Thursday, January 22, 2009

P E X Ş A N N A M E (5)

Berhevkirin: Husein Muhammed

Çirok, Kurteçîrok, Novel

P E X Ş A N N A M E

B e ş a P ê n c e m


Ji 35 hejmarên
Mehnameyê
1 000 rûpel
Pexşana Kurdî




















ŞEVEKE BÊSÛD


Şahînê Bekirê Soreklî

Nîvê şevê nêzik dibû. Reben dest pê kiribû doraliyên xwe bide hev, fîncan û xwelîdankan ji odeya daniştin û razanê bibe mitbaxê. Xaniyê wî yek ji 12 apartmanên vê bînayeta nêzike navenda bajêr bû. Heye ku baştir be mirov bi navê apartmanik behsa cîhê wî bike çimkî yekî biçûk bû, tê de tenê odeyeke ji bo daniştin û razanê, nîvmitbaxek û serşokeke bi dûş hebûn. Da bêhna dûyê cigareyan ji hundir derîne, wî deriyê balkonê jî piçekî vekir. Her çiqas ew îşev bi dîtina sê hevalên xwe dilşad bûbû jî hesteke xemgîniyê xwe di dilê wî de bi cîh kiribû. Heger kesekî di cîh de ji wî pirs kiribûya ka sedema dilxembûna wî çi bû, Reben dê nikaribûya bersîveke rêk û pêk bida. Bi kurtî, ramanên di serê wî de di wê bîstê de tevlihev bûbûn, tiştine di ew sê-çar saetên borîn de hatinî gotin hişên wî mijûl kiribûn. Ji ber ku ew Kurd bû, bêguman e ku mijûlbûna hişên wî û nebexteweriya wî ya wê kurtekatê egera xwe rewşa Kurdan bû, Kurdên li welêt û yên li bajarê ew lê. Bêyî ku karê xwe bi seri bike ew çû balkonê û cigareyek vêxist. Ba li derve sar bû û mij xwe girtibû ser bajêr. Ji ser taxê tenê dengê otomobîlên her bîstekê carê derbas dibûnî dihat.
Di vê sheva destpêka biharê de Reben hewl da wek ronakbîrekî Ewropaya Navend bi şêweyeke felsefî li xuristê binihêre, heta di hişên xwe de tevdêra lihevhanîna yekemrêzên helbestekê jî kir, helbesteke li ser dîmena li pêş çavên wî: Kilîseya bi lampayên taybetî hatî rohnkirin, otomobîlên çiravêketî yên li ser taxa şil diçûnî-dihatinî û mirovên destvala ji nêçirvaniya keçan, seri di ber de, ber bi malên xwe diçûnî, lê rêz nedihatin ser hev, hişên wî nedikaribûn hemî tişt û kesên di dîmenê de bigihînin hev. Ew li hundir vegeriya, deftereke ji kaxezên spî ji ser refekî rakir, çû li paş maseyê danişt û dest bi nivîsandinê kir. Wî bi xwe jî nedizanibû ew ê çi berhemê biafirîne lê xewa wî nedihat û dilê wî nivîsandin dixwazt. Nivîsara wî wisa dest pê kir:
"Mêvan 1: Gelê kurd ji bo serxwebûnê hîn ne amade ye. Di nav Kurdan de kesên ronakbîr, bi taybetî ronakbîrên siyasî û pêzanên rasteqîne hindik in. Kesê ronakbîr pêwîst e bi şêweyeke objektîv bikaribe li ser civata xwe, gelê xwe, rêxistinên siyasî û tevdêrên rêk û pêk binivîsîne. Di rewşa Kurdan ya îroj de va yeka hema-hema nayêt dîtin. Li milê din, endamên neteweya Kurd hîn hev û din çê-çê nedinasin, nikarin ji hev û din baş fêhm bikin û partiyên wan nikaribûne xwe û daxwazên xwe bikin yek. Hindek ji me bi raman û fikra xwe hîn di sedsala nozdehemîn de ne. Hinên din bi siyaset û baweriyên xwe hîn di nîvê sedsala bîstemîn de ne. Çendekên din di warê zanistî û siyasetê de pêş ve çûne lê kesek li wan xwedî dernakeve,...
Mêvan 2: Tu pirr şaş î. Li Kurdistanê gel seri hildaye. Ordiyên dijmin li ber têkoşeran di tirs û xofê de ne. Serxwebûn nêzik bûye lê haya te ji gelê te tune. Heger hebûya te tiştên wisa nedigotin. Îroj li welêt bi hezaran mirov derdikevine meşane, bêyî tirs azadî û serxwebûnê dixwazine,...
Mêvan 3: Bi durişman Kurdistan rizgar nabe. Kurdistan bêyî piştgiriya welatine cîhanê nikare rizgar bibe. Heger tew rizgar bibe jî nikare bidomîne. Ka, li cîhanê di rewşa îroj de çend welat hene ku amade ne pişt Kurdistaneke serbixwe bigirin?! Welatek di rewsha cîhanê ya îroj de nikare bi serê xwe bijî. Ha binihêr çi bi Albanyaya Hoce hat,...
Mêvan 1: Divêt em nifşên nû fêr siyaseteke kurdewariye li gor dem û dewranê bikin. Bila bi zimanê xwe bifikirin, bi zimanê xwe bixwînin, bi zimanê xwe binivîsînin û bila fêr bibin ji hevûdin fêhm bikin, bila niştimanperweriya wan di ulbikekê de hêvan bigire da ku di pêşerojê de bikaribin bi hev re û li gel hev eynî daxwazên neteweyî bikin,...
Mêvan 2: Nifşê îroj ji bo serxwebûnê amade ye lê yên wek te ji têkoşînê direvin û li rewşa gelê xwe xwedî dernakevin,...
Mazûvan: Hûn ê çayê, qehwê, lê bîrê vexwin? Mazûvan: Hûn ê çayê, qehweyê, lê bîrayê vexwin?"
Bi nivîsandina ev rêza dawîn re Reben bi şêweyeke titizîn, wek kesekî pirr xeyidî be, pelika kaxezê ji xûşkên wê çirrand, çirrçirrîn kir, rabû ser xwe, çû mitabaxê û beşên kaxiza hatî kujtin avêtin nav satila gemarê. Peyvên li ser kaxezê ketin nav pelikên çayê, qalikên pîvazê û rojnamene bi tirkî.
))))))))))))))))
Li mitbaxê wî bêhemdê xwe av berda misîn û xwazt çayêke nû çêbike lê ber ku misîn bide ser êgir bi gavên beza vegeriya ser maseya xwe û dîsan dest bi nivîsandinê kir:
"Di salona ku tê de şeveke Kurdan cîh digirtî de dora sed zaro, pirraniya wan sêmehîn ta dehsalîn, li gel mezinan beşdare ahengê bûbûn. Mêvanekî rêxistina ku şev amade kiribû axiftina xwe li paş mîkrefonê pêshkêş dikir. Ji ber ku mêvên nuha êdî baş dizanibû ku Kurd çepikan ji wan kesan re lêdixin, yên dibêjin, "rizgarbûna Kurdistanê nêzik e," wî di axiftina xwe de sê-çar caran gotinên bi vê xwebêjê hanîn ser zimên. Wî herweha hêvî dikir ku belkî li dû bihîstina van gotinan yên di salonê de piçekî guh bidin axiftina wî, lê îcar bi ya wî nebû. Tevî ku çend Kurdan jê re li çepikan xistin jî, pirraniya yên di salonê de haya wan ji xwebêjên peyvên mêvên nebû. Ji aliyekî ve, wan bi zimanê mêvanî baş nedizanibûn. Ji aliyekî din ve, her yekî ji wan hewl dida ku dengê xwe ji yê mêvanê li paş mîkrefonê û kesên li doraliyên xwe bilindtir bike da ku dengê xwe bigihîne yê / yên li gel wî daniştî / daniştinî. Li beshên salonê yên cuda zarokan didan şopa hev,...
Li dû ku mêvên axiftina xwe ya bi zimanê ji bo Kurdan biyanî kuta kir wî sê caran li ser hev got, bi kurdî got: 'Bijî Kûrdîstan. Bijî Kûrdîstan. Bijî Kûrdîstan.' Nuha ku beşdaran dizanibûn axiftina wî bi seri bûye, û li dû ku wan 'bijî Kûrdîstan' sê caran li ser hev bihîstin, hemiyan bi heyecan ji mêvên re dan çepikan. Heta zaro jî dora nîv deqeyekê ji leyiztin û reva xwe eware bûn û li çepikan xistin.
Li dû mêvên dengbêjek tev orkêstirayeke ji çar kesan derket ser sekuyê. Îcar berpirsiyarê teknîkê karê xwe baş bi rê ve biribû. Tenê dora bîst deqeyan ji bo bicîhkirina mîkrefonan û eyarkirina tenbûran pêwîst bû. Li dû van bîst deqeyên tiji qirecir salon bi meqamê mûzîkeke germ û dengê dengbêj yê xweş avis bû lê zarokan dest ji rev û leyiztina xwe bernedan. Jin û peyayên dengê axiftina xwe li dû destpêkirina dengbêjî piçekî nizimtir kiribûn dirêj nekir wan jî car din şora xwe domandin û îcar bizav kirin ku dengên xwe, ne tenê ji yê dengbêj, lê herweha ji yên aletên mûzîkê jî bilindtir bikin. Dema dor hat strana duyemîn dora nîvê kesên beşdar, te digot qey berê li gel hev gihîshtibûn vê biryarê, ji şûnên xwe rabûn û berên xwe dan avrêjê. Li dû vegera ji avrêjê, li shûna ku li sendeliyên xwe vegerin, wan li paş salonê û li herdu aliyên wê zo bi zo dest pê kirin analîza siyaseta kurdî bikin, yan di derbarê kes û komine de bi xirabî biaxifin. Yên li aletên mûzîkê dixistinî serên xwe ber bi jêr daxistibûn da ku tiştên li pêş çavên wan cîh digirtinî nebînin, lê bêhna dengbêj weqa teng bûbû ku wî stirana xwe ya duyemîn di nîvî de qurçifand, şûna xwe xweş kir, mîkrefon ber bi devê xwe kişand û dest bi stiraneke neteweyî û şoreşgêrî kir. Tevî ku gotinên destpêkê li ser kujtinê, rijandina xwînê û wêrankirina welêt bûn jî mûzîka stranê ya girtina govendê bû. Ji nişkan ve bi dehan kes ji cîhên xwe bi rê ketin û bi lez xwe gîhandin pêşiya salonê. Govend şên bû û beşdaran salon ji bin ve hejandin, helbete bi lingên xwe. Baş diyar bû ku dengbêj negihîştibû armanca xwe çimkî li şûna ku beşdar bi encama xwebêjên peyvên di stiranê de dilxemgîn bibin û aramî bête holê, meqamê mûzîkê yê geş ew serxweş kiribûn. Bi ken û dilşadî ew di govenda ku nuha bûbû yeke sêrêz de dihejiyan û dizivirîn. Dengbêj dil kir biqîre û bibêje ku va strana wî ji bo guhlêdanê bû, ne dîlanê, lê ji dest nehat. Dû re, ji ber ku zarokan kaxezên xwaztina stranan yek li dû ya din didan dengbêj, wî rêzên stranê li hev xistin. Bi encama vê yekê wî çavên xwe qurç kirin bi hêviya ku rêzên wenda wîne bîra xwe. Dema wî çavên xwe vekirin wî mîkrefona xwe li ber devê xwe nedît. Zarokeke şeş-heft salîn li paş mîkrefona wî nîvşermok stirana wî digot. Dengbêj keniya, dû re giriya, rabû ser xwe û tenbûra xwe du caran li erdê xist, şikand û ji ser sehneyê wenda bû."
Li dû nivîsandina hevoka dawîn pênûsa di dest Reben de nema xwazt bilive. Nexwazt bilive ji ber ku mêjiyê nivîskêr nema dixwazt vê nivîsarê bidomîne. Reben nivîsara xwe li ser maseyê hîşt, çû avrêjê, bi niyeta ku li dû rijandina avekê biçe razê. Li vegerê wî bêhemdê xwe xîje defterê kir, pelên bi nivîs jê çirrandin û di destekî xwe de guvaştin ser hev. Nivîsara wî ber ku ronahiya rojê bibîne bi destê wî bi xwe hat kujtin. Dema wî çira vemirand û xwe li ser textê xwe ramedand hêstirine germ ji çavên wî ber bi jêr rijiyan. Li gel wê jî ew di kûraniya dilê xwe de razî bû ku wî bi xwe nivîsara xwe kujt, li şûna ku hindekên din cezayê mirinê bidin wê. Ber di xew keve wî di dilê xwe de hêvî kir ku şevên wisa bêsûd di jiyana wî de ne gellek bin.



“BAWERMEND” Û “HINDIYÊN SOR”

Şahînê Bekirê Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Roja li pêş imtîhaneke min hebû. Min pirtûk dixwend, lê tiştekî ji xwebêja peyvên wê di mêjiyê min de cîh nedigirt. Çavên min ji xwendinê westiyabûn û bûyera vê êvarê hişên min bi tevahî di xwe de mijûl kiribûn:
Li dû yasiyan ji nişkan ve dengên hin peyan û qîreqîra jinan ketin guhên min û pê re min xwe ji şeltê çekir, pantilonê xwe kişand xwe û ber bi deriyê hewşê reviyam. Diya min li paş dêrî di qelşa navbera her du beşên wî re li derve dinihêrî. Dû re min dît ku bavê min û cîranekî me, ew jî li pêş dêrî rawestiyane. Ji hewşa li hember ya me du polîsên bi kincên medenî, cîranê me Hemê di navbera wan de, derketin û berên xwe dan otomobîla li pêş dêrî, di kîjanê de du polîsên din cixareyên xwe dikişandin. Dema cîp bi rê ket dengê giriyê jina Hemê û keça wan Fatmyê aşkere digihîşt guhan. Bêyî hemdê xwe ez ber bi deriyê hewşa wan çûm, lê bavê min xwe ji paş ve gîhand min û ez girtim.
“Peyayê malê ne Ii mal e,” got bavê min, “bila diya te here serîkî li wan xe.” Bavo li min û Fatmeyê ketibû gumanan û ta ji dest dihat ez ji malbata Hemê dûr dihîştim. Carekê ji min re gotibû: “Qîza Hemê ne layîqe te ye; bavê wê serseriyek e. Li xwendina xwe miqayit be û tevdêr-mevdêrên vala di serê xwe da çêmeke.” Bavo nedizanibû ku dilên me herduyan ji rojên çelrojkiya me de ketibûn hev. Di wan rojan de diyên me em di qundaxan de li ber hev dadanîn û wer dizanibûn ku yên çelrojkî tiştekî ji evînê fêhm nakin. Di roj û êvarên pêşiyîn yên zarokiya me de min navê Hîva li Fatmeyê kiribû ji ber ku wê di bin şewqa hîvê de li ser stranên diya xwe diaxift, stranên ku di xwe de çîrokên bidarxistina ciwanmêran, şewitandina gundan û stemkariya neyaran didan vejandin; carine jî dibûn çemê evîna xort û keçan, dîlanên govendan, meqamên koçer û şivanan. Ez jî ji wê re li ser xem û kulên cotkaran, êldefiyên rnirûdên şêxan, melayike û neysiziyan, pîrhebok û pêriyên ji me çêtir diaxiftim. Berebere me van pirsan ji serên xwe mezintir dîtin û me biryar girt em xwe di wan de êdî kûr-kûr mijûl nekin, wan ji yên ji xwe mezintir re bihêlin.
Hevalbendî û yaritiya me domandin ta heftsaliya me, dema dê û bavên me pê hesiyan ku nêzikbûneke zêde di navbera me herduyan de heye. Wisa jî tirs û sarna namûsê biryar bi wan girtin da ku me ji hev û din bi dûr bixin û dîwarekî veşartî di navbera me de lêbikin.
* * *
Diya min vegeriya û got ku kesekî Ii Hemê ixbar kiriye û polîsên siyasî ji bajarekî din hatine. Wan hundir malê velo kirine û pirtûkeke Elifbayê di bin şeltan de dîtine. Ev ne cara yekem bû ku Hemê dihat girin, berê jî pirr caran hatibû girtin: carekê ji ber ku wî di dema serxweşiyê de straneke kurdî di rneyxaneyê de gotibû, carekê ji ber ku wî kincên kurdî li xwe kiribûn û tev hevalekî xwe êvara Newrozê du şûşe araqî vexwaribûn û dû re her du tev li pêş rnizgefta bajêr, di dema azana berbangê de, tergê, dîlaneke kurdî, bazdabûn; û du-sê carên din jî ji bo xwendina belavokên li ser Kurdan. Diya min dest pê kir biavêje Hemê:
“Xwedê te di erdê reş ke, Hemê! Çiqa meriyekî serhişk û ehmaq e, lo! Bi ber bayê van komonîst-momonîstan ketiye. Ne îş, ne kar! De têkeve hebsê, Hemê! De malbata wî vê niha bê wî çi bike?! De êdî kîçax berdin?! Fatmê digot kîtabeke kurrnancî jî îcar girtine. Belkî tew bi mehan û salan jî di hebsê da bimîne..."
Bavo şora wê di nîvî de birrî û jê re got bila mêjiyê xwe di meseleyên wisa de mijûl neke çimkî tiştekî ji wan fêhm nake. “Here ji me ra çayeke xweş çêbike û zû vegere," domand bavo, “ez ê ji we ra çîrokekê bêjim ku yekî dîwane ber çend rojan ji min ra gotibû.
Me misînê çayê di navbera xwe de bi cîh kir û bavo dest bi çîrokê kir:
“Li welatekî pirr û pirr dûr gelekî azad û serbilind dijî ku hîn tiştek li ser xwedê û olên wî nebihîstibû. Bo wan kesan peyvên wek musilman, xiristiyan, cihû, katolîk, diruzî, sunnî, hembelî, henefî, elewî... ji xwebêjan vala bûn. Welatê wan ji welatên cîhana kevin bi gellek awayan cuda bû û her weha erf û adetên wan. Lawirên wek hesp, ker û qantiran jî li wir nedihatin nasîn.
“Rojekê ji rojan keştiyekê nêzîkî li warê wan kir û komek peyayên çermspî li wan bûn mêvan. Mazûvanan qedrê biyaniyan bilind girtin û li şûna hinek caw, neynikekê, yan tûtikekê zêr û yaqût dan wan. Li dû derbaskirina rojine wek yên di xewnan de yên çermspî li welatê xwe vegeriyan û ji xelkê re gotin ku wan berê keştiya xwe dabûn rojava lê li gel wê jî gihîştibûn Hindistanê û li kesên hindî bûbûn mêvan. Bi encama vê yekê şêniyê Ewropa navê ‘Hindiyan’ li xelkê wî welatî kirin tevî ku va welata û Hindistan pirr ji hev dûr bûn û ji rengê çermê endamên her du gelan bigir ta toreyên wan ji hev û din cihê bûn.
“Ji ber ku keştîvanan li ser zêrê pirr, jinên tazî û zeviyên dewlemend şor kiribûn şah û kiralên Ewropayê biryar girtin, ew ê hejmareke ji bawermendan bişînin wir da ku rêya xwedê têxin ber danistvanên wî welatî. Wisa jî komeke ji bawermendan berên xwe dan rojava, bi armanca ku biçin ‘Hindistanê.’ Bawermend bi plan û tevdêr diçûn û heta bi hespan be jî li gel xwe dibirin.
“Dema ‘Hindiyan’ bawermendên nû gihîştinî li ser hespên wan dîtin, tirsiyan û ji wan re secde kirin ji ber ku wisa texmîn dikirin hesp û siwar bi hev de ne, yek in, û her yek ji wan xwedêyekî mêvan e, yan bi kêmasî şandeyekî xwedê ye. Dirêj nekir yên ‘hindî’ pê hesiyan ku hesp û siwar ne eynî can û giyan in. Wan di çav xwe re kirin ku beşê bi seriyê mezin ji paşiya xwe pîsiyê derdixe û beşê bi seriyê biçûk bi serê xwe dirî û dimîze. Bi encama vê yekê ‘Hindî’ têgihîştin ku beşê serimezin lawirekî çarling e û yê seriçûk mirov e. Her weha tê gihîştin ku ji yên çermspî kesek ne xwedê ye, ne jî pîroz e, ji ber ku pîsî ji xwedêyan û yên bimbarek dernayê.
“Lê Ewropiyan bi serhişkî domandin ku ew û ramanên wan pîroz in. Wan ‘bi navê xwedê, kurê wî û canê pîroz’ dest bi kujtina ‘hindiyan’ kirin. Ji ber nerindî û neheqiya wan asîman li jor weqa fedîkar bû ku rojê bi dirêjiya çel rojan xwe veşart û raber nekir, lê mêvanan wer texmîn dikirin ku asîman û roj li wan hêrs bûne çimkî wan nikaribûn di nav kurtedemekê de va şêniyê kafir û hov wînin ser riya rast. Bi encama vê baweriyê wan stemkarî û zordariya xwe duqat û sêqat kirin.
Serdariya Ewropiyan domand û ji welatên wan hejmarên mezin dest pê kirin berên xwe bidin ‘Cîhana Nû.’ Rojek hat ku mêvan ji mazûvanan bêtir bûn, lê ‘Hindî' pirr dereng bi tehlûkeyê hesiyan. Wan nuha bi tîr û kevanan li dij tifing û topan ber xwe didan; ciwanmêrî û lehengiya wan bi agirê barûdê dihatin şewitandin.
“Dû re hat dema ‘peymanan,’ lê naveroka wan di rûpelên xwe de bêjeyên xapandinê, dubendiyê û xasûkiyê dihewandin ku xwebêjên wan bo yên ‘Hindî’ biyanî bûn. Wisa jî ew car li dû carê hatin xapandin û geh bi rihetî, geh bi zorê, di ‘kampên taybet’ de hatin bicîhkirin. Ji vir û şûn ve mirina neteweyekê dest pê kir û endamên gelekî fêde û mêrxas, yên ku wek baz û şahînan sînor û dîwar nedinasîn, bûn wek dewêr. Rojek hat û şivanên wan jî mirin, û ‘Hindiyên Sor’ (Hindiyên Sor: ji ber ku ewropî bi şaştiya xwe hesiyan û dîtin ku warê nû ne Hindistan e) bi ber leheya ramanên ‘bawermendan’ û ‘şaristaniya’ Ewropiyan ketin.
Dema yên ewropî rojekê pê hesiyan ku ev cîhana nû ne tenê giravak e, lê erdekî fireh û pahn e, bi hebûna ser û binê xwe zor dewlemend e, wan dest pê kirin ji xwe re Ii koleyên nû bigerin da ku wan têxin ber kar, bi hêza destên wan û berhemên zeviyên bi xêr û bêr xwe û hebûna xwe qelewtir bikin. Li gel ku xwedê û pêxemberê wan koledarî qedexe kiribûn jî, wan biryar girtin ji Afrîkayê zarok û ciwanan birevînin, wan ji merî û malbatên wan bidizin, û ji xwe re bikin kole û xulam.
“Tê gotin ku ‘Cîhana Nû’ dû re bû du beşan û di her beşekî de welatên cuda hatin holê; û dibêjine ku îroj li welatine beşên serdest û yên bindest hene û li hinekan şêwene koledariyê hîn jî berdewam in.”
* * *
Bavo destmal ji beriya xwe derxist û bi ser eniya xwe re xuşand, wek xuhê damale, lê çi şopên xuhê li ser eniya wî tunebûn. Bawer nakim diya min tiştek ji çîroka wî fêhm kiribe lê da ku wî dilşad bike pirsî, heke çîroka kesê dîwane rast be. “Nizam”, bavo bersîv da, “yê dîwane nuha li bajarekî mezin di hebsê de ye ji ber ku dawiya çîrokên wî nedihat, çîrokên ku şêniyê bajarê me jê fêhm nedikirin.”
Ez çûm razêm lê çîroka yê dîwane, bejna Fatmeyê, wêneya Hemê xwe bêyî berxwedan di destên du polîsan de berdayî û imtîhana sibe hemî li nav hev ketin û xew ji çavên min dizîn. Nizanim çima ji nişkan ve pirsekê xwe di nav hişên min de bi cîh kir: Gelo mebesta yê dîwane bi gotina çîroka “Hindiyên Sor” li bajarê me çi bû? Min sond xwar, ez ê li bersîva vê pirsê bigerim.
1984


























FIRRÎN

Şahînê Bekirê Soreklî: shahinsorekli@hotmail.com

Di pêşejiyana wî de hêviyekê xwe di kûraniya dil de livandibû, hêviya ku bikaribe bifire. Rojekê, dema ew li gel bavê xwe çûbû zozanan, çavên wî li bazekî azad ketibûn û wî bi hemî hestên di dilê zarokîn de xwe ber bi bazê li jor hildabû û ji Yezdan tika kiribû ku wî jî bike teyrekî wek wî bazî.
Di dilê zarokî de roj li dû rojê meraq mezin bû, meraqa bidestxistina du qanadan da ku bi wan bigihê hêviya xwe.
Di sibeya nîsaneke saleke bêjimar de pêriyeke ji çîrokên toreyîn yên rojhelatê xwe gîhand zarokê li ser girekî li ber berxan, lawikê ku nuha bûbû heft salîn û gotê, “Lo Azado! Lo Azado! Ha ji te re du qanadên pêriyan, were li gel min, em ê bi hev re bifirin lê tenê ji bo bîstekê!” Zarok ket nav deryayeke şahiyê, ramûsanek wek diyarî da pêriyê û hew dît ew bûye bazekî azad, wek yê ku wî rojekê li gel bavê xwe dîtibû. Ew li asîmên fertiliya, bi pêriyê re firiya, bi rojê re keniya, û firiya û keniya û firiya ta ku serxweş bû di nav hestên bexteweriya xwe de û nema xwazt vegere, lê da ku sozê xwe bi cîh wîne û pêriyê li vê kirinê poşman neke vegeriya û li dû wendabûna wê giriya, lê dû re keniya, da lotikan û ber bi aso reviya. Êdî baş dizanibû ku dilê bi daxwaz dikare bigihê hêviya xwe; û car din keniya, ber bi aso reviya û keniya.
Ew xweşbûyera rojeke zarotiyê di beşekî dilê wî de ket gorê; û roj û şevan xwe bi hev guhertin, û germahiyê bihar di nav havînê de heland, bayê payîzê germahiya havînê kujt û berf û barana zivistanê pelikên payîzê nimandin; û bi hatina bihareke din re erd dîsa xemilî û dar car din kesk bûn û pelikên nû dan hebûnê. Û biharek çû û yek hat, û sal û saldemên jiyanê dan dû hev, wek pêlên ava çemekî, û zarokê heft salîn bû ciwanekî hevdeh salîn û ciwanê hevdeh salîn bû peyakî çel salîn û peyayê çel salîn bû pîremêrekî heftê salîn: “Lo, Lo! Jiyan xewnek e.”
Rojeke ji wan rojên çiksayî, li kêleka ava Deryaya Aram, li welatekî pirr û pirr dûr çavên wî li keçeke sê-çar salîn ketin ku dixwar şekirekî ji wan şekirên bi darik, û hat bîra wî yekemşekirê ku diya wî jê re li gundekî biçûk kirîbû ji etarekî. Dû re çavên wî li xortekî ketin ku bi ramûsanekê evîna xwe li ser lêvên ciwaneke bejinzirav mor dikir û hat bîra wî yekemevîna wî, yekem ramûsana wî, bişkifandina kulîlkên ciwantiya wî û hişkbûna pelên dara bihara wî; û ji nişkan ve çavên wî li keweke deryayî ketin û hat bîra wî yekemfirrîna wî, û wî da xwe ku bifire, lê ket xarê. Û careke din bizava firrînê kir û careke din û yeke din, û hew dît canê wî ji giyanê wî vediqetêye, û can bû teyrekî baz, li asîmên firiya: “Wey lo! Wey lo! Çawa xewn bi ber bê dikevin!”
Hinek li kêleka ava deryayê diqîriyan, digotin pîremêrek di şûna xwe de ket û mir: “Wey rebeno, bêxwediyo, kalo!” Lê canê pîremêr li jor dikeniya, difiriya, dikeniya û difiriya. Çiqa xweş e azadbûna canî ji giyanekî pîr bûyî! Û firrîna wî domand ta ku gihîşt gundê ku diya wî jê re kirîbû ji etêr yekemşekirê wî. Û canê wî di kûraniya xwe de êşiya dema wî dît, ne gund êdî gundê zarokiyê ye, ne jî ew êdî zarokê gundî ye. Û pîremêrê bazîn bi daxwaz ber bi jor rabû ta ku wenda bû di nav ronahiya rojê de, ta ku bi tevahî di nav tîrêjên wê de heliya: “Lo! Lo! Xewn di nav xewnekê de bû xewnek.”
Di eynî rojê de, li eynî gundê kurdistanî, zarokeke çar-pênc salîn du perên bazekî li ser mitekî bejî dîtin, ew birin ji diya xwe re û gotê, “dayê, min bazekî pîr dît, ber bi rojê difiriya û va ne du perên ji wî ketinî.” Dayikê zarok hembêz kir, maç kir ji herdu çavan û keniya. Xewneke nû şûna yeke buhirî digirt.















Kirîna Serokekî

Qado Şêrin: qadoserin@zonnet.nl

Kongirê partiyê yê di 20/09/2001 li gundê Nehroz lidar ketibû vê carê ne normalbû, ne tenê jiber ku piraniya nûnerên herêman amdebûn û yên jinan jî, belê vê carê ta bi nûnerê Zarokan jî amedebûn, kongir sê roj û sê şevan berdewam kir, axaftin di babetekêde diçû û dihat, çilo û çawa dê serokekî nû jibo partiya xwe hilbijêrin..?, da partiyê bi demêre bighîne û ber bi pêşxistinêde bajo, nûnerekî di gotina xwede gotibû ku partiya me jiber ên dîve gelekî li paş maye û ev jî wekû tête xuyakirin ji serokê giştîye, xuya dike em nizanin serokên baş û zana hibijêrin, ya dî em kurd ji partiyekê tenê serokê giştî dinasin, ew başbe partî hemû başe xerabe jî partî hemû xerabe, hemû kar û xebat, pêşveçûn û paşveçûn di vedgere serokê giştî, di paşre nûnera jinan gotibû ku jiber vê yekê divê em serokekî hilbijêrin ku milet hemû li dorêbe.
Kongir sê roj û sê şevan dirêj kir ta ku biryara dawî standin, geh axaftin sar dibû geh jî germ dibû, di çaxê bênvekirinêde jî hemû di vê yekêde mijûlbûn jibilî Zarokan ên bi gogê dilîstin namaze nûnerê wan lîstikvanekî jîr û zanabû, fanêlekî zer lêbû, navê xwe û nemra 10 an liser çap kiribû bi wateya ku ew lîstikvanekî Berazîlîye, di roja sisiyande jî hîn ew ne axiftibû, navê wî di lîsta gotin bêjande tunebû lê sikretêrê komîta navendî û liser daxwaza wî destûr da ku ew jî tuştekî bibêje, ji ne çarî hemûyan guhdarî wî kirin, wî got:
-Di cîhana gogê (Fûtbo) )de piraniya tîmên dunyayê wek Barselona, RiyalMadrîd, Manişister Unaytid û Lazyo Roma rêzên xwe bi lîstikvanên biyanî xurt dikin, bi melyonên dolaran lîstikvanên baş û zana dikirin an jî kirê dikin da ji wanre bilîzin, vêga em jî dikarin serokekî baş ji partya xwere bikirin an jî kirê bikin !!.Hemûyan bi mat li hevûdu nêrîn û gotin: Bi xweda te tenê ya rast û durust û hêja got. Û biryar bi vê yekê standin.Yek ji nav koma endaman rabû ser pêyan û bi dengekî bilind got: -Ez çavê te bixwim, tu yê kêye xweda te bihêle..?.
Ev yek hîn di tevaya dunyayêde nebûye, helbet wê bûyerek hêja û rojanebe jibo hemû rojnamegerya cîhanî, partiya me wê ya yekemînbe ku vê yekê dike û ne dûre ku partiyên dî jî wisa bikin, helbet dê wisa bikin da partyên xwe pêşde bajon, kirîna serokan jibo partiyên rojhilat zor gerek û pêwiste hin jibo lihev guhdar kirinê hin jî jibo demuqratiyetê, ev serok dê me fêrî gelek tuştan bike em jê bê parin, endamekî wisa ji xwere got û pirsî: -Lê gelî hevalan ka hûn kê liber çavan dibînin da em wî ji xwere bikirin û bikin serok ?
-Ronaldo…, zarokekî wisa û bi ken got lê kesekî deng nebir xwe, mirovekî rîspî li kêleka wî ya çepê rûniştîbû jê pirsî: -Ew çi kese û çi dike..? -Mamo ew Berazîliye, di tevaya dunyayêde kesekî wek wî jîr û zana di gogêde nîne, lê pir buhaye haaaa!!.
-Çavê mamo em pirsa serokan jibo partiya xwe dikin, çi çaxa me Kurdistan rêzgarkir emê wî yê te got bikirin bila ji mere bi gogê bilîze, te got navê wî çibû..?.
Nûnerê herêma bakur rabû ser kab û nîvekê û destekî xwe bilind kir, çi mirovê axaftina wî heba wisa dikir, da herkes wî bibîne,wî got: -Yê em wî bikirin divêt Ewropî be çimkî Ewrupî pir demuqrat û dilovanin û bi mafê mirovan jî rene.
Ji nav hemûya rîsipiyek rabû ser pêyan û mîna pêşniyarekê got ku herkes dikare navekî pêşkêş bike û di dûvre em dê wan navan daxînin hilbijartinê, di dema ku pelik belv kirin û dan ser hev çar nav hatin meydanê, Con Mîcer,Hilmot Kol, Nîlsom Mandêla û Bil Kilînton, jibo hilbijartina navekî ji wan kongir rojek dî dirêj kirin, di demên dawîde ev pirsgirêk çareserkirin. Dema herçar navan deng wekû hevûdu anîn çar partî ji kongir derçûn.
Holland -19/01/2002










Pelindar

Salih Xazî

Dengê peqîna qêjiya wî ew geliyê kûr maliq kir. Keviran [ew] avêt ber hevdu lê her zû Xabûrî dengê wî hilmirîst. Dubare sîngê xwe tijî ba kir û gaziyek din rahêla. Pirtên hişkehewara wî çirûsk ji keviran jenîn û pelûxên daran girêl kirin. Deriyê gelî hat nijinîn û her tiştê bi avê de hatî ket siltê. Ava wê pengiya û gupikên daran tê de xeniqîn. Teq kêrî û lat û revizde vegirtin ta giha kulumtê danga çiya! Di navbera daylokekê de bû biyabanek hişk û kelişte ketinê. Strîmişk û serkirrînkan kerqebanê lê dikir û teq masiyan melevanî li dêmê dikirin.
Dubare kotela sîngê xwe pif da û qêriyek dî ji binê piyan rahêla. Vê carê Yezdan li hewarê hat: ewran xwe lêk da û birûsiyan zarok ji xwe rakirin. Giyanewerên avis beravêtin. Gijlokek dindikhûr ew gelî dapûşand û kirasek spî kir ber. Di navbera çav û birûyan de, kalek rihkever serê xwe ji nav hilanî. Lê berî danûstandinekê çar kinar palebûn û [ew] stunavmil kir.







Bedewnivîsek bi êş a li ser Mezopotamyayê

Suzan SAMANCI

Em ji kişwera Şamaşê por rojîn tên. Bêdengiya me di hundirê me de bû rûbar.Em veke şeytanokên ber behrê di avê de dixeniqîn.Ne xaniyekî min û ne jî bajarekî min ê ez lê êş û azarên xwe binivisînim tu caran çênebû. Ax!Mezopotamya ax! Kaniya derd û kula. Emrê min bi bêrîkirina te bihurî. Janên min ê qeşa girtî li hêviya helandinê ne. Wa ye!
Osis, ji rojê wê de çavê xwe dikirpîne.Dem herikîna şêrîn a di hundirê min de,ez ji çûkên Îsîs nuçeyan dipêm.Me di zarokatiya xwe de çîqolat nexwar.Di şûna wê de me ji xaniyê malê (kiler) şekirê çayê didizîn.Rojên dîtina girtî û hepsiyaran ji me re ji rojên cejnan çêtir bûn. Me tirsên xwe ji xalxalokan re dipispisand. "Kêzê bazde leşker hat!" pişt re me fêm kir ku em reşikên welatên xwe ne.
Min berdin! ez dixwazim bi peyvim,bi peyvim...çiya û bani teyr û tilûr çêtir bi min dizanin, ji min fêmdikin. Dema ku perdeya êşê ber çavên min digirt, hûn li ku bûn heyveronikiyên heyvê(!) Hûn dibêjin em bajarên mirinê dinasin;lê birastî hûn nizanin!
Hûn nezaniya xwe jî nizanin.Gava ku em digiriyan û me reş girêdida ,we av li agirê dilê me dikir û dû jêderdixist.Dixwazim bibim rûbarik û biherikim behrekê.Divê ez bibim ez.Dixwazim bişewitim, bila dûxan ji min neçe.Waye rojê Osis li qeydê xistiye:Osis wê bi nêrînên xwe yê rûsipî bi helma xwe ya agirîn wan qeydan bihelîne.Gelo şerê ku bidawî nebiye heye? Wek agirê tim pêketî.
Ah Mezopotamya ...rêya berbi Xwedê;Lê Xwedê me nabîne ku...
Keleha min dişibe masîkartuxkê.Çar deriyên min mor nekin.Dildarî ke mezin dibe. Ew hût ên hov dixwazin birêşên(filiz) ku her carê ji nû ve şîn dibin dapejinînin. Dema ku em xumîniya fîr'ewnên ku kujyarên zarokan xwedî dikin dibihîzin xwedê dizane em çiqas dibizdin. Ez ên ku fîtika mirinê ji min re lê dixin, her şev dibînim. Rû û rûçikê wan naxwiyin ! dengê wan jî...
Zerî esmeriya diya min a ku di sorgeweziyê de diheliya û dikir miremir û; "di pey her tengasiyekê re firehîkek he ye" digot. Ey delala dilê min a li dûr! pişta xwe nede min. We re dema ku roj li ber avabûnê ye em rûyên xwe di dîwarên bedenan bidin.Ku boranxane nemabin jî; siwarên ku li ser milê wan kevok û behna çiyê ji wan tê, wê dîsa ji geliyê Tigrîs derkevin û winda bibin.Pişt re ew ê li xaniyên li bin sûr a destmalê libakin, em ê jî dîlanê bigirin.Heyv weke her car bi serfirazî li me mêzedike hişş be! Bila bizûzê (sûs,güve) yezdanên depîn zêde nebin...gelo gelê Helen ji ava me ya pîroz vexwarin? û ROJ nedîtin...Ku em dereng jî mabin qe nebe me roj dît.
Ax! Mezopotamya ax ! kaniya derd û kula, tu di singa xwe de ronahîyê û taca bûkan vedişêrî...

Ji Tirkî:
Mem MÎRXAN: mmirxan@nefel.nu


















PEL

Yaqob Tilermenî: yakupdilber@akbank.net.tr

Ax welato, ax welato
Roja me zû lê hato
Bav û birên me çawa nin?
Çima xeber jê nehato.
Qedrîcan

Hîna nuh vegeriyabûm welêt. Ew welatê ku ji dûr ve bi hesreta wê dişewitîm û min dixwest roj berî rojekê vegerimê. Lê, piştî ku bûm malê welêt, min bêtir fam kir ku ji bo jiyîna li vê derê, dilekî ji pola pêwîst e.
Li hundirê hêwanê diçûm û dihatim. Tu carî neketibûm girtîgehê, lê hal û hereketên min weke ên girtiyan bûn. Ev bîst roj bûbû ku min destê xwe nedabû pênûsê; yekî wek min evîndarê nivîsê? Min nikarîbû rêzikek jî binivîsanda. Belê! Xwendin û nivîsandinê her dem rewşa jiyana min baş dipeyitand.
Bi şev bû. Geremola hiş û serê min nema di serê min de hildihat û ez jî pê re... Ez derketim hewşê. Serma hebû. Ev du sê roj bûbû ku sermayê mîna şanogerekî xwe şanî me dabû. Carekê derî ji sermayê re vebûbû. Her sal vî wextî, hin daran pelên xwe weşandibûn, lê îro hinan guh nedabû zivistanê, li gora kêfa xwe pel diweşandin. Min tu carî bi taybetî bala xwe nedabû pelweşandinê. Lê cara pêşîn bû ez bi weşîna pelekî re veciniqîbûm, tirsiyabûm. Ev pel, peleke ji dara hejîrê bû Temenê darê, nêzîkî deh salan hebû. Ez her roj di ber darê re derbas dibûm, lê hebûn û nebûna wê zêde ez eleqedar nekiribûm. Bi ketina pela hişkûzer re, hem li darê hem li xwe hay bûbûm.
Pela hişkûzer temenê min anîbû bîra min. Hîna min xwe di bihara emir de dihesiband; hîna ez nebûbûm sî salî. (Jiyan dê weha biherike? Rojekê ez ê lê hay bibim ku yekî temendirêj ketiye şûna min. Evîn xelas bûne, dost nemane.) Ez her li derveyî demê mabûm: An berî demê an jî piştî demê. Bi weşandina pelê, hatibûm ser hişê xwe. Li derve ricifîbûm, dinya ricifîbû, şev ricifîbû û jiyana emrê min ricifîbû. Tew vê tenêtiyê ez kuştibûm. Tenêbûna ji bo çi û ji bo kê? Min serê xwe ber bi jorê de rakiribû, lê esmên xuya nekiribû. Heyv û stêrk careke din di newala bêserî û bêbinî de wenda bûbûn. Ewrên ku ser bajêr nixumandibûn, nedihiştin çirûskek bi tenê jî xuya bibe. Dengê straneke ku bi newaya xwe re keser bera hundirê mirov dida, xebera rojeke nexweş dida. Hewş mîna ava li ser tifikê li ber kelê, bêdeng bû. Mirov digot qey bîstikeke din ew ê bifûre û bi ser agirê tifikê de birije. Bi vê hîskirina nexêr, min berê xwe dabû odeka xewê; lê, lingekî xewê kût mabû.
Bi çavvekirina ji xewê ve, hîna ramanên têkel ên şevaçûyî di serê min de derbas dibûn. Ez derengê şevê ketibûm nav nivînan. Bi şev heta sibehê bi Xwedê re peyivîbûm. Min lava kiribû; derdê xwe gotibû; daxwazên xwe diyar kiribû. Lê kirtînî jî bi Xwedê neketibû. Min ji wî peyvek jî nebihîstibû. Qey nedixwest bêdengiya xwe xera bike. Vê taliyê ramiyabûm: "Ma çi karê Xwedê li van deran hebû?" Taliyê ji bo ku çîrokekê binivîsînim, mijûl bûbûm. Min kiribû nekiribû, çîroka ku min dixwest binivîsînim, derneketibû ser kaxizê. Ji xwe mijara wê, kesên wê, cihê wê, bûyera wê, gişan di serê min de cih girtibû; ku dor dihat nivîsandinê, tu tevger ji min çênedibû. Min berê dizanîbû, nivîs u nivîskarî ne karekî hêsan e. Gava ku min dest bi nivîsandina çîrokekê dikir, bêje mîna niquteke ava ku di devê kaniyê de diciviya û dixindirî satilê, diherikîn ser kaxiza min. Lê beyana vê sibehê? Serê min pir diêşiya. Xewa ku min pênç şeş saetan kiribû, têra min nekiribû.
Bi çend kulm av min serçavê xwe şuştibû û vegeriyabûm hundir. Sê çar lib zeytûnên Dêrikê û pariyekî nanê hilatî bûbû taştê ji min re. Diya min di ber min de dabû, lê min bi a xwe kiribû. Ji xwe mahdê min nediçû xwarinê; armanca min ew bû ku min berî cixareyê xurîniya xwe bişikenanda. (Bê cixarê jiyan jî bêwate ye. Ku li ser cixareyê tê peyivandin, herkes mîna doktoran çavên xwe digirin û devê xwe vedikin. Cixare nebaş e! Çi nexweşî hebin, giş ji cixareyê çêdibin! Felankesê, lingekî wê jê kirin; bêvankeso, destekî wî jê kirin! Taliya van peyvan nayên. Ji xwe mirov bextereş e; hertiştî li gora berjewendiyên xwe dinirxîne. Tiştên baş, nabin mijara gotinan; tiştên xerab, her celeb peyv li ser têne gotin.) Bi şikenandina xurîniyê re min cixareyek vêxistibû. Wexta ku dixanê xwe bera ser kezeba min dabû, ez çi qasî bextewar bûbûm. Li ber derî diya min xwe gîhandibû min. Gotibû, "kurê min zêde dereng nemîne; li çiyê şer derketiye, li gora gotinan hîna didome; derve zêde ne ewle ye, zû vegere malê; ez ê şîva ku tu jê hez dikî, hûr û rêviyan, çêbikim!"
Do ez derneketibûm. Ez dixwazim vê sibehê berê xwe bidim derekê. (Do çi ye? Iro çi ye? Çi cudatî di nav wan de heye? Sibehê, pênç rojên din, şeş salên din, wê çi ferqa wan ji îro hebin?) Min nema di hundir de diqedand, divê ez derketama derve. Ku li malê dimam, an li tenetiyê an jî li xwekuştinê difikirîm. Ji ber ku armanca jiyana min, nivîs, her car ne bi min re bû. Li gora kêfa xwe carinan dihat, carinan hubira pênûsa min zuha dikir. Ew hubira ku min bi xwîna xwe diafirand... Ew hubira ku ji damarên min dilop bi dilop diherikî rehê pênûsê... Min digot qey xwîn jî di canê min de nemaye. Van fikiran wexta ku ez di kuçeya taxa me re derbas dibûm, ez mijûl dikirim.
Weke her roj, min berê xwe dabû cihê ku em lê diciviyan. Dilê min tunebû ez herim wira, lê tu alternatîfên din, tu rêyên din tunebûn ji bo çûyinê. Ez ji mirovan gişan aciz bûbûm. Çi qas mirov li dora min rûdiniştin jî, min digot qey kes ji min hez nake. Ji roja ku ez hatibûm welêt, çavên li ser min, ne çavên dostaniyê bûn. Tu tahdeya min li kesî nehatibû, bi tu mirovan re pirsgirêkên min çênebûbûn; lê, çima ku ez ne wek wan bûm, wan ji min hez nedikir.
Ez ketim hundir, çend mirovên xerîb, ên min ew nas nedikirin, bala min kişandibû. Li quncika çepê sê kesên ku her dihatin vê derê, rûniştibûn. Li quncika din, Nalîn û du keçik, li hember wan jî du camêr rûniştibûn. Min berê xwe dabû quncika ku Nalîn û hevalên wê lê rûniştî. Ez li kêleka Nalîn rûniştibûm. Nalînê, ez bi herdu hevalên xwe re dabûm naskirin. Lê herdu camêrên din, bi hatina min kêfxweş nebûbûn, bi bişirandineke nejidil, bi tenê silav li min kiribûn.
Hevala Nalînê, Şevîn, nas derketibû. Gotibû "malên me nêzîkî hev in." Lê min ew bi bîr neanîbû. Piştî rûniştina min galegala her pênc mirovan qut bûbû. Gava ku ez bi Nalîn re axivîbûm, ên din jî axaftina xwe domandibûn. Vê carê ez jî tev li axaftinê bûbûm. Em li ser bûyerên vê taliyê qewimî, peyivîbûn. Kes li dijî peyva kesî derneketibû. Hem kesî nedixwest bi ên din re têkevin nîqaşê hem jî bûyer pir eşkere bû. Li çiyayên herêmê şer derketibû. Şerê ?Fîl û Gêrîkan.? Weke hertim Fîlan û hevkariyên wan, bi xedarî cerd avêtibûn ser gêrîkan. Di derheqa kuştiyan de her hinekan li gora kêfa xwe hejmara miriyan digotin.
Galegala min û Şevînê, herdu camêr zîvêr kiribûn. Ji xwe, pir rûneniştibûn. Nalînê û keçika din jî em bi tenê hiştibûn. Vê carê em li ser tiştên taybetî peyivîbûn. Gotibû "jiyana zankoyê çawa ye?" Û behsa xebata xwe ya ji bo qezenckirina zankoyê kiribû. Peyva me hatibû li wêjeyê sekinîbû. Min ji wê re behsa xweşbûna hunerê kiribû. Wê jî pêwendiya xwe ya bi helbestê re nişanî min dabû. Mînakek ji helbestên Eluard dabû: "Ezman sayî be jî, reştarî be jî, ku mirov hez nekin, nabînin." gotibû. Sohbetê em sermest kiribûn. Bi hatina Nalînê û hevala wê re em hatibûn ser hişên xwe, sêhra di navbera me de betal bûbû. Bi xatirxwestinê em ji hev veqetiyabûn.
Îro jî weha derbas bûbû. Rewşa min a şev çawa bû, a niha çawa?.. Hîna nuh ruh bi min hatibû. Xwîna di damaran de hîna nû dest bi herikandinê kiribû. Rêzikên çîroka ku ez do li ser fikirîbûm, li dûv hev kaxiza sipî neqişandibûn. Bêjeyên di devê kaniyê de civiyayî, dîsa ji devê kaniyê xindirîbûn satilê. Min bûyera çîrokê bi dest xistibû. (Çima ez ji pela hişkûzer û ji Şevînê dest pê nekim? Ma çîrok ne hin perçeyên piçûk ên ji jiyana mirovan in?)
29.12.1998



















MEHÎR

Yaqob Tilermenî: yakupdilber@akbank.net.tr

Ji dilê min Helebçeyê re...

Hemî çîçek, gul û nêrgiz li hêviya tîrêjên rojê bûn. Diramiyan. Ava ku wê di reh û rîşalên van rehekan re bigeriya, xwe bi baranên zivistanê re gîhandibû wan. Tîna tava çileyê xav, weke pisîka ku bi nêçîra xwe mişk bilîze, bi wan dilîst. Geh diket binê ewran, geh bi hemî germbûna xwe û şewqvedana xwe xuya dibû, xwe bi esmên ve dadiliqand. Baranên çilesrîn bê xem ev dîmen temam dikir.
Ez û çend meriv û çend cîranên me, ji zarokiya xwe dûr, li ber devê şikeftekê di temaşeya rojek ji rojên taliya zivistanê de bûn. Ji bo xwegîhandina kok û ax û asasê xwe, çend pêngav bes bûn. Gavên ku min li ber devê şikeftê diavêt, mizgîniya gavên çûyînê bûn. Qirş û qalên di binê lingên min de dieciqîn, dengê zarokiya min bûn.
Vejîna xwezayê bi hemî sewal û rehek û giyandaran re zindîtiyek ava kiribû. Herdu pisîkên ku di kêlîka dawiyê de bûbûn rêhreviewên me, li ber çavên me ba ser hev didan. Bi tovavêtina pisîkan re bêşermiya sirûştê heta taliyê deriyê xwe vekiribû. Zarokên ku tênedigihaştin, radihiştin çend keviran û bi ser serê pisîkan de wer dikirin.
Dar û ber, mij û moran, gelî û newal û berfa serê çiyayan, hemiyan di parastina me de cih digirt. Mizijîneke ku xemgîniya me bi derbekê re vedişart, hatibû bi wechê me ve zeliqîbû; me navosereyan li rojên zarokiya xwe, zarokan li lîstikên weke dar û qîtik, veşartokê û çirê diramiyan. Dengê nalenala apê min Remo, xeyalên me di cih de sar kir û em ber bi hundirê şikeftê ve birin. Apê min Remo digel heftê û dusaliya xwe ji me gişan zindîtir bû, lê beriya bi çend rojan. Wexta ku çewisandin û cerdavêtinên leşkerên Sedam dest pê kiribû, ew jî ji dest ketibû û li ser pişta kerê, duta û kulek gîhaştibû vir. Ji ber nexweşiyê bedena wî bûbû mêvanê doşek û balîfê. Berê pirr lêdan xwaribû, pirr zehmetî kişandibû, lê tu carî ji axa xwe ew qasî bi dûr neketibû. Digot "Ma mirov tucarî dikarin axa xwe terk bikin?".
Li ser dengê apê xwe, ez derbasî şikeftê bûm. Apê min Remo, taseke av dixwest. Bi destê rastê min tasa avê dirêjî devê wî kir û ez di paş pala wî de rûniştim. Got, "Rahma xwedê li dê û bavê te..." . Ku hilmek ji kûr de kişand, min fam kir wê cixareyekê bipêçe. Qutiya tutinê derxist. Lê, kir û nekir nikarîbû cixare bipêça. Destê wî diricifî. "Bi xêra xwe cixareyekê bipêçe..."
Gava ku min cixare dirêjî wî kir, weke zarokekî bû kûrkûra wî. Dest û piyên min li hev geriyan, ji fediyan min nexwest li wechê wî binihêrim.
Got, "kurê min ji amojina xwe re bibêjî bila ji min re mehîrekê çêbike..."
Îcar ev ji kû derketibû, me yê mehîr ji kû bianiya. Çend bizinên ku me şîr ji wan didot hebûn; me dikarîbû mastê wan bikar baniya; lê me yê dahn ji kuderê bianiya. Min dikira ev tişt jê re bigotana, lê ez çav li çavên wî yên xaf û şikestî ketim, hêzekê xwe bera hundirê min da, "Temam apo, ez ê ji amojina xwe re bibêjim...Wê.." Hîna werê, amojina min ket hundir û got, "Tê çi ji min re bibêjî? Hi..."
***
Li nava çiyayên berzbûn û lawazbûna wan weke hev, min dikira riya xwe şaş bikira, dengê amojina min li guhê min ket, "Kurê min, dev ji apê xwe berde, lingekî wî li vira ê din li dera hanê ye. Niha çûna gund ne di cih de ye." Min li derdorê nihêrî ji min û ji sirûştê pê ve kes tunebû.
Niha ez ber bi zarokiya xwe ve diçûm. Tava bilindbûyî siya min avêtibû pêşiya min. Û pengavên min li dûv rêça siyê diçûn. Siyê rêberî dikir. Ew siya ku heta îro li dûv şopa min dikişkişî, îro bûbû rêberê min. Weke hemî rewşa jiyana min, ew jî vajî bûbû.
Gelek daristan, newal û çiya li dûv min mabûn. Ji nişkê ve dengek li guhê min ket, "Li esmên binihêre!" gotibû wî dengî. Sawekê ez girtibûm, min bê hemdê xwe li esmên nihêrîbû. Ewilî tênegîhaştibûm, lê ku min baş mêze kiribû, du reşikên ku li ser ewran hereket dikirin bala min kişandibûn. Bi lez û bez min xwe avêtibû paş tahtekê. Di vê bêhnvedanê de, ez li wira hebekî rehet bûbûm. Wan firokeyên ku bilind difiriyan ne gengaz bû ez bidîtama; tirsê jixweber ez avêtibûm binê wê tahtê.
Jê pê ve meşa min bi bêdengiya gêrikan dewam kiribû. Kêfa min nemabû. Tirsa wan bêbavan weke gurzê ruhistîn li ser pişta min peyda bûbû. Tiştekî dilê min diguvaşt. Bêdengiyeke lal li dar bû. Ji dûr ve kavilên gundê me xuya bûn. Peroşiyekê xwe di gewdeyê min de belav kir. Ji kêfa ez nema dikarîbûm li ser piyan bisekiniyama. Min dixwest ji vir û heta gund çargavî bibezim, lê gurzê ku weke siyekê ez dişopandim, hişê min anîbû serê min. "Ku ew cahşên kurtêlxwir li wira bin? Xwe ji çiyê bi dûr nexe, çiya peristgeh e, çiya sitara serê te ye!", min nizanîbû ev deng ji kû dihat, lê di kerîneka guhê min de hey dikir zingînî. Ez li xwe zivirîm, min li çiyayan nihêrî, jixweber bişirînek li ser lêvên min peyda bû.
Ewran perdeya tariyê li gora dilê xwe bi ser esmên ve dadikir. Baranên çilesrîn mîna ava ji cêr tê berdan, li ser erda xav tê wer dibû. Ez li taldeyekê geriyam, lê ji bilî xerabeyên gund tişt neket ber çavên min. Pêngavên min bi lezgînî xwe dirêjî gund dikirin. Ew barana ku min digot qey tu carî nasekine, ji nişkê ve qut bûbû. Rojê, tîrêjên xwe dîsa li seranserê erdê belav kir; tîna germê di heman katê de li bedena min ketibû.
Ez gîhaştibûm zarokiya xwe. Ne ew zarokiya nazenîn û kubar û bêguneh bû. Termên dewaran li kuçe û kolanan belav bûbûn. Cahşên ku xwe negîhandibû mirovan, heyfa xwe ji sewalên kerr sitandibû. Ji bêhna genî mahdê min xeliya û ez vereşiyam. Ez çûm ser kaniya gund, ku li hemberî mala me bû. Kanî ji ber nebûna mirovan tî ketibû. Min devê xwe xist devê wê. Weke zaroka ji nêza serê pêsîrên diya xwe diqurmiçand, min nehişî hey av vedixwar. Vê rewşê rojeke xortaniya min anîbû bîra min. Ew keça ku min jê hez dikir, wextê şîvan ji malê derketibû û xwe gîhandibû kadîna me. Ji tirsa û ji kelecanê me weke lawirên hov ramûsan ji devê hev revandibûn. Qedera neh deh deqîqeyan devê me di hev de kilîtkirî mabû. Wexta ku min serê xwe ji ser kaniyê bilind kir, bextewariya wê rojê hîna di hişê min de zindî bû. Tîna min baş neşikestibû. Du kûçikan li ser berata kerê cîranê me, goşt û hestî ji devê hev direvandin. Ew dengê ku wê tu carî ji bîra min neçûya dîsa hatibû. Bi lez min xwe avêtibû malê. Ev mal ji destê bav û apê min derketibû. Li gund û li gundên derdorê kê xanî lê bikira, bangî bavê min, hoste Biro, dikirin. Hosteyê lêkirinê li ser dîwarên vî xaniyî jiyana xwe ji dest dabû. Apê min Remo xanî temam kiribû.
Ev çavkaniya jiyana min, ev avahiya ku her havîn li ser banê wê ez di temaşeya stêrk û heyvê de di xew re diçûm, niha li def min bû. Ji dêvla ez pê kêfxweş bibim, xemgîniyekê xwe bera hundirê min dabû. Çavên min ên zuha çi qas hewil didan ku hêsiran bibarînin, lê bi ser nediketin. Terş û tewal şewitîbûn, mal şewitîbûn, dil şewitîbû. Giregir û teqereqa ku firokeyan derdixist, cardin ez anîbûm ser hiş. Ajokarê firokeyan guman bi wan re çêbûbûn û dilê xwe dixistin cih, gund dîsa bombebaran dikirin. Ez hey diricifîm, dilê min ji ber lêdaneke têkûz dikira sînga min biperçivanda û ji sîngê baz bida. Tiştên ez lê fikirîbûm nehatibûn serê min. Firoke dîsa ber bi esmên ve bilind bûbûn û çûbûn. Ku ez derketibûm derve, xerabe kaviltir bûbûn, kaniya gund bedewbûn û fonksiyona xwe wenda kiribû. Herdu kûçikên li ser beratê bûbûn nêçîr û perçeyê goştê wan ji gur û xenzîr û wawîkan re mabûn. Ji derveyê xênî de, berhema bavê min jî ew qasî baş xuya nedikir. Min bi zorê xwe ji bin beşt û sitûnan derxistibû.
Kêlîkekê mirovên li hêviya min, hatin bîra min. Ez li xênî vegeriyam û ji nav kevir û beştan li dahn geriyam. Kîsê dahn, ku min ji berê de nas dikir, gelekî ez şitexilandibûm. "Îcar amojina min dikare bi hêsanî mehîrekê bi ser de." Vê fikarê ez kêfxweş kiribûm.
Serê tiliyên lingên min mîna dûvê hechecîkan bi erdê dibûn û ji erdê bilind dibûn. Ez ne westiyayî û ne xemgîn bûm, bi tenê daxwaza min kêlîk beriya kêlîkekê xwe gîhandina şikeftê bû. Tew ku min mehîrxwarina apê xwe bidîta, bila ez wê bîskê bimirama. Mirov digot qey berê haya wan ji hatina min heye û li pêşiya min kemîn danîne, dengê firokeyan di wê newalê de hey olan dida. Remo dihat ber çavên min, Zeynê, Felît, Reşê, kotan, bizin, herdu pisîk û cîran dihatin ber çavên min. Devê gişan vekirîbû û li hêviya kîsê pişta min bûn.
Ji nişkê ve her der bûbû tarîstan. Tariyê sawa tirsê û sermayek bi xwe re anîbû. Min kîsê xwe hembêz kiribû. Û li ser dev ketibûm erdê. Ew şevên ku ez bi ser jina xwe ve daqûlî çiçikan dibûm hatibû bîra min. Ew bavê ku zarok di hembêza wî de, li ser axê bi dev ve ketibû û bûbû qurbana leşkerên Sedam hatibû bîra min. Dengê şirqînî û guregura gulleyan kevir û kuçik û ax bi ser min de dibarandin. Her parek bedena min bi hêlekê de belav bûbû, lê kîsê dahn ji hembêza min neçûbû tu derê. Ap û amojin û zarokên ku mehîr dixwestin li hêviya min bûn. Divê min dahn bigihanda wan. Ez ji ber dengê wan kerr û gêj dibûm. Dîmena miriyên Helebçeyê li vir temam dibû. Peristgehên me jî ji hêla Sedam ve hatibûn kavil kirin. Û ew dengê li guhê min ketibû, "Xwe ji çiyê bi dûr nexin" dîsa guhê min dabû ber êrîşan.
Rengê esmên, bi cûnekî tarî hatibû neqişandin. Dengê giriyê min, li seranserê dinyayê belav dibû. Min dikir nedikir kes nedihat alîkariya min. Mirovên li ber şikeftê ji ciyê xwe nediliviyan, digotin, "Tu mirî yî!".
***
Mehîr mehîra min, ez ji nava nivînan piloz bûm. Hezkiriya min a ku ev duwanzdeh sal in me serê xwe danîbû ser balîfekê, matmayî, digot "Kuro mehîra çi, qey te xewn dîtiye wî!.."
"Keçê em li kû ne? Ka zarokên me?" Hîna ez di bin bandora wê xewnê de bûm. Tazîtiya bermaliya min, ez serwext kirim. Min çû li serşokê ser û çavên xwe şuşt. Îcar min fam kiribû: Em li bajarê Edeneyê bûn. Weke her carê min li vî bajarê xerîb, xewnên welêt didîtin. Ku ez vegeriyabûm menzela razanê, dilê min çûbû mehîrê û min ji kevaniya xwe re gotibû, "Keçê rabe mehîrekê bi ser de!.."
05. 03. 2000







ŞEVÎN

Yaqob Tilermenî: yakupdilber@akbank.net.tr
Êvar e
Pir sar e
Çol e, gir û çiyan bê dar in
Tarî ye
Zarî ye
Bê te dil û can birîndar in
Kamîran Elî Bedirxan

(Nizanim ev jinik çi ji min dixwaze? Ez ji serê şeveqê de, li ser darê lingan hişk bûme, qet ne xema wê ye. Dîsa li pişta lawê xwe radibe. Ew lawê ku heta derengê şevê, di qunciqên qehwexaneyan de, ji dev û pozê wî dixana cixareyan derdiket û heta derengê rojê di nava nivînan de dima... Dîsa weke her carê ez derdên wî dikişînim. Bi qasî xerîteyekî ye, hîna ez avê li destên wî dikim. Ev jî ne bes e, taştiya wî ez datînim ber; firaxan gemarî dike, ez dişom; pêçandina kincên wî belaya serê min in. Ku wext bimîne, li fêrên azmûnê dixebitim. Ev sê sal e xwe amade dikim, lê ji ber karê malê xebata min nagihîje serî. Heye ku ez îsal jî qezenc nekim? Ma xema kê ye?)
Keça xama û bengînê xeyalên pêşerojê, Şevîn, hem li hundir bi karên malê re mijûl dibû û hem jî ew nîqaş bi xwe re dikir. Nema dikarîbû barê malê hilgirta. Xemrevîna wê di qezenckirina azmûnê de veşartî bû. Digot, ez xwe bi van xeyalan dixapînim, lê dîsa jî dev ji xebata xwe bernedida. Heta nîvê şevê li ser maseya xebatê, di nava pirtûkên fêran de wenda dibû. Bavê wê ji karekî fermî teqawît bûbû. Sî salên dirêj bi şixulînê bihartibû. Divê ji îro û pê ve jiyana xwe bi rehetî derbas bikira; lê ji hundir dernediket û pozê xwe dixist her karî. Ji acizî diket qirika jina xwe. Jinê jê re digot 'Serpîreko'. Diya Şevînê jî mîna mêrê xwe pitpitokî bû. Bi ser lawê xwe de diricifî, lê dijminantiyeke ne di cih de bi keça xwe re dimeşand. Şevînê bêtir wate nedida vê helwesta diya xwe. Çima diya wê ew çend li dijî wê bû. Digel van birayê ku çar salan li zanîngehê xwendibû û xwedêgiravî sosyalîstek bû, çima ew çend bi feodalî hereket dikir. Ev hêla birayê xwe didît, zanîngeh li ber çavên wê reş dibû, lê ji aliyekî de jî çûyina zanîngehê bi tûmî xelasî bû; divê ev çûyin bi dest bixista...
(Îcar ev sancî ji ku hatin? Ma qey wextê wan bû? Ez ê rojekê şûna van sanciyan bi kêreke ko biqelêşim. Ev çi ye, her meh tê li serê min dibe bela? Rok, du ro, sê ro ne bes, nêzîkî hefteyekê didome. Her meh... Her meh... Her meh... Ilm û zanîn ew qasî bi pêş ve çûye, ma nikarin çareyekê ji vê xwîn û xwirêzê re bibînin? Qey wê tim werê be?)
"Ez ê xwîna te rastoçep li eniya wî lawikî xim. Roj hatiye nîvro hîna birçî ye. Ma hewce ye ez her sibeh heman kilamê ji te re bibêjim?"
(Qey bi rastî jî ev xwîna han ji bo li eniya lêwik bikeve ji nav lingên min diherikî. Ne werê be ev jinik çi ji min dixwaze. De were û bikaribe bixebite!)
Êvar e/ Pir sar e/ Çol e, gir û çiyan bê dar in/ Tarî ye/ Zarî ye/ Bê te dil û can birîndar in.
Wexta ku berê Şevînê ketibû lewheya li dîwêr, pê re ew rêzikên Kamîran Bedirxan bûbûn mêvanê çavên wê. Carekê du caran di ber xwe de xwendibû.
Şevîna ku ji bêxewiyê çav lê bûbûn du tas xwîn, nema kiribû der û derketibû derve. Heta demeke dirêj dengê diya wê li ser pişta wê bû. Li hezkiriyê xwe fikirîbû. Aniha çi qas pêwîstiya wê bi wî hebû. Ew kesê mîna navê xwe Ronahî bû. Ma niha li vê derê bûbûya, wê çi nekira. Li vî bajarî, hew bi wî dikarîbû xwe bidîta. Ew jî, ji bona xwendinê diçû bajarekî din. Dixwest ku here cem diya wî, lê fedî kiribû. Diya xwe û diya Ronahî dabû ber hev û bi qasî çiyayekî cîhêtî di navbera wan de dîtibû. Lingên wê çûbûn nêzîka mala wan, lê wê berê xwe dabû hêla başûr.
Di kolana nexweşxaneyê re derbasî ser Riya Hevrîşîm (Riya Îpekê) bûbû. Zeviyên nû ajdayî, bi bêhna ku difûrand ser çavên mirovan, mizgîna biharê didan dora xwe. Tevî bêhna biharê bêhna zibil jî derdiket.
Hênikiyeke ku mirov sermest dikir hîna nû xwe rê dida. Şevîn hebekî hatibû ser hişê xwe, lê çend awirên xerab ew kêfxweşiya bi carekê re revandibû. Çima xortên vê derê ew qasî dilxerab bûn? Ma qey keçik jî nikarin mîna lawikan bi tenê bigerin? Ma serdestiya malê ne bes, li kuçe û kolanan jî didomiya? Şevînê nema dikarîbû li wir bimaya, bi bazdan berê xwe dabû hêla bajêr. Nema dixwest bi xwe re şer bike. Xwe ji kûrfikirînê dûr xistibû û dabû dû şopa rojê. Kûçik û tajî û tûleyên bajêr dabûn dû şopa wê, lê guh nedabû wan. Hestên xwe yên ku bi xweşiya zeviyan û hatina biharê re tîr bûbûn, li derveyê bajêr hiştibû û berê xwe dabû pirtûkfiroş. Pirtûkfiroş mirovekî zana bû û jê serwext dibû. Qet nebe wê bi awirên xwe yên dostanî bi pirtûkan re daniya. Weke ku dixwest, dikan xalî bû. Pirtûkfiroş li ser palkursiya xwe diponijî. Tenêtiyek ji nav refikan difûriya. Vê tenêtiyê pirtûkfiroş biribû herêmeke dûr û tevlihev. Bi hatina Şevînê re bişirandinek bi wechê xwe ve zeliqandibû û rabûbû ser piyan. Vê helwesta wî, Şevîn kêfxweştir kiribû. Qet nebûya mirovekî ku qedir û qîmetê wê dîzanîbû hebû.
Mirûzê dahilandî û zadkirî yê Şevînê cihê xwe ji mizicînekê re hiştibû. Li hal û wextê pirtûkfiroş pirsîbû. Pirtûkfiroş gazin kiribû, "Ma mirov hevdu meraq nakin? Ez çûm bajarê Amedê beşdarî hin civînên li ser çand û zimên bûm. Pir tiştên ku kêfa mirov bîne, qewimîn û tu qet nabêje ka te çi kir."
Pirtûkfiroş, peyvên xwe bi armanca haydarkirinekê anîbû zimên: Ji ber ku çend çalakî bi hev re meşandibûn. Bi peyvên pirtûkfiroş deriyê galegalê jî vebûbû. Şevîn pir li ber rewşa vê taliyê diket. Helwesta xwe bi wî awayî diyar kiribû.
"Ma qey ez dizanim ku di çi halî de me? Ji hêlekê de astengiyên malbatê, ji hêlekê xebata azmûnê û tew rewşa vî miletî... Bi şev û roj diponijim. Dixwazim wextê xwe bi xebata zimên dagirim, lê kêlîkek zemanê min jî namîne. Ziman û zeman bûne du hêmayên dijber ji min re."
Bi peyvên xwe re hebekî xemgîn bûbû. Xweziya xwe daqurtandibû û li refikên pirtûkan nerîbû.
"Wa ye te kovarên kurdî pir kirine. Kes li wan dipirsin? Wê rojê dîsa ez û yekî ketin qirika hev. Min hebekî behsa hewildana li ser çand û zimên kir, camêr rabû got 'ma çi leza xebata li ser zimên heye,' got 'tiştên girîngtir hene.' Ez hebekî bi ser wî de çûm, peyv guhert. Got, 'ne ez nikarim bixwînim.' Min kovar û pirtûk û rojnameyên kurdî pêşniyaz kirê, dîsa xwe bir û anî û got 'tiştên girîngtir hene.' Keko, ma rewşa me dê tim weha be? Birayê min zanîngeh qedandiye, dibêje sosyalîzm û nabêje tiştekî din. Dikare bi tirkî, bi saetan behsa mijarên tije 'îzm' bike; lê, tu yê bibêjî peyvek di derheqa kurd û kurdayetiyê de... Baweriya me ji kesên xwende heye, lê her çi qas ew xwe di ser gel re bibînin jî, ew di bin gel re ne."
Şevîn berê jî bi wî re li ser vê mijarê peyivîbû. Lê, roj bi roj rewş bi ya xerab de diçû. Şevînê hema li ku rûnişta ev mijar vedikir. Kesên ku baweriya wê bi wan hebû, bi yekcarî hewesa wê dişikandin. Pirtûkfiroşî dikira bersiva Şevînê bidaya, sê heb xort ketibûn dikanê.
"Roj baş, em dikarin li pirtûkan binerin?" Silavdayina xortan kêfa Şevînê anîbû. Her sê xort bi girêdan û bi rewşa xwe weke kesên zana xuya dikirin. Vêya kêfa Şevînê jî anîbû û dixwest bi wan re bipeyive. Xortê herî bejindirêj porê xwe berdabû. Yekî, mîna riha bizinan, riha xwe berdabû û ê din jî cênîkên xwe heta bin nermika guh dirêj kiribû.
Şevînê, ji bo ku balê bikişîne, bi dengekî bilind axaftina xwe domandibû. Ji xwe pirtûkfiroş nizanîbû hêdî bipeyiviya. Galegal tîr bûbû. Şevînê zêde li wî guhdar nekiribû. Her carê serê xwe kil kiribû.
(Ev jî, mîna Ronahî kesên xwende û zana ne. Min çendî bêriya Ronahî kiriye. Aniha li vira bûya... Pordirêjo çi qas çeleng û lihevhatî ye. Carekê min ji Ronahî re gotibû, porê xwe berde, pir kêfa min ji porê dirêj re tê. Keniyabû û gotibû, ji xwe re yekî pordirêj bibîne. Ji ber xeyidandina min, bi zorê ez aş kiribûm. Ev xort eynî weke ez dixwazim bedew e. Gelo ew jî bi çand û zimanê xwe mijûl dibe? Ma hey ne weke wî birayê min e. Qet nebe va ye meraqa wî a pirtûkan heye. Wa ye çû li ber refikên pirtûkên kurdî rawestiya. Min dizanîbû ne mirovekî ji rêzê ye. Ez dibêjim qey nivîskarekî wan kovarên kurdî ye jî. Ji xwe Ronahî behsa hevalên xwe ên weke pordirêjo kiribû. Gotibû, xwendekarên zanîngehê ne weke berê ne. Bi dû qûna çepgirî û pergalên xeyalî nema diçin. Gelekên wan porê wan dirêj in, rîha wan bi awayekî nûjen berdayî ne, kinc û cilên wan pir marjînal in. Ji derve tu li wan binihêrî, tu hêviya tiştekî ji wan nakî, lê ku tu bi wan re rûdinê, galegala wan li ser çand û ziman û wêjeyê ye. Bi rastî jî, daxwaza Apê Mûsa hêdî hêdî tê cih: Rewşenbîrên me jî zêde dibin! Bi van peyvan çi qas kêfa min hatibû. Zanîngeh li ber dilê min şêrîntir bûbû. Ên wek birayê min jî hebûn, lê ev jî zagoneke xwezayî bû: Dijberê hev bi hev re bûn. Qey li cihekî ku kesên baş lê hebin, çend hebên ne baş jî hene.)
Pirtûkfiroşî nerî ku Şevîn li wî guhdar nake, peyva xwe dubare kiribû.
"Şevîn va ye pirtûkên nû hatine!" Şevînê hîna nû xwe ji bin siya xeyalan dabû alî û li pirtûkfiroşî guhdar kiribû.
"Te got pirtûkên nû?"
"Erê, Enstîtuya kurdî çar berhemên nû çap kiriye: Yek jê roman e, yek jê çîrokên nûjen e, yek jê helbest e û ya dinê jî ferhenga şêst hezar bêje ye. Ferheng xwerû bi kurdî ye."
"Pir baş e. Ji kengî de em li hêviya berhemên kurdî ne. Ji xwe di rewşa îro de çi qas berhemên kurdî zêde bibin ziman û wêjeya me jî dê ew qasî bi pêş ve bikeve."
Galegala herduyan bala xortan jî kişandibû. Şevînê xwestibû ku bi wan re bipeyive, lê nizanîbû dê çawa devê deriyê peyvê veke. Gelo van mirovên zana dê guh bidana wê?
Ji nişka ve tiştek bi Şevînê hat. Sanciyên ji ber xwînrêtinê, Şevîn du ta kiribû. Bi ser zikê xwe de daqûl bûbû. Pirtûkfiroşî gotibû, xêr e. Şevînê bi kurtî gotibû, qey min serma sitendiye. Tîneke germ ji navrana wê herikîbû ser çîpên wê. Weke ku haya mirovên wira ji vê xwînê hebe, Şevînê şerm kiribû. Bê hemdê xwe wechê wê sor bûbû. Her sê xort ber bi maseya pirtûkfiroşî de hatibûn, şeş pirtûk danîbûn ser maseyê. Pirtûk yek ya Ahmed Arîf, yek ya Yilmaz Odabaşî, yek ya Mûrathan Mûngan, yek ya Bertolt Brecht bû. Herduyên din, yek bi navê Gilgamêş û yek jî bi navê Kenê Te Azadiya Min bû. Vê yekê bala Şevînê kişandibû. Çar kovarên kurdî li wir bûn, pirtûkên kurdî yên nû li wir bûn, lê wan xortan ji bo meraqê jî li wan nenerîbûn. Pirtûkfiroşî pê li ruyê xwe kiribû û gotibû, va ye Enstîtuya Kurdî çar pirtûkên nû derxistine, hûn naxwazin?
Xort li ser peyva pirtûkfiroş hebekî bêdeng mabûn. Pordirêjo bi bişirîneke teqayî devê xwe vekiribû, gotibû, tiştên girîngtir hene. Bayê serê wî bilind û jixwerazî bû. Bi çavên rewşenbîrî li xwe dinerî û digot qey betle ji wî pêvtir tune ne.
Sanciyên Şevînê zêdetir bûbûn. Pirtûkfiroşî weke yekî ku cerekî ava cemidî bi ser wî de hatibe dakirin, mirûzê wî daliqiyabû. Şevînê destê xwe di ber sakoyê xwe re danîbû ser nava xwe. Rabûbû û bê xatirxwestinê di deriyê dikanê re derketibû.


















XEYALÊN NÎVCOMAYÎ

Yaqob Tilermenî: yakupdilber@akbank.net.tr

Niha ne wextê mirinê ye
Destê me li kar sar meke?
Bar meke ewrên di çavên me li tariyê
Keserê li dilê me siwar meke!
Rojen Barnas

Dê.. dadê... yadê... dayê... dayik... Û diya min... Ez dikarim bibêjim, ev cara pêşîn e ku li ser vê bêjeyê ew çendî bi hûrbînî radiwestim. Berî ku ji malê derkevim û herim leşkeriyê, dîtina dadê, bû dîtina min a taliyê. Min tu carî ew wanî xemgîn û bi qahr nedîtibû. Hingî ji êvar de giriyabû, çav li serê wê nemabûn. Bi min re diaxivî, rondikên wê jixweber berjêr dibûn. Bi giriyê xwe re şîret jî li min dikir; lê pêdiviya wê ne bi şîretan, bi kurê wê hebû.
Li leşkeriyê nêzîka heşt mehên min çêbûbû. Ji xwe hindik ji min re mabû. Bi kêmasî ji hefteyê carekê, bi telefonê bi diya xwe re diaxivîm. Lê ev nêzîka du mehan çêbûbû, diya min nedihat ser telefonan. Xuşka min Bêrî her carê sedemek ji nehatina wê re didît; lê vê taliyê min fam kiribû ku wê demê di nav nivînan de bû. Berî ku leşkeriya min biqede bi pênc rojan nameyek hate destê min. Nameyê xeberek bar kiribû. Xebereke nexweş bû: Xebera mirinê bû, nameya mirinê bû. Tiştê ku hatibû hişê min, vaye hatiye serê min: Ji berê de min digot ku ez herim leşkeriyê ne gengaz e ku vegerim. Min bîra mirina xwe dibir; lê, min bîra mirina diya xwe nedibir.
Mirin hatibû; ne ji min re, lê ji kana jiyana min re. Piştî vegerê min dê gelek tişt bikirana. Yek jê, ji diya xwe re lêkirina xaniyekî li ser sê çar qatan... a din zewaceke li gora dilê wê... Ji xwe keçika ku wê digot min jî dieciband. Bi vê kêfxweşiyê min digot, divê ji niha û pê ve destê dayê ji ava sar nekeve ava germ. Lê, ev xeyalên min jî nîvco mabûn. Min digot qey xeyal du beş in: Xeyalên nayên jiyîn û xeyalên dibin rastî. Lê ez niha dinerim, xeyalên ku nîvco jî dimînin hene.
Bi peyabûna ji otibozê min berê xwe da goristanê. Roj zû hişyar bûbû. Rojê, li vira perdeya tarîtiyê bi lez dabû alî. Li derve ji çend mirovên karkir pê ve kes tune bû. Ez çûm goristanê, deriyê wê yê derabe bi kilîteke mezin hatibû qufaltin. Ji mecbûri min xwe di ser dîwêr re avêt hewşa mezêl. Li gora salixdana di nameyê de, ez çûm li nik mezelê diya xwe sekinîm. Gor bi du qorê perekêtan hatibû lêkirin. Ser gorê bi axa sor hatibû dagirtin. Axa sor hestiyên bêgiyan wek xalîçeyekê nixumandibûn. Çend tayê rîhanê û du celeb gulan koka xwe bera binê axê dabûn û ji kakilê mirovekê sûde werdigirt. Min xwe di goristanê de pir bi tenê û cemidî hîs kir. Hêşinahî, dar û berên di goristanê de betir ez dicemidandim. Tayeke cemidî ez girtibûm. Kêlîkekê di wî halî de mam. Min hebekî bawer jî nedikir. Temenekî bi qasî pêncî û pênc salan, jiyaneke cîhêreng, çawa weha ji nişkê ve bûbû ax? Sedema binaxbûnê çibû? Ma çûyin ew qas hêsan bû? Û... Ez niha dinerim, mirova ku min ji her tiştî bêtir jê hez dikir, bi rastî jî bûye ax. Ez niha pir şermezar im. Min berê, li gora dilê xwe qiymet nedabû dayika xwe. Min her tişt ji pêşerojê re hiştibû. Çima mirov di saxiyê de qiymet nadin hevdu? Çima mirin tê û pê ve hurmet û rêzdarî zêde dibe? Çi fêdeya miriyan li zindiyan hene? Qey gişk ev bû... Qediya... Ka ew pîreka ku ji bo min di tu derê de hilnedihat? Xwezî te zanîbûya ku ê tenê maye ne tu tenêyî, te min jî bi xwe re tenê hişt... Na, ez ne tenê me, dibe ku ez nemabim jî... Ev pirsana û nakokî serê min tevlihev kiribû.
Mirov ku diherin goristanê, di ber xwe de bi zimanê erebî tiştina dixwînin. Bi vî awayî dilsoziya xwe nîşanî miriyan dikin. Min jî dixwest tiştinan bibêjim, lê ji dilê min nedihat. Ji berê de min ji tabûtan, ji miriyan, ji darbestan û ji mezelan hez nedikir. Lê niha a ez li nik wê rawêstiyabûm, hemû bêjeyên ku min ji wan hez nedikir, wek hêmayekê di xwe de dihewand. Ez çi bikim, tenê ez naletê li wan lawirên ku ez bi zor birim leşkeriyê, tînim. "Nalet li dê û bav û cins û asasên wan bê!." Wekî din ez çi bibêjim.
Çi qas di demên dijwar de dijîm. Bi jiyaneke nîvmirî vegeriyame û diya min mirî ye. Bila aniha min destên dayê ramûsanda û bila ez jî bimirama. Ew destên mîna pembo nerm û mîna tebaxê germ, bila tîna xwe bidaya min. Çi fêde, bi tenê gor heye. Gor niha tirsê tîne bîra min, tirs dibe gor. Gor bêheziyê tîne bîra min, bêhezî dibe gor. Nakokî li ser nakokiyê, geremol li ser geremolê hişê min dadigirin.
Hevalên min ên em di temenekî de bûn, berî bi heft heşt salan leşkerî qedandibûn. Ê min ez her jê direviyam. Ji xwe îmana min ji leşkeran û leşkeriyê diçû. Bi xêra xwendinê demeke dirêj ji vê kabûsê xelas bûbûm. Min dizanîbû, weke her tiştên zarokên kurdan, dê jiyana wan î leşkeriyê jî birînên xedar pêk bianiya. Lewre ez piştî bîst salan li zimanê dayikê hay bûbûm; Piştî bîst û pênc salan li evîn û hezkirinê hay bûbûm; piştî bîst û heft salan li nivîsandinê û toreyê hay bûbûm û min nedixwest ev giş ji bo leşkeriya bêwate li avê herin. Çawa azadiya me, hezkirina me, xwendina me, xwarina me, lixwekirina me nîvco dima, wê temenê min jî bi vê çûyinê re nîvco bimaya; ez ê bimirama. Ev raman ji zû de, di hişê min de ketibû binê bîrên kûr. Tev li vana, hîna min carekê bi destê çavxezalê negirtibû; du ramûsan ji lêvên xeşîm nesitendibû; du nêrînên tijeevîn ji çavên qehweyî nesitendibû û ez ê bi vî halî biçûma leşkeriyê. Ev çi nakokî bûn? Ev çi dubendî bûn? Ev rêwingiya ji bo kê û ji bo çi bû?..
Li ser gorê rojên berî leşkeriyê û rojên ku min li leşkeriyê bihartibûn, ji nû ve di serê min de derbas dibûn. Min pir dixwest ku ez van fikiran bi diya xwe re par ve bikim, lê tu çare nema bû.
Ez naxwazim behsa wan rojên li leşkeriyê ku jahrdadayî bûbûm, bikim. Dinerim ku ne heval, ne dost û ne yar man e; neyar pir in. Kî dê hesabê wan rojên mirî bidin? Dê kî wan rojan û diya min vegerînin? Ax dayê! Xwezi min ev tişt gişk berê ji te re gotibûna. Hestên min jî mirine. Ji xeynî her tiştî encax ez vê helbestê diyarî te bikim, li min bibore:
"Hêleke min bextewarî yek tawanbarî
Ta ku em di tabûtan xin tabûyên xwe
Û em cêwiyên xwe biafirînin
An jî em xwe di tabûta xin

Li asîmanê bêxwedî "Stêrka Dê"ya min xurucî
Xew û bêxewî li min herimî
Bi "Jahra Silêmanî" jahrdadayî bûm / Nema li hêviya berbangan dimînim
Tu çavvekirî çû axê
Xeyal nîvco
Evîn nîvco
Bi gişî re jiyan nîvco ma."
Belê dayê ji bilî van peyvikên xav, tiştekî min zindî nemaye ku ez diyarî te bikim. Tu yê min bibexşînî!...
Roj bi roj pelek ji ferhenga min vediqetiya. Min di şûna pelan de sitêrk dicivandin. Ew sitêrkên ku dixuricîn. Li malê çend meriv gihaştibûn ser hev. Sersaxî dixwestin. Ê min xeftanekî ji ewran dirûtî li min pêçayî bû. Kes ne li ser bala min bûn. Gava ku peyivîbûm, min li Şevînê pirsî bû. Pê re min li awirên merivan nihêrîbû. Gişan çavên xwe arasteyî devereke din kiribûn. Per û baskên min şikestibûn. Di gîharan wer bûbûm. Li hêviya vegotina bêjeyekê bi tenê mabûm. Lê, mirov digot qey gişan zimanê xwe xwariye. Kirtînî bi yekî jî neketibû.
Yadîgara diya min, xwişka min, Bêrî, ketibû milê min û ez biribûm odeya din. Bêrî peyvşêrîn û pir henûn bû. peyvên ji devê wê derdiketin, pê re zindî dibûn. Ku bigota çi qas hênik e, li hundir hênikahiyek belav dibû û mirov xwe di nava wê hênikahiyê de didît. Peyvên vê kêlîkê ku dikirin ne hênik bûn, lê bi armanca serwextkirinekê ji devê wê derdiketin. Bêje yek bi yek dihatin nik hev û yek bi yek dilê min diderizandin. "Şevînê, Azmûn, Qezenc, Nekir... Dayika, Me, Mir, Li, Ber, Ket, Pir... Bi, Kêreke, Ko, Zikê, Xwe, Qelaşt, Û, Negîhaşt ..." Hêmayeke din jiyana min terk kiribû. Ew bedewa ku xewn û xeyalên min temam dikir, ji qatê ezmanê mejiyê min xwe tê wer kiribû û ez hîna nû pê hesiyabûm. Ji bo ku çav li hêsirên çavên min nekeve, min xwe bera hembêza Bêriyê da. Çongên min fisiyan. Tezî bi ser serê min ketin û min nema xwe dît...

17. 01. 2000


















Dil bû mecnûnê kezebê


Hêvîdar Zana

Dibarînin careke din bombeyên xwe. Belkî ev be roja qiyametê. Berî çend salan min ji dayîka xwe bihîstibû ku qiyamet di rojên wiha de çêdibe. Wê demê min gotibû: "Eger roja qiyametê were, ezê xwe di binê lihêfê de vesêrim..."
Lihêfa min tune ye. Ev çend salin min xewa di binê lihêfê de ji bîr kiriye. Dema berf dibare, bahoz radibe û ez bê agir dimînim, lihêfa min tê bîra min. Lê ez niha ji germa difetisim. Min di vê sikeftê de xwe ji ber roja qiyametê vesartiye, li derve agir bi ser bexçeyê gulên min de dibare. Xwezî guhên min ev deng nebihîstibana, pistî ku ez ji sikeftê derketibama bila sipîka çavên min birijiya û min belengaziya bexçeyê xwe nedîtiba..!
Tebîet ji sibehê ve pê hesiya bû ku ewê îro qiyamet rabe. Wê gelek rojên qiyametê dîtibûn, heya niha jî termê gelek dar û berên wê li erdê ne.
Serê sibehê ez bi jora çiyê ketim û li gel strana "Dor Kanyokê bi Nefle..." min dest bi komkirina daran kir. Weke her rojê xusînî bi pelan neket, qebe qeba kewan nehat guhê min, ba nediliviya û daran serê xwe berdabûn ber xwe. Min di dilê xwe de got: "Hebe tune be, ez îro berî her kesî hisyar bûme..."
Min çaydanê xwe yê res hilda û ez çûme ser kaniyê. Ew kaniya ku her roj bi ken û hêle hêl diherikî, îro weke hêstirên çavan bi melûlî dihate xwarê. Min bi zorê çaydanê xwe tijî kir û ez vegeriyam. Tebîet di sînê de bû, lê min tu mane nedayê. Kesekî ji me bivir li newqa tu daran nedabû, me gul û sosin û nêrgiz jî nequrmiçandibûn, çi derdê wê hebû ku îro bi derketina rojê û ezmanê weke Gola Wanê sîn û paqij, ne sa bû?! Min fêm nekir.
Dema min agir vêxist, ji bo çêkirina çaya sibehê, sîncapê ku her roj dihate ser dara li kêleka min û dikire wîze wîz, ne diyar bû. Ew her roj di wê kêliyê de dihate civanê min, xwe ji ser saxekî diavête ser yê din, bi hezar rengê balkisandinê bala min dikisande ser xwe, dihîst ku çaya min bifûre û dûman ji agirê min derkeve. Wî dizanibû dûmana êgir çiqasî tehlûkeyeke mezin e, ji bo me her duyan. Lê ew vê sibehê ne hatibû civanê min. Vê sibehê dengê sewalên zozanên jorîn jî nedihatin bihîstin. Min çavê xwe gerand, lê min pêjna sivanan jî nekir. Weke ku her kesî hev agahdar kiribin û cih û warê xwe berdabin.
Balafirên kesfê ji sibehê ve cot bi cot li derdora herêmê dizivirîn. Lê ev êdî perçeyek ji jiyana me ya rojane bû, ne tistekî awarte bû. Jixwe hîna bîst rojên me li vê kampê çênebûne. "Ne mumkîne ku cihê me hatibe kesifkirin...", me di navbera xwe de digot.
Pistî tastê, ji nîzamiya kampê notek hat. Min vekir, bi lez xwend û ez di ber xwe de besisîm. Dilê min ku ji ber bêdengiya tebîetê xemgîn bûbû, bi wê xeberê ges bû. Ma wê çawa ges nebe?! Ji paytexta welêt, ji Amedê jineke Kurd serê xwe rakiriye û daye pey sopa lawê xwe û di basurê Kurdistanê re derketiye, belê dayîkek bûye mêvana me. Pêwîste ez biçim wê bînim kampa hevalên jin. Ji aliyekî ve ez naxwazim bawer bikim û ji xwe re dibêjim: "Ne ji Hewlêr û Silêmaniyê ku gelekî nêzîkî me ne, lê ta ji Amedê jineke Kurd, heya van deran çawa hetiye..!" Li aliyê din jî ji bo ku mêvana me min paqij û sidiyayî bibîne, min porê xwe bi kulmek av sil kir û bas seh kir. Min bîst metro sûtika xwe vekir û careke din bas sidand. Min rextê xwe jî li ser sûtikê girêda, çeka xwe ya Rûsî avête ser milê xwe û berê xwe da nîzamiyê.
Di navbera kampa me û nîzamiyê de nîv saetek hebû. Ji kêfa re min ew nîv saet kir panzde deqîqe û ez gihistim nîzamiye. Min bixêrhatina yadê kir, destê wê ramûsand, wê jî enî û her du çavên min min ramûsandin û got: "Qîza min, xwezî min dayîka te bidîta û jêre bigota ku min keça te dîtiye û ew ramûsandiye. Belkî hinekî dilê wê rihet bûba..." Min got: "Hema tu dayîka min û ez jî qîza te, bawer bike weke ku min dayîka xwe dîtibe, ez gelekî kêfxwes im..." Destê xwe da ser milê min, keserek kisand û got: "Erê qîza min. Hûn tev wiha dibêjin, lê heya ku dayîk kezeba xwe bi çavên xwe nebîne dilê wê hênîk nabe. Binêre, min taaa ji Amedê daye rê û bi pey kezeba sewitî ketime, di van deran re derketime. Ji min re gotin lawê te, toxtorê te li kampa basûr e, lê xuyaye ku bejinziravê min ne li vir e. Ez çi bikim rebena xwedê! Ezê çend rojan li cem we bibim mêvan, belkî ez xeberekê jê bistînim. Min xeberek jê nestand jî ezê vegerim malê. Berxê min toxtorî dixwend, zanebûna wî weke ya alimekî bû, derya bû masallah! Porê xwe li aliyekî seh dikir, rihê xwe her sibeh kur dikir, bedlekî res li xwe dikir, kravata xwe ya sor û bi gulên spî girêdida û diçû zanîngehê. Keçên Amedê tev dil ketibûn toxtorê min, lê dilê wî jî ketibû welat, heya ku di van çiyan re derket. Ev sê salin min tu xeber jê negirtiye, ez bi qurbane we bim, min destvala venegerînin, ez di dora serê we re bigerim, de ka ji min re bibêjin toxtorê min saxe lê mirî ye..."
Dilê me hebû em suhbeta xwe dirêj bikin, lê vê carê jî noteke biçûk ji qerargehê hat. Min bi heyecan pusula vekir û xwend. Fermandarê kampê yê gistî Luqman wiha nivîsandibû: "Mêvana me nebe kampa hevalên jin, wê bîne qerargehê û li cem wê bimîne, heya ku vedigere. Eger hûn di demeke kin de xwe bigihînin qerargehê wê bas be. Hisyar bin! Balafirên kesfê îro gelekî diçin û tên..."
Min çenteyê yadê rakir, bi destekî wê girt û me berê xwe da qerargehê. Pêwîst bû em ber bi jor ve biçûna, lê yadê ji bo meseke wiha ne amade bû. Her deh gavan carekê em disekinîn, dayîka pîr bêhna xwe vedikir, pistre me dîsa mesa xwe berdewam dikir.
Yadê di navbera pêncî û pênc û sêst salî de bû. Navê wê Besê bû. Pista wê xûz bûbû, serçavên wê tev qermiçî bûn. Her xeteke eniya wê sahidê dîrokekê bû. Dilê wê jî zeîf bûbû û mîna berê alîkariya wê nedikir. Lê xuya bû ku derdê kezebê dabû ser her tistî û yadê bi çol û çiyan xistibû.
Balafirên li ser serê me bala wê jî kisandin, got: "Ev pîlotên bêbav me nebînin qîza min! Ma ev balafirên kîjan dewletê ne?" Min got: "Balafirên Tirkanin yadê. Her roj wiha di ser serê me re difirin, herêmê kesif dikin, li cih û warê me digerin. Dema ku dibînin jî, hemû bombeyên xwe davêjin. Piraniya caran jî nikarin tu zerarê bigihînin me. Cihê me bi ewlekarî ye. Çiya û sikeftên me dikarin me bas biparêzin. Lê ez li ber van dar û beran dikevin, daristanan disewitînin. Eger ku ne ji vê sînkayiyê be, wê ba, av û jiyan li van deran nemîne..." Yadê bi bêhneke çikiyayî li min guhdarî kir û got: "De bila hûn sax bin û em derdê we nebînin, wê dar û devî careke din sîn bibin qîza min. Ma vî welatî hindik ser dîtine! Ma ev dar û devî careke tenê hatine sewitandin! Wê sîn bibin, bila yadê bi qurbane we be, wê sîn bibin..." Dema ku dayka Besê diaxifî, çavên min çûn ser termên darên li erdê. Ev herêm di dema serê Îraq û Îranê de hatibû bombekirin, lê hîna li sûna wan darên mirî, yên nû sîn nebûbûn. Wê zû bi zû sîn nebin jî. Êdî barûd ketibû rehê wan. Ax ne mîna berê bi bereket bû.
Sikefta qerargehê di qontaxa çiyayekî bilind de bû. Hûn ya rast bixwazin ew bi xwe sikefteke biçûk bû, lê hevalan ew bi dînamîtan mezin kiribûn. Dînamît têde teqandibûn, tehtên wê ji hev perçe kiribûn û avêtibûne derve. Bi vî awahî sikefteke ku deh kes bikaribin têde bimînin çêkiribûn. Hejmara hevalên ku li wê derê diman pênc bûn. Niha wê her pênc heval ji xwe re sikefteke din bibînin û wê sikefta qerargehê ji min û yadê re bihêlin. Hevalan devê sikeftê bi çiwalên tijî axê teng kiribûn, ji bo ku perçeyên bombeyan zerarê negihînin tu kesî. Li kampa hevalên jin jî bi vî awahî me ji xwe re sikeft çêkiribûn.
Fermandarê gistî Luqman, li devê sikeftê li benda me bû. Dema me nêzîkî lê kir, hate pêsiya me û bixêrhatina yadê kir, destê wê ramûsand. Me silav li hev da, destê hev guvast û em derbasî hundirê sikeftê bûn. Sikefta yadê hatibû amadekirin. Çend çiwalên êrd bi hev ve dirûtibûn û li erdê raxistibûn, metereyeke avê û qedeheke naylonî danîbûne ser. Ji cem hevalên birîndar betaniyek jî ji yadê re peyda kiribûn. Beramberî germa li derve, hundirê sikeftê gelekî hênîk bû.
Em rûnistin. Min qedehek av da destê yadê. Ava xwe vexwar, bêhna wê hate ber û dest bi çîroka xwe kir. Ji Luqman xwest ku ew xeberekê ji lawê wê bîne. Gelek kesên nêzîkî partiyê jêre gotibûn ku lawê wê li kampa basûr e. Wê jî bi vî temenê xwe, her zorî dabû ber çavê xwe û hatibû. Her tistê ku berê ji min re gotibû, careke din ji Luqman re jî dubare kir. Fermandar Luqman wiha jêre got: "Ez toxtor Filît bas nas dikim, ew di nava gerîla de jî toxtoriyê dike. Lê mixabin ne li vê kampê ye. Dîsa jî xwe aciz neke, bêtêlên me hene û em dikarin ji her derê bipirsin, ka ew niha li kîjan herêmê ye, û di çi rewsê de ye. Wê heval li ser rewsa wî me agahdar bikin. Eger ku em bizanibin ew li kuderê ye, emê jê bixwazin ku were ser bêtêlê û bi te re biaxife. Heya ku em xeberekê ji wî distînin jî, wê tu mêvana me bî..."
Xemgîniya li ser çavên dayka Besê ya sê salan xwe ji hêviyê re hîst û wenda bû. Xetên li ser eniya wê nerm bûn, hinekî di ber xwe de besisî. Bû weke dayikeke ku pistî êsa welidandinê zaroka xwe di hembêza xwe de bibîne û tevayî êsê ji bîr bike. Yadê deh salan ciwan bû.
Luqman, ez û yadê bi tenê hîstin û çû ser bêtêlê.
Dema firavînê bû. Min dizanibû ku yadê gelekî westiyaye û pistî hêviya ku kete dilê wê dixwaze bi lez gezek nan bixwe û serê xwe deyne, hinekî vehese. Min got: "Yadê, ezê biçim firavînê bînim, wê tu bi tenê bimînî, eger balafiran dest bi bombardûmanê kirin, ji sikeftê dernekeve, ev der bi ewlekarî ye. Ji bîr neke bila devê te vekirî be, eger ku tu devê xwe venekî wê guhên te ji dengê bombeyan biteqin..." Yadê bi balkêsî li min guhdarî kir û got: "Ez ji cihê xwe nalivim qîza min, ma ezê çi bikim rebena xwedê... Ez jî weke we tevan, ma canê min ji yê we sêrîntir e! Bila ez bi qurbane rihê we bim... Bela xwedê li wankeve însallah..."
Ezê xwarinê ji metbaxa hevalên xort bînim. Her roj çar heval ji bo çêkirina xwarinê têne wezîfedarkirin. Di qazanên mezin de xwarin ji bo sêsed-çarsed hevalî tê amadekirin. Her grup berosa xwe dibe, hejmara grupa xwe dibêje û li gorî wê hejmarê xwarinê distîne. Ez jî ketim dorê. Hevalên ku wê rojê asvan bûn xwarina germ çênekiribûn. Nan û helaw belav dikirin. Dema ku dor gihiste min ji min re gotin: "Hevala Hêvîdar, balafir îro gelekî diçin û tên, me ji ber vê yekê agir daneda û xwarina germ çênekir. Em nan û helawê belav dikin. Lê belê me bihîst ku dayîka hevalekî ji Amedê hatiye, me hevalek sande gundê herî nêzîk, me ji wê re firengî, îsot û bacanên res anîn. me ji bo yadê tirsik û savar çêkiriye..."
Min weke her roj hesabê xwarineke bi tenê kiribû. Hevalan tirsik xistin satileke biçûk, savar xistin berosa min û du nanên sêlê jî danîne ser savarê. Min bi kêfxwesî berê xwe da sikeftê. "Wê yadê bibîne em li serê van çiyan savar û tirsikê jî çêdikin. Belkî ji bo yadê ev xwarineke rojane û feqîr be, lê li vê derê..!" min bi kêfxwesî di dilê xwe de got.
Ez gihistin sikeftê. Yadê betaniya xwe ji xwe re kiribû balîf. Destekekî xwe xistibû bin serê xwe û ketibû xeweke sêrîn. Min nexwest ez wê hisyar bikim, lê min dizanibû ew birçî ye. Ji sibehê ve tistek nexwaribû. Min mersefa ku hevalan ji bo yadê anîbûn sikeftê paqij sûst û savar xiste hundirê wê. Firaxeke din tune bû ku ez tirsikê têximê, ji ber vê yekê tirsik di satila biçûk de ma. Min du kevçî jî bas sûstin û ji bo yadê danîn kêleka mersefê. Min xwest ez bibêjim "yadê rabe xwarinê bixwe, berî ku sar bibe..." lê gotin di devê min de ma. Ez çi bibînim! Ez û yadê ji niskê ve û bi carekê de her du bilind bûn û di erdê de lêketin. Min bi destê yadê girt û ew kisande dawiya sikeftê. Weke ku xewnek dîtibe yadê veciniqî, heya wê kêliyê jî nizanibû çi bi me hat. Min got: "Tistek nabe yadê, Tirkan dest bi bombardûmanê kirin, cihê kampê kesif kirine, wê çil û pênc deqîqeyan yan jî saetekê bidomîne, lê di vê sikeftê de fûze jî bibarin wê tistek bi me neyê..."
Di dema bobardûmanên kampan de artêsa Tirk jetan bi kar tîne. Ew dizanin ku kampên me li hemberî êrîsên hewayî bi tedbîr in. Doçkayên me nahêlin ku ew hedefên xwe bibînin. Roket û BKC jî ji bo helîkopteran amade ne. Jixwe cihê ku ev çekên giran lê peyda dibin, helîkopter nikarin tevlî bomardûmanê bibin. Ew nêzîk dibin û bi piranî wezîfeya koordînekirin û kontrolkirinê bi cih tînin.
Vê carê jî tenê dengê jetan tê guhê min. B-7 (rokêt) û her çar doçkayên me jî ketin êrîsê û dengê xwe tevlî dengê bobmeyan kirin.
Dengê yadê bi zorê tê bihîstin. Destên wê di nava destên min de weke pelên çilo diricifin. Ez ditirsim ku dilê wê bisekine. Lê belê wê dest bi selewatan kiriye û dilê xwe ji nava vê qiyametê bi dûr xistiye. Hewara xwe digihîne tevayî sêx û misayix û ewliyan. Ne sêx Evdilqadirê Gêlanî hîst, ne jî Xocê Xizir. Xwe avête ber bextê sêx Silêmanê pak û Veysel Qiran... Siltan Sêxmûsê ku gelek jinên kordûnde kiribûn xwedî zarok, mirov ji bayê fecrê xelas kiribûn, kesên kût mesandibûn, kor bi çav kiribûn, gelac û nebas rûres kiribûn... hemû hatine bîra yadê. Hewara xwe gihande dergeha wan sêxan û berxek kire sedeqe.
Sikefta me bi dengekî ku em ji guh kirin hejiya. Hundir bû toz û dûman. Me her duyan dest bi kuxukeke xerab kir, yadê dikir bifetise, hema ez bi lez rabûm ser xwe û min xwe avête devê sikeftê, ew betaniya ku hevalan bi derî ve daleqandibûn, min bi zorê kisand û avêt. Berî ku bombeya din bigihêje erdê min metereyê avê gihande cem yadê û bi dengekî hinekî bilind got: "Desmala xwe bide min yadê! Ezê desmalê sil bikim, deyne ser dev û pozê xwe, wê hinekî bêhna te derkeve... Hindik ma wê biçin..."
Pistî ku min betanî ji ber derî avêt, bêhna me hinekî vebû. Qazana dawiyê li ber devê sikeftê ketibû. Gelekî nêzîk bû. Weke ku zelzele çêbibe, sikeft xurt hejand. Guhên min û yadê hatibûn girtin, ji ber vê yekê em bi dengekî bilind diaxifîn, me bi zorê dengê hev dibihîst. Lê rewsa me gelekî bas bû. Eger vê kêliyê em li derve bana, yan jî li ser kaniyê bana, wê me mirin bi çavê serê xwe bidîtiba. "Ez bawer dikim karê xwe qedandin yadê" min got. Kuxukê nedihîst ku yadê biaxife. Min bi destê wê girt û me serê xwe di deriyê sikeftê re derxist. Bêhna barûdê da ser rûyê me. kaniya avê, ax, dar, gul û sosin... hema hema her tist di wê kêliyê de bûbû barûd. Ewrekî res girtibû ser kampê. Ji sûna qazanan dûman bilind dibû. Her tist di nava bêdengiya mirinê de bû.
Ez li vê derê tistekî bibêjim, dema ku bombardûman dest pê dikin, her kes mecbûre bêtêl û radyoyên xwe bigire, min jî bêtêla di berîka yêlegê xwe de girtibû. "Bawer dikin ez niha dikarim têkiliyê bi hevalan re deynim û li rewsa kampê bipirsim" min ji xwe re di dilê xwe de got. Berî ku ez li wan bigerim ew li min geriyan. Ji bêtêlê dengê Luqman bilind bû: "Artêsa Sor... Artêsa Sor..!", ji ber ku me kampa xwe ji ya hevalên xort serbixwe ava kiribû û me kumên bi stêrkên sor didan serê xwe, hevalên xort navê "Artêsa Sor" li me kiribûn. Ev nav di bêtêlan de jî weke koda me bikar dihanîn. "Kerem bike, Artêsa Sor guhdar dike" min bersiv da. "Heval, rewsa te û yadê çawa ye? Gelek bombe nêzîkî sikefta we ketin, em ditirsiyan ku tistek hatibe serê we..." got. "Em bas in heval. Raste, min jî texmîn kir ku sikefta qerargehê kirine hedef. Eger ne ji parastina doçkayên mebûna, wê sikeft bi ser serê min û yadê de bianîna xwarê. Dev û pozê me tijî barûd bû, yadê hîna jî dikuxe. Lê rewsa me ne xerab e, hevalên din çawa ne, haya we ji kampa hevalên jin heye?" min pirs kir. "Du birîndarên Artêsa Sor hene. Giraniya bombardûmanê li ser wê kampê bû. Ez bawer dikim cihê doçkaya wan nas kiribûn û dixwestin birûxînin. Hevalan gelekî li ber xwe dan û xwe ji ser doçkayê nedane aliyekî. Serîda doçkayê derbe xwaribû, heya ku heval serîdê diguherînin balafir fersendê dibînin û derbê li wan dixin. Du heval ji lingê xwe ve birîndar bûne. Ji hevalên xort jî yek birîndar e. Sehîdên me tune ne. Me gazî erebê kiriye, emê birîndarên xwe bisînin Hewlêrê... silav, hurmet û serkevtin" Luqman got.
Pistî êrîsên bi vî awahî tu gotin weke gotina "sehîdên me tune ne" bi min xwes nedihat. Dilê min, ji hemû tirs û xofa wendakirina hevalekî yan jî hevalekê dûr diket, ez rihet dibûm, êdî min dizanibû ku ezê bikaribim careke din hemû hevalên xwe bibînim. Pistî deh deqîqeyên din wê ji bin her kevirekî hevalek derkeve, wê weke moriyan ji serê çiyan bêne xwarê. Emê dest bidin hev û govendeke Botanî bigerînin. Wê dengê me li hev vegere, di vê newalê de. Wê hêviya di dilê me de derbasî rehên dar û zeviyên sewitî bibe, wê ji nû ve sîn bibin.
Yadê jî pê hesiya ku sehîdên me tune ne, gelekî kêfxwes bû, bêhna wê derket. Serçavê xwe bi dawa kerasê xwe paqij kir û got: "Ma ev çi ferman bû lawo?! Ev çi qiyamet bû?! Min dawiya emrê xwe tistên nedîtî jî dîtin. Bi xwedê tev sûcê min bû, heqê min kustine. Vê sibehê min bi serê çavên xwe ew bêbav dîtin. Lê te digot belkî ez li sûka Amedê dimesim... Jixwe ev çarîka spî ya li ser serê min... ma min çima ji serê xwe nekir! Ma ez nizanim, çarîka spî dîtin û cihê me kesif kirin... Xwelî li serê min be lawo... ez bûme sebeba vê qiyametê... lawooo! Min çi dît û çi nedît...!" Min li ber dilê wê da û got: "Ne sûcê teye yadê. Ji dema ku em hatine vê kampê, dewlet serê xwe di me dide, her roj tên herêmê kesif dikin. Ew dizanin ku em li vê derê dimînin. Lê binêre kesek sehîd neket, tenê sê heval bi sivikî birîndar bûne..." Yadê hinekî rihet bû û got: "Sêx û misayix hatin hewara me qîza min. Xwedê me ji bereketên wan mehrûm neke..."
Hêdî hêdî deng bi kampê ket. Birîndar bi erebeyekê sandine Hewlêrê. Hinek heval tevlî metereyên xwe yên avê diçûne ser kaniyê-eger ku kanî mabe-, hinekan dest bi govendê kiribûn, hinek jî ji sikeftên tarî derketibûn, qutiyên xwe yên tûtinê danîbûn ber xwe û cixare dipêçandin. Yadê xwest dakeve ser avê, min gazî du hevalên bi metere kir, ji bo ku wê bi xwe re bibin ser kaniyê û careke din vegerînin. Ew birin, ez jî ketim sikeftê.
Savar û tirsika me tijî toz û kevirên hûr bûbûn. Ev demeke dirêj bû ku min savar û tirsik nexwaribû. Lê êdî nedihate xwarin. Min satila tirsikê û mersefa savarê berda ser hev û bir rijand. Min betaniya yadê li derve dawesand û betaniya derî jî careke din bi cihê wê ve daleqand. Careke din min berê xwe da metbaxê.
Metbax her demê cihê komkirina malûmatan bû. Ne bi tenê metbaxa hevalên jin, ya hevalên xort jî wiha bû. Wê kîjan heval di hundirê çend rojan de biçe kîjan herêmê, partiyê kîjan biryarên nû girtine, di êrîsê de kîjan heval çiqasî tirsiya ye, kîjan heval çiqas bi cesaret derketiye..? Bersiva van pirsan hemû di metbaxan de dihate dîtin. Ji ber ku cihê taximan ji hev dûr bûn, her kesî her demê hev nedidît, bi tenê li metbaxê, di dora xwarinê de mirov dikaribû hev bibîne û agahdariyan bibihîse.
Ji ber ku ne dema xwarinê bû, gelek heval li metbaxê kom nebûbûn, lê weke her demê grupek hebû. Berê xwe dane min, hem bi henekî, hem jî bi hesûdî gotin: "Ma te û yadê we têr tirsik û savar xwar an na?" Hevalekî din jî got: "Welleh eger min ew tirsik û savar bixwara, min dikaribû bi serê xwe êrîsê bibim ser qereqolekê..." Gotin ji devê hev girtin û tistek nema ku li ser savar û tirsika min û yadê ku me devê xwe jî pê nekiribû negotin. Pistî wê êrîsê pêwîstiya her kesî bi ken û henekan hebû, min got: "Dema ez hatim min xwarin bir, çavên we tevan ketin savar û tirsikê, bi rê ve ez du caran lukumîm (terpilîm), tu nema ku ez bikevim, lê min savar û tirsik bi selametî gihande sikeftê. Lê vê carê jî bombardûmanê dest pê kir, savar û tirsika me jî bû hedefa yekemîn, min her du jî li kêleka sikeftê binerd kirin, serê we sax be...", em têr keniyan. Pistre min nan û helaw ji hevalên asvan xwest û ez vegeriyam sikeftê.
Min li derve agir dada û çaydanê avê da ser. Me ji sibehê ve çay venexwaribû.
Yadê di navbera du hevalan de hêdî hêdî ber bi jor ve hildikisiya. Min li saetê nêrî, hindik mabû bibe sisê. Me hîna firavîn nexwaribû. Yadê bêhnçikiyayî gihiste cem min. Her du heval hinekî rûnistin, bi wê re suhbet dikirin, pistre rabûn çûn. Min careke din mersefa xwarinê danî, lê vê carê nan û helaw bû. Diya Besê weke hevalên li metbaxê neda pey aqîbeta tirsik û savarê. Me nan û helawa xwe xwar û çay jî bi ser de vexwar. "Kaniya we ji berê mezintir bûye qîza min, wan bêbavan bombe kirine, sînkayiya derdora wê sewitiye, lê ava wê zêdetir bû ye..." yadê got. Ez û wê careke din ketine suhbetê. Me bombardûman ji bîr kir. Vê carê wê ji min re qala keçaniya xwe kir. Berî ku ew çîroka xwe biqedîne, hevalekî xort xwe gihande cem me û bi heyecan ji min re got: "Hevalê Luqman dixwaze te bibîne, ew li cihê bêtêla mezin e..."
Min hevalê xort li cem yadê hîst û ez çûme sikefta ku bêtêla me lê dima. Min silav da û ez derbasî hundir bûm: "We xwestiye hûn bi min re biaxifin" min got. Luqman bê moral bû. Pistî ku ez rûnistim, dest pê kir: "Ez ji bo hevalê Filît bi hemû herêman re axifîm, ew li Heftanînê bû ye, lê berî çar mehan sehîd ketiye. Ez nizanim em bi çi awahî ji yadê re bibêjin..."
Ji kêliya ku min ev xeber bihîst û pistre, êdî min hew dikaribû axaftina Luqman bibihîsim. Ez çûme dinyayeke din. Min nikaribû bigirîm jî. Min xwest ez wê kêliyê ne di nava sal û sapikan de bama, min dixwest keras û keftan li min bana, ji bo ku têra dilê xwe bigiriyama. Dilê min bi çol û çiyan ket. Çavên min li cihekî din giriyan, ji bo ku min di nava gerîla de sermezar nekin. Ez di cihê xwe de bûme weke heykelekî cemidî li Zagrosan.
Heya niha min gelek heval wenda kiribûn. Hevalên ku me bi hev re ji berosekê xwaribû, ji metereyekê vexwaribû, sehîd ketibûn. Dilê min sewitîbû, ez bi dizî di pista teht û latan de giriyabûm, lê ez nebûbûm heykelekî ji Zagrosan. Na, ezê nikaribim vê xeberê bigihînim yadê. Pistî ku ez hisyar bûm, min got: "Hûn bi yadê re biaxifin heval, bastir e. Ez bawer nakim ku bikaribim ji wê re bibêjim..."
Luqman dizanibû ku, min hêviya di çavên yadê de dîtiye û naxwazim bi çend gotinên sar wê hêviyê tune bikim. Raste, di ser de bûyerên wiha êdî perçeyek ji jiyana rojane ne. Dilê me qebûl neke jî, mêjiyê me dikeve dewrê û rastiya ser tîne bîra me. Lê ne dil, ne jî mêjiyê dayîkekê zû bi zû van rastiyên tehl napejirîne. Wê yek ji me van rastiyan bîne bîra yadê. Lê ez naxwazim ew yek jî ez bim.
Luqman qebûl kir ku ew bi yadê re biaxife.
Em derketin û me berê xwe da sikefta qerargehê. Yadê li derveyî sikeftê rûnistibû û bi hevalê li kêleka xwe re suhbet dikir. Fermandarê gistî Luqman silav da û li kêleka wê rûnist, ez jî li hemberî wan rûnistim. Hinekî li ser bombardûmanê axifîn, axaftin anîne ser rastiya ser û pistre gotin anîne ser sehadetê û rûmeta sehîdên Kurdistanê. Li dawiyê jî ji yadê re got ku ew niha dayîka sehîdekî ye. Behsa axaftina li ser bêtêlê jî kir, lê ez bawer nakim ku yadê bihîstibe.
Belê. Dilê yadê bû mecnûnê kezebê û bi çolan ket. Bedena wê bû weke mûmyayên Fîrawnên Misrî. Çavên wê di hundirê çavên min de cemidîn. Nêrînên wê weke kêran li dilê min ketin, û ez di nava deryayên xeyalên wê de fetisîm. Pêlan ez ji hev re avêtim. Kengî Luqman rabû çû, kîjan demê ez li kêleka yadê rûnistim, min kengî destên wê xistin nava destên xwe û hêstirên min tevlî hêstirên wê bûn, xebera min jê tune bû, ez bi tistekî nehesiyam.
Ez ketime bin milê wê û min ew bir hundirê sikeftê. Deng ji kevir derket, ji yadê derneket. Bû weke pîreke sed salî, belkî jî pîrtir bûbû. Rabû ser xwe, çenteyê ku bi xwe re anîbû vekir, li pêsiya xwe danî, du taxim cilên binî ku bi xwe re ji Amedê, ji toxtorê xwe re anîbûn, cotek goreyên rîsîn ku bi destên xwe çêkiribûn û bi neqsên hezkirin û hesreta di dilê xwe de ew xemilandibûn, hemû yek bi yek ji çente derxistin, li pêsiya xwe danîn û bi dengekî xemgîn dest pê kir û sîneke ku kevir li hember xwe bi girî dikirin, gerand: "Ez rebena bejna zirav, tiliyên dirêj û simbêlên nûhatî bim lawo... Ez bi qurbane birayê sê xwiskan bim lawo... Ez rebena rext û fisekan bim lawo... Ez berdîwara ronedî bim lawo... Ezê sibehê rabim berê xwe bidim Diyarbekira sewitî, ezê dinya alemê bi xwe bihesînim, ezê bedil û kravatên toxtorê xwe tax bi tax bigerînim lawo... De bila ez nemînim, pistî bejna zirav û çavên belek lawo... Egîdo, sêrê sê xwiskano, qilçixê çavê dijmin û neyarano lawo..!" Yadê dîlok digotin û ji seriyekî sikeftê diçû seriyekî din. Di hundirê sikeftê de hilnedihat. Derdikete derve, berê xwe dida jor, hinek tist di ber xwe de digotin û ji bo ku hevalan bi xwe re neêsîne careke din li hundir vedigeriya, vê carê ez hembêz dikirim û bi ser min de digiriya, ez kelogirî dikirim, bêhemdê min hêstir ji çavên min dadiketin.
Wê sevê em her du jî raneketin.
Du saet ji sefaqê re mabûn. Ez li bendê nemam ku roj hilê, li ber ronahiya fanosê min êsa xwe û yadê ji deftera xwe re got. Yadê jî, geh lorîkên ku di dema zaroktiyê de ji toxtorê xwe re gotibûn dubare dikirin, geh jî stran davêtin ser evîna dayîk û lawekî.
































Birayê min


Hêvîdar Zana

Kulîlkên çend biharan vebûn û çilmisîn. Germa çend havînan ez şewitandim. Çend payîzan ez ji daran weşandim û birim. Berfa çend zivistanan ket û heliya, nizanim. Lê, ez wê rojê qet ji bîr nakim. Ew roj ne bi kulîlkan re diçilmise, ne li ber germa havînan dişewite, ne bi ber bayê payîzan dikeve û ne jî bi berfa zivistanan re dihele.
Vebûna her kulîlkeke biharê wê rojê tîne bîra min. Di şevnema li ser rûdêna her gulekê de resmê te dibînim, resmê roja dawiyê, yê ku hemû resmên te yên berê di bîra min de şewitandin, niha ew resim li ber çavên min e. Piştî şehadeta we bi rojekê, yanî roja 14 Adara 1990, kesek ji me raneketibû. Em li benda dîtina te bûn. Nedixwestin te bidin me, lê wan baş dizanibûn ku emê te ji wan re nehêlin.
Saet di navbera çar û pêncê sibehê de bû, dema ku erebe li ber devê derî rawestiya ez jî weke her kesî ji cihê xwe hilçeniyam û min xwe avête derve. Min dizanibû ku tu vegeriyayî bajarokê me, ji bo ku xatirê xwe yê dawîn ji me bixwazî. Min dizanibû ku ez mecbûrim têra dilê xwe te hembêz bikim, min dizanibû ku emê careke din hev nebînin.
Belê birayê delal, Zanayê hêja! Min dizanibû ku tu gelekî westiyayî û birînên te jî gelekî xedar in. Ez hatim pêşiya te, min bi tirs destên xwe xistin nava betaniyê û min bi lingên te girtin. Bedena te weke qeşayê bû.
Me tu li ser destên xwe hilgirtî, heya hundirê malê. Û weke niha dîsa min xwe negirt, rondikên min hatin xwarê. Ez ne amade bûm ku te di rewşeke wiha de bibînim. Ez gelekî fêrî şer û henekên te, rabûn û rûniştina te, fêrî axaftin û awirên te bûbûm, lê tu caran nehatibû bîra min ku ezî rojekê te wenda bikim, nehatibû bîra min ku ezê rojekê darbesta te hilgirim û ji te re bilorînim...
Ez li ber serê te rûniştim û min temaşeya bejna te kir. Porê te yê xelek xelekî birînên di serê te de veşartibûn. Dijwariya şer, xetên rûdêna te dijwar nekiribûn. Mirov digot belkî, piştî westabûneke şêrîn tu ketiye xeweke giran. Min nedixwest ez te aciz bikim, lê tiştekî ku heya wê rojê min cesaret nekiribû ku bikim, min kir. Min hêdî hêdî destê xwe xiste nava porê te û serê te yê birîndar mist da. Bêyî ku ez nêzîkî birînên te bibim û te biêşînim, heya ku bêhna porê te derbasî nava damarên destên min bû û ji wir hilkişiya mejiyê min, tiliyên min di nava porê te de çûn û hatin. Min ji te newêribû ez bikim hawar û qêrîn, lê min gelek tişt ji te re gotin. Te ez nedibihîstim, lê ez gelekî bi te re axifîm. Tolhildana Nurî Dêrsimî, ku cara yekemîn te ji min re xwendibû, min sê caran li ber serê te dubare kir. Min xwe bi ser serê te de xûz kir û ji te re got:
"Ezê mîna te ji welat û mîna welat ji te hez bikim, birayê min..!" Piştre jî min eniya te ya mîna qeşayê ramûsand. Hîna jî, dema ku ew ramûsana dawîn tê bîra min, lêvên min dicemidin. Ez nizanim bi çi awahî ji te re wê rojê bînim ziman. Ez di hilbijartina gotinan de zoriyê dikişînim. Ji ber vê yekê ev deh salin ku ez vê çîrokê di dilê xwe de vedişêrim. Eger ku tu şeva din nebûbayî mêvanê xewna min û te pirsiyara wê rojê nekiriba, minê dîsa cesaret bi xwe re nedîtiba, ji bo vê nivîsê. Te hîşt ku ez îro di bîra xwe de kûr bibim û her tiştî ji nû ve bijîm. Ne bi tenê roja şehadeta te, zaroktiya ku me bi hev re bihurandibû jî hate ber çavên min.
Me şîrê berê dayîkekê mêt. Em di dergûşekê de hatin hejandin. Em bi lorîkekê hatin lorandin. Me şevên havînan li ser xaniyan bi hev re stêrk hejmartin. Me da pey kevokên cîranan. Em bi hev re çûn diziya harsimê hewşa camiyê. Me gelek caran bi hev re şer kir û piştî demekê weke ku tiştek nebûbe em li hev hatin. Me li kolanên teng yên taxa Qişlê gelek caran bi Çavgirtînkê lîst. Em gelek caran ketin û çokên me birîn bûn. Hinek rojan em li ser Pira Eleman bi hev re ketin pêşbaziyê, ka kî ji me dikare zûtir pirê derbas bike. Hinek rojan jî em diçûn serê avê û me hevdu dahf dida nava wê ava weke qeşayê. Em şa dibûn bi dîtina beqekê yan jî bi girtina masiyekî biçûk. Û me gelek şevên dirêj yên zivistanan, li ber soba daran, bi guhdarkirina çîrokên li ser cin û pîrebokan bihurandin, birayê delal...
Ez naxwazim ew resmê te yê roja dawîn were ber çavên min. Ez hewl didin ku tu her û her di nava bîranînên dema zaroktiyê de bi min re zarok bimînî. Bera em mezin nebin. Ez hewl didim ku em li zikê dayîka xwe vegerin û ji wir dernekevin, ji bo ku em ji hev bi dûr nekevin. Belê, ez hewl didim wî resmê te yê roja dawî di bîra xwe de bişewitînim, lê mixabin! Min tu aciz kirî bi çîroka xwe? nizanim.
Ezê çend gotinên din jî bibêjim û bi dawî bikim. Kî dizane, emê careke din li kuderê û kîjan şevê pêrgî hev werin. Ez dixwazim her tiştê di dilê xwe de bibêjim, lê nikarim. Binêre, dîsa zimanê min li hev geriya, min gotinên xwe ji bîr kirin. Nizanim çima destên min hevqasî diricifin, weke pelên darê. Tayeke germ ez girtim, ka destê xwe bide ser eniya min, ez ji xwêdanê şil bûme. Dema çûna te ye, ez dizanim. Jixwe hindik maye, ezê niha biqedînim.
Berî deh salan, dema ku min ew bajar terikand, ez hatim ber serê te, min gul û beybûnên li ser sînga te avdan û min xatirê xwe ji te xwest, hate bîra te? Ew roj û ev roj, ez li bajarî venegeriyame. Bi tenê weke niha, dema ku tu li min dibî mêvan û min derdixînî derveyî sînorên biyanistanê, ez bêhna bajarokê me dikim. Bêhna zad û pembo, bêhna kulîlkên deşta bê dawî û bêhna axa li ser sînga te tevlî hev dibe û dide ser çavên min. Yanî, tu ew axa pîrozî birayê min, ew ax jî tu bi xwe yî! Piştî vê pêşgotinê ez dixwazim bibêjim ku, ez bêriya te dikim birayê hêja! Ez bêriya kenê te, bêriya henek û şerê te dikim.
Ez bêriya goristana ku tu têde raketiye dikim...
erd û ezman
heyv û roj
mirov û xweza
her tişt cemidî wê rojê
his û xeyalên min qeşa girtin
gotin di devê min de, li ser lêvên min cemidîn
dema min xwest te binivisînim
pênûsa min cemidî...































Evîna Esîr


HÊVÎDAR ZANA

Werin em dest bidin hev û qeyd û zincîrên ku evîn esîr girtine bişkînin. Em bihelînin cemeda li ser dil û mêjiyên xwe, û li hemberî hemû nexweşiyan jiyanê geş bikin. Me hezkirin di qefesa dilê xwe de esîr girtiye û niyeta me û azadkirina wê nîne. Hinek ji me şerm dikin, hinek ji me newêrin û hinek ji me jî bi derd û kulên dinyayê ve mijûl in. Azadkirina esîra di dilê xwe de ji bîr kirine. Gelo, em dizanin ku sedema gelek problemên me yên civakî û malbatî esîra di dilê me de ye?! Belkî erê, belkî jî na...
Ez nabêjim ku em neteweyeke bê hezkirin yan jî dûrî hezkirinê ne, lê belê hezkirina me hezkirineke veşartî û ne diyar e, yan jî me ji dayîk û bavê xwe bi çi awahî dîtibe, em dixwazin bi wî awahî fêrî nifşên pêşerojê jî bikin. Dema ku di nava malbatê de bêhizûrî çêdibe, her demê sedem ne aborî, yan jî cinsî ye. Gelek caran sedem hezkirin e. Ma çend kes ji me giringiyê didine vê pêwîstiya bingehîn, weke nan û avê?! Ne tenê di warê aborî de, di warê manewî de jî, em çiqasî hezkirinê pêşkêşî kesên li derdora xwe dikin?! Ez behsa hezkirina aborî dikim, ji ber ku gelek kes û bi taybetî jî mêr, dema ku malbata xwe di aliyê aborî de têr dikin, tevayî pêdiviyên jin û zarokan pêk tînin, tu manê nadinê, dema ku rojekê xanima xwe bêhizûr yan jî zarokekî xwe bêkêf bibînin. "Çima wê bêkêf bin! Ne tîne, ne jî birçî û tazî ne..." dibêjin. Weke ku min li jor jî xuya kir, pêwîstiya herî bingehîn tê ji bîrkirin: Hezkirin. Bêguman jin jî sedema bêhizûriyê li gorî xwe şîrove dike û naxwaze dest bide vê birîna kûr.
Nayê bîra min, ku rojekê bavê min ji min re gotibe "ez ji te hez dikim", ne jî min ev gotin ji dayîka xwe bihîst. Min jî ev gotina qedexebûyî nehanî ser zimanê xwe û demeke dirêj ji kesekî re negot: "Ez ji te/we hez dikim." Ev nayê wê maneyê ku malbata min ji min hez nedikir, yan jî hezkirin di dilê mn de tune bû, na! Bi tenê ez dixwazim bibêjim ku me derdora gotina "hezkirinê" di dilê xwe de bi mayîn û têlên risayî pêçandiye û em cesaret nakin wê ji hêlînê derxînin. Ji ber vê yekê jî em her demê li cihekî din û li navnîşaneke şaş li sedema pirs û problemên xwe digerin. Min dayîk û bavê xwe weke nimûne anîn, lê ez bawer dikim ev pirsgirêkeke civakî ye, ne girêdayî malbateke taybetî ye. Piraniya malbatên Kurd di vê rewşê de ne. Lê ev yek nikare bibe sedem ku em bibêjin "ew wiha hatin mezinkirin, wan em bi vî awahî mezin kirin, emê jî yên piştî xwe wiha mezin bikin..." Çima? Çi zorî û zehmetiya wê heye ku em her roj ji heval, dost yan jî nasekî xwe re bibêjin: "Ez ji te hez dikim!" Gelo, şerm e?! bêguman na. Gelekî bi me normal, dema em dibêjim "ez pir ji gulên sor hez dikim", yan jî "ez ji temaşekirina stêrkan hez dikim" divê bi me ewqasî jî normal e ku em bibêjin "ez ji te/we hez dikim." Bawer bikin, heya ku em ji hev hez nekin, emê tu caran nikaribin ji gul û stêrkan jî hez bikin. Stêrk bi hezkirina me nahesin û nikarin bersiva wê bidin, lê kesên li derdora me pê dihesin û dikarin bersivê bidin.
Civak bi hezkirinê xweş dibe.
Çi ji me tê xwestin, em dikarin çi bikin?
Berî her tiştî ji me tê xwestin ku em hezkirinê ji esaretê azad bikin. Wê demê, wê her kes bi serbestî bikaribe ji hev hez bike. Wê demê, wê "hezkirin" ji nava gotinên qedexebûyî derkeve. Ev jî gelekî girêdayî malbatê ye. Lê belê kêm-zêde, malbatên me jî li ser bingehekê ava bûne. Ji wan malbatan gelek, bi zorê hatine avakirin. Ezê dîsa dayîk û bavê xwe weke nimûne bidin, lê ez bawer dikim piraniya malbatên me li ser vê binegehê û bi vî metodî ava bûne. Adet û toreyên civaka me dijwar in. Li gorî van adet û toreyan evîn qedexe ye. Ji ber vê yekê bapîrên min ji dayîk û bavê min re negotin "bingeha jiyanê hezkirin e, ji hev hez bikin, eger hûn ji hev hez nekin nebin şirîkê jiyana hev..." Berî ku bizewicin careke tenê hev dîtin. Bavê min ne kor bû ne jî topal bû. Xortekî jêhatî û li ser xwe bû. Dayîka min jî keçeke ciwan û giran bû. Ji bo ku bi hev re bizewicin û bibin şirîkên jiyana hev, ev taybetî û xislet bes bûn. Jixwe piştî ku zewicîn mejbûr bû hev îdare bikin û bi demê re hogirî hev bibin. Welhasil, zewicîn. Ji bo dayîka min êdî çûn hebû veger tune bû. Bavê min jî weke hemû mêrên Kurd yên din, ne bêçare bû. Ji ber vê yekê dema ku bi sedema nebûna hezkirina di nava xwe de pevdiçûn, dayîka min serê xwe berdida ber xwe û dest bi girî dikir, ji xwe re girî weke çareyekê didît. Bavê min jî bi hêza ku ol û civakê dabûne dest wî, bi ser wê de diqêriya û bi dengekî bilind digot: "Derî li pêşiya te vekiriye, tu dikarî biçî mala bavê xwe..."
Lê belê feqîra diya min, wê çawa xwe di nava xelkê de rezîl bikiriba û vegeriyaba mala bavê xwe, wê çawa ji wan re bigotiba: "Me li hev nekir, sûcê we bû, we ez dame zilamekî ku min ew di xewna xwe de jî nedîtibû..." Nikaribû tiştekî wiha bike. Mecbûr dima bi stuyekî şikestî û bêdeng giriyê xwe berdewam bike. Ji ber vê yekê, sedema derketina pevçûna di malê de tu caran ne diyar bû.
Bavê min digot: "Tiştekî wê ne kêmî yê xelkê ye, ne tî ye, ne birçî ye, ne jî tazî ye. Ma çi derdê wê heye?!" Dayîka min jî li gorî xwe rewş şîrovedikir û digot: "Xuyaye ku ez baş bi gotina zilamê xwe nakim, eger ku ez naxwazim hêwiyekê bînim ser xwe, lazime ez ji wî re bêqusûr xizmetê bikim û çend lawan jêre bînim... belkî wê demê hinekî qedrê bizanibe..." Lê belê dema ku zorî dane ser anîna zarokan û bi taybetî bi hêviya ku "wê vê carê law be" hejmara me keçan gihişte pênc û şeşan. Me sê çarekan fersenda hatina dinyayê bi dest xwe ve anî û em jî li vê jiyanê bûne mêvan. Hatina me zêde li xweşiya bavê min neçû be jî, diya min di dilê xwe de kêfxweş dibû û ji xwe re digot: "Jixwe êdî ez nikarim karekî bikim, heya ku ev keç biçin ser qismetê xwe, wê hemû kar û barê malê li ser pişta wan be..." Di dilê diya min de hêviyeke din jî hebû, digot: "Eger ku ez û bavê wan pevbiçin, wê keçên min pişta min bigirin û nehêlin ku bavê wan destê xwe dirêjî min bike..." Piştre jî -li gorî ramana wê- emê biçin ser "qismetê" xwe. Belkî nav û cihê me were guhertin, lê wê çîroka me her ev çîrok be.
Belê, herçiqasî çîroka me hinekî hatibe guhertin jî, lê hîna di nava civaka me de di vî warî de guhertineke bingehîn çênebû ye. Hîna jî rola hezkirinê ya di avakirina malbatê de baş nayê dîtin. Ez çi bibêjin, heya niha jî dawiya hezkirinê dibe trajedya, belkî jî em civaka yekemîn bin ku me gelek caran hezkirin bi mirinê ceza kiriye. Çavên me ji hezkirinê tirsiyane. Me hezkirin weke rûreşî û şermeke mezin nirxandiye. Ne bi tenê ji hevalê yan jî hevala xwe re, em ji dayîk, bav, zarok û dostên xwe re jî bibêjin ku "em ji wan hez dikin." Kesekî em fêrî hezkirinê nekirin, em ji hezkirinê hatine tirsandin, lê belê qet nebe bila zarokên me bi xweşiya wê bihesin û jê bêpar nebin. Pêwîstiya me tevan bi hezkirinê heye. Ji bo ku malbat li ser bingeha hezkirinê bêne avakirin, emê dest bidin hev, qeyd û zincîrên ku evîn esîr girtine, biqetînin.


















Roj neçû ava


Hêvîdar Zana

Dîsa roj neçû ava û stêrk derneketin. Dixwazin min di nava ronahiya rojê de bifetisînin. Tevayê bedena min li dijî min serî hildaye. Dil û mêjiyê min eniyên şer vekirine li dijî hev. Lê min dixwest ez vê kêliyê di bin ronahiya stêrkan de dirêjkirî bim.
Çend gulên sor bera li ber serê min bin û derdora min xemilandî be bi pelên ku li hemberî serîhildana bê şikestine û weşiyane. Bera çendek ji wan têkevin nava porê min jî. Min ji kengî ve neşûştiye porê xwe, ez nizanim. şehê min jî bi ber çemê Zapê ket û çû. Lê di bin ronahiya stêrkan de wê tu kes porê min nebîne. Destên min jî, ku berî sê rojan min ew li ser çemê Zapê şûştibûn, wê xwe di bin perdeya şevê de veşêrin. Wê şewqa rojê nede ser çavên min û wê tu kes gemara ku xwêdanê tê de cok vekirine, li ser rûçkê min nebîne. Ez naxwazim kesek pê bihise ku şehê min ez terikandime. Tu jî wiha li min temaşe neke ji lingan heya serî, ez şerm dikim. Jixwe tu dizanî, berî sê rojan dema ku bi teqîna fîşekê re min xwe avêt erdê, neynika min di berîka êlegê min de şikest.
Ax... wê kengî roj biçe ava û stêrk derkevin. Çermê lingên min ji meşê tenik bûye. Dema roj biçe ava, di bin ronahiya stêrkan de ezê lingên xwe hene bikim. Di binê şeş cot gore de tenik bûye çermê lingên min. Stêrk derkevin, ezê êşa wan jî ji bîr bikim. Nizanim çima ez îro gelek dengan dibihîsim. Tu dibêjî belkî tebîetê xwe weke orkestrayekê tevgerandiye û êrîşeke pirdengî tîne ser min. Naxwazin ez aştiyê bibînim di nava bêdengiyê de. Ba, pelên daran, beqên newala jêrîn, çivîkên xerîb, şalil û bilbil, hemû tiştên bi can bûne endamên orkestrayê û her yek dengekî derdixîne. Ji dûr ve dengê helîkopterekê jî tê guhên min. Wê niha tebîet jî weke min her tiştî ji bîr bike û guhê xwe ji wî dengî re veke. Çûk bi çûkaniya xwe wê newêribe bifire. Wê per û baskên xwe li hev bicivîne û xwe di nava şaxên darekê de veşêre. Lê nizane ku xwe teslîmî qurbanê yekemîn kiriye. Wî di tevayê hebûna xwe de xwe sipartiye daran, ew ji xwe re kirine parêzgeh û hêlîn, lê êdî li vî diyarî ne parastina daran, ne ya çivîkan, ne jî ya mirovan maye. Her yek û nesîbê xwe. Belê, çirçirkên ku bi şev û roj guh ji mirov dikin, wê piştî vî dengî, li cihekî bigerin ku xwe tê de veşêrin û ji bo kêliyekê be jî, ewê dengê xwe bibirin. Ew dengê ku bi ser hemû dengan ket, hêdî hêdî nêzîk dibe û belkî nehêle ku ez derketina stêrkan bibînim... Dilê min ji her demê bêhtir û bi tevayê hêza xwe lê dide. Ezê jî weke her tiştê bican xwe veşêrim. Lê ez bawer dikim êdî ne pêwîst e. Dengê nexweş ji me dûr ket.
Ez nema dikarim bimeşim. Lêvên min zuha bûne, çenteyê li ser pişta min ji bedena min girantir bû ye. Bi tenê nanekî sêlê û kulmek xwê tê de ye, ji xwe şehê min li ber avê çû û neynika min şikest. Bera stêrk derkevin ezê qefla porê xwe jî bidim ber meqesan. Tijî sipî bûye porê min. Ez şerm dikim bibêjim, lê ez dizanim ku wê di nava min û te de bimîne. Sabûna min tune, av jî hîna gelekî dûre û ji xwe şehê min li ber...
Dayika min pê bihese wê xwe bi girî bikuje, wê li ser qefla porê min yê weke tariya şevê binuhirîne û bibêje...
Ez rebena porê henekirî bim lawoo...
Ez bi qurbana gulîsora xwe bim lawo... lawoo...
Dayika min gelekî ji porê min hez dikir, ew bi sabûna şînokan dişûşt, her sal carekê hene dikir. Lê ez mecbûrim bidim ber meqesan, çare tune. Piştre jî, ezê tevî ji erdê kom bikim û di binê tehtekê de veşêrim. Û wî meqesê ku bibe qatilê qefla porê min jî, ezê bişkînim û bavêjim.
Hele bera stêrk derkevin, ezê gelek tiştan bikim..! Ezê agirekî mezin vêxînim ji qurmê darên hişk û çaydanek av bidim ser. Çaya reş nîne, bera tune be, ezê çaya Caterê çêbikim. Ji dema ku min dest bi meşê kiriye ez
Caterê kom dikim. Beriyên şelwarê min tijî Cater bûne. Ez bawer nakim te berî niha çaya Caterê vexwaribe, ma wê tu li kuderê vexwî! Çaya Caterê tenê li vê derê tê vexwarin. Piştre ezê hinek Berû kom bikim û bavêjim ser bizotan. Min êdî darên Berûyên şêrîn baş nas kirine. Ez di bin ronahiya stêrkan de jî wan dibînim. Nebêje, ma di vê demê de tu yê Berûyan ji kuderê bînî?! Em li van deran çar demsalan di demekê de dijîn. Aliyekî me, kulîlkên Nîsanê ne, aliyê din berf û bahoz e.
Belê, min ji te re gotibû, ezê di bin ronahiya stêrkan de lingên xwe hene bikim. Lê ez poşman bûm. Piştî evqas westabûn, ez nikarim biçim, teht bi teht li Henetîtkê bigerim. Lê, ezê Berûyîn şêrîn bînim netirse! Eger, ez wan li kela Qumriyê nebînim, ezê derkevin serê çiyayê Govendê, li wir jî tune bin, ezê berê xwe bidim Çarçelê, lê ezê bînim. Nanekî sêlê di çentê min de heye, eger tu ji Berûyan hez nekî, nanê sêlê bi çaya Caterê re bixwe, ezê jî Berûyan bixwim.
Çi fêde! Tu nehatî kêleka Zapê. Li wir min dikaribû her tiştî bînim. Firengî, îsot, bacanên reş... min dikaribû ji te re tirşikê jî çêbikim. Lê niha, bi tenê nanekî min heye û kulmek xwê. Tirşok, Guhsipîk, Xerdel, Tolik... û Kerengên van deran pir in, lê niha çavên min tiştekî nabînin, ez westiyame. Ez heyirîme nizanim çi bikim. Ka bera roj biçe ava û stêrk derkevin, ezê te birçî nehêlim.
Min berê ji te re behsa Zapê kiribû, yan na? Nayê bîra min. Ez car caran hinek tiştan dubare dikim. Lê cihê Zapê di dilê min de xwedî girîngiyeke taybetî ye. Min dixwest ez heya dawiya jiyana xwe li kêleka wî çemî bijîm! Tu Zapê bibîni, wê tu heq bidî min. Bihar li kêleka Zapê bi awayekî din e. Roj, bi heft rengên keskesorê derdikeve û bi bîstan diçe ava. Lê zû bi zû destê wê ji Zapê nabe. Weke evîndarê ku xatirê xwe yê dawiyê ji evîndara xwe bixwaze, roj jî, demeke dirêj weke dîmenekê li serê çiyayê Kurê Jaro daleqandî dimîne, têra xwe li bedewî û bereketa Zapê temaşe dike û hêêêdî hêêêdî xwe di pişta çiyê de vedişêre. Piştre civata stêrkan dest pêdike. Eger mirov wê demê derkeve jora çiyayê Kurê Jaro, wê serê mirov bigihêje stêrkan. şev dibe roj bi ronahiya wan. Ez gelek şevan bi dizî çûme civanê stêrkan û min dilê xwe ji wan re vekiriye. Bi tenê li çiyayê Kurê Jaro mirov dikare nêzîkahiyê li wan bike. Zapê li hinek deveran xwe di nava çiyan de veşartiye û bi lez û bezeke nedîtî diherike. Pêlên wê bi hêrseke mezin xwe di nava teht û latên kêlekan de lêdixin û her tiştê ku bi ber wan keve bi xwe re dibin. Li hinek cihan jî, Zap bêdeng û melûl e. Weke me ew jî, li deştê xwe bê parastin dibîne, lê nikare pêlên xwe bi paş ve vegerîne. Dema mirov li serê çiyayê Kurê Jaro li ser tehtekê rûdine û li derdora xwe temaşe dike, tebîet weke tabloyekê ku bi firçeya resamekî jêhatî hatibe çêkirin û hîna zuha nebûbe xuya dike. Ne sorek, lê deh rengên sor, ne keskek, lê deh rengên kesk, zer, şîn, şîrkî... û qehweyî xwe li hev gerandine û derdora Zapê xemilandine. Ji serê çiyê ve Zap, weke marekî ku xwe li herêmê pêçabe û ew xistibe bin ewlekariya xwe xuya dike. Derbaskirina Zapê ne xercê her mirovî ye. Yê ku wê derbas bike û têkeve bin hukmê wê, zû bi zû xwe ji sêhra wê xelas nake. Û ji bîr neke, li deverên çiyayî bi tenê dengê Zapê tê bihîstin. Ew, li wan deveran dengên ku bi ser dengê wê kevin napejirîne. Mirov mirovan nabihîsin, dengê şalûl û bilbilan tê birîn, reqe reqa tavên biharê û birûskên ku tehtên çiyayê Kurê Jaro ji hev belav dikin jî, nikarin dengê xwe bi ser yê Zapê bixin. Ji ber vê yekê, xweza serê xwe li hemberî serdestiya Zapê ditewîne.
Derdora Zapê çiqasî hêşîn be, serê çiyayê Kurê Jaro jî ewqasî sipî dike. Di germa Temûz û Tebaxê de, min gelek caran berfa Kurê Jaro li ser agir helandiye û ev porê xwe yê ku niha tijî sipî bûye pê şûştiye.Dîsa hate bîra min ku ezê îşev bi derketina stêrkan re porê xwe bidim ber meqesan. Ez çi bikim! Dilê min dişewite, lê ez mecbûr im. Xwezî nehatiba bîra min!
Te tiştek got ne? Ez nabihîsim. Dengên li derdora min nahêlin dengê te bigihêje min. Eger stêrk derkevin, ezê dengê te bi tenê bibihîsim. Wê ev dengên din hemû di nava dengê te de bifetisin.
Belê, min behsa berfa Kurê Jaro dikir. Nebêje ma di Temûz û Tebaxê de berf dimîne! Belkî jî te berî niha pirseke wiha ji min kir, lê min nebihîst. Erê, di Temûz û Tebaxê de, li Kurê Jaro belkî jî berfa du salan li ser hev e. Sal danzde mehan, berfa wî ji dûrve sipî dike.
Her çiqasî ew nêzîkî Zapê be jî, ew bê av e. Lazime mirov ji bo xwarin û vexwarinê berfê bihelîne. Serdeştên çiyê, biharû havîn û payîzê dijîn, lê serê Kurê Jaro her demê zivistan e. Ez nizanim wekî din bi çi awahî ji te re teswîra Zapê bikim. Dîtin û gotin nabin weke hev. Ezê rojekê bi destê te bigrim û te bibim li der dora Zapê bigerînim. Piştre jî, emê biçin civanê stêrkan li Kurê Jaro...
Bawer bike taqeta min nema, zimanê min zuha bû, lê heya derketina stêrkan ez mecbûrim bimeşim. Tu weke min newestiya yî, çermê lingên te di bin şeş cot gore de tenik nebûne, porê te jî tijî sipî nebûye weke yê min. Ji ber vê yekê tu di nava ronahiya rojê de nafetisî. Ji xeyala min derkeve êdî, barê min girantir neke...




Jiyek Cemidî Di Hemêza Tîrmehê de

Dilawer Zeraq: dzeraq@hotmail.com

Bi dengê eksozê re li kolana hember nihêrî û qîjînî jê çû. Wisa zû û bi tirs serê xwe ji kolanê zivirand ku nîvê qîjîniya wê di nav dengê eksoza teqiyayî de fetisî, nîvê din jî li bin guhê cama dikana ku lê zivirîbû ket. Xwe serqûnkî avêt erdê û li ber dîwarê dikanê xwe li hev quncifand. Serê xwe xist navbera her du kabokên xwe. Xire xir û fişînên mîna kesên atya ketî jê derdiket. Laşê wê wisa bi tundî û ji hundir de dilerizî ku te digot qey her hinav bi qasî giranî û mezinahiya xwe tevlî vê lerizînê dibû. Awirên çend kesên ku bêyî ku ji cihê xwe bileqin bi çavên baniyayî lê dinihêrîn, xapînokiya bajêr beloq dihişt...
Di paşnîvrojekê de jîpek û du kamyon hemû toz û tirabêlkên riya gund rakirin û ketin nava gund. Ji wan ecêbek leşkerên bi simbêl û pordirêj peya bûn. Wan mêr hemû li mala muxtêr li hev civandin û hetanî nîvê şevê jî ew nehiştin...
Mişteriyekê berî ku derkeve di nav deriyê dikanê de rawestiya, pakêta cixareyê xist nav çentika xwe. Gava çentik diavêt sermilê xwe, serê xwe bi aliyê rastê ve zivirand û mîna cinê hesin dîtî di cih de ma ecêbmayî. Demekê mîna ku di dilê xwe de bêje “ Herhal ev jî nû ye...” bi awirên bizdok lê nihêrî. Pişt re zûzika bi tevgerên şareza ji wir dûr ket.
Dikandêr ji tevgerên mişteriyê guman kir û di pey wê re derket der. Tiştê ku dît li xweşa wî neçû. Dilê xwe tehl û tirş kir û ber bi keçikê ve çû. Laşê keçikê hîna jî dilerizî û dengên ecêb jê derdiketin. Dikandar pêşî bêyî ku bizanibe çi bike, bi tevlivînên hêrsok li dora wê çû û hat. Pişt re li ser serê wê sekinî. Dawa kirasê keçikê heta qorika wê kişiyabû jor. Bi çavpêketina çîpê xurt û goştê tevkutayî dilê dikandêr bijiya li vî goştê spî mîna berfê. Av bi devê wî ket. Xwest ku hema di wê gavê de vê bedena ter û ciwan bistîne binê xwe, têra xwe wê bieciqîne, ji xweşiyê bilerize û di ava hênik ya vê xweşiyê de avjeniyê bike.
Lê vê avjeniyê zêde neajot. Hebûna kesên din pê da hisandin ku ew di vê xwestek û behra xweşiyê de ne bi tenê ye... Ramana wî pûç û ew jî heta tu bêjî aciz bûbû. Ji nişka ve lingê xwe yî rastê hilda û heta jê hat pihîn li qorika keçikê xist. Laşê ciwan mîna erdhêjeke dijwar wisa ji binî de hejiya.
Ji ber şid û tundiya pihînê, şorika devê dikandêr rijiyabû ser çîpê tazî û qîma xwe pê dianî... Dikandêr bi lêdana pihînê jî hêrsa xwe nexwaribû. Bi çepilê keçikê girt û xwest ku ew dahf de. Lê jê vegeriya. Milê wî mîna hêlekanê çend caran bi pêş û paş de çû û hat. Berî ku berê xwe bide dikanê, mîna ku bera kûçikekî bide, heman lingê xwe ber bi valahiyê li ba kir û got:
- De biteqize, dînika pîsik!..
Piştî wê rojê her kes bi pirsên ku xumamî di serê wan de çêdikirin li bendê ma. Her ku diçû roj û wexta ku leşkeran dabû wan nêzîk dibû. Her ku roj nêzîk dibû nezelaliyê mîna kurmê darê nav û hinavên wan dixwar. Pevçûn û devjeniyên sosretî di navbera mêrên gund de diqewimîn. Lê pir nedomiya.
Mîna pisîkekê bi tirs pengizî. Çend gav avêt, serê xwe kir ber xwe û meşiya. Bi lingên xwe yên dirêj gavên mezin avêtin. Tavîbarana ku bi carekê de girte ser bajêr hemû asayîtiya vê roja havînê xera kir... Li ser peyarêyan rawestiya, ji kolanekê derbasî kolana din bû. Baranê ji jor de, erebeyan ji jêr de av lê reşandin. Ew meşiya. Di ber westgehan re derbas bû. Kesên ku xwe di bin banên sivirnekî yên westgehan de veşartibûn lê nihêrîn û bêyî ku baran li wan ke bûn mîna dîkê şil... Zilamekî qeşeng ku cil û bergên li gorî modeya dawîn lê bû, dema di ber re derbas dibû kire “ exxxiik...” û hemû belxema xwe vereşiya ber piyên wê. Ew meşiya. Meşiya û hate ber westgeha ku Bedoyê dînik lê konê xwe vegirtiye û ew der ji xwe re kiriye war. Jinekê ji bo ku bextewariya xwe ji peşka xisaran biparêze, xwe jê da alî û Bedo mîna stûnekî li ber wê xuya bû. Bedo mîna her gavê, diranên xwe yên pêşî, wekî qîlên hespan li ser hev siwar kir, pê keniya, destên xwe li hev xistin û da lotikan. Piştî ku jê re hinekî kêf kir, destê xwe mîna ku porê delala xwe mist bide li ba kir û got:
- Wiiyyyêêêêh, wiiyyyêêêêh... ca tu lê, çi bedew e lo!..
Wext temam bûbû. Dubendiyê karê xwe biribû serî. Êdî piranî mêrên gund bi çekên leşkeran pesnê xwe didan, dirûvê simbêlên xwe diguhertin û mîna dûvê mişkê ew ba didan.
Li ser textebenda li ber deriyê parkê rûnişt. Laşê xwe ji navtengê ber bi pêş ve şiqitand. Çîpên xwe hinekî ji hev vekir. Kirasê şil mîna ku hemêz bike, bi çîpên xurt û dirêj ve zeliqî û dîmeneke erotîk û mehdekêş li ber çavan hate raxistin. Serê xwe da paş, ew danî ser pala textebendê û berê rûyê xwe bi ezmên ve kir.
Baranê her ku diçû hukmê xwe wenda dikir. Wê jî bê rawest mîna mehîna ku pîkol dike, paş paniyê xwe yê rastê li erdê dixist û ava çalika li pêş xwe dipeşkand. Mirov ji bo ku ji vê hênikahiyê nemînin û roja xwe ya peşka baranê lê ketî li gorî dilê xwe temam bikin, ji mal û taldeyên xwe derdiketin. Parkê jî para xwe ji vê sixletiyê digirt. (Heke mirov qalikên dendikan bijmêre, ji hezaran yekê wan bihesibîne, mirov ê tê derxîne ku wê rojê çend kes bûne mêvanê vê parkê.)
Wekî çend malbatên gund, koçberî bi para wan jî ket. Berî niha bi salekê jî du birayên wê dabûn ser vê riyê. Çareya ji neçariyê; bi hemû giraniya xwe li ser pişta wan a şikestî bûbû serbar.
Du keç, mîna ku li benda tiştekî bin demekê li ber deriyê parkê rawestiyan. Pişt re bi tîqe tîq û xwe quraftinê tevlî sixletiya parkê bûn. Gava ku di ber wê re derbas dibûn, keça ku qîşa dawêna wê bi qasî bihostek li jorê çoka wê bû û di nav re çîpên wê yên çeqelokî xuya dikirin, bi awayekî rûtirşî lê nihêrî. Porên xwe yên zer û dirêj li ba kir û mîna ku neheqiyek jiyanî lê hatibe kirin, bi heman rûtirşiyê kire bile bil:
- Xwedê nokê dide bêdiranan!..
Serê xwe rast kir. Ji paş de li qorika wan ên ku mîna destarê li dora xwe digeriyan, nihêrî. Çavên hingivîn biriqîn, lêvên wê hinekî ji hev vebûn û bişirîneke xweş û şêrîn li ser lêvan bêxwedî ma... Hîn keç çend gavan jê bi dûr ketibûn ku dengekî qebe hate bihîstin. Xortekî çîpxwar ligel sê hevalên xwe dabû pey keçikan û bi hemû êş û jana ku piziyên wî didayê diqîriya û digot:
- Ma em ê jî zeriyekê hemêz nekin...
Hemû pûngên ku berhev kiribû qevd bi qevd bi hev girê da û ew xistin nava tûrikê. Dayîka wê şeveqê zû ew şiyar kiribû û gotibû, “Piştî du rojan bavê te diçe bajêr da ku ji me re xanî peyde bike. Divê ji îro bi şûn de em jî hêdî hêdî tedarîkên xwe bikin.” Dilê wê xweş bû. Bi dayîka xwe jî nediqehirî. Wê birayê wê yî Sevdîn piştî sê mehan mehîr bixwara...
Car din serê xwe da paş û bişirîna xwe ya sêwîmayî sparte ezmên. Ewran dest pê kiribûn hêdî hêdî ji ezmên vedikişiyan û mîna xêliya bûkekê rûyê asoyê vedikirin. Bi vekişîna xwe re jî dilop dilop baran lê dikirin. Dilopên ku bi dorê diketin ser eniya wê, di ser dêma wê re diherikîn, şopeke zirav li ser gewriya beloq dihiştin û bi nazdarî dişiqitîn ber bi çalika sîng û berê ter û zozanî ve...
Ev çend roj bûn ku kelegerma Tîrmehê dest pê kiribû. Lê ava kaniyê hîna jî mîna boşahiya meha Nîsanê dikire gure gur. Devê tûrê xwe li hev bada, ew kire girêk û danî kêleka xwe. Li ser giyayên şil ku mîna ku rindiya wê bînin zimên li kêleka avê şîn hatibûn, rûnişt. Çîpên xwe yên ku roj bi roj dirêj dibûn hinekî ji hev vekir. Her du destên xwe li ber şeqa xwe ya ku ev çend meh bûn bi tînegermiya jinitiyê dihatin avdan, bi hev gihand. Bi guhdarîkirina şire şira avê, xwe da ser herikîna xeyalên di hundirê xwe de...
Rojê bi temamî geşiya xwe wenda kiribû. Tîrêjên ne tîr û soringî mîna ku di bin bîreke kûr de bin, wisa ji jêr de, ji kûrahiya nexuyayî ya asoyê didan ser pelan; dilopên ku li ser pelan mabûn dibiriqandin û vê berêvara şilbûyî dilkêştir dikirin...
Xeyala bajêr dikir. Jiyana li bajêr... Bes navê bajêr jî dihişt ku bibe gulpe gulpa nav û dilê wê. Mirovek bajar nedîtî çiqas karibe bajarekî di aşopa xwe de bisêwirîne, wê jî ewqasî xeyala bajêr dikir. Xeyala bajarê xwe dikir... Bajêr xeyala wê bi hêviyê dixemiland. Her ku xeyala wê fireh û bajarê wê mezin dibû rû û beşera wê xweş dibû. Kenekî wisa şêrîn li ser lêvan peyde dibû ku te digot qey dildar û ezîzê ber dilê wê li hember wê ye û ew jî bi hestên geş pê dikene...
Tariyê mîna nexweşineke kerr xwe li ronahiya kêm û lawaz telandibû û herikîbû navê. Park noqî bêdengiya xwe ya adetî bûbû. şewlên ku ji lampeyên dîregên ne bilind didan tûşî kosp û kelemên pel û çiqlan dihatin û siyên nû û reştarî di nav şevê de çêdikirin...
Ji hember, ji nav newalê, dengê xuşîna pel û deviyan hat. Bi vî dengî re tirs û xof ket dilê wê. Demekê li vî dengî guhdarî kir. Gava ku baş pê bawer bû ku kesek ber bi wê tê, tûrê xwe wergirt û rabû ser xwe. Di wê gavê de Ehmoyê kulek kurê mala Çavqelişiyan, li ber wê xuya bû. Wî pala xwe dida ser tifingê, tifing ji lingê kulek re dikir destek û ber bi wê dihat.
Xwe hinekî ji riya Ehmo da alî. Ehmo mîna ku qet ew nedîtibe di ber re derbas bû. Ji kaniyê av vexwar. Rûyê xwe şûşt û çavên xwe yên ku ji ber bêxewiya nobetê wekî kasika xwînê sor bûbûn, surand. Pişt re ji nişka ve lê zivirî, bi kenekî ne xweş û bi badana simbêlên şor û dûvikî gotê:
- Bikişe...
Kir ku bêje, “Çi bû apê Ehmed, tu çi ji min dixwazî..?” Ehmo bi lûleya tifingê ew bi pêş de zixtand û bi dengekî hişk gotê:
- Min got, bikişe! Heke tu dengê xwe bikî ez ê te li vir bikim term!
Li ber stûna fireh ku li her du aliyên wê danezana mafên mirovan mîna çarşefekê hatibû raxistin, rawestiyabû. Serê xwe carê bi vî aliyê de, carê jî bi wî aliyî de dibir û dianî. Hewesa xwe bi xwendewariya ku tew xewnên wê jî nexemilandibû, dikir. Demekê wisa li ber stûnê ma. Pişt re berê xwe da birka ku li kêleka stûnê hatibû çêkirin...
Piştî çend gavan canê ciwan li erdê, di nava deviyên gur de wenda bû. Ji tirsa re reng û rûng lê nemabû û çavên wê yên hingivîn dikirin ji serê wê derkevin. Laşê wê mîna çêlika çivîkekî ku ji başokeyê re bûye nêçir dilerizî. Devê wê ji hemdê xwe zêdetir vebû; xwest ku biqîre, lê hawara wê di hundirê wê de fetisî... Ehmo bi doxîna xwe her du destên wê ji paş de girê dabû û dest pê kiribû bi helke helka xweşiyê, hilma xwe pifî rûyê wê dikir.
Li keviya birkê çok da erdê. Lampeyên rengîn ku di nav avê de hatibûn danîn, pêşî rengê xwe didan avê, bi pêl û peqikên biçûçik re digevizîn pişt re mîna zarokek ku dev ji lîstikê biqere, bi hêdîka vedikişiyan nav tarîtiyê.
Mista destê çepê danî ser yê rastê, tijî kir av û ew nêzî şewla rengîn kir. Bi qasî demekê bi pevlîstin û xapînokiya şewlê xwe ewiqand û mîna ku hêviyên bejîmayî av bide, ava di mista xwe de reşand li der û dora xwe.
Rabû ser xwe. Wekî ku dawî li karekî zehmet anîbe dawêna kirasê xwe daweşand û berê xwe da qorziya tarî ya parkê ku lê neh darên biyê di nav hev de hatine çandin.
Laşê narîn hew perpitî. Bi teslîmbûneke neçar û mirinî di bin Ehmo de eciqî û;
Hemû tînegermiya hestên jinane bi hilma sar ya Ehmo hêdî hêdî cemidî û seqem girt...
Xwe serpiştê li ser çîmenên bihêwî dirêj kir. Lingên xwe hinekî ber bi zikê xwe ve kişand û çokên xwe tewandin. Her du destên xwe mîna mirovên bextewar bi hev gihandin û ew danî ser zikê xwe. Di hênikahiya vê şeva Tîrmehê û di bin darên biyê de bi tenê tiştekî heye ku mirov bike. Wê jî wisa kir. Xwe ji dilovaniya şevên dilreq yên vî bajarî re hişt û di bin darên biyê de di xew re çû.
Ava zelal û paqij bû govana cemidîna jiyekê. Çend dilopên sor yên ji giyana paqij xwe avêtin bextê giyayan; xwe di hênikahiya siya wan de veşartin û hêdî hêdî herikîn ber bi kaniya geş û boş ve...
Çiqlekî zirav kire qirçînî. Pê re jî tepînek ji axa nerm hat. Xortê çîpxwar bi gavên xwaromaro ber bi darên biyê meşiya. Çokekî xwe şikand, xwe kêlekî daqûl kir, bi çiqlê di destê xwe de dawa kirasê wê hinekî hilda jor û bi hemû awirên tûj yên harbûniyê li nav şeqan nihêrî. şûtika xwe ji navtenga xwe derxist, pê destê wê girê da. Destê xwe yê rastê danî ser devê wê û bi şelpe şelpa şorika devê xwe, bi dengekî pistînî gazî yên din kir:
- Kuro zû... haydê lez kin! Îşev bêderpê ye...














KEKO KA CIXAREYEKÊ

Dilawer Zeraq: dzeraq@nefel.com

Rojeke payîza paşîn, dem 'esr e. Ez bi bala xwe belavbûyî li xirecira bajêr guhdarî dikim. Ev xirecir û hengameya arizî bajêr; ji fîtik û xume xumên seyareyan; ji guvîna bayê ku ji Qerecdaxê li ba dibe û agahiya sermaya hişk dide; ji dengê lingên mirovan; ji şîqîna piyalan; ji gazîkirina berdestkên mînîbûsan ku dengekî xençereya taybet derdixînin; ji qîjîna zarokan ya para xwe ji her cure çêr girtî; ji fortekiya keçan; ji xuşîna pel û kulîlkan; û ji dengê heyînên ku hewl didin xwe da ku ji vê hengameyê bêpar nemînin, pêk tê.
Min car din riya xwe bi cihê rûniştinê -ku em jê re dibêjin parka biçûk- xistiye. Park, di navenda xirecira bajêr, di texma Ofîsê de ye. Ji betonê, bi dana dirûvê kevirên çiyayê Qerecdaxê, hatiye lêkirin û çêkirin. Li nav sincên betonî ax hatiye reşandin. Di nav vî cihê axî de kulîlk û darên, ku -ji xeynî dara kajê- ez bi navê wan nizanim û ji xweza û kîşwera vî bajarî re biyan in, hatiye çandin. Da ku mirovên vî bajarê jî ji şarezayiya cîhanê(!) ya gerdûnî nemînin... Ez bi her du çavên xwe li dara gûzê, dara çinarê, dara berûyê, dara bî û sincê digerim. Lê nîn e. Bes biraleyek dara tûyê li qorziyekê bi tena serê xwe, rûyê parkê sipî dike.
Li naverastê birkek heye, ku hinekî dirûvê masiyê pê dikeve û bi dirûvê bedenên bajarê hatiye şibandin. Lê ku mirov nesêwire û ew di aşopa xwe de bidirûv neke, tê dernaxîne. Birk bi barana ku di payîza pêşîn de bariyaye bi qasî bostek tijî ye û ava di navê de heta tu bêjî genî bûye... Li derûdorê, ji betonê, cihên rûniştinê hatiye çêkirin û li ser wan jî text hatiye danîn. Ez li aliyê rastê yê birkê, ku cihekî wekî locayên sînemayan e û bi temamî dirûvê nala hespan lê hatiye dayîn, rûniştime. Li hember min kalemêrek ponijiye nav rabirdûya xwe ya venager. Ez silavan lê dikim. Lê ew silava min nagire. Ew heta tu bêjî xembar dixuye. Wekî ku ew xwe di vî bajarê de biyanî dihise... Ez jê dipirsim û dibêjim:
- Apo tu dizanî navê van şitil û kulîlkan çi ye?
Ew yekser ji cihê xwe radibe, bi libakirina destê xwe û bê ku min bibersivîne, ji wir dûr dikeve.
Di nîveka cihê rûniştinê de jî beşeke gilover heye ku bi încaneyê hatiye şibandin. Ji bo ku em; kesên ku di navenda xirecira bajêr de, ji qehwexaneya li tenişta parkê çay dixwazin û bi vexwarina qult qult hewl didin xwe ku ji sedemên westîna xwe dûr kevin, ji bêhna xwezaya vê war û erdnîgariyê bi temamî bêpar nemînin, ji bo me di wê axa bi zibil ya di nav incaneyê de rihan hatiye danîn. Oxxx!!.. Çi bêhneke xweş... Li milê çepê avahiyek, ku avahîsaziya wê wekî xan û qesrên dîrokî yî arizî vê herêmê ye û ew ji bo ku neqede li ber xwe dide, heye. Wekî vî bajarê, hîn der heqê çarenûsa vê qesrê de jî biryar nehatiye dayîn bê ka ew ê bibe mêvanxane an pirtûkxane?.. Li milê rastê pireke ku di ser trên û di bin re jî seyare dibuhurin heye. Li seriyê alî çepê wê pira hanê jî bihurekek jêrîn heye ku ew jî bi aliyê min î rastê dikeve.
Ez li hember qehwexaneyan rûniştime û min îro, di vê roja payîza paşîn û têr tavî de, bala xwe serberdayî kiriye... Min xwe li xweşiniyê daniye û ez bi şopandina bala xwe, wekî roviyekî, ketime pey bûjen û kereseyên nivîsandinê...
- Ay!.. ay, ay!..
Du keçên ku berî niha bala min hetanî axpîna bihurekê bi xwe re biribûn, bi şeqeşeqa solên xwe yên pozkol û panîbilind, bi kenîneke ecêb, beropaş û revîrevî vegeriyan. Tevî ku çav li wan bûbûn tas jî ew tirsiyabûn û bi awayekî ecêb, bi kerihîn û dilvereşînê jî dikeniyan. Bala min jî bi çûn û hatina di navbera ken û tirs û kerihîna wan de didewisî, dieciqî. Keça bejndirêj û kej li gorî ya navbejnî, piçekî din jî ji tirsê dûr, şaşwaz e. Tirs bêhtirîn xwe di ya navbejnî de dide der. Gwînê wê zer bûye. Bîbikên wê dikin ji qula çavên wê derkevin. Wê bi çepilê hevala xwe girtiye û ew bi aliyê ku hatibûn ve dikişîne û bi dengekî hêlî dibêje "Ez êdî di wir re nayêm!.." Ew sedema tirsa xwe biyanî dibîne û ev hest di nava wê digere. Lê ya din zû ji şaşwaziya xwe xelas dibe û hewl dide ku hevala xwe haş bike û dibêje:
- Keçê hiş! Te em hetikandin. Ma riyek dîtir heye ku em tê re herinê. Haydê wer tu tişt nabe ew zarok in..!
Ya din bi awayekî dilikîkirina zarokane dibêje:
- Na, na... bi Xwedê ez di wir re nayêm.
Û ez nizanim ka tirs an jî sedema tirsê bi ser dikeve, ew piştî heftûheşteke demkurt berê xwe bi aliyê ku hatibûn ve dikin. Her weha bala min ji pelişînê xelas dibe û ji bo demekê li min vedigere û dîmenek ji rabirdûya min derdixîne pêşberî min:
Beloqî û eşkeretiya êş û qirêjê... Ji xwe bûna her tiştî, xwezayîtiya di hundirê mirov de geş dike. Ez li destên xwe dinihêrim. Li destên me... Ku me di kelegerma havînê de di bin siya wan darên gûzan de bi gokê dilîst û di demên 'esr de bi der û cîranan re derdiketin seyranê. Lê demên beriya bi qasî bîst rojan ya payîza paşîn... Gûzên ku bi qalîkên xwe yî kesk î tarî di çiqla xwe de li benda me ne. Û piştî xwarina me, veguherîna rengê qalikê gûzê ya di destê me de li rengekî reşmorî; û birq birq biriqîna diranên me bi spîtahiya kakilê gûza ter. Bayê reş û rewitîn...
Çend pel bi bareşê re li ser zemîna beton ber bi ba dikevin û dengekî ku ne yê wan e derdixînin. Bala min car din dest bi ewaretiya xwe dike û dibe mêvanê du kurên ku dora deh-dozdeh salî ne. Ew ji bihureka jêrîn bi teperepa lingên xwe, bi coş û şênbûnî û şîrîniya zarokane tên li hember min, li cihê ku kalemêrî ew vala kir, bê ku poz bi min bikin, rûdinên. Ez di ber xwe de dibêjim: "Baş e, zarokên îro ne wekî me şermoke ne. Tu rûniştinê deyne aliyekî, me nedikarî em di ber mezinan re jî derbas bibin." Bi vê yekê re piçekî kêfa min tê. Yek ji zarokan çûr e û bi qasî ku ez ji vê dûrahiyê difesilînim çavên wî şîn in. Ew wekî ku me di zarokatiya xwe de digot, "Duserî " sermezin e. Çirisîna çavên wî mirov ji vê dûrahiyê jî şiyar dike... Yê din hinekî din jî jê qemertir e. Çavên wî gir û bi qasî ku ramana bîra ku du çav di bînê wê de hatine çikandin di mirov de bisêwirîne, kûr ve çûne. Serê wî misêwa bi livên tîkî dilive. Lê tiştê ku bi min ecêb tê ev e; rengê destên wan, berevajî rengê destên me yên ku ji qalikê gûzan reşmorî dibûn; wek payîzê; zerzepalî ye...
Pir dem di ser rûniştina wan re nabore, wekî ku ew sînyalên mezinbûna zû û beriya wextê xwe bidin, dest pê dikin bi dengekî hêlî û bi awa û helwestekî mezinane, wekî ku mijareke girîng nîqaş bikin, tiştin ji hev re dibêjin. Ez pêşî di gotinên wan nagihêjim. Pê re pê re ji ber ku her ku diçe ew dengê xwe bilind dikin, ez êdî bi hêsanî ji gotinên wan fêm dikim.
- Na Şêxo, bi Xwedê ez vê qebûl nakim!
- Çima Silo em ê bi rehetî...
Silo bi libakirina dest û milên xwe:
- Ez di rehetiyê...
Di wê kêliya ku gotina Silo diqede de em çav bi çav dibin. Bala min pireke di navbera awirên min û xwînşîrîniya wî de ava dike. Heke rasthatiniyek ji nişkê ve me bianiyana rû hev, min ê bê şik û guman jê re ev bigota:
- Hevalê min î jidil û nêzîktirîn ya rojên min ên rabirdûyê tu yî!
Êdî keçan dikaribû bê tirs û 'ay, ay!' kirinê di nav bihureka jêrîn re derbas bibûna. Ez bi temamî tatêldar bûbûm. Gelo çi li wir guherîbû?.. Min xwest herim û guherînê bi her du çavên serê xwe bibînim. Lê bala min car din bû mêvanê Silo. Çawa ku wî tiştek ji min bixwaze li min dinihêrî. Min di hundirê xwe de jê re got: "Na." Lê digel vê na'ya min çavên wî hîn jî diçirisîn. Û Şêxo di ber wî dida:
- Silo wer bi gotinê min bike, ehmeqiyan neke!..
- ........................
Şêxo ji ber bêbersiv mana xwe tengijî, bi awayekî biryardar rabû ser lingan û wekî ku xwe ji tiştekî bişo got:
- De biteqize here! Bazara te ne xweş e!..
Bala min di vê kêliyê de bi carên bêhejmar, wekî temaşevanên ku li maçeke tenîsê temaşe dikin û serê wan bi alî rast û çepê ve diçe û tê, di navbera wan de çû û hat. Ez gêj bûbûm.
Vê gotinê Şêxo, Silo ji eyar derxistibû. Kef û gunc bi devê wî ketibû. Ew jî rabûbû ser lingan. Lê bi min wisa dihat çawa ku Silo nîv-serxweş e. Lêvên wî wekî ku ew bêhemdî xwe bikene ji hev vedibûn. Serê wî bi vî û wî alî de, wek pelekî ber bi bayê ketî, dihejiya. Dema ku Silo destê xwe digel bala min rakir hewayê, çavên min ji kortalên xwe der bûn û qîrînek ji hundirê min çû û got: "Na, Silo neke!" Silo wekî ku bi rabûna xwe re hay ji jipiya bûna xwe bû, di cih de rûnişt. Wî bi dengekî têrbêzarî û wekî ku ji min re bibêje, got:
- De bi wê de here qûnek!
Şêxo wekî zarokek ku pêlîstoka xwe wenda kiribe û car din ew dîtibe, bi lotikavêtinê piçekî bi pêş de çû, pişta xwe li me zivirand. Destê xwe xist nav bêrîka çakêta xwe. Tiştekî sipî yî wek naylonî jê derxist. Her du destên xwe bi hev gihand. Destên xwe bir ber dev û pozê xwe, wekî mirîşka ku piştî vexwarina avê serê xwe bi jor de dike, serê xwe bi jor de kir. Bi alî me ve zivirî. Naylona ku bi tînerê mişt bû şanî Silo da û bi dexisandineke hestên zarokane û bi kêfeke nîvcomayî got:
- Silo, hî,hî.. (Lingê xwe yî rastê jî wek zîtikavêtina kerê, di paş de li qorika xwe dixe) Ez îro vê nadime te! Hî, hî...
Çavên min tu dibê qey bi bala min re diçin dibin mêvanê çavên Silo. Ez bi saya wan çavan hay ji qirêjiyek... qirêjiyek nû û ji vî bajarê re biyan dibim. Ez sedema biyanîdîtina tirsên xwe ya keçan tê derdixim. Çavên min li hember vê erjengiya sihêm û felaket zorê li mêjiyê min dide. Ez dikevim nav taya dînbûnê. Hundirê min dibizde; mad û aşika min dike di devê min re derkeve. Ez bêriya pêxwasên vî bajarê dikim...
Silo wekî ku tiştek nû kifş kiribe radibe ser lingan. Destên xwe yî rastê hetanî tanga devê xwe bi jor de radike. Her du tiliyên xwe, yên navîn û pêşanê, tîne ba hev. Wan hinekî ji hev dike, 'v' yeke biçûk çêdike. (Ez bi kenekî ber girînê, di ber xwe de bi hêvîdariyeke neçar dibişirim) Ew tiliyên xwe dibe ber devê xwe û bi nihêrîna nav çavên min dibêje:
- Keko ka cixareyekê...


































ŞEVA SPÎ

Dilawer Zeraq: dzeraq@hotmail.com

Ku destê min bigihê
Çerxa felekê,
Ez ê bêjimê:
Pir şerm e ev karê te.
Tu sed texlît nîmet
Didî hinan...
Hin nanê ceh
Bi dest naxînin,
Ji bo xwarinê!..
Baba Tahirê URYAN

Berf bi kuliyên gir û bê ba dibare. Kirasê tenik î spî hêdî hêdî, wekî ku bi kilsê ew bidûne, li bajêr dike. Kuliyên berfê di nav şewla projektorê, ku li ber avahiya parêzgariya bajêr e û berê wê bi jor de ye, pev difirin. Û di nav vê dîmena ku sermayê bêhtir dide hisandin de, kurikek heta jê tê li birçîtiya xwe quncifiye; bi bêdengî tevlî şevê dibe. Ew kurekî dor neh salî û kinik e. Rûyê wî dirêj û serê wî jî bi temamî di dirûvê hêkê de ye. Kurtikek tenik î spî wekî berfê, ku xuyaye kenzeyek reş li binî ye û pantorekê kitan ku rengê wê ne diyar e, li ser e; û ji cihê qetayî ya sola wî lingê wî yî çepê û bê gore xuya dike. Kuliyên berfê wekî ku bêriya tînegermiya canê wî kiribin li ser serê wî kom bûne û serê wî wekî gûzika pembûyê dixuye. Wî wisa xwe qutifandiye; ku tu tê derdixînî ew, ji wan dîmenên bedew û yên xwezayî hatiye dûrxistin û li vê xirecir û geremoliyê hatiye dahfdan.
Pir nabore şewla sor ya trafîkê vêdikeve. Erebe bê dilê xwe disekinin. Kurik bi gavên bilez ber bi texsiya ku li paş mînîbusê sekiniye diçe. Dest pê dike bi potê di destê xwe yî çepê de, berfa li ser cama pêşîn kombûyî, paqij dike. Dema ku dest û milê wî bi tevgerên giloverik û jixweber li ser camê digerin, ew serê xwe hinekî ber bi paceya ajovên ve dirêj dike:
- Ezbenî paqij kim?
Ajovan bi awayekî bêsebr li vêketina demek zûtir ya şewla kesk dipê. Ew ji niha de bêhnteng bûye. Ji ber ku rengê tariya şevê; yê cama texsiyê û pota di destê kurikê de wekî hev in, ajovan wekî ku qîr û qetran di cama texsiya wî hatibe dan û çêrê diya wî hatibe kirin, bi tevgerên hişk, wekî ku ew ê aniha kurikê ji terazinekê dahf de, destê xwe yî ku bi dîreksiyonê nagire li ba dike û bi hêrs:
- De dûr keve!! Tolazê, tolaz!..
Kurik pêşî xwe tevnalivîne. Wî îro sifteh nekiriye. Îro ajovanekî jî di paqijkirina camên erebeyan de heqê wî nedaye. Mîna ku dizek piştî qedandina karê xwe dibêje “Lingo bi qurban!” hemû ajovanan wisa pêl gazê kirine û dane dû hev. Divê ew heqê îro derxîne. Heqê ardûyê; heqê textikên ku ew ê di sobeya xwe ya teneke de bişewitînin. Û divêtiya ku ew tê de ye û nayê tirûşkirin...
Pişt re, ka bêje ji ber çi ye, kurik gavek bi paş de davêje. Şewla projektorê ji şevê diteyise û li rûyê wî dixe; şanika ku li ser govika wî ya rastê ye, siyeke zirav û dirêj li ser dêma wî çêdike. Ez wî ji vê şanikê nas dikim. Ew Muxliso ye. Hûn jî wî nas dikin. Ew parçeyek ji me ye; ku gişt encamên şer û pevçûnên hatî jiyîn xwe di rûyê wî de didin der. Wî êşên ku bi ser navê me kişandine, li aliyê çepê ya lêva xwe ya jêrîn li hev civandine. Dema ew dikene mirov dibêje qey ew digirî; dema ew digirî mirov dibêje qey ew bi kenekî nerm î tinazî dibişire.
Şewla zer -nîşaneya qedîna vê sekinîna ji bêgaviyê- vêdikeve û bi hawara bêsebriya hêrsok ya ajovên digihîje. Paceya li paş ajovên heta dawîn vedibe. Di nav şewla zer ya zenûn de, rûyekî dewlemend î bajarî yê jinekê ku gişt sotîneriya şewla sor li ser lêvên xwe li hev civandiye, xuya dike. Jinik milê xwe yî çepê ji pacê derdixîne û di wê kêliya ku ajovan texsiyê li kar dixîne de, pênc sed banotê nip û nû davêje û li rûyê Muxliso dixîne. Dema ku pênc sed banot bi hêza bi rê ketina texsiyê li erdê bi ber bayê dikeve, Muxliso bi sê tiliyên destê xwe yî rastê li şanika xwe dipelîne. Janeke zirav û kûr di nava xwe de dihise. Car din tişt di hundirê wî yê ku lê êş û şewat firtûneyan radikin de, bi goşt û can dibin. Hejînên di nava wî de car din dest pê dikin...
Şewla boş ya projektorê, berfa spî û... Şewlên ku leşkerên cilbelek li ser qemyonan bera ser çavên wan dane. Berfa ku bi rikebarî li berstûka pîcemaya wî radiselite. Bêdengiya erjeng ya gundiyan ku nava mirov dicemidîne. Û qîrewîra wî kesî ku dişibe vê xirecira geremol ya vî bajarî; tiştên ku rû didin û Muxliso di wan nagihîje... Û du şeqamên ser hev ku di rûyê bavê Muxliso de bi şîqîniya xwe tariya şevê diqelişînin û di guhê Muxliso de olan didin û ew êşa zirav... û pêt û rivînên ku di wê şeva spî de ji gundê wan bilind dibe...
- Tu yê bibînî!.. Di vî cihê ku min nû ew kifş kiriye de, ez ê xurekên ku bêhn neketine ji te re bînim. Binêr, pênc sed banot! Ew hîn nip û nû ye. Bes berfê dest dayê... Jina ku di nav texsiya “Son Model” * de bû ev...
Muxliso di ponijîna xwe ya ku tê de bi xwîşka xwe Menîce re dipeyive, nikare bêje “Wê jinikê ev avêt rûyê min.” Ew dixwaze bêje “Min ev qezenc kir.” Lê nikare vê jî bibêje. Ew kelegirî dibe. Hestên tenik yên dilekî pepûk û zarokane di kortika çavên wî de gola herî xweş û bedew ya dinê ava dikin û aniha Muxliso di vê sir û seqema çileyê de, tiştê ku ji bo zarokekî herî zor û dijwar e dike; ew xwe radigire. Dîsa jî çilkek hêsir bela xwe jê venake û li kêleka çavê wî yê rastê, di spîtahiya berfê de, li hember şewlê dibiriqe.
Çilkê rondikê ji bo demekê be jî bêhn û diltengiya wî vedike. Hêviyeke tînegerm bi nava wî dadigire. Bişirîneke şêrîn li ser lêvên wî xwe dide der; û vê şarezahiya hanê ku mirovahî di vê şeva dawîn ya sedsala bîstemîn de xwe pê paqij dike, dibêje qey Muxliso tinaziya xwe pê dike. Gotina ku Muxliso di çûna bajêr ya bavê xwe de jê re digot “Bavo ji bajêr ji min re nanê çarşiyê bîne.” tê bîra wî. Û awayê guhertî ya daxwaza wî ya ji bavê xwe di devê xwîşka wî de:
- Keko tu yê ji çarşiyê ji min re benîşt bînî..?
Muxliso berê xwe daye cihê ku wî nû kifş kiriye. Li kolana Lîseyê ji xeynî wî, çend kesên din hene; ku li xeyalên xwe yên tînegerm ponijîne, şemitîna li ser berfê dane ber çavên xwe û bi meşîna bi gavên bilez berê xwe dane ber bi banekiyên xwe. Dema ew digihîje ber aşxaneya li ser kolanê, bêhna goştê kizirandî tê pozê wî. Zilamek di nav bexçeya ku dora wî bi sincê hatiye girtin de, bi kêra xwe yî zirav û dirêj goştê li ber agir hûr dike. Bêhna goştê kizirandî hiş ji serê wî dibe û ew li hember hevgirtina poz û aşika xwe têk diçe. Li kêleka deriyê sincê radiweste û bi awirên dilbijok li hundirê aşxaneyê dinihêre. Bi vê re jî di ber xwe de dirame ku ew ê kingê karibe mîna wan rojan; rojên ku bavê wî li malê bû û agir û şewat bi gundê wan neketibû, bi kevçiyên wisa birqok û di nava van teyfikên rengîn û bi kulîlkan neqişandî de savarê bixwe...
Di vê navberê de jin û mêrek li ber deriyê aşxaneyê xuya dikin. Jinik li ser lêvan dikene; lê çavên wê ji kenînê dûr in. Mêrik, wekî ku jinikê têr kiribe lê ew bi xwe birçî mabe, li jinikê dinihêre... Dema jinik bi derketina deriyê sincê re çav bi Muxliso dikeve, wekî ku ma’d û aşika xwe ya berî niha tijîbûyî şanî Muxliso bide, bi dilvereşîn lê dinihêre û bi dengekî hêlî, wekî ku şeqamê li rûyê Muxliso xîne, dibêje: “Nizanim evqas pîçên genî ji ku derê peyde dibin!”
Bêhna goştê kizirandî; bêhna parfûma jinikê û ya bajêr li nav hev dikevin; û di Muxliso digerin.
Dema ew ji dûr ve şewlên neon û rengîn ya otêla, ku wî bi roj ew dîtibû û di ber xwe de gotibû ji çiyayê gundê me jî bilintir e, dibîne, bi perwerdehiya xwe ya bi mawey şeş mehan ajotî û nîvcomayî, bi kîtandinê dixwîne:
- De-de-man!
Du bîdonên sergoyê. Du bîdonên mişt xurekên bermayî yên ku bêhna hûr û pizûra jina ji aşxanê derketî jê tê.
Muxliso tûrê xwe yî ku ji sibehê de li pişta xwe lefandibû derdixîne û di nav kurtedemekê de ew bi pûtepêdanê hetanî nîvî bi nan, xurekên hişk û naylon û poşetan dadigire. Ew di ber xwe de dibêje: “Min îşev tu tişt ji sergovanan re nehişt. Bila êdî ew bên û vê avriyê ji erdê hilînin.”
Dema çûnê tê. Berfê zêde kiriye û êdî canê wî li ber tevizînê ye. Wê şeva spî ku leşkerên cilbelek bavê wî bi xwe re biribûn û çûna bavê wî bûbû çûna nehatinê, li ber çavên wî bi goşt û can dibe; bîrhatî û êşa di nava wî de quncifîna wî temam dikin. Tu dibê qey rûyê wî yî dirêj di dawiya şevê de dirêjtir bûye û di bin şewlên otelê de siyê xwe li nava şevê mohr dike. Dema Muxliso tûrê xwe davêje ser pişta xwe û ji otêlê bi dûr dikeve, dengên ku ji otêlê bilind dibin û dibêjin: “Noooşş! Bila li te bigivire!” tevlî şeva ku Muxliso ew vala dike û di spîtahiya xwe de dihêle, dibin.
_____________
* Modela Dawîn. (Ev gotin yek ji wan gotinan e, ku kurdên ku li Tirkiyeyê dijîn û pişt re ji tirkî hînî vê gotinê bûne, dikin nakin nikarin kurdiya wê têxin nav jiyana xwe ya rojane.)


Koç

Memê Zonî

Min di xewna xwe de dabû girî.
Ez di nava xwêdanê de şiyar bûm. Diya min digot: girî ronahî ye berxê min. Lê ez di nava tariyeke bêsînor de mame. Ji wê şevê de ez bi êşan re li hev hatim. Di şevên bêdeng de aramiya dilê min bi birûskên dijwar re veciniqin. Dilê min wek buxuşkên li ber çema diherikin ,hêdî hêdî dikeve nav xeman. Laşê min wek zinarê li ber pêlên bahrê bêdeng dihelin. Jiyana min a bi kulan derbas bûye tê ber çavê min. Carcaran dibêjim ezê çawa ji vî welatê rengîn ku êşên min kêm dike koç bikim. Li ber lingê min deştek bê ser û ber ku bêhna wê mirov sermest dike heye. Li ber çavên min bajarekî xêrnedî ku li ber her dijwariyê çirayê wan ketine govendek bextewar û li hawîrdorê min çiyayên serbilind ku bi evînek mezin min himbêz dikin tên ber çavên min.
Ezê çawa ji wan bi dûr kevim... Mêrdîna min .
Çend caran ji vê pirsê re li bersîvan geriyam, lê neçar im.
Ax aaax...
Ez rabûm ser lingên xwe û min li kelê mêze kir. Dengek dihat ber guhê min ji min re digot : qedera min û te wekî hev in . Tu bi salan e li benda yara xwe yî, ez bi salan e li benda ala xwe me. Di destên te de destmala yara te ya ku bêhna binevşan jê tê he ye. li ber pozê min bêhna xerdalan. Min bi salan e mêr dîn û newêrek dîn. Riya xwe hilbijêre. Lê ev koç bi te nakeve Delala min.

No comments:

Post a Comment