Thursday, January 22, 2009

Berken Bereh: Hemû helbest

PÊŞGOTIN
min ev helbest
ji jiyanek bextreş
hizan û
bi pepukî bihurî derxist
Û min ev
li moxila berxwedanê xist
bi xwîna şehîdan şûşt
bi xeyalên dîlan xemiland
ji ber vê
kesên dil kîroşk,tirsok
û ne xwedî gotin
ji spêdre
bila nexwîne.





























GER HÛN BIXWAZIN

Ger hûn bixwazin
Binasin êş û jan û kovaniyê
Şevek li welatê min bibin mêvan.

Ger hûn bixwazin
Binasin mirinê
Li baskên qulingên koçber binihêrin
Bêhna şewatê tê ji wan.

Ger hûn bixwazin
Evînê binasin
taldeya rojhilata dilê xwe bipelînin
bê çawa diteyisin bi ken stêrk.

Ger hûn bixwazin
Welatê min binasin
Vekin deriyê agir û rojê
kevoka mirovheza heftreng
Dê bifire ber bi we.


























ROJBAŞ

hûn her şeveq tên
bi çavên xwe yên xilmaş bûyî
bi xeyalên xwe yên esmer
û bi cil û bergên zîval -zîvalî
mêvaniya vî dilê çikspî.

hinek ji we lal in
hinek ji we ker û qop
"s"yê dike "ş"laleş
hûn tev "o" yê dikin "û"
roj heta dawî
wek palyaçoyan em diberhevde ne.

hûn her roj tên
bi stranên xwe yên bê miraz
bi destên xwe yên xizan
û zimanê jibîrbûyî
bi herikîna her dilopek evîna min
guleke vedibe di bîbûka çavên we de.

wisa dilsoz û wisa diltenikin hûn
dûrû û nemelaqî nebûye para we
bi deng difikirin û diramin
ji gulekê naziktire bedena we
gotinek nexweş bê gotin
awirek nexweş bê vedan
dicemide dilê we
agir xwe berdide hinavan

her şevek tên şagirtên min
ji bo evînê,
şaristanî,
zanyariyê
mîna pisîkek navmalî rudinin
mîna karxezalek
û gelek caran parîk nan jî nexwarine

biborin zarokno!
ez jî dilkovan û jehrxwarim
vêdişêrim xizanî û tengezariya xwe
vedişêrim dudiliya xwe
ji vê jiyana çêbûwar.

lê bibexşînin
her ku hûn bibêjin "rojbaş"
bêhtir berxwedêr dibim
bêhtir bi jiyanê ve têm girêdan ez!








































MIRINEKE BÊDENG

quncikek xewleyî tarî a jiyanê;
dipêşbirkê de ne qulingên baskzîv
goga wan rojiya mirinê.

hêdî hêdî û nerm û nerm
roj dema dixeyide ji gerdûnê
şerm dike, sorsorkî dibe
wisa
dîwar winda bû ewil
kulîna gulgulî piştre
çavên min barkirin ji ser rû
ne ji dengê
ku mîna gayê serjêkiri
orîna neviyên moðolan bû ya
minê bigota qey
di xwewneke tahlokî de
avjenî dikim ez.

sirsirka di hejmart
kêliyên şoravî
bi qewlê beqên avî
îroj bîst û çar bû
şanzdeh rojên din
wê yek derî nemîne
girtî li bihûşta horiyan

çivîkan anî
mizgîniya dilê we yê kezebşewat
çavên we yên karxezalî
hevqas belok nîn bûn çi ma
u mîna korek
jiyane dipelînin
an
gumana we heye
ji azadiyê
lew ma
qasî qultek xwerû to
bi çermê wêrekiyê dipêçim
û berdidim ji lutkeyan
pîroz dikim dahatûya li goma.

îroj ne baş im
çemekî tehl diherike
ber bi dev;
ji asika qulqulî
bablîsok lidarin
li ser tiliyan
û ji guliyan
şewatek dojehî dizê.



roj heftê û çar caran hûr bû
heftê melayketan zend û bendê xwe şidandin
heft bira û heft xwişkan
hefsed derî rûxandin
û di kevaneka jî de
bi heft tîpa navek hat kolandin.


spas
ne hewceye
stêrk di cihê xwe de xweşin
kulilk li bahçeyan
dest û pêçî di kar û xebatê de

roj nîvro
xwedevand dihesidin
ji delaliya bejnkulilka
şeytên dike xwe bixwe ji kerba
ecacok di kuna xwe de dilerize
û dibeice mela
peyv di gewriya wî de bi singeşing digindire

navê min
bêhneke xweşî mize
radipêçe bajêr seranser
koroyek diafire lezûlez


Koro/
te nepejirand
jiyanek sîqalî
hê bîst salî
bîst cara bîst bû temen
honikahiya ba
germahiya rojê
bêhna kulilkên çiyê
û tahma hingiva şemzînanê
tu yî
bi navê te sond dixwin
bi dilsozî
çiyayî!

Kilamekî distrê dengbêjekî kor
Ji xeynî rojê
Gulberoj dikevin dîlanê.
Û ez jî
Li ser dengê bajêr direşînim xweliya te
Ji bo pêşerojê!



















































BÊGUMAN


Bêguman
Tiştine xweşik jî diqewimin
Van rojan
dixwazin bankayek damezirînin kurd
Malperek hatiye avakirin di internetê de
Şaxek zêde bû ye li partiya gel
Kovarek... pirtûkek din tê weşandin
Hê berf ne bariye hûn dizanin
Rê û robar tev de vekirîne
Xalê xelef ji nexweşxanê derketiye
Keçeke serî li NÇMê daye
dixwaze hînî zimanê xwe bibe
Rojname dîsa dest bi dayina pêvekê kir
Roja şemiyan
Nameyek şandiye hevala min
Bi peyvên ji gul çêbûyî
Du rist zêde bûn li helbesta min
Piştî mehekê.
Guh bide stranên kalekî
Veke deriyê dilê xwe heta dawî
here li çolê bigere hinekî
cixarek bikişîne li bin siya darekî
bikişîne nava xwe bayê ji çem difûre
hinavê mirov honik û paqij dike
Bê guman va
Tiştine xweş jî çêdibin
Li nîv-welatekî.














êvareke rûqermiçî
balefir diqelêşin bêdengiya bajêr
cemseyên mişt leşkerên gurên boz
diherikin serberjêr
bahozek xov û tirs libarbûyî
çivîkek hildiceniqe xwe diavêje ber sivingê
çavek min zîq li Cûdî
birîn xwe berdide kezebê
tenê nivîsandin ji min tê

ev gotin jî zanim
wê nekare min xelas ke
ji xezebê...






BAJAR

Bajar/stran
li vî bajarê qereçî
tim li pey dewsa te me
erê gêjim
bê nimêjim
û ji pêsirên jangarî dimêjim
nemaye şaneyek jiyanê
bi destên te ne lewitî
her darek agireke
her kolanek gureke
û her maleke zebaniyeke
te daniye li ber derî.
bê çi bû
jiyanê por kurkir
stranan bar kir
destên kulê li qirika min
dengê min lal kir.

gerokeke bi hişim lê gêj im
strana evdalê zeynikê dibêjim.
Bajar/parastin
ne şkeftek te heye xwe veşêrim
ne zinarek xwe bispêrim
ne kaniyek
ne darek
ba yê hênik jî nîne
da keserên xwe ba kim(raxînim)
ez vedigerim biranino
ên dikarin bê zar û ziman
bila merşka xwe raxînin.

ji van bajariyan nîn bû ya
ava coya min ne dixitimiya.

bajar/ne ez
di êvaran de rûyê te
pelgeke westiyayî
di çavên tê yên rewnaq de
şkeftên gurxenêq
û dengê te yê tol
weku berfa herekol
birînên min diqerisîne.

çivîk mafdar in ku neyên
vî asîmanê ji dûxan

her ku tenêtiyê diwelidîne
bê rûmetîyê
ne cameriya mirovan di meyine jî
leylanên hestên min silbûn e
daristanên hejariya min
ne ez.
bajar/pîr
casim hat li ser kursî rûnişt
destekî xwe danî ser masê
bi ya din kutiya titûnê derxist
ji keser û birînê cixarek pêça
nefesek ji neçariyê kişand
şand
hesreta xwe
ramûsanek da bê
da hilbê
gûvaşt nava dil
ramanên şil.

bû pir
dirûşmên dihatin ji ber deri
rahişt şewqa xwe rakir
kul û birînan danî
hêviya zêrîn bir.



































KILAMA TEMENEK BRÎNDAR

Kekên min
Bi derziya dilê xwe
bi mêrxasî di kolan
zeviya evîna ji bîrbûyî
dema min
dehf dida û
vedikir deriyê jiyana
dê bi êş û jan bibûhire.

Diya min sêwiyek dil bi kul
Govanê xelayê
Û çendîn karesatên din
-Parsekî jî tê de
Hê di bîst saliya xwe de
Çinarek heftê salî.

Bavê min
Mirovê herî çak
Diltenik
Bejinzirav
-Ew jî sêwî
di sêzdeh saliya xwe de
xwedî barê çar giyanan
ne li xweşî û dîlanan
ji ber qehr û kulan
spîkir guliyên henayî.

Hê di çardeh saliya xwe de
Rastî te hatim
Ey hesreta bav û kalan
Gulbihara xort û lewendan
Di xwe pêşandanek li Hezo
Ku mizgîniya dahatûyek nû diqîrî

Ji wê rojê pê de
Yek şaneyek min nema
Nehatî sotin bi evîna te.

Min jî destên xwe rakir ber bi jor
Bi gundiyên Riha yê re
Bo mistek baran.
min jî avda
Bi cenanan re titûn
Li bin heyvek melûl
Bi lingên xwas.

Û e jî çûm greva birçîbûnê
Tevlî boykotê jî bûm li zanîngehan
Bo perwerdehiyek belaş û
Bi zimanê zikmakî.

Belavok belav kirim roj -şev
Meşiyam mil bi milê kalekî
Xwîn misîm
Têra xwe qîriyam li bin çav
Rondikên min şil kirin bedena min
Derewan nakim tirsiyam jî
Her cara hildikişandin ber bi jor
An di nav teker de di gerandin
An jî ceryan berdidan nav tiliyan.

Bi rojan ne çû di gewriya minde nan
Xew xwe berneda çavên min
Nekarîm xwe li ser lingan bigirim
Dema bombe barandin li ser helebçe...
Dema bi kul û keser û bi axîn ket
Du meriv li pêşiya min û meta Eyşê bûn
Li hevraza keniya jêrî
Ku insên dimeşiyan kerî bi kerî
Li navenda dilê min.

Lê ne bû çavreşa min
Ne bû Berxê min
Ne bû xwişka heft bira
Her gula min dest diavêtê
Stiryên nas dibûn kelem
bûn zebaniyên xewnên min
Bi rastî ava me ji eynî kaniyê bû
Dexlê me ji eynî bênderê
Ber ê me û barê me
Xenî yê me û dehla me
Bavê me û kalê me
Ji eynî piştê bûn
Lê ez pey şopa wan ketim
Ew qunde bûn.

Êdî bagere bahoze xwîne
Meh riziyan rezberê tîne
Li piştî xewn û xeyaleke çilspi
Dê Kilama temenek brîndar bimîne

Dibêjin ku
Hê haş ne bûye ew dilê brîndar




HELEPÇE


Em bi hevre mirin mirovno!
pênc hezar insan
ne şinahiya asîman
ne xweşikbûna kûlîlkan
herikîna çem û rûbaran
û ne jî berbangên awaz çivîk xema me ye êdî.
Stranên me yên evînî rawestan
lê negerin
naxweyê
di bîbûkên me da jiyan
ji toza ewrên zerî û bêhna sêva riziyayî zêdetir.
Ji xwe em xizmê hev bûn
xewn û xeyalên me wekhev
em bi hevra mirin
pênc hezar insan.


































TÎNE
Ne dikarim li pey te kevim
Ne bê te bimînim...
Rahiştiye eyloyê çavsor tevr û bera xwe
Dixwaze telqîna min bixwîne.
Çûyîn ne tişteke girîng e wilo...
Dê bajar bê baran, bê ba, bê keser bimîne
Tirsa min ew e ku li pişt vê leylana keskesor
Pêsîrên xirbe, berbangên kor, robarên şor bimîne.
Çavên te, lêvên te...
Hêviyek bi qasî nermahiya tavê û germ
Bi bayê dahatûya evînek nû
Serhildêr, tahmstran ji min re tîne.

















BERSIV
Çavresa min
Bi tirs pirsî îro ji min
Çi qas ji dile evîna te
Bersiv
Mîna tîrêja biharê nerm û germ
Xwe berda ji lêvên min
Tu dendikek bî
Ez qalikê wê
Tu tava biharê
Ez kulilka li benda wê
Û ger tu tunebî
Ez nîv-mirî me.


















JI KERBA
Me xwe dirêj dikir her şev
Li ser doşekên hirî
Pala xwe dida
Stranên tije hêvî-girî
Çaya qedexe vedixwar
Cixara qaçax dikişand
Li ser banên ji herî.
Û me
Bi dilovanî
Bi evîndarî temaşe dikir
Agirê şivanên pîroz
Yê li ser çiyayê hemberê me vêdiket.

Xewn û xiyalên me radigihandin bajarên dûr
Qulingan ref bi ref
Jêbirka êş û janan bû
Bayê Cûdî yê hênik
Awazên zîz û diltenik.

Hinekî lêv zuwa
Qirik tahl
Xizan jî bûna
Me nedida jiyana xwe
Bi ya qralan.

Niha giya jî şîn nabe
Ji şerma xwe
Çivîk hew tolaz difirin
Û stêrk naçirûsin
Li gundê me yê talankirî.

Ji kerba
Bi keskesora xemilîne xewnên me
û stranên me
hê bêhtir tije mêranî!








BIBORIN
Ez
Ken û hêvî
Dil û evîna xwe diguvêşim
Li ser
Êş û jan û birînên we direşim
Ger min destûr negirtibe ji we
Li min biborin!


















DAXWAZ
Dixwazim
hew binase
ew dilê delal
ew dilê xweşik
ew dilê tenik û mindal
êş û janan

Bila bi binevş û beybûna bixemilin
xewn û xiyal,
bila tim bazdin bextewariyê
ew destên hevrîşimî
çavên karxezal,
û bila ji wê bedena te ya narîn
tenduristî bifûre
sibeh, şev û êvar!















HEBÛYA
baran dibariya hûr hûr
wek hestên min tevlihev
dema min deriyê dilê
vî bajarê tolaz vekir.
Rû; te digo qey heyva çardehê ye
Bejnûbal; ta rîhan
Lêv; wey li minê dayê
Xwerû hingiv û şekir
Ger çend qurm dara berû
Dengê zimanê min ê zikmakî
Û nanê tenûrê jî hebûya
Min mifta temenê xwe
Jê re diyarî dikir.

















ROJBAŞ
Ji bajarekî
ji evîndariyê bê par û xizane
Rojbaş
Roja nûhilatî
Hemoyê barkêş
Memoyê karmend
Xurşîdê nanpêj.

Piştî şeveke reş-tarî
Rojbaş
Qulinga jiyanê ya baskzêrîn
Dara hê nû kulîlkvekirî
Çemê bi nazenînî diherike.

Piştî şeveke ku li her kolanekê miriyek veşartî
Rojbaş
Xortên dibezin zanyariyê
Kesên ji bo evînek nû hişyar bûyî
Bajarê xewn û xeyalên min Amed
Rojbaş jiyana ter û nazenîn!














HIŞYARÎ
Her sala diweşe ji asoya temenê te
Dike xencerek li ser dil çikilandî tenêtiyê
Ne kes tê mêvaniya dilê te ne diçe
Girtî dimîne deriyê te ji kêfxweşiyê re.

Tîrêjên zêrîn yên bajêr
Henek û kenên şox,tolazî...
Wê bê te bê li dar xistin bizane
Şevbihûrkên ku te pir hez dikir.

Bîranîn wê bimîne ji te re meze
Wêneyên çilmisî
Xewneke nîvcomayî û bi mij
Çûyîne gazî dike ji nêzîk bi rastî
Mîna karçînek ax maçkirî
Hew tu tê yî bi bîranîn.

Divê tiştekî ku te bi bîr bixe bimîne
Cotek peyv mîna tîrêj
Bêhneke ji kulîlka dareparzî
Keneke ji awirên karxezaleke
Qîrînek ji bû yî gundeke şewitî
Da evînê geştir bike,jiyanê bibe pêş.

wê demê
Dê stêrka venamire tu bî
Li welatê azadiyê!

















ÇEND HESTÊN NEXWEŞXANÊ DERKIRÎ
Qehra min ne ew e ku ez ê bimirim
Lê bê
Ka çawa ez ê ragirim
Dê destên te
Di destek biyanî de
Têkevî hundirê jiyanê
An jî
Her êvar
Bê evîndar
Pişta xwe dabe xweşikahiyên gerdûnê jî
Tu yê deriyê genî
Ji dirindeyê mirovahiyê re vekî.

Ne stranên me man weke berê
Ne ken û girî
Li kuçe û kolanan
Ne haya kesî ji te
Ne ji min
Kom bi kom mirovên hestriziyayî
Mînak golika nûzayî
Lûtkan davêjin ji diravan re
Û mêjî bi bizmarên nesincî
Li leylana hatiye hilawêstin.

Roj nîvro
Fanos li dest
Li siya te digerim
Da hestên xwe jê re biqîrim.

Ango zanibe
Tu neyê
Kes tune ye
Vî bajarê ji xew rake.









MECBÛRIYET
Li der û dora xwe dinihêrim
Li mala
Li kolana
Ne jehrkêşên min mane
Ne hêvîçin
Ne mêrxasên dil-pola
Ne jî dilên evîndar û bi kul
Tevde mirov çav birçî
Û herçî
Desteyek dirav pê re be
Her dil jê re vedibe
Û hebe tune be
Toto
Loto
Borsa
Lot
Ne mirovahî ma li va cih û waran
Gelekan namûs jî firot.

Mecbûr mam min xwe avêt
Ber bextê şereba helbestê
Wê pîneyên min dirût.










BIDE BAYÊ
Kilameke birîndar
Li dengbêjekî digere ji xwe re
Çemeke rû rûçikî û bi kovan
Li deryayekê
Û tu
Evdala xwedê
Pepûka çar bira
Li nepeniyekê
Li hembêzeke kezebşewat
Da xwe bispêre.

Ma ne em bûn
Xwediyê 28 raperînan
Ji bayê siviktir
Ji baranê nermtir
Xweşikkerê jiyana bi wate
Û dîsa jî ma ne em bûn
Delala dîroka pîr û kal
Sewiya heft bava
Çi qas bi wate be jî
Bêdengî li te nayê
Rahêje, hilgire
Bila di destê te de be dil
Ev mêjûya şil
Ev jiyana bi kul
Bide bayê
Xwe rizgar ke
da tu bibî mînak
ji mirovahiyê re
l'vê dinyayê.









REZBER!
Va ye dîsa hat rezber
bi ba yê honik
Bi rengê xwe yê zer
Xemiland çarali havirdora min.

Rezber dayika kovaniyê
Dawiya evînên havînî
Destpêka nexweşiyên giyanî
Ku bi piştre heyho heyho ye!

Rezber anî bîra min
Çend rupel ji dîroka reşpel
apê Mûsa, Emilê Zola, şerê Îran û Iraqê...
Cuntaya 12 rezber.

Min veder dikir te bê veger
Ji salnama dilê xwe
1ê rezberê nehata hawara min.













EM JI NIFŞEKE NÛ NE
Em ji nifşeke nû ne
Stranên me spî ne
Neviyê feqî, lawê Seyîd Riza ne
Fermo asogehên me bibîne.

Em ji nifşeke nû ne
Diltenik, awazxweş, gerdûnî ne
Pakiq dikin ji gemarî jiyanê
Li sifreya dilê we datîne.

Em ji nifşeke nû ne
Serbilind, azadîxwaz, serdemî ne
Yê silavê nebire ji me
Sedî sed bihuştî ne.


































DERGÛŞ
çi bêjim bê feyde ye
hatin û çûn a min bi hev ra
ji xwe
hê nav jî li min nehatibû kirin.

DAYIK
va bêbavan
pirtukên pîroz jî nexwendine
ji evînê bê par in
berxê min di dergûşê de ma
destên min bûn dareke hişk
û me hev hembêz nekir.

ZAROK
min digot qey
ev jî lîstokek e
hey hawar dikim
kes nayê banga min
goga bavê min îroj kirî jî
ma di hewşê de
wê kî pê bilîze gelo
kes ma?

MAMOSTE
çiqas li min xweş dihat
evînê hînê zarokan kim
hevaltî, biratiyê
hê zengila betlanê lê nexistibû
ev mirin çima
û li depreşê nîvco ma
nivîsa serfiraziyê.

AXA
ev çend mal û milk
ev çend dirav û zêr
û bêdadiya min
nekarî rawestîne mirinê
min digot wê em ne tê de bin
çima em haydan nedan?

XORT
min gustîlkek kirîbû
ji bo gulbihara xwe
va em bi hevre çûn
wê bidin yeke din
min ji bo wê hewce nema.

HELBESTVAN
kê digot
wê evqas bi wate be helbesta me
ku tucar pênûsa min
xwîn nerijand.

ŞIVAN
hê nû zayîbû
berxa bizina bedew
yekcar şîr nemêtibû hê
li ber xwe nakevim
bizanin
me bi hevre veşêrin
di bextê we de me
bi seyê har re.

XWEDA
e jî şaş mam, bawer kin
kê destûra vê komkujiyê da?
li min biborin
ketime bextê we

MIROVAHÎ
hûn bi hev re mirin
bi wekhevî, bi biratî
rûreşî para me!

DÎROK
bû deqek tenî
rûnişt li ser eniya min
navê te Helebçe



















PERE
roj 24 saet
li vî bajarê kûnde
tu yî axaftina sereke
ey pere!
sondxarime
mirina min bi destê te be jî
naçim ji te re sicde!

















DE WERE
roj bihûrîn
demsal,sal
çend cara kûlîlk vekir darbehîv
hîv xwe çend cara nû kir
nayê hejmartin mehrûmê
tu nehatî!

ne şêx ne mişarix
ne axa ne beg
qeşmerek nema
min xwe ne avêtiyê
tu cardin nehatî!

temen tirş
rû tije kirş
bajar
hejar û jar ma
min efara te jî xwar
yar
de were!
de were!
jiyan li min bike bihar!














BAJARÊ ZAROKTIYA MIN LÊ BIHÛRÎ
Piştî deh salan
-nepirsin çima?
bû me mêvan
bajarê zaroktiya min lê bihûrî
tîrmeh giya nehiştîbû tevde hişk
quling daketî bûn lûtkeyên zinaran ji germa
bajar dinav bahoz û toz
bajar qalik digûherand
û tu dibêjî qey
ne baran û berf
dirav barîbû bi salan.

li bajarê zaroktiya min lê bihûrî
ne dehla Miradê Hûhan mabû
ne aşê Xalo Şahîn
ne keniya hemgê Bilal
ne rû yê bajar yê kizirî
hatibû jibîrkirin roja gûnayê jî.

bajarê zaroktiya min lê bihûrî
her sibeh
bi diravan dişo
rû yê xwe!
mînak bûkek dixemile
bi gulên bi destçêbû yî
bê bêhn
ne xwezayî.

bajarê zaroktiya min lê bihûrî
dest û ling mezin kiribû bê hempa
lê ser
wek berê dergûşî
bê hîs
sews
û gêj.
çend dirûşmên me mabûn
çend ramûsan
li ser dîwaran
min wan da hev
niha pênc rûbarin
diherikin li kolanan
û ji nûve şax veda
hêvî bi renge pirpirokan.

li bajarê zaroktiya min lê bihûrî
mirovekî kal
bû lewendekî xort
vegera min bi kubarî
gavên min tije fort!


























Ç A R Î N
Çil sal xelatî ne rojek neyartî
aştîxwaz,xêrxwaz û gerdûnî be
gel perwer,mirov perwer,mêvan perwer be
da tu car roj ji ser jiyana te kêm ne be!




Ç A R Î N
roj bihûrîn,demsal sal
ne bira ne birazî ma ne mam ne jî xal
rû qermiçî, guh sist bû bû me kal
bi serneketim; ne welat bû azad ne bûm xwedî dost û yar!















EW BAJAR
I
Bajar
Ax ew bajar!
Savarek rijiye êdî
Xewneke kêm xwê
Dengê evîndaran jê vederbûyî.

Mizgeftek bê sofî
Xorteke bê evîn
Asîmanek bê stêrk im
Û dikim û nakim
Ew bajar ji bîr nakim.

Ax ew bajar
Nizanim ne
Tu ez î
An ez tu.

II
Hêlîna me talankirin va bêbavan
Cara çendemîne bizanin
Neviyên 28 raperînan

Her mirinek
Rêzek ji helbesta te diweşîne
Her dengek
Te ji nû ve vedijîne.
Fermo bibîne!

III
Hêvîyek ji pola ye
Ew bajarê malmîrat
Çiqas tê kuştin
Hewkas xweşik dibe.

IV
xewneke ji ewrên stewr hûnandî
Gûliyên tol diqewirîne
Bi awazên kop
Ji temenek derengmayî

Her kêlî
Bêhtir nêzî xwe dibim
Bêhtir nêzî mirinê.

Ew bajar lê
Kirşa berhevdike
Li ser gûliyê dengê xwe
Hembêza xwe dixemilîne bi binevşan
Da aştî bihewîne.

Ew bajar
Kurtejiyana min e!























NAVÊ TE
Tu dibêjî qey
Besteniya Gumgumê ye
Honik dike êş û janên hinavîn
Yên ku ji evînên bê miraz mane ji min ra
Dema bi bîr tînim
Navê te...

Navê te ax...!
Miriya vedijîne!


















HELBESTA BIRJUWAZIYA BIÇÛK

Ez birjuwaziyek biçûk im
Hem zava hem jî bûk im
Çi bikim ji xwera dikim
Hûn pir bi ya min nekin.

Dema nan ji min bê birîn; kurd im
Hem dost hem pakrewan û merd im
Lê dema rû da pest û kotekî
Direvim wek pisîkek; nemerd im.

Di xewnan da mêrxas im
Di şevan de dilpola
Hê zûtirîn em ê bigihîştan armanca xwe
Dûdilî di dilda ne kola.

Bi kurtasî car heme car tûne me
Hetanî deverek bi were me
Pir xwe neêşînin û nekolin
Kî bi hêz be bi wî re me.















HER EZÊ BIMIRIM

Li ser wechê stranan kul û keseran kon vegirtiye
Di Dîroka bajarê zarokatiya min a bi xwin hatiye nivisandin da
Bizanin
hûtên rûreşiyê
avakarên bêdengiyê
kurmên ji xwina min zîldayî
heta ku
li kolanên xewnên min evîndarên kelogirî
li ser pêsîra min bendemanên bêrîkirinê
ji gulên evînî û azadiyê
ji fêkiyên tahmhingiv têr nebin
ne ji ya xwe têm xwar
ne jî serî li ber we ditewinim!

û tu
Yara dil lim qijilandî
Carek ne kenî ji min re
Ramûsanekê ne şînî ji durva jî
Nayê hedara min
Roj hezar carî
Agirê ji bo te tê gurkirin
Hestên xwe pê neşûm.

û dawî
Ji min gotin
An tu yê werî min bi bextewariyê bikujî
An ji kerba nehatina te ezê xwe bikujim!








KENGÊ EM BÊNE BA HEV

kengê em bêne ba hev rû bi rû
çavên te min dibin deryayên bê ser û binî
agirek dojehî berdide hinava min
lêvên ji şekirê quloqulo û sorsorkî
çivîka tolaz a hestan difire ji ser dil
û dest û lingên min xar û vaçî dibin.
Nizanim çima?

bayê çiyayê li pora te aliqî
girêka dixe deng û awazan
peyvên xweşik kû min ji bo te amade kiribûn
dixeyidin ji min
qudûmên min dişkên
nikarim xwe liser lingan bigirim
dilerizim
spiçolkî dibe rû
nizanim çima?

Kengê em bên ba hev rû bi rû
Em neyên ba hev çêtir e
An wê
Minak berfa tav dîtî bihelim û bimirim
An jî
Ji hesûdiyê wê bajar xwe bikuje.

















GEROKÊ EVÎNÊ

"ji Xêredîn Özgen re"
por spî bû, rû qermiçî
ba yê bê derman jî kon vegirt
li ser dest û pê
hêlekane lê hê dil
bi ber evînê
diçe diçe û nayê.

yekcar bi tenê ne kulî stranên te
bi aram dimeyîne hê hevîrê mêrxasiyê
hostayek xweşik kirinê jî tu bûyî
di şevên beravêtî de
di rojên xwelî li serê xwe kirî
berxwedêr jî dîsan tu.

di şevên bê siûd de
me xwe diavêt ber bextê
dîlokên Gerepêtê Xaço
yên ji serpêhatiyên
bav û kalên me pêkhatî
û ger
piyanek şereba Midyadê jî hebûya
bextewarê vê dinya yê tenê em bûn.

hê jî
gerokekî bê tebatî
di gerdûna evînê de
siwarê hespê şê yê hesretê
li pey karxezala bi basimbar (*) xemilî.










REWŞA DIL
destek min
pişta berxwedana xortekî Tamîlî difirkîne
yê din
çaydana keçeke Srîlankî yê gerîla
ji dest digire
da du saet bêhtir binive
û ji çavên min
du rondikên xwînî diherikin
bi hilweşîna
ocaxa rijîyê
di ser serê karkerên Zonguldakê de
û dilê min
ketiye ta ya xizaniyê
bêdadiya ji me re bûye destebira
fedî dike ji bêdengiya mirovahiyê
û diqîre hawar bi haware
da aştî kon vegire li vira.














MIZGÎN JI WE RE

û
wan jî bar kir çûn
bê xatir
bê ramûsan
ji van deran.

ev dilê jar
û ev bajar
ma bi serê xwe
tenê
û ketin di nav hesreteke mirovkuj
dîn û har.

yê kî bîne porkurê
nuçeyên temen dirêjkirinê
ku şevan dike şevbuhêrk
her êvar.

bi rûyek bişişî
bi dilek jiyan xemilî
bersiv tê
ji kasidên aştiyê
em sedeqa we nin
da bête bihar.

ji şerma
çarlepkî diçim huzura wan
bajar çarika ramûsanan
davêje li ser bejn û bala xwe.

ewr xwe didin alikî
diçire tarîtî
li ser govendê roj
dikevin dilanê stran.
mizgîn ji we re
mêranî xwe berdaye
di nav bajaran
zimanê zikmakî bûye zêr
nayê kirin li ser dikanan!




BI ME RE XWEŞ E

em dibêjin stranan herî xweş delala min
herî xweş em dinvîsin û dixwînin helbestan
û dema me hez kir
ji vira heta ba Xwedê
mînak serkaniyek zelal û paqij
wek şîrê dayikan
helal û avnedîtî.

bêhtir li bejn û bala me tê kovanî delala min
hesret bêhtir li me
û necamêrî
hê neketiye ferhenga me.

jiyan bi me re xweş e delala min
hevaltî bi me re
wek sûlavek
wek çemê Dijle nazenîn
diherikin di masûlkeyên jiyanê de
dijîn
tê ra xwe.

bi me re xweş e bîranîn delala min
mirin bir me re xweş e
li ser çiyayekê
di grewekê de
di dil da evîn
berxwedayî heta dawî.









BAWERÎ

Çendîn roj in
bê xew
bê aram
mînak
kulîlk behîvek nû bişkivî
bi serê xwe
tenê;
xencerên riziyayî diqelêşin
leylan û xeyalan
û wek
roja xwe berdayî ser asoyê
xwîn diherikin ji stranan.

çawa navê xwe
dizanim û
dinasim
ev dilê
xwe qurban kiriye
ji evîndariyê re
bi aramiya
dayikek kur li ber şîr
wê ji vê eşê jî
xwe rizgar bike.











XWENÎN

ne rengên me mînak hev bûn
ne temen
ne jî
xewn û xeyal
û xwestekên me
di navbera me de
bi hezaran kilometr rê
deryayên bê binî hebûn.
Lê dema mijar bû evîn
nekarî xwe
ev dilê jar, û xêrnedîtî
şkênand dab û nêrît û zincîran.















EV SERSAL
ev sersal
ev sersal jî hevala min
ling bi qeyd
dest bi rêzil
di hucreyek girtîgehé da
bi serê xwe
û tenê me.

dûr im ji te
ji lawên min
Hêvî, zinar
lê ne dikim gazinc
ne jî qarekar.

hevalê Bişar
dema tu çûyî mal
ji kerema xwe re
ramise destên dayika min
çavên Hêvî, Zinar
û bêje
dibêje
Bereh
dilê wî xweş e
bêhna wî pir fereh
û sedî sed
bawer e
ku wê were
û şûna asîmanê
bê dawî
wê xwe berde
deşt, çiya, zozan
bajarên çavkovanî
azadî.








ÊVARAN LI SER ÇEMÊ KOLIKÊ

Êvaran
kew xwe berdidin li ser çemê Kolikê
bi piştiyên çilo
bi çavên kovanî
û bi gavên şermok
jin xwe berdidin.
Bêhna sewalan tevlî bêhna mirovan dibe
Stran tên gotin,lawij
destanan dirêsin keçên xama
li ser evînan.

ne Sakîne sakîne ye êdî -
di nav fîstanên renge reng
ne qralên Kommagen'ê qral in
ne jî Ferat har û dîn.

Êvaran
dema hûn diçin ber bi mal
ji bo kêfxweşî û şahiyê
mînak hebên tisbehan rêz dibin cenan
wek bextê xwe yê reş
xêr ne ditî
li ser rê ya xir û xalî.

Li vira
ne bi rojê şabûn e têra xwe mirov
ne jî bi şeva reş-tarî re.
destaneke bi hezar salane didome
bi sedsalane bê nasnav
û feqîrî heta qirik.

Êvaran
pale xwe berdidin li ser çemê Kolikê
bi laşên xwe yên xêhadayî
bi rû yên kizirî
û li asoyên bê miraz dinêrin
bi çavên reş
û bi şalwarên reşayî
bextê wan ê reş tine zimên
hêviyên wan
şerm dike
dilerize
dibe hinarek sor li asoyên dûr roj.
û
wek çivîkek koçer
xwe berdide li ser lutkeyên Nemrud şev.

Êvaran
mirov xwe berdidin li ser çemê Kolikê
ji rû yan kul û keser difûre
ji stranan kerba wan
lê bawer im ku
yek bikene bi dilsozî ji wan re
an hembêz ke wan bi dilovanî
wê dorpêç ke cîhanê seranser
dilê wan.


















HELBESTEK NÎVÇEMAYÎ

naxwazim
di wêneyên zerbûyî de birizin
hêvî, daxwaz û xwestekên te

va rojeke din jî perpitî û mir
rojeke din jî bihurî bê miraz
de ka stranekê bibêje dengbêjo
stranek ku dinê pê biheje
û ez jî vekim kutiya dilê xwe
helbestek bihonim ji me re
ax..ax....ax...

Ne bû
Dîsa wek gelek caran
Mîna kabûsek xwe berda
Li ser vi bajarê
xêr nedîtî
Baçermokên Romê
xwînxwar,devbixwîn
Û
Bi teq teqa derî
Reviyan hest
Raman hê ma
Ji serî
Ev helbest jî nîvco ma
Û dîsa xwe avêtin
Bextê berxwedanê
Evîndarên evînê
dilketiyên Kurdistanê.









HETA MIN JI TE HEZ NEKIR

Heta min ji te hez nekir

Xortekî kerr
Lal
û
Kor bûm.
Heta min ji te hez ne kir
Tucar nediguherî demsal
Daran xwe ne dixemiland
Bi pelg û kulîlk
Roj ne dibişirî û
Germ nedikir
Bajar, kolan û zevî
Jiyan wiha têrtam û
Ne xwedîwate bû.

Niha har û din im
Ji bo evina te
Ey welatê nav li min kirî
Necar, hedad
Hostayê min
Ne tenê te
Ji dar û beristan
Mar û moristan
ji Derd û belayên te ji
Hez dikim.








QELEN

feleka xayin
ji xelkê ra
şîr û mast
ji me re
êş û jan
xem û kul
didoşe.

ka bêje
ey feleka xayin
qelenê te
çend qurîş e?

ger xwîn bixwazî
va ye ez
serê xwe datînim
li ber xencerê
pêşî min bikuje !













ZAROK Û KOÇBERÎ

Koçber bûme ji welat
Kolan kolan - tax û tax digerime
Difroşim şîranî û simît.
Beriya mela radibim
Dibezim ber firûnê
Tevî kul û keseran
Naçe ji bîra min Mêrdîn.
Ez zarokek duwazde salî me
Dibistan qet nedîme
Lê ne sewalek kedî me
Bi çavên hovan e
Li min dinêrin
Keç û xortên Romê
Tu dibê qey
Min nanê wan dizîme.
Qet ne qîre, ey welat
Ma du Sal
Bi çek û rext vegerime.













BES TU NEÇÎ

Malê dinê ji çi re ye
Cil û berg
Xwarinên cur bi cur û têrtam
Avahiyên nûjen û bilind
Tirimpêlên bêhempa
Ger tu ne bî,
Rojek têr
Bi mehan birçî
Û
Her dan
Çil qemçî
Ser seran û çavan
Bes tu neçî















STRANÊN ME

Naxwazim
stranên me
yên ku
bi naveroka xwe
mînak biharên rengîn in
stêrkan dibarînin
û ronahî dikin şevên me yên reştarî
bikevin
bîrên bê bin.

stranên me
yên ku
ji sedsalan û virde
kurteçîroka me ne.















SOZ DIDIM


ne ji ber
destê min ê çepê bûya
min ê stêrk nehişta
li asîmane bêdawî
ji bo taca serê te.

ne ji ber
çaveke min ê miyop bûya
min ê rengek jî ne hişta
li ser rûyê dinê
ji bo gulistana dilê te.

ne ji ber
bêaramiya min bûya
min ê bihuşt
li ser singa te
ava bikira.

lê dîsan jî
soz didim
ku neşibim
bav û kalên xwe.

wa ji niha ve
ava bû keskesora me
bi xwîna me.













RÊWIYÊ TENÊTIYÊ

bi çavên kelogirî
bi rûyek kovanî jê dirije
rêwî me ber bi tenêtiyê.

di dilê min ê hejar de
agirê gundên şewitandî
di guhê min de
nalîna zarokên Helebçê û
barê sewalên bê hêlîn mayîn jî
xwe berda ser navmilan.

ji vê êşa mirovkuj re
ne bayê payîza hênik kar dike
ne stranên lehengiyê
ne jî cixara
ji tituna Muşê hatî pêçan.
û mînak bizmarek li serê min bê kutan
xaltika xecê tê ber çav
û ji xwe dipirsim;
tevî çar mindalan
li bajarên mêtingeran
wê çawa debara xwe bike.
lo...kesên ne aştîxwazin
Xwedê mala we xira bike.

bi hevaltiya heyvek melûl
bi lez û bez
xatir dixwazin
banî
dar û ber
û çemên welatê min.
wek çivîkek baskşkestî
wek masiyek bê av mayî
digevizim
diperpitim
di deryaya tenêtiyê de
li dengekî nas
li destekî germ digerim
da xwe pé bigirim.

mînak dayika min a diltenik dibişire û
hembêz dike,
agirê li li ser çiyayê kêleka çepê vêketî.





ÇÎROK

hê di zarokatiya xwe de jî
rûken
hişaza
û pir jîr bû.

bav digot bila bibe parêzer
da bê parastin
mafên mirovan
dê digot bila bibe bijîşk
bo bibe derman
ji xwedî nexweş û
birîndaran re

bû bersîv
ji bo her du daxwazan
bo welat bibe azad
mirov bibin xwedî maf
bibin şareza

xwe bi ava nemiriyan şûşt
çû ket nav refên gerîla










RÊWÎ

piştî
pênc salên nefiyê
rêwî me
ber bi welat.
mîna mindalekî çar salî
bêsebir
û bê tebat im.

zû bajo ajoye
min bigihîjîne
cihê bav û kalan
dîsa bikevim kulateyn a
xalê Xelef
nanê xaltîk a xanê bixwim
li ser tenûrê
Û dîsa bi hevakan re
birgê bileyîzim
li qada serhildanê.

bajo ajoye zû bajo!
naxwazim bimirim
çav vekirî.











BI XATIRÊ WE

Îşev
dil dibêje
rahêje
çeltika hestan
û xwe
di kolan
û kuçeyên
vî bajarê
xopan de
berde.
her deriyek
pariyek
li ber her dilek
bîhnek
bisekine û
bicivîne
êş û janan
paşê
xwe bi ba yê
zozanên me yên hênik
çemên Dijle û Ferat
werde.
dakeve
li ser çiyayên me yên
ku bi hezaran karxezalên me
bûne nêçîr
xwe bi xewn û xeyalên wan rapêçe
û xwe
di qada şer de
berde.

rêwî me
ber bi jiyanek buhuştî
bi xatirê we!

No comments:

Post a Comment