ber hev dadanîn û wer dizanibûn ku yên çelrojkî tiştekî ji evînê fêhm nakin. Di roj û êvarên pêşiyîn yên zarokiya me de min navê Hîva li Fatmeyê kiribû ji ber ku wê di bin şewqa hîvê de li ser stranên diya xwe diaxift, stranên ku di xwe de çîrokên bidarxistina ciwanmêran, şewitandina gundan û stemkariya neyaran didan vejandin; carine jî dibûn çemê evîna xort û keçan, dîlanên govendan, meqamên koçer û şivanan. Ez jî ji wê re li ser xem û kulên cotkaran, êldefiyên rnirûdên şêxan, melayike û neysiziyan, pîrhebok û pêriyên ji me çêtir diaxiftim. Berebere me van pirsan ji serên xwe mezintir dîtin û me biryar girt em xwe di wan de êdî kûr-kûr mijûl nekin, wan ji yên ji xwe mezintir re bihêlin.
Hevalbendî û yaritiya me domandin ta heftsaliya me, dema dê û bavên me pê hesiyan ku nêzikbûneke zêde di navbera me herduyan de heye. Wisa jî tirs û sarna namûsê biryar bi wan girtin da ku me ji hev û din bi dûr bixin û dîwarekî veşartî di navbera me de lêbikin.
* * *
Diya min vegeriya û got ku kesekî Ii Hemê ixbar kiriye û polîsên siyasî ji bajarekî din hatine. Wan hundir malê velo kirine û pirtûkeke Elifbayê di bin şeltan de dîtine. Ev ne cara yekem bû ku Hemê dihat girin, berê jî pirr caran hatibû girtin: carekê ji ber ku wî di dema serxweşiyê de straneke kurdî di rneyxaneyê de gotibû, carekê ji ber ku wî kincên kurdî li xwe kiribûn û tev hevalekî xwe êvara Newrozê du şûşe araqî vexwaribûn û dû re her du tev li pêş rnizgefta bajêr, di dema azana berbangê de, tergê, dîlaneke kurdî, bazdabûn; û du-sê carên din jî ji bo xwendina belavokên li ser Kurdan. Diya min dest pê kir biavêje Hemê:
“Xwedê te di erdê reş ke, Hemê! Çiqa meriyekî serhişk û ehmaq e, lo! Bi ber bayê van komonîst-momonîstan ketiye. Ne îş, ne kar! De têkeve hebsê, Hemê! De malbata wî vê niha bê wî çi bike?! De êdî kîçax berdin?! Fatmê digot kîtabeke kurrnancî jî îcar girtine. Belkî tew bi mehan û salan jî di hebsê da bimîne..."
Bavo şora wê di nîvî de birrî û jê re got bila mêjiyê xwe di meseleyên wisa de mijûl neke çimkî tiştekî ji wan fêhm nake. “Here ji me ra çayeke xweş çêbike û zû vegere," domand bavo, “ez ê ji we ra çîrokekê bêjim ku yekî dîwane ber çend rojan ji min ra gotibû.
Me misînê çayê di navbera xwe de bi cîh kir û bavo dest bi çîrokê kir:
“Li welatekî pirr û pirr dûr gelekî azad û serbilind dijî ku hîn tiştek li ser xwedê û olên wî nebihîstibû. Bo wan kesan peyvên wek musilman, xiristiyan, cihû, katolîk, diruzî, sunnî, hembelî, henefî, elewî... ji xwebêjan vala bûn. Welatê wan ji welatên cîhana kevin bi gellek awayan cuda bû û her weha erf û adetên wan. Lawirên wek hesp, ker û qantiran jî li wir nedihatin nasîn.
“Rojekê ji rojan keştiyekê nêzîkî li warê wan kir û komek peyayên çermspî li wan bûn mêvan. Mazûvanan qedrê biyaniyan bilind girtin û li şûna hinek caw, neynikekê, yan tûtikekê zêr û yaqût dan wan. Li dû derbaskirina rojine wek yên di xewnan de yên çermspî li welatê xwe vegeriyan û ji xelkê re gotin ku wan berê keştiya xwe dabûn rojava lê li gel wê jî gihîştibûn Hindistanê û li kesên hindî bûbûn mêvan. Bi encama vê yekê şêniyê Ewropa navê ‘Hindiyan’ li xelkê wî welatî kirin tevî ku va welata û Hindistan pirr ji hev dûr bûn û ji rengê çermê endamên her du gelan bigir ta toreyên wan ji hev û din cihê bûn.
“Ji ber ku keştîvanan li ser zêrê pirr, jinên tazî û zeviyên dewlemend şor kiribûn şah û kiralên Ewropayê biryar girtin, ew ê hejmareke ji bawermendan bişînin wir da ku rêya xwedê têxin ber danistvanên wî welatî. Wisa jî komeke ji bawermendan berên xwe dan rojava, bi armanca ku biçin ‘Hindistanê.’ Bawermend bi plan û tevdêr diçûn û heta bi hespan be jî li gel xwe dibirin.
“Dema ‘Hindiyan’ bawermendên nû gihîştinî li ser hespên wan dîtin, tirsiyan û ji wan re secde kirin ji ber ku wisa texmîn dikirin hesp û siwar bi hev de ne, yek in, û her yek ji wan xwedêyekî mêvan e, yan bi kêmasî şandeyekî xwedê ye. Dirêj nekir yên ‘hindî’ pê hesiyan ku hesp û siwar ne eynî can û giyan in. Wan di çav xwe re kirin ku beşê bi seriyê mezin ji paşiya xwe pîsiyê derdixe û beşê bi seriyê biçûk bi serê xwe dirî û dimîze. Bi encama vê yekê ‘Hindî’ têgihîştin ku beşê serimezin lawirekî çarling e û yê seriçûk mirov e. Her weha tê gihîştin ku ji yên çermspî kesek ne xwedê ye, ne jî pîroz e, ji ber ku pîsî ji xwedêyan û yên bimbarek dernayê.
“Lê Ewropiyan bi serhişkî domandin ku ew û ramanên wan pîroz in. Wan ‘bi navê xwedê, kurê wî û canê pîroz’ dest bi kujtina ‘hindiyan’ kirin. Ji ber nerindî û neheqiya wan asîman li jor weqa fedîkar bû ku rojê bi dirêjiya çel rojan xwe veşart û raber nekir, lê mêvanan wer texmîn dikirin ku asîman û roj li wan hêrs bûne çimkî wan nikaribûn di nav kurtedemekê de va şêniyê kafir û hov wînin ser riya rast. Bi encama vê baweriyê wan stemkarî û zordariya xwe duqat û sêqat kirin.
Serdariya Ewropiyan domand û ji welatên wan hejmarên mezin dest pê kirin berên xwe bidin ‘Cîhana Nû.’ Rojek hat ku mêvan ji mazûvanan bêtir bûn, lê ‘Hindî' pirr dereng bi tehlûkeyê hesiyan. Wan nuha bi tîr û kevanan li dij tifing û topan ber xwe didan; ciwanmêrî û lehengiya wan bi agirê barûdê dihatin şewitandin.
“Dû re hat dema ‘peymanan,’ lê naveroka wan di rûpelên xwe de bêjeyên xapandinê, dubendiyê û xasûkiyê dihewandin ku xwebêjên wan bo yên ‘Hindî’ biyanî bûn. Wisa jî ew car li dû carê hatin xapandin û geh bi rihetî, geh bi zorê, di ‘kampên taybet’ de hatin bicîhkirin. Ji vir û şûn ve mirina neteweyekê dest pê kir û endamên gelekî fêde û mêrxas, yên ku wek baz û şahînan sînor û dîwar nedinasîn, bûn wek dewêr. Rojek hat û şivanên wan jî mirin, û ‘Hindiyên Sor’ (Hindiyên Sor: ji ber ku ewropî bi şaştiya xwe hesiyan û dîtin ku warê nû ne Hindistan e) bi ber leheya ramanên ‘bawermendan’ û ‘şaristaniya’ Ewropiyan ketin.
Dema yên ewropî rojekê pê hesiyan ku ev cîhana nû ne tenê giravak e, lê erdekî fireh û pahn e, bi hebûna ser û binê xwe zor dewlemend e, wan dest pê kirin ji xwe re Ii koleyên nû bigerin da ku wan têxin ber kar, bi hêza destên wan û berhemên zeviyên bi xêr û bêr xwe û hebûna xwe qelewtir bikin. Li gel ku xwedê û pêxemberê wan koledarî qedexe kiribûn jî, wan biryar girtin ji Afrîkayê zarok û ciwanan birevînin, wan ji merî û malbatên wan bidizin, û ji xwe re bikin kole û xulam.
“Tê gotin ku ‘Cîhana Nû’ dû re bû du beşan û di her beşekî de welatên cuda hatin holê; û dibêjine ku îroj li welatine beşên serdest û yên bindest hene û li hinekan şêwene koledariyê hîn jî berdewam in.”
* * *
Bavo destmal ji beriya xwe derxist û bi ser eniya xwe re xuşand, wek xuhê damale, lê çi şopên xuhê li ser eniya wî tunebûn. Bawer nakim diya min tiştek ji çîroka wî fêhm kiribe lê da ku wî dilşad bike pirsî, heke çîroka kesê dîwane rast be. “Nizam”, bavo bersîv da, “yê dîwane nuha li bajarekî mezin di hebsê de ye ji ber ku dawiya çîrokên wî nedihat, çîrokên ku şêniyê bajarê me jê fêhm nedikirin.”
Ez çûm razêm lê çîroka yê dîwane, bejna Fatmeyê, wêneya Hemê xwe bêyî berxwedan di destên du polîsan de berdayî û imtîhana sibe hemî li nav hev ketin û xew ji çavên min dizîn. Nizanim çima ji nişkan ve pirsekê xwe di nav hişên min de bi cîh kir: Gelo mebesta yê dîwane bi gotina çîroka “Hindiyên Sor” li bajarê me çi bû? Min sond xwar, ez ê li bersîva vê pirsê bigerim.
1984




























FIRRÎN

Şahînê Bekirê Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Di pêşejiyana wî de hêviyekê xwe di kûraniya dil de livandibû, hêviya ku bikaribe bifire. Rojekê, dema ew li gel bavê xwe çûbû zozanan, çavên wî li bazekî azad ketibûn û wî bi hemî hestên di dilê zarokîn de xwe ber bi bazê li jor hildabû û ji Yezdan tika kiribû ku wî jî bike teyrekî wek wî bazî.
Di dilê zarokî de roj li dû rojê meraq mezin bû, meraqa bidestxistina du qanadan da ku bi wan bigihê hêviya xwe.
Di sibeya nîsaneke saleke bêjimar de pêriyeke ji çîrokên toreyîn yên rojhelatê xwe gîhand zarokê li ser girekî li ber berxan, lawikê ku nuha bûbû heft salîn û gotê, “Lo Azado! Lo Azado! Ha ji te re du qanadên pêriyan, were li gel min, em ê bi hev re bifirin lê tenê ji bo bîstekê!” Zarok ket nav deryayeke şahiyê, ramûsanek wek diyarî da pêriyê û hew dît ew bûye bazekî azad, wek yê ku wî rojekê li gel bavê xwe dîtibû. Ew li asîmên fertiliya, bi pêriyê re firiya, bi rojê re keniya, û firiya û keniya û firiya ta ku serxweş bû di nav hestên bexteweriya xwe de û nema xwazt vegere, lê da ku sozê xwe bi cîh wîne û pêriyê li vê kirinê poşman neke vegeriya û li dû wendabûna wê giriya, lê dû re keniya, da lotikan û ber bi aso reviya. Êdî baş dizanibû ku dilê bi daxwaz dikare bigihê hêviya xwe; û car din keniya, ber bi aso reviya û keniya.
Ew xweşbûyera rojeke zarotiyê di beşekî dilê wî de ket gorê; û roj û şevan xwe bi hev guhertin, û germahiyê bihar di nav havînê de heland, bayê payîzê germahiya havînê kujt û berf û barana zivistanê pelikên payîzê nimandin; û bi hatina bihareke din re erd dîsa xemilî û dar car din kesk bûn û pelikên nû dan hebûnê. Û biharek çû û yek hat, û sal û saldemên jiyanê dan dû hev, wek pêlên ava çemekî, û zarokê heft salîn bû ciwanekî hevdeh salîn û ciwanê hevdeh salîn bû peyakî çel salîn û peyayê çel salîn bû pîremêrekî heftê salîn: “Lo, Lo! Jiyan xewnek e.”
Rojeke ji wan rojên çiksayî, li kêleka ava Deryaya Aram, li welatekî pirr û pirr dûr çavên wî li keçeke sê-çar salîn ketin ku dixwar şekirekî ji wan şekirên bi darik, û hat bîra wî yekemşekirê ku diya wî jê re li gundekî biçûk kirîbû ji etarekî. Dû re çavên wî li xortekî ketin ku bi ramûsanekê evîna xwe li ser lêvên ciwaneke bejinzirav mor dikir û hat bîra wî yekemevîna wî, yekem ramûsana wî, bişkifandina kulîlkên ciwantiya wî û hişkbûna pelên dara bihara wî; û ji nişkan ve çavên wî li keweke deryayî ketin û hat bîra wî yekemfirrîna wî, û wî da xwe ku bifire, lê ket xarê. Û careke din bizava firrînê kir û careke din û yeke din, û hew dît canê wî ji giyanê wî vediqetêye, û can bû teyrekî baz, li asîmên firiya: “Wey lo! Wey lo! Çawa xewn bi ber bê dikevin!”
Hinek li kêleka ava deryayê diqîriyan, digotin pîremêrek di şûna xwe de ket û mir: “Wey rebeno, bêxwediyo, kalo!” Lê canê pîremêr li jor dikeniya, difiriya, dikeniya û difiriya. Çiqa xweş e azadbûna canî ji giyanekî pîr bûyî! Û firrîna wî domand ta ku gihîşt gundê ku diya wî jê re kirîbû ji etêr yekemşekirê wî. Û canê wî di kûraniya xwe de êşiya dema wî dît, ne gund êdî gundê zarokiyê ye, ne jî ew êdî zarokê gundî ye. Û pîremêrê bazîn bi daxwaz ber bi jor rabû ta ku wenda bû di nav ronahiya rojê de, ta ku bi tevahî di nav tîrêjên wê de heliya: “Lo! Lo! Xewn di nav xewnekê de bû xewnek.”
Di eynî rojê de, li eynî gundê kurdistanî, zarokeke çar-pênc salîn du perên bazekî li ser mitekî bejî dîtin, ew birin ji diya xwe re û gotê, “dayê, min bazekî pîr dît, ber bi rojê difiriya û va ne du perên ji wî ketinî.” Dayikê zarok hembêz kir, maç kir ji herdu çavan û keniya. Xewneke nû şûna yeke buhirî digirt.
















Kirîna Serokekî

Qado Şêrin: qadoserin@zonnet.nl

Kongirê partiyê yê di 20/09/2001 li gundê Nehroz lidar ketibû vê carê ne normalbû, ne tenê jiber ku piraniya nûnerên herêman amdebûn û yên jinan jî, belê vê carê ta bi nûnerê Zarokan jî amedebûn, kongir sê roj û sê şevan berdewam kir, axaftin di babetekêde diçû û dihat, çilo û çawa dê serokekî nû jibo partiya xwe hilbijêrin..?, da partiyê bi demêre bighîne û ber bi pêşxistinêde bajo, nûnerekî di gotina xwede gotibû ku partiya me jiber ên dîve gelekî li paş maye û ev jî wekû tête xuyakirin ji serokê giştîye, xuya dike em nizanin serokên baş û zana hibijêrin, ya dî em kurd ji partiyekê tenê serokê giştî dinasin, ew başbe partî hemû başe xerabe jî partî hemû xerabe, hemû kar û xebat, pêşveçûn û paşveçûn di vedgere serokê giştî, di paşre nûnera jinan gotibû ku jiber vê yekê divê em serokekî hilbijêrin ku milet hemû li dorêbe.
Kongir sê roj û sê şevan dirêj kir ta ku biryara dawî standin, geh axaftin sar dibû geh jî germ dibû, di çaxê bênvekirinêde jî hemû di vê yekêde mijûlbûn jibilî Zarokan ên bi gogê dilîstin namaze nûnerê wan lîstikvanekî jîr û zanabû, fanêlekî zer lêbû, navê xwe û nemra 10 an liser çap kiribû bi wateya ku ew lîstikvanekî Berazîlîye, di roja sisiyande jî hîn ew ne axiftibû, navê wî di lîsta gotin bêjande tunebû lê sikretêrê komîta navendî û liser daxwaza wî destûr da ku ew jî tuştekî bibêje, ji ne çarî hemûyan guhdarî wî kirin, wî got:
-Di cîhana gogê (Fûtbo) )de piraniya tîmên dunyayê wek Barselona, RiyalMadrîd, Manişister Unaytid û Lazyo Roma rêzên xwe bi lîstikvanên biyanî xurt dikin, bi melyonên dolaran lîstikvanên baş û zana dikirin an jî kirê dikin da ji wanre bilîzin, vêga em jî dikarin serokekî baş ji partya xwere bikirin an jî kirê bikin !!.Hemûyan bi mat li hevûdu nêrîn û gotin: Bi xweda te tenê ya rast û durust û hêja got. Û biryar bi vê yekê standin.Yek ji nav koma endaman rabû ser pêyan û bi dengekî bilind got: -Ez çavê te bixwim, tu yê kêye xweda te bihêle..?.
Ev yek hîn di tevaya dunyayêde nebûye, helbet wê bûyerek hêja û rojanebe jibo hemû rojnamegerya cîhanî, partiya me wê ya yekemînbe ku vê yekê dike û ne dûre ku partiyên dî jî wisa bikin, helbet dê wisa bikin da partyên xwe pêşde bajon, kirîna serokan jibo partiyên rojhilat zor gerek û pêwiste hin jibo lihev guhdar kirinê hin jî jibo demuqratiyetê, ev serok dê me fêrî gelek tuştan bike em jê bê parin, endamekî wisa ji xwere got û pirsî: -Lê gelî hevalan ka hûn kê liber çavan dibînin da em wî ji xwere bikirin û bikin serok ?
-Ronaldo…, zarokekî wisa û bi ken got lê kesekî deng nebir xwe, mirovekî rîspî li kêleka wî ya çepê rûniştîbû jê pirsî: -Ew çi kese û çi dike..? -Mamo ew Berazîliye, di tevaya dunyayêde kesekî wek wî jîr û zana di gogêde nîne, lê pir buhaye haaaa!!.
-Çavê mamo em pirsa serokan jibo partiya xwe dikin, çi çaxa me Kurdistan rêzgarkir emê wî yê te got bikirin bila ji mere bi gogê bilîze, te got navê wî çibû..?.
Nûnerê herêma bakur rabû ser kab û nîvekê û destekî xwe bilind kir, çi mirovê axaftina wî heba wisa dikir, da herkes wî bibîne,wî got: -Yê em wî bikirin divêt Ewropî be çimkî Ewrupî pir demuqrat û dilovanin û bi mafê mirovan jî rene.
Ji nav hemûya rîsipiyek rabû ser pêyan û mîna pêşniyarekê got ku herkes dikare navekî pêşkêş bike û di dûvre em dê wan navan daxînin hilbijartinê, di dema ku pelik belv kirin û dan ser hev çar nav hatin meydanê, Con Mîcer,Hilmot Kol, Nîlsom Mandêla û Bil Kilînton, jibo hilbijartina navekî ji wan kongir rojek dî dirêj kirin, di demên dawîde ev pirsgirêk çareserkirin. Dema herçar navan deng wekû hevûdu anîn çar partî ji kongir derçûn.
Holland -19/01/2002











Pelindar

Salih Xazî

Dengê peqîna qêjiya wî ew geliyê kûr maliq kir. Keviran [ew] avêt ber hevdu lê her zû Xabûrî dengê wî hilmirîst. Dubare sîngê xwe tijî ba kir û gaziyek din rahêla. Pirtên hişkehewara wî çirûsk ji keviran jenîn û pelûxên daran girêl kirin. Deriyê gelî hat nijinîn û her tiştê bi avê de hatî ket siltê. Ava wê pengiya û gupikên daran tê de xeniqîn. Teq kêrî û lat û revizde vegirtin ta giha kulumtê danga çiya! Di navbera daylokekê de bû biyabanek hişk û kelişte ketinê. Strîmişk û serkirrînkan kerqebanê lê dikir û teq masiyan melevanî li dêmê dikirin.
Dubare kotela sîngê xwe pif da û qêriyek dî ji binê piyan rahêla. Vê carê Yezdan li hewarê hat: ewran xwe lêk da û birûsiyan zarok ji xwe rakirin. Giyanewerên avis beravêtin. Gijlokek dindikhûr ew gelî dapûşand û kirasek spî kir ber. Di navbera çav û birûyan de, kalek rihkever serê xwe ji nav hilanî. Lê berî danûstandinekê çar kinar palebûn û [ew] stunavmil kir.
Ev kurteçîrok ji hejmara 85 a duheftenameya 'Peymana edeb û hunerî' (Dihok) hatiye wergirtin. Tîpguhêzî ji alfabeya kurdî-erebî li ya kurdî-latînî: Husein Muhammed

































Bedewnivîsek bi êş a li ser Mezopotamyayê

Suzan SAMANCI

Em ji kişwera Şamaşê por rojîn tên. Bêdengiya me di hundirê me de bû rûbar.Em veke şeytanokên ber behrê di avê de dixeniqîn.Ne xaniyekî min û ne jî bajarekî min ê ez lê êş û azarên xwe binivisînim tu caran çênebû. Ax!Mezopotamya ax! Kaniya derd û kula. Emrê min bi bêrîkirina te bihurî. Janên min ê qeşa girtî li hêviya helandinê ne. Wa ye!
Osis, ji rojê wê de çavê xwe dikirpîne.Dem herikîna şêrîn a di hundirê min de,ez ji çûkên Îsîs nuçeyan dipêm.Me di zarokatiya xwe de çîqolat nexwar.Di şûna wê de me ji xaniyê malê (kiler) şekirê çayê didizîn.Rojên dîtina girtî û hepsiyaran ji me re ji rojên cejnan çêtir bûn. Me tirsên xwe ji xalxalokan re dipispisand. "Kêzê bazde leşker hat!" pişt re me fêm kir ku em reşikên welatên xwe ne.
Min berdin! ez dixwazim bi peyvim,bi peyvim...çiya û bani teyr û tilûr çêtir bi min dizanin, ji min fêmdikin. Dema ku perdeya êşê ber çavên min digirt, hûn li ku bûn heyveronikiyên heyvê(!) Hûn dibêjin em bajarên mirinê dinasin;lê birastî hûn nizanin!
Hûn nezaniya xwe jî nizanin.Gava ku em digiriyan û me reş girêdida ,we av li agirê dilê me dikir û dû jêderdixist.Dixwazim bibim rûbarik û biherikim behrekê.Divê ez bibim ez.Dixwazim bişewitim, bila dûxan ji min neçe.Waye rojê Osis li qeydê xistiye:Osis wê bi nêrînên xwe yê rûsipî bi helma xwe ya agirîn wan qeydan bihelîne.Gelo şerê ku bidawî nebiye heye? Wek agirê tim pêketî.
Ah Mezopotamya ...rêya berbi Xwedê;Lê Xwedê me nabîne ku...
Keleha min dişibe masîkartuxkê.Çar deriyên min mor nekin.Dildarî ke mezin dibe. Ew hût ên hov dixwazin birêşên(filiz) ku her carê ji nû ve şîn dibin dapejinînin. Dema ku em xumîniya fîr'ewnên ku kujyarên zarokan xwedî dikin dibihîzin xwedê dizane em çiqas dibizdin. Ez ên ku fîtika mirinê ji min re lê dixin, her şev dibînim. Rû û rûçikê wan naxwiyin ! dengê wan jî...
Zerî esmeriya diya min a ku di sorgeweziyê de diheliya û dikir miremir û; "di pey her tengasiyekê re firehîkek he ye" digot. Ey delala dilê min a li dûr! pişta xwe nede min. We re dema ku roj li ber avabûnê ye em rûyên xwe di dîwarên bedenan bidin.Ku boranxane nemabin jî; siwarên ku li ser milê wan kevok û behna çiyê ji wan tê, wê dîsa ji geliyê Tigrîs derkevin û winda bibin.Pişt re ew ê li xaniyên li bin sûr a destmalê libakin, em ê jî dîlanê bigirin.Heyv weke her car bi serfirazî li me mêzedike hişş be! Bila bizûzê (sûs,güve) yezdanên depîn zêde nebin...gelo gelê Helen ji ava me ya pîroz vexwarin? û ROJ nedîtin...Ku em dereng jî mabin qe nebe me roj dît.
Ax! Mezopotamya ax ! kaniya derd û kula, tu di singa xwe de ronahîyê û taca bûkan vedişêrî...
Ji Tirkî:
Mem MÎRXAN:mmirxan@nefel.nu

No comments:

Post a Comment