Thursday, January 22, 2009

Zarokname

Berhevkirin: Husein Muhammed


H e l b e s t û k u r t e ç î r o k


Z A R O K N A M E


Diyarî hêviyên pêşeroja me:

Zarokên bi kurdî dixwînin





















Bihar

William Blake

Bilûrê, bike deng,
dîsan hatiye reng!
Şahiya firindan
bi şev û rojan.
Strana bilbil
bi can û bi dil,
tevnrês in
tev dibêjin:
Pîroz be, li dost û li yar.
Pîroz be, xweş hatî bihar.

Biçûk e lawik,
dilxweş, bê rik.
Biçûk e keçik,
şirîn û hûrik.
Dîk bang dike,
tu jî wisan bike:
pîroz e deng
ji zarokên şeng.
Pîroz be, li dost û li yar.
Pîroz be, xweş hatî bihar.

Berxikê,
karikê
bike: mee-me,
de were me!
Were gerdenê,
were maç kim bedenê.
Ramûsim hiriya germ,
ramûsim hiriya nerm.
Pîroz be, li dost û li yar.
Pîroz be, xweş hatî bihar.






















BERXIKA ŞÎR Û GURÊ DEV BIXWÎN

ADAR JIYAN: adarjiyan@mynet.com

Li devê çem sekinî bû gurê har
Berxika şîr hate wêder av vexwar

Gur ji jor de xwe berda hate balê
Pir bi hêrs bû çîr kirin berxka salê

“Te ji kê destûr stand û hatî vir?
Wê ava minî zelal te şolî kir

Tu nizanî ev der hemi yê mine
Ji min pêve para kesî tê tune

Tev yê minin çem û kanî dar û ber
Wargê mine nahêlim kes were ser”

Ji tirsa re di lerize berxka şîr
Belê jîr bû bersivek da gurê pîr

“Binêr apo ez nizanim tu kî yî
Pir bihiş î an jî tu pir birçî yî

Tu dibêjî te şolî kir ava min
Ez li jêr bûm neçû ye jor gava min

Ji bo avê tucarî neke mital
Ji jêr de şolî nabe ava zelal

Tim ji jor de di herike ava çem
Te dît li jêr min av vexwar nexu xem

Ez nizanim tu ji boy çi qehirî
Ji nedit ve te hat rêya min birî”

Gur rabû got: tu pir zede axivî
Te re dibêm zûka bigre wê dewî

Min paşgotin ji te bihîst sala par
Û ew sûcê giran li xwe nekir bar

Ne yek ne du ev bû çend car ji bo min
Ew qisê te hemi hatin guhê min”

Berxik şa bû diber xwe de kenîya
Ji kêfa re list û rabû ser pîya

“Bawer bike ez tune bûm sala çû
ji dayik re ez çê bûme îsal nû

Min bi hina dişibînî ku ezim
Ewê qise kirine te ne ezim

Par van çaxa ne hatibûm dinyayê
Pir biçûkim min nuh daye dûv dayê ”

Gur dibêje: Naxwe ew xwûşka te bû
An kekê te dizanim yek ji we bû

Berxik dibê: kesek nine xwûşka min
Ji min pêve zarok nanî dayka min

Biçûk-mezin birayê min tune ye
Wa li male dayka min tena xwe ye

Tu dixwazî wa mala me li wire
Her bibîne tiştê min got ne vire

Yê kû qisa dike nayê dora te
Tej bîr kirye ew kes nayê bîra te

Ma ji bo çi qisa bikim ji te re?
Tul vir dijî em jî liwir ji xwe re

Her du çavên gur tijî bûn xwîna sor
Wekî dîna digeriya hawîrdor

Got: Ew kesê ku dibêjim wek te bû
Ne bîyan bû bieslê xwe ji we bû

Ew jî mîna te her tim di barîya
Bê dê û bav li van deeran gerîya

Dê û bavê te ji min re dilminin
Malbata we hemi guhdarê minin

Natorvanê we bû seê guh dirêj
Bilûrvan bû wî şivanê wey dedngbêj

Min nikar bû ji mala xwe derkeve
Him hêsîr bûm min nikar bû bireve

Gava ku ez daketama dora pez
Seê weyî har di hatin min bi gez

Gelek tadeya we li min hatîye
Tu nabêjî yê li dij min ev kî ye

Tu dijminî bi nêr çavê xwe veke
Him sucdarî bo wê dengê xwe neke

Ji bîr nakim tada dê û bavê te
Ger te bixum winda bikim navê te

Berxika şîr rabû dora xwe nêrî
Hêvîya wê kesek nebû da girî

Di ber xwe de got: Çi hate serê min
Ez çi bikim neket xêrê ber” min

Ji gur re got: Bo firek av hatim vir
Çi xisara min li te bû Apê Gur?

Ka min berde ezê herim mala xwe
Têr şîr bixum nuh dagirim sala xwe

Paşê gotî: Ez biçûk im gune me
Ez şêrîna ber dilê dayka xwe me

Wext dedrenge ka min berde bû êvar
Berxika şîr pir rica kir gurê har

Gur jêre got: I bîr nakim wê tolê
Ger te bixum îro rakim ji holê

Da te nexum tucar nayê xewa min
Tu dijminî bo te nîne efwa min

Êrîş kir ser berxikê gurê çepel
Devgilêz û ew xwînxwarê çav nexel

Çacbirçî û hov û harê pir qeleş
Bi wî goştê rexd dagirt ew zikêreş

Ne maf nas kir ne dadger û ne dozger
Çem û kehnî kirin yê xwe seran ser

Got: Ez gurim ez çî bêjim ger bibe
Bê mafî û zilm û zorî ger çi be

Yê li ber min şolî bike wê avê
Ezê serî hilqetînim wê gavê

Mîna gurê dev bixwînin hin mirov
Tim berxikê şîr dixun ew har û hov


















GURÊ GÎZME SOR

ADAR JIYAN: adarjiyan@mynet.com

Demsala Zivistanê
Sewalên daristanê

Hemû li hev civîyan
Hinek ji wan girîyan

Bi hawar û bankirin
Ax bi ser xwe dakirin

Gotin: We hay jê nîne?
Îro ji bo me şîne

Tiştê hatî serê me
Pir nexweş e Mîrê me

Yê ku bihîst ew xeber
Bê rawestin diçûn ser

Biçûk-Mezin, hûr û gir
Teyr û tulûr, Hirç û Gur

Ger çi çûn hebûn ew ajal
Hemû rabûn çûn ji mal

Yek yek çûn ber serê Şêr
Mal tijî bû jor û jêr

Hin rûniştin li eywanê
Yên hatin sertêdanê

Halê Mîrê xwe pirsîn
Li ber çong dan merisîn

Hin rûniştin hin rabûn
Tev ji ser hev belav bûn

Gotin: Wilo çê nabe
Tu “ş bê derman nabe

Divê em rabin herin
Derman bînin vegerin

Gava derketin ji mal
Nalîya Şêrê bêhal

Ku dengê Şêr hate Gur
Neçû xwe ragirt li wir

Li ber serê Şêr rûnişt
Jê re gotin gelek tişt

Got: Ev bû çend rojê min
Xev neketî çavê min
Ne ez tenê pir heval
Hemû hatin neçûn mal

Ne xwarin, ne vexwarin
Tev ji bo te li kar in

Çi sewalên ku he ne
Li ber fermana te ne

Çi kesê Daristanê
Tev hatin sertêdanê

Lê ewê ziman zêde
Tucarî nehat vêde

Tu dizanî ew kî ye?
Yê dibêjim, Rovî ye

Ewê xayîn û fenek
Ketî ye kêfa belek

Gava êşa te bihîst
Wî ji kêfare dilîst

Ku me li wir da girî
Bi ken li me zîvirî

Xwe li dij me qure kir
Qeşmeryê xwe bi me kir

Çi dibêji Mîre min?
Dest û ling û serê min

Şêr bersiva Gur dida
Got: ku ew nebe winda

Dizanim zê çibkim jê
De ka ew roja ku bê

Ku te got hat bira min
Mêrik nehat dora min

Sewal hatin ji her der
Belê nehat ew qeşmer

Birastî ka li ku ye?
Dêmek ne xema wî ye

Serê min ket ji alî
Ez ketime vî halî

Îro ma ye bi serê xwe
Qet nade vir berê xwe

Dê bê roja min û wî
Zê çi bînim serê wî

Ku Şêr wilo qehirî
Gur rabû çû ber serî

Got: Qet xwe aciz neke
Em pirin Rovî yek e

Balîf da ber pala Şêr
Gelek hurmet kire jêr

Rûnişti bûn pir sewal
Ku bû êvar çû ne mal

Rovî hate dora wan
Halê Şêr pirsî ji wan

Got çi he ye çi tune?
Ev çend roj, hun li ku ne?

Pêşî bêhna xwe vedan
Dû re rabûn bersiv dan.

Ger çi hebû li wê de
Me bi xwer’anî vê de

Wekî ku tu dizanî
Şêr nexweşe bi giranî

Kesek nema ku nehat
Tenê, deng ji te nehat

Ji roja ku em çûne wir
Li ber serê Şêr e gur

Ew tim ji te bi rik e
Ba şêr xeyda te dike

Digot: “Rovî bêxêr e”
Îro zikê wî têr e

Tucarî te nas nake
Ji bo te xwe tal nake

Gur gelek tişt li ser kir
Birastî Şêr bawer kir

Ku vê carê rabe Şêr
Ew ji bo te nabe xêr

Rovî xatir ji van xwest
Kaxiz-Pênûs xiste dest

Guh di serîd dilive
Deşt û çîyan dipîve

Rêya Rovîpir dûr e
Ax û kevir dihûre

Reya Rovî direj e
Di ber xwe de dibêje

“Divê tiştekî bikim
Bo ku Şêr razî bikim”

Li mal rûnişt ponijî
Planek xiste mêjî

Û qet li ber ser Şêr ranabe
Gote Şêr: Wiha nabe

Dîsa nehat ew zilam
Çi dibêjî ez xulam?

Welleh ne hawê wî ye?
De ka bavo li ku ye?

Rovî li mal digere
Ferman bid’ bila were

Şêr gotina Gur birî
Rabû ser xwe sincirî

Got: Vê yekê ji bîr nakim
Ger fermana wî rakim

Hînê ew tişt, nebû bîst
Rovî li malê bihîst

Rabû got: Ger ez herim
Wir sax bikim vegerim

Kaxizek kir sê çar xwe
Veşart kîn û rika xwe

Hêdî hêdî meşîya
Wargehê Şêr bû xuya

Ku gihişt devê derî
Pêşî Gur dît li serî

Gur li wir pal vedaye
Herdu ling jî radaye

Ku Rovî derî vekir
Tu kesî guh lê nekir

Rû nedanê sewalan
Xwe avêt nav şekalan

Ku derî ma vekirî
Gur gelekî qehirî

Got: Zû derî bigirin
Kesên bêxêr li virin

Gava dengê Gur çû Şêr
Hişyar bû nêrî li jêr

Rabû çavê xwe gerand
Serê xwe li Rovî hejand

Got: Eferim ji te re!
Tu bûyî zilam ji xwe re

Va ye ev bû meha min
Lingê te nehat ba min

Tu li ku bûy vê mehê?
Qey tu çû bûy Dojehê!?

Edî Xwedê mezin e
Sonda qesem li mine

Ezê te darizînim
Hesab bi ter’ bibînim

Ku Şêr dike qisên gir
Nayê ser hev devê Gur

Kêfa Gur pir li cî ye
Bo ku li dij Rovî ye

Gur got: Kêf kêfa min e
Temenê wî bir nêvî

Rovî stuwê xwe xwar kir
Bêdeng li Şêr guhdar kir

Paşê axivî ji dil
Got: Tim ezim yê bi kul

Ma qey wan li tê bû?
Zmanê wan zêde bû

Ji min çêtir dizanî
Kê ji wan derman anî?

Ev serê meha mine
Ne xew e ne xwarin e

Ku tu ketî nav cîya
Min daye serê rîya

Bo êşa te ya dijwar
Derman geryam bê hejmar

Hekî hekîm geriyam
Ku min dît vegerîyam

Tevdê Bijîjk û Zana
Gotin navê dermana

Ger min ji kê dipirsî
Wan yek derman nivisî

Gotin: Dermanê min çî ye?
Ka zû bêje li ku ye?

Meha min bû bêhal im
Raketî me li mal im

Ger te anî be derman
Bo te nîne tu ferman

Meclîsê bigerînim
Li wir efa te bînim

Rovî hate nêzîkê
Dest avêtê berîkê

Kaxiza derman derxist
Agir bi mala gur xist

Got: xwenddina min nîne
Mîrê min tu buxwîne

Ez nizanim bê çi ye
Li wir nivîsandî ye

Kaxizek din kire der
Wî derman kirbû jiber

Li derman nepirsî bû
Wî bi xwe nivîsî bû

Hayê kesî jê nebû
Fen a Rovî bi xwe bû

Belê Şêr guman nekir
Wê kaxiza din vekir

Şêr kaxizê dixwîne
Navê derman dibîne

“Ew dermanê êşa Şêr
Me danî ye wa li jêr

Gava ku hun bixwînin
Ger hun zû derman bînin

Em bi jîjk, bi Ilmê Zanî
Navê derman me danî

Navê derman li jêr e
Jê pêv her tişt bêxêr e

Navê derman li wir e
Ew “Goştê Saqa Gur”e

Ku Şêr wî goştî buxwe
Û avê bi serdê vexwe

Dê bibe wekî pola
Derkeve serê çola

Tiştekî wî namîne
Ev ji bo we mizgîn e

Gava nivîs qedîya
Ziravê Gur qetîya

Dest pîyên wî lerizî
Ji xwe re got bi dizî:

“Ev çi bû hat serê min?
Ket mirinê berê min”

Şêr got: Rabin birêdin
Dest-pîyê Gur girêdin

Wî derxin devê derî
Bigrin wan çavên serî

Bivirekî tuj bînin
Hêta Gur bifirînin

Hinek goştê sor jêkin
Li agir kin zû çêkin

Daxwaza Şer anîn cî
Baş girêdan dest û pî

Çêbu wek dilê Rovî
Hêta Gur birin nêvî

Goştê saqê jê kirin
Xwe bi ser de werkirin

Bi cih anîn ew ferman
Şêrê nexweş xwa derman

Şêr hate sêra berê
Kesek nema li wê derê

Seqet ma Gurê Fesad
Rovî li wir bû azad

Herdu ajal ketin rê
Rovî li pêş Gur li pê

Herdu ji hev qetiyan
Bi hev re nemeşîyan

Yek bi jorde çû yek bi jêr
Rovî da rêya nezêr

Gur ma li ser sê pîya
Zwîn ji seqê rijîya

Rovî ban Gur kir li jor
Got: Lo Xwedyê Gîzma Sor

Te duh dikir xeyba min
Va tu ketî tirba min”

Fesadî ne tiştik e
Ew ji bo te hindik e

Çîrok dide me wane
Hinek mirov wiha ne.





Sosin

William Blake

Sorgulên narîn jî derdixin çîxên xwe,
miyên sernerm jî ditirsînin bi şaxên xwe.
Lê sosinên sîs di zewqa evînê de ne,
ne çîxek ne jî şaxek bedewiya wan diherimîne.




















KÛSÎ Û KÎVROŞIK

ADAR JIYAN: adarjiyan@mynet.com

Kîvroşkekî pir ciwan
Tim dixwar pelê mêwan

Pir birçî bu bilez û bez
Xwe berada nava rez

Gava ku hat ber mêwê
Nêrî, Kûsî meşîya

Çaxa Kûsî meşîya
Keroşik pê kenîya

Gote Kûsî: Va tu jî
Bi min re li vir dijî

Ma qey nîne pîyê te?
Vaye ê min ka yê te?

Ger ku were xwedyê rez
Ezê bazdim pir bilez

Tu bi vê meşa giran
Qet nagihêjî tu deran”

Keroşk bazda bi cirît
Him jî Kûsî biçûk dît

Wekî bêje “Ez ev im
Binêr çi zû direvim”

Kûsî gelek qehirî
Li dora rez zîvirî

Piştre Rovî dît li wir
Ban kir gotê: were vir

Daxwaza min ji te ye
Li vir keroşkek heye

Bo ku beza min nîne
Min pir biçûk dibîne

Zehmet nebe here bêj
Wî Kîvroşkê guhdirêj

Bila were ez û wî
Bibezin, dadger tu wî

Bo ku bixwe bawer im
Ji Keroşkê nagerim

Rovî bawer nekir
Got: Te bo çi ev vekir?

Ji bo te ne erzan e
Keroşik pir beza ne

Him tu kal î bi ser de
Dev ji vê yekê berde

Kûsî biryara xwe da
Rûnişt bêhna xwe veda

Got: Dere here wî bîne
Û beza min bibîne

Rovî rabû êdî çû
Gote Keroşk: Were zû

Emê herin nava rez
Amade ye bo te bez

Dê Kûsî jî jixwe re
Îro bazde bi te re

Keroşkik pir keniya
Bi Rovî ro meşiya

Got: Xwelî li serê min
Kûsî bû hemberê min

Hersê li hev civiyan
Hatin nava zeviyan

Bo bezê biryar danîn
Bewerî bi Rovî anîn

Rovî gote wan: Rabin!
Herdu liser pîya bin

Rûnenên werin rêzê
Zê li wir deynim xêzê

Gava bejim”yek,du, sê
Hun desbikin bi bezê

Yê ku bibe yekemîn
Dê bilinke Ala Şîn

Rovî rûnişt bin tehtê
Piştre nêrî li saetê

Ku hat dema bazdanê
Keroşik bazda lanê

Got:“Hey zê biserkevim
Ka kêlîkê rakevim

Paşe bibim yekemîn
Bilind bikim Ala Şîn

Heta ku kusî here
Têr rakevim ji xwe re

Piştre rabim bibezim
Ji ber ku bezvan ez

Kûsî bihêlim li paş
Bo Rovî bêje “şabaş!”

Kûsî bi xwe bawer bû
Riya dirêj li ber bû

Wî ji mêj de dabû rê
Qet rawestin nebû lê

Meşa wî pir ji dil bû
Ji xwêdan” tev şil bû

Riya bezê bi nêvî kir
Li wir gazî Rovî kir

Rovî rabû ji bin tehtê
Dakete serê xetê

Got: Edî alê rake
Bihejîne libake”

Nêrî Kûsî bi tenê
Xuya dike li bin benê

Keroşik nexuya bû
Kûsî li ser pîya bû

Hatibû ser xeta cot
Rovî li wir j^re got:

Bilind bika Ala Şin
Va tu wî ê yakamîn

Ka keroşik li ku ye?
Gelo li benda çiye?


Va qediya beza we
Pîroz dikim te bixwe

Kûsî Keroşk li paş hişt
li serê xetê rûnişt

Lê Keroşê malwêran
Ketibû xewa giran

Pir xweşbû siya mêwê
Deste wî nebû ji xewê

Ji nişkê de hişyar bû
Belê dem pir xedar bû

Kûsî dît li ser xêzê
Nemabû fêda bezê

Ew Keroşkê pir beza
Baz neda li wir raza

Lê Kûsî qet raneket
Pir xebitî biserket

Pir girîng dît têkoşîn
Wî bilind kir Ala Şîn

Keroşkê bi qeşmerî
Li kevir xist ew serî

Belê aqilê dawî
Tucar fêde neda wî

Mirovên wekî Keroş
Distê didin bi beroş

Dê tim bimînin birçî
Xwedyê beza ne li cî

Ger pîr dibe,ger ciwan
Ev tişt fêdê nade wan

Lê ew kesên bibiryar
Dê biserkevin hercar























BAZARA BIRAYÊ XAYÎN

ADAR JIYAN: adarjiyan@mynet.com

Demek hebû du bira
Her du rabûn li wira

Tev de kolan erd û ax
Bo lêkin qesr û qonax

Bawerî bi hevdu anîn
Bo xanî bingeh danîn

Nerm kirin kils û herî
Kevir anîn ber derî

Tevd xebitîn jin û mêr
Ji xeynî ewê bêxêr

Mîna gayekî zexel
Wî çav berda bû mexel

Bêdengî li hemdê wî bû
Xebat ne karê wî bû

Tim rûdinişt ew li per
Rojekê kes neçû ser

Gotin nehat guhê wî
Xira nebû cihê wî

Kesekî negot “bira!”
Carekê were vira

Çer tu nayê civatê
Nakevî nav xebatê?

Carek çi ye wî bi xwe
Nexist xanî keda xwe

Mirov mîna morîstan
Di xebitîn bê westan

Hin bêr hildan hin bivir
Kişandin ax û kevir

Bo ku zû lêkin xanî
Hina ji wan av anî

Dest pê kirin ji serî
Bi kevirên şehkirî

Zêç û zarok bi tevayî
Bilind kirin avayî

Pir xebitîn meh û sal
Edî bûbûn xwedî mal

Li wan neman dest û pî
Lê kirin qesrên spî

Derî, pacê li ber xistin
Tej û erdî raxistin

Runişt birayê karker
Yek hat rawest çik li ber

Got: Ez birayê te me
Şirîkê malê te me

Xanî yê min û te ye
Jor ê min jêr ê te ye

Bê destûr çu ber xanî
Navê xwe li ser danî

Dû re got: li ser derî
Yê min e navê serî

Ezim birayê mezin
Ger li xwekî navê min

Birayê karker got: çima?
Tu li xanî bûy tima

Berî em lêkin xanî
Min anî ax û kevir

Xanî lêbû li vira
Tu li ku bû ey bira!?

Xebat diçû zora te
Î ro mal hat bîra te

Xanî hemu keda min
Te jê tiştek neda min

Tevdê xanî min çê kir
Te hat navê xwe lê kir

Qey nabîne çavê min
Ka li ku ye navê min

Wekî malê bavê xwe
Te li ser danî navê xwe

Bo wê he ye çi sedem?
Wilo dikî tu her dem

Ger dixwazî biratî
Nexe dilan şewatî

Ger dixwazî wekhevî
Mal parê ke bi nêvî

Xanî ê min û te tev
Her du nava deyn ber hev

Birayê fenok û xayîn
Dike bibe har û dîn

Got: Çavê xwe veke binêr
Tevd yê minin jor û jêr

Ezim xwedyê xanîyê nû
Tu derkeve here zû

Bo çi tu li vir rûniştî
Ezim xwedyê her tiştî

Lê tiştekî din he ye
Bazara min û te ye

Peyman deynim bi te re
Guh bide min ji xwe re

“ Tucar ji min negre rik
Bi xebite bi nanê zik

Ezê rûnim li malê
Tu bîne qûtê salê

Razim li ser têxtê zêr
Tu dakeve qatê jêr

Ezê bixum goştê kar
Hestî ji ter bikim par.

Genim yê min ceh yê te
Du par yê min yek yê te

Ezê rûnim li eywanan
Tu êm bike heywanan

Ezê bim siwarê hespê
Tu jî çê ke xwarinê

Tim bigerim hawîrdor
Tu paqij ke jêr û jor

Ezê bibim sermîyan
Tu bike karê pîyan

Nadýme te avayî
Te re bêjim bi kenayî

Ez axa û tu xulam
Bazar eve ey zilam!

Tiştê ku bêjim eve
Tu naxwazî derkeve

Çend sal borîn bi wî rengî
Birayê karker kir dengî

Rabû ser xwe jê re got:
Êdî nema diçim cot

Ne xulam ne axatî
Ez dixwazim biratî

Ev çend sale, kole me
Li ku birayê te me

Ez dizanim çilo ye
Biratî ne wilo ye

Bira bira nakuje
Û xwîna wî namije

Min pir kişand ji wî destî
Ez mame çerm û hestî

Tu mirovkî bêbext î
Wek mirina bêwext î

Bo ku dilê te reşe
Ev biratî nameşe

Birayê xayîn bersiv da
Zêde lingê xwe rada

Bi ser ve bû gote wî
Xwedyê xanî ne tu yî

Mal daye min bavê min
Wa li ser e navê min

Ku çi he be yên mine
Qet para te tê tune

An xulam bî an xulam
Nexwe nîne bo te tam

Mal û zevî rez û pez
Lewre xwedî ezim ez!

Birayê karker got: naxêr
Ez ji te bûm e zivêr

Ez dibêjim wekhevî
Tu ji vê yekê direvî

Ez dibêjim biratî
Bo vê nakî tebatî

Li min dikî çavsorî
Na qede zilm û zorî

Bo xwe mal- milk dixwazî
Bo min jî belengazî

Tu dev nerm û pişt hişk î
Mîna mar û dûpişk î

Xwe pir vird û wird didî
Bêdeng bi min vedidî

Wilo nabe li cem hev
Jiyan heram bûye tev

Li vir nema biratî
Bese êdî koletî

Cihê bibim ez bixwe
Bo jiyanek serbixwe

Xanî nêvî yê mine
Cihê bûn mafê mine

Ezê ji te cihê bim
Newe cihê ku lê bim

Birayê xayîn rawest
Per û baskên wî şikest

Bû zing zinga dirana
Gazî kire cîrana

Bi qîrîn û bi hawar
Rabû kire bare bar

Got: Binêrin li vira
Şer derdixe ev bira

Tevd bibînin ji xwe re
Mêrik ji min nagere

Ew dibêje cihêbûn
Safî bikin êdî hun

Wekî hun jî dibînin
Ez û wî tevd dijînin

Ma qey em ne bira ne?
Va hun jî li vira ne?

Çi tada min bûye lê
Tew yê mine cih ku lê

Cîran hatin ferca wan
Pir kone bûn hin ji wan

Hin li nal dan li bizmar
Gotin: Çî ye ev bazar?

Em nizanin derdê we
Safî bikin hun bi xwe

Lê belê hinek cîran
Rind axavîn ji bo wan

Kirin qisên gelek xweş
Derket holê rûyê reş

Gotin: Em ji dizanin
Ku hun herdu biranin

Ê we yeke bav û dê
Em dibêjin bo xwedê

Ger bê gotin bi rastî
Li vir heye zordestî

Hun yek axa yek xulam
Pir nexweşe ev meqam

Ger hun divên biratî
Bila rabe axatî

Ew deng çû birayê xayîn
Ji nuv de bû har û dîn

Gor hun hemu dijminin
Hevkarên birayê dinin

We şer xist nabêna me
Bu hun werin şûna me

Mal şer xist nabêna me
Yê minin ev cih û war

Bila qet neke hêvî
Ez mal nakim bi nêvî

Ez û wî birayê hevin
Hun ji nav me derkevin

Hun cîran tevd neyarin
Pir xayîn û hevkarin

Dinya limin bu dijmin
Kesek nema dostê min

Hun xwe nedin dora wî
Ezê binim qira wî

Birayê karker got: Bira
Guhê xwe bide vira

Îro ku ez nebûma
Dê xanî tune bûna

Keda mine ev xanî
Vê yekê baş dizanî

Tim li şere berê te
Gotin naçê serê te

Dibêjim “Ez mirovim”
Ne gîya me ne hovim

Va hene zarokên min
Kur û qîz û bûkên min

Wargehê bavê meye
Rûniştin mafê meye

Ez dibêjim vê gavê
Binêr veke wan çavan

Nema divêm bindestî
Edî kêr gîha hestî

Belê tu pir bextreşî
Tu nayê rê bi xweşî

Min bawere bi vê yekê
Aştî nabe bêyî çekê

Ger tu mêrî derkev der
Ez dibêjim şer û şer

Gava qala şer dike
Birayê Xayîn deng dike

Dibê: Hay ho! Ev kî ye?
Îca şer ji bo çî ye?

Bi gazîn û bi awaz
Got: Tu bûyî cudaxwaz

Piştre bang kir gundîyan
Gote: Rabin ser pîyan

Ev bîrayê bi teşqela
Li serê min bû bela

Gundîyan got: Neke deng
Dinya li te bûye teng

Kesek nîne ker û gêj
Te xwest şerê bi qirêj

Te dest da ser malê wî
Milk ê bav û kalê wî

Ka li kû ye hişê te
Li vir çîye pêşê te?

Karê te ye bêmafî
Zilm û zor û bêbavî

Birayê Xayîn nekir deer
Çû ser birayê Karker

Got qet neke dengê xwe
Here rûne li cihê xwe

Ez didim te av û nan
Ez xwedî tu natorvan

Li derdora xwe bimêz
Her gav ezim yê bi hêz

Tu him qesl him lewaz î
Bi ser de cudaxwaz î

Pêş de diçî tu gelek
Li te rakim çerx û felek

Êdî tu jî dizanî
Nadim te kevrê xanî

Birayê Karker xwe kar kir
Malbata xwe hişyar kir

Got: Rabin çare nema
Tevd hildin şûr û rima

Dest dane hev wan li wir
Dê û got û bav û kur

Tevd şer kirin bi rastî
Hiweşandin zordestî

Xanî xistin destê xwe
Mizgîn dane dostê xwe

Ji holê rabû ew xayîn
Êdî nema şer û şîn

Karker li xanî rûnişt
Cîhan jê re bû buhişt

Dawîya xayînan ev e
Dê rastî bi ser keve


Newroz


Ey Newroz, hey Newroz,
Tu li gelê arî pîroz.
Dema heyva adarê
li destpêka biharê.
Gul û gulçîk kemilîn,
şar û gelî xemilîn.
Gelê'm cejna we bi xêr be
li her derê pîroz be.

Cejna Newrozê vehat
weke rojê li me helat.
Li çiya û li baniyan
agirê Newrozê dadan.
Ev agirê rizgarî
li Kurdistan dibarî:
Nîşana cejna Newroz
gelê me li we pîroz.

Ey Newroz, hey Newroz,
Tu li gelê arî pîroz.
Dema heyva adarê
li destpêka biharê.
Gul û gulçîk kemilîn,
şar û gelî xemilîn.
Gelê'm cejna we bi xêr be
li her derê pîroz be.

Dema Newroz tune bû,
gelê arî bindest bû.
Dihakê hov ê xwînxwar,
hişê mirovan dixwar.
Dijî vê zilma giran
şoreşekê ser hildan:
Gel û Kawayê hesinkar
Newroz bo me kir diyar.

Ey Newroz, hey Newroz,
Tu li gelê arî pîroz.
Dema heyva adarê
li destpêka biharê.
Gul û gulçîk kemilîn,
şar û gelî xemilîn.
Gelê'm cejna we bi xêr be
li her derê pîroz be.

Armanca pîroziyê
ji bo serefiraziyê:
Newrozekê li dar xin
gelê bindest pir şa kin.
Li ser xakê Kurdistan
bidin wan maf û jiyan.
Bi rindî û xweşî û dîlan
em şên bikin Kurdistan.

Ey Newroz, hey Newroz,
Tu li gelê arî pîroz.
Dema heyva adarê
li destpêka biharê
Gul û gulçîk kemilîn,
şar û gelî xemilîn
Gelê'm cejna we bi xêr be
li her derê pîroz be.

ji kaseteke Gulistan Perwer


















Serhatiyên kurt

Nivîsîna Sebrî Botanî (1925-1998)

Ev serhatiyên he ji pirtûka Dibêjin hatine wergirtin.
Navnîşanên xwestinê:
1- Bashir Botani.
Forellg.10,1tr.
133 42 Saltsjöbaden.
Sweden.
2- E-post: bashir.botani@telia.com

1- Derewa rast

Piştî ku mitirbekî ji axayê xwe re têr lawik xwendin, axayî gotê:
- Ka ji me re baxive lo!
Mitirb:- Ezbenî min du huqe doşav li serê pahîzê kirrîn û kirin di cerkî de... Êdî me zivistana xwe pê qedand, me îro jî bi şihînê kêşa û derket du huqe û nîv.
Axayî kenî û gotê:
- Kurro, malwêran tu çi dibêjî? Çawa zêde kir? Hema gotinekê bibêje ku mirov ji te bawer bike.
Mitirb:
- Axayê rêzdar, ez bi eniya babê te bikim welê ye, her wek min gotiye. Heke tu bawer ne kî hema xulamekî xwe bişîne bila bibîne û bipîve (bikêşe).
Heke ne rast e, ez sezayê xwe dipejirînim.
Axa:- Derewa ne yêt pînekirin ne bêje! De baş e, lê çawa zêde kir?
Mitirb:- Ezbenî, nanê me garis bû, her kesekî ji me dilê wî çûba doşavê, da nanekî bibe û biçe ser cerkî û bixwe, tibabek jê têde “nav doşavê” weriya.
Her bi vî awayî zêde kir…

2- Pîreş

Pîrejineke koçer hebû digotinê Pîreş, debara wê keftibû ser firotina pişkilan.. Wextekê koçeran pişkilên xwe ne frotin ji bo buhayekî girantir pê bêt. Wan pê çêbû pişkilên xwe ne froşin û di mal de bihêlin. Lê Pîreşa xwelîneyar kesê xwe ne bû û tiştekî Xwedê jî ne bû rizqê xwe pê peyda kit, divya ji birsan bimira, ji neçarî rabû pişkilên xwe bi erzanî firotin û bi hindê rêza pişkilan xirab kir “bihayê wan kêm kir” û koçer bi hindê newekirî (nerazî) kirin.. Wan jî ji kerban de çend bend pê gotin.


3- Hêrrsbûn

Darbahîvek di şûrhê re bû. Du kes li ser bi cirre çûn. Yekî digot:
- Ev bahîva min e.
Û ê din jî digot:
- Ji min re dikeve.
… Pêk ne hatin, ji lew re doza xwe birin ber destê axayê xwe. Li koçkê rûniştin û axê got:
- Dey ji min re bêjin!
Yekî got:- Ezbenî tu nikarî werî (bihêyî) nêv rezî, hema dê ji te re li vêrê bibêjin ku tu şûrhe yî û darbahîv jî di te re ye, ka ji kê re dikeve?
Axayî pirr bi vê gotinê bêzar bû, tingijî û got:
- Seyê sebab, ez dê rabim devê xwe tijî gû bikim bavêjim nav çavên te.


4- Têla telefonê

Li çolekê têla telefonê hatibû birrîn. Zelamekî gundî dît, hindek jê pêça, li hev çemand û di gel xwe îna bajêr. Cendirman di destan de girt û pê gunehkar kirin.. hingavtin, pirr êşandin, û wek golikê "hevîrê pîrê xwariye" ji lêdanê nehiş kirin û paşê berdan.. Êdî mêrik bi carekê hat guhartin, her wek ne ew bû. Ji qehra dilê xwe mal-mal diçû û digot:
- Hûn çi dikin, bikin... cendirman bikujin… dinyayê wêran kin… lê têla hukmetê ne birin!



5- Han û hawar

Zavayekî li bûka xwe dixist, lêxe, hey lêxe… Mêrekî din ê bêhnfireh li ber dîwarî beramber wan rûniştî bû, li wan temaşa dikir; ne li minê û ne li teyê… Piştî ku bûka pepûk ji lêxistinê hat hincinandin û mêrê wê xwe da paş, ji nû mêrê bêhnfireh ji bin xwe rabû çû nik zavayî û gotê:
- Bes li vê jinkê xe! Bes. Bes e! Ma tu ji Xwedê na tirsî?
Bûkê bi çavê errnê lê nêrrî û got:
- Zû ji ber çavê min biqeşite. Hezar caran mala te û ya wî ne li xana Xwedê be. Min ji te ne minet e. “Maşalla”, pa tu pirr zû li hana min hatî!


6- Behr û biratî
Zelamekî gundî mir, du kurr hebûn. Birayê biçûktir daxwaza cudabûnê kir. Birayê mezintir gotê:
- Baş e keko, xem na kê. "Ma dem li te xweş e, li min bîst û şeş e" û em dîsan birayê hev in ha...

Ihha, ya Xwedê
Ha keko, bila ev mesînê sifrê sor ê ku babê me yê rehmetî pê destnivêj dişûşt ji te re be keko… û ev xanîkê kevin ê nîvherriftî ji min re be keko…
Bigre keko, bila ev axlewîka ku dayka me ya rehmetî hêrûn (hêkerûn) têde çê dikir ji te re be keko, û bila ew rezê têrmişk- û mar ji min re be keko…
Keko, bigre keko, bila ev şemilka rengîn jî ya dayka me ya rehmetî her roj li ser nivêj dikir ji te re be keko, û bila ew hêstira pîr a qerqode ji min re be keko...

7- Du feqe

Du feqe di mezeloka xwe ve li mizgeftê birçî bûbûn. Yekî got:
- Xwezî Xwedê nuho ev mezelka me heta di ber girşan re ji eprax û kutilkan dagirtiba!
Yê dî gotê:
- Xwezîîî! Lê heke Xwedê ev daxwaza te pêk anî, em dê çawa bikarin biçin ratiba xwe bînin?

8- Banek û du ba

Dibêjin ku pîrejinekê kurrek û keçek hebûn; keç dabû şû û jinek bo kurrê xwe anîbû. Hemî vêkre li mala pîrê bûn.
Şevekê pîrê çû serbanî, dît ku kurrê wê û jina xwe di xeweke şîrîn de dest li stuyê hev weranîn. Qehrê dilê pîrê girt, milê bûka xwe girt û hejand, gotê:
- Keça min piçekê ji kurrkî dûrkeve. Dinya germ e, te fetisand!
Her du ji xew hişyar bûn û ji şerman de jêk çûn paş.. Ew hêlan û çû cihê nivistina keça xwe û mêrê wê. Dît ku piştlihev in, nivistî ne.
Dîsan qehirî, dest da milê keça xwe û gotê:
- Dayê gorî, xwe wergerrînin, dest li stuyê hev werînin, dinya hûnik e.
Ev gotina pîrê ber guhê kurrê wê ket, serê xwe rakir û got:
- Dayê, her tişt di dinayê de diqewimin, lê me ne dîtiye û ne bihîstiye ku deşt û zozan li ser banekî bin.

9- Xwezî

Xortekî koçer ji jineke koçer hez dikir, mêrê wê pirr pîr bû... Rojekê karwanê wan çol çol diçû, gehişt cihekî nizim, axsor - pakij û terr. Xortê koçer rawesta, li jinkê temaşa kir û gotê:
- Ce tu Xwedê, ne mixabin e ku ev teqna pakij û delal wesan herwe bimînê? Xwezî vê gavê mêrê te bimra da min têr xwe di nêv de bigewlanda (bigevasta).
10- Xortek diçû aşî
Zelamek diçû aşî, ka li nîva rêkê di cuhorê kerê wî de ne ma, teng lê sist bû, îna got:
Xwedêwo tu Xwedayekî pak î
Tu dişêy’ cuhorê kerê min tijî ceh û ka kî
Lê pa te ne kiriye û tu na kî
Kerê wî çû hindavî kendalekî û rawestiya. Bo çi di kendalî de na firrê? Îna ser xwe re nêrrî û got:
Belê Willa tu jo
Tiştê ho
Mêrekî çak î

11- Xwarina kutilkan

Xêlîvan (berbûkî) çûn dezgirtiya kek Hesinî "xortekî koçer bû" veguhaztin û bû şahî. Wê rojê gelek kutilk jî çê kirin û têr xwarin. Lê zavayê malê xwarin ne xwar, paşê di demekî re dilê wî çûyê û got:
- Ka kutilkekê ji min re bînin.
Kutilk ne mabûn. Paşê ku tarî ket erdê, birazavayî rabû rahişt destê wî û gotê:
- Hesino, hilo dereng e. Tu zava yî, were herre ser cihê xwe.
Zava:- Pa bi xwedê pêgavekê na çim, bila babekûnê kutilk xwarin biçe. Çi li min qewimiye biçim?

12- Sûnda melayî

Zelamek hebû bi şîretên melayê gundî ne dikir.. ku rojên wî ji dinyayê hew bûn. Xwedê xelatê xwe jê stand û darbesta wî rakirin birin Zehmanê spartin dilovaniya Xwedê. Mela diyar ne bû, zelamek şandin çû gotê:
- Were telqînê li ser bixwîne. Melê gotê:
- Berî mirina xwe bi şîreta min ne kir, bila piştî mirinê jî pê ne kit. Pa bi Xwedê ew hezar carên din jî bimrê, ez li ser wî na xwînim.

13- Pirrsa bê bersiv

- Tu bi xêr hatî dapîr gorî, herê te Silêmanê min ne dît?
- Silêmanê te kî ye? Û ji kîjan gundî ye?
- Silêmanê min, navê babê wî Mehmûd e, ew jî li Ewropayê ye.
- Na dapîr, ez kesekî bi vî navî na nasim. Û ez ji Amêrîkayê hatim. Kurrê te li kîjan niştê Ewropayê ye?
- Ma çend Ewropa hene? Pêr jî yekî wek te got ku ew ji Sitralayê (Awistiralyayê) hat.
Di hizra Pîr-Fatimê de ku Ewropa jî wek Duhoka wê bajark e. Her kesê ji kîjan niştê Ewropa, Amêrîka û Stiralyayê ve dihat Duhokê, ewê diçû pêsîra wî digirt û jê dipirrsî. Lê bersivên tevan yek bûn…
Rojekê hevsiya wê Binevşa Osmanî (ew jî li gel sê malên dî hemî di hewşekê de bûn) jê re got:
- Dapîra reben, wesan ji te re na çe serî û bi şîreta min bike! Kurdên ku reviyan û li dunyayê bijale bûn, dema dihên Kurdistanê, ew hemî di Zaxoyê re derbaz dibin, çûçikek ji wî serê dunyayê ve bihêt Kurdistanê pêvî ye ku ji Zaxoyê re bihêt. Êdî ya qenc ew e ku tu biçî Zaxoyê û çu reyek dî nîne! Her bi vî awayî tu dê hemiyan bibînî…
Dîtina Binevşê baş dikeve serê Pîr-Fatimê û jidil dipejirîne. Lê îcar Xwedê mala tunebûnê wêran bike. Ax ji destê belengaziyê… Lê Pîr-Fatimê dê biçe mala kê?


























Dotmîr û nok

Hans Christian Andersen

Hebû tine bû pismîrek hebû ku dixwest bi dotmîrekê re bizewice lê diviyabû dotmîr dotmîrek rastîn bûya. Ew li seranserî dinyayê gerî daku yekê ji xwe re bibîne lê yek jî ya dixwest nedît. Dotmîr li her derê hebûn lê dijwar bû bê zanîn ka ew dotmîrên rastîn bûn an na. Li her yekê ji wan kêmasiyek hebû ku pismîrê me jê hez nedikir. Loma ew dîsan bi xemgînî vegerî malê çimkî wî delala ber dilê xwe ango dotmîrek rastîn nedîtibû.
Êvarekê ba û bahozek dijwar û tirsnak bû; berq û birûsk dijenîn û baran mîna lehiyan ji asman şirrikane dibarî. Te hema dît deriyê kela bajar hat kutan û padişahê pîr çû derî vebike.
Dotmîrek bû ya li ber derî. Lê hawar! di nav wê ba û bahozê, av û baranê de ew çi dîmenek bû. Pirç û cilên wê şipîşil bûn û av jê diwerî û sol û pêlavên wî jî ji av û heriyê dagirtî bûn. Lê dîsan jî vê rebenê digot ku dotmîr e!
"De baş e", şehbanoya pîr got, "dê zû diyar bibe ka tu dotmîr î yan na." Lê wê zêde tiştek din negot, çû odeya raketin û nivistinê, hemû nivîn ji ser nivîndankê rakirin, libek nokê danî ser û bîst doşek jî danîn ser nokê û bîst çarçeveyên nerm jî danîn ser doşekan.


Diviyabû dotmîr hemû şevê li ser wan raketa. Spêdeyê jê hat pirsîn ka xewa wê çawan bû.
"Oh, pirr ne xerab bû!" wê got. "Hemû şevê hema çavên min jî neketine ser hev. Tenê Xwedê dizane ka çi di nav nivînan re bû lê ez li ser tiştek wisan req bûm ku her dera bedena min reş û şîn bûye!"
Hingê wan zanî ku ew dotmîrek rastîn e çimkî ew di nav bîst doşek û bîst çarçeveyên nerm re bi liba nokê hesîbû.
Ji bilî dotmîran kes nikare wisan hestyar be.
Loma pismîr ew kir jina xwe çimkî wî zanî ku ew dotmîrek rastîn e. Ew liba nokê jî li muzexaneyê hat bicîkirin û niha jî dikare li wir bê dîtin heke kesekî ew nedizîbe.
Li wir ev çîrokek rast e.
1835
ji wergera îngilîzî: Husein Muhammed
Ferhengok
pismîr: kurmîr, prens
dotmîr: keçmîr, prenses
pirç: porê jinan, mûyên serê jinan
nivîndank: ciyê nivîn, doşek li ser tên danîn, text
spêde: serê sibê, danê destpêka rojê
libek nok: hebek nuhk





Serpêhatiyên Evînê li Sosretistanê

Lewis Carroll

Babet 1: Kuna kîroşkan

Êdî Evîn bi rûniştina li ser rûniştekekê bi xwişka xwe re westiyabû û ku ti tiştek tine bû bike, wê carekê du caran çavê xwe li pirtûka xwişka wê dixwend gerandibû lê ne wêne û ne jî suhbet di pirtûkê de hebûn. "Îcar ew pirtûk ji bo çi ye", Evîn fikirî, "ya ne wêne û ne jî suhbet tê de hebin?"

Loma ew di mejiyê xwe de diramî (bi qasî ku dikarî çimkî roja germ ew xewto û bêhiş kiribû) ka kêfxweşiya çêkirina risteyek ji gulên beybûn dê hêjayî zehmetiya rabûn û berhevkirina beybûnan be yan na. Lê di heman demê de Kîroşkek Spî ya çavpîvazî li nêz di ber wê re bezî.
Ti tiştek PIRR ecêb lê tine bû û ew jî ne PIRR ecêb bû ku Evînê bihîst Kîroşk dibêje: "Weyla li minê! weyla li minê! ez ê dereng bibim!" (Ku Evîn derengtir fikirî, jê re zelal bû ku diviyabû mat mabûya lê hingê her tişt xwezayî dixwiya.) Lê ku Kîroşkê DEMJIMÊREK JI BERÎKA ÇOXIKÊ XWE DERANÎ û lê nerî û paşî xwe lezand, Evînê jî lez da piyên xwe çimkî raberqî û zû ket mejiyê wê ku wê ti caran berê ne kîroşkek bi çoxik dîtibû û ne jî dîtibû ku kîroşk demjimêrê ji berîka xwe derdixin. Û ji ber şewata mereqdariyê, Evînê li nav zeviyê da pey kîroşkê û baş bû dît ku kîroşkê xwe daberda kunek kîroşkan a mezin a li bin tanê tiraşan.
Evînê jî xwe li pey wê avêt bê ku bifikire ka dê çawan ji wir derbikeve.
Kuna kîroşkan ta çendekê mîna tunelekê rast bû lê paşî serdanser zû kûr dadiket jêr, wisan zû ku Evînê dem tine bû xwe rabiwestîne ji berî ku ew pirr kûr daketibû.
Yan kun pirr kûr bû yan jî Evîn pirr hêdîka diket ji ber ku dema diket wê pirr dem hebû ku li derdorî xwe binere û biheyire ka dê aniha çi biqewime. Pêşî wê xwest li jêr binere û bibîne ka diçe kû lê pirr tarî bû û tiştek nedihat dîtin. Paşî wê li aliyên kunê nerî û haydar bû ku ew bi dolavên amanan û refên pirtûkan hatibûn dagirtin. Li hin deran jî wêne û nexşe bi serikan ve hatibûn hilawîstin. Bi rê ve wê şûşeyek ji refan girt û bi xwe re bir. Li ser şûşeyê "MARMELADA PIRTEQALAN" hatibû nivîsîn lê, ji Evînê re mixabin, şûşe vala bû. Wê newêrî şûşeyê ji dest xwe berbide xwarê ji ber ku ditirsî kesekî bikeve pê bê kuştin loma bi rê ve ew danî ser dolavekê.
"Belê!" Evîn ji xwe re ponijî, "piştî daketinek wiha dê ketina qata jêrîn ne tiştek be! Ax gelo dê malbatî min çend biste bihesibînin! Çima, ez ê tiştekî bas nekim tevî ku ji gupika xanî jî bikevim!"
Jêr, xwarê, binî. Ma dê QET dawiya daketinê nehata! "Gelo ev bûn çend kîlometre ku ez daketime?" wê bi dengbilindî got. "Ez ê aniha nêzî nava rûzemînê bibim. Ka binerim: ew zêdeyî şeş hezar kîlometreyan e, ez bawer dikim..." (çimkî, tu dizanî, Evîn li dibistana xwe fêrî gelek tiştên wiha bûbû. Û tevî ku ev ne baştirîn derfet bû ji wê re ku zanîna xwe diyar bike ji ber ku kesek li derdorî wê tine bû, dîsan jî ew rahênanek baş bû.) "Belê, niha mijar li ser dûrahî û mezafeyê ye... lê gelo ev kîjan hêlîdirêj an hêlîpan e ku ez hatimiyê? (Evînê nedizanî ka hêlîdirêj an jî hêlîpan çi ye lê ew gotinên watedar li xweşiya wê dihatin.)
Wê dîsan dest pê kir: "Gelo ma ez ê TÊ RE derbasî alî din ê rûzemînê bibim? Dê çi qerfokane be ku di nav wan mirovan re derbikevim ên ser berjêr dimeşin! Bawer dikim ne xweş e..." (ew kêfxweştir bû ku kes li derdorê tine bû ku dengê wê bibihîze) "... lê divê ji wan bipirsim ka navê wî welatî çi ye. Ji kerema xwe, xanim, gelo ev welat Zelandaya Nû yan jî Australya ye?" (wê dixwest xwe bitewîne û çokên xwe dabişkîne... ne asan e ku mirov wisan bike dema dikeve! Ma tu bawer dikî ku tu dikarî wisan bikî?) "Lê ew ê bibêje ax çi keçikek nezan e ku tiştên wiha dipirse! Na, ez ê qet nepirsim: belkî baştir e ku navê welat li derekê nîvîsî bibînim.
Jêr, xwarê, binî. Ti tiştek din tine bû loma Evînê dîsan dest bi peyivînê kir: "Dînê dê îşev pirr bêriya min bike, divê li bîra min be!" (Dînê pisîka wê bû.) "Hêvîdar im ku sênîka wê ya şîr li dema şîvê bê bîra wan. Dînê delalê! Xwezî tu li vir bi min re bûyayî! Mixabin ti mişk li hewa nîn in lê te dê belkî ji xwe re pêşîk bigirtana. Gelo pisîk pêşîkan dixwin?" Êdî xewa Evînê pêtir dihat û her, bi awayek di xew de, ji xwe re digot: "Gelo pisîk pêşîkan dixwin? Gelo pisîk pêşîkan dixwin?" û carinan jî "gelo pêşîk pisîkan dixwin? çimkî, tu dizanî, wê nedikarî bersiva ti ji herdu pirsan bide loma ferq tine bû kîjan bigota. Çavên wê diketin ser hev û ew di xew diçû û zû xewnek didît ku bi Dînê re, dest di dest hev de, dimeşî û jê re ji dil digot: "Niha, Dînê, ji min re rastiyê bibêje ka te ti caran pêşîk xwarine?" lê di heman demê de timînek hat, ew bi komek striyan û pelgên hişk ve ket xwarê û dawî li daketina wê hat.
Evîn qet neêşiyabû û ew di cî de rabû ser lingên xwe. Wê li raserî xwe nerî lê herder tikîtarî bû. Rêyek dirêj li ber wê bû û Kîroşka Spî hê jî dihat dîtin, hê jî berjêr dilezî. Dema vemanê tine bû. Evînê mîna bayê birûskê da dû wê û hema bihîst ku Kîroşk dibêje: "Weyla guh û gepên min, çend dereng e!" Dema Evîn li kolanê zivirî, ew li pey Kîroşkê bû lê êdî Kîroşk nedihat dîtin. Evînê xwe li holek dirêj, holek nizm dît ku bi rêzek şewle û gulopên rêzkirî yên bi serban ve hilawîstî hatibû ronkirin.
Li hemû derdorên holê derî hebûn lê hemû qilifandî û girtî bûn. Piştî ku Evînê virde-wirde xwe li hemû rêyan dabû û hemû derî ceribandibûn, ew ber bi nava holê ve dimeşî û bi xemgînî diponijî ka gelo dê çawa û bi çi awayî bikare ji wir derbikeve.

Wê hema dît hat ber maseyek sêpêpikî ya hemû ji cama req çêkirî. Ji bilî kilîlkek zêrîn ê pirr biçûk tiştek din li ser tine bû. Pêşî ket fikra Evînê ku dibe ew kilîlk kêrî deriyekî bê lê mixabin an qilif zêde mezin bûn an jî kilîlk zêde biçûk bû lê kîjan jî bûya, derî venedikir. Lê dîsan jî, li gerra duyem ew hat ber perdeyek nizm a wê berê nedîtibû û li pişt perdeyê deriyek tenê hindî bostekê bilind hebû. Evînê kilîlkê zêrîn ê biçûkok li qilifkê ceriband û bû xweşiya wê ya bêpayan ku kilîlk kêrî derî hat!
Evînê derî vekir û dît ku bersifk û rêyek biçûk, a ne zêde ji kunên kormişkan mezintir, li ber vebû. Wê xwe da ser çokan û bi rê dûr li baxçeyên wisan bedew nerî ku te ticaran dîtine. Ax, wê çiqas dixwest ji wê hola reş û tarî derbikeve û di nav wan gulên rengîn û kanîkên avcemidî de bigere lê wê hema nedikarî serê xwe jî di wî derî re derbixe. "Lê hema heke min bikariya serê xwe tê re derbixim jî", Evîna reben ji xwe re got, "bê milên dê ti sûde û xweşî tê de tine bûya. Xwezî min bikariya xwe biçûk bikira! Bawer dikim min ê bikariya, heke tenê min bizaniya ka çawa dest pê bikim!" Ji ber ku, tu dizanî, wisan gelek tiştên nelirê û dûrîaqil qewimîbûn ku êdî Evînê bawer dikir ku hema her tişt gengaz e û dikare bibe.

Wisan dixwiya ku ti mifa û sûdeyek ji bendewariya li ber derîkê biçûk tine bû loma Evîn vegerî ber maseyê, nîvî bi wê baweriyê ku belkî kilîlek din li ser wê bibîne yan jî cure pirtûkek rêzik û regezan ka mirov çawa dikare xwe biçûk bike. Vê carê wê şûşeyek li ser maseyê dît. ("Bi sond, berê ne li vir bû", wê got.) Li dor gerdena şûşeyê kaxezek hebû ku li ser bi tîpên mezin û bedew hatibû nivîsîn: "MIN VEBIXWE".
Ti xerabiyek di gotina "min vebixwe" de tine bû lê Evîna biçûk a jîr nexwest bi lez wisan bike. "Na, pêşî ez ê lê binerim," wê got, "û bibînim ka li ser hatiye nivîsîn 'jehr' an na." Çimkî wê gelek çîrokên xweşik xwendibûn ku tê de zarokan xwe şewitandibûn an ew ji alî dirindeyan de hatibûn xwarin an belayên din ên nebaş bi serê wan hatibûn tenê ji ber ku rêzik û rêçikên ji hevalên xwe fêrbûyî ne li bîra wan bûn; wek ku pêtek agirî yê sor dê te bisoje heke tu wî zêde di destê xwe de bihêlî û ku heke tu nînokên xwe bi kêrikê zêde kûr bibirrî, xwîn dê ji tilên te bê. Û jixwe qet ji bîra Evînê neçû bû ku heke tu zêde ji şûşeyek 'jehr' li ser nivîsî vebixwî, ew ê zûtir an derengtir te nerehet bike.
Lê nîşeya 'jehr' li ser vê şûşeyê nehatibû nivîsîn loma Evînê wêrî tam bikiyê, û ku çêja vexwirakê pirr li xweşiya wê hat, (di rastiyê de, cure tam û çêjek boreka gilyazî, hêkşîrê, ananasê, elokên biraştî, helaw û nanê qelandî yî rûndayî jê dihat.) wê zû hemû şûşe nîçand û çip nehişt.
"Çi hestek sosret û ecêb e ez girtime!" Evînê got. "Dixwiye ku ez biçûk dibim."
Û bi rastî jî biçûk dibû: êdî tenê du-sê bost dirêj bû û rûyê wê geş bû dema fikirî ku niha dikare di derîkê biçûk re biçe nav baxçeyê xweşik û narîn. Lê pêşî wê xwe çend deqeyan ragirt daku bibîne ka dê hê jî hûriktir bibe. Ew ji ber rewşa xwe hinekî nearam bû "çimkî, tu dizanî, dibe dawî lê bê", Evînê ji xwe re got, "ku hema bi temetî find û şemalekê ji vir derbikevim. Gelo ez ê mîna çi bim hingê?" Û ew tê koşî ku ji xwe re tê derbixe ka find dê mîna çi be piştî ku agirê wê bê vemirandin çimkî nedihat bîra wê dîtiye ku wisan bi çirayekê hatiye.
Piştî bîskekê, ku diyar bû êdî tiştek li wê naqewime, wê biryar da ku bi carekê biçe nav baxçe lê sed mixabin, Evîna reben! Dema ew giha ber derî, wê dît ku kilîlkê biçûk ê zêrîn ji bîr kiriye, û ku vegerî ber maseyê, jê re diyar bû ku êdî wisan biçûk e ku destê wê nagihe kilîlkê. Wê di cama maseyê re kilîlk didît û texsîr nekir ku bi pêpikek maseyê ve hilbikeve jor lê mase pirr hilîsok û şematok bû. Û ku wê xwe bi têkoşînê ve westandibû, rûnişt xwarê û girî.
"Rabe, girîn te xelas nake!" Evînê ji xwe re got. "Te şîret dikim ku divê tu di vê bîskê de ji vir bifilitî." Wê pirrî caran şîretên pirr baş li xwe dikirin (tevî ku kêm caran li gor wan şîretan tev digerî) û carinan jî wê wisan lome li xwe dikirin ku rondik dianîn çavên xwe. Tê bîrê ku carekê jî li xwe pirr hêrs bûbû dema xwe xapandibû di lîstikek kroketê de ya wê bi xwe hemberî xwe dilîst ji ber ku vê keçika seyr û sosret bawer dikir ku bi xwe du kes e. "Lê niha ti wec û sûde tê de nîn e", Evîna reben ji xwe re ponijî, "îdîa bikim ku du kes im! Jixwe hind ji min nemaye ku hema YEK kes jî bim!"
Hema dît ku çavên wê bi qutiyek cam ya biçûk a di bin maseyê ve ket. Wê qutî vekir û tê de kêkek pirr biçûk dît ku li ser bi bedewî bi mêwîjan "MIN BIXWE" hatibû neqişandin. "De ez ê te bixwim", Evînê got, "û heke ew min mezintir bike, ez ê xwe bigihînim kilîlkê; jixwe heke min biçûktir bike, ez ê bikarim xwe di bin derî re bixwişînim. Ango çawan be, ez ê xwe bigihînim nav baxçe. Kîjan jî bibe, ji min re ferq nake."
Wê parçekek jê xwar û bi tirs ji xwe re got: "Kîjan? Kîjan ji herduyan?" Destê wê li ser serî bû daku pê bihese ka bilind an jî kurt dibe û gelekî hêbetî ma ku ew her wek xwe ma. Jixwe bi rastî, dema mirov kêkan dixwe, bi pirranî wek xwe dimîne lê di vê navberê re tiştên wisan bi serê Evînê hatibûn ku wê dikarî tenê bendewara diyarde û bûyerên nelirê û sosret be.
Ew rûnişt û di bîskek zû de kêka xwe hemû xwar.





Babet 2: Deryaçeya rondikan

"Her ecêb e, her ecêb û sosrettir e!" Evîn qîrî. "Ez dirêj dibim, wisan dirêj dibim ku min ta niha kesek wiha dirêj nedîtiye... Bi xatirê we, pîno!" Ew wisan dirêj bûbû û ji ling û piyên xwe dûr ketibû ku hema êdî hew ew didîtin. "Weyla li minê bo we, pîno! Niha şûnde kî dê gore û pêlavan bike we madem ez hinde ji we dûr im? Êdî hew dikarim sereguhiya we bikim, divê hûn bi xwe li xwe miqate bin... Lê divê ez xerabiyê li piyên xwe nekim, wek din ew ê bi gotina min nekin û dê nemeşin û neçin ciyê ez dixwazim! Lê bisekine! Ez ê her sal ji wan re solên nû bikirim."
Lê hingê jî pirsgirêkek li ber Evînê bû:
"Gelo ez ê çawan sol û pêlavên diyarî bigihînim wan. Bawer dikim ku herî baş ew ê bi rêya posteyê bigihinê", Evîn fikirî. "Bi rastî jî tiştek sosret û deraqilî ye mirov diyariyan ji lingên xwe re bipostîne! De îcar navnîşana wan dê çi be?
Piyê Rastê yê pirr bihagiran ê Evînê
Li ser Xalîçeya ber Sopeyê
li nêzî Firneyê
(li gel bedewtirîn silavên Evînê).
Ax, ev çi lewçetî ye ez dikim!"
Di heman demê de serê wê diringî û bi dîwarê bersifkê ket, ango rast bû ku ew dirêj bûbû, ji sê metreyan borîbû. Wê bi kotekî destê xwe gihand kilîlkê zêrîn û ber bi deriyê baxçe lezî.
Evîna reben! Ti delîv û derfet tine bûn ku bikare di derîkê biçûk re derbikeve. Tiştek jê nedihat, tenê dikarî xwe li ser tenişta xwe pal bide û piçekî jî bi çavekî febike gulistanê. Ew bi xemgînî dîsan rûnişt û dest bi giriyek têrnalîn kir.
"De şerm bike lo!" wê xwe lome kir, "keçek wiha mezin î (rast digot) û dîsan jî digirî. Di cî de bêdeng bibe, ez dibêjim!"
Lê dîsan jî ew her tijî dewlik û bîdonan girî ta giriyê wê bû golek gewre, deryaçeyek bêsinor ku bersifka xanî ji rondikan bernîvî kir.
Piştî bîskekê şeperepa hin gav û pêngavan hat wê. Wê bi lez rondik ji çavên xwe paqij kirin daku bibîne ka kî ye tê. Belê, kîroşkê spî bû vegerî - bi bejnûbalek şepal û keşxe bû, destgorkên spî di destekî de û di destê din de jî baweşînkek mezin hebû. Ew bi lez dimeşî û ji xwe re birdebird dikir:
"Ax, dotmîr, dotmîr! Ax, ew ê çend biqehire û hêrs bibe ku bendewarî min e."
Evîna belegaz wisan bêzar bû ku hema dê kê bibihîsta, wê dê hawara xwe bigihandayê. Loma wê bi dengek şermîn û zîz bangî kîroşk kir: "Rêzdarê hêja, de ka..." Kîroşk xwe hilavêt, destgork û baweşînk avêtin û xişt bazda û di nav tarîtiyê de wenda bû.
werger: Husein Muhammed



Sorgul û şeytanok

Hans Christian Andersen

Li derdorî baxçe tanek tiraşên findeqan hebû. Li pişt tan çêl û mî li mêrg û zeviyan diçerîn. Lê li nîva baxçe darek sorgulan ya bişkivî hebû û li binê darê jî şeytanokek hebû ku qalika wî ji tiştekî - ji wî bi xwe - dagirtî bû.
"Bisekine ta dema min bê", şeytanok got. "Ez ê ne tenê kulîlkan bidim, gûzan şên bikim an şîr bînim, wek tiraşan, çêlan û miyan."
"Ez pirr ji te bihêvî me", dara sorgulan jê re got. "Lê destûr heye bipirsim ka tu dê kengî wisan bikî?"
"Wext divê", şeytanok got. "Tu hertim wisan bilez î. Bendewarî divê."
Sala piştî wê jî şeytanok hema wek berê bû, li binê heman darê bû ya ku dîsan wek herdem bedew bişkivîbû û xwe bi sorgulan xemilandibû. şeytanok nîv ji xwe ji qalika xwe derxist, şaxên xwe belav kirin û ew dîsan vekişandin:
"Her tişt mîna par e! Ti pêşketin çênebûye: dara sorgulan dîsan jî dev ji sorgulên xwe bernade û pêştir nakeve."
Havîn û payiz borîn. Darê kulîlk û gul dan ta berf ket û hewa şil û sar bû. Dû re wê serê xwe daçemand, û şeytanok jî xwe vekişand bin erdê.
Salek nû dest pê kir. Sorgulan dîsan serê xwe hilda û şeytanok jî.
"Tu êdî darek kevn î", şeytanok got. "Divê tu lezê bikî û bimirî. Te çi hebû, te daye dinyayê. Min dem tine bûye li ser bifikirim ka tişta te dayî giring bû yan na. Lê zelal û diyar e ku te ji bo pêşketina xwe ya hindirîn tiştek biçûk jî nekiriye yan te dê tiştek din bikira. Ma gotinek te heye ku tu pê berevanî û parastina xwe bikî? Di nêz de ji bilî darikek an çeqikek hişk û ripîrût dê tiştek ji te nemîne. Tu tê digihî ka ez çi dibêjim?"
"Tu min ditirsînî", dara sorgulan got. "Ez ti caran li ser neramîme."
"Na, te ti car serê xwe pê ve neêşandiye. Te ti car ji xwe pirsiye ka çima gulan didî û guldana te çawan çêdibe - çima bi wî awayî lê ne bi yek din?"
"Na", darê got. "Bi dilxweşî gulan didim çimkî tiştek din ji min nayê. Roj geş bû û ez germ kirim û hewa ez vejandim. Min ava zelal û barana candar vexwar. Min nefes kişand û ez jîm! Ji erdê ve hêzek di min de hilhat û min ji wê hêz û şiyan wergirt. Min hest bi dilşadiyek her nû dibe û her zêde dibe kir loma erkedar bûm bibişkivim û gul bidim. Jiyana min wisan bû, bi awayek din nedibû."
"Te jiyanek pirr asan borandiye", şeytanok jê re got.
"Belê. Her tişt li ber min bû", darê got. "Lê dîsan jî zêdetir li ber te bûn. Te xwezayek kûrfikiriyê, mejiyek pirr jêhatî heye ku dikare dinyayê şaş û mat bikî."
"Min ti armanc nîn e wisan bikim", şeytanok got. "Dinya ji min re ne ti tişt e. Ez ê çi bi dinyayê bikim? Ez bi xwe û hindirê min bi xwe besî min e."
"Lê ma ne divê em hemû li vê dinyayê hemû aliyên xwe yên herî baş bidin hev û çi di destê me de be pêşkêşî hev bikin? Rast e ku min tenê gul dane. Lê te - tu yê wisan jêhatî û bihinêr - te çi daye dinyayê? Yan tu dê çi bidî?"
"Min çi daye? Ez ê çi bidim? Ez tif dikim wê. Ti qencî jê nîn e û ne jî xema min e. Bi min, tu dikarî guldana xwe bidomînî; tiştek din ji te nayê. Bila tiraş jî findeqan bidin û çêl û mî jî şîr bînin; ew karê wan e. Karê min jî di min bi xwe de ye, ez ê xwe vebikişînim xwe û li wir bimînim. Dinya ji min re ne ti tişt e."
Piştî van gotinan, şeytanok xwe vekişand mala xwe û derî li xwe qilifand.
"Mixabin", dara sorgulan got. "Ez bi xwe nikarim vebikişim xwe, çendî bixwazim jî: divê ez her bibişkivim. Paşî ew pelên xwe diwerînin û ba wan hildifirîne. Lê min carekê dît ka çawan sorgulek di nav pirtûka helbestan a evîndarekê re bû, ka çawan gulek ji yên min li bersînga keçek ciwan a bedew bû û çawan lêvên zarokekî di dilşadiya jiyanê de sorgulek din a min maçand. Pirr kêfa min pê hat, pirr pîroz bû. Ew in bîranînên min, jiyana min."
Û darê bişkivîn û guldana xwe bi dilpakî domand lê şeytanok di maloka xwe ve keslanî dikir - dinya ne xema wî bû.
Sal borîn.
şeytanok êdî bûbû ax, dara sorgulan jî her wisan. Ta sorgula di nav pirtûka helbestan re jî hişk û pûç bûbû lê hin darên nû yên sorgulan û hin şeytanokên din niha li nav baxçe hebûn. Van şeytanokan dîsan xwe vekişandibûn mala xwe û tif li dinyayê dikir çimkî dinya ne xema wan bû.
Ma em çîroka wan jî dîsan ji serî ta binî bixwînin? Ew jî tam mîna vê ne.
werger û ferhengok: Husein Muhammed
_________________

Ferhengok
tan: çeper
tiraş: darên nizm û biçûk ên bê qormek mezin
çêl: çêlek, mange
mî: mih, merr
şeytanok: qepûşk, balîfa mar
qalik: qutî
bendewarî: mana li bendê, mayîna li hêviyê
heman: eynî
par: sala berî vê salê
giring: fer, mihûm
Tu tê digihî: tu fam dikî
erkedar: mecbûr, lazim
hêz: qewet
bi awayek din: bi rengek dî, bi şiklek dîtir, bi şêweyek dinê
pirr: gelek, zor, zehf, zêde, ne piçek, ne kêm
ramîn, fikirîn: hizirîn, fikir kirin, hizir kirin
asan: sanahî, hêsan, ne dijwar, ne zehmet
borandin: derbas kirin, bihirandin, bihartin
xweza: tebîet, xwerist, karakter
mîna: wek, şibî
jêhatî: zîrek, zana, fêris, çeleng, ziring
hinêr: karîn, şiyan, tiwanîn, jêhatîbûn, taqet
armanc: daxwaz, xwestek, hedef
qencî: başî, çêyî, ne xerabî
qilifandin: wisan girtin ku bê kilîl nikare bê vekirin
mixabin: be daxewe, pirr ne baş e ku wisan bû
dilşad: pirr kêfxweş, gelekî dilxweş, her dilbikêf
ciwan: ne pîr lê ne zarok jî
dilpak: dilpaqij, ya hîle, xerabî yan guneyan nake
keslan: tembel, ne zîrek, ya naxebite










Pênûs û hibirdank

Hans Christian Andersen
(1860)

Li odeya helbestvanekî, ku hibirdanka (ximavdanka) wî li ser maseyê bû ev daxwiyanî dîsan hat dubarekirin: “Newaze û şahane ye ku ez dikarim van hemî tiştan ji hibirdankekê derdixim. Ma kî dizane ka ya bê dê çi be? Pirr tiştek seyr û sosret e.”
“Bêlê, bi rastî jî”, hibirdankê ji pênûs û hûrmûrên din ên li ser maseyê re got; “jixwe ez jî hertim wisan dibêjim. Belê, zêde ecêb e ku wiha bêhejmar tişt ji min derdikevin. Pirr seyr e û bi rastî jî nizanim ka vê carê dê çi bê dema ew mêrik pênûsa xwe binoqîne nav min. Dilopek ji min têra nîv rûpelê dike û di wê nîv rûpelê de jî bêhejmar tişt dikarin cî bigirin. Ji min hemi berhemên helbestvanekî hatine afirandin, hemî ew kesatiyên xemilandî yên xelk bawer dike ku dîtiye yan jî dinase. Hemî hasten kûr, qerf û henek, dîmenên jîndar ên xwezayê. Ez bi xwe tê nagihim ka ev hemî çawan çêdibe ji ber ku ez dinyayê nanasim lê bi rastî jî ew hemî di min bi xwe de ye. Ji min derketine ew hemî berhemên nasandina keçikên dilhebîn, şervanên çeleng û nizanim çi din ku ez nizanim ji ber ku bawer bikin ez li wan nafikirim.”
“Aha ew rast bû ku te got”, pênûsê got, “ji ber ku tu qet nafikirî. Heke tu bifikirayî, te dê bidîta ku tu tenê alav û amûr î. Tu tenê herkoyî û riwîniyekê didî ku ez pê ya dilê xwe dadirêjim ser rûpelan. Pênûs ê dinivîsî; ti şik û guman tê de nîn e. Lê rast e ku pirraniya mirovan jî wek te tiştekî ji helbestan fam nakin.”
“Tu naşî û dinyanedîtî yî”, ximavdankê bersiv da. “Tu hema hê hefteyekê ne di nav vê xebatê de bûyî û hema nîvî te pê ve xelas bûye jî. Ma tu xwe helbestvan dihesibînî? Tu tenê berdestk û xulamek î, ji berî tu bê min gelek ên mîna te hebûn, hin ji wan ji qaz û werdekan, hin jî ta ji Îngilîstanê. Ez hem pênûsek pûrtikî û hem jî yek polayî dinasim. Ew herdu li ber destê min di xizmeta min de bûne û gelek ên din jî dê di xizmeta min de bin dema ew bê – ew zelamê beşa mekanîkî pêşkêş dike – û tişta ez dibêjim dinivîse. Dixwazim ka dê îcar çi ji min werbigire.”
“ Hey qazana hibir!” pênûs bi quretî got.
Derengî êvarê helbestvan hat malê. Ew çûbû konserekê, û bi aheng û pêşandeya kemanvanek navdar sermest bûbû. Yê kemanjen dengek dewlemendiya awazan ji enstrumenta xwe dianî ku wer dixwiya qey çipeçipa dilopên avê yan jî girrgirroka morîkan e. Carinan te digot qey firinde wek orkestra diçivçivin, û carinan jî deng hildiket û dadiket mîna ba li nav darên kaj û koknar. Helbestvan wisan hest kir ku dilê wî dinale lê di nav deng û awazên mîna dengên keçzeriyan de. Dixwiya ku ne tenê têlên kemanê lê hemî beşên wê dixebitîn. Ew ahengek gelekî xweş bû û parçeyek pirr dijwar jî bû lê dîsan jî kevan wisan bi asanî û aramî diçerixî ku te digot her kes dikare wisan bijenîne. Ta wisan jî dixwiya ku dibê qey keman kevan serbixwe dijenîn, mîna ku rih û can di wan de hebe loma di nav van awaz û melodiyan de cemawer û temaşevanan hema hunermend ji bîr kir. Lê helbestvan wisan nekir; hunermend li bîra helbestvan ma û navê wî lê anî û ramanên xwe jî li ser nivîsîn. “Ax dê çendî bêaqilane bûya ku kemanê û kevanê xwe bi aheng û pêşandeyên xwe pozbilind bikira lê dîsan jî em mirov bi xebatên xwe wisan dikin. Yê helbestvan, yê hunermend, yê zanistvan li taqîgeha (laboratuara) xwe, general… em hemî xwe pozbilind dikin. Lê dîsan jî em tenê alav in ku yê Hemîhêz me bi kar tîne; Ew e yê hêjayî hemî pesn û senayê. Tiştek me bi xwe nîn e ku em jê serbilind bin” Belê, helbestvan ev gotinên xwe nivîsîn. Wî ew wek metelokekê nivîsî û navê wê kir “Hoste û alav”.
“Aha ev bû ya te wergirt, xatûnê”, pênûsê ji hibirdankê re got dema ew dîsan bi tenê bi hev re bûn. “Te baş jê bihîst ka min çi nivîsî?”
“Belê, ew a min da te ku tu binivîsî”, ximavdankê bi hişkî got. “Ew kêmasiyek te bû ji ber quretî û pozbilindiya te. Bizane ku te fam nekir ku tu tê ceribandin.”
“Hey qutiya hibir!” pênûs qehirî.
“Hey darikê nivîsînê!” ximavdank lê vegerand. Û herdu jî razî bûn ku bersivên baş dane hev. Dil xweş dibe ku bizanî te pirsgirêkek bi bersiva xwe çareser kiriye; carinan ta dibe sedem ku ji xwe re rehet rabikevî û binivî. Raman ji hindirê wî radibûn mîna deng û awazan ji kemanê, û diketin mîna morîkan an jî dixijxijîn mîna bayek tund û tûj di nav daristanê re. Wî ya dilê xwe di van ramanan de fam kir; ew raman mîna tîrêjekê bûn ji mejî û dilê Mezintirîn Hosteyê hemî mejî û dilan.
“Bo Wî hemî pesn û sena.”
ji îngilîzî: Husein Muhammed

No comments:

Post a Comment