Thursday, January 22, 2009

P E X Ş A N N A M E (3)

berhevkirin: Husein Muhammed
Çîrok, Kurteçîrok, Novel

P E X Ş A N N A M E

B e ş a S ê y e m


Ji 35 hejmarên
Mehnameyê
1 000 rûpel
Pexşana Kurdî




















Cîran

Enwer Karahan: enwerkarahan@hotmail.com

Ez di bin xunaviya baranê de dimeşim. Derengê şevê ye û herdu destên min di bêrîka min de nin. Ji nişka de tê bîra min, ez pakêta xwe ji bêrîka xwe der dixim û bi awayekî bêmexsed cixareyekê vêdixim. Di bin wê xunaviyê de agirê ku ji hesteyê min î muxtaran dehere, bi awayekî gûr û şeplepêketî xwe li serê cixareya min digre. Bi çelpandina wî ya vêketin û vemirandinê re, bêdengiya şevê tempoya xwe diguhere. Kesek li derve tune ye û ez jî hêdî hêdî ber bi nexweşxaneyê ve dimeşim. Ez dixwazim qonxa min dirêj bibe û ez bi derengî bigêjim wir. Ji ber ku tu eceleya min tune ye û ji kengî de ye, ez di bin xunaviya baranê de nemeşiya mim. Ji xwe, ez di hundir de aciz bû mim. Lê bi qedandina cixareya min re, ez xwe li devê nexweşxaneyê dibînim.
Ez ne nexweş im. Tu merivên min jî li nexweşxaneyê tune ye. Hevalên min jî... Ji xwe ez ne dixtor im. Baş e, ez li çi digerim?
Ez deherim nexweşxaneyê, lê ma ez dikarim çi bikim? Ez nikarim tiştekî jî bikim. Herçiqas me gotibû ku alîkariyek ji we re lazim be, em amade nin ku alî we bikin jî ji xwe, çi pêwîstî pê hebe, dê dewlet bi xwe bike. Heger pêwîstiya li nexweşxaneyê mayinê hebe, ew kesên ku li nexweşan dinerin henin. Erebe? Na, na! Ew qet lazim nebû, ji ber ku ambulansê ew bir. Ji xwe ew ne nexweşê emeliyatê ye ku xwîn jî jê re lazim bibe. Û lazim bibe jî hewcedarî bi me tune ye... Ey îcar çi ye? Me xêr e? Ma em dikarin çi bikin? Ne tiştekî jî... Bi tenê ji bona xatirê hemwelatî û cîrantiyê ye. Cîran!... Cîranê çi?
Ez li temama acîla nexweşxaneyê digerim, lê ez cîranê xwe nabînim. Ji xwe ez bibînim jî dibe ku ez wan nas nekim. Bi tenê gava ku ez û jinik li pê wan, bi asansorê daketin jêr da em bi mêrikî re herin nexweşxaneyê, min carekê berê xwe da wê û min jê pirsî, bê çi hewala mêrê wê heye. Wê jî di ber xwe de û bêyî ku li min binêre, got, “Ez jî nizanim. Wî bi telefonê xebereke xerab almîş kir û li ser wê yekê ew sînîrlemîş bû. Min anlamîş nekir bê çi mesele ye!”. Mesafeya daketina asansorê têrê nekir ez bibêjim ku bê dêya wî, ya bavê wî miriye, ya agir bi mala bavê wî ketiye, ya xelkê xweh mehên wî revandine. Min bi tenê firsenda ku ez jê re bibêjim, “Li gora ku mêrik ew qasî diricifî, dibe ku ew hewaleyê der bas dike. Ya jî bi da xwe ketibe!” Wê jî got, “Na, na! Em rastlamîşî tu xestelixên wî yên bi vî rengî nebûnin. Ew qehirî ye, qizmîşbû ye, loma werê saçmalamîş bûye. Ew pirî sinirlî ye!...”
Bi gotinên xwe re diricifî, wecê wê zer bûbû û şaşmayî xuya dikir. Jinikeke qama wê kin û pindikî bû. Di eslê xwe de wek zarokan xuya dikir. Emrê wê li dora 15-16 salan xuya dikir. Mirovî digot qey tu wê tev bidî, ew ê bibeje, “baar” û bigirî. Te yê sond bixwara ku te ew di ber daaweyê de daye mêr. Kî dizane, dibe ku birayê wê bavê mêrê wê kuştibe û ew ji dêvla xwîna wî dabe. Gava ku ew dipeyivî, gotin di qirika wê de girêk girêkî dibûn û dengê wê dilerizî. Tu nabêjî qey wê telefonî xweha xwe kiriye da di hawara wan de bê, lê xweha wê ji ber raketina zarokên xwe, bi ser wan de nehatiye. Wê ji ber nexweşiya dêya xwe, cesaret nekiriye ku cewabekê bide wê jî. Ji xwe bavê wê, ji zû de ye ku dêya wê terk kiriye û ji xwe re bi yeka swêdî re dimîne. Li gora gotina cîranan, aşxaneya wî heye... Bi tenê hawara wê maye ku xwe li deriyê me biqewimîne. Xuya ye ku ew jî nuh zewicîbûn û tecrubeyên jinikê tune bûn. Ji xwe ger tecrubeyên wê hebûna, dê li deriyê me nexista. A vî cîhê ku aniha ew tê de nin, berî bi şeş mehan vala bûye. Ew kesên ku di vir de bûn, gundiyê me bûn. Wan hevdu berdan û piştî berdana wan bi sê mehan em pê hisiyan ku wan hevdu berdanin. Piştî berdanê, jinikê xaniyê xwe bi kirê da û çû cem mala bavê xwe. Du-sê mehekî hin kesên din di vî xaniyî de man û derketin. Me bi xwe, ew kesana nas nekirin. Ev cîranên me jî li du wan ketinin vî xaniyî. Berî bi çend rojan hate gotin ku gundiya me dike li xaniyê xwe vegere. Ji ber ku nifûsa mala bavê wê qelebalix e, rehetiya keça wê li wir tune ye.
Rewşa min a lêgerandina hundirê nexweşxaneyê ne normal e. Ez ber bi hudirê odeyan ve deherim û ew nexweşên serşikestî, lingşikestî, dillêqulipî, gurçikpêariyayî, bi çavên şubhewarî li min dinêrin. Her ku ez çav li nexweşekî nuh dikevim, hereketên min jî tên guhertin. Ji dengê nalîn û hawara wan, rê li ber min şaş dibe. Ez li temama acîlê û odeyên wê digerim, lê ez tu kesên rengnas nabînim. Odeyek tenê maye ku min lê nenêriye, ew jî li serê korîdorê ye û deriyê wê girtiye. Ez deherim ber deriyî û midetekê guhdarî dikim. Tu deng ji hundir nay. Ez di dudiliyekê de mim, bê ez deriyî vekim, ya na. Piştî erê-nayeke kin, ez hêdîka vedikim. Bi vekirina min re, awirên min û yên wê pîrejina ku li ser sediyeyê ye, li hev dikevin. Pîreke serserqot, nivtazî û serom di milê wê de bû. Min hîna derî bi şûn de nekişandibû, bû hawar, hawara wê û kir gazî. Her ku çû wê dengê xwe bilintir kir û her digot: - Haho, haho, haho! Haho werinê, gidiyano werinê! Ev ê serreş ê xerîb dike min bişelîne! Haho werinê, ev ê serreş ê xerîb dike min bikûje!!!
Ez bi awayekî sar û mat mayî li cîhê xwe sekinîm. Min nizanîbû bê ez ê çi bikim. Ez hîna li cîhê xwe sar sekinî bûm, du nobedarên nexweşxaneyê bi min ve zeliqîn. Min xwest ku ez bi wan bidim zanîn da ez li nexweşekî “nas”ê xwe digerim... Wan di dev de, ji min pirsîn:
- Navê wî nexweşê ku tu lê digerî, çi ye?
Ez piçekî varqilîm û min got:
- Binerin! Ez navê wî nizanim, lê ew cîranê min e. Ew û pîreka xwe, berî bi deh deqîqeyan hatin vê derê û ez aniha li wan digerim.
Piştî min got ku ez navê wî nizanim, hîn bêtir şibheya wan ji min çêbû û bi awayekî bêbawer got:
- Baş e, navê pîreka wî çi ye? Paşnavê wan çi ye? Ew ji ku ne?...
Pirsên weha li ser hev ji min kirin. Xweziyê di ber min de kir qurtequrt û min ji wan re got:
- Binerin! Divê hûn ji min bawer bikin. Ez navê jina wî û paşnavê wan jî nizanim, lê ez zanim ku ew kurd in û ji Konyayê nin. Ji ber ku ev demeke ew ketinin daîreya hemberî me û em bi ser hevdu de narin û nayên, em wan zêde nas nakin. Lê ji ber ku ew welatiyê me nin û hatinin ber deriyê me, da em di hawara wan de werin, ez li vir im.
Herdu nobedaran li çavên hevdu nêrîn û bi awayekî ku tinazên xwe bike, got:
- Madem ku wan hawar ji te xwest, tu çima teva wan nehatiyî?
Min mihawele kir ku ez meseleyê ji wan re îzeh bikim, lê wan cewab da polîsan û pênc deqîqe neqediya, polîs hatin. Polîsan jî çend pirsên kin ji min kirin û nasnameya min ji min sitend. Paşê bi cîhekî re peyivîn ku li sabiqeyên mirovî dinerîn. Piştî wan bersiva ku tu sabiqayên min tune ye û ez têkilî tiştên xerab nebûmim wergirt, piçekî sist bûn, lê her şibheyên wan berdewam bûn. Nobedaran bi wan da fahm kirin ku êw pîrejina nexweş gilî dike ku min xwestiye ez wê bikujim, ya jî bişelînim... Wan jî bi şik li min dinerîn, lê ji nobedarên nexweşxaneyê aramtir bûn. Yekî ji polîsan, got:
- Madem ku tu wan baş nasnakî û nav û paşnavên wan jî nizanî, lê te xêr e? Tu li vê nexweşxaneyê çi digerî?
Min bi awayekî ku karibe baweriya wan têkeve cîh, got:
- Binerin hûn karin biheq bin, lê bi tenê, li ser gotina pîreka min ku ji wan re gotibû, “Ger hûn bixwazim ez dikarim teva we bêm. Ya jî zilamê min dikare teva we bê...”, ez bi ber fediyê ketim û min jî xwest –ya jî pîreka min xwest- ku bi wan re refeqatê bikim. Piştî ez daketim cem wan kesên ku ambulans anîbû û wan got ku şexsek tenê dikare bi me re siwar bibe, ez mecbûr mam ku peyatî werim vir. Ji ber ku pîreka wî li cem wî siwar bû. Ji xwe mala me jî nizîkî vir e.
Dîsa eynî polîsî, serê xwe bi hêlekê kir û destê xwe avêt kirçika hustuyê xwe û got:
- Baş e, evana çi ins in, çi cins in? Kî nin?
Min got:
- Li gora ku pîreka min got, ev meha wan a şeşan e ku li daîreya hemberî me rûdinin. Me rojekê jî wecê hevdu nedîtiye. Em, ne nav û ne jî paşvanê wan nizanin, lê me bihîstiye ku ew jî kurd in. Kurdên Anatoliyanavîn in. Hefteyek berê pîreka min û ya wî hevdu li devê deriyî dîtinê û li ser lingan hevdu nas kirinin. Îşev jî seet di yazdeh û nîvan de li deriyî ket û pîreka min derî vekir. Jinika cîranê me hewara nexweşiya mêrê xwe ji pîreka min re gotiye. Pîreka min jî xeber nedaye min û hema pêxwas bazdaye. Piştî çend deqîqeyan ez lê hay bûm ku dengê ambûlansê hat. Piştî ku ambûlans hat, ez lê haybûm ku di apartmana me de tiştek qewimiye. Min fahm kir ku cîranê me nexweş e. Ma çi bi vêya ve heye ku mirov di hewara cîranê xwe de here? Ma qey ciwanmêrî nema ye? Ma qey mirov nikara însanetiyê jî bike?
Herdu polîsan bi hev re got:
- Çi minasebet, helbet divê mirov însanetiyê bike.
Piştî ku hebekî keneeta wan ket cîh, wan da pêşiya min û berê xwe da odeya wê pîrejinê... Polîs ketin devê deriyî û ew çawa çav li polîsan ket, kir hawar, hawar. Wê ji bona min çi gotibûn, eynî tişt ji bona polîsan jî got:
- Hawar! Hawar, hey hawarê! Ev kuçikbavana dixwazin min bikujin! Ev bêbavana dixwazin min bişelînin!
Her çi qasî polîsan xwest ku wê aşt bikin jî wê her digot û dibiland.
Piştî ku polîsan mesele fahm kir, wan ez serbest berdam. Ez vegeriyam devê derî û min cixareyek vêxist. Ez piçekî sekinîm û min da ber hevdu, bê ez vegerim malê, ya ez lêgerîna xwe bidomînim. Ez demekê weha li ber deriyê nexweşxaneyê sekinîm. Paşê hate bîra min ku ez telefonî malê bikim û ji pîreka xwe bipirsim, bê ew nav û paşnavên wan dizane, ya na. Wê jî mîna min, ne bi nav û ne jî bi paşnavê mêrik, nizanîbû.



Roja min

Enwer Karahan: enverkarahan@hotmail.com

Ez dizanim ku tu yê çi qasî ji min aciz bibî. Helbet ku acizbûn heqê te ye, lê paşê tu yê min fahm bikî û tu yê heqî bidî min. Tu dizanî ku hemû daxwaz û xeyalên min ew bûn ku ez rojeke weha bibînim. Her çi qasî ez dizanim ku tu yê bibêjî “Madem weha bû, te çima gunehê min xist hustuyê xwe?” jî tu yê bibînî ku rojek dê were û tu yê bi min serbilind bibî. Ji xwe tu maneya jiyana me jî tune bû. Jiyaneke bêşexsiyet û bêxîret, dê feydeya wê li tu kesî tune bûya. Sibehê here karî (ew jî ger karê mirovî hebe, ne mîna min betal be) û evarê vegere malê. Sirf eynî tişt. Bixwe, vexwe û... Dê çi jê der bikeve? Ger tu bala xwe bidiyê, ji pêşiyên me bigre, heta bi kalikê kalikê me û heta ku dighêje me jî; ew kesên ku li vê dinyayê tiştek kiriye û bi mêrxasî çûn ser heqiya xwe, navûdengê wan li dinyayê maye, lê yên ku tiştek ji bona însaniyetê, ji bona civatê, ji bona welatê xwe, heta ji bona malbata xwe nekiriye, tu tiştek li dû wan nemaye. Ma çi ferq dike ku mirov sîhsalî, pêncîsalî ya jî heftêsalî li vê dinyaya bêbext bimîne? Bila mirov li ser şerefa xwe û ji bona hêjahiyên xwe, çavê xwe jî derxîne, ne mesele ye. Bes, bila li ser heqiyê û di cîhê bişeref de be.
Ez dizanim ku di gava pêşî de tu yê ji min dilgiran bibî û ez dizanim, dê ne rehet be mirov kesekî wenda bike ku gelekî jê hez kiribe. Ez dizanim ku tu yê bi tenê bimînî û tu yê hustuxwar bibî. Tu yê bi ser dergûşa xwe de xwar bibî û tu yê bi baran hêsirên çavan bibarînî. Ez dizanim ku heval û hogirên min ê di rojên îdiyan de werin mala me û destên xwe li serê zarokên me dînin û çend qurişan di bêrîka wan xînin û piştî ku ew ji malê herin, tu yê bikî kûrînî û destên xwe ber bi Xwedê vekî û biqurî. Ez dizanim ku tu yê bibêjî, “Ma bi te ketibû, ma bi te ketibû ku tu vî miletî xelas bikî? Ma qey ji te pê ve kesekî din tune bû? Hevalên te giş bûn xwedî erebe, xwedî xanî, xwedî pere... Ew jin û zarokên xwe dixin kêleka xwe û li perê bahran digerine û tu jî, tu jî...”
Ez dizanim ku tiştê tu yê bibêjî, pir in. Tu yê bibêjî, “Te em tî hiştin, birçî hiştin. Te em di qulika xênî de, bi tena serê me dihiştin!” Dê dilê te bi vana rehet nebe û tu yê bibêjî, “Ne şeva te şev bû, ne roja te roj. Ji sibehê û hetanî êvarê, mala me wek qerergehekê kar dikir. Ji sibehê û hetanî êvarê, em di bin kontirolê de bûn û rojê carekê esker û polîsan digirt ser mala me” Û ez dizanim ku tu yê bibêjî û bibilînî... Lê tu dizanî, tu dizanî Gewrê? Tu çi jî bibêjî, tu yê ne biheq bî! Ji ber ku min ji roja pêşî de ji te re gotibû. Min ji te re gotibû ku ez ê rojekê bibim tiştek. Ez ê bibim qahremanek ku xelk û alem hemû qala wî bike. Ez ê heyfa sed salan ji wan bêbavan hilînim. Ez ê rahêlim devzirava xwe û ez ê li van çiya û newalan nêçira teresan bikim. Ez ê li ber her dareke mazî û berû sêdarekê ji wan re li dar bixim û ez ê heyfa bav û kalan, ya rîhsipiyan ji wan hilînim ku wan nehişt gotina xwe ya dawiyê jî bibêjin. Ez ê vê daristana me ya Çiyayê Mazî li wan bikim goristana şoppêneketî. Ez ê li serê vî giyarê me yê hanê, mêlavekê çê bikim û ez ê di şevên Newrozan de agirekî ji bendekeyeke êzingên kenêrê vêxînim ku tu hetanî destê sibehan hêvî û bîranînên me tê de bibînî. Dibe ku tu navê wan şevên Newrozê, li zarokê me yê ku dê çê bibe bikî. Ez ê bibim tirsa dilê neyaran, ez ê bibim mijara sohbetan, ez ê bibim lorîn û “huşşş”îna ku xelk zarokên xwe bi navê min di xew re bibe. Ez ê bibim teyrek ji wan teyrên baz û di destê sibehan de, di ser bajêr re bifirim. Ez ê danedim fêrîk û mirîşk û elokan, ez ê hewil bidim ku dadim gur û çeqelan. Ez ê dadim keftar û wawîkan û ez ê şêniyên me bi dengê wîrqîniya roviyên çekalan re şiyar bikim ku paşê ew nekin ax û wax... Dibe ku limêja sibehê jî li wan neçe.
Tu yê heq bibdî min, ez dizanim. Malê me, milkê me, tune bûn, lê îhtibara me hebû. Qedir û qîmeta me hebû. Dibe ku hin kesan digot, “Ger malê mirovî tune be, qîmeta mirovî jî tune ye, qedirê wî jî tune ye!”. Lê ew ji bona me derbas nedibû. Me hêjahiyên xwe û qîmeta miletê xwe di ser her tiştên xwe re girtin û em ê hîna jî bigirin. Ji bona me -ya jî ji bo min- qedir û qîmeta welatê min, di ser her tiştî re ye. Ji xwe ger ne weha bûya, nuha ez jî li meqamekî din bûma. Me hevalên xwe di mekteban de bicîh kirin, me gelek ji wan kirin xwedî kar û îş, lê me rojekê ji bona xwe tiştek nekir. Em ji bona xwe li tiştekî nefikirîn. Yê me hertim, zikek têr û deh birçî bûn. Tu dizanî, Gewrê? Ya ku herî pir jî bi zora min diçû, çi bû? Erê min di eynê xwe de der nedixist, lê gava ez diçûm nav şêniyên me û zarokên wan giştik bi kinc û qiyafetên xweşik û qondereyên tewlo mewlo di lingê wan de û bêrîkên wan tije pere û heryek erebeyek di bin wan de; wexta ku dahwetên wan çê dibûn û ez teva dê û bavê xwe diçûm, min hîn di wê demê de tehamulî bêedaletiyê û neheqiyê nedikir. Giştik li erebeyên xwe siwar dibûn û qîz û bûk û zarokên xwe dikirin kêleka xwe û yê me, em li wê ortê diman. Gava em vedigeriyan jî dê û bavê min pev diçinîn û dêya min bi ser bavê min de dikir qerepere, “Te gund û pez û dewarên xwe giştik di ber van “kûçikên” mervên xwe de wenda kirin! Te em li dû şirîkan hiştin, te zarokên me ji yên wan kêmtir hiştin! Ma bi te ketibû ku tu çûyî û di ber wan de mêr kuşt, tu di hafsan de rizyayî?” Tu dizanî, ya ku herî pir jî tesîr li min dikir, çi bû? Ji roja ku min bîr biriye, di xeyala min de hertim piskilêtek hebû. Min çi qasî dixwest ku piskilêteke min hebûya û min ew bi lampeyên sor û zer û şîn bixemilada. De gava ku em diçûn malên wan û zarokên wan li piskilêtên xwe siwar dibûn û min jî dirêjdirêj li du wan dinêrî. Wan nedigot ku tu jî carekê lê siwar bibî. A wê gavê, ez ji bavê xwe diqehirîm. Ez di hundirê xwe de dipiçpiçîm, kirrînî ji hundirê min dihat û li ser gotinên dêya min bû ku min zanîbû bavê min em li du wan hiştinin.
De tu dizanî, Gewrê? Min hîna ji wê çaxê de sond xwaribû ku ez ê rojekê heyfa wan tiştan hilînim. Min ji xwe re negitibû ku ez ê bibim xwedî pere û ez ê sîran di serê wan de biçînim, lê min her ji xwe re gotibû ku ez ê rojekê bi qaweta xwe hikum li wan bikim. Ne li wan tenê, ez ê li hemû wan kesên ku wek wan xwedî serwet û xwedî qudret in bikim... De vaye roja min hat. Tu ji xwe re bala xwe bidî pal û qeraçan. Tu ji xwe re bala xwe bidiyê û xwe ji xem û xeyalên vala pak bikî. Bala xwe bidê ku gul û sorgul, sosin û binefş bi hev re ketinin qayişa rengvedanê, ketinin qayişa bejinziravbûnê, ketinin qayişa xweşikbûnê. Wan xwe kar kiriye, fîstanên berbûyan û hibriyên rengîn li xemla xwe kirine. Ew li dîlanê dilezînin, li dîlana ecuneyan. Tu ji xwe re bala xwe bidî nav baxçeyan, bê kulîlkên mişmişan, yên bihîvan, yên încazan çawa bi hev re dîlan girtinin. Wan gul û nêrgiz di siya xwe de bê hêvî hiştinin. Ew bi mirovî re dimizicin, dikenin. Bala xwe bidê... Tu bala xwe bidiyê, bê kulîlkên hinaran çawa dike sor bibin û dê rengên xwe bi ser çiyayên me yên asê de bifûrînin. Bi rengên wan re, dê ezmanê welatê me sor bibe, reş bibe ku xwîn jê bibare. Ez ê di taldeya dengên keleş û devziravan de, bi dizîka li pencereya te xim, lê ez ê li hêviyê nesekinim ku tu min bibînî. Bi tenê, tu yê zanibî ku ez saxim. Ew besî te ye... Tu çi qasî jî li dû min derkevî û wek însanên ku biwehime, li pê min birevî jî tu yê min nebînî. Dibe ku tu di nav dengên reqîna reşkotan de, bi sê dengan bilîrînî û gava serê sibehê, şêniyên me serên xwe di ber derî û pencereyan re derxînin û bi awirên tije xof, li derûdora xwe binêrin, tu yê di ber xwe de bimizicî û xwe bikubirînî. Tu yê wê gavê bîhneke kur bikişînî û tu yê li cem xwe bibêjî, “Xwezî min jî xwe bi wî gîhandaya...” Wê gavê dengek dê bê te û ew ê ji te re bibêje, “Ma tu yê van zarokên hûr li ku bihêlî?”. Tu yê dîsa ji min aciz bibî û tu yê li cem xwe îsyan bikî û di ber xwe de bibêjî, “Madem ku te zanîbû ev roj li pêşiya te ye, te çima ev zarok çê kirin?”
Tu dizanî Gewrê, tu yê dîsa jî ne biheq bî. Ma zarokên me jî ranebin û li pê şopa me nemeşin, dê kî li daweya me bixwedî derkeve? Ez dizanim ku ew ê piçekî sinoq û hustuxwar mezin bibin, lê xem nake. Ma ew tenê nin ku dikin li vê dinyayê sêwî mezin dibin? Her çi qasî zarokên navdarên kurdan nadin ser şopa bavên xwe, li mîrasa wan bixwedî dernakevin û dewsa wan tije nakin, ez dîsa jî bi hêvî mim. Ger ew xerab derketin, de wa ye tu. Heta ku tu sax bî –ev wesiyeta min e- bidî ber bêvila wan û ji wan re bibêjî, “De rabin, hey xwelî li serî bûno! De rabin û heyfa bavê xwe hilînin!” Ez gunehê xwe dikim hustuyê te û heta roja qiyametê daweciyê te mim!
Ez naxwazim ku tu ji xewa şêrîn şiyar bibî û li dû min tasek ava sar birjînî. Ez naxwazim wê kerb û hêrsa te bi çavên serê xwe bibînim. Ez zanim ku tu ê bi hustuxwarî li min binêrî û bi awirên xwe bi min ve bibî dêlî. Ez dilsoz im, dibe ku tu min ji rêya min vegerînî, loma jî bêyî ku ez xatir ji te bixwazim, ez diçim. Li min megre û heqê xwe halal bike. Ez newêrim rûyê te jî ramûsim, lê vaye ez ji dêvila te keçika piçûk maçî dikim. Ez dizanim ku ew ê bi xwe nehise.
Adara 2002an









Axxx çivîkê!.

Evdile Koçer: evdilekocer@yahoo.com

Şev, weke guleke bêxwedî xewn û xeyalên min dineqişînê. Bêdengî û bêdawîtiya wê, min vedikişîne ber keviya xwe. Li ber tenêtiya wê, hêviyên xwe dimijînim. Bi aramiya xwe ya henûn û bi tîrêjên stêrkên xwe ve, her gav delaltir dibe. Gelek caran, di hişê xwe de spehîtir jî dikim û dişibînim qesreke winda.
Sir û çîroka wê, ji min re bûye çîrokek din...
Îşev jî welê bû, li ber keviya şevê rûniştibûm û ketibûm pey kifşkirina bedewiyek din. Lê dengê çivîkekê, tenêtiya vê şevê xira kir; çawa ku li hêlîna xwe bigere û nebîne, her pênç deqîqeyan bi ser serê min de dihat û diçû. Dû re, weke ku westiyabe li miqabilê min li ser çiqilê darekî venişt. Di nav tava heyvê re, wekî çivîkekê windabûyî li min dinihêrî û dikir wîtewît.
Di nav dengê wê re, dengeke xembar û zîz jî dihat. Bi dengên welê zîz re, çi re tenêtiyek mirane dikeve dilê min; med û mirûzê min çi re xira dibe; gulên di xeyalên min de çi re diçilmisin; qesrên di hişê min de çi re hildiweşin?
Min jî fêm nekir...
Bi dengên welê zîz û xembar re, çi re serpêhatiyên reş û tarî di ber çavên min re diborin?
Axxx çivîkê!.
Ku tişteke wekî qedera wî zarokê ku destmal difrotin bê serê te jî, ma ez ê êdî çi ji bêdawîtiya şevê bikim. Di zikakên bêbav de, ji bo destmalên xwe bifroşe dema ku diqîriya di nav dengê wî re jî wekî yê te dengeke xembar û zîz derdiket. Bi wê qamkiniya xwe ve jî heta berê şeveqê li ber dîskotek û hotelan disekinî û destmalên xwe difirot. Bê pere tu carî nediçû malê. Lê şevekî, di bin çavnêriya stêrkan de bedenê wî yê biçûk di nav çopan de dîtibûn.
Bi wîtewîta xwe re, ku tu jî bifirî bifirî û termê te tevlî kûrahîya şevê bibe û per û baskên te jî wekî tilîkên wî zarokî di nav çopan de bê dîtin, ma ez ê êdî çi ji delaliya stêrkan bikim.
Axxx çivîkê!.
Ku hêlîna te jî, wekî ya kurmetê min bi şeveke tavronî bi destên melkemotên vê dinyayê bê xirakirin, ma ez ê êdî çi ji spehîtiya şevê bikim. Piştî ku xaniyê kurmetê min xira kirin, mecbûr ma ku berê xwe bide bajarekî mezin. Heta çend sala jî di nav dengê wî re, weke yê te dengeke xembar û zîz dihat. Lê ew dengê zîz jî di nav çar dîwaran de hat birîn û qerasê mêra wekî findekî hêdî hêdî helîya.
Piştî xirakirina hêlîna te, ku dengê te jî bê birîn û tu jî di nav bagera vê jiyanê de hêdî hêdî bihelî, ma ez ê êdî çi ji hêviyên jiyanê bikim.
Axxx çivîkê!
Ku wekî wê dayika ku niha li welatê xerîbiyê dijî, çêlikên te jî di ser hêlînê de bên kuştin û tu jî di vê dinyayê de bimînî bi tena serê xwe û wekî nîvmîriyekî bijî, ma ez ê êdî çi ji xeyalên neqişandî bikim. Hestên wê dayikê ne kes dikare vebêje û ne jî kes dikare rondikên wê bijmêre. Dengê wê yê xembar tevlî klamên zîz dibe û wan awazan dil lê şewitandin. Wekî dareke ku ji qurmê xwe hatibe hilkirin, ji axa xwe jî hatiye bi dûr xistin. Ev dar, wê çawa hişk nebe ey xwedayê şevê!..
Her şev her şev, ku tu jî wekî wê dayikê qesta çêlikên xwe bikî û dû re ji bêçaretî xweziya xwe daqurtînî, ma ez ê êdî çi ji gulên sor bikim. Di nav tenêtiya şevê de ku tu negihîjî wan û bi dilgermî wan hemêz nekî, ma ez ê êdî çi ji xwe bikim.
Axxx çivîkê!.
Xwezî, şev bi tenê bi delaliya xwe ve biherîkiya; qenî stêrkek jî nerijiya. Xwezî, çîroka hemû hêlînan weke bedewiya stêrkan bihata nivîsandin.
Çivîk, hîna jî li ser çiqilê darê bû. Bi dirûveke nas hîna jî li min dinihêrî. Carcaran deng jî dikir. Lê, bi dilopên baranê re xaromaro firîya û tevlî kûrahiya şevê bû.
Piştî vedana çend brûskên mezin, reng û dirûvê şevê guherî. Şirîna baranê, di nav aramiya şevê de bû stranek xembar. Tîrêjên stêrkan û tava heyvê, di pişt taviya biharê de man.
Çi hat bi serê wê çivîkê ez nizanim, lê her der şil û pil bû.






























Çavşêrîna min...

Evdile Koçer: evdilekocer@yahoo.com

Wan çavên xweşik, min cara ewil li ber gara vapûrê dîtibû... Weke mizgîniyekê, dilê min perpitandibû... Piştî wan çavên gewre, min çawa jeton standibû û li vapûrê siwar bûbûm, nayê bîra min... Mîna rêwindayekî, li quncikekê vapûrê runiştim. Rojeke vekirî, saet heştê şeveqê bû. Wekî rojên din, ez îro jî, ji xewa giran, zû rabûbûm û ji mecbûrî diçûm îş. Çar pênç qaqlîbaz, bi ser pêlên behrê de dema ku xaromaro difiriyan, ez jî ketibûm fikr û xeyala wan çavan. Rêwiyên derdor bê hal û bê xew bûn; çavên wan ji ber xwe de diketin ser hev.
Di nav dengê qaqlîbaz û qorneya vapûr û keştiyan de, min pirtûka xwe ji çente derxist û ji cihê nîvcomayî re dest bi xwendinê kir. Lê min nekarî bixwînin... Min nekarî qenî hevokekî jî biqedînim; di nav wê hevokê de jî ez li çavê wê geriyam. Ew her du rupelên vekirî, bûn çavên wê û min dîsa, wê xweşikiyê anî ber çavê xwe...
Gelo, wê li vê vapûrê siwar bûbûya, an li benda yekî bû?
Di navberê de çend deqîqe neborîbû ku, ew jî hat. Belê belê, ew jî hat... Bi gavên ewle û bi wê delaliya xwe ve, ji rêwiyên ber xwe yekoyek derbas bû. Hat hat, li hemberî min runişt. Piştî li nihêrîna behrê, berê xwe da min û qederê bêhnekî li min mêze kir. Dema ku berê çavê me kete hev, rengê wê piçekî guherî. Weke zarokekê şerm kir, berê xwe ji min zivirand û dîsa da behrê. Dû re, li saeta xwe nihêrî û bi awayekî bêsebr bi neynokên xwe ve mijûl bû. Dawekî dirêj, fanîleyekî rengîn li ser bû. Awirên stewîn ji nav ruyê wê derdiket. Te digot qey, tu carî sorav li ruyê xwe nedabû. Ew xweşhaliya wê, ew xwezayîbûna li ser, wê delaltir dikir. Her du keziyên kej ên ku wekî pêlên behrê dadiketin ser gerdana wê, hiş ji serê min dibir...
Wê dizanibû ku, ez hê jî lê dinêrim. Dilê min dikir kutekut, dikir ku ji bedena min derketa. Pirtûk di destê min de bû, lê du sê rêzikên ku min dixwend jî, min fêm nedikir. Di ber rupelan re, min li wê dinêrî.
Dengekî bilind ji vapûrê derket, hêdî hêdî liviya û di nav pêlên behrê re ket ser riya xwe. Li hêla me, zêde rêwî tunebûn. Çend kes jî, mîna mirovên ji tiştekî poşmanbûyî, ketibûn mitaleyên kûr... Dawa xwe rast kir, serê xwe hilda, keziyên li ser çav û mûjangên xwe, bi alê gohên xwe ve rastkir û dîsa li min nihêrî. Ez dibêjim qey piçekî bişirî jî... Vê carê bi dilekê rehetir dinêrî... Delaliya wê, min xistibû hêsîrê xwe. Her du çavên me jî, weke şitlên tî, te digot qey di nav wan nihêrtinan de qerisîbûn. Çavên me tîbûna hev dişkênand. Dilê me bi vî hawî gihîştibû hev...
Heta ku vapûr gihîşt îskeleyê, em bi çavên hev hatibûn grêdan. Bi rêwiyan re em peya bûn. Bi gavên hêdî meşiyam, ew jî wekî min hêdî dimeşiya. Min hewl da ku pê re bipeyîvim, lê cesareta min têrê nekir. Di nav wê qelebalixê de çavên me ji hev veqetiyan. Wê berê xwe da milê rastê, min yê çepê...
Çar pênç rojên din jî, dîsa di eynî vapûrê de û dîsa di eynî saetê de û em li rastî hev hatin. Ew vapûr, bûbû cihê hevdîtina me... Carna ez li hemberê wê rudiniştim, carna ew li kêleka min... Lê qenî merhebayek jî ji devê me dernediket. Ji xwe ew nihêrtinên me ji ber her tiştî ve bûn; ji ber hemû gotinan ve bû... Dîsa çavên me digihîşt hev û dîsa dilê me dibû yek. Di ber rûpelên pirtûka xwe re, min dîsa li wan çavên xweşik dinêrî. Û ewê jî bi wan keziyên xemrevîn ve, dîsa li min dinêrî. Min rupelên pirtûkê, carna bê xwendin jî dizivirand. Lihevnihêrîna me, bala gelek rêwiyan jî kişandibû.
Di ser de hefteyek borîbû. Piştî wê hefteyê, dîsa rojeke welê, ez di wê vapûrê de, dîsa li wî quncikî runiştibûm û mabûm li benda wê. Bi fikrandina wê re, dema ku min pirtûk dixwend, ew jî hat. Bi cil û bergên lihevhatî ve hat, dîsa li hemberî min runişt. Lê vê carê, piştî ku di bin çavê xwe re li min nihêrî, ji çenteyê xwe pirtûkek derxist û dest bi xwendinê kir. Nola xwendevanekê jîr, her xwend û rupelên pirtûkê zivirand. Lê carekê, xwe negirt, dîsa berê xwe da min. A hingê, min bergê pirtûka wê dît... Gava ku min navê pirtûka wê xwend, ez şaş û mat mam: Navê pirtûka wê, eynî ji ya min bû... Erê erê, navê pirtûka ku dixwend, eynî ji ya ku min dixwend bû...
Gelo ev sedema hezkirinekê bû, an tiştekê din?
Çawa ku dilê min ketibe destê wê, êdî min carek li destê wê dinêrî carek jî li lêvên ku dixwend... Êdî, li ber dilê min şîrintir bûbû. Eynî ji pirtûka min dixwend, ev ji ber her tiştî ve bû. Çi dibûya bila bûbûya, minê êdî pê rê bipeyiviya.
Roja din, gava ku em ji vapûrê derketin, ez nêzî wê bûm û bi heft kotek û bela, min jê re got: "Ez bawer im, pirtûk li xweşê we çû an...?"
Em hêdî hêdî dimeşiyan, bayekê honik li ruyê min dida. Hinekî bişirî û bi maneya "Erê" du cara li ser hev, serê xwe hejand.
Ew bişirîn û ew hejandina serê wê, heyecana min zêdetir kiribû... "Kêfa we ji mijara pirtûkê re hat, an na?" Ji bo ku peyva min qut nebe, min dîsa pirsî.
Dîsa bişirî. Serê her pênç tilîkên xwe gihand hev, hinekî hilda jor û dîsa hejand. Yanî: Gelek...
Min hêvî dikir ku ew jî pirsekî ji min bike, lê qenî peyvek jî ji devê wê derneket. Piştî du pirsên din jî, dîsa pê îşaret û mîmîkên xwe bersivand.
Gelo ev çi re nedipeyivî? Rengê min qulibîbû, sed pirs di hişê min de diçûn û dihatin.
Min got qey, wekî ku carna dihat li serê min jî, wê jî cesaret nedikir ku bipeyive... An jî çi bêjim, belkî jî min pirsên beredayî jê dikir...
Min dîsa xwe negirt: "Welê dixuyê ku, hûn zêde hez ji xeberdanê nakin..." û weke gotinên dîna, min berdewam kir: "Ez jî wekî we me... lê..."
Çawa ku bibêje "Tu ne wekî min î..." sekinî. Ez ketim meraqê, ka wê çi bibêje. Min vekişand ber keviya dîwarekê aram. Vê carê weke alimekê li nava bîbokên min nihêrî. Û dîsa weke alimekê, pê dest û tilîkên xwe, hal û meseleya xwe li min da famkirin. Her rengê mîmîkeke wê, her livandineke wê, li ser dilê min rudinişt. Jiyan, li ber çavê min reş û tarî bû. Ez dizanim, ew rewşa wê, qet ne xema wê bû. Lê sed car xwezî, li min neda famkirin...
Ma ez ê êdî bi kîjan gotinan binivîsim: Çavşêrîna min lal bû... lal lal...
Piştî hal û meseleya xwe, mîna bayê bezê ji min veqetiya. Ez di cihê xwe de qerisîbûm. Qenî gotinek jî ji devê min derneket. Tenê ev di hişê min de borîbû: Xwezî, ez jî lal bûyam...
Sibeha din, dîsa di eynî saetê de, dîsa di wê vapûrê de, li benda wê mam, lê nehat...
Hindik mabû ku vapûr hereket bikira, parsekan bi gotinên dubare li ber rêwiyan destê xwe vedikirin, lê dîsa nehat...
Vapûr hereket kir, min xwe avêt ji derve, li ber garê qederê nîv saetî sekinîm, lê dîsa jî nehat....
Çend vapûr çûn û hatin, merivên çavlixew çawa ku ji ber xewnên saw birevin bazdidan, lê ew nehat...
Sîmîtfiroşan, sîmîtên xwe qedandin û bi kêfxweşî çûn, lê xemrevîna min nehat...
Çavên min qerimîn, lê çavşêrîna min nehat...
Nehat nehat...

19.07.2001




























Kaniya miçiqî...

Evdile Koçer: evdilekocer@yahoo.com

Li bêdengiya min nenihêre lê...
Gotinên min, li ber wê kaniya miçiqî veşartîne... Weke kulîlkên stûxwar, li ber wê dinyaya miçiqî ketine ser hev; mîna gotinên nameyeke wenda li benda pêjna te ne...
Bi wê rukeniya xwe ve, biçe bibîne lê... Dibe ku tu li rastî jiyana min a birîndar jî bêyî, an jî dibe ku kewên weke min baskşkestî jî bibînî.
De bilezîne lê... Bilezîne û biçe wan kewên ku niha li ser wê kaniya miçiqî bi hêviyeke sar û bi dileke şkestî vedigerin hêlînên xwe, bibîne... De biçe lê... Biçe û li ser ruyê wan kewan, ruyê min ê qermiçî bibîne. Li ser wan perên şkestî hêviyên min bixwîne...
Li ser wê kaniya miçiqî, dema ku te hêviyên min xwend, li milê çepê li wî gundê kavil binihêre... Keziyê xwe li ba bixe û weke çavekî min, li wî gundê birîndar binêre. Ew gundê şemirî, weke dayikekê, mîna xewneka min wê qesta te bike... Parçeyek ji çîroka jiyana min, nîvê bîranînên min li ser dîwarên wî gundî yê kavil nivîsandîne... Nola gulperiyekê destê xwe dirêj bike û bigihîje wê çîrokê. Weke klamên Meyremxanê bistre û gazî bîranînên min bike.
Ji min tiştekî nepirse lê... Piştî ku te çend rêzik ji çîroka min xwend, rondikên xwe paqiş bike û li raserî wê kaniyê li darên gûwîj û tiaman binêre... Bi dilekê zarokane binêre û heta roj çû ava bikene. Welê bikene ku, kena min ya li bin wan daran dîsa ji nû ve vejîne... Welê bikene ku bila kena me bigihîje hev û ji ber wê eşqê, bila çiqilên wan daran ji ber xwe ve bihejin...
De biçe xezalê... Xewn û xeyalên min, li bin siya wan daran veşartîne... Rahêje xewn û xeyalên xwe û biçe li bin siya wan daran konê dilê xwe vede... Ku ji wan daran pelçimek jî ket, pê lê neke... Ew, pelçimên jiyana min in. Mîna tovê jiyana min, bêhn bike û biramûse...
Mane û sira vê jiyanê ji min nepirse... Her tişt li wan deran veşartiye. Li newala binê wê kaniyê binêre û wan pirsan ji xwe bike... Hestiyên lawir û merivan, li binê wê newalê weke pirsekî ketine ser hev. Weke maneya vê jiyanê, weke kafokên biharê ketine ser hev...
De biçe şêrînê... Ew newal, wê weke newala dilê min li benda te be. Ew hestî, wê weke hestiyên çavê min li hêviya te bin; wê mîna bersivekî li benda te bin.
Li ser wê kaniya miçiqî, serê xwe bilind bike... Dû re berê xwe bide milê rastê û li wê goristanê jî binêre... Wan kêlan weke qurmên jiyanekê bifikire. Ew dera ku tu niha lê difikirî, goristana jiyana min e. Dê û bavê min, niha li ber wan kêlan re weke şahidên vê jiyanê li te dinêrin lê... Dibe ku di nav rukeniya te de, bişirîna min jî bigerin.
Û birakên min... Birakên ku ketibûn ber xezeba vê jiyanê, niha di wê goristanê de weke şitlekî, hêviyekê xwe ji min re dişînin...
De vêca bêje dîna min...
Ez ê kaniyeke miçiqî bi kîjan zimanî der bikim... Ez ê dilê keweke stûxwar ji te re çawa vebêjim... Ma baskên şkestî çawa têne vegotin... Birîna gundekê kavil bi kîjan stranê derman dibe... Xewn û xewalên li bin darekê, bi kîjan bayê digîhijin yarekê...
De vêca bêje rihana min...
Ez ê wan hestiyên newalê bi kîjan çavî nîşanê te bikim... Ez ê mala xwe çawa xera bikim û ez ê goristana jiyana xwe bi kîjan pênûsê ji delala xwe re binivîsim... Ma çîroka kêlekî, sêrpêhatiya dê û bavekî tê nivîsandin...
De vêca bêje şemamoka min...
Ez ê hêviyên birakên xwe, li ser kîjan jiyanê şîn bikim...

23.06.2001





KURDISTAN

Evdile Koçer: evdilekocer@yahoo.com

Gundê me, ji her alî ve gundekî pir zengîn bû... Ji fêkiyên rez û bostanên wê bigire, heta hêkên kew û elokan, ji masiyên çem bigire heta goştê pezxezalan, ji şîrê mih û bizinan bigire heta şîrê şêran, hema bêje te çi biviya tê de hebû...
Lê digel vê dayîna Xwedê jî, hema bêje debara me li ser folklora me ya zengîn bû. Yanî, nan û xwêya me, av û şîva me li ser çîrok, çîrçîrok, pêkenok, destan, heyranok, pahîzok, gotinên pêşiyan, biwêj, lawik, dîlok, dengbêjî û mitirbiyê bû...
Folklor û çanda gundê me ewçend zengîn û xurt bû ku, gundiyên cîran, xwarin û diyariyên xwe didan pişta xwe, li derdora gundê me kon vedidan û bi hefteyan xwe li ber çanda me didan tavê... Dema ku vedigeriyan mala xwe jî, îmana wan kamiltir û mad û mirûzê wan jî xweştir dibû.
Kesên ku gohên xwe didan çîrokên me, te digot qey wekî Evdalê Zeynikê ji nişka ve dibûn çîrokbêj. Destanên me jî, hin kesan dikir qelem û defter û meriv digot qey mîna Homeros li ser çermê bedena xwe romanên mezin dinivîsandin. Mirovên ku dengê elok û mirîşkan ji wan dihat, dema ku dengê stranbêjên me seh dikirin, li welatên xwe dibûn dengbêj.
Ji ber pêkenok û henekên me, çend kes li nexweşiya ‘zikopişto’yê ketine û dû re serê xwe danîne ser axa sar, bi Xwedê ez jî baş nizanim... Tîqetîqên ku ji wan diçû, miriyan jî radikir ser piyan. Henek û pêkenokên me rih dida wan mêvanên bejî... Qerf û tinazên me li ser ruyê hin kesan zûka şîn nedibû, lê piştî çend rojan, tovê xwe digirt û ji ber kenê wan, em jî carna aciz dibûn...
Gundiyên me vî karî hem ji kêf û eşqê re dikirin, hem jî qût û perûyên ku pê ve dihat, di ser guhê xwe de diavêtin... Çîrok, li ser zimanê kal û pîrên me dibû şîr û diherikî. Kal û pîrên ku di şevbuhêrkan de bi têra dilê xwe çîrok û çîrçîrok vedigotin, rengê wan geştir û emrê wan dirêjtir dibû... Lê kesên ku wekî şehrezad jî, hezar û yek çîrok baş nizanibûn, zû bi zû porê wan spî dibû, diranê wan diket û hêdî hêdî berê xwe didan wê dinyayê...
Lê divê hûn li ber wan nekevin û dilê xwe jî neşewitînin... Ji ber ku, di nav dia, dûrik, lorîn, stran û tilîliyan de dihatin veşartin. Melayê gundê me li ser kêlên wan çarînên welê dinivîsî ku mirov jî her dixwesta ku bimira... Ez dikarim bi dilekî rehet bibêjim ku her çarîneke wî melayî, meriv dibir ber deriyê cinetê.
Xêr û bereketa folklora gundê me, ne tenê ji bo cinetê mifteyek bû, her wiha ji bo bereketa hêkan jî bûbû nîmeteke Xwedê... Mirîşkên gundê me, wekî xweliya Xwedê hêk dikirin û hêkê wan jî girtir bûn. Lê dema ku ew mirîşk bihatana firotin, li gundên din li êşa zerekê diketan û edî çîrt jî nedikiran...
Nav û dengê gundê me, çiqas roj diçû, her belavtir dibû... Keçikên gundên cîran ên ku di mal de diman, dema ku ji kezîzerên me baqek ‘heyranok’ werdigirtin, wekî bayê bezê digihîştin heyran û mirazên xwe... Dîsa xortên wan, piştî ku di mehên pahîzan de çend hefteyan cotkariya gundiyên me dikirin û fêrî çend ‘pahîzokan’ dibûn, berê xwe didan gundê xwe û hê nedibû zivistan xêlê xwe dikirin...
Lê rojek hat ku êdî ji derên dûr, mirovên xerîb û ecêb jî dihatin û bi hefteyan dibûn mêvanê şevbuhêrkên gundê me... Yek ji van camêran jî Robarê Berco bû. Ya rastî, navê wî Roger Lescot bû, lê me dikir û nedikir navê wî di hişê me de nedima; hema me jî jê re digot, Robarê Berco. Zilamekî xwînşêrîn û navsere bû. Kêfa me gelekî jê re dihat, lê dîsa jî 40 rojan rezê kalikê min kesixand, heta ku Destana Memê Alan ji devê kalikê min wergirt...
Robarê Berco, yanî Roger Lescot piştî ku ji gundê me çû, navê gundê me jî zêdetir belav bû û li seranserê dinyayê ket...
Her roj hin kes dihatin û diçûn, lê ez ti carî Xalê Saro ji bîr nakim. Dema ku çarîn û nivîsên li ser kêlê tirban ên goristana me dîtibû, feqîroo gelekî şaş mabû. Hema bêje zimanê xwe yî biçûk daqurtandibû.
Rebeno, navê xwe jî baş nedigot, lê dîsa jî çarîna li ser tirba Ehmedê Xanî ji ber kiribû û wekî qesîdeyekî her digot:
“Ez mame di hîkmeta Xwudê da
Kurmanc di dewleta dinê da
Aya bi çi wechê mane mehrûm
Bilcumle ji bo çi bûne mehkûm”
Xalo Saro, bi rojan di nav goristanê de hat çû û bi sedan tişt mişt ji melayê me pirsî. Hefteyek sax, pişta xwe da dîwarê goristana me û tişt mişt dinivîsand. Lê kesî tiştek jê fêm nedikir.
Ma min ê hingê, çawa bizaniya ew Xalê Saro, Sartreyê Fransiz, yanî Jean Paul Sartre bû...? Çawa ku min seh kirî, ew çîroka wî ya bi navê “Dîwar” jî, li ber dîwarê goristana gundê me nivîsandibû...
Lê bi serê gundê we kim, meseleya Sadiqo hê ji vê jî xweştir bû... Sadiqo (bi awayekî kubarî, xwe bi navê Sadik Hîdayet dida nas kirin, lê me dîsa jî jê re digot, Sadiqo...) piştî ku di şevbuhêrkekê de çîroka Siyabend û Xecê seh kir, êdî goştê kewan jî nexwar. Hema bêhna goşt jî bihatayê, dilê wî dixeliqî û paşê vedireşiya... Xwedê kirî, carna wekî ‘heywan’an hin giya miya dixwar, nexwe wê ji nêza bimira gidîîî.
Hema bêje bi zikê birçî ji gund veqetiya. Lê min jî fêm nekir; ma çi di wê çîrokê de hebû heyran!?.. Bi Xwedê Yaşoyê me yê Kor jî (Paşê, bû Yaşar Kemal...) sed caran gohê xwe dabû wê çîrokê û eyb e mirov bibêje, sed caran goştê pezkuviyan jî bi noşîcan xwaribû, lê qet nebe madê xwe jî xera nekiribû. Ez dibêjim qey, ji ber wî goştê ku dixwar bû, paşê gelek kitêbên qalind nivîsandin...
Kî dihat gundê me, wekî orf û edetekî; bi roj kar û barê me gundiyan dikir, bi şev jî hem gohê xwe bel dikir û di şevbuhêrkan de wekî sîxuran li me gohdarî dikir, hem jî çaya me dadigirt û ji me re gûz û behîv dişkênand...
Lê Smaîlê Dînik îman ji serê me biribû. Smaîlo (Dû re, ji me re kitêbek şand û li ser wê kitêbê navê xwe wisa nivîsandibû: Sameul Beckett) jî dema ku navê gundê me seh kiribû, bê qutik û şekal berê xwe dabû gund. Lê xwedênehiştiyoo, kar û barê me gundiyan nedikir. Vêca ev ne bes bû, di ser de jî siwalên bêmane û binfilitî ji me dikir û îman ji serê me dibir. Ji me bêtir jî bi dînên gund re mijûl dibû.
Smaîlê Dînik rojekî bangî me gundiyan kir û got ku, divê her kes sibê were ber riya gund da ku ez çend tiştan bibêjim. Lê kes ji me neçû, qet nebe dînekî gund jî neçû. Lê ewî jî ewda xwe li me vekir û ruyê me li dinyayê reş(!) kir.
Rast-derew ez jî nizanim, lê li gorî hin gotinên mêvan û rêwiyan; li ber riya gund, bi navê “Li Benda Godot” tişt mişt nivîsand li alema cîhanê belav kir û navê me li dinyayê kir pênc pere. Çawa ku dibêjin, ew “Godot”ê ku behs dikir, sergindorê wekî me bûn...
Axir zeman welhasil kelam, meh û salên me çax û wextên me her ser hev de diqulipîn û ji kîsê bavê me diçû, lê kêf û şahiyên me her wek xwe bûn û tu tişt jê kêm nedibû. Rengînî û xweşikahiya roj û şevên me her eynî bûn, lê mêvanên şevbuhêrkên me carna dibûn hezar... Perû û diyariyên wan di kewar û embarên me de diketin ser hev û gelek caran diriziyan jî. Yanî bi kurtasî tenê mirina Xwedê ji serê me kêm bû...
Lê rojek hat ku dilsariyek ket nava gund. Êdî em li mirina Xwedê jî digeriyan. Xeberên nexweş her ser hev de dihatin; mizgîniyên nexêr tu carî ji şevbuhêrkên me kêm nedibûn. Li gor hin gotinan, hin mêvanên ku di şevbuhêrkan de gohê xwe didan destan û çîrokên me, dema ku vedigeriyan welatê xwe wan destan û çîrokan vajî dikirin; kirasê xwe yê pînekirî li wan dikirin û dikirin malê welatê xwe.
Ji bo vê rûreşiya wan, melayê gundê me gelek nivîştiyên keskesorûzerî jî çêkirin lê dîsa jî pere nekir. Hin mêvanan jî, klam û stranên me li welatên xwe çirtovirto dikirin, bi devê xwe yî xwar distran û qet nebe êdî navê gundê me jî hilnedidan...
Haaaaa, min jî ji bîr kir ku navê gundê me ji we re bibêjim...
Navê gundê me: KURDISTAN e...












ROJAVA Û ROJHILAT!!!...

Evdile Koçer: evdilekocer@yahoo.com

Gelek mirov li ser pêşveçûna Rojava û lipaşmayîna Rojhilatê, weke civaknasên biharê serê xwe diêşînin. Li ser vê pirsgirêkê bi şev û roj dikevin nav niqaşên kûr û hûr û bi têra pêncî şêst bernameyên Medya-TVyê şîroveyên akademîk dikin.(Yetkililere duyurulur!..) Hema bêje wekî Comte, Marks û Weber analîzên sosyolojîk dikin û kumê wan davêjin Ava Botanê. Tenê şivanê gundê me mabû ku tiştek negotibû, lê wî jî kela dilê xwe berda û ji me re cûdatiyên Rojava û Rojhilatê rave kir:
- Li Rojava, her tişt bi wekhevî û mirovatiyê dest pê dike; lê li Rojhilat her tişt bi binçavkirin, cop û îşkenceyê dest pê dike.
- Li Rojava, mirov têne qopyakirin; lê li Rojhilat vir û derewên mirovan têne qopya kirin.
- Li Rojava, ciwan û zarok tovên pêşerojê ne; lê li Rojhilat tovên fabrîqe û kargehan in.
- Li Rojava, evîn kaniya jiyanê ye; lê li Rojhilat evîn bi tenê di nav pirtûka Mem û Zînê de tê dîtin.
- Li Rojava, demokrasî û azadî di nav ruhê meriv de ye; lê li Rojhilat di nav gotin, rûpel û dirûşmeyan de ye.
- Li Rojava, helbest çireya rê ye; lê li Rojhilat kî çireya xwe winda bike helbestan(?) dinivîse.
- Li Rojava, guherîn û veguherîn ji mêjî dest pê dike, lê li Rojhilat ji cil û bergan dest pê dike.
- Li Rojava, bingeha civakê çand, huner û edebîyat e; lê li Rojhilat bingeha civakê, şer, qirên nakokî û alozî ne.
- Li Rojava ji mirinê re derman tê dîtin, lê li Rojhilat mirin navnîşana jiyanê ye.
- Li Rojava, teknolojî û postmodernîzm "Kanka"yê hev in; lê li Rojhilat babegîtî û post-xayîntî destebirayê hev in.
- Li Rojava, dewlet garsonê her kesî ye; lê li Rojhilat dibe patronê herkesî.
- Li Rojava, mifteya netewebûnê ziman e; lê li Rojhilat "Heval ez nikarim xwe bi kurdî îfade etmîş bikim!.."
- Li Rojava, kujer û cehş di nav filîman de têne temaşe kirin; lê li Rojhilat bi ‘hunera’ xwe ve di nav jiyanê de bi belaş têne temaşe kirin.
- Li Rojava, sazî û dezgeh akademîyên civakguherînê ne; lê li Rojhilat qehwexaneyên gilî û gazindê ne.
- Li Rojava, mirov li pey ramanên Arîstotales, Şakespeare û Rousseau diçin; lê li Rojhilat li pey ramanên Ecewîtotales, Sadamspeare û Şartoseau diçin.
- Li Rojava, niqaş û şîrove ji çavdêrî û çavkanîyên kûr û hûr têne kirin; lê li Rojhilat niqaş û şîrove ji bo çavderxistin û çavkorkirinê têne kirin.
- Li Rojava, şoreş û moreş ji firaqşûştin û kincşûştinê dest pê dike; lê li Rojhilat... "Keçêêêêê zûka van kinca bişo û ecele ûtî bike, li partîyê toplantîya min heye... nexwe ezê berê te bidim li mala bavê te haaa..."
- Li Rojava, kar û şixul bi pisporî tê meşandin; lê li Rojhilat bi korezanî tê meşandin.
- Li Rojava, neynika civakê pêşketin, hevdufêmkirin û tolerans e; lê li Rojhilat fesadî, çavnebarî û hesudî ye.
- Li Rojava, darbevan, diz, îşkencekar û xortûmkêş di girtîgehan de têne nîşankirin; lê li Rojhilat heman kes dibin rêveberê civakê.
- Li Rojava, her kes di nav hewldan û xîretkêşiyê de li benda serkeftinên xwe ye; lê li Rojhilat her kes di nav tiralî û aqilfiroşiyê de li benda Godot û ferîştên wî ye.
- Li Rojava, paşnavê rewşenbîran afirandin û zanîn e; lê li Rojhilat paşnavê rewşenbîran(?) karîzma û navfiroşî ye.
- Li Rojava, şivan û dergevan fen û fîtên guran baş nas dikin; lê li Rojhilat heta nîvê pez neçe ji xewa mirinê şîyar nabin.
- Li Rojava, mirov di trên û otobosan de jî rojname û pirtûkan dixwînin; lê li Rojhilat di trên û otobosan de jî dikevin nava gotegot û galegalên binfilitî û tewteweyan.




























Rojnivîska Hasan Cemal

Evdile Koçer: evdilekocer@yahoo.com

Weke ku cenabê we jî pê dizane, maceraperest û oryantalîstê navdar Hasan Cemal, hefteya berê mîna Krîstof Colomb dîsa çûbû keşfa "BOLGÊ"(Niştecihên li wir Kurdistan dibêjin!!.).
Camêr, berbiçevka xwe li malê hiştibû; lê kompîtûra xwe ya lebtopê danîbû ber singa xwe, qertê taybet ê ku ji kalikê wî Cemal Paşa jê re diyarî mabû xistibû stûyê xwe û bajar bi bajar yê Çermsoriyan -pardon- Kurdan digeriya. Nêrîn û dîtinên xwe, li gorî ferhenga OHAL’ê nivîsand û me hemûyan pê rohnî(?) kir.
Bi xêra birakên min yên Carbekirî, min rojnivîska wî bi dest xist.
Ji bo bixêrhatina www.rojev.com û mêvanên wê, ez çend notan ji vê rojnivîskê li vir eşkere dikim:
12.06.2001 - AMED
Dema ku ez bi texsiya torosê, li sûkên Ben û Sen, Baglarbaşi, Daðkapi, Xançepek û Alîpaşa’yê digeriyam, her kesî bi çavên tûj li min dinihêrî... Te digot qey li ser eniya min "Derîn Dewlet" hatibû nivîsandin...
Dikandarekî jî eynî helwest nişan da û ji min re got "Weke sîvîl polîsan di bin çavê xwe re li xelkê nenihêre..."
Riyên ku ji vir derdikevin Ewrûpayê, hemû bi mayînan hatiye girtin, lê heta zarok jî ji zimanê van mayînan fêm dikin...
Gelek kes dibêjin "Bila Sezer, silavên kevokên me bigire... bila kurtanê Demîrel li xwe neke, lê nayê... Bila Erdal Înonû jî tevlî bernameya "ÇOZÛM"ê bibe..."
Piştî girîngiya zimên, êdî heyetên ku têne herêmê jî fêrî kurdî dibin...
Ji aliyê MGK’ê ve ji bo vê herêmê, hin plan û bername hatibûn grêdan, lê dîsa jî li vê derê her kes wekî Evdile Ocalan dimeşe...
Welê çênabe ezbenî!.. Qet nebe divê hin kes wekî kalikê min bimeşin...
Ku pêvajo welê bidome, îşê me "yaş" e...
Divê zû bi zû, OHAL bê guhertin û bi serokatiya Taha Akyol û Umît Ozdag ve ji nû ve bê sazkirin... Divê Emîn Çolaşan bibe waliyê vî bajarî, nexwe em çûn çem û çem...
13.06.2001 - WÊRANŞAR
Em ji Amedê bi rê ketin û me berê xwe da dîsa kelheyeka HADEPê...
Delaliya Deşta Mezopotamyayê meriv dihesidîne... Xwedêyooo, deştên welê çi re li dora Plaza Mîllîyetê nîn in...
Gava ku ez gihiştîm Wêranşarê, li hindûrê bajêr doxtorekî ez kontrol kirim û hin "Hebên Gel" dan min...
Bi têra sê raporan, min wî "sorgilamîş" kir. Ji navê wî jî kifş e ku, nifşa nû ya kurdan temsîl dike: Cîgerxwîn...
Kurik, piştî ku zanîngeh qedandiye, hatiye li vir bûye doxtorê Belediya HADEPê.. Yên weke wî berê diçûn serê çiyê, lê niha...
Min jê re got "Tu çi re neçûyî serê çiyê ulaaannn..." Bersiva min weke Gandhî da "Ev der jî serê çiyê ye, ezbenî..."
Û axayê sor, nola Mûsa Anter, hinek perspektîf jî dane min û got "Îbo, Izo û Mahso, cehşikên me ne, lê di afirê we de dizirin..."
Serokê Belediyê Emrûlah Cîn jî, agirê xwedê bû bavooo... Bi "uslûba nû" peyivî û ji min re got "Ma niqaşkirina zimanê kurdî ne eyb û şerm e?.. Bihêlin bila Evdile Koçer û Samî Berbang jî di Mîllîyetê de bi kurdî binivîsin... Ma qey wê doxîna diya we biqete.."
14.06.2001 - QOSER
Ev çend saete ez li vir tirkîaxêvekî digerim, lê li rastî tu kesî nehatim...(Mala minê..)
Xelkê li vir, bi yek dengî dibêjin "Emê bibin nivîskar û rewşenbîrên gelê xwe.. Ronesans û reforma kurdan emê pêk bînin..."
Bixwedê, meriv ji wan ditirse...
Bêhna mazot, titin û dolaran, meriv dibe Teksas’a Emerikayê...
Qalpazanên wan, ji yên me jî pisportir in, lensê çavê meriv ji dûr ve tê derdixin...
Gotinên Cîhan Sîncar hîna jî di hişê min de ne "Polîsên sîvîl, ji min re dibêjin: Di adet û toreyên bav û kalê me de, jin serokatiya derekî nakin... Tu biçe li malê bêhna xwe veke, emê li Belediyê binihêrin..."
Ferhenga Zana Farqînî û ya Îzolî, li ser maseya Sîncarê bûn... Bi mêvanan re bi kurdiyeke "akademîk" dipeyivî...
Rayedarên leşkeran jî dibêjin "Ev jinik bû belayê serê me... HADEP weke morîstangan dişixule, ku em bihêlin wê biçin Fatîh Altaylî jî "orgutlemîş" bikin... Divê pismamên Çatlî û Agca dîsa bêne hawara me... "
15.06.2001 - CIZÎR
Li Cizîrê li Otela Kadioglî me...
Dewê cemidî, lehmecûna belaş bixwedê di devê meriv de dihele diçe looo...
Weke şertê dîn û îmanê li mala her kesî Medya Tv heye...
Hin ciwan ji min re gotin "Ji berpirsên Medya Tv’yê re bibêje, bila li gor dilê me jî hin bernameyan çêkin..." (Tu dibêjî qey ez materadorê wan im..)
Ji derve dengê zarokan tê "Türküm, doðruyum, çalýşkaným..." Lêbelê, lê nenêrin ku wiha dibêjin, ku mamoste li ser serê wan biçe, xwedê dizane wê "Ey Reqîb" bixwînin...
Heta qoricî û cenderme jî dengê xwe didin PIRPIROKa ku îmana min jê diçe...
Abê, êdî kes nikare van bigire...
16.06.2001 - ŞIRNEX
Li Kasrîk Bogazi’yê, leşkeran nasnamê ji min xwestin... Her çiqas ku min got, ez jî ji we me biracan... lê baweriya xwe bi min neanîn... Digotin, qey ez rêveberê HADEPê me...(Tobe, tobe...)
Mijara me dîsa hat li ser vê partiya bi bela... Yekî got "HADEP, vê neqlê tirkmancîaxêvek jî wekî namzet deyne, wê kar bike... De vêca hûn ji pişta bavê xwe ne..."
Her sê telaqê Ewren kim, îşê me vê carê zor e...
Li vir hemû rê û rêçikên "siyasallaşma"yê hatine girtin...
Lê dîsa jî riyeka xwe dibînin...
Ji partiyên din re êdî ava şêlo jî nemaye...
Bi sê dengan dibêm: Vê carê xwedê ji diya me stand...
Evdile Koçer
20.06.2001
evdilekocer@yahoo.com
__________
Nîşeya Neteweyî: Ev nivîsa jor, ji www.rojev.com ê re hatibû nivîsandin û du caran bi riya e-mail’ê ji bo wan hate şandin; lê ez bawer im negîhişt ber destê wan: Ji ber ku tu bersiv jî ji min re nehat...
"Bu anlamda" ez bi riya MALPERA MEHNAME, ji www.rojev.com ê re dîsa dibêjim: Hûn bi xêr hatin û merheba...



















SERÊ SALÊ BINÊ SALÊ...

Evdile Koçer: evdilekocer@yahoo.com

"Serê salê binê salê, xwedê zarokekê bide wê malê..."
Çavê min, ka bêjin hûn henekê xwe li kê dikin. Sersala çi binsala çi, kîjan xweda kîjan zarok, mala çi halê çi?.. Hûn çi re dîsa min aciz dikin? Malava, zarokên ku xwedê bide wê malê, ma wê rewşa wan ji ya min çêtirtir be. Ma hûnê bihêlin ku strana dilê xwe bibêjin. Tu dibêjî qey em hîna jî di dewra H.z Brahîm de dijîn. Tu xwedêkî hûn ji xwe re gotinekê din peyda bikin. Heger ku we bizaniya, ez vêga li kolanekê teng di nav serma û seqêmê de nifiran li xwedîyê wê gotinê dibarînim, xwedê dizane belkî we tu carî li wê gotinê nefikirîya jî. Lê hûnê serma û seqem û cirifîna diranê min qet nizanibin û hûnê dîsa wê gotinê di devê xwe de bixin qajik. Ji çerxa felekê hûnê dîsa bêxeber bin û zarokên ku di nav aşê kolanan de tên hêrandin hûnê nebihîzin jî. Ev gotinên ku hûn îro li ber germasîya şomîna xwe dubare dikin, hûnê sibe bicûn û ji ber nefsa mezin hûnê dû re înkar jî bikin.
Nefsa we ya mezin jî û gotinên we jî serê we bixwin. Hûn çi bêjin, bi kêfa dilê xwe ne. Lê hûnê ya dilê min heta mirinê jî fêm nekin. Ez jî, her şev her şev di nav sir û seqem û şeva bêxwedî de hebûna we bi çengalên stêrkan ve didaliqînim.(Ev bû weke helbestekê, biboriniz...) Û jînenigarîya we ya bi vir û derewan di nav çavê pisîkên rex xwe de weke komedîyên Şakespeare her şev her şev dixwînim. Mişkên li dor min jî, weke çîrokên hezar û şevekê serpêhatîyên we her deqe ji min re dinêwînin.
Keçê, keko, xalo, metê, pismam, dotmam!..
Qusûrê min baqmîş nekin, ez nizanim hûn ji kîjan eşîrî ne û navê babikên we çi ne, lê ez we baş nas dikim.(Metirsin, ez ne sîxur im..) Ger ku we li kolanekê an jî di trênekê de, ji destê zarokekî destmalek kiribe, yan jî di bin pirekî de hûn li rastî lawikekî destvekiri hatibin, hûn jî min nas dikin. Belê, destmalên xwe carna bi hetka rûyê xwe, carna bi dek û dolabên welatparêzîyê(Xalo, ma gundê we jî wekî yê me hatîye şewitandin?), carna jî bi darê zorê difroşim û şikir ji xwedê re heqê nanê xwe derdixim û jîyana xwe didomînim. Dema ku karê min baş nemeşe, diçim cihê çalakîyan. Piştî dirûşme û copên polîsên komara demokratîk, ez jî diqîrim: "Werin destmalan!. Bo birînên we destmal!.. Destmalên keskesor!..". Carina ez jî cop dixwim, lê zerar nake. Dawiyê hemû destmalên xwe difroşim. (Xwedê ji çalekvanan razî be!..)
Na na, metirsin û mereq jî mekin, tu daxwaz û xwesteka min ji we tune. Ma ka bêjin, gelo çi tiştê we heye ku ez bixwazim?. Ew jîyana ku we li ser keda hinek mirovan saz kirî, ma ez ê çi jê bikim. Ew azadî û wekhevîya ku hûn qalê dikin, her sê telaqê bêfito bi têra pisîkên min jî nake. Ew wicdan û bextê ku hûn bi lensê çavên xwe re diguherînin bila ji we re. Jixwe tu pêdivîya min bi hêsirên we ên vala jî tune. Mad û miruzê xwe tirş nekin, ez nabêjim, destmalê min jî bikirin.
Heger ku we jî carekê, ji destê bavê xwe lêdan xwaribe û şevekî hûn li kolanekî mabin û di ser de jî hûn bi destê "Xortum Slêmanan" hatibin tewafkirin, hingê hûnê bizanibin ka ez qala çi dikim û hûnê rewşa min hindik be jî fêm bikin.
Ez jî, weke gelek hevalên xwe ji ber lêdana bavê xwe ji mal revîm û êdî li kolana Îstiklalê(Stenbol) dimînim û li wir destmal û benîştan difroşim. Ger ku, hûn jî wekî Reha Muxtar bipirsin: Çima, çilo, çi re, çer, çito, çawa?(Quzilqurta we...), hingê ezê jî wekî Aristotales bibêjim: "Ger ku bapîrê min bi Peymana Lozanê nehatibûya xapandin û ji ber pergala dewletê şivanê gundê me nebûya muxtar û bavê min wî muxtarî ji ber mora reş nekuştbuya û em di şeveke tarî de di çiyê re nereviyan û nehetbûna Stenbola malkambax û ji ber nedîtî û çavbirçitîyê bavê min her şev her şev qumar nelîsta û dawiyê têk neçûya û bi wê hêrsê re ereq venexwaribuya û serxoş bi serxoş bi dê û birakên min re qrên nekiribuya û di ser de jî her du diranê min neşkênandibuya û ez jî nerevîyama, vêga şûna destmalfrotinê ka xwedê dizane min jî ji bo civakguherînê plan û proje amade dikirin..."
Ez dizanim, piştî xwendina vê nivîsê hûnê herin malên xwe û xwarinekî germ bixwin. Lê ez... Ezê jî berê xwe bidim kolanekî û heta şeveqê xwedê ji kîjan polîsî xistibe qismet, sê çar cara lêdana xwe bixwim û ji ber birînên xwe ezê quncikekî germ ji xwe re bigerim. Piştî xwarina germ, hûnê mûzên çikîta û portaqalên waşîntonê bixwin û hûnê qala kar û barên(Dolar-Mark) xwe bikin û dû re jî hûnê Çend Dîmen Ji Kurdistan'ê temaşe bikin. Lê ez... Ezê jî herim li ber Barên Çepgiran, heta çarê şeveqê bisekinim û bona ku destmalên min werin firotin, ezê bikim qarqar û ji siberoja we re bibim Çend Dîmen Ji Şevistanê.. Ma qey min jî navê, ez jî wekî zarokên dinyayê di hemêza dîya xwe de rakevim û bi çîrokên wê bi xew ve herim... Ma qey min jî navê, ez jî di Şanoya Jiyana Dubarekirin de bilîzim û bi dengekê şid bibêjim "Qral jî xulam jî, mezin jî biçûk jî weke heyva spî şifttazî ne, ez her tiştî dibînim, bila haya herkesî jê hebe..." Ma qey min jî navê, ez jî di înternetê de bikevim malpera "Hindik lê Rindik" û di koroya Beledîya Amedê de bibêjim: "Zimzim yelî yelî yelî, zimzim yelî hey mezinnnooo..." Lê dikarim çi bikim heyran, qey feleka bêbav welê dixwaze.
Heger ku we bivê hûn xêrekê li min bikin, ji kerema xwe û ya pîrika xwe re êdî şîretên xwe li ser kefenê xwe binivisînin. Teorîyên xwe yên sifto û genî li ser kêlên xwe bineqişînin. Siha xwe jî bişewitînin û zû bi zû herin bi oxira xwe.
Qet mereq mekin, ez namînim di bin xêra we de. Ez ê jî wê gotina we pîne bikim û li ser her derî binivisînim: "Serê salê binê salê, xwedê aqilek bikêrhatî bide wê malê..."
Evdile Koçer
10.01.2001
evdilekocer@yahoo.com



















NEYNIKA XWESÛYA WE!!!...


Evdile Koçer: evdilekocer@yahoo.com

* Axx axxx... Min keça xwe da wî sebavî, lê qet nebe carekê jî nehat ber devê derîyê min û destê min maçî nekir. Xwedê mezin e û dinya piçûk e, wê roja te jî were...
* Şeytan dibêje (Ji hebûna Êzidîyan ne haydar e..) here destê keça xwe û her şeş nevîyên xwe bigire û bîne û weke sêwîyan wî bihêle ber taqê dîwaran, lê heyran wê dû re cîranê me bêjin 'bolicî û yiqicî' ye.
* Dibêjim sebav e, lê bawer ke ev tişt jê re hindik e... Bi Quran'a Muhemmed û Resûlê Ekrem, hinekî xayin e jî, heger ne welê bûya ma bi zimanê tirkmancan diaxêviya û dû re bi wî halê xwe qet qala azadî û rizgarîya welêt dikira... Bi qurbana qoricîyên welatparêz be...
* Dema diçim mala wî, reng û mirûzê xwe tirş dike. Heta ku vegerim malê, berê xwe dide şeqa din û televole seyretmîş(Vê peyvê, ji nevîyên xwe hîn bûye..) dike. Ne yê nizan be, wê bêje ka jê aciz im. Zarokê xwe jî benzetmîşê(Heman tişt..) xwe kirîye, hemû bi zimanê Ecewîto ji min re diştexilin. Axxx feleka xayin, ma min ê ev roj jî bidîtan...
* Ewqas nivîskar, rewşenbîr û hakim û doxtor hatin ber devê derîyê min, lê dilê wê ket wî pîsikê xayinê heram...
* Van çax û dewrana, herkes ji xwesûya xwe re telefona desta dikire... Lê ev malnemîrat tu dibê qey wê kefenê min bikire.
* Ma bavo wê xwesûyek ji min çêtirtir bidîta?.. Bixwedê sûncê min e, wekî Eyşika Qop min jî bîst hezar dolar qalanê keça xwe bistanda, vêga bubû kuçikê ber mala min... Jixwe panzdeh hezar dolarê ku min jê standî jî têra çêkirina xanî nekir...
* Bav û kalê me gotin e, zavayê malê kurê malê ye; lê ev sergindorê henê ne kerê malê ye jî... Ji qûna wî bihata wê jinek din jî banîya...
* Ev zavakokên quntazî hemû welê nin. Serê ewil xwe henûn dikin û dibin weke berxên hemdanî, lê piştî ku keçik ji destê mirov diçe îşê mirov jî diqede.
* Dilekê min dibêje komelekê ava bike û li dijî van bêbavan mûcadele etmîş(Quzilqurt...) ke. Lê heyran, bi vî emrê xwe yê not salî ve ma qey ez dikarim van zavayên kafirbav rast bikim.
* Zavayên min yên din jî welê nin. Yek ji yekê din kuçiktir e... encax bi kêrî paqişkirina mayinên gund tên, an jî mirov wan bi hev re grê bide û pê cot bike...
* Keçê porkurê, diya min her dem digot "zava wek siha strîyan e" lê min kezîya xwe kur kir û ji xebera wê nekir...



Strana dilê min...

Evdile Koçer: evdilekocer@yahoo.com

Çiqas ku ez wê stranê gohdar dikim, ew tê ber çavê min...
Awaza wê stranê çiqas ku ber gohê min dikeve ew tê bîra min...
Navê wê stranê û navê wê gulperiyê di hişê min de bûn stranek din...
Jixwe min jî, weke awaza wê stranê wê nas kiribû. Bi delalî û rukeniya xwe ve weke sermestiya wê stranê ketibû dilê min... Êdî ew bûbû strana dilê min... Her du çavên wê ji min re bûbûn şibakên jiyanek din. Li ber wan şibakan weke parsekekî bêkes, weke derwêşekî şevger bê kul û xem rudiniştim. Di nav wan şibakan re, her dem bihareke têrkulîlk dixuya; her gav rengîniya havînekî diliviya.
Dema ku çavên xwe dinixumand, li min dibû şev; weke ku ezê sêwî bimînim, ditirsiyam. Çavên şînxweşik, biruyên xeyalane min dibir gundek têrhêvî; min dibir serkaniya rezên têrfêkî... Mûjangên wê, yên delal dişibiyan striyên gulekî; ewçend ewle û bi bawerî disekinîn...
Çavên nazenîn, weke kaniya ku nû der bibe ji xwe de şil dibûn û carina bi ser qesra dilê min de dibûn rondik. Rondikên ku ji bo min dibariyan, findên di nav qesra dilê min de dida ber xwe û libo lib bi xwe ve diheland. Hebûn û tunebûna xwe bi rondikên xwe re dibarand û xwe disparta deriyê jiyana min...
Ma ruyê wê... Axxx, mêrg û bostanên dilê min, li ber ruyê wê ji nû ve şîn dibûn. Ez dibûm dîlê delaliya wê. Li ber wê delaliyê min kon vedikir û li ber peravên dilê wê min mexel dida. Stêrkên hawîrdor, ji me dihesûdiyan û kom bi kom dirijîyan ser xeyalên xwe yên bêsiûd.
Ji ruyê wê tu carî bişirîna zarokekê kêm nedibû. Te digot qey, di nav ruyê wê de bexçeyê zarokan veşartîbû. Ez li ber xweşrengiya wî ruyî, weke çêlikên biharê diperpitîm... Dema ku dibişiriya, te digot qey pelê gulekî ji ruyê wê dipekiya. Mîna evdalekî bêxwuda, ketibûm pey bişirîna wê. Bişirîna wê, di bexçeyên şevistana min de gulberojkên nû vedikir. Çiqas ku gulberojkên nû vedibûn min navekê wê lê dikir... Çiqas ku navekê wê li bexçeyên şevistana min zêde dibû, deriyekê din yê bexçeyên dilê wê ji min re vedibû.
Wan keziyên zerik, di nav giyana min de weke awazên wê stranê, stranek winda vejandibû. Keziyên dirêj, weke du hûşiyê trîyan dahelîbûn ser her du milê wê. Gulperiya min, di nav hêlekana xeyalên min de weke horiyekê li ba diket û bi ramûsanekê ve digihîşta xweziyên min yên winda... Li riyên nenas, mîna şitlên nêrgizan xweziyên min berhev dikir û di nav bexçeyê dilê xwe de diçênand.
Li ber sîbera delaliya wê, bi şev û roj rudiniştim... Dilê min jê re bûbû guldank; ew bûbû gulsora dilê min. Di nav hêlîna pêsîra wê de, min zivistana xwe germ dikir... Ez dibûm berxvanê dilê wê... Pê wan destên zarokane, fêkiyên dilê xwe dida min. Tiamên li bexçeyê jiyana xwe, pê wan tilîkên şîrînok pêşkêşî min dikir. Pê wan fêkî û tiaman, weke xalxalokekî ez sermest dibûm û min jî wê dibir zozanên dilê xwe...
Lê... weke dawiya wê stranê, dawî li strana me jî hatibû. Strana dilê min ketibû ser riyeke din... Jiyana bêbav, berê wê dabû welatek din...
Ji wê rojê û pê de, weke birîndarekî jînqurifî dinalim... Birîna dilê xwe ber awaza wê stranê dikewînim.
Çiqas ku ez wê stranê gohdar dikim, her du çavên ku ji min re bûbûn şibakên jiyanek din û rondikên ku ji bo min dibariyan, weke hêlekanekî di ber çavê min re diçin û tên...
Awaza wê stranê çiqas ku ber gohê min dikeve, ruyê ku mêrgên dilê min ji nû ve şîn dikir û bişirîna ku di bexçeyên şevistana min de gulberojkên nû vedikir, weke ku ji nav serboriyên min bipekin têne ber çavên min dizeliqin...
Navê wê stranê û navê wê gulperiyê, weke awaza wê ramûsana ku digihîşt xweziyên min û fêkiyên ku min sermest dikir, di hişê min de bûn stranek din...




DÎYARBEKIR SERASER EŞQ

Roşan Lezgîn: rlezgin@hotmail.com

Porê aye. Ewilî porê aye o rengê kestanan de ke wina pêl bi pêl, lef bi lef rişiyabi miyanê piştî, serê kiftan û verê sîneyê aye, temamê awiran beleqneyî xo ser. Gama miyanê berî ra kewte zare, asêne ke ya tenê ya. Yew gile miyanê zilfanê aye ra remabi û wina bêwayir û bêperwa, xelek bi xelek alişkê aye sero aleqiya bi. Qey emser xizêmî bîbî moda? Yan zî miyanê yew sanika zemanê verî ra vejiya bî û amîbî ewta? Yew xizêm. Xizêmêko qicek zincê xo ya qiceke û wedartî wa, kişta çepe ser zeleqnabî. Mûrêka qiceke mîyan de çirusîyê.
Eywane pirr a. Lewan ra. Nat û wetê eywane, dewrê sendelîya, heme korîdor fek ra dekerdeyê. Temamê roşnayî eywane ra dîyaya arê û serê sehnî de, dewrê maseyo ke yew xalîçeya ecemî ro ci antî bî, roşnayî zî xo ê dewran de cemênabî pêser. Ya zî amî, ta goşeyê eywane de, sehne ra nizdî, o cayo ke sînorê roşnayî qediyê û hendî lêlî dest kerdê xo, aye zî uca ca da xo û vinderte. Şair, peynî a masa de ronişte bi. Rîyê şairî miyanê porê eyo derg de bereqiyê. Sewbîn eywane seraser lêl; ti vanê qey tîje-aşma. Fekî pêro nêmakerde mendê. Çimî xereqiyê. Goşan serre nayo vengê şairî ser. Kelîma bi kelîma, misra bi misra sewtê şairî têşan têşan şimenê. Nefesî gêriyayê. Zare bêveng. Bitenê ferman kewtibi destê şiîranê şairî. Vengê şairî seyê hewrê hamnanî; sipî seyê pemî. Seyê zime-zimê awê Dîjle. Wina şirrîniyêka şîrîne vistebî eywane ser. Eywane seraser kewta miyanê zikrêko semawî; mîstîk. Hemeyê hîsan xo bêhemd eşto binê bextê misreyanê şairî. Dinya. Dinya çinêya. Yew dinyayêka bîne de yê; dinyê xiyalan : Baxçe bi baxçe Aden.. Babîl.. Asûr.. Sasan.. Med... Îmge bi îmge Dîyarbekir; Dîjle, Qerejdax... Giyan beden ra vejiyo. Bedenî seyê şakêlî şenik; seyê perrê baskê Teyrê Tawizî.
Eşq! Heme çî eşq. Heme ca sewda, evîne.. Misre bi misre miyanê lewanê şairî ra herekênê:
"Ey kalê zemanan
Ey Pîr!
Bêre
Bêre û çok bide postê xezale ser
Û ma rê vaje
Mesela kênaya padîşahî û şiwanî vaje
Ca verde vengê mawîzeran, vêşanî
Ca verde boya barûdî û boya gwunî
Ey Pîr!
Hadê, ronişe kuncê eywane de
Ta Adem û Hewa ra nate
Ma rê eşq
Ma rê sewda ra qisey bike
Ha kalo, qurban!.."
Eşq. Heme çî eşq; evîne, sewda... Şirre-şirrê awê Dîjle temamê eywane kerdo xo dest. Gilê dara valêre rişiyê awe ser. Bi hesret ramûsanan danê yewbînan. Eywane seraser miyanê boya valêran de.
Şairî herdi çimê xo wişk nayê pêser û nefes bi nefes eşq keno vila.
Xiyal! Heme çî xiyal; hewn.
Heme çî seyê hewnî bi û ya zî tedir kewtebî miyanê xiyalan. Ge awê Dîjle zerreyê aye ra herekiyê, ge zî ya miyanê hewran de perrayê. Hewrê sipî; sipî û nermik. Seyê pemî. Canê aye giriyê, kel dêne. Tewe girote bî? La, na tepe-tepê qelbê aye! Çîrê wina bîbî, nêweşe bî? No çi sihîr bi? Erê, erê! Wexto newe kewte zare, miyanê berê eywane de, di çiman, heme awirê aye nêqurmûçnayî bî? Yew şirpînî. Yew şirpînî zerrê aye ra nêşîbî? Heywax! Şûşe şikiya! A game ra nate, ê awiran ra nate destê aye lerzê. Û şair waneno:
"Ey kalê zemanan, de vaje
Tîr û kevan bide destê seydwanan
Vila ke heme bolê xezalan
Astoranê kihêlan çargamî bivazdine
Ha Pîro, qurban!

Aspar ke kênaya şahê perîyan
Wa verê vayêkê harî de tarûmar bibê
Zîn û zengû û şermê rîyê kênatî..!"
Wina mat. Wina mat mendebî sewtê şairî wa. Şair bibi rincan. Bi destê xo yo qicek. Hurdîlek. Bi ê engîştanê xo yê nazikan qedehê awe yo serê maseyî de, kiştê qevdê vilikan de, miyane de qefelna; bi usûl. Çilkê awe lewanê şairî ra acêr nazeliyeyî. Aye zî tedir ziwanê xo yo seyê kilê adirî, dewrê fekê xo ra, serê lewanê xo yê tenikan ra berd û ard. A game. Ê awiran hêna seydê xo kerd. Tîrî..! Tîrî kevanan ra perrayî. Rengê di çiman; keweyî û mêşinî kewtî têmiyan. Ax..! Nê awirî. Nê awirî çiqas gawirê! Se kenê ê kenê. Qelbe ra heta qelbe la rêsenê; wina şedênaye û birêsmîn rêsenê.
Û awiran karê xo kerd!
Yew çilkê areqî miyanê pistinanê aye ê qicekan û hurdîlekan ra, veracêr û bi feslan, bi teqlan lêr bî.
Û awê Dîjle pêl bi pêl herekiya.
Çemê Dîjle barîk barîk, bi naz û nazenînî şikeftê Birqlênî ra, verarê koyan ra za; Cinet ra za. Miyanê baxçeyê Adenî ra lef bi lef, fetil bi fetil gêra û hêna rişiya Cinet. Dîjle : Kênaya Cinetî; delala baxçeyê Adenî. Heme koyanê Mezopotamya zerre vista Dîjle. Miyanê heme koyan ra, varnî hemine de, Qerejdaxî xo anto kalekê Dîjle. Koyê Qerejdaxî : Koyo esmer. Gama çim verdayo Dîjle, hiş û aqil serre de nêmendo. Êê..! Na sewda ya, evîna. Çi ray zî yew nêzano kamca û çi wext bena zergûn. Seyê çayirê wisarî ya. Miyanê kerra de zîl dana...
Erê. Qerejdaxî ewniyo, ewniyo... Zerra xorî ra ewniyo. Dîjle pêl bi pêl herekiyaya û Qerejdaxî zerra sotî ra ewniyo. Hadê! Reyna, reyna zî biewniye. Ewniya. Awirî xorî xorî ro yewbînan lefêyayî. Vengê şairî dûr bi... Dûr bi. Şi pê koyan. Seyê awê çemê Muradî ke çileyê zimistanî de binê qeşa ra biherekiyo. Seke vayê wisarî dir, ke pêl bi pêl, ge nizdî bo û ge dûr bibo, wina, bi teqlan xo qelewnayê ro goşanê înan. Miyanê qelebalixê eywane de awiran. Awiran yebînî qefelnabi. Seyê Qerejdaxî û Dîjle. Qerejdax zerre ra sojiyo; vêşayo, vêşayo.. Kel dayo. Teqayo; volkan bi volkan. Dîjle herekiyaya; laser bi laser. Kef kewto ra ser. Temamê adirê zerreyê Qerejdaxî ver bi Dîjle herekiyo; gêj, har... Û Dîjle Qerejdax anto xo verar. Xo ro laserê adirê zerreyê Qerejdaxî pişto. Dîjle adir kerdo xo verare. Adir misno; kef bi kef, pêl bi pêl. Qerejdaxî awê Dîjle misnaya; têşan têşan. Zerra sotî ra. Qerejdax bîyo serdin. Verarê Dîjle de şîyo hewna. Dîjle bêveng bêveng herekiyaya. Adirê zerreyê Qerejdaxî miyanê kefê pêlanê Dîjle de bîyo kerra.
Bazalt!
Esmer.
No şeher.
Dîyarbekir.
Dîyarbekir heme, seraser bi ê kerran viraziyo; kefê pêlanê Dîjle û adirê zerreyê Qerejdaxî. Mîyanê heme kerranê dêsanê nê şeherî de eşq esto. Sewda û evîne esta. Kuçe bi kuçe, ban bi ban, beden bi beden, birc bi birc eşq esto miyanê nê şeherî de. Heme cayê nê şeherî ra boya eşqî, boya sewda, boya evîne yena.
Eşq. Pêro eşq; evîne.. sewda...
Vengê şairî de eşq.
Qedehê awe de eşq.
Miyanê awiran ra, miyanê çiman ra eşq herekêno; çimî kewe; çimî mêşine. Qevdê vilikanê serê maseyê şairî de eşq. No bano qedîm; kahn. Ê lewê tenikî. Feko qicek; seyê fekê tutan masûm. Qama hurdîleke, miyanê cilanê sipîyan de; seyê kevoke. Serreyo hurdîlek. Pêsîrî hurdîlek. Heme hurdîlek. Seyê yew şemamoke; zerd zerdêlek. Miyanê bostananê fekê çemê Dîjle de. Seyê qurtê awa zarê qedehê camînî de û miyanê destê şairî ê hurdîlekî de eşq...
Adirê evîne kewto ta. Alewî ro beden pêşiyaya. Xorî xorî ewnêna. Hewayişêko şîrîn kalekê lewan de neqeşiyo. Alişkan de xemzeyî. Panc hebî engîştî kewtî miyanê porî. Por wedariya. Kel da. Kef da; pêl bi pêl herekiya. Awiran yewbînî esîr qefelno; zincîr bi zincîr. Qerejdax ver bi verarê Dîjle herekiya..
Têkaleke de bî hendî.
Ewilî serê di engiştan resayî pê; sawiyay pê ra. Seke miyanê ezmanê keweyî de di telpê hewran biresê pê û virûsk bivirisiyo. Canî lerzeyî. Janêko tîr. Tîr û wina zî şîrîn, miyanê di qelban de çizînî kerd. Di bedenî seraser miyanê areqî de mendî; kef bi kef awê Dîjle. Laser bi laser adirê Qerejdaxî. Kamî? Kamî verê cû engiştê xo kerdî dergî? Kamî verê cû destê xo nata ardibi? Xovero? Qey xovero sawiyaybî pê ra? Mexsûs? Erê..? Nêzana! Yewî zî, yewî zî tede nêvet. Bêhemd, xovero resaybî pê. Dîjle pêl dabi, kef dabi. Kef dabi û Qerejdax laser bi laser adir. Herekiya bi. A game hêna. Wa hêna bisawiyê pê ra. Wereka binêna zî xo nata bidayne! Binêna zî. Ha..! Ha wina. Hêna. Di destî têkaleke de. Têkaleke de û kewtî têmiyan. Des hebî engiştî, girênaye girênaye, miyanê areqî de, miyanê kefê pêlanê Dîjle de. Û kewtî têmiyan. Rengê di çiman yewbînan ra bî vila. Şermê rîyê kênatî perra; perde dirriya. Seke yew eywane de çinê bo. Seke o şairo porederg uca, serê sehnî de, peynîyê a masa ke xalîçeya ecemî haya sero û o qedehê awe uca, kalekê qevdê vilikan de nêbo. Şairî bi ê destê xo yê hurdîlekî û nazikî qedehê awe miyane de qefelna bi? Wina bi? Di bedenî seraser lerzeyî. Awê çemê Dîjle bêveng bêveng herekiya...
Qerejdax verarê Dîjle de bi kerra: Bazalt: Dîyarbekir...

































H U Z N A *

Roşan Lezgîn

“Ji bo hemû keç û xortên welatê min ên ku bi miradê xwe şa nebûne.”
Huzna gula sor a biharî
Porê reş, gulî mîna marî
Qama dirêj, bejna barî
Ax û yeman te Huznayê
Ev sewtê sotî, janeke teze, naşî û saf, ji nav cîgereke paqij derdiket û li çiyan belav dibû. Wisa melûl, ji dil û ewçend jî tîz. Mîna tama ribêsan, mîna bilbizêk û pîvokan, mîna tama bihîvterkan; wisa tirş û ewçend jî miz. Heta ku xwe digihand nav dilê Huznayê.
Huzna gola sor e; teze gul firriyaye dêmên wê. Hîn nuh avê xwe berdaye şiqoqê. Dilê wê mîna çivîka sibatê dipirpire. Lêvên gewez tijî bûne, qirik dirêj; mîna qirika şînwerdegên ber Çemê Muradê. Cotek sêvên şîrîn di hembêzê de werimîne. Sermemik mîna hebên tûyên romî yê dara li pêş mala wan gihane; wisa sor û tarî. Qorikan goşt girtiye, hêt dagirtî. Dengê wê guheriye, mîna mariyekê dinehwirîne.
Wexta ku Huzna satilan diavêje zendên xwe û jor de mîna kara xezalê bi çindikan diçe Kaniya Jêr, memikên wê yên teze mîna ku guliyên bi pelg ên dara bîşengê li ber bayê bilerizin, ew jî wisa dihejiyan û pê re av ji devê xortan diherikand.
Erê lê lê, lê Huznayê
Xwînşîrînê, çavsiyayê
Dil û cerg m’ tev heliyayê
Hawar gidiyê te Huznayê
Kaniya Jêr, kaniya esîl; warê evîndaran. Li bin siya dara çinarê. Dara çinarê, bi wan guliyên xwe yên narîn wan deran hemû kiriye dest xwe. Pelgên wê yên nazik dibişirin; kesk î kehlî. Seranserê havînê tu car jî ew dar nahêle tîrêjên rojê xwe bigihînin ser ava kanî. Tu dibêjî qey wisa bi bengînkî dil berdaye ava kanî û bi hesûdî, bi çavnebarî avê diparêze. Gava ku bayê hênik ji Çiyayê Xaloziwanê berjêr, çem û çem, ber bi alî Çemê Maseynî ve tê, guliyên dara çinarê jî wisa narîn û nazenîn pê re dikevin dîlanê û bi hev re xuşşêniyeke nerm dirijînin ser xule-xula ava Çemê Qiboxê. Walwalok û çivîkên ber çem jî bi wîle-wîl û çîve-çîva xwe bi wan re dikevin hemberiyê. Û tev bi hev re senfoniyekê dijenin; mîna ku dastaneke qedîm, kilameke kevn ku bi hezaran salan bi eşq û evîn stirana û lewma jî di hunera xwe de bûne hosta. Li vî alî û wî aliyê kanî kemên dirîreşkan şewl dane; wisa hêç û ewçend jî bitr. Dibêjî qey nobedarên esîl in; sernerm û şahidên bê ziman ên hezaran eşq û evînan.
Serê kaniyê kesk e
Binê kaniyê kesk e
Memkê qîzan girêk e
Nefsê xortan tenik e
Dirîreşk sor bûne; gewez. Mîna lêv û dêmên Huznayê. Gelo Huznayê rengê lêvên xwe daye dirîreşkan yan dirîreşkan rengê xwe ji lêvên Huznayê re bexş kiriye? Gelo dara çinarê bejna xwe bi şanî Huznayê daye yan jî bejna Huznayê bi dara çinarê re ketiyê hemberiyê? Û ava kanî wisa paqij, wisa zelal. Spî, mîna şîr. Mîna şîrê dayikê helal. Havînan sar, cemidandî mîna qeşa; zivistanan hilmeke germ jê difure, mulahîm û şîrik. Mîna hilma devê Huznayê. Ha rengê avê ha rengê gerdena wê. Helanê binê avê mîna tehta eniya Huznayê dibiriqe.
Serê kaniyê xilor in
Binê kaniyê xilor in
Memkê qîza gilor in
Nadinê xortan bixwin
Kaniya Jêr, kaniya eşq û hezkirinê; warê bengiyan. Kê ji ava Kaniya Jêr vexwariye û dil bernedaye keçikekê. Kîjan keç û xortî li wir dil neberdaye hev?
Ji kemên dirîreşkan bêhna memikên keçan tê. Pelgên dara çinarê dimînin destên Huznayê. Dest, bi wan tiliyên xwe yên nazenîn, nerm û teze. Cara pêşî li wir, li ser Kaniya Jêr ji Huznayê re çav hate şikandin. Wey Rebiyo! Ew çi tofan bû? Qelbê wê kir ku hema singê wê biqelêşe û jê derkeve; mîna çivîkekê bifirre here û hey here...
Êdî tîr ji kevanan derketin!
Huzna keçeke kubar e
Brû bi tîr in, rû bi xumar e
Dilê m’ li ser birîndar e
Ax û yeman te Huznayê
Kaniya Jêr. Çawa mirov dikişîne ber bi xwe ve! Ev çi tilisme? Ev çi sirr e têde veşartî? Huzna dema ku jor de xwe berdide ser Kaniya Jêr, rê li ber dibe du gav. Di jêr de hêdî-hêdî. Cara pêşî moriyên stûyê Huznayê li wir qetiyan; mmmaçekê! Bi lêvên agirîn. Bêhna qehweya fincanên ferfûrî ku di destê xatûnên mîrên Pêçarê de ne, bi hilma Huznayê re belav bû. Huznayê destê xwe da ser qurmê dara çinarê. Destekî germ, lerzok û di nav xwêdanê de çû ser destê Huznayê: “Bi vê dara çinarê, bi vê kema dirîreşkê, bi ava vê kaniyê! Ez bimrim ji axa sar re, bimînim ji canê te re me... Ji canê te re... Ji canê te...
Erê lê lê, lê Huznayê
Xwînşîrînê, çavsiyayê
Dil û cergê m’ tev heliyayê
Hawar gidiyê te Huznayê
* * *
Havîn şikiya; destê payizê ye êdî. Çemê Qilboxê xule-xula xwe ji bîr ve kiriye; li benda barana payizê ye. Gihayê mêrgan zer bûye, newal ji hev xeyidîne; cihê bûne ji hev. Darebî û benavên ber Çemê Hemekê pelgên xwe weşandine. Li ber bayê Çiyayê Çewtela ku êdî bi hêrs tê, guliyên daran tazî, uryan dilerizin. Çiyayê Mizaglû, Çiyayê Şaxorê, Çiyayê Ziyaretê û Çiyayê Xaloziwanê xebera mêrgan kirine serê xwe; bi hev re ketine pişbirkê û kirasê zer li bejna xwe pêçane. Çiyayê Lîs kumekî spî dayê serê xwe, ji gişa bilindtir, mîna kalekî zemanan, mîna rûspiyekî gundan; zana û mehzûn, di jor de mexrûr-mexrûr dinihêre. Pelgên dara çinarê ji guliyên xwe xatir dixwazin. Li hewa qasekê direqisin û bi fesal, bi semt, bi hesretê xwe digihînin ser ava kanî.
Belê. Seranser payiz e welatê me.
Huzna tu wer awa meke!
Der û hundir gezî meke!
Min rebenî bengîn meke!
Ax û yeman te Huznayê
Welatê me seranser payiz e êdî. Ewrekî tarî rûyê ezmanê me qefilandiye. Girîn ketiye gewriyê, çav sor bûne, hema-hema digrî. Huzna di xeweke kûr de. Di xewnê wê de tama maça li ser Kaniyê Jêr û bêhna dirîreşkan di nav memikên wê de. Li derve şilî, şilape. Şev tarî; zilûmat. Birûsk dibirise. Hîv xeydan. Stêrkan xwe veşartine.
Û Siloyê Salo wekî bociyek bêhnê dikêşe!
* * *
Nîvê şevê bû. Sê caran li ser hev derî lê da: “Tik, tik, tik!” Ji alî hundir dengekî tirsiyayî, xilmaşê xewê got, “Tu kî yî?” Dengekî qerisandî û lerzok di şeqên derî re xwe gihande hundir: “Em in, heval!”
Derî bi fesal vebû. Û xortên esmer bi solên xwe yên bi herrî kişiyen hundir. Ji rîha wan dilopên baranê diçilkiyan.
Li argûnê agir vêket. Kulekê dû deranî. Şemalên agir siyên derewîn li ser rûyê dîwaran reqisandin. Bêhna nanê tenûrê ku li ser tirafê agir diqemirî û bêhna xwêdanê li eywanê ketin nav hev. Hilma cilên şil û hilma çaya kelandî, ku ji wan qedehên navzirav, ên mîna navtenga Huznayê, ku di cih de vala dibûn û bêhna cixareyên ku ji titûna Hesîgê dihat pêçan di bin maxan de mijeke tenik belav kir. Huzna tebeqên toraq û rûnê nivişk danîn ber mêvanan...
Li der şilî ye. Ezman ji dilê saf digrî. Çemê Qilboxê lêketiye; xule-xul bi ser ketiye. Dara çinarê di bin baranê de nefesê xwe girtiye. Bêdeng. Kemên dirîreşkan xwe li hev pêçane. Û Siloyê Salo ku nake bi selek sergîn; segê avî, gerro û gurrî. Segên heft gundan rûyê wî bialêsin jê têr dibin. Diran di dev de kurisîne; kurmî. Bêhna mirarê ji dev tê. Qeşmerê gundan îşev daye pêşî û rêçê digerine mîna roviyan!
Şev ji nîvî buhuriye. Zilamên ku simbêlên wan mîna dûvê mişkan, çavên wan mîna kunên şûjinan, qefle bi qefle hatine. Ji serî heta binî di nav çek û rextan de. Û seranser dor li gund hate girtin.
Li hundir, li dor argûnê xortan civatkî çok vedane. Çekê wan li ser çokan. Bê xew, westiyayî... Qapaxên çavan giran; divenijin. Agirê argûnê xwelî girtiye.
Xew li Huznayê herimiye, çeleng-çeleng diçerixe.
Mêvan mêvanê Xwedê ne. Û delîl dayka te be Huznayê!
Mêvan gune ne! Agir li argûnê vemiriye. Huznayê deriyê derve bi fesal vekir. Li ber derî, ji koma percînan gurzek hilanî...
Aaa!.. Ew gav bû! Dinya negeriya, zeman rawest!
Tilî li ser tetikan û tilî bêbext!
Û şîrqînî, şîrqînî... Şîrqînî bi ser çekan ket!
Birûsk, birûsk... Birûskê lê da!.. da!.. da!..
Axxx!..
Huzna! Huzna! Huznaaaa!... Huzna qelibî!
Guliyekî dara çinarê ji binî ve qeliya!
* * *
Li bin baranê xwîneke germ ku bêhna dirîreşkan jê dihat, ji nav lêvên Huznayê herikî...
Dara çinarê kesk-bêkes(k) giriya.
Kemên dirîreşkan bêhna xwe firrandin.
Ava Kaniya Jêr şêlo-şêlo herikî...
Erê lê lê, lê Huznayê
Xwînşîrînê, çavsiyayê
Dil û cergê m’ tev heliyayê
Hawar gidiyê te Huznayê
_________________
* Ev çîrok pêşî bi zaravê Zazakî hatiye nivîsîn û li kovara Vate, di hejmara 15an de weşiyaye. Dû re, ji alî nivîskar ve ji bo Kurmancî hatiye wergerandin.






















R E V

Roşan Lezgîn: rlezgin@nefel.com


"Wexta dikerixe hêvî,
Heta bi dawîya xwe jî dixuye êdî.
Û lêvên te yên kulîlk-hi-narîn ji min dûr,
Çavên min jî di kevza çavên te de çûn..."
Ew wêneyê ku me li ‘Parqa Tirafîkê' kişandibû di nav çarçovê de li ser masê ye. Li kêleka saetê mîna xeyaletekî ku di nav mijê de be, dixuye. Nizanim, belkî jî çavên min bûne xumam. Kenîneke nîvçe bi keviya lêvên Şemalê ve neqişiye. Ez, mîna her gav mehzûn im. Wê demê me li lîseyê dixwend. Li ser masê defter û kîtabên me dixuyin û du qedehên çay ku heta nîvî jê hatine vexwarin. Li pişt me jî, dîwarê reş î bedenê; lavlavkê heta bi diyar pencên xwe avêtine dîwar.
Gelekî westiyayî me. Destên min ji her tiştî, ji dinê sar bûne. Jixwe, heta niha ez ji tiştekî re jî nebûme; ji ti dolabekê re nebûm destikek. Ger ez bûme destik jî, ew jî destikê destarê ye. Ew destara ku canê min dihêrîne. Dike ar; hûrûpizûr. Bi kîjan hêlê ve diavêjim, bi kîjan aliyî ve diherim, tewş. Dikim nakim nabe. Dipîvim, diwezinînim, li bêjingê dixim... Hewa! Nabe. Hemû tişt; her tiştî ba dide ber xwe û dibe...
Destên min jî mîna dilê min vikîvala. Gelo ez ji mêj ve, wexta ez ji diya xwe bûme, ez wisa bûm? Nizanim. Gelo ji we tirê bextê mirov reş e, yan ê welatê mirov..?
Êdî ji her tiştî ditirsim. Ev dibe serê şeş rojane ku ez ji vê odeyê derneketime derve. Ji sermana dilê min diricife. Zikê min vikîvala. Cixara mina dawîn nizanim ev çend roje qediyaye. Hişyarî û razana min wekî hev in; nizanim bê niha şiyarim an li xewê me. Car bi car çavên min ji binî ve tarî dibin. Janekî tîr di nava ranên min de ye. Hîn jî xwîn ji min diçe. Dibêjim qey damarên bin çengên min qetiyane. Digotin, "Asqiya Filîstînê." Çi asqî! Bêbavan anebûyî bi serê min de anîn.
Nizanim ku mêranî çî ye û jinîtî çî ye... Kî çi bi kê dide îspat kirin..? Neheq kî ne û xwedî heq kî? Welat çî ye? Ziman..! Ez tênagihêm ku ji me çi dixwazin. Çi zirara me ji kê re heye? Uff..! Nizanim ez ji bo çi di vî zemanî de hatime dinê. Yanê çima sed sal, na, du sed sal berê nehatim. Yan jî ez hîç nehatama, çêtir nebû? Hii..?!
Devê min zipîziwa. Dibêjim belkî yekî dest kiriye gewriya min. Bêhna min diçike. Êdî ji xwe nefret dikim. Dîwar dikin ku bi ser min de hilweşin. Dikim ku hema rabim ser xwe û birevim ji vir. Bi kîjan alî de dibe, ew zane. Ez hingî di kuçe û kolanên vî bajarê xopan de eware eware geriyam; min giş pîvandine. Însan mîna xeyaletan di ber min re dibihurîn. Li qorziya her kuçeyî ew zilamên simbêl-tûjik î çav-şûjin disekinin. Ji awirên wana xof digirim. Ji dengê bêtêlên wan têlên nava min diqetin. Dema di ber wan re dibihurim, serê xwe berdidim ber xwe. Êdî pirrê wana dinasim. Ew jî min dinasin. Ev cara çendane ku min dikin mêvan..!
Ez tikîtenê me. Ger ez rastiya wê bibêjim, dema ez di nav însanan de bim, zêdetir wê demê ez tenê me, lê dema bi rastî jî ez bi tena serê xwe bim, wê demê ji min tirê ku ez bi her kesî re me. Hûn dizanin, min kenîn ji bîra kiriye. Mirov çawa dikenin? Ecêb..! Gelo kena mina herî dawîn kengî bû? Nayê bîra min. Ger ez keniya bim jî, belkî ew wexta ku ez û Şemalê em ji dibistanê direviyan û em diçûn li ew kuncê herî dawîn î "Şêxmûs Pastaxanesî" de, li pişt ew sitûna pehn rûdiniştin û me qala xapandina dê û bavên xwe, qala zinguriyên xwe û teqlîda mamosteyan dikir û heta ku çavên me tijî hêsr bûbûna, em tiq-tiq dikeniyan. Wê demê dinê ji me re xêr-xeber bû; newal, çîya, gelî, kaş û kendal, fetl û fatûl giş li ber çavên me mîna sîniyê bûn; dimûdûz. Xwîna me dikeliya; difûriya. Hema bila heqê di şûşeyên coca-cola di berîka me de hebûya, temam bû. Bavê min gotibû, "Ez tûrê parsê jî biajim milê xwe, gere ez kurê xwe bidim xwendinê." Bi rastî jî bavê min li parsê hesilî, lê xwendina min..! Min heta çend quriş pere ji nav lepên diya xwe diçirpand, min wê dinê bi çavên serê xwe didît. Pirrî caran min û Şemalê bi diziya wî garsonê mûzer me hemû pereyên xwe dikir ser hev, hîn bi zor heqê fîşa wî temam dibû. Jixwe, dema perê me tunebûya jî em diçûn li ser wî zinarê li pişt mizgefta Hezretî Silêman rûdiniştin. Me lingên xwe pê re berdidan xwarê û em jor de li ava Dîcleyê mat diman. Ava çem mîna zumrud diçurisî; eynî mîna şûrekî qews î zivîn. Pozê me ji bêhna zebeşan tijî dibû. Heta ku roj biçûya ava û hemû refên kevokan ji keviya çem xatir bixwesta û vegeriyana wan koxên xwe yên texteyîn ên li ser xaniyên bajêr û heta ezana êvarê li hevraza wî aliyê çem jî olan bidaya, wê demê, em jî hêdîka ji cihê xwe radibûn û bi gavên hûrik me berê xwe dida alî mal. Em bi xwe ji tirsa pêxwas û qirixên Xançepekê nediwêriyan dakevin keviya çem, lê siya me wisa cêwî bi siya kelehê re diket hemberiyê û diçû heta ji zeviyê zebeşan jî dibuhirî. Gava em digihan serê kuçeya taxa me, êdî ez û Şemal em ji hev diqetiyan; wê, gavên xwe dijidand û min jî sist dikir. Çi dibe çi nabe, bila mezinên me bi me nehesin!
Rojekê ez bi tenê çûbûm nav wan bexçeyên li keviya çem. Wexta tûyan bû. Ez derketim ser darekê, min gulî daweşand; biniya darê bi wan tûyên reş î şîrîn, ku Diyarbekirî ji wan re dibêjin "Qere Hubur", tijî bû. Cihê ji nişkava de çend pêxwas di min re derketin. Yekî ji wan, şûna kêrê aliyekî rûyê wî kiribû du felq; mirov digot qey sê-dêm e. Wan di cihê bîlaheq û bîlasebeb de ez bi têra xwe kutam. Qayişê nava min jî ji min girtin. Min qala vê meseleyê heta niha qet ji kesî re nekiriye. Jixwe ji Şemalê re min hîç qala lêdana xwe nedikir. Hîn nuh ji we re dibêjim. Berî niha min jî mîna her kesî lixwe danedanî ku bibêjim yekî ez kutame. Lêbelê, êdî ez qet şerm nakim. A ku bi serê min de hatiye, ew lêdana wan pêxwasan di mizgîna wê de diçe!
Min bi xwe heta niha ti cara li kesî nedaye. Lê min gelekî lêdan xwariye; ewil ji diya xwe, ji bavê xwe, ji birayên xwe, ji apan... Li eskeriyê jî min gelekî kutan xwaribû û jixwe, niha jî li îşkencexanan..!
Berê li taxa ku em lê bûn giş malên kurmancan bûn û em bitenê kirmanc. Nizanim bê çi ferq di nava me de hebû ku çi dema zarok, mêr û bi jinên wan ve çav bi min diketin, hema wê bigotana, "Zaza!" qey bi tenê ev bû? Na..! Digotin, "Zaza zaza, têjikê qaza! Zaza pîvaz! Kurd û pisqilêt, Zaza û cilêt! Çîzvîz nêzano, me perê xwe da to weno!.." Bi tenê zarokek wan jî bi min re hevaltiyê nedikir. Zenciyê zenciya me ez...
Ev dibe serê çend salan ku min ji Şemalê jî tu xebereke xêrê yan jî nexêrê, negirtiye. Ez nizanim çi bikim. Ez dikim ku dev li xwe bikim, lêbelê ti tiştekî jî ji dest min nayê. Roja ku çûye û bi vir de Şemal li nava dilê min şemal şemal dişewite... Çiqasî dixwazim hêviya xwe jê bibirrim, ji bîra bikim, lêbelê na. Hîç nabe. Hîn bêhtir bi min vedizeliqe. Min dixwe; dihelîne... Hinavê min eynî pêta agir. Dewxa min dihere. Xwezî ew gava ku Şemalê berê xwe da bilindahiya çiyan, min jî bida rê û biçûma. Çi fêde. Êdî ji dest çû. Nizanim niha sax e, mirî ye, birîndar e..? Kî dizane. Ev dibe çendik û çend nameyan ez jê re dinivîsim. Lê ka edres? Min hemû dane ser hev. Ger ez karîbim rabime ser xwe, ez ê gişa bibim di ser "Pira Dehçavî" re di avê de birêkim. Dibêjin ava Çemê Dîcle ji buhiştê za ye û dîsa diherike buhiştê... Jixwe, ger Şemala min mirî be, helbet niha li buhiştê ye. Belkî ev hemû nameyên ku min ji bo wê nivisîne jî, bi avê re herin û bikevin destên Şemala min. Hûn çi dibêjin? Nizanim hûn bawer dikin, an na? Ez bi xwe êdî ji tiştekî jî bawer nakim.
Ji pencerê dengê qire-cira zarokên ku li kuçê dilîzin, tê. Tev jî bi Tirkî xeber didin: "Nok hatin bajêr, bûne lebelebî!" Hemû jî wekî min koçberên gundan in. Em giş mîna hev in. Me li keviya van bajaran kon veda. Qey berê jî em awa bûn? Em li ser erdên xwe, di nav rez û bexçeyên xwe de bûn... Her malek û keriyek pez li ber derî... Ez wê bexçeya me bitenê jî nadim bi hemû malê dinê. Bihokên me hebûn, hah bi qasî serê min. Wisa zer dibûn, zer dibûn eynî mîna şemamokan; wisa bi av û miz. Ji ava çem jî bêhna bihokan dihat. Lê xoxên me..? Hêjîr, gûz, sêv... Payiza paşîn hinarên me bi şaxê ve dişeqiyan. Çiqasî şîrîn bûn.
Hespekî me hebû. Hespekî rewan. Min gelekî jê hez dikir. Eynî li ser dimirim. Rojekê min ceh berda ser kaya wî ya ku li afirê bû û ew jî bi fişşêniya firnika xwe re hefilîbû ser. Dema min ceh û ka tevîhev dikir, wî dev li pêçiya mina mezin î destê rastê kir; carrrînî bi min ket. Neynûka min ji binî ve qeliya bû. Hîn jî ew neynûka min wisa yek-kêlek derdikeve.
Li daweta kekê min î mezin me bûk li wî hespî siwar kir. Dema pêşiya berbûyan derketibû diyarê Pozê Meç, ez çawa bi bazdan çûbûm pêşiya qefla dawetê. Apê Heso di cih de hefsarê hesp kiribû nava destên min î piçûçanî. Bûk, di nava şaleke sor î malê Hîcazê de pêçayî bû. Temûziyeke kesk di ser rûyê wê de berdayî û çîteke zer jî di ser eniya wê re, li dora serê wê girêdayî bû. Dema em gihan ber deriyê me, bûkê, kûzek ji hembêza xwe deranî û li nava erdê xist; kûz perçe-werçe bû û şekirên sor î qulqulî, pereyên hesinî belav bûn. Zarokan mîna gurên birçî ji navê hildan. Dema ringe-ring bi ser sîlehan ketibû, min hefsarê hesp di nava destên xwe de hişk jidandibû.
Wan çaxan berf gelekî dibariya. Eynî bi qasî bejnekê. Her teref çîl-spî. Ew hespê me jî wisa çîl-spî bû. Eynî wek berfê. Me ji teriya wî mûyên dirêj dikişand û jê dam çêdikirin. Li hevraza Bêwanan bi qasî pelaseke cih berfa wir dida alî; erd reş dikir. Me wan damên xwe datanîn û hinek jî qûtê mirîşkan direşand ser û em dihatin mal, ji şibakê me li cihê damên xwe temaşe dikir. Ha ha, ew qijîneyên belûkxwir ên birçî wê bihatana ser. Hîna ku wan rebenan çend nekul li hebên garis nexistine, wê di nava dafikên me de bipirpitiyana. Wê hingê di nav odê de şîqînî bi ser me diket. Ji kêfa devê me diçû pişt guhên me. Xwezî me wisa nekira! Niha çiqas dilê min ji bo wan heywanên bêzar û bêziman dişewite.
Huçoyê Tûl pirr xweş dam dihunand. Gelekî zingur bû..! Çi firqûziyek li gund çêbûbûna, meheqeq pêçiya Huço tê de bû. Serê salê kîjan mal ew destvala vegeranda, wey li halê wê malikê! Wê demê em bi lingên xwas, bi tena kirasek li ser berfê digeriyan jî, dîsa bi me serma nedibû. Lê aniha, bi min gelekî sar e. Reqe-reqa diranên min e. Dixwazim hema bi xew ve herim û qet ranebim; heta bi heta... Ez nizanim Şemala mina narîn çawa li ber ew sermaya çiyan liberxwe daye. Bi wan destên xwe yên piçûk î nazik çawa rahijtiye keleşekê û gelo bi ew tilîka xwe ya barîçek tetika çekekê kişandiye? Ez bawer nakim. Na..! Hi i! Qet nakeve serê min. Nizanim ku ez jî biçûma, min ê karîbûya berîkek berdaya singê yekî? Ecêb..! Ev yek nahatibû bîra min.
Ew zemanê ku em li gundê xwe bûn, dema zaroktiyê, min û Şemalê me pev re dilîst. Em jî şivanê karik û berxikan bûn. Rojekê me çêlekevokeke yabanî ya birîndar di nav deviyan de tît. Baskê wê î çepê şkestî bû; bêmecalê nikarîbû bifirre. Me bi xwe re anî mal. Lêbelê wî xoneyê bêînsaf di heman şevê de keysa xwe lê anîbû û ew kevoka reben xwaribû. We bidîta bê çavên wê çiqasî xweşik bûn. Melûl melûl li me dinihêrî; mîna ku laveyan bike. Wê demê qefeseke kewan li mala me hebû. Cotek kew tê de bûn; kewnêr û mariyek. Şefeqekê çi xweş dixwendin. Nizanim ji çi sebebî bû, ku ewa marî nexweş ketibû. Bavê min ew şerjêkir. Piştî wê kewnêr ekisî; ji kerbên hevala xwe nekul li dendika qût nedixist. Demekê bi şûn de bavê min ew jî şerşêkir. Tê bîra min, diya min pûrt kirin û pehtin. Min devê xwe bi goştên wan nekir. Ji bilî min gişa goştê wan kewan xwar. Pirr gunehê min bi wan hatibû. Ez çûm Newala Keşîş, min pişta xwe da ew qocê dara behîvê, ew dara ku nizanim bê kengî birûskê lêdabû û ji bo wan kewên me ez bi têra xwe giriyabûm.
Ez tênagihêm bê çima însan diçin wan teyr û tilûrên bêguneh û masûman tînin dikin qefes. Mesela, çima mar û kormişk û dûpişkan nakin qefesan?
Tê bîra min. Şemal jî pêhesiya û dilê wê teng bû. Jixwe min ji çi hez bikira wê jî hez dikir û min ji çi nefret bikira, dîsa wê jî dikir. Wê demê min û Şemalê me li ber karikan ji xwe re banik çêdikir. Min ji pîvokan tacegul çêdikir û dida ser serê wê. Lêbelê zaroktiya me nîvco ma û hemû hêviyên xwe me di nav xirbeyên kavil î şewitî de hiştin û em reve-rev reviyan. Û êdî jîyanê hemû rûyên xwe yên çirkîn bi şanî me da. Hûn dibêjin ev jiyan çiye gelo? Perr û baskên wê henin di hembêza mirinê de? Yan jî hesteke xerîb e di nav dilê teyreke mihacir de..!
Bêhna min hingî teng bûye. Ez di xwe re nabînim ku rabim camê pencera xwe jî vekim. Jêgerin. Bila qetûqe girtî bimîne. Naxwazim ew hêwirza kuçeyê bê guhên min. Jixwe êdî rûyê min nagire ku ez yekî bibînim. Dibêjim qey ew tiştê ku wan li ew hucreyên tarî bi serê min de anîne giş pê dizanin. Hîn nuh têdigihêm ku Şemal çima wisa ji min direviya û ji nişka ve winda bû.
Berî ku Şemal bê girtin, jixwe me jî êdî zêde guh nedida dibistanê û dersên xwe. Goya me dixwend! Lêbelê hemû wextê me di nav komel-momelan de dibuhurî. Me dikir û nedikir em nikarîbûn hînî jiyana bajêr bibin. Her tişt ji me re bîyanî dihat. Me hemûyê hêrsa xwe li dilê xwe dida ser hev û dû re li meydanan vedireşand. Me kulmên xwe dijidand û heta ji me dihat em diqîriyan. Pirrî caran me bi zor xwe ji destên wan xilas dikir. Lêbelê ew cara paşîn min bi çavên serê xwe dît ku Şemal devrû çû erdê. Lingek wê jicî çûbû. Nedikarî bireve. Dema bi ew porê wê î dirêj de girtibûn û di erdê re kaş dikirin, min digot qey erd û esman li ser serê min hatine hev. Lêbelê ti tiştekî jî ji dest min nedihat. Ger ez bi ser de biçûma wê min jî bigirtana! Ma ne wisa ye qedrê Xwedê?
Tam duwanzdeh roj me ti xeberek jê hilneda. Dema ji îşkenceyê derket û hate mal rûyê wê î gilover zipîzer bû. Ger yekî dest biavêta serê pozê wê di cî de can dida. Mehek zêde ji hundir dernekete derve. Awirên xwe ji me diveşart.
Ez rojekê çûm mala wan. Di nav cîyan de bû. Giriyabû. Çavên wê yên kevzîn bûbûn mîna sotika agir. Bi tenê peyvek jî ji devê wê derneket. Mîna ku ziman-girtî be. Min digot qey ji min xeyidiye, lêbelê awa nebû. Bi tenê diya wê tê derxistibû ku mesele ji çi ye!
Piştî ku Şemal ji navê winda bû, ez her tim diçûm ser wî zinarê li pişt mizgefta Hezretî Silêman, ew cihê ku ez û Şemal her gav diçûn li wir rûdiniştin. Bayê bakûr bi xwe re ew bêhna wê ya helbestîn dianî û li ser û çavê min direşand. Lêbelê îsal ez çiqasî çûm wir û min çendik û çend caran destên bê ramûsan jî, lê ew bêhna mexsûs î Şemala min wî bi xwe re neanî û negihande ber bêhna min.
Ev nameya mina dawîne ku min ji Şemala xwe re nivîsandiye:
"şemala min
helbet rih şîrîn bû, dema mirin bi mirin dimeridîn birayên me yên bejin-xerz î şitil-tihokîn, me hemû xewnên xwe li hêlînên çivîkên kedîbûyî yên di qulên dîwarên herrînî î rizandî de li nav lepên mar û dûpişkên bêînsaf de hiştin û dema her kesî di nav wê bêhna kizîro de destên xwe ber bi ezman ve vedikir û hawara xwe digihand dergeha şêx û mişayixên xwe yên mişextiyên zemanên qedîm, em her yek ji xwe re ketibûn bin bextê çareya serê xwe, me bi lêvên xwe yên melisandiyên masûm duayên vala barandin, nifirên bêziman rijandin ser gevzika riyan û karwana rêçên me yên xwas şahidiya reva me dijkir, çengek hêviya bênav li ber dilê me, di nav bibîkên çavên me de jî hêrseke bêsermiyan, me hefsarê xwe da destê qedereke kor û em ketin ser rê û şiverêyên nenas...
erê şemala min, berêvarkî teng û tehl bû êdî ji emrê me î mayî dema lalîtî û nefamiya awirên xwe yên ku me ji pêsîrên xebroşkên şevên dirêj î bêstêrk ên wan zivistanên ku mîna dilê me spî, nisilî bûn, ku me ji nav agirê gund revandin û helbet min jî û te jî bi çarenûsa wê xebroşka kevn nedizanî, ku dawiya dawî nêçîrvanan li nav keriyên xezalan ji ew karxezala naşî û nefama kaş û kendalên çiyayê lîs re dam û dafikên hesûs datînin û gava ew karxezala me ya birîndar bi wî dilê xwe î xeşîm ber bi zelaliya ava sar î çemê çewtela gêr dibû û dawiyê bêçare, bi wan çavên xwe yên melûl xwe diavêt bin bextê bêbextiya seydvanan û helbet me bi hev re her tim aliyê siyabend û xecê dikir, me bi çavên xwe yên şil ji ezmannan baran dibarand nava destên xwe yên piçûçanî da ku mirad di çavên evîndarên çiyayê sîpanê de nemîne, lêbelê ew mîratê gakovî di nefesa xwe ya dawîn de aqba xwe jî dianî bi serê evîndarên me de û ji wê rojê bi vir de ye ku nalîna birîndarên me yên bêmirad di mesîl û mesîlikên xewle û xalî de olan dide û helbet em jî sîyabend û xeca xebroşka xwe bûn di bin siya dara darbenavê de, dema di qiyala dana nîvro de kavirê kur da pêşiya keriyên pez û zinge-zinga zingila stûyê wî di guhên me de çingiya, wê demê mîna ku çivîkeke kûvî ya gurk serê havînê ji ser hêlîna xwe bifirre û têjikên wê bibin navroja marê reş, hemû xeyalên me jî wisa di bin banikên me de hilweşiyan û bi bêbextî û xayintîya kor re mîna barana nîsanê nifirên xwuşka pepûgê li me bariyan û me di çendik çend şevên eydiyan de kevir avêt ber dilê xwe û me ew geza dawî ya nanê di dest xwe de jî firikand û avêt ber wan çivîkên yabanî, da ku ji xezeba wan zivistanên, ku berfa xwe mîna kayê direşînin, xwe bigihînin hawara biharan û me kerî bi kerî dilê xwe avêt bin zimanê teyrê sîmirr ji bo xatirê mîrza mehemedê me î ku di bin heft tebeqên erdê de ew dêwê heftserî î li serçaviya ava bajarê ew pîra bêdiran de bikuje, keça şahê maran li xwe mar bike û xwe bigihîne hembêza xewnên me, lêbelê heta em hay li xwe bûn ku êdî dil bi me ve nemaye û em mîna nokên li ser tehtan bûne qûtê qijakên çemên nenas û jixwe, em her yek lehengên çîrokên xwe bûn di nav geliyên xwe yên bêbinî de û heta em li keviya bajarên xerîb bûn mêrkujê mêraniya xwe ya kûvî jî...
delala min
ji ew roja ku te berê xwe da derbend û çiyayên asê û pişta xwe da nûbara xewn û xiyalên me û bi virde ye ku bêxwediyê vî bajarî ji min re xirûxalî ye û ez baş dizanim ew dara bihokê ku bêhna xwe dabû ew porê te î lacîwerdî êdî ji bêaviyê hişk bûye, lê niha tu baş bizanîbe ku ew hemû xiyalên me jî, min li bin kela diyarbekir wisa bê kêl û bê gorr; bê nîşan veşartine.
şemala min, ez gelekî baş dizanim ku ew çavên te yên kevzîn di riya min de ne, va ez têm kulîlka min, ez têm..."
___________________
Not: Ev çîrok (REM = REV) serê pêşîn bi zarava Kirmanckî (Dimilkî, Zazakî) hatiye darijtin û di pey re, dîsa ji alî nivîskar ve li Kurmancî hatiye wergerandin.
































ŞEWA SPÎ

Roşan Lezgîn: rlezgin@hotmail.com

Vengê ma keweyî simbilêk de nimite mend
Û heme asterey çimanê ma ra şemetiyay.
Vewre varena. Spî spî pûknena. Şewe lêl kena. Û ezmanê Diyarbekirî seraser miyanê boya hinî de. Zincê heme evîndaran rê diyarî.
Û vewre varena spî spî.
Erê, vewre varena. Diyarbekir seraser spî. Sê xêliya vêvikan. Axx yarê.. Hendî heme şewê min bê to yê. Min bibexşine... Û çimnêbarî min zî. Nika ez werrebê xo bi to ana û çi gama ke ez xo bi to miqayese kena, ax çiqas zerrê min bi min sojêna... Yarê! Nika ti verarê ezmanê bêpeynî de mêmanê asterana. Û ez, verarê na şewa spî de kuçanê labîrentinanê nê şeherê esmerî pêmawena. Vewra tezî qirpêna binê linganê min de; nalena. Ha rêçê min, ha rêçê pisîngê sibatokî; bêwayir û wina zî lûs. Hê yarê, çendik şewan ezo bê to raviyarnî û çendik rojan pa wa bibestî? Vace yarê! Ez xo bi kamcû asterî wa bişemetnî, lêêê?
Vewre varena,
Pele bi pele reqesêna...
Heyf û heyfê awiran. Derg û antey. Qedêyay. Zeman eşkera bi, pelê min rişiyay. Hendî bêhaweyê nê vatişê min...
Şewe spî kena û Diyarbekir kuçe bi kuçe miyanê mijî de. Feslê vergano hendî...!
Û vewre varena -Wa bivaro- Lete bi lete temernena janê min.
Yarê!
Ka rayna zî bê hewnê min
Vilake welê min
Û wa silote dû bikero heta bi heta...
Roşan Lezgîn - zimistan / 2001/ Amed


















XOZÎ BÎYÊ ZAF

Roşan Lezgîn rlezgin@hotmail.com

Ez nê merdimî rewna yo şinasnena. Her roja Homay şewdirêk rew yeno piştîya xo şano kuncê dêsê mizgefte, kortalanê alişkanê xo keno mîyanê destanê xo yê girdan û damarinan. Bi awiranê xayîsbîyayan ke matê yew nuqtikêka nêasaya bîyê, seyê heykelî maneno. Wina tayş, wina masûm û bineyke zî xêvik. Ez hendî musaya ey. Xora roje çinî ya ke ez ey nêvînî. Heta veraşanêk ke ez kar ra agêrena zî ha yo cayê xo de. Rasta ci, ez bi xo zî hewl nêzana o key ra yeno uca û key agêreno. Labelê, ez ey hewl şinasnena. Ez zana kam o û kamca ra yo.
Verê cû ey ra vatêne Heso Puskul. No name, ez nêzana nameyê ey o yan yew leqemo ke şarî nayo pira. Çunke govendgêrêko yeman bi. Def û zirna têde betelnê. Veyveyo ke Heso Puskul tede nêbi, xeyr tede çinê bi. Wexto ke nêkewtê mîyanê meydanî, çilkê areqî sey libanê mircanan tehta çareyê eya ke nika verardkî çiqirê xorî sey xetanê cite pira kaş bîyê ra, veracêr çilkayne. Nika por û herdîşe têmîyanşayî û sey peşmî bîyê sipî, piştî qiluzîyaya. Bîyo hurdîlek, qasê lepêk. Zaf kewto, zaf. Hey gidî Heso Puskul, hey!..
Tam bi des serrî ke ez ey şinasnena. Reya verêne min o Barave de mîyanê veyvî de dîbi. Ez şîbîya veyveyê lajê xalê xo. Def û zirna cenîyêne. Helamedet, tilîlî. Min nişka ra dî ke şarê veyvî verê xo şa hetê koyê Mizaglû û têfek ra va, "Heso Puskul yeno!" Mertebîyan zî o şinasnê û xo ra Hes xwendî bê nêxwendî bê, ey rê qet ferq nêkerdê. Hema wa pê bihesêne ke dewêk de veyve esto. Wazena Licê de wazena Dara Hêni de yan zî cayêna de bo.
Hes hame. Errrik! Ez çi vînena heww? Mîyanê ê koyan de, o gelîyo xorî de, citeyê şelwarê sîyayê xasî yê Dîyarbekirî serê qonderanê zincetujanê bereqnayan de dayê xo ra. Mîyêka sipî a birîsmêne mîyaneyê xo ra, serê şelwaran de pişta; mîyane kerdo bari. Cor de êlegêko kewe û gocagin serê îşligê çeqerî de dayo xo ra. Her di kalekan ra puskulê rengênê şilabendê torkî helqetnê. Vanê semedê xatirê nê puskulanê şilabendê ey bîyo ke nameyê ey bîyo Heso Puskul. Herdîşa xo taşta, rîyê ey sey qutî berqîyê. Zimbêlî rûn kerdê û tadê. Porê xoyo sîyayo sey qetranî koçerkî qesno, poçax vera dayo, tembûrî bêwayîr rişyay meydanê çarî. Pehe!.. Ganî o wext yew qamera min dest de bîyêne û min pê Hes biantê. şima ka bivînê. Ez se kerî? Nika dewran tadîyo. Ez nika şêrî Hesî bi xo ra zî vajî, belkî bawer nêkero. Nika hanî yo piştîya xo şawa dês, destî eştê verê kalekan û mat mendo.
Se nika bo yeno min vîrî. Hesî vat "Birê, cayê xo de vinderê! Ez binêk kelê xo vêrdî..." Û cêba şelwaranê xo ra yew desmalêka sûra ke dewrê aye pêro bi mûran mûndîbi, vete û kewt sergovendî. Xora cayo ke Hes tede bo kam curet keno ke biko sergovendî? Qey rezîl nêbeno! şanê mertebî def cenêne û Pîresinî zî zirna. Govende çend qorî şîye-amîye. Canê ci bi germin. şanî def mîyanê meydanî de cena erd ro û Hesî ra sere şa tê. Birayî hereşanî kerdêne, sey zerencan "qaqibo" wendêne. Hesî sey mîlçike çil dayê defî ser û ameyê war. Mîyanê kiftanê xo sey tûrê mîyanê awe lerznê. Çaqî sey meqlewî berdê û ardê, lingan erd nêgirewtê. Sêne, lingî, mîyane, kiftî, sere, her yew bi tewirêk reqesnêne.
Govendgêrî pêro cay xo de roniştê û çepikan cenenê. Kênan dewrê veyvî qefelno. Kênanê Hesîgî, Hendîvî, Mizage û yê Barave. Kêneyî rind ê. La xora veyveyo ke kêneyî tede nêbê Hesî rê çi veyve yo! şan keno ke defê xo bidirno, zirna fekê Pîresinî de bîya lal. Kêneyî tilîlî veng danê û Hes bîyo har… Vengî yenê:
- Mi çimê to werdî Hesoo!
- Zerenc o zerenc!
Erê, zerenc o. Piştîya xo şawa dêsê mizgefte, çimî xorî de mendê. Ti vanî qey mîyanê nê des serran de Hes bi qasî çewres serre pîr bîyo. Ez ey weş şinasnena. O zî min şinasneno. şeş serrî verê cû bi. Rojêk şewdirêk rew ez çarraya Seyrantepe yê Dîyarbekirî ra vêrtêne û şîne cayê karê xo. Ez çi bivînî! No Heso Puskul û hirê dewijê xo ha yê lewê rayî de pilosîyê pê ro. Ti vanî gorre ra vejîyê. Wexto ke min çim vist pi ra, min vat:
- Xal Hes!
Ca de pêşîya min ro û sey tutan kurr û berma. Vatê:
-Birê, ma kiştî, ma xesênê... Oy birê, qirbûnê tu bî! Vanê "şima nûn do terîstû".
Tam vîst û heşt rojî îşkence de mendê. Vêşan, têşan. Peynîya peynîyan de şansê înan bîyo ke nêkiştê û xora nêvetê mehkema zî. Hema wina nîmkişte eştê binê rayîrê Dîyarbekir-Erxenî û ca verdayê, şîyê. Vîst û heşt rojî binê erdî de, pey beranê asinênan de, mîyanê merreyan, kerm û kêzikan de. Û destê zebanîyan de helbet. "Cehinem, uca bi" vatê Xal Hesî.
Axir înan dewê Xal Hesî zî veşnê: Wisar bi. Aşma gulane. Tam wextê çînayîşê vaşan de. Dewijî pêro mîyanê hêga û mergan de bî. Wesaîtê rengherrinî têdima amey heta zereyê dewe û uca vindertî. Sey bezreyê pirparî mîyanê dewe ra bîy vila... Û duyê adirê dewe resa ezmanê hewtine.
şima zanê? Ez vizêrî şîya ey het. Ey ez nêşinasnaya. Hêna eynî cayê xoyê nikayinî de matmende bi. Min heta xo pê da şinasnaişî, ez mîyanê areqî de menda. Heş serre de nêmendo. Min yew cixara taviste û naye fek a. Xorî xorî duyêk ant mîyanê pişika xo. Fetelîya min ser û vat:
- Birê, birê, ti zanê? Vanê, xozî bîyê zaf!
Nê rojanê peyênan de meselê xozan kewta ziwanê ey ser. Camêrdêko dewijê Xal Hesî no payîzo peyên de bi dizdênî ya warişto şîyo dewe. Na mesela xozan ey uca ra arda. Goreyê vatişanê ey, hema pê Licê ra bigîrê heta bi Dara Hêni, ê koyî, ê gelî bîyê pirrê xozî. Hengure deresaya û xozî qelibîyê mîyan. Xozan û heşan temamê rezan, mew û mehşêlan pelexnê. şima vanê qey Xal Hes bîlasebeb qalê xozan keno? Ney. Xozî û heşî verdîyê pê, rezê Xal Hesî mîyanê lingan de şîyo!
Wey Heso Puskul wey!.. Bêveng. Kerranê dêsê mizgefte ra bêvengêr. Piştîya xo şawa dês. Destî binê çengan de bestê. Mat mendo. Nêzana ewnêno kamca ra. Belkî zî qet nêewnêno.
Rojo şeme min kênaya eya pîle Parkê Koşuyoluyî de dî. Rîyê xo boyax de verdabî. Qonderê sûrî lingan de bereqîyê. Gama ke ma têkaleke ra vêrtî ra, boya lewanteyê aye ra nefesê min çikîya. Awirê ma ginay pê ro. Leze rîyê xo tada. Seke min ra vajo "To rê çi ez se kena?" Gunê înan wa min mil de nêbo, vanê ê kêneyê bînî zî wina qonderanê sûran kenê xo pay. Ez kênayanê ey şinasnena. Ê zî min şinasnenê. A serra ke dewe ra warbay û viran resay Dîyarbekir, panc rojî keyeyê min de mêman mendî, heta ke ma yew qula banî înan rê Ben û Sen de kîra kerde. Xora çar kêneyî û yew lajê Xal Hesî bîyê. Ez lajê ey nêşinasnena. Min o nêdîyo. Goreyê vatişê wayanê ey, wexto ke mîyanê velgecenî de velg birrnayne, "hreviewî" amey înan het û vato ke "Ma şima rê sosyalîzm anê, labelê gere şima hetê ma bikerê". Lajê Xal Hesî zî velg ca verdayo û kewto mîyanê hevalan, şîyo. Herçiqas wayanê ey, ey ra vato "Bira, meşo! Ti yew vila tik û tenaya keyeyê ma yî..." zî, ey qet goş nênayo pa; vato "Hreviewî ma rê sosyalîzm anê, ez zî şina hetê înan" û xo dima nêewnîyo, şîyo. şîyayîş, o şîyayîş o.
Xal Hes vano "Birê, xozî bîyê zaf". Ez se vajî? Wexto însantî qedîyê, heş û xozî benê zaf û rezan pelixnenê.



AGIR JÎ DÎL BÛ

Çiya Mazî: cmazi@hotmail.com

Gelê gund hê nû şîv xwaribûn . Bi dengê teqîneke mezin gişa bazdan devê derîyê şibakan. Di dû teqîna mezin re, wekî kû tu xwe di agir xe;reqereqa keleşan guhê mirov qul dikir. Ji dengê keleşan,gundiyan fam kiribûn kû şer di nava şervanan û hêzên dewetê de ye. Carînan ronavêjan li hewa dilîstin û erd giş wekî tavê ronî dikirin.
Li gundê tawisî xuya dibû qada şer. Gel di şibakeyan de guleyên sor kû di ser gund re derbas dibûn didîtin . Lê çi qewimîbû fam nedikirin. Gişa çirayên xwe vemirandibûn,dengê sehan tenê tev li yê keleşan dibûn. Kêfa wan dihat, lê bi gumana dawiya şer kû leşker werine gund, ew kêfa wan xwe bi tirsê diguherî.
Hesîna û Dawid jî li devê derîyê xwe rûniştibûn û guhdarî dikirin. Lê xofeke mezin ketibû dilê Dawid . Bi wê xofê ji jina xwe re got :
-Keçê welleh ev şerekî giran e. Miheqeq pir leşker hatine kuştin. Bi xwedê dibe kû di dû şer de leşker werine gund.
Hesina got :
-ê ma hat hat. tu me bi wan re şer nekiriye.
Dawid bi keser zîvirî ser Hesîna û got:
-Heww... tu nizane vana kî ne? Vana gurê kerê girêdayî ne. Ma wê bi çîpa şervanan bigirin. Bi xwedê wê kela xwe li serê me birijînin.
Piştî demekê, dengê çekan hêdî hêdî nizm bû. Gel jî ji ber kû nikaribûn derkevin derve, ji bêgavî ketin nava nivinên xwe. Lê belê xewa kesi nedihat. Pirsên xofê di serê wan de cîh girtibûn carekê. Digotin " Gelo çi bûye? Gelo çend mirov hatine kuştin? Gelo leşker wê bêne gund an na?"
Şev dikira nêvî bibûya, dengê çekan sekinîbû . Zarokên wan di xewa şêrînde bûn. Dawid di nava nivînê xwe de diqulipî vî alî û wî alî. Jina wî Hesîna bê xem raketibû, lê xewa wî nedihat. Te digot qey bêhna şewatê hatibûyê. Sebra wî nedihat û hey ufe ufa wî bû. Cixare ji cixarê pêdixist, dixana ji dev û pozan derdiket hundirê odeyê tije dikir. Fîze fîza bayê payîzî bû li derve . Di qulikên derî re jî ba û dixana li hundir cîh bihevre diguherîn. Carina Hesîna bi xwe dihesiya û bi xemgînî li mêrê xwe dinehêrî, digot:
- kuro ma çi bi te hatiye , ji xwe re rakeve wî ?!
Dawid:
- nepirse lêê..! keçê bi xwedê bêhna min pir teng e û ev hewte hewta sehan ne ji xêrê re ye. Miheqeq leşker hatine nava gund. Lê min di şibakê re nihêrî tiştek nexuyabû.
Hesîna xwînsar bû û bi wê xwînsariya xwe gelek carî mêrê xwe ji metirsiyan xelas kiribû. Dîsa peywîra xwe bi cîh dianî û got:
- de hela rakeve loo ! ma tu dibêje qey şûr li ser stuyê te ye. Wê vê şeva tarî û vê tofanê çawa bêne gund?
Lê Dawid wekî li ser êgir be. Wekî jina wî ji dîwêr re dibêje. Dîsa rabû di şibakê re nêrî. Hê jî ji dengê sehan pê ve tu deng nedihat. Lê belê wekî her sehek li serê kuçeyekê bisekinin û herine mirovin biyanî direyan. Wê yekê bêhna wî pir teng dikir û carinan wê bêhntengiyê xwe bi tirsa bêbextan re dikir yek. Êdî amadekariya hatina wan dikir û bangî jina xwe kir jê re got:
- keçê heke leşker hatin û ez birim, vaye ez dê hinek pere ji we re deynim. Tu li zarokan miqate be he !
Hesîna bi hêrs:
- kuro hela rakeve , erê kî hat bila bên. Ma me çi kiriye bi leşkeran?
- heww ! ma tu nizanî me çi kiriye? Zarokên me çûne serê çiyan û bûne agir bi wan ketine. Em jî wan dihewînin. Ew ne bes e îjar şer li ber gundê me derketiye. De xwedê zane çend leşker hatine kuştin.
Hê peyva wî di devê wî de bû, teqeteq ji derî hat. Ji xwe deriyekî xerxote bû. Bi zorê sekinîbû. Heke carekê lê dixist in deh deng jê dihat. Dawid çengî ser xwe bû û bangî jina xwe kir.
- keçê hela rabe, hela rabe! Min ji te re negot? De rabe, lê bila zarok bi xwe nehesin ha ! wê bitirsin.
Ji xwe Hesîna şiyar bû. Difikirî ka wê çi bikin. Dawid jî hey diçû dihat û digot:
- hela ka..! hela ka devança min ! hela ka devança min bîne.
Li nava kulînê pêledar bûbû, virde wê de diçû li devançê digeriya. Hesîna pêşiya wî girt , destê xwe avêt pêxîla wî û :
- kuro..! kuro hela bisekine...!
Dawid nedihişt ew bipeyîve . Lê Hesîna milê wî bernedida û hey ber bi xwe dikişand:
- kuro hela bisekine wî ! Ma tê devançê çi bikî?
- ez ji te re dibêjim. Çi îşê te jê ye. Ka devança min !
- kuro hela bê kî ne wî. Ma dibe ku cîranekî me be. Ma tu ne muxtar î, dibe ku karekî hinekan bi te hebe.
-na...! na weleh,ew in,ew in weleh!
-lê ew bin,tê çawa bikî? tê devançê çawa bikî,ma qey tu dikarî bi tenê bi wan re şer bikî?
-keçê dibe kû sirf jibo kuştina min hatibin. Bi xwedê leşker pir hatine kuştin. Ez zanim wê çend heban ji gundê me bikujin.Ma qey tu nizanî hawê wan? Dû re jî wê bibêjin me teror kuştine. Qey tu nizanî dek û rîpên wan?
Hesîna hê jî dixwest mêrê xwe bisekinîne û wê peroşiyê ji ser wî bavêje:
-kuro bi xwedê ez dibêjim hinek gundî ne. Bi xwedê heke leşker bûna niha derî şikandibûna. Ê de tu dixwazî ka ez derî vekim? Tu jî têkeve nava nivînê xwe,ez dê bibêjim nexweş e.
Dawid:
-tew...! leşkerên romê li nexweşiyê napirsin.
Di tariyê de dîsa destên xwe li cixarê gerand. Hey di ber xwe de dipeyivî û digot:
" ax aax min zanîbû ew weledê şêxo ne ji xêrê re doh hate mala me. Ji bo çi pirsa hevalan dikir,hê nû min fam kir. Wî weledî pêşiya leşkeran vekiriye, ez zanim."
Dawid û Hesîna wiha li ser piyan piste pista wan bû. Lê leşker jî li nava gund belav bûbûn. Dora malên nîşankirî girtibûn. Li serê rê û kuçeyan sekinîbûn. Reşê çi bidîtana wê gulebaran bikirana.
Teqîna derîyê Dawid her diçû pir dibû. wekî gelek mirov li ber derîbin, piste pista wan dihat. Derî nedişikandin,ji ber wê yekê xofa Dawid pir dibû.Bê çare,herduyan li hevdû niherîn, Hesîna got:
-kuro bi xwedê wê derî bişikînin. Ka ez derî vekim.
Bi pistepist û tevgera wan, êdî zarok jî ji xew radibûn. Kurê wan î mezin, ji ber pêkutiya dewletê çûbû amedê. Zarokên biçûk tenê mabûn li ba wan. Kurê wî yê deh salî teyşî xewê, çavê xwe firkand û ji diya xwe re got:
- yadêê..! mîza min tê...
Hesîna bihêrs:
- hela hiş loo ! Tew mîza te!
Bi çengûrê wî girt û bir qozîka kîlerê. Lawik li wir mîst. Kurê wê î heyşt salî bi dawa diya xwe girtibû. Zanibû metirsiyek heye û ji diya xwe re got:
- yadê ! Kî ne, kîne yadê ? qey heval in yadê, yan dijmin in?
Hesîna matmayî lê nihêrî. .....
.........
Dawid hê tena cilên xwe î şevê bû. Destê xwe avêt cilên dardakirî , rahişte şelwarê xwe ku li xwe bike. Lê belê tîmekî taybet bi pêxîla wî girt û kişkişand û jê re got:
- bisekine..! bisekine hê gelek tişt henin em ji te re bibêjin.
Leşkerê serbaz pir bi hêrs bûn. Tîmên taybet pir bi kîn dipeyîvîn, xeberên negotî digotin. Cerdewan jî wekî tajiyê terman rêya xwediyê xwe bidin, digotin: "a ha vaye tiştek di vir deye qomitan". Carinan jî digotin " qomitan viya ji alî terorîstan e".
Hundir giş kul bi kul sax dikirin. Di vê xire cirê de, Dawid dîsa hewl da xwe ku cilên xwe li xwe bike. Bi nêrîna li serbaz re got:
- qomitan ez cilên xwe li xwe bikim?
Serbaz bi hêrs:
- na...! Na..! derkeve.. derkeve derve.. giş ! hûn yê malê giş derkevin derve.
Hesîna bi hêrs xwe avêt pêşiya serbaz û got:
- ev hûn çi ji me dixwazin? Ma me çi kiriye? Weleh we zarokên me hundirqetiyayî kirin.........
...........
Dawid berê derketibû. Hesîna jî bi destê zarokên xwe girt û bi kelogirî derketin derve. Nehiştibûn cilên zarokan jî li wan bikin. Giş li derve li ber baranê û bayê cemidî sekinîn. Çeqeçeqa diranên zarokan bû. Dê û bavê, her yekî zarokek xistibûn himbêza xwe. Qêrîna keçika wan î du salî bi ezmên diket. Hêstirên wê û baran tevlî hev dibûn.
Leşkeran jî tevlîhevkirina malê didomandin. Tiştek li ser tiştekî nedihiştin. Televizyon, dolaba cemedê,dolabên textînî û yên din giş pelixandibûn. Çavên cerdevanan û hinek tîmên taybet li qulikan û bêrîkên dolaban bû. Çavên xwe li zêr û diravan digerandin......
.....
carekê bangî hevalê xwe kir û bi dengekî nizm jê re got:
-law ma qey em ne ji dola bavê xwe nin?
Hevalê wî got:
- çima?
- ma ne ev malbata lêzimên me jî tên.
Hevalê wî bi kenekî bêhemdî xwe got:
- de here loo..! tu hê yê berê yî.
Leşkeran hertiştî hundir şikandibûn. Lê belê dilê serbaz rehet nebûbû. Hê pir xisar dixwest û hê pir kef bi devê wî diket. Bi awayekî qerezî bangî leşkeran kir.
- giş derkevin derve...! zû, zû giş derkevin.
Leşkeran dev ji hertiştî berdan û bi bazdan derketin derve. Giş li derve kom bûn. Tîm û cerdevan jî derketin. Serbaz bangî yekî leşker kir û jê re got:
-......
- pepûûk..! pepûk kuro wê agir bi mala me xin! Pepûk , kuro tiştekî bike, ma hertiştî me di hundir de ye wî.
Dawid hewl da xwe ku her ba serbaz. Lê leşkerekî bi qondaxa çekê li milê wî da û pêşiya wî girt, nehişt here. Her leşkerekî jî bi destekî wî girtibûn. Lê Dawid qêrîn li serbaz kir û got:
- qomitan!... ma ev çi ye?... ma me çi kiriye?
Serbaz:
- s....tir lan. Te tiştek nekiriye û ez mala te dişewitînim. De ka tê çi bikî bikî.
Wekî dehaq û bibêje "ez mezinim , ez xwînê dixwazim". Lê Dawid dîsa.
- Qomitan perê me di hundir de ye. Sewalên me, alavên me, pêncî mirîşkên me di êxur de ne.
Serbaz:
- wê giş bişewitin..!
Leşker tip vekiribûn. Çar tipên gazê yên mezin. Gaza wan di hundir de belav dibûn. Serbaz, wekî çirayekê çêkir , agir pêxist û avête hundir. ....
....
Hesîna û Dawid jî hey xwe ji destê leşkeran radikişandin. Lê leşkeran ew bernedidan. Agir bi xênî ketibû. Guriya êgir di şibakan re bi ser xênî diket. Sewalên wan çêlekên wan di axurê kêlekêde bûn. Bêhneke din êgir avêt êxur û kadînê jî. Bûbûyî qêrîna zarokan, qêrîna dê û bavê wan û ûrîna dewaran, barîna sewalan, qîjeqîja mirîşkan bilind dibû êdî.
Mûyê canê wî ditevizî, mejiyê wî dileqiya. Hewara Hesîna qêrîna zarokan û orîna dewaran û berxwedan...
Ew qilafetê Dawid î xurt û bilin li ber hovîtiyê mabû bê çare. Êdî sekinîbû û li dixanê û gûrbûna êgir dinehêrî. Carekê çavê wî li nava gund geriya. Nihêrî ku ji çend malên din jî gûriya êgir bilind dibû. Hinekî bêhna wî hat ber wî û di ber xwe de got: "ooof...! ez ne tenê me , di vê dawetê de jî ez ne tenê me."
Dawid û Hesîna di nava leşkeran de li êgir dinehêrîn. Herdû jî sar mabûn êdî, nuquta xwînê di rûyê wan de nemabû, devê wan ziha bûbû. Lê leşker û cerdewan, bi kêf li hevdû dinehêrîn. Serbaz carinan, henekê xwe bi wan dikir û digot:
- çawaye agirê newrozê?
Qûrîna êgir asîman kul dikir, dixanê xwe gihandibû felekê. Çar tipên gazê vekirîbûn. Alavên wan ên hundir; lihêf,doşek,merş,tejik,dolavên textînî û perde giş dibûn qirik. Her diçû ûrîna dewaran pir dibû. zarokan jî dest biqêrînê kiribûn. Ji xwe yên matmayî mabûn sewal û zarok bûn.Gundî kes bi ser kesî ve nediçûn. Lewre herkes bi halê xwe ketibûn. Ên xaniyê wan dişewitî, ên lêxistin dixwarin û ên ji tirsa xwe di qûncikan de dicivandin ser hev. Leşkeran devê kuçe û rêyan giş girtibûn. Herkes di nava gund de mabûn bi tenê.
Dawid êdî tiştek nedikir. Tenê di ber xwe de carina dipeyîvî wekî bêheşî xwe: "pêxin lawo pêxin,dijminayî bêminetî ye, hûn jî bê minet bin. Lê ez nizanim hûn çi ji van sewalên xwedê î reben dixwazin, gelo wan çi kirine?"
Serbaz bi taybetî berê xwe da cerdevanan û got:
- binêrin, ên ku xayintiyê bi dewletê re bikin ,halê wan ev e. Hişê xwe bidin serê xwe û dîn nebin, alî terorîstan nekin.
Li ser vê peyvê dîsa Dawid di ber xwe de: "erê bi xwedê wateya terorîst ez nizanim , lê yên ku hûn qal dikin ji we gelekî çêtir in. Xwediyê me mane ew. Tew dibêje aqil ! gelo xwefiroşên bi aqil henin." Her ku serbaz digot terorîst, şervan dikete bîra wî û xwîn dikete rûyê wî. Bi vê yekê hinekî kêfa wî dihat lê hê jî ew û Hesîna diricifîn. Cerdevan û leşkeran jî wekî xwe li ber wî agirî germ dikirin kêfa wan dihat.
Her leşkerekî bi destekî Hesîna girtibûn,duduyan jî bi destên Dawid. Li ber her zarokî jî leşkerek. Xanî jî dorpêç kiribûn û di nava wan de agir... agir jî dîl girtibûn.
Belê... Agir dîl bû... zarokên agir û agirê newrozan dîl ketibûn... sewal jî dişewitîn. Agirê dîl xanî giş ruxandibû, hêdî hêdî vedimirî. Tu tiştekî saxlem nemabû. Sewal, çêlek, mirîşk û heta bi kêzik û kurmikên di qulukan de, mişkên li ser beştan û straxan giş, giş şewitîbûn. Bi şewata beştan re banîyê xanî hatibû xwarê. Leşker li dorê sekinîn heta ku giş hate xwarê.
Bi tûrtûrkekê serbaz leşkerên xwe dane hev . êdî cara dawîn berê xwe da Dawid û got:
- binêre keya; divê ev ji te re bibe ders. Careke din emê te û zarokên te jî têxin nava vî agirî.
Dawid jî cara dawîn ji serbaz re got:
- bişewitînin, ji xwe we tiştek nehişt li dû min.
Dema leşker bi rê ketin, Hesîna, Dawid û zarokên xwe mane bi tenê. Jin mêr bi çavên şil li hevdû nihêrîn. Hêrsa Hesîna nemabû. Destên xwe ber bi asîman vekir û bi xîzezîza qirika xwe qîriya:
- Hawar ! hawaaaar...! hey xwedêyo hawar! Ma tu çi dikî ?!
Bê çare bû êdî...xerîb bû...reben bû...hejar û bindest bû. Li welatê xwe, li warê bav û kalan, bê mal...bê cîh û bê war bû.... betilî bû...bêxew bû... bê teqet bû... bê mecal...bê rih û bê can bû... bê deng û bê awaz bû êdî... qirika ziwa...destên bi herî,kitana berdayî û porê belawela... bi niqrîskan vegeriya ser mêrê xwe û bi dengekî nizm :
- - min ji te re gotibû, min ji te re gotibû,emê jî alavên xwe bibin Diyarbekirê. Niha alavên me li wê derê bûna, wê ji me re bibûna sebr û star. Ma ne gundiyan gişa alavên xwe biribûn. Te bi ya min nekir. De ka emê çawa bikin dawiiiid...!?
Dawid; tevlî cilên şevê...eniya bi herî... çavên bêxew. Lêvên wî hê jî diricifî. Hêsir ji çavan nedihat. Hêsirên wî wekî di hundirê wî de diherikîn. Niqutên xwînê ji dil ,ji kezebê,axîna wî hume qum jê dihat. Bi rûyê zer û devê ziwa, zîvirî alî jina xwe û got:
- Xem nake ! Xem nake û tiştek nabe. Wê cîhek hebe qey. Tew nebû emê kon vegirin.
Lê zarok?... Zarokên agir,zarokên bêçare bi rûyên gemarî,bi awirên tûj li bavê xwe û diya xwe dinehêrîn. Li benda gihîştinê bûn. Lê belê hê tiştek fêm nekiribûn, ka bavê wan çi kiribû. Digotin "qey tiştekî pir mezin kiriye".
Dawid bi wî halê xwe hêdî hêdî ber bi xênî ve çû. Li ser dîwarên kevirî rûnişt û bi fikirandineke kûr çavên wî li ser ariyê ma . Dû re yek bi yek, yek bi yek li ber çavên wî xuya dibûn bîranînên wî. Li ariya alavên xwe nihêrî yek bi ye. Mekîna dirûnê li ber çavan ket.Hesinê wê tenê mabû, reş î qîr. Destê xwe avêtê û bilind kir. Dawiyê jî bi kerb li bin guhê erdê xist.
Genim, nîsk, bilxur,nok... debara salekê bûbû arî. Berê xwe da êxur. Tu giyanewer sax nemabûn. Wekî mirov qurmê daran bişewitîne. Koziya agirê sewalan jî dît. Êdî ew jî bûyerek mezin bû di jiyana wî de. Mirov sewalan bişewitînin û pê dinyê germ bikin. Çi tiştekî ecêb. Çar çêlekên wan bû ku ji bo zarokan şîr ji wan dimarastin. Carinan dikirin mast û difirotin ji bo kîloyek şekir an rûn. Sîh bizin û mîhên wan ,canega, pêncî mirîşk û çêlikên wan, dîk, elok giş...! giş bûbûn arî. Hînê jî dixan ji kadînê diçû. Hêlîna ku hechecikê çêkiribû li ser beştan hinekî xuya dibû di nava ariyê de. Lê termê çêlikan nexuyabûn.
Nikarîbû tiştek bigota, Dawid. Tenê bi piste pist digot:
- hey lawo hûn bi qurbana van sewalan bin. We çi ji van sewalên ker û lal xwest in.?
Hesîna jî bi awayekî bêhal li dora xênî digeriya. Lê zarok li ber sermê diricifîn. Bayê reş dîlana xwe dom dikir. Baranê jî negotibû bes. Hesîna careke din ber bi xênî ve çû, lê Dawid nehişt , ew vegerand. Ji xwe di wê tariyê de û şiliyê de nikarîbûn tiştek bikirana û bidîtana. Jina xwe vegerand û êdî destên xwe ne ber bi asîman, ber bi çiyê vekir. Çi dengê ku tê mabû giş derxist û qîriya:
- De... xera bikin kela zilmê looo..!
Dengê leşkeran hê jî li nava gund dihat. dengê qêrînên zarokine din û jinine din hê jî didomand. Êdî weke lorîkan dihate Dawid û Hesîna . Bi destên zarokên xwe girtin û ji xênî hêdî hêdî bi dûr ketin...
BERFANBAR 1997



















Darikê Mirada

Çiya Mazî: cmazi@hotmail.com

Seyfo li ber dikana rojnamevan sekinîbû. Ji xwe re bi baldarî li rojnameyan dinehêrî. Bi taybetî jî li rojnameyên bi reng. Lê carinan di bin çavan re li rojnameya kurdan dinehêrî. Dema lê dinehêrî, serê xwe bi vî alî û wî alî de dizîvirand, ka kesek dibîne ku ew li wê rojnameyê dinahêra an na.
Selîm jî hêdî hêdî ber bi wî û dikanê ve dihat. Ji berê de, ji zarokiya wî û heta wê demê ew û Seyfo di heman navçeyê de mezin bûbûn. Herdûya jî berê di komeleyên çandî î berî salên heyştêyî ne qedexe bûn hevdû nasdikirin. Wê demê Seyfo pir li pêş bû di warê ramyariyê de. Pir jî çalak bû. lê niza çi pê hat piştî salên 84 û 85 an, wekî hinek lê bixwînin, Seyfo bû wekî pisîkan. Seyfo zankoy xelaskiribû û aniha di saziyek dewletê de dixebitî. Selîm jî dibistana seretayî tenê xelas kiribû û çi kar bûya dikir. Tim wî û Seyfo hevdû didit û diketin nîqaşan.
Selîmo dîsa di hişê xwe de nîqaşek bi çîh kiribû. Hêdî hêdî xwe bi Seyfo ve zeliqand. Zanîbû ku dinya jî xera bibe Seyfo rojnameya kurdan nakire lê dîsa wî jê pirsî:
-Seyfo ma tu çi dikî li vê derê?
-Wele ez hema wiha sekinîme.
-Min jî got qey gur li van derana miriye.
-Çawa?
-Min got dibe ku tu şaş bûbî û rojnameya me bikirî.
-Rojnameya te çawa, qey ne a meyî?.
Mizawir zanîbû ku qala kîjan rojnameyê dikî. Bê fedî lê xwedî jî derdiket, wekî ku her roj dikire. Lê selîm ew di cîhekî teng de zeft kir û hema yekser ji rojnamevan pirsî.
- Rojnama me heye?
- Erê.
- De ka du heba . Yek ji min re û yek ji vî hevalî re.
Bi vê gotina selîm re wecê Seyfo sor bû. Ziq li çavê selîm nihêrî. Bû pelipela devê, te digot qey aniha sêdar amadeye û wê Seyfo dardakin. Nizanîbû wê çi bibêje. Selîm di bin simbêlan re dikeniya û ji alî kî jî pereyê rojnameyê derdixist. Lê Seyfo xwe zeft nekir û bi wecê xwe î soro moro ,got:
- Law selîm tu ji xwe re bikire ê min bila bimîne.
- Çima?
- Ê hema . Ez carinan dikirim lê her tim pere bi min re tune ye. Selîm vê carê jî got "ezê pereyan bidim" lê bê fêde ye, îjar tiştekî din got " ez aniha narim malê". Ser dawiyê rojnamevan jî zivêr bûbû û tevlî nîqaşa wan bû:
- Ê de nekire bila nekire lo. Ma qey bi wî maye?Ma tu çi li ber wî digere? Yên bikirin bir in.
Selîm dîsa dest bi rexneyan kir û hinekî jî bi bêhna teng pirs li ser pirsê raserî Seyfo dikir. mirovên wê derê û rojnamevan jî ecêbmayî li wan dinehêrîn.
- Rehme ev 9 salin ku ev rojname derdikevin te tu carî ew kirîne an na?
- Ê law ma ez karmendê dewletê me , ma ez dikarim?
- Hezar carî karmendê dewletê. Ma tu ne qedexe ye. Û dema ku tu nexwînî jî tu jî wekî me kurd î. Qey dewlet me cûda dibîne. Ma tu rojnameyan naxwînî û tu tv ya kurdî temaşe nake û tu nare tu partiyan. Ka tu çi kurd î kuro?
Bi vê gotinê bêhna Seyfo teng bû lê li ber rastiyê nikarîbû tiştek bigota. Bi awayî xeyîdî û ji ba wî bi rê ket çû qehweyê. Li qehweyê hevalên wî li bende bûn ku bi kaxetan bilîzin. Her roj dema ji kar dihatin, li qehweyê kom dibûn û bi seetan dilîst in. Carinan ku lisk xelas dibû dest bi siyasetê dikirin. Çawa bi kaxetan dilîstin, wiha jî şîrove dikirin. Dengê yekî nediçû yekî. Selîmo ji peyvê re jêhatîbû û wekî feylesofa dipeyîvî. Carinan dibû milîtan carinan jî pîsporê siyasetê. Qala rojname û televizyonên tirkî gişî dikir ji bilî ya kurdan. Gişan jî cixareyên xwe î malboro derdixist in û heryekî di rûniştineke maseyê de bi milyonan pere didan qehwecî .
Êdî nêzî eşa bûbû. Selîmo ji qehweyê rabû û berê xwe da rojnamevan. Ji wan rojnameyên ku rengo rengo, yek kirî û bi dizîka rojnameyek jê ditirsiya jî kirî. Xiste nava ya rengîn û berê xwe bi lez û bez da malê. Bi rê de qet li rojnameyê nenihêrî û di nêviyê rê de bi dizîka xiste bêrîka çakêtê xwe û meşiya.
Dema ku çû malê bi lezgînî logoya rojnameyê jêkir û rûpelê wê qulipand, lê belê nava wî dikir gupegup. Ma çi tê de û çi ne tê de bû , dema lê dinehêrî ditirsiya. Dibêjin kera li ba hev girê nedin wê ji hevdû hînî tir û fisan bibin. Jina wî jî wekî wî bû. Qey li hin deveran dîbû ku ev rojname qala kurdan dike û dewlet jê hez nake. Berdilka wê lê û ji metbaxê derket, dî ku ew rojjname. Bû qêrîna wê.
- Hîîîî...! Pepûk kuro ma ev çiye? Tê mala me bişewitîne.
- Hiş keçê ma ez zanim min ji bo çi kiriye.
- Te ji bo çi kiriye?
- Keçê ma hinek hadep madepî bên mala me, emê jî bibêjin va ye em dixwînin.
- Ê na kuro, ma zarokên me hûr in. Ka hinek vê rojnameyê bibînin emê çawa bikin ?
- De tê têxe bin merşikê lêêêê ! Dema ku tiştek çêbû emê jî bişewitînin. Tu dibê qey em hero diro dixwînin. Niza selim daw û doza çi li me dike? Niza emê ji ber wî bi ku de herin. Bi zorê em ji xwe re sitirîne dev ji me bernade.
- Selim kî ye kuro?
- Selîmê evdo... Tu dibêje qey mera bavê wî tê de şikestiye. Hero diro van rojnameyan dikirî, hero diro li meş û cinîvan e. Niza qe kî yê çi bide wî? Seba wî miletê ne hêja. Bi xwedê ê min ez nakim û kî dimire kî dimîne ew ji xwe re zanin.
Her ku diçû nexneyên tuj li Seyfo dikirin lê jina wî ew disekinand.
- Erê bese ma çi îşê te jê ye. Kî çi dike ji xwe re dike, kes ji kesî re nake. Ma ne way hîzbilah giş kurmac in, koricî (cerdewan) giş kurmanc in û tîm û esker jî pirê wan kurmanc in, de bila berê her ji wan re bibêje ma çima tê ji me re dibêje.
- Ê ma ez çawa bikim keçê, ew tê dikeve qirika min. Van tiştanê tu dibêjî ez nikarim ji wî re bibêjim. Ji mecbûrî ez carina xwe li ba wan wekî wan dikim.
Ji alîkî jî jina wî, şîva ku jê re hilanî bû amade dikir. Şîva ku çê kiribû pir kêfa Seyfo anî . Hinek irokên Mêrdînê ku ji nîvro de mabû û birinca di nava parsûyan de. Lê belê du xwarin bi hev re hinekî bala Seyfo kişandibû. Him bi qunkişkê berbi sifreyê ve diçû û him dipirsî.
- Keçê tu vê xwarina pir çê dike, ka tu zanî deynê me yî dikanê û qesab bû çiqasî? Em êdî di ber deyna re nagihêjin. Hinekî hêdî wî, ma kanî ye çi ye? Pir pera xera neke, hindik maye deynê erebeyê biqede. Me got qey emê ji xwe re hêdî hêdî pereyê xaniyekî bidin ser hevdû. A way mala Hesen dikin qatekî din jî bavêjin ser xaniyê xwe, hîn em di vê qulikê de ne .
Jina wî bi girgirkê ser xaliyan paqij dikir û balifên li ser koltixan rast dikir. Lê van peyvana ew hinekî zivêr kiribû. Bi wecê tirş:
- Hihiii...! Ma çibû lo... De bi xwedê kes wekî te meêş nastîne . Tu bi qasî çar mamûran pereya distînî, çima tu ewqas timakarî? Wele emê şîva xweş jî bixwin û emê cilên baş jî li xwe bikin. Bi vî maaşî tu karî xanîkî nû jî çêbike. Ka tu dixwazî em ji xwe re yekî hazir bikirin. Em nikarin hê li bende yên bi salan çê dikin, bimînin.
Seyfo bersiv neda van gotinên jina xwe û xwarian xwe dom kir. Piştî ku şîva xwe xelaskir filîmê ku wî û jina xwe jê hez dikir, destpê kir. Zarokên Seyfo çênedibûn. Ji ber wê yekê jî heta ku radiketin wî û jina xwe qala mirovan , qala xanîyan, erebeyan û pereyan dikirin. Lê dema ku vî filîmê zarokan derdike,t her dû jî heta diqediya nedipeyîvîn. Dema xelas dibû îjar jî dora peyvê bû. Piştî çend seetê peyvê dema raketinê dihat. Ji xwarinê qelew bûbû. Hetanî sibehê wê rewşa wî ew tengezer dikir û ufe ufa wî bû.
Sibehê ku rabû, amadekariya çûyina kar dikir. Li ber paceya wan dengê jin û zarokinan dihat. Hinekî serê xwe bilind kir û li wan nihêrî. Du jinê cîranê wan dipeyîvîn. Behsa şerekî dikirin. Wî jî guhê xwe da wan. Li taxa wan leşkeran êriş biribûn ser malekê û yek di hundir de hatibû kuştin. Bi lezgînî ba jina xwe kir û got:
- Keçê ev pîrekana bahsa çi dikin? Hela here bê çi qewimî ye.
- Kuro min vê sibê bihîst. Qey yekî ji derve hatiye mala besikê û leşkeran jî hatiye dora mala wan girtiye. Bi xwedê dibêjin heta zarokên hûrik jî birine. Îşev vê taxa me giş tije leşker bûbûn haya me jê tunebû. Kuro te ew qezete jî anî malê,de a niha di hundir de zeft bikirana wê çawa bibûya hi? Bi xwedê min bihist hema ez diricifîm, ka em wê qezetê çawa bikin?
- Ma emê çawa bikin. Çi demê hatin em karin bişewitînin. Hema hatin ber derî bişewitîne.
- Ma kuro le em nikaribin? Le ji nedîtî werin hundir emê çawa bikin?
- keçê têxe bin dolavê wî, kengî tiştek çêbû em karin bişewitînin wî. Lê belê ber bi mala wan de nere ha, hinek te bibînin wê herin li me gilî bikin. Hezar polêsên nas jî henin. Divê ew me li wir nebînin. Ji xwe ez bême girtin an bêne mala me, pirê wan min li daîr* nas dikin, tiştekî bi me nakin. Em hezar karên xwe bi wan dikin ma qene wê çi bi min bikin. Lê divê em xwe bisitirînin îşê me ji îşa tuneye. Va ezê herim belkî hinek ji te re qal bikin tu nepeyîvî ha û tu qala qezetê jî nebî nebî, neke ha.
- Wela ez li ber wan nakevim ez li ber wan zarokên hûrik dikevim.
- Zarokên hûrik çi ne?! Bila bavê wan rehet rûnên li cîhê xwe, ji xwe kes dest wan nade. Îjar dibê peşka yekî li heftê hebî dikeve bavo !.
- Erê, ji xwe gelek cîranên wan jî bi kotekan ji hundir derxistine û birine. Lê hinekî ku tû tiştekî wan tunabûn jî birine.
- Çawa tiştekî wan tune ye giş dilxwazin bavo. Bi xwedê tiştekî mirov tunebebe dewlet dest mirov jî nade. Ma çima kes nayê mala min.
Çakêtê xwe li xwe kir, qrewata xwe jî girê da û hêdî hêdî di pêlikên bernigê re daket. Dema derket ber derî lawikê cîranê wan di ber re bihurî. Di destên wî de rojnameya ku jê ditirsiya hebû. Lawik qet li wî ho veneda û derbas bû. Devê xwe tije kir ku jê re tiştekî bibêje lê lawIk bi dûr ket. Dîsa rêya xwe dom kir. Lê diber xwe de digot: "hella halla ! Qey xelk natirsin law , hela tu ji xwer li vî tifalî binehêre bê çi bê xem ?çîk? xistiye destê xwe û dihere." Dîsa wekî rojên din di heman rê yê de derbas dibû. Li ber dikanan heman qerebalix û mirov wekî her demê karê xwe didomandin. Yên dikandar bi kêf û henek bang dikirin, ji bo bacana ,ji bo firotina tiştan. Lê ew bi kesî re nedipeyîvî û serê wî di ber wî de nêzîkî li avahiya kar kiribû. Bi gotina " merheba Seyfo !" Re çeng bû. Selîmo û hevalekî xwe li himber wî bûn. Selîmo bi ken nêzîkî wî bû û destê xwe dirêj kir. Lê Seyfo bê dilî xwe destê xwe dayê. Hema bi zorê merhebabûn tê da. Selîmo:
- Seyfo tu diherî kar?
Seyfo got "erê" lê belê qet lê nesekinî û bi lezgînî berê xwe da pêlikan. Selîmo zanîbû ku ji tirsa li ba wî nasekine. Li dû wî nihêrî, keniya û ji hevalê xwe re :
- Law ma ev lawik wekî cinê ji hesin bitirse. Nahêle mirov jê helê wî jî bipirs e. Qey li xwe danayne ku li halê mirov jî bipirs e. Nizanim em debeng in an ew ? Niza tu dibê çi kekê mahmût.?
Na bira ! Mirovê wiha tenê a xwe difikirin. Xwe pir zane dihesibînin û pêl cîhê şil nakin. Debengî û ehmeqî tiştekî din e. Bi xwedê dema mirov heke li ser mirovên fidekar ku ji bo civakê jiyana xwe feda dikin bifikire û heke li gorî mirovên wekî Seyfo ew ehmeq bin, wîsa ye û mirovên li dinyê ku jiyaneke baş ji bo mirovan afirandine giş ehmeq in. Heke wîsa be em giş ehmeq in û ne ji mirovê ehmeq be jî jiyana baş tu car nayê holê. Lê heke em ehmeq bin gelo ew çi nin?
Ji ber vê nirxandina mahmût Selîmo wekî ku li ber taba xwe î di ber Seyfo de dide,ket :
- Keko bi xwedê tu rast dibêjî. Ji xwe mirov belasebeb li pey mirovên wiha dikeve û taba xwe belasebeb berdide. Qasî ku ez li ber viya geriyame û taba min di ber daye, niha min deh ciwanê zane afirandibûya. Divê mirov hêza xwe bara ser mirovên wiha çikos û darikê miradan, ku mîza wan jî derman be nade mirov, nede. Incax bûyerin were serê wan hişê wan bê serê wan ku ew jî bindest in.
Bi van gotin û nirxandinan gihiştin cihê xwe î kar. Di avahiyeke ku nuh çêdibû dixebitîn û herdû jî hosteyê dîwaran bûn. Mahmût dibistana mezin xelas kiribû jî, li ber destê Selîmo bi karkerî dixebitî. Dema dest bi karê xwe kirin teyîba xwe jî vekirin. Selîmo li gor lorîka ku ji teyîbê dihat, kefika xwe li dîwêr dixis û dixebitî. Mahmût jî di ber re digot. Di nava wê kêfê ji Selîmo re got:
- Kekê selîm. Sibehê meş heye ha, divê em neyên kar ha.
- Meşa hilbijartinê? Law ma bi xwedê hingî em diherin van meşana em karê xwe baş nakin. Heke wiha be wê zarok ji birçînan bimirin. Lê ma em nerin wê kî here, ne werê ye?
- Ji xwe eyn werê ye. Ma em jî wekî Seyfo bifikirin ma kî yê here? Qey yê wekî Seyfo wê herin û herkes wekî me bifikire ji xwe wê qada meşê vala bimîne.
- Law bi xwedê tew ez tiştekî din difikirim. Tew ez dibêjim mirovên zanê pir tirsonek in. Ne ji her tiştî re lê ji lîvbaziyan re.
- Belê bira werê ye bi taybetî pir dibistan xwendibin. Ew jî ji bo pêşeroja xwe tenê difikirin ji ber wê yekê. Tu zane ma em ji ber ku xizanin û ji ber ku yên tahdeyê pir dibînin jî em in. Ji ber wê yekê ye em pir di ber xwe didin. Divê em jî pir zane bin. Nezanî jî şaşiyan tînin holê.
Selîmo keniya û got:
- Lê ne bi qasî Seyfo.
Piştî ku bû êvar û kar xelas kirin. Dîsa di ber saziya Seyfo re ber bi mala xwe ve meşiyan. Selîmo êdî bi qerfokî li avahiya Seyfo dinehêrî û çavên xwe li wî digerand. Seyfo li pêşiya wan dimeşiya lê haya wan jê tune bû. Hinekî ji avahiyê derbas bûn û xwe bera nava sûkê dan. Her yekî hinek sebze kirîn û li wê derê ji hevdû qetiyan. Her yekî mala wan li perekî bajêr bû. Li ber mala Selîmo sergoyekî mezin ku malîyên taxê gişî gemara xwe davêt ser. Dema diber sergo re derbas bû çavê wî li du sê heb zarokan ket ku di nava gemarê de li tiştan digerin. Bêhnekê sekinî û keserek kûr ji kezeba wî hat. Hêdî hêdî ber bi wan çû û bangî keçikekê kir. Jê nepirsî ku ew li çi digerin. Hinek sêv ji kîsê xwe derxistin û li wan belav kir. Zarokan dengê xwe nekirin û bi wecekî fewdîyok rahiştin sêvên xwe. Ji bo wê melûliya zarokan wekî girêkekê kete qirika Selîmo. Xwe zeft nekir û pirsî:....
- Hûn ji kîjan gundî ne xwarzê?
Lawikan deng nekir lê keçika biçûk:
- Em ji gundê Şivistan in xalo.
- Wey mala minê law! Qey hûn nû hatine, qey hukûmetê hûn derxistine?
Îjar lawikê mezin:
- Niza wele. Hema leşker pir dihatin gundê me û li bavê min dixidst in.ji bavê min re digotin " gere hûn ji gund bar kin" bavê min mala me anî vira.
- Wey ax di çavên min keve law, ez zanim ji bo çi ye.
Heta Selîmo gihaşt malê ro dikira biçûya ava. Zarokên wî jî li ber derî dilîstin. Wekî ji xelê xelas bûbin, êrişî kîsê di destê bavê xwe de kirin. Hê Selîmo negihîştibû hundir kîsê wî bi nêvî kirin. Hate hundir û cilên xwe î kar ji xwe kir. Jina wî jî xwarin amade dikir. Çû ber mûslixê destên xwe şûşt. Him bi zarokên xwe şa dibû û him bi lezgînî li televizyonê pêledar dibû. Televizyona kurdî vekir û rûnişt. Jina wî Şêrînê dema sifre anî ber jê re got:
- Kuro ma qe wê jinika cîranê me tu zanî pir xizanin û mêrê wê tune ye. Keçika wê î biçûk nexweş ketiye û kes tune bibe tixtor. Bi xwedê min tejikek dayê tiştek di hundir de tune ye. Werê mihûzin. Hela bê qe tu li ba hinek mamûran hinek derman jê re dernaxe.
Selîmo hinekî bi bêhntengî û hinekî bi keser:
- Ma niza ezê li ba kê derxim ! Hew ê em nasdikin Seyfo ye ew jî darikê mirada ye. Mirov jê re dibêje merheba, dibêje qey wê tiştekî ji min bixwaze, slavê venagerîne.
- Erê weleh, qe ew hevalê te yî berê ye ma jê re bibêje bi xwedê tu bikî xêreke pir mezin e. De hela işev here ba wî jê re bibêje.
- Bi xwedê Seyfo ne zilamê ku mirov xwe mecbûrî wî bike lê ji bo wan ezê xwe li ber Seyfo jî deynim, ma ez çi bikim. Ma niza emê alî kîjan xizanî bikin alî kîjanî nekin. Bi hezaran kes ji gundên xwe derketine û giş xizanin. Nan tune ye bixwin. Ma ne vay zarokên me jî giş tazî ne?
- Piştî şivê, Selîmo rabû berê xwe da mala Seyfo. Mala Seyfo pir ne di nava taxê de bû. Ji ber wê yekê jî qederekê bi rê de çû. Dema hat ber mala wî lê nihêrî ku lampên wî vemirî ne. Di ber xwe de got "gelo dibe ku ne li mal be?" Lê xwe parastina Seyfo ji mirovan kete bîra wî got : "bi xwedê dibe ku ez dîtibim û lampên xwe vemirandibe ji xwe careke din jî li min wiha kiribû." Dîsa ji bo dilê wî di cî keve çû ber derî û li derî xist. Kesî derî venekir û deng jî ji kesî nehat. Cara duduyan û sisiyan jî kes nehat ber derî. Dîsa li pacê nihêrî lê deng ji kesî nedihat. Wekî ku fam kiribû derî lê venakin. Ji ber derî bi awayekî xemgînî paş stuyê xwe xurand û bi şûnde vegeriya. Hê ji malê bi dûr neketibû pêrgî cîranekî Seyfo hat. Hema yekser jê pirsî:
- Gelo haya we jê tune ye ku mala Seyfo çûne ku?
Cîranê wî hinekî ecêbmayî:
- Mala Seyfo neçûne tu derê. A niha ku ezê biçûma dikanê li mal bûn.
- Baş e, mala te ava be birayê min. Min fêm kir. Hinekî karê min pê hebû lê ezê niha wî bibînim. Qey raketine.
Heta hate malê, ufe ufa wî bû û di ber xwe de digot " law nalet li me û hawê me bê. Ma ez wekî navê xwe zanim ku Seyfo tiştek jê çê nabe û dîsa ez diherim mala wî" . Ku gihaşt malê bi ser jina xwe de kir qêrînî:
- Keçê ma tu karî mirov li taşana biqewimîne. Ma ne min ji te re got Seyfo ne yê ku Mirov hêviya tiştekî jê bike. Ez çûm ber derî û bi xwedê derî li min venekir. Qey dîsa ma di hustê min de. Qey qedera me wiha ye. Em heçiyê wekî hev para hevdû ne. Ev doza jî qey bi stûyê me ketiye. Ser sera ser çava, lê belê ka ezê çawa bikim?
Jina wî deng nekir û herdû jî bi xemgînî mane li bende sibehê.
Sibehê, hê giş di nava nivînan debûn teqe teq ji derî hat. Selîmo bi peroşî ji nava nivîna rabû û li derdora xwe nihêrî, lê teqeteqa derî didomand. Tena derpî çû ber derî û got
- Kî ye? - Ezim Selîmo ! Mahmût
- Te em tirsandin kuro, min got hela bê dîsa kî ye dîsa.
Mahmut hinekî bi ken got "merheba" û li devê derî sekinî. Selîm rewşa wî pirsî. Wî hinekî bi peroş :
- Tu zanî dibêjin " heqî cihê xwe dibîne û xerabî bi serê herkesî de tê. Îşev Seyfo girtine tu zanî.
- Qe nebê ! law bi xwedê em naxwazin tahde li kesî bê, lê kes ji me bawer nake. Gelo ji bo çi girtine lo?
- Dibêjin ku malên derdorê wan sax kirine û çûne mala wî jî . Jina wî qala rojnameyekê kiriye, qala te jî kiriye kuro, tiştekî li ser te nebêje.
- Na lo ! Ma hema bila bibêje, ne tevdê wê rojnameyek e, çi dibêje bila bibêje. Gelo kes diçû mala wan an na.
- Na weleh kes nediçû. Ma kî yê here, ka Seyfo ji kê re dibêje merheba.
(...)
Seyfoyê te biribûn cîhê pirsînê. Lê bi wî re pir kes hebûn. Di nava lepên polêsan de wextî biqutufiya. Di serî de ew her yek xistin hucreyekê. Seyfo jî di yeke binî beton û tevlî cilên xwe î şevê bû. Di hundirê wî de tofan rabûbû. Bi destan dipeyîvî, digot " gelo wê çi bi min bikin" lê belê carinan jî digot " bi xwedê ma ez karmend im lo! Divê tiştekî bi min nekin, law Selîmo mala te ne ava, tevde te ev tişt anî serê me." Dema ku dengê qêrînan ji hucreyên din dihat. Hew mabû ku di bin xwe de berde. Seet di destan de sekinîbû ne diçû û ne dihat. Hinekan di qulika derî re bigota "pixk", wê seetê wê can bida Seyfo. Kes tune bû bi halê wî bikeniya. Qey polêsan ji bo qerfê xwe pê bikin ew biribûn. Du seet derbas bûbû, lê bi wî wekî du rojan bû. Teqe teq ji deriyê wî hat. Hinekan derî vedikir. Bêhneke din ronîyê da hundir. Yekî simbêl boq elatrîk da çavên Seyfo. Seyfo serê xwe berjêr kir. Yê derî vekir jê re got:
- Seyfo Başol tu ye?
- Bibbii... Bii...bi belê ez im.
- Yaho tu Başol î tu baş bela yî tu çi yî , tu ji bo çi anîne vê derê?
- Welah ez jî nizanim.
Çavên Seyfo girê da û li dû xwe kaş kir. Di hêwanê re derbas dibû. dengê mirovan pir dihat. Hinek dikeniyan û hinekan jî dikir qêrîn. Yê bi destan girtibû ji hevalên xwe re digot:
- A ha va ye ji we re geyîkek(pezkövî).
Bû hakehakê wan û li dora wî kom bûn. Hinekî kevnê ser çavê wî bilind kirin û li ser piyan sekinandin. Yekî rê nedida yê din û pirs li ser pirsê ji Seyfo dikirin. Yekî jê re digot:
- Tu Kurdî tu Tirk î?
Seyfo bi daqurtandina xweziya xwe re:
- Ez Tirk im abê.
- De bes derewan bike lo. Tirk mîşmîş!
- Ê le?
- Xweşik bê ez Kurd im. Ma tu ne ji vê derê ye ziqnebût?
- Belê... lê belê ! qey ez Kurd im.
Dema wiha got çirûskek ji ber çavan çû. Û yeke din û yeke din. Seyfo li erdê bû. Him lê dixist in û him digotin:
- Seyfo ye hii.. mihandiz e hiii... Kurd e hiii... rojnameya terorîstan jî dixwîne hiii.. tew lê gulê, tew lê gulê...
Ji eyarekî derxist in xistin eyarekî din. yê simêloq jê re digot" ez li ezmanan li te digeriyam, tu ji min re ji ku derket". Wekî din tiştek jê re negotin. Ew bi termikî xistin hucreya wî. Li miriyê goran dibû sibeh, li wî nedibû sibeh. Heke karîbûya, Seyfoyê xwe bikuşta. Lê... Çend seetên dijwar di ser re derbas bûbû. Dîsa derî vebû û dîsa ewê simbêlboq. Şelwerekî Amedî lêbû û poşî li serê xwe gerandibû. Dîsa bi destê Seyfo girt û kişkişand. Îjar çavê wî girê neda. Anîn hêwaneke mezin. Hinek kesên din jî li wê derê kom kiribûn. Tiştên dema anîbûn ji wan stendibûn, dîsa bi jimar didane wan. Heta nivişta Seyfo jî bi şûnde danê. Seyfo fêm kirbû ku wê wan berdin. Kêfeke xerîb bedena wî girtibû û di ber xwe de digot " qey ev bû. Weleh ev be... lê ez dibêjim hê heye." Dîsa xistin rêzê û anîn heta ber deriyê bihuştê î derve.
Seyfo wekî nû ji diya xwe re bibe. Li piyên xwe û destên xwe dinehêrîn. Tu tiştek nexuyabû ji bilî hinek nepixandina çavên wî. Qet li hevalê xwe ho veneda û bi lezgînî çû kete dolmîşê. Dema hate malê, jina wî li ber derî bû. Bi qêrîn:
- Wey pepûk..! Tu hatî. Kuro bi xwedê em dikira biqutufiyana. Ma ne kesî digot çibûye û ne kes dihat mala me. Ez çûm mala Selîmo jî got " ez tiştekî nizanim".
Seyfo hinekî bi kerb:
- Ma Selîmo tiştê ku anî serê me ma wê hê çi bike.
Li hundir, li ser text xwe dirêj kir û jina wî dest bi dermankirina birînên wî kiribû. Tenêbûna wan hinekî ew xemgîn kiribû. Lê hê jî Seyfo dev ji çêrên xwe bernedida û digot:
- Emê herin . Bi xwedê emê ji nava vî qewmî birevin.
Jina wî:
- Ma bi xwedê em bi ku de herin Kurmanc in. Êdî bûne wekî bizrê kullî.
- Qey emê cîhekî ku ew lê tunebin bibînin.
Hê ji xwe re qala revê dikir li derî ket. Nûrê bi peroşî çû ber derî lê derî venekir û ji nigê nig de vegeriya, ji Seyfo re:
- Kuro ma ez derî vekim?
- Hela veke lêêê. Ma vê horta navê rojê wê kî be, qey cîran in.
Jina wî dîsa çû ber derî û got:
- Kî ye?
- Ez im xweha Nûrê, Selîmo !
Nûrê bêhnekê sekinî û ji bê gavî derî vekir. Selîmo hinekî biken:
- Ka mahkumê me li ku ye, mahkumê çiyayê şengalê. Hetiye an na.
Nûrê bi wecekî tirşotahlkî got:
- Erê.
Selîmo wekî bi zora xwe çû hundir. Di hundirê xwe de digot "ma çi dibêjin bila bibêjin ezê herim." Lê nihêrî ku Seyfo li ser text xwe dirêj kiriye. Silav lê kir û hê Seyfo negotibû rûnê wî got " derbasî be" û rûnişt. Jina Selîmo nehate ba wan. Seyfo jî qet dengê xwe nedikir û li alî wî nedinerî. Lê Selîmo ji bo wê bêdengiyê xera bike got:
- Ma ez dibêjim tişt tunebû ne wer?
Seyfo bi dengekî nizm:
- Ma wê çi hebe. Carinan tiştên qewmê mirov di mirov dike kes di kesan nake.
Selîmo:
- Erê werê ye, lê kekê mino ma kê çi bi te kiriye. Ma qey tu nabînî bi hezaran mirov perîşan bûne, hatine kuştin û koçber bûne.
- Ê ma bela min e, tu ji min tiştan dixwazî?
- Ma min çi ji te xwestiye birayê min? Ma ne ji wê rojnameyê bûya çima wê ez bigirtama?
- Kuro aniha rojname ne mesele ye. Kes nizane te ji bo çi kiriye. Ma min nexistiye mala te. Mesle kurdbûna me ye ku em Kurd in. Bi xwedê em ne Kurd bûna ev tiştana jî nedihat serê me. Ma ka tu ceza dane te ji bo wê.
- Na.
- Ê îjar. Niha ez ji te re tiştekî bibêjim... Niha hinek bên, ji jina te re çêrekê bide tê çi bikî?
Seyfo rabû ser tutukan û bi dengê bilind û bi hêrs:
- Ma ezê çi bikim law?! Ma ew namûs e kuro !
- Tuyê ji bo jina xwe li wî kesî nexe?
- Belê.
- Dibe ku tu û ew kesa hevdû bikujin jî ne wisa?
- Belê
- Lê binêre, tu ji bo çêrekê dikare mirovekî bikuje, lê çima ji bo rojnemeyekê ewqas ditirsî û du darên polêsan bi te ewqas zor e hi ?!... Gelo ev çi kesayetî ye?... Qey tu li xwe hay nabe? Ji xwe tu bixwînî tuyê bibînî ku lawê bava çi dikin û çi nakin. Lê tu naxwazî wan tiştana bibînî. Hebe tunebe tu ! Hebe tunabe jina te ! Hebe tunebe xaniyê te, erebeya te, pereyên te ! Tu çi yî tu xwe di ser van mirovana digirî.
- Ma min xwe di ser kê girtiye?
- Ku dilê mirov li ser milyonan mirovên belengaz neşewite û mirov wan meraq neke tê wê maneyê.
- Seyfo serê xwe bera ber xwe da û nepeyîvî. Deng ji kevir hat ji wî nehat. Jina wî jî qet xwe rê Selîmo neda, lê li odeya din guhdarî dikir. Selîmo ji xwe zanîbû ku di hişê wan de çi heye. Lê dîsa peywîra xwe bi cîh dianî. Ew gotina wî î dawiyê bû ji Seyfo re kir. Rûniştina wî û rabûna wî bûbû yek. Xatir ji wan xwest û bi kerb derî vekir û derkete derve.
Roj wekî şîmaqan diçûn. Di navberê de sê heyv çûbûn. Seyfo dîsa dest bi karê xwe kiribû. Ji wê rojê û pê ve, peyva wî û Selîmo li hev neket. Ji bo ku careke din karê wî li feksê nekeve, Seyfo amadekariya koçkirinê dikir. Ji bo cîhê kare xwe biguhere nizanim çiqas pere dabû siyasetmedaran. Ji bo ku here Bursayê pere kom dikirin. Ji xwe cihê karê wî cîhê ruşwetê bû. Ji gelek karsazan pere çirpitandibû. Rojên xwe î dawiyê bi lêgerîna qamyokekê dibuhurand. Ji bo wê yekê jî hero diro li mazata qamyonan bû.
Roja ku qamyonek bi cîh kir û hinek pere da ajokar, yekî zikteşt û gir li dora wan digeriya. Wî kesî bi baldarî li Seyfo dinehêrî. Seyfo jî wekî wî nasdikir lê nizanîbû ku ji ku nasdiki. Yê gir bi mabesta buhayê rêya wî î qamyonê pipirse hate li ba wan sekinî û ji Seyfo re bi tirkî:
- Te qemyon bi çi girt?
- Min..? min bi sed milyonî girt. Çima?
- Hêç. Min digot dibe ku ez jî bigirim ji bo wê yekê.
Çavê Seyfo ji simbêlên wî nediqetiya. Hinekî kur kiribû, lê heman wec û simbêl bûn. Belê.. simbêlboqê şelwer Amedî bû. Dema ku fêm kir hundirê wî qetiya û wecê wî soro moro bû. Kêlîkekê berî kêlîkê dixwest ji wî bi qete. Lê belê simbêlboq jê nediqetiya. Simbêlboq hêdî bi destê Seyfo girt û ew bire paş qamyonê, jê re:
- Kuro ma key tu min nas nakî an tu xwe li nezaniyê datînî.?
Bi kesereke kûr Seyfo destên xwe ji destê wî kişand û got:
- Belê min tu nas kir abê. Ma tu çi ji min dixwazî?
- Na, netirse ez tiştekî ji te naxwazim. Tenê tuyê hinekî ji min re bibe alîkar.
- Çi alîkarî?
- Ewê ku te qala wî dikir kî bû, ji min re bibêje bes e.
- Hii...!?
Xwêdaneke cemidî bedena wî girt. Devê wî ziha bû û nizanîbû wê çi bibêje. Tenê got:
- Abê dev ji min ber de, ez gune me, ez hêvî dikim. Binêre vay ez bar dikim, îjar tu tiştekî ji min re dernexe.
- Na, na. Lê tu bibêje ji bo te jî baş e, qene tê ji wî xelas bibe.
- Lê belê ezê navê wî tenê ji te re bibêjim û bes.
- Belê belê, bes e.
- Selîm N........ !
Dema nav got simbêlboq ji bêrîka xwe kaxezek derxist û nivîsand. Êdî Seyfo bi temamî ketibû hêlekanê û serê wî bûbû wekî tara bêjingê. Nedixwest çav li serê kesî bikeve. Adina rojê sibehê zû mala xwe bar kir û li Bûrsayê bêhna xwe vekir.
(...)
Selîmo karê xwe didomand. Her diçû rewşa wî xerab dibû. Êdî hero diro li meşan û civînan bû. Çi karê ku diçûyê nêvcî dihişt. Ji ber wê yekê jî navbera wî û malbatê jî nexweş bûbû. Pere kêm dihatin, deyn li qirikê bû. Xwediyê xênî hero dihat ber derî. Zarok tazî diman. Hevalên wî jî qet li rewşa wî nedipirsîn. Ka çi dixwe çi vedixwe kesî nizanîbû.
Jina wî bi zora xwe dîsa raserî ser kar kir û karekî nû ji xwe re dîbû. Bîst xaniyên lêkirinê hebû. Wî û hevalê xwe Mahmût bi qubaleyî girtin û dest pê kirin.
Sibeha ku diçûn kar bi rê de panzereke polêsan ji paş wan de dihat. tûrê wan li milê wan, ew û hevalê xwe ketibûn peyvê. Di nava kolanake teng de diçûn. Carekê ji nifşka girînî ji panzerê hat û bi ser wan de hat. Mahmût lê hay bû û xwe çengî nava Selîmo kir, kişkişand kêleka rê. Herdû jî di nava dixanê de mabûn. Herdûyan jî li erdê bi awayekî peroşî li bey panzerê nihêrîn. Gupegupa nava wan bû. Selîmo:
- Weylê bêxwedî mayê. Ev çi bû laaaaw?
Mahmût:
- Keko bi xwedê viya ji mexsûsî wiha kir. Ka îjar çiye ez jî nizanim.
- Weylê min di jina sed.....
Mirovên sûkê jî li wan hay bûn û herkesî berê xwe dabû wan lê kesî ji rewşê tiştek fêm nekir. Dîsa Mahmûd bi destê wî girt û berê xwe dane cîhê kar. Lê mejiyê wan tevli hev bûbû. Tu rewşa wan î kar tunebû. Heta êvarî qet ken ji wan çê nebû û her dû jî nedipeyîvîn. Ketibûn fikaran. Dev ji kar berdabûn û ber bi êvarî dîsa di heman kuçeyan re birêve diçûn. Tim çavên wan li paş wan bû, bi tirs birêve diçûn. Bêhneke din Dîsa panzer xuya bû û hat. Herduyan jî xwe dane kêleka rê û bi baldarî li panzerê dinehêrîn. Panzer hat û di wan re bihurî. Lê îjar xwe parastin. Selîmo jî bi baldarî li ajovan nihêrî. Yekî gir bû !?...
Şêrînê hinek bacan qelandibû ji bo şîvê. Dema Seyfo hat sifre li erdê bû û zarokan bêyî bavê xwe dest bi xwarinê kiribûn. Jina wî şêrînê jî wekî wî tenê hestî û çerm mabû. Bêvila wê î çilakî hestî tê re xuya dibû. Mirov pif kirayê wê biketa xwarê. Lê Selîmo tevlî wê qelsbûna xwe ji ber ku dixebitî hinekî li ser xwe bû. . Piştî ku şîv xelas kirin bi lezgînî xwe dirêjî qutiya cixareyê kir. Cixareya ji tûtina xursê simbêlên wî û nava tiliyên wî zer kiribû. Dîsa pêxist û dixan bi ser serê xwe xist. Şêrînê li rewşa wî nihêrî û got:
- Kuro ji bo xwedê te kezeba xwe peritand. Ma bi xwedê lûla sobeyê bûya jî niha rizya bûya. Ma xêr e çiye.
Hinekî jî bi henekî:
Ma te bi qubale girtiye çiye? Bi xwedê ne ez bûma kes li ba te nedisekinî.
Lê ken li rûyê Selîmo peyde nedibû, bi keser got:
- Ma em vêya jî venexun ji xwe emê biteqin. Kêfa me tenê ev maye. Em ne wekî hinekan araqê vedixwin û em narin li derên nebaş jî nagerin, îjar em cixareyê jî venexwin û vê rewşa me, ka emê çawa bijîn gelo?
Şêrînê fêm kiribû ku tiştek hatiye serê wî, xwe pêve zeliqand:
- Pepûk ! ê ma tê îjar xwe bikujî qey?
- De hela hişe lêêê. Bi xwedê tew peyva te ji her tiştî xerabtir e.
Şêrînê nihêrî ku bêhna wî pir teng e û îro bi zarokan jî şa nabe. Piştî bendeketineke dirêj fam kiribû. Zanîbû ku mêrê wê ketiye metirsiyeke nebaş . Ji ber wê yekê jî heta jê dihat ji bo xemgîn nebe li dorê diçû û dihat. Lê wî qet lê ho veneda û nivînê ku jina wî danîbû qet bala wî jî nekişand. Şêrînê çi kir jî bala mêrê xwe nekişand ser xwe. Selîmo Tenê , wekî "dîwaro ez ji te re dibêjim, bûkê tu fam bikî", got:
- Bi xwedê heke wiha be emê ji mêranî jî de bikevin.
Jina wî lê nihêrî ku nikare bibe alîkar, ew jî li dû zarokan raket. Lê Xewa wî nedihat di nava nivînên xwe de ketibû xeyalan û ji xwe re digot. " bi xwedê vana çi bikin kanin bikin ma , qey nekirine. Heta nîvê şevê cixare li ser cixareyê qut nekir. Zarok giş raketibûn tenê ew û agirê cixareya xwe mabû. Îro televizyon jî bala wî nedikişand. Şox û şenga tv yê jî jê re bûbû wekî ezab. Tim jî di hişê wî re derbas dibû digot: " niha ez li ber xwe nakevim. Bi xwedê ez li ber xwe nakevim. Le van zarokên hûrik?". Pênc zarokên wî giş di bin deh salan re bûn. Giş jî diçûn dibistanê. Berî çend salan hatibû girtin. Lê digot " êdî ji bîr bûye". Jina wî ji ber ku mêrê wê raneketibû ew jî rabû,berê wî zîvirand xwe. Dixwest ku pipeyîvîne. û tiştekî ku jê vedişart got,:
- Tu zanî heta niha min dixwest ez tiştekî ji te re bibêjim.
Selîmo bi hêrs:
- Çiye bila xêr be. Hela bibêje.
- Kuro bi xwedê neh deh roj berê du heb mirovan hatin li mala me dipirsîn. Lê min tu bersîv neda wan. Lê belê ez bawer dikim ji van cîranana jî pirsîn.
Mahmût dîsa bi hêrs pirsî:
- Kî bûn keçê, çima heta niha te nedigot? Hinekî çawa bûn?
- Bi xwedê yekî di qama te de bû, lê yekî gir bû dirêj bû. Ji xwe wiyê dirêj wecê wî bi min nas dihat. wekî ku ez nas dikim lê min tê dernexist.
Selîmo serê xwe kil kir û:
- Simbêlboq hiiiii..!
...
Ji wê rojê de hinekî xwe diparast û nediçû tu deran. Lê Êdî li li ser kar destê wî li kefik û şaqulê nedigeriya. Hingî difikirî û dikete hezazên bêbinî hişê wî ne li ser dîwêr bû. Hevalê wî Mahmût pê hesiya bû ku ji wê roja panzerê û virde guherînek tê de çêbûye. Ji bo ku hinekî bibe alîkar jê re got.
- Hevalê selîm tu dixwazî ka em ji xwe re karekî li metrepolan bibînin. Tu dibêjî çi.
Selîmo hinekî sekinî û got:
- Law bi xwedê min sond xwariye, hema çi dibe bila bibe. Ma ne bedeneke min e. De bila ew jî xelat be. Ma wê çi bibe ha? Niha ne ji bo zarokan bûya.
Mahmût got:
- Keko ma heke ez hebim li darê dinyê, ez heta hetayê te ji bîr nakim. Lê heke em herdû jî bi hevdû re, herin ez tiştekî nabêjim.
Deh rojê dijwar derbas bûbû. Êdî hinekî hişê wî hatibû serê wî. Lê belê tim xwe diparast û temî li zarokan dikir ku bêyî wî bi kesî re nepeyîvin û derî li kesî venekin. Êdî bi şev hinekî radiket. Lê wê şeva ku dîsa bi kilkirina jina xwe çeng bû ji nava nivînan. Got.
- Çi ye keçê?
- Hela rabe kuro hinek li derî dixin.
Ji xwe tiştek di hundir de nehiştibû û giş veşartibûn an şewitandibûn. Wekî rêyek li ber wî be li cilên xwe pêledar bûbû. Her diçû teqe teqa derî jî zêde dibû. ji bêgavî çû ber derî û got:
- Kî ye?
- Em in ?
- Hûn kî nin?
- Hevalê te Mahmût em şandine, xaniyekî me heye tuyê ji me re lêbikî.
- Hevalê min mahmût ne vê nîvê şeva hûn bişandana nedibû.
Zanîbû rewşeke nedîtî ye. Biqasî seetekê bi wan re kete nîqaşê. Êdî fêm kiribû ku polês in. Û wan jî jê re êdî eşkere gotin, "tu derî venekî emê bişkînin." Ji bêgavî derî vekir. Bi vekirina derî re hundir tije bûn. Yê pêşiyê kete hundir. Yekî gir bû...
Qet li hundir negeriyan bi lezgînî jê re gotin "cilê xwe li xwe bike tu mêvanê me yî". wekî zebaniyên devê deriyê dojehê, bi çengûrê wî girtin û bi qêrîn û giriyê jina wî re ji hundir derxist in...
Ew derxistin... û ew derxistin...Tu cîh û tu war neman ku jina wî lê negeriya û nepirsî. Tu kesî behsa wî nedikir. Mahmut jî di rojên serî de xwe dabû alî. Piştî deh rojan hate mala wan. Lê tu sûdeya wî jî çênadibû ji bilî piştgiriya wan. Mahmut ji bêgavî zû dest bi kar kir û lêkirina dîwaran berdewam kir. Pereyê distend li xwe û malbata Selîmo nêvî dikir. Roja ku dîsa hate pereyan bide şêrînê, Şêrînê ji bo tiştekî jê re bibêje vexwande hundur. Jê re got:
- Kekê Mahmût, tu zanî ji bilî te kesekî me tune ye, ji bo Selîmo ketibû vê dozê xizmên me jî dev ji me berdaye. Heta em hebin em qenciya te ji bîr nakin. Ez dixwazim ji te re tiştekî bibêjim.
Mahmût bi xemgînî û girî di qirikê de jê re got:
- Ma ew jî peyv e. Min soz daye hevalê xwe... Min soz daye xweha min... Heta ez hebim ez di xizmeta we de me. Tu çi dibêjî bibêjî, heke xwedê rihê min nestîne ez dê bikim.
- Niha dema ku yek hatibû li mala me pirsî bû, yekî gir î bi simbêlên dirêj di nava wan de bû. Ez wî wekî nas dikim. Heta ku Selîmo çû di bîra min nehat. Bawer bike ew jî me nas dike û bîst sal berê ku bavê Selîmo yek li gund kuştibû eyn wekî wî bû.
- Xweha min bi xwedê ez bawer nakim di vê demê de tiştên wiha biqewimin. Ma kîyê êdî doza xwînê bişopîne. Êdî doza neteweyî ketiye rojevê.
- Weleh keko ew di hişê min de maye min got ez ji te re jî bibêjim.
Mahmut bawer nedikir lê dîsa soz da ku lêbikole. Ji alîkî jî karê xwe berdewam dikir. Lê belê êdî rewşeke din ketibû holê û her tim ew kesê gir dişopand ka ew çi kes e. Ji yekî bihîst ku ji îzmîrê ye. Ji ber wê yekê jî dev ji şopandina xwe berda. Simbêlboq jî li wî hay bûbû û ew jî xistibû tora xwe...
Roja havîna germ ku sibehê zû rabû dê biçûya kar. Li ser kolana herî pir mirov de yekî ji baş de , bi du guleyan ew anî xwarê. Çavên wî ziq li simbêlboq dinehêrî. Kefika wî , çakûçê wî û şaqûla wî her yek li alîkî ketibû. Berî ku bi erdê re bibe yek, destên xwe bilin kir, kir kulmik û heta hêz tê de hebû li erdê xist.... Mirovan gişa dit ku yekî bera dayê û yekî çawa bû. Lê Mahmudê hevalê Selîmo stara zarokên xwe û wî li erdê nediliviya. Ji bîlî du malan, li deh malan, li sed malî of û axîn hebû.
(...)
Seyfo li bursayê bihîstibû ku Selîmo winda bûye û Mahmût jî hatiye kuştin. Lê her diçû tahma wî hê nexweş dibû. Her diçû tiştek di hundirê wî de hilnedihat. Jina wî jî êdî pê re nikarîbû biqedanda. Ji ber bêrîkirina welêt, tim bi ser Seyfo de dipeyîvî. Xaniyek kirîbû wê rojê li bajêr. Hatibû ku ji jina xwe re bibêje û mala xwe bar kin wî xaniyî. Ji jina xwe Nûrê re got:
- Ka alavan bide ser hev, way min mesela xanî temam kir û emê sibehê herin.
Lê belê Nûrê hema yekser dest bigirî kir û got.
- Pepûk qey vegera te yî welêt tune ye. Qey tuyê me li van derana bikujî Seyfooo !?...
Nûrê, li jiyana xwe î çûyî poşman bûbû. Tiştên ku di derbarê mirovan de di dilê xwe de dihewand giş lê bûbû poşmanî. Lê Seyfo:
- Keçê ma em bizor xelas bûne, ma emê herin ku Nûrêêêê !?...
Seyfo bi a xwe kiribû,xanî kirîbû û mala xwe jî xistibûyê. Êdî ji wî hebû wê bi dilekî rehet jiyana xwe berdewam bikira. Lê belê her diçû navbera wî û jina wî xerab dibû. Carinan jina wî ji mal derdiket û bi rojan nedihate malê. Seyfo jî ji ber wê yekê xemgîn dibû, kes jî li dorê tunebû. Dest bi vexwarina araqê û cixareyê jî kiribû. Lê qet dilrehmî nedikete dilê wî , başiya kesî nedixwest û nedikir. Rojekê ku jina wî ne li mal bû yek dît û xaniyê xwe firote wî. Erebeya xwe jî ji bo deh rojên din firotibû. Pereyên xwe giş xistibû bêrîka xwe. Êdî li benda jina xwe bû ku were malê. Çend roj derbas bûn. jina wî li pêşiya malê xuya bû. Rahişte kêreke mezin û xwe da pişt derî. Xwêdaneke germ girtibû bedena wî. Dema ku Nûrê hate ber derî û piyên xwe avêtin hundir. Bi qêrînê re şewatek li noqa wê çêbû û di nava xwînê de li erdê ket. Li erdê jî çend heb dirêşên din li bedena wê ket û bêhna wê nema. Seyfo kêra xwe avêt û di derî re derket.... Li nava kolanên bajêr xwe winda kir...
Seyfo dev ji karê xwe jî berdabû û kolan bi kolan digeriya. Ji bo ku derkeve derveyî sînoran, li derfetan digeriya. Li hêwaneke aşxaneyê rûniştibû. Hê xwarina xwe neqedandibû. Ketibû ramanên kûr û difikirî. Qet ne li ser bala wî bû kû yekî gir li ber wî rûniştibû. Bi carekê re kevçiyê wî ji destên wî de ket û devê wî hate girtin. Bêhnekê sar sekinî dîmenên Mêrdînê giş li ber çavan bûn. Wî û mirovê simbêlboq li hevdû dinehêrîn. Peyva ku ji deva derket ev bû:
- Dîsa tu abê, law...?!
Simbêlboq :
- Netirse lo, ez tiştekî bi te nakim.
Wê gavê Seyfo hertişt ji bîra kir û dîsa hişê wî çû ser berjewendiyên wî.
- Ê baş e. Ji xwe karê min jî bi te hebû.
- Baş e başeee. Ez û tu, emê gelek tiştan bikin.
Lê tiştekî ecêb ji demên berê cûdatir li holê bû. Simbêlboq bi
Kurdî....belê... bi Kurdî dipeyîvî.
Dema ku Selîmo pê hesiya şaş û metal ma. Mejiyê wî tiştek hilnedigirt û bi tûmî xetimî bû. Di dû demeke dirêj ku tenê simbêlboq dipeyîvî re, jê re got:
- Ma min digot qey tu Tirk î law. Ji sibê de tu bi min re bi Kurdî dipeyîvî.
- Erê le. Ma qey ez te û Selîmo nas nakim. Weleh ez zanim hûn kî nin û lawê kê nin. Hûn ji ku hatinin. Ez malbata we gişî nas dikim. Lê belê divê tu li vê rewşa min nepirsî. Heke tu bipirsî ez alîkariya te nakim. Ka tu çi ji min dixwazî.
- Seyfo hinekî kêfa wî hat û jê re rewşa xwe vegot.
Êdî rabûbûn û li kolanê birê ve diçûn. Gotinê gotin anîbû û peyv xweş bûbû. Simbêlboq û Seyfo bi hev keliyabûn. Bi rastî tenê Seyfo pê ve keliyabû. Heta ku di kolana teng de Seyfo devê devançê di hustiyê xwe de dît. Bû peli pela devê wî lê... bi gotina dawî ku simbêlboq jê re got xwest ku ew bi xwe xwe bikuje. Simbêlboq:
- Ma qey ketiye serê te ez şopê bihêlim lo. Lê ezê tiştekî ji te re bibêjim. Kuştina bavê min ji bîr nebûbû. Lê kuştina we wekî firek av wê ji bîr bibe. Xwedê ji wanê serê çiyê razî be ku ev firset xistin destên min. Tu kes nikare tu tiştî bi min bike. Êdî ez im serdest...
....û germiyek di serê Seyfo de çêbû, hêdî hêdî çavên wî hatin girtin.
(...)
Roja ku di televizyonê de nûçeya bi awayê " cendekê mirovekî qama wî dirêj û gir li dora çil salî li taxa Bursayê hate dîtin û dibêjin ciwanekî çardeh salî ev kuştin pêk anîye." Hate gotin. Jina Selîmo li ser kursiyê rûniştibû û digiriya....
Bihar 2000




























BAV

Çiya Mazî

Sibeheke bi berf ku ez li ser nivînê xwe veketî bûm,bi dengê telefokeke tirsnaq ez û pîreka xwe çeng bûn.Hinekî bi lez û hinekî jî bi tirs min xwe dirêjî telefonê kir. Di hundirê xwe de jî min digot "gelo vê sibehê xêr e çi ye, çi ecêb e?".
Li himber min birayê min î li amedê. Bi dengekî bêkêf:
- weleh vaye bavê min anîne nexweşxaneya fakûlte û divê tu jî were.
- xêr e çi bûye kuro? Key miriye law !?
- Na weleh, lê dibêjin ketiye qeyrana dil.
- Rast bibêje !
- Weleh ez rast dibêjim, aniha ez jî li nexweşxaneyê me û gavê tiştek tune ye. - ê baş e, ez jî va ye a niha têm.
Wekî tu tasek ava cemidî bi ser min de dake, ez sar mam di cîhê xwe de. Pîreka min jî hey dipirsî "çi bûye?" lê piştî demeke dirêj hê nû min bersîv da:
- Bavê min ketiye qeyrana dil û rakirine Amedê. Dibêje tiştekî tirsê tune ye lê ez nebawerim. Divê ez a niha herim.
Ji xwe agahdariyên mirinê giş wiha bi nermî tên.Kes pêşî nabêje "bavê te miriye were ser meytê wî". Bi lezgînî ez rabûm. Min cilên xwe li xwe kirin,hinek pere da zarokan û ji bo malê jî da pîreka xwe û min deriyê malê li xwe zîvirand. Nizanim ez çawa ketibûm erebeyê. Dolmîşeke biçûk û tije mirov. Bêhna germa kalorîferê li ser çavê mirov dixist. Lê ji ber wê serma ku li derve ew bêhn bi kesî nexwiyabû. Berf hê jî dihat û pêşiya dolmişê digirt. Ajovan hertim destên wî li ser amura berfmalkê bû. Ji xwe derve nexwîyabû ji mijê. Ku berf û baran tunebûya jî mij li mêrdînê pir çê dibû, îjar berf jî hebû û mijê ji xwe herder tarî kiribû.
Cixare jî di dolmişê de qedexe bû. Ji ber wê yekê jî ew rêya seetekê bi min bûbû rojek dirêj û bi ezab. Bi hetîketiyeke mezin lê bi xewn û xeyalan min xwe gihand Amedê.
Li Amedê jî şilî bû. Ew şilîya ku kuçeyên amedê di çirava reş de hiştibû,mirov dixist rewşeke ecêb. Bi lezgînî min çend heb dolmîşên nava bajêr guherî.
Bi helkehelkê ez hatim ber deriyê nexweşxaneyê. Min lê nihêrî ku herdu birayê min û diya min li ber derî diponijin. Bi xuyabûna min giş kelogirî bûn. Min jî bi zor xwe zeft kir. Lê bi peroşî pêşî min pirsî:
-Ka li ku ye çi bûye?
Birayê min ez bawer dikim ji bo hinekî dilê min xweş bike, bi ken:
-Tiştek tune ye lo, wa ye di hundir de ye, dixtor jî dibêjin baş e. A niha nahêlin em herin ba wî, xistine odeya taybet. Min êdî li wan guhdarî nekir û ez ber bi deriyê odeyê ve çûm. Lê hemşîreyekê bi hêrs pêşiya min girt û nehişt ez herim hundir. Ez jî hinekî hêrs bûm û bi hemşîreyê re xeyîdîm. Lê qet rê neda min. Birayê min bi piyê min girt û ez derxistim derve. Dîsa bi wan gotinên xwe î wek î herdemê nerm got:
-Tiştek nabe lo ma va ye em giş wekî te ne. Tixtoran gişa lê nihêrî û gotin hûn nerin ba wî ji wî re baş e.
Wê demê hinekî bêhna min fireh bû, lê dîsa min di dilê xwe de digot "heta ez nebînim ez rehet nabim." Hemşîreyê bihîstibû ku ez nû hatime û qey ji bo min çû cardin lê nêrî û hat ji min re got:
- Binêre wa ye a niha min çû lê nêrî baş e û bi makîneyê ve girêdayî ye. Heke hûn sebir bikin ji bo me jî ji bo nexweşê we jî baş e.
Min spas kir û em giş li hêwanê rûniştin. Hê nû min li diya xwe pirsî û pirsa bavê xwe ku çawa ketiye vê rewşê kir. Diya min got:
- lawo êvarî ku me şîv dixwar got " wekî firkekê ketiye sînga min". Lê berê jî carinan wiha dibû em pir bi pey neketin. Hinekî min û hinekî jî wî firkand . got "hinekî baş bû". Bi wî awayî em raketin. Lê nîvê şevê xîzînî ji qirika wî dihat û em dîsa rabûn. Me kir nekir debar nedikir û her diçû zêde dibû. Berfeke pir dibariya kes nikarîbû derketa derve jî. Me rabû telefonî xweha te kir. Me got "heke mecît karibe bila me bi erebeyê bibe nexweşxaneyê". Lê wî jî got " berf pir dibare û vê tofana em nikarin derkevin derve". Bi rastî jî kes nikarîbû tevbigeriyana. Em ji bo wê yekê man heta sibehê, lê sibehê hê lê girantir bûbû. Hema bibêje heta sibehê em raneketibûn.Dîsa rê girtî bû lê me bi erebeyê xwe li vê berfa hanê qewimand û em hatin û me anî vir tixtoran got "ketiye qeyranê , êdî em jî wekî wan xwediyê nexweşan , ma em çi bikin law.
Rastî jî ew bû û em jî wekî yên din li hêwanê mane li benda agahiyên tixtoran. Her ku hemşîreyek an tixtorek derketa derve mirovên li hêwanê giş radibûn ser xwe . Giş ber bi derî ve diçûn. Carinan agahiyên xweş û carinan jî ji bo hinekan nexweş didan me. Bi seetan em li bende derî diman û çavên me ziq li derî bû. Ji neçarî em hinek diçûn mala birayê min û sibehê dihatin. Lê her tim em yek an dudu li wir bûn.
Roja duduyan birayê min î li îzmîrê jî hatibû. Ji ber ku birayê min ji ber ewlekariyê reviyabû îzmîrê, hinekî bi dilkeserî xêrtêdana wî çê bû. Ew jî ji bo vê yekê ku li dûrbûnê xemgîn bû.
Şevê em yek li ser wan rûniştankên textînî an li ser betonê hetanî sibehê rûdiniştin. Şevê em yek bê xew diman ji bo bavê xwe î ku bi hetîketiyeke mezin em anîn heta vê rojê. Ji xwe dora me ne xalî bû pir mirov nobedarê hezkiriyên xwe bûn. Lê herkes wekî li ser êgir bûn. Carinan qêrîn bilind dibûn û carinan jî em yek dudu li hêwanê li ser piyan diman.
Dema ku şev qar bû û hemşîre ji holê winda bûn min bi dizîka rêya odeyê girt. Bi lezgînî min derî vekir. Bavê min ji min ve xuya bû. Min nizanîbû dê çibikira tenê ez sekinîm û bi hisret li bavê xwe nihêrî. Rabûbû, rûniştibû û bi simbêlên xwe dilîst. Kela dilê min gur bû,hema min got ezê herim û xwe çengî himbêza wî bikim. Lê wekî tixtor gotibû min jî nexwest min bibîne û têkeve rewşeke dilînî. Tenê min ji dûranî ve lê nêrî û min nehişt ew bi min bihese. Hê min baş lê nenêrî bû, qêrîna hemşîreyê olan da li nexweşxaneyê. Ez li xwe hay bûm û bi awayekî fediyok ,bi lezgînî derketim. Wî deriyê mirinê pir ez êşandim. Neh deh mirov bi qebloyên di milên wan de, xortimên di poz û devên wan de, wec zer û ji haldeketî, dawiya jiyanê giş radixist berçavan. Bi wê dîmenê ,dîmenên ku me bi bavê xwe re derbaskiribû hate pêş çavê min. Qey dawiya jiyanê wiha bû. Qey ezê jî rojekê wiha bibûma.
Dihate bîra min ku , bavê min qet neçûbû dibistanê. Tenê li ba meleyan hînî xwendina erebî bûbû û dikarîbû pirtûkên erebî bixwenda lê ne pêşketî bû. Ji bo wê xwendina wî, heskirina wî ji xwendinê gişî re çê bûbû û em giş bi xwendinkirin dabû. Tenê xweha min î mezin ji ber ku di dema wê de dibistan li gund tune bû nexwendibû. Ez aniha baş fêm dikim ku ew feqîrî û xwedîkirina me î di dibistanê de çiqas zorbû. Çiqas perîşanî kişand ji bo me bavê min. Îro ez jî û hersê birayê min bi wê helwesta bavê min em bûn xwedîkar û xwende an mirovên hay ji dinyê hene. Çiqas wekî ku em li serê wî bûbûn bela û em tevlî siyasetê dibûn jî dîsa wî di eynê xwe dernedixist. Lê di hundirê xwe de tirseke ku em hinek ji holê rabin dihewand. Ew kuştinên qontra ew dixist fikarên mezin.
Sala 1993 yan jî saleke pir xerab bû. Bandora şer li her alî xuya bû. Herdu aliyên şer jî tûjbûn û kuştin li qirikê bû. Her rojê du sê heb mirovên kurd li kuçeyên Amedê dihatin kuştin. Herkes ji xwe ditirsiya. Ku mirov li kuçeyên amedê birêve diçû, çavekî mirov tim li paş mirov bû. Her mirovekî ku dihate kuştin wekî fêrizan bûn. Êdî kuştin bûbû tiştekî ji rêzê çend rojan qala wan dihate kirin û hew, heta ku yekî din dihate kuştin. Piştî deh rojên taziyê jiyan berdewam dikir. Ev yek ji mirovên nêzîkî yê kuştî wiha bû. Ji miroên din re herdem jiyan berdewam bû. Mirov hînî mirinê bûbûn. Ji xwe carinan ez difikirîm min digot "heta ne ji bedena mirov be an ne pir nêzîkî mirov be mirov pir li ber mirinê nakeve. Lê dema yekî weke bavê mirov be, hê nu mirov bi mirinê dihese." Rewş hinekî wiha bû yan na kesî nikarîbû kes bikuşta. Ev yek jî rastiyeke mirovan e qey. Serdestan jî bi vê yekê zanîbû û giş bi hev re nedikuşt yeko yeko dikuştin.
Birayê min jî xwe dabû alî ji ber wê yekê em pir li ber wî jî diketin ku tiştek pê bê. Bi piranî me nedihişt ew li nexweşxaneyê bimîne. Ji xwe êdî roja şeşan hinekî baş bûbû û ew ji odeya taybet derxistibûn. Bi vê yekê em jî hinekî rehet bûn û êdî me bi rehetî ew didît. Kêfa me pir dihat me digot" êdî xelas bû". Heta êvarî me xwarin jê re dikişand. Wî jî yên li gorî xwe dixwar. Dipeyîvî,dikeniya û digiriya. Temî li me dikirin û şîret rêz dikirin. Te digot qey hunerê xwe rêya me dida her tim bal dikişandser ezmûnên xwe û nîşan dikir. Carinan ba min dikir,digot:
-Binêre lawo, îro tiştê ku ketiye nav malbata me ne ji me ye, em hinek dibêjin em kurtçî nin û em hinek dibêjin hizbûllah. Wanî nabe. Wanî ji hevdû bela wela nabe. Ji xwe Kurd giş bela wela ne.ma ne tîm jî giş kurd in û koriçî jî. Tu zane ez dibêjim çi.
-Belê bavo lê ez dibêjim em li ser rêya rast in. Yên sofîk dewlet bi wan karê xwe dike. -Belê werê ye. Jixwe min baş ji wan fam kiriye. Ma ne apê te bû,yê ji min re digot "were bibe misilman." Ma ne ew bû ku ji min re digot " riya xwe berde". Ma qey ezê ji wî bi elimim. Ez vana zanim. Birayê min î biçûk e û li ber destê min mezin bûye. Min ewqas pirtûkê erebî xwendine lê ew tê ji min re dibêje were bibe misilman. Ma ev ne sosret e.
-Belê bavo guhê xwe nedê.
Dema ku qala birayê xwe dikir hêsir dikete çavan. Û digot " çawa em birayê hev û ji dê kê, em bibin dijminê hev". Dizanî bû ji ku jî tê û digot.
-Lawo ne hê di dema şêx Seîd de jî li me wiha kirin. Weleh em nabin tiştekî.
-Bavo herkes wekî te bibêje nabe. Bila em baş bin.
-Hilbet herkes gere li xwe binêre. Lê yê dijmin birayê mirov be ne baş e.heta ez bimirim ew peyva wî ji bîra min nare.
Birayê min ji bo xwe ne keribîne got:
-Bavo guhê xwe medê lo. Ma vaye tu nexweş e divê tu xqe keribîne.
Lê dîsa bi keser:
-Ma qey hê ezê bijîm. Weleh ez bawer nakim.
Metika min jî li ba me bû û hinekî xwe kelogirî kir got:
-Xwedê neke birayê min. Qe bila tu ji nava me nere ma hê emrê te çiye?
Dîsa zîvirî ser me û:
-Ma qey ezê rojekê bimirim. Hema ji îro baştir tune ye. Qet xwe neêşînin. Taliya emir ev e. Bila tu kes negirîn û li xwe nexin. Heke me di jiyanê de rûmeta hevdû girtibe ew bes e. Lê heke ne werê be bila kes li ber min nekev. Dinya ye wiha hatiye wê wiha here. Lê ez hê nû bi zarokên xwe re dilxweş bûbûm û li min dinêrîn. Rûmeta min digirt in. Dinya her ku here wê xweş bibe, tu kes nikare vegerîne nebaşiyê. Lê apê we ji bîra min naçe bi xwedê li ser rêya şaş in. Misilmantî ne wiha ye.
Hinekî min xwest ku ez dilê wî xweş bikim û nêzîkî wî bûm: -Bavo te ji me re pir tişt kiriye, lê em hinekî dûrî te ketin. Mesela apê min jî, wê rojekê ew jî bên ser rê qet xema nexwe û xwe nebehecîne.
-Xwedê bike lawo lê heta wê demê mirovê pir biêşin.
Rewşa pêvejoyê jî zanîbû û ji ber wê yekê jî berî nexweşiya xwe, di wê sermê de dihat mala birayê min ji bo lê miqate be. Carinan pê re diçû dibistanê û dihat. ji xwe nikarîbû guleya kesî vegerîne lê ew yek jê re dibû sebir û dilxweşî. Pir serma dixwar di wê demê de. Ev nexweşiya wî jî ji bo wê sermê peyde bûbû.
Dibêjin bûyer bi ser bûyerê de tê. Wê şevê li şemrexê dîsa qontrayan bera şewketê xwediyê eczexaneyê dabûn û hersê lawê wî gulebaran kiribûn. Ji wan du heb hatibûn kuştin û ew û lawekî xwe jî birindar bûbûn. Giş anîbûn heman nexweşxaneyê. Êrişek nedîtî pêk hatibû. Şemrexî giş bi ser nexweşxaneyê de hilşiyabûn.Hêsir wekî çem diherikî. Yên ku nas dikir û nedikir giş digiriyan.peroşî û tevliheviyeke mezin ji bo xelaskirina wan hebû. Mirovên wê derê giş li ser piyan û alîkarî bi dixtoran dikirin. Wê şevê min termê lawê şewket î ciwan bi alîkariya du sê hebên din bir odeya muaneyê û bi tazîtî me ew radikir û datanî. Nizanim çima wê demê hêsir ji çavên min nedihat. Dixtor gotibû " yên ji miriyan an terman natirsin bila werin" em jî çûbûn. Qey di van salên xwe î hindik de em hînî terman jî bûbûn. Ji dêleva ez xemgîn bibûma , nefret di dilê min de kom dibû û qet dilînî wê şevê bi min re çênebû. Dema jin digiriyan jî hêrsê xwe ji dêleva hêsiran radikişand. Heta ku tixtor guleya wî dît nîvê şevê derbas bûbû. Dîsa em li ser betonê bi ponijîndinê man heta sibehê.
Roja dû bûyerê şemrexî dîsa dikişiyan nexweşxaneyê. Ji ber ku bavê min dikandarî kiribû, mirovan gişan ew jî nasdikirin û yên bihîstibû di nexweşxaneyê de ye dihatin seredana wî jî. Lê dilê me bi tepirep bû. Gotina dixtor ku di derbarê "seredan ne pir baş e" dihate bîra me. Lê ji neçarî û hinekî jî ji nezanî ku me digot "tiştek nabe" gelek tişt bûn. Hemşîreyan jî pir guh nedida û nedigotin "bila kes neyên." Êdî me jî pir zexm nedigirt. Me li nava nexweşşxaneyê dest bi seredanan kiribû. Bi piranî jî ya malbata Şewket.
Ez jî wê rojê ji ber başiya wî ,hatim mêrdînê. Min saxiya zarokên xwe kirin û roja din ezê vegeriyama . ji xwe zarok jî bi peroşî li bendî min bûn. lê belê hê nivê şevê nabûbû disa telefon û dîsa agahiya nexweş: "zû were bavê me dîsa kete qeyranê".
Îjar hêviya min bi tûmî bi erdê de çûbû. Hêsirê min ji mêrdîn heta Amedê qut nebû. Min digot "îjar qet nafilite". Em rabûn çûn ba tixtorê wî. Me jê re got: "Heke pêwist be emê bibin Enqerê". Lê wî got "na çi li Enqerê heye li vir jî heye." Lê em qet ne pê bawer ûn û me dizanîbû giyana mirovên vê derê û yên Enqerê ne wekî hev in û nexweşxaneyên wê derê jî ne wekî yê vê derê ne. Dîsa ji neçarî em mane li benda derî û agahiyek xêrê.
Roja 12 yan bû. Wê şevê dîsa ez nobedar bûm. Hê nû eşa bûbû. Ez û lawê metika xwe li ber derî bûn. Ji ber ku em êdî hînî nexweşxaneyê û nexweşan bûbûn hinekî xemgînî jî ji ser me rabûbû. Lê belê her tim em li bende agahiyên hemşîreyan bûn. Me hinek xwarin ji derve kirîbû û me dixwar. Carinan me henek jî dikirin. Di nîvê xwarinê de çavê min li derî ket. Bi vebûna ku derî vebû û hemşîre xuya bû em giş dîsa rabûn ser xwe . Bi awayekî sar û baldarî me guhên xwe da hemşîreyê. Dengekî xof kete guhên min.
-Xwediyê Evdilla kî ye?
Bi xweziya ku di qirika min de kom bûbû min got:
-Ez im!
Dengekî bê hêvî, dengekî nexweş. Peyveke ecêb wekî gulleyê. Sewteke dirêşî li ser çavê min ket û dû re hêdî hêdî xwe bera guhê min de...
-Serê we sax be...!
Çi bûbû ,çawa bûbû ez nizanim. Deng ji min dernediket. Çavên min ziq mabû li ser hemşîreyê. Hêsir tune bûn. Ziha bûbû devê min. Wekî mirov zarokekî ku di ser dizîya tiştekî de zeft bike ez sar bûbûm. Tu gotinên ku min bikira qey nemabû. Ez bi dîwêr re kişiyabûm û ketibûm erdê. Hinek hatin bi milên min girtin û ez rakirim. Hinekan digot " sebir bike" lê min qet fêm nedikir. Mejiyê min dileqiya, serê min gêj dibû. bedena min diricifî. Ez wekî vexumîya bûm, termikî li erdê. Heta ku dengê girî kete guhên min. Wê demê hêdî hêdî ez bi ser xwe ve dihatim. Dengê ku ji min derket tenê:
-Ma çawa ...Dibe law...?!
Belê...bûbû û qediyabû jî.
Destekî germ li ser rûyê min digeriya. Min serê xwe bilind kir mirovekî kal destên xwe li hustiyê min gerandiye. Tenê digot "hela bise hinekî bisekine. Sebir bike. Ma em çawa bikin" tahdeya jiyanê li rûyê wî î vi xemgîn xuya dibû û wî jî dest bi girî kir. Qey kesekî kêfxweş di nexweşxaneyê de nemabû.
Ji çûkaniya xwe de min gotineke wiha nebihîstibû. Min pir ji mirovan re gotibû,lê min nebihîstibû. Ji ber wê yekê jî tiştekî pir ecêb bû,bi gotin nayê. Yek li himber mirov bisekine û bê eyb û bê fedî bibêje "serê we sax be". Demekl kin bihurî bû.Hêdî hêdî hêsir ji kanîka xwe derdiketin. Jiyana min û bavê min ku bi hevre kêlik bi kêlîk derbas bûbû wekî rêzefîlmekî di ber çavê min re derbas dibû. Mezinahiya rûmeta mirovan hêdî hêdî bi min xuya dibû. Xweşî û nexweşiya jiyanê dikir zingînî di serê min de. Dilrehmî û dilovanî bi awayekî vekirî xuya dibû. Nexweşiya mirina dê û bavan pir zelal di hişê min de mezin dibû û min baş fêm dikir.
-Lê hemşîreyan nehiştin em xemgîn jî bibin û têr bigirîn jî. Gotin " divê hûn vê gavê derxin". Bi vê yekê min girî ji bîr kir û li şûna wî hêrs rapelikî mejiyê min. Bi wî awayî min êrişî hemşîreyê kir.
-Çawa dibe wiha? Ma termê çivîkan e? Vê serma û vê seqema!
Lê hemşîreyê li min guhdarî nekir got " çi ji min re" û derî li ser xwe girt. Çare nemabû digotin " cîh tune ye". Lawê metika min çû telefon kir ku birayê min jî werin. Heta çû telefon kir ez çûme ba meytê bavê xwe. Li ser sedye yê û di binê çarşefekê de bû. Xizmetkar bangî min kir û sedye kişkişand. Ez jî li pey him destên min diricifî û him dilê min lê dixist. Lê ji neçarî min alî wî dikir. Min digot qey mirov giş îro bi min re xemgîn in. Û herkes zane ku bavê min miriye. Lê jiyan her berdewam bû. Hinek li me nedisekinîn û hinekan jî li me dinehêrîn û dikeniyan. Em bi esensorê daketin qatê jêrîn. Yê hizmetkar:
-Tu li vê derê be ezê herim jor ewraqê wî çêkim.
Ma ez ji xwe xeşikî nikarîbûm bişpeyîvama. Min negot tiştek.
Li cîhekî sar û tarî ez û bavê min tenê hişti û çû.
Êdî bi rehetî min dikarîbû bavê xwe bidîta. Qet nebe minê têr li rûyê bavê xwe binêriya. Kes jî li dora me tune bû, lê bavê min veketî û ez li ser piyan. Ez pê re dipeyîvîm lê wî deng nedikir. "bavo , ma çima tu çû, çima te xatir nexwest? Çima gelo te dev ji me berda? Qey ne tu bû yê ku ez li himbêza xwe dikirim? Qey ne tu bû tevli gemara li rûyê min ez maçî dikirim? Qey ne tu bû sol, kinc, şekir ji min re dikirî. Ne tu bû di rojên herî sar û serma de ji bo me diçû kar û dihat. Qey ne tu bû ewqas pêkûtî ji bo me kişand û te jiyaneke baş nebihart.....ka dîsa ,dîsa bavo. Dîsa min carekê tenê di himbêza xwe xe û careke dawî min maçî bike. Nayê bîra min. Nayê bîra min te ez ji kîjan demê de maçî nekirime û bêhna lêvên te nehatiye bêvila min. Ma qey tenê bav di çûkaniya zarokên xwe de wan maçî dikin".
Hêsir bi hêsanî û wekî kaniya der bibe dihatin xwarê. Carinan hêdî hêdî min çarşefa wî ji ser rûyê wî dida alî û destên xwe hêdî hêdî di rûyên wî dida, simbêlên wî şe dikir,çavên wî vedikir û digirt û destên wî maçî dikir.Tu carî min ewqas xwe nêzîkî bavê xwe nedîbû. Tu carî nayê bîra min, min simbêlên bavê xwe şe dikir. Tu carî min mijankên bavê xwe wiha ji nêzîk de nedîtibû û nejimartibû.Tu carî li ba bavê xwe min hezkirina xwe ji wî re ewqas eşkere diyarî wî nekiribû.Tu carî ez wiha hînî mirinê nebûbûm. Tu carî wiha bi mezinahî ez nebûbûm biçûkê bavê xwe.
Bihar 2000































GUHERÎN

Çiya Mazî: ferhatmazi@mail.koc.net

Di bîra wî hatibû dîsa. Di bîra wî hatibû ew rojên reş, dîmenên tarî. Di bîra wî hatibû, ew qerezî, tirs xof,kîn... Hêsirên wî dîsa li pey hev ji kanîka dilê wî li kolanên şemrexê dibû şepel, li binguhê dîwaran diket. Dengê nalînan, qêrîna zarokan, tilîliyê jinan,of û axîna zilaman di guhên wî de diteqiyan.
Xwîn... erê xwîn li ber çavên wî diherikî. Xwîna zelal, xwîna ji bedenan kom bûbû. Xwîna niqut bi nuqut hatibû ser hev di bedena civakê de herikîbû û bayê reş ew di nîvê rê de hişk kiribû. Xwîna sebra dilan, xwîna heskirina çend salan. Xwîna yekbûna evîndaran,xwîna ji pêsîrê dayikan. Xwîna ji milê bav û kalan ku nehiştibû heta niha gemarî bibe. Xwîna bi hevre mezinbûna xwîşkan. Xwîna zarokatî,ku şewqa xwe dida dilê mirovahiyê.
Kê li vê xwînê dinehêrî, tipjiqî,dilerizî,diricifî, mejiyê wan dileqiya. Serê xwe li dîwaran dixist in. Bêhemdî wan awazên wan bilind dibû...hahooo, hahoo!
Du mirov li ser gola xwînê sekinîbûn. Yekî digot:
- Ji bo çi qetilkirin?... ji bo kê?...navê vê xwînê çi ye?...ev xwîna kê ye?
-Gelo ev ne xwîna kalê ªêx Seid e , li vê derê daye der? Gelo ne xwîna apê Rizo ye...? Gelo xwîna ji hezarên Helepçe ye?... Xwîna li çiyayê Agirî bi bin erdê de çûbû, ne ev e? Ne xwîna Qazî Mihemed be li vê derê derketiye ser rûyê erdê? Wekî xwîna kela Dimdimû ye; birçî ye. Dibe ku xwîna Egît be ku ji Amedê bi xwe re biribû?...
- Eyn ew xwîn in, niqut bi niqut gihîştiye ser hevdû û ji bedena Nîzam derketiye.
Mirovekî din digot:
- Lê beden... Lê bedena wî...? Qey ev ne bedena mirovan e law?... Hingizên bi bizmar, qulqulî kiriye, felişandiye; Serî, poz, dev, guh,cênîk. Tevde bi şopên bizmaran deq deqî bûne... Nava piştê,kulêmek, çîp, ran, zik giş di nava xwînê de, sor... Mil, dest, qolinc,tilî; hemî terîş terîşî bûne.
Bedena ciwan ji kuçeyê hetanî devê derî bi zikkişkê hatibû. Hew ev deng tê mabû:
- Xaltîkê...! Xaltîkê...! Ez mirim. Ez kuştim. Zû... Zû derî veke, ez mirim.
Derî vebû. Qêrîn, hewar, haho, haho. Xaltîka wî:
- Ev çi ye, çi bûye...? Kê, çima, ji bo çi...? Haho ma te çi kiribû kurê min...? Te çi bi xwedê kiribû...? De were kezîkurê xweyê... De werin lawo, de werin bibînin. De were xwakê...axx... de were hizna... of... de were dayê zînê...!
Ref bi ref. Bi lezgînî, bi hawarî, bi qîrînî hatin. Hêsir dibariyan ji çavên jinan, mêran, zarokan, xort û qîzan, kal û pîran. Diherikî, kom dibû, kom dibû li ba xwînê, tevlî xwînê dibû. Dibû şerbeta dahkê, şerbeta kînê, şerbeta hêrsê û serhildanê.
Carinan deng bilind dibûn:
" ma qey ev ne can e kurê min?... Ma qey ev ne bedena çûçikê dayika te ye...? Qey ev ne damarên goştê mirovan e...? Evqas xwîn, evqas bi hovîtî. Ev kî ne li te wiha kirine? Ev kî ne...? Qey dayika wan tune ye...? Qey bê dê û bav in...? Qey xwîna bedena wan a rehên wan, a jehremahran e? Ay li minêêêê ! Ay liminê..!"
" de werin vê hêrsê bisekinînin. De werin vê qêrînê bibirin... De werin vê şepela hêsiran qut bikin... De werin me bikenînin. Kî...? çawa...? çilo...? Hela werin lawo li me bêkes a..."
- Hela were xwakê ay li minê. Ev cahnime ye wey li te yê!
Bavê wî li cîhê biyan, wey hêsîrê!
Wey rebenê xwakê, wey li minê!
Wey bindestê xwakê, wey li minê!
Wey nîzamo lawo, wey li minê!
Wey Heseno lawo, vaya birayê te ye!
Wey Baqiyo lawo, vaye birayê we ye!
De were Apooo... De were lo!
Ax li minê wax li minê!
Weleh ev hizbî ne, wey li minê!...
Qelebalix, gazî ,hewar û ay li minê wey li minê. Papûk,reben...dawî nedihat. Lê ew çi bû...? çepik... yek, dudu.. sisê, şeş...deh...sed. giş giş bi hev re.. çepik...! yek ji nava komê
- Bilîrînin..! Bilîrînin...!
Mûyê canê mirovan dezî dezî dibûn. Tevizê li nenûkan dixist. Hêrsê xwe radipelikand mejîyan. Por gij gijî dibûn û hêsir dibariyan. Hêsiran jî çepik dibarand. Çepik jî dibû hêrs. Ji hiş xwe çûbûn mirov bi bêhna wê xwînê. Bûbû meya serhildanê. Xwîna rehan germ dibû, nûh dibû. Dibû destpêka guherîna xwîna kevin a hezar sale. Ew bayê reş, ew bayê êş û êşûkan çûbû. Bayekî hênik, bayekî ji hêla başûr, ji çiyayê şêx mihemed,ji çiyayê dîna, ji çiyayê şewla xwe bera ser şemrexê dida.
Gelên gundên şemrex, navçeyên cîran bihîstin. Dipirsîn. Dinêrîn. Difikirîn. "çi ye gelo? Em di çi demê de ne? Gelo yên wiha li wî lawikî kirine, mirovin an wahş in? Gelo mirov dikare li mirovan wiha bike? Qey ev jî hûnerek e, hunera kuştinê. Kîjan hiş dikare wiha bifikire? Kîjan dest dikare vê yekê pêk bine?"
Guftûgo,peyv bela wela dibûn. Jin li ber kuçan, li ser tenûran û şîroveyên balkêş.
- Xweyê dibêjin, canê wî ji bizmaran den denî bûye.
- Erê lê. Keçê dibêjin bîstûşeş qul di serê wî de çêbûye.
- Keçê tu zanî, dibêjin ev sofîk in.
- Na lê de bi xwedê di tariyê de ye.
- Hinek dibêjin, dibe ku dewletê wiha kiribe.
- Keçê ma kî be, ma kî be, weleh ev dijminê kesan di kesan neke wî, ma ev bobelat e wî.
- Kerê, ne salek wî bû zewicî bû. Ma ne keçikek wî çêbû ye.
- Erê xweyê. Navê wê jî Nûşîn e.
- Pepûk,pepûk. Keçê hingiz çêkirinin û bi serê hingiz ve nizanim çend bizmar kutane û bi wan bizmaran.... ayyy ay lawo, rebeno lawo hêsîro lawo. Ma qey te tiştekî çê nekiribû. Qey dayîka te nanek nedabû laaaww...!
Li qehwexaneyê mijar ew bû:
- belê Nîzam, qilafetê wî gir bû qelew bû. Yekî devliken bû, posorik bû, xortekî bi hêz bû. Niza çawa vana dikarîbûn wiha lêxin? Qey wî hîç diber xwe neda ye?
- Kuro ma bi xwedê, ger bi mêranî bihatana pêşberî wî nikarîbûn pê. Lê belê bi bêbextî, ji paş wî ve bi nedîtî û derba ewil li serî xistine. Dema li xwe zîvirîye li ser çava xistine. Ka wê çi bikira. Mirovên bêbext tim xwe li cîhê tarî digirin û ji paş ve li mirovan dixin.
- Di kolaneke tarî de li benda wî mane û dema ji qehweyê hatiye û ji paş de lê xistine. Ma ev jî mêranî ye qey, ev jî mirovahî ye law...
Bibe sibeh wê cendekê wî hilînin. Guftûgo peyv di nava gel de dibûn kom û diherikîn. Digotin: " ev şehîdê qontra yê yekem e li navçeyê. Divê tirsa me û dengê me têkeve dilê wan û guhê wan. Yan na wê qetlan bidomînin.
Wê şevê mirov bi hêrs ketin nava livînên xwe. Mejiyê wan tijî xwîn bûbû tijî şerbet bûbû. Mejî dimeyandin ji bo sibehê. Xew tunebû. Tariya sor xwe di xwînê de dakiribû. Ev şeva sor gelek nîşan didan ji bo sibehê. Xwe tije agahî kiribû û xwe ji rojê re hiltanî.
Bi dengê dîkan re agahiyên ku şevê kom kiribû da destê rojê. Tavê pir lezandibû. Sebra wê nehatibû. Zû bi zû derget di serê çiyayê dîna re. Tirêja xwe bera ser kolan û odeyan dabû. Yê bi xwe nehesiya bûn, bi bêhna tavê re ji nava livînên xwe çengî bûbûn. Yek bi yek li kolanan bûn ref. Ref bi ref li ser rêyan bûn kom û kom bi kom berê xwe dane cîhê serhildanê. Mirovan xwe bi hev ve girê dabûn. Hêrsên xwa bi awazên xwe re derdixist in. Lê nediqediya ew hêrs. Carekê ketibû dilê mirovan,xotan û qîzan. Êdî bi cîh bûbû niqutên şerbetê di nava hinavê mirovan û rehên wan de, mejî giş dîl girtibû.
(.......)
bi dengê "hevalê çekdaaaar...!" bi hiş xwe ve hat. Li ser tahteke Gebar. Tu li ku çar sal berê li ku, navçeya şemrexê li ku. Bi bêhna niquteke xwîn, bist heb xort ji navçeyê çûbûn Gebar. Ji bo evînên wan xwîna bi sedan gihîşte wê xwînê. Digotin "divê xwîna me û ya kalê me bigihîje hevdû. Heke ne wiha be em rizgar nabin"
wekî mirovekî bi dehsalan lal be û zimanê wî bigere, devê wî vebû, qîriya.
Heeey kaloooo... Kalo...!
Va ye em hatin
Va ye em her yek li bin dar û deviyek te ne.
Bi sond bi peyman,
Emê hilînin tola te
Û ya hezaran.
Emê rizgar kin dayika xwe û te.
Emê te bigihînin evîna Nûşînê....!
Û ya Nûşînê bigihînin ya Nîzam.
Pûşper 1997




















ÇAVÊ KOR DINYÊ NABÎNE

Çiya Mazî

- Çavê min dêşe loo... Ev iro deh roj in ku dîsa ez ji ber nakim der. Ez virde wêde diherim. Her kesek ji xwe re tiştekî dibêje ,herkesek rêyekê ber min dixe, lê tu fêde min ji kesî û tu derê nedît. Îjar apê min Reşo got "here ba Kalê Zeytûnî ew baş ji êşa çavan fam dike". De ezê jî herim hela bê wê çawa bibe.
Kê ji Milahîm re digot merheba, ev bersîv dida, heta ku çû ber mala Kalê Zeytûnî . Li ber mala Kalê Zeytûnî dareke zeytûnê. Di hewşê de bizinek û karika wê. Di hundir de çend firaq û dolaba cemedê.Tejikek li erdê raxistî.
- silamûelykum
Kalo:
- Wey eleykum slam we rehmetullahî berkatû ser sera û ser çava.
Hela kerem ke her rûnê.
- Na kalo xweş e.
Kalo hinekî bi henek:
- ê de xweş e ka hinekî bi min de.
- Çi?
- Nza te got xweş e.
Milahim hinekî rûyê wî sor bû û :
- ê de bila kalo
- Na lawê min ma li ser niga nabê,her rûnê û ka bibêje çi karê te bi min heye?
Milahim li ser tejikek li ser betonê xwe da erdê û got:
- Bi xwedê ez nexweşim... Apê min ez şandim ba te.
- Baş e, ser çavan.
- Ji xwe ê min jî çav e. Çavê min dêşin.
Kalê Zeytûnî weke ku berê dizane û pir mirovên bi vê nexweşiyê hatibe ba wî. Destê xwe bi rûyê xwe de anî heta çenga xwe û:
- Ne hewceyî tu bibêje hema ez zanim. Ka bibêje ev çend rojin li te wiha arya yî.
- Hema bibêje ev deh roj in.
- Qey te li derin nebaş nihêriye,an te li der dora xwe bi şaşikî nihêriye, loma li te wiha bûye.
- Na kalo bi xwedê ez rast dimeşim.
- Na lawê min ji xwe ez jî henekan dikim.
- Wele kalo ma niza.
Kalê Zeytûnî bi herdû destên xwe mijankên wî bilind kirin û weke pîsporekî lê nihêrî. Nexweşiya çavên wî di nêrînekê de dibû. Bi giranî bêhna xwe da û stend, got:
- Kurê min li min guhdarî bike...
- Belê kalo.
- Divê tu her gundê durengan û ji wê derê gihayê pûngê bîne û bikelîne heta wekî çayê bû dû re her sibeh tu rabû bera çavê xwe de ,carê bi qasî sê nuqutan. Xwedê silameta xêrê bide de here.
- Na we kalo ma ez dixwazim çavê min seetekê berî seetekê rehet bibe. Te çi got ez divê wekî te bikim
Milahim çû destên Kalo û bi xatirxwestinê re derkete derve. Sebra wî nedihat û roja din berê xwe da gundên durengan. Xweşik gihayê pûngê jî nasnedikir lê bi xortanî hinekî şivanî kiribû ji wir di bîrê de mabû. Wekî li morîkên diya xwe bigere li her derê dinehêrî. Çend colên pez jî nêzî wî bûn. Şivanên gund bi baldarî li Milahim dinehêrîn û digotin ?gelo ev li kîjan gihayî digere". Ji wan yekî, xwe zeft nekir û bangî wî kir:
- Lo birao, ma tu li çi digere ?
Milahîm bi wî dengî çen bû û li xwe verqilî:
- Bi xwedê ez li gihahê pûngê digerim çavê min kul bûne. Derdekî bê derman bi ser min de hatiye. Çend sal berê dîsa wiha bû, lê bi zorê rehet bû. Îjar way dîsa xuya bû.
Yê şivan hinekî keniya û got :
- Ma tu nizanî êşa şîrî heta pîrîye ha.
- Erê bi xwedê, yê bavê min jî û yên kalikê min jî wiha bû. Diya min digot. Îjar hat li çavên min ket.Ez çûme ba Kalê Zeytûnî ji min re got ava gihayê pêngûye, pûngê ye çi ye, bera bidê.
Şivan:
- De here xwedê ji te razî, ne werê ye. Weleh ezê ji te re dermanekî bibêjim pir baş e. Kalê Zeytûnî pir bawerî pê nayê.
- Çawa xwedê ji te razî, dibêjin çavê vî welatî giş rehet kiriye.
- Ya jî giş kor kiriye.Niha ezê ji te re bibêjim tu guh bide min.
- Ê de hela bibêje . Ma wekî din dermanê min tune ye ez mecbûrim li te jî guhraî bikim.
- Tu zanî divê tu şebê bişewitîne û hûr bike û heba wê li çavê xwe bike. Jê re dibêjin heb şikenandin. Heta serê sibehê çavên te wê sipî sax bibin.
- Rehme bira lo ?!
- Ez ji te re dibêjim !
- Ê ma dibêjin ?ê birîndar bi birîna xwe zane?. Ma bi xwedê qey kî çi bibêje ezê jî bikim.
- Na bira bi ya herkesî neke .Herkes wekî xwe dibêje. Tu bi ya herkesî bike tê dawîyê kor bibe ha.
- Lê ez çi bikim bavê min.Bi xwedê hinekan ji min re gotin "here tixtor" lê ez û tixtor dûrî hevin. Ji xwe tixtor jî derewan dikin.Dermanê giha hê bêhtir baş e, apê min jî dibêje.
Bêhneke din jî bi alîkariya şivanan geriya. Du sê baqê pûngê rakir û berê xwe da malê. Gihayê pûngê anî,lê ji alîkî jî dilê Milahîm liser şebê hebû. Bi dizîka wê şevê him pûng û him şeb bera çavên xwe da . Lê ji dêleva rehet bibe ,serê sibehê çavên wî bû wekî bizotê êgir,dikira ji serî bazda. Wekî gêja li dora xwe dizîvirî. Haho hahoya wî bû û digot: - Haho kes tune kevirekî li serê min xe.
Jina wî û zarokên wî giş li dorê kom bûbûn. Kesî nizanîbû ku şab bera çavên xwe daye. Heta ku pê hesiyan îjar gişa bi ser wî de dikir pite pit. Cîranên wan jî pê hesiyabûn. Ew jî lê kom bûbûn. Dîsa herkesî ji xwe re tiştek digot. Hinekan qerfê xwe pê dikir,hinekan ji bo xwe pê şêrîn bikira derman li ser derman dianîn.
Malbata milahim pir dewlemend bûn,bi keriya pezê wan,bi hezaran dolim erdê wan hebû. Heke zanebûya û ji tixtoran bawer bikira dikarîbû di rojekê de biçûya wî serî dinyê. Lê qet nedifikirîn jî. Hebû tunebû ji wan re, gihayê çolê bû.
Sê roj û sê şevan bi wî awayî ma. heta bi avê û firkandinê çavên wî ji şebê safî bû. Lê hê êşa berê dom dikir. Wê Şeva ku gihayê pûngê dîsa kelandibû nasekî wî din jî hatibû sertêdana wî. Him ava pûngê bera çavên xwe dida û him jî rêya dermanekî din rê milahim dida.
- Kuro ma kê got pûng dermanê çava ye,de bi xwedê derew e. Ma qey nayê bîra te pîrika min zero xwîna genê bera çavê zarokan dida.
Milahim him destê wî bi çavê wî ve bû û lê guhdarî dikir.
Bi awayekî ecêbmayî:
- Rehma te îjar ev ji me re ji ku derxist kuro ,ma gene çi ye? Cîranê wî jî ji tixtoran ne kêmtir bû û sola Kalê Zeytûnî di taqê re avêtibû. Hey digot.
- Kuro ma qey deng bi serê te de nare weleh tu guh li min nekî tê kor bibî ha. Hişê xwe bi serê xwe de. Ma kî bibêje çi tuyê wekî wan bikî. Dibe ku hinek sibê bibêjin xwe di tahtê jî werke , ma tuyê xwe têwerke.
- Erê hela ez vî dermanî safî bikim, bao bi soz ezê wê jî têxim çavên xwe. Lê dibe ku ez fêdê ji pûngê bibînim. Ma hema hê yek xelas nabe hûn tiştekî din ji min re dibêjin.
- Hella hela ew tim a xwe dibêje û ji kerê şeytên danakeve.
- Ê bila heyra bila. Qey emê qozîkek çavê xwe ji genê re jî bibînin. Bila kujek ji wê jî re be.
Wê şevê jî bi pûnge derbas kir. Lê qet rehetbûna çavê wî Milahîmî tunebû. Sê roj û sê şevan pûng bera çavên xwe da. Xweha wî î mezin di ber de rûniştibû û jê re loqmanekî din vedigot. Milahim ji bêgavî lê guhdar dikir.
Xweha wî:
- Birayê min, ev kesê ku ez dibêjim pir qala wî dikin û destê wî bi şifa ye,hema her carekê wî jî biceribîne. Ma tiştek ji te kêm nabe.
Lê hê dora geneyê nehatibû. Ji xweha xwe re got :
- De ka emê xwîna geneyê jî bera bidinê heke rehet nebû emê herin ba xalê derman sor jî. Wekî te got ma tiştek ji min kêm nabe.
Tiştek jê kêm nedibû lê her diçû roniya çavên wî winda dibû. Bi ya mirovên wekî xwe dikir. Heke bi ya mirovê ji xwe zanetir bikira û wekî wan tevbigeriya wê rewşa wî cûda bûya. Pismamekî wî ku li Enqerê zanîngeh xwendibû jî hatibû malê. Lê li rewşa wî dinehêrî pir zivêr dibû û pê re dixeyîdî, digot:
- Kuro ma qey tu carî tixtor nayê bira te ku tu her ba wî?
- Na lo ma tixtor çi ye, em kurmancê reş in looo.
- Ma kurmancê reş çiye law. Qey hertiştê pîs û xerab para kurmancan e. Na weleh ez ne kurmancê reş im. Ez kurmancê pakij û baş im. Qey em jî ne wekî alemê ne. Divê çi tiştên ji bo me baş be em wî bi kar bînin. Heke bibêjin here asîmanan divê em hewl bidin ku em herin.
- Belê... law de qey wiha hatiye wê wiha jî here.
- Na! Divê tu here tixtor. Divê tu jî hinekî were ser hişê xwe birayê min. Hinekî em jî wekî mirovên dinyê bi nûjenî bifikirin. Ma heta kengî nezanî para me?
Milahim bi van peyvana serê xwe bera ber xwe dida û digot ? erê".
Lê dibû sibeh dîsa bi a xwe dikir. Xweha wî jî bi dizika jê re digot:
- Wiyê ku ez dibêjim, dermanê sor li çavan dike û rojekê rehet dibe.Nevê wî Dirano ye ji gundekî Dêrikê ye a niha li wêranşahrê rûdinê. Hema ez dibêjim ji wî şaş nebe,ew qencê xwedê ye.
Êdî bi firkandinê û dermanên ku lê kiribûn, çav lê bûbû pîvazên biraştî. Sê roja ser hev gene bi ser çavên xwe de heciqandibû. Heta ku gene didîtin li axuran li nava pez digeriyan û yek zeft dikirin çavê wan dirijiya. Ji bilî ê Milahim! Lê çend roj derbas bû ,henek bûn genek û çavên wî hê pir bû kortal. Êdî ji ber fedî jî dikir, birîn mezin bûbû. Destmaleke reş î mezin lê digerand. Wekî kofiyekê li serî çê dibû. Carinan ku hinek di ber re derbas dibûn digotin " we ma milahim te xwe kiriye wekî pîreka law!". Hinekan jî digotin "qey te reş girê daye". Her ku diçû dibû pêkenînê alemê.
Ketibû keftûleftê ku dîsa here ba Kalê Zeytûnî. Lê xweha wî ji bo dirano diranê xwe bi serî de biribû. Hingî xweha wî bi ser de dikir pite pit,ji ber nekir der û kete rêya Wêranşahrê ba Dirano. Bi pirsê wekî mirov here xursê. Ew jî bi pirsê li nawa taxa êş di maleke bi kevrê reş hatibû lêkirin de Dirano dît. Li mala wî pir kes hebûn û her yek ji bo nexweşiyek xwe hatibûn. Te digot qey fakulteya Amadê ye ketibûn rêzê. Pertavê milahim bilind bûbûn û digot "îjar rast e, çavê min ê rehet bibe." Bi hetîketiyekê xwe gihand ber deriyê Loqman Dr. Dirano . Berdestkê Dirano ew şanî wî kir
Dirano:
- Ha ! bibêje kurê min hewala te çi ye?
- Xalê Dirano bi xwedê...
Hê gotina xwe xelas nekiribû yekî niqurçandê:
- Kuro nebêje xalê Dirano, bibêje şêxê min.
Milahim li xwe hay bûbû ku li ba yekî mezin e. Disa dest bi peyvê kir:
Mirovê wê derê hey hevdû daf didan jibo dorê. Jin kal pîr û zarokê seqet giş li dora xwe pêledar bûbûn ku Loqman Dr. Şêx Dirano wan bipelîne. Lê milahim dora miayenê zeft kiribû û wê bîstek din di endroskopî re jî derbas bûbûya. Destên wî li ser nava wî li ser hev û got:
- Şêxê min bi xwedê ev çend meh in ku çavê min li min arya ye. Min tu derman nehişt, lê rehet nebû.
Dirano ziq li çavên wî nihêrî û reçete ji deva rêz bû:
- Dermanê sor... ! Vî dermanî ezê bi te dim. Lê divê tu qet şaş lê neke, an na tê kor bibe ha kurê min.
- Na ez heyran, na ez qurban. Ma tu çi bibêje ew e. Ma pirên din jî derman dane min lê pê rehet nebû îjar ez ji a te şaş nabim.
- Ji xwe ez dibêjim tu çûyî ba wa şeytanana, ba tixtoran. Ez wana dikarim ji tûrê xwe...yanî ji bêrîka xwe derxim.
- Na heşa ez kurban, ma loqmanekî wekî te hebe ji xwe em kolê te gunehkarin ku em herin ba wan.
Hê ew û Dirano dipeyîvîn. Kenekî zaroka ji dawiyê:
- hîî. Hî. Weleh ez viya nas dikim.
Zarok di destê bavê xwe de bû û hey li bavê xwe dinehêrî û digot:
- bavo.. ma ev ne gerokê dihat gundê me.
- hiş kuroooo. Xwedê riya bavê me sitirandiye. Hiş lawo îjar gerok çiye.
Lê ji alîkî jî wî jî baş li Dirano dinehêrî. Ew jî ketibû fikaran digot "gelo ew e. Weleh eyn wekî vî ye. Te dî zarokê vî zemanî." Bi piste pist ji lawê xwe re got "hişşşş" û tevlî bala mirovan gişan li ser, hêdî hêdî derkete derve û çû.
Qey guhên Dirano jî qul bû. Bihîstibû ew gotinana, ji ber wê yekê dengê xwe rakir û:
- Li min guhdarî bikeeeeee..! Bi qasî kulmekêêêêê...
Di çaydanekî xeeeeee û bikelîneeeee...! bila baş bikele heta ku dixana wî bû aaaaaav û bi ser çaydan de herikî. Wê demê tê hinek xwê tevlê bikeeee û sê roja, carê sê nuqutaaaaan, bi şev ku tu raza bera qula çavê xwe bideeeee. Her rojê jî nanekî bide xizanekî. Temaaaam... Xwedê şifa xêrê bide.
Miayena wî xelas kiribû û derman jî dabûyê. Dawî bi dengekî nizm:
- Lê tu çû Mahmûd bibîne û here ha... Ka bila yê din were zû hê ezê herim camiyê, zûûûûûûû....!
Hê nepirsî bû ku Mahmûd kî ye, yê berdest bi milê wî girt û kişand alî hêwanê. Bire ba hesabdarê wî Mahmûd. Mahmûd jê pirsî:
- Çend çavê te dêşe?
- Ma ew jî peyve law! Herçar çavê min jî... Wî ! Te ez jî şaş kirim ! Du çavê min in law,herdû jî.
Mîster Mahmût pere stendin û oxir kir. Lê pereyê ku jê stendibû bi qasî ku mirov deh carî here Enqerê û were. Temî jî lê kir ?heke rehet nebû dîsa were ha!?
Dermanê ku dabûyê di şûşeyekê de û xiste bêrîka xwe ,dîsa di nava kolanên wêranşahrê re ha dilikumî û ha bi çavê xwe dibilîya berê xwe da xopana bajarê xwe. Dema hate malê omîdiyên wî bi kêf li benda wî bûn. Dema hat hundir û ji wan re qala dergeha Dr. Dirano kir, hema bibêjin gişa dixewst aniha çavên wan kul bibe û herin ba Dirano... hinekan ji hêrsa dikirana ji milahim re bigotana şêxê min. Ma ne ew jî çûbû ba Dirano. Destê wî jî pê bûbû. Tew nebe ew jî piçikek şêx bû, lê ne ji çavên wî bûya, aniha ew jî şêx bû.
Dermanê Dirano jî bera kanîka çavên xwe da. Yê pir kêfa wê dihat û dida lotikan, xweha wî bû ,ji ber ku bi ya wê kiribû. Çend rojan hinekî sivik bû lê heta ku bandora dermanê sor ku ji koka sûsê çêkirî bû qediya,dîsa êşa xwe domand. Ji ber ku ewqas pereyê wî çûbû û dîsa dêşiya, bêhna wî teng bûbû û bi ser xweha xwe de dikir bare bar. Sê roj berê bêhna mala şêx jê dihat aniha jî bêhna genî. Xweha wî jî ji bo xwe bibexşîne tiştine din digot:
- Ê birayê min ma ez çi bikim xelkê gişî digot min jî got dibe ku baş be. Ê de tu dixwazî em yeke ku pismamê xwe mar kiriye bibînin. Milahim dîsa şaş bû:
- îjar ew kî ye? Qey ewê jî dermanê kesk û zer bide min?
- Na birayê min,yên ku pismamê xwe mar kiribin, biskên xwe di çavan didin û çav rehet dibin.
Dibêjin pir baş e ji çavan re.
Milahim tu rê nedidit ji guhdarîkirinê pê ve. Her diçû çav kor dibûn, roniya wan kêm dibûn. Êdî ji dermanên bê pîvan û bi nezanî serê wî jî û dev û pozê wî jî dêşiya.
Zimanê wî jî lal dibû. Carinan dipeyîvî tu kesî jê fêm nedikir. (ji xwe wî jî tiştek ji xwe fêm nedikir)... Dîsa da ser rêya xweha xwe û li yeke ku pismamê xwe mar kiriye geriyan. Li gundê wan pir kes hebûn ku dodmamên xwe mar kiribûn. Lê dilê wan bi piran nexweş bû ku yê neyaran li çavên wî neyê û nebaş be. Yekî ku ne ji gund, lê li gund rûdinişt dîtin û jê destûr xwestin ku biskên jina wî di çavê xwe bide. Mêrik bangî jina xwe kir û jina wî biskên xwe pênc şeş caran di çavên milahim dan. Milahim bi diayan ji mala wan derket.
Di ser biskan re deh roj derbas bûbûn. Kesekî ku tiştekî jî jê re bibêje nemabû lewra çavên milahim tarî dibûn,êdî ber xwe qet nedidît. Kesî jî guh nedidayê. Kor bûbû milahim. Carinan bi keser ji yên derdora xwe re digot:
- law ma çavê mirov kor dibe mirov dinyê nabîne law.
Min nizanîbû law...!
Lê hê nû hişê wî hatibû serî û bi tepikan bi serê xwe ketibû:
- Ma qe seriyo, qey tu vala ye, an hinekan ji dêleva mejî ka xistiye te.... ma hema pîvaz jî di serê min debûya baş bû. qet nebûya kesî nikarîbû tiştekî din têxistayê. Xwezîka ez biçûma tixtor... xwezî....
Bihar 2000












SERPÊHATIYA MIN Î BER DERÎ

Çiya Mazî: cmazi@hotmail.com

Ez îro zû rabûme xwedêgiravî. Min cilên xwe zûdeee li xwe kirine. lê ez hinekî bêhiş im , tiştan jibîrdikim. Tu nebê ez hatime ber deriyê odeyê bêhemdî xwe. Min jî got qey ez li ber deriyê derve me, haya min ji qufleya bi derî de dardakirî tunebû. Bi şid min derî kişand, lê bêxwediyê derî çima li pozê min neket. Dema li pozê min ket û xwîn bi ser min de hat wê demê deriyê derve ji min ve xuya bû. hiii ihi de ka îjar ezê çi bikim. Law ne tubî ne ev bêhişiya te be. Ma qey tu nikarî bi rehetî derkeve derve jî. Bi lezgînî min paçikek danî ser. Lê belê çiriyabû mîrat. Hîn destê min li ser bû. Çavê min li zimanoka ku qufle pêdakirî ket. Ew jî şikestibû. Min dev ji pozê xwe û xwîna wî berda ez bi dû zimanokê ketim. Ket bîra min ku jina min bibîne wê bibêje çi. De bi xwedê wê bibêje te çima ev şikand. Qet li pozê min nanêre û wê li dora zimanokê here û were. Pozê min çiye bavo... ma kî li ber pozê min dikeve. Lê ez jî zanim ezê bibêjim çi ha . ezê bibêjim ma qey ev hesin ji pozê min çêtir e. ma zimanok li ba xerat , biborin li ba hesinkar çêdibe , lê pozê min. Bi xwedê tu kes nikare vî pozê min î bedew wekî berê bike. Ma tixtor dikarin? na bi xwedê. Qey wê çend kêlan bidê û hew. Lê gelo wê wekî berê bibe? Gelo îjar mirov bi vî pozê çiriyayî wê ji min re nebêjin, kemo. Belê. Lê îjar ev fikra jina min ne bû bêdadî hûn bi xwedê kin. Bi rastî jina min ji min hez dike lê ax, nev hûrik mûrik fikirandin bûna wê çi baş bûya. Dikare sê seetan bi ser pisîkekê de bike bare bar.
Kuro ma derî jî qet ji min re negot hêdî. Qey ew jî meteryalîst e. nexwe meteryalîst dibêjin otubos li ser rê tê , hûn bisekinin wê li we biqewime. Ev jî tiştekî wiha ye. xwezî deriyê me îdealîst bûya û xeyal bûya. Ji xwe wê demê ez û jina xwe jî ji hev nedixeydîn. De werin vî kerî di vî buhurî re derbas kin. Kî tê bila bê. Lê yên ku bên alîkariya min divê zewicîbin û panzdeh salê wan î zewacê be. Hinekî jî nivîskar bin wê baş be. Ji bo ku heta sibehê ranekevin û li ser min û derî û jina min binivîsin . qey ez wê demê wan dibînim ka mêr çawa nin.
Migot de çi dibe bila bibe ya coyek li erdê ya yekl li hewa. Tu ferq û merq û dolar tuneye. Hela tu nabêje min hê çima sola xwe nexistiye pê. Gelo ezê xwas biçûma kar. Vê zivistana. Nigê min wê bixeyîdin îjar. Ji xwe her tiştî min ji min xeyîdî ye ji ber vê pênûsê. Îjar nigê min jî bixeyîdin a baş ew e. de sola min jî ev sê sal û nîv in ez dixim pê . gewr î boz î rewane. Sosinê gulik û qeytan e. ne diqete û ne diçire. ( mîrat ma tu biqetî qey wê dinya xera bibe, ev sê sal e te ez zeft kirime û tu bernade, ez jê zivêr dibim jî ew ji min zivêr nabe). tu dibêje qey sola min ji min çêtir zane enflasyon û den fîlasyona welatê me. Miheqeq. Heke ne wisa bûya qey wê têketa rehetokê. Bi rastî ne ku bêaqiliya dike , ma wê yekî wekî min li ku bibîne. Ez tevde pêncî kîlo me. Ma heke ne van nigên sivik bin qey wê here ser sergo jê pêv? Ew jî vê yekê dizane, ji ber wê yekê ku dema ez bi revê diherim dike çîrke çîrk. Min jî digot qey kevn bûye ji ber wê yek. Lê ez aniha têgihiştim ku ji kêfa ye. lê ez jî lê miqate me haaa! Ne ji ber hezkirina min , ji bêgaviya tunebûna pereyên hûr. Yên hûr tune ne û yên gir jî pêde nabin li ba min. Ew pereyên ku min li boyaxa wê daye jî ne hindik e. bila qe . ma qey yê nû boyax nabin. Belê ew jî.
Ez û sola xwe li hev baniyan lê ka hûn nabêjin îjar ez dê behsa çi bikim an min çi ji bîr kiriye. ma hûn di kure zanin ezbenî. Şemsiya min... ma vê baranê ka ezê bi çi awayî derkevim hûn nabêjin. Dibe ku min di serî de behsa Baranê nekiribû, lê zivistane bavê min. Ma bê baran û berf dibe? Zivistanê berf divê, adar û gulanê gef divê. Havînî jî çi divê, ew jî kêf divê. De îjar ne şamsiye jî, min şewqeyê xwe ji bîr kiriye. ji xwe berê min şemsiye bikartanî, îjar min ji bîrkiribû ku min ew bi şewqe guheriye. Hero diro min û şemsiya xwe li hev dixist. Ji ber ku wê bi a ba dikir û bi a min nedikir. Ba bi ku de diçû ew jî bi wî alî de diçû. Bawer bikin min evîndarê wiha neditiye. vî bayî nizanim çend şemsiyê min bi xwe re birin. Dîsa nizanim çend heb bi birîndarî teslîmî min kirin. Carinan çar pênc heb birîndarê mala bavê lalo li hundir erz û namûsa wan herimî, çêdibûn. Dikandar ji ber kirîna min î şemsiya dewlemend dibû û ez her diçûm xizan dibûm. Ji ber wê yekê min rabû şewqeyek ji sûka ga kirî. Heke ga ye heke çêlek e ez jî nizanim. Lê şewqe jî lê tê firotin. De îjar ez hero ji dêleva şemsiyê şewke li ser serê xwe qebûl dikim. Ji xwe serê min çargoşe ye. dema dikeve hundirê şewqe dozer jî nikare bikişîne. Bayê kur çiye bavo ! ba ji wê de tê ez jî wê de diherim. Şewqeyê min qet xwe tev nade. Tew baran û berf li ber wî ne tişteke. Ez tînim heta nava çavê xwe û destmala xwe lê digerînim û li himber wî bayê ûcaxkûr dimeşim. Qet ez nabêjim tu ji ku tê dihere ku. Kêf kêfa emerê misto ye. şemsiye çiye îjar. Êdî şewqe bi rasatî jî bûye serokê serên tazî . bûye dildarê ciwanê haco. Pêşiyên me negotiyê bila serê qe û qûû..biborin niqên we necemide. Belê gotiye. Lê em guh nedin pêşiyên xwe emê bidin mêşên kê.
Ez dibêm qey min tiştek ji bîr nekir û min derîyê dawiyê vekir. Hey haaat û hey çû, ma ne hê deriyê hewşê heye ...!






















wey gewrê wey

Çiya Mazî

Wez kevokim lê lê lê...
Kevoka şînim way way..
Li ser bana ber bana ...
Wez datînim way way...
Ku pêlên dilê wê rabûya û li ezmanê devê wê bixista, wekî masiya li ser avê bilîze, xwe kil dikir û tenê ew strana dihate bîra wê digot. Li seriyê din jî Sidîqê dînoke Pê re dida halanan û ew jî diçû pêşiya karkeran û destê xwe li hevdû dixist û digot:
Çok içmişim
Nanaaaay...!
Wexta iş e
Nanaaaay...!
Haydê biçin
Nanaaaay...!
Wiha dest bi kar dikirin Gewrê û Sidîq. Bi vê yekê him kêfa karkeran dihat û him xwe li kar dişidandin. Gewrê her ku pêştmala xwe î pembo tije dikir û radibû ser piyan, wekî têkeve serê govendê, destên xwe li paleyan kil dikir û dest bi sitrana xwe dikir. Hertim şariyeke mezin li ser serê wê bû. Pişta xwe bi awayê ku here cengê,girê dida. Dawa xwe bi bin piştikê vedikir û pêştmala xwe pê ve dialiqand. Di nava paleyan de kesî wekî wê çak, tune bû. Her tim di pêşiya wan de bû û xeta xwe berî wan dibir serî. Tu kes jî heta niha neketibû serê wê ku pê re bizewice. Ji xwe malbat xizan bû û bavê wê ji ber wê yekê koçî bajêr kiribû. Diya wê çend xort pêşniyazî wê kiribû lê wê nepejirandibû. Zivêr bûbû ji wê jiyanê,zivêr bûbû ji civakê û hertim di ber xwe de digot " ezê rojekê biteqim lê ezê hema biteqim". Lê nedixwest vê zivêrbûna xwe bi awayekî sivik bîne zimên û dilê wê hertim li yan bû.
Dema sibehek din hatin ser erdê pembo, dîsa bi çavê dilê xwe li mirovan nihêrî. Çavê wê li ber xortê motora avê ket ku xortekî tenik î lihevhatî, bi cilên nû î ûtîkirî,bi porê paşde qulupandî, li himber wê sekiniye. Lêvikên wî î sorik û şîrinokî, dest bi tîrêjan kiribû û hey li dilê wê dixist. Hêdî hêdî ber bayê wî ket û berbi wî diçû. Wê îjar xeta ku nêzî wî hilbijîrt û hinekî bi derengî dest bi çinînê kir. Him diçinî û him di bin şariyê de lê dinêrî û bi çavên xwe digot " çi xortekî narîn, çi xortekî nazik, çi xortekî bêdeng û henûn yarebî". Ku destên xwe davêt gupikên pembo î nerm , wekî tiliyên wê li ser rûyê wî î sorik be, li tûmê pembo digeriya. Destên wê çinîn nedikir te digot qey wan tiliyana qurincik li bedena bedew didan. Her çiqas nawê wî ne xema wê bû jî bi dengê: " Serkaaaan !" , bi hiş xwe ve hat. Lê belê ew nav zû di hişê wê de bi cîh bû û li ser hev di nava diranan de çû û hat: Serkan, Serkan, Serkan.... Serkan !
Serkan zîvirî aliyê deng û ji bo pê li heriyê neke , milên xwe û piyên xwe bilind kir û gavên xwe wekî yên leglegê heta çongê bilind kir û meşiya. Heta çû ba çawîş jî çavên Gewrê pê re çû.
Haya wan ji Sidîq çêbû ku dîsa çûye pêşiyê û halanan dide:
Çok îçmîşim
Nanaaaay..!
Wexta îş e
Nanaaaay !
Haydê biçi
Nanaaaay !
Karker dîsa giş pê dikeniyan. Lê Gewrê ne bi kesî re peyîvî û ne guh da Sidîq. Êdî li dawiya paleyan mabû. Ji xwe hevala wê Xedra bi vê rewşa wê hesiyabû û jê re got:
- Keçê ma çi bi te hat?
Piştî demeke bi keserên kûr bersîv da:
- Tu zanî ezê jiyanê serobin bikim.
- Çi jiyan qîzê?
- Jiyana min î girtî, jiyana te î qeydkirî.
Bavê wê ew neşandibû dibistana amadeyî, tenê heyşt sal xwendibû. Di wan heyşt salan de bi jiyana bindest û jiyana azad jî hesiyabû. Li bende rojek wiha, li bende xortekî wiha bû. Navê wî gelek carî , li gelek deveran hatibû guhê wê, lê qet ewqas bi hingivî ewqas bi hestiyarî neketibû nava diranên wê û ewqas tahm nedabû zimanê wê. Ma dibû ku peyvekê navêje vî kesê ji hewa de jê re hatiye.
Bi mabesta av vexwarinê, bi hêzeke babirînî, bi dilekî gupegup, bi gavên ricifokî li ber Serkan sekinî.
- Gelo hûnê pereyên me çi wextê bidin me?
Qet nesekinîbû ,qet li dora xwe nenêrîbû, qet fedî nekiribû û qet nepirsîbû tu kî yî, tu ji ku hatî yî , tu lawê kê yî û qet nefikirîbû ku wê Serkan jê re bibêje çi. Pere ji xwe re kiribû mane. Dirêşên ji çavên wê derdiketin xwe li çavên Serkan diqewimandin.
Ji xwe Serkan şaş û metal mabû. Rûyê wî hê jî tije xwîn bûbû , te digot qey wê Gewrê
Dade wî, xwe vekişand û bi awayekî peroşî got:
- Pereyê çi xweha min?
Gewrê ne bersiva wî da û ne jî deng hatibûyê . Dixanekê girtibû ser mejiyê wê,gêjo mêjo li dora lêwik digeriya. Li qutikê wî, li pantorê wî, li sakoyê wî,li porê wî û li çavên wî dinerî. Lê pir li çavan dinerî.wekî têxe hundirê xwe dikişand. Serkan bi tirs jê bi dûr ket û berê xwe da erebeyê. Ew û çawîş lê siwar bûnû hêdî hêdî ji nava erd bi dûr ketin.
Gewrê di dilê xwe de digot "belê lawikê stenbolî. Hê destpêk e,hê heye ji min û te re,hê emê pir golan qam bikin,hê emê li ser gelek kaniyan avê vexwin û gelek çeman gav bikin." Û bi awayekî westiyayî berê xwe da xeta xwe.
Çavê xedra li ser wê bû. Bi hatina wê dîsa pirsên li ser hev rêz kirin.
- Çi bû keçê? Ew çibû gidî? Ma tu dîn î qîzê?
- Dîna çi lê tew tu jî .ma hema em tenê dîn in?
- Qîzê ma ew lawkê xerîb,û li vê rasta xwedê, tu wextî têketa hundirê wî? Gewrê bi lêvên xwe mizmizî û xwe daqulî tûmên pembo kir. Îjar hêdî hêdî , lê ji hundir de:
"wez kevokim lê lê lêê
Kevoka spî me wey weey..."
Bi halekî xerab xeta xwe biribû serî. Êdî dema bêhnvedana xwarinê hatibû. Paleyan hêdî hêdî berê xwe didan konan . Birayê Gewrê û xwişka wê î dehsalî jî hatin ba wê û bi hev re çûn hundirê kon. Îro ji sibehê heta nîvro ew neketibûn bîra wê. Mezina wan ew bû . Keçika dehsalî û birayê 12 salî li destên wê dinêrîn. Bavê wê û diya wê herdû jî nexweş li nava bajêr bûn. Wan jî li destên wê dinêrîn.
Bi lezgînî ketin amadekariya xwarinê . Çend heb hêk danîn ser tipê û hinek bacanê ku ji dora erd anîbûn hûr kirin. Xwişk û birayê wê zanîbûn ku guherînek di Gewrê de heye. Bejna wê î zirav nedisekinî wekî diricifî. Çavên wê î şîn hinekî sor bû. Carinan jî porê xwe î zer bi ken li ba wan çê dikir û girê dida. Bala wê jî ne li wan bû. Carinan jî çavê wê li derekê ziq dima û dikete nîgaşên kûr. Lê xwişka wê dixwest balê bikişîne û got:
- Xwakê ma emê hero hêkan bixwin?
Bi vê pirsê bêhna Gewrê teng bû û got:
- Ma lê emê jahrê bixwin? Qey tiştekî me hebûya û me karibûya hero goşt Bixwara, emê jî ne li vê derê bûna. Ma ka bavê me û diya me çi ji me re kirine, ji bo jiyana me çi tevger kirine? Ji dêleva me bidin xwendinkirin ,li benda keda me manin.
Bi vê peyvê hersê jî bi xemgînî sekinîn. Heta niha peyvên wiha di nava wan de û herwiha ji devê Gewrê derneketibûn. Wekî ew jî li xwe hay bûbû û di ber xwe de kir piste pist: " ma gelo wan ji xizaniyê karîbûn çavê xwe vekirana û gelo kê çima ew bi xwendinkirin nedan?"
Her êvar û her navroj xwarina wan ev bû. Tenê carinan ew bacanê reş li se tifikê diqelandin an dibiraştin. Di bin konê naylonî de xwe li hevdû dipêçan. Bi vê Xizniyê, bi vê bindestiyê re dilekî azad î azad bi xwe re hildigirt Gewrê. Carinan ji bo Serkan difikirî û digot. "bi xwedê ezê wî di dest xwe xim. Bi xwedê ew di ku keve û lawê kê be , bi xwedê ew nexwaze jî ez dê wî bikim berdestê xwe".
Roj bi van fikaran û bi nîgaşên serpêhatiyê re derbas bûbûn û hefteya hevdana pembo î dawî bû. Sidîq li pêşiyê bû dîsa van rojên dawî êdî Sidîq hê pir kêfxweş bû û bi devê xwe î lalik,bi destên xwe rastê ku seqet bû strana xwe li pêşiya karkeran bi berdewamî digot. Êdî karkeran digot "emê xeta te biçinin bes tu ji me re "nanay" bibêjî". Giş li benda halanên wî bûn :
" de... De hadê siddîq ! "
Siddîq jî :
- De hûn jî ...hadê çepik çepiiik..!
- Çok içmîşim
Û karkeran bi hevre
- Nanaaaay!
- Wexta iş e
- Nanaaaay!
- Haydê biçin
- Nanaaaay !
Bi çend dubareyên bi kêf, paleyan dest bi çinînê kiribûn. Hinekî dilezandin da ku berî baranekê erdê xwe biqedînin. Lê Gewrê dîsa ketibû nîgaşan û tenê carinan bi xedra re dipeyîvî lê bala wê li cîhekî din bû. Ew lawikê narînok di hişê wê de tevdigeriya.
Bi giregira erebeyê ji cîhê xwe piloz bû . Çavê wê li erebeya luks î sor sekinî. Ramanên ku îro çend roj di hişê wê de bû hate bîra wê. Wê dîsa biçûya ba wî û evîna xwe yekser dşiyar bikira. Dîsa destê wê ji kar sist bûbû. Erê destê wê li ser tûman bû lê hişê wê dilê wê û çavên wê , hema bibêjin bedena wê giş li ba Serkan bû.
Serkan jî bi pêşwaziya çawîş re berê xwe dabû nava erd. Qutikekî zer û li ser wî jî sakoyekî şîn hebû. Qirika wî î zirav wekî qirika dîkan der bû. Bêhnekê bi çawîş re li dora erdê ku bi daran dorpêçkirî geriyan. Lê belê riya wî bi aliyê Gewrê neketibû. Gewrê ji ber wê yekê zivêr bûbû û bêhna wê hatibû serê bêvila wê li maneyekê digeriya ku xwe bigihînê. Dema ku Serkan û çawîş çûn ba konan wê jî xwe amade kir. Lê dixwest wî bi tenê zeft bike. Bi boneya vexwarina avê xwe gihandibû nava konan. Li benda tenêmana Serkan bû.Serkan û çawîş ketibûn gengêşiyekê. Serkan hinekî bi çawîş re dixeyîdî û destên xwe ber bi aliyê paleyan vekiribû. Bi wê nîşanê çawîş ber bi paleyan ve çû. Bi vê yekê re bi qasî dinyê bêhna Gewrê fireh bû. Bi lezgînî berê xwe da Serkan û pir bi biryar bû. Ji xwe ewle û bê guman bû.
Dema gava xwe î dawiyê avêt û li ba Serkan sekinî, dîsa di bîra Serkan hatibû . Lê wekî berê Serkan netirsiyabû. Dibe kû ji ber gengeşiya wî û çawiş bû . Qet dengê xwe nedikir û li Gewrê niherî. Lê bala wî ne ya evînê bû û tu gûman pê re çênedibû. Bi peyvên Gewrê î li dû hev rêz kirin, disa hinekî tirs pê re çêbû.
Gewrê:
- Tu zanî ma... Ez te dixwazim. Hema ji cara ewilî ku tu hatî vê derê, şewatek bi dilê min re çêbû.
Serkan bi matmayî û peli wela devê xwe:
- Xwiş... Xwişka mi... Min..! Ma ev çi ye? Ez te nas nakim bibore.
- Tu min nas dikî ,nakî ne xema min e. Ez jî te baş nasnakim. Lê ez dibêjim eva ya dil e. Ma tu nizanî.
- Xwîşka min, hê min nû zankoy xelas kiriye. Min jiyana xwe hê serrast nekiriye û li.....
- Û çi ?! Hela li min binêre tuyê yeka weke min bibînî gelo?
- Na, ne ji wê yekê . Ez .... Ez aniha nikarim dil bigirim. Ez te nasnakim û dê û bavê minjî tiştê wiha naxwazin.
- Çima? Ma qey tu ne xort î?
Hê dipeyîvîn çawîş xwe nêzîkî wan û got:
- Serkan efendî bi xwedê kes dev ji karê xwe bernade û teqez divê yek me re bê.
Bi vê yekê Gewrê qet nefikirî û got:
- Çi ye? Ezê bêm.
Çawîş:
- Belê bi xwedê. De ka Gewrê xwe tevbişidîne û emê herin bajêr hinek alav bikirin.
Sertkan hinekî kir mize miz lê dawiyê ji bêgavî pejirand . Gewrê jî bi lezgînî çû cilên xwe guherî bi hevre ketin erebeyê û berê xwe dane bajêr.
Tim çavên wê li neynika erebeyê bû û li Serkan dinêrî. Serkan hê jî hinekî tirs û gûman pê re hebû lê ji ber wê dewlemendiya xwe û erka bavê xwe qet guh nedida Gewrê û lê nedinêrî. Çarinan jî ji bo wê bitirsîne, xwe diguripand û xwe qure dikir.
Ji qelebalixiya erebeyan û mirovan bala Gewrê jî êdî jê qetiyabû, heta hatin li sûkê sekinîn.Serkan ji çawiş re got :
- Hela bê tu nikare hinek cixare ji me re li vê derê bikire?
Çawîş daketibû û di nava qelebalixê de winda bûbû herdu tenê mabûn di hundirê erebeyê de . Gewrê li benda fenekê bû. Hêza xwe kom kir û herdû destên xwe li hustuyê Serkan gerand. Bi carekê wecê wî zîvirand û lêvên xwe bi rûyê wî ve zeliqand. Sekan bi xeydekê xwe ji nava lepan xelaskir û deriyê erebeyê vekir. Di ber xwe de jî got: " yarebî ev çi bela ye?"
Gewrê jî di dilê xwe de got: " erê bi xwedê tu bi ku de here tê têkeve nava destên min û lêvên te wê têkeve nava sînga min. Ez çi bikim û çawa bikim tu yê min e lawiko"...
Wê rojê Gewrê gava xwe î duduya avêtibû. Piştî çend rojan kar xelas bûbû. Bawê Gewrê û diya wê ji xwe bi çar çavan li benda wan û pereyên ku bianiya bûn. Dema ku gava xwe avêtin malê li pereyên wan pirsîbûn. Lê qet ne razî bûn ji wê rewşa Gewrê î cûda. Guherîn ji wan jî ve xuya bû. Hê rojên pêşî dîsa bahsa zewacê bi yekî cîranê wan re dikirin. Berê jî hatibû holê lê belê Gewrê qet ne ecibandibû.
Gewrê navnîşana Serkan sitendibû û hê hefteyek derbas nebûbû li cîhê wî digeriya. Ji alîkî jî di bin re ji dê û bavê xwe re nîşan dikir. Lê bavê wê ne bawer bû ku malbata Serkan bixwazin. Ji xwe jî wiha çê bû. Bi awayekî tund bersiva neyînî stendibûn.
Gewrê êdî tu kar nedikir . Hebû tunebû Serkan. Bi biryar bû ku ramanên di serê xwe de bîne cîh. Lê derfetên wê tunebûn. Tim bêhiş bû û rojekê bi wê bêhişiya xwe hat û li ber şibakeyê sekinî. Di ber bavê xwe re derbas bû jî bavê xwe nedîtibû. Bi dengekî bilind.:
- Ezê bikim... Ezê bikim lawiko, tu min nekî jî. Ez sond dixwim ezê jiyanê biqulipînim. Ezê devê mirovan ji hev bihêlim. Ezê bikim ku bi salan bêû gotin... Ezê bikim ku qîz û jin bi min re rizgar bibin.
Bi vê gotinê bavê wê li ber wê sekinî.:
- Qîza min... Ev çi peyv in tu dikî ? Hela ji min re bibeje. Çi bi te hatiye? Bi xwedê tu tiştekî derî adetan bike, ezê xaxan bînim serê te.
Gewrê bi dengekî bilind û bi kerb:
- Çi... Çi bavo çi...? Ma tu dibêjî çi? Qey qîz ne mirov in? Qey hertim emê li destê we binêrin? Qey hertim wê mêr me virde wêde bibin? Qey hertim pey ya wan e? Ma we çi kir ji mirovan û jinan re? Her dem şer,nexweşî . We çi kir ji me re hi ?!
Her ku diçû bi ser bavê xwe de diçû û dengê xwe bilind dikir. Bavê wê bi van peyvana pir hêrs bû û çavê xwe girt û destê xwe bilind kir ku lêxe, destên wî î hestî û çerm li hewa diricifî. Gewrê bi kelogirî û bi lezgînî ji wê derê çû.
Hêrs bû, digiriya, çavên wê sor û diçû qotê serê wê. Demeke dirêj bi niqrîsk li ser nivînan veket. Difikirî ku îşev dest bi birêçûnê bike û digot "ma biryar divê rojekê berî rojekê biruh bê û îro jî ez bi xwe ewle me teqez divê ez gavekê bavêjin an na ramanên min wê pûç derkevin û ji tiştekî re nabin.". Bi ramanên kûr li benda şevê ma. Qet malbat û rewşa malbatê ne li ser hişê wê bû. Seet nîvê şevê derbas kiribû. Dê û bavê wê û xwişk û birayê wê raketibûn. Li benda firsetekê û li ser nivînên xwe rûniştîbû.
Bêhneke din rabû û li hundirê malê geriya. Bêrîkên dolavan û buxçik giş saxdikir. Di tariyê de destên xwe ber bi binê balîfa bavê xwe ve bir. Tiştê ku lê digeriya dîtibû. Bi lezgînî ji nava balîfê kişand û xiste paxila xwe. Çû cilên xwe li xwe kir û li benda berbangê ma. Bi gewrbûna dinyê re derî li xwe zîvirand.
Di kuçeyên teng re bi lezgînî birê ve diçû. Şiliya payîza paşîn daw û delingê wê di nava heriyê de hiştibû. Li ber cihê ku berê dîbû sekinî. Hinekî li benda vebûna dikanê ma. Hêdî hêdî dengê simîtfiroş û çerçiyan bilind dibû. Herwiha dengê tirênê û dixana wê jî tevlî ya bajarê tije xaniyên wekî mezelan dibû. Bi baldarî li dixana tirênê dinêrî. Wekî hinekî xemgîn bû û fikarên cîhêreng di mejiyê wê de diçû û dihat. Wekî ku vana gişan ji hev bela bike got: " bi xwedê ezê bikim haa!". Hêza wê dîsa kom bûbû û dûrika Sidîq hatibû bîra wê:
" çok içmîşim nanaaay
Wexta işe naaanay"
.... Û dengê xwe radikir dîsa:
" wez kevokim lê lê lê
Kevoka spîme way way
Li ser bana bin bana
Ez datînim way way
Wez aşiqê lê lê
Çavê şînim way way
Ji kerba dila lê lê
Ez har û dînim rebenê..!

Bêhneke derbas bû xwediyê dikanê hat. Ji ber qilafetê xwe î gir û qelew bi zorê daqul bû û kilîta dikanê vekir. Herdû tevde ketin hundir. Xwediyê dikanê zanîbû ku hatiye çi. Dema ku ji dikanê derket destên xwe li tûrê xwe şidandibû û lîstika xwe de gava sisiyan jî avêtibû. Êdî veger jê ve nexuyabû sekin tunebû. Her ku diçû û dilezand, wekî ku ji tiştekî qirêj, ji tiştekî bi tirs direviya. Haya piyên wê ji hişê wê tunebû. Heta hat li ber mala Serkan sekinî. Lê belê hê tiştekî din hebû ku bikira. Ji xwe hê dema derketina Serkan jî hebû. Çavê wê li ser rê bû. Bêhneke din destê xwe li texsiyeke zer bilind kir. Di dû guftûgoyek kurt kete hundirê texsiyê û rûnişt. Neçûn. Bê sebir bû. Ajokarê texsiyê jî lê şaş mabû lê qet nepirsî ku wê çi bike. Tenê Gewrê,gotibû "heta demekê emê bi hevre bin".
Xortê tenikî î dirêj pardesûyê wî î li ba diket, di pêlikên xênî de sivik sivik dadiket. Çentê di dest de wekî yê karsazan tije û dibiriqand. Bi lezgînî berbi texsiyê ve dihat.
Hatibû ber texsiyê. Gewrê hilmeke kûr kişand hundirê xwe. Bi lezgînî derî vekir û devançeya di destê xwe de li Serkan bilind kir û got:
- Xwe tev nede û têkeve texsiyê .!
Serkan veciniqî , şaş bû, rûyê wî zer bû û tiştek negot. Tenê herdu destên xwe bilind kir û berbi texsiyê ve çû. Bi dafdana Gewrê re kete hundirê texsiyê. Gewrê bi xeyd ji ajokar re got:
- Zû bajo..!
Texsî bi rê ketibû. Tirseke mezin girtibû ser Serkan. Bi lêvricifandinê re got:
- Çi ye? Çi qewimîye? Ev çi ye?!
Gewrê:
- Hişşş, hiş ! Ez te direvînim, îjar te fêm kir !
Û revandina çi law!? Ma ev çi sosret e?
- Belê sosret e. Lê belê bawer bike ez bi biryar im heke tu li himber min derkeve ezê te bikujim.
Ajokar dengnedikir lê di bin simbêlan re dikeniya û tenê fermanên ku Gewrê didayê bi cîh tanî. Hinekî ew jî bi peroş bû lê jiber ciwaniya wî wekî ji vê tevgerê hez kiribû.
Ji nava bajêr derketibûn . Wekî çawa di hişê xwe de saz kiribû wiha dom dikir, Gewrê. Li tu deveran nesekinîn. Di nava erdên pembo û zeviyên dirêj î bi dar re desrbas dibûn. Li ber çemê Menderesê. Hê zaro û zêç,jin û mêr bi hevdana pembo re mijûl bûn. Ser çavên jinan bi poşiyê girtî tenê çavên wan girtîbû. Hinek jin hê jî di bin xirarên pembo de dinaliyan. Zarokên bi herî û çiravê dilîst in hê jî bi kêf bûn . Jiyan ji bo wan bi awayekî asayî didomiya. Lê ew tiştana qet bala Gewrê êdî nedikişand. Tenê destên wê bi hevre bi devançê girêdayî û tilîka wê li ser tetikê bû.
Piştî demeke din, rêya gundê ku wê biçanayê xuya bûbû. Wî gundê ku xalanê wê lê bûn di ber kuntera çiyayekî debû. Nêzîkî li nîvro bûbû. Li ber perê gund daketin. Bi hinek temiyan, Gewrê pereyên ajokar dayê û ji hevdû qetiyan. Texsî bi şûnde ew jî di ber darên perê gund de meşiyan. Herdu tenê mabûn. Êdî ji Serkan re, hêviya tiştekî ku bike nemabû . Tenê bi gotinên Gewrê û bêdeng dimeşiya.
Gewrê ji bo ku bêhna xwe li derekê vekin çavê xwe digerand. Di nava lêmiştan cîhekî ziha dîtin. Gewrê daw û dêlên xwe da hev û goreyên xwe kişand ser derpiyê xwe û di ser cihoka avê re gav kir. Serkan jî li pey , hatin li ber lêmişt û mêwên tirî î bi pelên zer rûniştin. Şaşwaziya Serkan hê jî jê neçûbû û dema ku rûniştin cixareya xwe bi ûfe uf derxist û pê xist.
Li wê derê bêhnekê herdû jî ketin nîgaşan. Çavê Gewrê ziq mabû li koka darê "ew kokên darên ku li ber çemê gundê wan, ew ava ku di bin pirê re derbas dibû bi xuşexuş, ew golikên li nava wan daran diçêriyan, dengê wan zarok û mirîşkên li nava dahlê dipekiyan" dihate bîra wê.
Serkan: " ew xirexêça kargehê, fermanên bavê wî ku bi qêrîn bi karkeran re dixeyîdî .. Gelo ku bavê wî bibihîze wê çi bike? Gelo diya wî niha rûyê xwe neqelaştibû ji bo kurê xwe î nazenîn? Gelo niha neçûbû qereqolê, gelo niha kolan bi kolan lê nedigeriyan?"
Belê eyn wisa. Bavê wî roja ewilî çûbû qereqolê. Ji polêsan re gotibû " hinekan lawê min revandiye." Pêolêsan jî pirsên cihêreng jê kiribûn û digotin " dibe ku terorîstan lawê te revandibê". Li malê jî ne xwarin û ne vexwarin hebû. Ji ber peyvên jina xwe jî nikarîbû di hundir de bisekine. Jina wî êdî di nava nivînan de dipeyîvî û bêhal bû.
Lê dê û bavê Gewrê , tenê bi stuxwarî li hev rûdiniştin û hêsir dibarandin bi ser hevdû de. Li tu derê negeriyabûn. Hêviya kar ji Gewrê dikirin,hêviya xwedîkirinê jê dikirin. Malbatê gişî xwe pêve girê dabûn. Dara jiyanê bû ji wan re . Hêviya wan bi carekê şikestibû. Ne kes hebû alî wan bike û bigerin û ne ew karîbûn li tu derê bigeriyana û bipirsiyana...
Gewrê û Serkan demeke dirêj li ber wê cihokê rûniştin. Êdî ro hêdî hêdî berbi ava diçû. Bi tarîbûna dinyê re li deriyê xalê xwe xistibû.
Dengê xalojina wê î zirav:
- Kî ye?
- Ez im xalojinê, Gewrê. Gewra îsa.
- Pepûk ! Tu li çi digerî law? Vê êvara Gewrê !
Derî li wan vekiribû. Malbat hê giş di ser şîvê de bûn. Şaş û metal li Gewrê û Serkan dinêrîn. Xalê Gewrê bi çavên xwe î beloq û dengê stûr:
- Were xwarzê...! Ev çi li we qewimî ye qîza min?
Gewrê hinekî bi fediyok û serê wê di ber wê de:
- Wele xalo hema hazir bixwaze.
- Vê êvara hema ji nedîtî . Çi bûye lawo?
- Xalo niha ezê ji te re bibêjim.
Jin ji tiştên wiha fêm dikin. Xalojina wê jî ku bi derî ketibûn ji wan fêmkiribû. Lê belê rewşeke ecêb hebû. Serkan stuxwar bû û wekî ku Gewrê dabû pêşiya wî. Xalojinê li vê yekê şaş dima.
Bi hevre şîv xwarin . Bi hinek hal hewal pirsînê ,bûyer hinekî zelal dibû. Ji bo çay çêkirinê, Gewrê bi xalojina xwe re çûbû metbaxê. Bi wê kêsê xalojinê jê pirsî:
- Çi ye keçê? Ev kurik kî ye? Bi zorê tu anî an na?
Gewrê bi ken got:
- Na xalojinê...min.
- Te çawa?
- Ez dibêjim min ew bi zorê anî .
Xalojinê bi matmayî destê xwe bir ber devê xwe û:
- Hîîî..! Pepûk porkurê ! Serê min serê sosreta ye
Gewrê îjar bi awayekî fediyok:
- lê ...! Yanî min ew revandiye.
Xalojina wê ,hê pir ecêb mabû û hinek bixeyd:
- Ma keçê qey tu dîn î? Ev tiştê ecêb.
Îjar hinekî bi hêrs û bi xwe bawer Gewrê:
- Tiştê ecêb çiye? Qey mafê min û zewacê tune ye?
- Belê heye, lê heta niha kesekî tiştekî wiha nekiriye. Ma qîz û xortan birevîne û bi zorê, dibe?
Gewrê hinekî din jî bi bêhntengî û dîsa halanên wê hişê wê tevdida. Got:
- Çima nabe ? Kesî nekiriye, ezê bikim. Wê rojekê hinekan bikira, hema ew kes bila ez bim. Pêşî yek tiştinan diguherînin û mirov jî li dû wan diherin. Ezê jî bibim rêber, ma ne baş e?
Xalojina wê zor dida hişê xwe û got:
- Keçê bi xwedê tu pir hatiye guherandin, tu hatiye berdan.
- Belê xalojinê , ez hatime guherandin, lê ez ne beradayî me. Ji xwe jiyan wiha bi pêşdikeve.
Piştî van gotinana , çay çêkirin û anîn odeyê. Dema ku xalê wê fêm kiribû hinekî bêhna wî teng bûbû. Li malbata wan û xizaniya wan difikirî .
Xalê wê î gir û qelew lê li gorî temenê xwe çak û li ser xwe bû . Porê wî î sipî ji wî re ne nîşana pîrbûnê bû . Hê karê xortekî bîst salî dikir. Tilîyên wî ji kar kert girtibûn. Piştî ponijandinekê berê xwe da Gewrê û got:
- Ê qîza min , te wan zarokana , dê û bavê xwe, di wî halî de hiştine û tu hatiye. Ma wiha dibe.
Gewrê li ber xalê xwe pir nikarîbû bipeyîviya. Tenê got:
- Xalo bi xwedê min carekê biryara xwe daye ûdî ez nikarim vegerim. Hema çi dibe bila bibe.
Lawê xalê wê î xort jî rûniştibû, lê belê nedipeyîvî, tenê guhdarî dikir, Cano. Lê hinekî xemgîn xuya bû. Tim li Gewrê dinêrî û di ber xwe de dikir ufe uf.
Ew şev hinekî bi xemgînî hinekî bi fikaran derbas bû. Wekî êvarî xalê wê gotibû, cîhekî ku li serê çiyê wê ji wan re bibûya star. Serê sibehê zû bangî wan kirin û Cano da pêşiya wan, berê xwe dan nava çiyan. Cano li pêşiyê Serkan li dû wî û Gewrê jî li pey wan di nava dar û deviyan re bê deng birê ve diçûn. Gewrê pantorekî qot li xwe kiribû û qocixê Cano jî bi ser milê wê dakirîbû. Hinek cil ji Serkan re jî dîtibûn. Ji bo tedarika xwarina rê jî tûrê Cano tije bû.
Hê rê nêvî nebûbû Serkan betilî bû. Rûyê wî î berê sor ji seqemê wekî tu di xwînê dake. Tim dikir fişe fiş û bêvilka xwe paqiş dikir. Carinan disekinî û xwe rehet dikir. Di deverinan de jî Gewrê an Cano bi destê wî digirt û derbas dikirin .
Lê qet ne xema Gewrê bû. Li mêrdînê di nava çiyan û li ber deviyan mezin bûbû. Biçûkaniya wê bi nahtorî û şivaniya berxik û karikan derbas bûbû. Herwiha şerê li welêt jî pir dîbû û jiyabû. Ji bo betilbûna Serkan carinan qerfê xwe pê dikir û digot:
- De hadê qeda min... De hadê lawikê tahmtitkan..!
Bi vê gotinê pir zivêr dibû Serkan. Pir difikirî,diponijî û dikete nîgaşan. Ew jiyana wî î xweş ku nigê wî nedibû herî tu carî, îro li nava dar û deviyan bi strî û keviran re diçû.
Bi gotina Cano ku got " em hatin" re, li cihê xwe rûniştin û hersêyan jî bêhneke fireh sitendin. Dû re li cîhê Cano nîşan kiribû, nêrîn. Xaniyekî ji nêvî ji textan nêvî ji kevirên belek çêkirî , hewşa wî î bi kevirên mezin ku êdî şîn bûbûn, diyarbû ku pir kevn e.
Piştî bênvedanê ku ketin hundir, gotina pêşî Gewrê kir :
-Cano bi xwedê ev eyn wekî mahsereyên gundê me ye. Lê ka emê li vir çi bikin? Em nikarin pir li vir bimînin ha ,Cano.
Cano bi ken û wekî qerfên xwe bi wan bike , destên xwe li dora xwe zîvirand û got:
- Gewrê vê dera cihê seyranê ye, bi quran vira pir xweş e. Pir mirov li vê derê mane . Heta doh yekî nasekî me li vê derê bû. Binêrin hê nivîn û firaqên wan li vê derê nin. Çend rojê din wê bên.
Lê Gewrê peyv zîvirand:
- Lêbinêr Cano ez bi te bawer im. Ji xwe xalê min û xalojina min me fêm nakin . Piyekî wan li vê dinyê ye yê din li dinya din e. Divê tu pirsgirêka me çareser bikî.
Li dû vê gotinê Cano hinekî dirêj dirêj li çavên Gewrê nêrî, keserek kişand û got:
- Belê Gewrê... Belê tiştê ji testê min bê ezê bikim.
Piştî cûyîna Cano herdû tenê li ber beroşkê hewşê diponijîn. Lê hê jî bi hevdû re wekî hevalan nedipeyîvîn. Serkan rahiştibû darikekî û him diponijî him jî ew darik di erdê vedida. Bi wî darikî pûşê li dora xwe dabû alîyekî din. Bêdengiyeke ku xew tanî li dar bû. Carinan dengê çivîkan û carinan ku ba dihat dengê pelên daran dibû melodî ji wan re. Pûş,kevir,taht. Dar ,ba, tav û ewr... Gewrê, Serkan û gêrîk... Belê, gêrîk jî carinan dibû mêvanê wan xerîban. Serkan carinan ew gêrîkanê ku di ber wî re derbas dibûn yek bi yek dijmart û carinan jî datanî ser destên xwe û li piyên wan î hûrik dinêrî.
Gewrê rehet bû. Carinan stran digotin û carinan jî porê xwe vedikir û çêdikir. Carinan jî li dora daran digeriya û carinan wê jî wekî Serkan li nava pûş rûdinişt,gerîk dijmartin.
Bi carekê bêdengî hate birîn. Dengê Gewrê î serkeftinê çivîk ji ser guliyên daran firandin.
.... Wez kevokim lêêê lêêê
Kevoka şîn im way way
Li ser daran bin daran
Dil digerînim way way
Serkan bi şaşwazî li bedena qurfok temaşedikir. Lê Gewrê hey dom dikir. Di gavên ku avêtibûn de, ya mezin jî bi serfirazî avêtibû. Dikira bifirîya û wekî çivîkan xwe li ser pelan daniya. Heta roj çû ava bi stranên evîniyê li ser piyan diçû û dihat.cara dawî strana Sidîq jî hatibû bîrê û li gor wateya demê jî hêdî hêdî bilêvkir:
Çok içmîşim
Nanaaaay
Wexta îşeee
Nanaaay
Haydê lawiko
Wey weeey
Dema ku berê xwe bi Serkan vekir û digot, hinek fikar di serê Serkan de çêbûn. Lê bêhna wî teng dibû û wecê xwe bixeyd diguherand.
Gewrê ji nedîtî xwe çengî destê Serkan kir û hişk zeft kir. Bi hêz berbi xwe kişand û li dû xwe kaş kir, berbi xênî ve. Lê Serkan bi xeyd destên xwe ji nava lepê wê xelaskir û bêdengiya xwe xera kir,got:
- Çiye lêêê? Ma tu çi dixwazî ? Welleh ev rewş pir xerab e ji te re. Tu zanî tu çi dikî newer?!
Gewrê jî bi xeyd û dengê bilind:
- Belê, ez zanim ez çi dikim. Ma çawa ez nizanim?! Bi xwedê ya dawî ye ! Bi xwedê tu işev nebî yê min ezê qiyametê rakim. Bi xwedê xeyalên min bi avê de herin, êdî ne ez û ne tu li rûkalê dinyê nagerin.
Serkan hinekî tirsiya û hêdî hêdî rabû li pey Gewrê berbi xênî ve çûn. Di wî xaniyê sar û tarî de, tenê roniya qelşên şibake û deriyan ber wan ronî dikir. Gewrê sobeya teneke tije qurmik kir û agir pêxist. Bîsteke din heta hestiyê wan germ bû. Di hundir odeyê de nivîn û hin firaqên di refa hişkiberê de ku binecîhên berê hiştibûn û li dîwêr jî xalîçeyek sor î binexş hebû. Ev xanî wekî qonaxeke dildaran xuyadibû. Gewrê destê xwe avêt nivînên ku bi merşekê pêçayî û raxist. Doşek û lihêfa hirî li benda herdû mêvanên îro î ciwan bû.
Gewrê mûmên ku bi xwe re anîbûn jî pêxist , danî ser rûniştekê û li ser nivînan xwe avêt. Dîsa bêdengiya wan dinya sekinandibû. Îjar dengê çivîkan û ba ji dûr de dihat. Dengê hilma wan dibû wekî sohbeta lalan. Îjar ew rewş pir dom nekir û Gewrê bi peyvên dirêşî Serkan anîbû nava nivînan.
Mûm vemirandibûn. Du raman di du seriyan de li dar bû. Serkan bi ramana revê re mijûl bû. Gewrê jî li bende bû ku xwe çengî gola evînê bike. Tarîbûna şevê ji Gewrê re mizgîn, ji Serkan re wekî mirinê bû. bi dengê kundan û ba, ketin xewn û nîgaşên bêbinî.
Serê sibehê, pêşî Serkan rabû. Poşmanî û xemgîniya şevê ew westandibû. Li ber derî rûnişt . Bêhneke din Gewrê jî hate ba wî . Destên di stuyê wî re avêt û hinekî xwest ku dilê wî xweş bike, lê deng ji Serkan nedihat. Bêhna sibeheke ku ne wekî yên din, ronî ,giran, bi peroş, bitirs û xof dihat . hinek poşmanî, hinek kêf, hinek zarokî, hinek xortanî û hinek mêranî û xweşikiya xwezayê xuya dibû vê sibehê.
Hatin hundir û dest bi vexwarina çaya ku Gewrê çêkiribû kirin. Hêdî hêdî wekî ku wecê Serkan vedibû û hinekî jî serbest dipeyîvî. Cara pêşîn bû keniya û got:
- Erê, hela bê wê çi bê serê me Gewrê ! Te ez bi xwe ve girê dame û ez aniha di qefesê de me.
Bi vê yekê kêfa Gewrê hat û wê jî got:
- Looo! De ma çi dibe bila bibe. Ma ne ew dinya sal û carek e ?
Êdî wekî hinekî lihevhatin di navbera wan de çêdibû.dipeyîvin û henek dikirin. Hata ku ro nîvro derbas bû.
Bi pêjnekê Gewrê ber bi derî ve bazda. Ew û Cano li ber derî li hevdû qewimîn. Di bin alavên ku anîbûn de helkehelka Cano bû.Gewrê xêrhatin lêkir, lê ew nepeyîvî û li ber derî xwe avêt erdê. Av jê re anîn û çayeke ku li ser sobeyê germ bû vexwar, hinekî bêhna wî hate ber wî. Gewrê dest bi pirsên xwe î dawî nedihat kir û pirs li ser pirsê dikir. Cano jî yeko yeko bersiv dida. Bavê Serkan bang dabû rojnameyan û li çar alî li wan digeriya. Bi polêsan çûbûn mala bavê Gewrê. Bavê Cano jî ji bo çareyekê bibîne çûbû mala bavê Gewrê. Bi van yekan Gewrê hê bêhtir bi biryar dibû, lê Serkan dîsa ditirsiya. Piştî van pirs û bersîvan Gewrê biryara xwe dîsa quta kir û got:
- De çi dikin bila bikin , bila canê te sax be lawê xalê min. Ma êdî em jin û mêr in.
Bi vê gotinê re mejiyê Cano leqiya, tiştê ku nedixwest bînê zimên hişê wî tevlihev dikir. Heta niha tiştekî wiha pê re çênebûbû û xwe ewqasî nêzîkî Gewrê nedîtibû. . Wekî ku Gewrê ji dest çûbû, xeyîdî bû. Bi carekê çeng bû serxwe û bêhemdî xwe ber bi derî ve çû. Gewrê jî li pey rabû û got:
- Çi bû kuro? Çi bi te hat?
Bi bergera Gewrê, bêhneke din bi ser hişê xwe ve hat û wekî ku nexwest bi rewşa dilê wî bihesin, peyîvî got:
- Êêêê ! Îjar emê çibikin?
Gewrê bi rewşa wî hesiyabû lê dîsa di xwe dernexist got:
- Divê tu vê rewşê ji xalê min re bibêjî ha.
Hatibû guhê bavê Serkan ku lawê wî di çi rewşê de ye. Li kerê inyatê siwarbûbû û yeka xwe nedikir dudu.digot "divê illehî ez wê keçikê bidime girtin" Gewrê wekî "eşqiya bi lêv dikir û digot " em ketine dewra tercal".
Bav û diya Gewrê jî , destên wan hatibû girêdan nizanîbûn wê çi bikin. Xizaniyê û qelsbûniyê pişta wan dêşand. Peyva wan qet pere nedikir.
Heta deh rojan jî bi wê tirs û xofê dem derbas bûbû.çavê Serkan hê jî li revê bû. Lê Gewrê hê jî bi ser de diçû. Cano jî bi bayê evînê ketibû, ta girtibû. Ramanên ecêb di hişê wî de jî bi cîh bûbû.
Gewrê, li alîkî serkanê ku bê dil û dilê wê ketibûyê, herwiha qîzaniya xwe dabûyê û li alîyê din jî yekî ku dilê wî ji bo wê şewitîbû difikirî. Lê belê nedixwest vê bûyerê wiha li hewa bihêle. Dixwest bi Serkan re peymanekê çêbike. Lê ew diltengiya Serkan ew ditirsand û ji Cano jî bi gûman bû ku ji bo dilê xwe karê wê nemeşîne û alîkariya wan neke.
Roja sêzdehan bû li wê derê. Êdî ew û Serkan bi roj li dora xênî digeriyan û bi rûxweşiya Serkan re jî êdî dipeyîvîn, diçûn li încazan digeriyan û carinan jî seyda çivîkan dikirin. Tevlî vê yekê jî dema ku behsa bûyera xwe dikirin dijberiya wan diyar dibû û radibûn hevdû.
Her dû jî bi ponijandin li ser tahtekê rûniştibûn. Gewrê bi axînekê berê xwe da Serkan û got:
- Tu çima min naxwazî?
Serkan hêdî hêdî berê xwe dayê û got:
- Wiha ji nişka ve çêbû loma. Dîsa dinya min û te ne yek e.
- Qey nabe em ji niha û pêve ji hevdû hez bikin?
- Nizanim... Lê ku te bi zorê kir û...?
- Gelo ne bi zorê bûya, ev tiştê cûda wê çêbibûya? Jinên Kurd her tim bindest mezin bûne û wê bindestiyê li bedena min xwe kiriye serhildan.Ez jî ji vê yekê ne bawer ku ez bi ser kevim,lê heta dawiyê ez dê hewla serkeftinê bidim û ez bawer im dê di demên pêş de ev yek wê xelatê bistîne.
Serkan jî hinekî bi awayê zanistî got:
- Lê yên wekî te diviyabû wekhevî biparastana. Tu dibêjî serkeftina jinan û aniha tu xwe dikî serdest.
- Wekhevî baş e, lê carinan ji bo wekheviya dualî çêbibe jî divê jin jî serdest bibin. Heke tim mêr serdest bin, dê ev rewş zor bê guherandin.
Carinan bi guftugoyên wiha tije wate jî rojên wan derbas dibûn. Bi piranî jî çavên wan li rêya Cano bû.
Cano îjar hinekî dereng mabû,dîsa tûrê wî tije û li deriyê wan xist. Bi hatina wî re. Bedena Gewrê hinekî tevizî bû. Ji xwe gotina Cano î :
- Bavê min got " ev bûyer wê nexweşiyê derxe, ji Gewrê re bibêje bila dev ji vî karî berde û lawikê xelkê berde."
Bi tûmî qudûmşikestî bûbû Gewrê. Bêhneke din Serkan tenê li hundir hiştin, ew û Cano ji xênî bi dûr ketin. Cano jî dixwest dev ji Serkan berde. Û Cano jibo Gewrê ne lawikekî xerab bû , lê ji ber bindestiya jinan ku xwe di bedena Gewrê de derkiribû ji Gewrê re bûbû babeteke xîretê û nedixwest ji biryara xwe vegere. Ji bo ji xwe re piştgiriyê bistîne jî dixwest bi Cano re mara xwe çêbike. Cano ji vê yekê zivêr dibû. Lê Gewrê bi biryar bû û digot:
- Bi xwedê ez dev jê bernadim û ew dê bibe wekî berdestê min,hema çi dibe bila bibe.
Lê Cano digot:
- Gidî ma du mêr dibin? Ma jinek û du mêr? Tu êdî dînoke difikirî. Tuyê me gişa rezîl bike, tiştên wiha nabe law !
Lê Gewrê digot:
- Ma çima nabe kuro mi got qey te jî hinekî dinya dîtiye.Tiştê nebûyî mirovên dînoke dikin û dû re rê vedibe.
Cano ecêb û şaşmayî :
- Ma qîzê aniha vî tişta di civaka me de dibe?
Gewrê:
- Ma yên civakan diafirînin, ne mirovên wekî me nin? Gelo kê civak di vê rewşê de hiştine? Ma ne mêran? De ezê jî mêran ceza bikim.
Cano nedixwest devjê berdê û digot " wê rojekê bê ser rê" . Dema vegeriyan xênî Gewrê peyva xwe î dawî ji Cano re kir:
- Cano ez te dikim ,tu jî min dikî ?
Cano bêhnekê sekinî û :
- Belê lê wiha nabe?
- Dibe dibe ! Ma çima mêrek du jinan bîne kes nabêje tiştek.
- Qîzê tu vî tiştî nikarî bi kesî bide pejirandin. Lewre ji dmên kevn de ev wiha hatiye û ev adet tore wiha ye.
- Di dîrokê de ji xwe heçî tiştên ku çêbûne bi destê mêran hatiye çêkirin. Heke yê mêran dibe û jiyana mêrekî ji çar jinan re pare dibe û her jinek jî ji parçeyekî wî mêrî parê distîne, ev jî tiştekî ku jinan wekî ne mirov dibîne, bila ew jî tunebe û mêrek bi jinekê tenê re bizewice.
- Ê ma tê biguhere?
- Belê ez, lê kê biguherîne? Ne ez, ne ew lê kî ? Bila em jî carinan serdest bin da ku mêr rûmeta wekheviyê bigirin...
Gewrê bi vê yekê re ew jî xistibû dafikê û hêdî hêdî ber bi tiştekî ecêb ve diçû. Pêşiya wê di hişê wê de ronî lê di rstiya civakê de tarî û bi têlên dirîkî girtîbû. Cara dawî ku Cano het Gewrê amadekariya dudan dikir. Xwe xemilandibû. Cano û Serkan jî xemilandîbûn. Li bin darekê mase danîbûn. Kaxezek pênûsek li ser û şûşa avê jî li horta maseyê bû. Gewrê û Serkan, li ba hev rûniştibûn. Serkan jî ji bo marê çû li himber wan rûnişt. Kesî deng nedikir. Tirsa jiyan cûda, tirsa civakê, bedena wan dorpêç kiribû. Ji bo serkeftinê bi gûman bûn.
Cano hêdî hêdî dest pê kir û got:
- Tu qîsa îsa Gewrê, bi xwestina xwe, bi fikra xwe î azad, lawê memed Serkan , bi heval jiyanî dipejirînî?
Gewrê hinekî sekinî û bersiva ku wê rûpelê dîrokê bêne nivîsandin got:
- Erê !
Cano zîvirî ser Serkan û got:
- Tu Serkan, qîza îsa Gewrê bi hevaljiyanî, li tevlî mêrekî din dipejirtînî ? Serkan destê xwe bir nava çavên xwe û kesrek kûr kişand. Hinekî dibin çavan re li Gewrê nêrî, lê bi raman ku " wê tim ev tişt bi avê de here, lê ji bo ez demê bibuhurînim ezê bibêjim bila". Û got:
- Erê !
Îjar sekan çûbû himber wan
- Tu lawê hesen Cano, tu Gewrê bi tevlî mêrekî din bi hevaljiyanî dipejirînî?
Cano hinekî biken ku wekî nediket serê wî got:
- Erê !
- Tu Gewrê qîza îsa, tevlî mêrekî din tu Cano dipejirînî ji bo heval jiyanî?
Gewrê êdî wekî veqer qet tunabe got:
- Erê !
Cara sisiyan Gewrê li himber wan bû. Got:
- Tu Cano lawê hesen tu di vê biryara ku jiyana civakê biguherî û jiyana me sê heban bihevre girêbide, amade yî ? Tu ji bo jinekê bi mêrekî din hevpar bike dipejirînî?
Cano dîsa keniya û got:
- Erê !
Zîvîrî Serkan :
- îjar tu Serkan, tu jî vê jiyana jineke bi du mêr dipejirînî?
Qet nesekinî û hinekî bi bêhntengî got:
- Erê.. Erê !
Di dû vê peyva dawî de Gewrê rahişte qedeha avê û qurtek lêxist. Dû re Serkan û cao jî heryekî qurtek vexwarin. Dem hatibû ji bo nameya ku bişînin ji dê û bavên xwe re. Gewrê rahişt ênûsê û dest bi nivîsê kiribû.
" Em, Gewrê, Cano û Serkan, sê heb mirovên ciwan. Ji ber ku heta niha rûmeta jinê nehatiye girtin û ji bo ku di warê azadiyê û evîniyê de , pêşiyên me pir teng fikirîne û ji bo dahfdana pêşveçûna civakê, me....."
Ew peyman jî wiha qediyabû. Ne şahî, ne dîlan û ne mêvan. Bi tenê û ji civakê bidûr lê biryareke bandorê li civakê bike bicîh anîbûn. Bi tirs, bi peroşî bi dudilî û bi nîv hêvî bûn. Ji xwe hê hêmanên vê jiyanê jî bi cîh nehatibû wê şevê bi dengekî stûr î megefonê hersê ciwan, her yek ji alîkî çeng bûn. Ji derve bang dikirin:
- Qet xwe nelivînîn û tiştekî xerab nekin. Hêdî hêdî derkevin derve.
Bi vê yekê, hersê jî bêdeng mabûn. Cano jî û Serkan jî , Gewrê tawanbar dikirin, Cano:
- Ma min ji te re negot, ev tişt derî adetan e, nabe?
Serkan:
Ji xwe min ji serî de zanîbû , Gewrê hinekî dîn e?
Gewrê li çavên herdûyan nêrî û tenê ev got:
- Belê.. Hûn mafdar in. Lê mafdariya we ne xwezayî û dadîyane ye. Mafdariya we ji mêrbûna we tê û mêr hatine hewara we. Lê ez dê rojekê biserkevim.
Di dû vê peyvê re , Gewrê hêdî hêdî derket derve û bi tena xwe destên xwe bilind kir û ber bi tariyê ve çû. Serkan û Cano jî li dû wê ketin wê tariyê.
Civakê dîsa qaîdeyên çêkirî, zagonên qalibî û darizandina ku wan jî dizanîbûn li pêşiya wan danîbû. Dadgeh, dozger û danaşîn amade bû. Di danaşînê de , dê û bavê Gewrê, bi hêsirên xwe. Bavê Serkan, bi simbêlên xwe î boqane, dê û bavê Cano jî bi baldarî li dozger dinêrîn. Ji ber ecêbiya bûyerê, pir mirov hatibûn danaşînê. Herwiha bavê Serkan parêzer jî girtibû. Lê Gewrê parêzer nexwestibû. Parêzerê Serkan pir peyîvî û vê kirina Gewrê wekî,"eşqiyatiyê" wekî " fuhuşê" û wekî "dînîtiyê" bi lêv kiribû.Serkan jî di peyva xwe de ji bo zewacê dîsa Gewrê nepejirand.
Piştî ku dadger li gişan guhdarî kir, zîvirî alî Gewrê û got:
- Gewrê qîza îsa . Bi rastî te ev ciwan bi darê zorêrevandiye û herwiha te bi zorê ev xortê din Cano jî xistiye bin destên xwe ? Bi rsati jî te mara xwe bi herdûyan re û derî adet û zagonan birrî ye? Ji bo çi te wiha kir ? Cezayê vê yekê pir e. Tê ji bo vê yekê tiştekî bibêje an na?
Gewrê, destên wê li pêşiya wê girêdayî, bêvila wê li jor dinêrî û berê wê li dadger got:
- Na.. Ez niha tiştekî nabêjim...










ÇEMÊ REŞAN TIJÎ XWÎN BÛ

Çiya Mazî: ferhatmazi@mail.koc.net

Rûkê erdê geş dibû, xweza ji havîna germ xelas bûbû. Bi payizxêrkê re gîha nû ?în dibû. Bêhna axê dida ser çavên mirov. Gera çol û çiyan xweş bûbû. Kêfa sewalan jî dihat. Bizina kol jî li nava şênahiyê ketibû xeyalan û diçêriya.
Ev çend carin tê vî geliyê Mêmelaskê ku li nava herêma Kufragê û çiyayê Mazî bi nav û deng e. Gelek havîn, zivistan û payiz li vir bihurandibû. Bizina kol êdî warê xwe baş nas kiribû. Wê kes niza çend şerê le?keran û şervanan temaşe kiribû li vê herêmê. Gelek caran şervanên azadiyê hatibûn cem wan. Şivanê wan tim şîrê wan dida şervanan.
Cara yekemîn, ku ji nişka ve serê şervanan ji perê col derketibû, tirsiyabû bizina kol. Lê belê êdî bêhna wan nas kirib?. Ji nava şervanan ji yekî pir hez kiribû. Navê wî Emer bû. Emer jî dema dihate ba wan li bizina kol digeriya û ew himbêz dikir. Dawî jî ji şivan re digot "ev bizina te çi xwe?ik e. Van bizinana bişiyê daran dixwin an na?"
Karika xwe î salê li malê hi?tibû, ji bîra wê nediçû. Carekê ji nişka serê xwe rakir ku ji colê xwe bi dûr ketiye. Bi lezgînî ber bi colê xwe çû. Nihêrî ku şivanê wan li ser kevirekî rûniştiye û li bilûrê dixe. Ew lorîka ku şivan lê dixist pir bi kovan bû. Difikirî digot "şivanê me tu caran wiha bi kovanî lê nexistiye."
Êvar hê dûr bû lê belê bizina kol dixwest zû here malê. Got qey tiştek bi karika wê hatiye. Difikirî digot "şivan ji bo karikekê ewqas bi xemgînî li bilûrê naxe". Kir bar e bar û virde wêde çû. Şivan lê dinehêrî lê belê tiştek jê fêm nedikir.
Di wê demê de nihêrî ku zilamek li ser tahtika sor daket û berbi wan hat. Hat ba şivan û rûnişt. Bizina kol, awirên xwe jê nediguherî. Nihêrî ku zilam got: "Hevalê Emer pir jêhatî û şervanekî leheng bû."
Dema wiha got zingînî ji serê bizina kol hat kela dilê wê gur bû, kale kala qirka wê olan dida geliyê Mêmelaskê, wekî zarokên bê dê û bê bav mabin. Mee me ya wê bû.
Bizina kol nû bi mirovekî re bûbû dost. Ev cara yekemîn bû ku ji mirovekî hez kiribû, lewre ew jî bindest bû. Carinan guhdarî kiribû, Emer wiha gotibû "dagirker tahdeyê li gelê me dikin, zimanê me, çanda me qedexe ye, welatê me di bin destan de ye. Divê em welatê xwe xelas bikin. Me ji bo vî welatî gelek bedenên ciwan dane û hê emê pir bidin. Emê bedenên xwe bidin ser hevdu û bi xerca xwîna xwe ava bikin dîwarê welatê xwe." Xumam her diçû pir dibû. Bêhna baraneke pir dihat.
Êvar nêzîk bûbû. Şivan ji bo ku pezê xwe bibe malê li dora pez diçû û dihat. Ji ber şer, şivanan êdî pezên xwe dibirin malê. Şivan yekî tenik î dirêj bû, pir rind û pak bû. Salvegera zewaca wî bû. Her roj wê dem? bêrîvan dihatin û bermaliya wî jî dihat. Bêhna wî hinekî fireh dibû wê demê. Lê îro bêrîvan nehatibûn.
Dema berê pez kete malê, kêfa bizina kol jî hat. Lê gira wê tim kom dibû di qirika wê de. Di rêya Pêrtikê de hêdî hêdî derbas dibûn. Baran jî çipik çipik dihat, teqe teqa birûskan bû. Ewrên reş kom bûbû li ser gund. Mirov bi qestî jî nikare wiha bike. Li aliyekî mij û moran û barana payîzê, li aliyekî şehîdbûna Emer. Ew roja bi nîşan pir tişt tanîn bîra bizina kol.
Dema pez gihişt malê şivan nihêrî ku malbatiyê wan jî bi xemgîn in û li ser dikê rûniştibûn. Wî ji xwe re got "berî baraneke mezin ez pezê xwe bajom hundir". Bi lezgînî pez ajot û ew jî çû ser dikê. Dotmama Emer Zînê li ser dikê rûniştibû û bi dilekî şewitî digot:
Çiyayê Şemrex darê mazî
Nekin hewar nekin gazî
Ev şoreşa welatê me ye
Şehîdbûn ji bo serfirazî.
Jineke din jî davêt ber û wiha digot:
Binya malan bi bênder e
Şer didome li Kurdistanê seranser e
Agirê azadiyê li çol û çiyan hatiye der e
Hovîtî zilm û zor
Şervanên me li himber e...
Giriyê ku di gewriya şivan de kom bûbû, bi vî dengî bûn hêsir û hatin xwarê. Dengê giriyên zarokan wekî dirêşan li kezeba mirov diket. Dixana cixara zilaman bi ser serê wan diket. Bizina kol jî li hundir bi karika xwe şa dibû. Dema li ba karika xwe bû digot "jiyan pir xweş e ku mirov bi hev re bijî."
Emer û malbata wî beriya bîst salan ji ber ku bavê wî di dozekê de hatibû kuştin, koçî navçeya Şemrexê kiribû. Diya wî ew xwedî kiribû. Ew kurê wê yî navîn bû. Çi kêferat kişandibû ku hetanî ew mezin kiribû. Li ser kolanîka wê bû, hetanî bi rê ve çû. Bi çûkanî jî bi înat bû Emer. Tu kesî nikarîbû ew bikenanda. Ji bilî apê wî î nîvçe dîn.
Bi xem û xeyalan li bizina kol û karika wê bû sibeh. Şivanê wan ew bi dengê dîkan re derxistin derve. Wekî her roj berê wan dida Giharê Elo. Çend colên din jî bi wan re bûbûn heval. Şivan li pêşiya pez bi hevre dimeşiyan. Yekî digot :
-Bi heqî me pez dernexista, lê êm û pûta me nemaye. Ev sewalana wê giş di hundir de ji birçînan bimirana.
Şivanê din digot:
-Hevalê Emer ji lîvbaziyekê vegeriyane û li gund? ber Çemê Reşan bêhna xwe vedane. Bûbûye şev qet bawer nekirine ku leşker derkevin çolê. Di dû lîvbaziya ku hevalên wan dike, leşker didin ser şopa wan û têne dora gundê xirbê Helêla digirin. Emer, fermandarê wan û şervanekî din li malekê rûniştine. Xwediyê malê nû xwarin daniye ber wan. Jina mêrik bi dengê sehan re derdikeve der. dinehêre ku leşker li devê deriyê hewşê ne. Bi lezgînî tê hundir û wan agahdar dike. Emer ji fermandarê xwe re dibêje "tu bireve". Fermandar û şervanê din di deriyê paş xênî re derdikevin. Emer jî xwe amade dike ku di deriyê din re derkeve. Lê derfetê nabîne. Bombeya xwe derdixe û dibêje "ezê xwe bikujim". Lê xwediyê malê jê re dibêje "ez qurbana te me tu neteqîne, wê leşker mala me gulebaran bike û tiştekî li ser tiştekî nahêle. Wê zarokên min tevde helak bibin." Ji ber wê yekê Emer dibêje "ji min ji van zarokan, ez dê derkevim. An ezê bêm kuştin an ezê xelas bibim." Bi wî awayî derdikeve. Leşkerên ku li ber derî ne xwe çengî wî dikin û wî zeft dikin. Fermandarê le?keran jê dipirse: "ka hevalên te?" Emer dibêje "min ew nedîtine, ez bi tenê me." Fermandar dibêje "lê kê ev lîvbazî pêk anî?" Emer dibêje "min hemû pêk anîn". Dû re li dora gund gişî gerandine. Tu peyv jê dernexistine, tiştek ji wan re negotiye. Ji xwe pir bi inat bû û li ser wê inyata xwe çû.
Şivanê din got: - Lawma bi Xwedê giş wiha ne. Giş bi inyat û biryar in. Qey ne wiha be nabe.
Dîsa dom kir şivanê tenik î dirêj:
- Leşker jî pir hatibûne kuştin. Jiber wê yekê jî bêhna wan pir teng bûye. Pir lênaxin lê bi destên wî digirin û tînin ser kortalekê. Li ser wê kortalê pê re dipeyîvin. Gundî jî giş li wir kom kirine û li ber çavê gundiyan leşkerek destê xwe datîne ser milê wî. Tîmekî taybet ku hinek dibêjin dibe ku cerdewan be, ji paş de bera wî daye. Dikeve kortalê. Li kortalê jî hinek gule bera wî didin.
Emer li wê derê tê qetilkirin. Hê çend mehên wî bû ku çûbû çiyê û hevalên wî, fermandarê wî pir jê hez dikirin. Xortekî zane û bi biryar bû. Çemê Reşan nas dikir û cihê staran zanîbûn. Lê belê Çemê Reşanê ku hertim stargehî ji wan re kiribû îro tijî xwîn bûbû. Çem giş bûbû hêsirên xwînê.
Di du gulebaranê de qêrîn bi gundiyan dikeve. Lê leşker ji wan pirtir bû. Devê tivingên xwe didin wan jî û ji wan re dibêjin "Deng ji we derkeve emê we jî bikujin"...
Şivan her ku qal dikir girî dikete qirika wî û digot:
-Ma ev mirovahî ye law, dijmin be jî ku mirov bi saxî bigire, mirov nakuje.
Lê belê şivanê din digot:
-Birayê min ew mirovahiya ku tu qal dikî pirî dûrî wan e. Ew e way gundî giş bi ser hevdu de nekuştine... gelo malbata wî çawa pê hesiyane?
- Bi dû seetekê, telefona apê wî lê dikeve. Dengekî kelogirî di telefonê de dibêje "şehîd bû qehremanê me, serê we sax be, welat sax be"... Apê wî sar û cemidî dimîne. Nizanîbûye wê çi bike. Li ber telefonê bêyî xwe li erdê dikeve. Jina wî pê dihese, lê dinehêre û dibêje "pepûk kuro wec bi te ve nema, çi bûye!?" Êdî telefonê datîne û dibêje "ma çi bûye lê, ma dibêjin şehîd bûye kurê namûsê." Di dû wê telefonê de ji alîyekî xemgînî ji alîyekî jî serbilindiyek di malê de çê dibe. Lê belê şehîdbûna bazên serê çiyan ne hindik e. Pir li zora malbatê û gelê navçeyê diçû. Min bi xwe dît li kolanan jinan hêsir dibarandin. Heta cendekê wî anîn Şemrexê malbatiy?n wî ji Amedê, ji Mêrdîn û Dêrikê giş hatibûn. Gelê Şemrexê jî digotin emê wekî serhildanekê defin bikin şehîdê xwe. Lê belê leşkeran devê kuçe û kolanan girtibûn. Tevî tengasiyan û tehdîdên wan dîsa gel bi serhildanekê, bi meşeke pirmirov rakirin şehîdê xwe, birin goristana şehîdan...
Şivan û pezên xwe wekî berê li wan zeviyana li cîhekî çêreyê digeriyan. Ji gund bi dûr ketibûn. şivanê tenik î dirêj, hinekî sekinî û bêhna xwe vekir dû re dîsa dest bi peyva xwe kir.
- Pişt du rojan birayê wî î biçûk ji dibistanê ji Enqerê hat. Dema hatinê hinek çûbûn pêşiyê ? bi girî xwe avêtibûn ser wî. Lê wî qet xemgîniya xwe xuya nekir û gotibû "ne dema girî ye". Di domahiya taziyê de jiyana Emer roj bi roj carê ji alî mirovekî dihate gotin. Tevgera wî û peyvên wî bi wî awayî her roj li pêş çavên mirovan jîn dibû.
Piştî ku şivan peyva xwe qedand hê nû tav bi ser Giharê Elo diket. Gelê gund li ser masereyan bûn. Tirîçin li nava rezan diçûn û dihatin. Dûxana agirê dimsê bi ser mahsereyan diket û tevlî ewran dibû.
Di wan rojên ku dibuhurîn de nexweşiya nava gund hê pir dibû. Gundiyan hinekan digotin "Emer ji gundê me ye, ji ber wê yekê jî tama me ji destê leşkeran de nema. Divê em ji xwe re bi cîhekî de herin."
Piştî çend heyvan, pêkûtiya cerdevan û leşkeran zêde bûbû li ser gund. Her carê ku dihatin ji gundiyan re digotin "Divê hûn ji vê derê bar bikin, ya na emê malên we bişewitînin. Heke hûn bibin cerdevan em dest we nadin".
Gundiyan ji neçarî yeko yeko malên xwe bar kirin. Xwediyê bizina kol jî digot: "Emê herin Îzmîrê." Ji ber wê yekê jî bizina kol pir xemgîn bû. Difikirî û digot: "Emê çawa terka van erd û zeviyên xweş bikin". Lê belê xwediyê bizina kol biryar dabû û di çend rojan de alavên xwe dane hev, sewalên xwe jî xistin qamyonan û berê xwe dane Îzmîrê. Bi çi hetîketiyê çûn heta Îzmîrê. Ew cîhê biyan bi mirovan û bi bizina kol pir nexweş dihat. ji xwe bizina kol diheliya. Geliyê Mêmelaskê û ew zeviyên Kufragê ji bîr nedikir.
Rojekê sibehê zû şivan çûbû êxur. Nihêrî ku bizina kol serê xwe daniye ser alif û ketiye xewa şêrîn ya bêveger.
Reşemî 1996
















ÇÎROKEKE BERÎ 84'AN

Çiya Mazî: cmazi@hotmail.com

Radyoya wî li ber wî. Qocixê ku dewletê dabûyê li xwe pêça bû, serê xwe danîbû ser kevirekî. Çifteya xwe danîbû ser sînga xwe. Şewqeyê xwe xistibû nava çavên xwe û herdû destê xwe li çifteya xwe şidandibûn. Li paş girê têznê, ew û hreviewekî xwe nahtorê kana madenê bûn.
Ketibû xewnekê ku tiştên didîtin hezar salan jî bifikiriya bidestê wî nediketin li pêş çavên wî bûn. Di qesrekê de, qesreke li ser Girê Têznê, aveke sipî boz di nava hewşa wê re derbas dibû. Li çar aliyê wê; darên hewran,giwîjan û qizwanan bû. Hundirê hewşê tijî gulên nergêz,binevş û sosinan bû. Rengê gulan evîna dilê wî geş dikir, kesk û sor û zer. Bayekî xweş î hênik li pelên daran û gulan dixist. Katên daran hêdî hêdî kil dibû. xişexişa pelê wan û dengê avê tevlî hev dibûn.
Ew jî li bin holika xwe rûniştibû û cixareya xwe bi kêfxweşiyekê vedixwar ku dilê mirovan dibijiyayê. Çaya ku jina wî jê re çêkiribû, li ser maseya wî bû. Ji bilî ba, carinan dengê çivîk û mirîşkan lorîka jiyana wî temam dikirin. Jina wî pir jê hez dikir. Xizmeta herdûyan ji hevdû re bê kêmasî bû. Çar lawên wî û du qîzên wî hebûn. Her yek bi awayekî, xweşik bûn li ber dilê wî. Gişa dibistanên mezin xwendibû û her yek li ser karekî bû û ji civakê re bi sûde bûn.
Tiştên dixwestin û di dilê wî re derbas dibûn, hatibû xewna wî. Bi dengê:
- Nobedar, nobedar!
Çavê xwe vekirin Evdal. Çengî bû. Çifteya wî ji ser wî pekiya û li bin guhê hreviewê wî ket. Pêşî nizanîbû ku çi qewimî ye. Li radyoya xwe pêledar bû. Lê dengê radyoya wî nedihat. Çavên xwe virde wêde gerand lê nexwiya bû. Bangî hreviewê xwe kir.
- Meheme ! Meheme ! Hreviewê wî jî çang bû û got:
- Çi ye kuro ?!
- Hela rabe diz hatine me !
Hreviewê wî teyşî xewê û çavên xwe difirkan:
- Dizê çi kuro, ma qey te xewn dîtiye?
- Xewna çi ez dibêjim diz hatine me. Radyoya min nexwiyaye.
- Ê ma çima tu nabêje amîrên me hatine?
Zingînî ji serê Evdal hat, got:
- Bi xwedê ew in û radyoya min jî birinin. Axx de îjar emê çawa bikin? De wê me ji kar derxin. Law ma hela bê ez kîjan şevê raketime.
Bi lezgînî rabû ser piyan û ber bi aşxaneya karkeran çû. Li dora xwe nihêrî, kes tunebû û tiştek nehatibû dizin ji bilî radyoyê. Got:
- Bi xwedê ew in loo ! ew in û hatine saxkirina me û em di xew de zeft kirin. Ezê îjar çawa bikim. Ezê îjar çi xweliyê li serê ariyê bikim.
Aax... ax !
Di nava hreviewên wî de yê ku pir hişyar dima ew bû. Hreviewê wî ji ber wê yekê pir pê bawer bûn. Digotin " Evdal dikare hetanî sibehê ranekeve". Ew barê giran ku li ser milê wî, ew westandibû. Ji çar lawên wî du heb diçûn dibistanê, yên din jî mezinê xwarinê bûn. Qîza wî yek li ber zewacê bû. Navbera wî û jina wî nexweş bû. Nû ji gund koç kiribû. Li ber deriyê dewletê bûbû karker. Tim difikirî digot " karkerî û şivanî nebe yek. Dema em li gund bûn çi demê em biçûna çot, dema bêhnvedanê di destê me de bû. Lê nobedariya malê dewletê...? hetanî ku devlet qurişik pere dide me xwîn di dev û pozê me re tîne. Bi hezar berger û rişwetê em bi zorê ketibûn vî karî". Quran jî xwendibû û li ber pez hînî nivîsandina latînî jî bûbû. Bi wî ew tiştekî baş bû . Lê ew jî pere nedikir li ba dewletê.
Wê şevê hetanî sibehê raneket. Li dora madenê û xweringehê diçûn û dihatin.hetanî şeveqê lê xist. Ji wî re ezabekî mezin xelas bû. Bi peroşiyeke bêhempa, bi tirseke fediyok, bêhalî û bêxewî li benda erebeyê sekinîbûn. Dema hatina karkeran bûbû. Bêhnekê ma nihêrî ku erebeya karkeran hat. Li ber wê sekinî û karker jê daketin. Yê yekemîn daket daneket, ji evdal re got:
- Kuro amîr got bila nobedarê işev were ba min. Ma we çi kiriye?
Evdal got:
- Em raketibûn bavê min. Em raketibûn.
Karker hinek dikeniyan û hinekan jî bi xemgînî lê dinehêrîn. Erebeya karkeran vegeriya Şemrexê. Ew jî lê siwar bûn û çûn.
Mirovan hê nû xwe bera sûkê didan. Rojeke vekirî û xweş destpê dikir. Lê ew xemgînên rojê bûn. Hreviewê wî da dû wî û ber qonaxa amîr ve çûn. Dema çûn ber deriyê amîr, Evdal şewqeyê xwe di destên xwe de pêça, qumçikên çakêtê xwe girt û liber derî bi teperepa dilê xwe, li benda bang kirina amîr sekinî. Êdî li ber derxistina kar nediket,digot " demekê beriya demekê bangî me bikira û em jî ji vî ezabî xelas bibûna. Ma em zanin ku wê me derxin, de ew ji xwere zanin. Wan em xistine kar, dikarin me derxin jî. Ma ne mala bavê me ye" bêhnek derbas bû berdestkê amîr derket derve û got:
- Nobedarê madenê işev hûn bûn?
- Erê.
- Ma we çi kiriye qurban? Werin amîr bangî we dike. Evdal keserek kişand ji kûr de. Her ku kêferatek dîtibû û tahde dîtibû keserek kişandibû. Her ku keserek kişandibû jî ew keser bûbû qermîçokek û li eniya wî çêbûbû. Ew qermîçokên li rûyê wî dîsa xwe dane ber hev û pêkutiya di jiyana xwe de derbas kiribû hemû weke xêzên nexşeyê xuya dibûn. Hêdî hêdî ber bi derî ve çûn ew û hreviewê xwe. Her dû jî di temenekî de bûn û wekî hev bedenqels bûn. Herdû jî wekî hev xizan û nexweş bûn.
Dema ku ketin hundir,nihêrîn ku amîrê wan li ser qoltixê, cixareya wî di dest de û bi vî alî wî alî xwe dizîvirand. Berê xwe da wan û got:
- Ev cara çendan e ku hûn radikevin di nobetê de?
Evdal û hreviewê xwe dengê xwe nekirin. Berê amadekariya xwe û derxistin-ê kiribûn. Li himber wî xwe tawanbar didîtin. Lê hreviewê wî hinekî bi lawe law got:
- Amîrê min, xwedê zarokên te bihêle me bibexşîne.
Gotina amîr a diduyan li pey a yekemîn hat:
- Herin pereyê xwe bistînin û herin malên xwe.
Êdî deng ji wan dernediket. Rast bû cara duduyan hatibûn girtin di xew de lê dîsa tu kes wekî evdal ji bêxewiyê jêhatî tunebû. Ew yek zanîbû û di ber xwe de digot" qey ev jî siûda min e".
Hêdî hêdî paşê xwe dan amîr û derketin. Bi xemgînî berê xwe dane malê. Rojeke dûr û dirêj li pêşiya Evdal hebû êdî. Hemû xeyalên ji bo pêşerojê kiribû, tevde serû bin bûn. Ramanê nû di mejiyê wî de şîn dibûn digot " aax. Ax. Emê kîjan rojê ji vî halî xelas bibin. Qey hinekê derkevin me ji vî halî xelas bike. Ji îro pê de ezê zarokên xwe bidime hevdû û koçî metrepolên Tirkan bikim û çinîna pempo bikim. An jî ezê erd û rezên xwe î gund bifiroşim û dikaneke biçûk vekim. Heke ew jî nebûn, ezê dîsa li ber deriyê dewletê li benda kar bim qey."
Lê belê, derdê betalbûnê dîsa destpê kiribû. Birçîbûn û tazîbûna zarokan... hetanî 1984'an wiha hêviya xwe bi xwedayê xwe û şêxê xwe dianî. Hêzeke ku wan ji vê bindestiyê xelas bike qet nedihat bîrê. Lê pişt re baweriya hêza neteweyî li ba baweriya xwedayê xwe û şêxê xwe danî. Hetanî dawîya temenê wî jî ew bawerî di dil de ma.

1 comment:

  1. Ez bi navê Lena ji Elmanyayê im. Ez dixwazim vê derfetê bi kar spasiya Dr Great IREDIA ji bo alîkarîya ku di mêrê Ex min vegere. Ez di êşên mezin heta wê roja ku ez têkiliyê drirediaherbalhome@gmail.com dîtin. Ew rastnivîsê de hezkirina ji bo min bikar û ji min re got ku ji bo tenê 3 rojan li bendê, ku mêrê Ex min, wê ji min re dibêjin û ez li gor fermana wî dane min û kir e, di 2 rojan de, mêrê Ex min bi rastî min navê û dest lêborînê ji bo hemû ew ji ber min bû. Ez bike bextewartirîn Woman li ser rûyê erdê îro im ji ber ku Dr IREDIA kiriye a karên nedîtî di jiyana min de û min biryar da ji bo parvekirina vê şahidiyê ji bo teşwîq hemû kesên pirsgirêkan re rû. Ma di êşa bimirin ne, îro serdana wî bi rêya peywendiyê bi wî re di vê navnîşana email: drirediaherbalhome@gmail.com û li bendê ji bo şahidiya xwe bi xwe.
    Jî bi wî re ji bo pirsgirêkên jêr rêyên jêr têkilî bi
    1) Heke tu dixwazî ​​berê xwe paş.
    (2) eger hûn her tim xewnereşkan.
    (3) Hûn dixwazin ji bo pêşvebirina ofîsa xwe.
    (4) Hûn dixwazin jin / mêr, ji piştî ku tu birêvebirin.
    (5) Heke tu dixwazî ​​zarokê xwe bi xwe.
    (6) Hûn dixwazin dewlemend bibin.
    (7) ku tu dixwazî ​​girêbide mêrê / jina to be
    Silav û her û her.
    (8) Tu scammed dîtin û tu dixwazî ​​mohrkirin ku pere ji dest da.

    ReplyDelete