Thursday, January 22, 2009

Quran bi kurdî

QUR'ANA
PÎROZ



Wergerandin
Husein Muhammed


























Wergerandina Qur’anê

Berî min jî, çend camêran Qur’an wergerandiye kurdî. Min di wergera xwe de sûde ji hin ji wan jî wergirtiye: bi taybetî ji wergera Seyd Elî Şîlanî, ya Abdullah Varlî û (vê dawiyê jî) ya Mela Mihemedê Hekarî yên bi kurmancî (ya Şîlanî bi alfabeya erebî ye) û ji wergereke soranî (”Tefsîrî Asan”).
Ew wergerên navborî hemû jî gelek hêja ne. Lê mixabin yek ji wan jî ne li gor kurmanciya standard û sade hatiye nivîsîn. Ya hêja Varlî bi peyv û hevokên gelek asê hatiye nivîsîn. Wergera Şîlanî bi alfabeya kurdî-erebî û bi giranî jî bi devoka behdînî ye loma xwendevanên kurmancî yên ku tenê bi alfabeya latînî dixwînin nikarin wê bi kar bînin. Wergera Hekarî (ku bi xwe bi pirranî kopiya wergera Şîlanî ye) bi devoka hekarî û behdînî ye û hem ne li gor rastnivîsiya kurmanciya standard e û hem jî xwendina wê bo kesên ku tenê nasyar û aşnayên kurmanciya rojava (botanî) ne, hinekî dijwar e. Lê dîsa jî, eger wan camêran berî min dest bi vî karî nekiriba, dê rêya min hê jî asêtir ba loma ji dil deyndar û spasdarî wan im.
Ji bilî van wergerên kurdî, min di wergera xwe de bêguman teksta orijînal ya bi erebî wek bingeh girtiye. Min herwiha sûde û mifa ji sê wergerên inglîzî (Abdullah Yusuf Ali, Muhammad M. W. Pickthall û M. H. Shakir) wergirtiye û çend şiroveyên (tefsîrên) bi erebî jî bi kar anîne. Lê armanca min tenê wergerandina Qur’anê bûye, ne şirovekirin û ravekirina wê. Bawer dikim ku xwendevan dikarin pirraniya Qur’anê bi asanî bêyî ravekirinê jî bixwînin. Tenê carine bo zelaliyê neçar mame çend peyvan di milbendan de [...] lê zêde bikim daku hevok bêt fehmkirin. Wek dî, min hewl nedaye diyar bikim ka çi peyv çima hatiye gotin.
Pirraniya wergêrên Qur’anê mela û kesên dî yên dîndar in. Mebesta wan bi wergerandinê ew e ku kurd bikarin vê pirtûka pîroz bi zimanê xwe bixwînin û daku karûbarên xwe yên dînî û civakî li gor şertên îslamê bimeşînin. Bêguman ev meremek giring e. Lê nirxek dî jî yê Qur’anê heye: bi baweriya min ew kitêbek bihagiran ya wêjeyî anku edebî ye. Min xwestiye ku bi vê wergera xwe bi taybetî nirxê bilind yê Qur’anê yê edebî bidim pêş.
Min xwestiye ku wergera xwe bi zimanekî asan (sanahî, hêsan) û sade binivîsim. Ta ji min hatiye, min kurmanciya standard û sade bi kar aniye. Min bi zanetî hin peyvên erebî jî di wergerê de bi kar anîne. Nabêjim ku li cihê wan mirov nikare hin yên kurdiya ”pak” û ”petî” jî bi kar bîne, lê ew peyvên erebî yên ku min xebitandine niha di zimanê me de rûniştî ne û heta ji hevwateyên (sînonîmên) xwe yên kurdî jî baştir tên famkirin. Loma bikaranîna wan xwendinê bo xwendevanan asantir û xweştir dike.
Li aliyê dî, min di navên pêxemberan de formên wan yên bi kurdî bi kar anîne. Jixwe pirraniya wan navan ji destpêkê ve îbranî ne (cuhyanî ne anku bi zimanê yehûdiyan in) û di erebî de ew li gor şiklê xwe yê erebî tên bikaranîn. Loma min, bo nimûne, nav wek Birahîm, Simayîl, Aqûb û Ûsiv bi kar anîne, ne wek bi erebî: Îbrahîm, Isma’îl, Ye’qûb û Yûsif (yan wek bi îbranî: Avraham, Îşmaêl, Ye’eqov û Yosêf).
Hêvîdar im ku rojekê hemû Qur’anê bi kurdî diyarî we xwendevanên delal bikim.
















1. DESTPÊK

(1 - 7)

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

Pesin bo Yezdanê Xwedanê gerdûnê,

Dilnerm û dilovan,

Serdarê Roja Dadkirinê.

Tu yî yê em diperêsin, Tu yî yê em hawara xwe digihîninê.

Rêya rast nîşanî me bide,

rêya yên Te xweş viyane;
ne rêya wan yên xezeba Te lê ye
û rêwenda digerrin.



























114. MIROV

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 6)

Bêje: Xwe dispêrim Xwedayê mirovan,

Serdarê Mirovan,

Yezdanê mirovan

ji xirabiya yê pistepistker

yê dilwasiyan dixe dilê mirovan

– ca mirov be yan cin.





























113. BERSPÊDE

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 5)

Bêje: Xwe dispêrim Xwedayê berspêdeyê

ji xirabiya Wî afirandî

û ji xirabiya tarîtiyê dema derdoran digire

û ji xirabiya wan yên pif dikin ben û girêkan

û ji xirabiya yê hesûd dema hesûdiyê dike.































112. BAWERIYA PAK

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 4)

Bêje: Ew, Yezdan, Yek e,

Yezdan e, Herheyî ye.

Ew ne ji kesî çêbûye û ne jî ti kes ji Wî,

û ti kes jî nîne hevberî Wî be.

































111. BIZÎNG

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 5)

Bila bişkên destên Ebû Lehebî
û nemîne ew bi xwe jî!

Ne maldariya wî dê li hawara wî bêt,
ne jî malê wî berhev kirî dê kêrî wî bêt.

Ew dê di nav agirek gurr de bibe qeşqûlk,

jina wî dê êzingan bo gurrkirinê bîne,

bizîngek li stoyî.





























110. PIŞTEVANÎ

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 3)

Dema alîkarî û biserkeftin ji Xwedê tê

û dibînî ku mirov kom bi kom tevlî dînê Wî dibin,

pesnê Yezdanê xwe bide û lêborînê hêvî bike
çiku Yezdan Lêbor e.


































109. NEBAWER

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 6)

Bêje: Gelî nebaweran!

ez naperêsim wê ya hûn diperêsin,

û hûn jî naperêsin Wî yê ez diperêsim,

û ez dê neperêsim wê ya hûn diperêsin,

û hûn dê neperêsin Wî yê ez diperêsim.

We dînê xwe heye û min jî yê xwe.





























108. BEREKET

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 3)

Me bereket li te kiriye

pesnê Xwedayê xwe bide û malê xwe gorî bike:

Dijminên te bê piştevanî ne!



































107. ALÎKARÎ

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 7)

Tu dibînî kî ne yên ji dînî direvin?

Ew in yên sêwiyan xwedî nakin

û xwarinê nadin hejaran.

Wey li wan nivêjkeran

yên guh nadin nivêjên xwe,

yên tenê dixwazin bên dîtin

lê alîkarî hejaran nakin.



























106. QUREYŞÎ

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 4)

Bo hevbendiya Qureyşiyan,

bo karwanên wan yên havîn û zivistanan,

bila bêt peristin Xwedayê vê peristgehê

yê xwarinê dide wan daku birsî nebin

û wan diparêze ji tirsê.































105. FÎL

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 5)

Ma nizanî ka Xwedayê te çi kir li xwediyên fîlan?

Ma ne Xwedê pûç kirin planên wan

bi şandina bareyên balindeyan dijî wan,

li wan barandin berên ji herriyê çêkirî

û ew kirin mîna qirşikên qetkirî?































104. TIRRANEKER

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 9)

Wey li yên tirraneker û lewçe

yên malî kom dikin

û bawer dikin ku malê wan
dê wan bikin nemir.

Bi sond, ew dê rikerast
bên avêtin nav Zirviçînkê.

Dê ji kû bizanî
ka Zirviçînk çi ye?

Agirê Xwedê yê geş e
ku hildibe dilan

û mîna banek li ser stûnan

wan diniximîne.





















103. DANÊ ÊVARÊ

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 3)

Sond bi danê êvarê!

Mirov dê têk biçin,

ji bilî wan yên bawerî hebe
û qenciyê bikin
û hev ber bi rastiyê û baldirêjiyê
def didin.
































102. METH

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 8)

Methekarî berê we ji rastiyê digire

ta ku hûn diçin gorrê.

Lê hûn dê bibînin,

belê, bi rastî, hûn dê bibînin.

Xwezî we niha bidîta!

Hûn dê agirek gurr bibînin.

Hûn dê bi rastî bi çavên xwe bibînin!

Wê rojê hesab dê li gel we bêt kirin.

























101. GURM

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 11)

Gurm!

Gurm çi ye?

Dê ji kû bizanî ka Gurm çi ye!

Ew roj e ya hemî mirov
mîna pelatînkan pelate ne

û çiya mîna hiriyê veçirrandî ne.

Yê teraziya wî giran be,
dê jiyanek xweş bijî,

lê yê teraziya wî sivik be,
dê cihê wî Dûjeh be.

Dizanî ka Dûjeh çi ye?

Agirek gurrî ye!




















100. MAHÎN

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 11)

Sond bi mehînan dema çargavê dikin,

çirûskên agirî diçeqînin,

spêdeyan êrişê dikin,

tozê radikin

û li meydanê kom dibin!


Mirov bi rastî li Xwedayê xwe nankor in

û bi rastî jî ev dê bêt rûyê wan.

Ax, çend heyranî malî ne!

Ma nizanin ku dema gorr bên hilxewirandin

û ya dilê wan bêt diyarkirin,

Xwedayê wan ji wan agadar e?


















99. LERZ

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 8)

Dema erd bilerize

û barê xwe derbîne

û mirov ecêbgirtî bimînin ka wê çi ye,

wê rojê ew dê bibêje çîrroka

fermana Xwedayê xwe.

Wê rojê mirov dê bên
yek bi yek kirinên xwe bibînin

Yê pilek jî qencî kiribe,
dê wê bibîne,

û yê pilek jî xirabî kiribe,
dê wê bibîne.






















98. NÎşANA EşKERE

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Mirovên bêdîn yên Nivîs wergirtine û yên gawir guman nedikirin heta ku nehat danezan,
2. peyamberê Xwedê bo wan xwendin Nivîsên ku nikarin bên sextekirin,
3. yên ku ferman durist in.
4. Yên ku Nivîs bo hatibû, parçe bûn û bûn çend kom piştî ku wan danezana esşkere wergirt
5. û ferman hat dan ku ew, ji bilî Xwedê, ti kesî dî neperêsin, tenê guhdarî Wî bin, bi dilpakî duayên xwe bikin û zekatên diyarkirî bidin ji ber ku ev e baweriya rast.
6. Bi rastî ew kesên ku Nivîs wergirtine yan kafir in lê bawer nakin, dê bikevin nav agirê dûjehê û herûher di nav de bimînin. Jartirîn mirov ew in.
7. Yên ku bawer dikin û qenciyan dikin, bi rastî, baştirîn afirandî ne.
8. Xelatê wan li bal Xwedayê wan baxçeyên berdewam ku çem tê re diherikin û ew dê heta û heta di nav de bijîn. Xwedê berdiliyên Xwedê ne û Xwedê jî ji wan razî ye.






























97. HÊZ

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 5)

Me Şeva Hêzê ev şandiye.

Dê ji kû bizanî ka Şeva Hêzê çi ye?

Şeva Hêzê ji hezar mehan bixêrtir e.

Wê şevê firrîşte û Giyan ji esmanan datên
û di hemî karan de bi destûra Xwedayê xwe ne.

Wê şevê ta elinda spêdeyê aramî serdest e.






























96. BIXWÎNE

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 19)

Bixwîne, bi navê Xwedayê xwe, yê mirov afirandin,

afirandin mirov ji çipek xwînê.

Bixwîne: Xwedayê te merd e.

Xwedayê te, yê fêrî mirovan kir bi qelemî,

fêrî mirovan kir ew ya wan nedizanî.


Bi rastî, mirov rûdar in

çiku bawer dikin ku xurt in

lê her kes dê li Xwedê vegerre.

Çi dibêjî bo yê nahêle

yê benî nivêjan bike?

Ma ew li ser rêya rast dimeşe

û şîretên qenc li xelkê dike?

Yan xwe ji rastiyê vedide û jê direve?

Ma ew nizane ku Xwedê dibîne?

Bi rastî, ger ew ya xwe bernedin,
Em dê porrê wan bikêşin

ji nav wê gulolika derewîn û gunehkar!

Bila gazî heval û hogirên xwe bikin;

Em jî dê bangî dergevanên Dûjehê kin.

Na! Guh nede wan,
xwe daçemîne û nêzî Xwedayê xwe bibe.













































94. HEJÎR

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. [Sond] bi hejîrê û zeytûnê,
2. bi Çiyayê Sînayî
3. û bi vî bajarê ewle
4. ku Me me baştirîn şikl daye mirovî
5. lê em wî ji bêqîmetan jî bêqîmettir dikin
6. ji bilî wan yên ku bawer dikin û qenciyê dikin; ew dê bigihin diyariyek bêdawî.
7. Çi ye ku bide dide bawerkirin ku roja dadê derew e?
8. Ma Xwedê ne baştirîn dadgêrr e?






































94. REHETÎ

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 8)

Ma Me rehet nekir dilê te

û sivik nekir barê te

yê dê pişta te şkandiba

û ma Me bilind nekir navûdengê te?

Piştî tengasiyê berfirehî tê,

belê, piştî dijwariyê rehetî.

Dema te karê xwe qedand, xwe veşidîne

û ber bi Xwedayê xwe ve bilezîne.

























93. NÎVRO

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 11)

Sond bi nîvro

û bi şevê dema bêpêjn dibe!

Xwedayê te ne tu hêlayî û ne jî li te bikerb e.

Axret bo te ji vê dinyayê baştir e.

Tu dê bi ya Xwedayê te bide te razî bî.

Ma ne Wî tu sêwî dîtî
û hewandî?

Ma ne Wî tu rêwinda dîtî
û înayî ser rêya rast?

Ma ne Wî tu hejar dîtî
û zengîn kirî?

Lewre zorê li sêwiyan neke

û xwestokan derneêxe;

dilovaniya Xwedayê xwe ragihîne.
















92. ŞEV

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 21)

Sond bi şeva dinixîmîne

û roja diyar dike

û bi Afirînerê nêr û mêyan!

Bizavên we pirralî ne.


Yê malê xwe bide û hişyar be

û bawerî bi qenciyê hebe,

Em dê rêya wî asan bikin,

lê yê çepel û xwehez be

û bawerî bi qenciyê nebe,

em dê astengan bixin rêyê.

Dema ew têk biçe, malê wî ti mifayî nadiyê.


Rêberî ji Me ye,

û destpêk û dawî yên Me ne.

Vêca Ez we hişyar dikim ji agirê gurr:

Dê tê de bibin qeşqûlk yên riswa

- ew yên ji rastiyê direvin -

lê dê jê bên parastin yên qenc

yên ji malê xwe didin û pak dibin,

yên spasdariyê ji kesî daxwaz nakin

lê tek armanca wan xweşviyana Yezdanê Berz e.

Ew dê bên xelatkirin.









































91. TAV

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Sond bi tavê û roniya wê,
2. bi heyva ku li dûv wê tê,
3. bi roja ku her tiştê berçav diyar dike,
4. bi şevê ya ku wê diniximîne,
5. bi esmanan û Wî yê ku ew ava kirin.
6. bi erdê û Wî yê ku ew berfireh kir,
7. bi giyanê û Wî yê ku ew temam kir
8. û bo eşkere kir ka çi têkçûn ji destberdana ji rastiyê û çi biserketin ji xwedûrixstina xirabiyê heye!
9. Bi sond, yê serfiraz ew e ku giyanê xwe pak diparêze
10. û bi rastî yê têkçûyî ew e yê ku giyanê xwe xirab bike!


11. [Gelê] semûd guneh û derew dikirin.
12. Dema ku riswayên wan şermezariyê kir,
13. hingê peymaberê Xwedê gotê: [ev] hêştira Xwedê û bihêlin bila avê vexwe.
14. Lê wan got ku ew derewker e û destûpiyên hêştirê şkandin, û Xwedayê wan ew ji ber gunehên wan ruxandin
15. û ji ecamên [ruxandina wan] natirse.























90. BAJAR

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 20)

Sond bi vî bajarî

- manê tu li wî dijî -

û sond bi yê rader û dûndeha wî.

Me mirov afirandine nav dijwariyê.

Ma ew bawer dikin ku ti kes nikariyê?

Ew pesnê xwe didin: "Min pirr malê xwe mezaxtiye."


Ma ew bawer dikin ku kes wan nabîne?

Ma Me nedane her yekî ji wan du çav,

zimanek û du lêv,

Û nîşanî wan nedane du rê?

Lê ew bi rêya evraz vemeşîn.


Dê ji kû bizanî ka rêya evraz çi ye?

Azadberdana koleyekî ye,

yan di rojek birsê de

xwarinê bidî sêwiyek lêzim

yan hejarek elemdar.

û herwa bawer bikî, rêya qencî
û dilovaniyê nîşanî xelkê bidî.

Mirovên wiha li alê rastê ne,

lê yên baweriyê bi nîşanên me naînin
li alê çepê ne,

û agirek agirek li ser serê wan e.











































89. ELINDA SPÊDEYÊ

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 5)

Sond bi elinda spêdeyê

û bi deh şevan

û bi kitan û cotan

û bi şevê dema dibore!

Ma ev ne sondek e bo yên têgihiştî!


(14 - 30)

Belê, Xwedayê te herdem nobedar e.

Dema Xwedê mirovan dicerribîne
û ji wan re merd û camêr e,
ew dibêjin: "Xwedê bo min baş e."

lê dema Xwedê wan dicerribîne
û bi kêmî didiyê,
ew dibêjin: "Xwedê min rezîl û riswa dike."

Nê hûn bi xwe ji sêwiyan re nemerd in

û hûn bi rikeberî alîkariya hejaran nakin,

lê hûn mîrasa wan jî bi tevayî pûç dikin

û hûn dildarî pareyên xwe ne.


Dema dinya hat hêrandin

û Xwedayê te li gel ref bi ref firrîşteyan hat

û Dûjeh hat diyarkirin,
wê rojê dê qencî bêt bîra mirovan
lê ma êdî çi fêde jê heye?

Ew dê bibêje:
"Xwezî min bi saxî qencî kiriban."

Hingê kes azaran mîna yên Xwedê nade

û ti kes jî wek Wî bi nîr û zincîran girê nade.

Ey canê aram,

razî û hezkirî li Xwedayê xwe vegerre,

tevlî peristvanên min bibe

û têkeve nav Biheşta min!
































88. BOBELAT

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Gelo te bûyera bobelat bihîstiye?
2. Wê rojê rûyê hin kesan dê şorr bibe;
3. westiyayî û birsî
4. ew dê biçin nav agirî
5. û dê ji kaniya kel vexwin
6. bêyî ku ti xwarinê peyda bikin, ji bilî stirîkan
7. yên ku ne wan qelew û ne jî têr dikin.

8. Eynî rojê dê rûyê hin kesan geş bibe
9. û ew dê bi xebata xwe serbilind bibin
10. dema ku bigihin baxçeyên berz û bala
11. ku peyvên pûç lê nayên bihîstin.
12. Li wê derê kanî dixwişin,
13. textên bilind lê hene,
14. tas lê dagirtî ne,
15. balîfk lê rêxkirî ne,
16. û xalîçe lê raxistî ne.

17. Ma ew nabînin ka çawa ewr hatine afirandin,
18. çawa esman hatine hildan,
19. çawa çiya hatine danîn
20. û çawa erd hatiye pehnkirin?

21. Tu şîretên xwe bidomîne, jixwe tu şîretker î,
22. ne kesekî ku zorê li wan bikî.
23. Lê yê ku pişta xwe bide te û bêdîn bimîne,
24. Xwedê dê ezabek mezin bide wî:
25. Bi sond, ew dê li Me vegerin
26. û hesaba wan li bal Me ye.















87. YÊ BILINDTIRÎN

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 19)

Pesnê navê Xwedayê xwe yê Bilindtirîn bide,

yê afirand û dirûvand,

yê eyar û birêk dike,

yê çergehan şên dike

û paşî dike pûşê hişkole.


Em dê ji te re bixwînin daku ji bîr nekî,

ji bilî ger Xwedê bivê.

Ew her tiştê nepenî û diyar dizane.

Em dê ji te re asan bikin.

Hişyar bike: xwezî hişyarkirin bikêr ba.

Yê bitirse, dê ji hişyariyê fêr bibe

lê hişyariyê direvin yên riswa,

ew yên dê bikevin nav gurrtirîn agirî

ku dê tê de ne bimirin û ne jî bijîn.

Dilşad dê ew bin yên pakiyê bikin

û navê Xwedayê xwe bînin bîra xwe
û nivêjan bikin.


Lê we jiyana dinyayî xweştir divê

tevî ku Axret baştir û xweragirtir e.

Jixwe ev di pirtûkên berê de heye,

di pirtûkên Brahîmî û Mûsayî de.









































86. STÊRA SPÊDÊ

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Sond bi esmanan û stêra spêdê!
2. Gelo tu dizanî stêra spêdê çi ye?
3. Ew stêrek gelek geş e!
4. Ti ruh bê parêzvan nîne.
5. Bila mirov bifikirin ka ji kû hatine çêkirin!
6. Ew ji dilopek ava hilavêj hatiye afirandin
7. ku ji perasûyan û sersîngî dertê.
8. Bi sond, Xwedê dikare wî dîsa vejîne
9. roja ku her tiştê nehînî eşkere dibe.
10. Wê rojê dê wî ne hêz hebe û ne jî alîkar.
11. Bi navê esmanê ku baran jê dibarin
12. û erdê ku sînga xwe vedike [û gulûgiya lê şên dibin]!
13. Ev gotina giring e
14. û ne ti peyvên betal in.
15. Bi rastî, wan fen û fêlên xwe hene
16. lê Min jî tedbîr û plana xwe heye.
17. Loma derfetê bide nebaweran; bila demek bo wan be!

























85. BENDA STÊRAN

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN


1. [Sond] bi esmanê xwedî benda stêran,
2. bi roja diyarkirî,
3. bi bînerî û dîtina wî,
4. nalet li şêniyên çala agirî
5. li rex agirê gurr
6. dema ku li wê derê rûniştibûn
7. û lê dinerîn ka para bawermendan çi ye.
8. Wan bawermendan nefret dikirin ji ber ku bawermendan bawerî bi Xwedayê hêzdar û pesindar dianîn,
9. Wî Xwedayî yê ku li erd û esmanan e û her tiştî dibîne.
10. Bi rastî ew kesên ku zilmê li bawermendan dikin û tobe nakin, dê bikevin ezaba dûjehê û jana agirî li benda wan e.
11. Lê yên ku bawer dikin û xêran dikin, bi sond, ew dê bigihin baxçeyên bi robarên boş û serfiraziyek mezin.
12. Bi rastî, hêza Xwedayê te xurt e.
13. Afirandin di destê Wî de ye û ew jiyanê vedijîne.
14. Belê, Ew efûker û dilovan e.
15. Xwedayê hêza zal e,
16. pêkhênerê vîna berz û bala ye.

17. Ma te serpêhatiya
18. leşkerên Fîrewnî û [gelê] semûd nebihîstiye?
19. Lê dîsa jî yên bêdîn dest ji derewên xwe bernadin
20. lê Xwedê hemû aliyên wan lê digire.
21. Bi sond, ev Qur’ana hêja ye
22. û li ser nîgaran hatiye parastin.


















84. KELIşÎN

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Dema esman bikelişe
2. gava fermana Xwedayê xwe dibihîze û guhdariya Wî bike,;
3. dema dûlikên dinyayê edil bibe
4. û hinavên xwe biavêje û vala bibe
5. gava fermana Xwedayê xwe dibihîze û guhdariya Wî bike,
6. hingê, mirovo, divê ber bi Xwedayê xwe ve bimeşî, û ew meşînek dijwar e ta ku bigihî Wî.
7. Yê ku kitêbê wergire destê xwe yê rastê,
8. hesaba wî dê asan be
9. û ew dê bi dilşadî vegere bal mirovên xwe.
10. Lê yê ku kitêba xwe ji paşve wergire,
11. dê daxwaza mirinê bike
12. lê bikeve agirê dûjehê.
13. Erê ew bi dilxweşî di nav mirovên xwe de dijiya,
14. lê bawer dikir ku êdî [ji gorrê] venagere.
15. Lê ew herdem li ber çavên Xwedayê xwe bû.

16. Sond dixwim hengura êvarê,
17. bi navê şevê û tiştê ku bi şev dilive
18. û bi heyva çarde-şevî
19. ku şiklê we dê biguhere.
20. Lê çima ew bawer nakin
21. û xwe naçemînin dema ku Qur’an bo wan tê xwendin?
22. Belê, nebawer rastiyê wek derew dihesibînin
23. lê Xweda kûrahiyên dilê wan baş dinase.
24. Peyama ezaba jandar ragihîne wan!
25. Lê ezab ne bo wan e yên ku bawer dikin û qenciyê dikin. Diyariyek bêdawî li benda wan e.











83. LÊBKER

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN


1. Wey li yên di kêşan û pîvanê de lêb û hîleyan dikin,
2. yên ku dawa pîvana temam dikin dema ku werdigirin
3. lê bi kêmasî dipîvin dema ku didin xelkê!
4. Ma ew bawer nakin ku ew dê ji mirinê bên vejandin
5. roja qiyametê.
6. roja ku divê mirov li pêş Xwedayê aleman rawestin?
7. Na! Bi sond, lîsteya wan Xwedê-nenas di Sicînê de ye.
8. Gelo tu dizanî Sicîn çi ye?
9. Ew tomara bi zelalî nivîsandî ye.
10. Wey wê rojê li wan yên ku rastî red dikir,
11. yên ku digot ku Roja Heşrê nîne!
12. Yên ku dibêjin ew nîne tenê gunehkarên rûqayim
13. ku dema me daxwiyaniya xwe radigihandê, wan digot: “Çîrokên berê ne.”
14. Bi rastî, kiryarên wan wek jengê ye ku dilê wan girtiye.
15. Bi sond, rê nayê dan ku ew wê rojê bigihin bal Xwedayê
16. lê ew dê bikevin agirê dûjehê.
17. Hingê dê rê bêt gotin: ”Ev e ya ku we digot nîne.”
18. Lê navên yên qenc di ‘Iliyûnê de ye.
19. Gelo tu dizanî ka ‘Iliyûn çi ye?
20. Defterek nivîsandî ye
21. Bijareyên Xwedê şahidên wê ne.
22. Bi sond, yên qenc dê bi serfirazî bijîn
23. û ji ser kursiyên xwe yên bilind li derdoran binerin.
24. Tu dê roniya serfiraziyê li rûyê wan bibînî.
25. Ew dê tam bikin vexwarina paqij ya ku li kesên dî girtî ye,
26. qepaxa wê ji miskê ye – bila her kes bi hesreta wê bijî –
27. û ev vexwarin ji Tesnîmê ye,
28. ji kaniya ku kesên nêzîkî Xwedê jê vedixwin.
29. Bi rastî, gunehkar bi bawermendan dikenîn
30. dema ku di ber wan re derbas dibûn, çavên xwe li hev diniqandin (tinazî bi bawermendan dikirin).
31. Dema vedigerîn bal mirovên xwe, dilxweş dibûn
32. û dema ew didîtin, digotin: “Bi rastî, ewên he li ser rêya şaş in.”
33. Lê Me ew [nebawer] neşandibûn ku zêrevaniyê [li bawermendan] bikin.
34. Wê rojê yên bawermend dê bi nebaweran bikenin
35. û ji kursiyên xwe yên bilind lê binerin.
36. Lê bi sond, yên nebawer jî dê cezayê kiryarên xwe wergirin.



82. PERITÎN

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN


1. Dema ku esman biperite,
2. dema ku stêr pelate bibin,
3. dema ku robar boş bibin
4. û gorr vebin,
5. her ruh dê bizane ka çi kiriye û çi nekirî hêlaye.
6. Ax mirovo, çi ye ku tu xapandiyî li dijî Xwedayê te,
7. yê ku tu kamil û lihevhatî afirandî?
8. Wî şiklekî bi dilê xwe da te.
9. Wey li yên ku dibêjim ku roja hesabê derew e.
10. Bi sond, li raserî we çavdêr hene,
11. nivîserên qenc in,
12. kirinên we dizanin.
13. Bi sond yên qenc dê bi biheştê şad bibin
14 û yên gunehkar dê bikevin agirê dûjehê.
15. Ew dê roja hesabê bikevinê
16. û bi ti awayî jê xilas nabin.
17. Gelo tu dizanî roja hesabê çi ye?
18. Dîsa: Gelo tu dizanî roja hesabê çi ye?
19. Ew roj e ku ti ruh nikare alîkariya ruhek dî bike. Wê rojê hemû ferman di destê Xwedê de ye.





















81. NIXIMANDIN

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Dema ku tav tê niximandin,
2. dema stêr ditemirin,
3. gava çiya dihejin,
4. gava hêştirên barkirî bêxwedî dimînin,
5. gava lawirên dirrinde direvin,
6. gava derya hildifûrin,
7. gava can û ruh digihin hev,
8. gava ji jina bi saxî bin-axkirî tê pirsî
9. ka ew ji ber çi gunehê hatiye kuştin,
10. gava defter tên vekirin,
11. gava esman tê ramalîn,
12. gava agirê dûjehê tê hilkirin
13. û biheşt nêzîk dibe;
14. hingê her ruh dê bizane ka çi li benda wî ye.
15. Sond bi stêran
16. yên ku li çerxa xwe digerin û hinda dibin;
17. sond bi şeva tê
18. û spêdeya ron dibe:
19. Bi rastî ev peyama qasidê qenc e
20. ku hêza wî ji qudreta Xwedê tê,
21. Ew [Xwedayê] xwedan ferman û dilsozê bawermendan.
22. Hevalê we [pêxember] ne dîn e.
23. Bi sond, wî Ew li esmanê geş dîtiye
24. û ew ne temahê veşartina tiştên nehînî ye
25. û ev jî ne gotinên şeytanê naletî ne.
26. Hûn kû ve dimeşin?
27. Ev hişdarî ye bo miletên dinyayê,
28. bo her kesê ku dixwaze li ser rêya rast bimeşe.
29. Lê hûn bi xwe nikarin bixwazin jî, eger Xwedayê alemê nevê.













80. RÛYÊ XWE TEHL KIR

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Rûyê xwe lê tehl kir û pişta xwe dayê
2. dema zelamekî kor hat bal wî.
3. Lê ma tu ji kû dizanî ku belkî ew li rêya rast digere
4. yan şîretan bo xwe wergire daku qenc bibe.
5. Lê te bi awayekî din pêşwazî kir li yê zengîn yê bawer nedikir ku hewceyî te ye,
6. te ihtiram ji wî re girt
7. tevî ku ji qenckirina wî ne berpirs bûyî jî.
8. Lê yê ku ji bêzarî
9. û tirsa xwe tê bal te,
10. guh nadî derdê wî.
11. Bi rastî ev şîret e,
12. yê ku aqilî jê bigire.
13. Bi rastî ev li ser perrên bihagiran,
14. yên pak û berz
15. bi destê nivîserên
16. qenc û hêja.
17. Wey mirovo! Çi nankor e!
18. Ma Xwedê ew ji çi çêkiriye?
19. Ji çipek avê afirandiye û jîndar kiriye
20. û rê li ber wî xweş kiriye.
21. Paşî wî dimirîne û cihekî aramiyê didiyê
22. û paşî dê bi biryara xwe wî ji mirinê vejîne.
23. Lê mirovan bêemriya Wî kiriye.
24. De hema bila mirov li qûtê xwe bifikire!
25. Bi sond, em avê bi robarên boş dişînin,
26. erdê lê vedikin
27. û dihêlin lê şên bibin genim û ceh.
28. û tirî û giya
29. zeytûn û xurme,
30. baxçeyên mişe,
31. mêwe û çergeh
32. bo jiyara we û dewarên we.
33. Lê gava ku dengê kerrker tê,
34. roja ku mêr ji bal birayê xwe,
35. dayika xwe û babê xwe,
36. ji kabaniya xwe û ji kurên xwe direve,
37. wê rojê dê tiştek dilê her kesî dagire.
38. Rûyê hinek kesan dê wê rojê geş bibe,
39. ew dê bibişirin û tîrêjên bextiyariyê dê ji wan bibiriqin.
40. Lê rûyê hinekên din dê di bin tozê ve bimîne
41. û tarîtî dê wan bigire.
42. Ew kesên nebawer û gunehkar in.
79. YÊN KU DIJENIN


BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Sond bi yên ku bêhed dijenin,
2. bi lez dilivin,
3. mîna bayî dibezin,
4. bi pêş dikevin,
5. biryaran didin!

6. Dema ku heja yekem lê dide
7. û yeke dî li pey tê,
8. wê rojê dil dê biqutin
9. û rû berjêr şorr bibin.
10. Yên bêbawer dê bibêjin: "Ma em dê dîsa bibin yên berê
11. tevî ku hestiyên me jî bûbûn ax?!"
12. Ew dê bibêjin: "Ax çi vegereke rezîl e!"
13. Tenê gaziyek dê bêt bihîstin
14. û em hemû dê pê bên şiyarkirin.

15. Ma we serpêhatiya Mûsayî nebihîstiye?
16. Xwedayê wî li geliyê Tuwa yê pîroz gazî wî kir:
17. "Were bal Fîrewnî çunkî wî xirabî kiriye
18. û bibêjiyê: 'Gelo tu dixwazî werî ser rêya qenc?
19. Ez dikarim rêya Xwedê nîşanî te bidim daku ji Wî bitirsî'."
20. Mûsayî ecêbiyek mezin nîşanî Fîrewnî da
21. lê Fîrewnî bawerî pê neanî û guh nedayê.
22. Paşî Fîrewnî xwe lezand,
23. leşkerê xwe civand û gazî kir:
24. "Ez serdarê we me."
25. Xwedê ew li dinyayê û axretê ceza kir.
26. Ev şîret e bo yên ku ji Xwedê ditirsin.

27. Ma kîjan zehmettir bû bêt afirandin: hûn yan esmanê ku Wî danî,
28. banê wî bilind kir û kir rastgeh?
29. Wî şev tarî kir û spêde ji şevê deranî,
30. paşî erd ediland,
31. mêrg û kanî jê derxistin
32. û çiya bi cih kirin.
33. Xwedê ev hemî bo we û sewalên we kir.
34. Lê dema ku roja mezin ya ruxînê bêt,
35. roja ku dê bêt bîra mirovan ka wan çi dixwest,
36. roja ku dûjeh dê li ber çavan diyar bibe,
37. wê rojê kesên gunehkar
38. û yên malperês
39. dê bibin maliyên dûjehê.
40. Lê yê ku ji Xwedayê xwe ditirse û nefsa xwe diparêze,
41. dê bibe maliyê biheştê.
42. Dema wê rojê ji te tê pirsîn: kengî ye?
43. Lê ma tu dê çawa bikarî wê bibêjî wan?
44. Ew di destê Xwedayê te de ye.
45. Tu tenê wan kesan hişyar dikî yên ku dixwazin xwe biparêzin.
46. Roja ku ew dê bibînîn, dê paşî li ber wan wisan nêzîk be mîna ku tenê spêdeyekê yan êvarekê li bendê mane.





































78. PEYAM


BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Ew çi ji hev dipirsin?
2. Peyama mezin
3. ya ku li ser li hev nakin?
4. Nêzîk e ku ew dê bizanin.
5. Dîsa: na! Nêzîk dê bi ser wan de bêt.
6. Ma me erd edil nekiriye
7. û çiya nekirine stûnên wî?
8. Me hûn cot-cot afirandine
9. û xew bo bênvedanê daye we,
10. şev me bo we kiriye perde
11. û roj daye daku hûn jiyra xwe peyda bikin.
12. Me heft esmanên xurt li raserî we danîne
13. û çiraya ronahiyê dide we.
14. Ji ewrên giran em robarên boş dişînin
15. daku dexl û danê we
16. û bax û bûstanên we bên avdan.
17. Bi sond, roja dozê hatiye diyarkirin,
18. roja ku dê dengê borîzan bêt û kom bi kom xelk dê rabin,
19. roja ku dê esman vebe û çend derî dê lê diyar bibin,
20. dema ku çiya dê ji cihên xwe bilivin û bibin wek sîberan.
21. Bi sond, hingê dûjeh li benda yên xwe ye,
22. ew binecihê gunehkaran e,
23. ew dê bi salan li wê derê bin
24. bêyî ku tam bikin ava hênik
25. çunkî ava wan dê kel yan cemidî be.
26. Ew e heqê gunehên wan.
27. Bi sond, wan bawer nedikir ku dê hesaba kiryarên xwe bidin
28. loma digotin ku peyama Me derew e lê wan bi xwe derew dikirin.
29. Lê me her tişt nivîsiye.
30. “De bixwin! Em ji bilî ezabê tiştekî din nadin we.”
31. Bi sond, serfirazî li benda wan e yên ku ji Xwedê ditirsin,
32. rez û cinîn bo wan in,
33. para wan in zeriyên ciwan yên li temenê wan,
34. bo wan e tasên tijî meya pak.
35. Li wê derê dengê derew û gotinên pûç nayên guhê wan.
36. Ew diyariya Xwedayê te ye, heqê qenciyên wan e,
37. ji Wî Xwedayî ye yê ku xwedanê erd û esmanan û her tiştê di navbera wan e ye, ji Wî dilnermê dilovan e ku ew newêrin li gel biaxivin.
38. Wê rojê ku Giyan û firîşte rêzkirî ne, nabe ku kes biaxive ji bilî yên ku Xwedayê dilovan rê bidiyê û rastiyê bibêje.
39. Ew roj roja rastiyê ye. Kesê ku baş bibijêre, dê xwe bispêre Xwedê.
40. Bi sond, Me hûn agadar kirin ji ezaba ku dê bêt, ji roja ku mirov dê bibîne ka kriyarên wî çi ne, û yên nebawer dê bikin hewar: ”Ax, xwezî ez toza erdê bûma!”












































77. YÊN ŞANDÎ

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 50)

Sond bi yên bi lez şandî,

yên zû dilezin,

yên belav dikin,

yên vediqetînin,

yên peyamekê tînin,

yên lê diborin yan hişyar dikin:

gefa li we tê kirin dê biqewime!


Hingê stêr dê bên ramalîn,

esman bêt vekirin,

çiya bên hêrandin

û dema peyamberan bi dawî bêt!

Kengî ye ew dem?

Roja veqetînê.

Dê ji kû bizanî ka roja veqetînê çi ye?

Wey wê rojê li yên nebawer!

Ma Me nebirandin gelên serdemên berê

û hin yên dî danîn şûna wan?

Em wisan li gunehkaran dikin.

Wey wê rojê li yên nebawer!


Ma Me ne hûn afirandine ji avek bêbiha

û bi cih kirin di zarrokdankek biewle de

bo demek diyarkirî?

Me wisan birêk kiriye
- jixwe Em bo birêkirinê pirr jêhatî ne!

Wey wê rojê li yên nebawer!

Me ne Me dinya kir war

bo candar û bêcanan

û çiyayên bilind lê bicihkirin
û ava hînik bo vexwarinê da we?

Wey wê rojê li yên nebawer!

"De herrin wê derê ya we bawerî pê nebû.

Herrin siya sê-çeq

ya ne sîberê dide ne jî ji gurriyê diparêze

lê çirûskên temetî hêştirên zer

bi bejna çiyayan bilind diavêje."

Wey wê rojê li yên nebawer!

Wê rojê nabe ew bipeyivin

û delîv nîne lêborînê bixwazin.

Wey wê rojê li yên nebawer!

Wiha ye roja veqetînê
ku em dê we hemiyan
û hemiyên berî we bicivînin.

Ger we hin plan hebin,

ka wan dijî Min bicerribînin!

Wey wê rojê li yên nebawer!

Yên qenc dê li bin siyê li ber kaniyê bijîn,

û dê li gor dilê xwe fêkiyan bixwin:

"Bixwin û vexwin, we noşîcan be
xelatê qenciyên we."

Wiha em qencîkeran xelat dikin.

Wey wê rojê li yên nebawer!

Bila hûn hê kêlîkekê bixwin
û zewqê bikin, hey gunehkarno.

Wey wê rojê li yên nebawer!

Dema ji wan re tê gotin: "Xwe biçemînin",
ew xwe naçemînin.

Wey wê rojê li yên nebawer!

Pa vêca ew dê ji çi bawer bikin?






















76. SÛRETA MIROVÎ


BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Ma ne demek dirêj di ser re borî heta ku mirov bo hêjayî behskirinê?
2. Bi sond, Me mirov bi cotkirina du kesan ji tovê wan afirandiye. Me ew xwedî kiriye û çav û guh daniyê.
3. Bi sond, me rê nîşanî wî daye ca ew spasdar yan jî nankor be.
4. Bi sond, me nîr û zincîr û agirê dûjehê bo yên nebawer hazir kirine.
5. Bi sond, yên bawermend dê ji tasa bi kafûrê dagirtî vexwin,
6. ji kaniya ku perêsgarên Xwedê pirr jê vedixwin.
7. Ew soza xwe bi cih tînin û ji roja serûbinbûna her tiştî ditirsin;
8. ji evîna Wî ew xwarinê didin feqîr, sêwî û êsîran.
9. “Em tenê bo xatirê Xwedê xwarinê didin we; em ne ji we destheqê xwe û ne jî spasiyê dixwazin.
10. Bi sond, em ji roja xem û xefetê ya Xwedayê dê bişîne ditirsin.”
11. Loma Xwedê dê wan ji ruxîna wê rojê biparêze û wan bike dilşad û bextiyar
12. çunkî Ew dê wan ji ber bênfirehiya wan bi biheştê û cilên armûşî xelat bike.
13. Bi wan cilan li ser kursiyên bênvedanê ew dê ji kela yan sarmaya dijwar bêzar nebin
14. lê sîberên baxçeyî dê li raserî wan û mêweyên wî jî li ber destê wan bin.
15. Tasên zîvîn û piyaleyên belûrî yên mîna şûşeyê zelal dê li ber wan bigerin
16. û baş bên dagirtin.
17. Ew dê tasek bi tama zencebîlê xweşkirî,
18. ji kaniya bi navê Selsebîlê vexwin.
19. Ciwanên nemir dê li dor wan bigerin. Dema wan bibînî, dê bibêjî qey moriyên pelatebûyî ne.
20. û dema ku tu wan tiştan bibînî, tu dê êdî mîrnişana mezin ya bextewariyê bibînî.
21. Cilên wan ji armûşê kesk û narîn û ji qedîfeyê bi zêrrî xemilandî. Bazinên zîvîn dê li zendên wan bin û Xwedayê wan dê dilê wan bi vexwirakên paqij hênik bike.
22. Bi sond, ev dê xelatê wan be çunkî xebata wan bêxelat namîne.

23. Bi sond, Me ev Qur’an parçe-parçe bo te şandiye.
24. Loma bi bênfirehî li benda doza Xwedayê xwe be û guh nede ti kesê gunehkar yan nankor.
25. Spêde û êvaran pesnê navê Xwedayê xwe bide!
26. Bi şev xwe kund bike û Xwedayê xwe biperêse û ta derengî şevê pesnê Wî bide!
27. Bi sond, xelk evîndarî vê dinyayê ye û hesaba xwe bo roja hilweşînê nakin.
28. Me ew afirandine û zend û bendên wan xurt kirine. Eger Em bixwazin, em dikarin mirovên tam mîna wan bixin danin cihê wan.
29. Bi sond, ev hişdarî ye. Yê ku bixwaze, dê rêya ber bi Xwedayê xwe ve bibîne.
30. Lê we nevê eger Xwedê wisan nevê. Bi sond, Xwedê zana û hişmend e.
31. Ew kê bixwaze, wî dixe nav dilovaniya xwe didiyê. Lê bo yên stemkar, Wî ezabek dijwar amade kiriye.

75. VEJÎN

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Na! Sond bi roja vejîn ji gorran!
2. Lê na! Sond bi wijdana ku xwe lome dike!
3. Gelo mirov bawer dikin ku em nikarin hestiyên wan berhev bikin?
4. Belê, Em dikarin tilên wî jî bi temamî nû bikin.
5. Lê mirov dixwazin ji tiştên bên bawer nekin
6. loma dipirsin: “Ka ev roja vejînê dê kengî bêt?”
7. Lê dema ku ew roj çavên wî tarî bike
8. û heyv bixeyire,
9. dema tav û heyv bi hev re bitemirin,
10. hingê mirov dê bibêjin: ”Ka stargeha ku xwe bigihînimê?”
11. Na! Ti stargeh nîne.
12. Wê rojê tek stargeh li bal Xwedê ye.
13. Wê rojê dê bo her mirovî diyar bibe ka wî çi kiriye û çi nekirî hêlaye.
14. Mirov dê bi xwe bibe şahidê dijî xwe
15. tevî ku çi hêcetan peyda bike jî.
16. Zimanê xwe nelivîne daku berî hatina wê rojê [Qur’anê] bi zorê wan hişyar bikî.
17. Bi sond, Em berhevkirin û diyarkirina wê bi cih bînin.
18. Tu li pey wê rêzê here ya ku Em pê bo te diyar dikin
19. çunkî şirovekirina wê jî ji Me ye.

20. Na! Hûn mirov evîndarên jiyana xwe ya vê dinyayê ne
21. û guh nadin dinyaya bêt.
22. Wê rojê dê rûyê hin kesan geş bibe
23. û ew dê berê xwe bidin bal Xwedê ve.
24. Û wê rojê dê rûyê hinekên din tarî bibe
25. dema ku pê bihesin ku dê tiştek ruxîner biqewime.
26. Na! Dema ku dil hilkeve gewriyê
27. û bêt pirsî: “Kî sihirbaz niha dikare [rê li ber ruxînê bigire]?”
28. Mirov dê bawer bike ku bîska çûna wî hatiye
29. û ji her aliyekî ve derbe pê dikevin.
30. Wê rojê rêya wî ber bi Xwedê ve ye.
31. Wî bawer nedikir û nivêj nedikir
32. lê digot tiştê derew e û pişta xwe didayê
33. û bi quretî diçû bal kesûkarên xwe.
34. Wey li te, wey!
35. Û dîsa: wey li te, wey!
36. Ma mirov bawer dikin ku ew dê bêser bigerin?
37. Ma ew ne şitilek bû ku ji tovekî zîl dabû?
38. Paşî ew bû xwînek cemidî. Xwedê ew afirand û kemiland
39. û du zayend, jin û mêr, çêkirin.
40. Ma Ew nikare miriyan jî vejîne?
74. RAPÊÇAYÎ

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. [Tu] yê ku [bi ebayê xwe] rapêçayî!
2. Rabe û xelkê hişyar bike,
3. pesnê Xwedayê xwe bide,
4. cilên xwe paqij bike,
5. xwe ji pîsiyê biparêze.
6. Nede xelkê bo ku xelk zêdetir bide te.
7. Li ser doza Xwedê xurt be.
8. Çunkî dema ku dengê borîzanê bêt,
9. ew roja dijwar e,
10. bo nebaweran gelek nexweş e.
11. Bispêre Min yê ku min afirandiye,
12. yê ku min kiriye xwediyê gelek dewlemendiyan
13. û dilê wî bi zarokan şad kiriye,
14. yê ku min jiyana wî xweş kiriye
15. û yê ku hê jî zêdetir dixwaze.
16. Lê bi sond nabe! Çunkî ew guh nade nîşanên me.
17. Ez ê ezabek giran bikim barê wî.
18. Erê, ew her difikirî û difikirî;
19. ca çi qas hizirî!
20. û çend di dilê xwe de dikêşa û dipîva!
21. Paşî wî li dor xwe nerî,
22. rûyê xwe tehl kir,
23. li xwe zivirî û xwe qure kir
24. û got: “Ev tenê sihirbazî ye,
25. tenê gotinên ji devê mirovekî ne.”
26. Ez dê wî biavêjim nav gurmija agirê dûjehê.
27. Lê çawa bi te bidim famkirin ka ew agir çawa ye?
28. Ew ti tiştî û ti kesî nahêle,
29. ew mirovan bi temamî dibirêje
30. û nozde di ser wî re hene.
31. Me tenê firîşte kirin zêrevanên agirî û bi jimara wan jî em kesên nebawer diceribînin daku yên Pirtûk jê re hatiye piştrast bin û yên bawer dikin bi baweriya xwe xurttir bibin. Daku yên Pirtûk wergirtiye û yên bawermend guman nekin lê daku yên ku dilê wan nexweş û biguman e bibêjin: “Mebesta Xwedê bi vê çi ye?” Wiha Xwedê wan kesên ku ew dixwaze, dixapîne; û kesên bi dilê Wî bin, Ew dihebîne. Ji bilî Xwedê, kes leşkerê Wî nanase. Ev tenê hişdariyek e bo mirovan.
32. Na! Sond bi heyvê,
33. bi şeva ku ron dibe,
34. spêdeya ku ronahiya wê dertê!
35. Bi rastî ev yek ji dijwartirîn tiştan e,
36. hişdarî ye bo mirovan,
37. bo her kesê ji we yê ku dixwaze pêş bikeve yan paşve bimîne:
38. her giyan ji kiryarên xwe berpirs e,
39. tenê yên li ser rêya rast ne di nav de.
40. Ev dê li biheştê ji hev
41. qedera gunehkaran bipirsin:
42. “Çi ye ku hûn kirine avêtine ber devê agirî?”
43. Dê bibêjin: “Em ne ji wan bûn yên ku nivêj dikin,
44. ne jî ji wan yên ku xwarin dida feqîran
45. lê me hevrikî li gel wan dikir yên ku pûç dipeyivîn.
46. Me digot ku behsê roja dozê derew e
47. heta ku mirin bi ser me de hat.”
48. Lê hingê alîkariya berevanan jî wan rizgar nake.
49. Lê çima ew pişta xwe didin hişdariyê
50. mîna kerên ku dibehecin
51. û direvin dema ku orîna şêran dibîzin?
52. Her yek ji wan dê bi taybetî bêt vexwendin
53. lê ew niha ji jiyana bêt natirsin.
54. Na! Bi sond, ev hişdarî ye
55. û her kesê bixwaze, bila ji bîr neke.
56. Lê dê neyê bîra eger Xwedê nexwaze; Xwedayê xwedanê pesnê û lêborînê.


























73. PÊÇAYÎ

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. [Tu] yê ku xwe pêçayî!
2. Rabe bi şev nivêjan bike û tenê piçekê vehese.
3. Nîv şevê şiyar be yan piçekê kêmtir
4. yan hê jî hinekî lê zêde bike û hêdî-hêdî û zelal Qur’anê bixwîne.
5. Bi sond, Em dê peyamek giring bigihînin te.
6. Nivêjên şevê bi rastî xurttirîn rêbaz e bo xweragirtinê.
7. Çunkî hemû rojê bi kar î.
8. Loma bi şev navê Xwedayê xwe bîne bîra xwe û ji dil xwe bide peristina Wî
9. anku Xwedayê rojhilatê û rojavayê yê ku ji bilî Wî ti xwedayên dî nînin. Loma Wî bike parêzvanê xwe!
10. Tevî gotinên wan jî, tu her xurt be, û xwe bi maqûlî xwe ji wan dûr bixe.
11. Tu wan bo min bihêle yên ku dibêjin rastî derew e û bi têr û teselî dijîn. Tu demek dilovaniyê bide wan!
12. Bi sond, Me bo wan hene bend û zincîr û agirê dûjehê,
13. û xwarinek ku gewriya wan bixetimîne û ezabek jandar
14. roja ku deşt û çiya dê bilerizin, dema ku çiya dê bibin toz û bifirin.
15. Bi sond, Me peyamberek şandiye nik we ku dê bibe şahid dijî we her wekî ku me peyamberek hinartibû cem Fîrewnî jî.
16. Lê Fîrewnî guh neda peyamberî loma me ew zeft kir.
17. Ma hûn yên nebawer dê çawa xwe biparêzin madem hûn bawer ji wê rojê nakin ya ku dê mûyên porrê zarokan jî spî bike?
18. Wê rojê esman dê biperite û soza Wî dê bi cih bêt.
19. Bi sond, ev hişdarî ye. Bila yê ku bivê, rêya bi bal Xwedayê xwe ve bibîne.
20. Bi sond, Xwedayê te jê agadar e ku tu hema sê-du ji şevê şiyar î, carine nîv û carine jî sê-yekê û hinek peyrewên te jî wisan dikin. Xwedê şev û rojê dipîve. Ew dizane ku hêza we têra nake loma ew li we dilovan e. Loma Qur’anê bixwînin, wan parçeyên ku bi asanî hûn tê digihin. Ew dizane ku hin ji we nesax in û hin jî bi rê ve ne li bereketa Xwedê digerin û heta hinek jî di rêya Xwedê de tê dikoşin. Tişta ku tê de asan e bixwînin lê nivêjên xwe bidin û zekata diyarkirî bidin û qurbanek bi dilê Xwedê bidin çunkî her qenciya ku hûn bo giyanê xwe bikin, Xwedê dê wê mezintir û baştir li we vegerîne. Û Xwedê lêborînê bixwazin. Bi rastî Ew lêbor û dilovan e.










72. CIN

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 28)

Bêje: Ji min re hatiye diyarkirin
ku komek cinan guhdarî kir
û got, "Me Gotarek ecêb bîstiye!

berî dide rêya rast,
lewre em jê bawer dikin
û em ti kesî nakin
hevberî Xwedayê xwe.

Û wa berz û bilind e
mezinahiya Xwedayê me
ku Wî ne ti jin û
ne jî ti kurr ji xwe re girtiye.

Bêhişên me derewên bêbingeh
li ser Xwedê digotin,

lê em bawer in ku nabe
ti mirov yan cin
bi çewtî û xwehrî
basa Xwedê bike.

Lê dîsan jî
hin ji mirovan hebûn
ku hawara xwe digihand cinan
lê vê hawarê ew hê kembaxtir kirin.

Wan jî, mîna we,
bawer dikir
ku Xwedê kesî sax nake.

Me xwest
razên esmanî seh bikin
lê esman tijî zêrevanên xurt
û agirên gurr bû.

Em li wir rûdiniştin
lê yê niha lê rûne,
dê bibîne ku pizotên agirî
li ber venayî ne.

Em nizanin ka nexweşiyek
bendewarî rûniştvanên rûyê erdê ye
yan jî Xwedê rêyek rast bo wan divê.

Hin ji me qenc in,
hin jî qet na:
Em bi rêyên cuda ve dimeşin.

Em dizanin ku em nikarin
pişta xwe bidin Xwedê
yan jî jê birevin.

Dema me Rêberî bihîst,
me bawerî pê anî.
Yê ji Xwedayê xwe bitirse,
ne hewce ye ji ne neheqî û têkçûnê bitirse.

Hin ji me xwe radestî Xwedê dikin,
hin jî xirrayî dimeşin.
Hin radest dibin, rêya rast dibijêrin,
lê yên xirrayî sotemeniyên Dûjehê ne."

Ger mirov bi rêya rast ve bimeşîna,
Me dê baranên boş bidan wan

daku wan bicerribînin.
Yê berê xwe ji hişyariya
Xwedayê xwe bigire,
dê bikeve ber azarek dijwar.

Peristgeh tenê bo Xwedê ne;
ji bilî Xwedê, xwe nespêrin ti kesî.

Dema beniyek Xwedê
nivêjan bo Wî dike,
xelk hema xwe diavêje ser.

Bêje: Ez gaziya xwe digihînim
tenê Xwedê
yê ku ti kesî nakim hevberî.

Bêje: Ti kes nikare min ji Xwedê biparêze,
û ti stargeh ji min re nîne ji bilî Wî.

Erkê min tenê ragihandina
peyama Wî ye.
Bo yê neguhdariya Xwedê
û peyamberên Wî bike,
agirek Dûjehê heye
ku ew dê bi herherî tê de bimîne.

Ew bawer nakin
ta bi çavên xwe nebînin
ka çi gef li wan hatiye kirin.
Lê ew dê bibînin
ka kê alîkar hene
û kî ne yên qels û lawaz.

Bêje: Ez nizanim
ka gefên li we hatine kirin
dê di nêz de bi cih bên
yan jî Xwedayê min
demek dûr bo daniye.

Ew razan dizane
û wan ji kesî re
eşkere nake,

ji bilî ji peyamberên
xwe yên Wî bijartî re.
Ew çavdêran dide
pêş û paş wan

daku bizane ka wan peyama
Xwedayê xwe gihandiye.
Ew ji hemî kiryarên wan agadar e
û her kit tiştî dihijmêre.














71. NÛH

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Bi sond, Me Nûh şand bal gelê wî û gotê: “Gelê xwe hişyar bike berî ku ezabek dijwar bi ser bêt.”
2. Wî ragihand: ”Gelê min! Bi sond, ez hatime ku we bi eşkereyî hişyar bikim.
3. Xwedê biperêsin, berpirsiyariya xwe hemberî Wî bi cih bînin û guhdariya min bikin
4. daku Ew gunehên we efû bike û dilovaniya xwe diyarî we bike. Eger dema Xwedê diyarkirî hat, rê li ber nayê girtin. Xwezî we bawer bikira!”
5. Wî got: “Xwedêyo, binere, min bi şev û roj ji gelê xwe daxwaz kiriye
6. lê gotinên min her dijberiya wan xurttir dikin.
7. Binere, tevî ku min gelek car gazî wan kiriye daku Tu gunehên wan bixefirînî, ew guhên xwe tiliyên xwe digirin, xwe di nav cilên xwe re dipêçin, her tiştî red dikin û xwe qure dikin.
8. Bi sond, min bi dengê bilind jî şîret li wan kirin,
9. min gazî kir heta ku her kesî bihîst û ez yek bi yek jî bi wan re peyivîm
10. û min gotê: “Ji Xwedayê xwe daxwaza lêborînê bikin – Ew bi rastî dilovan e,
11. dê ewr û baranê bo we bibarîne,
12. dê bereketê bixe mal û halê we û dê bo we biheştê û robarên wê amade bike.
13. Hûn çima daxwaza dilovaniyê ji Xwedê nakin?
14. Bi sond, Wî hûn qonax bi qonax afirandine.
15. Ma hûn nabînin ka Xwedê çawa heft esman danîne ser hev?
16. Wî heyv kiriye ronahiya wan û tav kiriye çiraya wan.
17. Xwedê hûn ji axê çêkirine,
18. ferman daye ku hûn dê dîsa bibin ax û Ew dê paşî we vejîne.
19. Xwedê bo we erd edilandiye
20. daku hûn li ser rêyên wî yên berfireh bigerin’.”
21. Nûhî got: “Xwedayê min, ew guhdariya min nakin û bo xwe wan dikin pêşrew yên ku mal û milk wan diruxîne.
22. Wan gelek fêl û fût vehûnane
23. û dibêjin: ‘Dest ji xwedayên xwe Wed, Siwa, Yexûs, Yew’ûq û Nesir bernedin!’
24. Bi sond, wan bi vî awayî gelek kes xapandine û kesên bêdîn hê jî hartir dibin.”
25. Ew ji ber gunehên xwe bi avê hatin xeniqandin, rêya wan agirê dûjehê bû û ji bilî Xwedê ti kes nebû ku bikare alîkariya wan bike.
26. Û Nûhî got: “Xwedayê min, ti kesî bêdîn li vê dinyayê nehêle!
27. Bi sond, eger Tu wan bisitirînî, ew dê beniyên te bixapînin û dê zarokên bêsinc û bêdîn radin.
28. Xwedêyo, min û dêbavên min efû bike wek her kesê dî jî yê ku baweriyê bi te bîne û were mala te û her kes bawermend, jin û mêran! Lê belayê bi ser bêdînan de bîne!”


70. NÊRDEWAN

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Yekî mereqdar pirsî gelo ezaba bêt
2. serê bêdînan çawa ye. Kes nikare rê lê bigire.
3. Ew [ezab] ji Xwedê ye, ji Xwedanê dergehên bilind e.
4. Firîşte û Giyan dê hilkevin bal Wî li roja ku dirêjahiya wê pêncî hezar sal e.
5. Loma tu bênfireh be!
6. Ew bawer dikin ku ew roj dûr e
7. lê Em dibînin ku nêzîk e.
8. Wê rojê esman wek sifrê helandî ye
9. û çiya mîna hiriyê ne
10. û heval halê hevalî napirse
11. tevî ku hev dibînin jî. Yên gunehkar dê wê rojê hêvî bikin ku bikarin bi xwe rizgar bikin bi qurbankirina zarokên xwe,
12. jina xwe û birayê xwe
13. yan mirovên xwe yên ku ew diparastin,
14. heta her kesê li ser dinyayê tenê daku bikarin xwe rizgar bikin.
15. Lê qet nabe! De binere, ev agirek geş e
16. ku çermî diçirîne
17. û kesê neguhdar dixwaze,
18. yê ku bi hesûdî maliyet li xwe dicivand.
19. Bi sond, mirov ji dilê xwe ve ne xurt e:
20. Dema ku belayek tê serî, zû gazinan dike
21. lê eger tiştek baş jê re tê, xwe nankor dike.
22. Ji bilî yên ku dua dikin,
23. nivêjên xwe ji dil eda dikin,
24. yên ku parek ji malê xwe
25. didin gerrok û nedaran,
26. yên baweriya bi roja dozê tînin
27. û ji ezaba Xwedayê xwe ditirsin;
28. bi sond, ti kesî din ji bilî wan ji ezaba ku Xwedê dê bide wan xilas nabe
29. ji bilî wan yên ku hefza nefsa xwe dikin
30. ji her kesî ji xeynî jin û cariyên xwe çunkî ew ne guneh in.
31. Lê yên ku ji vî hedî derbas bibin, gunehkar in.
32. Yên ku di soz û emanetên xwe de rastgo bin,
33. di şahidiyê de derewan nekin
34. lê di dîndariya xwe de zîrek bin,
35. dê bi serfirazî di biheştê de bijîn.
36. Lê çi difikirin yên bêdîn yên ku bi çavên zîq di ber te re derbas dibin,
37. ji aliyê rastê û yê çepê ve, kom bi kom?
38. Ma ew bawer dikin ku dê bigihin baxçeyên bextiyariyê?
39. Bi sond na! Ew baş dizanin ka Me ew ji çi afirandine.
40. Lê na! Sond bi navê Xwedayê rojhilatê û rojavayê: “Bi sond Em dikarin yên ji wan qenctir bixin cihê wan, û ti kes nikare rê li ber Me bigire.
41. Bihêle bila ew li hêviya peyvên xwe yên pûç bimînin û tinazî û tirraneyan bikin heta ku roja bo wan pêşbînîkirî bêt ber çavê wan.
42. Wê rojê ew dê bi lez ji gorrên xwe derkevin, mîna ku ber bi armanca xwe ve dibezin,
43. bi serşorrî, di bin barê şermê ve. Ew roj e ku bo wan hatiye pêşbînîkirin.









































69. RASTÎ

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Rastî!
2. Rastî çi ye?
3. Dê çawa bizanî ka rastî çi ye?
4. [Gelê] Semûd û yê Ad got ku roja dozê nîne.
5. Lê birûskên bihêz semûd hilweşandin,
6. hirrbayekî nedîtî ad ruxandin.
7. Ew hirreba heft şev û heft rojan bi hêzek gurr li wan da heta ku mirov mîna qurmên xulole yên qespan bi erdê ketin.
8. Ma tu şopa wan jî dibînî?
9. Fîrewn û yên berî wî û bajarên hatin ruxandin jî hemiyan guneh dikirin
10. û neguhdariya peyamberên Xwedê dikirin loma bi zerbên zorê hatin hilweşandin.
11. Dema ku av rabû, bi sond, Me kir ku keştî we hilgire
12. daku bo we bibe îbret û hûn guhdar bin û ji bîr nekin.
13. Dema ku carekê dengê borîzanê hat
14. û erd û esman bilind bûn û bi carekê biherişin xwarê,
15. wê rojê dê ruxana mezin bêt:
16. esman dê biperite û dakeve.
17. Firîşte dê li her derê bin û heşt ji wan dê erşê Xwedayê te hilgirin.
18. Wê rojê hûn dê li ber dadgehê bên rêzkirin û yek ji razên we jî dê veşartî nemîne.
19. Yê ku defter wergirtibe destê xwe yê rastê, dê bibêje: “Werin deftera min bixwînin!
20. Bi sond, bawer dikim ku dê roja hesabê bêt.”
21. Û ew dê bibe xwedî jiyanek xweş,
22. li nav baxçeyên delal
23. ku mêwe lê berdest in.
24. “Xelatên qenciyên xwe bi dilê xwe bixwin û vexwin!”
25. Lê yê ku defterê wergire destê çepê, dê bibêje: “Wey, xwezî ev defter qet neketibûya destê min
26. û xwezî min qet roja hesabê nedîtibûya!
27. Wey, xwezî mirin dawiya her tiştî bûya!
28. Ji feyde bo min ji malê min jî nîne,
29. hêza min jî ji destê min çûye.”
30. ”Wî bigire, girê din
31. û biavêjin dûjehê!
32. Bi zincîrên heftê enîşkan dirêj bibestin!
33. Bi sond, Wî bawerî bi Xwedayê mezin nebû
34. û xwarin nedida feqîran.”
35. Loma wê rojê wî ti heval nînin
36. û ti xwarin û vexwarin bi dest nakeve ji bilî ava genî
37. ya ku tenê yên bêdîn vedixwin.
38. Lê na! Sond bi hemû tiştên ku hûn dibînin
39. û yên çavên we nasihirînin:
40. Bi rastî, ev gotina peyamberê hêja ye
41. û ne peyvên helbestvanan in – lê ka hûn bawer nakin –
42. û ne jî gotinên xêvzanan in – lê ka hûn bawer nakin.
43. Ev beyana Xwedê ye, ji Xwedanê alemê ye.
44. Eger pêxemberî helbest li ser Me vehûnandibûna,
45. bi sond, Me dê destê wî yê rastê girtibûya
46. û zendê wî şkandibûya
47. bêyî ku ti kes ji we bikare rê li ber Me bigire.
48. Bi rastî ev hişyarî ye bo yên ku xwe ji xirabiyê diparêzin.
49. Û bi sond Em dizanin ku hin kes ji we dibêjin rastî derew e
50. û bi sond cezayê bêt dê yên bêdîn riswa bike
51. lê bi sond ev rastî ye.
52. Pesnê Xwedayê xwe yê mezin bide!































68. QELEM

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. N. Sond bi qelemî û tiştê pê tê nivîsîn!
2. Ji kerema Xwedayê xwe, tu ne bêhiş î.
3. Bi sond, diyariyek bêdawî li benda te ye
4. û bi rastî dilê te pak e.
5. Di nêzîk de tu dê bibînî û ew jî dê bibînin
6. ka kî ji we dîn û bêhiş e.
7. Bi rastî Xwedayê te ye yê herî baş dizane ka kî ji rêya Wî veder dibe û her baş Ew dizane ka kî li ser rêya rast dimeşe.
8. Loma bi yên dibêjin rastî derew e qayil nebe.
9. Ew hêvî dikin ku tu bêçare xwiya bikî daku ew bi xwe jî bêçare bin.
10. Guh nede gotina yek sondxwerê erzan,
11. fesadkerê li dor xwe digere û xirabiyê belav dike,
12. yê qenciyê red dike û gunehan dike,
13. yê ku bênijad, pozbilind û hesûd e
14. ji ber ku mal û milk heye.
15. Dema ku nîşanên me bo wî tên rêzkirin, dibêje: ”Çîrokên berê ne.”
16. Em dê di nêz de daxên xwe li rûyê wî yê pozbilind bidin.
17. Bi sond, em wan diceribînin wek ku me xwedanên bûstanan ceribandin dema ku wan sond xwar ku dê roja bêt bûstanê xwe biçinin
18. lê para hejaran nadin.
19. Dema ew di xewê de bûn, Xwedayê te belayek hinart ser bûstanê wan
20. û bi bi sotinê ew reş kir.
21. Spêdeyê wan gazî hev kir
22. û got: ”Divê her kes zû her bûstanê xwe eger bixwaze berhemê wî biçine!”
23. Wan bi rê ve hêdîka ji hev re digot:
24. ”Nehêlin hejar bên çinînê.”
25. Ev temahî di dilê wan de bû dema ku ew spêdeyê bi rê ketin.
26. Lê dema ku wan dît ka çi qewimiye, got: ”Diyar e ku em ji rêya rast winda bûne.
27. Na, bela bi ser me de hatiye!”
28. Aqildarê wan gotê: ”Ma min ji we re negot: ’Pesnê Xwedê bidin!’”
29. Wan got: ”Pesn bo Xwedê! Bi rastî em bêdîn bûn.”
30. Paşî hin ji wan li hev zivirîn
31. û got: ”Wey li me! Bi rastî me neguhdarî kiriye
32. lê belkî Xwedê tiştek baştir bide me. Em ji Xwedê hêvî dikin.”
33. Cezayê wan ew bû. Lê bi sond, cezayê axretê dê gelek girantir be. Xwezî wan fam bikira!
34. Bo yên ku xwe ji xirabiyê diparêzin, baxçeyên biheştê li nik Xwedayê wan hatine çandin.
35. Gelo ma Em beniyên Xwedê tawanbar bihesibînin?
36. Ma çawa dikarin wisan bikin?
37. Yan ma we kitêbek heye ku hûn bikarin jê bixwînin,
38. ku hûn bi rastî tê de tiştê baş bibînin?
39. Yan ma we sozên Me hene ku Roja Rabûnê jî bên pejirandin ku hûn niha pê bawer bin?
40. Ji wan bipirse, Mihemedo, gelo kî ji wan dikare bibe kefîl.
41. Ma wan hevbend hene? Ka bila hevalbendên xwe eşkere bikin heke rast dibêjin.
42. Roja ku ew bikevin tengasiyê, dema ku ew bo xweçemandina bo nivêjê tên gazîkirin lê nikarin wa bikin,
43. berê wan dê rast li erdê be û rûyê wan dê şerm bike ji ber ku ew di dema bihêz û qewî bûn hatibûn bangkirin.
44. Loma tu yên ku dibêjin ev peyam derew in, bo Min bihêle. Em dê wan bêyî haya wan gav bi gav rakêşin
45. û Ez dê hinek ji dema xwe bidim wan lê plana Min xurt û nehejok e.
46. Ma tu, Mihemedo, heqdestê xwe ji wan dixwazî heta ku ew di bin barê deynan ve bimînin?
47. Yan jî ma ew ji tiştên nediyar agadar in û dikarin wan binivîsin?
48. Îcar tu xurt li benda biryara Xwedayê xwe be û nebe mîna zelamê di zikê masî de ku bi xem digirî û digazî.
49. Heke dilovaniya Xwedayê wî nehatiba hewarê, masî dê ew biavêta beravek beyar
50. lê Xwedayê wî ew bijart û danî nav koma qencan.
51. Yên ku ketine bêbaweriyê, dixwazin te bi awirên xwe biperitînin. Dema şîretên te dibîzin, dibêjin: ”Bi rastî, ew ji ser hişê xwe çûye.”
52. Lê Qur’an hişyarî ye bo hemû dinyayê.






















67. MÎRNIşÎN

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Pîroz be navê Wî yê ku milk û û mîrnişîn di destî de ne. Hêza Wî di ser her tiştî re ye.
2. Wî jiyan û mirin afirandiye daku we biceribîne ka kî ji we dê di karên xwe de herî qenc be. Ew hêzdar û dilovan e.
3. Wî heft esman li ser hev ava kirine. Tu nikarî ti êb û kêmasiyan di afirandina yê Dilovan de bibînî. De çavê xwe lê bigerîne: ma qisûrekê tê de dibînî?
4. Li xwe bizivire û hê jî lê binere. Çavên te dê mandî û westiyayî li cihê ku jê livîne vegerin.
5. Me tevaya esmanê jêrîn bi ronahiyan xemilandiye û ew bûne çek dijî şeytanan. Me bo wan ezaba agirê dûjehê amade kiriye.
6. Ezaba dûjehê li benda wan e yên ku ji Xwedayê xwe bawer nakin. Encama wan rezîlî ye.
7. Dema ku wan biavêjin wî agirî, ew dê dengê kelîna wî bibîzin.
8. Agir dike ji kerban bipeqe. Her cara ku komekê biavêjin wî agirî, dê zêrevanên wî bipirsin: ”Ma hişyarker hingê nehat nik we?”
9. Û ew dê bibêjin: ”Belê, bi rastî hişyarker hat bal me lê me guh nedayê û me gotê: ‘Ne Xwedê ev daxwiyanî daye te, tu li ser rêya şaş î.’”
10. Û ew dê hê bidomînin: ”Eger me guh bidaya şîretan û em lê fikirîbûna, em dê neketibûna nav nişteciyên dûjehê.”
11. Bi wî awayî ew dê îtîrafê bi gunehên xwe bikin lê nişteciyên agirê dûjehê dê ji dilovaniyê dûr bimînin.
12. Yên ku hema ji dizîkî ve jî ji Xwedayê xwe ditirsin û ihtirama Wî digirin, dê bên efûkirin û dê xelatek mezin wergirin.
13. Hûn gotina xwe veşêrin yan jî eşkere bikin, Xwedê bêguman ya di dilê we de dizane.
14. Ma yê ku her tişt çêkiriye, çawan wê nizane? Jixwe Ew tiştê herî biçûk jî dibîne û ji her tiştî agadar e.
15. Wî erd bo xizmeta we afirandiye daku hûn li ser rêyên wî bigerin û berhemên wî bixwin. Rêya hilketinê ber bi Wî ve ye.
16. Ma hûn piştrast in ku Ew, yê ku li raserî we ye, nahêle erd we dabûrîne xwe? Binere, jixwe erd dilerize!
17. Yan jî ma piştrast in ku Ew, yê ku li raserî we ye, bahozan bi ser we de naşîne? Hûn dê bibînin ku hişyariya min dayî we çawa ye.
18. Hinan berî we jî gotiye ku rastî derew e lê ma ezaba wan bû çi!
19. Ma ew nabînin ka firinde çawa perr û baskên xwe li raserî wan vedikin û digirin? Ma kî ji bilî yê Dilovan dikare wan li hewa bihêle? Bi sond, Ew her tiştî dibîne.
20. Ma ji bilî tê Dilovan, kî dikare wek artêşek mezin alîkariya we bike? Yên bêbawer çavkor in.
21. Ma kî heye we têr bike eger Ew jiyarê nede we? Lê ew her dijberiya xwe didomînin.
22. Ma kî ji herduyan baştir dikare li pey rêberiyê bimeşe: yê rû bi erdê ve dixwişe yan yê piştrast bi rêya rast ve dimeşe?
23. Bibêje: “Wî hûn aifrandiye û çav, guh û dil dane we. Lê hûn hê jî ne spasdar in.”
24. Bibêje: ”Wî hûn ta dûlikên dinyayê jî belav kirine lê hûn dê li cem Wî bên civandin.”
25. Ew herwiha dibêjin: ”Dê kengî ev soz bi cih bêt madem gotina te rast be?”
26. Bibêje: ”Tenê Xwedê wê dizane. Ez tenê hişyarker im.”
27. Lê dema ew bibînin ku ruxîn nêzîk dibe, çavên yên nebawer dê tarî bibin û ev gotin bêt bihîstin: “Aha ev e ya we dixwest.”
28. Bibêje: “Hûn çi difikirin? Hema eger Xwedê min û hevalên bi biruxîne yan jî efû bike jî, dîsa kî dê yên nebawer ji hukmê ezabê rizgar bike?”
29. Bibêje: ”Ew Dilovan e. Em bi Wî bawer in: hûn dê di nêzîk de bibînin ka kî şaş e.”
30. Bibêje: ”Hûn dê çi bibêjin eger rojekê ava we birije û hişk bibe? Ma kî her wê rojê bo we ava pak û zelal peyda bike?”






























66. QEDEXEKIRIN

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Peyambero, tu çi tişta ku Xwedê li te helal kiriye, li xwe heram dikî daku dilê jinên xwe xweş bikî? Xwedê efûker û dilovan e.
2. Jixwe Xwedê ferman daye ku bi qurbaniyê mirov dikare xwe ji sondê rizgar bike û Xwedê parêzvanê we ye ji ber ku Ew zana û hişmend e.
3. Dema ku peyamber razek ji jinek xwe re got û paşî jinê ew di nav xelkê de belav kir û Xwedê jî kir ku peyamber bi her tiştî bihese, hingê wî lome li jina xwe kir lê behsa xwe nekir. Û dema ew ji jina xwe re peyivî, wê jê pirsî: ”Kê ev daxwiyanî daye te?” Wî gotê: ”Wî yê ku her tiştî dizane ev bo min diyar kiriye.”
4. ”Eger hûn herdu [jin] bi bal Xwedê ve bizivirin, ew bo we ya herî baş e ji ber ku dilên we jixwe ji Wî veqetiyane. Lê egr hûn herdu [jin] li dijî peyamberî rabin, bi sond, Xwedê parêzvanê wî ye û Cibrîl û bawermend û herwiha melayket jî alîkarên wî ne.”
5. Dibe eger peyamber ji we cuda bibe, Xwedayê wî li şûna we jinên baştir bidiyê, yên guhdar, bawermend, sernerm, poşmanber, peristkarên Xwedê, rojîgir, ca çi bîjin bin yan jî xama.
6. Gelî bawermendan, xwe û malbata xwe ji wî Agirî biparêzin yê ku mirov û keviran dihelîne û zêrevanên wî melayketên xurt û zexm in. Ew bêemriya Xwedê nakin lê çi fermana ji Wî bêt, ew bi cih tînin.
7. Hûn yên bawer nakin, wê rojê ti daxwaz lêborînê nekin! Heqê karên we dê bêt dan.
8. Gelî bawermendan, hûn bi dilpakî li Xwedê vegerin û jê lêborînê bixwazin! Belkî Xwedê we ji xirabiya we rizgar bike û bihêle hûn bikevin nav baxçeyên ku bi robaran tê avdan, roja ku Xwedê nahêle Peyamber û hevalên wî bikevin şermê. Ronahî dê li ber wan bibiriqe û ew dê bibêjin: “Xwedêyo, ronahiya me geş bike û me bi dilovaniya xwe biparêze çunkî bi sond Tu dikarî her tiştê bixwazî bikî.”
9. Peyambero, bi dijwarî dijî yên nebawer û yên durû tê bikoşe. Cihê wan dê cehenem be. Ew dê dawiyê belingaz bibin.
10. Bo yên ku bawer nakin, Xwedê jina Nûhî û ya Lûtî kirine nimûne. Ew jinên du du beniyên me yên bawermend bûn lê wan bêbextî li mêrên xwe kir loma ti tiştî nikarî wan dijî Xwedê biparêze lê ferman bo wan hat: “Li gel hemû cezakiriyan hûn jî bikevin Agirî!”
11. Bo yên ku bawer dikin, Xwedê jina fîrewnî kiriye mînak. Wê got: “Ya Xwedê, bo min xaniyekî li biheşta xwe ava bike, min ji fîrewnî û kiryarên wî ji xelkê din yê bêdîn rizgar bike!”
12. Herwiha Meryema keça Îmranî jî nimûne ye. Wê pakiya xwe parast û Me ew bi ruha xwe dagirt. Ew bi Xwedê û bi gotinên Kitêba Wî bawer bû yek ji sernerman bû.



65. TELAQ

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Peyambero, dema hûn jinên xwe berdidin, pêşî bo demek diyarkirî jê cuda bibin, hejmara wan rojan bo wan bijimêrin û erkên xwe li hemberî Xwedayê xwe bi cih bînin. Wan [jinan] ji malên xwe dernexin! Hûn bi xwe jî jê dernekevin, ji bilî ku eger ew rûreşiyek diyar kiribe. Ev fermanên Xwedê, û yê ku fermanên Xwedê binpê bike, bi rastî dê xirabiyê li canê xwe bike. Tu nizanî ka Xwedê dê paşî rewşa te biguherîne.
2. Dema ku wexta diyarkirî hat, wan li nik xwe bihêlin yan bi xweşmirovî jê cuda bibin. Ji nav xwe du şahidên rastgo bigirin û mijarê li pêşberî Xwedê diyar bikin. Ev şîret bo her kesî ye yê ku bi Xwedê û axretê bawer e. Yê ku ji Wî bitirse, Ew dê pirsgirêkên wî çareser bike
3. û jiyara wî misoger bike ji jêderek ku ew ne li bendê ye. Bo yê ku bawerî bi Xwedê hebe, Ew her tişt e. Bi sond, Xwedê dê wî bigihîne armanca wî. Xwedê bo her tiştî armanc daniye.
4. Bo jinên ku mehikên wan hatine vebirîn yan ji hindê biguman in, bila muhleta ezmûna wan sê meh be. Herwiha bila ew muhlet bo yên ku mehikên wan dest pê nekirine jî be. Lê bo jinên girane bila muhlet hebe heta ku zarokê wan biwelide. Yê ku li gor vîna Xwedê bike, Ew dê bi asanî pirsgirêkên wî çareser bike.
5. Ev fermana Xwedê ye ku Wî bo we diyar kiriye. Yê ku ji Xwedê bitirse, ew dê wî ji karên xirab biparêze û xelatek xweş diyarî wî bike.
6. Bihêlin jinên we yên ku cuda dibin li cihê hûn dijîn, bila ew jî bijîn li gor ku ji maliyeta we gengaz e. Zilmê li wan nekirn daku ew nekevin tengasiyê. Eger ew girane bin, jiyara wan bo dabîn bikin heta ku ew zarokê xwe biwelidînin. Û eger zarokê we dimêjînin, heqê wan bidinê. Van karan bi sulhê hel bikin. Lê eger we li hev nekin, jinek din ya zarokê we bimêjîne peyda bikin.
7. Bila mêrê zengîn li gor bereketa malê xwe bide jina xwe, yê kêmdartirî jî li gor ku Xwedê kiriye rizqê wî. Xwedê barê ti kesî wisan giran nake ku ew nikare hilgire. Piştî zehmetiyan jî, Xwedê dîsa rewşê asan dike.
8. Ma ne çendîn bajar li dijî fermana Xwedayê xwe û peyamberê Wî derketin? Loma Me em wan bi xurtî hesabê ji wan dixwazin û Me ew bi ezabek giran fêr kirin.
9. Ew neçar man ku encamên karên xwe yên xirab bibînin û taliyê hatin ruxandin.
10. Xwedê ezabek mezin bo wan amade kiriye. Ji Xwedê bitirse, gelî yên xwedî fehm û bawerî! Bi sond, Xwedê hişyarkerek şandiye bal we,
11. peyamberek ku nîşanên diyar yên Xwedê radigihîne we daku yên bawermend û qenc ji nav tarîtiyê bigihin ronahiyê. Her kesê ji Xwedê bawer bike û qenciyê bike, Xwedê dê deriyê baxçeyên bi robar li wî veke û dê bihêle ku ew her û her li wê derê bijî. Xwedê bi rastî xelatek xweş bo wî amade kiriye.
12. Xwedê heft erd û hind jî esman afirandine. Di wan re ji jor ve fermana Xwedê tê daku hûn bizanin ku Xwedê hêz û desthilat li ser her tiştî heye û ku Ew her tiştî dizane.











































64. HAYDARÎ

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Her tiştê li erd û esmanan pesnê Xwedê dide. Ew desthilat e, spasî bo Wî ye û Ew di ser her tiştî dikare bike.
2. Wî hûn afirandine. Hin ji we kafir in, hin jî bawermen in. Xwedê dibîne ka hûn çi dikin.
3. Wî bi rastî erd û esman afirandine. Wî hûn jî afirandine û şiklek delal daye we. Û her kes dê dîsa li Wî vegere.
4. Ew dizane ka çi li esmanan û li rûyê erdê heye. Ew her wiha dizane ka hûn çi vedişêrin û çi eşkere dikin ji ber Xwedê kûrahiya dilan jî dibîne.
5. Ma behsa yên ku berî we dest ji baweriyê berdan bo we nehatiye kirin? Encamên kembax yên karên wan bi serê wan hatin, û ezabek jandar li benda wan e.
6. Peyamberên bo wan şandî bi delîlên diyar hatin nik wan lê wan got: ”Ma mirov dê rêberiya me bikin?” Ew bêbawer bûn û wan guh nedayê lê Xwedê ne hewceyî wan ji ber ku Xwedê ji her tiştî xweser e û pesindayî ye.
7. Yên nebawer dibêjin ku ew qet ji mirinê nayên rakirin. Bibêje: ”Bi sond, bi navê Xwedê, hûn dê ji mirinê bên rakirin û hingê her tiştê we kirî dê bêt berçavkirin. Ew bo Xwedê asan e.”
8. Dema hema ji Xwedê, peyamberê Wî û û ronahiya me bo we şandî bawer bikin çunkî Xwedê dizane ka hûn çi dikin.
9. Roja ku Ew dê we bicivîne, hûn dê ji şaşiyên xwe haydar bibin. Lê her kesê ku ji Xwedê bawer be û qenciyê bike, dê ji şaşiyên xwe bêt efûkirin û dê bikeve nav baxçeyên hênik û bi herherî li di nav wan de bijî. Ev e serfiraziya mezin.
10. Lê yên ku dest ji baweriyê berdidin û dibêjin ku nîşanên Me derew in, dê bi herûher di nav Agirî de bimînin. Ev e dawiya gerîna wan ya bêbiha!
11. Ti bela bêyî zanîna Xwedê bi ser we de nayên. Yê ku ji Xwedê bawer bike, Ew dê dilê wî bibe ser rêya rast ji ber ku Xwedê zana ye.
12. Guhdarî Xwedê û Peyamberî bin. Lê eger hûn ne guhdar bin, peyamber ne berpirsê daxwiyaniya xwe ye.
13. Ji bilî Xwedê, ti xweda nînin. Bawermend xwe dispêrin Xwedê.
14. gelî bawermendan, bêguman yek ji jinên we yan zarokên we dê dijminê we be. Loma xwe ji wan biparêzin. Eger hûn dilnerm û bênfireh bin, hingê bi sond Xwedê jî dê [li we] dilnerm û dilovan be.
15. Mal û maliyet li we bela ne lê xelata mezin li bal Xwedê ye.
16. Loma erkên xwe li gor şiyana xwe li hemberî Xwedê bi cih bînin, guhdariyê bikin û malê xwe bikin qurban. Ew dê bo giyanê we baş be. Her kesê giyanê xwe ji hesûdiyê biparêze, ew dê serfiraz bibe.
17. Eger hûn qurbanek baş di rêya Xwedê de bidin, Ew dê bi ducarî bide we û dê li we bibore çunkî Xwedê dilnerm û xelatder e.
18. Ew her tiştî diyar û nepenî dibîne û hêzdar û hişmend e.


63. DURÛ

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Dema ku mirovên durû tên nik te, dibêjin: ”Em şahid in ku tu bêguman peyamberê Xwedê yî.” Xwedê dizane ku tu bi rastî peyamberî Wî yî û herwiha Xwedê şahid e ku yên durû derewker in.
2. Ew sondê bo xwe dikin perde daku xelkê ji ser rêya Xwedê bixirînin. Lê kiryarên wan pûç in.
3. Wan pêşî bawer dikir lê paşî ketin nebaweriyê loma dilê wan req e û ew fehm nakin.
4. Lê dema li wan binerî, dê şiklê wan bi dilê te be. Û dema ew dipeyivin, guhdariya gotina wan dikî. Ew wek stûnan in lê dîsa jî ditirsin ku her qêrîna şerî dijî wan e. Ew dijmin in; xwe jê biparêze. Belaya Xwedê bi ser wan de bêt! Ew çima ji ser rêya rast xirîne?
5. Dema ji wan re tê gotin: “Werin, peyamberê Xwedê dê doza lêborînê bo we bike, ew serê xwe dihejînin, û tu dibînî ku ew bi pozbilindî berê xwe didin aliyekî din.
6. Bo wan ferq nake ku tu doza lêborînê ji wan re bikî yan ne. Xwedê ti car wan efû nake çunkî, bi sond, Xwedê xiraban xwedî nake.
7. Ew kes dibêjin: “Ti xêran nedin hevalên peyamberê Xwedê heta ku ew ji wî veneqetin.” Lê xezîneyên li erd û esmanan yên Xwedê ne lê yên durû vê fehm nakin.
8. Ew dibêjin: “Eger em vegerin Medînê, mirovên mezin dê yên hejar ji wê derê derxin.” Lê hemû hêz di destê Xwedê de ye û li pişt peyamberê Wî û bawermendan e lê yên durû vê nizanin.
9. Gelî bawermendan! Bila mal û maliyeta we we ji tirsa Xwedê dûr nexe. Yên ku ji Wî netirsin, dê bibin malê dûjehê.
10. Malê ku me daye we, li hev belav bikin berî ku mirin yekî ji we bibe daku ew nebêje: “Ya Xwedê, xwezî Te hê piçek dem bo jiyanê dabûya min daku min xêr û qencî kiribûna.”
11. Lê Xwedê êdî dilovaniyê nade wan yên ku dema wan hatiye. Belê, Xwedê dizane ka hûn çi dikin.













62. ÎN

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Her tiştê li erd û esmanan pesnê Xwedê, padişahê pîroz û bihêz û hişmend dide.
2. Wî peyamberek ji nav miletê cahil şandiye daku nîşanên Wî bo wan eşkere bike, wan paqij bike û fêrî Pirtûka pîroz û hişmendiyê bike tevî ku ew berî niha cahil û nezan bûn
3. û bo yên ku hê negihiştine wan jî dişîne ji ber ku Xwedê bihêz û hişmend e.
4. Ev dilovaniya Xwedê ye. Xwedê bixwaze dilovaniya xwe diyarî kê bike, dike ji ber ku Xwedê xwedanê dilovaniyek bêdawî ye.
5. Yên ku Tewrat jê re hatiye lê li dû wê nameşin, mîna kerê ku barek pirtûkan hildigire ne. Yên ku daxwiyaniyên Xwedê red dikin, dê têk biçin ji ber ku Xwedê li gunehkaran nabe xwedî.
6. Bibêje: ”Cihûno, eger hûn dibêjin ku hûn li ber dilê Xwedê ji miletên din şirîntir in, de bo xwe hêviya mirinê bikin eger hûn nikarin rastiyê bipejirînin.”
7. Lê ew qet mirinê hêvî nakin ji ber ku wan bi destê xwe guneh kirine û Xwedê gunehkaran baş dinase.
8. Bibêje: ”Mirina ku hûn jê direvin, dê her bigihe we û hûn dê li Xwedê bên vegerandin, û Ew her tiştê berçav û nepenî dinase û Ew dê kiryarên we bîne ber çavên we.”
9. Bawermendno, dema ku bangê nivêja înê tê, bazarî bihêlin û bibezin Xwedê biperêsin. Ev e ya qenc bo we eger hûn bixwazin fam bikin.
10. Lê piştî nivêjê, her yek ji we herin ser rêya xwe û bo xwe li dilovaniya Xwedê bigerin û bila ew hertim di dilê we de be daku hûn serfiraz bibin.
11. Lê dema ku ew bazarekî yan zewqekê dibînin, ew dilezin wir û te bi tenê dihêlin. Bibêje: ”Tiştê ji Xwedê ji bazar û lîstikan baştir e û Xwedê çêtirîn xwedîker e.”
















61. REF

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Her tiştê li erd û esmanan pesnê Xwedê dide ji ber Ew bihêz û hişmend e.
2. Bawermendno, hûn çima sozan didin lê sozên xwe bi cih naînin?
3. Xwedê nefret dike sozên we yên ku hûn bi cih naînin.
4. Bi sond, Xwedê ji wan hez dike yên ku li ser rêya wî di refa Wî ya wek kelehê xurt de şerrî dikin.
5. Ji bîr nekin ya ku Mûsa ji gelê xwe re got: ”Hûn çima bela xwe ji min venakin tevî ku hûn dizanin ku peyamberekî Xwedê şandî me?” Lê dema ku wan xwest xwe ji rastiyê veder bikin, Xwedê hêla ku ew ji ser rêya rast hinda bibin ji ber ku Xwedê rêberiya gunehkaran nake.
6. Dema ku Îsayê kurê Meryemê got: ”Gelî zarokên Israîlê, bi sond ez peyamberek im ku Xwedê bo we şandiye daku pesend bikim ya ku bi Tewratê berî min bo we hatiye û mizgîniyekê bidim we ku peyamber dê piştî min bêt bidim û navê wî Ehmed e.” Lê dema ku Ehmed bi nîşanên eşkere hat bal wan, wan got: ”Ev tenê efsûn e.”
7. Ma kî kafirtir e ji yê ku derewan di heqê Xwedê de bibêje dema ku ew bangî ser rêya rast tê kirin? Xwedê li gunehkaran nabe xwedî.
8. Ew dixwazin bi pifa devê xwe çiraya Xwedê vemirînin lê Xwedê ronahiya xwe geş dike tevî ku yên bêdîn dijminatiya wê bikin jî.
9. Wî peyamberê xwe şandiye daku rêberiya we bike û dînê rastiyê bide we daku Ew wî dînî li hemberî hemû dînên din serfiraz bike tevî ku pûtperist dijminatiya wî wî dikin jî.
10. Bawermendno, gelo rêyekê nîşanî we bidim daku hûn pê ji ezaba jandar rizgar bibin?
11. Ji Xwedê û peyamberê Wî bawer bikin û hêz û dewlemendî û canê xwe bixin xizmeta Xwedê. Ya herî baş bo we ev e. Xwezî hûn tê bigihiştan.
12. Ew dê gunehên we bixefirîne û rê bide ku hûn biçin biheştê, cihê ku çem û robar lê diherikin û mirov bi avahiyên wê bextiyar dibe. Ev e mezintirîn serfirazî.
13. Û hê tiştek din jî heye ku dê dilê we xweş bike: alîkariya Xwedê û biserketin nêzîkî we ye. Mizgîniyê bigihîne bawermendan!
14. Bawermendo, hûn piştgiriyê bidin doza Xwedê wek ku Îsayê kurê Meryemê got hevbendên xwe: “Kî dixwazin di rêya Xwedê de alîkarî min bin?” Hevbendên wî gotê: ”Em alîkarên Xwedê ne.” Û hin ji zarokên Israîlê bûn bawermend lê hinan jî bawerî pê neanî. Hingê me alîkariya bawermendan kir û wisan ew bi ser ketin.







60. CERIBANDIN

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. Gelî bawermendan! Dijminên Min û xwe wek dostên xwe nehesibînin. Ma hûn dê dostaniya xwe diyarî wan bikin tevî ku ew rastiya bo wan diyarkirî red dikin. Wan peyamber û hûn jî ji xwe dûr xistine ji ber ku hûn ji Xwedê bawer dikin. Eger hûn bi xurtî bidin ser rêya min û li dilovaniya min bigerin, ma hûn dê bibin dostê wan? Ez dizanim ka hûn çi vedişêrin û çi eşkere dikin. Her kesê ji we bibe hevbendê wan, dê ji ser rêya rast hinda bibe.
2. Eger ew bi ser we de bên, ew dê bi dest û devê xwe dijminatiya we û dixwazin ku hûn jî bibin bêdîn.
3. Roja qiyametê, ne dostên we û ne jî zarokên we nikarin bo we bibin feyde. Wê rojê hûn dê ji hev bên veqetandin. Xwedê ji kiryarên we agadar e.
4. Bi rastî Brahîm û hevalên wî bo we nimûneyek baş in. Wan gote gelê xwe: ”Em ne li gel we û pûtên ku hûn dikin xwedayên xwe ne. Em we red dikin û dijminên we ne heta ku hûn baweriya xwe bi Xwedê bînin.” Lê Brahîmî gote babê xwe: ”Bi sond, dixwazim bo te hêviya lêborînê bikim lê nikarim li hemberî Xwedê bo te ti bikim.” Ya Xwedê, em bi Te bawer in, em xwe dispêrin Te û em dê li Te vegerin.
5. Xwedêyo, neke belaya me wan kesan yên ku bawer nakin. Li me bibore. Ya Xwedê, bi rastî Tu hêzdar û hişmend î.
6. Bi rastî ew nimûneyek baş in bo her kesî yê ku ji Xwedê ditirse û bawerî bi axretê heye. Lê eger kesek Wî red bike, bi sond Ew ne hewceyî ti kesî û pirr pesindayî ye.
7. Dibe ku Xwedê we û kesên ku hûn bawer dikin ku dijminên we ne, bike dostên ji ber ku Xwedê xurt, dilnerm û dilovan e.
8. Xwedê li we qedexe nake ku hûn bibin dost û dilovan bin li hemberî kesên ku ji ber dînê we dijî we şerr nekiriye û hûn ji malên we dernexistine. Bi rastî, Xwedê ji mirovên durist hez dike.
9. Lê Ew li we qedexe dike ku hûn bibin hevalên wan kesan yên ku ji ber dînê we dijî we şerr kiriye, hûn ji malên we derxistine û alîkariyan dijminên we kiriye. Bi sond, kesên ku bibin dostên wan, dijminên Xwedê ne.
10. Gelî bawermendan! Dema ku jinên durist ji mala xwe direvin û tên bal we, wan biceribînin. Xwedê baş ji baweriya wan agadar e. Eger hûn pê bihesin ku bawermend in, wan li bêdînan venegerînin. Li gor şerîetî ew êdî ne malê wan in. Lê heqê ku mêran bo wan daye lê vegerînin. Ti lome jî li we nabe eger hûn li gel wan bizewicin dema ku we next û qelenê wan da. Herwiha peymanên xwe yên zewacê jî li gel jinên bêdîn nehêlin. Qelenê ku we dayiyê, jê bixwazin. Mêrên nebawer jî bila bixwazin ku qelenê wan daye jinên xwe lê bêt vegerandin. Ev biryara Xwedê ye. Ew pirsgirêkên we çareser dike ji ber ku zana û hişmend e.
11. Eger jina yekî ji we bireve bal bêdînan, hingê ji xenîmetan bidin wan yên ku jinên wan revîne. Erkên xwe li hemberî Xwedê bi cih bînin.
12. Pêxembero! Dema ku jinên bawermend bên bal te û sond bixwin ku ti kesî nakin hevtayê Xwedê û dizî û zinayê nakin û zarokên xwe nakujin û derewan nakin û li dijî te ranabin, hingê soza wan jê bipejirîne û bo wan ji Xwedê lêborînê bixwaze. Bi sond, Xwedê dilnerm û dilovan e.
13. Bawermendno! Dijminên Xwedê nekin dostên xwe. Çawa ku ew ji roja qiyametê bawer nakin, wisan li axretê ti hêvî bo wan nîne.










































59. DERXISTIN

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN


1. Her tiştê li erd û esmanan pesnê Xwedê dide ji ber ku Ew hêzdar û hişmend e.
2. Wî di sirgûna yekem de ew kes ji war û welatên wan derxistin yên ku Pirtûka pîroz wergirtibû lê bawer nedikir. We bawer nedikir ku ew dê derkevin. Wan bawer dikir ku keleh û asêgehên wan dê wan dijî Xwedê biparêzin. Lê Xwedê ji cihê ku wan nedipa hat bal wan û tirsa di dilê wan de zêde kir û bi destên wan û bi alîkariya bawermendan malên wan wêran kirin. Loma bila ev îbret be her kesê ku çav hene.
3. Eger Xwedê sirgûn nekiribûya para wan, Wî dê bêguman ev dinya li wan kiribûya dûjeh. Û li axretê jî ezaba agirek gurr li benda wan e.
4. Wiha ye ji ber ku ew dijî Xwedê û peyamberî Wî rabûn. Yê ku dijî Xwedê serî hilde, bi sond, Xwedê dê cezayek giran bidiyê.
5. Eger we karîbe darqespek xistibe yan li cihê wê hiştibe, bêguman ew bi vîna Xwedê wisan bûye daku Ew kesên neguhdar bide şermê.
6. Û ew xenîmeta ku Xwedê da peyamberê xwe ne bi hêza hesp û hêştirên we hat standin lê ji ber ku Xwedê wisan hez kir ku bide peyamberê xwe. Jixwe Xwedê çi bixwaze, dikare bike.
7. Û ew xenîmeta Xwedê ji bajariyan stand, bo Xwedê û peyamberê Wî û xizmên nêzîk û sêwiyan û xizanan û gerrokan e daku ew li zengînan neyê parvekirin. Peyamber çi bide we, bi wî razî bike, û çi li we qedexe jî bike, xwe jê bidin alî. Ji Xwedê bitirsin ji ber ku Xwedê cezayên giran dide.
8. Parek ji xenîmetê bo hejaran e ku revîne, ji malên xwe hatin derxistin û malê wan hatiye talankirin ji ber ku wan xwe daye ber dilnermî û dilovaniya Xwedê û alîkariya Xwedê û peyamberê Wî kiriye. Ew kes qenc in.
9. Kesên ku ji berî wan bûne xwedî mal û bawerî, divê ji yên ku direvin bal wan hez bikin û hesûdiyê bi xêrên li wan tên kirin nebin. Ew dê van ji xwe baştir bihesibînin ta eger bi xwe di nav xelayê de jî bin. Yên ku giyanê xwe ji çavnebariyê biparêzin, dê serfiraz bibin.
10. Yên ku li dû wan bên, dê bibêjin: ”Xwedêyo, li me û birayên me yên ku berî me bawer kirin bibore û kerba dijî bawermendan nexe dilê me. Ya Xwedê, bi rastî Tu dilnerm û dilovan î.
11. Li wan bifikire yên ku bûne durû. Ew dibêjin birayên xwe yên ku Pirtûka pîroz wergirtiye lê nebawer in: ”Eger hûn bên derxistin, bi sond, em dê li gel we derkevin û em dê ti car fermanên kesî yên li ser we bi cih neînin. Lê eger kesek şerê we jî bike, bi sond, em dê alîkariya we bikin.” Lê Xwedê baş dizane ku ew bi rastî derewker in.
12. Eger yên nebawer bên derxistin, yên durû li gel wan naçin. Û eger şer dijî yên nebawer bêt kirin jî, yên durû alîkariya wan nakin. Yan eger bikin jî, dê zûka pişta xwe bidin wan û alîkariyê nedinê.
13. Bi sond, ew ji tirsa Xwedê zêdetir tirsa we di dilê wan de ye lê ew fehmkor in.
14. Ew ne ref bi ref lê ji pişt keleh û dîwaran dijî we şer dikin. Wêrekiya wan zêde ye. Tu bawer dikî ku ew xwe mezin dihesibînin lê dilê wan parçe-parçe ye ji ber ku ew fehm nakin.
15. Ew tam wek yên berî xwe ne ku bûn qurbanên kar û kiryarên û ezyet û ezabek mezin li hêviya wan e.
16. Ew wek şeytanî ku ji mirovekî re got: ”Bawer neke!” Lê dema ku wî mirovî dest ji dînê xwe berda, şeytanî gotê: ”Bi rastî min û te ti kar bi hev re nîne. Bi sond, ez jî ji Xwedayê xwedanên dinyayan ditirsim.”
17. Lê dawiyê herdu jî dê bikevin agirê ebedî. Ev e heqê yên bêdîn.
18. gelî bawermendan, ji Xwedê bitirsin. Û bila her benderuh lê hişyar ka çi bo axreta xwe diparêze. Ji Xwedê bitirsin ji ber ku, bi sond, Xwedê dizane ka hûn çi dikin.
19. Hûn nebin wek yên ku Xwedê ji bîr kiriye û Xwedê giyanê wan ji bîra wan biriye. Ew kes bêdîn in.
20. Rûniştvanên biheştê û dûjehê ne wek hev in. Rûniştvanên biheştê di keyfa serfiraziyê de ne.
21. Eger me ev Qur’an çiyayekî bişanda, te dê bidîta ku ew çiya dê ji tirsa Xwedê biherifiya û wêran bibûya. Em van nimûneyan bo mirovan dihinêrin daku ew lê bifikirin.
22. Ew Xwedê ye û ji bilî Wî ti xweda nînin. Ew her tiştê diyar û nepenî dibîne. Ew dilnerm û dilovan e.
23. Ew Xwedê ye û ji bilî wî ti xwedayên din nînin. Ew paşa ye, pîroz e, aştîber, starder e, parêzer e, hêzdar e, bilind e û serekaniya her tiştî ye. Pesn tenê bo Xwedê ye! Ew bilindtir e ji tiştê ku ew dikin hevtayê Wî.
24. Ew Xwedê ye, afirîner, daner û dirûvder e. Hemû navên hêja hejî wî ne. Her tiştê li erd û esmanan pesnê Wî dide ji ber ku ew hêzdar û hişmend e.




















58. DOZ

1. Xwedê doza wê kesê bihîstiye ya ku gilî li mêrê xwe kir û doza mafê xwe ji Xwedê kir. Xwedê suhbeta we bihîstiye. Bi sond, Xwedê guhder û bîner e.
2. Eger hin kes ji we jinên xwe berdin bi hêceta ku ew ji paşve wek dayika wan in, bi rastî ne wisa ye. Dayikên wan tenê ew kes in yên ku ew jê peyda bûne. Ew gotin bi rastî derew û dijwar in. Xwedê bi rastî efûker û lêbor e.
3. Yên ku jinên xwe berdin û wan bişibînin dayikên xwe û paşî li gotinên xwe poşman bibin, divê evdekî xwe azad bikin berî ku bikarin dîsa bigihe jina. Ev şîret li we tê kirin, û Xwedê ji kiryarên we agadar e.
4. Lê eger kesekî ev maliyet nebe, bila li şûna hindê du mehan li pey hev rojiyan bigire berî ku bigihe jina xwe. Lê yê ku hêza rojîgirtinê nebe, bila xwarinê bide şêst feqîran. Wiha hatiye fermankirin daku hûn ji Xwedê û peyamberê Wî bawer bikin. Ev ferman Xwedê ye, û yên nebawer dê bên ezyet- û ezabdan.
5. Bi sond, yên ku dijî Xwedê û peyamberê Wî rabin, dê derbe li wan bikevin wek ku çawa li yên berî wan ketin. Me nîşanên diyar li ser wan şandine, û şkenceyek şermezar li benda yên nebawer e.
6. Roja ku Xwedê dê wan hemûyan ji mirinê şiyar bike, Ew dê kiryarên wan bîne rûyê wan. Tevî ku ji bîra wan çûbe jî, Xwedê her tişt dibîne û her tiştî nivîsiye.
7. Ma te hay jê nîne ku Xwedê her tiştê li erd û esmanan heyî dizane? Sê kes nikarin suhbetê bikin bêyî ku Ew yê çarê be û pênc neşên bişêwirin bêyî ku Ew yê şeşê be. Mirov kêm bin yan jî zêde, Ew herdem di civîna wan de amade ye. Roja qiyametê Ew dê wan ji kiryarên wan agadar bike. Bi sond, Xwedê ji her tiştî haydar e.
8. Ma te ew nedîtine yên ku lê hatiye qedexekirin ku ji dizîkî ve gotûbêjan bikin lê dîsa jî dikin û xelkê dişarînin serhildanê û neguhdarî dijî peyamberî. Dema ku ew tên bal te, silavekê didin te ku ne silavek Xwedê ye û ji xwe re dibêjin: ”De çima Xwedê me ji ber gotinên me ceza nake?” Lê li dûjehê têra wan ceza heye. Ew dê cihê wan be, cihek rezîl û riswa.
9. Gelî bawermendan, dema ku hûn gotûbêjên xwe yên şexsî dikin, nehêlin ku xirabî serî ji we bistîne û we dijî peyamberî bişarîne serhildanê û neguhdariyê. Lê gotûbêjên xwe bi qencî û tirsa ji Xwedê bikin û erk û vatiniyên Xwedê dane we bi cih bînin ji ber ku hûn dê carekê li pêş Wî bicivin.
10. Gotûbêjên veşartî karê şeytanî ne ku ew bi wan dixwaze bawermendan xemgîn bike lê ew nikare piçek ziyanê jî bigihîne we bêyî izna Xwedê. Bila bawermendan bi Xwedê bawer bin.
11. gelî bawermendan, dema ku ji we tê xwestin ku hûn cih di civînên xwe de bikin, hûn zehf bikin daku Xwedê jî cih ji we re bide. Dema ku ji we bêt hêvîkirin ku hûn rabin, hingê rabin. Wisa Xwedê dê we yên bawermend û zana bilind bike. Xwedê ji kiryarên we haydar e.
12. Gelî bawermendan, dema ku hûn li gel peyamberî dişêwirin, qurbanekê berî civîna xwe bidin. Wiha bo we baş û rast e. Lê eger we tine be, bi rastî Xwedê lêbor û dilovan e.
13. Ma hûn ditirsin ku nikarin berî şêwirînên xwe xêran bidin? Eger hûn nedin lê Xwedê dîsa jî alîkariya we bike, hingê nivêjên xwe bikin û zekatên xwe bidin û bi emrê Xwedê û peyamberê Wî bikin ji ber ku Xwedê dizane ka hûn çi dikin.
14. Gelo tu li wî fikiriyî yê ku xwe dispêre gelê ku Xwedê lê hatiye xezebê? Ew ne ji we ne û hûn jî ne ji wan in. Ew baş dizanin lê dîsa jî bi derew sond dixwin.
15. Xwedê cezayek giran bo wan amade kiriye. Bi rastî kiryarên wan kembax in.
16. Bi sîbera ronahiyên xwe ew xelkê ji rêya Xwedê veder dikin. Loma cezayek rûreşker li benda wan e.
17. ne mal û ne jî zarokên wan dikarin wan ji Xwedê biparêzin. Ew dê bikevin agirî û bi heta û heta di nav de bimînin.
18. Roja ku Xwedê wan ji mirinê şiyar bike, ew dê li ber Wî jî sond bixwin wek ku li ber we sond xwariye û dê bawer bikin ku dê wisa tiştekî qazanc bikin. Lê ma bi rastî ew ne derewker in?
19. şeytanî ser ji wan standiye û rêzgirtina li hemberî Xwedê ji bîra wan biriye. Ew bûne yên şeytanî. Lê yên şeytanî yên têkçûnê ne.
20. Bi sond, yên ku dijberî Xwedê û peymaberê wî bin, ew ji koma pûçan in.
21. Xwedê kerem kiriye: ”Bi sond, Ez dê biserketî me, Ez û peyamberê xwe.” Bi rastî, Xwedê mezin û bihêz e.
22. Di nav kesên ku ji Xwedê û roja qiyametê bawer bikin de tu ti kesî nabînî ku ji dijminên Xwedê û peyamberê Wî hez bike heta eger ew bab yan kurr yan bira yan jî mirovên wan jî bin. Xwedê di dilê wan [bawermendan] de bawerî çandiye û ruha wan qewî kiriye. Xwedê dê bihêle ku ew biçin nav baxçeyên ku bi robaran tên hênikkirin û ew dê heta û heta li nav wan baxçeyan de bin. Xwedê ji wan û ew jî ji Xwedê razî ne. Ew yên Xwedê ne û yên Xwedê serfiraz in.














57. ASIN

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

Her tiştê li erd û esmanan
pesnê Xwedê dide
ji ber ku Ew Hişmend û Hêzdar e.

Ew e Serwerê erd û esmanan,
Ew e yê jiyanê dide û dimirîne.
Ew e yê her tişt jê tê.

Xwedê destpêk û dawî ye,
diyar û nepenî ye.
Ew e Yezdanê Hemîzan.

Wî afirandin
erd û esman
di şeş rojan de
û paşî li Erşê xwe bi cih bû.
Ew dizane ka çi diçe nav erdê
û çi jê derdikeve,
çi ji esmanan datê
û çi hildikeviyê.
Hûn li kû bin jî,
Ew bi we re ye.
Xwedê dibîne
ka hûn çi dikin.

Ew e Serwerê erd û esmanan,
û her tişt vedigerre bal Wî.

Ew şevê dike roj
û rojê dike şev
û Ew dizane
ka çi di dilê mirovî de ye.

Bawer bikin bi Xwedê
û bi peyamberên Wî
û parve bikin wî malî
yê Wî daye dest we.
Xelatek bihadar bendewarî wan e
yên bawer bikin û ji malê xwe bidin.

We çi ye
ku hûn bawer nakin bi Xwedê
û bi peyamberên Wî yên gazî we dikin
ku bawer bikin ji Xwedayê xwe
yê ku we peymana xwe
pê re daniye?

Xwedê nîşanên eşkere
bo beniyên xwe dişîne
daku wan ji nav tarîtiyê
bîne nav ronahiyê.
Û Xwedê ji we re
Dilovan û Mihrevan e.

Çima hûn malê xwe
di rêya Xwedê de nadin
tevî ku erd û esman
her yên Xwedê ne?
Ne mîna yên din in ew
yên malê xwe didin
û tê dikoşin di rêya Xwedê de
hê berî biserkeftinê.
Ew payebilindtir in
ji yên paşî wisan dikin
lê Xwedê soza xelatên baş
daye herdu cûnan.
Xwedê dizane
ka hûn çi dikin.

Kî dê deynek baş
bide Xwedê
daku Xwedê bi duqatî lê vegerrîne,
û xelatek bihagiran bendewarî yê deyndêr e.

Wê rojê dê bibînî
jin û mêrên bawer
û ronahiya li pêşiya wan
û li aliyê wan yê rastê:
"Îro mizgîniyek ji we re heye:
bendewarî we ye Baxçeyek
ku di newalên wî re robar diherrikin
û hûn dê bi herherî lê bijîn."
Aha ew e Biserkeftina Mezin.

Hingê jin û mêrên durû
dê ji yên bawer re bibêjin:
"Li benda me bisekinin
daku em çirîskekê
ji ronahiya we deyn bikin."
Lê dê ji wan re bêt gotin:
"Li pişt xwe bizivirrin
û ji wir bo xwe li ronahiyê bigerrin!"
Dîwarek dê li navbera wan bêt danîn
û deriyek dê lê be:
li hindirr dê dilovanî,
li derve dê azar hebe.

Yên durû dê gazî bikin:
"Ma em ne bi we re bûn?"
Û yên bawer dê bersiva wan bidin:
"Belê,
lê we xwe da xirrandin,
hûn man û biguman bûn
û xwestekên we hûn xapandin
ta ku fermana Xwedê hat.
Û yê Xapîner derew li ser Xwedê
bi we dan bawerkirin.

Vêca îro nayê pejirandin
ji we yan ji nebaweran
ti gerrew.
War û serdarê we agir e.
Ca çi binecihek riswa ye!"

Ma ne dem e
dilên bawer nefsbiçûk bibin
û bînin bîra xwe Xwedayê xwe
û wê rastiyê ya ji wan re dahatî
daku nebin mîna yên berî xwe
yên Peyam jê re hatibû şandin
lê bi borîna demê re
dilê wan req bûye?
Pirraniya wan gunehkar in.

Bizanin ku Yezdan
axa vemirî vedijîne.
Me nîşan ji we re eşkere kirine
daku hûn tê bigihin.

Yezdan dê duqat bike bo wan
yên bi malê xwe xêran bikin,
û xelatek bihadar bendewarî wan e.

Û yên ji Xwedê
û peyamberên Wî bawer bikin,
ew dilpak in
û dê bigihin hizûra Yezdanê xwe,
dê bên xelatkirin
û jiyana wan dê ron be.
Lê yên nebawer,
yên berê xwe ji nîşanan digirin,
dûjehî ne.

Bizanin ku jiyana vê dinyayê
tenê yarî, mijûlahî û keşxokî ye:
hûn methên xwe dikin
û hevrikiyê bi mal û zarrûzêçên xwe dikin.
Ew hemî mîna baranekê ne
ya giyayê ew dide, nebaweran şad dike
lê paşî dibeye, hişk dibe,
dibe pûş û ka.
Li dinyaya bêt
azarek dijwar heye
lê lêborîn û dilovaniya Yezdanî jî heye.
Herçi ev dinya ye,
tenê zewqek xapînok e.

Bilezînin ber bi cegerdariya Yezdanê xwe ve,
ber bi Biheştê ve
ya temetî erd û esmanan berfire,
ya hatî amadekirin bo wan
yên bawer bi Xwedê û peyamberên Wî.
Ev e dilovaniya Yezdanî
ya Ew dide wan yên Wî divê.
Dilovaniya Wî xurt e.

Her bela,
ya li dinyayê biqewime
yan bêt serê we,
hê berî bibe
di Pirtûkê de hatiye nivîsîn.
Ev bo Xwedê asan e.
Em vê ji we re dibêjin
daku hûn xeman nexwin
sera tiştên qewimî
û ehmeq jî nebin
bi yên Xwedê dayî we.
Xwedê hez nake
ji methekerên pozbilind

yên bi xwe nemerd
û berê xelkê jî didin nemerdiyê.
Yê berê xwe ji rastiyê bigire,
bila bizane
ku Yezdan Dewlemend û Pesindar e.

Me peyamberên xwe şandine
da nîşanên eşkere pêşkêş bikin,
û Me bi wan re şandine
Pirtûk û Terazû
daku mirov bi dadperwerî bipîvin.
Me herwiha şandiye asin
yê xurt û ji mirovan re mifadar
daku Xwedê bibîne
ka kî alîkarî Wî û peyamberên Wî ye
tevî ku ew nepenî jî bin.
Yezdan Xurt û Hêzdar e.

Me Nûh û Brahîm şandine
û peyambertî û Pirtûk
dane dûndeha wan.
Hin ji wan bi rêya rast ve dimeşin
lê pirraniya wan gunehkar in.

Piştî wan Me hin peyamberên din jî şandine.
Me şand piştî wan Îsayê kurrê Meryemê
û Me Mizgîn (Incîl) dayê.
Me cegerdarî û dilovanî xist dilê peyrewên wî,
lê wan bi xwe keşîştî peyda kir.
Ew ne bi fermana Me bû
lê wan bi xwe wisan kir
da xwe li ber dilê Xwedê şirîn bikin.
Ji wan, yên bawer dikin,
me xelatkirin,
lê pirraniya wan gunehkar in.

Gelî bawermendan,
ji Xwedê bitirsin
û baweriyê bi peyamberên Wî bînin
daku Ew bi duqatî
dilovaniya xwe diyarî we bike
û ron bike rêya we.
Yezdan Lêbor û Dilovan e.

Me ev diyar kiriye
daku yên xwedî-Pirtûk bizanin
ku ew ne serdarî dilovaniya Xwedê ne
lê hemî dilovanî di destê Wî de ye
û Ew wê dide her kesê Wî bivê.
Dilovaniya Xwedê xurt e.











































56. BOBELAT


(1 - 96)

Dema ku bobelat bê,

kes nikare lê rê bigire.

Gava ku erd bê lerizandin

û çiya bên hêrandin,

û ew bibin toza berbayî,

û hûn jî bibin sê parçe,

gelo dê bin yên rexê rastê

û kî jî yên rexê çepê?


Yên pêşî dê li destpêkê bên.

Ew nêzîkî Xwedê ne

û li nav baxçeyên bextiyariyê in.

Gelek ji wan yên berê

lê tenê kêm jê yên dawiyê ne.

Ew li ser doşekên bi zêrî nexşandî

li rex hev pal didin.

Di nav wan de xortên herdem ciwan digerin

û ava kaniyan ji tasan,

cerrikan û perdaqan didinê.

Ew av ne wan serêş û ne jî sermest dike.

Ew li gor dilê xwe fêkî

û goştê firindeyan bo xwe dibijêrin.

Li wê derê zeriyên çavreş

yên wek moriyên parastî

xelatê xêrên wan in.

Li wê derê ne hewce ye
ku ew guh bidin lome û gotinên vala

lê ji wan re tê gotin: "Silav! Silav!"

Gelo kî ne yên rexê rastê?

Ew li binê dara sidrê ya bêstrî,

li ber wîşiyên ji giraniyê şorrbûyî,

li ber sîberê ne;

li hindavî ava herrikbar in,

di nav gelek cûnên fêkiyan de,

bê navbirr û bê rêgir

û li ser doşekên bilind
li rex zeriyên delal pal didin.

Me ew xwedî kirine

û ew kirine keçên pak,

evîndar û ciwan

bo yên milê rastê.

Komek mezin ji kesên zemanên pêşî

û komek mezin jî ji yên zemanên paşî ne.

Pa kî ne yên rexê çepê?

Ew di bayek agirîn, di avek kel

û li ber şewatê bin,

ne li ber sîberek xweş û hênik.

Berî vê ew zengîn bûn

û dest ji gunehên xwe yên mezin bernedidan

û digotin: "Ma dê me ji mirinê bên rakin
piştî ku em bimirin û goşt ûhestiyên me
bibin ax?!

Pa dê çi li bavkalên me bibe?"

Bibêjiyê: "Yên zemanên pêşî û zemanên paşî

eynî rojê li hev bên civandin.

Paşî hûn yên redker û rêhinda

dê tam bikin fêkiyê dara zeqûmê

û zikê xwe pê dagirin!

Hûn dê ava kel vexwin

mîna hêştira ku ji tîniyê
li ber fetisînê ye."

Roja qiyametê
cihê mana wan wisa ye.

Me hûn afirandine. Hûn çima wê bawer nakin?

Gelo hûn ji bo tovê ku we rijandiye çi dibêjin:

ma we yan Me ew afirand?

Em biryar didin ka hûn dê kengî bimirin

û kes nikare rê li me bigirin

ku em wek bi hin yên wek we biguherînin

û we bikin wek yên ku hûn qet nanasin jî.

Bêguman hûn dizanin
ka me yekem car çawan mirov afirand.
De hûn çima hişyariyê wernagirin?

Hûn bo zeviyên xwe çi dibêjin:

ma hûn wan dikêlin yan em?

Eger Em bixwazin,
em dikarin bikin ku dexlê we bişewite
û hûn binalin:

"Em bûn deyndar!

Em hatine talankirin!"

Hûn bo ava ku vedixwin çi dibêjin:
ma hûn yan em wê ji ewran dibarînin?

Eger em bixwazin,
em dikarin wê sûr bikin.
Çima hûn ne memnûn in?

Hûn bo agirê ku pê dixin çi dibêjin:
ma we yan me darên sotinê şîn kirine?

Me ew wek bibîranînê
û bo mifayê rêvingên çolê dane.

De pesnê Xwedayê xwe yê mezin bidin!

Na, Ez bi stêra ava dibe sond dixwim

- xwezî we bizaniya ku ev sondek çi mezin e -

ku ev Qur'ana hêja ye,

di Kitêba parastî de ye

ku tenê yên pak dikarin dest biavêjinê.

Xwedanê alemê ew hinartiye.

Ma hûn tirraneyên xwe bi vê çîrrokê dikin

û redkirinê dikin karê xwe?

Pa eger ruha we gewriya we bigire?

Hingê hûn dê bibînin.

Em ji we nêzîktirî mirinê ne
lê hûn nabînin.

Madem ku hûn nakevin ber dadê,

çima hûn nikarin ruha yê dimire vegerînin
eger hûn dilpak bin?

Eger ew yek ji wan be yên ku dê bigihin nêzîkî Xwedê,

baxçeyên bênvedanê, aramiyê û serfiraziyê.

Eger ew yê milê rastê be,

hingê "Silav li te be, ey yê milê rastê."

Lê eger ew redkerê rêhinda be:

cihê mana wî dê kel

û şewata agirî be.

Ev rastiyek bêguman e.

De pesnê Xwedayê xwe yê mezin bidin!















55. YÊ DILOVAN

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 78)

Yê Dilovan

fêr kir Qur'an,

afirand insan

û ew hînî axivînê kir.

Heyv û roj li çerxa xwe dizivirrin

û dar û stêr xwe li ber Wî diçemînin.

Wî bilind kir esman û danî terazû

daku hûn di kêşanê de neheqiyê nekin;

bi dadperwerî bikêşin,
terazûyê xelet nekin.

Erd Wî bo mirovan danî;

fêkî û darqesp û berhemên wan,

kakil di qalikên xwe de û giyayên bênxweş lê ne.

Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?

Wî mirov mîna cerran ji axê
û cin ji agirê geş çêkirine.

Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?

Ew Serwerê rojhilat û rojava ye.

Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?

Wî kiriye ku derya pêlan bidin
û bên ber hev

lê dîwarek di navbera wan de heye
ku ew nikarin di ser re biçin.

Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?

Têde hene morî û mircan.

Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?

Yên Wî ne herwa keştî
yên kar dibin deryayê
û mîna gupikên çiyayan jê bilind dibin.

Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?

Her tiştê li rûyê erdê carekê pûç dibe

lê rûyê hêja û bihadar yê Xwedayê te dê her bimîne.

Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?

Hemî yên li erd û esmanan
her roj bi karekî
xwe hewceyî Wî dikin.

Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?

Me hê dem bo we heye, gelî cin û mirovan.

Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?

Gelî komên cin û mirovan,
ger hûn bikarin di erd û esmanan re bimeşin,
de bimeşin, lê hûn bê destûr neşên.

Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?

Gurzên agirî û misê helandî
dê bi serê we de bên kirin,
û dê ti ji we neyê.

Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?

Dema esman kelişî
û mîna kevlê rengdayî sor bû,

– Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? –

ne ji mirovan û ne jî ji cinan dê gunehên wan bên pirsîn,

– Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? –

lê yên gunehkar dê ji nîşanên xwe diyar bin
û pirç û piyên wan dê bên girtin:

– Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? –

"Aha ev e Dûjeh ya gunehbaran bawerî pê nedianî."

Ew dê di navbera wê û ava kel re bimeşin.

Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?

Lê du baxçe bendewarî wî ne
yê ji hêza Xwedayê xwe bitirse,

– Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? –

li navê tijî xeml,

– Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? –

du kaniyên bilqdar

– Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? –

û her cûn fêkî.

Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?

Ew dê li ser doşekên bi balîfkên armûşî nermkirî xwe pal bidin,
û fêkî dê şorr bibin ber destê wan.

Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?

Lê hene zeriyên şermîn
ku ti mirovî yan cinî
berî wan dest nekiriyê,

– Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? –

mîna yaqût û mircanan in.

Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?

Ma ne xelatê yê qenc baş e?

Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?

Ji bilî wan, hê du baxçeyên din jî hene,

– Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? –

keskî tarî ne.

Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?

Du kaniyên boş

– Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? –

û fêkî û qesp û hinar lê hene.

Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?

Lê hene keçên sor û spehî,

– Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? –

yên çavreş, yên di bin kûnan ve parastî

– Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in? –

ku ti mirovî yan cinî berî wan dest nekiriyê.

Yên perêsgar dê pal din ser doşekên şên
û xalîçeyên nexşandî yên bedew.

Ca hûn bi çi karên Xwedayê xwe ne bawer in?

Pîroz e navê Yezdanê te yê hêja û bihagiran.











54. HEYV

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN


1. Ew dem nêzîk dibe û heyv dikelişe.
2. Lê eger ew nîşanê bibînin, berê xwe jê digirin û dibêjin: ”[Tenê] sihrek mezin e!”
3. û wê wek derew dihesibînin û li gor dilê xwe dikin lê her tiştî dema xwe ya diyar heye
4. û bi sond wan gelek peyamên agadarkirinê wergirtine,
5. peyamên tijî hişmendiya temam lê wan hişyariyan pere nekiriye.
6. Anku tu berê xwe ji wan bigire! Roja ku gazîker bo karek kembax gazî wan bike,
7. ew dê bi serşorrî wek komên kuliyan ji gorrên xwe derkevin
8. û bi tirs ber bi gazîkerî ve bilezin. Yên bêbawer dê bibêjin: ”Ev rojek dijwar e.”
9. Gelê Nûhî jî ji berî wan ew [Nûh] red kir. Belê, wan xizmetkerê Me wek kesek derewker dihesiband û digot: ”Ew dîn e” û bi difinbilindî ji wî re dipeyivîn.
10. Lê wî gazî Xwedayê xwe kir û got: ”Ez bêzar bûme, alîkariya min bike”
11. Hingê me dergehên esmanan vekirin daku av darije
12. û çendîn kanî ji axê pijikîn û hemû av, wek ku hatibû biryardan, gihiştin hev.
13. Û me ew bi keştiyek ji dep û bizmaran avakirî rakir
14. û ew keştî li ber çavên Me livî. Ew xelatê wî bû yê ku peyama wî hat redkirin.
15. Bi sond, Me ew wek nîşan hêla. Lê ka kesê ku ji wê bûyerê fêr bibe?
16. De çawa bû cezayê Min û hişyariya Min!
17. Bi rastî Me Qur’an bo bibîranînê asan kiriye lê ka yê ku guh bidiyê?
18. [Gelê] Ad peyamberê Me wek derewker hesiband lê cezayê Min û hişyariya Min çawa bû!
19. Bi sond, Me roja tal ya belayê bahozek bi gurmîn şand ser wan.
20. Wê mirov wek qurmên hilkişandî yên qespan li gel xwe birin.
21. De çawa bû cezayê Min û hişyariya Min?
22. Me bi rastî Qur’an bo bibîranînê asan kiriye lê ka yê ku guh bidiyê?
23. [Gelê] Semûd hişyarkerên xwe wek derewker hesibandin
24. û gotê: ”ma dibe ku hûn bidin dû yê ku ji me mirovan e? Bi rastî, yê wisa bike, dê bikeve ber şaşî û şêtiyê.
25. Ma hişyarkirin ji kesekî ji nav me re hatiye dan? Na, ew derewînek mezin û xwemezinker e.”
26. Sibe ew dê bizanin ka kî derewkerê mezin û metheker e.
27. Bi sond, Em dê wan bi hêştirekê bicerribînin. Bila çavê te li wan be û tu bênfireh be!
28. Bibêje wan ku av di nav wan de hatiye parvekirin û her yek jê li dora xwe hêştirê av dide!
29. Lê wan gazî hevalê xwe kir û wî şûr derxist û hêştir seqet kir.
30. Lê çawa bû ezab û hişyariya ku Min da wan!
31. Bi sond, Me tenê gurmînek li wan da û ew kirin wek şivên ku tançêker bi kar tînin.
32. Bi sond, Me ev Qur’an bo bibîranînê asan kiriye lê ka yê ku guh bidiyê?
33. Gelê Lûtî hişyarkerên xwe derewker hesibandin.
34. Bi sond, Me babelîskek bi ser wan de hinart lê Me berspêdeyê malbata Lûtî sitirand.
35. Ew nîşana dilovaniya Me bû. Wiha em kesên şikirdar xelat dikin.
36. Bi rastî wî ew ji biryara me agadar kiribûn lê ew li agadariyê biguman bûn.
37. Wan dixwest ku mêvanê wî birevînin lê Me çavên wan kor kirin: ”De tam bikin ezab û îbreta Me!”
38. Û bi rastî jî cezayê ku bo wan hatibû diyarkirin spêdeyê bi ser wan de hat.
39. De werin tam bikin ceza û îbreta ku Min şandiye!
40. Bi rastî, Me ev Qur’an bo bibîranînê asan kiriye lê ka yê ku guh bidiyê?
41. Bi sond, hişyarker hatin bal gelê fîrewnî.
42. Lê wan hemû nîşanên me wek derew hesibandin loma Me bi hêzek mezin dest avêt wan.
43. Ma bêbawerên dema we ji wan çêtir in? Yan ma di Pirtûka pîroz de bo we awarteyiyek heye?
44. Yan ma ew dibêjin: “Em dê bi xurtî hev bigirin û bi komî alîkariya hev bikin.”
45. Zû ew kom dê bê parçekirin û ew dê birevin.
46. Belê, dema wan hatiye diyarkirin û ew dem dê req û dijwar be.
47. Bi sond, gunehkar li ser rêyek şaş in û ketine ber bayê şêtiyê.
48. Roja ku ew bên veçirrandin nav agirî, dê ji wan re bê gotin: ”De derbeyên kel bixwin!”
49. Bi rastî, Me her tişt li gor pîvana wê afirandiye
50. û fermana me di gavekê de tê bicihanîn.
51. Bi sond, Me yên berî we şkandine lê ka kesê ku guh bide hişyariyê?
52. Her tiştê ku ew dikin di deftera Xwedê de ye.
53. Her tişt, mezin be yan jî biçûk, tê nivîsîn.
54. Bi sond, yên ku ji Xwedê bitirsin, dê bikarin li nav baxçeyan û li ber robaran,
55. li warên rastiyê, nêzîkî Paşayê mezin bijîn.






53. STÊR

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN



1. Sond bi stêra ku ava dike
2. parêzerê we ne şaş dibe û ne jî rêya xwe hinda dike
3. û ne jî ji ber xwe ve dipeyive.
4. Bi sond, ev daxwiyaniya Xwedê ye ku ji wî re hatiye ragihandin.
5. Xwedayê xwedanê hêza xurt ew fêr kiriye.
6. Rewşa wî neguherî.
7. Ew li bilindahiya esmanan bû
8. û paşî nêzîkî Xwedê bû û daket jêr
9. heta ku gihişt dûrahiya avêtina du tîran yan nêzîktir jî
10. û ji xizmetkarê xwe re ragihand.
11. Ne dilê wî tiştên ku wî dît ji nik xwe çêkir.
12. Hûn çima dixwazin li gel wî cedelê li ser tiştên ku wî dîtin bikin?
13. Bi sond, wî Ew di xwiyaniya din de jî dîtiye,
14. li nêzîkî dûrtirîn dara sidrê
15. li rex biheşta hetayî
16. dema ku dara sidrê hatibû niximandin.
17. Awirên wî paşve nezivirîn
18. û wî mezintirîn nîşana Xwedayê xwe dît.
19. Gelo te [îlahe] Lat û Uzze
20. û ya din, ya sêyem, Menat dîtine?
21. Ma kurr yên we ne û keç yên wê ne?
22. Çi parvekirinek kembax e!
23. Ew ji bilî navan ne ti tişt in. We û bavkalên we bi xwe ev nav dane wan. Xwedê ti desthilat nedaye wan. Ew tenê guh didin texmîn û dilxwaziya xwe tevî ku Xwedê rêberî bo wan hinartiye.
24. Yan me divê ku mirov her tiştê bixwazin wergirin?
25. Xwedê her tiştê borî û her tiştê ku bêt e.
26. Gelo çend firîşte li esmanan hene ku alîkariya ti kesî nakin eger Xwedê destûrê nede wî yê ku Ew bixwaze û Ew jê razî be.
27. Bi sond, tenê kesên ku ji axretê bawer nakin, bi navên jinan gazî firîşteyan dikin.
28. Lê wan ti zanyarî ji hindê nîne. Ew tenê li gor texmînên xwe difikirin lê bi rastî texmîn nikarin xwe li ber rastiyê ragirin.
29. Tu berê xwe ji wî bigire yê ku pişta xwe dide fermana Me û ji bilî jiyana vê dinyayê guh nade ti tiştek din!
30. Armanca hemû zanîna wan tenê ew e. Bi sond, Xwedayê te herî baş dizane ka kî ji rêka Wî hinda bûye û dîsa jî Ew herî baş dizane ka kî guh dide rêberiyê.
31. Xwedê her tiştê ku li erd û esmanan e daku Ew gunehkaran li gor kiryarên wan ceza bike û xêrkeran jî li gor xêrên wan xelat bike.
32. Yên ku xwe ji guneh û tawanên mezin diparêzin lê belkî ne ji yên biçûk, bêguman dilê Xwedayê te li ber wan fireh e. Wî baş dizanî ka çi bo we baş e dema ku Wî hûn ji axê û ji zikê dayika we afirandin. Loma hûn xwe pak nehesibînin. Ew herî baş dizane ka kî ji Xwedê ditirse.
33. Gelo tu li wan kesan fikiriyî yên ku xwe veder dikin,
34. kêm xêran dikin û dilreq in?
35. Ma wî hay ji tiştên nepenî heye û wan dibîne?
36. Yan ma ji wî re nehatiye gotin ka çi di kitêbên Mûsayî de ye
37. û Brahîmî çawa ferman bi cih anîn?
38. Bizane ku ti kesê barkêş barê kesek din hilnagire,
39. ku mirov nagihe ti tiştî ji bilî yê ku bi xwe bo têkoşiye,
40. ku hewldanên wî dê bên berçavkirin,
41. ku ew dê paşî bi temamî bêt xelatkitin,
42. ku Xwedayê te dawiya her tiştî ye,
43. ku Ew kenî û girî dide mirovan,
44. ku Ew jiyanê û mirinê dide,
45. ku wî herdu zayend – jin û mêr –
46. ji tovê çandî afirandine,
47. ku pêşketin di destê Wî de ye,
48. ku Ew zengînî û maliyetê dide,
49. ku Ew Xwedayê Stêra şivanan e,
50. ku Wî gelê Ad yê kevnar
51. û gelê Semûd efû nekirin
52. û berî wan jî gelê Nûhî ruxandin. Bi sond, ew mirovên herî bêbawer û gunehkar bûn.
53. Wî bajarên standî ruxandin
54. û ew binaxkirin.
55. Ca ji çi karên Xwedayê xwe ne bawer î?
56. Ev jî agadarkerek wek agadarkerên berê ye.
57. Dawiya dinyayê nêzîk dibe.
58. Ti kes ji bilî Wî nikare wê paş bixe.
59. Ma hûn li van peyaman diheyirin?
60. Ma li şûna girî, hûn bi wan dikenin?
61. Ma hûn çi xwelîbiser in?
62. De xwe li ber Xwedê biçemînin û Wî biperêsin!








52. ÇIYA

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN



1. Sond bi C-iyayî
2. û Pirtûka Pîroz
3. ya ku li ser pîstî nivîsandî!
4. Sond bi peristgeha ku mêvan tênê,
5. bi gupika esmanê bilind
6. û behra berfireh!
7. Bi sond, cezayê Xwedayê te dê bêt
8. û kes nikare jê bireve.
9. Roja ku esman dê ji cihê xwe bileqe
10. û çiya dê bilivin,
11. ox wê rojê li wan yên ku rastî red dikir,
12. yên ku bi peyvên xwe yên pûç tinazî dikirin,
13. wê roja ku ew dê bi zorî bên avêtin nav agirî!
14. “Ev e ew agir yê ku we digot ku tenê xeyal e.
15. Ma ew sihirbazî ye yan hûn nabînin?
16. De bikevin nav û tehemil bikin yan jî tehemil nekin, ferq nake. Wiha tenê heqê kiryarên we ji we re tê dan.”
17. Bi sond, yên ku xwe ji xirabiyê diparêzin, dê bi serfirazî di nav biheştê de
18. şad bibin bi teamên Xwedê û bi hindê ku Xwedayê wan ew ji ezaba agirî parastin.
19. “De bixwin, vexwin û şad bibin bi xelatê ku we ji ber qenciyên xwe wergirtiye.”
20. Ew dê bikarin li ser kursiyên rêzkirî rûnin û Ez dê wan bigihînim zeriyên pak yên çavreş.
21. Em dê kesên bawermendan û zarokên wan yên bawermend bigihînin hev û Em qet qenciya wan bêqîmet nahêlin. Her mirov ji kiryarên xwe berpirsiyar e.
22. Û Em dê têr fêkî û goştê bi dilê wan bidinê.
23. Ew dê bêyî guneh û gotinên pûç perdaqan bidin destê hev
24. û li dor wan ciwanên wek moriyan hene
25. Hin ji wan dê ji hev bipirsin
26. û bibêjin: ”Bi rastî, em berê ji ber malbatên xwe ditirsîn
27. lê Xwedê li me bûye dilovan û Wî em ji ezyeta agirê sojer parastine.
28. Bi sond, me hewara xwe tenê gihandiye Wî. Ew bi rastî jî dilnerm û dilovan e.”
29. De tu şîreta xwe bidomîne ji ber ku ji rehma Xwedayê xwe tu ne dîn û ne jî sihirker î.
30. Yan ma ew dibêjin: “Helbestvano! Em dê bisekinin ka dê dem çi li gel xwe bîne!”
31. Bibêje: ”Bisekinin ji ber ku bi rastî ez yek ji wan im yên ku disekinin.”
32. Gelo hişê wan e ku dibêjiyê bila wisa bikin? Yan jî ew mirovên nedurist in?
33. Yan jî ma ew dibêjin: ”Wî ev bi xwe nivîsiye.” Belê, ew bawer nakin.
34. Madem ew evîndarên rastiyê ne, de bila bi xwe daxwiyaniyek wiha bidin.
35. Ma ew ji valehiyê hatine afirandin yan ew bi xwe afirîner in?
36. Yan ma wan erd û esman ava kirine? Na, wan hay ji rastiyê nîne.
37. Yan ma xezîneyên Xwedayê wan di destê wan de ne yan jî desthilat radestî wan hatiye kirin?
38. Yan jî wan rêyek heye ku pê guhdariyê bikin? De bila guhdar delîlek diyar bînin.
39. Yan ma Wî keç û we kurr hene?
40. Yan ma tu meaşî ji wan dixwazin daku ew barê deynan hilgirin?
41. Yan ma ew serdarên tiştên nepenî ne û dikarin wan binivîsin?
42. Yan ma ew şerrî dixwazin? Lê tam ew kesên bêbawer di şerrî de têk diçin.
43. Yan ma wan ji bilî Xwedê kesek din heye? Pesn bo Xwedayê ku dûr e ji wan yên ku ew dikin hevtayê Wî.
44. Û eger wan bibînin ku parçeyek ji esmanî dadikeve xwarê, ew dê bibêjin: ”Ewrên li ser hev in”#
45. Tu wan li ber bextê wan bihêle heta ku rojek tê ku birûskek bi wan bikeve.
46. Wê rojê ti hewldanên wan pere nakin û ti alîkarî bo wan nîne.
47. Bi sond, yên bêbawer dê bi awayên din jî bên ezyetdan lê pirraniya wan nezan in.
48. Bênfireh li benda cezayê Xwedayê xwe be ji ber ku bi sond çavên Me li te ne. Dema spêdê radibî, pesn û spasiya Xwedê bike.
49. Herwiha bi şev û dema ku stêr ji esmanan vedirevin, rêzê li Wî bigire.












51. PÛÇKER

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN



1. De li wan binere yên ku her tiştî diavêjin,
2. yên ku baran hildigirin,
3. yên ku sivik dimeşin,
4. yên fermanan belav dikin.
5. Gefên ku li we tên kirin, rikerast in
6. û bi sond siza dê bêt.
7. De li esmanê bi çerxa stêran dagirtî binere.
8. Bi rastî hûn di suhbeta xwe de şerrenîxê dikin.
9. Lê tenê ew pişta xwe ji dînî digire, yê ku dixwaze.
10. Nefret li derewkeran be
11. ku di kendên nezaniya xwe de terkexem in.
12. Wan pirsî: ”Roja sizayê dê kengî bê?”
13. Ew roj e ya ku hûn dê di nav agirî de bên cerribandin.
14. ”De tam bikin cezayê xwe. We dixwest ku ev roj zû bê.”
15. Bi sond, yên ku xwe ji xirabiyê diparêzin, dê biçin biheştê û li ber kaniyan
16. xelatên Xwedayê xwe wergirin. Bi sond, wan berî hingê karên qenc dikirin.
17. Bi şev ew kêm dinivistin
18. û spêdê wan daxwaza lêborînê dikir
19. û parek ji malê wan têra daxwazker û bêçareyan jî hebû.
20. Nîşanên bo kesên bibawer in hem li ser rûyê
21. û hem jî di giyanê wan bi xwe de hene. Ma hûn wan nabînin?
22. Qût û xelatên we li esmanan in.
23. Bi navê Xwedayê erd û esmanan: ev rastî ye û wek temînatên we bêguman e.
24. Gelo peyama li ser mêvanên Brahîmî yên qedirbilind bo te hatiye?
25. Ew hat bal wî û got: “Silav!” Silav, hûn mêvan in.”
26. Û ew ji kerrî ve çû nik malbata xwe û li gel golikekî vegerî,
27. danî ber wan û gotê: “Ma hûn naxwazin bixwin?”
28. Û ew ji wan tirsî lê wan gotê: “Netirse” û mizgîniya bûna kurrek hişmend dayê.
29. Hingê jina wî xemgîniyek mezin hat, li serûçavên xwe dida û got: “Jinek pîr û bêber.”
30. Wan got: “Peyama me ji Xwedayê te ye. Bi sond, hişmendî û zanîn di destê Wî de ye.”
31. Û Brahîmî gotê: “Karê we çi ye, gelî peyamberan?”
32. Wan bersiv da: “Bi sond, em hatine şandin bal gunehkaran
33. daku wan keviran li serê wan bibarînin
34. yên ku Xwedê bo bêbaweran amade kirine.
35. Em dê wan ji bawermendan cuda bikin
36. lê me ji bilî binemalekê ti kesek din yê bin-emrî Xwedê nedîtiye.”
37. me nîşanek bo wan hêla yên ku ji cezayê jandar bitirsin.
38. Dema ku Me Mûsa bi fermanên diyar şand bal Fîrewnî,
39. Fîrewnî ji mezinahiya xwe pişta xwe dayê û gotê: “Sihirbaz û dîn î.”
40. Me dest avêt wî û leşkerê wî û ew avêtin deryayê ji ber ku kiryara wî hêjayî cezakirinê bû.
41. Li dijî Adiyan jî me agirek ruxîner berda
42. ku li cihê pê ket, ti tişt li pey xwe nehêla û her tişt kir xwelî.
43. Û ji Semûdiyan re me got: “Bîskekê keyfa xwe bikin!”
44. Lê ew li dijî fermana Xwedayê xwe derketin loma birûskek bi wan ket
45. û wan nikarî rabin û xwe biparêzin.
46. Û jixwe Me gelê Nûhî berî wan jî ruxandibû. Bi sond, ew mirovên gunehkar bûn.
47. Me bi hêza xwe esman bilind kiriye û ew bi rastî berfireh kiriye.
48. Me erd jî mezin û fireh kiriye. De binerin ku ew çawa fireh kiriye!
49. me her tişt cot-cot afirandiye daku hûn jê îbretan bigirin.
50. Birevin bal Xwedê! Bi sond, ez agadarkerek eşkere yê Xwedê şandî me.
51. Ti xwedayan nekin hevkûfê Xwedê. Bi sond, ez agadarkerek eşkere yê Xwedê bo we şandî me.
52. Peyamberek bi tenê jî nehatiye nik wan yên ku berî wan dijiyan bêyî ku ew bibêjin: “Sihirbaz û dîn e.”
53. Ma wan ev gotin wek mîras ji hev girtiye? Bi sond, ew mirovên nedurist in.
54. Tu berê xwe ji wan bigire. Ew wek kêmasî li te nayê hesibandin.
55. Tu şîretên xwe bidomîne ji ber ku ew dê feydeyî bidin bawermendan.
56. Min mirov û cin afirandine tenê daku Min biperêsin.
57. Ez ti qûtî ji wan naxwazim û Min nevê ku ew Min xwedî bikin.
58. Bi sond, Xwedê bi xwe xwarinder e, Xwedanê hêz û hinêrê ye.
59. Belê, bi sond, heman bela dê bi serê bêbaweran de bêt wek ku bi serê pêşiyên wan de hat. Lê ne hewce ye ku ew daxwaza lezandina belayê ji Min bikin.
60. Wey li wan yên bêbawer ji ber wê roja ku dê bi ser wan de bê.












50. QAF

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN



1. Q. Sond bi Qur’ana hêja!
2. Ew ecêbgirtî mane kuhişyarkerek ji nav wan bi xwe bo wan hatiye û yên bêbawer dibêjin: ”Tiştek ecêb e
3. ku em piştî mirinê û axbûnê dîsa rabin. Ew dê vegerek ecêb bûya.”
4. Lê em dizanin ka çend ji wan dê ax bimînin ji ber ku Me Defter heye û her tişt tê de nivîsiye.
5. Na, wan rastî red kir dema ku ji wan re hat loma ew niha di rewşek aloz de ne.
6. Ma eww li jor nanerin daku li esmanan bibîne ka Me ew çawa ava kiriye û xemilandiye û ti kêmasî lê nehêlane?
7. Û Me erd berfireh kiriye û çiya lê bi cih kirine û her cûn şênkatiyên delal lê şên dibin
8. wek nimûne û şîret bo her beniyê ku berê xwe bide rêya Xwedê.
9. herwiha ji ewran ava pîroz dişînin û bi wê em zevî û bûstanan bê vedijînin
10. û qespên gir, wîşiyên fêkiyan bi çeqên wan ve li ser hev
11. bo xwarina beniyên Min. Wisa Em jiyanê didin erdê hişkbûyî. Vejîn jî dê li axretê wisa be.
12. Berî wan, gelê Nûhî, rûniştvanên Resî, Semûdiyan,
13. Adiyan, Fîrewnî û birayên Lûtî
14. û şêniyên dehlan û gelê Tûba jî Vejîn red kir. Wan hemûyan peyamberên me red kirin loma hingê gefên min li wan rast derketin.
15. Ma Em bi afirandina yekem westîn? Ew çawa gumanê ji veafirandinek dikin!
16. Bi sond, Me mirov afirandiye û Em dizanin ku giyanê wî çi dibêjiyê û Em ji demarên wî bi xwe jî zêdetir nêzîkî wî ne.
17. Du guhdar hene ku li rastê û çepê rûdinin û guhdariyê dikin
18. û mirov nikare gotinekê jî bibêje bêyî ku çavdêrên li nêzîkî wî nebihîzin.
19. Û gêjiya mirinê dê bê û rastiyê ragihîniyê: ”Ev ew roj e ya ku hûn jê direvînin.”
20. Dê pifî borîzanan bêt kirin. Ew roja gef û sozan e.
21. Û her giyan dê li gel ajovanekî û şahidekî bêt.
22. ”Bi rastî te guh nedida vê rojê lê me perde ji ser çavên te rakiriye û çavên te îro baş dibînin.”
23. Û hevrêyê wî dê bibêjer: ”Ev e ya ku min hazir kiriye.”
24. ”Biavêjin binê dûjehê her kesê bêşikir û serhildêr,
25. her redkerê qenciyan, derbaskerê tixûban û gumankerî
26. yê ku kesên din dikin hevberî Xwedê! Wî biavêjin şkenceyek kembax!”
27. Hevrêyê wî dê bibêje: ”Xwedêyo, min ew nexapandiye lê ew bi xwe rêhinda bû.”
28. Dê Xwedê bibêje: ”Li pêş Min gengeşê nekin! Bi sond, Min hûn berê agadar kiribûn.”
29. Gotina Min naguhere û ez neheqiyê li beniyên xwe nakim.
30. Wê rojê Em dê bibêjin dûjehê: ”Ma tu tijî yî?” û ew dê bibêje: ”Ma hê jî dê bên?”
31. Biheşt nêzîkî wan dibe yên ku xwe ji xirabiyê diparêzin.
32. Ev ew e ya ku hatiye sozdan bo her kesê ku xwe gelek caran dispêre Xwedê û guhdariya fermanên Wî dike,
33. bi nehînî jî ji Xwedayê dilovan ditirse û bi dilekî poşman nêzîkî Wî dibe.
34. ”Bi aramî kerem bikin! Ev roja ebedî ye.”
35. Ew çi bixwazin, ew dê ji wan re bêt û ew dê hê pirr li nik Me bimînin.
36. Ma Me ne çendîn nifşên ji wan mezintir jî berî wan ruxandin. Li dinyayê bigerin daku hûn bibînin ma ka stargehek ji tolhildana min heye.
37. Bi sond, em hişyarî bes e bo yê ku dilê wî fehma be û guh û çavên xwe bi kar bîne.
38. Bi sond, Me erd û esman û tiştên din navbera wan de di şeş rojan de afirandine û Em qet jî pê newestîn.
39. Bênfireh be li hemberî gotinên wan û berî hilatina tavê û avabûna wê pesnê Xwedayê xwe bide û spasiya Wî bike.
40. Bi şev û piştî nivêjê pesnê Wî bide
41. û guh bidin wê rojê ya ku gazîker dê we gazî nik xwe bike,
42. roja ku ew dê gaziya rastiyê bibihîzin. Ew roja Vejînê ye.
43. Bi sond, jiyan û mirin ji Me ye û ew dê li Me vegerin.
44. Roja ku erd dê di bin wan ve bikelişe û ew dê birevin, hingê dema Civînê ye û ew ji Me re asan e.
45. Em herî baş dizanin ka ew çi dibêjin, û tu ne desthilatdarê wan î. De bi Qur’anê bîne bîra wî yê ku ji gefa min ditirse.



DIDOME


36. YA SÎN

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 – 83)

Ya Sîn,

bi Qur'ana hişmend

tu peyamber î

û bi rêya rast ve dimeşî.

Yê Xurt, yê Dilovan
ev şandiye

daku hişyar bikî wan mirovan
yên ku bavkalên wan nehatin hişyarkirin
û yên ku bêxem digerrîn.

Me bi stoyê wan ve kirine nîr
yên digihin gep û alekan
daku serê xwe rakirî bihêlin.

Me dîwar bi cih kirine
li pêş û paş wan
daku ti tiştî nebînin.

Ferq nake
ger wan hişyar bikî yan na:
ew bawer nakin.

Tu dikarî tenê wan hişyar bikî
yên pêşwaziyê li hişyariyê dikin
û yên bi veşartkî ji yê Dilovan ditirsin.
Ragihîne wan mizgîniya lêborînê
û xelatê bihadar.

Em miriyan sax dikin,
kiryarên wan û encamên kiryarên wan
û hesaba her tiştî
di defterek zelal de dinivîsin.

Ji wan re vebêje
nimûneya rûniştvanên wî bajarî
yê ku peyamber hatinê:

Dema me du peyamber şandin wir,
bajariyan bawer bi wan neanî.
Me peyamberek din jî lê zêde kir.
Hersêyan got:
"Em hatine şandin cem we."

Xelkê got:
"Nê hûn jî mîna me mirov in.
Yê Dilovan ti tişt ji we re neşandiye:
hûn tenê derewan dikin."

Peyamberan got:
"Xwedê dizane
ku em hatine şandin cem we.
Erkê me tenê anîna peyamek zelal e."

Nebaweran got:
"Hûn nîşanên belayê ne.
Ger hûn ji ya xwe daneyên,
em dê we bidin ber kevir û beran
û hûn dê janek dijwar bikêşin."

Peyamberan got:
"Hûn bi xwe belayên xwe ne.
Ma hûn dê guh nedin hişyariyê
dema hûn hatin hişyarkirin?
Hûn gunehkar in."

Ji rexê din yê bajarî
zelamek bi lez hat û got:
Gelê mino!
Lli pey peyamberan bimeşin.
Bidin dû wan yên ti xelatî ji we naxwazin
û bi rêya rast ve dimeşin.

Çima neperêsim Wî yê ez afirandim
û yê divê hûn jî vegerrin cem?
---
Ma ez dê ji bilî Wî
ti xwedayek din bo xwe bigirim?
Ne yê Dilovan ti ziyanê bo min dixwaze
û ne jî hûn dikarin min biparêzin.
Hingê ez dê rêwenda bigerrîma.
Ez ji Xwedayê we bawer dikim.
Guh bidin min!

Jê re hat gotin:
"Kerem bike Biheştê"
Û wî got:
"Xwezî gelê min tê bigihişta.

ku Xwedayê min li min boriye
û di nav yên rêzdar de bi cih kirime."

Piştî wî me leşkerê esmanî
neşand dijî gelê wî.
Na, me neşand;

tenê dengek hat
û hemî birandin.

Wey li beniyan!
Her gava peyamberek ji wan re tê,
tirraneyên xwe pê dikin.

Ma ew nabînin
ka me çawan birandin
nifşên berî wan
yên dê êdî venegerrin nik wan?

Ew hemî dê bi hev re bên anîn ber Me.

Nîşanek bo wan
erdê rût e
yê em vedijînin
û dikin ku dexlûdan
bo xwarinê lê şên bibe.

Me rez û xurmestan dane
û rê daye kaniyan lê bizên

da mirov berhemên wan bixwin.
Ma wan kanî
bi destê xwe hilkolandine?
Yan ma ew nizanin
sipasdar bin?

Pesin bo Wî
yê afirandin hemî cûn
yên ji erdê şên dibin,
yên jixwe şên dibin
û yên ji tişta wan hay jê nîne.

Û nîşanek jî bo wan şev e
ya Em rojê jê vdikêşin,
û tarîtî bi ser wan de digire,

û tav diçe bênvedangeha xwe.
Xwedayê Xurt û Zana
wisan hez kiriye.

Me qonax û gihanek dane heyvê,
û taliyê ew dişibe çeqek rût.

Nabe roj xwe bigihîne heyvê
û ne jî şev bilezîne berahîka rojê,
lê her tişt li esmanan
li çerxa xwe dizivirre.

Û nîşanek jî ji wan re ew e
ku Me dûndeha mirovên berê
bi keştiyek barkirî seyirandin

û me ji wan bi xwe re jî
keştiyên mîna wê çêkirine.

Ger Em hez bikin,
Em dê bihêlin ew bixeniqin,
û hawarên wan dê pere nekin
û wan neparêzin,

ger Em dilovaniyê li wan nekin
û nehêlin ku ew hê piçekê
xweşiyê bi jiyana xwe bibin.

Dema ji wan re tê gotin:
"Hişyar bin ji qedera wan
yên berî we dijiyan
û yên dê piştî we bijîn
daku hûn bên bexşandin",

lê her cara nîşanek
ji Xwedayê wan
ji wan re tê diyarkirin,
ew pişta xwe didinê,

û dema ji wan re tê gotin:
"Ji wî malî bidin
yê ku Xwedê daye we",
yên nebawer dibêjin baweran:
"Ma divê em bidin wan
yên Xwedê dikare bidiyê
ger hez bike?
Ev çi gotin e!"

Ew herwiha dibêjin:
"Ka kengî ev gefa we dê bi cih bêt
ger hûn rast dibêjin?

Ma wan tiştek din heye
ji bilî gaziyekê
ya dê wan bigire
dema ew bi hev re gengeşiyê dikin,

û wan dê nebe delîv
ku wesiyeta xwe bibêjin
yan li malbata xwe vegerrin.

Û dema li borrîjenê bêt dan,
ew dê ji gorra xwe derkevin
pêş Xwedayê xwe

û hawar bikin:
"Wey li me!
Kê em ji arimgehên me
şiyar kirin?
Ev e ew dem ya yê Dilovan
pê gef li me dikirin.
Belê, ya peyamberan digot rast bû.

Tenê bangek dê bêt bîstin,
û ew dê li pêş Me
bên rêzkirin.

Wê rojê
neheqî li ti giyanî nayê kirin
lê her kes dê li gor kirinên xwe
bêt xelat- yan cezakirin.

Wê rojê
biheştî dê bi kiryarên xwe
şad bibin:

ew û hevserên xwe
dê li ber sîberê
pal din,

fêkî û her tiştê bixwazin
dê raberî wan bêt kirin.

"Silav!"
ew peyv e
ya ew dê Yezdanê Dilovan bibîzin.

Lê ji yên din re:
"Veqetin ji komê,
gelî gunehkaran."

Mirovno,
ma Min e peyman bi we re danî
daku hûn Şeytanî neperêsin
ji ber ku ew dijminê we yê diyar e,

lê divê hûn Min biperêsin?
Ev rêya rast e.

Lê Şeytanî komek mezin
xirrandiye.
Ma hûn tê nagihin?

"Aha ev e ew Dûjeh
ya li we hatibû gefkirin,

de ji ber nebaweriya xwe
tê de bibirijin!"

Wê rojê em dê devê wan girê din
lê destên wan dê bipeyivin
û piyên wan dê govan bin
li ser ka wan çi kiriye.

Ger Me biviya,
Me dikarî çavên wan tarî bikin.
De bila paşî bilezînin ser rê:
ma dê çawan bibînin?

Ger Me biviya,
Me dikarî wan li cihê wan biqerrimînin
ku ew ne pêşve û ne jî paşve
bikarin bilivin.

Yê Em bihêlin bijî,
Em dihêlin lawaz jî bibe.
Ma ew tê nagihin?

Me helbestvanî fêrî peyamberê xwe nekiriye,
û jixwe kêrî wî nayê jî.
Ev tenê hişyariyek e û Gotar e

daku ew yên sax hişyar bike.
û nebaweran derewîn derbixe.

Ew nabînin ku Me
bi karên destê xwe
ji wan re afirandine
çarpiyên samanê wan,

û Me ew dane dest wan.

Hin ji wan bo lêsiwarbûnê ne,
hin jî bo xwarinê.

Ew dikarin bi gelek awayan sûdeyê jê wergirin
û şîrê wan vexwin.
Ca bo çi ne sipasdar in?

Wan ji bilî Xwedê
ji xwe re hin xwedayên din girtine
daku alîkariyê jê wergirin,
lê ew nikarin alîkarî wan bin,
û dê bi xwe jî bên dadkirin.

Bila gotinên wan
te xemgîn nekin;
Em dizanin
ka ew çi di dilê xwe de vedişêrin
û çi diyar dikin.

Ma mirov nizanin
ku Me ew ji tovekî çêkirine?
Lê wisan jî gengeşiyê dikin.

Û ew berhevdanê bi Me dikin,
û binyata xwe ji bîr dikin û dibêjin:
"Ma kî dikare
hestiyên bûyî ax sax bike?"

Bêje: "Yê ew pêşî afirandin,
dê wan sax jî bike.
Ew dizane
her tiştî biafirîne.

Ew e yê çirîskan
ji dara şên vedijenîne
daku hûn agirî hilkin.

Ma yê erd û esman afirandine
nikare yên mîna wan çêke?
Belê, manê Ew Afirmendê Hişmend e.

Ger Wî tiştek bivêt,
tenê dibêje: "Bibe", û dibe.

Pesin bo Wî
yê di destî de serweriya her tiştî
û yê hûn dê lê vegerrin.





























24. RONAHÎ

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(35 - 42)

Yezdan ronahiya
erd û esmanan e.
Ronahiya Wî
mîna di kûrgeha pencereyekê de
dibiriqe.
Şûşeya çirayê stêrek çirîskdar e,
ya ku ne ji rojhilat û ne jî ji rojava ye.
Zeyta wê hema dê ronahî bida
ger agir pê neketiba jî.
Tê de Ronahiyek di ser ronahiyê re heye.
Yezdan vê ronahiyê digihîne
kesên Wî bivê.
Û Yezdan nimûneyan pêşkêşî mirovan dike.
Yezdan Hemîzan e.

Ev çira di wan xaniyan ve ye
yên yezdan rê daye bên avakirin,
yên navê Yezdan tê ve tê bilindkirin.
Spêde û êvaran li wir pesnê Wî tê didin

ew mirov yên bazarr û bazirganiyê
ji bîra wan nebirine Xwedê,
nivêj û zekat.
Ew ji rojê ditirsin
dema dê bi neramî biqute dil û bilive awir.

Teqwatiya wan dê bêt bibîranîn,
û Yezdan dê qenciyên wan xelat bike
û pirrtir jî dilovaniyê diyariyî wan bike.
Yezdan bêpîvan dide yên Wî bivêt.

Herçi kiryarên yên nebawer in,
mîna leylana li deştê ne:
yê tîn bawer dike ku avê dibîne
ta ku digihiyê û pê dihese
ku ti tişt lê nîne.
Li şûna hindê
ew li wir pêrgî Xwedê tê
yê heqê wî
bi temamî didiyê.
Xwedê bo heqdanê lezgîn e.

Yan kiryarên yên nebawer
mîna tarîtiya deryayek berfire û bêbin in
dema pêl mirovan di bin xwe ve dihêlin,
û ewr li raserî pêlan şorr dibin --
li wir tarîtî li ser tarîtiyê ye!
Dema destê xwe derbîne jî,
bi zor dibîne.
Yê Yezdan ronahî nedabiyê,
qet ronahî nîne.

Ma nabînî, çawan Wî dipesinîne
her tiştê li erd û esmanan,
û firrindeyên li esmanan difirrin?
Ew hemî dizanin lava ji Wî bikin
û Wî bipesinînin,
û Ew dizane
ka ew çi dikin.

Yezdan e Serwerê erd û esmanan,
û her tişt dê li Wî vegerre.












2. ÇÊL

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

(1 - 22; 28 - 39; 42 - 46; 48; 62; 83 - 85; 87; 90; 102 - 103; 115 - 117; 136; 163 - 164; 177; 254 - 256; 262 - 265; 285 - 286)

(1 - 22)

ALM.

Ev pirtûka bê guman
rêbaz e bo yên perêsgar,

yên baweriyê bi ya nepenî tînin
û jidil nivêjên xwe dikin
û ji ya Me dayî didin,

yên bawer dikin
bi ya ji te re
û ya ji yên berî te re hatiye şandin,
û ji Roja Dawiyê piştrast bawer in.

Ew li pey rêbaza Xwedayê xwe dimeşin,
û ew yên bextiyar in.

Herçi ew in yên bawer nakin,
bo wan eynî ye
tu wan haydar bikî yan na:
ew her bawer nakin.

Xwedê mor daniye
ser dil û guhên wan
û perde daniye ser çavên wan;
azarek dijwar li benda wan e.

Hin mirov dibêjin:
"Me bawerî bi Xwedê
û Roja Dawiyê heye"
lê dîsan jî bawer nakin.

Ew dicerribînin ku Xwedê
û yên bawermend bixapînin,
lê ew ji bilî xwe
ti kesî naxapînin,
lê ew bi xwe tê nagihin.

Di dilê wan de derdek heye,
û Xwedê ew derdgirantir kirine;
û azarek jandar bo wan heye
çimkî wan derew dikirin.

Û dema ji wan re tê gotin:
"li ser dinyayê xirabiyê nekin",
ew dibêjin: "Jixwe em tenê qenciyê dikin."

Ma ne ew bi xwe ne
yên xirabîker?
Lê ew tê nagihin.

Û dema ji wan re tê gotin:
"Hûn jî mîna xelkê bawer bikin",
ew dibêjin:
"Ma divê em jî
mîna yên bêhiş bikin?"
Na, ew bi xwe yên bêhiş in,
lê tê nagihin.

Û dema ew yên bawermend dibînin,
dibêjinê: "Em bawer dikin",
lê gava bi xapînerên xwe re
bi tenê bin, dibêjinê:
"Ya rast, em bi we re ne,
me tenê tirrane dikin."

Xwedê tirraneyan bi wan dike
û dike ku ew xirriyayî bigerrin.

Wan rêbaz daye
bi rêberzetiyê
û bazarrê wan bêkêr e
û rêya rast nîşanî wan nade.

Ew mîna wî ne
yê agirek vêxistibe.
Tam gava agir
derdorên xwe geş dike,
Xwedê agirî ditemirîne,
û ew di tarîtiyê de dimîne
û ti nabîne:

kerr, lal û kor e.
Ta nabîne li xwe bizivirre jî.

Yan jî mîna ewrek baranî,
tijî tarîtî, gurmîn û birûsk.
Mirov tilên xwe
dikin guhên xwe re,
ji ber birûskan
ji mirinê ditirsin.
Xwedê yên nebawer zeft kirine.

Nêzîk e birûsk
çavên wan kor bike.
Her cara ew rêya wan ron dike,
ew pêşve dimeşin;
lê gava tarî dibe,
ew radiwestin.
Ger Xwedê bivêt,
dikare guh û çavên wan
jê bistîne.
Xwedê Jêhatî ye.

Mirovno,
biperêsin Xwedayê xwe
yê ku hûn û yên berî we
afirandine
daku hûn fêr bibin bitirsin

ji Wî yê erd bo we kiriye doşek
û esman kiriye lihêf,
û yê avê ji esmanan dihinêre
û fêkî bo jiyara we
jê şên dike.
Ca madem hûn vê dizanin,
kesî nekin hevberî Wî.


(28 - 39)

Çawan hûn bawer nakin ji Xwedê
madem Wî jiyan da we
gava hûn hê nebûn,
û dê paşî we bimirîne
û dîsan vejîne:
û taliyê hûn dê vegerrin bal Wî.

Wî afirand bo we
her tiştê li rûyê erdê.
Paşî hilket bilindahiyan
û ew kirin heft esman.
Ew ji her tiştî agadar e.

Xwedayê te
ji firrişteyan re got:
"Ez dê ji xwe re
cîgirekî danim ser rûyê erdê."
Wan got:
"Ma tu dê kesek wisan
li wir bi cih bikî
ku belayan peyda bike
û xwînê birijîne,
tevî ku em
rûmeta Te dipesinînin
û pîroziya Te radigihînin."
Yezdan got wan:
"Ya Ez dizanim
hûn nizanin."

Xwedê Adem
fêrî navên hemî tiştan kir;
paşî ew nîşanî firrişteyan dan
û gotê: "Madem hûn rast dibêjin,
ka navên van ji min re bibêjin."

Wan got:
"Pesin bo Te!
Lê ji bilî ya Te me hîn kirine
em ti tiştek din nizanin.
Nê Tu yî yê Zana û Hişmend."

Xwedê got:
"Adem, ka navên wan jê re bibêje."
Dema Ademî navên wan gotin,
Xwedê got:
"Ma Min ji we re negot
ku ez razên erd û esmanan dizanim?
Û Ez agadar im ji ya hûn berçav dikin
û ya hûn vedişêrin."

Û dema Me ji firrişteyan re got:
"Xwe bo Ademî biçemînin",
wan xwe tewand
lê Iblîsî wa nekir:
wî neguhdarî kir û qurre bû
û bêminetî nîşan da.

Û Me got:
"Adem, tu û jina xwe
di nav baxçeyî de bijîn,
û hûn çi bixwazin bixwin.
Lê xwe nêzî vê dara han nekin
daku hûn gunehê nekin."

Lê paşî Şeytanî ew xirrandin,
û ji ber hindê ew neçar bûn
ji wir derkevin.
Me gotê:
"Dakevin û dijminên hev bin.
Dê we xanî û xwarin
ta demekê li wir hebin."

Û Xwedê Adem fêr kir
û dilovanî lê kir
ji ber ku Yezdan
Dilnerm û Dilovan e.

Me got:
"Ji vir dakevin erdê
lê ger rêberî ji Min hat,
yên li dû wê biçin,
ne hewceyî tirsê ne
û dê xemgîn nebin.

Lê yên bawer nekin
û guh nedin nîşanên Me,
dê bikevin nav agirî
û dê her tê de bimînin.


(42 - 46)

Rastiyê bi derewan neherrimînin
û rastiya hûn dizanin veneşêrin.

Di nivêjên xwe de
xemsariyê nekin,
zikatê bidin
û bi perêsgaran re
xwe biçemînin.

Hûn dibêjin xelkê: qenciyê bikin,
lê hûn xwe ji bîr dikin
tevî ku hûn dikarin
ji Pirtûkê bixwînin.
Ma hûn tê nagihin?

Bi bênfirehiyê û lavayan
li alîkariyê bigerrin
tevî ku bêguman dijwar e
ji bilî bo yên nefsbiçûk,

yên bawer dikin
ku dê vegerrin
bal Xwedayê xwe.



(48)

Ji wê rojê bitirsin
ya ti giyanek nikare
cihê ya din bigire
yan alîkarî yek din be.
Wê rojê ti gerew nayên pejirandin
û arî ti kesî nayê kirin.


(62)

Yên bawermend, cihû,
file û sabiî
yên ji Xwedê û Roja Dawiyê bawer bikin
û qenciyê bikin,
xelatek li bal Xwedayê wan bendewarî wan e.
Ne hewce ye ew bitirsin,
û ew dê xemgîn nebin.


(83 - 85)

...
Tenê Xwedê biperêsin;
ji dêbav û kesûkarên xwe re,
ji sêwî û perîşanan re qenc bin.
Nerm bi xelkê re bipeyivin,
xeman ji nivêjên xwe bixwin
û zikatê bidin
...

Paşî Me peyman bi we re danî:
"Xwînê nerijînin
û xelkê ji malên wan dernexin."
We bi xwe ev pesind kir
û hûn bi xwe govanên wê bûn.

Lê hûn wiha ne:
Hûn hev dikujin,
xelkê ji malên wan derdixin
û di guneh- û neheqîkirinê de
hûn alîkariyê dikin.
...

Me Pirtûk da Mûsa,
û hin peyamberên din jî
li dû wî şandin.
Me delîlên diyar dan
Îsayê kurrê Meryemê.
Ma her cara peyamberek
ne bi dilê we be bêt
hûn dê serhişk û qurre bin?
We ji hinan re got derewker
û hin jî kuştin.

Bazarrek pûç e wan kiriye
ku xwe ji ya Xwedê şandî daye paş,
û çavnebariyê dikin
bi ya Yezdan ji dilovaniya xwe
daye perêsgarên xwe.
Ew kerbê li kerbê kom dikin.
Sizayek rûreşker
bendewarî yên nebawer e.


(102 - 103)

Li dema Silêmanî
xelk li pey rêbazên şeytanan diçû
lê Silêman bi xwe ne zirrbawer bû
lê yên zirrbawer ew şeytan bûn
û xelk fêrî sihrê
û wê dikir ya ku li Babilê
ji du firrişteyan - Harûtî û Marûtî - re hatibû.
Lê wan herduyan ti tişt fêrî xelkê nedikir
bêyî pêşî bibêjinê:
"Em tenê fitne ne.
Xwe bêbawer neke!"
Paşî mirov ji wan fêrî hindê bûn
ya ku jin û mêran ji hev cuda dike,
lê ew nikarin bi sihra xwe
ziyanê bigihînin ti kesî
ger ne bi destûra Xwedê be.
Wan xwe hînî wan tiştan kir
yên ziyanê bigihîninê, ne yên mifayê,
tevî ku wan dizanî ku
yê wê bibijêre,
xwe ji dinyaya bêt bêpar dike.
Belê, wan bazarrek bêxêr kir.
Xwezî wan zanîba!

Xwezî wan bawer kiriba
û ji Xwedê tirsîban!
Xelatê herî baş ji Xwedê ye.
Xwezî bes wan zanîba!


(115 - 117)

Hem rojhilat û hem jî rojava ya Xwedê ye.
Hûn kû ve bizivirrin jî,
berê Xwedê li we ye.
Xwedê li herderê ye û hertiştî dizane.

Ew dibêjin:
"Xwedê kurrek ji xwe re bijartiye."
Xwedê me bisitirîne!
Jixwe hertiştê li erd û esmanan
yê Wî ye, û hemî guhdarî Wî ne.

Yezdan Danerê erd û esmanan e.
Dema Ew tiştekî diafirîne,
tenê dibêje: "Hebe!"
û ew tişt dibe.


(136)

Bêjin:
"Me bawerî heye bi Xwedê
û bi ya ji me re dahatî
û bi ya dahatibû ji Brahîmî û Smaîlî
û Îshaqî û Ûsivî û babikan re
û bi ya Xwedê daye
Mûsayî û Îsayî
û peyamberên din.
Û em cudahiyê naxin navbera wan
çimkî yê em diperêsin tenê Xwedê ye."


(163 - 164)

Xwedayê we Yek e.
Ti Xweda nînin ji bilî Wî,
Dilnerm ê Dilovan.

Afirandina erd û esmanan,
guhastina şev û rojan,
keştiyên li deryayê diseyirin
daku mifayê bigihînin mirovan,
ava Xwedê ji esmanan dibarîne
daku erdê mirî pê vejî,
peydabûna her cûn lawiran
li rûyê erdê,
guherrîna erd û esmanan:
hemî nîşan in bo mirovên tê bigihin.


(177)

Qencî ne ew e
ku hûn berê xwe bidin rojhilat yan rojava;
yê qenc ew e
ku bawer dike ji Xwedê
û ji Roja Rabûnê
û ji firrişteyan û ji Pirtûkê
û ji Peyamberan;
yê di rêya Xwedê de
xêran dide
mirovên xwe, sêwiyan,
hejaran, rêvingan
û hewcedaran
û bo azadkirina koleyan.
Qencî ew e
ku hûn nivêjên xwe bikin,
zikatê bidin
û soza we dayî bi cih bînin,
li ber qeza û belayan
û li tengaviyan
bênfire bin.
Yên wa bikin
dilpak û ji-Xwedê-tirs in.


(254 - 256)

Gelî baweran,
bi ya Me dayî we xêran bikin
berî ku ew roj bêt
ya bazarr, biratî û bergêrrî
bêmifa ne.
Nebawer in
yên neheqîker.

Nîne ti xweda ji bilî Xwedê,
yê Jîndar, yê Xurt.
Ne xew Wî digire, ne xilêlî.
Hertiştê li erd û esmanan
yê Wî ye.
Ma kî dikare li pêşberî Wî
pêş yek din ve biaxive
ger ne bi destûra Wî be?
Xwedê dizane ka çi berî wan hebû
û ka dê çi piştî wan bêt,
lê ew di ti zanîna Xwedê nagihin
ger ne bi vîna Wî be.
Serweriya Wî hemî erd û esmanan dihewîne,
û birêveberiya wan bo Wî ne dijwar e.
Ew Bilind û Bihêz e.

Dîn ne bi kotekî ye.
Rêbaz û rêberzetî ji hev cuda ne.
Yê zirrxweda hêlane û bawerî bi Xwedê heye,
dest avêtiye destikek xurt
yê naşkêt.
Xwedê Hemîbihîz û Hemîzan e.


(262 - 263)

Yên malê xwe di rêya Xwedê de didin
û daxwaza bersivdanê nakin
û ziyanê bagihinînin xelkê,
dê xelatê xwe li bal Xwedayê xwe wergirin.
Ne hewce ye ew bitirsin yan xeman bixwin.

Axiftina xweş û lêborîn
ji zikata ziyan pê tê kirin baştir e.
Xwedê Dewlemend û Dilnerm e.


(285 - 286)

Peyamber bawer dike
ji ya ji Yezdanê wî re jê re hatiye,
û yên bawermend jî wisan dikin.
Wan bawerî heye bi Xwedê,
bi firrişteyên Xwedê, bi Pirtûkên Xwedê
û bi Peyamberên Xwedê.
Ew cudahiyê naxin navbera peyamberan.
Yên bawer dibêjin:
"Em guhdar in û dibîzin.
Xwedêyo, li me bibore.
Em dê vegerrin bal Te."

Xwedê barek ji taqeta
ti kesî zêdetir nadiyê.
Her kes dê bigihe heqê xwe,
çi qenc û çi jî xirab be.
Xwedayê me,
me siza neke
ger em ji bîr bikin yan şaş bikin.
Û Xwedayê me, me tûşî belayên wisan neke
yên Te yên berî me tûşî kirin.
Û Xwedayê me, neke barê me
ti tiştê me hêz bo tine be.
Li me negire
û li me bibore.
Li me dilovan be.
Tu parêzvanê me yî:
me ji nebaweran biparêze.



12. ÛSIV

BI NAVÊ YEZDANÊ DILNERM Û DILOVAN

1. ALR*. Ev gotinên Kitêba zelal in.
2. Bi sond, Me** ev Qur’ana bi erebî şandiye daku hûn tê bigihin.
3. Em dê yek ji baştirîn serpêhatiyan bo te bibêjin û bi vê Qur’anê diyar bikin ji ber ku tu berî vê ji nezanan bûyî.

4. Dema ku Ûsiv gote babê xwe: ”Babo, bi sond, min di xewna xwe de yazde stêrên gerrok û herwiha tav û heyv dîtine, û min dîtiye ku ew li pêş min xwe diçemînin”, hingê
5. babê wî gotê: ”Kurrê min! Behsa xewnên xwe bo birayên xwe neke; yan ne, ew dê dijî te dest bi planên dizîkî bikin. Bi sond, şeytan dijminê mirovan yê diyar e.
6. Bi vî awayî Xwedayê te dê te bibijêre û dê van serpêhatiyan bo te şirove bike, û Ew dê te û dûndeha Aqûbî bisitirîne, wek çawan ku Wî bavkalên te Brahîm û Îshaq jî sitirandin. Bi rastî, Xwedayê te zana û hişmend e.”

7. Di serpêhatiya Ûsivî û birayên wî de nîşanên diyar bo wan kesan hene yên ku lê vekolin.

8. Belê, wan got: ”Ûsiv di nav birayên xwe de bo babê me ji me yên dî ezîztir e herçend e ku em ji koma eynî birayan in. Bi rastî, babê me li ser rêyek şaş e.
9. Ûsivî bikujin yan dûr bixin welatekî biyanî daku babê we bala xwe bide we û hûn piştî hingê bextiyar bibin.”
10. Çend kesan ji wan got: ”Ne, Ûsivî nekujin. Wî biavêjin binê bîrekê daku belkî hindek rêving wî li gel xwe bibin û hûn di plana xwe de bi ser bikevin.”

11. Wan got: “Babo, çi ye ku tu nahêlî Ûsiv li gel me bêt? Bi rastî, em ê qenciyê li wî bikin.
12. Wî sibê li gel me bi rê bike, bila li gel me lîstik û yariyan bike û em ê baş çavdêriyê lê bikin.”
13. Wî gotê: “Bi rastî jî ditirsim wî li gel we bişînim. Û ditirsim ku gurg wî bixwe eger hûn çavdêriya wî nekin.”
14. Wan gotê: “Eger gurg wî bixwe, herçend e ku em gelek in, ma ne dê pêşî me bixwe?”
15. Dema ku wan ew li gel xwe bir û wan li hev kir ku wî berdin binê bîrê, Me hingê ji wî re diyar kir: “Bi sond, dê carek bêt ku tu dê behsa kiryara wan bo wan bikî dema ku ew êdî te nanasin.”

16. Paşî berê êvarê ew li babê xwe vegerîn û girîn.
17. Wan got: ”Babo! Me pêşbezî kir û me Ûsiv li nik tiştên xwe hişt û hingê gurgî ew xwar. Lê em çend rastiyê bibêjin jî, tu ji me bawer nakî.”
18. Wan gumlekê wî yê ku wan bi xwînek dî lewitandibû anî. Aqûbî got: ”We di nav xwe de ev plan kiriye. Bi Xwedê, niha divê sebir bikim, û ez ji Xwedê dua dikim ku alîkariya min bike daku tehemila vê ya hûn dibêjin bikim.”

19. Paşî karwanek di wê derê re borî û avkêşê xwe şand ser bîrê. Wî setila xwe berda binê wê. Paşî gazî kir: “Mizgînî! Kurrikek tê de ye!” Wan ew bo xwe rakir wek ku eşyayê firotinê be lê Xwedê dizanî ku ew çi dikin.
20. Paşî wan ew bi çend qirûşên zîvîn firot ji ber ku li wan bar bû.
21. Û misriyê ku ew kirrî, gote jina xwe: ”Wek mêvanekê qedrê wî bigire! Belkî ew feydeyek mezin bide me û belkî em wî bikin kurrê xwe.” Wisan Me li wî welatî warek da Ûsivî daku Em van serpêhatiyan bo wî şirove bikin. Yezdan fermanên xwe diyar dike lê pirraniya mirovan tê nagihin.
22. Piştî ku Ûsiv xurt û mezin bû, Me fehm û aqil dayê. Tam bi wî awayî Em qencîkeran wan xelat dikin.

23. Paşî jina ku Ûsiv di mala wê de dijiya, xwest wî radestî xwe bike; derî lê girt û gotê: ”Were bal min, lezê bike.” Wî gotê: ”Xwedê stara min e. Bi rastî, Xwedê baştirîn wargeh daye min, û mirovên niyetxirab qet bi ser nakevin.”
24. Jinikê ji dil biryar dabû ku Ûsivî bigire, û wî jî dê qebûl kiriba eger fermana Xwedayê xwe nebihîstiba. Me wisan kir daku wî ji gunehê û rûreşiyê biparêzin. Bi rastî, ew beniyekî Me yê dilsoz bû.
25. Herdu bi bez revîn ber derî. Hingê jinikê gumlekê wî ji piştê ve dirrand, û li ber derî mêrê jinikê hat pêşiya wan. Jinik qêrrî: ”Ma ji bilî zindanê yan cezayek giran, çi ye sizayê wî yê ku dixwaze xirabiyê li jina te bike?!”
26. Ûsivî got: ”Wê dixwest min bixirrîne.” Yeke ji xizmetkarên jinikê şahidî kir: “Eger gumlek ji pêşve hatibe dirrandin, hingê xanim rast dibêje û kurrik derewan dike.
27. Lê eger gumlek ji paşve hatibe çirrandin, hingê jinik derewan dike û zelam rast dibêje.”
28. Dema ku mêrê jinikê dît ku gumlek ji paşve hatiye dirrandin, wî got: “Bi rastî, ev lêbên te yên jinkanî ne. Hîlebaziya we dijwar e.
29. Ûsivo! Tu xeman nexwe. Û tu, jinê, daxwaza lêborîna gunehên xwe bike! Bi rastî, tu ji gunehkaran î.”

30. Paşî jinên bajarî gotin: ”Kabaniya axayî dixwaze ku xizmetkarê wê yê xort radestî wê bibe, bêhed bûye evîndara wî. Bi sond, em eşkere dibînin ku ew xirriyaye.”
31. Lê dema ku jinikê gotinên wan bihîstin, wê ew vexwendin mala xwe û xwarinek bo wan çêkir û kêrek da destê her yekê ji wan û got: ”Ûsiv, were pêş çavên wan.” Gava ku wan Ûsiv dît, gelek pesnê wî da û [hay ji xwe nema loma] destên xwe birîndar kirin û qêrrîn: ”Xwedêyo! Ev nikare mirov be. Ev melayketek jêhatî ye.”
32. Jinikê gote wan: “We ji ber wî lome li min dikirin, û rast e ku min dixwest ew radestî min bibe lê wî xwe parast. Lê eger ew bi gotina min neke, bi sond, dê wî biavêjin zindanê û ew dê şermezar bibe.”
33. Ûsivî got: ”Xwedêyo! Zindan bo min çêtir e ji tiştê ku ew dixwazin bi min bidin kirin. Û eger Tu wan ji min dûr nexî, ew dê min bi ber xwe ve bikêşin û ez ê bibim yek ji nezanan.”
34. Xwedê duaya wî pejirand û ew ji niyeta wan ya xirab parast. Bi rastî, Xwedê her tiştî dibihîze û dizane.

35. Paşî bo wan diyar bû ku baş e wî demekê biavêjin zindanê.
36. Du zelamên dî jî yên xort li gel wî ketin zindanê. Yekî ji herduyan got: ”Min di xewna xwe de dît ku tirî digivêşim û dikim mey.” Û yê dî got: ”Min di xewna xwe de dîtiye ku nanî li ser serê xwe hildigirim û teyr wî dixwin. Bo me bêje ka maneya wan çi ye. Bi rastî em dibînin ku tu qencîker î.”
37. Ûsivî gotê: ”Berî ku xwarina we bo we bêt, ez ê behsa xewnên we bo we bikim ji ber ku Xwedê ez fêr kirime. Min dest ji ilmê wan kesan berdaye yên ku baweriyê bi Xwedê û axretê nakin.
38. Ez li ser rêya dînê bavkalên xwe Brahîmî, Îshaqî û Aqûbî dimeşim. Nabe em ti kesî hevberî Xwedê bikin. Ev dilovaniya Xwedê ye bo me û hemû mirovan lê pirraniya xelkê ne spasdar in.
39. Gelî hevalên min yên zindanê! Ma çêtir e ku gelek xweda hebin yan tenê Xwedayekî ku hemû hêz heye?
40. Yên ku hûn ji bilî Xwedê diperêsin, tenê nav in ku we yan bavkalên we danîne. Xwedê ew ji jor ve ferman nekirine. Emir tenê di destê Xwedê de ye. Wî ferman daye ku nabe hûn ji bilî Wî ti kesekî dî biperêsin. Ev dînê rast e lê pirraniya mirovan tê nagihin.
41. Hevalên min yên zindanê! Yek ji we dê meyê bo vexwarinê pêşkêşî xwedanê xwe bike lê yê dî dê bêt xeniqandin û teyr dê bên serê wî bixwin. Qedera pirsa we ev e.”
42. Û wî gote yê ku dê bihata parastin: ”Min bîne bîra axayê xwe!” Lê şeytanî kir ku ew ji bîr bike loma Ûsiv çend salan di zindanê de ma.

43. Paşî paşayî got: “Min di xewna xwe de dît ku heft çêlekên lawaz heft yên qelew dixwarin û min herwiha heft guliyên genimî yên terr û heft yên hişk dîtin. Gelî rêberên min, ka bo min vê xewnê ravebikin bikin madem ku hûn ravekerên xewnan in.
44. Wan gotê: “Ev xewnên tevlihev in û em nikarin yên wisan şirove bikin.”
45. Hingê Ûsiv hat bîra yê ku ji zindanê serbest bûbû û wî got: ”Min bişînin bal wî, ez ê bo we xewnê şirove bikim.”
46. ”Ûsiv! Tu rastgo yî! Bo me heft çêlên zeîf yên ku heft yên qelew dixwarin û herwiha heft guliyên terr û heft yên hişk şirove bike.”
47. Wî gotê: ”Divê hûn heft salan zeviyên xwe wek berê xwedan bikin lê dexlê ku hûn bidirûn divê hûn di guliyên wî de bihêlin, tenê piça ku hûn bixwin ne tê de.
48. Paşî dê heft salên xelayê bên û dê dexlê we bo pêşerojê parastî xilas bike û tenê hinek tov dê bo çandinê bimîne.
49. Piştî wan salan, dê baran bêt û xelk dê bikarin tirî bigivêşin [daku bibe mey û mewîj].”

50. Û paşayî got: ”Wî bînin bal min!” Lê gava ku qasid hat nik Ûsivî, vî got: “Vegere bal axayê xwe û jê bipirse ka ew jinên ku destê xwe birîndar kirin çi dikin. Bi sond, Xwedayê min niyeta wan dizane.”
51. Û paşayî ji wan pirsî: “We çi niyet hebû dema ku we hewl da ku Ûsivî bixirrînin?” Wan gotê: ”Bi Xwedê, me hay jê nîne ku wî ti tiştek xirab kiribe!” Jina axayî got: ”Niha rastî eşkere bû. Min dixwest wî bixirrînim lê ew rastgo ye.
52. Vê dibêjim daku ew bizane ku dema ew ne hazir be ez derewan lê nakim ji ber ku Xwedê rêya rast nîşanî bêbextan nade.
53. Û nikarim bibêjim ku canê min ji gunehan azad e çunkî bi rastî giyan dikeve ber xirabiyan eger Xwedê dilovaniyê nede. Bi rastî, Xwedayê min dilnerm û dilovan e.”
54. Hingê paşayî got: ”Ûsivî bînin bal min. Ez ê wî bikim xizmetkarê xwe. Piştî ku paşa li gel wî peyivî, got: ”Ji îro pêve me bawerî bi te heye û tu payebilind î.”
55. Ûsivî gotê: ”Tu xezîneyên welatî bike bin destê min, ez bi rastî sexbêr û hişmend im.”
56. Wisan me payeyek bilind da Ûsivî daku ew bikare li dereke bi dilê xwe bi cih bibe. Em dilovaniya xwe diyarî wî dikin yê ku Em bixwazin, û Em heqê qenciya qencîkeran jî ji bîr nakin.
57. Bi rastî, xelatê wan yên ku bi fermanên Xwedê dikin dê di pêşerojê de mezintir be.

58. Paşî birayên Ûsivî hatin bal wî. Wî ew nasîn lê wan ew nenasî.
59. Û dema ku wî barê wan hazir kir, gotê: “Birayê xwe yê ji babê xwe bînin bal min. Ma hûn nabînin ku ez bo we baş dipîvim û malxwêyekî mêvanperwer im?
60. Lê eger hûn wî neînin nik min, ez ê qet qûtî nedim we û nêzîkî min nebin.”
61. Wan gotê: “Sond be, em ê bi dilxweşî daxwaz bikin ku babê wî, wî li gel me bişîne bal te.”
62. Ûsivî gote xizmetkarên xwe: “Pareyên wan jî bikin di nav eşyayê wan re daku dema bigihin malê pê bihesin û dîsa vegerin.”

63. Dema ku ew hatin bal babê xwe, gotê: ”Babo, qût dê ji me bêt vebirrîn, eger birayê me li gel me neşînî. Em ê baş çavdêriyê li wî bikin.”
64. Wî gotê: ”Ma ez dikarim wî bispêrim we piştî ku min birayê wî spart we. Lê Xwedê baştirîn parêzvan e; Ew dilnermtirîn dilovan e.”
65. Dema ku wan eşyayê xwe vekir, dît ku pareyê wan lê hatiye vegerandin. Wan got: ”Babo, ma em hê çi hêvî bikin? Ev e pareyên me jî hatine vegerandin, me dexlûdan bo malbata xwe peyda kiriye, em ê baş birayê xwe jî biparêzin û bi qasî barekî hêştirê zêdetir jî qûtî wergirin. Ev qas ne bes e.”
66. Babî got: “Ez wî li gel we bi rê nakim heta ku hûn li pêşberî Xwedê sond nexwin ku hûn dê bi esehî wî li min vegerînin eger rewş rê lê negire.” Piştî ku wan soz dayê, wî got: ”Xwedê ya ku em dibêjin bi cih bîne.”
67. Û dewam kir: ”Lawên min, ne di eynî dergehî re lê her yek di yekî re herrin nav bajarî lê ez qet nikarim we ji ya ku Xwedê bike biparêzim. Çare tenê di destê Xwedê de ye. Ez hêviya xwe dispêrim Wî û bila her kesê hêvî dike xwe bispêre Wî.”

68. Gava ku ew li gor şîreta babê xwe çûn nav bajarî, şîreta wî jî nikarî wan li dijî Xwedê biparêze lê mirada di dilê Aqûbî de hasil bû. Bi rastî, ew agadar bû ji ber ku Me ew fêr kiribû lê pirraniya xelkê fam nakin.
69. Dema ew gihiştin bal Ûsivî, wî birayê xwe [yê biçûk] girt nik xwe û gotê: ”Ez bi rastî birayê te me lewma xeman nexwe ku wan ev bela aniye serê te.”
70. Û dema ku wî barê wan da hazirkirin, yekî [ji xizmetkaran] tasek kir di nav barê birayê wî re. Paşî yekî [ji xizmetkaran] kir hewar: ”Hey, rêvingîno! Bi rastî hûn diz in!”
71. Ew [birayên Ûsivî] li xwe zivirîn û got: ”Çi tiştê we hinda bûye?”
72. Wan [xizmetkaran] got: “Tasa zîvîn ya paşayî hinda bûye. Her kesê ku wê bîne, bi soz, em ê bi qasî barê hêştirekê xelat bidinê.
73. Wan [birayên Ûsivî] got: “Bi Xwedê, hûn baş dizanin ku em nehatin vê derê daku xirabiyê bikin û em ne diz in jî.”
74. Zelaman [xizmetkaran] got: “Pa eger hûn derewan bikin, gerewa wê çi be?”
75. Birayan got: “Yê ku tas di nav barê wî de bêt dîtin, bila ew gerewa tasê be. Heqê kesên pûç li bal me wiha ye.”
76. Pêşî zelamekî ji têrrên wan li tasê gerrî û paşî ji têrra birayê biçûk derxist. Wisan Me ev bo Ûsivî kir hêcet çunkî wî nedikarî li gor qanûna paşayî birayê xwe li nik xwe bihêle eger Xwedê wisan neviyaba. Em kê bixwazin, qedrê wî bilind dikin. Û di ser hemû zanayan re Xwedê hemûzan e.
77. ”Madem diziyan dike, bi rastî birayê wî berî wî jî dizî kirine.” Hingê Ûsivî ew gotin di dilê xwe de veşart û bo wan diyar nekir. Wî ji xwe re got: “Hûn hê jî xirabtir in lê yê herî baş gunehên we dizane Xwedê ye.”
78. Birayan got: “Axayo, babê wî pîr e, gelek êxtiyar e. Yekî ji me li şûna wî bigire çunkî em dibînin ku bi rastî tu mirovekî qenc î.”
79. Ûsivî got: “Xwedê hevza me ji girtina her kesî bike ji bilî yê ku me tiştê xwe pê dîtiye. Eger wisan bikin [anku kesekî dî bigirin], bi rastî em ê bêwijdan bin.”
80. Piştî ku birayên wî ji rizgarkirina birayê xwe bêhêvî bûn, wan xwe bo danûstandinê veder kir. Mezinê wan got: “Ma nayê bîra we ku we bi navê Xwedê soz da babê xwe û we berê jî soza xwe li ser Ûsivî şkand? Ez qet ji vê derê naçim heta ku babê min fermanê nede yan Xwedê wisan neke çunkî ew baştirîn dadwer e.
81. Hûn li babê xwe vegerin û bibêjinê: ‘Babo, bi sond, kurrê te dizî kiriye. Û me tenê soza wan tiştan daye yên ku em dizanin û em nikarin çavdêriya wan tiştan bikin yên ku nayên dîtin.
82. Ji bajarê ku em lê bûn yan karwanê ku em pê re hatin bipirse. Bawer bike ku em tam û tenê rastiyê dibêjin.’”

83. Wî [babê wan] gotê: “Na, we bi xwe ev serpêhatî çêkiriye. Divê ez bênfireh bim. Belkî Xwedê wan hemûyan pêkve vegerîne. Bi rasti, Ew her tiştî dizane û yê herî hişmend e.”
84. Û wî rûyê xwe ji wan veda alî û got: ”Ax, çi xemgîn im bo Ûsivî!” Û çavên wî lehiyên rondikan bûn ji ber xemê ya ku wî vedişart.
85. Wan gotê: ”Bi Xwedê, tu bo bibîranîna Ûsivî zêde dilnazik î heta ku bimirî.”
86. Wî got: “Ez xem û derdên xwe yên giran tenê bo Xwedê dibêjim, û Ew min ji tiştên hûn nizanin agadar dike.
87. Lawên min, herin li Ûsivî û birayê wî bigerin û ji dilovaniya Xwedê guman nekin. Bi rastî, ji bilî bêdînan kes hêviya xwe ji rehma Wî nabirre.”

88. Ew vegerîn bal Ûsivî û gotê: “Axayê dilovan, belayek bi serê me û gelê me hatiye û me tenê piçek pare hene. Lê dîsa jî têrrên me dagire, li me dilovan be çunkî Xwedê dê dilovanan xelat bike.”
89. Wî gotê: “Hûn dizanin ku we çi li Ûsivî û birayê wî kir dema ku hûn nezan bûn?”
90. Wan got: “Bi rastî tu Ûsivî?” Wî got: “Ez Ûsiv im û ev jî birayê min. Xwedê qencî li me kiriye. Bi rastî, Xwedê xelatê qencan ji bîr nake û yên wan jî ji bîr nake yên ku wî diperêsin û bênfireh in.”
91. Wan got: “Bi Xwedê, Wî tu bilind kiriyî raserî me, û bi rastî em gunehkar in.”
92. Wî gotê: “Bila lome li we neyên kirin. Xwedê hûn efû kirine û dilovantirîn dilnerm e.
93. Vî gumlekê min bibin û deynin ser çavên babê min daku ew dîsa dinyayê bibîne. Û hemû malbata xwe bînin bal min.”
94. Dema ku karwan [hê nû] bi rê ketibû, babê wan [li malê] got: “Bi rastî, ez bi bêhna Ûsivî dihesim lê belkî hûn bibêjin ku min hişê xwe hinda kiriye.”
95. Wan [malbatê] gotê: “Bi rastî tu hê jî li ser gotina xwe ya berê yî.”

96. Dema ku mizgîn hat û gumlek danî ser çavên Aqûbî, bînahiya wî dîsa lê vegerî. Wî got: “Ma min negote we ku Xwedê min agadarî wan tiştan dike yên ku hûn nizanin?”
97. Wan got: “Babo, daxwaza efûkirina gunehên me bike çunkî bi rastî jî em gunehkar in.”
98. Wî got: “Ez ê bo we daxwaza efûkirinê ji Xwedayê xwe bikim. Bi rastî, Ew efûker e, dilovan e.”

99. Dema ku ew paşî hatin nik Ûsivî, wî dêbavên xwe girtin bal xwe û gotê: “Bi îradeya Xwedê, bi aramî û êmnahî li Misirê bi cih bibin.”
100. Û wî dêbabên xwe li ser textî danîn lê wan xwe li pêş wî çemand. Wî got: “Babo! Ev şiroveya xewna min ya kevn e, Xwedê ew kir rastî. Wî qencî li min kir dema ku Wî ez ji zindanê serbest kirim û ez ji çolê anîm vê derê piştî ku şeytanî dubendî di navbera min û birayên min de derxist. Bi rastî, Xwedayê min baş dizane ka çi dike. Bi rastî, Ew hemûzan û yê aqildartirîn e.”
101. Xwedêyo! Te hêz daye min û ez fêrî şirovekirina bûyeran kirime. Danerê erd û esmanan! Li dinyayê û axretê Tu alîkar î. Bila ez ta mirinê bawermend bim û min jî ji kesên qenc bihesibîne!”

102. Ev yek ji serpêhatiyan e ye ku te nedinasîn lê Me pêşkêşî te kir ji ber ku tu ne nêzîkî wan î dema ku ew plan û hîleyan hazir dikin.
103. Lê tu çi qas bixwazî jî, pirraniya mirovan bawer nakin.
104. Tu [bo dana van şîretan] pare jî ji wan naxwazî. Ev hişdarî ye bo hemû mirovên dinyayê.
105. Çendîn nîşan li erd û esmanan hene lê ew di ber re diborin û mereq jê nakin!
106. Û pirraniya wan ji Xwedayê tenê bawer nakin lê xwedayên dî dikin hevkûfên Wî.
107. Ma ew ji biryara Xwedê ya ku dê li ser kesî bêt dan yan jî belaya ku ji nişkê ve bêt parastî ne?
108. Bibêje wan: “Ev rêya min e, ez we vexwînim bal Xwedê ve ji ber ku Ew rêberiya min dike wek ku rêberiya yên berî min kiriye. Pesn bo Xwedê. Ez nadim dûv bêdînan.”
109. Berî te, me zelam tenê ji nav bajariyan dibijartin û fermanên xwe pê radigihandin. Ma ew li dinyayê negerîn û wan nedîtin ka çi bi serê yên ku berî wan dijiyan hat? Cihê yên ku [Xwedê] diperêsin dê bi rastî çêtir be. Ma hûn hê jî fam nakin?
110. Dema ku qasidên Me diketin bêhêvîtiyê û xelkê bawer dikir ku derew bo wan hatine kirin, Em dihatin alîkariya wan. Wisan Me ew kesên ku bi dilê Me bûn diparastin, û rê li ber cezayê ku Em didin gunehkaran nayê girtin.
111. Bi rastî, di van serpêhatiyan de ders bo kesên tê bigihin hene. Ev ne çîrokek çêkirî ye lê tenê pesindkirina bûyerên berê ye, şiroveya her tiştî ye û rêber û dilovanî ye bo yên ku bawer dikin.

* ALR anku ”Elîf Lam Ra”: Wateya van her sê herfan û hin herfên dî yên di Qur’anê de nayê zanîn. Hin şiroveker maneyên cuda-cuda didin wan lê pirraniya ravekeran neçar in bibêjin ku ”Xwedê baştir dizane”.
** Dema ku Xwedê di Qur’anê de behsa xwe dike, dibêje ”Em” yan ”Me”, ne ”Ez” yan ”Min”.



No comments:

Post a Comment