Thursday, January 22, 2009

P E X Ş A N N A M E (1)

Berhevkirin: Husein Muhammed

Çirok, Kurteçîrok, Novel

P E X Ş A N N A M E

B e ş a Y e k e m


Ji 35 hejmarên
Mehnameyê
1 000 rûpel
Pexşana Kurdî




















Buharên wî

Mahmûdê Ako: ako@hawarkurd.de

Ji Ebderhmanê Afîfî û Ferhadê Ahmê re.

Bayê buharê yê hênik, bêhna erdê, tîrêjên rojê, vebûna gula, û dilê wî yê reben ku di tenêbûna xwe de her roj sed carî dimre. Buharên xelk û alemê tev de bi kêfûşahî, hezkirin û ramûsanan derbas dibin, yê wî, bi hisret, fîxan û kulan re derbasdibe, û dubhure. Blê dilê wî yê bi tenê derbasî kêleka vî bajarê bê dil , bê cerg û hinav dibe. Dilê wî tê sûtandin û henek jî pê tê kirin. Ew û dilê xwe yê reben, ku ji rebenîya xwe hew dikare hezbike, anjî bawerî yê bi hezkirinê bîne. Roj û şev li cem dilê wî weke hevin.
Erê bajaro bajarê ku te xwe daye kêleka nexweşên ezezîtî û pêkenînê, yên ku henekên xwe bi her awayî bi dilekî serş û xerîb dikin. Tu başbe an na, tu zanbe an na, belê ku tu xweda be jî, ew bawerî û hezkirina ji dil ku jibo te wekî mirov nyaê hebûnê. Cara yekê bû ku çavên wan li hev diketin. Qîza zinayê, awirin dijwar di nava wî de vedidan. Her nerînek wê belê ew dikir Melayekî Cezîrî, Feqayekî Teyran. Dilê wî yê belengazî û kurdûnde, evîn ji nêzkî ve, hîn nedîdibû, dilê wî û xewnên xortekî rojhilatê, bi payebûn di sîstema cîhanî ya nûjende digevizîn. Gelo ev nûhbûn nûhbûna çiye!!? Ev nûhbûna, ku cîhan tev de pê daketiye, zanîngehên ezmanî, yên bê sînor û qûnax, ev cîhana ku bûye weke hêkekê, û kesk ji tu kesî razî tune, kesk ji kesekî hezbike jibo kesîtiya wî tune, dibe ku hin peyda bibin, lê bêguman ew jî mîna wî ne Ew belengazê, ku xwe di xema xeynî xwe de, xwe winda kiriye. Û di xeşîmîyê de sobelanê dike.
Ew care yekê bû, ku wî bi destên jinekê digirt û bi dilbijîn wî dixwest ku dem hinekî bi pêşve herî û nasbike, ka ev mirov çawaye, bi çi dirame. Û razana pêre di nav nivînekê de ji wî re dibû xewnek pirr xweş. Dilê wî, ew dehef dida û di dava wê de werkir. Erê dilê wî bû, yê ku mala wî li malên xerîb û segan gerand û dawî jî yê poşman û bê erz, bê namûs û be bext ew û dilê xwe bûn. Ew û dilê xwe yê xeşîm û nezan di vê sîstema cîhanî ya ku sînor ji nav nêr û mê hilanyî ye. Ya ku qeyd û zincîrên ,Isa, Mûsa, û Mohemed şikandine, û xwe di valahîya vê gerdûnê de digevizîne. Bi payebûna azadîyê û ya ezezîtîya bê sînor, evîn tê sêdarkirin. Windabûna dilê wî di vê çarçoveyê de, weke mirovî ku xwe tazî bibîne.










Karbidest

Mahmûdê Ako: ako@hawarkurd.de

Ez bi gavin sist bi derencê ve hilkişîm. Hetanî ku ez gihştim qata sisiya devê min zuha bû. Derbasî oda ku zarokan lê qeyd dikin bûm. Min destê xwe dirêjî karbidest kir, bi tirs û sawê ez girtim. Min di nava xwe de got: " Dibe ku berra min de ji vir, yan jî bi ser min de rabe û erza min bişkî ne, hingî ezê çi ji xwe re bêjim!?
- Ezbenî ji kerema xwe ....Ez dixwazim....
Yê karbidest rê neda min ku ez gotina xwe berdewam bikim. Wi bi devekî qefil û rûki şûştî berê xweda min.
- Xêre...Serê vê sibehê....
Bi madekî tal û tirş zerf ji destê min girt.
- Hi..hi! ku ne li vir be hun nayên zeftkirin. Zarokekî nû ji we re çêbûye. Başe, ev çiqasî wî qedya ku çêbûye. Çima tu bi derengî hatî ye wî li nifûsê qeyd biki hê....Hema bi xwedê hun tev de....Tu caran win tişta ecele fêm nakin?.
Min di nava xwe de dixwest ku bersivin hişk jê re bêjim lê....Destê ku tu nikaribe bişkîne maçke û deyne ser serê xwe. Min bi hêdîka û bidilovanî jê re got:
- Bi rastî ezbenî, ev nebûye sêçar rojên wî ku çêbûye.
Wî nehişt ku berdewam bikim gotina min birrî û got:
- Bes bes..Ez bawerim ku ev bûye sê çar salên wî, anjî berkî ne lawê te be, lawê hin ji vanê 1ECNEBI yan be, ev lîskê wilo genî ji we Kurda tên ku hun bikin. divê tu wî bîne em lê binerin!?
Wî wilo got û agir ji çavan diçû. Min bi dilşadî û bi hêviya ku ecele îşê min biqedîne jêre got:
- Ezbenî ji kerema xwe îşê min hîna li devirin dî heye, û tu jî vê zanî, divê hîna ez herim ba Emen Edewlê û cihê temwînê jî lawik qeyd bikim.
Dema ku min wisan jê re got, beşirî kenya, diranên wî yên zingarî weke mîxên di bin sergoyan de dixwiyan.
- Ka were virde lo.tu çi karî dikî, ji te xuya ye ku tu têre.
Min naskir bê daxwaza wî çiye. Min jî êdî bi payebûn jê re got:
- Ez xwedî milkim, xwedê bide ometa Mohemed tevî, û bide tejî, çend çewal erdê min di xeta dehand de hene.
Dema ku dengê xeta deha hat guên wî, ew ji cihê xwe qevizî, beşrî û ber min ve hat. Bi guh miçkî destên xwe dirêjî min kir.
- Rûne mamo....Kermeke rûne....Kiro Cabir....Wa Cabir! Ka qehwakê ji apê xwe re bîne. Ez zanim vê sibê tu hinekî ji min aciz bû ye. Kar geleke û ez jî bi tenê me. Navê te bi xêr?
Bi rastî êdî ez şabûm, û di wê kêlîkê de gotina dapîra min hat bîra min." Lao pere, pere iloçê zilama ne“. Ez li ser kursyê rûniştim û min nig danî ser nig. Wî ji pakêta xwe çixarek Ecnebî derxist û ji min re pêxist. Di wê kêlîkê de fincana qehwê jî digya. Cabir jî dev li ken bi kêf û şahî qehwe danî ber min û rawstyayî ma. Min fam kir bê daxwaza wî çiye, min destê xwe avêt bêrkâ xwe, lê yê karbidest bezî û madê xwe lê tirş kir.
- Na. Na ezbenî ev li ser me ye. Oxir be ji te re Cabir.
Min xwest ku bi lez ji wir derkevim, lê wî nedihişt ez merama xwe bigihînim serî û pirsin kelovajî ji min dikirin.
- Çiqas erdê te heye....Înşele wê îsal mûsim baş be....Çend zarokê te hene...çi hesinê we heye. Û...Û??
Min di dilê xwe de digot" Gelo ma ev mirov dixwaze mervantîya min bike, yan ez li fireê Emn Edewlê me“.
Min hêz û qeweta xwe girt û min gotina wî birrî.
- Mamûsta ez dixwazim navê layê xwe li ba we qeyd bikim.
Wî bi dilnazî li min vegernd:
- Ê.. de ka bêj, tê navê wî bi ke çi. Ser xêrê be înşele. Ka tê çi bidî me, hema çi ji nav destên te derkeve wê başbe.
- Min navê laoê xwe kiriyê Berzan, ji kerema xwe wilo binvîse Berzan.
Dema ku wî navê Berzan bihîst, ji cihê xwe qevizî û bixrka destên xwe danî ser devê min.
- Hişbe..Kes vî navî ji nav lêvên te nebhîze. Ma tu nizanî ku navên biyanîyan qedexene. paşê tu misilmanî ne! Divê û gereke ku em nav û paşnavên sehabî û ûcaxan vejînin, bike Mûmemed, Ahmed, Hesen, Elî yan jî Mistefa. Ev çi navên çewtin, ku ji nişkê ve hişê we vebûye û we dest bi van navên bê wate kiriye, wek şêro, Xisro,Evîn û şêrîn. Hetanî kengî winê wilo bimînin??
Di ber xwede tiştek digot:" Erê çima na, karbidest hemî wilo dikin“.
Min êdî naskir bê di çi de dirame. Min destê xwe avêt bêrîka xwe û serê 500 wereqî belû kir. Bi lez ber bi min ve hat beşirî, girêz ji devê wî herikî û bi poşmanî.
- Tê li min negre ezbenî..Bixwedê ev ferman ne ji ba min derketiye, ji jor hatiye, lê nexeme, ezê jibo xatrê çavên te vî karî bikim û divê ku kes pê nizanibe.
Zerf ji destê min girt û li ber xwe danî bi nehênî nivîsand Xêzeran û bi dengekî bilind li min vegeran Berzan.Ban yê devê derî kir û zrf daye dest û tembî lê kir ku ecele vî îşî biqedîne. Zerf ji ser masê firiya û li wê avaniya çar qat çû û hat. Karbidestên wê avanî yê tev de ber min ve hatin û pîrozbahî li min kirin. Kî bi ber min ve tê lîstak ji daxwazan amede kiriye, ji penêrê hilandî hetanî bi birxûl û nîsakn. Yê karbidest ber min ve hat û tema devê xwe xweşkir.
- Ez dibêm anha tu razî ye, ev kar hemû min jibo te kir.
Ez bi derncave daketim û hêdî hêdî ez biçûçik dibûm, hetanî ku ez giham derve, min xwe nedît, û ji biçûkbûna xwe, ez di nav wê gemara devê derî de winda dibûm.
_____________________________
1 ( ecnebî) gotineke erebî ye, ku tê wate ya biyanî, ev ji ber ku nêzîkî 200 hezar mirovên kurd, di 5- 10 -1962 an de ji mafê hevwelatî ya sûrî hatin pashxistin.











PIŞTXÛZ

Mehmûdê Eko: mehmudeko@avestakurd.com

Jibo Beşîrê Mele ( Bavê Şahîn)


Hino hino ez hest dibûm ku Ode ya mi î çar qorzî bi ser hevde tê.
hestên mib beram berî xwe kelovajî dikirin, Ode ya min li dor diwaz deh ta bi paz deh M çar goşe ye. Lê ji nişka ve min didît ku bi ser hev de tê û min di zikê xwe de dugvêşê, di pêşî de min ji xwe re digot (Berkî ez westiya bim ji xewa wisan ez mijûl dibûm, dibe ku ez hê xilmaş bim ez ne razabim, yan, ez diramiyam û min ji xwe dipirsî.Çi di nav bera mirin û zendiyê de heye, ji bilî mûyekî zirav ku nayê dîtin û dibêjinê hebûn.
Ez di nava xwe de pirr dibizdiyam, û di nav rûpelên ramanan de hunda dibûm.
Ode û hatina wê bi ser hev de min jibîra dikir,di şiyarî yê de di razanê de di mirin û zendiyê de di hebûn û nebûnê de diramiyam.
Ez ji hundirê qalikê xwe derdiketim, û min ji xwe re digot.(Çî min û van tiştan di nav hev de heye..!?)
Di pêşî de min digot berkî ez dirêj kirî bûm, lê niha min têre derxist ku şipyabûm. Rengê çar goşeya Odê bi min dibû qutîkeke girover, kevzeka kesk xwe hilperikandibû ser, Ez hest dibûm ku Oksîcên kêm dibû, ji ber ku defê sînga min bi min giran dihat hildan û daxistin, di mejiyê min re derbas dibû ku mirin wisa ye..! Ezjî nizanim çima wisan di ramanên min re dibuhurî. Gelo da ez xwe razî bikim ku ez heme..!?
Tiştê ku mejiyê min gelekî diwestan ewbû gelo ma valahî ya Odê bi kûve çû ye, min digt berkî pencere jî nêzîkî min e, berve diçûm lê mixabin min tutişt nedidît, ji bilî reşiyê pêve. Yek carna dengê zîqîna derî , bi rastî min derî jibîr kiribû, eger ne di wê dema kurt de ba , û ne ku Ba dergeh bihejanda û dengê zîqîna wî ba min bi xwe nizanî bû. Lê ew kurte dem zû bi zû qut dibû, ez pirr dibizdiyam,min dixwest ku ber bi derî ve herim, lê mixabin min jibîr kiribû bê li kîjan alî dikeve.
Ewê zîqînê di nava min de omîdek ava dikir, çi tiştê xweş di jiyanê dedihatin ber çavên min,hingî ez bi hezkirina xwe ya nazik û rewan hest dibûm, û min di xweşt ku nameyekê jêre binivîsim. Di wê tevlihevê de min dest ên xwe li pênûsê digerand,bi zehmetî tiştek dikete nav lepên min, lê di cih de ez hest dibûm ku di nav lepên min de dilebite, bêye ku ez bizanibim çiye, dengê qîrîna min hewl dida min ku ji dest xwe bavêjim.
Min xwe kar dikir ku ez rabim ser xwe, bi rabûna xwe re serê min li zikê Odê diket. Min berjorî xwe nerî, ku çi binerim ezmanê Odeya min gihişt ye ber min.!
Di wê kurte demê de min dixwest ku peşkeke av bi ser çavên xwe de dakim, da ez hebekî bi ser hişê xwe ve bêm.
Lê tu tişt nedikete destên min, li şûna xwe vedgeriyam, lê mixabin min jibîr dikir bê ka ez li kîjan cihî rûniştibûm.!
Min careke dîtir serê xwe radikir,lê vê carê kerş û gemara nav beşt û beyikan di çavên min de hêlînên xwe çêdikirin,min bi carekê nema ber xwe didît. Min dixwest derkevim, lê di giroveriya Odê de bê çare dimam pişt xûz, dimam bê omîdhunda dibûm di nav pêlên pirs û bersivan , û min ji xwe dipirsî: Gelo ma raste ez heme ..? Ma gelo ez ne mirî me..!?













Rêwindayî

Mahmûdê Ako: hawar@hawarkurd.de

Hêkên gêrgêrîkan baz û başoke ji wan der nakevin..!
Hêkên maran jehir di nava wan de heye..!
Ez dikevim şêweyên lehengan, geh Restem û geh Guhderz im.
Bi kişandina şûrê xwe serê sed mirovî dipekînim. Tukes nikare şûrê min ji destê min der bixe. Ez tavim, ez mirinim.ez..!?
Lê ji nişka ve tu poşman dibû, ew axavtin bi te giran dibûn, û te xwe bi nermî ji nav wan ramanan vedidizî, û tu ber bi ramangeha herî bilind ve hildikişiya, tu li nik Xwedan û pêximberan radwesetiya. Te ji Zebûrê dest pê dikir, ta ku tu li nik Quranê disekinî, te hemû ji hev cida dikirin, û tu bi wan razî nedibû, belê te tev de bi Xweda re dihiştin.
Tu li pêximberê xwe yê pêşî divegeriya, û te gunehên xwe, negihanên xwe, hêvî û paşerojên xwe poşmanîyên xwe, tev de te bi huçkên Anahîta ve girêdidan. Dîsa tu qayil nedibû, û bi tinazî ji xwe re digot:
- Em destpêka sed salaeke nû de, hemû tişt bûye Kompyûter. Gelo ev raste yan em di xewnê de ne?
Komên mafê mirovan "rêxistinên mişextan" civatên mehel û birçîbûnê "Parêzgehên nexweşiyên zikmakî". Hemî di jiyanê de li aliyekî ne, û em û jiyana xwe li aliyekî ne. Gelo çima hêjî em bindeştin, û tu kes dengê qîrîna me hesnake?
Bindestên pakrewanên rojê, yên ji xwe bazdyîne, bindestên ramanên hişk û çewt, û neqebûl kirina yê din. Em hêjî bi wê taybetiya xwe ya bi serhişkî yê dijîm û dikin pesnê xwe.
Em ew Sînema Amûdê ay şewitî ne, em zarokên ku di zîldana xwe di qurmiçîn.
Em zindana Hesiça yê ne, em ew ciwanên ku wan miradên me bi êgir pîroz kirin.
Em ew qada Hermê Şêxo û Rengo ne, ku bi zor pişta me bi xêzên cotê xwe bi dar vedikin.
Hêjî em dijîm, di welatê xwe de bêgane ne, çawa dê raman bikaribe hilgire, vê neçariyê bi serî rabike?
Bi tenhatî ya xwe dijîm, bi mejiyê xwe yê zingarî.
Di destpêka sed salake nûjen de, di ferhengên civakî de ez û pûştekê wekû hevin. Gelo ev tev de hovîtiya mejiyê mine.Yan wisan pêdivî ye.? Her û her li ser ya xwe dimênim, tevî wê ez dijîm, jiber ku mirin û xînrijandin bûne mîna bayê, mîna avê, mîna her tiştî ji min re pêwîste ku ez bimirim û pê serbilind im!!!?
Hêjî hêviya xewnên min ewin, ku ez di welatekî serbixwe de bijîm. Gelo rastiyeke ku welatek ji boyî min bête avakirin.!?
Hêjî çar sînorên bi bumbe, û têlên bi qeramûşk di sînga min de mîna alozên zikmakî ne, her roj xwîna xwe dikim qurban ji bo azadiyê, lê azadiyê koçên xwe ji qada min bar kiriye.
Hêjî tivinga min di devê birayê min de ye, û bêyî pirsyarîn, bêyî ku bizanibim çima yan ji bo çi dibêjim:
- Tu kî ye ku tu şîretan li min bikî, û bibêjî ev şaşe û ev raste..!?
Û tu bi devekî tije dibêje:
- Tu bûyî sîxwirê çar komarên desthilat.!
Ez û te nebes bûn, dengekî dî sînga ezman diqelaşt:
-Ev qad ya mine, nabe ku tu li vir şerê xwe bikî, here başûr, here bakur, here dojehê, lê ji vir şer neke.
Her tişt hatiye guhertin, di rojava de roj piştî rojê sînor ji navbera komaran tên hilkirin, lê li rojhilatê roj piştî rojê sînor û bumbe pirr dibin. Ne tu welat û nejî tu milet weku min, ne xwîn ne jî zindan ,ne jî mişextî daye. Û em roj bi roj dibim terorist, teroristê qada qedexkirî, gelo raste em û welatekî serbixwe ne li gorî hevin..! !?
Kerwanê bêdengiya te, te dajo, bi kûde, tu bi xwe jî nizane..?
Lê ya baş ewe ku hîn jî tu heye û li ser qada qedexkirî dijî.
Ji neçarî tu dibe belengazê pakrewanekî ji birakujyê bazdayî ! Dijminê te birayekî bi guneh û ne guneh hun hev dixine xefk û dava de?
Di kolanên bê wariyê de dibim nêçîra keçeke Rojavayî, mirovekî hov im di pêxila jibîrkirinê de dijîm.
Di bazargehên ramanan de bê par û pişk dijîm, di leystikên genî de werdibim, bê dadvan tême tewanbarkirin. Bê dadgeh tême zindankirin, û ez bi bê gunehî têm kuştin, û dîsan jî dijîm.
Bê sirûd, bê al bê sînor di himbêza dayika xwe de, weku mendalekî bi qehfikan, bi xar û kaban dileyize. Di jiyanê de dileyize di mirinê de dileyize, bi hêviya ku di xewna bê xew de, welatek bê avakirin, xewnên xwe şêrove dike, di şiyariya xewê de xewnê de dilorîne, û dibe temaşevanê mirina xwe, dibe gorkolanê jiyana xwe, dibe xefk û dava evîna xwe, dibe xwînfiroşê xwîna xwe, tevî wilo jî dijî.


















GOTINEKE MEZIN

MAHMÛD AKO

Demê buhar dibişkivand, hêdî hêdî hêviya min bi jiyanê ve avis dibû. Roj li ber roava bû, aso bi nazenî pesnê xwe ji xweristiyê re dida, li ser kenarên deriyê bakur, ez û dilê xwe yê şikestî dibûn temaşevanê pepûkiya xwe, dibûn xewn ne serjêkirî, ez û hestên xwe yên reben û daxwazên qedexekirî, bi pêlan re dihatin sema.
Çiqasî pêlan xwe bi hêz dikirin, ewqasî ez û ramanên xwe dibûn hundabûn. Wêneya çar sînorê bombe kirî û hêviyên min diketin nava pêleke bê hedan, yek bîranînên penaber xwe di mejiyê min de dilûsandin, pirsin bê ra xwe di mejiyê min de belû dikirin.
Di hinavê xwe de wekû volkanekê dikelim, û ew pirs di mejiyê min de dibû kuînorek û ji nişka ve der dibû, bi elem û xwîn di hinavê min de kulekên şahiyê vedikirin.
Ma tû dizanî ku îroj roja bîst û yekê Avdarê ye..? Îroj Newroza pîroze..!?
Hingî ez berzûrî ezman dibûm, û min ji xweda dixwest ku tavekê bibarîne bi ser min de, da agirê hinavên min vemrîne.
Çiqasî min dixwest ku ji bersivê bazdim, lê weke ku bi min re (C)êbûye bi min re xwedî bûye, mîna bêhna min di nav parsûyên min re di(C)û û dihat, çiqasî min çavên xwe digerandin, da ku ez hinan bibînim û ji wan re bibêjim:
Her sal û Newroz li we pîroz be, her sal agirê kawa li ser serê (C)iyayên qedexe bê dadan.
Lê mixabin ez dibûm guhdarê gotina xwe, pêlan bi min re dikir dawet û zemawend, dû rondikan çavên min pîroz dikirin û digotin: Her sal û Buhar bi te şax bide Newroz.
Ez û pêlên bê hedan û deriyê bakur, daxwaz û hêvî tevî hestên xwe yên şikestî dibûne mêhvanê rewrewka ku jêra dibêjin niştimanî.














MELE ROJÎ NIMÊJ GUNDÎ Û TOFAN

Cûdî Amed: alibaran@future.net.tr

Ez bi çukî pir merqliye civata bum. Eşkereye hun jî ku zanin berê di eşîrekede mal mezina kahwe çêdikirin. u hemu gele eşîre dihat we ' malê.: Malame jî di eşîrede mal mezin dihat nîşandin. Eşîrek Metîna li perê kerejdaxê heye( Bi bajarê Dêrikeve girêdayne)Mezina digotin va metîna pir nabênawanu" rojî u nimêje zêde tune buye.
Lê bele der dorawan hemu zedê holê (DÎN) di parêzin:, Mezinakî wanî bi akil( H:S) dibêjî " gelî gundîye u cîrana kes bi me bawernabin, herkes ji mere dibêjin ev gund bê dînu bê îmane gelo meha remezane tê ka em ji gundre melakî bigrin(GAZÎ KIN) hem deru dor baweryawan bi me werêhemjî mele meha remezanê nimêja tirabîha ji gundre biki.!:. Melakî ji gundekî Bakostanê (bakurî Mêrdînê ye) digrin. Herkes der dor dibejin maşallah ev gelana hatin îmane u îmanawan gelek kedîmbun.u a.. Gîrîng gundî pir ji melexwe hezdikin ,malum nimeja tirabîha --32 rik ati ,lê mele gelekî zu bi lez diki.Ji ber ku zu diki gundî jî na westin.
Neyse em direjnekin,roja Arafatê tê mele xebatawî diqedi(Xelasdibi) Dibeji" Gelî gundîye Ezîz hun desturamin bidin ezê herim malaxwe zaroekêmin li hêvîyaminin. E... Gundî dibejîn hoce (Mele) bi xweşî herê u oxurate a..Elî u mihemedbê.Mele dibeji , ma gelî gundîno hun zekatu fitrêmin nedinmi?Axê gund (H::S) dibeji ya star!.. hoce ma kelame xwede u ayete Kuranê îbadet bi pera di ,ma key tu diki me gunehkarbiki? Mele Dibejî" ah ah ! ..gelî gundîno u axa mizanîbu hun çî kerin : Lê hun nebejin mele nezani bu min sibê" sehur seatekê paşê iftarjî seatekê berê bi we dida xwarindin,Çîmkî Gund di di newale de bu" u nimêja tirabîha jî min 32 Rik at nekir zatî ez dua jî nizanim" Axajî dîbejî hey!..dahşik( Kurê kere) em key pir ne zanin.Me kesekî wekta nimeje abdest negirt u rojî jî me nav roje me bi dizî xwarin (nan ) dixwarin..De hadi ji terê oxurbê. Lê Dibejin di civatêde meroveki kor, yekî ker;yekî topal, u yekî .dîn( Çîplaq(tazî) hebuyê.Li axe u mele guhdarî dikin.Dibejîn ma Axe em xulam va edalet !. kevire ji ezamana de bibarê ma çima tu heqe mele ' nadê?. Tam di wê deqde evr gurîn vêdikevi ( GuRiNEK Lî EZMANA :çêdibê): Mele dibejî ah!..wele tofan bi ser wede hat. MerovêKer dibejî" law denge hacucu macuca tê kor dibeji ha!..wan hatin; E..tazî dibeji law vana ye werin her tişte me bistînîn ( me tazîkîn) Topal dibêjin me key hun çi sekinî nê hadi em birevin. bi rastî Gundî jî mêzedikin teşkele çêbu ; wanjî bawerkirin "Dibejîn" Axa va ne çîrokin? li me jî eyan buye tofaneke bi sermede werê heqe mele ka em bidin; ew bi xer; em selamet,"Axa dîbejî Ah!.. Mele te çi bi seremekir ? Dîn u bakil hemu ji te bawerkir. A. ji terê zekat u fitre ; lê dîsa kesek; deru dor ji me bawernakin Ku me rojî u nîmej kirîyê!. Hadê oxurb'ê Hoce...
Cûdî Amed





























TU CARÎ NABERSIVE

Îrfan Amîda

Hinek jê siya berêvarî ne
Bibengî
Ew jî wanî
Baran bibariya
Dibişirî

Tu tişt di mista kemanê de nepeniyên di nav tariyê de xwe qurnisandine nikare ji nav derxîne. Bi nermî... hêdî hêdî...ji hev veçirîne.hemî nepeniyên jiyanê. Evînên negotî. Pirsên veşartî û hestên taloqkirî. Û...û tu.

Ez îroj dîsa di wê neqebê re derbasbûm. Dîsa goşiyên wê dêliyê di şaxên wê de bûbûn mewîj. Reş, wekî mewîjka çavên te xweş, lê ne kûr û ne dûr. Keskokek pê vekirim. Demekê li benda gumgumoka ku te teriya wê qutkiribû mam. (dema ku tu çûye nema teriya xwe bel dike). Bi hestiyariya te lê nêrim ku li bergera min bibersivîne. Lê bi heman awirên bêwate nêrî û ez li bin siya wê dêliyê rûniştim. Min ew kilama roja ewilî got. Kengî stranan li bin siya wê bêjim ji nûve dibişkive ew dêlî.
Zîvirîm û baran bariya
Qudretek xwedayî ye an lêhatinek e nizanim, her ku di wê neqebê re derbas bim, êvarî baran dibare.
Û her ku baran bibare gul û çîçekan tînim hundir "bêhna esir". Min axa wê guhert yekşema çûyî. Min ax bêjing kir û hinek jî zibil tevlê kir û li quncika wê yî her dem lê ye ew danî. Ji xeml û xêza xwe ji bejn û bala xwe hê tu tişt winda nekiriye.
Bêhna wê ji min tenê re zêde ye. Guman dikim bi vê hinekî stuxwar e û hew... dengê baranê tê te jî gelo. Li cem te jî dibare. Peşkên baranê li cem te jî wisa bi bengî ji têlê kemanê diherike? Li wir jî heta te derxe şaneşînê û bêhna porê te bimijin, bigirin peşkên baranê li bûxa pacên te. Yên wir jî xweş tên nivîsandin gelo hestên te yî negotî?
Kî ji dêlva hertiştî ker dibe ji bo tu bibe sibeh?
Û dîwarên te, têra şevên ji xwêdanê difetisin, gêj dibin?
Şewqa lempê sermest dibe heta qudûmê stêrkan bişikê, ji ber çurûskên çavên te.
Ger baran dibare tu jî niha li kemanê guhdar dikî . melodîya kîşwera evînê ye dengê kemanê. Lê divê baran bibare. Ku dawerive rehan û êvar li bin çengan xilmaş bibe.
***
Bajar di xew de bû
Ên mayî jî çûn
Çêlikên kevoka şîn jî bi firê ketin
Lê çûna wan ewran tu carî neşibiya çûnan
Lê ew dengê kemanê yê hêmayî her dem dadiwerive nav per û baskên baweriyan.
***
Min wêneyekî, dîmenek ji gola Wanê kirî çend roj berê. Gola Wanê ji xwêdanê fetisîye. Û dêra girava Axtamarê bi hesretên Tamarê zengar girtiye. Rengpayîzî. Bawer dikim ku wênesazê vê wêneyê jî mîna te ji payîz û hesretan hez dike. Lê min ew wêne li cîhekî ku şopa min pê nekeve danî. Li cîhekî ku şopa min pê nekeve, lê dengê kemanê bibihîze.
Ji ber ku payîz bê hesret
Û hesret bê keman nabe
Ma tu jî li kemanê guhdar dikî?
... Destê min nema li pênûsê digere. Her ku dixwazim bi navê te dest bi helbestekê bikim. Bi mewîjkên çavên te binêrim li stêrkan baran dibare. Baran bibare hibra pênûsa min zuha, mijankên min şil dibin. Û "bêhna esir" digirî bi ser min de. Niha jî ew û binevşa te bi destê xwe çandiye. Bi nalîn û narîn.
Ne tu
Ne ez
Ne payîza sala çû.

Dema tu çû
Baran bariya
Binevşa narîn giriya
... ger tê bê ezê şivên nû bidim dêliyê.








BÊXEM

Şukru Aşvan

Bi banga karkerên şaredariyê ên sergoavêj, Bêxem ji xew rabû. Dengê sergoavêj yê şaredariyê hîn jî li kuçeyên Mêrdînê belav dibû. Yeko yeko li deriyê malan dixist û bang dikir. “Zibiiil! Zibiiil!” Bêxem, ji ber ku xewa xwe baş nestendibû, ji vî dengî gelekî eciz bû. Bêxem, her roj ê rabe taştê bixwe, porê xwe bişo, li ber awênê bi deqan bisekine û porê xwe şeh bike, ji serê xwe heta lingê xwe, bi caran di ber çavan re derbas bike, ji paş û pêş ve li xwe mêze bike û pişt re ji mal derkeve. Gelek caran heta nîvê şevê li qahwexana û li sînema wextê xwe derbas dikir. Gelek caran jî heta sibehê nedihat mal û dayika xwe ji heyra xwe re bêxew û çav li rê dihişt. Bêxem tu kar ji bo debara malê nedikir. Carna rojek- didu dixebitî û tenê têra xwe dirav bi dest dixistin. Carna jî ku diravên wî diqediyan, ji birayên xwe distend. Her ku birayên wî û bavê wî dixebitîn û debara malê dikirin. Tiştek ji Bêxem nedihat xwestin û tu caran di xema tiştekî de nedima. Li cîhanê çi çêdibû, çi diqewimî ne li ser bala wî bû. Guhê xwe ji her tiştî re girtibû. Ji xwe ji ber vê yekê jê re digotin Bêxem.
Bêxem xortekî hivdesalî bû. Bejin zirav û dirêj, çavên reş, dev û lêvên wî yên li hev bi porê xwe yê ku di ser her tiştî re digirt, xortekî pir bedew bû. Bêxem, weke her roj ji mal derket û berê xwe da dibistanê. Dibistan nedixwend, lê keça ku jê hezdikir dibistan dixwend. Sedema çûna wî a dibistanê jî, ji bo wê bû. Rojekê ku hev nedîtana debara wan nedibû. Dema ku yara wî ji dibistanê derket, bi hev re dimeşiyan û di nava kuçeyên Mêrdîn ê dîrokî de bi destê hev dirtin. Weke ku cîhan tev ji bo wan ava bûbe û xweşiyên jiyanê tev xweşiyê wan be. Yara xwe gihand ber mala wê û xatir jê xwest. Bi tena xwe li kuçeyên bajêr ma bû. Ji bo pêdeviyên xwe bibîne berê xwe da mizgeftê. Mizgeft, dîrokî bû. Dema ku ji mizgeftê derket, lingê wî, ew li gelek deverên bajêr yê dîrokî gerandin. Tu carî wusa ne digeriya. Ji dîrokê jî tu tişt fêhm ne dikir û li medresê, li dêrê û gelek ciyên dîrokî geriya. Demeke kurt sekinî û di ber xwe de keniya û got : “Ma ez li van kuça li qîra xwe digerim? Ka çi karê min li van deran heye?”
Roj bûbû esira teng. Bêxem, îcar çûbû ciyê herî bilind, ber kela Mêrdînê û li temamê bajêr û beriya Mêrdîn temaşe dikir. Beriya Mêrdînê mîna deryayeke bê binî dihate xuya kirin. Li beriyê ku weke okyanoseke mezin rast û duz, şûv (nadas) ên reş û sor di nav çandiniyên kesk û şîn de, weke gulên fîstanê Binevşê bi aheng bûn, xeml û xweşikbûneke din dida derya rengan û xwezayê. Bêxem, li hember xweşikbûna xwezayê û bajarê dîrokî mest bûbû. Bayê ku dihat, ew dixist nava aramiyeke pir xweş. Çavê xwe girt û bedena xwe da ber bayê hênik. Dema ku bêhna xwe distend, ew hewa paqij dikişand heta ser kezeba xwe. Ba, gelekî hênik bû, lê wî bayê hênik nav û dilê wî germ dikir. Porê wî li ber ba tev li nav hev ketibû, lê porê wî ne li ser bala wî bû. Mîna peykerekî wisa di ciyê xwe de sekinî bû.
Ji nişka ve tiştek hate ser milê wî û weke ku bi hêrs û tirs ji xew şiyar bibe veciniqî. Di nava tirs û peloşînê de dema ku li xwe zivirî. Zilamekî weke zebellahekî li hember xwe dît. Zilamekî dirêj, rih û porê wî tevlî hev, qemer û çavê wî fireh û sor bûn. Kîsikê çavê wî hingî qermiçîbûn, bi ser rûyê wî de dieliqin. Pêlaveke qetandî di lingê wî de û kincên wî jî tev bi qilêr û qitnik bûn. Qermûçekên ser çavê wî û eniya wî tev ji toz û gemarê tije bûbûn. Emrê wî qederê çil çil û pênç hebû. Hevdên spî ketibûn rih porê wî. Şûşeyeke şerabê di destê wî de li bêxem nihêrî û got: “Ne arýyorsun burda yeðenim? Bir fýrt çek de kendine gel ha!” Bêxem lê zîvirî û got “ Yok içmiyorum saðol” serxweş: “Madem içmiyorsun, ne arýyorsun burada? Burasi benîm gîbî duşunen efkarlarin yerî dir. Şû guzelîm manzaralara ve tarîh kokan mekanlara baktikça ferahliyorum. Baksana şû guzellîðe. Kîm bilir bû coðrafya da bû topraklarda, bû şehîrde kaç uygarlýk yaşadi. Kaç uygarliða analik ettî? Bû guzelîm şehrîn bîr taşi, bîr uygarliðinî bîr medeniyetin sîmgesîdir. Bunlari bilmiyordun?”
Bêxem: “Hayir bilmiyorum.”
Serxweş: “Bilmezsin tabi, merak etmiyorsunuz ki! Madem yaşadiðin cografyayi ve tarîhî bilmiyorsun, ne diye yaşiyorsun? Bunlarý bîlmezsen kendînî de bîlemezsîn. Ot gîbî gelîr, saman gîbî gîdersîn. Kurt musun?” Bêxem: “Evet” Serxweş: “hele bak, Kurtmîş. Îspatla o zaman kurtluðunu. Olmayan bî şeye sahîp olmak gîbî bîr şey. Bunu soylerken hîç utanmiyor musun?”
Bêxem qet tu bersîv neda. Serxweş bi bazdan ji wê derê dur ket. Wexta ku Bêxem gihîşte qahwexanê, ba hevalên xwe, tiştên ku di serê wî re derbasbûne ji wan re qal kir. Hevalên wî tev keniyan û henekên xwe pê kirin. Dawiyê jê re gotin ku ew kesê serxweş demek dirêj mamostayî kiriye û ji ber ramanên xwe ve gelek caran ji aliyê dewletê ve hatiye binçav kirin û di şkencan re derbas bûye. Loma aqilê xwe wenda kiriye ango dîn bûye. Çewa Bêxem ev tişt seh kirin, gelek matmayî bû. Û bandora axaftina serxweş hîn jî lê esr kir.
Di qemika êvarî de Bêxem vegeriya malê. Tu carî weha zû nehatibû mal. Malbat tev mabûn ecêbmayî. Bêxem şîva xwe xwar û derbasî menzela (oda) xwe bû. Qederekî runişt û cixareyek vêxist. Kete nava lêhurbûnê. Di fikirî û dipoç(j)inî. Lêhurbûna wî tev li ser kesê serxweş, dînîtiya wî û axaftina wî bû. “heger ew dîn be, çewa dikare wusa biaxife, dînîntî çiye! Evî di axaftina xwe dixwest çi min re bibêje? Sedema dînîntiya wî bo çîna wî be, dewlet çima li hember boçîna wî derdiket? Min jêre ez kurd im, çima bêhna wî teng bû û kurdîtiya min ne pejirand?”
Çixara wî, di nava tiliyên wî de qediya bû û heta ku tiliyên wî ne şewitî, qet li xwe hay nebû. Dema ku tiliyên wî şewitîn xwe ji nava pirsan xelas kir û ji nû de dest bi lêhurbûnê kir. Kesê ku xema tu tiştî nedikir û ne dixwar, gelo çi bi wî hatibû ku ewqas xemgîn bûbû? Malbata wî jî bersîva vê pirsê digeriyan, lê tu bersîv ne diditîn.
Di sahura sibehê de, Bêxem ji xew şiyar bû. Hîna şefeqê nû avêtibû. Vê carê ne bi dengê sergoavêj, bi dengê azana sibehê re bûbû. Ew jî li xwe mabû ecêbmayî, ku cewa weha zû rabûye. Ser û çavên xwe şuşt û qedimî ser sifrê, taştê xwar. Careke din weke her roj dengê sergoavêj jî kete guhên wî. “Zibiiiil ! Zibiiil! “ lê vê carê, ji dengê sergoavêj qet aciz nebû. Tavil pê gelek xweş dihat.
Bêxem ji mal derket, lê vê carê necû dibistanê. Di meşiya, lê nizanibû ku wê here kuderê. Mîna kesê ku daxwaza xwe wenda bike û hinek wî bi zor bînin derekê, lingê wî careke din ew bir ber kelehê. Dema ku gihîşt ber kelehê, çû li ser kevirekî runişt û serê xwe bera ber xwe da. Li xwe difkirî, gelo li çi digeriya? Li tiştekî digeriya, lê wî jî nizanibû li çi digere. Bajar bêdeng bû; weke goristanekê ku bi salan mirovên mirî tev tê de kom bûne û kesekî zindî nayê serdana wan.
Li katjimêra xwe nihêrî. Bûbû neh. Rojê germahiya xwe, bera ser xwezayê dabû. Paçên bajarî dîrokî bi pencên rojê dibirîqîn. Careke din li dora xwe nihêrî, kesek tune bû. Êdî kesê serxweş jî ne li vê derê bû. Biryar da, ku ji vir here, dema ku cara dawî li dora xwe nihêrî, çavên wî bi kolanê ket. Kolan li binya bajêr bû û girseyeke gel li vê derê kom bûbû. Bêxem boçînî “gelo ev girseya gel ji bo çi li kolonê civiyane ba hev?” Bêxem îcar vê boçîna kolanê dilê xwe di cih xistana. Wexta ku xwe ji ber kelehê bera jêr da, di sukê re derbas bû. Mirov weka miriyan li nikhev dimeşiyan, dengê dikançiyan, himalên, fêkîfiroşan û kesên ku asûk dikirîn tevlî hev dibûn. Careke din di ber xwe de keniya. Ji ber ku berî niha bi qederekî li bajêr mêze dikir û digot qey kesek tê de tuneye. Loma bi xwe dikeniya da ku wuha teng fikirî bû. Hîn ew bi xwe dikeniya, dengek ji pişt wî hat. “saqiiin! Saqiiiin!” ev jî dengê himal bû ku rahiştibû sarkerê û di nava sûkê de dimeşiya. Bêxem, li himalê ku rahiştiye sarkerê mêze kir, mirovekî extiyar bû. Temenê wî doran şêtan bû. Careke din Bêxem matmayî bûbû weke kesekî ku çavên xwe nû ji cîhan re veke.
Bêxem meşa xwe domand û ber bi kolanê de meşiya. Nêzîkî li kolanê kiribû û dengê dev û zirnê, dengê lîlandina pîrekan û dengê druşmên ciwanan diketin guhê wî. Qederekî sekinî û neçû nava kolanê. Mêze dikir lê wate nedida wê coşê. Dixwest ku fêm bike, ev coş ji bo çiye. Di emrê xwe de tiştekî bi vî ewayî nedîtibû. Li nava kolanê agir bilind dibû û li dora êgir bi sedan kes, keç û xort, kal û pîr, zarok û jin tev kom bûbûn û govend digirtin. Bêxem ew kesên ku li kolanê dîtin gelek nêzêkî xwe didîtin; ji ber ku dê û bavên wî kurd Bûn û ew jî kurd bû, lê tucar di civaka kurd de jiyan nebûbû û hatibû bijaftin. Weke ku ew mirovên mirovên kolanê tev ji berê de dihatin nasîn, ewqas ew nêzîkî xwe didîtin. Hestên wî hêdî hêdî ew ber bi kolanê de dibir. Lê hîn gava xwe ne avatibû kolanê, polisan bi milê wî giritn, serê wî di ber de tewan din û berê wî dane eşkencexanê.
Bêxem hatibû girtin lê nizanibû ku ji bo çi hatiye girtin. Ji girtina xwe re tu wate peyda ne dikir. Di şkencê de gelek pirs jê di hatin kirin. “Oxlum konuş! Kîm sizî orgutledî. Bize bilgî vêr, bizim ewladimiz ol! Genclixine yazik olur! Bize orgutun baxlantýlarýný vêrmezsen yanarsin! Kîmlerle, nerede îlişkî kuruluyor? Sixinaklar, sîlahlar nêrde? “ û hwd. Gelek tajang û siqêv jê re digotin.
Bêxem tu tişt ji axaftina wan û lêdana wan fêm nedikir. Loma jî pirsên wan tev bê bersîv dihîştin. Piştî heft rojan Bêxem hate berdan lê Bêxem ne Bêxemê berê bû. Ji kotek û lêdanê ne dihate nas kirin, mabû cern û hestî. Wexta ku hate berdan, dayîk wî, bavê wî, xwşk û birayên wî teva ew himbêz kirin û rondik bi ser de barandin. Malbata wî jî cara yekemîn bû ku tiştekî weha dihate serê wan. Ew jî mabûn ecêb û sosret. Bi dehan kesên ku berê nedihtin navkirin, dihatin serdana wî. Tev yên ku li kolanê pîrozbahî dikirin û çaxa ku Bêxem ketibû binçavan tevan ew dîtibûn. Ango kesên welatparêz bûn. Bi Bêxem re ketin nav axaftin û gotubêjeke kûr. Bêxem bi axaftina wan re êşên xwe jibîr kirin û li wan gohdar dikir. Ji ber ku di warê welatparêziyê de tiştek nizanibû, tenê gohdarî dikir û carna jî hin pirs ji wan dikir. Êdî ne dixwest ku kesên welatparêz ji ba wî rabin.
Roj bi roj têkiliyên wî û welatparêzan zêde bû û hêdî hêdî hînî gelek tiştan dibû. Gelek caran jî li gora zanebûna xwe dikete nava hewldanan, bi van hewldanan re her ku diçû têkiliyên wî zêde dibûn. Lê ji hêla din de jî têkiliyên wiyên civaka kevn qut dibûn. Yara wî ya ku li dibistanê dixwend, dema ku guhertina bi Bêxem re dît, revî revî jê reviya. Lê êdî civaka berê ne ser bala Bêxem bû.
Têkiliyên wiyên bi şoreşê re germ tir bûbûn û sala wî di nav şoreşê û welatparêzan de qediya bû. Di hundirê salekê de gelek guhertin di kesayetiya xwe de pêk anîbû. Di vê demê de du carên din hatibû binçav kirin. Di van binçavkirinan de îcar li ber xwe dida û êdî dijminê xwe nas dikir. Dema ku du Salê wî û naskirina şoreşê qediya, ew jî gihiştibû radeyekê. Têkilî bi şervanan re danî bû û xebata xwe bi wan re di meşand. Qederê salekê jî bi vî awayî xebatên xwe domand. Ji ber ku ji aliyê dijmin ve hatibû naskirin û eşkerekirin, biryar da ku bibe şervanên azadiyê. Dema ku ev biryar da, pirsa di biçîna xwe de da. Êdî Bêxem çûbû, bûbû Berxwedan.
Ji girtîgeha Mêrdînê




















Felemezê Gunikreş

Îbrahîm Seydo Aydoðan

1.
Min jî her ji xwe dipirsî, ka gelo çima navekî min î weha ecêb heye. Min dikir û nedikir, min tu mahne nedidayê û ji ber vî navê xwe yê ku herkesî henekên xwe pê dikirin, min her fedî dikir. Çima wek yê herkesî, yê min jî navekî xweşik tune bû?
Felemez! Tew! Bala xwe bidîyê hela! Kî dizane bê wan ev nav ji ku dîtiye!
Mîna ku mirov bibêje "Bahcanê reş!
Dibêjin ku qereçîyekê ev nav li min kiriye. Bala xwe bidîyê hela, lo!
Rojekê hatiye cem dêya min. Hevdu jî nas nakin ha! Li zikê dêya min nihêrîye û gotiye,
"Min xewn dîtiye û zilamekî rîhspî ku nûr ji rûyê wî dibarîya, ji min re gotiye sibehê tu ê herî malekê û tu ê bibînî ku pîrekek bi heml e. Xwedê Teala ê kurekî bide wê. Bila navê wî bikin Felemez."
Dêya min jî bi ya wê kiriye. Ê ka gunehê min çi ye, ji bo Xwedê? Hela bê kê nîhaye wê qereçîyê! Tu dibêjî qey kes nemabû, çûye xewna navê min dîtiye, lawo! Hema hey te dîtibû, qey te navekî xweş bigota nedibû, yan jî te ew rîhspîyê ku hatiye xewna te, bera ser xwe bidaya, ji te re ne çêtir bû?
Ji ber vê yekê, ez her bi malbata xwe re dixeyidîm, hemû li ber çavên min reş dibûn û diçûn. Ji xwe, min heta niha qet ji wan hez nekiriye. Tu hevalê min jî nîn e. Min têkîlî bi kê re danîya, gava min navê xwe digot, bivê nevê yek derdiket û dîsa henekên xwe bi min dikirin. Ji ber wê, min li kuçe û kolanan, hercar şer derdixist. Gelek caran dev û pozê min di nav xwînê de diman û ez vedigerîyam malê û ji lewre dêya min û bavê min li min dihatin xezebê û li min dixist. Ez bi darekê ve girêdidam û bi qayişa bavê min li min dixist. Her ku min derbek dixwar, min diranên xwe dijidandin û sûnd dixwar ku ez ê rojekê heyfa van hemû tiştan hilînim. Ez ê dinyayê bi ser serê wan de xera bikim, ez ê bikim ku ji tirsa xezeba min newêribin li çavên min jî binihêrin.
Heke ez piçekî xweşik bûma, belkî ev tîpa min jî li serê min nebûbûya bela û nebûbûya sedema ku hevaltîya min ya bi xelkê re têk biçe. Xwedayo, hema ez çenekî xweşik bûma, hebekî çeleng bûma, ma dê çi pê bihata! Hingê keçikên vî bajarî tevde dê bi pey min biketana û lawik jî ji bo ku nêzîkî keçikan bibin, dê mecbûr bimana ku bi min re bûbûna heval û têketana bin emirê min.
Çi gava ez ji kuçe û kolanên ku êdî ji bo min bûbûn qadên şer, di nav xwînê de vedigerîyam malê, ji lewre te digot qey mirovên dinyayê tevde bûne dijminên min, min nifir li wan dibarandin û min digot; "Sebir ya Felemez, sebir!". Her ku min berê xwe dida mirêkê, min berê çavên xwe digirtin û min di dilê xwe de dia dikir ku gava min çavên xwe vekirin, rûyekî din were pêşberî min. Rûyekî hebekî xweşik û lihevhatî. Ez dibûm kûçik û derdiketim. Gava min çavên xwe vedikir jî te digot qey ez ji berê nexweşiktir bûme, bêvila min xwartir dibû û dipelixî, guhên min bel dibûn, devê min mezin dibû, çavên min di bin birûyên min de wenda dibûn. Wê gavê, îmana min ji min diçû. Ez hey li ber Xwedayê bedewîyê digerîyam û min wek keran digot qey ew ê diayên min qebûl bibin. Welhasil, ez berê gelekî dilsaf bûm, bi gotineke din, ez ker lawê keran bûm!
Carinan ez li ber hin filîman rûdiniştim û min digot hela bê ez dikarim xwe bişibînim hin lehengan? Tu dibêjî qey şensa min e! Çi zilamên nexweşik hebûna giş dişibîyan min. Min lê nihêrî ku ji derveyî vêya nabe, min got ez ê xwe bi rastî jî bikim weke wan. Belkî qedera min jî li ya wan bê. Ji ber ku gelek caran zilamên nexweşik jî ji xwe re hezkirînin weha peyda dikirin ku mirov lê ecêbmayî dima. Tew carinan ew jî dibûn serleheng. Ma qey tiştekî weha dê dernekeve pêşîya min jî carekê!
Ji ber ku min di piçûkanîya xwe de, gelek caran şer kiribû û bêtir jî min lêxistin xwaribû, ez êdî ji tiştekî neditirsîyam. Ya rastî lêxistinê nema tesîr li min dikir. Min demîna xwe girtibû. Carekê ez di kuçeyê re derbas dibûm û gava min dît ku çend xortên taxa me li hev civîyane û bi kaban dilîzin, min jî hema xwe da ber dîwarekî û ji dûr ve li wan temaşe kir. Min çi qasî dixwest ku yek ji wan bangî min bike û bixwaze ku ez jî têkevim nav wan û bi wan re bilîzim. Ji ber ku min tu carî nelîstibû û kesekî ku vê lîstikê rê min bide jî tune bû, ji min re bûbû hesret ku hema carekê bi tenê be jî ez ji dêleva yekî kabê biavêjim.
Li taxa me, xortikekî dirêj hebû. Bi qelafetê xwe du caran li min bû. Birûyên wî yên gir û reş di ser çavên wî yên piçûk de ku mirov digot qey yek ji wan şaş e, wek simbêlekî boq dixuyan û digihaştin hevdu. Heşayî civatê, hema bi hersê navên Xwedê, eyn weke kerekî bû. Xelk tevde jê ditirsîyan. Dihat gotin ku gûzên li sînga xwe dixe û esrarê jî dikişîne. Ji ber wê, tu kes newêrîbû li ber wî rabûya.
Gava wî kerê hanê, ez dîtim ku ez ji dûranê li wan dinihêrim, hema rabû, hat cem min û bela xwe di min de da. Bi pişta destê xwe li sînga min xist û got:
- Te xêr e, lawê min; tu weke qewadan li me dinihêrî?
Ji bo ku ez bersiveke tûj bidimê û ew sedema şerekî li gora dilê xwe, bi dest bixe jî mîna ku henekên xwe bi min bike, di ber re jî dikenîya.
Ez şaşo maşo bûbûm. Tirsîyabûm jî. Min got çû ji min de! Vî kerê hanê dê min tirek bike û berde. Hê min devê xwe tev dilivand ku ez jê re tiştekî xweş bibêjim û wî nerm bikim, hema min dît ku lêwik yek bi ser bêvila min de ve kir. Ker lawê keran, pir xurt bû! Ez ji ber êşê, tu nemabû ku biketama erdê. Min xwe bi zorê li ser lingan digirt. Mêjîyê min sekinîbû. Hêsir ji çavên min digindirîn xwarê. Zingînî ji serê min dihat. Lêwik bi herdu guhên min girt û serê xwe rakir. Hê min nû fahm kiribû bê ew dike çi bike, got "gurm" û bi hemû hemda xwe serê xwe li nav çavên min xist. Êdî min digot qey bêvila min ji min ketiye. Min nema ew his jî dikir. Serê min bi temamî gêj bûbû. Xwîna min sekinîbû. Lawê qahpikê tişt di min de nehiştibû! Kêra min di ber pişta min de bû, lê halê min nemabû ku ez destê xwe biavêjimê û wê bikişînim jî. Piçekî sekinî û gava ez xwarî erdê bûm û min dixwest ku bêhna min hebekî were ber min û ez rabimê, kûçikbavo pehînek di nava min de lêxist ku bêhna min bi carekê ve biçike û ez li wê rastê dirêj bibim.
Heta ku bêhna min nehat ber min, ez ranebûm. Min dizanîbû, heke ez rabim ez ê dîsa bixwim. Weleh, min hebekî bêhna xwe berda û min pişta xwe hêdî hêdî rast kir. Wê gavê, du kesên din jî ku ji wî jî kertir dixuyan, hatibûn li ber min sekinîbûn û dikenîyan. Ji zarokatîya xwe de, ez pê dizanim. Gava sê ker werin ba hevdu, ew ê misoger tiştekî xerab bikin ku xelk ji wan re bibêjin, qantir!
Min di serî de pê dernexist. Ma tiştekî weha qet tê bîra mirov? Lê gava ku yek ji wan ber bi min de hat, qayişa xwe vekir, derpîyê xwe jî daxist û bi ser min ve hat, hê nû min fahm kir bê ev dixwazin çi bi min bikin.
Qey gava hişê mirov ji serê mirov diçe û gelekî hêrs dibe, an jî weke ku hin dibêjin "sixortayên wî diavêje" mirov nabîne bê çi dike. Hema min dît ku kêra min di destê min de ye, yekî bi gunê xwe girtiye û li ber min çong berdaye erdê û dinale. Herduyên din jî çavên wan tu dibêjî qey dikin ji serên wan baz bidin. Sar bûne, lal bûne û li hevalê xwe yê ku xwîn ji navrana wî tê dinihêrin. Min digot qey ji bo ku heyfa hevalê xwe hilînin, ew ê li min bicivin; lê belê, wan weha nekir. Min ji tirsa xwe, hema kêrek di valahîyê de avêt wan. Min lê nihêrî ku hebekî vekişîyan, cesaret hat min jî. Hema min got, ya Allah û ya Xwedê û min da ser pişta wan.
Revî revî revîyan. Min da ser pişta wan. Bi dû re, ez jî ji tirsa xwe ku polîs bi me bihisin, sekinîm; min xwe hêdîka da ber dikanekê û kêra xwe ya bixwîn bi destmala xwe paqij kir û xist ber xwe. Ez ji tirsan dikira bimirama. Min digot qey herkesê ku di ber min re derbas dibe, hevalê wan e û li min digere.
Gava ez ketim rê û vegerîyam taxa xwe, hayê min jê tune bû; lê tu nabêjî çend kesan gava min kêr li wîya xistiye û daye ser pişta yên din, ez dîtime û tavilê li herkesî belav kiriye û xelkê ez kirime şervanekî nedîtî. Navê min tavilê hatibû guhertin û bûbû Felemezê Gunikreş!
Ez êdî bi temamî dîn bûbûm. Ji xwe navekî min î ecêb hebû, îcar paşnavekî jê ecêbtir ji min re hatibû dîtin. Erê, min dizanîbû, ji bo mêrantîya min ji min re dibêjin; "gunikreş" lê belê yê min, min nedixwest ez bibim yekî weha ku xelk ji wî bitirsin. Ji xwe, ji berê de ji ber ku îmana wan ji min diçû, kesî li rûyê min nedinihêrî, tew îcar gava tirs jî têkeve navberê, temam e! Weleh, me li bavê xwe zêde kir!
Çi gava ku min lingê xwe biavêta derve, kesên ku demekê gava li min dinihêrî mahdên wan ji min dixelîyan, ji bo ku silavê bidin min, ji qazî di ber min re dibihurîn, destên xwe yên rastê dibirin ser dilên xwe û serên xwe li ber min ditewandin. Lê belê, min êdî li wan jî nedinihêrî. Min dixwest ku ew ji min hez bikin, lê ji min ditirsîyan. Tew vê carê bi temamî li dûrî min disekinîn. Vêya jî ez bêtir hêrs dikirim û hema kî dihat ber min, min bela xwe tê de dida. Vê adeta min jî dikir ku navê min bêtir belav bibe û gunikreşîya min nav bide.
Min dev ji dibistanê jî berdabû. Êdî dibistanê nema dikarîbû tiştek bidaya min. Ev mamoste jî ecêb in, ha! Çi keçikên li malê mabin hebin, hema giş dibin mamoste. İcar tu were û ji xwe re li payebûna wan binihêre! Ne mamoste bûna, welehîn kesî bi rûyên wan de nedirît jî. Ji xwe, min herroj bi wan re şer dikir. Carekê min sîleyek avêt yeka ku destê xwe li min rakir û ez ji dibistanê hatim avêtin.
Bavê min ji tirsa min, nema wêrîbû dengê xwe derxista. Min jê re got ku ez tiştekî ji te naxwazim û ez ê ji xwe re karekî bibînim û bixebitim. Tiştek negot. Ji cerga ku navê min bûbû gunikreş, nema destê xwe jî li min radikir. Ev rewşa min bi kêrî wî jî dihat. Ji ber ku xelkê bi xêra min êdî bêtir xatir didayê û ew dixist şûna zilaman. Tew dêya min! Ji tirsa xwe, çi gava ku ez têketama hindur, dihat çakêtê min ji destê min digirt, sifreyek li ber min datanî, bi dû re jî mêywe dianîn. Kenê min êdî bi halê yên dora min dihat.
Ez bi vir de û wê de li karekî gerîyam. Min li xwe dananî ku ez li taxa xwe li karekî bigerim. Ji lewre ez jî çûm cîhên ku kes min nas nake. Kê ez didîtim, ji ber ku mahdê wan ji min dixelîya, tavilê ez diqewirandim. Ez ji neçarîyê, hatim taxa xwe dîsa. Min ji kê karek xwest, got qey ez henekên xwe bi wî dikim û kenîya.
Xwedîyê qexwexaneya nêzîkî mala me, gava rewşa min dît, ez xewle kirim û rê bi ber min xist. Tiştê ku wî ji min re got, ket serê min jî. Li gora ku wî ji min re got, yekî weke min êdî nikare li tu deveran bixebite û li emirê kesî guhdarî bike, an jî karê ber destê xelkê bike. Yekî wek min divê xûkîtîyê bixwe. Bacê bîstîne.
Min bi ya wî kir. Ji ber ku tu çareya min nemabû. Kesî kar jî nedida min. Herkes ji min ditirsîya. Ne bi dilê min bûya jî, rewşa min ev bû. Divê min tiştek ji xwe re bikira.
Ez êdî derdiketim ser rêya xelkê. Ji ber ku herkesî ez nas dikirim, kesî ji min re nedigot, na. Bi taybetî jî ez derdiketim ser rêya xortik mortikên çeleng ku zarokên dewlemendan in û porê wan î jolekirî û biryantînkirî ji dûrê ve dibiriqîne, kincên wan xweşik û biha ne. Çi pereyên wan hebûna, min giş ji wan distendin. Tew êdî min ji wan re sîstemek danîbû ku her ji hefteyekê carekê, pereyan di nav xwe de bidin ser hev û li ser navê min deynin cem xwedîyê qehwexaneya me. Ji ber ku êdî min di xwe re nedidît ku ez serê xwe bi wan re biêşînim. Carinan jî ji qicixtî ez derdiketim ser rêya wan û min sîlenin xweşik li yê ku ji nav wan herî çeleng be dixist û min bin guhên wî sor dikir. Min bi vî awayî dilê xwe lê rehet dikir.
2.
Rojekê ez sibehê zû bi xwe hisîyam. Qerisîbûm. Ev çend roj çêbûbûn ku ez neçûbûm malê jî. Ez heta êvarî digerîyam û bi dû re jî dihatim di hewşa camîyê de radiketim. Ji lewre, divîyabû berî ku mele ji bo azanê were, ez rabûma û ji hewşê derketama. Heke yekî ez bidîtama ez ê di nav alemê de rezil bûbûma. Dû re, ez ê bi çi rûyî derketama nava xelkê! Tew belkî vê carê bi temamî ji min birevîyana.
Ez li ber kanîyê rûniştim û min dest û rûyê xwe şuştin. Min serê xwe şil kir û bi ava cemidî ez hebekî hatim ser hişê xwe. Ez bi dengê lingekî li xwe zîvirîm û min xwe tavilê avêt nav daran. Min bala xwe da yê ku bi gavên giran dikeve hindurê hewşa camîyê.
Min ji kumê wî û meşa wî ew nas kir. Melê me bû ev. Navê wî Ahmed bû. Jê re digotin, Seyda. Ji cerga ku ez bi xwe dizanim, ev zilamê kal li vira bû. Bejina wî bilind û qilafetê wî girs bû; hê li ser xwe bû jî lê westîyayî dixuya. Rûyekî wî yê girover û awirin wî yên nerm hebûn. Nûr jê dibarîya. Heta niha min nedîtiye û nebihîstiye ku tu kes jê êşîyaye.
Min bala xwe da wî. Çû li ber kanîyê rûnişt û destmêj girt. Te digot qey wê demê, ji destmêjê pê ve li tu tiştekî din nafikire. Destmêja xwe hêdî hêdî û weke ku kêfê jê werbigire, girt û rabû ser xwe.
Heta ku ket hindurê camîyê, min lê temaşe kir. Dû re, ez derketim derve û meşîyam. Piştî bîstikekê azanê dest pê kir; dengê Seydayê Ahmed î nerm û biterbîye hat min û aramîyek bera dilê min da. Heta wê rojê, nedihat bîra min ku tu carî wek wê gavê min xwestibû ku ez li dengê azanê guhdarî bikim.
Gava ez di ber loqenteyê re derbas bûm, bêhna şorbeya ku li ser tûp dikelîya hat min û kir ku birçîbûna min were bîra min. Ez bi bêhna wê hebekî gêj bûbûm. Rabûm, ketim hindur û min şorbeyek xwast.
Pereyê min nemabû. Divîyabû min ji xwe re ji derekê perenin bidîtana. Hingî ez bi xwe bilîyabûm, min ji bîr kiribû ku ez herim pereyên xwe jî ji qehwexaneyê bînim. Xwedê kir ku di bêrîka min de, bi qasî heqê şorbeyê hebû. Gava ez rabûm ser xwe ku pereyan bidim xwedîyê loqenteyê, zilêm ez fedîkar derxistim. Min ew nas nedikir jî camêr ji min re got,
"Te eyb kir ha, Kekê Felemez!"
Min li zilêm nihêrî. Bi temenê xwe du caran li min bû, lê ji min re digot "Keko! Tew Kekê Felemez!" Ez şaş mabûm. Min pereyên xwe xistin bêrîka xwe û ez derketim. Dilê min bi halê kesên weke wî şewitî.
Gava ez gihaştim ber dibistanê, hê derîyên wê venebûbûn. Pêjina kesî nedihat. Ez li ser kevirekî li hember derî rûniştim û min çixareyek vêxist. Ji ber dûmana çixareya min, çavên min şewitîn û sor bûn.
Hê gelek hebû ku mekîneyên xwendekaran bihatana. Ez aciz dibûm. Dilê min bi min dişewitî. Vêya ez bêtir aciz dikirim. Min bi hêrs çixareya xwe dieciqand û dikişand û diponijîm. Ez ne li ser hişê xwe bûm.
Ez bi dengê mînîbusê bi xwe hisîyam. Heyecanekê xwe li dilê min rapêça. Min xwe tavilê da ser hev û ez rabûm ser xwe.
Min çavên xwe bera ser cama mînîbusa ku dihat dan. Gava min ew dît, çavên min biriqîn, kêfa min hat. Min lê nihêrî. Nihêrî… Mînîbus di ber min re bihurî û di derîyê paşîyê yê mektebê re ket hewşê û sekinî.
Min di nav hesinên li ser dîwêr re, bala xwe da kesên ku dadiketin. Dû re, min dît ku keçika min a esmer û bedew, weke şahbanûyekê bi kubarî daket û li dora xwe nihêrî. Wê gavê, min got qey ew ê çav li min bikeve û li min hay bibe. Ez tirsîyam.
Min jê hez dikir. Çi gava ku çav lê biketama, min digot qey hin min ji paşîyê de, ber bi wê ve dahf didin. Min xwe bi zorê digirt. Her deverên min pûç dibûn û ez ji ser hişê xwe ve diçûm.
Heta ku ew daket, bi bişirandineke kubar silav da hevalên xwe û ber bi mektebê ve meşîya jî min li wê temaşe kir. Her hereketeke wê dikir ku ez bêtir bi wê ve bême girêdan û bi vî awayî, ew jî ji min bi dûr bikeve.
Xuya bû ku di nav hevalên wê de, gelekî jê dihat hezkirin. Weke qralîçeyekê dibişirî û bersiva silavên wan dida.
Ez ji nişka ve, li tiştekî din fikirîm. Le ku hinên din jî dil dabin vê keçikê? Le ku keçik jî meyildarî yekî ji wan be? Wê gavê, ez ê çi bikim? Wê gavê, ez ê çi gûyî bixwim? Hema min dît ku kulmên min ji hêrsan jidîyane. Niha kî derketa hemberî min, min ê kulmên xwe wek balyozan li ser çavên wan bixistana; min ê dev li canên wan bikira û min ê bikira ku perçeyên wan ên herî mezin jî guhên wan bûna!
Heta ku ew ket hindur û wenda bû jî min lê nihêrî. Dû re, ez di cihê de hêdîka zîvirîm û beyî hemdê xwe meşîyam. Digel ku hayê keçikê ji min tune bû jî min digot qey hayê wê ji min heye û ew jî niha li min difikire. Belkî aniha di pencereyê re bala xwe daye min jî. Ez bi wê hêvîyê li xwe zîvirîm û min serê xwe rakir, li pencereyan nihêrî. Kesek nedixuya.
Di jîyana xwe de, ev cara duyem bû ku min weha dil dida keçikekê. Cara pêşîyê dilê min dîsa ketibû keçikeke weha xweşik. Bi rojan, bi mehan, min dev ji her tiştî berdabû û karê min her ew bû ku heta êvarî min xwe dida bende û çi gava ew derketa derve, min dida pey wê. Carinan weha dibû ku min nema xwe radigirt û min digot ez ê herim pê re bipeyivim. Lê min baş dizanîbû, heke min jê re bigota, mahdê wê dê ji min bixelîya û ez ê perîşantir bûbûma.
Heta roja ku ji taxa me bar kir jî em nepeyivîn. Roja ku bar dikir, ez li serê kuçeyê sekinîbûm û min li wê dinihêrî. Gava li mekîneyê siwar bû û di ber min re bihurî, li min nihêrî û bişirî. Qey fahm kiribû ku ez ji wê hez dikim.
Êvaran gava ku dihat bîra min ez derdiketim kuçeyê û çi derîyê ku dihat ber min, min pehîna xwe lê dixist û ez diqêrîyam. Herkesî pê dizanîbû bê ez ji bo çi ketime vê rewşê; lê kesî cesaret nedikir bihata bi min re bipeyivîya. Min çi dixwest ku hinan ji min bipirsîya û min ji wan re derdê dilê xwe bigota. Lê ew ji min ditirsîyan. Dilê wan jî di ber re bi min dişewitî. Carinan min didît, hin pîrekan gava min pehîn li derîyan dixistin û ez diqêrîyam, di pencereyan re li min dinihêrî û bi halê min digirîyan. Wê gavê, ez bêtir li ber xwe diketim û hêrs dibûm. Ez diçûm ber pencereya wan û min kevir diavêtin wan, da ku li min nenihêrin.
Heta ku ez li vêya rast hatim jî ji bandora evîna xwe ya berê xelas nebûm. Ez dîn bûbûm. Ji ber ku nêzîkî mala me bû, ez hema dihatim ber derîyê vê mektebê û min bela xwe di zarokan dida. Kî di derî re derketa, min li çavên wan dinihêrî û ez ji bo şer li wan li hemanan bûm. Çavên min bar nedibûn. Hesûdîyeke xurt bi min re peyda bûbû. Him gelek ji wan çeleng bûn, him jî çi keçikên bedew hebûna giş bi wan re digerîyan. Vê hesûdîya ha, ez bêtir ber bi dijminatîyê ve dibirim.
Rojekê dîsa ez li ber derî sekinîbûm û min ji xwe re li wan temaşe dikir. Çend kesan ji xwe re bi topê dilîst. Qralîçeya min jî ketibû milê hevaleke xwe û di hewşê de digerîya. Wê gavê min dît ku kesên bi topê dilîst, ber bi hev de hatine û dikin şer bikin. Tu nabêjî, yekî wek qerasekî, xwe li yekî piçûk radikişîne. Weleh, min dît ku vîya sîleyek avêt lêwik; hema min xwe negirt û ez ketim hewşa mektebê. Min xwe gihand wan û lawikê piçûk avêt paş xwe. Min yek bi ser devê vîya de vekir ku heta ew hebe, ew ê wê derba min ji bîr neke. Got "terep" û li erdê ket. Piştî wê navê min bêtir belav bû û ez li nav xwendekaran jî navdar bûm. Lê belê, bi navekî din. Êdî kê ez didîtim, ji min re digot "Felemez Abî". Kesek pê nizane, bê kêfa min çi qasî ji vî navî re dihat!
Min nema dikarîbû îdare bikira. Ez ê bi vêya re bipeyivîyama. Min dizanîbû ku keçik min qebûl nake jî ez ê bi wê re bipeyivîyama. Ez ê sor bibûma, lal bibûma, devê min ê negerîya, ez ê biricifîyama, belkî bêhna min jî biçikîya... Belkî keçikê henekên xwe jî bi min bikirana û bi min re bixeyidîya jî... Dîsa jî ez ê pê re bipeyivîyama.
Ez çûm û hatim. Min xwe da benda zîlê. Sebra min nemabû. Tu rêyên din nebûn. Ez ê pê re bipeyivîyama. Ji niha de, ez diricifîm...
3.
Ro dihate nîvro. Ez li benda dengê zingilê bûm ku xwendekar derkevin derve. Hê bîst deqîqe hebûn jî min lê nihêrî ku keçika min bi keçikek din re derket derve. Çavên xwe li derve digerandin. Qey li bende hinan bûn, an jî hayê wan ji hinan hebû. Ma gelo ez bûm ew? Na lo! Ji xwe, gava çavên xwe digerandin, keçika hevala wê li min hay bûbû û mîna ku hebekî tirsîyabe, tiştin di guhê keçikê de gotibûn. Wê jî li min nihêrîbû, lê mîna ku ji hebûna min a li wira aciz bûbe... Min tavilê berê xwe guhert û ez bi şûn ve kişîyam.
Weleh, min dît ku bişirandinekê xwe li rûyê herdu keçikan girt. Tu nabêjî, hayê wan ji hinên din hene. Min jî li alîyê ku wan lê dinihêrî, nihêrî. Teqsîyeke reş hat û li ber dîwêr sekinî. Zilamekî ciwan ku berçavkeke reş ya rojê di çavê wî de bû, daket û bi ken ber bi dîwêr ve meşîya. Bi destên hevdu girt û silav dan hev. Keçikê tiştin ji wî re got û li alîyê min nihêrî. Bi dû re, wî zilamî jî li alîyê min nihêrî. Min fahm kir ku ew li ser min dipeyivin. Lê belê, çi têkîlîya min bi wan re heye?
Weleh, hema min dît ku zilêm dev ji wan berda û ber bi min ve meşîya. Bejina wî dirêj û qilafetê wî jî girs bû; lê çavê min di wî de dibirî. Heke min bixwesta, min dikarîbû ew bi derbekê re li erdê rast jî bikira. Lê min dixwest ez hîn bibim, bê hela derdê wî çi ye. Ez fahm bikim.
Hat û li ber min sekinî. Di vê zivistanê de û berçavka rojê? Li rûyê wî nedikir. Ji bo ku ez henekên xwe bi wî bikim, ev mahneyeke baş bû. Lê belê, min dît ku zilamê me qure derket.
Got; "Me bihîst ku tu pir li van doran digerî. Bila hayê te ji te hebe. Tu bela xwe di keçik meçikên hevalên min bidî, ez ê lingên te bişikînim."
Heylo! Hela tu ji xwe re li vî halî binere, lo! Lawik hatiye û fortan li min dike. Mêr e, weleh! Hema min got "qereb" û min serê xwe di nav çavên wî de ve kir. Zilam wek darekê ji kokê de hejîya.
Bavo! Tu nabêjî lawê min ne bi tenê ye. Te dît, derîyên teqsîyê vebûn û çend zilamên weke qeraseyan jê daketin û ber bi me de baz dan. Divê ez birevîyama. Min li wan nihêrî. Sê kes bûn. Qeweta min têra wan nedikir. Gava min dît ku herdu keçikan jî ji ser dîwêr bala xwe daye me, hema min got, heyfa mêrantîyê ku ez ji ber vana birevim.
Sê heb bûn. Ma min ê çawa bikira? Hersê jî li min civîyan. Di nav re min jî çend heb avêtin wan, lê belê kûçikbavan xweş şer dikir û ji min xurttir bûn. Gava yê erdê jî rabû, êdî min fahm kir ku rewşa min ne tu rewş e.
Heke mirov rastîyê bixwaze, ev ne şerê mêran bû. Ma mirov bi çar kesan li yekî dicive? Hela ew ne mêr bûn; ez nizanim kê nîhabû min ku ez ji wira nerevîyam û li ber wan sekinîm.
Tu devera min ku derb lê neket nemabû. Min nema ber xwe didît. Ez bi her derbekê re, bi alîyekî de xwar dibûm. Kulm, pehîn, enîşk, çong... Diyaxwenîhano, tu nemabû ku bi qûna xwe jî li min bixin!
Di serî de, laşê min diêşîya, lê bi dû re ew jî nema. Min derb dixwar û ez di nav wan de xwarî erdê dibûm jî dev ji min bernedida. Heta ku dengê azanê hat min jî wan her li min xist. Ev jî tê wê mahneyê ku min bi qasî deh deqîqeyan lêxistin ji wan xwariye û hê jî dev ji min bernedaye. Ev rekorek e, ha!
Dengê Seydayê Ehmed, mîna ku hatibû hawara min, li wê dorê vedida. Min dît ku ez ji destê wan xelas bûme. Êdî min ji jora xanîyan, li wan temaşe dikir. Ez li ezmanan bûm. Lê wan hê jî li yekî dixist. Yek di nav wan de xwarî erdê bûbû û ji her derê wî xwîn diherikî jî wan dev ji wî bernedida. Ji xwe yê li erdê bû jî nema tev dilivîya.






Nesîb

Îbrahîm Seydo Aydoðan: ibrahimseydo@ixir.com

1.

Got, dinya bi teqûreq e. Dewran e. Bi dorê ye. Rojekê dikenîne, rojekê digirîne. Lê Mîr İzedîn tu carî negiriyabû.
Ji bilî mirina dê û bavê xwe...
Piştî mirina bêv, bûbû serokeşîr. Dewlemend bû. Ji xwe re qesir û qonak dabûn avakirin.
Heta bi do jî ji sibeha Xwedê û heta bi êvaran, heta ku tariyê mîna dinyayê binixumîne xwe li dora wan digirt û şer bi wî awayî disekinî, şûr û mertal li hev diketin û di destên Mîr İzedîn û şervanên wî de li ser serê xelk û alemê dibûn xezeb...
Wan tişt di dinyayê de nehişt. Tişt di kesî de nehişt. Mirov digot qey Mîr İzedîn ji dinyayê heyfa xwe hildianî; li jiyan û qederê hatibû xezebê... Heta bi do jî mirov digot qey Mîr İzedîn tev li tiştên heyî, li yên tuneyî jî hatibû xezebê.
Hingê ji bo aşkirinê, xelkê ji zarokên xwe re digot, "Binere, ez ê te biavêjim ber pêhlewanên Mîr İzedîn, ha!"
Xortikên nûgihîştî jî her û her dilên xwe dibijandin wan û ji xwe re digot, "Xwedêyo, hema rojekê ez jî bibim pêhlewanekî Mîr İzedîn, ez jê pê ve tiştekî din naxwazim..."
Gava ku pesinê yekî xurt dihate dayin, li ser wî weha dihate gotin. "Çi zilamekî xurt û şervanekî bêhempa, eynî mîna pêhlewanên Mîr İzedîn e."
Mîr İzedîn û pêhlewanên xwe, bi dinyayê ve ketibûn. Temamê welatan dabûn ber xwe. Lê îro şer nemabû. Eşîrên neyar ji wan re qasid şandibûn. Herkesî mezintîya wî dipejirand... Qasidan xwe avêtibû dexlê mîr û galegalên begên xwe radigihandinê.
Begên wan digot "bes e, heyran... em nema dikarin bi we... ji ber vî şerî, mêr di malan de neman, bes e... em heta bi niha jî ji ya xwe daneketin û me got na. Lê êdî bes e. Em ji ya xwe dadikevin. We got çi, bila weke we be... Hûn çi şertî deynin ber me, li ser çavan û li ser seran... hûn mezin... hûn xurt... em kûçikên ber deriyê we... ka bes e, heyran... tişt di me de nema, bes e... em xwe diavêjin bextê we... li me werin rehmê... bes e..."
Di hemû şeran de bi ser ketin. Tu eşîran nema dikarîbû xwe li ber wan bigirta. Peyayên Mîr İzedîn, di qadên şer de dibûn şêr. Dibûn pêhlewan û dadiketin nava zilaman.
Êdî hingî ew qasî xurt bûbûn, Mîr İzedîn jî ji vê hêza xwe tirsiya.
Herder ketibû bin emirê wî. Hemû kes dibûn zilamên wî.
Çi beg, çi mîr, paşe, siltan...
Ji çar aliyan, herro duro qasid dihatin û digot:
"Em giş kûçikên te nin. Tu me dikujî, tu me diavêjî, em yên te nin... bibêje herin xwe bikujin, em ê herin... bibêje, dinyayê xera bikin, em ê bikin... tu berê me bi ku ve bikî, em ê herin, canên me, serên me û şûrên me di oxira te de nin..."
Mîr İzedîn bala xwe dida van gotinan.
Fikirî. Her ku li xwe fikirî, bêtir tirsiya...
Got; "Ma qey ez ê xwe bikim şirîkê Xwedê?"
Tirsiya.
Ji hertiştî sar bû, xeyidî... Her ponijî. Dinya li ber çavên wî reş bû.
Ji civatan reviya. Bi tena serê xwe ma...
Êvaran li hespê xwe siwar bû û bi çolê ket.
Heta sibehan nehat.
Gava dihat jî mirûz didaliqiya.
Bi ku de biçûya jî vê fikirê dev jê bernedida.
Çû ku, ew jî bi xwe re bir...
Xelkê got; "Mîr İzedin nexweş e."
Got; "Derdekî wî heye, nabêje..."
Mîr İzedîn...
Zilamekî xurt... Şervanekî bêpayan... Şêrekî qadên şeran.... Şûr û mertal xemla destan... Qilafetê wî girs. Gavên wî xurt ku erd ji ber dihejiya. Çav kûr. Nerînên wî dûr. Kêmaxêv.
Êdî bûbû mîrê dinyayê.
Mîrê demsalan, kulîlkan, teyr û tilûran...
Mîrê mîran, çar aliyan... bayan... baranan... deryayan... erdan... çolan... çiyayan. Jiyanan...
Mîrê zindiyan û miriyan... herdu aliyan... çûyin û hatinan... zayinan...
Destê xwe biavêta çi, dibû ya wî. Bi peyveke wî, eşîr ji hev belav dibûn, an bi hev diketin... Mêran dev ji jinan berdida... Gur dadiketin ji çiyayan. Mar derdiketin ji qulan. Teyran li ser dengê wî, xwe nedigirt li ezmanan...
Berê xwe bidaya çiyayan, çiyayan li ber wî, xwe berdida ser çongan...
Fikirî... Got; "Ma min xêr e? Ez çima ew qasî mezin bûmim? Ma qey ez bûmim şirîkê Xwedê?" Temenê wî hê nebûye çil. Rîhspiyan kiribû û nekiribû, pîrekek ji xwe re nekiribû jin, neketibû rezê evînan, himbêza jinan, paxila yaran...
Digot; "Na..."
Serê xwe, tu bibêjî carekê jî danenîbû ser sîngan... devê xwe nexistibû tu cotê memikan... Bûbû mîrê xewnan, stranan, êvaran, bitenêtiyan...
Navê wî bûbû destan û belav bûbû li hemû welatan...
Gava devê xwe vedikir, hey digot; "Nesîb".
Digot; "Min xewnek dîtiye, nesîbê min ne li vira ye..."
Gişan bala xwe didayê. Yên ku bihîst, ji yên ku nebihîst re digot. Kesî tiştek ji van gotinên ku mîr kiribûn fahm nedikir. Yên ku fahm kir jî tirsiyan ku ji xelkê re bibêjin. Ji tiştê ku fahm kiriye, tirsiyan.
Rojekê hat û rîhspî dîsa li dorê civiyan. Mîr û beg û siltan li dorê geriyan. Xwe avêt ber lingên hespê wî. Jinên xwe dan oxira wî. Şervanan şûrên xwe anîn, li ser çongan serên xwe tewandin û li ber danîn.
Got; "Weke hercar em di oxira te de nin..."
Mîr İzedîn got; "Na..."
Got; "Ez ê ji van deveran herim... nesîbê min ne li vira ye, ez ê lê bigerim..."
Began, mîran, siltanan xwe avêt wî. Li ber geriyan. Giriyan... Gişan bi hev re got:
"Na gidî! Li me weha neke, heyran. Dev ji me bernede û neçe tu deveran. Li ser çûyina te, dê dest pê bikin dîsa şer li qadan. Dê bibe hawara jinan; dê birîn vebin di laşên simbêlqeytanan û li erdê biherike xwîna mêran."
Rihspiyan, şêxan û ûcaxan canên xwe dan ber kêran. Dane girî. Hemûyan bi hevdu re kir qêrîn. Xwe avêt ber lingên wî û got.
"Nebûna te, bi mirina me ye. Em ketinin dexlê te, neçe. Bêyî te, tune ye tahma herdu dinyayan, dîtina çavan û tepîna dilan. Neçe, dev ji me bernede..."
Mîr İzedîn got; "Na..."
Got; "Ez ê herim. Ez lê dinerim ku ez bûmim şirîkê Xwedê. Ez ji ber diêşim. Ez Mîr İzedîn im, lê ez bi xwe jî ji vî navê xwe ditirsim..."
Xelkê got; "Jiyan beyî te heram e, neçe."
Wî got; "Jiyan çemekî xurt e, beyî min jî diherike, ez diherim. Mirin û hezkirin û zayîn beyî min jî dibin, ez diherim. Ba beyî min jî dê bên ji ezmanan, baran beyî min jî dê bibarin ji ewran. Kulîlk dê bibişkivin dîsa serê biharan, li qiraxa çeman û li kêleka riyan; çivîk û teyr û tilûr dê baskên xwe kil bikin û bifirin. Demsal dê bidin pey hev, dorê ji hev bistînin. Sal dê beyî min jî derbas bibin weke hemû salan. Ev giş karê Xwedê nin, ne yên min in. Dev ji min berdin. Ka bihêlin, ez diherim, heyran..."
Gişan serên xwe bera ber xwe dan. Giş giriyan.
Mîr İzedîn got; "We xwe avêt bextê min, ez ê jî xwe biavêjim bextê Xwedê. Min xewnek dîtiye. Nesîbê min li ser rêyê ye. Hespê dilê min germ bûye. Ez ê bidim pey nesîbê xwe, belkî li çiyayî ye, li çolê ye, li nava ûmmanê ye. Heta ku ez bibînim û bi dest bixim, ez ê bidim pey. Tew belkî ne li tu deveran e..."
Got; "Hûn jî xwe bidin ser hev û berên xwe bidin Xwedê... Ez diçim, bi xatirê we... Heqê xwe helal bikin. Rê li ber min e, wey li minê... Yê ku diçe, dibe ku neyê..."
Pîrekan li xwe xist. Keçikên xama zewac li xwe heram kir...
Mêr giriyan Şêr û piling ji kerban qêriyan. Şervanan şûrên xwe qurifandin û avêtin binê newalan. Dar şikiyan. Ba westiyan. Baran bariya...
Li hespê xwe siwar bû û çû.
Berê xwe neda tu deveran. Hespê wî bi ku de biçûya...
Gund li dû xwe hiştin. Çem û çiya û çol û newal...
Welat li dû xwe hiştin.
Teyrên ku hevaltîya wî ya rê dikir, kir û nekir, ew qane nekir. Giriyan û vegeriyan.
Hinan ji wan baskên xwe şikenandin û nema firîyan...
Hinan ji wan nema kir vîçevîç û her nalîyan.
Xelkên ku dibihîst, derdiketin ser rêya wî.
Ew li kesî nesekinî. Guh neda tu gotinan. Li dengê tu giriyan ho veneda.
Venegeriya.
Çû...

2.
Bi şev û bi roj. Heyvê û rojê belkî sed carî dor stend ji hevdu.
Ba û baran... Pûk û berf... Tofan û xezeb.
Nesekinî.
Heta ku ew jî û hespê wî jî li qiraxa çemekî westiyan...
Tev hespê xwe da nav çêm. Xwe şuşt. Ecêba qilêrê jê çû. Paqij bû. Xwe zuha kir û li ber tavê dirêj kir. Hespê wî xwe jê re kir sî. Hingî westiyabû, piştî şuştinê jî canê wî sisttir bûbû. Çavên wî çûn ser hev. Raket.
Çend rojan weha mabû? Belkî hefte, belkî meh û belkî jî sal di ser re derbas bûn.
Bi dengan bi xwe hisiya. Dengên lingên hespan bû. Çargavî. Dûr bûn, lê erd dihejand.
Rabû û li dora xwe nerî. Guhdarî kir. Berê xwe da girekî û sekinî.
Deng ji paş wî girî dihat.
Rabû, hêdîka meşiya û çû. Derket ser gir û rûnişt.
Bi qasî panzdeh, bîst zilaman bûn. Ketibûn nav hev. Şûrên xwe bilind dikirin û bi hespên xwe çargavî li dora hev diçûn û dihatin.
Şer bû.
Bala xwe da wan.
Piştî demekê têgihîşt. Hemû kesên ku li wê qadê bûn, li yekî civiyabûn.
Li mirovê bitenê nerî.
Dilê wî debar nekir. Bi xwe zor anî.
Diranên xwe ji hêrsan jidandin. Diranên wî di hev re çûn. Agir ji awirên wî diçûrisî. Tû erdê kir. Gulokeke xwîne li erdê ket.
Siwar bû. Şûrê xwe kişand û nihêrî. Hespê xwe bezand. Berê xwe da wan.
Daket qadê. Beziya wan.
Şervanê ku neyar lê civiyabûn, lê hay bû. Çi qasî bala xwe dayê jî ew nas nekir.
Got; "Lawo, ev kî ye, weha bê serî tê?''
Mîr İzedîn şûrê xwe rakir û hat. Şewqa şûrî da çavên wan. Gihîşt kê, li erdê rast kir. Erd dihejiya di bin lingên hespê wî de. Agir ji ber derbên şûrê wî diçû.
Kes nehişt. Ji wî zilamê ku bi tena serê xwe ketibû nav ew qas zilamî pê ve...
Zilêm lê nerî. Tê dernexist. Nas nekir.
Got; "Ey mêrxasê delal, camêrê biyanî. Navê xwe kerem bike, ez te nas bikim. Van qadan hê şervanekî mîna te nedîtiye. Ka bibêje, tu kî yî?"
Mîr İzedîn lê sekinî. Xwêdana eniya xwe bi pişta destan paqij kir. Şûrê xwe xist kalên. Bala xwe dayê. Bêhna wî hebekî hatibû ber wî.
Xwe bi xwe fikirî.
Got; "Bi Xwedê, heke ez navê xwe ji vî zilamî re bibêjim, nabe. Min nas neke, çêtir e. Niha navê min hatiye heta van deran jî. Hela ez ê xwe nedim naskirin, bê çi dibe."
Got; "Navê min Mihemed e. Ez rêwiyek im. Evdekî Xwedê mim. Ez bi pey nesîbê xwe ketimim."
Zilêm got; "Ser çavan, ey mêvanê delal. Lê tu ji ku yî? Ji kîjan eşîrê yî? Ji ku tê û diçî ku?"
Mîr İzedîn got; "Ez ne ji tu deveran im. Eşîra min nîne. Ez ne dizanim bê ez ji ku têm û ne jî diçim kî derê."
Zilêm tişt ji gotinên wî fahm nekir. Têgihîşt ku naxwaze xwe eşkere bike. Belkî ji hinan reviyaye. Ma şervanekî mîna wî, dê ji kê bireve? Neket serê wî.
Lê bi ser de neçû.
Ji xwe re got; "Kî be jî bila be. Hat alî min û ez ji mirinê xelas kirim. Divê ez jî wî biezibînim, bikim mêvanê xwe û bi çi awayî be jî xwe ji bin vê minetê xelas bikim."
Mîr İzedîn got; "Ma xêr bû? Tu bi tena serê xwe ketibû nav ew qas zilamî. Ma qey kesekî te nîne? Merivek? Xwediyek?"
Zilêm got; "Belê henin, birayê ezîz. Ma çawa? Lê şer ne şerê eşîran e. Şer şerê şexsê min e û min nehiştiye kes were alî min."
Mîr bala xwe dayê. Zilamekî girs. Cênîkên wî spî bûnin. Ruyê wî fireh. Awirên wî kûr. Simbêlên wî boq.
Li ser hespekî gewrî boz. Bi xwe bawer. Dengê wî xurt. Kubar.
Di şerekî şexsî de... Hingî mêr e, bi tena serê xwe xwe di bîst zilaman de derdixîne.
Ji xwe re got, "ev ne zilamekî ji rêzê ye."
Zilêm got; "Ey şervanê delal. Tu xwe eşkere nakî, lê dîsa jî ser çavan. Te ez ji mirinê xelas kirim û kirim deyndarê xwe, xistim bin mineta xwe. Kerem bike, bibe mêvanê min. Belkî tiştê ku tu lê digerî di destê me de hebe."
Mîr İzedîn negot, na. Xwe da tengala wî û pê re çû. Bû mêvanê wî.
3.
Qesireke mêrik a bilind li ser girekî hebû. Mezin û bedew bû.
Begê wan deveran bû. Hê hespê wî ji dûr ve ber bi çavan ket, xelk û alem li dorê civiyan. Bi qedr û qîmet, heta ber devê qesirê jî da peşiya hespê wî.
Li hewşa qesirê jî peyayên wî li bende bûn. Heryek mîna pêhlewanekî.
Mîr İzedîn got; "Welleh, min rast pê derxistiye. Ev zilamekî esîl e."
Nan ji wan re hat çêkirin. Beran hatin serjêkirin. Him ji bo vegera Beg, him ji bo mêvên... Mêvanê ku digel biyanîbûna xwe, çûbû Beg ji mirinê xelas kiribû.
Heta êvarî xelk li wan civiyan.
Piştî ku herkes belav bû û bi tena serê xwe man, Mîr pirsî:
"Begê min, ka tu nabêjî bê sedema şerê we çi bû?"
Beg keserek kişand.
Got; "Mêvanê delal, em Beg in. Ez nizanim, ka tu çi qasî bi began dizanî. Gava yekî xwe li şexsê begekî rakişand û şûr lê kişand, divê beg bi xwe derkeve hemberî wî."
Mîr weke ku bipirse, got, "Lê belê, şerê we ne mîna şerê şexsan bû."
Beg got; "Gava tu çû qada şerî, tu nizanî bê dê çi were serê te. Tu xwe diavêjî mêrantiya neyêr. Yek derkeve, tu ê bi yekî re şer bikî. Deh derkeve bi dehan re. Gava neyarê te ne mêr be, carinan bîst zilam jî derdikevin pêşiya mirovî. Tu û şensê xwe!"
Mîr pirsî: "Ma çi ji te dixwazin?"
Beg serê xwe hejand. Qey gava ku dihat bîrê, dilê wî diêşiya. Di ber xwe de keniya. Ne kenekî ji dil bû. Kenekî ji kerban...
Got, "Ew dixwazin min rakin û li dewsa min rûnin."
Got; "Begîtî û axatî ne xema min in. Lê îro ez vê xwesteka wan qebûl bikim, sibehê dê dest biavêjin jinên me jî. Min gotiye, kî bikaribe di şer de zora min bibe, qesir û qonax, hemû dewlemendî û begîtiya min li wî helal be."
Mîr got; "Te xweş gotiye. Saeta te xweş be!"
Beg got; "Erê min got. Camêran got, heta ku em zora hevdu bibin, em ê her sibehê werin qadê. Min got, heke ez ê têk biçim, bila ne li ber çavên mirovên min be. Ez bi tena serê xwe çûm. Rojên ewilî, yeko yeko hatin. Min ew têk birin. Bi dû re dudo dudo hatin, min zora wan bir. Rojên din bûn sisê, bûn çar, bûn deh û vaye îro jî te bi xwe dît, bûbûn bîst."
Mîr got, "Ê ma tu çima peyayên xwe bi xwe re nabî? Bila nekevin şer, bila li wira bin. Çi gava ku neheqiyek li te hat kirin, ji bo ku ew jî beşdarî şer bibin."
Beg got; "Ê ma ne min got, ez naxwazim li ber çavên mirovên xwe bikevim erdê. Heçî zilamên min, hê bi çavên serê xwe nedîtiye ku pişta min hatiye erdê. Ew dibêjin, qey ez weha li ser lingan û şûr di dest de ji dêya xwe bûme. Ji min re jî bûye inyad êdî. Çend heban werînin jî divê ez xwe ji ber wan nedime alî. Lê ez jî mirovek im û êdî dest û milên min ne bi qasî berê xurt in. Qeweta min mîna te nagihîje bîst zilaman."
Mîr heq da wî. Lê di dilê xwe de jî nalet li mêrantiya begên neyar û neheqiya ku li wî dikin anî. Vêya Beg di çavên wî de mezintir kir û xatir dayê.
Piştî ku li qesirê geriyan û westiyan, mîr çû odeya ji bo wî hatibû amadekirin ku deh celeb xwarin, her celeb fêkî lê hatibû danîn. Demeke dirêj xew neket çavên wî. Nîzanîbû, bê kengî di xew re çû.
Sibehê, gava bi xwe hisiya, hê Beg ranebûbû. Ji zilamên wî re got ku bila kes Beg şiyar neke. Zilaman fahm nekir. Gava mîr ya dilê xwe ji wan re got, serên xwe bera ber xwe dan.
Mîr xwe amade kir, şûrê xwe derxist, paqij kir û dîsa xist kalên. Çefîyek li serê xwe gerand ku bi tenê çavên wî xuya dibûn û berê xwe da qada şer.
Li wira bi qasî eşîrekê zilam hebûn. Piştî ku hayê wan ji şerê roja din çêbûbû, çi zilamên wan hebin, giş dabûn ser hev. Hayê wan jê nebûbû ku yekî din hatiye beg xelas kiriye. Ji ber ku çi kesên do hatibûn şer hebin, giş miribûn.
Mîr ji dûranê li wan nerî. Wan jî li wî. Wan tê dernexist ku yekî din ketiye şûna beg.
Şûrên xwe kişandin, ber bi jorê ve bilind kirin. Lingên xwe li zikên hespên xwe xistin û bi ser wî de hatin. Qada şer di bin lingên hespan de hejiya. Erd di bin nalan de qelişî.
Mîr jî şûrê xwe kişand û hespê xwe çargavî bezand.
Gava yên hember wî dît ku ji ber wan nareve, di nav xwe de got, "Mirina wî hatîye, tê ser mirina xwe."
Yekî ji wan got, "Ev dîn e."
Yê din got; "Bêhişekî dera hanê ye."
Yekî din got; "Qey çavên viya ji tiştekî natirsin, kuro!"
Yê din got; "Bitirse jî netirse jî ew ê îroj bê kuştin."
Yekî din got, "Em pêncî mêr in. Ma qey nikare bi me gişan!"
Pêncî mêr û zilamek.
Mîr İzedîn.
Heke bizanîbûna ku ew e, qey niha wan navê wî bihîstiye, her yek dê bi aliyekî de bireviya.
Wan nizanîbû. Hayê wan jê tune bû. Yên ku ji ber destê wî filitîn, dê bi dû re pê bihisiyana bê çi hatiye serê wan û dê ji xwe re bigota; "Wey! Xwelî li serê me be, tew em jî mêr bûn û me şûrên xwe li Mîr İzedînê şêrê şeran kişandin!"
Gava beg, bi xwe hisiya, bi ser zilamên xwe de qêriya.
Got, "Hey kerno! Xwedê li we bixe! Top li we bikeve! We ez rezîl kirim. Neyarên min dê bibêjin beg ji me tirsiya, ji şer reviya, nehat qadê. Ma ne ez ji we re dizanim! We çima ez şiyar nekirim?"
Gava zilaman jê re got ku mêvanê wî xwestiye weha bibe û ji dêleva wî xwe girêdaye û çûye qadê, hişê beg ji serî çû.
Got; "Ev çi zilam e, ji bo Xwedê?"
Lê heyirî.
Debar nekir.
Got; "Xwelî li serê we be ku we ez şiyar nekirim, we çawa hişt ew bi tena serê xwe here? Le ku niha miribe û ez negihêjim ser?"
Zû bi zû hespê xwe da amadekirin. Rahişt şûrê xwe û berê xwe da qadê.
Hê nû ji deriyê qesirê derketibû, dît ku vaye mêvanê wî li ser hespê xwe xwe kil dike û ji wê de tê.
Sekinî.
Heke weha be, mêvên dîsa zora dijminên wî biriye.
Mîr gihaşt cem wî û lêborîn jê xwest.
Got; "Neheqiyek li te dihat kirin. Dilê min debar nekir."
Beg ji hespê xwe daket. Mîr jî daket. Hevdu hembêz kir.
Gava berên xwe dan deriyê qesirê, zilaman bala wan kişand ser ecêba toza ku ji wî aliyî tê.
Qey hinan dabû ser pişta Mîr.
Beg gava dît ku neyaran girtiye ser qesira wî, di dilê xwe de got, "Vana lingên xwe zêde radan" û emir da zilamên xwe."
Zilaman şûrên xwe kişandin. Mîr İzedîn û Beg jî şûrên xwe kişandin û li pêşiya wan sekinîn. Kesên ku dihatin destvala bûn. Bi tenê di destê yekî de şûrek hebû. Ew jî serokê wan bû. Yê ku dixwest di dewsa wî de bibe Beg.
Eşîra xwe dabû dû xwe û hatibû.
Xwe avêt lingên Beg.

Got; "Me fahm kir, em nikarin bi te."
Şûrê xwe hêdîka danî ber lingên wî û serê xwe tewand.
Got; "Van qadan şervanekî mîna te nedîtiye û ew ê nebînin jî. Serê min di oxira te de ye. Kerem bike. Jê bike."
Mîr û Beg li hev nerî. Bi dizîka bi hev re keniyan...
Êvarî, Mîr xwe bi Beg ve da naskirin û navê xwe yê esil jê re got. Beg ewilî bawer nekir. Şaş bû. Rabû û xwe avêt lingên wî.
Got, "Tu me bibexişîne, mîrê min. Te ji me re negot û me jî nizanîbû. Me pesinê te bihîstibû, lê hê me tu nedîtibûyî. Me tê dernexist. Lê divê me bizanîbûya ku ji Mîr İzedînê şêrê şeran pê ve kes nikare bi pêncî zilamî. Divê min tu ji şûrê te nas bikirayî. Divê min tu ji dilê te nas bikirayî..."
Mîr keniya, nehişt ku Beg xwe li ber wî bitewîne. Ew hembêz kir.
Roja din, Mîr xatir ji wan xwast.
Beg çi qasî li ber geriya jî nema.
Got; "Heyran, min xewnek dîtiye. Behsa nesîbê min dikir. Min daye pey wê xewnê. Ez li nesîbê xwe digerim. Min negirin, divê ez herim..."


















Tu kî yî...

Îbrahîm Seydo Aydoðan: ibrahimseydo@ixir.com

1.
Rojekê zilamekî kal hat û li ber dîwarekî rawestîya. Li ser tutikan rûnişt. Herdu destên xwe dan ber rûyê xwe û dest ponijandinê kir. Bîstikekê weha kûr fikirî û pê re serê xwe bi xemgînî kil kir. Dû re, destên xwe di kêleka çongên xwe re bera xwarê dan. Bi vî awayî bêhna xwe berda.
Xuya bû ku ji rêyeke gelek dûr dihat. Çavên wî hê li rêyê bûn.
Xortekî nûgihîştî... Temenê wî çardeh... Bejin zirav.... Çavên wî gir û reş. Rûyê wî xweşik. Westîyayî. Xwe da kêleka kalo û rûnişt.
Çavên kalo li rêyê. Çavên lêwik li kalo...
Kalo rabû, li dora xwe niherî.
Lawik jî rabû.
Der û doreke fireh. Bêsînor. Ji dûranê ve, çîyayên bi heybet xuya dibûn. Çîyayên ku serê wan bi mij û dûman. Dinyayeke sar. Dinyayeke di destê seqema dijwar de ne di tu halî de...
Kalo serê xwe rakir û li ezmên niherî. Bi xemgînî. Bi çavên melûl. Bi çavên mişt hêsir. Niherînên kûr. Mîna bîrên bêbinî...
Rê dûr e. Rê dirêj e. Hê gelek heye...
Kesereke kûr kişand. Serê xwe bi kerb hejand û bera ber xwe da. Dû re mijangên xwe bilind kirin û di bin wan re dîsa li rêyê niherî.
Mîna ku mirov li dewsa birîneke kevin binere.
Mîna ku mirov...
Di pey hezkirîyekê re binihêre...
Da ser rêyê. Meşîya.
Lêwik jî da dû...
Du şev û du rojan meşîyan. Di nav çend gundên din re jî bihurîn.
Li her gundekî çend xortên din bi dû wan diketin. Li her gundekî, çîrokeke din li çîrokan wan zêde dibû.
Li her gundekî pirtir dibûn...
Du şev û du rojên din jî meşîyan. Di nav gelek gundî re bihurîn. Gelek xortên din xwe da tengala wan. Gelek dilên din jî tev li wan bûn. Û carekê jî nesekinîn û bêhna xwe venekir. Li dû xwe neniherî. Her meşîyan?
Zilamê Kal li pêşîyê. Xort li dû wî.
Ba li wan rabû. Baran barîya, şil û pil bûn.
Berfê dayê. Heta çongê di nav re çûn.
Nesekinîn. Her meşîyan?
Rê dûr e. Rê dirêj e. Hê gelek heye...
Zilamekî kal. Por spî. Rîh dirêj. Bêdengîyeke kûr.
Meraqa her gundê ku ew tê re dibihurîn, bêtir dibû.
Li pey wî bireke xort...
Du şev û du rojên din jî meşîyan. Westîyan. Hemûyan berê xwe da daristanekê. Li daristanê, li sitarekê gerîyan. Girîyan.
Tava heyvê dawerivîbû ser rûyê çemê zirav. Li wan temaşe dikir.
Xişe xişa pelan bû...
Zilamê kal li wan zîvirî.
"We xêr e?..."
Xortekî nûgihîştî. Di çax û benga xwe de. Emrê wî çardeh. Lê belê, situxwar. Melûl, xemgîn û westîyayî.
Got, "Tu kî yî?.."
Zilamê kal bersiv neda. Berê xwe guhert û meşîya.
2.
Zilamê kal dimeşîya. Xort li dû. Di gundan re dibihurîn. Li kilam û stranên dengbêjan guhdarî dikirin. Pîrekan ji wan re dilîrand.
Li qiraxa her çemî disekinîn. Çem disekinî. Straneke xweş çawa bisekine, ew jî weha... Rê ji wan re vedikir. Di ser çêm re derbas dibûn. Çem dîsa diherikî. Straneke xweş çawa dest pê bike û biherike. Ew jî weha...
Li ser rêyê gelek kes tev li wan dibûn. Kesên rêwî.
Hin ji wan wendayî. Hin ji wan derketî. Hin ji wan qewirandî. Û hin ji wan revok...
Rojekê dîsa li ber çemekî sekinîn.
Zilamê kal li wan zîvirî.
Niherî.
"We xêr e?..."
Xortekî nûgihîştî. Çardehsalî. Por gijolî. Rû xweşik. Çav melûl. Westîyayî. Got, "Tu kî yî?... "
Zilamê kal serê xwe bi kerb kil kir. Vegerîya. Da ser rêya xwe. Meşîya.
3.
Dem di ber çemekî re diçû. Dem nezan. Hemû demsalên umir li devereke nenas diman.
Zilamê kal dimeşîya. Xort li dû.
Êdî êvaran disekinîn. Xwe dida bende sibehan. Xwe dida bende bersivan. Yek ji wan jî nedipeyivî.
Kalo tevî bira xortan xwe li daristanan digirt. Nêzîkî çeman rûdiniştin. Yekî ji wan agirekî gûr dadida. Tînê dida dilên wan. Tînê dida dora wan. Teyr û tilûran xwe li agirê wan digirt. Pelçîmok, başoke, quling, kund û kevokan jî...
Çi bêdengîya êvarê. Çemê dorê. Dengê dûrik û kilamên ku di guhên wan de...
Zilamê kal li wan niherî. Wan jî li wî niherî. Ji ber sermayê di halekî xerab de bûn.
Westîyayî. Bê xew...
Dilê wî bi wan şewitî.
"Vegerin malên xwe, lawo!"
Û deng ji yekî jî derneket.
Şewqa êgir xwe da rûyê wan. Çavên wan biriqîn. Weke ku ne li ser hişê xwe bûn.
Giş dişibîyan hevdu. Yek jî nedişibîya yekî din.
Weke hev rûniştibûn. Weke hev diniherî. Li pey eynî tiştî bûn. Ji bo eynî tiştî ketibûn rê. Gişan qesda eynî deverê kiribû. Hemûyan eynî tişt miraq dikir.
"Tu kî yî?..."
Zilamê kal fikirî. Li rûyê wan yek bi yek niherî. Bîstikekê li dengê çêm guhdarî kir. Li rengê êvarê temaşe kir. Li dengê teyr û tilûran... Li xwezayê... Li bêdengîya wê... Li tarîtîya wê?
Dû re, dîsa li wan zîvirî. Rûyê wî tabloya kerbê. Dengê wî lerzokî.
"Hûn çi navî li min bikin, ez ew im..."
Xortekî nûgihiştî. Niherînên wî mişt pirs. Di dilê wî de heyecana hînbûna tiştekî nû.
"Çawa?..."
Zilamê kal zîvirî û dîsa meşîya.
Xortan da dû.
4.
Şev û roj li pey hev. Meşîyan.
Roj bûn meh. Meh bûn demsal. Demsal giş li dû man.
Meşîyan.
Nepeyivîn...
Di gundan re derbas bûn. Ne çol hiştin ne jî beyar. Xwe ji serê çîyayên biheybet bera xwarê da. Di deştên fireh de bêhna xwe veda. Deştên ne serî xuya ne jî binî?
Ketin nava şerê eşîran. Yekî ji wan jî guh neda şer.
Bêrîvanan şîr û nivîşk ji wan re kirin taştê. Kevanîyan nanên şikeva pêşkêşî wan kirin.
Lê yekî ji wan jî lê neniherî.
Zewade bi devê wan nebû.
Çem bi çem. Daristan bi daristan. Welat bi welat...
Meşîyan...
Zilamekî kal û bireke xort.
Newal derket pêşîya wan. Nesekinîn.
Xwe lê xist.
Tofan rabû. Guh nedayê.
Meşîyan...
Şev û roj li pey hev. Meşîyan. Westîyan. Lê vê carê negirîyan.
Her yek ji gundekî bû. Giş bi zimanekî dipeyivîn.
Her yek bi zimanekî.
Peyiv ji bîr kiribûn...
Li qiraxa çemekî din sekinîn dîsa. Tarî ket erdê. Dinya sar. Seqemeke dijwar. Xortan agirek dada. Agirekî gûr. Li dorê civîyan. Hemûyan bi hevdu re bala xwe da zilamê kal.
Zilamê kal. Zilamekî biyanî. Rêwîyek. Rêwîyekî li vê çolê. Rêwîyekî ecêb. Li çêm guhdarî dikir.
Hêdîka di ser milên xwe re zîvirî.
Li wan niherî.
Xortan jî serên xwe rakirin û li wî niherî.
Çavên wan ên sor bi şewqa êgir dibiriqîn. Çavên wan xemgîn. Mîna ku li ber wî bigerin lê diniherî...
Zilamê kal. Ecêbmayî. Heyirî. Dilekî bi miraqan mişt. Deng kubar. Lerzokî. Westîyayî...
"Hûn kî nin?..."
Kesî bersiv neda. Serên xwe bera ber xwe dan. Hemûyan fedî kir. Hemû ponijîn.
Zilamê kal dîsa got:
"Hûn kî nin?..."
Xort rabûn û meşîyan. Serî di ber de. Belav bûn. Her yek bi rêyekê de çûn. Di tarîyê de wenda bûn.
Giş dişibîyan hevdu?
Zilamê kal di pey wan re niherî. Weke ku li xortanîya xwe binihêre.
Dilê wî bi wan dişewitî...
Her yek bi zimanekî dipeyivîn.
Giş bi zimanekî...
Her yekî berê xwe bi deverekê ve kir. Her yekî da ser rêyekê. Belav bûn...
Hûn çi navî li wan bikin, ew ew in...









Hevsarê dilê min

Beşîr Bagokî: Bagoko88@hotmail.com

Tişta hatî serê min Xwedê neyêne serê gurên Norvêc. Ev tam pênc salên min qediyan ku min hevsarê dilê xwe teslîmî wê kirî. Tam berya pênc salan, wê soz da bû min ku hevsarê vî dilê reben, şepirze û bêxweyî gundo gundo, malo malo bigerîne bê ma heme bi arîkariya Rebê Alemê li deverkê nahewîne. Lê îro xeberek nexêrê ji min re hatiye dibê Hesînka -ma êdî ezê navê wê xweş bikim û bê Meta Hesîncan- hevsarê dilê te bi dartûya hewşa xwe ve girê daye û ev serê pênc salaye li wir girêdayî ji bîr kiriye.
Rebîîî, êne weke yê ku hem ji dêrê bûyî hem ji camiyê, ez ne zanim ne di’a bikim ne jî nifiran. Heke min zanîbane ezî weke xaltîka xwe Sêvê, bê çawa bi nifirekê kir ku çêleka mala Emerê Silêmên weke pepeqonkê "şîşhmîş"bû û bi du nifiran totlanî ser hev bû, ezî wê dartûyê ji qurm hilkim. Lê ez rebenê Xwedê li kû xaltîka min Sêvê li kû!
Erê bi wê Heca ku hûn xwendevan çûnê kim, ev pênc sale, yanî zêdeyî sêhezar û sêsed rojiye ku dilê min li hewşekê, bi darekê ve girêdayî maye, li ber ba û baranê, li ber sir û sermayê. Ma Hesînka li te qirikê nayê bîra te bê min bi çi xewn û xeyalan ew hevsar spartibû te. Ma tu ji Xwedê netirsiyayî vî dilê rojekê li deştan yekê li zozanan bi darekê ve girêdê? Êne min bi wî dilê xwe karîbû dara hûr bikim. Ne go ez wesfê xwe didim, min karîbû ew çiyayê ku Ferhat bi salan li ber kolandina wî da, di du-sê deqande ser û binî hev bikira.
Lê bere kes şaş fam neke. Heyfa min nayê wê heyfê ku dilê min bi salan bi werîsan girêdayî maye. Heyfa min tê wê heyfê ku yek evdê Xwedê, heme rêzikek jî li ser vî dilê minî dîl nenivîsand. Ewqas hozan û hunermendên me hene yekî ji van çar gotin neavêtin ser dilê min. Yekî ji wan heyfa min ji Hesînka nehiland û dilê min lê hînik nekir.
Ma ez hewara xwe bi kê bighînim? Gazin û giliyên xwe li kê bikim? Bav û kalan ne belesebeb gotine "ku ne mirov pişta xwe bi destê xwe bixwerênê kes pişta mirov naxwerênê". Îca bi destûra we ez pişta xwe bi destê xwe bixwerînim û çend rêzikan li ser xwe binivîsim.
Lê lê yadê min go tu nizanê îro dilê min ketye çi halan
û minê digo ew Hesînka ku min jê re digot “Meta Hesîncan”
ew ku min bawerî pê aniye da dilê min bigerênê li çol û çiyan
De wê qirik û rebenê dilê min girêdaye bi dara tuyan
Ay li minê, li minê, li minê, li minê lê lê yadê

Lê lê yadê min go heyfa min nayê wê heyfê ku dilêm maye girêdayî
Lê lê belê heyfa min tê wê heyfê ku bi dihan nivîskar, hozan û helbestvanên me kurdan heyî
De bawerke yekî ji wan destê xwe ne avête defter û pênûs û saz û zirneyî
De heme ji bo xatirê navê Xwedê du sê gotink li ser min negotin û nenivîsadine wî
Ay li minê, li minê, li minê, li minê, li minê lê lê yadê.
Têbînî: Min muzîka vê tekstê jî daniye. Ew hunermendê ku bixwaze vê strana min bixwîne bere acele pêwendiyê bi Daîreya Muzîka Kezebşewitiyan re deyne.
2002-09



















Nameyeke vekirî ji xwedîqerewatên qodeman re

Beşîr Bagokî: Bagoko88@hotmail.com

Xwedîqerewatên hêja,

Di vê dema ku hûn ji bo dengên me, xwe diavêjin malên me de, di vê dema ku qedr û qîmetê me bilind e, di van her sê-çar hefteyên ku em bi xwe dihesin ku hûn jî mirovên mîna me dixwin, divexwin û heşa dirîn de, ezê şert û mercên dana dengên xwe û malbata xwe ji we re eşkere bikim. Ev bû çend sal hûn xeber didin em guhdar dikin, de carek jî em xeber bidin, hûn guhdar bikin!
Jiyana vê heyamê nehesaniye ezbenî. Em gelek caran li nanê psî jî dimînine heyirî. Ji roja ku em ji gundkê xwe derketine penîr û goşt bi devê zarokan neketiye. Jajî û lorik li me bûye hesret, di xewnan de jî em hew mewîj û basîqê dibînin. Heya pehniya me bi erdê ve neyê em pêlavekê jî peyde nakin. Elhemdile, sed siphan ji navê Xwedê re, mala Xwedê ava dîse jî îdare dibe.
Xwedîqerewatên qodeman! Camêrên wek we dinyadîtî û alim baş dizanin ku mirov çi bike ji bo zarokên xwe dike. Hemû kêferata min jî kirî ji bo xatrê rizqê van zarokan bûye. Di nav ewqas nexweşî, xizanî û perîşaniyê de jî, ji bo ku ez dilê wan nehêlim tiştek namîne ez nakim. Lê ez dawa tu arîkariya aborî li we nakim. Weke min got heya vêga Xwedê diqedîne. şertê ku ez dengên me pê ve girêdidim, pirsgirêkek ku em bi xwe nikarin çareser bikin e.
Camêrên xwedîqerewat, pirsgirêka ku zêdeyî qeweta me ye daxwaza kurê min Derwêş e. Derwêşk – xulamtiya we bike- êdî çaxê sîpeloktiyê jî derbas kir. Nehîtekî fêrisan jê derketiye maşelleh. Bihara bê wê şazdihê dagire, xeta simbêlan li ser lêvê reş dike. Îcar çaxê zewaca wî hatiye.
Xortên vê heyamê hebekî ji xwe razîne ezbenî û Derwêşk jî yek ji wan e, em dibêjin kî ew dibêje na. Mêriko kesî naecibîne. Heta bi keça Erfato jî qayil nebû. Dibêje ku dilê wî ketiye keçeke binavê Demoqrasiyê û ger ne ew be kesî nayîne. Min ji der û doran pirsyar kir ev Demoqrasî kî ye, çawa ye, keça kê ye dilê Derwêşkê min ji xwe re biriye. Dawiya lêgerînê ji min re hat gotin ku ew keça şerqî ya bî ye û vêga li rojava dimîne.
Fêrisno, ya rastî hûn bixwazin di jiyana min de çavê min bi vê Demoqrasîkê neketiye û wêneyekî wê jî tine ez nîşanî we bidim. Ew kor be, şeht be, çi bejn û bal li ser be ez nizanim. Lê nav û dengê wê belav bûye û Derwêşko biryara xwe daye ku ger ne Demoqrasîk be ew kesî naxwaze. Îcar heke ev keç reş weke tenî jî be û qam û qiyafetê wê bi erdê ve be jî, ez dilê Derwêşê xwe nahêlim û piştî wî tiliya xwe bi wê ve kiriye ez jî dibêjim heme sed carî Demoqrasî.
Min heya vêga ji bo anîna Demoqrasîkê pir rê ceribandine û gelek tab jî dîtiye. Lê belê min kir û nekir ji min nehat ez wê biguhêzin. Lewma çara min ma hûn payebilindên ku vêga di nav me de dengên me dixwazin. Min ehd daye li ber destê dayika Derwêş, ku ez û malbata xwe dengê xwe bidin wî xwedîqerewatê ku di xwestina Demoqrasiyê de arîkariya me bike.
Bi silavên nerm!
Beşîr Bagokî
2002-10


















PÎRÊN BI NEPEN

Fevzi Bilge:

Di sibehek buharê de gava rabûm ser xwe, min li ser şaneşînê ji derve nêrî. Şilbûna erdê û pelên daran, diyarbû ku ji êvar de baran bariyaye. Pelên daran nû buşkuvîbûn, bayekî nerm şaxên daran dihejand, li bin guhên hevdû dixistin û dîsa disekinîn. Dema ketim rê ji bona herim rawestgehê, roj bilind bûbû, tîrêjên rojê tînek pir xweş didan mirov, coş û heyecanek biyan xwîn di ciyê xwe da dikeland.
Ji bona wêneyê Zembîlfroş sazbikim ez û hevalê xwe yê wênesaz Rizo, me li rawestgehê hevdû dît. Jixwe roja berê ve ji çûyinê ra me biryar dabû. Em li erebê siwar hatin, piştî demeke kýn li Farqînê li himber kelê em peya bûn. Bi dîtina kelê em herdû jî bi lez ber bi wê de meşiyan. Hevalê min amûrên xwe derxist. Li qorziyekê sekinî û weke dereng mabe dest bi xêzkirina keleyê kir. Ez jî li dora wê diçûm û dihatim. Ev cara çendabû nizanim, li dora wê dizîvirîm. Amûrên min di destê min, çenteyê min di milê min de, ji aliyekî jî min wêneyên wê dikişand; bi taybetî jî rolyefên şêrên li ser dîwaran…
Westandina min pir ne li ser bala min bû. Hilkişiyam ser keleyê. Li jorê keleyê dîmenên bajêr pir xweş xwiya dikir. Bi taybetî jî dîmenê mizgefta Selehadînê Eyûbî. Dema li jorê bircan digeriyam, newayên dûrika Zembîlfroş dihat guhê min û çavên min li her qorzîkê li Xatûn ê digeriya. Di nava hestên werê xweş da deriyê odeyekê bala min kişand. Hêzek nepen ez bi ber wê de kişandim. Bi ketina min î odeyê li ber çavên min reş hat. Tişt ji min ne xwiya bû. Bêhnek efsûnî, newayeke dilşewat ez bi aliyê hundur ve hîn bêhtir kişandim. Hîn çavê min fêrî odeyê nebûbû, rew rew girt û pişt re hêdî hêdî zelal bû. Bi zelalbûnê re pîrek weke ecêbekê xwe nişkav de avêt ser min û bi min veda. Bi vedana wê re amûrên min ji destê min pekiyan erdê. Di cihê xwe de mat mam sekinîm, dest û lingên min sistbûn. Serê min weke yê sermestekî gêj bû, dinya li dora min zivirî, diricifîm. Tevnê xwe bi awayekî şerpeze li min digerand. Xuya bû ku pîrê ez xistibûm kemîneke pir xedar. Ev pîra ne weke yên ku heya nuha min dîtibûn. Rengê wê bi ser sor ve diçû. Xêzên zer di nava zikê wê û dora lepilên wê de weke lîbasên jinên Qerejdaxîyan bû. Neqşên sêqorzî her yek ji rengekî din di paşiya pişta wê xuya dikirin. Qiloçên wê hebûn û weke kofiyek tevde bi zêr xemilî disekinîn. Li dora hustê wê niqtikên rengê zîv weke çend qor morî li ser hevdû xistibê dihate xuyanî, bi wê xemlê gişî jî dîsa pir bi heybet xuya dikir. Mirov nikarîbû li çavên wê binêriya tirsek biyan dida mirov. Serê neynuk ên wê sor bûn, tu yê bêjî qey hine dabuyê. Gava bala min kete çavên wê, bi rastî jî ez veciniqîm, çavên wê weke yên Nefertîtî pir kil pê dabe rengê wê yên reş hîn reş xuyadikir û bêhneke xerîb ji wê difuriya. Dema bi ser hişê xwe de hatim, min nikarîbû xwe tevbilivanda. Rahişt min û ez ber bi qulika xwe ve kişandim. Dema ez xistim hundur danîm erdê. Min hinekî li ber xwe da. Xwêdanek cemidî ji aniya min diherikî. Perpitandina min weke teyrek î baskokirî ez bê çare hiştibûm. Her ku xwêdan ji min diherikî tevnê pîrê hîn zêde bi laşê min dizeliqî, weke mezeloqê hîn tîr dibû. Min êdî li ber xwe jî nedida. Ji kerb û hêrsa hêstir ji çavên min pejiqîn, li ser gepên min kom bûn, dûre gundirîn ser simbêlên min, ji wir jî niqutîn erdê. Hêstirên min weke rûbarek î piçûk herikî hundurê qulika pîrê. Hêdî hêdî pîrek din ji qulikê derket. Rengê wê ji ya din cudatir û hîn balkêştir bû. Rengê wê bi ser pembe ve diçû, niqtikên rengê zer li ser wê bela bûn weke fistanekî pirîsko li xwe kiribe. Qiloçên wê hîn dirêj û serê wan ji rengê şurikî, hinek jî sor weke du şarên hemayî lê gerandibe disekinî. Di binê zikê wê de jî neqşên sêqorzî ; her yek ji rengekî din, bi giranî mohr û zer xuya dikir.
Çavên wê kesk bûn, wê jî dora çavê xwe weke yên Kleopatrayê kil dabû û keskbûn û girbûna çavê wê hîn balkêştir dikir. Mirov ji wê xof digirt. Piştî hatina wê pîra din ji ber çavan wendabû.
Pîrê rapelikî min. Lêva min î direcifî ya jêr maç kir. Ji xurîkê, çavên min diperpitîn. Ji hêstirên ser gepên min civiyabûn hinek vedixwar an jî paqij dikir nizanim.
Dîsa devê xwe nêzî lêva min î jêr kir û maçkir. Piştî maçkirinê destên xwe avêt binê zikê xwe, qalikê xwe ji xwe şeqitand. Bi şeqitandinê ra jineke bi xweşikbûnê bê emsal ji nava qalik derket. Li himber pakbûn û bedewbûna wê çavên min çûn nava serê min. Tu nabêjî ew Xatûnê û pîra din jî navmaliya wê an jî nobedara wê buye. Piştî qalikê xwe danî, roniyeke weke heyvek çarderojkî hilê şewqa wê tevisî ser çavên min, ji şewqê çavên min berê hatin girtin, piştre dîsa rew rew girt û hêdî hêdî fêrî rohniyê bûn. Min derdê xwe ji bîr kir, ketim seyrana pakbûn û bedewbûna wê. Xwe li ser textekî gelek kevnare dirêj kir û ziq li nava çavê min dinêrî, çend caran çav da min û mizmizî. Ev helwesta wê dilê min hejand û bû tep û repa wî, çongê min sist bûn, dîsa xwêdaneke cemidî ji aniya min herikî jêr. Destê xwe bi ber min de dirêj kir. Di nava nivînên tevde hevrîşim de weke qaşek li ser mermerê reş an histêrka sibehê ku di berbangê de hiltê, diçûrisand. Fîstanê xwe yên tenik, ji rengê narincî, bi tayên zêr ve hatibûn neqşandin, heya nêvî ji xwe şeqitand. Canê wê yî weke berfa Qerejdaxê derket holê. Lêva min hişk, devê min zuha, xweziya min bi zor diçû xwarê. Bi rastî jî singên wê weke zozanê heft eşîran bilind û tije bûn. Pozên çilakî weke giyayê elî, lêvên wê yên sor weke hilalkan xweşik bûn û bedewbûna wê hîn bê tehamûl dikir. Ku ez bawerim Zembîlfroşê sund xwarî jî bê teredut karibû sunda xwe xerabikira û gunehkar biba li himber wê pakbûn û bedewbûnê.
Dema awirên me ketin hevdû dîsa keniya û diranên mircanî kezaba min peritand. Weke mîrkûtek li ser dilê min ketibe devê min kete hevdû, lal bûm.
Piştre destê xwe yên narîn bi tiliyên xwe yên dirêj guliyên xwe vekir û porên weke di ava zêr dabû be di paşiya pişta xwe va berda.
Bi lênerînek dawetkar dîsa li min nêrî, destê xwe di ber min de dirêj kir. Min xwest bi ber wê de herim, bi xwe hesiyam ku girêdayî me. Bi dengekî tenik ba nobedara xwe kir. Pîrê bi lez hat, ez nava tevnê xwe da derxistim. Bi destê min girt, bi ber xatûnê ve birim û ji ber çavan wendabû. Ez weke pepûkan, weke çêçikeke nû ji hêka xwe derketibe û dinya ne dîtibe sar û bê helwest sekinî bûm. Him şaş, him fahş bûbûm a rastî.
Xatûnê tu yê bêjî qey bi sed salan e li hêviya min bû. Bi destê min girt, ez di ber xwe de kişandim. Min xwe li ser ciyan dirêj kir, lê bê helwestbûna min didomiya. Wê weke tîrmarekê xwe li min gerand, her derê min dipeland, maç dikir, têr nedibû û dîsa maç dikir. Heya nuha min qet tiştekî werê nedîbû, ne jiyabûm…
Ji nişkav de dengekî qibe, weke du ewrên reş li hevdu bikeve û birûsk vede dengê mîr em herdû jî ji ciyê xwe çend kirin.Gurîniya deng li gişî bircê bela bû. Xatûnê şerpezebû, bi lez kete nava qalikê xwe û tevn li dora xwe hûna, ji ber çavan wendabû.
Piştî Xatûnê çû, demeke dirêj weke darek kok berdabe, şipya werê sekinîm. Heta bi ser hişê xwe de hatim, bi destpelingê min xwe bera jêrî keleyê da. Hevalê min ê wênesaz wêneyên xwe qedandibû, li ser qorzîka piyên keleyê li hêviya min disekinî. Ez jî çûm li kêleka wî rûniştim, kilam ji min çênedibû, destê min dihejiyan, min ji nû de dest bi xêzkirina neqşên keleyê kir. Lê ricifa destê min ne dihişt wêne xweşik bê. Xêzê min xwaro maro dibûn. Ev rewşa min bala hevalê min kişand, çend pirs kirin û pirsên wî bê bersiv man. Heya ku neqşên min qediya min amûrên xwe da hevdû, hevalê min jî tê giha ku em ê herin, wî jî xwe da hevdû. Em ketin rê, bi rê de çend caran dihulkumîm. Buyerê ez sewsî kiribûm. Hevalê min li rûyê min ê bê wate dinêrî, tişt fahm nedikir. Bi wî awayî em gihan malê.
Sibehê zû daketim kargeha xwe. Min amûrên xwe amade kir û min ê êdî wêneyên xwe yê esas saz bikira bi boyaxa zeytî. Ev roja û çend rojê din jî sibê heya roj diçû ava bê rawestandin li ser wêneyê Zembîlfroş û Xatûnê xebitîm.
Wêneyên min hêdî hêdî bi ber hevdû de dihat. Pişta min diêşiya, carna nigê min ditevizî lê dîsa jî nedisekinîm. Min wêne carna datanî dûr, carna jî datanî nêzî xwe û lê temaşe dikir.
Min çavên Xatûnê yên xweşik rutuşên dawî diavêtinê, çavên wê weke pînbokên şîn dibiriqîn û tije hêst bûn. Carekê min dît hema pîrek hat û bi lez êrîşî çavên xatûnê kir; bi lepên xwe zû bî zû xera kir, piştre rabû ser herdû lingên xwe yên dawî û lepên xwe yên pêşî bilind kir, qiloçên xwe ji min re hejand û deng nekir dîsa wendabû.
Ew helwesta pîrê çend roja ez fikirandim, ketim ramanên kûr, heya tê gihiştim ku min çavê Xatûnê bi şaşî şîn çêkiriye. Dîsa min ji serî de çavên Xatûnê saz kirin û îcar rengê kesk, keskekî şêxanî dayê.
Min dîsa wêne danî dûrî xwe û bi çavên rexnegirekî lê temaşe kir, ka bê kêmasî heye yan na. Xatûnê dikeniya, di wêneyê ku min saz kiribû ne dikeniya, heya mirov karî bibêjê bê mad bû. Min li rûyê wê nêrî, dîsa çav da min. Bi destê min girt û ji nişkav de ez xistim nava tabloyê.Jixwe êdî ez jî li benda helwestek were bûm. Êdî ji wê bêhtir min ew maç dikir. Min nava zirav pêça û ber bi xwe de kişand. Ez êdî evîndarekî malşewitî û dilperitî bûm.
Xatûnê jî, ji kêf û evînê devê wê nedihat serhevdû. Nalînek xweş ji wê dihat. Bi nalîna min re dibû rêheval û dengê me li kargehê belav dibû. Bi zûrîniyek dilşewat dîsa em herdû çengbûn ser xwe. Ev dengê nas yê mîr bû. Bi şida kete hundur. Xencerek kalanî du devo di destê wî de û bi ber min de dihat. Deng ji min jî û ji Xatûnê jî biliyabû. Tê giham ku jiyana min di roja min î herî xweş de wê biqede. Çavê mîr li serê wî dizîzikîn, kef bi ser devê wî ketibû. Xwînek reş û tîr ji herdû guhên wî dipijiqîn. Gimegimeke weke pîra huta ji wî dihat û her ku diçû nêzî min dibû. Xatûnê qalikekî pîran da min ku ji bona ez jî li xwe kim. Dilê wê rehet nebû wê li min kir, ez jî ketim nava qalik. Ez jî êdî bûbûm pîrê. Lê mîr êdî hêza xwe giş dida hev ku ji bona xencerê li ser dilê min bixe. Pîra navmalî ji nişkav de pengizî ser çavê mîr û dev herdû çavên wî kir, qêrînek bi wî ket. Ji êşan li ciyê xwe diperpitî, sewesî û şuşî erdê bû. Weke meytekî ku heft sal e rûh jê çûbe li erdê dirêj bû. Deng û nalîn jê biliya. Piştî ketina mîr, Xatûnê xwe avêt himbêza min, me herdûka li hevdû nêrî. Rûyê Xatûnê dîsa sorahî ketê,lêvên min î zuha hîn jî diricifîn, perpitandina çavê min sekinî. Bi lênêrîneke matmayî tenê min li Xatûnê dinêrî. Bi tiqîniya deriyê kargehê Rizo kete hundur, bi çend dengan ba min kir. Deng dihat min, lê dengê min ne diçû wî.
Çav li wêne ket berê şaş bû, serê xwe hejand dûre keniya û got : “ Li mamoste binêre xwe kiriye zembîlfiroş. Xatûne jî çukas xweşik e law!” Dilê xwe bijand wêne û got : “Gelo ezê jî rojekê bikaribim wêneyê Xatûnê ewkasa xweşik saz bikim.” Bi gotina wî re madê Xatûnê xerabû, tirşbû.
Pîra navmalî bi ber Rizo da pengizî û ez jî ji ciyê xwe pengizîm. Ji nava tabloyê derketim û heya ku Xwedê hêz da, min hişk bi wê girt û ji wê re got : “ Heger tu dev li wî bikî ezê jî dev li te bikim!”
Keniya û bi şûn de vegeriya. Pîrê dîsa çû xwe veşart. Ew kenê wê ji min re bê wate hat, Xatûnê jî keniya. Rizo qidûmşikestî, bi rûyê xwe yê pak û bedew ji bona ku buyerê fahm bike bê deng li me temaşe dikir. Demeke werê ma, dûre bejna xwe ya tenik û dirêj tewand, rahişt tabloyê, bir bi odeya mezinve darvekir. Çû li himber tabloyê sekinî, kete temaşeyek dirêj. Bi heyranî lê dinêrî. Êdî peytand ku mamosteyê wî buye wêne û nema ji wê dinya xweş vedigere. Çavên wî yên renghunguvîn tije hêsir bûn. Min jî debar nekir, ji çavên min jî hêstir bariyan. Lewra min jî pir ji wî hezdikir. Li himber tabloyê sekinî, xatir ji min xwest û ber bi deriyê kargehê ve meşiya. Destê xwe avêt qulpa derî. Hew min dît ku pîra navmalî xwe avêt ser wî û dev lê kirê, tevnê xwe li wî gerand û ber bi qulika xwe de bir, xiste qulikê.










DÎNEKÎ DÎN

FEVZÎ BÎLGE: fewzibilge@malper.net

Xwişka min bi tirs beziya hundur. Ji ruyê wê rengê zer difûriya. sorahiyê ji zû de bar kiribû. Ziman lalûte digeriya, qidûm xwe dabû dest. Diya min, mîna kuliya, di ber wê de pengizî. Sewalên wê bû cercûra keleşê, li ser hev didomiya.
Xwêdan li xwişka min cemidî, zivirî, tayek sar ji bedenê keldûman weke mija sibê bilind dibû. Weke çûkek, di nava ava berfê de diricifî. Tasa çingo, mişt av vexwar. Sor zivirî, qidûm li ber xwe dida. Hêdî hêdî xwe bera ser yanê da. Ziman geriya go: Ez di tariyê de çûbûm hewşê ji bona bêdrokek av bînim ji kaniyê. Pîrebokekê xwe rê min da. Li himber min sekinî bû. Gopalek di destê wê de bû.
Pirs bû cenga lêvan, xwişka min dor girt got; Pîrabokek bi fîstanekî spî, weke yê periyan, porê wê dirêj, du gulî, weke du marê reş û zer xwe li hevdû gerandibûn. Çav bi kil, taca wê mîna a şahmaran di serî de diçûrisand. Hîn zar û ziman ne westiya bû. Tiqa tiqa kenê min ez dam dest. Du awir zîvirîn li ser ruyê min xeber vedan. Ji sûnd xwarinê têr nebûn, bû şeq şeqa sîlan. Sîle direqisîn, li ser ruyê biçûk, ken zîvirî bû şebnem, hêstir bariyan, weke tavek biharê. Tirsê cih guherî, kete dilekî neh salî, bû evîn,dil ket wêneyan, wêne di domiya di her jiyanê de dîsa di kemilî.
Sedem çêkirina wêneyekî periyekê, li ser dîwarê qesrê bû. Di tariyê de xwişka min pir tirsiya bû. Xeyda min dirêj domand, Sal dadiqurtand.
Li hundir li ber paceyê mîna pepûkan rûnişti bûm. Fikr û ramanan qorziyên mejiyên min,hêdî hêdî dikerisand. Yek carna jî talan dikir.
Di xewneke dirêj û bi kabûsda carna winda, carna şiyar dibûm. Kabîsê mîna marekî ziya ez daduqurtandim, hewar û gaziya min ne diçû kesekî, belkî jî diçû. Min dixwest ji nava devê mar derêm, bimeşim, birevim û bi dûr kevim. Mar ez dihezimandim, hêdî hêdî diheliyam, biçûk dibûm. Min xwe li xwe digerand û min xwe qebûl nedikir. Di nava min de bahoz diteqiyan, dervên min di nava girêzek de dimexiya, şil û pil dibû.
Bi dengê diya xwe, çeng bûm ser xwe. Diya min got ; Lawê min here di nava nivînên xwe de razê. Rabûm, çûm nava cilan, xewa min ne dihat, rabûm, di ber neynikê de meşiyan, li himber neynikê sekinîm, min li xwe nihêrî.
Ji xwêdanek mezeloq, bedena min şil bûbû, porên min gijo mijo, mîna çêlîkên nû zayî. Şeytan henekê xwe bi min dikir, an xwedayan gir ji mi girtibûn. Bi dengê azana dîkên sibehê, bi ser hişê xwe de hatim. Bi hêstên xwe dimeşiyam, nigên min tevizî bûn, ez hilnedigirtim. Bi dizî mîna tajiyek nig bi hine, li ser neynukan meşiyam û çûm, odeya ku wêne lê çê dikim. Bavê min, dema ku min wêne çê dikir dixeyidî. Digot ; lawê min tu xwe bi tiştê bela sebeb dixapînî. Ev ji tu îşê te re nabe. Dersên xwe yê din bixebite.
Min bi dizî deriyê odeyê vekir. Amûrên xwe ji qul milan derxist, danî ber xwe. Dest bi sazkirina xewn û xeyalên ku bi şev jiyabûm kir. Heta tevizîm bi wêne re lebikîm. Min wêne danî dûrî xwe û kûr kûr lê temaşe kir. Di wêneyê de tirs, êş û xof li hevdû dixistin. Di nava rengên reş û sor de pîrabokan, perî û maran dîlan girtibûn. Piştî çend rutişên din, min wêneya xwe veşart, ji bona kes nebîne.
Qesra bavê min, di nava xaniyên der dorê de, yê bi axê hatibûn avakirin, gelek mezin xûya dikir. Dervê wê spî, bi sê hêwan û deh odan pêk hatibû. Ode û hêwan bi amûrên giranbuha bi xaliyên ecem hatibû raxistin.
Di kulîna diya min de qederê sed qat nivînên tev de bi neqş û tentene hatibûn xemilandin. Rûyên wan giş reng bi reng, bi qumaşê qaçaxî mîna keskesorê diberiqand. Du hewşê wê, li ser erdek gelek mezin û cûrbecûr darên fêkî (meywa) şîn dikir.
Dê û bavê me, em zêde bera derve nedidan. Li gorî wan, zarokên kolanê qirêjî bûn. Yek carna me firar bikira jî bi piranî me li hewşê dileyst . em weke berxên di kozan de bûn. Tenê ji bona çuyîna dibistanê an ji bona serdana merivekî destûra derketinê didan.
Wê sibehê,li baxçe di bin siya dara gûzê rûniştibûm. Wêneyê min a veşartî hate bîra min. Xof û kêf di dilê min de sargermî bû. Hestên min, min ber bi odeya ku ez wêneyan lê saz dikim mîna qadeke manyetîkê dikişkişandim. Deriyê odê got ; tik û vebû. Ketim hundur, min wêne danî ber pacê û kûr lê temaşe kir. Her dû marên tabloyên reş tevliviya, ji wêne derket û xwe ji nişkavde avêt destên min û ber bi xwe ve kişand. Min li ber xwe dida, lê hêza min têrê nedikir. Destê min, dûre piyên min daqurtand, gaziya min ne diçû kesî, xwîn di her derê canê min de dipijiqî. Sorahiya rengê wêneyê zêdetir dikir. Xwîn diherikî, canê min dicemidî. Qudumê min hêdî hêdî xwe dida dest, Marê reş têr nedibû. Dûre xwe avêt destên din, têr nedibû nigên min jî daqurtand. Hêdî hêdî diqediyam. Ruh li ber xwe dida, çavên mar pekîyabûn ji dervê reng diguherîn, şîn dibûn, zer dibûn, her ku ez dixwarim sorahiya çavê wî zêdetir dibû. Dawiyê xwe avêt dil û kezeba min. Rengê çavê mar êdî giş sor bûbû. Şîn û zer êdî xuya nedikir. Bi ketina minî erdê, wêne jî got gum kete xwarê. Min bi xwe qurincan, êşiya. Min êdî nema wêrîbu rahişta wêne, wêne di cih de hişt. Gurpe gurpa dilê min, mîna aşekî avê deng derdixist. Destên min, li ser dilê min li odê pîkolî dikir, dîsa li wêne dinêrî. Ez çukasî ji wêne tirsiya bûm jî dîsa çavên min, destê min ji wêne ne diqetiya.
Jiyana min, mîna ya derwêşekî serxoş û gûnehkar. Hesretên min, bi wêneyan xemilî, yekcaran difiriyam, wêneyên xwe di ruyê xwe de bar dikir. Carna diketim, dîsa bilind dibûm. Min destên xwe dirêjî ewran dikir. Ewrên reş ji ber rojê dida alî. Tîrêjên rojê tîneke dîn, coşeke serxweş dida min. Çav dixewirîn, dil dilerizî, difiriyam, bilind dibûm, di nava babîsokekê de dengek kete guhên min, got ; Li jêr nenêre ez dixwazim tîrêjek xwe bidim te.
Min rahişt tîrêjê û dîsa vegeriyam min xwe li ber wêneya xwe dît. Bi tîrêja destê min, wêne hîn ronî, hîn xweşik xuya dikir. Ji bona wêne hîn baş bibînim min nêzîkahî lê kir. Wêne dîsa xwe avêt min, bi tumerî ez kişandim hundurê xwe. Mîna portreyekê di wênê de sar bûm.
Bi tikîniya deriyê odê bavê min kete hundur. Gazî min dikir, li min digeriya. Ha Dîno, tu li kuye, îro çend roj. Dîsa tu ne xuyaye. Bê mirad tu li kuye. Wêne bala wî kişand di ber wêne de meşiya û got ;Lawo ! hela li Dîno binêre, wêneyê xwe çikas xweşik çê kiriye, eynî tuyê bibêjî qey Dînoye. Lo Dîno tu li kuderêye ? Dîno.....o

















EVÎNA MEDÊ

Fevzî Bîlge

Di rojek havîna pir germ, di qîjîniya nîvrojê de li ser rêya gund dimeşiyam. Cira cira çirçirkan û dengê çûkan yek carna jî dengê beqan li nava hevdû diket, weke goraniyek pir bi deng û ewqasa jî hişk di nava bêdengiyê de tirs û xof li der dorê belav dikir.
Piştî ketim nava daristanê, her ku diçû tîna rojê hejar bû, siyên darên sitûr û bilind der dor tarî dikirin. Pelên wan yên weşiyayî di binê wan de riziyabûn. Bayekî hênik û hêwî bêhna wan weke şûjinê li ser rûyê min dixist.
Bêdengiyeke kûr ez ditirsandim. Tirsê dikir ku gavên xwe hîn bi lez bavêjim. Bi şopa dengê lingên min, reqên kêleka çem û birkan xwe dabûn ber tava rojê, serserkî xwe davêtin nava avê. Bêdengî her ku diçû hîn zêdetir dibû. Jixwe bêdengiyê her tim ez di tirsandim. Roj li min geriyabû, ez wenda bûbûm. Ji nişkav de rengê her tiştî sor bû, dar weke lawiran bi ser min de dihatin.Di cihê xwe de mat mam. Çongê min sistbûn, rûniştim. Di nava wê kaosa lal de qidûmê min şikestî, devê min ketibû hev û ez jî lal bûbûm.
Bi zorê min destê xwe ber bi ezmana de vekir. Ji Xwedayê dilovan re dia kir û ji wî xwest bibim teyrek. Hîn dia min nû xelas bûbû, bi xurandina pişta xwe min destê xwe avêt paş xwe dît ku perik bi destê min ve hatin û bi şida mezin bûn, bûne bask. Min nigê xwe da erdê û heya hêz di min de hebû xwe ber bi jor de hilkir, lê li ser piştê ketim xwarê. Dîsa rabûm ser xwe, reviyam û min herdû nigên xwe da erdê û ber bi jor de xwe hilkir. Hew min dît ku bi hewa ketim, difiriyam. Li hewa min çend fitlok da xwe û çend cara ji kêfa teqle avêt, carna xwe ji nişkav de bera jêr dida, dîsa badokek dida xwe û bi ber jor de difiriyam. Dema difiriyam min dît ku herdû nigê min piçûk bûn, terîkek li paşiya min şîn hat û bi şida ew jî mezin bû. Êdî ez hîn baştir difiriyam. Ji kêfa dema deng ji min hat, berê min dengê xwe nasnekir. Weke cîze cîza teyrikan bû. Dema min destê xwe avêt devê xwe li tiştekî tûj û hişk ket. Devê min jî wenda bûbû û di dewsa wî de nikûlek şîn hatibû. Ji kêfa firandinê tew min gund ji bîr kiribû. Êdî ji wê kaosê xelas bûbûm. Bê rawestandin difiriyam û bi ezmana ve radipelikîm. Min xwest weke Qaqlîbaz Jonathan pir bilind bibim û dîsa min xwe serserî bera jêr da. Jêr li jor mîna boxçikek bi pîne xuya dikir. Min berê xwe da gund. Bi hêsanî min gund dît. Li jor gund pir piçûk xuya dikir. Li ser çiyayekî bilind giş bi kevirên spî hatibû ava kirin. Dora pace û deriyên xwe jî bi kilsê spî kiribûn. Ev rewşa dîmenên gund hîn xweşiktir û balkêştir dikir. Ji xwe gund pir kevn û dîrokî bû. Di nava daran de weke hêlînek çivîka li ser darekêbe dihate xuyanî. Di nava xaniyan de çavê min bi yê mala kalikê min ket. Min xwe bera hundurê hewşê da û ber bi derî ve çûm. Bi nikûlên xwe çend cara li derî xist. Bi tiqîniya derî pîrika min derî vekir. Çav li min ket qêrîn bi wê ket û got ; “hewarê ev çiye ! hela li vî tebayî binêre hatiye û dixwaze têkeve hundur.” Dikira çav ji serê wê bifiryana. şerpeze bû kes bi dengê wê nehesiya, tirsiya. Rahişt melkesê kişkir min û dîsa derî girt ziqatê kişand ber.
Lewra min pir bêriya pîrika xwe kiribû û helwesta wê pir bi min zor hatibû. Ji hewşê firiyam û çûm li ser dara guzê danîm. Dara guzê li mergê dinêrî û pir mezin û bilind bû. Demeke dirêj sekinîm, ponijîm, ketim ramanan.
Di nava wan ramanan de min dît ku xalê min ê piçûk hat ser mergê, li ser kulav runişt, çixareyek pêça, û wêxist. Piştî çixarê serê xwe danî ser balgîvê, li ser piştê xwe dirêj kir. Xuya bû ku ji kar dihat û pir westiyayî bû.
Bi dengê pîrika xwe çavên min ber bi aliyê war de zîvirîn. Hinekî şerpeze xuya dikir. Zû zû tifik veda, xweliya wê berê hinek da alî. Ardû anî xistê û beroş danî nêzî tifikê. Bi çend denga ba cîrana xwe kir got ; “lê Medê hela ji bona Xwedê bi wê satilê ji berdêla min ve nifşek av bîne.” Bi dengê wê re qîzikek ji hundurê warê xwe derket. Qîzikek heya nuha min wê nedîtibû, nas nedikir. Porê wê zer bû û hine dabûyê. Ji ber wê jî pir sor dikir. Kiribû du gulî avêtibû paş pişta xwe. Dirêj, dagirtî û xurt xuya dikir. Ji dest û çepilên wê diyar bû. Çavê wê şîn dikir, şînekî vekirî. Kil dabû çavê xwe. Ji ber wê jî çavên wê hîn balkêştir bûbûn. Ser çavê wê bi zîwan bûn. Lê xweşikbûna wê xera nedikir.
Dema ber bi satilê ve hat çav li xalê min ket. Hinekî sekinî, li wî nêrî û disa meşiya. Rahişte satilê xwe bera ber aliyê kaniyê da weke qitika dimeşiya. Bi dizî çend cara li dawiya xwe nêrî. Ken li ber rûyê wê nediket. Tuyê bêjî qey bavê wê miribû, ewqasa bê mad bû. Pîrika min ji aliyekî ve agirê xwe dikir, ji aliyê din ve jî bi xalê min re dipeyivî. Digot ; “Weleh weleh tu neheqî. Medê weke dalyanekê ye, têra xwe jî xweşik e. Hîn tu yeke çawa dixwazî, nizanim. Li ser te jî mirî ye. Dil ketiye tê û çend sale kî wê dixwaze qebûl nake. Medê hêjaye malê dinyê. Xweliya gundan li serê te be. Xwedê heqê wêji te re nehêle. Ev pepûka te di hundur de pîr kir.”
Xalê min qet guh nedida peyva wê û berê xwe da aliyê cihokê xwe quliband ser kêleka din. Pîrka min hîn jî dipeyivî, pesnê Medê dida û digot; “Dev û ruyê wê weke nanekî genimiye, kevara nava wê a wiha ye. Weke mihîneke boz e. Rind e, bilind e.” Bi hatina Medê re sekinî û ber bi wê de pengizî, satil ji mistê girt. Çû hinek bera beroşê da û beroş danî ser tifikê, li himber rûnişt. Medê jî paşiya xwe da xalê min û li ba pîrika min xwe da erdê. Yek carna wê jî qirşik davête binê tifikê,agir xweş dikir.
Min li serê darê ew temaşe dikirin. Piştî hatina bav û birayê Medê, Medê kete hundur warê xwe. Piştî şîvê tarî kete erdê. Pîrik û xalê min jî çûn ser war, ji bona razan ê. Min jî ev şeva li ser darê guzê derbas kir.
Di berbanga sibê re pîrka min ji bona zeytunê ji doh ve çinîbûn li bajêr bifroşe, barê xwe li kerê kir û kete rê. Pişt re bav û birayê Medê jî ji hundur derketin. Ji bona herin çinîna zeytunê xwe.
Medê ew herdû bi rê kirin. Çû ser cihokê, şimika xwe danî ber xwe,devdelingê xwe kişand jor, fîstanê xwe hilkir, herdû nigê xwe xiste nava avê, runişt û dest bi durikek evînî kir. Carna çavê wê tije hêsir dibû, bi dizîka çavê xwe bi hubriya xwe paqij dikir, dinihûrand.
Xalê min ji ser war daket û ew jî ber bi cihokê ve çû. Ji bona ser çavê xwe bişo. Qet li aliyê Medê ne dinêrî. Medê çavê xwe ji wî nediqetand. Lê wî qet guh nedida wê. Madê xwe ji wê tirş dikir, awir didanê û bi wê re nêdipeyivî.
Li himber wê helwesta xalê min Medê rabû ser xwe, ber bi dawiya rez de çû. Ez jî firiyam li jor ew şopand. Li dawiya rez li himber dareke ziyaretê sekinî, ji hubriya xwe terîşek jê kir û bi darê ve girêda. Li binê darê runişt û bû îske îska wê, dîsa dest bi girî kir. Her ku ew digiriya ez jî bi wê re digiriyam. Lê heya wê ji min tune bû. Ez zarok bûm lê dîsa jî baş tê giha bûm ku evîna Medê yekalî ye. Min di dilê xwe de got ; “Ax xweziya ez a nuha bîskê bi wê re bi peyiviyama. Mixabin ewê tew ji min bitirse.
Medê heya hinekî kela xwe danî giriya li binê darê runişt û pişt re rabû çû kete hundurê war û heya êvarê ji hundur qet derneket.
Heya ez hatim xalê min xwe girêda bû. şelwarekî reş, gomlekekî ji rengê narincî, di ser de jî dîsa êlekekî reş li xwe kiribû. Porê xwe şikinî û temberî xwe bera ser eniya xwe dabû. Çû ser mergê rahişt qutî û hestê xwe,berê xwe da qada gund. Li jor ser serê wî difiriyam. Ew diçû ku min jî ew dişopand.
Li qada gund hevalekî xwe dît. Ew û hevalê xwe ber bi aşê gund ve meşiyan. Hevalê wî yekî xwîn nexweş rûdaliqî bû. Pir nêzî hev dimeşiyan, hevalê wî derdê xwe ji wî re digot ; xalê min jî li wî gohdarî dikir.
Kûr û dirêj peyivîn. Dawiyê de qandî min fahm kir. Dilê hevalê wî di Medê de bûye tu nabêje û çend cara ew xwestiye Madê her carê jî qebul nekiriye.
Xalê min hinekî ponijî. Di bin simbêla de keniya û ji hevalê xwe re got; “Hêsan e, ez karim vê meselê çareser bikim.” Çavê hevalê wî beloqî bûn û pirsî got ; “çawa, çawa tu yê çareser bikî.” Xalê min got ; “pir hesan e, tu jî dizanî ku dilê wê di aliyê min de ye. Pir ji min hez dike û ez ji wê re çi bibêjim ewê qebul bike.”
Hevalê wî heya bi guhê xwe sor bû û bi meraq pirsî û got ; “yanî ji bona ku min qebul bike tu yê bi wê re bipeyivî?” Xalê min serê xwe hejand û got ; “na lo, tu zanî ku bi wî hawayî qebul nake.” Hevalê wî dîsa bi meraq û heyecaneke mezin pirsî. Xalê min ji wî re got;
- Ezê wê birevînim
- Ế
- Tu jî li ba Girêsor li paş neqebê xwe veşêre. Kengî mi anî wir ezê vegerim.Û tu jî wê ji xwe re bibe.
Bi wî hawayî li hevdû kirin û ji bona ku sibê hevdû bibînin ji hevdû qetiyan. Xalê min di ber malê de meşiya. Çû li ser mergê rûnişt. Roja din Medê hewşa xwe dimalt. Gava piştî pîrka min ji ser mergê çû nava rez bi dizî çû ba Medê û ji wê re got ; “Medê xwe amade bike ezê sibê te birevînim.”
Medê ji kêf û heyecana berê qebul kir. Dure jî got ; “Kuro ma çi hewce ye tu min birevînî. Zanibe ku ji te pêv ez tu kesê din nakim. A baş ewe ku hûn werin min ji bavê min bixwazin.” Hîn peyva Medê xelas nebûbû, ji nişkavde heya Xwedê hêz dabûyê kulmek li serê wê xist, Medê ket. Bu kaje waja min lê kesî ji min fahm ne dikir.
Xalê min ew xiste nava çewalekî mezin, li pişta xwe kir û ber bi aliyê Girêsor de bir. Dema gihaşt ciyê xwe hevalê wî ber bi wî de beziya. Bi hevdû re çewal danîn erdê, devê çewal vekirin. Bi vekirina çewal re herdû pengizîn, wek dupişk bi wan vede ceng bûn ser xwe. Çavê herdûya dikira biçûya nava serê wan. Rûyên wan sor bû. Ji tirs û xofa dihejiyan û nikaribûn li rûyê hevdû binêriyana. Piştî bi ser hişê xwe de hatin hevalê wî reviya û li paşiya xwe jî nenêrî. Çû, ji ber çavan wenda bû. Medê bûbû peyker. Peykerekî reş weke qîrê.
Xalê min rabû rahişt peyker li pişta xwe kir, rapelikî ser gir. Li ser gir cih jê re çêkir, çikand. Li ber runişt û dest bi girî kir. Heya roj çû ava li ber wê runişt. Pişt re çû malê. Weke gêj û teyşa dimeşiya. Qudumê wî şikestîbû. Ûjdana wî ne rehet bû. Dikir ne dikir Medê û rewşa wê ji bîra wî ne diçû. Bi wî awayî gihaşt mal. Serê sibehê were dihate xuyanî ku ne nan xwariye û ne jî razaye. Çavê wî sor bûbûn. Pir poşman bûbû. Sibehê zû dîsa berê xwe da Girêsor ba peykerê Medê, gulek sor di destê wî de gul xiste nava destê peyker. Hêstir ji çavê wî dihatin xwarê. Xwe zeft nekir ji bona Medê li wî bibore xwe avêt peyker himbêz kir û heya roj çû ava bi wê re peyivî. Deng ji peyker nehat. Dîsa çû malê. Ji wê rojê pey de tenê karê wî biçûya û gulek sor ji wê ra bibira. Ev rewşa çend meha werê domand.
Ez jî piştî xalê min diçû mal. Li ba peyker disekinîm. Bûbûm nobedarê wê. Min ne dihişt kes bi dora wê keve. Kî bihata dora peyker min xwe xîjî nava çavên wan dikir. Ew jî ditirsiyan û ji wir bi dûr diketin. Xalê min ji kerb û hêrsa hêjar bûbû, nava wî zirav, çavên wî çûbûn xwarê, pozê wî kişiya bû, dirêj bûbû.gepên wî kort bûbûn.
Wê sibê dîsa gava xalê min gulek sor di destê wî de xuyanî bû.min xwe da alî. Çû dîsa li ser çongê xwe runişt. Dure rabû gula xwe xiste nav destê wê. Çavê wî dîsa ji hêstiran tije bû. Bi carekê min dît ku peyker jî digrî. Kajîn bi min diket, bi qajîniya min peyker sincirî, sor bû, zer bû, dîsa reş bû weke di niqirîskê mirinê de be ricifî û rengê wê hêdî hêdî bû nola berê, rih bi wê ket. Xalê min ji kêfa him digiriya him jî dikeniya. Ken û hestirên wî di nava hev ketibû. Xwe avêt himbêza Medê û ji nişkav de dîsa herdû jî bune peyker, du peykerê herdem hêstir ji çavê wan diniqute. Ez jî hîn ev roj ev roj e nobadarê wan im.
Tu kes newêre ji tirsa min dest bi wan bide û nola ziyaretan herdem evîndarê wî welatî giş ji bona bigihin miradê xwe têne ziyaretê û gulên sor bi xwe re tînîn



JINA AMÎDAYÎ

FEVZÎ BÎLGE:
werger: Simko Hedreş

Weke hûn dibînin ez jinek Amîdayî me. Li rêçika xwedayan, Qerejdaxê bêrîvanek.Zer bû rengê min, qemirî, guherî di serhildanan de; dîsa jî ne westiyayî me. Xemrî bûm di kendîlan de, biştî her mirinekê bûm Leylayek. Carîna li rojê zivirîm û di sûrên agireng de kûlilk bişkivîm. Ketselî dibûn polenên firiyayî, bi têla direhî re hevşa dibû carînan. Carîna jî li hember pola radiwestî dilê me.
Bûn Xecê em, ji evînê re serxweş, bêbask difiriyan newalên kur, di berfan de du kûlilkên sor. Hêj Mumunan newelidandî, me ji Herayê re got "amîn".
Îro biryardar inn hêsirên çavên min, Penthosu guhdar e. Erk; dibe ku we biefsûnîne, tevlî dînamîzmê kirin be jî. Esmeriya min di Volqana Qerejdaxê de xilavek, bêhnên efsûnî yê teqiyayî û belavbûyî biherikînin dilê xwe, bihêlin bila bimîne di hundirê we de efsûn. Bêparbûnî li guherînên nîtel digerin di kurahiya dilê we de.
Guman nekin stuxwarkirina min ji tirsa peraniyên çarserîne, dê hemûyan kedî bikim. Di morîka eniya min ve diheje de nivisiye qedera min. Felsefa min guherîn, bibînin dê biguherînim jî.
Min ji etaran kiri dolbenta rengîn a serê xwe. Zen dikim, li keskiya çavên min hatiye. Qene diayên min werin qebulkirin min jêkir û avêt tirba Ehmedê Xanê. Min bexşandin xwest berî diaya xwe, ji ber em hêj ji wî derbaznebûne.
Tonên min derdikevin ronahîyê. Keyaniya min bi eslê xwe spî ye, berî salan hatiye nivîsandin, tê zanîn. Di hemu demên min xezêm bi xwe vedikirin de, çavên meytan vekirî, devê wan miftekirî, dixwest bişteqile ji dengbirînê re înyad. Dixwest kilama bêje li deverên pêşî, kilam lê dihatin gotin û bêkutal. Û kilam hatin gotin di freqansên qedexe de. Me Penthosu guhdar nekir, wê rojê em gunehkar bûn. Em, pişt re rastî xezebê hatin, di lûtkeyên Sîpan de em ketin cengê bi xwedayên cengê re, me bi jîrbûna Athena şer kir û çend qêrîn ji aştiyê re.
Ez jina Amîdayî me. We, ez weha nedizanîm dizanim. Dê tijî hêrs derkevim lûtkeyên Qerejdax yên herî bilind, xwe dirêjî heftrengiya herî dûr bikim û rengên nû xêz bikim. Ez ê dagerim deştên bêhna şewatê jê difûre , qêrîn biqêrîn bilorînim kilaman ji azadiyê re.








NADO

FEVZÎ BÎLGE

Ne tu kesî xweşikbûn û ne jî gernasbûna wê karibû bianiya ziman. Belkî hunermendekî gelek şareza, pispor an hunermendekî navdar, navneteweyî hinek kêm hinek zêde, di goraniyekê de, an di tabloyekê de nêzîkahî lê bikira. Nado keçek werê bû ku, pesin u gotin jar dima, li hember wê pakbûn û bedew bûna wê.
Nado dilê gelek xortan dîheland, digel ku evîna wan yekali dima û mirin bi xwere bianîya jî; Hinan xwe kuştin û ji jiyana şêrîn koç kirin, hinek bi çol û çepelan ketin, hinek ji wan ketin nexweşxanên dînan û nema dengdan, mîna kevirên mermer hişk bûn... Qesasê heft mêran bi awirekê wê yê dijwar dibûn mîna milyaketan. Derwêşên sond xwarî sond xera kirin, bûne gunehkar, di arbaneyên wan de bû newayek nemir. Bû têl ji sazên hinan re, xwîn dipejiqî ji tiliyan, mîna qurbanan digevizîn û di nava xwîna xwe de di fetisîn.
Li ser gora Zînê, Sitî Zûbeyd, Eyşana şeşperî û Eyşana Elî Begê kulîlkên rengîn çilmisîn pel weşandin, stirî şîn bûn ji kerb û hezdandina pakbuna wê.
Qêrîn bi gora Mem, Siyabend, Ferhat û Romeo ket, ji hêrsa gazî pêl bi pêl belav bû gihaşt deryayên mezin keştîvanan rota wenda kirin, mîna babilîsokan bilind bû gihaşt ezmanê heftan, stêr rijiyan belav bûn li ser erdê mezrabotan bûne ax.
Payiza paşî bû, li ser gundê Tilbisim vîzevîza bayê kur bû. Daran pel weşandibûn, rez hatibûn berdan, zeytûn ketibûn birkan, gundî kişiyabûn waran. Li gûnd bêdengiyekê derdor zeft kiribû bêhna evînên mirî hilm diçikand.
Kejo piştî pazdeh salan bi mêhvanî vegariyabû gundê xwe şowaleya wî li piştê, ji bona dîmenên gund çêbike vê sibê ji mal derketibû. Firçe û boyaxên wî di destên wî de di ber qada gund de dimeşiya.
Nado li hespa xwe ya kihêl siwar bubû, li qada gund ber bi çiyayê Tûrcelê ve weke babilîsokê di nava mij û duxanê de ji ber çavan wenda bû. Te digot qey li ezmana difire û xwe ji ewrê spî davêje yên reş bi lez li ser bend û kortalan de di pekiya. Çavên hespê wê wek bizotên agir sor bubû, mîna siwariyên şervan teriya hespê girêdabû.
Nado ji hespê xwe gelekî hez dikir. Ji çend rojan carekê lê siwar dihat bi hevre bi ser çiya diketin. Berî ku here xeml û xişrên xwe yên giran datanî, şal û şapik li xwe dikir, mawîzer davêt pişta xwe cotek rext li nava zirav digerand û bi rê diket, heta berbanga sibê venedigerya.
Vê sibê gava Nado mîna xezebê di ber Kejo de derbas bû, ji heybetan firçeyên wî ji destan pekîyan erdê. Matmayî ma. Pêleyek were sekinî, piştre bi xwe re peyivî... “ Ew çi bû lawo, ew kî bû ? Jin bû, mêr bû ?
Piştî şaşbûna wî derbas bû, ji derdorê pirsî. Ji wî re gotin ew Nado ye, qesasê heft mêraye. Berê wî got qey Nado mêrkuj e, dûre rastî fam kir. Vegeriya boyax û firçên xwe ji erdê berhev kir. Bi dûv şopa wê ket û wî jî berê xwe da çiyayê Tûrcelê. Demek dirêj meşiya, rapelikî giyaran, xwe li rubaran xist, hilkişiya ser çiyê û li newalê nihêrî, dîmenek gelek xweş mirov mest dikir. Şowaleya xwe û boyaxên xwe amade kir. Li ber xwe raxist. Li dîmenê temaşe dikir lê siwara vê sibehê ji mêjiyê wî dernediket, bi xwe re xeyidî û xwest dest bi çêkirina dîmenê bike,lê dikir ne dikir konsantre nedibû. Çavên hespa wê yê sor hate ber çavê wî, firça xwe danî, bêhnekê rûnişt, li dîmenê dîsa temaşe kir. Dîmen mîna korziyeke bihiştê gelek balkêş bû wek peykerê Rodîn diponijî, di nava xeyalan da tîr bibû. Rûyê wê baş nedîtibû, ji xwe re digot “ heger min rûyê wê baş dîtiba aniha minê wêneyê wê çêbikira. “ Heya roj çû ava serê newalê rûnişt. Li hawîrdorê xwe nihêrî. Di xeyalên tîr de bi hîrehîra hespekê re çeng bû ser xwe. Hesp çav bi wî ket hîriya û rabû ser du niga. Nado mîna serbazekî Romaî li ser hespê hefsar di destê wê de, li Kejo nihêrî Kejo ji wê re biyan hat. Çavên wê weke histirêka karwankuj di berbanga sibê de diçûrisand. Wî tenê li wê dinihêrî. Fitlokek da hespê, rûyê wê hîn baş xuya bû. Bişirî ji rûyê wê şewq belav dibû, weke mirov tîrêjên rojek tebaxê binihêre çavê wî hêstir kir. Birûskan di mêjiyê wî da vedida.
Bi destê xwe hestirên çavên xwe pakij kir,firkand rew rew zelal bu. Nado hefsarê hespê ber bi şowaleyê ve zîvirand, lê nihêrî dûre dîsa li Kejo nihêrî. Hesp ajot bi dûr ket. Kejo çav jê venediqetand dirêj dirêj lê nihêrî. Çend gur û roviyek li pişt hespê li gor rîtma reva hespê terîkên wan wî alî vî alî dihejiyan. Piştî Nado ji çavan wenda bû, li tûwala xwe vegeriya. Bê îradeya xwe wêneyê wê çêkiribû. Êdî rûyê wê jî baş dîtibû, wî yê wêneyekî wê ji nû da çebikira. Biryar da, xwe da hev berê xwe da gund. Biryar hêsan bû, lê gelo ewê bi karibûya wêneyê wê çêbikira ew ne diyar bû baweriya wî ji wî gelek hebû, di wêne sazkirinê de gelek şareza bû, lê mijar gelek zor bû. Bi rê de wêneyê kû ewê çêbike her difikirî.
Kejo xortekî gelek pak û dilsoz bû. Te ruhê wî bixwesta nedigot na, te dil û gurçikên wî bixwesta wî yê bi destê xwe jê bikira û bida te. Dilxweşiya mirovan ji wî re dilşadiyek bê sînor bu.
Êvarê di nava cilan de xew lê xera bibû. Nado ji ber çavên wî ne diçû. Tu qîzikê heta niha dilê wî ew qas ne helandibû. Rabû ser xwe, lampeyê vêxist, çû ber mirêkê, kenê Nado yê bi dizî hat bîra wî ew jî bi xwe keniya. Hinek boyax bi serê pozê wî hişk bibû.
Xwestiyên Nado li ser cilê kêm nedibûn yên kû gelek ji xwe razî ji bona sozekê ji bavê wê bistînin gelek asê dibûn, lê berxwedanên wan kar nedikir. Bi ser nediketin, têk diçûn. Ji hêrsa dilerizîn, lêv û pozên wan dadiliqiyan mîna lalûtan gim gim ji wan dihat, te digot qey aşê avê ne, girêza wan diherikî, kef bi ser devê wan diket, fahş dibûn paşiya situwê xwe dixurandin diçûn.
Hinek ji wan yên kû ji dewlemendiya xwe bawer ji bona timakirina bavê wê digotin çend gund û ne lazim. Bersiva bavê wê jî her yek bû, ne diguherî digot : “ Ez bi Nado nikarim, hûn jî zanin kû Nadoya min ne weke her qîzekêye. Heger bi rastî hûn wê pir dixwazin, divê hûn evîna wê bi dest xin. Ew evînê diparêze, evîn jî ji bona wê jiyanek azad e.”
Kejo bi hêviya belbî dîsa Nado bibîne diçû çiyê kû li Nado rast hatibû. Heta êvarê, tarî diket erdê disekinî. Carna jî wêneyê wê saz dikir. Di wêneyê de dikir ne dikir xêz diyar nedibun. Nediyarbûna rûyê wê, xwestina dîtina wê di dilê wî de hîn zêdetir dikir. Dixwest bi çavê hunermendekî dirêj dirêj têr lê bineheriya. Bi dest nediket, lê wî her portreya wê saz dikir. Nedîbû xeradikir û dîsa saz dikir rûyê wê di mêjiyên wî de zelal nedibû weke di ezmanekî ser girtî de mîna heyvekê geh xuya dibû geh wenda dibû. Carna reş carna gewr dibû, diçurisand. Kejo gelek bi wêneyê wê re lebikî. Tiştê kû dixwest zeft nedikir, hêrs bû firçeyên xwe avêt li bin guhê gomeyekî xist, şikiyan perçe perçe bûn. Demek kin derbasbû, xwe da hev, riya malê girt, êdî baş fam kiribû kû, evîna Nado dil û mêjiyê wî weke gurikê zeft kiribû. Êdî şev û rojên wî li bin guhê hev diketin. Kejo mîna serxweşan dihejiya teyş û gêj dibû. Li jiyana xwe a berê fikirî, ew dema ji wî re çiqas hesan, vala u bê wate bihurîbû. Êdî Nado bibû jiyan, jiyan bibû Nado. Nado huner, Nado rewş, Nado dinya, Nado gerdun, Nado erd û ezman, Nado her tişt.
Ew êdî mîna dihna bi xwe re dipeyivî. Berê digotin min bawer nedikir. Raste ew awirekê bavêje kê ruhê wî êsîr digre, bedena wî dixe nav darên kelepçeyan ji wan re xelasî tuneye : xelasî gelek car sêdar, guleyek vahşan, xencerek kalanî, tîmarxana dîhna bû.
Gelek roj, meh derbasbûn. Zivistan hatibû. Ji berfê her derê spî dikir. Çûk li hewa hişk dibûn. Reşêleyên koçber li der û berên gund danîbûn. Tava heyvê şevên dûr û dirêj ruhnî dikir. Yên xaniyên wan dilop dikirin li ser xaniyan gundor digerandin û bi lez dîsa dadiketin warên xwe.
Tarî ketibû erdê Kejo rabû ji mal derket. Lingên wî ew ber bi mala Nado ve dibir. Bi rê da poşman bû xwest vegere, mejî û dilê wî bi hev re şer dikirin, wî bi ya dilê xwe kir, meşiya. Ji hewta hewta kûçikan pêve dengê tiştekî nedihat, çû bi dizî li ber paca mala bavê wê li taldeyekê sekinî. Şewqa lampeyê dida pacê, perde beradayî bû, siya wê, tenê siya wê xuya bikira bes bû ! Demek dirêj şipya sekinî betilî li ser kevirekî mezin xwe da erdê. Şev lê zîzikî bû, çiqas dem derbas bibû wî jî nizanîbû. Qerimî, xwest rabe tevizîbû. Zor da xwe rabû, ber bi mal de vegeriya. Zor xwe gihand odeya xwe kete nava ciyan. Mîna çûkek qefilî dilerizî, diperpitî lihêf kişand ser serê xwe. Dinaliya xew ne dihat, difikirî : “ çi bi serê min de hat. Ez yekî li gor kêfa xwe dijiyam, wê keçikê ez kuştim, jiyana min berovacî kir, weke teyrekî baz ez xistim qefesek pola, ez hêsîr girtim. Ax carekê tenê carekê bi min re bipeyivya bes bû. Hew carekê.”
Wî kar û xebat ji bîr kirbû, nedixwest jiyana xwe yî berê bifikire. Roj derbas dibûn wî tenê wêneyê wê çêdikir. Hîn ne qediyabû, belbî ne dixwest biqede sebrek sermiştbû ji wî re. Sibê zû rabû biryar da kû dîsa here ciyê kû li Nado rast hatibû. Alavên wêne û portreya wê bi xwe re bir. Ji mijê rêya xwe zor didît, wî zanîbû piştî mijê ewê dinya veke. Meşiya çû kêleka newalê li ciyê xwe yê berê alavên xwe ji tûrik derxist, şoweleya xwe vekir, portreya xwe li ser danî. Ji serma destê wî firçe nedigirt, hêrsa xwe ji wêneyê wê derdixist hinek rehet dibû. Li der dorê belezîzkekê di nava porê Nado de bicîh kir. Firça xwe paqij kir, rûnişt li dîmenê temaşe kir. Li jêrî newalê siwarekî weke reşahiyekê li ber çavên wî ket. Bala xwe dayê, carna xuya dibû, carna jî wenda dibû. Di dilê xwe da digot : “ Gelo ew ne ew be “ ricifî, bêhna wê, navê wê, siya wê ew diricifand. Hinekî ji xwe hêrs bû. Çima, çima gava wê dibînim mîna derwêşekî bi cezbê bikeve dihejim. Ew xof, ew tirs ji fikira evînek, mirîzayî bû gelo ? Demek kin bihûrî Nado xuya kir a wa ye a wa ye Nado ! Nado li ba wî bû. Kejo bala wê kişand, wê roja jî dîsa li wêneyê kû saz kiribu nihêrî bû. Meraqa wê zêde bû, hefsarê hespê kişand, hespa xwe ber bi wêne de ajot gelek kûr li wêne nihêrî awirek jî avêt Kejo ! Kejo hîn kej bibû ha wa ye, Nado li ba wî bû girêkek kete qirikê his jê ne dihat tenê ziq lê dinêherî, dinêherî.
Rewşa Kejo bi her hawî ew dida dest, Nado fam kiribû peyv hewce nedikir. Wêneyê wê gelek bala wê kişandibû. Çavê xwe ji wê venediqetand. Kejo pekîya ba wêne dirêjî wê kir. Nado hinek sekinî dûdilî bû xweşikbûna xwe di wêne de temaşe dikir. Ji destê wî girt, belezîzka nava porê wê, dûre jî yên li erdê nihêrî, hesp bezand, hinek bi dûr ket sekinî, zîvirî li Kejo nihêrî. Heya niha wê li tu xortan werê ne nihêrîbû. Gelo sipasî an tiştekî din bû, Kejo dixwest ya din bû ya. Bi nihêrîna wê weke tîreke leşkerên Medan li navenda kezeba wî bikeve. Wê dîsa hespa xwe bezand ji çavan dûr ket. Erê Nado çûbû lê weke dûrikek dilşewat kete nava rihê wî digerînekên tarî de niqurçk dida canê wî, xwîna wî tevzîk tevzîkî bibû. Di laşên wî da hilnedihat.
Nado wêne ji destê wî qebûl kiribû. Kejo gelek bi dilşadî vegeriya malê. Kete oda xwe heya şevê derneket. Li pacê nihêrî serma teres kuliyen berfê dibariyan. Mîna girtiyên zîndana li odê pîkolî dikir. Tebatî nedihatê di pacê ezmanên segirtî nihêrî stêrk jî ne xuya bû kû bi wan re bipeyivîya;
Evînên navdar kîn ji evîna wî girtibûn, qeşa li ser gorên wan diheliyan hêrs dibûn lesar, gor didan ber xwe hestiyên mirîyan li ber lehîyan diherikîn.
Dengbêjan êdî dûrikên li ser evîna Mem u Zîn ne jî yên Sîyabend u Xecê digotin. Li ser zarên wan, tenê evîna Kejo, evînek zor, zahmet û bê derman digeriya. Her dua dikirin ji yezdanê dilovanre.
Kejo bûyer ji mala xwe re vekirîbû. Bûyer mîna pêlên ba pir zû li herêmê belav bibû. Ew ji herêmê bûyerek gelek girîng bû. Nado li xortekî nihêrî û xelata wî qebul kiribû. Diya wî porê xwe rûçikand, kur kir, ber pêxel çirand, ji hêrsa û tirsa sê denga lîrand. Guliyê xwe bi dara ziyaretê daliqand.
Wê rojê dîsa tarî ketibû erdê. Kejo li ber paca mala bavê wê sekinî. Ji bayê kur rûyê wî sor, çavên wî hêstir dikir. Ba carna bêhna misk û emberê carna jî bêhna meytê mezela bi xwe re dahanî. Di wê sermê de ji binê çengê wî xwêdan diniqutîn. Şevek ser girtî, hîstirek bê çurusk wendabûn. Bi pêlên bayê re zûrîniya gûran dihat. Jê pêve li gund weke morîka xewên di guhên herkesî de be bêdengiyek her tişt ker û lal kiribû.
Kejo weke dareka gûzê î sed salî li ber pacê sekinî bu, tev ne diliviya. Por û çefiya wî, weke pelên darên demsala payîzê xwe didan destê ba. Perde kil bû, pace vebû. Nado di pacê de nihêrî, çav bi biryar bû hêstir hatin xwar ê. Deng nekir. Giriyê wê ji bona çi bû gelo ? Serê xwe hejand, birûyên xwe bilind kir, pace girt, perde berda, çira vemirand. Kejo tenê ziq lê dinehêrî piştî helwesta wê li himberî Kejo roja din ber êvarî xişir û xemla giran danî. Şal û şapikên xwe li xwe kir. Mawîzer avêt pişta xwe, rext li nava zirav gerand, li hespa xwe siwar bû ji mal derket. Rojek, du roj, sê roj veneger ya. Kejo piştî çuna Nado, qet ji odê derneket. Weke bi janê keve xwe ruçikand. Xwe bi destê xwe xistibû zîndan ê. Perda xwe beredabû odê mîna zîndanên Osmaniya bê hewa reş û tarî ronî qebul nedikir. Piştî demek dirêj ji nişkavde rabu çu ber pacê. Di pacê de çiyayê Tûrcelê bi ezamet xwe di nava mij û dixanê da xûya dikir. Xwe girêda û bi lez ji mal derket meşiya.








ZÊMAR JI HESKÎFÊ RE

FEVZÎ BÎLGE

Delala min, serê xwe yî xwar ê ketî di lepê xem û kovanan de rake, li çavên min binêr e! Dizanim reşexewnan xwe li bedena te î xezalî pêçane. Mîna pelçimên payîzê ên bahozên zalim dikişkişandin, lerzok û tijî tirs î.
Delala min, bêhayîya zarokên xemsar, ji kîna bêdawîbûna hovitîya dîrokî zêdetirîn janê dide te dizanim. Ku te, dema li çarnikarê dinyayê mirovên din di lepê birçîbûnê, bêavîbûnê de diçingîzîn, te avên herî har lixab dikirin. Zinarên asê, li hember sermayên har te zivirand qesrên bi bilindahîya xwe qasî asîman.
Heskifa mina delal, hemî wextî ya herî delal tu bûyî.Tu bûyî adan,hêvî, ronahî. Tê bîra te, demekê zarokên esmerên hêrsok jî tu merd, torîna Mezopotamyayê hilbijartin û kevirên mircanî danîbûn ser serê te. Ew roj bi bîra te tê, tu çiqas dişad bûyi? Hate bîra te?
Delalîya te, berxwedanên te, di rûpelên dîrokê de her tim bi tîpên zêrîn hatin nivîsandin. Ne zilma Moxolan, ne jî dek û dolabên Bîzansî nekarîne te çu wextî bixapînin.
Delala min, gêr te heşê xwe hûndakiribe û evan hemûyan jibîrkiribe, ji axê bipirse, bibêje; rast e, min di her biharê de evan çiya bi kûlîlkan xemiland ? li ser xwe çavên almastî, tiriyên hingivîn û xaliyên bi rengê xemrî min dariştandin? Ev hemû rastin ?
Ji keviran bipirse, ji zinaran bipirse û bibêje ; ji min heskirina destên hevrîşmi rast e? Sal û deman, ê di seqemê de, di kelwazê de can dayî bedena we î kêmhatî dîtin ez bûm? Bipirse; Heskîf bipirse ! Ger hê jî nebawerbî, ji Dijleyê, ji Feratê, ji Xerzana ku di hemû deman de cînartî bi te re kirî bipirse ! Ji Nemrûd, ji Gabar bipirse, hêjî nebawerbî ji Rojê bipirse! Belê bipirse, şerm meke.
Bipirse , ji her zarokekî tê serdana te bipirse! Ji Zozanê, ji Zergayê, ji şîno, ji Stêra, ji Serhad bipirse! Bila zorê bidin rastgoya ya xwe î zarokî û bibêjin. Û heke tu bawerbî ji wan re bibêje; bese êdî, Ji van xewên kor hişyarbin, bihiştên derewçîn ên biderew û xapan xeyalî di mejiyê we de hatiye avakirin biherifînin. Bibêje bihişta we ya esîl ev şikeftên min ê hû n dibînin ku hatine wêrankirin e. Dewlemendiya we ya rast, gencînîya we ya rast ev e. Bêje delala min !
Delala min guhê xwe qenc veke, li min guhdarî bike; tu ciyê hemû cengên başbûniyê, bedewbûniyê serketî û hatî abîdekirin,ciyê cengên nebaşî, neqencî,kirêtî herî dawî binketî yî.
Delala min, tu qet bin neketî, çu demî te zarokên xwe ji talanan re, ji tevkuştinan re nehişt. Lê vêga ditirsî, direcifî.Bedena te ya nazenîn tewixî ye, ne wisa delala min ? Piştî kêlikeke din peraniyên diranpola wê herî har, herî zalim noq bibin û wê bedena te yî nazenîn bişkênin û newqa te yî bi kembera zîvî pêçayî, bikin pare pare. Dê wê bejna te ya dirêj, wê ya fireh û ya sipspî bikujin.
Delala min wê demê, belê wê demê delala min, dê hemû çûk baskên xwe biçirpînin û heta bêdawiyê ji te dûr bikevin.Dê careke din çiyayê te yî ji xecxecokên sor tijî, avên te ên bêhnêrgiz, wê mizgîniya bihara bicoş nedin te. Belê wê mizgîniyê nedin!
Ez te emanetî hêviyê dikim ! Bi xatirê te delala min, Heskîfa min. Bi xatirê te !...

WERGER: Sîmko Hedreş


















Çêroka kundekî

Cankurd: cankurd@hotmail.com


Di dîrokê de pir şahên zorbaz hatin û çûn, di zevînê Xwedê de zordarî kirin, mirov kuştin, şar û gund sotandin, êl û malbat talan kirin û li pey xwe rêç û şopên ji xûnê hêştin..gava mera carekê dûroka pêşserên Tirkan bîne bîra xwe, dê xûn di damarên mirov de sar bibe.. û bê guman gotina Xwedayê me yê mîhreban rast e, dema dibêje: "Gava şah ketin gundekî (şarekî) gelaciyê (Fesadê) tê de dikin û seraserên wê bi bin dixînin..". şahên Farisan jî bi zorbaziya xwe fena yên Tirkan namdar bûn û bi hovîtiyeke bênîşe deselatiya xwe ta dawiya jîna xwe digudandin, hetanî ewan jî dihatin kuştin an dihatin çalkirin..Jîna serdestan her wilo bû..Dûrokê gellek li ser zordariyê nivîsandî, lê mixabin! Pir caran jî tersî rastiyê hatiye nivîsandin û gellek şahên hov û xûnxwar, pir Zehak û mirovkuj mîna qumriyên aşîtiyê hatine pesendkirin û diyarkirin..
Şehekî Farisan hebû, ku jê re digotin Behram, dibêjin, ku ew ne tenê zodar û sîtemkar bû, ew giha bû wê qonaxê, ku kesekî newêribû ji wî re tiştek ji rindiyê û qenciyê bigota, Eger yekî ji wî re li ser çewtiyên wî gotinek bikira, dê ew yekser bavêtana ber lingên şêr û pilingan an jî bi ganî bavêtana nav agirî an jî di ava kelandî de bikelandana..Ji tirsa re her yek ji endamên malbata wî di xwe de cûm bûbû û mîna pisîkeke newêrek li ber dest û pêyên wî serçemandî, ciyê xwe girtibû û bêdeng ma bû.. Roj bi roj rewştên nebaş dihatin pêş şahdariya wî, lê ew li ser tevna xwe ma bû û rêsê xwe yê reş dirêst.
Di koçikek seraya wî ya şahanî de, şadêrê kenok pêrgî şalyarê mezin hat û silav dayê:
- "Roj baş wezîrê mezin!"
- " Roj baş beqê kenok! Tu dîsa li vir çi dikî? Ma hîn kesek dikare bi henekên te re berken bibe? "
- " Ezbenî! Eger henekên min jî nebin, dê ev netewe di hêstiran de bin av bibe..Ma tu nabînî, ku rû û dêmên şêniyê bajêr çiqas qermiçiye? Ma ji min pê ve kî dikare wan piçekî rûgeş bike? "
- " Ka em bi aliyekî ve biçin, ez dixwazim ji te re gotinekê bibêjim.."
- " Fermû şalyarê mezin, min sed û yek guhên fîlan hene, eger yekî ji wan nebihîst, dê yek ji sedên mayîn bibihîse.."
- " Divê ez lêvên te bi benîştê dara behîvê bi hevdu ve bizemirînim..Tiştê, ku ez ji te re bibêjim bo siya xwe jî nebêje..Eger ji devê te derkeve, bîne bîra xwe, ku hileya daniyan ji te re amade ye û agirê kutikên sindîganê bi tehn e.."
- " Te ez wilo tirsandim, ku êdî bo min hîç zarok û pişt pêda nabin û dê roja sotandina termê min, kesek ji malbata min tune be, bi ser agirê min de dilopek hêstir birijîne.."
Şalyarê mezin û şadêrê şah bi hev re diçin aliyekî, ku bêdengî û bêlivîn e û li ser du kevirên mermerî rûdinin û bi hev re dirêj dipeyivin..Dawî şalyar vê dibêje:
- " Ez nizanim ezê çawa şah Behram ji bajêr derxînim û bibim, da bi çavên xwe gund û bajarên, ku kavil bûne bi çavên seriyê xwe bibîne..Dibe, ku bipirse; gelo! Çi bûye, ku van gund hemî vala ne, dîwarên wan herifî ne, kesek tê de najî û zeviyên wan bûne çolên bê berhem."
- " Ne şah berê gotiye: Kî ji min re li ser çewtî û şaşiyên min bipeyive, ezê wî tune bikim.!" şadêrê kenok piçekî ji peyvînê rawestiya, pişt re got:
- "Baş e, dostê min î hêja!, ezê îşev şahê xwe wilo bikenînim, ku ew nema dikare daxazeke min ney bike û li dawiyê ezê ji wî bixwazim, ku li gel te carekê ji seraya xwe derkeve û bi te re biçe seyranekê û êdî tu dizanî tu wî kî ve dibî."
- " Min tenê ev ji te hêvî dikir..Va ye salek e ez diponijim, ka ezê bi çi awayî rastiyan ji wî re bibêjim..Van serleşker û serhêzên deselatdar ji nijadê mirovatiyê verê bûne..Her yekî ji wan aliyek ji şahdêrînê standiye, zordariya xwe li gelê hejar dike, xûk û pacê li gor daxaza dilê xwe bi darê zorê dicivîne û ji ber va hovîtiya bêdawî, êdî gundî û cotkaran mal û zeviyên xwe berdane, koçber bûne û nema çi hodeyê ji karê xwe dibînin..Eger ev rewşta han wilo bimîne, dê serpêhatiyeke mezin bi ser me de bê an jî dê lehiyeke ji xeydê text û taca şahê me serbin bike.."
- " Baş e, şalyarê mezin! Ezê teviya mejiyê xwe yê fêlbaz bi kar bînim û bihêlim, ku şahê me bi şefeqê re pişthesp bibe û berê xwe bide kavilstana te." û li ser wê soz û hêviyê şalyarê mezin û şadêrê kenok ji hev verê bûn..
..............................................
Şalyarê mezin bi morantiya êvarê re hat eywana padişahê xwe Behram..Gava ji deriyê eywanê ve nêzîk bû, dengên henek û kenînê ji hindir ve hatin guhên wî..Derbas bû hindir û carekê li mêvanên padişahî nêriya, dît ku tev dikenin, hinek ji wan jî pir bi hêrs dikin tîqtîq û yek ji wan jî padişah bi xwe bû û di nav wan de şadêrê kenok fena mîntikekî li orta eywanê bê liv û bê şiv rûniştiye..Gava çavên padişahî li şalyarê mezin ketin bizava xwe kir, ku tiştekî ji wî re bibêje, lê ji ber kenînê hîç nikarî bû tek bêjeyek bigota, ew bi aliyekî ve gêr bû û destekî xwe ber bi şadêrê kenok ve dirêj kir..şalyarê mezin seriyê xwe carekê li ber padişahî çemand û çû li ser sewkiya bilind li tenişta wî bêdeng rûnişt, pir bi sur û bi çavin tijî xem û histobarî.. Piştî kurte demekê padişah çavên xwe ji hêstirên kenînê paqij kirin û got:
- "Malava! Tu çima zûtir nehat? Eve mirov e an mîntik e? Bi rastî kesek nikare mîna vî mirovî min bide kenandin.."
Şalyarê mezin got:
- "Ez bi hinek pirsên bazarganan ve gêro bûm û lew re ez piçekî dereng hatim, lê ez bi hêvî me, ku hûn vê derengiyê li min biborînin, şahê min!"
Padişah gote şadêrê kenok:
- "De rabe, here hêlana jinan û van çêrokan ji wan re jî bibêje..û ji bîr meke, ku tu di diravxaneyê re derbas bî û sed zêrê şahanî ji xwe re bistînî, te ez îro pir dilşad kirim.."
şadêrê kenok mîna beqeke avês kire wirq wirq û bi derve de hilgavt û çû..
Padişah gote şalyarê mezin:
- " Ev mîntikê kenok bo min got, ku bihareke çeleng li derveyî bajêr heye û ji min lava kir, ku ez û te herin deştê û bi çavên xwe xemla biharê bibînin..Tu çi dibêjî?!"
Şalyarê mezin têgiha, ku şadêrê kenok kanî bû padişah bida bawerkirin, ku ji bajêr derkeve, lew re di xwe de şa bû, lê şabûna xwe neda der û bersiv da:
- " Bi rastî seyraneke wilo di dilê min de jî hebû, lê min nizanî bû, ez çawa vê bînim zimên..şadêrê kenok dikare hemî tiştan bi asanî bibêje û eve jî kanîneke mirovî ye, ku li ba her yekî nîne..Ezê pir serbilind bim, ku li gel padişahê xwe biçim ger û seyranê di vê biharê de..Gellek beybûn, nêrgiz, gangulî û kulîlkên rengareng li deştê vebûne û dê pir hêja be, ku hûn çavên xwe bi dîdarên wan vehesînin û seriyê xwe bi bihnên wan dagirin.."
- " Baş e! De bila em dakevin nav bax û gulbaxan..ji me re her tiştekî bo gera rojekê pêwîst amade bikin.."
Şalyarê mezin berken bû, ji ciyê xwe rabû û got:
- " Min her tiştekî bo xweşiyariya padişahê xwe amade dikim.." û ber bi paş ve zivirî, seriyê xwe li ber dergahî ji şah re xwar kir, derket û çû..
Padişah jî bi mêvanên xwe re dîsa ket nav henek û yariyan û ta bi çaxa xewê dilşad û bêxem şevbihêrka xwe li gel pêrewên xwe yên têr û tijî borand.
..................................
Bihar e, bihareke ku bi teviya xemla xwe hatiye li wan deşt û çiyan kona xwe vegirtiye, ji Xwedê pê ve kesek nikare ciwanî, lewendî, hêjayî û xweşikiyeke wilo pêda bike, ji rengan, ji babetan, ji bihnan û ji hemî şêweyên afirindan bi hev re ketine hevsazî û hevseriyeke siroştî, ku çi wênekêş nikare wan tevan bikêşe û çi hozanvan nikare van rewştên bala vehûne..Ji rengareng kulîlkan, ji hemî teherên geya û hişîniyan, ji gellek cûrecûre kurmik û buhçikan, û ji pir nijadên firind û lawiran di nav biharê de bi gan û viyan dilivlivin, dihejin, difirin an hildipekin..Mêşên hingiv dikin gumgum, bilbil dixûnin, seg direwin û kew jî li çiya dikin qebqeb, bihar jîn e û jîndar hemî di biharê de bizava herheyînê dikin..
Padişah û pêrewên xwe di ber çemekî bi xumxum re pişthesp bûbûn, hespên xwe yên çeleng û bedew hêdîka di kenarê avê re dajotin..Padişah pir bi ger û seyrana xwe li gel pêrewên xwe xweşnûd û dilşad bû, lê belê şalyarê mezin dil bi xem, serî çemandî, bêdeng li rex wî di pişta hespê xwe de venîştibû..
Di wê navê de ew gihan gundekî wêran bûyî, kavil û bê rûniştvan, kesek tê de tune. Padişah pirsiya:
- " Gelo! Çima ez dengên kur û kiçan nabihîsim, mehmeha berxik û kalîna karikan nayin guhên min? Ev e bû sê gundên, ku ez wan kavil û bêgundî di rê de dibînim..! çi qewimiye, ku evana ji vira bar kirine û ji ber çi koç kirine, çûne?
Şalyarê mezin bi nermî bersiv dayê:
- "Şahê min î payebilind! Emê di rêya vegera xwe de hîn gellek gundên wilo bibînin.."
Padişah bêdeng bû û ji xwe re ponijî û hizrên xwe kirin..
Berî êvarê hatin gihan ber gundekî, ku li nêz kelehekê bû, pir ne dûr ji bajêr ve..Gava ew gihan nav malên herifandî û sincên hilweşayî, du kund li ser koşeke kevirî, ku hîn nehatiye xarê li ba hev niştibûn û dikirin kûk kûk..şalyarê mezin, ku ta hîngê mirûz tehl û bêdeng li gel padişahê xwe bû, ji nişka ve keniya û dengê kenîna wî bilind bû.. Padişah mat ma, li wî nêriya û pirsî:
- " Gelo! Tu ji taştiyê ve ne dilşadî, lê ji nişka ve tu dikenî..Çi heye? Ma tiştekî seyr hat bîra te?"
- " Na, padişahê min!, na. Ez bi peyvîna van herdu kundan keniyam.."
- " Te çi got? Ma tu têdigihînî van kundên şikêr çi dibêjin? Min ev ji te berê nebihîstibû.."
- " Padişahê payebilind! Gava du mirov bi hev re pir bijîn, hêdî hêdî pir tiştên hevdu dizanin û hevdu çêtir dinasin. Êdî hûn li ser min dizanin, ku ez têdigihim zarê kundan jî ..Erê ez têgihîştim van kundên çi ji hev re gotin.."
- "Çi gotin?! Ez gellek hez dikim bizanim van tilûr û firindan çi dibêjin!"
- " Evê aliyê çepê nêr e û ewa aliyê rastê mê ye.. Ewê nêr dixwaze ya mê xwe li mar bike, lê ewa mê minê nake, ji wî dixwaze, ku diyariyeke pir mezin bide wî.."
- "Diyarî?!."
- "Erê. Keçik qelenê xwe dixwaze..Ev pêşxwazî li ba lawir û kotiran jî heye.."
- "Ev tiştekî nû ye..De bêj! Te bihar bi min da ji bîrkirin.."
- " Kundê nêr bîst gundên şikêr û kavil bûne pêşniyaz dike, ewa mê jî gotê: Ma tuyê bîst gundan ji min re ji ku bînî, kundo? Kundê nêr jî lê vegerand, got: Ma ji gundên hilweşiyayî, kavilkirî û dev jê berdayî pirtir li vê herêmê çi heye, kundê?."
Padişah tê giha, ku pirs ne pirsa kundan e û ew serlêdana biharê û seyrana di ber çamê rewan re ji aliyê şalyarê mezin ve hatibû xêzkirin, ku padişah bi çavên xwe bibîne, çi bi welatê wî hatiye, di bihareke wilo xweşik û bedew de, ne pezek û ne pezvanek li wan deştan heye..Padişah yekser bêdeng bû, seriyê xwe daxist û hespê xwe ber bi keleha bajêr ve lezand, suwar û pêrewên wî jî li pey wî lez kirin, tenê şalyar li şûn ma, ew ji hespê xwe peya bû, hevsarê wî ji dest xwe berda û çû ser kaniyekê û av li ser çavên xwe kir, li derdora xwe temaşa kir û berken bû, rûyê wî mîna gupikên dareke behîvê vebû, gulgulî bû, te digot; qey barekî giran ji ser milên wî hate xarê..ewî xwe li ser geya dirêj kir û çavên xwe damirandin.
.....................................
Piştî wê bûyerê Behram şah ji şalyarê xwe lava kir, ku wî bêtir fêr bike, agahdar bike, ji wî re egera koçberbûna gundiyan ji herêmê rave bike..şalyarê wî gotê:
- "Padişahê min! Gava şahek lîwana pêrewên xwe ji dest xwe berde, dê ewan şahnişîna wî ji xwe re bikin gola req û beqan, ewan dibin hovên zorbaz..Van serleşker û serhêzan evqas zordarî kirine, xûk û pac ji gundiyan standine, zora wan birine, ku nema ewan dikarin di bin kona te de bijîn, ewana gundên xwe dihêlin û ji şahdêrîna we bar dikin, direvin..Dê rojek bê, li bajêr jî zorbaziya xanedan û malxuran bigihe wê pileyê, ku neyarên we roj bi roj pirtir bibin û seriyê we bi xwe re biêşînin.."
Padişahê xemgîn pirsiya:
- " Baş e, divê ez çi bikim?! Çare çiye? Rê kijan e?!"
Şalyarê mezin dît, ku ew gihaye qonaxeke dûrokî ya pir hêjayê xebateke mezin e û pêwîst e ew histobariya xwe ya zagonî û mirovî bi cih bîne, got:
- " Şahê min! Bingeha fermandariyê dadiyê, bê dadî jîn reş û tarî ye, zordarî li mirov vedigere û wî bi xwe re bin ve dike.. Divê şah dadmend bin û nehêlin kesek navê wan an deselatiya wan ji xwe re bike destikê kêrê, bi wan armanc û daxazên xwe yên kesanî bi cih bîne..Eger eve nebû, dê deselatî pir li dar nemîne..Divê hûn ji van xanedan û serhêzan gellek mal û dêrînên talankirî bistînin û li xudanên wan ên rêbazî vegerînin, dê dij bi we rabin, lê rêyek an çareyek dî nîne. "
Padişah piçekî zer bû, seriyê xwe xist nav lepên xwe, bêdeng bû.. Li dawiyê seriyê xwe rakir û bi du çavên tijî hêvî li çavên şalyarê mezin nêriya û gotê:
- "Dostê hêja! Deselatiyê mirovatiya min wêran kir..Hêza min netewa min kir neyarê min..Ez dixwazim bihara bê dîsa di nav deşt û newalan re bigerim, lê hêviya min ewe, ku hîngê ez kenê zarokan, mehmeha berxikan û xumpxumpa meşkên dewî bibihîsim..Hemî hêza, ku di destê te de bi kar bîne, ku li welatê Behrem şah dadî û mirovatî pêda bibe..Ez vê yekê mîna histobariyeke mirovî davêjim ser milên te."
Şalyarê mezin dilşad bû, çavên wî rohnîtir bûn, berken bû û gotê:
- "Niha ezê bang li şadêrê kenok bikim, ku yarî û henekên xwe li ser van diz û keleşên xanedan ji netewê re li meydan û tratan bibêje..De bila Xwedê we ji me re hezar salî bike, padişahê min!"































Evdikê Tazî

Cankurd: cankurd@hotmail.com

Li ba me Kurdan navpêxistin ji zû ve bûye çandeke gelêrî, ku ne êl, ne malbat û ne jî kesaniyên namdar ji ber vê yekê qurtal bûne. Gava di malekê de kesekî lingxar hebe, êdî wê malbatê dibe mala Topel an mala Kûto an jî mala Çingil..û her weha..Berê jî carekê ez li ser vê bûbelatê di nivîsekê de rawestiyame, ez di vir de naxwazim pir fireh ducarkî bikim.. Lê werin em binêrin; bo çi navê Evdikê Tazî bi pey Ebdullahê Eyşê xistine, tevî ku ew giremêrekî bi nav û deng e, bi salan û mehan mêr ji ber wî direviyan, xwe di koçk û axuran de vedişartin, ne wêriyan li hember wî hîç carekê gotineke dij bi wî bikin..
Li gor devzara kurdî, Evd ji Ebdullah hatiye û (ik) bo biçûkkirinê an jêhezkirinê tê gotin..Lê bo çi (tazî)?! Di bin vê peyvê de çêrokek heye..
Da ez her û her Ebdullah nenivîsim, ezê di ciyê wî nave erebî yê dirêj de “bi Erebî: Koleyê Xwedê” Evdo binivîsim..
Rojekê ji rojên Xwedê, germa havînê bû, bayekî agirî bi ser gundê Eso Axa de dihat, êdî kesekî nediwêrî ji siyê biçûya ber royê..Eso Axa jî tev li hinde kesên gundî di odeya xwe de di ber tenê kirasekî sipî de, pişta xwe dabû balifin bilind û guhdariya Evdo dikir..Evdo mêrekî qelew, gir, zikdiholî, simbêlqalind û sermezin bû, di nav gundiyên Eso Axa de kesekî wek wî bi sur tune bû. Evdo gelek salan ji Axayê xwe re li wî dida û li wî dida, gef û gurr didan gundiyan, bi zorê tişt û pertal ji wan distandin, carinan jî gava Eso Axa li mehîna xwe suwar dibû û bi gundekî ve bo karekî xwe an bi çolê ve bo nêçîrê an seyranê derdiket, Evdo seriyê mehîna wî dikişand û di nav peyên çekdar de wek pêşmêrekî dihat nîşandan. Lew re ciyê Evdo di nav gundiyan ji yên gişan bêtir nêzîk rûniştgeha Eso Axa bû û heger carinan Evdo şaşiyek en gotineke nebaş bikira Eso Axa ji wî bixeyidiya jî, li xwe bêlî ne dikir û ew dibexşand..Gundiyan jî di dilên xwe de diraz “dua’” dikirin, ku rojekê Axayê gund ji Evdo bixeyide û di navbera wan de agirek bite dadan, da ewan ji zordariya wî qurtal bibin, hema Evdo hişyar, çi bikira digot: “- Ez bo axayê xwe dikim, ez bo gundê xwe dikim, ez bo mirovatiyê dikim!..”Evdo pir caran xwe wek melaîketan, pêxemberan û ewliyan dida diyarkirinê, lê gava delîve jê re çêdibû, Xwedê me ji zordariya ên wek Evdo biparêzî !
Evdo bi tiliyên xwe yên qalind zikê xwe yê mezin û nîvtazî dixurand û çêrokek li ser mêraniya xwe ji gundiyan re dibêjt: “- Min li wî da û li wî da..Min wilo kir û wilo kir..Min rakir û danî, min bir û anî..Ne ji min ba hûn her wilo jar û ji hevketî diman, ne ez bama hûn tazî û birçî diman û ne ji min ba we nedizanî şev û rojê ji ser hevdu derxin, bê min hûn tune bûn.” .û her wilo.. Axayê wan carcar destê xwe davêt rîhanekî, tayek jê dikir û dida ber pozê xwe û bê ku tiştekî bibêje guhdariya Evdo dikir, ka dawiya çêrokên wî li ku ye.. Eso Axa roviyekî pîr î hişmend bû, bi kevirekî du çûk dikuştin û bi nanekê sê birçî têr dikirin…Gişa dizanî, ku Evdo bê piştvaniya Axê ne tiştek e, lê tev li benda wê rojê bûn, ku rastîniya Evdo wek royê derkeve qad û tratan..Xwedê jî kir, ew roj zû hat..
Li derveyî odeyê dengekî bilind hat û xortekî panzdeh salî debas bû hinder:”- Esselamû Eleykum, axayê min!”
“- We eleykumselam, kurê min! Çi qewmiye, tu wilo bi lez û hêrsî?!”
“- Axayê min, şivanên Misto Axa li şivanekî te dane, xûn û xirar bi ser çavan de herikîne, dest û pêyên wî şikandine û ew avêtine binê nihalê, kes nizane ew dijî an dimire..”
Eso Axa pişta xwe rast kir, tayê rîhanê ji dest xwe avêt, sor û mor bû, got:
“- Hîn çi heye? Zû bêje!”
Xort piçekî kekeç bû, dawî got:
“- Misto Axa gef û gurr dane me û dibêje, ku ewê bi suwarî bavêje ser gundê me û Evdoyê Eyşê bi zorê bide ber xwe bibe bavêje binemaxekê an jî du gulleyan bere de seriyê wî…”
Eso Axa pirsiya: “- Kuro, bo çi?! “
“- Ew dibêje, ku Evdoyê Eyşê şivanêd gund hevotine, ku rez û pezêd wî berbad bikin, talanê bibine ser dêrîn û zevînêd wî û rê li peyayêd wî girêbidin, wan bidin bin kotek û lêdanê..”
Eso Axa piçekî germ bû, dîsa pirsî: “Misto Axa çi dixwaze?!”
“- Ew dibêje, heger tu Evdoyê Eyşê nede dest wî, ew kevirekî li ser kevirekî di gundê me de nahêle..”
Eso Axa destê xwe hejand, xort têgihîşt, ku Axa dibêje: “-Here, bese.”
Gundiyan tevan li çavêd hev û din nêriyan û bi dizîka, di bin simbêl û di nav rihan re berken bûn, li Evdo temaşa kirin, lê Evdo , wek adetê, gava yek li çavêd wî binêre, ew li dîrakan an jî li hesîr û kulavên hindir dinêre..lêvên Evdo yên turimî zer û hişîn bûn..çavêd wî biçûktir bûn..
Eso Axa carekê li Evdo nêriya û ji nişka ve gotê:
“- Evdê mino! Rabe ser xwe û here yekê li bin kehrka Mistik Axa bide, berî ew ji gundê xwe derdikeve, bi ser me de tê û em dibin ciyê yarî û henek û tewzên van gundan.” Evdo vir de wê de nêriya, bêdeng bû.. Mejiyê Eso Axa li hev ket û got :
« - De binêre ! Çawa şivanêd Misto Axa li şivanêd min bidin ?! Ma ev li çi erdî bûye?! Ma ez ji çi re nan dikim zikê te, Evdoyê min!” Evdo berê azepê mala Misto Axa bû û dizane Misto Axa çi hovekî bêwicdane, gava Evdo bikeve destê wê rewşa wî nebaş be..
Evdo dît, ku çare tune, rovîtiya gundiyên belengaz di seriyê wî de hişyar bû, got:
„ Ne cil û bergên min çiriyane, Axa! Ezê çawa bi van cil û bergên riziyayî di nav van gundan re herim gundê Misto Axa? »
« De zû lezkin û Evdoyê min cilkin..Ma hema ez dihêlim, tu wilo bi van cilên kevnare biçî ?! »
Gundiyek ji cî rabû, bi lez ber bi dolabeke cilan çû, bi zûkî şewlerekî nû, piştek, kurtikek û çakêtekî hêja derxistin û anîn dan Evdo..Evdo di taldê wî de cilên xwe guhartin, ku çavên Axê lê nekevin û rabû ser xwe, wek xirarekî veniştî li wê ortê rawestiya. Eso Axa keniya û got :
« - Bi Xwedê, tu xweşpeyayî..Binêre tu bi van cilan çito camêrî.. »
Evdo xaziya xwe daqurtand, êdî nizanî çi bêje.. Gundiyan di ber xwe de kirin gizgiz û lîqtîq.. Eso Axa pirsî: « - De here ! » Evdo piçekî bêdeng ma, pişt re got : « - Ma ne pêlavên min jî çiriyane ! » Eso Axa gote gundiyan : « -Ka pêlavan jî bidin Evdikê min ! » Gundiyekî hema xwe ji cî hilda û ber bi derî ve çû, dest avêt cotek pêlavên nû û anî danî ber lingên Evdo û got : « - Ma ne pêyên te jî wek ên min in ? Ha ji te re cotek pêlavên nû..Min du mehan bo wan kar kir, lê bila yê te bin.. » Eso Axa keniya û got : « - Herbijî, peyayê hêja..Te baş kir, ma meyê niha pêlavin nû ji kî derê pêda bikirana ?! Evdikê mino ! De here.. » Evdikê bêçare mayî nedizanî çi bike û çi bibêje..Wek sêwiyekî tirsok bi dilsotin li çavêd gundiyan nêriya û dîsa seriyê xwe berda erdê, li kulav û hesîrên odeyê nêriya..nema tiştek ji çêrokên wî yên mêrxasiyê tê bîra wî..Wek mirovekî şêt û dîn carekê ji qirkê ve hejiya, pişt re li xwe hişyar bû, ku Eso Axa li benda çûyîna wî ye..Bi dizîka got : « - Bi Xwedê, Axa, tivinga min kar nake. » Axa kire qîrîn : « - Min çi car tu bê tiving hêştiye ?! Te çima bi zûkî ne got ?! Ka bilezin, bo Evdikê min gelek tivingan bînin, bila bi xwe rahêje ewa bi dilê wî.. »
Du gundî wek şêran ji cî hilgaftin, çûn sandiqek xuşandin anîn li ber kabên Evdo vekirin û hembêzek tivingên cûrecûre jê derxistin û avêtin ber wî..Evdik li tivingan nêriya, tev li ber wî bûn marin reş û devqîç, newêrî bû rahêje yekê ji wan..Hemî gundiyan li çavêd hev û din nêriyan û mat man.. Kanî mêrxasiya Evdo ?! Kanîn wan fort û direwên bêdawî ?! Eso Axa keniya û got : « -Evdiko ! Te got cil û berg, me cil û berg dan te, te got pêlav, me pêlav dan te, te got tiving vaye hembêzek ji tivingan li ber te..Ma tu dixwazî bimînî ta Mistik Axa bi ser me de ditê û zora me dibe ?! »
Evdik li rewşa xwe ponijî, hizrêd xwe kirin û kesereka kûr kişand, gundî jî bêdeng man bi hêviya, ku Evdik biryara xwe bistîne, li wî temaşa kirin..Pîremêrekî wek min jî di ber xwe hêstir bi dizîka barandin û dilê wî bo Evdoyê Eyşê hat bizdan û di ber xwe de straneke girînî stra..
Di wê navê de hemî nihal û çiyayên wan derdoran di ber çavên Evdo re beziyan, bi hezaran suwarên çekdar, kuştî, birîndar, Axa û begler, leşker û top û cebilxane, bombe û firok û dûmanên reş û rengîn, giş tev li hev bûn û bi nav zikên hev û din ketin..
Evdik qîriya: « - Ez newêêêêêrim..Cilê çi û pêlavê çi ? Axa, ez newêrim..newêrim»
Ji nişka ve hemî kehr bûn, pî û milên wan tevan sist bûn, di odeyê de liv nema, çavên hemiyan bel û beq bûn..Eso Axa xûdana ser dêmê xwe bi desmaleke zer malişt, bi quncikê çavekî li bejmêra Evdik nêriya û bi nermî got :
« - Jê bikin, wan cil û bergên mêran ji vî berdoşî bikin, tazî bikin û têxînin ser rêya nihalê, bila wilo tazî biçe û çavên min bila wî carekê din di nav koma mêran de nebînin..Tivingan jî li xort û mêran belav bikin, bila ewên xudan rûmet hilgirin.. »
Êdî ji wê rojê ve Evdoyê Eyşê bû Evdikê Tazî, ji gund hat derkirin, careke dî ew pêrgî kesekî nehat… çû di nihalê de berşê bû.














Kefendiz

Cankurd / 2001

cankurd@hotmail.com

Tu li ser çi dipeyivî bipeyive, di nav Kurdan de çêrok hene, çêrokên gelêrî, ku li ser wan peyivandinan cihê xwe digirin û mirov dikare wan wek paşdîwarên bûyeran bibêje..Hinek niviskarên me yên hêja li wan çêrokan digerin û dicivînin, ku ji windabûnê biparizin û ji pişt û paşserên xwe re wek berhemeke gelê xwe yê bêzar bihêlin...Mirovên weha çêrokbêj jî hîn di saya Xwedê de mane û bi kurmanciyeke bedew wan çêrokan ji me re dibêjin.
Gava min ji çêrokbêjê xwe re got, ku filan kurê bêvanî wek bavê xwe bûye serokê komarê û li hinek derên din jî kurên serokan an birayên wan dibin serok, ew keniya û ji min pirsiya:- Ma tu çêroka Kefendiz dizanî?!
...û çêrok wilo bû...
Rojekê xortekî hêja, ku bi carekê ziyana wî bi kesekî ne bûye, ji xwe re li nav gundê xwe yê biçûk serîvala û zikbirçî digeriya, dît ku vaye obek mêr diçe mala hevserê wî yê, ku bavê wî berî wê yekê bi hefteyekê miribû, ew jî bi pey wan mêran ket û hezkir bizane, ka ewan çi dibêjin, çi dikin, çi dixun û çi vedixun…Berê jî li gundên me Kurmancan ne pêwîst bû, ku tu bihata dawetkirin, da tu biçûya mala kesekî, hema te xwe hildida û tu bi ser mala tu dixwazî de diçû, te li deriyê, ku her vekirî bû, dida, selamû eleykum û tu diket di nav malê de..Ne wek niha bû, niha mirov deriyên malê xwe li ser mêvanan digirin û hene jî derî ji paş ve bi zincîr û kutikan kilît kirine, wek çawa di bendexaneya Mezzê de rûniştine, da kesek neyê li ber xewana wan pariyek nên nexe.
Wek adetê jî kesekî ne pirsî, ka ew xort çima bi wan re hatiye, çi dixwaze û çi divêt..Tersî wê yekê, ew ji xudanên malê re wek alîkarekî baş hat dîtin, yekser bi wan re berdestiya mêvanan kir û bi mêvanan re jî firavîna xwe xwar, ku jê re Heftek dibêjin gava piştî mirina yekî bi heft rojan xwarinek bo serîxweşkiran bite dayîn. Paş xwarina Heftekê, meleyê gund destê xwe da ber kehrka gunhê xwe û çend ayet ji Qurana pîroz bi dengekî xweşik xwendin, agir berda kezeb û dilên mirovan, ji tirsa sohtînê di agirê dûjehê de hinavên hatin pizdan..Dawî destên xwe bi ezmanan de rakirin û vekirin, dest bi dirazan (Duayan) kir, Fatîhe jî bo ruhê miriyê malê xwend û bi wî re teviya mêvanan Eşhedullah kirin û bi kefên destên xwe dêmên xwe maliştin, ku wan dirazên xêrê û dilovanî xwastinê, bo wan jî bi cih bên. Xortê hêja jî wek wan kir, bê ku baş têbigihe, ka mele çi got û çi ji Xwedayê gewreban xwast. Lê ew serohateke baş e di nav Kurmanca de, ku bi ser hev û din de rojên mirinê dicin û tên û neyratiyên nav xwe di wan rojan de ji bîr dikin, ji hev re gellek neqenciyan dibexşînin..
Mêrekî, ku bi kumekî sipî û tentenî bû, gote mele: - Heyran! Ma tu dirazekî bo ruhê diya min jî naxwênî, ne ew jî berî niha bi du hefteyan çû ser dilovaniya Xwedê?
Mele destên xwe dîsa vekirin û got:
- Fatîhe bo ruhê diya birayê me yê kumsipî.
Gişan bi hev re gotin:
El-Fatîhe
û bi dizîka di ber xwe de kirin pispis, Fatîhe xwendin û eşhedullah kirin û destên xwe di ser rûyên xwe re gerandin. Dilê mêrikê kumsipî xweş bû, çavên wî çirisîn, wek çawa hêviyeke mezin ket hinavên wî…
Hêdî-hêdî daxwaz pir bûn û her yekî ji mêvanan ji mele xwast, ku bo merivekî wî yê mirî, Fatîhe bite xwendin..Ji xwe gava mirov Fatîhê bo miriyekî dixwêne, li dawiyê dibêje:
- û bo ruhên miriyên giş cemaetê..
Lê carekê mêrikê kumsipî daxwaza xwe ji mele kir û wek dixuye dexsînî (hesûdî) ket dilan û ewên din yek û yek xwastin, ku ji wê qenciyê û bi bîr ve anîna miriyan, bêpar nemîne.. Êdî mele bê ku bipirsin jî amade bû dilên wan şa bike û ew kar jî histobariya wî ya olî û civakî bû..Mele kêmanî ne kir, û zincîra bi bîranînê gerand û dirêj kir, navên miriyên gund, ku di wê sale de miribûn, tev anîn bîran û Fatîhe ji wan re xwend..Tenê li ser bavê xortê hêja Fatîhe ne hat xwendin…Xortê hêja ji xwe re got:
- Dibe mele ji bîr kir..!
Wilo ber dilê xwe av reşand, lê bi rastî çawa gişan ji bîr kir?! Ma hîç bavê wî ne hat bîra kesekî ji gundê wî?! Ewî jî dixwast, ku ji mele bipirse, lê di wê navê de kesek bi wê ortê ket, silav da û gote mele:
- Seydayê hêja! Rabe here hinek ji dûr ve hatine camiyê, ku te bibînin..
Xortê hêja li pey mêvanên, ku yek û yek belav bûn û çûn, ji wê male derket û bi dilekî xemgîn û tijî keser seriyê xwe kir ber xwe û çav tijî hêstir ber bi zinca xwe ve zîvirî…
Wê şevê xew ne hat çavên wî, gellek pirs di seriyê wî re beziyan û li hev geriyan, bûn topaçek wek deziyê giloka pîra tevnekar, ku nema çavên wê dibînin. Di xewê de bavê xwe dît, ku bi tenê xwe li çolekê digere, dûrî civatek mêran, ku giş bi hev re dikenin û dipeyivin, ew ber bavê xwe diçe, bavê wî bi destê xwe ney dike û wî qorî dike, naxwaze kurê wî ber bi wî ve biçe..
Xort bi berbanga sibê re ji nav cî û nivîna xwe rabû, diya wî li wî temaşa kir û têgihîşt, ku kurê wê xewneke ne xweş dîtiye… Di ber taştiyê re ji wî pirs kir, ka çima wilo xemgîne! Kurik gotê, ku wî bavê xwe di xewnê de dîtiye û ji wê re bûyera Hefteka li mala hevserê wan anî zimên. Diya wî keserek kişand û gotê:
- Kurê min î delal! Bavê te ji bîr ne kirin, lê ne xwastin bo ruhê wî Fatîhê bixwênin!
- Bo çi? Ma bavê min mirovekî nebaş bû?! Ma çi ziyana wî bi xelkê bûbû?
- Ezê bo te bibêjim, lê divê tu pir nexeyidî..Heger tu îro ji min nebihîsî, tuyê rojekê ji devê xelkê bibihîsî û hîngê tuyê bitengijî û ji min pir nevîn (kurh) bikî.. Kurê min î hêja! Bavê te yê rehmetî Kefendiz bû.
Xort yekser veciniqî, wek çawa tu satilek ava germ ji nişka ve bi ser kepira wî de boş bikî..Ew germ bû, tevizî, dilê wî bi lez lê da, zimanê wî li hev geriya, bihn û soliqa wî teng bûn, kir kufkuf û pufpuf, lê çi hode?!
- Bavê min dizê kefenan bû?
Diya wî destê xwe di ser porê wî yê reşik re gerand, seriyê wî kir hembêza xwe û gotê:
- Kurê min! Tu dibînî em belengaz û bêzarin..Me ne dêrîn (mulk) û ne zevîn e..Pişta bavê te di karê mala axê de tewiya, lê dîsa jî bi zor me dikarî nanê xwe di şîrê germ de şil bikira û ji şîr pirtir jî li nav malan tune bû.. Bavê te ji hejarî û bêçariyê bû diz, malê xelkê, ku ewan jî hejar bûn, didizî, dibir li bazarê difirot, ku em debara xwe pê bikin. Dawiyê jî hişê wî tev li hev bû, êdî nedizanî çi bike, çima wilo dike...Xwedê dizane wî carekê an du caran bi şev gor û çalên miriyan li goristanê ji nû ve vedan û kefenên miriyan dizîn û gava gundî li wî hişyar bûn nav li wî kirin: Kefendiz.. Bo çi kefen diziyan ta niha kesek nizane, lê ew bû kefendiz...
Kurik bihnekê bêdeng bû û pişt re pirsiya:
- Bavê min çi mirov bû?!
- Bavê te mirovekî hêja bû, lê tevî wê jî ma belengaz û hejar..hejar û belengaz jî mir û bi ser de jî navê Kefendiz li şûn xwe hêşt.
- Bo vê kesek Fatîhe ji bavê min re naxwêne?
- Erê, tenê bo vê yekê ne xwendin û naxwênin..Kurê min! Divê tu karekî baş bikî, ku xelk wê yekê ji bîr bike û ji bavê te re jî Fatîhe li cemaetan bite xwendin û rehme jê re bite xwastin...
- Ez dikim, ezê karekî pir baş bikim, ku xelk kefendiziya bavê min ji bîr bike û ji wî re Fatîhê di rojên Heftekan de bixwênin..
Dayik û kurê xwe ji hevdu verê bûn, lê dil û seriyê kurik tijî hizr û xem bûn. Ew gellek rojan bi tenê xwe di siya dareke merxê de li çiyayê, ku li hembera gund bû, rûdinişt, dihizirî û bi xwe re dipeyivî..Ka wê çi bike, da xelk Fatîhê bo ruhê bavê wî jî bixwênin!?
........................................
Ber destê sibê bû, morantiya aso hîn hebû, gundiyekî navsalî di nav gund re bi hêlehêl û qîreqîr lez dikir û ber bi camiyê ve diçû û digot:
- Xwedê rehma xwe li Kefendiz bike. Gundîno! Hawar! Zû werin, bibezin..lez bikin! Ez niha ji nav goristanê têm, hûn bawer nakin..Ne tenê kefenê miriyê me hatiye dizîn, termê wî jî tune ye..Ev çî ye, ev çi bela hatiye seriyê me?! Kefendiz mir, lê niha dizek pêda bûye, term û leşên miriyan didize..
Mele jî derketibû, ku banga sibê bixwêne, gava qîreqîra wî mêrikî bihîsiye, di nerdewana minareya camiyê re hildikişî û di ber xwe de digot:
- Raste! Rehme li kefendiz be..Divê em Fatîhê ji wî re bixwênin..Ev çi bobelat bi ser me de hat, niha termên me jî tên dizîn..Ez dibînim nanê min li vî zevînî nema, ezê ji vir bar bikim herim warekî din, qe nebê ez mirim, term min naye dizîn.

















Kerfiroş

Cankurd / 2002

Di va dema navguhartin û rengguhartinê de çêroka erebî ya bi navê “Sola Ebûl-Qasim El-Tenborî” tê bîra min, lê ezê ji we re vê carê çêroka wan mirovên kurd bibêjim, ku kerê wan li seriyê wan bûbû bela û nema dizanîn çi bikin, da xwe ji kerê xwe verê bikin..
Rojekê evdalekî Xwedê kuriyekî biçûk bi destmaçîkirinê ji axayê xwe, Misto axa, stand û ji ber ku ew hejar û belengaz bû, ji ber tengiyên jînê û ji ber destdirêjiya bav û bira û bi taybetî ya dayika wî, ku wek evdal bi xwe li ser wê gelek caran gotiye; ew ne jin bû, ew mar bû, dev ji gundê xwe berda û koç kir gundekî ji gundên Misto axa..Li wir tenê rêyek bo jînê li ber wî ma, ew jî kar û xebata di nav zevî û dêrînên xelkê de. Bo vê yekê pêdakirina kuriyê biçûk ji wî re piştvaniyeke mezin bû di tehlejînê de û di wan rojên reş û tarî de, ku bira nanê xwe ji birayê xwe vedişart û du derax mirovatiyê hebûn, yek bo maldaran û ya din jî bo hejaran, maldaran bi darê zorê hejar hîn hejartir dikirin û teviya fermandariya zorbaz jî li gel wan bû..
Evdalê Xwedê bi miqayîtbûn, bi teviya kanîn û hêza xwe û bi alîkariya bindeyên axayê xwe kuriyê xwe tîmar kir û roj bi roj xurt kir, kir kerekî Tatan. Kerên Tatan wek xudanên xwe bi kar û hilgirtina barên giran namdar bûn.
Demek derbas bû, kuriyê me bû kerekî gir, pir bi hêz û navdar bû..Evdalê Xwedê bi piştvaniya kerê xwe yî, ku navê (Kerşêr) lê kiribû, jîna xwe çêtir kir, navê xwe belav kir, û gava di nav Kurdan de piçekî mal û hêz û pereyên te hebin, êdî tu zanayî, tu hişdarî, tu merivê hêjayî, tu axayî, tu….
Gava yekî bixwasta keviran bo malavakirinê bîne, deng li evdalê Xwedê dikir, wî jî kerê xwe dibir û kevirêd wî bardikirin, wilo jî gava rakirina şixreyan an şilîfên tirî an jî çûyîna ber aşan ba, evdalê Xwedê û kerê xwe her di berdestiya xelkê de bûn. Ji bo wê yekê jî evdalê Xwedê û kerê wî di nav her warekî de bi rêç û şop bûn, çalak û jêhatî bûn.. Evdalê Xwedê jî êdî kerê xwe dipesinî û xwe jî li ser pişta xwe hîn bêtir dipesinî, her digot: “Ez û kerşêr, kesek ji me bi hêztir li cîhanê nîne, kesek nikane zora me bibe..”
Bi rastî jî ew ker bi hêz bû, bi kêrî her barekî û her hilgirtinekê dihat, di demeke kin de wek şêrekî hat nasîn. Lê belê tenê du asteng li hember evdalê Xwedê hebûn, ew bi xwe nezan bû, zimantûj û serhişk bû, û kerê wî jî pehîn davêtin, xelk gesdikir, bar ji ser pişta xwe davêtin, hildida çîza û pir caran jî li çarexa (dora) xwe ziyanin mezin pêda dikirin, tişt û pertalên xelkê dişikandin û bi seriyê xwe li vî alî û li wî alî dida, bi çeng û bêvilên xwe li bin zikê zarok û jinan dixist, ewan birîn dikirin. Evdalê Xwedê ji ber çîzavêtinên Kerşêr bi xelkê re ketibû pevçûnan û pir caran hêriş dihatin wî..
Rojekê Kerşêr dev avêt zarokê Misto axa, cilên wî bi diranêd xwe yên tûj çirandin, pehînek li devê wî da û du diran di devê wî de şikandin, zarok di heriya golê binê gund de gevizand..Misto axa pir xeyidî û ji hiş çû.
Evdalê Xwedê dizanî, ku kerê wî, an jî ezeziya wî çi bela jê re anî, lê dereng bû..dît ku rewş wêran e..lingino qurban! Ew reviya, xwe avêt bextê hinek axayên din, lê axayêd wan çiyan tev ji wî û ên wekî nevîn dikirin, kesekî ew ji Misto axa ne parist.
Misto axa merivêd xwe hinartin, li wî geriyan, ew li paş heft çiyan girtin, bi gurmistan bi ser wî ketin, dest û pêyêd wî girêdan û ew bi xwe re birin, avêtin binemaxekê.
Evdalê Xwedê sed sûnd bi çar qulbeyan xwar, ku ew ne sûcdar e, û Kerşêr ew “Bêmirovatî!” bi serê xwe kiriye, wî ker honekiriye çîzavêtin û devavêtinê, lê Misto axa ji wî bawer ne kir û li wî zor kir, ku tiştekî bîne serê kerê har.. Evdalê Xwedê pir li ber wî geriya, ku wî ji zindanê berde, êdî ewê peyatî û azepiyê ji malbata Misto axa re bike û ewê bibe yek ji parêzdarên tifka mala Misto axa, hema çi hode! Misto axa mirovekî pir bê wijdan e, gelek zorbaz e…
Evdalê Xwedê nûçe gihandin birayê xwe, ku rewş ev e, û pêwîste tiştekî bîne serê Kerşêr, da dilê Misto axa piçekî nerm bibe, û dibe ku wî azad bike.
Birayê wî, ku hîn ji wî nezantir bû, bawer kir, ku eger ew tiştekî bîne serê Kerşêr, dê birayê xwe ji wê tengiyê qurtal bike. Yekser civatek çêkir, hinde dost û hogirêd xwe civandin û bi wan re li ser vê yekê peyivî, pir peyivî..
Hefteyekê, du hefteyan azar û gef û gurr dan Misto axa û gotin:”Emê mala te bisojin, emê xan û eywana te wêran bikin, emê zarokên te bikujin û emê wilo bikin û bikin..”
Lê çi bersiv baş ji aliyê Misto axa ve ne hat û ji wan gef û gurran ne tirsiya..Rabû ji neçarî kerê birayê xwe li pey xwe kişand, bir bazarê, ku bifiroşe û Misto axa agahdar bike; va ker çû, hat firotin…Lê mixabin! Kesekî ew ker ne kirrî ji ber ku nav û dengê wî belav bûbû, ku bi rê ve çîzan dide xwe, bi xelkê digire, bared, ku lê barkirine, ji ser pişta xwe davêje û weku har û şêt dixuye..Pir poşman ji bazarê vegeriya û kerê birayê xwe jî bi xwe re anî mal..
Dîsa deng li hogiran kir, ka çare çiye?!.. Pir xwehişî kir, lê hîç rêyek ne dît..Rabû merivekî xwe hinart ba Misto axa û gotê rewş ev e, fermana te, axayê min, çiye, em pê xweşnûd in..
Misto axa bersiv da:
“ – Divê ev ker ji vê teherê bite derxistin, navê wî jî bite guhartin û divê ji mîyan aştîxwaztir û hêmintir be, eger careke din dev bavêje kesekî, divê hûn yekser bikujin..”
Hişdarên, ku hîn dilsozên evdalê Xwedê bûn, li hev rûniştin û piştî gengaşî û dan û stnadineke dirêj, gihan wê biryarê, ku Kerşêr têxînin axurekê, wilo lêbidin, birçî bikin, bigevizînin û binzor bikin, ta ew jar dibe, pirça wî diweşe û pişt lê dişike..û bi rastî kerê, ku wek qantirekê gir û bi hêz bû, di demeke kin de wilo jar kirin, ku êdî xelkê bawer ne dikir, ew Kerşêr ê evdalê Xwedê ye..Li wî dan, birçî kirin, merixandin, gevizandin, zor lê kirin û nehêlan raze, ta ew bû tiştekî din..Li dawiyê ji axurê derxistin, wek çawa ji nû ve hatiye tîmarkirin..Pirça wî jî cîlaw kirin û rengekî çîl û zer danê, ku hema-hema wek miyek dixuya û bi ser ve jî navê kerê xwe guhartin û ji wê rojê ve nav lê kirin: Mîker.. Birayê evdalê Xwedê nûçeya tezekirin û nûkirinê gihand Misto axa û jê tika kir, ku birayê wî berde, lê Misto axayê dilkevir bersivek hêja neda û got, ku ker ew ker e, navê wî jî ne giring e, reng û pirça wî jî bo min wek hev e, heger ez birayê te berdim û li ser pişta kerê xwe suwar bibe, dê bo min binketinek mezin be, û dê bi derketina xwe ji nav lepên min wek qehremanekî bite nîşandan, ez jî ne amade me vê yekê bipejirînim..
Ew mijar pir mezin bû, çû ber dadgehê jî, û axayên din ên li çarexa gundên Misto axa jî xwe bi vê yekê gêro kirin.
Li dawiyê hişdarên gund nikarîn bi civata maldar û axayan bidin pejirandin, ku ev Mîker ne Kerşêrê berê ye û ev rewş rewşeke nû ye, teherekî tazekirin û nûkirinê pêda bûye.. Misto axa jî evdalê Xwedê berneda ta Mîker nexweş ket, hestiyêd wî zer bûn, pirça wî tev weşiya, hêza wî nema, rohniya cavêd wî vemirî û ew bi hejarî û belengazî li paş malan ket û can da…


Mêrkê Hopel


Cankurd: cankurd@hotmail.com
/ Çileyê pêşîn 2000

Li ba gelên europî wênekarî pêş ketiye û hinde kes bi wênekêşê pir namdar bûne..Li ba me Kurdên çiyayî û mebesta min Kurdên herêma Kurdaxa li rojavayê welêt gellek kes bi hunera pêdakirina navan namdar bûne.. Gava porê mirovekî hinekî kêm be, wî bi Kêlo nav dikin, gava piçekî wek min kin be, bang lê dikin: Kino! Û zarok jî bi pey wî dikevin û jê re dibêjin: "Kino! Navê xwe li mino!.". Û gava yek piçekî bikule, jê re dibêjin: Kulek an jî Kûto!.. û her weha..Eger ez van nimûneyan bînim zimên, dê çêroka Mêrkê Hopel tew ji bîrana me derê..
Navê wî Simo bû, Simo jî kurtiya Ismaîl e, Îsmaîl kurê pêxember Îbrahîm bû, ku Kurd dibêjinê: Îbo. lê tew navê Simo yê rastîn nedihat bîra kesekî ji daniştvanên gundê wî, ku navî wî jî ne mîna yên gundan bû loranî jê re digotin: Şeş Tira..Çima şeş tir, kê wan tir kirine, çêroka wê çiye, bi Xwedê ez nizanim..û bi erebkirina navên kurdî û navên gundên Kurmancan, ew çandeya me jî tev li hev kirine û dixwazin ji ortê rakin..
Simo mirovekî wilo livgiran, xwe tev li civat û kar û barên kesekî ne dikir, sî salî bû û hîç bi kesekî re ne ketibû giregir û kewkewê, bi berbangê re diçû kar û kispê xwe û bi êvarê re vedigeriya mala xwe..wek dibêjin: Ne li xêra xelkê, ne li şerê xelkê..Hema mirovên wilo jî hişmend, dilpak û bi kefteleft û karê xwe ve mijûl û gêro ne , di nav civata me Kurmancan de ciyê rexne û dexsînî û nevînê ne.. Gava zimzan "zivistan" bihata, ew li quncikê pixêrekê ta dema xewê bi tenê xwe, an jî li gel dayîka xwe ya pîr rûdinişt, lê gava havîn bihata, ew li ser sewkiya "panela" pêş mala xwe, di nav rîhanan de rûdinişt, pişta xwe dida du balifên giran û bilind û ji xwe re dihizirî..Ew pir kêm diçû nav gund an bi kesekî re şevbuhêrk derbas dikirin, lê dîsa xelk ji wî nedigeriyan, tinazî û yariyên xwe bi wî dikirin.. Kesekî gund jî her û her ji dûr û nêz ve li wî temaşa dikir û dixwast navekî ji wî re pêda bike, ku hîç ji bîr nebe..û ji ber ku Simo gir bû, seriyê wî dirêjokî bû, pozê wî mîna nikilan bû û salê carekê an du caran li nav gundiyan dixuya, ew kesê bi navlêkirinê jîr û kêrhatî bû fena Pecaso an jî Leonardo Da Venchi bi wênekêşiyê, li civatekê, ku Simo jî hatibû li aliyekî bêdeng rûniştibû, carekê kûr û hûr li Simo temaşa kir û got:
"- Bi Xwedê Simoyê me mîna Hopelekî di ciyê xwe de guh li xwe dine.."
Te digot, qey yekî dest bi kilamê kir, di cî de hemî bûn guh û berê xwe dan navlêkirê xwe..Gellek bi hev re keniyan û bû tîqtîqa zarok û jinan..Hopel..?! Çendekan bi hev re gotin:
"- Welleh te li ortê xist..! Hopel bi xwe ye.."
Yekî got:
"- Lo min her digot: Ev mîna kewekî dixuye, lê ya te rastir e bira, ev mîna Hopel e, piçekî girtir e ji kewî.."
Pîremêrekî rîsp tûre bû, rabû ser xwe û got hemiyan:
"- Ma hûn ji Xwedê natirsin?! Ma ne di Quraanê de hatiye, ku nabe mirov navên naxweş bi pey hev û din xînin?..Hûn fedî û şerm nakin? Hûn çi ji mêrkê hejar û reben dixwazin?!"
Kesekî henekvan û zimandirêj got:
"- Erê wilo ye mamo! Lê me çi gotiye? Ma nav ji navê Hopel xweştir heye?! Qeyne me nav lê kiriye: Kero, Guro, Maro, Qantiro..! an jî me gotiye: Kûro! Zimanlalo, Pirço!.."
Yekî bersiv da wî, got:
"- Bese devê xwe bigir Devqulo!"
Pîremêr dît, ku evana guh nadin gotina wî, derî li pey xwe lê da û çû ser oxira xwe..
Wê şevê Simo, mîna yek di civildana tirî wer be û civildar yekûyek pê lêkin û di nav çop û şerbeta tirî de bite gevizandin..Her yekî ji aliyekî ve deng lê kir û hinekan rewşa firindan anîn zimên û hinekan piyên xwe mîn hopelan bi xwe ve zemirandin û xwe di nav komê re livandin û Simo jî tew dengê xwe nekir, hêdî-hêdî ji ciyê xwe rabû û ber bi mala xwe ve çû û di ber xwe de got:
"- Hûn rast fedî nakin.."
Êdî navê
Simo bû mêrkê Hopel, Hopel vir de! Hopel wê de!.. Roj çûn û hatin, diya wî jî, ta roja koçkirinê ser dilovaniya Xwedê, j i kurê xwe re digot: "- Hopelê min!.."
Lê ev navê, ku bi rastî bi zanatî û jêhatî lê kirine, bû egera, ku çi keçik bi wî razî nebe, her car dema diçû destê yekê dixwast, ji keçikê re digotin:
"- Kurê! Tu yê çawa Hopel bikî, ma tu nabînî, ew rast mîna hopelan e.. tenê du basik jê kêmin, berê nikilê wî heye.."
Ji ber wê nerindiyê çend salan Hopel bê jin ma û dilê wî li jinebiyan nebû, wî dixwast keçeke mar nekirî ji xwe re bîne, ne jinebiyekê..
Hopel ji dostekî xwe yê pir nêz pirs kir:
"- Gelo! Ji min re bibêj, ez çi bikim?"
Dostê wî yê dost gotê:
"- Çêtir e ji te re, ku tu bar bikî, ji vir herî gundekî dûr, ku kesek te li wir nanase, ji xwe kesekî te li vî gundî nemaye û zevînên te jî ne yên xanedana ne..Bifiroş û ji vir here.."
Bi rastî jî hikariya dostê wî lê bû û lew re Hopel di demeke kin de ga û çêla xwe, ker û bizinên xwe, xanî û zevînê xwe firotin, pereyên xwe berdan berîka xwe, seriyê xwe rakir û di tariya şevê de çû, ne kesekî dît û ne kesekî bihîst ew kî ve çû..yekî got:
"- Li gorî zanîna min, Hopel ber bi bakurê Kurdistanê ve çû, li wir hinek merivên diya wî hene.."
Yekî dî got:
"- Ewê biçe Helebê, çend mehan wan pereyan li qehbik û orispiyan bide, gava berîk vala bûn, wê dîsa vegere gund..Ma ne hopel jî salê carekê li van deran diyar dibin û pişt re winda dibin.."
Lê Hopel ne ew kesa bû, ku biçe pereyên xwe li pîsîtiyê bide an jî karibe li Helebê bijî, ciyê gemar û hejariyê, bajarê qerêj û bêkariyê, ku bihna coyên pîsiyê pozên mirovan disojin, ji qonaxên bilind ve bi şev tûrên gemarê davêjin xarê û ji dest cendirmeyan hejar û belengazan nikarin karekî xwe bê dayîna bertîlan bikin..Koçkirina ji welêt, bo Bakur an Beyrûtê an jî Europa hîç ne di deftera wî de bû..Ewî bihîstibû, ku Kurd li Kobaniyê hinekî ji Kurdên Kurdaxa bêhtir payebilindiyê ji hev re dikin û di nav wan de hîn siniçên êlên Kurdan mane û bi ser van tiştan ve jî, kesek li wir nizane ew kî ye û ji kî derê ye.. Biryara xwe da û bi cih anî, ew çû Kobaniyê.. Li herêma Kobaniyê bi Kurdî dihat peyivîn, dilê wî şad û tijî xweşî bû, ku li wir bi zimanê xwe dikare li gel hemiyan bipeyive, hîç pêdiviya wî bi Erebî tune.
Dest pê kir, ji xwe re li bazarên bajêr hûr û pertal kirrîn û firotin û hêdî-hêdî şêniyê bajêr nas kir û wan jî ew naskirin..Lê navê xwe yê rastîn û yê lexem jî ji kesekî re negot.. Ji ber ku li hotêlan nasnameyê ji mêvanan dixwazin, ew tew nediçû wan deran û ji xwe digot:
"- Ta zivistan bê, ezê malekê kirê bikim, û rojekê bê, ezê keçeke şîrhelal ji xwe re bînim."
Hinde caran jî direweke xwe ya biçûk dikir, digote Kobaniyan:
?- Ez ji bakurê Kurdistanê reviyame û mişext bûme..lê ezê piştî demekê vegerim welatê xwe.."
Kobaniyan jî, Xwedê ji wan xweşnûd be, bi rastî gava kesekî bakurê welêt dibînin, pir berdestî wî û alîkariya wî dikin..
Rojek ji rojên Xwedê hevkarekî wî yê bazarê, ku roj bi roj hevdu didîtin û bi hev re destbiratî bi zûkî pêda kiribûn, ji wî re got:
"- Were bi min re em herin gundê me, ezê te bi xudanên xwe, bi dost û gundiyên xwe bidim nasîn, tuyê ji wan hez bikî û ewan jî dê ji te hez bikin..Ma qey em her wilo bi tenê li bajêr dimînin?!.."
"- Bira! Bihêle ez li vir bim, lê gava tu vegerî, ji comerdiya xwe ji min re piçek savar bi xwe re bîne, min bîrê kiriye.."
Dostê wî jê negeriya û ew bi zorê li gel xwe rakêş kir, bir..
Êvar hat mala dostê hêja bû eywana axan, ji her aliyekî gund ve peya hatin, ode tijî bû, hinekan cigare dikêşan û çayê qurt dikirin, hinekan dipeyivîn û hinekan jî palda bûn, te digot, qey ewan li malên xwe hilketine.. Xudanên malê jî bi rastî hîç kêmanî di mafê mêvanên xwe de nekirin..Lê mêvanê nû nikarî bû tev li axiftin û şevbuhêrka wan biba, yek: ji ber ku ewî kesek nedinasî û nizanî li ser çi mijaran dipeyivin û yê duwê: Ew bi xwe wek berê me li ser gotiye; piçekî xûnsar bû, ne dikarî bi zûkî tev li civatan biba û ciyê xwe di nav de bigirta..
Mirovekî navsalî, ku destê xwe xistibû bin guvêşka xwe, li ser aliyekî palda bû, cigare di dêv de û tizbiya xwe ditizband, egala seriyê xwe jî mîn a ya mîrekî Ereban bi ser biriyên xwe ve daxistibû, çavên xwe kûrik kiribûn û li mêvanê malê temaşa dikir, bêdeng û bêliv. Piştî gavekê ji şevbuhêrkê got:
"- De hele hiş bin lo! Bila em guhdariya mêvanê xwe jî bikin, ew çi kese, ji kî derê ye, navê wî çiye û çi li ba wî heye û çi tune ye..ew werganî bi tenê li aliyekî ketiye xeyalan"
Hemî ji peyv û axivan rawestiyan, firfirta çayê jî nema, tenê dengê çeqçeqa tizbiyên wî mêrkî dihat guhan, li hêviya gotineke mêvanê malê bû.. Lê mêvanê hêja tew nizanî bû çi bibêje, zimanê wî hatibû merbendkirin, hatibû birrîn.
Li nav ciwanan bû pisepis, lê kesekî bi dengbilindî tiştek negot..Gava mêvanê malê wilo bêliv û bêşiv ma, wî mêrikî xwe rast kir û got:
"- Ma evê çi bêje?! Qey hûn nabînin, ew fena hopelekî ziq li wir veniştiye.."
Bû tîqtîqa gundiyan, eywan bû gola req û beqan, xudanê malê xwast tiştekî bibêje, lê kesekî guh nedayê, ewî li dostê xwe nêriya, dît ku Hopel di cî de rabû û devê xwe da deriyê odê, bi lez vekir û bi derve da...
Ew çû, winda bû, lê hejarî ne dizanî, ku çanda navlêkirinê li herêmên Kurdan yên din jî mîna herêma Kurdaxa hêgin û gihîştiye..Dibe, ku ew çû Erebistanê, ku li wir çandeke din heye, ne mîna ya Kurdan e..ewan mirovan bi navê bajar, êl, malbat û karmendiya wî nav dikin, ne bi kêmanî û tuneyiyên wî..





















Seriyê di avê de

Cankurd /2001
cankurd@hotmail.com

Berê pêşserên me li ber agirê kutikan, di şevên zivistanê de, ji hev û din re çêrok digotin û şevbuhêrkên xwe yên dirêj bi xweşî û şadî, bi biratî û hezkirin, bi hêviyên xweşik, bi stran û henek û tinazî diborandin. Kesekî ji guhdarên wan çêrokên leheng û mêrxasan nedigot, ku ev çêrok nakeve seriyan, an jî ev çêrok efsaneyeke tijî derew e, an jî ewê, ku dibihîst dida ber jimartin û pîvanê, ka çiqas rastî û nerastî tê de hene, lê tevan bi dilgermî û bi çavên beloq û guhên xwe yên bihîstok guhdariya çêrokxund û efsanebêjan dikirin û tenê dipirsîn: "Gelo! Dê piştî vê bûyerê çi bibe? Dê dawî çawa be? Ma wê mêrxasê çêrokê bigihe daxwaz û armanca xwe û dota şahê xwe li xwe mar bike û li ser textê şahanî rûne?.." Rastî an nerastî ne giring bû, çêrok giring bû..
Lê niha her tiştekî, ku em ên çêrokbêj dibêjin li ser me tê jimartin û tê pîvan û rexnegirên me mîna lawiran di dora me re digerin, didanan qîç dikin û hene gaz û terazûn kirine bin çengên xwe û dixwazin bizanin; ka van çêrok rastin an ne.. Lew re ezê di seriyê çêroka xwe de bibêjim: " Eger tu, ey xwendevanê hêja, li rastiyê digerî, di serî de bizane, ku navê vê hunerê çêrok e ne ceografiya û ne dûrok e, ez bi xwe jî nizanim, ka çend diram rastî tê de hene û min bi xwe ev çêrok pêda ne kiriye, min bingeha wê bihîstiye û ez dixwazim ji te re jî bi zimanê xwe yî jar çêroka xwe li ser vehûnim û eger tu tenê li rastiyê digerî, divê tu hîç nexwênî û dev ji guhdariya efsane û çêrokan berdî, tu roman û novelan nekirrî û nexwênî.." Lê dîsa jî guhê xwe bide birayê xwe, rast û nerast bihêle li aliyekî..
Di serdema şah û şahzadeyên hovane de, gellek mirov hebûn nedikarîn nanê zikên zarokên xwe bi dest xînin, tevî ku ji berbanga sibê ve ta bi êvarê di kar û xebat û kefteleftê diman..û ji ber ku zarokên wan goşt tenê du rojan di salê de, mebest rojên cejn û şehyanê, di Newroz û Mîhrecanê de, pişt re di cejna Rojiyê û ya Qurbanê de, bihna goşt û biryanê (kebabê) dihat bêvlên wan, bavên wan ji xwe re dihizirîn; ka çawa zarokên xwe têr bikin û bi çi rêkê bo wan goşt bi dest xwe ve bînin. Hinek hişmend ji ber wê pêdiviyê bûn nêçîrvan û li çol û çolistanan li pezkovî, kêrguh, qaz û tivîrkan geriyan, ji wan re dav vegirtin an jî bi tîr û kevanan ewan ku tin û ji ber wê yekê jî niha li niştê me yî, ku ewqas dar û daristan lê hene, lawir û balind û firind kêm bûne û hinde nijadên wan jî nemane û li welatê me jî lawiristan nînin, ku mirov zarokên xwe bibe wir û bo wan bibêje: "Ev gur e, ev hirç e û ev kovî ye".. Ez vê dibêjim, lê yekî mîna min li tenişta min rûniştiye, seriyê xwe di ser milên min re dirêj kiriye û di ber xwe de dibêje: "Gelo! Mirovistana me tune ye, dê çawa lawiristan hebe?!"..
Mîna wan nêçîrvanan hinde mirovên din jî bûn masîvan, diçûn di çemên avê de masî digirtin, carinan ji wan re gol ji keviran mîna sincên biçûk çêdikirin, hinek dan û nan an dewarekî mirî davêtin nav golê û di bin tariya şevê de li bendê diman, ku masî bên hindir gola wan û gava teprepa masiyan di golê de dibihîstin, ji nişka ve mîna ên Gonê şilf û tazî dibeziyan, bi hembêzeke pîkin û çiloyên tehlî an gezê deriyê golê disiqandin û mîna hirçê rûniştî masî digrtin û davêtin derveyî avê, an jî bi xiştên wek misasan dirêj li wan masiyên bêguneh dihatin hev, ewan kerker dikirin û dikuştin..Roja din beniyên masiyan li ber deriyên malên xwe bi dar dixistin, hinek didan nas û merivên xwe û ên din jî didan zarok û jin û dotên xwe, dibirajtin an jî di zêtê de diqewirandin û dixwarin..
Rojekê sê masîvan çûn ber çemekî, ku li bin keleha şahê wan bû û goleka xwe ya ji kevir û şehfan ava kirin, ku masiyan bihêwirînin nav golê û dîsa wan bigirin..Demekê xwe di kortekê de daqelaztin, bi dizîka bi hev re peyivîn, ku masî dengên wan nebihîsin û nerevin..Heylo! Mirov çi pîs e, çi zorbaz e, bi huner e, fêlbaz e..!!
Piştî demekê, ku hêveke çarderojî li ezmanê sayî li wan temaşa dikir, yekî ji wan, ku navê wî Harmend bû, bi dizîka seriyê xwe ji kortê hilda û got:
- "Divê em niha rabin! Gola me niha tijî masî ye.." Yê dî, ku piçekî ji herduwên din qelewtir bû û navê wî Xurmend bû, got:
- " Min hîç teprepa avê nebihîst, diyare masiyan kuxîna me bihîstin û reviyan an jî bihna hirçekî ji dûr ve kirin, nema hatin.."
Yê sêyemîn, ku ji wan herduyên din pîrtir bû û navê wî Hoşmend bû, got:
- "Eger bihna hirçekî hatibe masiyan, ew hirç tuyî, kuro!! Ma te pirça ser govdeyê xwe nedîtî? Ma te hîç carekê li ber nînikê li xwe temaşa nekirî?"
Harmend lê vegerand: "Ma ew di çi nînikê hiltê?!"
Peyayê qelew li ser riswakirinê bêdeng ma, bersiv neda.
Her sê bi dizîka keniyan û ji ciyên xwe rabûn û bi lez û bez rahijtin derbendên xwe yên ji çiloyên tehlî û gezê û ber bi avê ve beziyan. Ji hindirê golê ve şewqeke şîn ya mîna kehrebê bi ser aliyê din ê golê ve perwa bûbû, lê ji wan bû ew şewqa hêvê ye, li ser rûyê avê dibirîse..
- "Lo ev çi ye..?!" Di ber hilkişa sîng re, deng bi Xurmendê qelew ket. Çi bibînin?! Hemî masiyên, ku ketibûn golê mirî bûn, binzikên wan ên sipî bi jor ve, li ber rohniya hêvê dixuyan..û di orta golê de seriyê mirovekî, ku berê wî bi çiya de, bi aliyê din de, bi ser avê ketibû û ji çavên wî serî du tîrêjên şewqeke şîn bi aliyê çiya ve diçûn..Ewê pîr gote wan: "Hajê xwe bikin! Li serî nenêrin, bila çavên we li çavên wî nekevin..Min berê çêroka vî serî bihîstiye, lê min bawer ne dikir..vaye hûn dibînin! çêrok rast û dirist e, masiyên me tev mirîne, tev hatin kuştin loranî wan li çavên seriyê bê oxir nêriya bûn.." û bi şûn ve çû, dêmê xwe guhart, tayên tehlî û gezê ji bin çengê xwe avêtin û ewên din jî mîna wî ji ber golê baz dan, bê ku li seriyê di avê de binêrin, dîsa vegeriyan korta xwe û xwe tê de daqelaztin.
- "Werin, em ji vir birevin" Xurmend gote wan, yê dî jî, Harmend got:
- "Lo ev çi xişim hat seriyên me? Te dît çiqas masî mirine?! Em niha çi bikin?!"
Pîremêr Hoşmend got:
- "Birano! Em ku ve birevin? Çima birevin? Min niha hûn ji mirinê qurtal kirin, eger çavên we li çavên serî ketana, hûnê yekser wek masiyan bimirana..Masî ne tiştin..Lê jîna me niha giringtir e..Divê em li çavên serî nenêrin û em sermiyanekî mîna vî serî ji dest xwe bernedin, ev hêzek e mezin e, em dikarin bi vî serî gellek armancan bi dest xwe ve bînin, bibin maldar, xudan sera û eywan, xudan hêz û kêr, gellek zêr û zîv, jin û marî bi dest xwe xînin..Dê hemî kes ji me bitirsin, çi nêz û çi dûr, çi nas û çi ne nas, çi birçî û çi têr, çi serdest û çi bindest..Hûn têgihîştin ez çi dibêjim: Ev hêz e, ev zor e, ev deban û ev şûr e.. Ev rohniye, ev rumê Rustemê zal e, ev Avêsta Zerdeşt e, ev keştiya Nûh e û hespê rewanê bi basik e.."
Xurmend got: " Bi a min be, emê ji vir biçin û pirsa serî û masiyan ji bîr bikin, ji kesekî re li ser nepeyivin."
Pîremêr bersiv da:" Bêhişo! Ma kî ji gundê me nizane, em hatine masîvaniyê?!..Sibê eger hinek vî serî di gola me de bibînin, dê mîna masiyan bimirin, ewên ku ji wan sax bimînin, dê gumanê bibin ser me û dê bêjin, ku me seriyê kesekî birrî bû û avêtibû golê."
Harmend got: "Bi Xwedê rast e. Divê em çareyekê bibînin. Vî serî ji gola xwe derxînin, bila bi avê de here.."
Pîremêr bersiva wî jî wilo da: "Birayê min! Gava ev serî bi avê de here, dê gellek kes li çavên wî yên şeryar û bê oxir binêrin û yekser bimirin..Niha hûn jî dizanin, ku çavên kê li çavên vî serî dikevin ew dimir e, ma xelkê din dizane?, lawir û balind û sewalên bêguneh çi dizanin?! We bi xwe dît, çawa masî tev mirîne.."
Xurmend got: "-Em dikarin di binê avê re ber bi serî re avjenînê bikin û wî bînin."
Pîremêr got:
"-Ezê te bikim mirovekî kûr, ku çavên wî nabînin."
Pîremêr ji wan re pilanek pêda kir, ku serî ji golê derbixînin û masiyên mirî jî bicivînin û li gel xwe bibin, da kesek hîç gumanekê nebe ser wan, çavên hreviewê xwe Xurmend bi paçekî reş girêdan, telîzek kir destê wî û ber bi golê ve hinart û jê re bi dengê xwe rê rast kir, ji wî re çeprast diyar kir, ta ew çavkûrkî giha golê, rahêjt serî, xiste telîzê xwe û bi şûn ve zîvirî, paçê ser çavên xwe avêt û bi lez û bez hat ba herdukên din. Pişt re hersê beziyan, masiyên xwe bê parvekirin xistin çiwalekî, hildan ser milê Harmend û pîremêr seriyê bi telîz hatiye têwerdan û peçandin, hilda milê xwe û ber bi gundê xwe ve baz dan.
...................................
Harmend li pa maxa mala xwe ya nizim û tarî li ser herdu çogan xwe berda bû ser kulavekî, seriyê xwe xistibû nav herdu lepên xwe û xwe dihejand, jina wî jî di hafa seriyê wî re rawestiya bû û digotê:
" - Hey Xwedê tu nehêşto! Hey nemêro! Bêhişo!..Tu çawa çû seraya şahê zorbaz û te xinizî li herdu dost û hreviewên xwe kir? Ma dilê mêran di sîngê te de tune bû? Ma dayik û bavê te herdem kezeba kêrguhan dane te? Bêje min; te çima halo kir?!."
Harmend piştî soliqekê bersiv bi dengekî mîna dengê nexwe an da jina xwe:
"- Lê bese..bese..bese..Bila min rêx li ser çavên xwe hêşta ji vê yekê çêtir bû..Min ji tirsa re wilo kir..Min ji tirsa kir..Heft zarokên me hene, eger rojekê pêrewên şah li me hişyar bana, ku me seriyekî wilo dîtiye û şah pê agahdar nekiriye, dê heft zarokên me sêwî bimana..Ma ez nizanim ev xinizî bû?! ."
Jina wî lê vegerand:
"- Te ewan herdu dan girtinê, ma wê careke dî ronahiyê bibînin? Ma zarokên wan jî tune ne?!.. Ezê çi ji zarokên wan re û ji ên xwe re bibêjim?! Te rûyê min reş kir, te navê xwe jî ji nav êl û malbatan rakir û sîl kir..Niha ewan di kijan zindanê de ne, kesek nizane, çi bi seriyê wan tînin, kesek nabihîse..lê bi Xwedê mîter û leşwêrankeran dê wan ji mêraniyê bikin, dê wan wilo bidin bin zorê, ku ewan li roja zayîna dayikên xwe bigirîn û poşman bibin.."
........................................
Li eywana padişahî hêlehêl û qîreqîr bû, li herdu aliyên eywanê pêrew û nas û serhêz û wezîr li hember hev û din li rêz rûniştibûn..Zinginî bi çangan ket û padişah bi xemla xwe ya şahanî ji aliyê paş ve bi eywanê ket. Hemiyan dengên xwe birrîn, ji ciyên xwe rabûn û seriyên xwe ji şahê xwe re çemandin, şah çavên xwe li eywanê gerandin, li ser textê xwe danişt, çovê sewlecanî bi dest xwe de leqand û piştî bihneke dirêj ji bêdengiyeke kûr, got:
"- Ma hûn dizanin bo çi min şandiyên xwe hinartibûn pey we tevan?!"
Bû humhum û gumgum, her yekî li yê tenişta xwe nêriya, kirin pisepis, lê kesekî bersivek diyar neda padişah.
Padişah got:
"- Ezê niha li we mînim, ku şahê we xudan hêzeke mezin e, êdî kesek nema dikare zora me bibe, ne sihirbaz û ne jî şahên hêzdarên rojhilat û rojava.." Şalyarê wî, ku li ber textê wî piçekî li xarê rûniştibû, ji ciyê xwe rabû, li teviya mêvanên rûniştî nêriya, pişt re seriyê xwe ber bi padişahê xwe guhart û got:
"- Ji berê de kesek nikare zora me bibe, Meger tu şahê me yî kes nikare zora me bibe..Hêz û zora me heye û besê me ye." Teviya kirin hêlehêl û hinan jî got:
"Erê! Rast e.."
Padişah got:
"- Berê em bi hêz bûn, ev rast e, xebera te ye, lê ji îro pê ve em ji teviya cîhanê bi hêztir dibin..Ezê niha ji we re hêza me diyar bikim.." û bi çovê xwe li çangeke biçûk xist, ku li ber lingê wî bû, ji paş textê wî ve du kole zêtkirî, qanat û kurpiz hatin û di nav xwe de siniyeke mezin hilgirtine û li ser siniyê jî sandiqeke reş û devgirtî heye, anîn li tenişta textê şah danîn û bi şûn ve çûn.
Şah got:
"- Niha ji min bang li sihirbazê tev jîr û jêhatî, zana û pîlanger, bikin, ewî li pê maxa eywanê çavrêya bangdêrê min dike, bang lê bikin bila bête vir..Lê ez ji we gi an dixwazim, ku kesek ji ciyê xwe ranebe û bizava xwe neke, ku bibîne çi di hindirê vê sandiqê de heye.."
Şalyar deng li dergevan kir, dergevan bi lez çû pey sihirbaz û teviya rûniştiyan histodirêj, çavbeloq, bal û dêna xwe dane şah, çavên xwe ji sandiqê nebirriyan, ka wê çi bibe..Sihirbaz hat, di nav herdu rêzên rûniştiyan re gav kir, hat li hember şahê xwe ziq rawestiya, seriyê xwe çemand û got:
"- Ez di fermana te de me padişahê min!"
Şah keniya û got:
"- Ta niha tirsa min ji te hebû, lê ji îro pê ve ez nema ji sihra te ditirsim..Min dermanê wê dît û êdî ez ji te sihirbaztirim.."
Sihirbaz keniya û çepik lê dan, ji nişka ve li herdu aliyên wî du sihirbazên wek wî pêda bûn û hersê bi hev re keniyan..Şah li wan nêriya û got:
"- Meger tu wilo jîr û zanayî, fermû vê îskemê (sandiqê) veke û zêrê hindirê wê ji xwe re bibe, niha min bawer kir, ku tu hêjayê sandiqa minî.."
Sihirbaz da çepikê, pêjna (xeyala) wî ya aliyê rastê çû, devê sandiqê vekir û ji ni ka ve li ser piştê kete xarê, mirdar bû û yekser winda bû.. Şah devê îskemê, bê ku lê binêre bi çovê xwe girt. Careke din sihirbaz li çepikê da, pêjna wî ya çepê ber bi sandiqê ve çû, devê sandiqê vekir, ew jî di cî de bi şûn ve gêr bû, mir û winda bû.. Şah dîsa devê sandiqê bi çovê xwe girt, bê ku lê binêre. Ew keniya û zikê wî hilat û dahat..Rûniştiyên li Eywanê lal û mat man, seriyên xwe hejandin û tirsiyan..Padişah got sihirbazê, ku tirsê dilê wî girtiye:
"-Devo! Te dît ez çawa sihira te dikujim?!"
Sihirbaz xeyidî û bi lez ber bi sandiqê ve çû, serdevka wê rakir û ew jî bi paş ve gêr bû, kire fixfix, bihna wî hat birrîn, rûyê wî reş bû û li orta eywanê dirêj bû, ji heft canan canek tê de nema.. Şah bê ku li sandiqê binêre, bi çovê xwe serdevka wê da ser û got:
"-We niha bi çavên xwe dît..termê sihirbazê, ku me bi carekî nedikarî bigirin an bikujin li ber lingên we ye.. Mir..çû..geber bû..Kê wilo kir?! Serî..Erê seriyekî bê la , bê term, seriyekî hatiye birrîn, ku ta niha di avê de bû, di çemekî de bû..berê çêrok bû, lê niha rastiye..Ev rastî heye, rast e..Erê ev serî niha bûye dêrîna (mulkê) min..Ewê, ku li hember min rabe, li ber min raweste, dê wek sihirbazê we li ber lingên min bibe termekî bê jîn..We dît û we bihîst..De rabin belav bin..!"
Pêrewên şah tev ji ciyên xwe rabûn, bi dizîka bi hev re kirin pisepis, ber bi sandiqê nêriyan û ji eywanê yekoyeko derketin.. Şalyarê (wezîrê) şah xwast ti tekî bibêje, lê diyar bû ewî nezanî çi bibêje, ew jî hêdî-hêdî ji sendeliya xwe hilbû, carekê li şah û sandiqê, carekê jî li termê sihirbazê mirî nêriya, seriyê xwe hejand û ji eywanê derket û di ber xwe de got: "Heywax! Çi bi seriyê me hat?!" şah li koleyên xwe nêriya û got:
"- Eger kesek xwe ji sandiqê ve nêz bike, ezê we bavêjim ber şêr û pilingan..sandiqê deynin razangeha min.."
Ji ciyê xwe rabû li pey wan û li pey seriyê di sandiqê de ber bi razangeha xwe ve çû.
.........................................
Di demeke kin de şahê zorbaz zorbaztir bû, hêza wî pirtir bû û bandora deselatiya wî firehtir bû.. Ewî hêriş û talan dajotin ser êl û mîrnişîn û şahnişînên li derdora ya şahdêrîna xwe, bi xwe re seriyê jînkuj li gel xwe dibir cengê, gava leşkerên neyarên wî bi hember wî diketin, seriyê xwe derdixist û rûyê wî ber bi wan dikir, ji çavên serî tîrêjên agirekî sor û şîn ber bi wan dipijiqîn û gava çavên neyaran û hesp û fîlên wan li wan tîrêjan diketin, ewan yekser dihatin kuştin..
Ne tenê li hember neyarên xwe, li hember gelê xwe jî şah serî bi dest xwe de kiribû debanê (sîlahê) wêrankirin û tunekirinê. Her kesê, ku li hember wî seriyê xwe hildida, dihat girtin û bi tîrêjên çavên seriyê bê yûm dihat ku tin..Êdî rew a gel têk çû û ken û xweşî ji dêm û devan winda bûn, çi mezin û çi biçûk ji tirsa serî bûbûn koleyên lal, serî çemandî, dil tijî xem û nava her kesekî ji wan ji tirsa serî hatibû bizdan.
Kesên hişmend û zanayan newêribûn devên xwe vekirana, nîvzana û nîvmêr li dora şah bi hezaran civiya bûn û ji sibê ta bi êvarê pesna serî didan, helbestvan û hozanvanan hozanên xwe li ser şah û seriyê, ku di bin destê wî de, vedihûnandin, keç û jinan jî komik bi komik li dor sandiqa, ku serî têde veşartî bû, dîlan û sema digirtin, bi lîlîn û bi dengnazîn hing û stran û şadî çêdikirin, zêr û zîv û gerdenên xwe davêtin ser sandiqa serî û zarokên xwe bi navê şah û seriyê tirsavêj navdikirin. Lê dîsa jî hinek hebûn, çend zanayên bêtirs li çavên hev û din dinêriyan û dizanîn çi bi çavan ji hev re bibêjin, bê ku bêjeyek ji devên wan derkeve.. Hinekan perdeya tirsê çirandin, lê mixabin! Mîna pinpinîkan li ber agirê çavên serî hatin sotandin û tunekirin..Û şah, şah bûbû diholeke pir bi deng, fort û fûtên mezin ji devê wî derdiketin, gellek tiştên nerast û nehêjayê mêran disapirandin, û pêrewên wî yên bêvac êdî çêrokên nedîd li ser qehremanî, zanabûn û mêraniya şah digotin..
.....................................
Di tariya şevê de, li ber alafa me xeleke biçûk, şalyarê şah, ku rûyê xwe peçinandibû, di ser pileyin kevirî re hêdî-hêdî daket binê zindaneke tarî, lihêmî, û gellek kûr di binê zevînê de..Ji dergevanekî , ji herdu dergevanên, ku li pey wî bûn, pirs kir:
"- Kîjan ji van Hoşmendê pîr e?!"
Dergevan çû nav komeke mirovên rûniştî, ku rihên wan wek dûvên hespan dirêj bûne, goşt bi hestiyên wan ve nemaye, didanên wan ketine, rohnî di çavên wan de vemiriye û bihneka genî ji kulên li teviya govdeyên wan belavbûne tê bêvilan, seriyê qamçeya xwe da ser milê yekî ji wan û gote şalyarê xemgîn û bêdeng mayî: "-Ev hoşmend e, seydayê min!."
Şalyar gotê: "-Ka bîne, bila em herin.."
Hoşmend bizava xwe kir, ku ji ciyê xwe rabe, lê bê alîkariya herdu dergevanan nikarî bû ji ber ku hêz û kanîna wî nema bû, ew gellek jar û westiya bû, wek sepeteka hestiyan bû.. Ew bi xwe re rakişandin, li pey xwe xuşandin, di wan pileyên biçûk û teng re ji jêrzemînê derxistin, birin maxeke bêtir rohnî tê de heye. Şalyar gote dergevanên zindanê:
"- Herin ji vir ! Karê we nema.." û piştî dergevan ji maxê çûn, bêdengiyê perdeya xwe berda ser wan û taveke rohniyê di taqekê re perên xwe avêtin ser wan herdukan, şalyar gote Hoşmend:
"- Bo min gotin navê te Hoşmend e.. Eger tu rast Hoşmend ba, te ev seriyê bêyûm nedihanî, te xwast, ku tu bi rêya serî bibî hêzdar û maldar, li şûn hêzdarî û maldariyê tu ket vê çalê û nema tu rohniyê careke din dibînî, şahê me hreviewê te yê qelew Xurmend avêt ber lingên şêr û pilingan û yê din Harmend ji ber xiniziya xwe şêt û dîn bû, jin û zarokên wî ew ji mal der kirin, bi çol û çolistana ket, sernizim û rêwinda, tî û birçî û li dawiyê li bin darekê diz û kele an ew girtin û darve kirin.. Ma ev hoşmendî ye?!"
Bi dengekî jar û nizim Hoşmend pirsiya:
"- Tu niha çi ji min dixwazî?! Di tariya vê zindanê de, piştî van gellek salan hîn jî poşmanî roj bi roj dilê min diçirîne, hinavên biz dide û hestiyên min dihêre.. Ma ji vê bêtir êş û wêranî heye?!"
Şalyar got: "- Erê..heye..Tu nizanî bi wî serî çi li derve ji zor û sîtemkariyê tê kirin!! Û êşa mezintir ewe, ku em kesek nikarin tiştekî bikin, em bêhêz û bêçare mane..Ji bo vê ez hatime ba te, dibe tu çareyekê bibînî.."
"- Çima ez, ma ji min pê ve kes nemaye rê û çareyan li ber we veke.."
"- Hişmend û zanayên me newêrin devên xwe vekin, ewê ku li dij vê xi imê derdikeve bi rêya seriyê, ku te dîtiye û aniye, tê kuştin..Hişmend û zanayên me neman..Eger tu alîkariya min bikî, ezê te azad bikim."
Pîremêr piçekî bêdeng ma, dawî got:
"- Eger tu dixwazî min ji vê tariyê azad bikî, tuyê min bikujî, bila canê min ji van êş û kelemên di hindirê dilê min de vemirin..Azadiya min ewe, ku ez ji vê tariya hindirê xwe azad bibim. Çendî ez bijîm, ewqas ez di xwe de dinalim û disojim."
Şalyar destê xwe xiste berîka xwe û nameyek derxist, xwast ku bide dest pîremêr, lê pîremêr nedît, tenê xişxişa kaxedê di destê şalyar de bihîst, pirs kir:
"- Ew çiye?"
"- Ev nameyeke ji zarokên te de."
"- Tu dikarî ji min re bixwênî?"
"- Ma tu bi xwe nikarî bixwênî?."
"- Ez kûr bûme, seydayê min, ez kûr bûme.."
"- Bibore min nizanî, ku tu kûr bûyî..Başe ezê ji te re bixwênim, lê tuyê alîkariya min bikî.."
"- Ezê alîkariya te bikim..lê divê kesek nizanibe, ku ez kûrim, nabînim..lê niha ji min re nameya zarokên min bixwêne, min çiqas bîra wan kiriye."
Şalyar name da ber rohniya, ku di taqa jorîn re dihat xarê û xwand:
"- Bavê me!..Bavo!" Pîremêr destên xwe dan ser çavên xwe û guhê xwe da ser dengê alyar, wî jî hêdî-hêdî jê re name xwand...
.......................................
Li eywana şahê zorbaz gellek pêrew û merivên xanedan û serhêz û serleşkeran rûni tibûn, şalyar ji ciyê xwe rabû û gote padişahê xwe yî, ku pir ji berê qurretir û sermezintir rûniştibû:
"- Şahê min î hêja! Ez dixwazim mizgîniyekê bidim te li ber van hemî pêrewên te yên dilsoz, ku min îro bangewaziya wan tevan kiriye; li vir amade bibin, bo vê nûçeya, ku gihaye min bibihîsin û ez ji ber dilsozî û wefadriya xwe bo padişahê xwe diyar dikim."
Padişahê qurre berken bû û got:
"- Tu dizanî, ewê min bixapîne an derewan li min bike dê çi bi seriyê wî bê!!."
"- Erê, ez dizanim, ewê bibe qurbana seriyê, ku ti tek nikare lê binêre û her rohniyek li ber nêrîna wî vedimire, her canek dimire..Eger tu destûrê bidî min, ezê ji şahê xwe yî hêzdar û jêhatî re nûçeya xwe bibêjim."
Çavên padişah livlivîn, lêvên wî lerizîn û got:
"- Bifermû, şalyaro! Te dilê min bi ser vê nûçeyê de germ kir ."
" Şahê min! Wek hûn dizanin, min çavik û guhikên xwe li her ciyekî belav kirine, bo min tazetirîn nûçeyan tînin û bi taybetî çi di nav neyar û dijminên we de tê rêstin û tê jenandin."
"- Erê, ez fêlbaziya te dizanim!."
"- Lê ta niha we hîn teviya jîrbûna min nedîtiye..Ezê îro ji we re diyar bikim, ku ez çi dikarim bikim."
Devê padişah, ku mîna devê qelazekî hi kbûyî, piçekî xwar bû, çovê wî di destê wî de lerizî û kabên wî jî hejiyan û teviya dîdar û tema evanan çavbeloq û guhpîç û bêdeng li şalyarê fêlbaz nêriyan. Şalyar got:
"- Min ji hindir zinadnê bihîst, ku pîremêrek di tariya binemaxeke biçûk de heye, ewî gotiye, ku sihira seriyê mirovkuj îro bi êvarê re, dema ro diçe ava, namîne û telasimê serî winda dibe û êdî bihna genî jê tê û her kesek dikare lê binêre, kesek nema bi dîtina wî serî dimire."
Eywana şah ji ni ka ve bû gola req û beqan, hemî rûniştiyan gotinên xwe li gel hev û din, bê westan û bê destûra padişahî kirin..Padişah bi dengekî bilind li çepikan da, hemî dîsa lal bûn û di ciyên xwe de rûniştin. Padişah got:
"- Ma ne ro çûye ava? Emê bibînin, ka serî mirovan dikuje an ne..!!"
Şalyar bersiv da:
"- Ro hîn gazekê di ser asoyê çiyan re bilind e..Bo bi cih anîna vê yekê min ew pîremêr girtiye û aniye li ber dergahê eywanê rawestandiye..Eger hûn bixwazin, bi fermana padişahê min, bila ew bi roava re bi xwe li hindirê sandiqê binêre, ka serî wî dikuje an ne.."
Padişah keniya û got:
"- Ev ramaneke hêja ye..Ka wî bêhişî bînin.."
Bi lez û bez pîremêr anîn li orta eywanê, li ciyê girtî û destegîran derdixînin pêş padişah, rawestandin. Destê wî girêdayî, serînizim, rihên wî dirêj gihane ser kaban, bi şêweyekî, ku kesekî tew nizanî bû ew kî ye.
Padişah gotê:
"- Rast te tiştekî wilo gotibû, girtiyê bêhiş ?!"
"- Erê, şahê xûnmij û zorbaz, min ev gotiye û ez li ser gotina xwe me.."
Dîsa bû gumgum û hêlehêl, lê padişah zanî bû, ku ew li hember mêrekî bêtirs e, got:
"- Niha piçekî din ro dihere avan, ezê bibînim, ka te rastî gotiye an ne rastî. Ez dibînim, tu mêrekî bêtirsî, te çi kiriye, ku tu wilo ji zû ve di zindanê de mayî, bihna genî bi ser te ketiye?!"
"- Ez xudanê serî me..Ew serî yê min bû, ew hêz û kanîn ya min bû, te ji dest min girt û te ez kirim vê rewşê.."
Padişah bi xeyd bersiv da:
"-Bese, bese, Ro çû ava an ne, bêjin..!"
Şalyar gotê:
"- Erê, ahê min! Ro niha di pa çiyayî de winda bû û bi xwe re jîna derewkarekî rakir.."
Padişah bi hêrs serdevka sandiqê bi pozê çoyê xwe rakir, ji ni ka ve Hoşmendê kûr guhên xwe bel kirin û zanî bû sandiq li kî derê ye, û padişah bi qîrîn gotê:
"- Were bi xwe li hindirê vê sandiqê binêre, li seriyê, ku tu dibêjî ew dêrînê te bû binêre, ka te dikuje an na!"
Şalyar got:
"Şahê min! Eger tu destûra min bidî, ezê gavên wî bijmêrim, ka ew çendîn ji mirina xwe ve dûr maye.."
Hemî keniyan û padişah jî bi wan re kire tîqtîq, zikê wî hilat û dahat. Şalyar dest pê kir, gavên pîremêr bijmêre, pîremêr jî gav kir, bê ku kesek bizane, ew kûr e, pêş xwe nabîne, wî jî hîç kûrbûn li xwe bêlî ne kir. "-Deh, neh, heşt, heft.."
Padişah keniya û got:
"-Heft gavên te bo jîn ji dest danê, bo mirdarbûnê mane, ma tu xatirê xwe ji me û mêvanan naxwazî?!.. e , pênc, çar.." Bi şalyarê jêhatî re gavên Hoşmendê pîr jimartin.
Li dawî ew giha ber sandiqê, seriyê xwe bi ser de xwar kir, daxist hindirê sandiqê, carekê seriyê xwe rakir û dîsa xist hindirê wê, bihneke naxwe ji serî hate bêvilên wî, çenga wî giha porê serî, lê wî serî nedît, çavên wî yên kûr bûne li çavên serî neketin. Gava padişah wilo dît, êdî ji xeyd û tûrebûna xwe nema dizanî çi bike, destê xwe avêt gurmikê piyê pîremêr û ew bi ûn ve avêt û bi xwe beziya li hindirê sandiqê nêriya, bi çavên xwe, cara yekem bû, ku serî dibîne..û cara pa în bû, ku seriyekî bi çavên xwe dibîne, ji hindirê sandiqê ve du tîrêjên ji rohniya kesek derbas bûn hindir çavên wî, ew li ser pi tê gêr bû, kir fixfix û puxpux, ket û mirdar bû, yekser bê liv û bê şiv. Teviya mêvanan ji cî hilgavtin, lê şalyarê zana mîna birûskê beziya, serdevka sandiqê, bê ku li hindirê wê binêre, da ser devê wê, sandiq rakir û got:
"- Ev dawî bû..Di ciyên xwe de rûnin..Min bi pîremêrê hêja re peyman daniye, ku gava em zorbaz ji ortê rakin, emê serî tev sandiqa wî bavêjin nav agirekî tund, ku careke din kesek jê netirse.. Min gellek car gav bi gav eywan pîva bû û bi Hoşmendê hêja re wilo dirêj pilan kiribû, ewê çawa bibore, çend gavan bavêje, bê ku kesek li kûrbûna wî hi yar bibe..Niha jî we bi çavên xwe dît, çi bi seriyê zorbazekî hat..Min vê hêza wêranker û ahrîmanî naxwazim, min naxwazim, ku gel û nijadên din ji me bitirsin, min naxwazim em her û her di ceng û genga iyê de bin dij bi mirovên din, dij bi hev û din, min naxwazim bi darê zorê gel li pey xwe rakişînim..Divê em niha jiyaneke nû ava bikin, bi biratî, bi aşîtî, bi mirovatî..Divê her kesek mafên xwe û histobariyên xwe binase û em tev bi hev û din re mîna netewek ji pola, hevgirt û yekdest, di cîhanê de bên naskirin..Bi zor û sîtem û tirsê, bi lêdan û ku tin û bêparkirina gel, bi ezezî û çovhejandina ser seriyê gel re em nabin mirovên hêja..û ji vê pirtir nema ez tiştekî din dibêjim."
Ji orta eywanê dengekî bilind hat, xortekî tijî jîn û kefteleft, got:
"-Bijî biratî, bijî aşîtî, bijî mirovatî.."
Yekî din bang kir:
"- Fermû em di nav xwe de padişahekî hilbijêrin, ku ji bo van armanc û daxwazan bixebite, welatê me biparize, me bigihîne hev û din, çewtiyên me rast bike û di pêş me de alaya azadiyê, pêşketinê û mirovatiyê hilde jor.." Hemî bi vê yekê xweşnûd bûn, hêstir ji çavên şalyarê zana barîn, destê xwe di qirka Hoşmendê pîr û kûr re bir û gotê:
"- Were em berî her tiştekî biçin seriyê mirovkuj û termê şahê zorbaz bavêjin nav agirî, weku me berê Zehak sotandiye bisotînin û xuliya wan bavêjin derveyî keleha xwe û divê tu bitî şuştin, divê te derman bikin û zarokên te ji te re bînin, tu bihna xwe bi wan derînî û dest bi jîneke nû bikî. "
Hoşmendê pîr bi dilekî xemgîn got:
"- Ezê pir dilşad bama, ku we seriyê min jî li gel termê ş ah û li gel seriyê mirovkuj bavêta nav agirê..Ezî poşman im, poşmanim..poşman.."
Şalyar gotê:
"- Gava tu destê xwe di destê min kî û em jîneke nû bo gelê xwe ava bikin, emê kul û janên xwe ji bîr bikin û bi hev re serbilind bin, emê bibêjin: Vaye me rêya xwe rast kir, me welatê xwe rizgar kir û me rûmeta xwe parist û paqij kir.."











Alole

Perwîz Cîhanî

Tavê pencê xwe yên narincî li pencerê ra dahîştibû nav holka min ya awaretîyê. Min serê xwe yê sergerdanîyê da ser her dû destên xwe yên kurt û pêşkêşî pîyên wê yên zêrîn kir. "Serê ku li rêka xoşewîstan da nebe, bila xwelî lê be."
Pencên tavê wek pêçkên dayîkek dilovan û yarek dilhebîn gijka* serê min ko wekî gilingoya* payîzê lev aliyabû, û ew mehek xişt* bû rengê şeyi nedîtibû, bi dilovanî lawand. Min weke zarokek naznazok xwe li ber da qelizand û xwe li ber tirîşkên wê yên canhebîn û dilperwer pelişand û laşê xwe yê nîvegîyan siparte germaya wê ya mirîvejîn û weke termekî li ber da veleziyam û ketim deriyaya hizrên aloz û ponijînên giran.
Ez li naverasta bestek hişk û hola, li nîveka çolek qaqir* û bêavanek* bêbav û bêav da wekî pezek gêj û havîbûyî* lev dizivirîm. Hindî çavan qeter dikir, deriyayek sore xîzê bû. Li naverasta wê deriyayê da hindî min çavên xwe digerand çi rê û dirbê, çi şûn û şopê dîyar nedikir. Ne nîşaneyek ji avê û avedanîyê li ber çavan diket û ne jî berjengek ji mirov û mirovanîyê dihate xûyanê. Hindî çavan qeter dikir, her çol û bêavanek bêkuj û rex û asimanekî şîn û bêbinî bû. Her şeş alîyên min bibûn du deriyayan. Du deriyayên bê ser û bin û bê rê û bê nîşan. Guroverkek sore xîzê û sûtek* şîne asimanî, li nîveka her dû yan da jî xaleke reşe sergerdan, wek mêhrûyekê li tasek şimitoke dexûnedar da.
Demanekî dûr û dirêj bû, ko ez li nîveka wan her dû deriyayên bêbinî da li qurtek av digeriyam. Lê qurta avê bibû dilopekê û li deriyaya xîzê da noqimîbû. Ez jî weke wê dilopê li nîveka her dû deriyayan da cûm bibûm.
Hergava ko min hingek* dida xwe û pêngavek radikir, ez ta kaban li xîzê da çik dibûm. Min ta pîyekî xwe ji xîzê derdixist, pî yê min yê dî ta çokan li xîzê da xîş dibû. Ez geh pêşda diçûm û geh jî min li dû xwe ra li şûna pîyên xwe dinihêrî. Digel wê hindê ko ez ta çokan li xîzê da xîş dibûm jî, lê li dû min ra çi şûn, şop, rêç,û dews nediman. Te digot qay ev cîhana dijî hemû şûn û şop û rê û dirb û şûnewar û berhemane. Dijî jîn û vejînêye. Ez digerîyam. Lê gerîyana min levgerîyan bû. Hindî ez digerîyam û nedigerîyam, carek dî ez dihatim û li şûna xwe ya pêşîn da radiwestam. Heman li wê nuqta pêşîn. Belke jî ew nuqta neba, lê min wisan hizir dikir. Lew ra ko her der wekî hev, bêxal û bênîşan bû.
Lê ez ne mirovekî palûmsist û westek bûm. Min li ber xwe dida û ez lev digeriyam. Durust wek kehlanekî tewldayî, ko ji bo rizgarîyê têdikoşe û lev digere. Lê li her gerekê da tewla* wî li dora sikeya* wî diale û bere bere meydana tewla wî teng û tengtir dibe.
Ez hind li wê besta bêav û bêbav da levgerîyabûm, ko zimanê min li şikevta devê min da weke kevirê pêşokê* hişk û qulqulkî bibû. Min hind çavên xwe li asoya bêbinî, li nîveka erd û esmanan da li dilopa avê gerandibû, çavên min reşkopeşko* lêdidan. Hindik mabû, ko ez ji têkoşînê bêhîvî bibim û dest ji ber xwe bikêşim. Lê durust li wê demê da bû, ko dûrva durust ew cîhê ko erd û esman bi hev va hatibûn dirûnê, tiştekî bînanî dûkelek belaş*, weke dûkela cigara cigarekêşekî neşî* lev digerîya. Bi dîtina wê dûkelê ra ez wisan şa bûm, ko min hemû derd û kulên xwe ji bîr kirin û hîvîdarîyê cîhê dilsarîyê girt. Te digot qay giştî vê cîhana pan û berîn bi destekî dilovan pêşkêşî min kirine. Ez bi gef û gur ber bi dûkelê bezîm. Dûkel nîşaneyek ji avedanîyêye. Min per û bask deranîbûn û ez bi gulşayî ber bi dûkelê dibezîm. Lê hindî ez diçûm û nediçûm, ez bi dûkelê ra nedigihîştim. Hindî ez diçûm, hind diçû dûkel ji min dûr diket. Li wê besta bêbav da dûkel bibû karxezalek sil û revok û li ber min dibezî. Bere bere dûkel bû leylanekê. Lê gîyan şirîn û jîyan xweş û mirin tale. Kê amadeye hema wisan xwe bide destê mirinê û ji bo man û jînê tênekoşe. Min dest ji leylanê jî nekişand. Lê leylanê jî per deranîbû û ji min direvî. Ez li cî da rawestam û min li dû xwe ra li dewsa xwe nihêrî. Çi tişt nehatibû guherînê. Ez ta çokan li xîza sore hûr da çik bibûm û heman li cîhê xwe yê pêşîn da rawestabûm.
Ez ji xwe û ji hebûna xwe şermezar bûm. Serê min bêhemdê min kete ber min. Durust di wê demê da bû, ko min seh kir, dîmen* hatîye guhestinê. Gava ko min serê xwe rakir, min xwe li nava çardîwarekî kewn û kelefê* kelayek mêjîn da dît. Çardîwarekî bê der û bê pencere. Dîwarên kelefe hind bilind bûn, ko çûbûn ber perê asimanan. Li ser dîwarên kelayê ra asiman hindî kefa destê zarek sava dihate xûyanê. Dîwarên kelayê pê kevirên reşe arsotî hatibûn hilcinînê. Kefa kelefe li ber dirik û qelem* û istirînên cur be cur nedihate xûyanê. Cengelek sosret ji qelemên çêşît çêşîtî. Bi hezaran dirkeşîn, istirîzerik, hêştireqelem, kerqelem, caşqelem*, dirîreşk, kerteşî, kerbeşk* û caşebeşk lev alîyabûn. Mirov nikarî pîyên xwe li ber kerengzer û kerbeşk û caşebeşk û kerteşîkan bavêje. Li pêsîra dîwaran da jî li nîveka qelş û celxan da devdîş* û dirkeşînan qolqolî serê xwe weke şûjin û derzîyan deranîbûn û dapîroşkan bi hevo û firêtên tewnên xwe dirkên pêsîra dîwaran û kefa kelefe bi hev va hûnabûn. Ez weke termekî bêcan li nîveka deriyaya dirikan da bê hej û liv mabûm.
Min dil kir, ko pîyên xwe bavêjim û li dû rêyekê, çareyekê bigerim.. Lê bi xişpêna pîyên min ra hej bi tewna dapîroşkan ket û seranserî çardîwarê ko ez têda dagîr bibûm, weke deriyayek pirpêl hejikî û di çavqirpandinekê da çawa li ajîra xeterê bidin, bi hezaran dapîroşkên reşe xûnmij xwe bi hevoyên tewnên xwe va daliqandin û lêmişta wan weke leşkerê dabetulerdan* hêrişî ser min kirin.
Hizra revê li min dest da. Erê revek heye ji mêranîyêye. Lê kuda û çawan. Her çar alîyên min çardîwarên kevirîn ber bi asimanan hilkişiyabûn.
Lê can şirîne. Min dest bi revê kir. Lê bi her pêgavek min ra bi hezaran kerbeşk û caşebeşk li potikên min alîyan. Her pirtikek ji potikên min bi destê caşebeşkekê va ma. Dirikan bînanî seyên har û birsî, wekî seyên polîsên nehênî û çendqolî qîl li çîp û pê û pelek û eşk û teşkên min ra dikirin. Ez li nava gola xûna xwe da mewicîm. Herçend ko jîyana li nava dirik û kerbeşkan da jîyan nayê jimarê, lê dîsan jî can şîrîne û berxwedan pê divê. Min digel rev û bezê bi dest û dev û diranan ew dirikên ko li pê, pelek û textikên çok û nêk û gurmikên min ra diçûn, derdanî. Lê şûna wan her diman. Ta ko ez li vê cîhanê zindî bim jî, dewsa wan dê her li ser can û cesetê min bimîne û çi caran kew nagire. Piştî mirina min jî ew dirikana yê wekî dirka Bekiroki li rex gora min hêşîn bibin û nehêlin tirîşka tavê bide ser kêl û berên min jî.
Ez li nava deriyaya dirikan da li ber dapîroşkên reşe jehrîn heldihatim. Lê bi her livek min ra bi sedan û hezaran dirik û kerteşîk li leşê min dialîyan û çîk û birûsk û kênc* û êşa wan xwe didane binê dilê min. Dirikan potik bi min va nehêlan. Ez rût û tût li nava dirik û kerbeşk û dapîroşkan da mabûm. Li wê hingame û şerê li nîveka man û nemanê da li naverasta wî kelefê bê der û dîwar da ez tûşî şermê bibûm. Min destê xwe dabû ber xwe, dako nebî nebî dapîroşkên xûnmij rûtaya leşê min bibînin û bi min bikenin û min bikin tiraneyê xwe. Koma dapîroşkan weke qertelên ko bêhna xûnê kiribin, ez li nava hev da girtim. Hindî hêza min hebû, ez qîjîyam. Dengê min li ser dîwarê pêşberî min ispêne* kir û li ber ispêneya dengê min dîwar tîş bû. Bi tîşbûna dîwari ra ez li dilê xwe da şa bûm û min got rêka revê vebû. Lê digel vê hizra min ra, çavên min li ber qelşa dîwarê gorînê ra li telaşekî* dirêj ket. Pîrhepokek* mirovxor li ber qelşa dîwari rawestabû. Yeke rût û tût û qor û qoq û zer û zerhimî bû. Bejna wê wisan bilind bû, ko serê wê li nav ewran ra derketibû û giheştibû ber perê asimani û porên wê yên gewre gijik têkelî ewran bibûn. Serê wê pir mezin û uskura wê zirav û li ser rehekî bû. Asinekî jengorî bi zincîrek reş va girêdayî li uskura wê da bû. Nivîsarek weke dest û pencên dapîroşk û pîyên kewjalan* li ser wî asinê jengorî hatibû nitilandinê.* Pîrhepokê hingilê xwe yê rastê avîtibû ser milê xwe yê çepê û hingilê çepê jî avîtibû ser milê rastê. Li şûna şîr dilop dilop xûn ji serê çiçkên wê dinuqutî. Gava ko çavên wê bi min ket, bû tîqetîqa wê û kenîya. Qehqeheya kena wê weke istewrehewrekî* payîzî li nava kelefe da deng veda. Dengê kena wê ya hişk û berzeq* û giyanveroj û bêgîyan weke kartîxek* tûj û jengorî li mejîyê hestikên leşê min da daçikîn. Pîrhepokê destên xwe dirêj kirin û xwest ko min bi wan her dû çengalên xwe yên hişk û dirêj ko xûn jê dinuqutîn, bigire. Lê ez weke zivirokekê li nav dest û pîyên wê da lev gerîyam. Pîrhepok bi liberxwedana min dikenîya û bi tirane serê xwe li hej û liva min ya bêwate dihejand. Her cara ko dikenîya û serê xwe dihejand, dewsa serê wê lekeyek reş û çilkin* li ser panatîya asimanê şîne bêbin dihêla û asiman dilewitand. Li vê têkoşîna rizgarîya cani da bû, ko nişkê da serê pîrhepokê ji leşê wê diqetîya û li ser sîngê wê li nîveka her dû hingilên wê da cî digirt. Bi dîtina wê dîmenê ra li ber tirs û heybetan devê min vekirî ma û ez li cî da çik rawestam û min li laşê pîrhepokê yê bê serî nihêrî. Lê hê jî cotek çavên wê yên şîne rengmirî, weke cotek çavhêşînkên* mat li korka çavên wê da li dû min direqisîn. Li dû ra pîrhepok bere bere hate guhorînê. Giştî hestikên leşê wê, hestikên ran û parxan û kovika qorkê hemû berev bûn û li valaya zikê wê da cî girtin. Di gavekê da giştî endamên leşê wê têkelî hev bûn. Lê bere bere dîsan endaman hev girtin û pîrhepokê cinsîyeta xwe guhorî û bû dêwekî bigevde û terikî. Dêwekî wisan bilind û terikî, ko serê wî li ser dîwarê kelayê diket û pêşîya wê pirtîka ronahîyê ko li ser serê dîwarê kelayê ra dida hundur digirt. Dêwê yekçav jî wekî pîrhepokê rût û tût bû. Heya wî bêheyayî sunet nekirî bû û durust li ser navka wî pêva daliqiyabû. Her dû hêlkên wî hind mezin bûn, ko giştî hûr û pizûr û navgel û gurçik û hinavên wî berevî nav her dû hêlkên wî bibûn û her dû hêlik wekî du kîsikan bi du rehên zirav bi dilê wî va darda bibûn. Hêlikan giranî bi dilê wî dikirin.Tekçavekî gewreşîn ko li nava rehên sore xûnê da pêl vedidan li nîveka her dû birûyên wî da direqisî. Axabanîyek kurdî li uskura xwe alandibû. Her dû destên wî ta anîşkann li xûnê da werdayî bûn. Xûn çipik çipik ji pencên wî diniqutîn. Li destekî wî da xaçekî pan û çargoşe û li destê dî da perçemek reş, durust li ber wê qelşa ko pîrhepok lê rawestabû, rawesta. Dêwê yekçav li ser min da hurmicî. Bi dengê wî ra erd û esman tev hejikîn û li nav wê hêvirzê da gazî û hawarîya hevkarekî min li ber guçkên min ket. Dengekî nasiyar ko ji dûrva wek çawa li binê bîrek bêbinî derkeve. Min li dilê xwe da got:" Ay! Kuro ne eve hatibû kuştinê!"
Hevkarê min bi ah û zarî gazî dikir:
"Na, nabe. Min gift* daye gelê xwe."
Lê dengê wî li nav dengê dêwê yekçav da bezir bû. Dêwi bi dengekî bilind diqîrandê.
"Dermanê serbizêvan* tenê merge." Bi dengê dêwi ra erdê li jêr pîyên min qelişî û hevkarê min bi laşê xwe yê xûnavî va li ber pîyê min rawesta û hêdîka got:
"Tu hê mayî?"
Bêy wê hindê ko devê min ji hev vebe, min gotê:
"Mana min li rengê nemanê daye. Jîna min kirin jan."
Gunehê hevkarê min yê mirî bi min hat û bi dilekî şewat xwarî erdê bû û li nava cengela dirikan da qelemek dirîreşkê, ko rengê qelema bertiraşan dida, çinî û da destê min û got:
"Li çavan ra ke!"
Min got:
"Destê min nagîjê!"
Bi axiftina me ra dêwi pêngavek ber bi me avît. Bi pêngava wî ra min dît ko her dû pîyên min li ser uskura hevkarê mine û hevkari xwe ji min ra kirîye nerdewan û ew qelema ko ewî dabû min, min dirêjî çavê dêwi dikir. Min nizanî qelem çawa gihîşte çavên dêwi. Gelo hêza min bû, yan hevkarê min gîyanê xwe xiste qalibê qelemê û qelema dirîreşkê per deranî û li bîbka çavê dêwi da rûnişt. Norîn bi dêwi ket û serê xwe li dîwarên kelayê da. Her çi dîwar hebûn hemû tev hirşîyan. Leşê hevkarê min yê bêgîyan li jêr dest û pîyên dêwi da helçiqî. Axabanîya dêwi li uskura wî ket û min kelên ji dest xwe derneda û ew axabanîya li leşê xwe yê rût aland. Hê jî li wê dema sosret da şerm ji bîra min neçûbû. Min xwe ji xwe ra digot:
Şerme, şerme, bila kes rûtaya te nebîne!
Dêw li nava deriyaya qeleman da dinoriya û lev digerîya.
Gava ko min axabanîya uskura wî li xwe aland, çawa tava havînî li gulokek berf bide, laşê dêwi jî wisan bere bere bihoşt û biçûk û biçûktir bû. Dêw hêdî hêdî pûç dibû û ez jî berewajî wî hêdî hêdî mezin û mezintir dibûm. Gava ko dêw lap pûç bû û ji holê rabû. Vêca ez bûm dêwekî wekî wî. Dêwekî wisan mezin ko li holka xwe da cî nedibûm. Çawa cûncika li nava hêkê da zorê dide xwe û qalkên hêkê diqelişîne, min jî wisan zor da xwe û dîwarên holka xwe qelaşt. Çardîwarê holkê wekî qalkê hêkê her yek alîyekî da tep dibûn, ko çavên min bi sipîtaya qalkê hêkê ra jev vedibûn.
Tavehîvek zere zerhimî dabû nava holka min û hewa pir sar û cîhan kir û bêdeng bû.
03.03.2000 Zürich demhejmêr 00.57

Ferhengok:

alole: labiriyênt, (labyrinth) kolana pir pêç û lev aliyayî, ko rêka derketina ji wê pir dijware.
gijik: porê aloz
gilingo: hirîya ko ka û kulî û gild û gemar lê aliyabe û aloz û gemarîn bûbe.
xişt: rebeq, tam,
qaqir: hişk û bêav
bêavan: çol, besta bêav û hişk
havîbûyî: peza ko ji kerîyi biqete û aware û bê mebest lev bigere. Nexweşîyek pezane.
sût: daîre, guroverk
hing: (bi hêya qelew) hêz, zor, heja ji bo rabûnê,
tewl: ew bend yan werîs û zincîra ko pê ajelekê girêdidin. Peyva tewle û tewlexane berewajî hizra hindekan erebî nîne, belko ji vê peyva kurdî hatîye girtinê.
sike: sîng yan pîncê asinîn
kevirê pêşokê: kevirekî reşî qulqukîye, ko taybetî şûştina panî û binê pîyane.
reşkopeşko: reş û tarî, rewşeke ko li ber serêşîyê yan westiyanê çqv neşê baş bibîne.
neşî: nezan, tazekar, ecemî
belaş.belabûyî, jevberdayî
dîmen: bînber, berçaven, menzere
kelefe: kavil, xirbe
qelem: kelem, dirik û her tişta ko wekî dirikan serê wê tûj û dirêj be. peyva qelem ko hindekan bi çewtî navê wê kirine pênûs yan pênivîs peyveke resene kurdîye û ji zimanê kurdî ra ketîye nav zimanê erebî. Lew ra ko pêşda gava ko mirovan taze dest bi nivîsîna li ser kelpûçan kirin bi darikên sertûj yan jî bi dirikan, ko navê wê yê dî di kurdî da 'kelem, yan qeleme dinivîsîn. Paşê bo nivîsîna li ser beran qelemên asinîn hatin çêkirinê. Ta roja îro jî ew asinê ko bertiraş bikar dibin, jê ra qelem dibêjin.
Caşqelem: li Kurdistana rojhelat da gel ji wan kesên ko bi navê nivîskar dijî gelê xwe û keyanê gelê xwe dinivîsin û xwe û qelema xwe difiroşin, caşqelem dibêjin.
kerbeş: curek kerenge ko li kelefe û li nav zibil da hêşîn dibe. Melayê Cizîrî dibêje: qedrê gulan çi zanit, kerbeş divêt kerê reş( kerê beş)
devdîş: dirikeke ko li cîhê germ û şoreket da şîn dibe.
dabetulerd: gorekî efsaneyan tebayeke li rengê mirovan da, ko ji devî ta pîyan hûre û her çi li ber dikeve dixwe.
kênc :( bi kêya qelew) êş, teşeneya êşê
ispêne kirin: inikas kirin, lê zivirîn
telaş: ew kelefê rîsê ko badane û amadeyî reng kirinêye. Kinayete ji mirovên zor bilind û lawaz
pîrhepok: pîra mirovxor
kewjal: kêvjale, kêmjal, kewjal (xerçeng, seretan)
nitilandin: neqişandin. kolînkarî. kolan û neqişandin û nivîsîna li ser dar, ber û asinan
istewreewr: ewrê istewr, ewrên ko dihurmin lê baran jê nayê
berzeq: hişk û canveroj
kartîx: qewre, amraza tûjkirina kêrik û tiştên weke wê
çavhêşînk: kespikek hêşîne ko dikin uskura ajelan yan gerdena zarokan da û gorekî bîr û hizrên gelîrî berga çavan digre û dijî çavên çavnebarane û çavên çavnebaran şîn û kor dike.
gift: qewl, soz
serbizêv: serhejîn, kesê/a ko serê xwe dibizivîne. Ev têgîna ji layê dagîrkeran va ji wan kesana ra tê gotinê, ko dijî zor û zulmê rabin.





























Min bêriya te kiriye


Dilbixwîn Dara


Tu nema xerîbî hestiyên min birizîne. Tu nema min kor bike, bêrîkirina welat. Tu nema min li kolan û taxên vê Ewropayê mest û serxweş bike...
Van rojan ez pir bêriya welat dikim. Di xewna min de mîna marekî xwe li bedena min digerîne û di rûyê min de diqîre: "Bes e! Li min vegere..!"
Çavên min tijî hêstir dibin, serê xwe di dîwaran de lêdixînim û bi dengekî kelogirî di gewriya xwe de dilorînim: "Dayêcan... anê ez biqurban... xwezî ez weke her carê dîsa di hembêza te de bama û min şîrê berê te bimêta... av û nanê van deran bi min dibe jehr, ne dikarim vexwim, ne jî dikarim bixwim... xwezî dîsa te ez di hembêza xwe bilorandama, xwezî bi çîroka "dengê xwe neke Çermo hat... wê gur te bixwin..." xwezî bi wan rojan...
Belê van rojan Kobanê tê bîra min. Hezkirina wê weke gulekê di dilê min de vedibe. Dengê Baqî Xido di guhê min de lêdikeve "Delalê Milanî" û "Edûlê" dibêje... Kemana Emînê Dûman li ser dilê min rûniştiye û ranabe, strana "Kêrê bîne penêr hûrke" dibêje...
Ez ji hemû gund û bajarên Kurdistanê hez dikim, her der bi min Kobanê ye. Weke însanên Kobanê, ez ji hemû însanên Kurd hez dikim, ne tenê ji Kurdan, ji hemû însanan hez dikim... lê bawer bikim, tu der mîna Kobanê bi min xweş nabe.
Kanî ew nivîskarên ku xweşiya bajarê ji wê derê dest bi jiyanê kirine, bînin ziman! Kanî Yaşar Kemal, xwediyê Çokurova! Kanî Dona Şoloxov... Kanî Daxistana Hemzatov...! Ez çiqas ji wan nivîskaran hez dikim ku dikarin xweşiya welatê xwe bikin helbest, bikin nivîs û belav bikin.
Ez çi bibêjim, dema ku Kobanê di xwîna min de dikele, ez dest bi xwendina nivîsên Şahînê Bekirê Soreklî dikim. Di nivîsên wî de mirov baştir dikare Kobanê nas bike û jê hez bike. Di nivîsên wî de mirov dengên hozanên Kobanê bibihîse, mirov dikare şox û şengiya keç û jinên wê derê bibîne, jixwe ez ji we re behsa keras û keftanên jinan nekim, belkî li tu deran weke wan kincan xweşik tune bin.
Ez sebra xwe bi wan nivîsan tînim. Ez têra dilê xwe bi ser wan nivîsan de digirîm.
Dema ku ez wan nivîsan dixwînim, ez li xwe vedigerim û ji xwe re dibêjim: "ezê jî binivisînim", radihêjim pênûsê, lê belê gewriya min tijî girî dibe û weke zarokekî hîskehîsk bi min dikeve.
Berê min tu caran nizanibû ku mirov ewqasî ji welat hez dike, lê dema ku mirov jê bi dûr dikeve, dibe zarokek û bêriya rojên derbas bûyî dike. Bêriya xweşî û nexweşiya welat dike. Niha jî wiha li min hatiye. Temenê min mezin dibe, lê kezeb û dilê min dibin yên zarokan, ez dibim zarokekî ku bêriya şîr û bêhna hembêza dayîka xwe bike.
Niha ez baştir bi êşa Şahînê Soreklî û giriyê wî di nivîsan de dihesim. Niha ez ji berê bêhtir ji wan nivîsan hez dikim. Di wan nivîsan de ez bîranînên xwe, dost û hevalên xwe dibînim, ken û giriyê însanên xwe dibînim...
Ne tenê Kobanê... ne tenê ji bo min, ji bo her kesî wiha ye. Her kes ji cihê lê çêbûye hez dike, her kes dixwaze li ser bîranînên xwe bigirî, her kes weke min, dema ku welat tîne bîra xwe dibe zarokek.
Berî niha ez li maleke Mêrdînî mêvan bûm. Dapîra malên ku temenê wê di ser sêstî re bû, mîna zarokan digiriya û digot: "Bila ez bi qurbane Xirbê bim lawo, ev der ciheneme lawo, min li wê derê veşêrim lawo... min bêriya nanê tenûrê kiriye, min bêriya Kutulk û Mehîrê kiriye... min li welat vegerînin lawooo"
Min got belkî ez bi tenê wiha dibim hêsîrê bîranînan, lê her kes weke min e.
Ez dixwazim wan nivîsan bixwînim, ku navê kevirên welat, navê kolan û quban, navê çîçek û gulan têde hatine nivîsandin... Ez dixwazim wan nivîsan bixwînim, ku min û her kesî li rojên zaroktiyê vedigerînin, ez dixwazim wan nivîsan bixwînim, ku min di hembêza welat de vedişêrin...


Rojiya bavê min


Dilbixwîn Dara


Kesek weke bavê min rihet, bêdeng, gotinxwes û devliken tune bû. Tu caran xerabiya kesekî nedixwest. Cihê ku ser lê heba ew ji wê derê dûr bû. Di hemû jiyana xwe de sîleyek li kesekî nexistibû -ji xeynî me., mûriyek jî neêsandibû. Ji ber vê bêdengiya wî gelek caran gundiyan wiha ji bo wî digotin: "Bêçare ye, qet nesbîhî mêrên gund nabe, heyfa wan simbêlan..." Belê simbêlên bavê min hinekî mezin bûn, lê belê vê dawiyê ew sivik kirin, mele jêre goti heram e, wî jî weke yên dîndaran bi meqesê çerpandin.
Ez ji we re çawa bibêjim? Zarokekî jî dikaribû ji devê bavê min pariyê nan derxîne, bavê min tu caran li dilê wî zarokî nedihîst û nedigot: "Wiha neke..." Digot: "Belkî birçî ye, ma ku ne birçî be, wê çima were nanê min ji devê min derxîne!"
Ji xwe ez ji we re behs bavê xwe û qereçiyan nekim, dema ku dihatin mala me, wê rojê li bavê min dibû dawet. Berî ku derbasî gund bibin bavê diçû bixêrhatina wan dikir, ew bi germayî hembêz dikirin û dihanîn mal, kulav ji wan re radixist û cihê herî bilind dida wan. Cixare li wan belav dikir -wî bi xwe cixare nedikisand- û li hal û dema wan dipirsî, dikeniya û bi dengekî bilind gazî diya min dikir: "Zelîxe... Zelîxe... mêvanên me ji dûr têne, dewekî sar, qehweyeke germ ji wan re çêbike..." Ev karê rojekê û du rojan bû, mala me ji mêvanan vala nedibû, rojekê qereçî, rojekê mele li amînê digeriyan, rojekê parsek, roja din jî gavan û sivanên gund. Rewsa me ya madî xwes bû, destên bavê min jî vekirîbûn, dikaribû di rojekê de her tistê xwe li xelkê belav bike. Dema ku bavê min gazî diya min dikir, diya min wiha bersiva wî dida, lê di ber xwe de: "Ezê ziqûmê ji wan re çêbikim! Bila biçin xwe bi qurbanê karekî bikin, ne kor in, ne jî kût in, lê na, carê xerab fêr bûne, heya ku navê ber devê deriyan nexwin têr nabin..."
Navê min diya min Zelîxe bû, dotmama bavê min bû, deh salan ji bavê min biçûktir bû. Jineke rihet bû, devliken û gotin xwes bû, lê tu caran ji mêvanên bavê hez nedikir, kêfa wê ji wan re nedihat. Serê wê û bavê min her demê li ser mêvanan bû, dema ku wê ser dikir, bavê min bêdeng dima, me bi xwe jî pistgiriya wê dikir, ji ber ku ew mêvan, mêvanên mal di gund de bûn, mêvanên her roj bûn. Diya min, feqîra xwedê ji sibê heya êvarê di kulikê de bû, li cem me ji metbaxê re dibêjin kulik. Bavê min xwarina du rojan nedixwar, diya min her roj ji me re xwarina germ çêdikir. Ji ber ku xwiskên min tune bûn, hemû karê malê, diya min bi tenê dikir. Ji sûstina kincan, firaxan û serê me de bigirin heya bi dotina pez û çêkirina mast, mehîr û penêr. Destên wê ji kar vala nedibûn. Tu caran vala nedibû ku were bi me re li ser sifra xwarinê rûne û bi rihetî xwarinê bixwe. Hemû kar û barê malê li ser milê wê bû. Ji tirsa gotina xelkê bavê min alîkariya diya min nedikir, ditirsiya ku hinek bibêjin: "ketiye destê jina xwe, îro xwarinê hazir dike, sibe jî wê zarokan bimêjîne..." ji ber vê yekê, bavê serê sefaqê dadikete nava zeviyan, nîvro vedigeriya mal.
Sas fêm nekin, ez ne pesna diya xwe didim ne jî li ser camêriya bavê xwe diaxifim, lê ez dixwazim hûn hinekî taybetmendiyên wan nas bikin. Em werin ser mebesta nivîsandina vê çîrokê. Ez dixwazim ji we re behsa Remezanê û rojiya bavê xwe bikim, ez bawer dikim, wê rewsa bavê wê ji yê bavê min ne gelekî cuda be.
Biborînin, min ji bîr kir ez bibêjim, navê bavê min Hesen bû, niha jî wiha ye bêguman, lê ez qala wê demê dikim. Xelkê jêre digot Heso, kêfa wî ji vê leqebê re nedihat, lê nikaribû zorê li kesekî bike ji bo ku jêre bibêjin Hesen. Bavê min mêrekî kin û qelew bû. Xwendin û nivîsandina wî tune bû, tenê du salan çûbû li cem xoceyê gund xwendibû. Li wê derê çar-pênc ayetên Quranê ezber kiribûn.
Temenê wî nêzîkî çil salî bû. Tu caran pantolon li xwe nedikir, serqot nedigeriya, layîqî xwe nedidît, belkî jî dilê wî dixwest ku kincên Ewropî li xweke, lê serm dikir. Tenê carekê pantolon li xwe kiribû, ew jî dema ku çûbû eskeriyê. Min berê jî got cixare nedikisand, li her demê di berîka wî de pakêt hebû, li nas û dostan, li mêvanan belav dikir, ev jêre bûbû weke adetekê. Di hemû jiyana xwe de ne bi qumarê lîstibû ne jî bi kaxetan, ji vî alî ve gotin li ser nedihate kirin. Dema ku kêfa wî li cih ba diçû bi bi hunek cîranan re bi damê dilîst.
Gava ku me ji gund bar kir û em çûne bajêr, bavê min dikanek di hewsa malê de vekir. Bi wê dikanê bavê min debara malê dikir. Li bajarê me, keseên ku cih li bajêr nedidîtin ji bo ku ji xwe re dikanekê vekin, diçûn di hewsa mala xwe de dikan vedikirin, bavê min jî ji wan kesan bû.
Li bajêr jî bavê min dest pê kir ku mêvanan li dora serê xwe kom bike. Ji misteriyan zêdetir li dikana bavê min kesên bêkar û betal kom dibûn. Hinekan ji xwe re li ber devê dikanê bi damê dilîstin, hinek jî dihatin gilî û gazinên xwe dikirin, ji xwe re sebra xwe dihanîn. Ev li xwesiya bavê min jî diçû. Lê diya min! Ji belaya bavê min xelas nedibû. Diya min vê carê ji sibê heya êvarê ji mêvanên dikana bavê min re dixebitî. Dema ku mêvan li dikanê kom dibûn, bavê min gazî min dikir û digot: "Hayê kurê min, ez te bibînim, here ji diya xwe re bibêje bila çayeke qalind û bi darçîn ji mêvanan re hazir bike. Bi lez ez diçûm min ji diya xwe re digot. Diya min di rûyê min de diqêriya û dida sopa min, dixwest hêrsa xwe di serê min derxîne. "Mêvanên bavê te bila biçin jehrê vexwin... bila biçin xwe bi qurbane karekî bikin û bixebitin, tirba xwe li dikanê kolandine... morika stûyê xwe li wê derê wenda kirine?!" diya min diqêriya û digot, dengê xwe bilind dikir, ji bo ku mêvanên rojane yên bavê min bibihîsin.
Ez nizanim ezê çawa ji we re behsa meha Remezanê û rojiya bavê xwe bikim! Dema ku ew roj têne bîra min ez di cihê xwe de diricifim.
Ezê bi kurtî ji we re qala rojekê ji wan rojên mubarek bikim.
Dîsa meha Remezanê bû. Tîrmeh bû. Agir bi erdê ketibû. Ji ezmanan agir dibariya. Ji germaya rojê û hêrsa havînê mirov nikaribû ji hundir derkeve. Mêjî di serê mirov de dikeland, wê rojê. Di vê mehê de rojiyê dest pê dikir. Di kelekela germa havînê de mirov çawa dikaribû xwe tî bihêle, mini jî nizanibû, ji bo çi bi taybetî di vê mehê de rijiyê dest pê dikir. Welhasil, ew ne karê min e.
Di vê meha Remezana mubarek de, hejmara nexwesan bilind dibû, bi taybetî jî kesên bi temen, weke mirîskê serî di ber wan de diskest û ji ser hisê xwe diçûn, pattt... li erdê diketin. Lê belê dîsa jî rojiya xwe nedisikandin, baweriya wan xurt bû.
Em werin ser bavê min.
Di wê meha Remezanê de, bavê min dibû weke mozeke sor. Dibû însanekî din. Gotin pêre nedibû. Hesoyê berê yê dilovan û nerm diçû Hesoyekî din dihat. Hesoyê nû, yanî bavê min, mirov newêribû silavê lê bide, hema sor û mor dibû, lêv diricifîn û mîna bombayekê di rûyê mirov de diteqiya. Sebeba vê yekê jî bêguman rojî bû.
Pistî nimêja sibehê, bavê min solên xwe dixistin lingên xwe û berê xwe dida mizgeftê. Berî ku ji mal derkeve diya min jê pirs dikir:
- Ji bo fitaran ez çi xwarinê çêbikim?
Deng ji bavê min dernediket. Diya min careke din digot:
- Ma te nebihîst! Ez çi xwarinê çêbikim?
Bavê min bi hêrs li pas xwe zîvirî û bi dengekî bilind li diya min vegerand:
- Ziqm! Te fêm kir? Ziqûmê çêbike...
Dema ku meha Remezanê dihat, bavê min jî bi nexwesiyeke wiha diket, ne di dest wî de bû. Di meha Remezanê de ew ji bin îradya xwe derdiket.
Diya min di ber xwe de got:
- Dîsa bi cinan ketiye. Qaso bi rojîye! Ê madem tu nikarî rojiyê bigirî, madem tu tehemul nakî, çima tu digirî û xwe wiha rezîl dikî! Tu dibêjî qey kesekî zor lê kiriye... Eger ku xwedê jî rojiya te qebûl bike, bila ez bi her du çavan kor bibim.
Bas bû ku bavê min nebihîst, eger ku bibihîsta, xwedê dizanibû wê çi bianiya serê diya min.
Ez di nava nivînan de bûm. Min koseyekî lihêfê rakiribû û bi dizî li wan guhdarî dikir. Min newêribû serê xwe derxînim û eskere li wan guhdarî bikim. Bawer bikin eger ku bavê bi min bihesiya wê hestiyên min bas nerm bikirana. Bi qasî ku ez ji qayîsa bavê xwe ditirsiyam, ez ji tistekî din neditirsiyam, di meha Remezana mubarek de min her du sê rojan carekê çend qayîs ji dest wî dixwarin.
Wê rojê diya min li gora dilê xwe xwarinek amade kir. Ez vê ji we re bibêjim, di meha Remezanê de tu caran xwarina ku diya min çêdikir, li xwesiya bavê min nediçû, her carê jêre behaneyeke didît û sereke ne plankirî derdixist. Di dilê diya min de bûbû hesret ku rojekê bavê min ji diya min re bibêje "destê te sax bin", her demê digot: "ev çi ye, ev çi ziqûm e..."
Ji bo ku hinekî xwe hênik bike, ji sibê heya êvarê serê bavê min di bin ava sar de bû. Her kêliya ku te ew bidîta, misînê avê di dest wî de bû û bê rawestan av bi ser serê xwe de dirijand. Lê di çar pênc deqeyan de serê wî zuha dibû, dilopek av jî li ser serê wî nedima. Dibû kufe kufa wî, di hundir dikanê de diçû û dihat û xeber digotin. hinek tist di ber pozê xwe de digotin.
Ji tîbûnan ezmanê bavê min bi devê wî ve dileziqî. Lêvên wî diqelisîn, çavên wî di kortikan de wenda dibûn. Weke du dendikên zeytûnan her ku diçûn biçûk dibûn.
Bavê min li rojîgirtina xwe posman dibû, lê êdî carê dest pê kiribû, nediû ku dev jê berde û xwe di nava xelk û cîranan de rezîl bike, berê xwe dida ezmanan û bi dengekî bilind digot: "Malav, xwedêyo! Ma te ji xeynî vê mehê tu meh nedîtin ku tu têde vê Remezana mubarek bînî?! Ma çima te Qurana serîf di meha zivistanê de nesand, ma me bi te çi kiribû ku tu me wiha rezîl û riswa dikî?!" Pistre li xwe dizîvirî û di ber xwe de digot: "Li me û hicetan digere, vê kele kela germa havînê, mirov li kafiran jî tistekî wiha nake, ma çi hatiye serê me ku em xwe mîna deveyan xwe tî û birçî bihêlin..!"
Germayiyê êdî mêjiyê bavê min leqandibû. Bi dengekî bilind gazî min dikir: "Kuro..! Zû be, vî misînî tijî ava sar bike û bîne, dereng nemîne, eger ku tu weke cara berê dereng bimînî, ezê te..." Bi lez min misîn tijî ava sar dikir, du qalib bûz dixistin ser û ji bavê xwe re dibir, ez bernedidam, min bi qirika misîn digirt û ew ava cemidî bi ser serê wî de dikir, rihet dibû, hinekî tîbûna wî diskeset, lê belê gelekî dirêj nedikir: "Zilm e, rezalet e, dijmin jî tistekî wanî nayne serê miriv... eskere, eskereû dûze dûz, riya cinetê li pêsiya me digire... ma ev jî hal e!" ji xwe re bi hêrs digot.
Di meha meha Remeznê de misteriyên bavê min gelekî kêm dibûn. Ezê ji we re sebeba vê yekê jî bibêjim.
Jineke cîrana me hebû, navê wê Xedrê bû. Bî bû. Du zarokên wê hebûn. Mêrê wê dev jê berda bû û çûbû ji xwe re zewicî bû. Xedrê li ser zarokan mabû. Her du zarokên wê diz bûn, ji zaroktiya xwe de fêrî diziyê bûbûn. Tistên ku didizîn li cem diya xwe vedisartin, li xwesiya wê jî diçû.
Xedrê jineke sermêrokî bû. Ji civata jinan bêhtir kêfa wê bêhtir ji civata mêran re dihat. Ne serm dikir, ne jî fedî. Te kengî ew bidîta, benîst di devê wê de bû û dibû cerqe cerqa wê, dicût. Dema ku bavê min ew di wê rewsê de didît, his ji serê wî diçû. Jê nefret dikir.
Dîsa rojeke remezanê bû. Ses heft kes li pêsiya dikanê rûnistibûn. Hemû jî bi rojî bûn. Ji xwe re diaxifîn, suhbet dikirin. Suhbeta wan weke her carê dîsa yan li ser buhabûnê bû, yan jî li ser filan û bêvan kesî bû. Li belê wan rojan milet zêde li ser keça meleyê mizgeftê diaxifî, keça wî bi xortekî reviya bû.
Xedrê kete hundirê dikanê, nedigot rojiye ez benîstê xwe ji devê xwe derxînim, tistekî wiha nedihate bîra wê.
- O... ho... masellah dîsa dikan dagirtiye, got û derbasî hundir bû.
Ji yên rûnistî yekî got:
- Em li benda te bûn Xedrê.
- De here kalê heram, Xedrê keniya û got, kêfa wê gelekî ji gotinên wiha re dihat, av bi devê wê diket.
Gotin avêtin hev. Her du alî jî bi gotinên hev kêfxwes dibûn.
- Binêre Xedrê! Min jin berdaye, te jî mêr, ka were di vê meha mubarek de em xêrekê bikin.
Bavê min di bin çavan re li wî dinêrî û bi dengekî nizim di ber xwe de digot: "Munafiq!"
- Ez! Ez bi heramekî weke te re bizewicim?! Tu di xewna xwe de jî tistekî wiha nabînî, Xedrê mîna keçeke çarde salî bi delalî got. Ez sed salî bi tenê bimînim jî bi pozmezinekî weke te nazewicim.
- Xwe sas neke, pistre wê tu posman bibî ha... fedî neke, kesekî xerîb tune ye. Eger ku em di vê meha mubarek de bizewicin, emê bi hev re di sala pêsiya me de bi îzina xwedê biçine Hecê. Riya cinetê li pêsiya me vedibe Xedrê...
- Cineteke ku xirpoyekî weke te lêbe, ezê biçim cihenemê.
Mêrik di ber xwe de kire nirçe nirç û got:
- Gotin bi jinebiyan re nabe, min jî dev ji te berda.
- Tu dev ji min bernedî, ezê çar pçnc diranên ku di devê te de kurmî mane, hûr hûrî bikim.
Yên din bi hev re keniyan.
Bavê min di bin çavan re li her duyan meyizand û got: "Xinzîr!"
Xedrê ji bavê min nêzîk bû û bi dengekî qebe, weke ku li bavê min emir bike:
- Kîlok mast Heso!
Weke ku nebihîstibe, bavê min deng ji xwe dernexist. Lê bawer bikin ev gelekî li zora wî çû. Jixwe tu caran nedixwest ku Xedrê nêzîkî deriyê dikanê jî bibe, tu caran bavê min û wê li hev nekiribûn, ne kêfa bavê min ji wê re dihat, ne jî kêfa wê ji bavê min re dihat, ji hev hez nedikirin. Ji ber ku ew siq siq dihate mala me, her roj di navbera bav û diya min de ser hebû, bavê min bi ser diya min de diqêriya û digot: "Bi nod û neh navên xwedê, eger ku ew careke din were vê malê ezê lingên wê bisênim... Ji xeynî fitne û fesadiyan ew ji tistekî din re nabe..." Lê belê tevî vê yekê jî kêfa me zarokan gelekî ji wê re dihat, ji me re çîrokên cin û neysiziyan digot, me newêribû em ji bavê xwe re bibêjin ku kêfa me ji wê re tê.
Bavê min bersiva wê neda, Xedrê ji xwe re fersend dît ku gotinekê bavêje zilamê rûnistî:
- Eger ku ewê (?) te heba, jinikê dev ji te bernedida.
Mêrik di bin simbêlan de keniya û got:
- Heye... heye... dema ku tu hatî wê tu bi çavên xwe bibînî.
Xedrê di ber xwe de keniya, bersiva wî neda.
- Mastê te yê duh tirs bû ha! ji bavê min re got, min hemû rijand.
Bavê min li behaneyekê digeriya, ji bo ku wê biqewitîne, jixwe ji tîbûnan çavên sor bûbûn. Bi hêrs serê xwe rakir, di bin çavan re bi kîn li Xedrê meyizand û got:
- Malê min ev e, kesek bi zorê nade te, got.
- Xwe aciz neke Heso, me tistek negot.
- Weke her roj bi ser min de neke pite pit, tu mêst dibî lê nabî?
- Dibim... dibim, kîlokî.
Bavê min bi heskê mast xiste kîsê naylonî. Devê kîs girêda û da dest Xedrê. Xedrê bêku heqê mêst bide bavê min kîs ji dest wî girt û kir ku biçe. Bavê min kîs ji destê xwe berneda:
- Bi kuve! Te heqê mêst neda, bavê min got.
- Wisss! Ezê pisrte bdim te, binivisîne.
- Nabe, bavê min got.
- Ma em reviyan e! Ezê sibe bidim te.
- Min got nabe, heya ku tu peran nedî, mast tune ye, bavê min bi hêrs got.
- Wîîî! Em cîranê hevin Heso, ma te dinya nedîtî ye! Ev pir li zora bavê min çû.
- Zimanê xwe dirêj neke û vê rojiya Remezanê devê min veneke, kîs berde, bavê min got.
Hinekî li ber hev da. Xedrê nedixwest kîs berde, bavê min jî, te ew bikustiba kîs di dest wê de bernedida.
Di vê navberê de, yekî ji yên rûnistî, ji bavê min re got:
- Bila bibe Heso, emê tistekî din ji wê bistînin.
Bavê min di ber xwe de hinek tist gotin. Xedrê jî devê xwe tijî xazî kir û avêt di devê wî zilamî de lêxist, yên din bi dengekî bilind keniyan.
Li dawiyê bavê min kîsê mêst ji dest Xedrê girt. Lê belê Xedrê jî ne hindik bû, bi her du destan xwe avête kîs, bavê min berneda, Xedrê kisand... û li dawiya dawiyê, bavê min ku mîna fisengekê hatibû dagirtin, bi qirika kîs girt, rakir û di erdê de lêxist, weke bombeyekê deng jê derket, her der sipî kir, mêvanên bavê min jî ku ji xwe re temase dikirin, nikaribûn xwe ji teqîna kîsê mêst xelas bikin. Mast li pêsiya dikanê belav bû. Bavê min dest bi xeberan kir, xeberên ku tu caran negotibûn, gotin. Bavê min bi dengekî bilind gazî min kir:
- Ker oxlu ker, zû be! Misînê avê bîne û vê derê biso... tu nema bû dîsa ev îblîsa biba sebeba sikestina rojiya min...
Li bayê bezê min pêsiya dikanê paqij kir.
Ev ne tistek bû, lê dema ku em li ser fitaran rûdinistin! Ezê wê jî ji we re bibêjim.
Em li benda teqandina topê diman. Lingên bavê min erd nedigirtin. Belkî di deqeyekê de sed carî diçû ber deriyê derve û dihate hundir. Sebir nedikir ku top lê bidin û ew jî fitara xwe veke. Tehemul nedikir, dihat li ser sifrê rûdinist, tasa avê dixiste destê xwe û li ezmanan dinêrî, dixeyidî: "Dîsa çi bi van bênamûsan hat! Her roj vê rezaletê tînin serê me, bi me dilîzin, bi xwedê dilîzin, ji bîr dikin ku biçin topê biteqînin... tu nema em ji tînan bifetisin..." di ber xwe de digot.
Pistre li min dizîvirî û digot:
- Hele ka biçe li salnemê binêre, ka kengî fitar in.
- Hîn sê deqe mane, min digot.
Bavê min bawer nedikir, bi min re aciz dibû:
- Derewan neke, bas binêre, ma tu kor bûye, çawa sê deqe mane!
Ez diçûm min careke din dinêrî:
- Sê deqe mane bavo, min bi îsrar digot.
- Çawa bû ev! Çi bi melê bênamûs hat! Her roj di vê deqeyê de azana dixwend, mir çi bû! Ez wî bas nas dikim, kesek weke wî sextekar tune ye.
- Belkî saeta te li pês be bavo, min bi tenazî got, ev gelekî li zora wî çû.
- Te çi got?! Saeta min sas be! Eger ku ez rabim ezê serê te têxim vê tencika tirsikê ha...
Ziman bi ezmanê devê bavê min de dizeliqî. Careke din tasa avê dibir ber devê xwe û di ber xwe de digot: "Seytan dibêje vexwe..." Diya min bi dengekî nizim ew hisyar dikir:
- Sebir bike Heso, gunehe, avê nebe ber devê xwe.
Bavê min berê xwe dida diya min û bi dengekî bilind digot:
- Disa fitweyan nede! Ez dizanim çi dikim.
Dema ku top diteqiya, bavê min ji kêfxwesbûnan "Bismillah" ji bîr dikir, du sê tas av li pey hev vedixwarin, pistre êrîs dibire ser kevçî û bi ser tirsika bamiyan diket. Dixwar nedixwar têr nedibû, li pey hev dixwar û vedixwar. Diya min di bin çavan re li wî dinêrî û di ber xwe de digot: "Wê xwe pê bikuje" û dengê xwe bilind dikir: "Hêdî Heso..! nareve... nareve" Bavê min nedibihîst, hisê wî li ser xwarinê bû.
Heya ku meha Remezanê diqediya, hal û karê me jî her roj ev bû.










BI ÇAYDANÊ HEVALA

Qedrî Dersilavî: dersilav58@hotmail.com

"Bi çaynadanê hevalan min gayê te ne dîtiye! Bi çaydanê hevala pezê û golikên min ne ketine rez û bîstan (bostan) ê we. Bi çaynadanê hevalan mirîşka we li mala me hêk nekiriye, Bi çaynadanê hevalan ne zarokên me ne ên ku şibaka we şikenandin e û hwd."
Belê dengê we tê min, hun niha dibêjin "ev çi ne, ev tu çi sond û peymanan dixwî, ma kê doza sondan li te kiriye? Kê gotiye tu ketî bîstanê me, te golika me diziye? lê ev çi tewir sondin?" De wele me sond û peymanên bi vî tewrî ne bihîstine. Belê min jî ne bihîstibûn, min jî sond û peymaneke bi vî tewrî nizanibû heta ku
Rojekê riya min bi gundê Memoka ket (Memoka girêdayî Stewrê navça Mêrdîn e) û ez du rojan li wî gundî mam. Memoka gundekî kêm av lê şênkahiya dar, devî, bihîv, rez, bîhok, guvîj, beru, qeswan, hejîr tuhok û belalukan pir bu. Ev gund di nava newaleke ku dikeve qontara çiyayê Stewrê de ye. Gelê gund jî tev welatparêz bun. Gundekî bi tifaq û biratî bû. Gundîtî û cîrantiya wan xweş bû. Di herdu rojên ku ez li vî gundî mam, min tu taybetiyên wanî girîng nedîtin, tenê vê sonda wan (Bi çaydanê Hevalan) pir bala min kişand. Ez bawerim bala we jî dikşêne.
Dema ku yekî bixwesta hevalê xwe an dijberekî xwe bide bawerkirin (înaniya wî bêne) sonda wanî serekeyî û herî mezin ev bu: "Bi çaydanê Hevalan" ji ber ku min tu sond û peymanên bi vî tewrî ne bihistibun, min miraq kir. Û ji wan pirsî :Min got gelî gundiyan, ez li heremê welat geriyame. Min pir cureyên sond û peymana bihistine. Li gundekî sonda wanî herî mezin, digotin "Bi sed hezar Qur an" li gundekî din digotin "Bi tirênek Qur an" li yekî din digotin "Bi ucaxê Şêx" li yekî jî digotin "Bi beroşa mala Şêx" hina digot "Bi kitêba mala Seyda" hineka jî digot "Bi çira Elî Mihemed" hineka digot "Bi kevirê Hecê" hinika ji digotin "Bi roka li ezman" Hina digo "Bi rewza Şêx Ebdilqadir" hina digot "Bi ucaxên mala Bubê" Hina bi ucaxên mala Bokarkê, hineka bi ên mala Şêx Hamid sond dixwar. Hinekan bi rojê, hinekan bi heyvê sond dixwarin. Lê min heta niha sondeke bi vî tewrî ne bihîstî ye. Ka ji min re çîrok û serpêhatiya vê sonda xwe bêjin. Ev hun çima bi çaydanê hevalan sond dixun?
Gundiya çîroka vê sonda xwe wiha ji min re şîrove kirin.
Piştî despêka telefizyona Med’ê sê mehan şunde apê Biro antêna stalîtê (uydu) kirî û anî li gund saz kir. Me hemu gundiyan jî bi qabloyan kişande malên xwe. Ên ku malên wan dûr bûn jî her şev li şevbêrkên cîranan û mala apê Biro bûn. Û her şev temaşa biçûk mezinan tevan temaşekirina telefizyona MED ê bû.
Wê demê ji panzdeh rojan carekê bernama "Welatê Rojê" dihate weşandin. Mijara wê jî, jiyan û çalekiyên Şervanên Azadiyê bu. Gundiyên me jî tev welatparêz û dilxwaz bun, lê heta wê demê jî kesî ji gund, bi çavan û zindî şervanên azadiyê nedîti bûn. Û Ji ber vê jî hemuçik, pir miştaqê dîtin û naskirina wan bun. Îcar gava ku di telefizyonê (di bernama welatê rojê de) derdiketin, kes jê nedima. Ji mezinan heta biçûkan bi çar çav li telefizyonê temaşe û godarî dikirin. Bi godarîkirinê tenê bimênin baş e.
Îcar her sibehan piştî bernameyên girîng (weke welatê rojê) gundî heta çend rojan qal û qirêtîka bernamê dikirin. "Bernama welatê rojê îşev çi xweş bû, we jiyana şervanan dît" û hwd.
Dîsa rojekê, piştî bernamayeke "welatê rojê" gundî ketine qirika hev. Her gundiyek bûbû evîndarê û miştaqê tiştekî ji bernamê. Ji yên ku bûbûn hişmetqê kincên şervanan, ji yên ku bûbûn, hişmetkarê şemlên wan, ji yên ku bûbûn evîdarê rextgirêdanên wan.... Bi rastî jî pirên gundiyan ji jiyana şervanan metal û berziqî bûbûn. Hina digo "te hevîrkirna hevalan dît, te dî çi xortekî spehî bû û hevîr dikir?... ," hinan digot "te talîm û perwerda wan dît? Bi rastî jî dişîbiya artêşê... hina digot "Na wele teşta wanî şemadan çi xweş bu. Hineka digot "En tiştê wanî xweş savara (girar) wanî liser kuçik (tifikê) bû, niha çi bi tam û çêj e. Ê din digot "malmîrat ma ne ew girar rijî (bêrun) bu. Hina got "Lê konikên wanî nayîlonî!... " hinekan got "Ma çi weke wan şemlê ku li pişta xwe dipêçin heyecanê dide mirov? Hinekan got "Ma gelo wan cilên (kincên) sipehî cewa peyde dikin û didin dirûtin? Êdin bersîv dida, digot "Dîno ma ne terziya wan jî resmiye (taybete). Ji xwe ên ku bûbûn evîndarên çek û sîlahên wan, bêhejmar bûn. Kelandina şorba wan jî dilê pirî gundiyan sohti bû. Girêdana şervanên keç devê tevan ji hev biri bû. Dema ku hevalên keç di ekranê dixuyan hemu gundiyan çvên xwe li keça Silê Mencê digerandin. Lewre hîna jî piran bawer nedikirin ku keça Silo ketiye na refên şervanan.
Te digot qey karê wan ew e; her hafteyê, piştî bernamê her kesê (her yekî) a xwe digot. Heta ku bernameyeke din bi hata, di gund de qal û bas, qirêtîk û nirxandina bernamê bû. Lê heta bernama din kesî bi ser kesî ne dixist. Herkesî di got fikra min rast e. Lê carek dîsa piştî bernameye kê niqaşên gundiyan tund bûn û li ser vê mijarê hevûdin pir zivêr jî kirin.
Di dawî de gundî ji bo li hev bikin, biryarek girtin ku herin ji hinekên zana bipirsin. Bê ka di jiyana şervanan de tiştê herî balkêş û sempatîk çiye. Çun ji çend zanayên şoreşger pirsîn. Dîsa wan jî her yek tiştek danê pêş. Gundî bi wan jî qani nebûn,. Di dawî de gotin "em herin ji Elodîno bipirsin. Bera ew şerîeta me bibbire, me li hev bîne."
Elodîno jî dînê gundê wan e. Lê gotin û kiryarên wî ji ên gelek biaqilan rast û duristir in. Kesî rojekê gotineke tahl û derew ji Elodîno ne bihîstiye. Elodîno mirovekî dîn jî be pir mirov dibêjin ku ew weliye. Ne mal heye, ne milk, goh li çek û xwarinê jî nake. Pir caran bi roja birçî dimêne, heta hinek bi zor xwarinê nedinê, ew ji kesî tiştek na xwaze. ji destê kesî tiştekî nagire. Kêm xeber dide, lê her gotineke wî "weke ji kitêbê be" Pir dicîh de dipeyîve, Elodîno car caran ji gund dertê, berê xwe dide çolan û bi rojan nayê gund. Gundiya çîroka sonda xwe ji min re wer domandin.
Em çûn cem Elodîn, me jê pirsî, me got Elodîn te jî hefta borî bernama Welatê rojê temaşe kir? ( ji xwe car carana hunda dibe lê gava dibe wexta bernamê te dî li mala apê Biro hazire) Got belê min godar kir. Me dîsa jê pirsî, me go bi a te ji tiştên hevalan, ên herî balkêş, xweşik û pîroz çi bu? Li me vegerand û wer got. Çima hun nizanin tiştê wanî herî balkêş û pîroz çi bu? Me go na em nizanin. Wî jî wer vegerand: Nabêjin gundî dînin û korin jî, dibêjin Elodîno dîne?....Ma bê aqilno tiştê wanî herî xweşik û pîroz ew çaydanê wanî bafunî ku derve û hinderê wî ji hev nayê cuda kirin, ji tenî û qilêrê bûbû weke qafurê. Û Elodîn gotişna xwe wer dewam kir "Hun dizanin Ew çaydan rumeta meye. Hec û zîyaretgaha meye." Piştî gotina Elodîno me teva ew pejirand û ji wê rojê û şunde ev sond buye peymana meyî herî bilind. Ev ruwê sê salane di gundê me de kê bi vê sond xwaribe vir derneketiye. Û her kes pê bawer buye. Niha li gundê me ku bi çaydanê hevalan hate sond xwarin avên çema disekinin.
24.08.1998









GUNDÊ ME

Qedrî Dersilavî: dersilav58@hotmail.com

Gundê me, gundekî xelbe û şên bû. Bi dar û ber, bi ceh û gemin û şênkayî bû. Erda wî bi bereket bû. Cureyên fêkî û zêrzewatan jî lê pir bun. Lê qusureke gundê me hebû: di gundê me de şer, pevçûn û berberî kêm ned bû.
Di vî gundî de, kê bi kê garibana, diranê kê bi kê de biçuna, tade û zilm lê dikir, ew talan dikir. Dest dida ser terş û eyalên wî. Lê tenê mala Hecî biro ne werê bûn. Yanî te digot qey mala Hecî biro, ne ji vî gundîn e. Digel ku pir û bi hêz bûn jî, dîsa tade û zilm li kesî nedikirin, terş û talanê kesî ne dixwarin, çavên xwe bera mal û namusa kesî ne didan. Weke mîhan bûn.
Lê belê çend mal û azbetên dîtir hebûn, bê esl û bingeh bûn, her ku fersend bi dest dixisitin, tade û pêkolî li mala Hecî Biro dikirin. Mal û pezên wan, terş û talanên wan di dizîn, çav bera erz û eyalên wan didan. Mala Hecî, ewil, di ber xwe didan, ne dihiştin ku xelk û alêm, der û cîran, mal û milkê wan talan bikin. Lê demek şunde, bi sedem vê henunî û bêdengiya wan, der û xelkê zora wan bir. Bi darê zorê tev kirin dîl û esîr, xistin bin bandora xwe. Li mal û milk û hemu dewlemendiya wan bûne xwedî. Êdî bêtifaqî ketibû nev zarokên Hecî Biro, nema karibûn di ber xwedin, mal û milk û eyalên xwe biparêzin. Bûbûn esîr û bindest. Bi vê rewşê, sal û zeman dibuhurin.
Car, caran zarokê Hecî Biro yeko- dido, diberxwe didin, li hember cîranên zorba serî radikirin, digotin ev tiştê ku hun dikin ne li rê ye, zilme, zordarî ye. Lê ji ber ku bi serê xwe bûn, bê tevahiya bav û birayên xwe bûn, bi ser nedikeitn. Di pey vê rewşê re dîsa sal û zaman derbas bûn. Her ku diçû zarokên Hecî Biro jî, pir dibûn û hîna jî jar û reben bûn. Lê ro bi ro, li çara serê xwe, ji bo azadî û serexwebûna xwe di fikirin, di şêwirin û lêkolîn dikirin. Her yekî, ji xwe re tiştek û çareyek difikirî û şîrove dikir.
Di dawiya dawiyê de gotina yekî ku navê wî Seyîtxan bû, ji teref pirên azbetê de, hate pejirandin. Seyîtxan ev digot: Divê em îro bi dijimnên xwe re şer û pevçûneke dijwar bikin. Lewre "ne bi şer be dijmin naçe der" Weke hemu malbat û azbetan, yek dido ji zarokên Hecî Biro jî newêrek derketin. Yek ji wan jî Ezîzo bû. Ezîzo digot: ez nikarin şer û prvçûnê bikin, em ne ê şerin. Azadiya bi şer û pevçûnê, min navê. Û mala xwe ji gund barkirin, çû gunde kî cîran. Ji xwe re qesr û qonax çêkirin, zewicî, bû tucar û maldar, xwedî zar û zêç, milk, mal û pere. Nema gund, bav, bira û erda wî hate bîra wî. Gerçî car caran ku bi tenê dimA, ji derdorên xwe re bas û qala gundê xwe dikir, lê rojekê nehat gund û axa xwe, ne jî pirs û ziyareta bav û kalên xwe. Car caran henek û tinazên xwe, bi malbat û azbeta xwe dikir, digotin " Tu li wan, tu li halikê wan Ev çi şer, ev çi pevçûne?" Lê xwedê heye... carna, dema ku şer xweş dibû û ku bira û pismaman zora dijimin dibir, wî jî hêvî û gumana ax û erdên xwe dikir, di kozika xwe de deng ji xwe derdixist, digot, "hey birano ji bîr nekin, ez jî birayê we me, min jî ji bo vê xakê ked û emek daye. Demek şûnde ku gund bêdeng û sehle bû, hate, mala xwe dixiste xibekê Hesenê Çolo, digot belkî erd û milkê gund bêne tewzî kirin, ew jî ji xwe re parekê bigre û bibe bivroşe, heke hêja (pir) be pê bînayeke bîst û pênc tebeq, li Stabbolê bistîne. Lê ku ne hêja (hnidik) be çend şevan ji xwe re pê kêfê bike. Lêdema ku şer û pevçûn zêde bû şevekê berî roj bavê destek livînên qetqyî bi hayela linga, avête ser kerê reşik û "ligo qurbano" ne kesî dizanibû ku ji wî gundiye an na.
Xirbekê Hesenê Çolo, xanîkekî xerabe, li derê gund bû, di meha Temuz û Tebaxê de jî dilop dikir. Her ku gundiyan gavan, ji gundên xerîb digirtin, ew tanîn malên wan dixistin xirbê Hesenê Çolo û, ku qewlên (süre) wan diqediyan, dîsa bar dikirin, diçûne gundê xwe
Belê rewşa Ezîzo ev bû û malbata wî jî di şer û pevçûnê bihirî, bêhn û nifşik li wan çikiyan. Bi salan şer û berberî kirin. Mal, milk û hemu dewlemendiya xwe ji dest dan. Ji malbatê kesî bê derb, birîn kor, qop û seqetî nema; lê ku mirov li bejn û bala Ezîzo dinihêrt weke ku nu ji hêkê derketi be, ne derb, ne serşikandinek, ne jî seqetiyek lê nîn bû. Zîqîna kudera wî, zembereka seata zêr, di ber de, di çirisand. Destên wî weke destê şêxê Serhaniyan, weke pembo û hevrîşim, nermik û nazik bûn, heta roja îro jî ne ketine ava sar û germ.
Seyîtxan û malbatê jî ro bi ro biryar û qerarên cur be cur digirin, li çareserî havilekê digerin.
Pir sal û zamana çûn, kesî pêjn û hêswa Ezîz'ê me ne kir. Lê piştî ku malbat di şer û beberiyê de ko bûn, pişt û çong li wan şikiyan, xelk û alemê jî, ew mafdar kirin, gotin gundîno ma ne eyb û şerme hun tadê li vê malikê dikin, hun bi vê zilm û zora xwe neheqin. Dîsa rewş sehal (sakin) bû, mala Hecî Biro û gundiyan dest bi pez û cotbariya xwe, dest bi der û cîrantiya hev kirirn. Û bû qala lihevhatin û aştiyê, me dî postevan nameyek ji Ezîz'ê me anî. Ew Ezîz'ê ku ev ruwe pîst saliye kesî li van dera pêjna wî ne kiriye, hêswa wî ne dîtiye, ne di şer û pevçûna de û ne di serhildan û berxwedanan de. Di nama xwe de, dibê "Ez ne qaîl û raziyê vê rewşê me, ez tu aştî û lihevhatina napejirênim, ev qusur û kêmaniya azbetê ye" di dawiya mana xw de jî, fort û pesnê xwe dide, dibêje, ezî saxî ne mirî, we ev tişt kiriye. Îcar Ezîz'ê me, pê ne qaîle. Dibê ku hun tirsok û revokin. Hun çima şer û pevçûnê na meşênin, çima we dev ji vê rewşê berda, hun ji tirsa rih û canên xwe paş de vekşiyan e.
Li ser vê rewşê Pîra Meyro kilamek derxistiye, di kilama xwe de wuha dibêje:
Hayê li min hayê
Çima gelo carkê derba me lê nayê.
şêr û Egît xistine ben û qeyda.
Ji novde fort û pesnê xwe didin, kêlik û çewalê kayê.
Hayê li min felekê.
Te bê sirê bê henekê
Ji mere bûyî kul û keder
Ji xelk û alemê re cennet û Birca Belekê.
Çi bêbextî, bê qerarî,
Çi dil reşî, dil xedarî
Hevalê firek û forteka
Lê ji mêr û egîtan re neyarî
Felekê
Ezê nemrim bi vê gulê, bi derbê.
Ezê bimrim bi vê kulê, bi vê kerbê.




























PÎRA EDUL

Qedrî Dersilavî: dersilav58@hotmail.com

Dema ciwan bû, bûkeke kurî kej bû, rind û bedew bû. Sor û sipî dikir, gure gur jê diçû, fistanên gul gulî weke zînê caniya lê di edilî, çarika sipî dor morî bi ser biruhên qeytanî de dişildiqîn. Xingîna morî û mircanên sityê wê weke estromanên sazbendan bûn. Tiliyên şimişimî xwîn di wan de xuya dikir. Şeqîna şimikên wê weke erbana sofî Beşîr bi ritm û temtêl bûn. Fîstanê gul gulî û bi qerme heta çongan kin li ser bedena wê dilerizî. Poz û biruhên li hevhatî weke bîrdara (anit) azadiyê bûn. Meşa wêyî werdekî dilê her kesî dihelend.
Xelkê ew bi tiliyan rayî hev didan, xweşikî û bedewiya wê li tu kesî nîn bû. Li gundên der û cîranan jî bas û qala xweşikiya bûka mala keya bû. Navê wê Edlayê bû, Edla, bûka mala keya bû. Edla jî di ferqa xweşikî û bedewiya xwe de bû, dizanibû ku çavên hemû gundiyan (ne bi xerabî) li ser e, ji ber wê jî li xwe miqate û haydar bû. Tucar bêyî çarika şuştî û morîkirî, beyî fîstanên bi qerme û çavên kilkirî dernediket derve. Edla jinek pir bi xurur û ji xwe razî bûn. Ji ber vê rewşê xwe Edla bi keç û bûkên gundiyan re ne dikete têkilî û bi wan re hevaltiya ji dil danetanî. Lewre dê rumeta wê bişikiyana, ewê jî bibûna jinek ji rêzê. Dema ku ji kaniya guýnd av dikşand tucar pêşî nedida qîz û bûkên gundiyan. Weke hespa kihêl tim li pêşiya wan bû, ji tevan re sermiyantî (mezinantî) dikir. Kuzê avê dida ser girtika milê xwe, çengê çepê dikire destik jêre û milê rastê bi ahengî dihejikand, weke hespeke kihêl ku avê di zikê xwe de neçelqîne dimeşiya, xelk û alem li meşa wê hişmetkar bûn. Sofî Biro tim digot: “Maleve! Wele vê bûka mala keyê nav rûmwet ji jin û bûkên me re ne hiştiye.
Lê Edla, îro pîr û kal bûye, pişt ketiye ber, tewiyaye, diran nemane, çav jî hew dibînin, dest dilerizin, guh giran bûne, buye pîreke heftê Salî. Belê nema kes basa wê dike, ne xweşikî û bedewiya wê ne meşa wêyî kihêl û werdekî û ne jî sermiyantiya wêyî qîz û bûkan. Navê wê jî guheriye, kes nema navê wêyî Edla jî dibêje (ku bi gotina wî re avên çeman disekinîn) Edla buye Pîra Edul.
Ka em bêne ser bê çewa Edla bû Pîra edul.
Edla û zilamê xwe ji gundê Sîsê bûn. Rewşa wanî eborî ne pir baş jî be debar dibû, rewşa wan ji a pirên gundiyên xwe baştir bû. Çewa be mala keya bûn. Lê piştî çend zarokên wan çê bûn Edul û zilamê xwe qîma xwe bi gund ne anîn û berê xwe dane bajarê Amed. Ji xwe li gund jî bimana tu dahl û zeviyên ku debara xwe pê bikin nîn bû qene li bajêr belkî ji bo zar û zêçên xwe pêşerojekê hazir bikin. Hatin li Amedê niştecîh bûbûn. Zilamê Edla ji xwe re geh beqalî geh êrxatî kir lê pir bi ser neket. Ne zilamekî pir bi libak bû. Edla li gorî weke weşikî û delaliya xwe hebû. Di warê eborî de li ber barê zilamê xwe rabû û di warê eboriyê de jî pir alîkarî pêre kir. Çek dirûtin, derzî li xelkê xist, hekîmî kir, pîrikî kir û gelek karên cur be cur kir. Êdî debara wan hêdî hêdî baş dibû. Di serî de (dema li gund bûn) Xwedê Çar keç dane Edla lê ji ber ku zarokên wêyî lavîn çênedbûn, pir li şêx û mişayîxan, li ziyaretan geriya. Di peyre Xwedê du lav jî dane wan. Di pey çêbûna herdû lawan re rewşa wanî eburî jî hîna baştir bû. Edla û zilamê xwe şad û bextiyar bûn. Kêmaniyên wan ne pir bûn. Ji xwe Edla weke bedewiya xwe jineke çeleng jî bû. Ji destê wê her kar dihat, weke dirunê, pîrikiyê, hekîmiyê, dermankirinê û derzî lêdanê. Karibû bi van kara nanê xwe û zarokên xwe derxe. Heta ku zarok firoke bûn. Keç zewicîn gihîştin mal û eyalên xweyî esasî. Mane Edla, zilamê xwe û herdû çîçelasan. Weke ku tê gotin “Xwedê dawiya emrê mirov bi xêr bike” lê mixabin Xwedê dawiya emrê Edla bi reş gerand. Rojên reş di pey re tên. Piştî 12 êlunê hezar nehsed û heştê, kurê mezin ku navê wî Barî bû, bi sedem pirsgirêkên siyasî derket derî welat û hew xeberek jê derket. Weke Barî wê demê pir mirov ji welat revî bûn, lê pirên wan an paşde vegeriyan an ji dayîk, bav û malbatên xwe re xeber nuçe şandin, di derheqê xwe de agahî gihandin. Lê tu serî û berate ji Bariyê Edla derneket, ne wî xeberek şand, ne jî heval û hogirên wî, di derheqê wî de tu rastî ji Edla û zilamê wê re negotin. Ne ji mirina wî, ne ji saxiya wî tu agahî nîn bû. De werin debar bikin; ne rojek ne didu ne deh, ne hezar, ne çend sal; sêzdeh sal ... Ew dayîka ku ji bo wî xwên şevan li xwe diheramd, ew ji xwe re weke ewlekarî, sitarî û hêviyê didît, ji bo çêbûna wî li şêx, mişayîx û ziyaretan digeriya, nivişt û himayîl çêdikirin, dua û fatîhe û yasîn didane xwendin ev sêzdeh salin nizane Bariyê wê saxe, miriyê, kuştiye an girtiye. Edla nizane gelo dê çi bike şîn, girîn, hewar an gilî biki. Ne kesek heye li halê wê bipirse, diber dilê wê bide, ne kes heye li gilî û gazincên ê gohdarî bike. Lê birîna Edla kur bû; ne dikarî şînê dîne, der û cîrana bicivêne, fatîhe bide xwendin û bibêje “rihma Xwedê lê be emê tev bimrin” ne jî dibû ku bêje Bariyê min li filan weletî, li filan deverê ye. Bariyê Edla bûbû perçeyek ji jiyana wê, bi şev di xewnên wê de bi rojê jî di xeyalên wê de bû. Her şevekê ew li welatekî didît, li bajarek didît, li ber çiyayekî, li ber zinarekî didît. Der û cîrana li ber dilê wê didan, digotin “dilê xwe fireh bike kengî be dê derê” Lê ne derket, ne jî xeberek jê derket. Ji ber ku sal û dem derbas bûn, Edla û zilamê xwe hêdî, hêdî xwe hewisandin tunebûna Bariyê xwe. Madem ku jiyan berdewame emê xwe bi hewisênin tunebuna Barî, qene em zarokên xweyî hunda nekin. Lê ma dilê felekê bi kê dişewite, heta niha bi kê re heq û huquqî kiriye. Got hun bisekinin, a herî xerab di pey de ye. Hewar Xwedêyo hîna me tiştek ji Barî fêm nekir, ji nişka ve Eshat (kurê biçûk) jî ji ber çavên wê hunda bû. De werin vî dilê teres bibînin, vê kura dadayî bibînin, de werin pizotê agir li ser birîna cedewî bibînin ... Na wele tiştek nikare vê êş û elema dilê Edla bîne ziman, tiştek nikarê salixê vî dilê perpitî bide. Hunê bibjin gelo Edla dîn û har nebû bi çola neket? Na ! bi çola neket. Bû reben û pepûk deng his jê bihirîn, ro bi ro tefiya weke gula bê av bimîne, di halê xwe e çilmisî. Heta çendekî bi ser heşê xwe nehat weke gej û wexmiya dinewirand. Lê piştî demekê dîsa dest bi wead, yasîn û qurbana kir. Ji xwe tiştekî dîtir jî di destan de nema bû. Piştî şeş – heft mehan Xwedê deriyek xêrê vekir û Esadê wê hate mal. Belê Edla eşeda xwe anî û got “hemd û sena ji navê tere Xwedayo, te ev roj jî nîşî min da, ma gelo heye ku ez qenciya te ji bîr bikim.”
Belê demeke nu di jiyana Edla de dest pêkiribû, weke ku nu dest bi jiyanê bike. Çiqas bariyê wê ne hatibe dîtin jî dîsa kefxweş û şad bû. Car caran keserên kur jî dikşandin lê ne tanî ser xwe, digot lê ku ev (Esad) jî nehata minê çi bikirana. Û şikrê Xwedê dikir.
Lê dilşadiya Edla pir ne ajot, sê – Çar meh şunde îcar Esad kete zindanê. Gelo nifir lê bûne ma ku rojeke xweyî xweş bibîne dê kevir dêran bikevin?”
Edla reben îcar bû rêvî û dergevanê zindanan. Lewre Esadê wî duwanzdeh Sal ceza girtibû. Divêt heft Sal û tiştekî razê Di van heft salan de Edla li ber pir deriyê girtîgehên Tirkiyê geriya. Zindanên bi nav û deng, zindana Amed ê, duvre jî Eskîşehîr, Aydîn û çend bajarên dîtir. Dem jî gelek dijware, her roj çalekiyeke girtiyan, her roj greweke biçîbûne. Edla rojê carekê ji Xwedayê xwe bergorî dibe û dibêje Xwedêyo ma ev çiye te anî srê min pîrejinê, min bê qiramê, darê şikestî. Lê dîsa jî li xwe vedgeriya û zindanî ji hundabûnê çêtire an jî hundabûn ji zindanê xerab tire, bera ne hunda û mirîbin bera di zindana bin lê ka Bariyê min xwezka ew jî weke Esad di zindanê de buna ... ji xwe Xwedê serê min kiriye serê şeq û deqa. ji teşqele û derd û kulan xelas nabe. Weke ku me gotibû dawiya emrê mirov bi xêr be.
Edla heft Sal û çend mehên xwe li ber derî û dergehên girtîgehan qedand, geriya li pir bajar û şaristanên Tirkî geriya, hemu naskirin qul bi qul zindan bi zindan, kîjan li kure, çend mirov tê dene, cîhê çandan lê heye, kîjan zindan xerab tire, mudurên kîjan zindanan pir zikreşin û hwd.
Feylezof dibêjin jiyan pir bê ujdane, ku fersedê bibîne serî ji mirov distîne û mirov li ser piştê li erdê dixe. Lê na ... Vaye li vir jiyan li Edla tê rihmê, piştî heftsal û çend mehan, felekê dîsa hate însafê û rasta xwe gerand gerand, dinya bû sayî, ji dora Edla bîna gul û kulîlkan tê. Esadê wê azad e û li cem wêye, serê xwe dêtîne ser çongên wê, di nav nivîn û lihêfên wê de radizê, Edla çeleng ji Esadê xwe re şîv û taştêyan çêdike, serê wî dişo, pişta di firkîne. Gelo ev xewn in an xeyal in na, na ne xewnin ne jî xeyal in jiyana rastiye.
Belê hîna tu xeber ji Barî’yê wê nîn e. Lê bera be raziye, bêtira bêtirê jî heye ma Esad jî hunda bimana an ji heps û zindana derneketana meyê çi bikirana. Xewn û xeyalên Edla dîsa guherîne. Dibê gelo ez xewnan dibîbnim an ev jiyana rastiye, quncirîskan bi canê xwe dike, ger ku xewn be şiyar bibim. Dîsa li xwe vedigere dibê na dayê na wele ne xewne, min heft salan kişand û bese jî. Dîsa hêdî hêdî ronkayî dikete çavên Edla. Çiqas pişt lê xwar bûbe, guh lê giran ji bûbin.
Derd û hesreta Barî ji dilê Edla dernayê, lê dîsa rukê we geşe hêviya wê bilinde, dem û dewranên berê têne bîra wê. Êdî hinek peyam jî bi Edla re çêbûye. Xelk û alem qedr û rumeteke zêde didin lawê wê, Esad. Bi rastî rewşa Esad jî pir baş bûye; ew Esadê ku zarok bû, naşî bû, tiştek ji hev dernedxist, nizanibû ro di kur dertê, di kur re diçe ava, pir caran dilê bav û dayîka xwe dihişt, vaye buyê zilam û pir bi qedr û rumet buye, rumetê dide dayîka xwe, dide bavê xwe, xelk jî êdî wan bi dayîk û bavê Esad nas dikin. Tiştekî dîtir jî Esad bubû xwedî kar Meslekê jî; bûbû rojnamevan, weke rojnavanekî dehsale her roj dest tavête pirsgirêkekê û her roj nuçeyeke wiyî dirêj di rojnamê de derdiket. Esad rojnamevanekî mixalifî sîstemêye û her roj bê tirs û xof kêmanî, xeletî û bêbexteyên sîstemê di nuçeyên xwe de têne ziman. Bi vê sedemê gelê bajêr zu Esad naskir û hezkirina xweyî zêde nîşî wî dide. Vê rewşa Esad dilê Edulê (bi tirs be jî) hîna jî xweş dikir. Ma ji vê çi xweştir e ku zarokên mirov ji mirov mezintir û bi rumettir bibin. Xelk û alem mirov bi zarokên mirov nas bikin, li malên xwe basa başî û zîrekiya zarokên mirov bikin!
Vê carê dilşadiya Edulê hinek zêde domand. Êdî teprepka ser dilê wê jî hindik bûbû. Ji ber serbilindiya kurê wê Esad gelek pîrejinan xweziya zwe bi halê wê tanîn. Lê feleka malxerab, zikreş û xêrnexawaza a xwe kiribûn yek, teva bi hevre soz peyman xwaribûn divêt kêfa Edulê lê bi şiriqe, divêt dîsa girî û hewar bibe para wê. Û rojek ji rojên Hezîranê nokerekî xwe şandin kuçeya ezîzoxlu. Heta xebera nexêrê giheşte dayîka derd û kula Esad ji xeberdan jî ketibû. Civandina hemu doxtor û hekîmên fakulta Dicleyê jî nebû çareseriya birîna Esad.
We go îcar bi pîra Edul çi bû? Ma dê hîna çi pê bibe ... Ne cihê derban tê de ma ku felek lêde ne jî roja wê dibiriqe ku noker jê bitirsin, her kesî bela xwe jê vekiriye Di serî de dost heval û hogiran ew bi tenê nehiştin, di ber dilê wê dan, bi derd û kulên wê re bûne şirîk. Lê îroj dost û hevalan jî ew ji bîr kirine, ne tê bîra kesî ne jî xeyala wan. Wê xwe xistiye mezelekî bi derî ji sibehê heta êvarî wêneyên dixunê û rojan dihejmêre .
25.11.2000




















Xezoka Sofî Misto

Qedrî Dêrsilavî

Rojek ji rojên havînê ye. Amed germ e, dikele, hêk li erdê dibirije. Zarok û pîrekan xwe dane ber siyên dîwaran, dikandar û penêrfiroşan jî kursiyên torlu danîne kêlekên deriyên dikanên xwe û li ber siyê qorzîkan nitirandine. Texsiyeke Ford Tanus bi cada Mêrg Ahmedê (Melîk Ahmed) de berjêr dibe, berê xwe daye Xana Delîla, (otêl saraya karwan a, mezin). Sê zilam û jinek di texsiyê dene.
Ajo (şofêr) ê çîçelaskî û zilamekî bejindirêj, çavbelloq ku berçavkek reş li ber çave, li pêşiyê ne û zilamekî qelew zikberoş ku qozîkên işlikê wî ji bin pontlon revîne, qayîşeke çeprast di ser herdû milên xwe re bi piziya (çihê doxîna) pontlonê xwe ve zeliqandiye û jinikekê li kursiyê paşiya texsiyê runiştin e. Navê wê jinikê Hezal Xoşses e. jinik dengbêjeke bi nav û deng e. Ev çeend sal in li metrepolan, di salon û telefizyonan de kilaman dibêje, pir meşur e. Her ro rojname û telefizyon ji deng, awazên û xweşikiya wê bas dikin. Hezal hatiye Amedê ku çend rojan kilaman ji mêvanên otela Kerwan Sarayê re bêje, sebr û hedana wan bîne. Ji xeyrî ajo ew herdû zilam jî notirvanên (badigart) wê ne.
Hemu dikandarên Mêrg Ahmedê dev jî kar û bazara xwe berda ne, li xweşikî û bedewiya Hezal fericî ne. Bi rastî jî Hezal jineke bedew e.
Porekî zerî, zêrînî li ser e, çavên we weke du heyvên çardehşevî, fanosên têr don dibiriq in. Mijankên wêyî misasî, dev û lêvên wêyî lihev sor û sipî, weke bastêqê Zinarê ne, hinarokên ruwê we weke du sêvên Malatî, tilî û pêçiyên wê weke mum û şima, spî û zirav in, poz û bêvila findiqî, çaplên wêyî rut û sipî weke stûnên konê erebî ne, sê bazinên yektêlî di zendan de dibiriqin. Eniyeke fireh û bi deq. Çav û biruhên kilkirî, qeytanî, qelem kirî, bi ser hinarokê ruwa de du biskên hine kirî dişildiqin. Pantilonekî Sifincê Emerîkî, lê şidiqiye û işlekekî hevrîşim ku serê pêsêrê wê weke heba nokê têre bel bû ne, lê ne. Berçavkeke rengînî gilover li ber çava ye.
Bi rastî jî Hezal li gorî nav û dengê xwe ye. Nav û dengê wê derketiye derveyî welat jî. Êdî kasetên Hezal ne li welat tenê, li welatên cîran jî, ji kasetên hunermedên wan zêde tir têne firotin. Hezal kilaman bi tirkî distirê, lê sewt û awazên wê awazên rojhilatê ne. Kurd û Ereb û Ecem (Fars) ji Tirkan zêde tir li Hezalê gohdarî dikin. Dengekî zengilî, awazekî zelal û bêhneke dirêj li ser Hezalê ye.
Her roj bi sedan rojnamevan, telefizton û kovaran li du ne ku pêre hevdîtinekê pêkbînin. Heta niha piran ji wan pêre hevpeyîvîn, roportaj û got û bêj kirine, pir tiştên girîng û sosret jê pirsîne, lê hîna jî kesî esl û feslê Hezalê fam nekiriye. Hîna jî kes nizane Hezal kiye, keça kêye, ji kîjan bajarî ye. Deva deva tê gotin ku ew bi eslê xwe Kurd e, lê kesî bi esehî ev fesîh nekiye. Kê çi jê pirsiye, bi rastî û diristî bersîv daye, lê hîna kesî bersîva esl û feslê wê, welatê wê jê ne girtiye. Her ku ev pirs hatine kirin Hezal ê gotin birî ye û gotebêj qut kiriye. Ji ber vê jî kes nizane ku Hezal kiye, ji kure, bavê wê kiye, dayîka wê kiye. Wê jî tucaran ji dost û hevalên xwe re jî basa dayika xwe, bavê xwe nedikir.
Heta ku Hezal li ber derê otêla Kerwan Seraya mezin ji texsiyê peya bû û Silikê parsek ew dît ... Îcar em ji devê Silê Parsek esl û feslê Hezal ê bibîzin. Silê Parsek dibêje
Ev Xezoka Misto ye, ez wê bi dê û bav nas dikim. Navê Xezalê bû, lê gundiya jê re digotin "Xezoka Misto" Em û ew ji heman gundî ne. Dema em li gundê Dêrtiyalê bûn, em û wan cînarê hev bûn. Bi destpêka şer re, çawîş, em ji gund deran în û gund şewitand. Ji naçarî ew jî weke me hatin vî bajarî, em li taxa fatîhê ketin xaniyekî xerabe, wan jî li Ben û Senê, axurekî ku zivistanê dewarên dermale dixistinê ji xwe bi sed hezarî kirê kirin, ketnê. Duvre em jî hatin cîrantiya wan.
Dema ku Misto hate bajêr, keça wî Xezokê şeş -heftsalî bû. Misto jî zilamekî feqîr û pir sofî bû. Nedhîşt jina wî Gulê û keça wî Xezo derkevin ber derê kuçê jî. Heta sala wan zivirî bi çend quruşên ku ji gund bi xwe re anî bûn, debara xwe kirin. Lê piştî ku sal li wan zîvirî, bi zorê xwe derxistin biharê. Misto nikaribû karekî bike û nedhihşt Gulê û Xezokê jî derêne derve karekî bikin. Karê ku bikirina jî nîn bû, lê belkî ji xwe re biçûna pincar, tolik, bendik û kirşikan. Lê Misto ew jî ne dihişt. Silê parsek berdewam dike û wer dibêje.
Her sal di mehên Nîsan û Gulanê de keçikên taxê diçine bexçê Hewselê tuwên reş (ku ji wan dibên "Qara hibir") top dikin û tênin li sukê, ji xwe re difroşin. Pêşî çend caran cîranan û Gulê ji Misto re gotin; tu debara te nîn e, qene keçikê bişêne bexçe, belkî ji xwe re çend teyfik tu bifroşe û gezek nan ji were bêne, hun bi bê minetî bixwun. Lê Misto ketibû intê, digot : Ezê saxî ne mirî, keça min Xezo çewa here suk û kolanan, tuwan bifroşe xelkê. Me teva digot : Kuro zarok e, tişt nabe û tu jî feqîrî, fitwa te heye, Xwedê li te nagre. lê dîsa Misto ji a xwe ne dihate xwar û keçik nedişande derve. Pir neçû Misto bi nexweşîneke xedar ket û naçar ma ku ji çûna Xezo re dengê xwe dernexe. Xezoka reben ne çîh zanibû ne durb, ewilê bi keçikên me û cîranan re çend caran çû, tu topkirin, bi hevalên xwe re xiste teyfika li Deriyê Çiyê firot. Ji ber ku Xezo bi ziman (Tirkî) nizani bû, di serî de ti tu jî nedifrotin. Lê Xezo bûbû weke çûka ku ji qefesê bi filite. Ro bi ro derdorên xwe nas dikirin. Di çend rojan de çend peyvên Tirkî hewisî û kuçe, kolanên Amedê nas kirin. Piştî çend rojan jî, Xezo êdî bi serê xwe diçû bexçe û rojê neh- deh teyfik tu di firotin.
Di wan rojên ku Xezo û keçikên taxê diçune tuwan rojekê Fexoyê Canbaz dengê wan kiri bû ku di rê de keçik ji xwe re kilaman dibêjin. Îcar Fxo li qawê ji me re got: Kuro çi dengekî xweş û zelal li ser vê Xezoka Misto ye. De welle xweyê wê hebin dê ji Meyrem Xan û Eyşe Şen ê jî bibuhure" em jî hînga pê keniya bûn. Ez çi serê we bi êşênim; Xezo di mehekê de ji hemu heval û hogirên xwe zêde tir kir. Êdî bi tikî serê xwe diçû û dihat, d,çû heta Derê çiyê, Ofîs û pir cihên dîtir. Ji xwe Tirkî jî hewisî bû. Tiqe, tiqe cewaba xwe dida. Ku meha Hezîranê hat, tu qediyan Xezoka me dest bi firotina ava sar, benîşt û selpakan kir. Pir neçû esnaf û dikandarên mêrg Ahmedê û Derê çiyê Deng û awazên Xezo jî hîn bûn. Îcar tev lê diciviyan pere didanê û pê kilam didan gotin. Ji ber ku pere ji Misto re tanîn, ew xwedî dikir, Misto jî razî bû. Qederê Çar pênç mehan bi vî tewrî, Xezo bû bû gula suka Mêrg Ahmedê û derê çiyê. Tevên dikandaran ji Xezo hez dikirin, ku ne lazimbûna jî jê selpak dikirîn. Îcar wê Salê (Xwedê zane deh Sal heye) serê ziviztanê bû, medî rojekê Xezo ji holê hunda bû. Bavê Xezo Misto pir lê geriya hemu kuçe û kolanên Amedê li hev xistin. Lê ew nedît. Serî li qerakol û dadgehan da. Lê wan jî Misto çend rojan girtin binçav, gotin keça te derketiye çiyê û tu hatiyî pirsa wê ji me dikî, di nava du rojan de, li kur dibe, divêt wê bînî an na ...... Piştî ku qerekolê Misto bera da, Misto nema wêribû ku bibêje keça wî hunda bû ye û lê jî bigere. Misto yê nexweşokî, Ji kerban re pir neajot mir. Gula reben jî hîngî giriya di du mehan de kor bû. Du sal neçû ew jî mir. Ji xwe kes û xweyên wan jî nîn bûn ku li Xezo bigere. Û zuvdeye Xezo jî Misto jî û Gulê jî hatine ji bîr kirin. Ma kiyê feqîran bibîr bîne?....
23.09.2000






Mirina pitikekî

Recep Dildar

Sal 2001, demsal payiz e. Germ kêm bûye, kevirên reş yên Amedê êdî nasincirin. Hewa ne cemidî ye, lê dilopên baranê hûrik hûrik têne xwarê. Wextê nîvro, çûbûm malê. Dotmama min taştê amade dikir. Zila telefonê lêket min rakir, xwişka min a mezin bû. Bi dengek dilşewat digo: “brê min lawik dimire, em çi bikin.” Em li taxa Rezan rûdinîn. Ez û pîreka xwe li erebê suwar bûn, em çûn taxa Elîpaşayê. Mala wan li paş bedenê li hêla Benûsenê bû. Em di qulikek bedenê re derbasî hêla din bûn. Xanî tev li ser hevin. Xanîyên mecbûrîyetîyê, xanîyên xizanîyê...
Gava em ketin hundurê malê, qûrîn bi wan ket. Xwişk, xaltî û meta pitik, tevî diya wî tevde bi ser hevde digirîyan. Pitik torinê xwişka min e. Yek salî bû. Nexweşîya wî lê kevn bibû. Çend caran biribûn bijîşkan lê feyde nedîti bû. Ji tunebûnê nikaribûn baş li pitik binerin, gelek caran tedavîyên wî nîvce diman. Xêncî wî çar zarokên din hene, ev yê biçûk e. Bav ne li male, ji bo xebatê çûye Stenbolê. Lê belê, nikare zêde peran ji wan re bişîne.
Piştî me, kalê wî jî hat.Ap û xalên pitik jî, wekî bavê wî ji bo kar û xebatê çûne bajarên dûr. Gava mirov feqîr be, yekcarî bêkes dimîne. Kalê pitik ba du heb cîranê xwe kir, qazme û bêrek girtin û ji bo mezel bikolin berê xwe dan Goristana Derê Mêrdîn. Goristan ji mala wan ne pir dûr e, herî zêde peyatî deh deqe dajo.
Ji bo pitik defin bikin, hewce ye ku bijîşk rapor bidin. Ez rabûm, çûm navenda tendurîstîyê(sağlik ocaği) ya ku taxa wan pêve girêdayî ye. Bijîşk nas derket, navê wê Zelal bû, li civatekî de me hevdû naskiribû. Ew jî pir li ber pitik ket, hevalekî xwe şand em çûn malê li pitik mêzekir dawîyê jî rapora xwe nivîsîn. Piştî raporê ez û kalê pitik çûn Sûka Mêrgehmedê me ji bo kefen padisqe send. Pîrika wî li malê av germ kiribû.
Ji bo pitik bişon, kal û cîranek xwe çûn li melle bigerin. Lê,melle peyda nabin derin cem kîja wekî din karê wan heye. Melle, xizanîya kalê pitik dibînin û fam dikin ku zêde nan têde tune ye. Ji ber vî yekê naxwazin werin. Lê dîsa jî aqil dane kalê wi, jê re gotine “yekê desmêja pitik jê naşikê kare wî bişo.” Lê belê kesê dil nedikir, digotin “em nikarin gunehê pitik têxin situyê xwe.” Min go “ezê bişom.” Min mêzekir bê dilê xwişka min e. Zanibû ku ez nimêj nakim. Dawîyê kalê wî desmêj girt û bi ava germ û sabûnê wî temîz şuşt. Kal piştî şuştuna xwe qedand, çav tije hêsir bûn, li kêlekekî runişt û hêdî hêdî qûrîya.
Pîra pitik xawlîyek hanî, min pitik pê zuwa kir û bi se qat kefen pêça. Kal pitik xist hemêza xwe û me berê xwe da Goristana Derê Mêrdîn. Gava em ji derê hewşê derketin dîsa qûrîn bi pîrekan ket û bû “hawar hawar”a wan. Ji bo Ferat’ê xwe dikirin hawar, ji bo xizanîya xwe dikirin hawar, ji bo bêkesîya xwe dikirin hawar...
Li goristanê mezel amade bû. Ji xwe mezelekî biçûk bû. Hundurê mezel ji nû de di destre derbas kirin. Pitik têda bi cîh kirin û hêdî hêdî me axê havêt ser wî. Axa ji me re ne bû yar, di mirinê de ji me re sitarî dikir. Wekî pitikên dinê, yên ku ji xizanî û bêkesîyê dimirin, me Firat ji bi axê veşart, ji xwe xêncî axê tu tiştekî nikare xizanîya me veşêre.
















KÎLOYÊN OSMÊN

Bûbê Eser: bube@telia.com

Osman kurê malê yê mezin bû, loma ew di nozdeh saliya xwe de hatibû zewicandin. Dema temenê wî dibe bîst, ew dihare leşkeriyê. Leşkeriya wê demê jî gelekî zor bû. Eger meriv ne xwenda ba, ew leşkerî li mirov dibû zîndan, dibû cihê tehzîp û îşkenceyan. Lê çi dibe bila bibe, dijmin di serê gelek kesan de bi cih kiribû ku: "Ew kesên leşkeriya xwe nekiribin, ne zilamin", "Leşkeri dehynekî welêt e, divê ew bê dayîn" Dema dehynê Osmên jî hatibû, wî jî, ji bona ku bibe zilam berê xwe berbi xerîbiyê vekiribû. Ji dê û bavê xwe û ji şêrîna ber dilê xwe dûr diket.
Piştî çend mehên Osmên li leşkeriyê qediyabû ku rojek ji rojan pîreka wî dinêre ku vaya Osmanê wê di rê de ye û berbi mal ve tê. Berê ew ji çavên xwe bawer nake, loma hinekî çavên xwe bi bişta destê xwe yê rastê tev dide, dinêre ku bi rastî jî ew e. Ew jî ber bi wî de dibeze, xêrhatinê lê dike û dibêje:
- Osman ma te leşkeriya xwe qedend?
- Keçê qedandina çi halê çi! çar sal wê çawa biqede, ez jî nizanim.
- Lê ev hatina te ji bona çi ye? Xêr e, inşale.
- Keçe hela bes bireye, em xwe bighêjin mal dûre ez ê ji te re bêjim.
Pîreka wî çentê di destê zilamê xwe yê leşker de bû girt. Hatin mal, hetanî wan xwe gîhandin mal, çend gundî yên din jî, dît ku Osman ji leşkeriyê vegeriya ye.
Dem dema êverî bû, piştî şîvxwarinê adet bû, gundî biçûyana xêrhatina kesên ku diçûn xerîbiyê an jî jê vedigeriyan. Ji ber ku Osman jî ji leşkeriyê vegeriyabû, divyabû êvarî gundî biçûyina mala wî xêr hatin li bikirina, hal û hewalê wî bipirsiyana. Gundiyan weha zû leşkerî qedandina Osmên meraq kiribûn loma wan ê ji wî bipirsiyana ku ew wî çawa weha bi çend mehekî leşkerî qedandibû. Loma êvarî odeya Osmên geriya, kesên bihîstin, hatin mala wî. Piştî qedandina xêrhatinê û vexwarina çayê, ji rîsipiyên gund xalê Xelo ji Osmên pirsî:
- Wa Osman, tiştê ku ez dizanim, leşkerî çar sal in. Lê ez bala xwe didimê ku ancax çar mehên te qediyan, ku tu hate mal, xêr e gelo?
- Xalo bi xwedê kîloyên min li gor wezna leşkeriyê derneketin, loma serbaz ez şandim mal ku hinekî kîlo bigrim. Ez ê piştî sê mehên din dîsa li leşkeriya xwe vegerim.
- Ha, got xalê Xelo, serê xwe weke alimekî hejand û domand.
Em jî tirsiyan, me got dive...
Hîn xalê Xelo axaftina xwe neqedan, hema apê Kirkirkê got.
- Tu çima nabê ji niha û pêve em xortên xwe temî bikin ku berî çûyina xwe ya leşkriyê bila xwe zeîf bikin, da ku ew jî weke te zû werin mal.
Kirkirkê ixtiyarekî gundiyan bû. Leqaba wî Kirkirkê bû, ev nav an jî ev leqab ji ku girtûbû qet nehat fêmkirin. Ev nav an jî ev leqad bû bû navekî wan î malbatî. Navê wî Ehmo bû. Li êdî ew bi mala Kirkirkê dihatin nasîn. Xalê Kirkirkê, mirovekî xweşbêj, henekçi û nefsbiçûk bû. Wî gelek caran bi henekên xwe, gotinên dilê xwe yên hişk, li noqa hinê ku wî ji wan heznedikir, dixist.
Şêx Mehemedê, kurê sêx Deman, bi nav û dengê xwe şêxekî şêxan, lê bi emelên xwe ne tu tiştek bû, ji derî kete hundir, hemî gundî ji ber rabûn, ew çû ba Osmên destê xwe dirêj kir û got:
- Tu bi xêr hatî Osman! Çima te weha zû leşkeriya xwe qedand? Gelo dema leşkeriyê kurt bû ye? Û haya me jê tune ye.
Osmên destê şêxê xwe maç kir, berê şêx dûre hemî gundî runiştin. Dema Osmên jî xwe li ser kulavê bi rengîn da erdê û got:
- Na, şêxê min na! Leşkeri weke berê ye, yanî hîn jî çar sal in.
Şêx Mehemed li dora xwe nerî, serê xwe hejand û got:
- Lê te çima weha zû qedand?
- Şêxê min, min zû neqedandiye. Ji ber ku kîloyên min kêm bûn, wan ez şandim mal ku kîloyên xwe temam bikim û ez ê dîsa herim.
- Ha, ev mesele, got, şêx Mehemed. Ji nûve bi awayekî rehet xwe li ser kulavê xwe ediland, milê xwe yê rastê sipart balîfa (balgî) kêlekê û dest bi şîretan kir...
Piştî belavbûna gundiyan, ji nû ve Osman rewşa hatina xwe ji pîreka xwe re jî rava kir û razan.
Piştî sê mehan Osman li leşkeriya xwe vegeriya. Roja ku wî xwe gîhand cihê xwe, Serbaz ku ew ji bona çend kîloyan bigre şandibû mal, ew wezinand, dît ku kîloyên wî weke yên berê ne. Çend mehên din temam bû bû ku serbaz rojekê banî Osmên kir û ew dîsa wezinand ku kîloyên wî hîn jî weke yên berê ne, ne kêm û zêde kiriye. Serbaz ji vê rewşê şaş mabû û biryar girt ku dîsa Osmên bişîne mal da ku ew hinek kîlo bigre.
Piştî çend mehekî Serbaz dîsa Osman şande mal. Osman çar mehên din li mal ma û vegeriya leşkeriya xwe. Vê carê kêfa serbaz hatibû ku Osmên hin kîlo girtine. Banî wî kir û bir cihê weznê. Çi mixabin ku wî ne kêm û ne jî zêde kiribû. Kîloyên wî weke yên berê bû. Loma serbaz îcar hinekî aciz bû, kire niçe niçe û jê re got:
- Hey, xwe nenas ez te dişînim mal ku tu hin kîlo bigre û vegere. Lê ev du carin tu dihare, rehetiya xwe digire, xwarina xwe dixwe. Lêdanê jî naxwe, lê çima tu kîlo nagre.
Vê carê Osman hinekî tirsiya bû ku serbaz li wî bide, loma wî bi awayekî tirsok got:
- Ma çi dizanim, qomandarê min.
Serbaz ji halê Osmên şaş û matel mabû, wî jî nema dizani bû ku çi bike. Li leşkeriyê pêwîst bû ku kîloyên mirov li gor pîvana hatibû dayîn ba, Ji bona kîlogirtinê serbaz du caran Osman şandibû mal, ev jî mesrefek bi serê xwe bû. Da û stand, çend rojekî fikirî û dîsa şande du Osmên. Osman hate silavek baş ya leşkerî da û got.
- Emir bike qomandarê min, we şandibû pey min.
- Belê, belê. Ka were em bi hevre herin aşxanê temiya te bidim wan ku ew te hinekî qelew bikin, da ku tu leşkeriya xwe biqedîne. Bi vî halî tê bibe belaya serê me.
Serbaz li pêş û li dû jî Osman ketin hundir aşxaneya leşkeriyê. Kesên hundir ji ber wan rabûn. Serbaz gazî kir û got:
- Bila berpirsê aşxaneyê were vir. Bi bazdan kesek ji nav koma kesên ku xwarin çêdikirin berbi wî hat, qomûta xwe da û got:
- Emir bike, qomandarê min.
- Binêre, vî mirovê bi min re, baş nas bike. Ez ê wî du mehan teslîmî te bikim. Tê rojê sê caran, çi xwarina xweş ku wî xwest, tê jê re çêke.
- Tu emir bike, qomandar! Ma ev jî tiştek e.
Serbaz îcar li Osmên nerî, keniya weke bêje "bê îcar tu kîloyan digre an na" û bi dengekî berz got:
- Binêre Osman tê du mehan li vir bixwe, vexwe û dilê te çû çi tê ji wan re bêje. Tu çi bixwaze wê ji bona te bê çêkirin. Ji niha û pêde tu yê nobedariyê jî negire. Piştî çend mehekî em ê li halê te binêrin, bê kîlo girtin çawa dibe.
Niha kêf bû bû kêfa Osmên. Li vê leşkeriya zor, ji bona wî ne nobedarî û ne jî lêdan hebû. Berovajî wê, serbaz ew danî bû ba aşxanê û dilê wî çi bixwesta wan jê re çidikirin. Du mehên Osman bi vê kêf û rehetiyê qediyan. Dûre serbaz şande dû wî. Ew hat, serbaz li halî wî pirsî got:
- Îcar tu çawa yî Osman, te kîlo girt an na? Em ê niha fêm bikin. Bi dû min de, em ê herin te biwezinîn in. Serbaz bi kêf da pêşiya Osmên û çûne cihê wezinandinê. Serbaz gazi kir û got:
- De, here ser mêzînê em binerin bê îcar tu çend kîlo ye. Osman qet tiştek negot, sola xwe derxist û hêdî nigên xwe dan ser mêzînî. Lê çi mixabin ku mîla mêzînî, kîloyên Osmên weke yên berê nîşan da. Dema serbaz çav li kîloyên wî ket hêrs bû. Bi qêrîn ji Osmên re got:
- Peya be! û bi dengekî berztir axaftina xwe domand.
- Diya te heye?
- Na! qomandarê min.
- Bavê te heye?
- Na qomandarê min.
- Ma tu çima nebê ku ew ji derdê te mirin in.
































GUNDÊ TEZE

C. Gênco

Bihar bû, heyemê derketinê. Çayir, çîman, deşt û zozan xemilîbûn bi gul, sosin û rîhana. Belekiyên berfê diheliyan, dixulxulîn avên kanîya yê sar, berjêr dibezîn, dihatin jêr, tev hev dibûn, çem girêdidan û dikişîyan berbi deştê û diha dûr.
Reşhêla çivîkan kilama hercarî distira. Li ezmanê sayî nola tasqîna refê qulîngan dihat. Keriyê şivanan xwe dabû quntara çiya, çotkaran ho dikir ber serê zeviya, şov radikir in.
Qîz û bûkên gund cêr li ser mila berbi kaniya nû dimeşiyan, milê xwe li milê hev dixistin, dimilmilîn û dikenîyan, hinek ji ser kanîyê vedigerîyan, dilezandin, digihîştin mal.
Jinêd serê dew dikilan, li hewşê fire gore çê dikirin, teşî diristin. Li ber derîkî çend mêra hostatî dikir, hacetên şikestî çê dikirin, yên nûh çê dikir in. Gund da hewarze bû, xevat dikelîya, kesî bê xevat tunebû.
Biniya gundda hewarze bû, li wê derê bû mekteba teze -dibîstana nû - koşka belek. Ewê li xwe hêwirandibû ji sedî zêde qîz û kur, kulîlkê teze. Bû şingîna zengilê, car din bû hwarze, vebû deriyê xwendinxanekî nû li wê derê, jinan dixwend bi fikra nûjen.
* * *
Li bêderê, biniya mala, kom bi kom berx diçeriyan, çindik - çindik direqisiyan vî alî, wî alî direvîyan berxên delal, karên soro. Dilê min hejiya, tev lerizî, min bîr anî berxvantîya xwe, berjêr livîm ber bi berxa bê hemdî xwe.
? Bereket be, apê kal. Min silav lê kir.
?Bi xêr hatî, xortê delal. Silava min vegirt.
? Çi hewale, berxvan tuyî, ne kurê te. Kalo keniya bi dilê guleş, deqekê kerr bû, serî hejand, qelin geş kir, du hecam kir.
? Belê berxvan ez im, şivan jî ez, roja min wa hat, wê wa jî here. Xwezî li we, bi xwendina we, ulmê we.
Car din bû şingîna zengilê. Berx vecêniqîn, si tuyê hevra çûn, berjêr revîn, tev hevdu bûn. Kalo ez hêştim, berjêr lingirî.
Roj hatibû nîvro, kal û pîra hila berx vediqetandin, berxa ew kilikî kiribûn. Zeyara dixwend. Lê koma jina zû bela bûbû, wana dixwend du saeta, sibê zû, duda êvarê.
Kevanîya tivdarekê firavîna pala dikir. *ivana pezê nîvro berbi mal dibir. Cotkara hela radikir, diçûn wî seriyê zeviyê, vedigeriyan serê din. Siyarekî jêla dilezand. Ber derê mektebê tijî bûn.
?hevalê Rostem, hevalê Rostem... - bû hewarza çar alî. - Rostem ajot ber derê mektebê, silav li wan kir, bexçekî tev pêçayî ji sedî zêde rojnama " Riya Teze" (*2) dirêjî derskomê kir û vegerîya nav gund. Min derheqê Rostem de gelek tişt bihîstibû, lê min ew nedîbû.
Min derî kuta, ez çûm hundur, silav lê kir, bi serê xwe silava min vegirt, kaxez ji dest min girt, lê nihêrî û destxweda got : Alo, alo Musa tuyî, ez hema hêja ji nehiyê hatim, min dixwest elametî bida we, wekî nehî razîye ji gilîyê te. Êvarê civate, hatina te ferz e. Pak, ez hêvîya te me, zû wer e. Trûbkê danî, ber bi min vegeriya, - tu çima usa xirab sekinîyî, keremke rûnî!
Min hela duh bihîstibû hatina te, pake me hev dî.
-Razîme,- min wekiland û ez rûniştim himberî wî.
Rostemî bedew bû, zerînî bejin bilind, gul û nûr ji sifet dibarî. Ew mijûl bû bi kaxezekî destnivîsar va. Deqekê sifatê bedew bû terî, ji hêrsa kaxez qat kir, kire dexla xwe.
? Çetîn e, çetîn, şêxa û kuleka, îlakî jinê wan, mecala me birîye. Nizam emê çi çax bikaribin koka wan bibirin.
? Tu çiqasî jî hişyar bî, seypîsanê kuleka, şêxa û mella dîsa hişyar in.
? Çi behse hevalê Rostem? Min jê pirsî.
? Pêla han min ji lawikê me Batimêra nivîsî bû, wekî bêne gund, em artêla xwelîyê teşkîl dikin, têla kuleka berî min gihûştiye wan, li hev danîne, wekî kî bibe artêl, ew dibe kazonî, keda wan ji sê par hukumetêra nin, paşê parek ya wan, avayê teze jî bi kirêye. Serê malê jî gerek 1000 manatî nexd bide, lo çi bêjî li hev danîne. Hevala wê derecêda nivîsîbû, ew kaxezê min dixwend, nameya wan bû, nivîsîbûn, raste giliyê usa? Gavê bi de, dinivîsin, lê hema emê bên, halê me ne tu hale, pişta me bin palanada rizîye, wekî din silav şiyandine.
Agirê dilê Rostem gurr bû, ew diqecqicî kolxozê çêke. Rostem dît kolxozên gundê cînar, yek salek, du sal pêşda teşkîl bûbûn, ji kasibîyê tişt tune, îro ew xweyê hebûnêne, bi tîfaqa qewîn.
* * *
Roj hêdî hêdî ava bû. Zeraya penc kuta bû. Serê çiya hindik hindik diqulibî, ji ciyê dûr cotkar ber bi mal dilivîyan. Ga westiya bûn. Nexira dewêr jî hilşiya nava gund.
Nîv saet nekişand, gund sî teqirî. Em nûh çûbûn hundir, me qewetî dikir. Bû çirîna derî. Musa derî vekir, silav li me kir, ewî jî bi mera dest bi şîvê kir. Çend deqe şûnda deng li me kirin, wekî civat hazir e-amade ye-. Em ber bi civatê çûn. Tarî ketibû erdê.
Seqaqe mezin kom bi kom bû bi jin û mêran. Rostem derê civatê vekir, seba bijartinê sedr teweqe kir. Civatê sedr bijart Caskê Hese - şivanê kevin- ewî gilî da hevalê Rostem. Giliyê rojê yek bû, derheqa kolxoza, kara wan.
Rostem dest bi xeberdana xwe kir, ewî bîr anî halê gund, koçeriya wan, hezar, hezar salî pêşiya wan, paşê jî ew li serê çiya bûn bê sitar û bê pergal, di zulmêda bûn qetla har. Paşê vegeriya, ez zêde xeber nedim, hûn pak zanin, wekî kî bûn dijminê me, gelek biryan, lê dîsa hene li doranê me, di teribînin xebata me. Heta par jî hûn koçer bûn, li serê çiya. Rostem xeber dida bi fesal û sar, bi awakî bê hêrsdarî vegeriya ser giliyê xwe.
Nîşan da destanînên welatê me, bajarê sar, hebûna zor, xemla wê bi maşîn û traktor, bi dem û dezgê nûh serbest û mor. Civate kerr bû, guhdarî dikir, xeberdana Rostem li gelekan xweş hat. Li wêderê bûn casûsê pîr Batînî Evdê kulek. Wana bi çavê xwe xeber dida.
Hindik, hindik sera vala bû. Rostem xeberdana xwe kuta kir bi vî giliyê han.
? Gundîyên Serê, emrî pêşe, em jê şûnda, mêze kin li gundiyê cînarê me, wext derbaz nekin, werin em kolxozê çêkin, ev e riya me bi gilîyê Lenîn.
Paşê xeber da Sasûna pîr û Musa.
* * *
Wê êvarê ji 20 malî kolxoz çê bû, bi eşq û şayî, li gundê Serê. Ewan qetand zincîrên tunebûnê, bûn hevalê tîfaqa mala mezin.
Wê şevê heta sibê pîr Batînî, kulek Heso û şêx Ereb ranezan bi dilê birîn.
Sibê ron bû, tav zeriqî, pence kuta nav Sera çiya. Gul û sosin vebûn, kenyan. Sefer rabû, bû şerê giran, li hemberî hev sekinîn du sinif, yek xedar bû. Ew sinifa kulek bû.
C. GÊNCO
Ji Pirtûka "Nivîskarên Kurmanca"
Efrandina duda. Rewan -1934.

No comments:

Post a Comment