Thursday, January 22, 2009

Pozdirêj Henekbêj

Vegera Pozdirêj Henekbêj
(Belê mamo, apo, xalo, xwarziyo, xwedê-jê-raziyo nizam çiyo, ser-bi-gûyo...
Bi Xaliqê Rehman,
Bi Şûnikê bo derqûnê derman,
Ku min ji bo kurtedemekê xwe ji mirinkariya Mehganeyê -biborin, nivîskariya Mehnameyê- vekişandibû perestgehek pîroz ku li nik keşîş û feqiyên lê jê re kerxane jî tê gotin, va ye ez dibînim ku gelek kes hatine xuh û qirêjiya xwe bi Mehnameyê paqij kiriye û qûn -biborin, ser- ji min standiye! Lê va ye ez ê bêm û ku ez hatim, hûn bizanin ku êdî nabe kes bi jina min re raze yan na ez û ew ê em ê dîsan bibin destebira û reşeçira!
Lê hê ez baş ji heca xwe venegerîbûm (wek hûn dibînin ez çûbûm Mala Xwedê loma êdî hew zimandirêj im û li gotinên xwe biseqbêr û bidîqet im), binnivîskarê hewhêja yê Mehganeyê hat xwe avêt mala min û derqûna min -biborin, destê min- maç kir û xwest ku ez ji vê xwelîdankê (hin galegot hene ku bi kurdiya nûgenî jê re "kovar" tê gotin) re çend pêgiriyokan binivîsim çimkî xwelîdanka me dikeve sêsaliya xwe ya xwelîxweriyê...
Min xwe pirr netazî -biborin, nerazî- kir ku hin niviştçêkerên xwe-ve-rî niha di dema ez li Mala Xwedê bûm de, hatine û di vê xwelîdanka me de bûne xwedî tac û text... Lê ez ê bêm, ez ê bêm her yekî ji wan bi hewayê ji qul û kuna pişta xwe ji text û tacan dûr bixim û welatperweran bikim serdar û desthilatdar çimkî ma ev nivîskarok û binnivîskarê wan ê rizî li kû bûm dema me di rojên teng û bêhêvîtiyê de ji bo serxwebûna Henekistanê û perwerdeya bi zimanê henekî xwe cangorî dikir, ew li kû bûn... Ez hatim û li xwe şiyar bin!)
________________________
- Ma jiyan tenê berxwedan e?
- Belê, bi roj ji bo nan e
Bi şev ji bo gan e!
***
Pazdeh û şazdehî ab e,
bê têkoşîn û xebat nabe,
Xiro, ez heyran, xirê'm, rabe
***
- Destgirtiya wî çû û pişta xwe da wî.
- Ê wisan pirr baş e, ên me diçin lê pêşiya xwe jî nadin me.
***
- Ev ji mêj ve ye tu li vî welatî yî. Te zimanê wan girtiye?
- Ne welle, pirr dijwar e.
- Kuro, malmîrato, dijwarê çi ye. Hema heke kesek pêrgî te hat, destê xwe biavêje zimanê wî û bigire!
***
- Ma te hê jî nivêja êvarê nekiriye; çû jî?
- Kû de çû? Min bi xwe nedît!
***
- Ne biryarek baş bû ku wêneyê Seddam li ser pûlan hat çêkirin, postevanekî ji hevpîşeyê xwe re got.
- Çima na!? hevalê wî enirî.
- Niha gel tif dike aliyê xelet.
***
- Avê venexwe; dê rojiya te bikeve!
- Hema bikeve, ez ê dîsan rabikim!
***
- Tixtor, ez ê wiha bimirim!
- De bêdeng be keçê! Ma ez bo te ji termên mirî ditirsim!?
***
Siyasetmedarek tirrbilind, lingkulek û kuşlale di civînekê de bi têgih û termên tijî "îzm" û "mîzm" peyivî. Xwedê kir ku civîn bi dawî hat û her rebenek ji me vegerî mala xwe. Guhê min lê ye ku du kesên li pêş min dimeşin ji hev re diaxivin:
- Te dît: Ma min ji te re negotiye ku Hemo jîr û şatir e; kesekî tiştek fam nekir lê ew tê giha.
- Erê tê giha lê şaş tê giha.
- Bila şaş be, şert ew e ku tê bigihe. Şert ew e ku mirov siyasetê bizane. Siyaset bi xwe şert e; rast be yan çewt be, ferq nake.
***
Bijîşk nûçeyek xêrê ji nesax re hebû:
- Bawer dikim ku kuxika te niha hinekî baştir e.
- Jixwe divê baştir; hemû şeva do min rahênan û temîrên wê kirine.
***
Hecî Şêxmûsê 70-salî li tirimpêlekê dide û polîs wî digirin. Polîs jê dipirse:
- Hecî, ma tu ji xwe şerm nakî ku di wek kesek wiha pîr kirinên wiha dikî?
- Kuro sebab, dema ez xort bûm, tirimpêlên wiha tine bûn!
***
Bavê Temo jê pirsî:
- Te ta niha destgirtiya xwe ramûsandiye?
- Bêguman, çawa ne!
- Wê hingê çi got?
- Pa min ê ji kû bibihîsta; wê hingê ranên xwe li serê min şidandibûn û guhên min girtibûn.
***
Ez pirr birçî bûm. Çûm xwaringehê û min nîv mirîşk xwest. Saetek vekêşa lê nîv mirîşka min nehat. Min bangî garson kir:
- Keko, ez ji birçan ketim: ev saetek e ku min nîv mirîşk xwestiye lê hê jî nehatiye.
- Mixabin hûn ê neçar bimînin ku hê jî li bendê bin.
- Çima lawo!?
- Ta kesek din jî nîv mirîşkê bixwaze. Çimkî qesabê me nizane mirîşkê bi nîvî bikuje.
***
Mêrê kurd ew e yê ev heft sal in ku bi jina xwe re raneketiye lê heke kes bi jina wî re rabikleve, amade ye ku sera wê yekê heft mêran bikuje û heft eşîran bike dijminê hev!!!!!!!
***
Hinek tirk li New Yorkê digerîn. Odeya wan a otelê li qata 36an bû. Xwedê kir ku asansora wan xerab bûbû. Wan biryar da ku bi pêlingan ve hilbikevin. Ew hildiketin û li her qatekê henekek digotin. Heneka herî xweş li qata 35an hat gotin:
- Welle kilîlê me li qata jêrîn ma!
***
Mêr ji jina xwe re dibêje:
- Divê ez vê mirîşka me ser jê bikim; pirr lawaz dixwiye.
- Ser çavan lê bawer nakim ku bi serjêkirinê xurttir bibe.
***
Evdile ji Xecê re:
- Bavê te tam ecêb e: pêşî wî nedixwest ez û tu bi hev re bizewicin; niha naxwaze em ji hev cuda bibin.
***
- Do min wisan li kemanê xist ku evîndara min girî.
- Tu wisan xweşik dikarî li kemanê bixî?
- Na, lê têlek piçî û jenî bi çavê wê ket!
***
Mamoste li waneya dîrokê ji Elo dipirse:
- Elî, tu navê çend cengan dizanî?
- Nikarim bibêjim: Diya min li min heram kiriye ji xelkê re bibêjim ka çi li mala me diqewime.
***
Zewac li dû evînê tê, wek çawa xwelî jî li dû agir tê.
***
Profesorek li waneyekê: - Zanistê peyitandiye ku jinan ji mêran kunek zêdetir heye.
***
- Li ber tifenga te du fîşek hene û tu bi Stalîn, Hitler û dadwerekî re di odeyekê ve yî. Tu dê herdu fîşekan çawa bi kar bînî?
- Ez ê tifengê li dawer biteqînim; du caran.
***
Dayika Temo gotê:
- Temo, de xatirê ji metê bixwaze; wek çawa min tu fêr kiriyî.
Temo:
- Mala Xwedê ava ku ew pîretewt dê ji ser guhên me bifilite!
***
- Tirkek û erebek ji xaniyek pirr bilind ketin. Tu dizanî kî zêdetir meriçî?
- Hema ferq nake!
***
- Çima ereb bi hêştiran in û amerîkî bi keştiyên esmanî ne?
- Xwedê hişt ku ereb pêşî ji wan herduyan hilbibijêrin.
***
Kurdek penaber li dikanek bermayiyên antîk bû. Destê wî bi guldankek serdema helenî ket û guldank ket erdê û şkest.
Firoşkar lezî cem wî û gotê:
- Wey Xwedêyo, ew guldank herî kêm du hezar salan kevn bû!
Yê kurd:
- Mala Xwedê ava, ez tirsîm ku ew nû û bihagiran e.
***
Jina bazirganekî ji mêrê xwe re:
- Dema tu ji malê diçî, ez pirr ditirsim. Mêrê wê:
- Netirse. Tu hema bi çavên xwe bawer nakî ka ez ê çi qas zû vebigerim.
Jina wî:
- Jixwe ez jî ditirsim ku tu dê zû vebigerî û min bibînî!
***
Li waneya erdnasiyê ji min hat pirsîn:
- Ka Pozo tu dikarî navê bajarek Hindistanê bibêjî.
Min bersiva mamoste da:
- Belê ser herdu çavan. Lê hûn navê kîjan bajarî dixwazin, mamoste?

Beşa II
***
Hilbijartinên Tirkiyeyê:
- Çima li ciyê hilbijartinan gelek kolik hene?
- Daku hilbijêr bi azadî kolikekî hilbibêjere.
***
- Ax, îro çi bînek xweş ji te tê. Ma te çi li xwe kiriye?
- Cotek goreyên paqij.
***
Mamoste ew kes in ên ku alîkariya me dikin di wan pirsgirêkan de yên ku me dê bêyî wan mamosteyan tine bûna.
***
Pirtûkek matematîkê ji ya din re:
- Bawer dikim ku pirsgirêkên me herduyan pirr in. Em çi bikin?
***
- Ez ê te bikujim!
- Çima?
- Ez ê her kesî bişibe min bikujim!
- Ma ez dişibim te?
- Erê?
- Ê madem ez dişibim te, min bikuje!
***
Hemû giya yên xwarinê ne lê hin ji wan tenê carekê bs e bên xwarin: êdî mirov birçî nabe!
***
- Ma ne tiştek seyr û sosret e ku çûçelokên mirîşkan bi xwe ji nav qepûşkên hêkan derdikevin?
- Bi min hê jî seyr û sosrettir e ka ew çawa dikevin nava wan qepûşkên hêkan.
***
- Çima serê tirkan zêde caran diêşe?
- Ji ber ku nexweşî dikeve lawaztirîn beşa bedena mirov.
***
Erebek ji nojdar û bijîşkê xwe re dibêje:
- Ji we yê hêja lêborînê dixwazim: Min nikarî fermana we bi cî bînim û saetekê berî firavînê avê vebixwim çimkî min tenê karî 15 deqeyan li ser hev avê vebixwim.
***
Farisek li ber deryayekê rûniştiye û ji xwe re dirame:
- Bi Xwedê û bi qewlê Îmam Xumeynî derya pirr tiştek bikêrhatî û biwec in: Heke ew tine bûna, me dê çawa xwe bi keştiyan bigihanda giravan!
***
Rojekê em jî bûbûn kemalîst û em çûn firoşgehek alayan. Me ji firoşkar pirsî:
- Em dixwazin alayek Tirkiyeyê bikirrin.
Firoşkar jî ji me re:
- Alayek çirengî?
***
şêx Osê li malekê bûbû mêvan û niha li ser sifreyê rûniştî bû. Piştî bîskekê wî kerem kir:
- Aniha qewimî. Tişta herî zêde jê tirsîme niha hat serê min.
- Çi ye? Çi bûye, ewliyayê Xwedê, şêxê Mezin? Bi dehan deng ji civatê rabûn.
- şelalê piyê min girtiye û ew felc bûye. Ev bîskek xweş e ku wî diperixînin, digemirîn û diquriçînim lê hest bi tiştekî nakim, ruh di pî de nemaye.
- Min bibexişînin, şêxê Gewre, lê pî yê min e ku hûn pê dilîzin.
***
Fermandarek artêşa tirkan ji nepaqijiya eskeran bêzar bû û ferman da ku divê ji niha şûnde esker her roj cotek goreyên nû bikin lingên xwe. Piştî çend rojan pirraniya eskeran sol û pêlavên mezintir xwestin çimkî aqil nebiribû ku goreyên qirêj ji lingê xwe bikin lê yên paqij jî bi ser wan de kiribûn.
***
- Dixwiye ku alavên karebayî (ceyranî) bi dûkêl dixebitin.
- Çima tu wisan bawer dikî?
- Dema dûkêl ji wan derdikeve, ew êdî hew dixebitin.
***
- Dayê, çima pizokê me (bîbokê me, bebekê me) wisan sor bûye?
- His be û êzingan li tenûrê zêde bike!
***
- Tu dizanî demjimêr çend e? Xelo pirsî.
- Belê, dizanim.
- Pirr spas, Xelo got û meşa xwe domand.
***
Li dadgehê keçek tecawizkirî li ber lêpirsînê ye.
- Te hawar kir dema vî zelamî tu tecawiz dikirî? dadger ji keçikê pirsî.
- Belê. Gelek caran.
- Kes hat?
- Belê, pêşî ez û dû re jî yê bertawan.
***
Xemêka biçûk di aman- û firaqşûştinê de alîkariya diya xwe dikir. Wê çartilkek girt destê xwe, ew şûşt û dû re ji diya xwe pirsî:
- Gelo divê navtilkên wê jî bên ziwakirin.
***
Camêrekî xwest bi pembû debara xwe bike. Rabû miyên xwe di erdê çikilandin û çandin.
***
Em futbollîz in. Berî çend rojan tîma me solên hevreng ji hemû lîstikvanan re kirîn. Ji hingê şûnde gelekan lingên xwe li hev xelet kirine.
***
Rojekê pirr dereng, cil di bin bîn û fisteya bîreyê de, şopa soravê bi gumlekê spî ve vegerîm malê. Kevaniya min jî xwe hêrs kir û got:
- Bawer dikim te sedemek baş heye ku tu demjimêr 6î spêdeyê bi reqskî vedigerî malê!
Ez, Pozdirêjê ji êl û eşîra mezin û navdar a Henekbêjan, ji her bûyer û lêqewimînê re amade û gotinhazir im loma:
- Belê xanim, sedem taşt e; ka taşta min.
***
Hevalek min li sînemayê herdem dixwaze li rêza pêşîn be. Ew dixwaze film ji berî her kes din bibîne.
***
- Dixwazim hevalê keçek nedoxînsist bim?
- Tu dê bi rendolek wisan çi bikî îcar!?
***
Malbatek kurd hê nû koçberî Elmanyayê bûbû. Xwedê zarokek da malê. Birayê pêncsalî yê zarok pirr heyirî û xwe negirt loma ji diya xwe pirsî:
- Gelo pizok (zarokê pirr biçûk) bi kurdî yan bi elmanî dipeyive?
***
- Çima amerîkî rûberjêr tên binaxkirin?
- Daku heke carekê rabibin û bixwazin ji gorrê derbikevin, wê berjêr bikolin!
***
- Tu çima pirteqalê bi tîvil ve dixwî?
- Ma çi ferq e, jixwe ez dizanim ka çi tê de ye.
***
Elo dît ku jina wî di nav nivînan re bi zelamekî re bû. Elo demance derxist û da eniya xwe.
Jina wî qîrî: - Elo, tu dê çi bikî!?
Elo: Tu bêdeng be! Piştî min dora te ye!
***
Dapîrê û bapîr bi gogê futbol dilîst. Bapîr wenda kir. Lêgerîn hê jî didomin.
***
Li cem bijîşk bûm. Ji min re got:
- Sedema êşa te ew e ku tu pirr dixwî.
Bi sond ev heft roj in ku pariyek nanê tisî jî di mala min evdalê Xwedê de peyda nebûye.
***
- Çima mîlê saetpîv ji mîlê deqepîv stûrtir e?
- Mîlê saetpîv hindî mîlê deqepîv werziş û sporê nake.
***
- Do bi şev hin dizan da xwe ku bikevin mala me, Temokê biçûk ji hevalê xwe re got.
- Tu çawa dizanî?
- Diya min ji tirsan çûn bin bavê min û jê hêvî kir:
"Bernede hindir, bernede hindir!"
***
- Çima li Rojava ronakbîr û li Tirkiyeyê jî kedxwer hene?
- Yezdan hişt ku tirk pêşî ji xwe re bibijêrin.
***
Elo û Hemo li meyxaneyê bûn. Herduyan têra xwe vexwaribû. Elo çû destavê û vegerî lê zincîra şelwalê xwe ji bîr kiribû û vekirî hiştibû. Çima wisan naqewime ku xirê camêr dikeve ser maseyê. Hemo jî diqîre:
- "Xwe vede, mar e!" û çartilkek li ber destê xwe lê dide.
Elo pirr diêşe û bangî Hemo dike:
- "Wî ez gezandim, hê lê xe!
***
- Çima polîs herdem du bi hev re digerin?
- Ji ber ku du kes baştir dikarin bangî hawarê bikin.
***
Siyasetmedarek berendam ji xebatkarên kampanyaya hilbijartinan re got:
- Divê vê carê em li hember hilbijêran rastgo bin û armancên xwe yên rastîn ji wan re diyar bikin. Ti pêşniyazek kesekî heye?
Bîskekê bêdengî bû. Lê dû re yekî deng kir:
- Madem em bixwazin rastgo bin, bawer dikim ku tekane reklama me dikare ev be: "Statuya min a civakî û aborî misoger bikin - dengê xwe bidin min!"
***
Çi li derveyî welat PARANORMAL be, li nav kurdan PARA NORMAL e.
***
- Min vê remezanê 25 rojî girtine.
- Ma yên din kû ve revîne?
***
- Çima riyên te wisan dirêj bûne!? General ji eskerek hê nûhatî pirsî. - Tu dizanî ez ê şibî çi bûma heke bi riyên wisan dirêj bûma.
- Netirsin, General'm; rî tenê li mêran tên.
***
- Mirov dikare tirkek qenc ji kû bibîne?
- Goristana nêzî xwe bikole!
***
- Çima Xwedê gur ji berî tirkan afirandin?
- Pêşî xwe ceriband!
***
- Divê mirov çi biavêje ber tirkek dixeniqe?
- Hevalê wî jî!
***
- Çi li wî tirkî hat ê xwe bê paraşût ji balafirê avêt?
- Xema kê ye!
***
- Tu çima çavên xwe dimiçînî dema te dimaçînim?
- Xwezî te xwe bidîta!
***
Sê nîşanên pîriyê hene:
Yekem ew e ku tişt ji bîra mirov diçin, herduyên din neman li bîra min.
***
Dermannasî wisan bi pêş ketiye ku êdî mirovên saxlem nemane.
***
- Ma rast e ku tu bersiva her pirsê bi pirsekê didî?
- Kê wisan gotiye?

***
Xemê ji Temo re:
- Diya min gotiye ku divê ez keçek qenc û çê bim. Ma ez qenc û çê bûm?

***
Gelo jiyana karebvan (ceyranvan) balkêş e?

***
Herdu bêjeyên herî girîng di aboriya Tirkiyeyê de:
Bertîl û bexîl.
***
Roja ez di trênê de bûm. Trên ji neferan mişt-dagirtî bû. Lê min nikarî kenê xwe rabiwestînim. Hevalê min pirsî ka min çi bû. Min ev bersiv pistand guhê wî:
- Rebenê li rex min rûniştî cizdana tijî pare li şûna bixe berîka xwe, xist berîka
min!

***
Hawayê ji Adem re got:
- Bêguman ez ji te hez dikim lê ev nayê wê wateyê ku zelamê pêşî, ku ez bibînim, ez ê pê re razim.

***
Tu dizanî, ferhenga nûderketî ya kurdî-kurdî çawa peyva "jin" rave dike?
- Çawa?
- "JIN: kesek ku di dema bela û zehmetiyan bi te re ye ku ev bela û zehmetî dê nehatina serê te heke te ev kes tine bûya".

***
- Meha remezan dê aniha bê; te xefik û davên xwe amade kirine?
- Çi!? Çima!? Ma em ê biçin nêçîrê?
- Erê em ê biçin nêçîrê, em ê rojiyan bigirin.

***
Êvarekê kesek li ber deriyê mala min ji min pirsî:
- Gelo tu benzînê ji tirimpêla te re dixwazî niha?
- Na, min bersivand.
Spêdeyê dema diviyabû biçûma kar, tanka dagirtî ya tirimpêlê hatibû valakirin.

***
Hebû tine bû, profesorek gêjik hebû. Ew çû destavgehê, çoxikê xwe vekir, stobenda xwe kişand derê û mîst şelê xwe.

***
- Na na, negirî çimkî bavê te nahêle ku em bi hev re bizewicin, ji xwe re neke xem, ez ê her zeriyek din ji xwe re bibînim.

***
- Delalê min, ma rast e ku kevok bêaqil û nexweşik in?
- Belê, kevoka min!

***
Ez, Pozdirêjê Henekbêj, serçemkgirê govend û dîlanan, ronahiya çavê qîz û keçan, hatibûm vexwendin zemawenda dostekî lê ku giham wir, min dît ku li her derê şînî û tazî ye.
- Kî miriye? min ji behîçinekî pirsî.
- Wele ez jî baş nizanim, wî got, - ne piştrast û misoger im lê diyarê yê di tabûtê de miriye.
***
- Dê çi bibûya heke dinya sî caran lezgîntir biçerixiya?
- Dê her roj roja meaş bûya.

***
Ez Behlûlê serdema îroyîn im. Min jina xwe ceriband: Min kêrek girt destê xwe û çûm li ber wê rawestîm û min got:
- Ez ê aniha xwe bikujim.
Ew ket xemê û got:
- Xwîn dê bivirre û mala me biherimîne.

***
- Navê wan ereban çi ye ku ji xwe re kevanî dîtine?
- Mêrên an evîndarên hêştran.

***
Bavê Çîmenê dixwest çelekê ji mala cîran bikirre. Xwîşka biçûk a Çîmenê jî pê re bû û lê dinerî ka çawan bavê wê li lingên çêlekê dinerî, devê wê seh dikir û destên xwe didan ser guhanên wê.
- Jixwe divê ez eseh bibim ka ew saxlem e yan na ji berî wê bikirrim, wî ji keça xwe ya biçûk re got.
Çend roj derengtir, xwika Çîmenê ya biçûk bezî cem bavê xwe:
- Bavo, bavo, zû were. Çîmen û Hawar li kuncikek kadînê ne û ji min re wer tê ku Hawar dixwaze Çîmenê bikirre.

***
Temokê biçûk bi ser hidibe ku dêbavên wî di nav nivînan re bi hev dilîzin. Temok diçe cem wan û dibêje:

- Siwarî! Çi karê xweşmêran e!.. Bila ez jî li pişta te siwar bibim, bavo?
Bavê wî, bi hindê dilşa ku kurê wî tiştên neşirîn jê napirse û ku derfetê dibîne karê xwe bidomîne, qebûl dike ku kurik li piştê siwar bibe. Piştî bîskekê dayik dest bi ahîn û ohînê dike.
Temok dibêje:

- Bavo, baş zemt bike, pirrî caran ez û Xalidoyê cîran di vê qonaxê de ji ser pişta mehîna zîçikavêj dikevin.

***
Şaşgotin:
Yê bi gotinên jorîn kenîbe, tamsar û rûneken e. Ji bîr nekin ku ez derewan nakim loma di pêgiriyokên jorîn de ti rastî nîn e!
Ta carek din ku Xwedê bike ez û hûn hev nebînin, bimînin di xir û xweêşiyê de

No comments:

Post a Comment