Thursday, January 22, 2009

Bo te ji welatek dûr dinivîsim

bijartin û wergerandin: Husein Muhammed


Bo te ji welatek dûr dinivîsim

- Gulbijêrek helbestên wergerandî -


Guillaume Apollinaire – Hans Arp – Bertolt Brecht – Camî – Gaius Valerius Catullus – Paul Celan – Robert Desnos – Gunnar Ekelöِf – Margiad Evans – Umer el-Ferîd – Hugo von Hofmannsthal – Jaan Kaplinski – Géza Képes – Valery Larbaud – Federico García Lorca – Andrew Marwell – Pablo Neruda – Octavio Paz – Arthur Rimbaud – Muriel Rukeyser – Paulos Silentarios – Dylan Thomas – Georg Trakl – Giuseppi Ungaretti – William Butler Yeats











Daxwazê dehfdayî

Pablo Neruda (1904 – 1973)

Daxwazê dehfdayî êvaran torra xeman diavêjim
okyanosa çavên te.

Ji nav bilindtirîn agir serê xwe radike bêkesiya te ya dişewite,
mîna yên keştiya wan noqîbûyî destên xwe dihejîne.

Îşaretên lezgîniyê yên sor dişînim bo çavên te yên gêjelok
yên dibiriqin mîna derya li dor fenerê.

Tenê tarîtiyê vedişêrî, delala min ya dûr,
ji awirên te carinan qeraxên erjengiyê dixwiyin.

Daxwazê dehfdayî êvaran torra xeman diavêjim
okyanosa pêldar ya çavên te.

Firrindeyên şevîn dinikilînin stêrên pêşîn
yên diçirisin mîna canê min dema ji te hez dikim.

Şev çargaviyê dike bi mehîna xwe ya sîtavkî
û diçîne serikên simbilên şîn li şovan.


Li kujiyê yekem dizivirrî rastê

Robert Desnos (1900 – 1945)

Li kujiyê yekem dizivirrî rastê
Bi kolana beravê ve dimeşî
Li pirê derbas dibî
Deriyê xanî diqutî

Roj dibiriqe
Çem diherrike
Cerrikê pelargonî di pencereyê de vediheje
Li berava din tirimpêlek dibore

Dizivirrî li dîmenek şeng binerî
Pê nahesî ku derî li pey te vebûye
Kabanî li derazînkê ye
Xanî tijî tarî ye

Lê li sifreyê teyisînek diyar e
Tava rojê ji fêkî û şûşeyekê
Ji sênîkekê û raxistekekê diteyise
Û tu li wir li derazînkê radiwestî, li aliyê din
Dinya tijî yên wek te
Li aliyê din tenêtiya te ya hemû dinyayê
Dihurmîne


Keştiya mestbûyî

Arthur Rimbaud (1854 - 1891)

Dema hêdîka bi Herrikên bêxem re dimeşîm, pê hesîm
ku êdî kêşvanan serkêşiya min nedikir: çermsoran
bi qîjînî ew kiribûn hedefên xwe,
bi darên gelerengî ve girê dabûn.

Keştîvan qet ne xema min bûn, xema min,
barkêşa dexlê flaman, çîtê îngilîzan. Dema
bi carekê dawî li kêşvanan û wan mijûliyan hat,
Herrikan hêla xwe berbidim çi dera dilê min dixwest.

Zivistana borî min xwe hînik kir li ber pêlên dijwar
yên rabûn û daketina avê, bêhesttir ji mejiyên berşîran!
Qet negihane şehyanên ji wan serkeftîtir
ta Nîvgiravistanên ji bejayê veqetiyayî jî.

Bahozan pîroz dikirin her şiyarbûna min ya deryayî.
Ji derqefankan siviktir min sema kir deh şevan
di ser pêlan re yên tên gotin hêskên herherî ne,
û min bêriya fekirina balnekêş ya ewrengiyan nekir!

Şirîntir ji goştê sêva ji zarokan ve tirş
qurmê min yê şeşdarî ava kesk mêt xwe
û şûşt verişîn û lekeyên şîn yên meyê
û virr avêt paşok bi aliyekî, lenger bi yek dî ve.

Ji hingê ve min xwe veşûştiye di Helbesta Deryayê de
ya tê de stêr dişilin, ya şîrê rêya kadizan jê diçipe,
û ya şîniya kesk dadibil'îne; ya carinan dikeviyê
xayinek dilpak yê di ramanên xwe de xeniqî;

ya tê de kûriyên şînbûyî, gêjî û rîtmên hêdî
tavilê rengîn dibin li ber birqokên zêrîn yên rojê
dema lekeyên xwîna tal ya evînê dest bi meyînê dikin,
ji alkolê tûjtir, ji van helbestan bêkinartir!

Ez dinasim ewrên birûskan şeqkirî, peykelên babelîskan,
pêlên li hev didin, herrikên deryayê; ez dinasim êvarê û
Spêdeya firrok mîna refa hacîreşkan; û carinan
min ew dîtine yên mirovan bawer kiriye dîtine!

Min dît ka çawan roja erjengiyên efsûnî herrimandî ava bû
û ronahî da bi dirêjiya tîrojên cemidî yên şîn û sor ve;
li dûr dicolîn pêlên bi xîçikî dilerizîn
ta mîna pêşkêşkerên şanoyên serdemên kevnare!

Ez xeyal dikim şevek kesk û berfên wê yên korbûyî,
xeyal dikim maçekê ya li ber çavên deryayê hêdîka radibe,
û dewrek berê nedîtî ya gezo û kîtreyan
û haybûna stranane ya fosfor ji şînî û zeriyê!

Bi mehan ez mîna garrana harbûyî
bi pêlên mezin re revîm berev zinarên di avê de;
min nedizanî ku Meryem dê bi piyên geş
bidin ser û bigirin derûlêvên intok yên Okyanûsan.

Ez didehimîm, bizanin, Floridayên nayên bawerkirin
yên tê de dibiriqin tevlihev gul û çavên pilingên
ji çermê mirovan! Keskûalayên li jêr asoyê
keriyên gewr digirin, şidandî goya hefsar bin!

Min dîtin avzêlên bilqok yên neditemirîn, xefikên
tê de tevaya Leviathan dê di nav rûlan de şil bibe!
Min dît av dadirijin bêbiniyan li nav tenahiya avê
û dûrahî min dîtin bi gurmînî dadiqulipin kendan!

Qeşageh, hetavên zîvîn, pêlokên morîkî, esmanên
rejîkî! Çûnên kabûsane berev tengavên têrherrî
yên lê marên kirmokan xwarî hêdîka
li gel hilfûrîna bêna reş aşt dibin ji darên çemiyayî!

Dilê min dixwest doradên pêlên şîn, wan masiyên zêrîn,
masiyên stranbêj, nîşanî zarokan bidim.
- Ez, ya bêxwedî, vekişandim xewê serikên kefok yên gulan
û bayên nayên baskirin carinan ez diçengandim.

Carinan, dema navik û navçeyan ez ji birsan
şehîd dikirim, kinkinên deryayê bi nermî dihejandim,
û devên zer yên gulên xwe yên xumamiyê deryayê hildidan
berev, û ez dimam li wir wek jin li ser çokên xwe...

Ez hema giravek bûm, li ser rexên min dihejîn
gen û gazinên firrindeyên çavspî yên pitpitker.
Û wa diseyirîm ta bi alavên min yên nazik re
yên xeniqî li ser pişta xwe di xew diçûn! ...

Lê ez, keştiya di bin pirçên kendavan ve mayî,
ya bahozê veweşandiye esmanek bêfirrinde,
ya kelexê wê yê ji avê mestbûyî dê barkên Hansayan
ranekiriba, û ne jî keştiyên zirîpoşî -

azad, fistewî, bihêz mijên binefşî
min kun kiriye esmanê sor mîna dîwar
yê dibe lezet bû helbestvanên baş:
lîkenên rojê û gilîzê şîn yê hewayan;

ez darê dîn, bi saya hespên deryayî yên reş,
ya parasû hînik kirin û şilqand karebaya heyvokan
dema tîrmehê bi derbeyên mîrkutî dest bi şkandina
berçêlkên gurrbûyî yên esmanên şînî deryayî kir,

ya recifîm dema bi dehan qûnaxan dûr hesîm
bi telewiya Behemotan û nalîna hejariyên hêdî -
ez, gerroka herherî ya şîniya neleqok,
ez bêriya Ewropayê, pertalên wê, dikim!

Min dîtine stêristan! û girav, yên
esmanên wan yên harker vekirî ne bo rêvingan:
- ma di van şevên bêbin de dinivî û xwe vedişêrî,
milyona firrindeyên zêrîn, ey hêza dijbendiyê!

Lê, bi rastî, ez zêde girîme! Spêde disojînin.
Hemû tavheyv zal in, roj hemû tal in:
evîna bextreş ez sermest kirime, werimandime.
Ax xwezî bipirtikiya makedar! Ax daketa deryayê!

Ger bêriya avek Ewropayê bikim, lîçikek reş û sar e
ya li ber xumamiya bêndar zarokek
ji bêsebriya xwe wê têk vedide û tê dihilîne
keştîkek wek pelatînkan li gulanê nazik.

Ey hilfûrîn, ji westanên we xwe vedişom,
nikarim hevrikiyê bikim li gel pembûkêşan,
ne êdî biseyirim bi serbilindiya alayan, perçeman,
ne jî biçim ser rêyan ber awirên xofdar yên keştiyên daşkestî.









Xort bûm bêxem

Dylan Thomas (1914 – 1953)

Û dema xort bûm bêxem li bin çeqên sêvan,
li ber xaniyê dicolî bextiyar bûm wek giya kesk bû,
stêrîn bû li raserî çalê şev,
demê dihêla biqîrrim,
wek zêrr hilkevim geşiya çavên xwe,
û bi erebaneyan şahane bûm ez mîrê bajarê sêvan
û carekê şeng bû dema min pel û dar dawerandin
nav herrikên ronahiya bi hezaran kerbên
fêkiyên daketî, li gel dexl.

Û kesk bûm dema bêxem bûm li nêzî çeperên çeleng,
li meydana bermala bextxweş distrîm mala min bûn welat,
tenê carekê li ber tava ciwan
demê rê da yariyan bikim,
zêr bûm di nav bereketên wê dayî de
û zêrrê kesk bûm ez nêçîrvan ez şivan, golikan
bersiva zirneya min dida, bi zelalî bi xwînsarî gur li serê giran dizûrîn
û roja pîroz hêdîka
dijenandin kevirên herrikên pîrozwer.

Dem hemû rojê diherrikî, şeng bû, zevî hindî
xaniyan bilind, dengê zirneyên dûkêlî, lîstik û yarî, hewa
şirîn mîna avê,
agirê kesk wek giya.
Û şevan, tenê stêr serbanê min
dema siwar dibûm xewê, kundan bêdeng xanî bi xwe re dipirrpirrand,
hertim min dibîst şevrêsk - pîroz li dorberî govan -
difirrîn bi gidîşan re û hesp
diçirisîn tarîtiyê.

Û şiyar dibûm li dema xaniyê xunavî mîna gerrokek spî
vedigerrî dîkek li ser milî, û dibiriqî her tişt, tam roja
bû gilover roj,
esman berhev bû dîsan,
delîva Adem bû û ya zeriyê.
Diviyabû wa be madem tenê ronahî peyda bûbû
ji babelîska pêşîn û siwarên efsûnkirî
ji gova dişihî ya kesk derdiketin
meydanên pesnan.

Di nav tezerwanan û guran de fêris li nêzî xaniyê bikêf
li bin ewrên nipînû bextiyar bûm wek dil bêwestan e,
her û her roj vedijiya,
rêçikên mestane bezîm,
hêviyên min li nav giyayê bilind dilezîn,
di karûbarên şînî esmanî de ne xem bû ku dem di dewra xwe
ya awazdar de rê dide wa kêm stranên wa yên spêdeyan
ji berî zarokên keskî zêrrîn
didin pey wê derdikevin,

rojên spiyî berxane ne xem bû ku demê destê siya min digirt û
hefsarê min dikêşa jorve berev serdavan nav vizîna hacîreşkan,
li hindavê heyva her hiltê,
ku dema siwar dibûm xewê
min dê bibîsta dilezîne meydanên bilind pê re
ku dê veceniqim xanî wenda, zarok bêwelat.
Wey ez xort bûm bêxem di nav bereketên demê de, kesk
girtiyê demê, dê miribam
tevî ku zeftkirî distrîm wek deryayê.














Ji xwekujînameyê

Gunnar Ekelöِf (1907 - 1968)

Li ciyê xwe be. Hew gotinên req. Êdî gelek ji min
nemaye
Bo min negirî. Êdî ti agir nînin bên temirandin
Li min nenere. Ez li ber hilweşînê me, aniha dibe
biruxim
Naxwazim bibînî dema ez biruxim
Ez êdî bi xwe nahesim, nizanim ka çend giran im
Binpiyên min ji min diçin, ez vedihejim. Hêza vekêşana
erd û esmanan hev pûç dikin vê kêlîkê
Li dor xwe dinerim: ewê han ez im yan ewê han?
Bo min negirî, êdî ti agir nînin bên temirandin
Ez xwe dubare dikim, ev ya hêdîka dinivîsim
hemû ye ya min heyî
Ma dê çi bikarim li vê hemûyê? Nê ez tenê kevirek im
yê kesekî virr-avêtî, pirtikek darî me yê kesekî qetkirî
Vê nakim sûcê xwe. Yan sûc ne yê kesî ye yan
yê min e û ne yê kesî ye
Vê hêdîka û bi sexbêrî dinivîsim: ev e hemû
ya min heyî û jê baştir nabe
Lê ez dê çi lê bikim, ji te hez dikim
Tu yî leylana min ya spehî
Ew dem li bîra min e ya tu leylana min
ya spehî bûyî
Tu spehî yî
Min diviya li gel te bifirrim wek difirrin,
belê, wek difirrin dûr
Lê nesax bûn em herdu û nêz dawî dê li vê bêt
Pa çi pere dike ev hemû?
Ji te hez dikim, nêz ez dê biruxim
Ma dikarim ti lê bikim? Ez dibim nediyar
Ez destê xwe li te dihejînim, ji bilî destî ti nabînî
Derî vedibe, derengî şevê ye
Ronahî ditemire, min daye her tiştê min hebû
Min ti ji xwe re nehêla pê bijîm lew her
nediyar dibim
Lê ez dê bimirim
Dimîne: derî. Ma ez dê çi dî bikim ji bilî derbikevim
ji odeyek ez bi xwe
Ez namirim, tenê wenda dibim
Belkî, wenda didim bêhedaniyê, ez dê dîsan
şiyar bibim misogeriyê û nemisogeriyê
hingê ez dê vebigerim li te bigerim.








Bo te ji welatek dûr dinivîsim

Gunnar Ekelِöf

Ez bo te ji welatek dûr dinivîsim
Wî reng nîne
Wî ne wêne hene bide te
ne ramanek bide te biramî
Ew welatek dûr e
Çawan dikarî bigihiyê?
Tenê eger bidî pey wî
lê ne bi ramanan û ne jî bi xeyalan
û bêwec e lasa bikî,
texlîdkirin kêr nayê:
Ger bi rastî bidî pey
ya ji te bi xwe re rastî ye
dê bigihî wir
Li pey xwe bihêlî yek ji xwe li pey yek dî
qûnaxek li dû qûnaxekê
Li pey xwe bihêlî yek ji xwe li pey yek dî
dê bigihî wir.

Ew welatek dûr e
Nêzîkî li wir peyda nabe
Ger bigihî wir
dê tam welatek dûr bibînî
welatek ku dûr e
Ti tiştek dî li wir nîne
lew her tişt yek dî ye
Giya li wir dûr e
û çêlên li çerîngehê dûr in
xanî û gov dûr in,
kotan dûr in, ta bîrê qederek e
Her tişt dûr e - hindî hev dûr in
ax û av, erd û esman
tu û ya jê hez dikî
Belê wa ye, ew tam wa ye
Ew welatek e yê ku welatek e
yê ku welatek dûr e yê ku welatek e
yê ku welatek dûr e.














Çima distrî, teyrikê min, madem wa sar e hê?

Gunnar Ekelِöf

Çima distrî, teyrikê min, madem wa sar e hê?
Ma gezoyê daran ta nik te hildikeve jor, gula awazan li ser çeqê bilind?
Hemû valahî li dor min bi nearamiyê tijî dibe. Li dûr e,
li derî asoya bînahiya te ye rojavabûna nesax, duhiya
hilmgirtî îro ye û kêlîka borî niha ye û hemû ya heyî ev e li vir e:
Mal di bêmaliyê de, berpirsiyarî di bêberpirsiyarê de! Teyrikê koçer!
Di te de rojên min yên borî dijîn, di te dijîn hemû ew
yên di ser deryayan re revîn û şewitîn rojê, di te de
ew ya rê û rêvingî, ya mirovan û heyberan,
û ew ya jiyanê li hev tîne. Bêdengî jî rêyek e
dem ew bi xwe çûnek e mîna vê êvarê
Çûna di hêlînê de ye, di navoka hêkê de, bi me re diwelide
Lew ji min re distrî, teyriko, lew sarmaya hov hînik dixwiye.
Bang, gazî, ax birsa dişkê tenê
dema nikilê xwe diavêjî pêşûyek ne-ti
ya her kêlîkê pelate dibe hewayê vala.

Wergerandin: Husein Muhammed, gilavêj 2003

Ger gul kulîlkan bidin di dilê te de

Camî

Ger gul kulîlkan bidin di dilê te de,
tu bi xwe jî dê bibî gul.
Ger bilbil di dilê te de bistrin,
tu bi xwe jî bilbil î.

Ger Yezdan li ser textê dilê te be,
tu jî dê mîna Wî lê bê.
Niha tu tenê piçkokek î
lê dê carekê bibî hemû.












Du mirov dikoşin ji hev re bipeyivin

Muriel Rukeyser (1913 - 1980)

Ji min re bipeyive. Destê min bigire. Niha tu çi yî?
Ez dê hemûyê ji te re bibêjim. Tiyê venaşêrim.
Dema ez sêsalî bûm, zarokek biçûk çîrokek li ser kîroşkekê xwend
ya ku mir, di çirokê de, û min xwe xwişand bin kursîkê:
kîroşk rengpembeyî bû: rojbûna min bû, findê
bi dijwarî tila min sot û ez dihatim neçarkirin kêfxweş bim.

: Ax, fehma bibe min binase. Ez ne bextiyar im.
Vekirî dipeyivim:
Aniha ez diramim li baberikên spî hemberî esman
wek hemberî muzîkê,
wek zirneyên bi kêfxweşî lê didin, firrindeyên hejok,
û zendek li dorberî min.
Yek hebû min jê hez dikir, yek bû dixwest bi seyirînê bijî.

Ji min re bipeyive. Destê min bigire. Niha tu çi yî?
Dema ez nehsalî bûm, bi çirrîkî hestiyar bûm,
rijok bûm; û meta min ya bîjinmayî Chopin dijenî,
min serê xwe pal dida darek birrî ya boyaxkirî, û digirîm.
Niha ez dixwazim nêzî te bim. Dixwazim
deqeyên rojên xwe yek bi yek bi rojên te ve girê bidim.

Ez ne bextiyar im. Ez vekirî dipeyivim.
Min hez kiriye ji lampeyan li kuncikên êvaran, ji helbestên rehet.
Di jiyana min de tirs hebûye. Carinan dipûnijim
çi trajedî bû jiyana wî, bi rastî.

: Destê min bigire. Dilê min bigire lepê xwe.
Niha tu çi yî?
Dema ez çardesalî bûm, min xewnên xwekujiyê didîtin,
li avabûna rojê bilind li ber pencereyê radiwestîm,
hêvî berev mirinê:
ger ronahiyê ewr û meydan nehelandiban da bibin bedewî,
ger ronahiyê ew roj veneguhartiba, min dê xwe biavêta.
: Ez bextreş im. Ez bêkes im. Ji min re bipeyive.

Ez vekirî dipeyivim. Wa diyar e ku ti car
ji min hez nedikir:
hez dikir ji beravên sîs, lêvên kefok
li ser pişta pêlên biçûk, ji dewra qaqlîbazan hez dikir:
bi devek kenok digot: ez ji te hez dikim.
Fehma bibe min binase.

: Niha tu çi yî? Ger me bikariya dest bida hev,
ger van tekatiyên ji hev qut xwe bigihanda hev
û biqilifîna hev mîna parçebaziya çînî... duhî
ez di nav geremolekê de bûm, kolan miştî mirov,
yekî peyvek jî negot û spêde dibiriqî.
Her kes bêdeng bû, dimeşî... destê min bigire.
Ji min re bipeyive.








Yê li pey wijdana xwe biçe

el-Ferîd

Ger tenê hiş stêra rênîşander be,
kes nikare bijî.
Yê li pey wijdana xwe biçe,
wenda nabe dema li Yezdan bigere.
















Daristan

Margiad Evans (1909 - 1958)

Li vê jiyanê, ya tê de kes ne xwe bi xwe ye,
min xwe dît li nav daristanek mezin dimeşî. Sî bû hemû.
Û kûr meşîm:
nediçirisîn stranên firrindeyan, gavek tenê jî
bi rehetî bi dehola daristanê nediket.
Ne ronahiyê tîkên pelên daran şeq dikirin
û ne jî rûyê esmanan, yê çeqan pê velîstî,
ji jor ve li min dinerî.
Û kûr meşîm
bêyî bibişirim, bêyî bitirsim. Û kûr meşîm.
Ruha di min de yan giyanê dîtin rehên bêdeng
hind kûr di bin daran ve hindî çeq li bilind.
Û kûr meşîm
û strîm li nav daristanê ya berev du aliyan ve kûr bû:
berev diyariyê û berev nediyariyê, û bextxweş bûm
wek yek jî mirovê mirovane ne bextxweş be
di bêdengiyê de, li ber siyê û bi tenê.
Mîna dilê yekî mirî bûm
yê di gorrê de distre, yê bo herherî hatiye gorrkirin.
Û kûr meşîm li nav daristanê dema tavilê
min dît mirovek, kevirek, û kûriya wî ditacand
hingivmêjkên sîs yên mişe; û çavên wî kevir bûn,
bêyî biqeliqin. Rawestîm çiku ev dirûvê dilşadiya min e:
kevirek pîroz û bêna spî
yên di min de bûne yek; nediyar, ta çavên neniximandî
fedikirin rondikan, û rondik vedirijîn ser rû
û diteyisîn mîna têlên çengê...
Û hewayek berê yê sosret li nêzî min hildifûrî.
Û kûr girîm û nestrîm, wa bi dengbilindî pelên daran distrîn.
Û kûr girîm. Hê jî herdem digirîm.


















Dema heyv hiltê

Federico García Lorca (1898 – 1936)

Dema heyv hiltê, vedimire
dengê zengilên dêrê.
Rêyên şêlî
xwiya dibin şevê.

Dema heyv hiltê, bejayî dinixime
bin pêlên deryayê,
û dil wek giravan
di bêtixûbiyê de ye.

Li bin heyva çardeyî kes
pirteqalê naxwe.
Divê fêkiyek
qeşayî û kesk bixwî.

Dema heyv hiltê, rûyê wê
di şevê de sedanbare dibe,
û hûrdeyê zîvîn
di berîkê de dikinkine.





Xwe digihîne hêlînên vala ba

Hans Arp (1887 – 1966)

Xwe digihîne hêlînên vala ba,
digihe rûpoşên hişk.
Li xumamiyê distre dengek mirovan
reng,
pesnestran,
marên çîrrokan.
Diheje, diheje
virve - wirve
navberî ronahiyê, tarîtiyê.












Êvarê dilê min

Georg Trakl (1887 – 1914)

Êvarê qîjîna balçermikan tê bîstin,
li mêrgan hesp dibezin
dixişxişe darkevotek sor.
Yê gerrvan li rex rê bi ser meyxaneyekê hildibe.
Xweş in gûz û meya nû,
xweş e xwe hilavêjî nav daristana tarî dibe.
Dijenin nav çeqgelên reş zengilên jandar,
li rû xunav dimîne.













Pa tu dilê min

Guillaume Apollinaire (1880 – 1918)

Pa tu, dilê min, çima bênavbirr lê didî

Wek venêrek xemgîn
ez çavdêriya şevê û mirinê dikim.
















Sêyîn li ser nemanê

Hugo von Hofmannsthal (1874 – 1929)

I

Ez hê jî li gepên xwe hest bi henaseya wan dikim:
çawan dibe ku ev rojên berî kêlîkekê
êdî nemabin, bo herherî nemabin, bi hêwirî çûbin?

Ev metelokek e ku kes tê dernaxe
û qewî zalimî ye bêt gilîkirin:
ku hemû dibore û di ber re dibore

û ku ezatiya min bi xwe bêyî tiştek wê asteng bike
raguheziye min ji zarokek biçûk yê ku
ji min re seyrî lal û xerîb e wek seyekî.

Û hê jî: ku sed sal berê jî ez bûm
û ku bavkalên min di cilên mirinê de
ûcaxa min in wek pirça min.


II

Kêlîk! dema em fedikin şîniya
vebûyî ya deryayê û em mirinê fam dikin
bi sivikî, bi şehyanî, bêyî kabûs,

mîna keçikên biçûk, pirr zerik,
çavgir, û her sar,
dema ew êvarekê bêdeng li pêş xwe dinerin

haydar ji hindê ku jiyan hêdîka di endamên leşê wan
yên xewto diherrike daran, giya,
û bişkurrek sist dinexşe

mîna ewliyayekî yê xwîna xwe dike gorî


III

Em ji heman tevnê ne ya xewn jê
û xewn çavên xwe vedikin tam
mîna zarokên biçûk li bin dargilyazan

dema ji çilûyê wan heyva çardeyî diçe
bi zerikî zêrrî di şeva mezin re dibore.
... Wek din xewnên me hilnakevin hewa,

ew hene û dijîn wek zarrokekî yê dikene,
mezin dema radibin û ava dibin
wek heyva çardeyî ya gupikên daran pê hesiyayî.

Nava me vekirî ye da ew raçînin,
mîna destên ruhên di odeyekê ve qerrasekirî
ew hene û bêwestan di me de dijîn.

Û sê eynî yek in: mirov, diyare, xewn.






















Girava Innisfree

W.B. Yeats (1865 – 1939)

Niha ez ê rabim, dixwazim biçim Innisfree
û ji axê û çeqan xanîkekî çêkim
selemêşkan bo hingmêşan danim û nokan biçînim,
bi tenê guhdariya hingmêşên xwe bikim.

Li wir dikarim tena û hêmin bim çiku tenahî
ji çarçevên spêdeyê diçipe cihê sîrrsîrrok disîrrin.
Li wir nîvşev biriqîn, spêde binefş,
û êvar şeprepa çengan e.

Niha ez ê rabim, dixwazim biçim çiku bi şevan, bi rojan
avên deryaçeyê hêdîka li kevirên beravê didin.
Ez li ser rêya ajotinê rawestayî, li ser piyaderêyê
di dilê xwe de wê dibîzim.









Trên

Valery Larbaud (1881 – 1957)

Bide min xilingîna xwe ya mestker û leza xwe ya nerm,
xwişîna xwe ya şevîn ya di Ewropaya ronkirî re dimeşe,
ey trêna şeng, û bide wê muzîka diltengker
ya di bersifkên te yên pîstzêrrîn ve dihurme
dema li pişt qerraseyên zîvîn yên giran yên deriyên maliştî
milyoner dinivin.

Bi nehwirîn li korîdorên te dilezînim,
meşa te ber bi Viyana û Budapeştê,

dengê xwe dikim nav koroya sedhezaran dengên te,
ey çengetrênê!
Yekem car pê hesîm, çend xweş e bijîm
di vagonên Trêna Lezgîn ya Bakur de, li navber
Wirballen û Pihlakovayê.
Em di nav mêrgan re dilezîn, li cihê li bin
komên darên gir yên dişibîn giran
pîstê mihan yê pîs û xav li şivanan bûn...
(Saet heştî spêdeyek payizê, û stranbêjek bedew,
ya çavbinefşî, li pişt dîwarê min distrî.)

Ey pencereyên mezin, yên tê re min dîtiye li paş dimînin Sîberya û çiyayên Samnium,
Kastîlyaya bêqulî rût û deryaya Marmara li ber baranê!
Bidin min, ey Trêna Lezgîn ya Rojhilat û Raya Başûrê Brennerê,
bidin min xilingîna xwe ya xuloleyî xerîb
û çîzînên xwe yên çivîkane;
bidin min henaseya sivik û livên narîn yên lokomotîvên bilind û hilû,
yên lokomotîvên trêna lezgîn
yên bêzehmet çar vagonên tîpzêrrîn dikêşin
tenêtiya çiyayên Sirbistanê
û paşî di Bulgaristanê re ya ku tijî sorgul e...

Ax, bikevin nav helbestên min, deng û liv, û bibêjin
ka çi ye jiyana min ya nayê şirovekirin, jiyana zarokekî
yê naxwaze ti bizane
lê tenê her û her tiştên nediyar xeyal bike.











Agir

Géza Képes (1909 – 1989)

Saetê xwe li çarê da,
roj êdî li ber avabûnê bû:
ji pencereyan gurmijek sorî sifrî vedijenî.
Dixwiya lezûbeza herî zêde
veçopiriye:
westayî tramê xwe radiçûrrand,
û otobusê xwe radixwişand pêşve
bi sisto-mistoyî û hejhejokî
mîna gamêşokên avî.
(Dengê wan nedihat
ferqkirin.) Mirovan xwe radikişand
wek mêrîkên hêdîmeş.
Keştiyên sor, xalxalokên hûrik,
dikoşîn jêlilî çemê Tuna.
Ji nişkê rojê tava xwe derda
û agirek bêtixûb li erdê hilkir,
çirûsk jê vejenîn ber esmanan.
Û tavilê hinda bûn ji ber çavan mirov
û dinya, tişt, herrik, dar -
û ez bûm kor, kerr,
min tenê ew dîtin, tenê çirûsk.
Agir - bo kê? Nexu ez dizanim!
Yên bêguneh divê her ezyetan bikişînin
ji ber gunehên erjeng yên serdemê.

Dem lal e

Giuseppi Ungaretti

Dem lal e di nav rûlên naqeliqin re...
Ji belemgehkê dûr belemek bi serê xwe digerrî...
belemvan betilî, naşî... Esman
bûne kendên dûdar...

Bo yên xwe bi rihên bîranînan ve girtî
ketin belkî felat bû...

Wî nedizanî
ku eynî şaşî ne dinya û dil,
ku di efsûneya pêlên xwe de
her dengek dinyawî dê daşkê.










Bo bîranîna Marie A

Bertolt Brecht (1898 – 1956)

Li meha rezberê li sahiyek zelal
bi bêdengî li bin darhilûyekê
min zeft kir hemêza xwe dilbera xwe ya şermîn
û li lêvên xwe min hest bi devek nazik kir.
Û li raserî me, li zelaliya esman
dimeşî ewrek yê min dûr-dirêj da pey.
Ew spî bû û qewî bilind bû
û verevî dema min lê nerî.

Ji hingê niha çendî çend meh
hêdîka veguhezîne paşerojê.
Belkî darhilû hatine birrîn û dibe bipirsî:
pa halê evîna te çi ye?
Û wa dibersivînim: ew êdî ne li bîra min e
lê dizanim merema te çi ye.
Ger rû ji bîra min çûbe,
pirrtir tê bîra min, maç tên bîra min.

Û min dê maç jî ji bîr kiriban
ger li esman ewr neba.
Lê ew tê bîra min, bi herherî dê li bîra min be
yê wa sîs-spî wa bilind.
Dibe hê jî bipişkivin darhilû;
jin belkî dayika heft zarokan be.
Tenê ewr bi tenê kêlîkekê pişkivî,
dema min lê nerî, min dît vedireve.






















Li berava Bretagne

Paul Celan (1920 – 1970)

Hatiye hemûya me dît
da xatirê bixwaze ji min û te:
deryaya bo me şev diavêtin beravê,
xîzê digel me di nav wan re difirrî,
û li jor sor mîna jengê gezikistana
li nav wê dinya li me diqewimî.



















Jaan Kaplinski

Ez dê bêm pêş te ve otobûsa nehê
agirê cigareyê
kirmikek li nav tarîtiyê bi rêyek hêdî ve dixwişe
sîrrsîrrokek bi tenê dibirre
li ber dîwar hevrikiya mirinê dike
kewçêr
mazûyên bêçare li ber pêngavan dimerriçin.
















Evîndar

Octavio Paz (1914 – 1998)

Li nav giya
keçik û kurrik
pirteqalan dixwin maçokan vediguhêzin
vediguhêzin kefa xwe mîna pêlan.

Li beravê
keçik û kurrik
lîmonan dixwin maçokan vediguhêzin
vediguhêzin parçokên xwe wek ewran.

Li nav herriyê
keçik û kurrik
ti nabêjin ranamûsin
bêdengiyê vediguhêzin bêdengiyê.









Bo evîndarek şermîn

Andrew Marwell (1621 – 1678)

Ger me têr heba dem û derfet,
dê ne tawan ba, jinê, ev şermî.
Em ê rûniştina derekê da bipûnijin ka
bo em kîjan rêyê bibijêrin û ka em çawan biborînin
roja dirêj ya evîna xwe. Li berava Gangesê Hindistanê
te dê yaqût bidîtan, min dê li hindav rabûna ava
Humber gazin bikiran. Min dê ji te hez bikira
deh salan, ta tofana avê,
û ta hemû cihû bihatan ser rêya rast
dîsan jî te dê bigota nabe ger dilê te nexwesta.
Evîna min ya siriştî dê geş bûba
ji împaratoriyan mezintir û pirr hêdîtir.
Bila sed sal gorî pesndana çavên te ban, du sedan
min dê herdu memikên te biperestan:
sî hezar bo hemû yên din.
Bi kêmanî serdemek bo her endamek leşê te,
û ji wan ya dawîn dê dilê te nîşan bida.
Jinê, tu hejî hemû vê şerefê yî;
tenê wa ji bilind ji te hez dikim.

Lê ji paş dibîzim herdem erebaneyên bibask
yên demê dilezînin nik, û va li pêşiya me ne
xîzistanên bêtixûb yên herheriyê.
Bêkêr e êdî ji wir li bedewiya te bêt gerrîn,
û di gorra te ya mermerî de jî venajene
vedengê strana min: gorî kirman dibe ew
keçaniya te pirr parastî û dibe ax
ew namûsa bûye kevnjen;
û dibe xwelî gurriya goştê min.
Gorr ciyek delal yê takekesî ye lê
ne haydar im jê ku kes li wir kesî hemêz dike.

Lew niha, ku hê li leşê te
ciwanî mîna xunava spêdeyan e û tê de
çirûskan dijenîne agirê canê te yê coş,
were em herdu bilîzin hê ku em dikarin;
û mîna çivîkên evîndar, yên bûne nêçîra qertalan,
baştir e em aniha dem û derfetên xwe bixericînin,
bêyî em xwe biavêjin bendewariyê.
Were em hemû hêza xwe û hemû şirîniya xwe
têk bialînin da bibe gogek mezin:
û were em bi hemû kêfa xwe bi carekê
deriyên asinî yên jiyanê bipelixînin.
Wiha, madem em nizanin roja xwe
rawestînin, em dikarin wê bidin çerxandin.








Were em bijîn

Gaius Valerius Catullus (84 – 54 bz)

Were em bijîn, Lesbia,
ji hev hez bikin,
çi dibêjin bila bibêjin, mêrên enirrî,
jinên zimandirêj!
Roj ava dibe,
û dîsan radibe:
roja me ya kurt dema carekê ava bibe,
em ê binivin
êdî ranebin.
Bide min 1000 maçan,
paşî 100an,
paşî dîsan 1000an,
paşî dîsan 100an
paşî dîsan 1000an,
paşî 100an.
Û paşî,
ku ew bûn gelek gelek hezar,
em ê wan şaş bikin
daku êdî kes nejimêre
û êdî çavên xirab
dê nikarin ziyanê bigihînin me
madem kes nizane ka çend in.



Du helbest

Paulos Silentarios

Bêkêr e ti kes bitirse
ji tîrên evînê êdî:
Erosê telew meya xwe vala kir min
Bêkêr e ti kes bitirse
ji çengên wî êdî
bi stemkarî wî da ser sînga min
û li ser e û nafirre
perrên baskên xwe hemû werandine

* * *

Ji xwe bike cilan, cana min,
bila em rûs bin
ciyê ti nake
di navbera me
etekê te jî
mîna keleha Semîras e!
Ji xwe bike
bila sîng bigihe sîngê
lêv bigihin lêvan
paşî
bêdeng
tehemila
gazinên evînê min nîne

Helbestên vê berhevokê 7-8/2003 hatine wergerandin.

No comments:

Post a Comment