Thursday, January 22, 2009

Zekeriya Temer: 26 çîrokên kurt

26 çîrokên kurt

DIJMIN

Nivîsîn:
Zekeriya Tamir


Wergerandin ji erebî:
Arif Hîto












Weşanên Taybet yên Kovara MEHNAME

© Tîrmeh 2003
Arif Hîto
û MEHNAME
1 - Destpêk


Polîsî fîtkek lêda, tîrojkên roja spêdê helatin, caddeyên bajêrî bi ronahiyeka zer mîna sêpêkeka pîr ruhn kir, li wî demî mirov bi peşîmanî ji xew hişyar bûn, enî girê.



























2- Asmanê berze


Du çûçikan dada ser takê darekê ji wan darên li ser lêva caddekê, her duwa bi helatina roja spêdê nestrand, lê bi şepirzeyî u pirr bi çirîset li hev dinêrîn, êkê gote ya dî:
- Dê kû ve firîn?
Asmanê me firokeyan dagîr kiriye.
Ji bilî asmanê qefeskan, me çi nemaye.
Em dê perrên xwe berze kin.
Em dê strandinê ji bîr kin.

Herdu çûçikan mawer kirin frokeyeka reş, bi lez li asmanî difirî, bi çirîset li hev nêrîn, bajêr mîna devekê didantûj lê dihat. Danê kujek xwarin, herdu çûçik mirî keftine ser lêva caddeya çîmentoyê.

















3 - Êxsîr


Du kalepîr li ser lêva caddê bi hêwaşî diçûn û bi xemokî dipeyivîn.
- Ev zemane, zemanê dûmahiyê ye. Pergalê me ji xirabiyê berev xirabtir e. Dem hatiye daxwazname bihêt nivêsîn.

- Daxwaznama çi?!

- Ew daxwaznama pêdivî ye bo Xwedê mezin bihête
bilindkirin.

- Em dê çi di wê daxwaznamê da nivîsîn.?

- Dê nivêsîn, em evên me îmza kirî, daxwazê ji xudanê dinyayê dikin ku leşkerekê çekdar bi nûtirîn çek bûme bihinêrît û bihêne ser tuxîbê welatî û şerê dujminan biket û seredreyiya êxsîran digel me neket.

- Eger daxwaza me bi cih nehat, em dê çi kin?

- Em dê daxwaznameka dî bo bilind kin û dê jê daxwaz kin ku me ji her pênc nivêjan efû biket.

- Eger razî nebû?

- Nexêr, dê qayil bît, herwesa dê me ji rojiyan jî efû ket, Xwedê mîhreban û dilovan e.



4 - Tol


Hindek zarok li gorepana xwandingehê xirve bibûn, bi germî yaríyeka nû dikirn.
- Ez Tarzan im.
- Ez Enter im.
- Ez milyoner im.
- Ez dahênerê qumbeleya atomî me.
- Ez polîs im.
- Ez dahênerê firoka me.

Hemî zarok bi dahênerê firokan werhatin û bi şeq û pên û kulman lê didan, wî jî dikire qêjî uhewar dikir ku êk wî rizgar ket.


















5- Zelam


"Spasî ji bo Xwedê ku em dan zelam, li demên tengaviyê
weku bayê bezê bo pêşve dikeyne xar, em qurtal
dibîn û nakevîn. Spasî ji bo Xwedê ku nedane jinik, di
mal ve rûniştî, bombayên dujminan me bisojin herwek
goreyên kevn. Spasî ji bo Xwedê ewê ji bilî û kes dî
ne."
























6- Metirsî


Ji xîfzankekê hate pirsîn, dê paşeroj çewa bît, bêyî dudilî got.

"Mezin dê tê çin, zarok dê tê çin, pişîk û balinde û gul dê tê çin, xanî û kitêb û ala dê hêne sotin, kursîkên xwandinê û wêneyên yadgaran dê berze bin, napalm dê girnijînê û ezmanê erebîyê û sumbilan ji bin havêt, xestexane dê herifin, kargeh dê herifin, baxçe dê herifin, jinik bê eba dê li ser caddeyan bimeşin."

Demê ev xeybe di pirtûkekê da bi dirêjî hatiye belavkirin, hemû welatparêzan berhelistiya xwe bo çarenivîsa jinikê derbirî û daxwaz kir bi mal û bi giyan qurbanî bidin ji bo
rêgirtina vê metrisiya dihêt.
















7- Beheşt


Ew zelamên da nivêjê ken, bi çirîset hêv dikirine melayê mizgeftê, zelamekî bi dengekê nizm pirsiyar ji melayî kir:

"Erê mela, firoke li beheştê hene?

Melayî lê vegerand: "Çi firoke li beheştê nînin."

Bêhna zelaman hat, b dilxweşî gotin: "Sppas bo Xwedê."





















8 - Gotar


"Bi Xwedê bêdengiya me li ser dujminî ne ji ber lawaziyê bû, lê ji ber kubarî û mezinahî û ciwanmêrî û baweriya bi xwe hebûnê bû. Gotin me nefta we divêt, me got nefta me bibin. Em neviyên Xatemê teyn e, gotin şerekê berberlav digel hizirên nûhanî bikin, me got em xudanên hat û batiyê ne, me sêpêk danan û me zîndan ava kirin. Wan viyan bajarekî dagîr kin, me çendîn bajar kirin di destan da, daku bo wan aşkira bikin ku em çi pûte pê nakin, eger wan firoke û bomba hene, me sincê rast û binemayên asmanî hene, çend cudahiyeka mezin e di navbera heyiyê me û heyiyê wan da, em bihêztir in, çunku em bi rastiyê û ruhê çekdar in, ne bi maddeyê çunne û çewtiyakeftî."

















9- Nîşana qurtalkerî


Ezmanê erebî b bilindtirîn nîşan hate xelatkirin ji bo pişkdariya wî di vegerandina şkestineka leşkerî bo serkeftinê, navê şerî kir xwevekêşan û nave xwevekêşanê kir bergirî û navê bergiroyê kir pehlewanî û nave pehlewaniyê kire serkeftin. Em li ser dujmnan bi ser keftin herwesa dê li ser tabûrê pêncê jî bi ser kevîn, ew tabûrê şiyanên şerî yên zimanê erebiyê pişt guh dihavêt.























10- Bo çi?



Qutabî ji mamostayê xwe pirsî: Cudahî di navbera mirovî
û ajelî da çi ye?

Mamostayî di bersivê da got: "Ajel na-axivît, lê mirov diaxivît."

Mamosta rast dibêjît, em karmendên radyo û televizyon û rojnamegeriyê baştirîn peyvker in, lewa pir ji dil spasiya danerê erd û esmana dikeyn ku ezman daye me, mifayên axiftinê zor in, nahêne hijmartin, demê me şerê dujmin dikir, peyvên me rolekê giring hebû, bi mêranî berhingariya dujminan dibûn, firokên wan êxistin, debabeyên wan sotin û leşkerê wan tarûmar kir, lê bo çi ewa bûyî bû?! Her çende peyvên me mîna pehlewanan berevanî dikir, lê di ser hindê ra jî em şkestin.














11- Nehêlana hejaran


Hêja Silêman Qasim birsî bû, hemî ew rojnamên pesn û başiya sîstemê rijêmê ji bo nehêlana hejariyê behs dikir xwarin, piştî ji xwarina rojnaman têr bû, spasiya Xwedê kir û baweriyeka mukim bi axiftnên rojnaman îna.


























12- Bernameyek radyoyê


Bêjer: Bira navê te çiye?
Genc: Ebdilmen'im el-Çelebî.
Bêjer: Te jin înaye?
Genc: Nexêr, ez ziguord im.
Bêjer: Karê te çi ye?
Ggenc : Ez bêkar im.
Bêjer: Bo çi tu şol nakî? Erê tu zengîn î yan te gêwlê karî nîne?
Genc: Ez ne zengîn im, û min gêwlê karî jî heye. Eve çendîn sal in ez bo xwe li karekî digerim.
Bêjer: Umêda te çi ye?
Genc: Niha ez bimirim.
Bêjer: Guhdarên xweştivî, bêguman e ku biraderê hêja Ebdilmen'im el-Çelebî welatparêzekê b ext û bar e, herwek hûn dibînin mirada wî daxwaza mirinê ye. Çunku pişkdariyê di avakirina civaka me ya pêşkeftî de nake.














13- Zarok


Zarokekê biçûk ji dayika xwe pirsî: "Mifayê herdu çavan çi ye?

Navçavên dayikê bûne girê û b tirs û hayve bersiva wî da û gotê: Çav hatine çêkirin daku bi evînî û rêzgirtin hêv kene wêneyên serkêşên welatî.

Zarokî got: Û guh?

Tirsa dayikê pitir lêhat û gotê: Daku guhdariya fermanên fermî bikin û guhdariya gotarên ramyarî bikin.

Zarokî got: Û ezman?

Dayikê got: Ezmanî çi mifa nînin ji bilî harîkariya da'ûrana xwarinê piştî bi didana dihête vecûn û hûrkirin.

Girnijîneka mijdar li ser lêvên zarokî hate nexşandin, lê dayik di nav tirseka kujek da vedilerzî.











14- Pehlewan


Bêjera televizyonê: Seyda Xalidê kurê Welîdî, eger ruxset bît, ka çewa tu bûyî pehlewanek binavûdeng, bo bîneran şirove ke.

Xalidê kurê Welîdî: Ez bi harîkariya xwêya endirusî bûme pehlewanekê binavûdeng. Her roj spêdê du kevçkên xwêya endrusî da keme di nav perdaxek avê da û da vexwim, xwêya endrusî her weku hemî dizanin ku mêlaka çalak diket û rûvîka paqij diket û leşî bihêz dêxît û mejî tîjtir lê diket û vedijînît.




















15- Evînî


Polîsê hêja, te çawan bivêt wesa lê bigere, jina min ne çapxane ye belavokên ramyarî yên ruxîner çap biket, keniya wê ne pîlaneka îstimarî ye û tu neşêy lêk bidî ku rexneyeka rastewxo dijî sîstenê rijîman e. Bi taybetî berî ez hez jê bikim, min jê pirsîbû ka reya wê li ser rijîma desthilatdar ya niho ya vî welatî çi ye. Her devlidest bersiv dabû ku gelek hez jê dike, paşî min derfet dabû dilê xwe ku vê hevwelatiya têgehiştî bihebînît. Û dema bo cara yekem min maçî kir, em herdu ji xweşiyan dilerizîn, her weku me di pêvajokeka şoreşgêrî da dest diqutan. Polîsê hêja, ma tiştek ji vê dilsoziya me zêdetir heye bo welatî?


















16- Gunehbarî


Ez hevwelatiyek hejar im, wek hemî hevwelatiyên dî yên hejar. Cilkên min wek cilkên wan in, aşkê min wek yê wan e. Ez jî wek wan ditirsim. Lê dema dewletê şerefa karkirinê di kargeheka xwe de daye nub, bihayê vê destkeftiyê min nedizanî. Heyamek pê ve çû, min daxwaz kir ku muçeyê min zêde bibît û hemî fermanên fermî yên aborkirinê û pêdivîtiya malî ji bo şerê dijminan min pişt guh avêtin. Min nedizanî ka dê çend ziyan bi welatî keve eger daxwaza min bi cih bêt çunku eger muçeyê min zêde biba, da parê dewletê kêm bît û eger parê dewletê kêm bît, ew parê dihête mezaxtin bo kirîna wîskî û cilkên jinan û tirimpêlên nû û bêlayên bilind jî dê kêm bît. Evca eger wîskî kêm bû, jin sil bûn, tirimpêl kevn bibin û bêlayên bilind bibin xaniyên biçûk, bêguman e ku dilxweşiya berpirsan ji herdu layenên dîrokî û babetî ve derbareyî welatî dê kêmtir lê bêt. Û eger dilxweşiya berpirsan kêm bibît, dê wureya wan dabezît û êdî gêwlê wan xweş nabe, evca hemî gotar û beyanname û gotinên wan jî dê sar bin û dijminan natirsînin... Ji ber vê hemiyê demê min daxwaza zêdekirina muçeyê xwe kir, di xizmeta dijminan de bû, û min pişkdarî di serkeftina wan ya derûnî de kir. Lew fer û giring e ku ez bi nexweştirîn siza bihêm cezakirin.

Têbînî: Ev hişyariya ji nişkekê ve bo min peyda bû,
çi hevbendî di gel nîne desteserkirina min û birina
min bo bingehê polîsan nîne, çunku li wêrê çi pirsiyar
ji min nehatine kirin ji bilî pêşniyarên min ji bo
pêşvebirina berhemî.

17 - Semiyanê hemî tiştî


Polîsî herdu enîşkên xwe dananeser şûrha û bi dengek zivir gazî kirê:

- Ey rûbar.
+ Kî ye gazî min dike?
- Ez im gazî te dikim.
+ Tu kî?
- Ez polîs im.

Ava rûbarî lerizî, lê polîs pê ve çû û gotê: ger te bivêt ne hêye derêxistin û hemî emrê xwe li xerîbiya neborînî, pêdivî ye bi nivîsîn mor bikî ku çi caran tu mayê xwe di siyasetê nakî.


+ Lê ev welate welatê min e.

Polîsî bi gef gotê: Ma te divêt bihêyî zîndankirin?

Rûbarî fermana polîsî bi cih îna û da zanîn ku rêzgirtin û taeta semiyanê hemî tiştan biket.









18- Ji pêxemet welatekî dilê rêvingan xweş biket


Bo her kesê şolejê: Em giyandarên mirov ewên pîstir ji pîsiyê û ewên li kolanên teng û tarî dijîn, daxwaz dikîn:

1 - Rê bidin me ku em rûs bi rê ve biçin, daku aboriyê di parê cilkan de bikin û herwesa da tîrojk û ba li leşên me bidin.

2 - Em xestexaneyên fermî bi herwe yên aşkê me jê vekin, em aşkên jiyana me têk didin, bêy hîç behaneyeka welatparêzî.

3 - Serên me jê vekin, nemaze piştî bi girov hatiye xwiyakirin ku çavên dîtinê û guhên bihîstinê û ezmanê axiftinê û mejiyê hizirkirinê û mejiyê nehizirkirinê mirovî xaîn dikin.














19 - Zincîrên miriyan


Dibêjin zelamekî jinek diviya, lê jinê şû pê nedikir, bi sersormayî jê pirsî:

- Tu bo çi şû bi min nakî li wê demê her wek tu dibêjî ku te gelek ez divêm?

Jinikê gotê: Min tu divêyî lê binemala we ji babkalkên kevn be miriyên xwe naveşêrin, evca çawa te divêt dihel te di joreka miştî cendek ve bijîm.

Zelamî bêhnekê hizrên xwe kirin û paşî gotê: Tu rast dibêjî, miriyan goristnan hene, ne malên giyandaran.

Dest pê kir, kûrkek kûr kola daku termên babkalên xwe tê de veşêrî, lê pêjnên babkalk û dijminan bi zincîran girê da û di wê kûrka kûr ya kolayî de veşartin.

Jinik negiriya lê şûrê dildarê xwe îna der û bêyî bêzarî ma li jivanê wî daku şerê babkalk û dijminan bike.











20 - Roj û heyv


Tirsonekê sax baştir e ji wêrekê mirî, destên bihêz maçî bike û di dil de bêje bişkê. Eger te daxwazek ji seyekî hebe, bêjê: Ezbenî. Guhdarê yekem be û ne guhdarê dûmahiyê. Yê ne guhdar çi rey nînin û eger axiftin zêr e, qayîlbûn gencîneka bêdûmahî ye. Yê hesûd çi caran bi xwe xweş nabe. Rast be herwek ferman bo te hatî û guhdariya serdar û semiyanan bike. Herkesê li ser rêkê çûye, gehiştiye.






















21 - Zarok dikenin


Rojekê padîşahekî hindek zarok li nav zeviyekê dîtin, yarî dikirin û bi dilxweşî dikenîn. Jê pirsî:

- Hûn bo çi dikenin?

Zarokekî got: Ez dikenim çunku esman şîn e.
Yekî dî got: Ez dikebim çunku dar kesk in.
Yê sêyê got: Ez dikenim çunku çûçik difirin.

Padîşahî hêv dikir esmanî û çûçikan û daran, dîtin bê kenî ne, bo wî xwiya bû ku keniyê zarokan ji bilî tiranekirinê bi padişahî û desthilatdariya wî çi armancên dî nînin. Vegerî qesra xwe û biryarek da ku xelkê mîrgeha wî êdî nekenin. Xelkên pîr û kal guhdariya biryarê kir û êdî kes nedikenî lê zarokan çi pûte bi biryara padişahî nekir û herdem dikenîn çunku dar kesk bûn û esman şîn bû çûçik difirîn.













22 - Bertîl


Zelamên taxê civînek best û tê de behsî dîn û dinyayê kirin. Zelamek rihspî bi gazin got:

- Dijmin di şerî de şiyan me çunku em ji dînê xwe yê paqij dûr keftibûn. Hûn dizanin ku ew şkestin siza û agadarî bû, cezayê gunehên we bû, agadarî ye ku ayinde miştî atav û karesat e.

Yekî kolanî rabû û got: Em çi bikin, rêkê nîşa me
bide.

Zelamê bi rih gotê: Bi tobedarî û bi peşîmanî li dînê xwe bizivirin, daxwaza efûyê bikin, û biryarê bidin ku êdî baş bin.

Zelamekî got: Lê em nivêj û rojiyên xwe digirin û çi ziyanan nagehînin kesî, spêde û êvarê Xwedê li bîra me ye.

Yê bi rih got: Ya hûn dikin ne bes e, pêdivî ye hûn mizgeftekê ava bikin daku peyva Xwedê li ser bilind bibît.

- Lê em hejar in û avakirina mizgeftê pareyek zor pê divêt.

Yê bi rih bi kerb gotê: Hey malxirabo! Hûn mizgeftê ava nakin ji ber hindek behaneyên çine û bêbiha. Hûn hemî mal û pareyê xwe li jiyaneka fenayî dimezêxin, bi reş bît yê jîna dinyayî li ser rezamendiya Xwedê diçêtirînît.
Zelaman b şermînî serên xwe çemandin. Xelkê wê taxê, bo maweyek dirêj man birsî, lê wan mizgeftek ava kir, minara wê mîna rimeka kerbvebûyî bû, hind bû bigehîte asmanan û firokên dijminan kun biket.





























23 - Tûjandin


Tûjînerî got savayek di landikê da: Hişyar bî direwan nekî, her tiştekî tu ji heval û hogirên xwe bizanî bibêje.

Savayî bersiv neda.

Tûjîner jê bêzar bû. Ji kerb ve got zarokekî: Tu dûr î neaxivî?

Zarokî berda girî. Tûjîner bêzar bû, gazî reşekên xwe kir, her devlidest hatin - qamçî û şev û mirin di destan de bûn.



















24 - Wesiyet


Wî kalepîrê li ber mirinê, yê gelek ji kur û neviyên wî bi xemgînî li dora wî xirve bûbûn, bi herdu çavên xwe yên westiyayî hêv dikir dêmên wan yên damayî û cilkên wan yên diriyayî. Bi dengek nizm û peşîman û pir lerzîn gotê:

- Eve ez dê mirim û çi tiştê mifadar bo hingo min li dûv xwe nehêlaye.

Diviya berdewamiyê bi axiftina xwe bidet, lê êşanek dijwar ji nişkekê ve bêdeng kir, leşê wî hemî dilerizî, çavên xwe danane ser hev û di bin lêvlêvka ve hêdî got kur û neviyên xwe:

- Gelî kur û neviyên min, jiyan seyr û semere ye. Her tiştek xirab û kirêt wê bikin, çivêliyê li erdê belav bikin. Rastiyê nebêjin xwe eger kinifa sêdarê bi stoyê we ve bît. Derewan bikin, salîskî û melaqiyê bo zengîn û berpirsan bikin, temeloqê bo mirovê çine û yê keftî û yê vala û yê vilvil bikin çunku paşeroja geş bi tenê ya wan e. Her kesê ji nû bi ser dikeve, destan bo biqutin, û her kesê du pêngavan paş dikeve, dijûnan bêjinê. Xwe serxweş bikin. Nivêjan nekin. Rojiyan negirin. Başiyê digel kesî nekin. Bibin çeprew û bibin rastrew, bibin rojhilatî û bibin rojavayî. Kerbê ji kitêban hilgirin çunku girnijîna berpirsekî ji hezar kitêban baştir e. Dijminên lawaz û hejaran bin. Li bin sîbera yên pêçêbûyî û yên bihêz rezîl binivin. Pesnên hêja bo kesên nehêja bidin. Destan bo rewîna seyan biqutin. Deholan lê bidin daku kesî guh li strîna bilbilan nebe.

Ew kalepîrê li ber mirinê bi dijwarî tingijî, gelek hewl da ji hemî dilê xwe biket qîjî û çi tiştê bivêt bêjît, lê di wî demê de mirin hat û bêdengiyek miştî kovan û peşîmanî, yê li ber mirinê girt û berneda.





























25 - Dûmahîk


Mamostayî gotqutabiyên xwe yên zarok:

- Wek ku min bo we gotiye, sal ji çar werzan pêk dihêt, ew werz çi ne?

Qutabiyan pêkve gotin: Payiz.

Mamostayî got: Payizê belgên daran zer dibin û zeviyan dikêlin û ewr dihên.

Payiz hat, belgên daran zer bûn û weriyan. Ew termên di şerî de hatin kuştin demî dapoşîn û çi term di gorên kolayî de nehatin veşartin.


Qutabiyan pêkve gotin: Zivistan.

Mamostayî got: Zivistanê baran dibare û erdî av dide.

Zivistan hat, firokên pirtikandî û firokvanên me yên mirî û bêguneh mîna tovî ketibûn ser zeviyan, baran lê dibarî.

Qutabiyan pêkve gotin: Bihar.

Mamostayî got: Biharê rengê dinyayê kesk dibît.

Bihar hat, erdî kirasekê keskî gulgulî kir ber xwe, lê bajaran û dayikan her kirasên behiyê di ber bûn.

Qutabiyan pêkve gotin: Havîn.

Mamostayî got: Havîn werzê dirûnê ye.

Havîn hat lê erdî çi sunbilên genimî şîn nekirin, belku hindek firokeyên nû şîn kirin û hindek zelam bo mirineka dî dimeşîn.



























26- Dûmahîkeka dî


Bi livîneka mişt ji kerbê, zelamekî devê xencera xwe heta destikî di erdî çikiland û paşî guhê xwe bi rûyê erdî ve na, bi sersormayî ve got:

- Erd digirît.

Paşî careka dî guhê xwe pê ve na b keyfxweşî got:

- Erd mir.

Û dema cara sêyê guhê xwe pê ve nayî, ji bilî dengê postalên serbazan, çi tiştê dî nebihîst.

No comments:

Post a Comment