Thursday, January 22, 2009

Maruf Yilmaz: Qedera nivîsandî

Şano




KES

Erdîşêr
Dînozoro( Kemo, Nermozoro)
Zoro(Evdo, Pêyxember...)
Bebo
Cirdo
Zaza
Beko
Cino
Mîrzelek
Bêrîvan
Zîn
Pîrê
Zarok
Namegir
Odevan
Şêx
Xelq
Parastvan 1(1-2)






Perde 1




(Civîn li komeleya Partîya Dînozoro ye. Dînozoro dersademokrasîyê dide.
Piştî dersa demokrasîyê yek radibe, diçe odeya taybetî, li wir nivîsar, kovar,
rojname û pirtûkên partî û kesên din dibîne, li wan dinêre, piştre berhev dike,
dîsan dinêre, vedigere tê ba DÎNOZORO, di guhê wî de dike pistepistê, dîsan
vedigere li wir pirtûk, kovar û rojnameyan dide hev, paşê davêj çopê.
Hingê, hêdî hêdî dengê bilûrê bilind dibe...
Cilên Erdîşêr, Mîrzelek, Bêrîvan, Zîn û Pîrê neteweyî ne.
Cilên Cirdo, ZORO, Beko, Çoço, Cino, Kişo, Pişo... cuda ne.
Navên Lenîn û Stalîn li ser tabloya dîwêr nivîsandîne. Herwisan sûretê Kemal
Burkay li dîwêr daliqandîye. Li binîya sûretê wî Ala Kurdistanê jî daliqandîye)

Erdîşêr
DÎNOZORO kêranê li ber çavên xwe nabîne, zilikê li ber çavên xelqê dibîne. Partîya DÎNOZORO Partîya ZORO ya bê çek e. Partî, ne xwedîyê min in, ez xwedîyê xwe me...Kontra ango JÎTEM, rêxistineke bihêz û dizî ye û ji qatlên însanan pêkhatîye. Her partî li bakur dîrokek e, ji yê ku dizane bixwîne re destaneke nemir e. Di her partîyê de demokrat jî hene, dîktator jî hene, melek jî hene, şeytan jî hene, lê praktîk pîvana her tiştî ye. Te navê APO an Kemal Burkay bihîstîye?

Cirdo
(DINOZORO li ser doşekê ye, bi dîqet li Cirdo mêze dike).
Belê, yên ji Partîya ZORO jî vediqetin xayîn in, diçin alîyê dijmin. Ew ên mirinê ne...Yên ji PARTÎYA DÎNOZORO vediqetin"alçax"in.

Qedera te Evdo nivîsand wekî Qedera qewmê te.

Erdîşêr
Qedera nivîsandî, dijmineke ne nas e, dijmineke ecêb e. Qederê zora nîjada min nebirîye. Em pêşeroja xwe, em bi xwe hazir dikin, paşê jî em dibêjin qeder e. Her têkçûnek, sedemê xwe heye.

Cirdo
Erdîşêr, min çarenûsa te, qedera te, li mala Evdo xwendîye.

Erdîşêr
Belê, çarenûs, qedera nivîsandî, Evdo nivîsand, biryarekê li ber wî dayîn kes nikare rawestîne.

Xwedê Qedera Reş li me barand û dûre jî, em kirin kilam û stranên dengbêjan.

Cirdo
Di bin lêvên te de çi...? Zirt û fort...
Dijminekî bê hêz, nabe gefandinekê li dijî min, nabe tehdît...

Erdîşêr
Na, bersiva min bi xweşî bide!
Raweste! Hûn kî ne?

Cirdo
Bijî serok!

Erdîşêr
Cirdo?

Cirdo
Belê, ew bi xwe.

Erdîşêr
Ma tu hê ne mirî, tu dijî?

Cirdo
Belê, li ser axa xwe...

Erdîşêr
Navê axa te yan Xwedê te...?

Cirdo
Yê te/ya te...Navê Xwedaya te...?

Erdîşêr
Min navê Xwedaya xwe gotibû, navê wê Haoma ye.
Haoma Xwedaya min e.

Cirdo
Navê Pêyxemberê te...?

Erdîşêr
Zerdeşt.

Cirdo
Navê Paytexta te...?

Erdîşêr
Pehlew-Palo, Dîyarbekir, Mihabad, Hewlêr jî paytext in.

Cirdo
Zimanê dayîka te...?

Erdîşêr
Li paytexta min bi zazakî...

Cirdo
Navê nîjada te...?

Erdîşêr
Arja(Airja)...Te navê Airjana bihîstîye?
Li wir nîjada min azad bû...
Niha li wir zayîn qedexe ye, evîndarî qedexe ye,
bawerî qedexe ye, rexne qedexe ye.

Cirdo
De hiş! Devê xwe bigire,
Arya tune...Zaza tune...

Erdîşêr
Partîya me, Kişo, Beko, Pişo û Generalên Rûs ji vî
welatî havêtine, dûre dê wan ji welatê xwe sirgûn bike.

Cirdo
Yanê te û Zînê, we Kişo, Beko û Pişo, ji nîjada xwe havêtîne?
Divê giregirên partîya we, berpirsyarê vê xirabîyê bikin.

Erdîşêr
Çewtîya te ya te ye, Erdîşêr, dê bibe sedemê şerekî giran, tofana siyasî wek Tofana Nûh. Katasrofa siyasî! Tu kurmê xwe, xûyê didomî...

Cirdo
Hûn vî şerê giran dixwazin? Hewce ye ku em wisan bin?

Erdîşêr
Çi demên xirab, çi adet, çi fikirê xirab ji Partîya DÎNOZORO dertên!
Ku yek ji min nefret bike, divê ez bilezûbez
biryara xwe bidim. Tu dê sirgûnê rawestînî?
Tu dê mirinê bikujî?

Cirdo
Te biryara xwe daye? Hingê, tu çi dixwazî, mirinê?

Erdîşêr
Tu dê biryarê rawestînî, tu dê mirinê bikujî!

Cirdo
Berîya sirgûna min; sucê min îspat bike da ku ez birehetî herim gorê.

Erdîşêr
Tu çi dibêjî?

Cirdo
ZORO ji vê dewletê nefret dikî, niha?

Erdîşêr
Tu çawan diwêrî devê xwe vebikî, qijik?

Cirdo
Divê di vê têkoşînê de yek ji me têkbiçe.

Erdîşêr
Kî...?

Cirdo
Bê şik yê bê hêz!

Pîrê
Yê bihêz, li ser hikum e, hertim bihêz e.

Erdîşêr
Hingê, yê hêz ez im.

Cirdo
Qey tu niha jî hikumdar î, bihêz î?

Erdîşêr
Belê, bi qanûn, ez dê sibê di dadgeha partîyê de tawana te bi xîyanetê re girêbidim, hingê tawana te mirin e.

Cirdo
Heger ez li ber xwe nedim bêdeng bimînim!

Erdîşêr
Ez ne dadgêr im, lê dibe ku tu mirinê rawestînî.
Evdo, li ber xwe nede, niha dijî.

Te navê Alvîkê bihîstîye? Maffîya, Maffîya siyasî...Alvîk cihê fîtnê, Odeya Hadîsê yên bi sir li wir in...Cinên Kemo û mirovên ku ruhê wan ne yên wan e jî, li wir in.
Li wir...li wir.

Serokê virrekan, kûpê derewan, kûreya derewan jî li wir e.
Firno, DÎNOZORO(Kemo), Xaçoyê Rûsî jî li wir in.
Di nav wan de Generalê Sedam yê ku bi fêlên xwe ve
bajarê Halepçê rûxandîye, heye.

ZORO
Oy, Erdîşêr! Di Odeya Hadîsê çi...?


Erdîşêr
Li wir mirovxapîn, qebrax, pezeweng, sihîrbaz, casûs,
qûnda, orispî, xayîn, durû, diz bi serokê Maffiyayê re
pistepistê dikin, pilepilê dikin... Lê li wir keleş û mêrxas
jî hene, pir in. Di nav wan de serokê Cinên siyasî Cino, yê
ku bi fêla xwe ve Komara Mihabadê rûxandîye heye, li
kêleka wî yê ku bi fîtneya xwe ve Şerê di navbera PDK
YNK de geş kîrîye, heye. Li pişt wî serokê virrekan Beko, li
piştî wî, serokê pêxwasê Dîyarbekirê. Li kêleka wî ya çepê
Omer Axa, axayê Surçîyan yê ku bi fêla xwe ve şerê
birakujiyê geş kirîye, heye.

Li kêleka Qelşîn, qiralê mêşan, qiralê cuceyan rûniştîye,
xwe qure dike. Di qata jorîn de çêkerên xweşgotinan
hene. Li wir komên xayînan li hemberî hêza neteweyî bi
şûrên xwe ve çok dane erdê. Li kêleka serokan, Keşîş û
Keşeyên Erebistanê jî hene. Wêneyên GENERAL
BARZANÎ, APO û QAZÎ MUHAMED li seriya wan e, li
dîwêr daçîkandîne. Keşîş û keşeyên Swêdê jî li wir in.
Hesûdê bajarê Erxeniyê Heseniyê Biltê jî li wir e.

Kuştina Şeno, girtina General Şemo û kuştina endamê
Partîya DÎNOZORO, bi destê wê li Başur, wêneyên balkêş in.
DÎNOZORO, nifşê Dînozoro nemaye, qedîyaye.

ZORO
(Parazkar xeberekê bi sir jê re dibêje, qala Memo,
Şemo... dike. Parazkar ji aliyê Serok û generalên din ve
hatiye fîtnekirinê)

Devê xwe bigire! Devê xwe bigire!


Erdîşêr
Generalê te Şemo, dê dev ji şer berbidin, dê çekên xwe
bavêjin û bikevin hembêza PDK´ê!!

ZORO
Ez Pêyxember im, Pêyxemberê dawî, Padîşah, Padîşahê
dawî, Serok, Serokê we, DÎNOZORO ji min pirsî û got:"


Padişahîya min ne ji vê dinyayê ye, ji dinya din e, ez
hatime vê dinyayê, da ku ez ji Kurdan re rêya serkeftinê
nîşan bidim.

Ez dê te bikim kizîr, kizîrê milê rastê û kizîrê milê çepê
jî Şemo ye".

General Şemo!
Yanê yek dibe kizîr, yek dibe wezîr.

Qedera Qewmê Çiya, 20 sal berê min nivîsand,
Belê, min nivîsand, li bajarê Xerbê,
Li wî bajarî ez bûm Paşa, ez bûm qiral,
Ez di qesr û koşkan de, ez bûm sulta serokan,
Xatûna min hebû, horî û perîyên min hebûn,
Hekîm Loqman û textor jî, li ber min bûn,
niha di zîndana binê erdê de dijîm, li Girtîgeha Mezin.
wekî Behra Qetranê ye, Cinên Çiyayê Qaf, perî,
melek, şeytan û horîyên Behiştê jî li wir in.

Bêrîvan
Tu hemû gunekarî têxe stûyê me bêyî
ku tu li ber xwe bide û bifikirî.

Erdîşêr
Ji xelaya însanan, însanên piçûk, însanên cuce bûn
însan. Ji xelaya însanan, ZORO bû Pêyxember!
Dadgeh û dadmendîya welatê me di destên wî de bû,
niha li zîndana teng, li binê erdê, zîndan mîna devê
bîrekê ye, li wir dimîne. Li wir...?


Bêrîvan
Ev Qedera Reş e, li eniya me nivîdandî!
Ev Qedera Reş e, li enîya me nivîdandî!
Ev Qedera Reş e, li enîya me nivîdandî!
Ev Qedera Reş e, li enîya me nivîdandî!

Qedera Reş! Qedera Reş!

Zîn
Xwedê Qedera Reş li me barand û dûre jî, em
kirin kilam û stranên dengbêjan.
ZORO bû Îsa, ZORO bû Pêyxember ZORO bû Xwedê.

Ev Qedera Reş e, li eniya me nivîdandî!
Ev Qedera Reş e, li eniya me nivîdandî!
Ev Qedera Reş e, li eniya me nivîdandî!
Ev Qedera Reş e, li eniya me nivîdandî!
Qedera Reş! Qedera Reş!

Bêrîvan
Niha rastîyekê heye:
Ku mirov qedera xwe bizanibe.
Li dojehê ev serketin heye û li wir şerekî dijwar li dijî
kesên tawanbar heye.
Belê, Qedera Reş!

Qedera Reş! Evdo nivîsand, bîryarekê
li ber wî dayîn kes nikare rawestîne.

ZORO
Di bin lêvên te de çi...? Li wir...?

Erdîşêr
Di bin lêvên wê de Şemo heye, General Şemo!
Raweste!

Beko
(Xwe pê xweş dike, solên wî paqij dike,
qehwê dide ber Pêyxember ZORO. Beko dibêje:
Serokê min, serokê min... Şemo bi dijmin re ye)

Bijî serokê min!
Bijî serokê min!
Bijî serokê min!
Bijî serokê min!
Bijîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîîî!

Erdîşêr
ZORO! ZORO! ZORO biçe ji min bidûrbikeve!
Haoma dizane, ez ji te û DÎNOZORO bihêztir im,
Haoma dizane, ez ji te û DÎNOZORO bihêztir im.
Bihêztir im, bihêztir im!

ZORO
Haoma! Devê xwe bigire! Di deftera min de navê
Mihemed Pêyxember heye, navê Mûsa heye, navê Îsa
heye, navê Silêman heye, navê Dawud heye, navê
Îbrahîm heye, navê Ûsiv heye. Navê Şîva, Xwedayê
xirakirinê heye...Navê Zervan heye, navê Îdrîs heye.
Lê Haoma tune ye, Haoma...?
Tune...Tune... Tune... Haoma tuneeeeeeeeeeee.

Erdîşêr
Qala Haoma bike, qala Zerdeşt bike.
Haoma!
Haoma!
Haoma!
Haoma!

ZORO
Ez bûm wezîr û min tu kirî kizîr.
Yanê yek bû wezîr, yek bû kizîr.

Erdîşêr
Di civîna Mezin de DINOZORO got:
"Alçax ji partîya min vediqetin, partîya min ya gel e, li
ser navê gel hereket dike, em dê alçaxan di kongreya
Partîyê de dadgeh bikin...)
Te ji ber ku bihêz însanan dikuje...
PARTÎYA DÎNOZORO ji ber ku ne bihêz însanan nakuje.

Hemû mêrxas bi guleyên hevalên xwe ve mirin, çûn,
piştî mirina wan, dê serhildêr tevgera neteweyî ber bi
jîyaneke daîmî, jiyaneke ebedî bimeşin. Zerdeşt
Pêyxember ji dijî xirabîyê îsyan kir û bû îsyankar.

ZORO
(li tûra ku di destê Erdîşêr de mêze dike, bi şik lê
dinêre, di tûrê Erdîşêr de serê mirovekî heye)

Çi di tûrê te de heye û te hişk pê girtîye? Di talanê de
mêrxasîne serjêkirina xulam û sêwiyên ber dîwaran e.
Mêrxasî serjêkirina sulta serokan e, yanê serjêkirina
serokê serokan e. Tolhildêrê nîjadê, tolhildêrê nîjadê!...

Erdîşêr
Serê şêrekî...

ZORO
Ev çi ye, di destê te de?

Erdîşêr
Baş lê mêze bike, tu dê nas bikî.


ZORO
Bi rastî, tu bawer dikî ku ev serê şêr e?

Erdîşêr
Naxêr, ev serê Pişo ye!
Ev serê wî ye yê ku di tûrê min de ye!

ZORO
Te nas kir?

Erdîşêr
Çawan serê wî kete destê min?

ZORO
Bi sir in ...

Erdîşêr
Bibêje! Dilê min êdî dikare zêde bişikîne.

ZORO
Te bi xwe wî kuştîye, te û xwişk û birayên xwe.
Yek ji endamên partiyê alîkariya dijminî kirîye, da ku
dijmin min bigirin.

Erdîşêr
Ew li kuderê hat kuştin? Li mala Beko...?
Kongreya partîyê...?
Generalên partîyê dibêjin, yên ku ne hevalên me ne,
dijmin in. Serokê dîwanê kongirê, Çoço got: "Yadoyê
Zaza xayîn e".
Lê ne xayîn e,Yado yê ku serhildana tolê li dar xist, dê
zarokên kuçe û kolanên Amedê dê bike serhildêr. Diya
min Zînê, min bi şîrê xwe mijand, min lorand, digot kurê
min, em Zaza ne. "Buhişt (Cinet)di bin piyê dayikan de
ye. "Misto di civîna mezin de dibêje:
"nîjada Zaza, nîjadeke bê nav e, bê Xwedê ye".

ZORO
Qey nîjada te bê nav e, nîjadeke bê Xwedê ye.

Erdîşêr
Na, bi Xwedê ye, Xwedêya min heye. Haoma!
Zimanê min heye, çanda min heye, axa min heye,
welatê min heye.

ZORO
Navê Xwedaya te...?

Erdîşêr
Min navê Xwedaya xwe gotibû, navê wê Haoma ye.
Haoma Xwedaya min e. Dinya li ba wê, saet û gav e.
Newrûdê piçûk jî Rebê min bû, lê kafir bû, Îbrahîm Xelîl
li Ruhayê rabû, wî kire kafiristanî.

ZORO
Navê Pêyxemberê te...?

Erdîşêr
Zerdeşt. Gotina dayê: "Ga dimire çerm dimîne, mêr
dimire nav dimîne". Mêrxas mirin çûn, lê nav ma...

ZORO
Kî ne mêrxas?

Erdîşêr
General Barzanî, Keyxesro, Seyîdxanê Kerr, Kerîmxanê Zendî, Koçero, Zekîxanê Zend, Caferxan, Eliyê Yûnis, Emê Gozê, Emê Faro, Helimo, Yado, Elîşêr, Filîtê Qûto, Recoyê Qulpî....?

Tarîxa 1937, tarîxeke jîndar, li wir Seyîd Riza, Elîşêr...li pêşberî wan komên xayînan.

Satan ji Ezmên nerazîbû û îsyan kir. Hunermend Prometheus bi helbesta xwe li pêşberî Xwedayan îsyan kir, Pêyxemberê min Zerdeşt li pêşberî xirabîyan îsyan kir. Ez li pêşberî xirabîya hin partîyên Bakur îsyan dikim. HUMANÎZM û TERROR? HUMANÎZM û QEDEXEKIRIN AN ZOR?

Navê Rûstemê Zal an Kawa an Key Kubad an Key Kawus an Keyxesro bihîstîye? Te navê Dehakê sêserî, şeşçav, sêpê û hezarmilî bihîstîye? Te Xwedayê Ronahîyê yan Ferîdun(Traetaona) bihîstîye?

Namegir
Nameyek ji te re heye, Erdîşêr.

Erdêşîr
Oy! Qedera nivîsandî, qedera min.
Ey Ahora Mazda!
Xwedayê Zazayan,
Xwedayê Xwedayan, Xwedayê Medan!
Pêyxember Zerdeşt li te tika dike, bike ferman li xiraban,
Xwedayê Zerdestiyan!
Xwedayê mezin û zana!
Ahora Mazda, Xwedayê nemir
Ya Ahora Mazda!
Rêberan bibe ser riya rast,
Ji bo Xwedê,
Ji bo Pêyxember,
Ey Xwedayê xêrê, Ahora Mazda
Ronî bike li min.

Xwedayê şer Engiromîno (Ahrîmen)
Tu wekî Dehak zalim û kîndar,
Ey Rûxandarê Împeratoriya Medî
Hikumdarê Babilê,
Hikumdarê Ekbatanayê,
Astyageşê Dehak, kurê Key Xesro,
Xwediyê sêserî, şeşçav, sêpê û hezarmilî,
Dehakê Babilê, mîna Bawroîsê, qiralê zalim,
Berê Xwedayekî min hebû bi navê Ahora Mazda,
Ew tim jîndar, ne kîndar.

Xwedayê min yê ku li çiyayê Elbruz ferman dide,
Xwedaya Rojê Mîtra ku li ser wî çiyayî diçirisîne,
Zeusê bav yê Grêkî, li nîjada xwe ronî dike,
li Olîmpusê ferman dide li wir.

Ey Xwedaya Rojê Mîtra, Xwedaya Medya, Atar,
Atarê Zazayan, lawê Ahora Mazda,
Xwedayê Rojê, ronî bike li min.

Ey rûxandarên şoreşan,
Sixurên Sultan Ebdulhemîd,
Xîyaneta Rayberê Dêrsimî,
Şêrvanên Selheddînê Eyyubî ji bo Îslamê.

Ey împeratorên Mezin,
Mêrxasîya General Barzanî,
Selheddînê Eyyubî,
Erdîşêrê Zazanî, dijminê Madîg,
Te Zazî kire zimanê qesr û koşkan,
Bila kes nebêje Sasanî ne Zaza bûn; Zaza bûn.
Ey Sasan(Zazan)şivanê Pabeg, nevîyê Dara.

Ey Behram, Şahê Saganê,
Şahê Sistanê,
Şahê Kermanê,
Stêrka Şevê,
Şewqa rojê, ronî bike li min; tarî bike li Dehakan,
Ez dê wekî te bikim bi nîzam,
Afrodîte Xwedaya Medan bike nifiran li Dehakan.

Ey Astyageşê Medan, Astyageşê Dehak,
Te zarok serjêkirin wekî karan,
Lawê Keyxesro,
Ji zilma te zarokên kuçe û kolanan bûbûn serhildêr,
Rûxandarê Ekbatana,
Wezîrê şîrheram Harpagos,
Harpagosê Kuruş,
Harpagosê Persan,
Kuruşê Mandanê, keça Medan, Mandanê!
Kuruş li bavê te kire ferman.

ZORO
De hiş be! Navê Paytexta te...?

Erdîşêr
Pehlew-Palo...
Dîyarbekir, Mihabad, Hewlêr jî paytex in. Hewlêr
paytexta başûr...Silêmanîye jî paytexta piçük.
Em jihevketine.
Di paytextên mezin de mêrxas mirin çûn; bi vî hawayî
daxwaza fîtnekaran hate cîh.

ZORO
Zimanê dayîka te...?

Erdîşêre
Li paytexta min Zazî...


ZORO
Navê nîjada te...?

Erdîşêr
Arja(Arya)....

ZORO
Navê Xwedaya te?

Erdîşêr
Haoma...

ZORO
Navê Pêyxemberê te?

Erdîşêr
Zerdeşt...

ZORO
Navê nîjada te?

Erdîşêr
Min navê nîjada xwe got.

ZORO
Navê nîjada te!?

Erdîşêr
Arja(Arya) Zaza ji Arya...

ZORO
De hiş! devê xwe bigire!
Tu bawerî ku Zaza hene, bi nav in?

Erdîşêr
Ez nizanim, lê dibêjin hene.

ZORO
Ez bawerim ku Zaza hene!

Erdîşêr
Di programa partîya te de Zaza ji çi nîjadê ne?

ZORO
Nîjada te çend...?
Xwedê çend...? Pêyxember çend...?

Erdîşêr
Qala Ahora Mazda bike!
Qala Zervan bike!
Qala Zerdeşt bike!
Qala Mîtra bike!
Qala Haoma

ZORO
Du Xwedê û du Pêyxember
û çar nîjad û çar paytextên te...?

Erdîşêr
Paytextên min?
Mihabad, Dîyarbekir, Silêmaniye û Hêwlêr...

ZORO
Ez dîn dibim, Erdîşêr. Ez qebûl nakim, qebûl nakim.
Ez dinêrim çiqas nûnêrên PARTÎYA DÎNOZORO ji te hez dikim!
Kurdistanê terk bike, jê bidûrbikeve. Kurdistanê azad
bihêle! Ji welêt bireve, bibe fîrar!

Erdîşêr
Heger tu ji min bibihîzî, vê yekê bibihîzî, niha bibihîze.
Yê ku gazinan dike bi xwe tawanbar e û sûcdar e.
Navê welatê min di civîna mezin de hate qebûlkirin, ku
tê de mezinên we û me li hev civîyabûn.
Mîrê te yanî mîrê cinan jî li wir bûn.

ZORO
Ne tenê ew...Kişo û fîtnekarên Bajarê Alîm û
Aqilmendan jî li wir bûn. Fîtnekarê şerê navbera
PDK û PARTÎYA ZORO jî li wir bû.

Erdîşêr
Belê...Hûn çawan diwêrin, devê xwe vebikin?
Cino jî wekî te wisan derd û kulan dikişîne!
Piştî ewqas salan, piştî ewqas xîyaneta rêberan.

Mîrzelek
(Pêşî li wan guhdarî dike)

Berê li welatê min, li Kurdistanê şeytan mirîbûn, niha
dîsan sax bûne, dijîn. Niha li welatê min kî şeytan, kî
Xwedê ye û kî Pêyxember ne dîyar e?
Çimkî şeytan jî wekî Haoma bi huner e.

Erdîşêr
ZORO û DÎNOZORO herdu ji tunebûna însanan bûn însan.

Mîrzelek
Di vî şerê giran de tu bi tenê yî, Erdîşêr.
Ev kesên piçûk, êşa te tînî bîra te,
Ev kesên piçûk, heqaretan li însanan dikin,
Lawaz û mêş in,
Paytexta min hilweşandin!
Erdîşêr! Bavê te keleşê zilaman bû,
Bavê te ez xistibûm qesra xwe ya bilind,
Min li wir Yado dît,
Wekî ne Kurmanc e,
Lê keleşê mêran bû,
Min li wir wêneya Haoma dît,
Gotin Tirk e, lê Zaza bû,
Navê Haoma herdem dikete tarîgewrikê,
Roj hat min ew nas kir, lê peyv qedexe bû,
Hin partî wekî kûçikekî arandî li min dializîn.

Erdîşêrê serhildêr, serhildan divê!
Paytext hatîye şewitandin,
Xwîn hatiye rijandin,
Mêrxasan hatine pîskirin,
Gund hatine valakirin û şewitandin,
Bajarên kevn hatine rûxandin,
Paytexta min hatiye hilweşandin!
Axa min bûye xwîn li min.

Erdîşêr
Însan xerabîyan bi xwe diafirîne.

Mîrzelek
Belê, xerabî jî, ji sedemên xerab dertên.

Erdîşêr
Mêrxasîya bê huner, xirabîyê diafirîne,
gava diafire mirov bêhtir dajo ser xerabîyê.


Te meseleya Pişo û Çoço...?

Mîrzelek
Min tiştek fam ne kirîye.

Erdîşêr
Tu dê fam bike, lê dê dereng bibe.
Agir ji devê Beko dibare. Qey te bîhn lê çikandiye.

Mîrzelek
Gava min ji Pişo re behsa te kir, hindik ma bû ku çav ji
serî derbikevin. Wekî firingî sor bû.

Erdîşêr
Gotina Zînyayê, tu vê meseleyê dizanî!

Mîrzelek
Naxêr, gotina zînyayê ji min ne pirse.
Pişo Kurmanc e?
Mêrê diya Pişo, dijminê bavê Pişo bû.
Çoço bav û kalên Pişo sirgûn kirine, piştre kuştin.
Ma ne wisan e?

Erdîşêr
Ez dê çi bibêjim? Erê.

Mîrzelek
Generalê Pişo, bavê Pişo dikuje
û bi diya Pişo re dizewice, fam bike!

Beko
Min ji te fam ne kir, ne tenê Cino. Yanê bavê Pişo...?

Erdîşêr
Ji ber ku, hişên we li derekî din e, hûn fam nekin.

Beko
Pişo dibêje: Bi şer dê Kurmanc biqedin.

Erdîşêr
Na, naqedin.
şer bi xwe re şer tîne.
Sirgûn bi sirgûnê,
Xwîn bi xwînê,
şoreş bi şoreşê,
Aşitî bi aşitiyê.

Mîrzelek
Tu dê sirgûnê rawestînî? Tu dê mirinê bikujî?
Kes nikare mirinê bikuje, sirgûnê rawestîne.
Gilgamêş jî xwest mirinê bikuje, emirê xwe dirêj bike.
Li dijî mirinê îsyan kir, lê bi mirinê nikaribû.
Rûstem, Ferhad û Gurgîn jî bi mirinê bikaribûn.
Ew jî mirin.
ZORO jî, li ber mirinê ye, dê bimire.
ZORO û Generalên Eco bi hev re Peymana Îmraliyê,
Peymana Mirina Kurdistanê îmze dikin, lê ew dê bi xwe
bimirin.

Niha ew li Hekîmê Loqman, li dermanê,
dermanê nemirina xwe digere.

Ey Hekîmê Loqman, dermanê hemû jan û derdan,
Bibîne dermanek ji bo tolhildarê şikestinê,
Hekîmê Loqman, dermanê birîna derkêş û nexweşan,
Derman bike birînan!

Erdîşêr
Tu dixwazî min sirgûn bikî?
Tu dixwazî min ji welatê min sirgûn bikî, fermo bike?!
Dijminên te, te sirgûn kirin, tu jî min sirgûn dikî, fermo!

ZORO
Ku yek ji min nefret bike,
divê ez bilezûbez bîryara xwe bidim.

Erdîşêr
Hingê, tu çi dixwazî ji min?
Dixwazî min ji welêt sirgûn bikî?

ZORO
Tu dê mirinê bikujî!

Erdîşêr
Beriya sirgûna min; sucê min îspat bike,
da ku ez bi rehetî herim gorê.

ZORO
Tu çawan diwêrî devê xwe vebikî?
Li min mêze bike, jîna te ne yê te ye, ruhê yê te ye.

Erdîşêr
Divê di vê cengê, vî şerî de divê yek ji me têkbiçe.

ZORO
Kî...?

Erdîşêr
Yê bê hêz! Yê bihêz li ser e, bimaf e, çimkê bihêz e.

ZORO
Ez Serok! Hingê yê bi hêz jî ez im. Tu yê mirinê yî.

Erdîşêr
Ma tu ji niha ve bihêz î?

ZORO
Belê, bi qanûn, sibê di kongireya partîyê de tawana te
bi xîyanetê girêbidim, hingê sûcê te mirine.

Erdîşêr
Ma qey bîryar hatiye girtin, bê ku kongrê çêbibe?

ZORO
Di Civîna Mezin de qedera te hatiye nivîsandin,
wekî qedera qewmê te.

Erdîşêr
Bi tenê serkeftinekî heye ku mirov bi qedera xwe
bizanibe. Qedera nivîsandî!
Niha ez qedera xwe dizanim.

ZORO
Te bi şeref û îzeta serok leyîstîye?
Ji ber hingê, tawana te mirine. Tu yê mirinê yî.

Erdîşêr
Ez ji zimanê te famnakim, lê
dîsan jî ez hêvî dikim ku em lihevbikin.

ZORO
Tu hevalê min î! Em ên kuçe û kolanekî ne!

Erdîşêr
Ez? Tu bawer dikî ku ez hevaltiya salan bixin bin lingên
xwe û fermana kuştina te bidim? Ev şûr!
Ez şûrê xwe li hevalê xwe bikişînim!

ZORO
Na, birayê delal!
Lê niha tu xîyanetê bi min dikî û diçî aliyê dijmin...

Erdîşêr
Dijmin! Tu dizanî ku partîyên Bakur çawan in, gava
nivîskarekî karekî bike ew dibêjin qey karê wan kêm
dibe, lê zêde dibe. Ma te nivîsên Kemal Burkay û
Mehmed Uzun xwendîne?
DÎNOZORO mohra xîyanetê li min xist da ku min tune bike.

Pênûsa bi huner keştî û balafiran dimeşîne, hêvîyê ava
dike, peyv bi hêz e. Kemo Dînozor e, nifşê wî nemaye.
Ji bo wî axirzeman e, qîyamet e, paşîya dinyayê ye.

ZORO
Belê, piştî têkçûna te, dê Mehmed Uzun, Lokman Polat,
Laleş Qaso, Maruf Yilmaz, Firat Cewerî, Hesenê Metê
û rêberên nûh jî têkbiçin. Hingê, em dê bi tenê
bimînin, ez dê bibim wezîrê her çar deveran.

Erdîşêr
Heger ez têkbiçim, yên din hene, zarok mezin dibin.

ZORO
Zarokên we dê wekî Îqbal Masîh cezayê xwe bibînin.

Erdîşêr
Îqbalê Pakistanî, wekî koleyekî hat firotin, kolê dema
modern bû, lê wî îsyan kir...Ew zarokekî bê hêz û bê maf...
Ji wê rojê pê ve, ez te dibînim li vê cîhanê, Îqbalê
serhildêr!

PARTÎYA ZORO tevgêra şikestinê?
Tu niha jî hikumdar î, bi hêz î?

ZORO
Belê, bi qanûn, ez dê sibê, di Dadgeha Partîyê de tawana te
bi xîyanetê re girêbide, hingê tawana te mirin e.

Erdîşêr
Heger ez li ber xwe nedim bê deng bimînim!

Beko
Ez ne dadgêr im, lê dibe ku tu mirinê rawestînî.
Şemo li ber xwe nede, niha dijî.

Erdîşêr
Em dê bikevine cengê...

Beko
Ez komûnîst im.

Erdîşêr
Ma qey komûnîst ji mirinê natirsin?
Ew ne wekî mirovên din in?

Beko
Tu pozê xwe di nav hertiştî de dikî?

Erdîşêr
Kîna te di dê di dilê te de bimîne.

Beko
Serkeftina te dê nîvçe bimîne...

Pîrê
(Pîrê bi dizî guhdarî dike û ji nişka ve dibêje...)

Ew wekî min ji welatê xwe hatiye sirgûn kirin.
Zarokên min di şerê PARTÎYA ZORO´û PDKê de hatin
kuştin. Ez yek ji wan dayîkan me.

Beko
Niha min ji te fam kir, ku tu ji ZORO nefret dikî.
Tu ji kuderê hatî vir?

Pîrê
Tu çawan bi tesadufî hatî vir?

Erdşêr
Ez yek ji mirovên ne bextewar yê welatê xwe me.
Ez bextreş im, bê şans im, xembar im, bê siûd im...
Ev Qedera Reş e, li enîya min nivîsandî.
Lê hebûna mal û milkên mirov jî mirovî bi hêz dike,
hebûna peran jî baş e.
Heger pere tune be mirov tune ye.
Nanê zikê mirov tune be, mirov şeref û
namusê pê çi dike?
Pere hertişt e, pere orispiya civakê ye.

Pîrê
Belê, hingê ez fam dikim tu ji ZORO nefret dikî.
Ka bibêje tu kî yî û ji ku de hatî vir?

Erdîşêr
Navê min Erdîşêr e û ez ji welatê ku çar paytextên wî
hene, hatime vir, wekî welatê xwe ji jihevketî me.

Pîrê
Tu kî yî? Zimanê te çi ziman e? Tu ji kîjan milet î?
Navê welatê te, navê Xwedaya te...?

Erdîşêr
Ez çîlê miletekî kevn, miletekî mezin...Gernas û
mêrxasên welatê min di şêrên DÊRSIM, PALO û PÎRAN
xwe şewitandin da ku sir nedin, niha di goristanên
mêrxasan de raketîne.

Pîrê
Û tu çima hatî vî bajarî, bajarê me?

Erdîşêr
Ez fîrar im, rêwî me, ji welatê xwe sirgûn kirîme.

Pîrê
Xwedê Qedera Reş, li enîya te nivîsandîye.
Xwedê te ji welatê xwe sirgûn kirîye.

Erdîşêr
Qedera Reş...?
Belê, lê sûc, sûcê însanan e, ne yê XWEDÊ ye.
Ez rêwî me, sirgûn kirîme li welatê xwe.

Pîrê
Kî te ji malê te sirgûn kir? Zarokên te li wir...

Erdîşêr
Yên ku ji hemû însanan nefret dikin,
însanên kovî, bejî, însan gurê însan e, Pîrê.

Pîrê
Gava mirov têkbiçe mirov wisan dike.

Erdîşêr
Yado, birayê min ku di şêrê Zaza de xwe şewitand,
bû sedemê têkçûna min.

Pîrê
Oy! Ji bo ku ew sir nede xwe şewitand.
Hingê nexweşê aqil bû.

Erdîşêr
Ji bo Serokê xwe singa xwe vekir.
Te meseleya APO bihîstîye?

Pîrê
Belê! Ew hatiye girtin.

Erdîşêr
Piştî girtina wî û têkçûna ordîya wî, li ser parvekirina ordîya
wî bihevketine. Wezîrê APO,
Rêberê sosyalîstan, DÎNOZORO
simbêlên xwe badide niha li ser mîrasa APO.
DÎNOZORO! DÎNOZORO! Dînozoro bi gur re goşt
dixwe, bi Şivanî re şînê dike.

Pîrê
Lê qey Apo hê têkneçûye?

Erdîşêr
Heger têkbiçûya, dê xwe bikuşta.
Yekî din têkçûye?

Pîrê
Nebextewarîyek dikare bibe sedemê têkçûna
neteweyî.

Erdîşêr
Belê, ji ber hingê ew dijî. Lê neteweyek winda dibe.

Pîrê
Wisan, tu bi xwe şerwanê azadîyê bûyî?

Erdîşêr
Belê, gava welatê min hate xerakirin
û şewitandin, ez jî têkçûm.

Pîrê
Qey kevir li ser kevir nema û bajar tarûmar bû?

Erdîşêr
Belê, qet şopek ji dîwar û malên xerabkirî ne diyar e.





Perde 2


Erdîşêr, Pîrê, Cirdo, zarok (1-2), Zîn
Erdîşêr dest bi hêrs dest bi axaftinê dike.




Erdîşêr
Li pey têkçûna şêrê neteweyî,
Tolhildêrên şikestinê,
Xanîyên kavilkirî,
Hê xwîn e, şîn e.

Nîjada min di nav bisotên agirî re derbas bû,
Min xanîyên kavilkirî,
Mirîyên bê gor,
Ocaxên kor dîtin,
Li wir hê xwîn diherike,
Li wir axa Zazayan êdî mirîyan nepejirîne,
Laşên mirîyên bê xwedî li ber têyran.
Partîyên me bûne xwîn li me,
Ew me li pey me, dewlet li pey me.


Pîrê
Erdîşêr, biserkeftina te, di şêrê neteweyî de,
Nikare hêşa dilê min bide birînê, birîna min derman bike,
Çimkî mirîyên me bê gor in,
Xanîyên me kavilkirî ne, birîndarên me dinalin,
Zarokên me bê cîh û war in.
Ew min dikişînin hindirê xwe.

Erdîşêr
Hêza çekdar bi tenê dişewitîne, Pîrê ew dişewitîne.
Tu dikarî rojên xirab, hêşa dilê xwe ji bîr bikî?

Pîrê
Wêneyek ji rojên xirab ji hezar peyvan zêde diaxife.
Belê, peyvek bi huner dikare ji mîlyonan wêneyan
zêdetir diaxife.
Çend wêne evîn e? An kîn e? An hêş e? An derd e?
PARTÎYA ZORO dersa demokrasîyê dike.
PARTÎYA DÎNOZORO PARTÎYA ZORO ya bê çek e,
çimkî şervanê sosyalîzmê ye, sosyalîzma Rûs.
Yên ku însanan dikujin ne bi tenê CIA, SAVAK, MOSSAD û MÎT
in. Wêneyên PARTÎYA DÎNOZORO jî, ji bo însanan,
wêneyên balkêş in. Te navê MAFFÎYA SIYASÎ bihîstîye?

Em zarokan hîn dikin ku Sovyet Afganistanê bombe
dike. Tirkîye welatê herî bê qanûn yê cîhanê ye,
çimkî însanan dikuje. PKK jî partîya herî bê qanûn a
Kurdistanê ye. PSK çî ye? PSK PKK-ya bê çek e?
Amerîkayî li Filîstînê şervanên aştîyê ne,
Rûsî li Rojhilata Navîn şervanên azadîyê ne.
Putîn Çeçenistanê bombe dike.
Bush Filîstinê bombe dike.
Di mêjiyên zarokan de, wateyên curbecur
ji morala şer pêktên.
Di hîsên zarokan de şirovekirina peyva şer; ne rast e
ku em ji bo Amerîka an Sovyetê bimirin.
Încîl pirtûka dinya ya herî kevn e. Quran jî kevn e.
Lê îro peyvên din ji bo zarokan pir tiştan dibêjin.
Ew bihêz in.
Lê ez peyva xwe dibêjim.
Tu hêzek bi peyvê nikare.
Partîya ZORO û Partîya DÎNOZORO hikumdar in, bihêz in.
Lê zimanê min heye.
Yên ku xwedîyê ziman in,
ew hêza xwe ji demokratîyê digirin.
Tu çiqas ziman dizanî, Cirdo?

Cirdo
Kurê te dê sibê bimire.


Erdîşêr
Bi alîkarîya ziman, bi çekê mezin yê cîhanê,
dê kurê min mirinê bikuje.

Pîrê
Çeka mezin ziman e, dê dijmin bixe bin pîyên xwe.

Zîn
Ziman çawan dikare ji APO bihêztir be an ji DÎNOZORO?

Pîrê
Peyvmendîya peyvê. Çeka cîhanê ya mezintirîn

ziman e, ziman ji çêkên kîmyayî bihêztir e.

Erdîşêr
PARTÎYA ZORO û PARTÎYA DÎNOZORO bihêz in, Pîrê.
Lê zimanê min heye, peyva min heye.
Li kuderê ziman qedexe ye, peyv qedexe ye?
Tenê li Tirkiyê...?...di nav PARTÎYA ZORO û
PARTÎYA DÎNOZORO´ê de...?
Li ku, Pîrê?

Piştî nivîsa Partîya DÎNOZORO, peyv ne azad e, Pîrê,
ne jî li Rojhilata Navîn, ne jî Afrîkayê, ne jî li
Asîyayê...

Cirdo
Oy Erdîşêr!

Erdîşêr
Raweste! Kîjan bayî te virde avêt?

Cirdo
Oy! Siyasetmendar bi çavên nûh li te mêze dikin,
tu dikarî xelqê bigihirînin(bi tinaz).

Erdîşêr
Divê tu pêşîyê xwe biguhirînin,
ji bo ku tu bikaribî cîhanê bigihirînin.
Ya girîngtirîn, daxwaz, huner û qabiliyet e,
ku mirov di rewşa gelê xwe de bijî, bi problem û
daxwazên wî re be; empatî .

Cirdo
(Kemo li doşekê rûniştîye, parastvanên xwe bêdeng dipeyve, dûre yek tê ber pacê, jê re çav dike.
Ew Erdîşêr dikuje).

Partîya me, partîya pêşerojê ye, çimkî ev partî dengê
ciwanan e, em partîya pêşerojê ne, em bi îdeolojîyên
kevn re nîn in, em partîya pêşerojê ne,
çimkî em bawerîya xwe bi sosyalîzmê
û hurmeta me ji bo azadîya însanan heye.

Zarok
(Sê zarok xemginî li laşê Erdîşêr mêze dikin, yek xencê derdixe
da ku Cirdo bike, lê ditirse, hêstirên xwe tevî xwîna Erdîşêrî dike).

Ez dixwazin bizanibim, çima Erdîşêr hat kuştin?
Ez bi rondikên çavên xwe, hêstirên çavên xwe
tevî xwîna Erdîşêrî dikim da ku kuştina wî ji bîr nekim.

Cirdo
Bidin pey min, li min guhdarî bikin, zarokno!
Zarokên hêja!

1 Zarok
Niha, ez li te guhdarî dikim.

2 Zarok
(Xulamên Cirdo zarokan dide tirsandin,
di guhên wan de dike pistepist)

De hiş be! Niha dê Apê Cirdo bipeyve!

Cirdo
Li min guhdarî bikin, zarokên hêja! Hevalên hêja!
Li min guhdarî bikin, bi sebir heta dawîyê.
Gelî Kurdan, hevwelatiyên hêja, hevalên hêja, li min
guhdarî bikin, çi di tûrikê min de heye, bi tenê, bê deng
bimînin, bi dîqet guhdarî bikin, ji bo ku hûn fam bikin.

Bawerîya xwe bi min bihînin, ji bo xatirê edetên neteweyî
û adetên Kurdan.
Heger yek ji mala Erdîşêr an hevalekî wî li vir hebe,
yek ji hevalê Erdîşêr yê rastîn li vir be, ez dixwazim
wisan bibêjim ji wî re ku min ji Erdîşêr hêz dikir mîna
birayê xwe, Erdîşêr hevalê min bû, hezkirina min ji bo
wî ji we ne kêmtir bû. Hingê, hûn dê ji min bipirsin, ka,
ez çima li dijî Erdîşêr rabûme an min ew daye kuştinê.
Ne ji bo ku min kêm jê hez dikir, ji bo ku ez zêde ji
welatê xwe, ji Kurdistanê hez dikim, ew bû qurbana
Kurdistanê. Heger ew bijîya, Kurdistan nedijîya û hûn
hemû di bin nîrê koletîya dijminî de dimirin.

(Zîn bi kîndarî rextê xwe girêdide, nagirî, navê Erdîşêr
li pişta kurê xwe Bebo dinivîsîne ji bo domandina nîjada xwe.
Kurê Zînê Bebo bi dizî bi giregiran dişêwire Hemû bê deng in).



Perde 3






Bebo(kurê Erdîşêr)
Zîn
Mîrzelek
Çoço
Cino
Pîrê
Pişo
Xelq











Bebo
(Bûyer li kolanekî Dîyarbekirê çêdibe. Leşker li kolanan
nobetdar in. Zarok, jin, kal û pîr bi wesyayî bi rê ve diçin,
westyayî û şerpeze ne, destên xwe li çokên xwe dixin, rastê
laşên mirîyan tên. Kontragerîlla, JETÎM, Hizbullah û Partîyên
dîktator li pey Bebo ne, hertişt hatîye organîzekirinê. Simbêlên
mêr û mêrxas badayîne. Mijar li ser tolê ye, tola Erdîşêr. Cilên
neteweyî li Bebo, Mîrzelek û Zînê ne. Kesên ku wan dibînin matmayî dimînin. Li dîwarên kolanan wêneya Atatirk û Ala Tirk daleqandîne).



Hûn ji min dipirsin, ka armanca min çî ye?
Ez bi peyvekê bersiv didim:
"Tolhildan divê! Serketin, bi çi hawayî dibe
bila bibe, serketin divê, heta hemû fasan serketin divê,
bê azadî, bê serketin, ez nikarim bijîm."

Zîn
Ez ne tiştekî me, ne tiştekî me,
lê nîjada min a herî birûmet e, li cîhanê.

Bebo
Baş e, pêşnîyaza te çî ye, Zînê? Vayê yek tê!

Çoço
Xwe tevnede! Kî ye?

Zîn
Na, bersiva min bide! Xwe tevnede!
Raweste! Hûn kî ne?

Çoço
Bijî serokê me!
Bijî serokê me!

Zîn
Çoço?


Çoço
Belê, ew bi xwe...

Zîn
Mişkê çirdox xwe tevnede, hinekan tev dide û dibe şêr.

Bebo
Heger di Şerê Neteweyî de mêr û mêrxasên me
têkbiçin, hemû bimirin û biçin gorê û tu wekî
tawanbarekî li hevketî bimînî! Way li halê te!

Çoço
Ez ne tawanbar im, ne sûcdar im
û ne jî wekî dînekî lihevketî me. Têne
di zaroktîya xwe de hatime hêşandim.

Bebo
Nexweşîya PARTÎYA DÎNOZORO li te jî gerîyaye.
PARTÎYA DÎNOZORO, Partîya Rûs!
Te axa min tewitandîye. Xwe bişo! Xwe bişo!

Çoço
Qey te tiştekî bihîstiye.

Bebo
Naxêr!
Heger min bihîstibe, min ji devê te bihîstîye.

Çoço
Ji devê min ha...?

Bebo
Belê, ji devê te.

Çoço
Min tiştekî pîs di derheqa te de negotîye.

Bebo
Pişo pê li edetên me kirîye.






Perde 4

Zîn, Mîrzelek, Bebo, Çoço, Xelq, Pişo


Çoço
(Li Qehwexaneyek li Dîyarbekirê, çavdêrîya qehwexaneyê
dikin. bi sir dipeyvin. Çoço, Beko, Mîrzelek, Pişo, xelq...
Li dawîya Qehwexaneyê, olperest, Şêx, reîsên eşîran
rûniştîne bi sir dipeyvin). Merovekî dîplomat tê maseya wan..)
Yên ku bi gotina Xwedê bike tu car mirinê nabînin.

Bebo
Belê, dibînin. Bîrahîm û Pêyxember bi gotinên Xwedê
rabûn, ew ji mirin. Erdîşerê Împeratorîya Sasanî jî mir.
Teymûrê Siltan yê navdar jî mir, mîrê mezin Feyrozê
Sasanî mir, Rûstemê Zal û Keykubadê Kurd jî mirin,
Gurgîn Milad û Behram Çopîn jî mirin, Hormizê
Noşîrwan jî mir, Barzanî jî mir, kurê wî, Îdrîs jî mir.

Qey tu bi cinan ketî! Birahîm jî mir, Zerdûşt jî mir, kurên
Xwedê û Pêyxemberan jî mirin. Qey kesê ku bi gotina
Xwedê bike, tu carî mirinê nabîne; belê, dibîne, Birahîm
bi gotina Xwedê kir, ew jî mir, bavê wî mir, dîya wî jî mir,
Siltanên Osmanîyan jî mirin, Selhadînê Eyûbî û
qarehramên ordîya wî mirin, Melek û Meleyên
Erebistanê mirin, keşîş û keşeyên Swêdê jî mirin, Saîdê
Kurdî û mûrîdên wî jî mirin, li ser erdê pan.
Horîyên Behiştê jî mirin, Horî û Melakeyên Xwedê
jî mirin, Cin û Şeytanên Dojehê jî mirin.

Ey DÎNOZORO!
Te heval li hember hevalan, padîşahî li hember
padîşahîyan kişekiş kir. Kêşmêr û mêrên
keleş li ku derê hebin, dê teyrên Baz li wê derê bicivin.

Di pey felaketa Bajarê Alîm û Aqilmendan de
berhem hat nivîsin, lê kîn û nefret zêde dibe. Çimkî
berhem şewqa rojê û tarîya şevê dinirxîne û heyv
ronahîya xwe dide tarîya şevê û bi şewqa wê ve stêrkên
gilover bi hev re dileyîzin.

Zîn
Siyaseta niha wekî orispîya civakê ye, însan xwedîyê
xwe nînin, tên, kirîn...

Mîrzelek
Di bajarê me de mêrxas mirin çûn û daxwaza fîtnekaran
hate cîh.

Bebo
Ez carna mêrxasîya Rûstemê Zal difikirim, mêrxasîya
Xanê Çenzêrîn ku li dijî Şah Abbas şer dike, şerê
Bişarê Çeto û Emê Gozê.

Ma doza Îsko, Îskender çi bû li Dara?
Û Cengiz û Tûmûr kî bûn? Bi rêwîtî hatin.
Şam, Bexda, Tehran, Ankara... û ji bajarê Lenîn
hatin...Ne kitêb salix didin, ne tarîx...

Bebo
Siyasetmendarên ku evînê bikujin,dê nebin evîndar,
hunermendên ku evînê bikujin, dê nebin hunermend,
demokratên ku hevalên xwe bikujin, dê nebin demokrat.
Qatlên ciwanan di stûyê JÎTEM, KONTRA, HIZBULLAH û PKK de....
APO û DÎNOZORO(K. B.) bihêz in, lê zimanê min heye,
Pîrê. Dewlet bihêz e, “Maffîya siyasî“ jî bi hêz e.
PKK û PSK jî dersa demokrasîyê didin,
lê di praktîka wan de peyvên din dipeyvin.
Ew bihêz in, lê zimanê min heye.

Çoço
Pişo berê pêşîn bi damarîya
xwe û dûre jî bi xwişka xwe re...

Bebo
Pişo axa paqij lewitand.

Xelq
Ew kî dibe bila bibe, divê wekî gawirekî lê bê nihêrtin!
gawir e, gawir e!

Bebo
Laşê wî bi zînya ve tijî ye. Vayê tê!

Xelq
(Mele, mirîd, sofî û olperestên bajêr bi hêrs tên...)

Lêxin!
Lêxin!
Lêxin!
Lêxin!


Bikujin!
Bikujin!
Bikujin
Bikujin!

Kafir e!
Kafir e!
Kafir e!
Kafir e!

Qebrax e!
Qebrax e!
Qebrax e!
Qebrax e!

Zînya!
Zînya!
Zînya!
Zînya!

Gawir e!
Gawir e!
Gawir e!
Gawir e!

Lêxin!
Lêxin!
Lêxin!
Lêxin!

Bikujin
Bikujin!
Bikujin
Bikujin!

Pişo
Niha bi biviran li derî dixin. Ez niha dimirim.
Wexta min derbas bû.

Bebo
Ji bîr meke, ew kesên ku xwedîyê
ziman in, di demokratîyê de bihêz in,








Perde 5

Beko, Bebo, Bêrîvan



(Di destên zarokan de daragir (çirayên agir) hene, ew
westîyayî, betilî, qefilî û bixemgînî ji zordestîya Partîyên
dîktator direvin. PARTÎYA DÎNOZORO û PARTÎYA ZORO
dixwazin astengan li ber
wan derbixin, da ku lawaz û şerpezeyan bikin malê xwe...)

Beko
Ma tu dîn bûyî?

Beko
Ez ne dîn im, lê ji dînekî bêhtir sersem bûme, destê min
kelemçekirî li zîndanê, vir bi tené me, bi zincirên te hatime
girêdan, birçî û tî hatime hiştin.

Bebo
Ev name biryara sirgûna te ye.
Ma gelo xwendina te heye?

Beko
Belê, ez dikarim fermana xwe bixwînim û raportê bidin
Generalê xwe.

Bebo
Gelo tiştê ku tu nîşanî min bidî heye?

Beko
(Bêrîvan hêdî hêdî diaxife)
Belê... Bêrîvan biaxife, Horî, Melek û Ferîşteya min...
Bêrîvan! Bêrîvan! Bêrîvan!,
Delala min! Delala min! Bêrîvanê!

Bebo
Bêrîvana min hê xama ye,
Hê piçûk e, zarok e,
Zewaca zû, şikandina evînê ye,
û emirê xwe kin e û bi kul û keser e,
Bila du havînên din derbas bibin,
Dar û ber pelên xwe vebikin, paşê xwe şîn bikin,
Û Payîzê xwe biweşînin,
Hingê, dê keça min bikeve çardeh salîya xwe, bûkanîya
xwe, dê hingê bibêje:"Dayê, bavo dêran e, serê min
gihîştîye kêran e, hûn çima min nadin mêran e....

Beko
Bi baskên evînê re firîyam, hatim vir,
Jîyan li pêşberî min, wekî nexweşiyeke bibe xweşî,
Wekî ku mirin bibe jîyan, şîn bibe ken li min.

Bihêle ez xezala xwe, delala xwe, şêrîna xwe,
nazdara xwe bibînim, jê re bilûrê lêbixim.
Bilûra min bide min. Bi dengê xwe wê bilorînim
Zarok dê bikeve dergûşa xwe.

Bêrîvan
Hunermendên cîhanê yên herî mezin li vir û li wir in, ên
ku bi tragedî, huner, komedî û hespên rewan ve mijûl
dibin, li vir in, dê min birevînin.

Beko
Ev cîhana ku ez û tu tê de dijîn, ber bi xirabîyê ve diçe.
Di çûnê de para me çî ye?

Bêrîvan
Ez dibînim ku cîhan ber bi xerabîyê ve diçe û du mêrxas
lê mêze dikin. Mêrxas qedîyan, qedîyan e, bi wan re gelek
partî jî qedîyan, heyfa mêran.

Bebo
Bi tenê tiştek heye, em hewl didin ku mîrasa mêrxasan
têkneçe. Gava ku ez di destpêkê de bûm, ez wisan bi hêvî,
wisan bi hêvî bûm, lê qedera min, ez avêjim nav însanên ku
jîyana wan e, ji kîsê yên ku ji peyvê nefret dikin.








Perde 6


Mîrzelek, Bebo, Bêrîvan, Cino, zaza, Zîn, Zoro, Beko, Pîrê.





Mîrzelek
( Mîrzelek, Bebo, Pîrê, Cino...
Mîrzelek li qesra Erdîşêr e, ji nişkê ve radibe ser pîyan
diçe û tê. Tîzbîya wî di destê wî de ye. Ala Kurdistanê li
dîwêr daliqandî ye. Du hevalên wî tên di guhên wî de tiştekî
dibêjin. Qala ZORO, Cino û Beko dikin).


Çawan bûye ku erd û esman û Pêyxember çêbûne û
çemên bê serî û bê binî ku pêl didin xwe û diherikin...
Dîsan, ew stêrkên ku li esmên dibiriqin û ronahîya xwe
didin welatê min û bi zilma xwînxweran ve winda dibin,
diçin.

Xwedayek wekî Xwedaya min Haoma be, heye?
Yekî din ku wek Zerdûşt Pêyxember be, heye?
Yekî din ku wek Mîtra be, heye?

Erê, Şêx Pîranê!
Tofan û felaketa 1925ê,
Xalîd Begê Cîbrî
û Şêx Seîd,

51 sêpê, darên îdamê daçikandî,
5 1 rêberên me bi dar ve kirin
Xelîd Beg,
Şêx Seîd,
Du rêber,
Du kêşmêr,
Du keleş,
Ew ji mirin.
Niha ZORO li ber mirinê ye.
Dê bimire.

Sal 1937ê...
Seyîd Riza
û
Elîşêr
Du rêber,
Du bira...
Ew jî mirin, li ser wê axê...

Heger hebûna şanoyeke nemir,
Minê xwe bikira qurban,
Dê şêrîn bibûya kîtab bi min,
Min ê bixwedana Mem û Zîn,
Li pey bihate Remeo û Julîya,
Şahîyek bidaye Mehmed Uzun,
Dilxweş bikira Firat Cewherî, mîzgînî bidaya
Laleş Qaso, şewqê bidaya Hesenê Metê,
Min dê nekira gazin ji Xwedê.

Mîrzelek
Divê şivan bi şîva xwe, pêlavçêker bi pêlavên xwe,
pênûsşûr bi pênûs xwe, wênekêş bi wêneya
xwe, hunermend bi hunera ve dabikeve...

Nîjada me bê nav e, Haoma Xwedêya min e,
ew dizane ku her nîjadeke navekî xwe heye...

Hunermendê gerok, Herodotos Zaza nas kir, lê nav lê
nekir, hunermendê peyv û gotinan, Cîcero Zaza nas
kir, lê nav lê nekir, bavê hunermendan,
Homeros Zaza nas kir, lê nav lê nekir, hunermendê êş
û birînan Hippokrates jî Zaza-Qewmê Çiya nas kir, lê
nav li nîjada min nekir, Hunermendê gerok, Herodotos,
Zaza nas kir, lê nas lê nekir, Hunermend Cîcero, Zaza
nas kir lê nas lê nekir Hekîmê Doktoran Hippokrates,
Zaza nas kir, lê nav lê nekir.

Bebo
Mêr û mêrxas rabûn. Ew jî mirin.

Zerdeşt Pêyxember rojekê ji meleyên xwe re got:
Qedera mirovî di destê mirov de ye.
Mirov di nava xirabî û qenciyê de hilbijartinê dike.

Pişoyê Şeytan di nava sîstema Xwedê de ye, lê Şeytanê
Şeytanan e.

Gotinên min wek gotinên Xwedê ne, bîne bîra xwe
gotina Qedera Reş a Bajarê Alîm û Aqilmendan!

Mîrzelek
Te navê Seroké Komeleya Dinyayê ya
Bêşerefan bihîstîye? An te pêzewengê bajarê Hamburgê,
qebraxê ber firinan bihîstîye?

Bebo
Belê...Pêxwasê Dîyarbekirê û pêxwasên Mêrdînê jî li ba wî
dixebitin.

(Telefon lê dikeve bi sir dipeyvin, wekî dîplomatekî)

Divê em mezin bifikirin, divê em giran bifikirin. Ji bo afirandina berhemeke nemir tenê rîyekê heye, xwendin, dîsan xwendin, dîsan xwendin, em dikarin wargehên huner û çandê li ser vê rêyê ava bikin.

Mîrzelek
Derdkişandina min ev e ku, divê hunermend berhemeke
nemir biafirîne.

Ahmedê Xanî Mem û Zîn nivîsî. Ya ku bi pênûsê were nivîsîn, bi bivirê nayê şikandin, dê heta bi heta, dê xwe berda nav:

Ferhat û şîrîn,
Leyla û Mecnûn,
Warqa û Gulşah,
Wîs û Ramîn,
Aucasîn û Nîcolet,
Heta bigire
Ilyada
û
Odysséen,
Trîstan û Îsolde,
Remeo û Julîa,
Rîgveda, xweşiya xwezayê,
Diyarî ji bo xwedayan,
Ez ji xwe dipirsim tawana min çi ye, ey Varuna-ez
dixwazim bibim zarokeke piçûk ji derd û kulan dûr li ber
şîr, çîroka gernas, Ramas Ramayanayê mezin bixwînim, ku
VAlMIKÎ pê bû nivîskar.

Li ba DÎNOZORO yekî wekî VAIMIKÎ be, heye?
Li wir yekî din ku bi mêrxasîya ve bişibe BARZANî, heye?
Di vê demê de me mirovekî wekî Kawayek be, heye?
Ez ji we tikayê dikim, bînin bîra xwe,
Nivîskarekî wekî Ahmedê Xanî,

Li wir yên din ku wekî Homeros, Sapfo, Dante,
Shakespeare bin, hene, ku berhemeke nemir
biafirînin, dîsan yê ku bişibe Ahmedê Xanî tune ye ku
berhemeke li ser bextreşiya we biafirîne. Di nav we de
Cervastesek tune ye ku berhemeke wekî Don Kîşot
Biafirîne, li ser dexesîya we.

Ew qesr û qonaxên wan dê hilbiweşîn.
Laşên wan dibin xweliya bin lingan,
Kevirên gora wan dê bibin axa lingan,
Gor û goristanên wan dê bihêne jibîrvekirin,
Lê navên wan ji bo xatirên kîtabên wan yên zêrîn,
Yên, ku wan bi xwe nivîsin, ew heta bi heta,
dê hebin. Bibe nivîskar! Li ba wan,
Da ku navê te bibe wekî navên wan.

Hûn derî û sifireyên xwe,
Ji bo xirabkirin û wêrankirinê vedikin,
Aqilmendên DÎNOZORO û ZORO dê winda bibin,
Bextreşiya wan dê bibe bela li ser wan,
Zervan, bavê Xwedayan û qiralan,
Dê laşên wan bike xweliya bin lingan,
Rabin li ser bextreşiya pênûsan, bibin
nivîskar,
Bibe însan,
Bibe însan
Dostê min,
Dijminê postê min.


Ey hêz û quweta Zervanî û Zerdeştîyan,
Haoma, Haomayê Zazayan,
Haomayê Sasaniyan û Zervanîyan,
Haoma, Haomayê hejaran,

Zervan û Haoma,
Ferîdun û Kawa,
Dîyako û Yîma,
Gurgîn û Dara.

Li pey we dijmin em li zincîran xistin.

Bebo
Haoma,
Bavê mirovan û Xwedayan...
Wî Qedera Reş li me barand.

Mîrzelek
Na, wî Qedera Reş li me nebarand, na,
ew Xwedayê herî mezin û dilovan e.

Bebo
Haoma bavê qiral û Xwedêyan e.
Ew carna xirabîyê bi me dike û
carna jî başîyê. Yanî du derîyên,
jîyanê hene, başî û xirabîya jîyanê.

Mîrzelek
Qewmê Haoma nîjadek bê nav e.
Dilê min bi mirovên wisan dişewite.
Heyfa mêran e, mirov guneh in...
Ez ji gunehbûna nîjada xwe nefret dikim, nefret,
lê dîsan jî, jê hez dikim!

Bebo
Ku dilê te bi nîjada te dişewite dest bi serhildanan bike,
dest bi şoreşan bike.

Mîrzelek
Di demeke kurt de bi hezaran neslê me di bin lingan de
pelixîn, wekî mirîşkan virde wêde xwe diavêtin, li ser
erdê pan bê xwedî diman. Şêxê Pîran te ev dîtin û li ber
mirina wan ket. Niha tûj dibe peyçûna wê neslê.

Di welatê Haoma de mêrxas mirin, çûn, bê nav û nîşan.
Erdîşêr, ew ji min re wek bavek û dayik bi rûmet bû,
ew xwediyê berhemeke nemir e-
Bajarê Alîm û Aqilmendan...
Ez li ser xirûcirîyê me. Xirûcirîya me û me...

Bebo
Pênûsa wênekêşan dikare bibe tîreke
li ser hedefa wan a li hemberî xirabîyê, lê dikare hedefa
xwe şaş jî bike. Peyva ku bi pênûsê hate nivîsîn, bi
bivirê nayê şikandin. Yanê pênûs dikare bibe dijminekî
herî dijwar, lê dikare bibe dostekî herî baş jî.
Pênûs wekî guleyên tifingê...

Mîrzelek
Belê, pênûs, di destê kesê xam û xeşîm de,
dikare bibe tîreke ku hedefa xwe şaş jî bike

Bebo
Mîrê bajêr, Mîrserek e. Yanî mîrê
Bajarê Alîm Û Aqilmendan...
Bajar bi xwe huner e, çîroka sê rovîyan e.
Sê rovî û sê mêrxas li dijî hev şer dikin.
Ez bi wê çîrokê bilind dibim, wekî teyrê Baz.
Piştî ku ez bûm têyrê Baz, nivîskar Polat bi Fîlozof li ser
şop danî, nivîskar Hesoyê Biltê bi Tofan bersiv da,
lê bi xwe veda, ne berhem afirîn û ne jî kîtab.
Herakleîtosê Yûnanî ne bi tenê dinyayê wekî yekitî û
tevahîya wê wekî şerekî hindirî dibîne.
Heger ev dijberî nebe, tu tişt nahê guhartin û ne jî
guharbar e. Herikîna demê bê sînor, bê dawî ye.
Dijberî şertekî jîyanê ye. Dijberî mîna nêr û mê ye,
mîna pîr û xort, mîna zava û bûk e, her yek in.

“Germ dibe sar, sar jî dibe germ, hişk dibe terr(şil)
an terr jî dibe hişk.“Herakleitos dibêje: “Harmonî di
dijberîya însanan de ye, pêşveçûn bi dijberîyê dibe.
Dijber bavê her tiştî ye, bavê pêşveçûnê ye“.
Mirovên gêj û bêhiş, li hemberî guhartinên şaş û mat
diminin. Ez mîna Herakletosî li hemberî rewşa siyasî
ya we ya ku wekî xwe maye. Bi saya Zeusê mezin, ez
dikarim yê bi kêr û yê bê kêr ji hev cihê bikin.

Mîrzelek
Xirûciriya me û me...Ji bîr meke, em dijminên qewmê
xwe ne. Em ji qewmê kewan in.

Bebo
Karwanê me dê birêbikevin,
Em dê biçin gorê,
Winda bibin,
Bêkes,
Bêxwedî.
Kîndar.

Mîrzelek
Kîndar bi kîna xwe ve ber bi mirinê ve
Kîna wî dê di dilê wî de bimîne.
Evîna bikîn an kîna evînê dê xwedîyê xwe bikuje!

Bebo
Partîya bikîn xwîna me rijand, bira bi bira da kuştin.

Mîrzelek
Pêwîstîya min bi tolhildanê heye, carna hûcreyên min ji
min re dibêjin: Şer dikare me têr bike.

Bêrîvan
Ez li te tikan dikim,
Ey Xwedayê Xwedayan!

Yîma û Haoma
Zervan û Haoma
Zerdeşt û Haoma
Keykubad û Haoma

Li ser axa we nivîskarên navnemir
Dê jîyana bidomînin!

Bebo
Ahoramazda rabe!
Ew destana te careke din hebûna xwe diafirîne.
Mêr û mêrxasên welatê te,
Dê netewe ne be xwelîya bin lingên we,
Xwînxweran,
Wêrankaran,
Talankaran,
Xerabkaran.

Ez Zaza me, Zaza,
Nevîyê Feyrozê Sasanî,
Zaza nevîyê Dara ,
Feyrozê Sasan,
Hîmê dewleta Zazanî danî,
Bila kes nebêje ne Zaza bûn,
Zaza bûn bi mîr û ferman,
Li Palo û Pîran,
Li Dêrsim û Hezro.

Ez im, mîrê Zazayan,
Li Gênc û Çêrmûk,
Li Hênê û Siwêrek,
Li Sason û Hezro
Ez im, mîrê Zazayan.

Pîrê
Em in, yên hev in, Kurmanc û Zaza, yên hev, yên
hev, bi hezar salan, bi dilxweşî û bi şad...

Ber bi têkoşîna birçîyan ve, ber bi mirinê ve, dixwazim,
dixwazim, ez dê bê qeyd û bê bend, ez dixwazim, ez
dixwazim, ez dixwazim, ez dê, divê ez...

Bebo
Tolhildarên şikestinê partî û mîrên partîyan ber bi mirinê ve,
Hemû ber bi mirinê ve diçin
yek
bi
yek
Sakîn û bêrik bi hevre,
Bêkêf û dilşad bi hev re,
Mêr û jin bihev re,
ZORO û DÎNOZORO bi hev re,
Ber bi mirinê ve...

Em li dijî giranbûn û cidîbûna dijminê xwe bi tinazên xwe
Û tinazên wî pê re biaxifin.

Cino
Tu alîkarîyê ji kê werdigirî. Tu bi dijmin re yî.

Bebo
Ez ne peyvmend im, ez tiştekî nabêjim,
min tiştek negotîye. Ez xwe qirêj hîs dikim, lê hûn
beşeke ji vê rewşê ne. Qetla ciwan di stûyê we de ye û
ez jî ji, li ser vê axê dijîm.

Pîrê
Birayê te, di şerê neteweyî de bi nîjada xwe re bû,
Generalên Partîya ZORO cezayê mirinê danê. Gava birayê te
derket Dadîgeha Xelqê, Alaya Welatê xwe, Alaya
neteweyî li xwe pêçandibû û ew jiyana ku bi xayîntîyê
hate tawanbar kirin, ne pejirand û niha wekî mirovekî
mêrxas derbasî rûpêlên dîrokê dibe.

Cino
Birayê Bebo serhildanek li dar xist. Serhildana wî nîvçe
ma, tevgêra wî şikeşt.

Pîrê
Serhildana wî li dijî xirabîyê bû, ne li dijî we û ne jî serokê we.
Qey cesareta ku ew xwe bikuje tê de tune bû.(Axaftina Pîrê
nîvçe dimîne, tifing diteqin, Bebo tê kuştin. Cino ji odevanî
serê xwe dihejînin, îşaret dikin, Bebo bi komployekî tê kuştin).





























Perde 7





Zaza
(Li gundê Erdîşêr( kurê Erdîşêr, Erdîşêr 2). Rextên Zaza, Mîrzelek û Zîn
girêdayî, xencerên wan li ber wan, cilên neteweyî li wan, tifingên wan li
milên wan, ji dûr ve dengê teqîna tifingan tê.
Bebo hatiye kuştin. Zaza hem dikeve şûna Erdîşêr û hem jî Bebo...
Yên Bebo û çend gundîyan dikujin, piştî kuştina Bebo, tên mala Bebo,
mêhvanên Bebo ne, xwe xemgîn nîşan didin, bê deng in,
guhdarîya Mîrzelek dikin da ku înformasyonê werbigirin.
Hemû pêşî bi sir dipeyvin, pistepista wan e).



Mîrzelek
Cirdo ji ber xelaya însanan bû însan,
bû xwedîyê însanên ku jîyana wan ne ya wan e.

Zaza
Gotinên te mîna gotinên Xwedê ne.

Mîrzelek
Gotinên Xwedayan li ba Kurdan pere nakin.

Zaza
Ez ji Qedera Zazayan ne razîm e. Ew û Kurmanc
xwedîyê qederekê ne, qedera nivîsandî, Qedera
Reş!

Mîrzelek
Me bihev re xwîn bi xwînê şûşt,
me bi hevre xwîn winda kir.

Zaza
Li ser navê azadîyê pir mirov tên kuştin.

Mîrzelek
Azadî hunereke dijwar e, tê de xweşî û nexweşî têkel
e. Divê tu baş bizanibî ku kul û kederên te yên me ne
jî. Destûr bide ku, ez xebera aştîyê rê bikim.

Zîn
Wan zarokên me ne kuştin, Mîrzelek? Me kevir da
ser dilê xwe. Me bi mirina xwe re kul û kederên xwe
jî kire gorê. Me got, em li hev werin, wan aşitî xirab
kir.

Mîrzelek
Tiştê ku bûye, careke din nikare bihête guhartin...
Kuştina xiraban dikare tola bi xêr be, lê tola ku bi
destên xelqê çêbibe ya ku mîna qiral Caesarê
Romî, ango qralê Fransayê, Hendîye be, dibe
tola nîjadê. Di tola nîjadê de rewş guhirî, çimkî
kîndar, bi harbûna xwe ve dibe cadî.

(Telefon lêdikeve Mîrzelek bersiv dide, bi sir dipeyve)

Ax bûye xwîn li vir! Destê xwe bide ser wijdanê xwe û
bi însaf bipeyive.

Zaza
Em hemî xeraban serjêbikin, bikujin, goştên wan
bixin, em çi bikinm, dayê?

Zîn
Bi zimanê wan yê nerm mexapin. Ew neyarên koka
me ne. Pişo wekî Hesenê Biltê, dê di nav
durûtîya xwe de, bi henekên xwe ve dê bimire, biçe
gorê. Mirin tenê ji bo kesê mêrxas nîn e, kesê
teres û şerpeze jî dixwaze. Canê Pişo ji laşê Pişo
derketîye, lê ji durûtîya xwe derneketîye.

Mîrzelek
Heger em bi gotina te bikin, dê jinên me jinebî û
zarokên me jî sêwî bimînin, Zînê.

Zîn
Aştî li welatê min mirîye; çimkî Pêyxember mirîye.
Em bûne tolhildarên şikestinê, têkçûnê.

Mîrzelek
Heger aştî çênabe, dê xwîna me biqede; ne xwîna
wan. "Dijminê dijminê min dostê min e".
Ew herdu wekî roj û şevê ne.

Zaza
Mêr û mêrxas mirin, çûn. Em ne heq in, dadê!
Bavo rast dibêje, em ne heq in, dadê. Tu dîya min î,
mezina min î, ronîya çavê min î. Hinek bi însaf be.

Zîn
Tu berî zilamekî mêr bûyî, wekî teyrê Baz li meydanê...
Niha ferqa te ji kûçikekî dijmin nemaye. Tu dixwazî
keça dijmin bînî û me rezîl û ruswa bikî, qebrax!

Zaza
Vê pistepista te serê min bir hindî. Ez dest û lingên te
maçî dikim, hindî bes e! Xwîna hemîyan rijiyaye,
tenê ne xwîna me.




Perde 8

Zaza
(ZORO, Zaza, Bêrîvan, Zîn, Mîrzelek, Beko, Xelq, zarok, jin, kal, pîr...)
Organîzekirina komplo, dekûdolaban, fêlên dizî, plana kuştina dijberan
Werîs di stûyê dijberên PARTÎYA ZORO de ne. Yanê çend kesên ku ji
PARTÎYA ZORO veqetîyane, revîyane, lê hatine girtin. Laşên dijberan li
ser erdê... Li milên din, zarok, jin, kal ku bi destên dewletê hatine kuştin,
laşên wan bêhn dide, laşên mirîyan bê xwedî li ser erdê Destên çend
gerîlla li pişta wan kelemçekirî...
Ew ji PARTîYA ZORO veqetîyane û ji lewre jî alîyê PARTÎYA ZORO ve
hatine girtin. Li milên din Yekî PSKê jî li wi amade
ye, ew zilma dewletê nabîne, ji lewre jî ew heqaretê li hevalên xwe dike,
dibêje Alçaxekî(A.S) ji partîya me veqetîyane, nan nedim wî, pê re
xebernedin. Ew "Alçax" e. Pirtûkek bi navê dersa demokrasîyê dixwîne.
Wêneyên Barzanî, Yado, Şêx Seîd û Seyîd Riza li dîwêr daleqandî....
Civîn li gundê Erdîşêr e. Li herderê parastkar hene.
Çend kes ji JÎTEM û MÎT jî çavdêrîyê dikin...)


Li Kurdistanê Zeko serhildanek li dar xist. Serhildana
wî nîvçe ma, tevgêra wî şikeşt. Fermana kuştina wî hat
birîn. Bi milên wî girtin ber bi dadgeha
DÎNOZORO ve meşîyan, hinekî çûn rawestîyan,
li qanûn û edetên neteweyê xwe mêzekirin. Li gorî
edetên PARTÎYA DÎNOZORO, cezayê Zeko
ew e ku ew bi werîsê xwe bixeniqîne. Lê cesareta ku
ew xwe bixeniqîne tê de tune bû. Paşê Ala Kurdistanê
li xwe pêçand, wekî têkoşerekî azadîyê derbasî dîrokê bû.

PARTîYA DÎNOZORO digot, Mehdî Zana, di şerê
neteweyî de bi dijminê re ye. Gava Mehdî Zana
derket ber darê îdamê, ber sêdarê, Alaya
Kurdistanê li xwe pêçandibû û ew jîyana ku bi
xayîntîyê hate tawanbar kirin ango mohra xîyanetê ne
pejirand wekî mêrxasê berxwedanê derbasî rûpêlên
dîrokî bû.

DÎNOZORO wekî Zoro mohra xîyanetê li hevalê xwe, Zeko
(Z. A.) jîxist. Lê Zeko ew jîyana ku bi xîyanetê hatibû
navandin, ne pejirand wekî Yado ber bi Kurdistanê
meşîya. Xelîd Begê Cibrî wekî efsaneyeke ber bi
sêdarê ve meşîyabû û mohra xîyanetê nepejirand.
Neco ber bi mirinê ve meşîya, da ku sir nede...

Seyîd Rîza, Rîzoyê Zazayan jî wekî efsaneyekî ber bi
Sêdarê, sêpê meşîyabû.
Omer Moxtar, Omerê Cezayîrê ji bo xatirê edetên
neteweyî ber bi mirinê ve çû.

Denîz Gezmîşê Tirkiyeyî jî, ji edetên xwe nedan
bin pîyan wekî Hûtekî bi ber mirinê ve, ber bi
sêdarê meşîyan.

Birayê min ji bo xatirê ZORO xwe şewitand da ku
sir nede. Lê ZORO edetên neteweyî da bin lingan,
da ku bikaribe, ber bi jîyanê bimeşe, qetlên ciwan di
hustîyê wî de ye.

ZORO
Li wir raweste! Hûn ji min hez nekin, divê hûn li
hemberî min rast û durist bin. Ne hewceye ku hûn
mirûzê xwe bikin û rîyên xwe tirş bikin.

Zaza
Li vir kes nikare piçek jî bê min tevî dabeşê
bibe. Heger di welatê min de tiştekî zêde qeweta min
çêbûye, pêkhatibe. Yanê di welatê min de hurmeta
min tune be, hingê ez wekî mirovekî fîstek im.

ZORO
Ez dixwazim tiştekî bibêjim. Tiştê ku min nedîtîbe,
gotinên xelqê têrnakin. Hûn niqulê xwe di nav her
tiştî de dikin. Ev jî dijmin zêde dike.

Zaza
Civat ber bi xerabiyê diçe, çima diçe?
û di vê xerabkirinê de wek şexis para me çî ye?
Em wek koleyan dijîn an em ji bo guhartina
sîstema heyî, di nav sîstema xwe de xwedîpar û
berpirsîyar in.

Zîn
Di nav me de yekî wekî Yado be, heye,
Yekî din wekî Erdîşêr be, heye,
Yekî din ku wekî Zeko(Z. A.) be, heye

Wekî trajedîya qiral Oidîpus e, bêyî ku Oidîpus
bizaniya bi dîya xwe re dizewice û Pişo jî, bêyî
bizanibe li bavê xwe dixe, wî dikuje û xwişka xwe
re dizewice. Yek bi dê û yek bi xwişkê re...

Bêrîvan
Lê tawana kê?
Ya dîya Pişo an jî ya General...!

Mîrzelek
Tu min dikişînî derekî din, Bêrîvan, ez ne amade me.

Bêrîvan
Pişo ne ji Cirdo ye, lê ji kê ye?.

Mîrzelek
Wisan dibêjin, lê mirov nizane, bavê Pişo ocaxê
kor bû, bi General şîn bû. Ji bo ku warê
Pişo şîn bibe General bi jina Pişo re...ha!

Bêrîvan
Pişo ji kê ye?

Mîrzelek
Ji dîya wî bipirse, ne ji min.

Bêrîvan
Em, bibêjin, belê...

Mîrzelek
Dê dizane, ne bav.

Bêrîvan
Bavê min bîryara kuştina pîçan da, lê hat
xapandin.

Beko
Min di “Bajarê Alîm û Aqilmendan“de, Dinya
Mirîyan xwend, min tê de Hades dît. Min tê de
Dinya mirîyan û Xwedêya wê Hades dît...Yanê
cihê ezabê, dojeh, cehneme, cihê ezabê...

Bêrîvan
Piştî 35000 hezar şehîdan û şewitandina gundan
ZORO jî, di eynî qonaxan re derbas dibe, berê xwe
dide warê tarî û li dijî nîjada xwe derdikeve.

Dr. Şivan jî û Saîd jî mîna rojê bûn, ew mezin
bûn, şewq dan, paşê bi destê nîjada xwe winda
bûn. Bi hezar nesl û nîjadên Xwedê win dibin û bi
hezaran ji nûh şîn dibin. Wekî Payîz, bihar, Havîn û
gera hîvê û rojê ango dar û ber Payîzê pelên xwe
diweşînin û Biharan ji nûh şîn dibin. Hinek zû şîn
dibin, hinek jî dereng. Şertê jîyanê!

Beko
Tu ne mirov î û ne jî Xwedê yî, tu tenê êşên ku di
navbera mêşmirov û kêşmêran de hene, dide der.

Zaza
Belê...Çimkî ev dinya ku tu tê de dijî, ev ne dinya
ya rasteqînî ye, wekî nîzama Dehak e.

Beko
Tu jî wekî Xwedayek bi tenê yî. Kurd jî wekî te bê
kes in û Xwedê jî bê kes e.

Zaza
Bêkesîya min ji hunera min e û bêkesîya Xwedê jî,
ji hunera wî ye. Nîjada min ji nîjada Haoma ye.
Yanê Xwedê bê kes e; Zaza jî bêkes in.
Haoma yanî Xwedaya Zazayan wekî wêneyek pir
tiştan îfade dike, wekî xêzên pênc pirtûkan;
Avesta, Încîl, Zebûr, Tewrat û Quran.

Mirovê têkûz, xwediyê berhemeke têkûz e.
Hunermend ew şewq e ku rojê dinirxîne, bi hunera
xwe.

Piştî Kawa, herçiqas însan hatibe guhartin jî, însan
piçûk bûye û mezin ne bûye.

Azadî bi hunera hunermendan hatiye holê û bi
hunera hunermendan jî holê radibe, diçe.
Hunermend bi hunera xwe ronî dike cîhanê yan
tarî dike.

Bajarê nemir“ Bajarê Alîm û Aqilmendan“ bi huner
hatiye wênekirin, tê de pêxwaz, bêbext, virrek,
çavnebar, xayîn pir in; tê de kêşmêr, keleş û
mêrxas jî pir in.

Bajar, yanî huner, têkçûna tarîyê û cemidandina
xîyanetê ye. Sir û hêvîyên rojê di “Bajarê Alîm û
Aqilmendan“de reng dane. Nivîskar şewqa Rojê û
tarîya şevê nirxandîye.

Di nav me de nivîskarekî nemir tune ye, lê tenê
nexweşiyeke wisan hişk, genî û bi rîm heye, ku wek
felaketa Bajarê Alîm û Aqilmendan, lehî û olan
dide. Gotina “Qedera Reş“ tê bîra min, ev gotin
gotina Xwedêyan e. Te gotina Qedera Reş
bihîstîye?

Mîrzelek
Ez bi xwe hunermendê Bajarê Alîm Aqilmendan
me. Yanî ez hakîmê bajêr im. Qedexekirina
pênûsa min jî, ji ber hunera min e.


Perde 9

(Beko, Zaza, Mîrzelek
Li Dîyarbekirê/Qehwexaneya Xançepekê...
Çend tîpên pêxwaz, dekbaz, virrek, qebrax)...

Beko
Tu yê mirinê yî, dê gelekî însan bimirin.
Du rê li ber te mane; rîya mirin û riya revê.
Bibe rêwî! Bibe qaçaxê...

Zaza
Jîyana min ya min bi xwe ye, ya min bi xwe.
Ez bi xwe, xwedîyê xwe me,
Bi nîzam û qanûn,
Ez nahêlim ku yek min bike malê xwe.
Însanê hêja! Tu însan î!
Tu hebûnekî îndîvîd î, tu xwedîyê xwe yî.
(Navber, telefon lê dikeve, Zaza bersiv dide, lê bi sir)

Dê gelekî însan mirin. Birayê te di nav wan de
ye, tu qebûl dikî?


Beko
Belê, ez qebûl dikim.

Zaza
Fermo! Fermana wî mohr bike, bi xeta sor!

Beko
Bi şertê ku dîya min pênehese.

Zaza
Tu vê mohrê dibînî, gava ev bi xeta sor were
nivîsandin, hingê nîşana mirinekê ye, lê bi vê
mohrê dê çar kes bimirin. Tu meleseya Rayberê Xayîn
û Elişêr dizanî. Sala 1937ê...? Sala Reş!

Mîrzelek
Elîşêr û li pêşberî wan Rayber
Rayberê
Xayîn.
Zaza
Ez Zaza me, lêbelê, di cîyekî min bi xwe de Şêx
Seîdê Pîran heye, Seyîd Riza heye, Yado heye.
Ez dê qala têkoşîna Şêx Seîd bikim, lê divê ez wê
têkoşînê ji laşê xwe derbixim, ne ji devê xwe.

Ey Astyagêşê Dehak, kurê KeyXesro di Avesta de bû
dijminê Însan, ji zilma te, neteweyê te
winda bû, ji hikumdarîya te, tu
bûyî xwedîyê sêserî, şeşçav, sêpê û hezar mil in.

Ey Kurdistana Haoma û Ahora Mazda,
Atar, Atarê Zazayan,
Ferîduna Medan di destpêkê de,
Tu Xwedayekî Med bû, li Îranê bû Cemşîd.

Ey Kawa! Li pey te, em li zincîran ketin, bê dilovanî.

(...navber, paus...)

Ez kurê Erdîşêr bim, Erdîşêr! Erdîşêrê! (Erdîşêr 2)!
Ez ne yê zirt û forta me!
Here zirt û fortên xwe,
Li kêleka jina xwe bike!
Gava şer û cenga giran be wekî têyrê Baz li
meydanê me.

Cirdo, were rayê!
Heger tu neyî rayê,
Dê bibe tiqetiqe tifingan!
Cirdo lawo! Ez kurê Erdîşêr bim,
Ez berxê dê, beranê bavê bim,
Ez qisasê serê sêzdeh mêran bim,
Ez dê li wêderê bikim kafistanîyê,
Ez ji te re dibêjim , were rayê!

Fêlbazê deşta Mêrdînê,
Qehweçîyê Xançepekê,
Midûdrê Erxenîyê,
Pêxwasê Dîyarbekirê.
Ez, kurê Erdîşêr bim,
Hêlîna eşqîyan û fîrarê dewletan bim,
Berxê KÊY KELO bim,
Eşqîya û fîrarê dewletan bim.

Beko
Ez ketime berxê te Rebê Alemê!
Bila çavên dê û bavên min li rîya dûr nemînin,
Min bide xatirê Rebê Alemê.

Zaza
Ez kurê Erdîşêr bim, ji mala asilzade û bi qudret bim,
kurê Paho bim, ji mala mêran bim, kurê Paho bim,
neviyê Kêy Hêgonî bim, kurê xeberdarê Xwedê
bim, neviyê Erdîşêr bim ji mala asilzadeyan bim,

Hûn kermêşên şevê bin,
Casûsên rojên bin,
Hevalên xayîn bin,
Marê ber tavê bin.

Vê serê sibê, ez bala xwe didimê
Qebraxê Wanê,
Canbazê Batmanê,
Fêlbazê Mêrdînê,
Fîtnekarê Erxenîyê,
Qehweçiyê Xançepekê,
Li hev civîyane.
Li milên din,
Avakar û xirabkarê şoreşa Apo,
Li ber wî wêne û şîretên DÎNOZORO.

Ez Zaza bim,
Şûrkêşê KêyKelo bim,
Ez berxê dê û beranê bavo bim,
Ez qisasê serê çardeh mêran bim,

Hutê deşta Dîyarbikirê bim,
Beranê serê çîyê bim,
Nevîyê Medan bim,
Kurê Paho bim.
Ez bala xwe didimê,
Fêlbazê deşta Mêrdînê,
Qehweçîyê Xançepekê,
Fîtnekarê Erxenîyê,
Dekbazê Farqînê,
Li min digerin casûsî û taqîbatê.

Ez li milê din dizivirim
Serokê virrekan,
Li pêş xwe dizivirim,
Serokê fişko û rîpoyan,
Li paş xwe dizivirim,
Pêxwasê Dîyarbekirê.

(Dijmin teslîm dike, destê bilind dike. çekê xwe datîne).





Perde 10

(Li mala Beko. Zaza, Zîn, ZORO, Zarok...)







Zîn
Yê ku bawerîya xwe bi xwe tîne, dikare dinyayê jî,
îdare bike. Ew ne ji ronahîyê û ne jî, ji tarîyê ditirse.

Zaza
"Li welatê koran, yê yekçavek jî dibe qiral".

ZORO
DÎNOZORO, nav nerm e, dilhişk e.

Zarok
Ez dê heyfê, tolê bistînim!

ZORO
Belê, heyfê! Tolê! Were vir! Li wan bigere! Wan di nav
agirê Hadîsê de bişewitîne! Divê yek ji wan xelas nebe.

Zarok
Raweste! Tawana wan!


ZORO
Li wir bê deng bimîne!

Zarok
Em li we guhdarî dikin, em bi we re ne, em bi we re
dimirin.

ZORO
Zarokên hêja! Ez naxwazim hîsên serhildanê li ba we
şîyar bikim. Ez xeberxweşbêj, peyvmend nî nim, wekî
Erdîşêr.

Beko
Ez Generalê ordîya Zazayan bûm, lê ez dijminê Zazayan
bûm, hingê dengê min kuçe û kolan belav dibû, ji bo
hemû birînên APO, yên ku bi xwe hemû kevirên
Kurdistanê dikire serhildêr.

ZORO
Hingê, em îsyan bikin, bila kevirên Ewropayê jî bibin
serhildêr! Bibin serhildêr! Bibin serhildêr!

Beko
Zarokên Erdîşêr bişewitînin!

ZORO
Hemû werin vir! Werin vir!

Beko
Gelî zarokan, divê ez ji we re tiştekî bibêjim, bêdeng
bimînin! Li serokê xwe guhdarî bikin!

ZORO
(Bi dûrî ve Erdîşêrî dimînin, Erdîşêr diçe malê û ew jî dixwazin wî, bi
zarokên wî bişewitînin)

Vayê mîr, Zaza tê!

Beko
Em dê tolê bigirin!

Zarok
Ev qiralê me, qiralê neteweyî!

Beko
Rawestin! Li min guhdarî bikin! Hemû bê deng bimînin!

ZORO
Devê xwe bigirin! Hûn dê werin şewitandin, an hûn dê
bi destên xwe xanîyê Erdîşêrî bişewitînin!

Beko
Agir bînin vir!

ZORO
Çavên wan derbixin! Hemû pêçî û tilîyên wan jêbikin!
Agir bînin li vir, bisotên agirî bihênin li vir! Zarokên
Erdîşêrî bişewitînin, kîrên wan jêbikin, dest û lingên wan
bişkênin, agir berê hemûyan bidin!




















Perde 11





Zaza
(LI DADIGEHA XELQÊ...)
Cirdo, Şêx, Prastvan1-2, Zaza, Xelq, Zaro1-2, Çoço)

Di destpêkê de, di bûyîna tevgêra neteweyî de, tu ne bi me re bûyî.
Lê te, dilê me ji me stand û bir, kire sembola xwe, hingê ez nefikirim û
ez têgihîştim.. Gava ku ez ji PartîyaDINOZORO vediqetîyam, hingêDINOZORO
qedera min nivîsand, da ku ez têkbiçim û partîya wî bihêz bibe.

PSK li ku û dîrok li ku...? PSK dibêje:
"Alçaxno, hûn çima ji partîyê vediqetin, nan nedin wan?"

Kişo
Yado, di şerê neteweyî de xwe şewitandibû da ku sir
nede, ji bo ZORO, ji bo serokê xwe. Di pey xwe re
efsaneyekî hişt, di pey wî re destanek afirî.



Zaza
ZORO serhildanek li dar xist. Serhildana wî nîvçe ma,
tevgêra wî şikeşt. Gava ZORO derket dadîgeha Tirk,
Alaya Tirk li xwe pêçandibû û wekî xayînekî Kurd
derbasî rûpêlên dîrokî dibe.


Kişo
Xelq jî li dora Dadgeha Ankarê kom bûbûn, li
benda dengê Evdo bûn. Lê cesareta ku ew xwe
bixeniqîne, tê de tune bû.

Paşê mêrxasên Kurd, ji ber rûreşîyê wî, xwe
xweranegirt, cilên neteweyî li xwe kirin, paşê jinên
mêrxasan, melesên xwe danîn serê mêrên xwe, Ala
Kurdistanê li xwe pêçandin. Paşê mêrên Kurd jî, Alaya
Kurdistanê li xwe pêçandin.


Odevan
Alo! (Telefon lê dikeve)










(Qehwexaneyekî li Dîyarbekirê. Wêneyên Şêx Seîd, Seyîd Riza,
Xelîd Begê Cebrî, Barzanî û Qazî Muhamed li ser masê ne).
Li Qehwexaneyê Şêxek tarîqetê diaxife. Quran li dîwêr daliqandîye.
Li wir, mirîdên Şêx, reyîsên eşîran, giregir, serokên partîyan, Mele û
kesên oldar bi sir dipeyvin. Yek dikeve hundir. Dengê tifingan tê.
Derûdera qehwexaneyê polîs, MÎT... çavdêrîya Ewropayê,
Çavdêrîya siyasî û xebatên demokratîk di gel hemû dijwarîyan.
Cirdo, Şêx, Parastvan 1, Parastvan 2, Zaza, Xelq, Zarok, jin, kal...)

Cirdo
Şêxê min! Şêxê hêja!
Ez Cirdo me,
Fermanan didim,
Bi çek im.

(Telefon lê dikeve)

Ez hakimê Kurdistanê me,
Yekî min Hewlêr e,
Gavek min Silêmanîye ye,
Gavek min Muhabad e,
Gavek min Dîyarbekir e.

Şêx
(Bi hêrs bersivê didê)

De hiş be! Kurd ji te hez nakin, çimkî Xwedê ji te hez nake!

Ez Şêx, Şêxê we, di derekî min de Şêx Seîd heye,

Cirdo
(Hê tam rûneniştîye, gotin ji devê wî nîvçe derdikeve, bi endîşe ye).

Tu Şêxê "Tarîqetê" yî, tu bilindtirîn,
rûmetdartirîn û kerametirîn Şêx î.
Şêxê min! Şêxê hêja! Serokê min!

Şêx
Tu dixwazî ji vî welatî birevî, bibî fîrar,
bibî qaçax, bibî revok...

Cirdo
Oy Şêxê min, qeder ji min çi dixwaze!

Şêx
Tiştê ku tu dixwazî, li enîya te hatîye nivîsandin...

Cirdo
Qeder ji me çi dixwaze, divê em bizanin, em di çi demê de
ne, em ê mirinê ne, lê mirina me kîngê ye, divê em wê rojê
bifikirin. Yê ku emirê Bebo kin kirîye, ez im, Qedera
Nivîsandî ye.

Şêx
Belê, Rayberê Dersimî jî wekî te gazi gaziyan dikir,
ji Xwedê, lê ji bo ku sûcê xwe vebişêre, gaziyan dikir.

Cirdo
(Difire, ji nişka ve...)
Kî bi min re tê mirinê, fermo! fermo!?

Parastvan 1
(xelq rabûye ser pîyan, serhildan destpêdike)
De hiş be! Xwedê ji te hez nake!
Zaza tê! Dijminê zaliman û hevalê Başur!

Zaza
(Derûder nerazîbûna xwe dîyar dikin).
Ez Zaza me(Erdîşêr 2), ez!
Cirdo, tu dê sibê bimirî!

Cindo
Hebûna min ji Xwedê, ji Rebê min e, çarenûsa min,
qedera min, li enîya hatîye nivîsandin.

Parastvan 2
Wî bigirin, bihêle bila Zaza pêbihese!

Parastvan 1
Serokê min tê, hişk pêbigirin! Hevalên ZORO windane,
Cirdo girtîye! Cirdo girtîye! Cirdo girtîye!

Zaza
Li ku...?

Parastvan 2
Li vir, Cirdo girtiye.

Zaza
Li kuderê ye?
Ez bawerim, kes nikare Cirdo bigire, têxe zîndanê,
marên wî pir in...

Parastvan 2
Gava tu wî bi sax î yan mirî bibînî, hingê tu yê
bawer bikî ku ew Cirdo bi xwe ye.

Zaza
(Mirovek Zaza bi tilîya nîşandanê...)

Serokê we, seroké Komeleya Dinyayê ya Béşerefan e.
Hûn Beko, Qelşoyê Çilrû, Firno ne,
Ez Zaza bim, şûrkêşê KêyKelî bim,
Kurê Paho bim, nevîyê Medan bim,
Berxê dê û beranê bavo bim,
Ez qesasê serê çardeh mêran bim,
Hutê deşta Diyarbekirê bim,
Wekî gurê Sibatê bim,
Ez Erdîşêrê Paho bim, Zaza bim,
Hêlîna eşqîyan û fîraran bim, berxê Kêy Kelo bim,
Eşqîya û fîrarê dewletan bim, berxê Kêy Kelo bim,
Eşqîya û fîrarê dewletan bim.
Ez Zaza bim, ji mala asilzade û bi qudret bim, kurê
Medî, ji mala mêran bim, kurê kurê Zaza bim, neviyê
KêyHêgonî bim, kurê xeberdarê Xwedê bim,
Nevîyê Medan bim, ji mala asilzadeyan bim.
Hûn kermêşên şevê bin, marê ber tavê bin, cacûsên
rojên bin, hevalên xayîn bin.

Ez Zaza bim, qewmê çîyê bim,
Gava li çîyê bim wekî gurê Sibatê, gurê devbixwîn bim,
li pey dijmin bim.


Xelq
(Sofî, Mele û kesên olperest li
Çoço digerin da ku wî bikujin)
Zînyakar li kû ye?

Zarok
Li hundir e.

Xelq
Bi hev re êrîşê dihînin ser Çoço..)

Vayê Çoço!
Lê xin!
Lê xin!
Lê xin!
Lê xin!

Zarok
Êdî bes e!
Lê medin!

Xelq
Bikujin!
Lê xin!
Lê xin!
Lê xin!
Lê xin!

Çoço
Ayîîîîîîîîîîîîîîîîîîî! Ayîîîîîîîîîîîîîîîîîîî!

Xelq (1)
Beko direve! Lê xin! Lê bixin!
Bikujin!
Bikujin!
Bikujin!
Bikujin!

Xelq(2)
(Koma mele, mirîd, olperestên bajêr)
Zînya!
Zînya!
Zînya!
Zînya!

Bikujin!
Bikujin!
Bikujin!
Bikujin!

Zarok
Bavo, Beko, Cirdo, Pişo, Cino û ZORO direvin!
Werin rayêêê,
Werin rayêêê,
Werin rayêêê,
Werin rayêêê.

(... navber)

Werin rayêêê,
Werin rayêêê,
Werin rayêêê,
Werin rayêêê.

(... navber, dîsan dom dike)

Werin rayêêê,
Werin rayêêê,
Werin rayêêê,
Werin rayêêê.

Xelq
Bikujin
Gawir e!
Kawir e!
Gawir e!
Kawir e!

Gawir e!
Kawir e!
Gawir e!
Kawir e!

Bikujin!
Bikujin!
Bikujin!
Bikujin!

(DENGÊ MARŞA NETEWEYÎ BILIND DIBE.
HÊDÎ HÊDÎ ALAYA NETEWEYÎ BILIND DIBE Û PERDE TÊ GIRTIN).

Dawî

No comments:

Post a Comment